Wê Bi Hunerê Xweşik Bibe Welat Hevpeyvîn Ligel Seywan Seîdiyan

FEXRIYA ADSAY

Seywan Seîdiyan ji Rojhilatê Kurdistanê ye; hunermendekî berhemdar î piralî ye û di çendîn qadên cuda de xebat û berhemên wî hene, me xwest em bêtir bi awayekî danasînî li ser hunermendiya wî bipeyivin û wî bi xwînerên Zaremayê bidin naskirin.

Di sala 1972an de li Mahabadê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û kotayî li Mahabadê xilas kiriye. Ji sala 1995an pê ve bi awayekî domdarî xebatên xwe yên hunerî berdewam dike. Perwerdeya xwe ya hunerî li Tehran, Sine, Bokanê dît. Piştre li koleja hunerê ya zankoya Silêmanî, beşa wênesaziyê xwend. 14 pêşangehên wêne û fotografê bi takekesî wî li Tehran, Mahabad, Sine, Qezwîn, Silêmanî û Hewlêr çêkiriye. Çend pêşnûmayên performans, hunera çemkî bi rê ve biriye. Bûye rêveberê hunerî û dîzaynê yê 4 fîlmên sînemayî û belgenameyî. Bi xwe jî kurtefîlmek bi navê ev sêva ku …çêkiriye. 11 salan li Başûrê Kurdistanê penaber bûye. 10 sal karên grafîk dîzaynê kiriye, zêdetirî 300 rûbergên pirtûk û bi dehan logo, afîş û cd dîzayn kiriye. Çend sal in giraniya xebatên xwe yên hunerî daye peykersaziyê. 3 peyker li bajarê Hewlêrê çêkiriye. Peykera wî ya bi navê “enfal” 10,50m (deh metre û nîv) bilind e. Wekî din li ser çend beşên cuda yên wêjeyê dixebite. Pirtûkeke wî ya helbestan ya bi navê li çaverwantîyahîç de bi soranî hatiye çapkirin. Çend pirtûk wergerandine û çendîn çîrok jî nivîsandine. Yek ji pêşnûmayên wî yên serekeyî û bingehîn “Sêva

Mêxekrêj” (qerenfîlxemilî, qerenfîlkirî) ye ku 11 sal e li ser dixebite. “Sêva Mêxekrêj” çandeke jibîrkirî ya kurdan e, gelek pêşnûmayên wî yên hunerî li Rojhilat û Başûr niha wekî çanda kurdan tê naskirin û bi fermî wekî ev pêşnûma, diyariya yekemîn a kurdan hatiye naskirin. Ji sala 2014an ve li bajarê Amedê dijî û niha atolyeyeke wî ya peykeran heye û li gel xebatên xwe yên hunerî yên wêjeyî jî didomîne.

“Sêva Mêxekrêj” ji ber ku te kevneşopeke jibîrbûyî vejandiye û xistiye rojeva me kurdan, dixwazim em bi wê dest pê bikin.

Sala 99an bû. Min hîç nebihîstibû li ser vê sêvê. Belkî carinan min bihîstibe jî lê min qet nedizanî ew tişt çi ye, bo çi ye. Dikarim bêjim, li aliyê me jî, li aliyê Mukiryan, Mahabadê, Rojhilat jî min qet nedîtibû behsa vê hatiye kirin. Wê demê jî ez her tim li gundan digeriyam, min wêne çêdikirin, tiştên folklorîk didan hevdu, di çenteyê min de her dem qerenfîl hebû, simil hebû… gelek tiştên folklorîk hebûn. Min helbestên folklorîk jî top dikirin. Di nav van de “ballûre” hebûn, “ballûre” helbestên pir erotîk in, ji qiriqê tên gotin. Şivan û bêrî wan bi awayê “ballûre” dijûn diavêtin hevdu. Ji vî alî wî alî diavêjin hev. Min ew jî top dikirin. Yanê dema diçûm gundan min tenê resim çênedikirin.

Diya min jî dizanî tiştên wisa pir bala min dikişîne. Ez jî li malê pir pir hesas bûm. Ewqas ku bi henekan ji min re bigotina ji vir rabe here li wir rûne, min du rojan xwarin nedixwar. Îcar rojekê, nizanim çima, ez du rojan ji dayika xwe xweyidîbûm. Dayika min, jineke extiyar bû, pir bi sebir û hêdî bû, jineke pir taybet bû. Di wan rojan de mamosteyê min ji Sinê li min geriya, gotin wênevanên Başûrî tên, Îsmaîl Xeyat û Namik Alî Qadir, tên pêşangeha wan heye, ger tu hez dikî were. Min xwest ez biçim û min çenteyê xwe amade dikir. Ew boyaxa derî û paceyan heye, min bi wan wêne çêdikir, niha jî ez bi wan çêdikim. Ew bûn û gelek tiştên din hebûn di çanteyê min de. Lê gava ku min ji bo tiştekî li nav çante nerî, min dît ku sêvek heye di çante de, reşreşk li ser çêbûne. ez pir ecêb mam, tirsiyam jî, min got ev çi ye. Min cesaret nekir, destê xwe lê bixim. Birayekî min ji min mestir heye, ew muhendisê çandiniyê ye. Min gazî wî kir, ew jî hat. Me dît sêv e. Her derê wê qerenfîl lê hatiye xistin. Min got di zanistê de heye ku sêv û qerenfîl bên ba hevdu, got min qet nebihîstiye, em li ser vê diaxivîn, min li kêleka derî nerî, min dît diya min li wir sekiniye û hêsir ji çavên wê tên. Piştre hat bîra min ku qala wê sêvê ji me re kiribû. Ji demên berê de ev bi du awayan bi kar anîne. Gava keçikek evîndar dibe û nikare ji wî re bêje “ez ji te hez dikim” ji ber çanda kurdî, lewma bi taybetî keçikan ev sêv çêkirine û ji hezkiriyê xwe re şandine. Kengî zilamek sêvek gihiştiye destê wî, dizane ku keçik jê hez dike lê nikare jê re bêje. Aliyê duyem, gava du evîndar ji hevdu dixeyidin, vê sêvê çêdikin yanê ji bo aştî pêk were. Dayika min ji bo di nav me de aştî pêk were, ev sêv çêkiribû. Ez çûm Sinê, me pêşangeh dît, bi şev jî li mala Maşella (wênevan) û Hanî (stranbêj) man. Hin hevalên din jî hebûn; hemûyan ew sêv dîtin. Bala her kesî kişand min got ev dikare bibe projeyeke mezin. Çawa? Bi rastî min jî nizanibû ez çawa bixebitim, heya sala 2003yan cara yekem di nav fîlmekî Jînda Baran de bi kar anî.

Ev pêşniyaza te bû?

Na, min qala vê jê re kiribû. Piştî sêva mêxekrêj dît û nas kir, xwest di fîlm de bi kar bîne. Navê fîlm Dema Jin Hez Dike bû. Mixabin min jî heta niha nedîtiye ew fîlm. Ew cara yekem bû ku sêv bi awayekî hunerî hate bikaranîn. Piştî vê di 2005an de, di projeya “Yekemîn Guneh” de min bi kar anî. Piştî vê, ji 2006 û şûn de heya niha jî her sal di roja Valentine de, yanê roja evîndaran, min projeyek hunerî çêkiriye. Mînak bêjim, di sala 2007an de, li Hewlêrê Hotel Çarçirayê projeyek çêbû. Me sê dengbêjên ji Mexmûrê anîn, jinên dengbêj. Lawik û heyran gotin, gel jî hebû, parlamenter, wezîr… gelek kesên taybet jî hatin. Keç, kur, genc hatin û ev sêv ji xwe re çêkirin. Di 2006an de jî li Silêmanî Galerî Aram çêbûbû. Min li vê derê deh resam, pênc mamosteyên zanîngehê, pênc jî xwendevan vexwendin. Min kartek amade kiribû, ew motîvên evîndariyê çêdikirin, keç û kur jî ew sêv çêdikirin, didan hevdu. Hunermendan ew motîvên evîndariyê bê pere didan wan gencan. Mînak bêjim, Rêbiwar Seîd, Namo Rostemzade ew roj beşdarî vê projeyê bûn, belkî zêdetirî bîst berhemên xwe yên orjînal pêşkeşî gencan kirin.

Bibore, gotina te dibirim. Vê havînê ez çûbûm Rojhilat, min dît ku qurnefîl di nav gel de wek tiştekî pir taybet tê dîtin. Yekem car min dît jineke extiyar qurnefîl û morîkên şîn li ser benik li nav xistibû, bi kêleka sînga xwe vekiribû. Jinên genc jî wek gerdenbend bi hustê xwe ve vedikirin. Bextewar im ku yeka min jî çêbû.

Belê, wek gerdenbend jî pir tê bikaranîn. Niha jî li Rojhilat û Başûr gelek kes vê sêvê bîn dikin, dibêjin bîna diya me an dapîra me jê tê. Ligel her kesî nostaljiyeke vê heye. Di 2008an de, li çar bajaran Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Kerkûkê çêbû, di 2009an de helbestvanên kurd ji parçeyên Kurdistanê bi 99 helbestên xwe beşdar bûn, li her bajarekî ji aliyê keç û kurekî bi gîtar û piyano helbest bi her du zaravayên soranî û kurmancî hatin xwendin û di heman demê de gencan sêva mêxekrêj (qerenfîlkirî) çêdikirin û didan hevdu. Di sala 2010an de ev proje bi galaya fîlmekî ser vê sêvê bi navî Ev sêva ku…. Ku min bi xwe derhênertî kiribu û bi pêşangehek fotografî li ser mijara evînê, li 44 bajar û bajarokên herêma kurdistanê di yek dem de çê bû. Ev projeyek neteweyî bû, lê mixabin wisa nehat dîtin.

Wekî din te çi kir bi vê sêvê, tu projeyên din te li ser vê çêkirine?

Belê min ew di performansa bi navê “Yekemîn Guneh” de jî bi kar anî.

Di Sala 2005an de ev proje li muzexaneya niştîmanî (Emne sureke), li Silêmaniyê çêbû. Min 10 ton ax bire yek ji holên vê muzeyê. Goristanek min çêkir. 12 gor di nav de hebûn. 11 ya jin û yek a mêr. Gora mêr zêdetir diyar bû. Li derdora wî kevir hebûn. Ser kevirên mezarê Tara hebû (qumaşek sor û qulqulî ku gava gencek dimire an tê kuştin, davêjin ser kevirên gora wî). Çend kezî (pirça honandî ya jinan) jî hebûn. Li nav hinek eşîrên kurd gava mêrekî genc tê kuştin, dê, xwişk û hevjîn, pirçên xwe jê dikin û davêjîn ser gora ezîzên xwe. Min ev beş ji romana Kelîder ya nivîskarê bi navûdeng ê Îranî Mehmud Dewletabadî girtibû. Ew roman 10 cild e û li ser kurdên Xorasanê hatiye nivîsandin. Li ser gorên jinan jî sêvek mêxekrêj daleqandî bu. Di roja yekem de, her der tarî bû û ronahî tenê li ser sêvên qerenfîlkirî bû. Gel (bîner) di nav goran de dimeşiyan. Berî hatina wê derê jî, têkstek hebû ku gerek xwendibana. Di nav têkstê de hatibû gotin ku ev proje di nav 3 rojan de çêdibe û her kes gerek her sê roj were ku bizane çawa bi dawî dibe, ji ber ku her roj tê guhertin. Piştre şîroveya van sembolan hatibû kirin ku di projeyê de hatibûn bikaranîn. Di roja 2. de jî dîsa tarî bû, lê li her gorek jinan destek spî (ku berê ji alçiyê min çêkiribû) derketibû derve. Ronahî vê rojê li ser dest bû. Muzîk jî her roj dihat guhertin. Gora mêr hîç nehatibû guhertin. Di roja 3yem de her der ronahî bû. Kevirê gorên jinan tev ketibûn û dest jî rast sekinî bûn. Li ser her destî jî sêvek qerenfîlkirî hebû. Rûyê hemû destan jî ber bi gora mêr ve bû. Wê rojê jî gora mêr hîç nehatibû guhertin. Ev proje qala ronesans û şoreşeke zîhnî ya jinan dikir ku li ser bingeha evîn û aştî çêdibû. Gora mêr jî ku her 3 roj nehat guhertin, wekî zîhniyeta piyavsalar (desthilatdar) bû ku naxwaze biguhere. Gelek kesên bi nav û deng wekî Şêrko Bêkes, Bextiyar Elî û Şêrzad Hesen û … ev proje dîtin û kesî jî peyvek li ser nenivîsandin.

Min li vîdeoya te ya bi navê “Gundewar” temaşe kir. Te li wî gundî çi kir û çima çûyê? Wî gundî çi li hunermendiya te zêde kir?

Di sala 2008an de min zanîngeha Silêmanîyê beşa wênevaniyê qedand. Sîstema perwerdehiya zanîngehê gelek kevn û klasîk bû. Sala dawî her kes gerek 3 tablo çêkiriba. Her 3 tablo jî endazeya (pîvan) wan zanîngehê bellî kiribû û wekî mijar jî li ser folklora kurdî bûn. Wan çend salan bi sedan tablo wekî hev çê bûbûn. Min ji sala sêyem ji mamosteyên xwe xwest ku bi awayekî cuda dixwazim teza xwe bidim. Di destpêkê de nepejirandin û min pir israr kir. Sala dawî jî gelek axifîm heta ku pejirandin, lê bi merc. Gerek mesrefên wê min bi xwe bidaya. Wisa jî çê bû. Nêzîkî 4 mehan ez çûm 4 gundên bajarê Silêmaniyê. Sergellu, Helledin, Çalawa û Yaxsemer. Nav heftê de herî kêm 3 an jî 4 roj dimam. Hem wêne min çêdikir û hem jî fotografî dikir. Her wê demê de hevalekî min î sînemakar ku li Awistraliyayê dijiya û navê wî Husên Cîhanî bû hefteyekê ligel min ma û fîlmekî belgesel li ser wê projeyê çêkir. Navê fîlm Country Life (Jiyana Gundewar) bû. Piştre ev fîlm beşdarî zêdetirî bîst festîvalên navneteweyî bû û çend xelat jî wergirt. Piştî çar mehan min proje qedand û pêşangeh jî min her li gund (Heledin), li deştekê û di nav berfê de çêkir. Gel li çend gundên derdor serlêdana vê pêşangehê kirin û foto û wêneyên xwe yên nav tabloyan dîtin û pirr ecibandin. Piştî demekê min klîpartek jî li ser wê projeyê çêkir û di çend kanalan de jî hat belavkirin. Her li ser wê projeyê jî pêşangehek fotografî li fakulteya huner a zankoya Silêmaniyê çêbû.

Em werin ser performansên te. Min niha wek vîdeo ew dîtin. “Diyalog”, “Parsekî” û “Têla”. Ji kerema xwe tu dikarî qala wan bikî. Em bi diyalogê dest pê bikin.

Diyalog du caran çêbû, sala 2006 an 2009, sal baş nayê bîra min. Cara yekem li Silemaniyê çêbû. Dû re sal 2009, li Hewlêrê çêbû. Mijara diyalogê bi xwe ji bo min pir girîng e, bi taybetî li Rojhilata Navîn. Ji ber ku di esasê de tiştekî bi navê diyalog tuneye. Ji ber ku piranî çanda Rojhilata Navîn çanda îslamî ye. Di dînê îslamê de jî tiştekî bi navê diyalogê tuneye. Her tim kesek dibêje, kesên din guhdar in. Vê gelek astengî çêkiriye di nav civakê de. Her kes bi vê rewşê dizane lê çima wisa çêbûye? Li gor min du faktorên herî esasî hene: Yek pirs e, yek jî guman e. Her du jî pir girîng in û wek xetên sor in di dînê îslamê de. Tu nikarî tu caran guman bikî. Ji dêvla te her tişt hatiye gotin û ciyê gumanê tuneye. Mesela, yek dibêje li cehnimê ejdehayek heye, heft serên wî hene. Tu caran mafê te tuneye tu guman bikî. Piştî vê heqê pirsiyarê jî tuneye. Tu nikarî bêjî ew tişt çima wisa ye ya ma dibe wisa be? Ji ber vê gava civakek ev du faktor tê de tunebin, diyalog jî tê de çênabe. Niha siyasî jî wisa ne, kesek du kes ji me re dibêjin û evên din tev guhdarî dikin. Hemî welatên Rojhilata Navîn û gelek welatên din jî wisa ne û diyalog tuneye. Em dikarin bêjin piranî tiştekî navê wê diyalog be tuneye. Îjar gava ku diyalog tunebe, çi dibe di nav civakê de. Min ev aniye rojevê. Aktorên min çar kes in. Du ji wan desthilatdar in, rewşenbîrek û jinek e. Du desthilat wek civaka kurdan her tim di nav şer de ne, ya du parçe ne, ya du partî ne… Di perdeya yekem de ev tên naskirin. Di perdeya duyem de du desthilatdar şer dikin, gava şerê wan çêdibe, em dibînin rewşenbîr di nav dinyaya xwe de ye, jixwe re helbest dinivîse, henekên xwe dike, axaftinên giran dike, lê qet bandora wî tuneye. Jin jî her wisa lê dinere wekî kesek bêdesthilat maye, ya tenê digirî. Perdeya din, dema rewşenbîr an şairek pir bi hemas (kelecan) dixwaze helbest an gotina xwe bêje, qala xebata xwe bike, her sê aktorên din razayî ne. Dîsa diyalog tuneye. Di vê performansê de ne hereket heye, ne diyalog heye. Ez dikarim bêjim ew tevliheviyek di navbera şano û peykerê de ye. Çar aktor hene, çar stûn hene, ser her stûnî aktorek li ser kanepeyekê rûniştiye, qatekî reş li wan e, gomlekên wan spî, krawatên wan sor û metr û nîvekî dirêj in. Ji ber ku ew jî henekek e bo modernîteya bêbingeh hatiye nav me, taybet jî li Başûr. Mînak mamosteyê zanîngehê ye, axir modela herî dawî a erebe li gel wî ye, lê stranekê vedike, strana Ezîz Weysî ye, yanê tiştekî erzan guhdar dike ku ne li gor statu û statîka wî ya çînî ye. Tiştên ku hîç eleqeya wan bi hevdu re tuneye, ne eleqe bi erebeyê re heye, ne eleqe bi mamostetiya zanîngehê heye, ne bi qatê wî heye. Telefona versiyona herî nû bi wî re ye, lê awayê bi kar tîne, pir ecêb e, pir gundî ye. Ev belayeke bi ser me de hatiye. Di perdeyek din de, her sê alî jî dixwazin li gel jinê dildarî bikin, jin jî li gel her sêyan bersiva wê heye. Perdeya pêncan seks e, gava ku tarî çêdibe, nav fezayeke sor de ye, çawa her sê jî dixwazin li gel jinê seks bikin, jin jî bersiva her sêyan dide lê her yekî bi awayekî. Perdeya din, mafê jinan e. Gava ku ronî ye, ne tarî ye, di tariyê de li jinê wek objeya seksê dinerin, di roniyê de wek mafê jin, wek beranberî dişixule. Perdeya dawî jî, wek parsekî ye. Hemî jî baweriya wan bi kedê tuneye. Civakek bawerî bi kedê tunebe, ew parsek e. Ew tabloya diyalog wisa çêbû. Sala par ku hatim Amedê, min pêşniyaz kir ku ew performans li şaredariya mezin jî çêbibe, lê mixabin heya niha salek derbas bû tu bersiv nedane.

Ew xala modernîteyê hêjayî bê nîqaşkirin. Wê mînaka ku te da, mînakên te her tim ji Başûr in, tu dibêjî mamosteyê zankoyê di erebeya xwe ya luks de Ezîz Weysî guhdar dike. Baş e, modela te çi ye? Ev jî heye, Ezîz Weysî guhdar neke lê Beethoven guhdar bike, model ev e?

Na modela min ne ev e. Ez tu caran nabêjim em her tişt wek Ewropayê bikin. Mînak bêjim, wek muzîkî bêjim, gencek heye, navê Şoreş Mehmûdî ye, beyt (mîna dengbêjiye) a “Seydewan” dibêje lê bi orkestra dibêje. Pirsgirêk ne ev e ku em çi dibêjin an guhdar dikin, pirsgirêk form û stîlên wan e. Li gor nerîna min mamosteyekî zanko gerek li vî guhdar bike. Ne tiştekî wisa ku li çepikan bixe, bileyize ev stran ji bo govend û şahiyan gelek xweş in. Ew strana ku ez dibêjim, bi xwe ne reseniya xwe heye, ku bêjim muzîkek folklorîk e, ez dibêjim ew tiştekî erzan e, sivik e. Ne tenê di muzîkê de di gelek tiştan de wisa çêbûye. Tu dinerî gelek kes her tiştî wî Ewropî heye lê di jiyana xwe de eşîret û feodalîzmê derbas nekiriye. Gelek kesên Rojhilata Navîn bi salan e li Ewropa dijîn lê ramanên wan qet nehatiye guhertin û hîn jî bi mejiyê gund û bajaren xwe dijîn. Herçend bêjim ku Ewropa ne modela jiyan û ramanên min e, lê gelek ezmûnên wan î baş û pêşketî hene.

Ez dibêjim pirsgirêk ev e ku wek mînaka te da, gelek tişt an pir ber sivikatiyê diçe an ji ber endîşeya ku sivik xuya neke, xwe li tiştên dûrî xwe digire, xuyaye em nikarin wê hevsengiyê çêbikin. Bi awayekî din em bêjin, bi her du awayan jî guherînên di nav me de li ser koka xwe şîn nabe, ne wisa?

Gava ku bingeh çênebe û ew bingeha çanda xwe tunebe astengî çêdibe. Gelek aliyên wê hene. Tu nikarî bêjî tenê ev e. Li gor nerîna min mirov berê koka xwe nas bike, dûre bi teknîkên modern ên rojavayî li ser bişixule. Mînak tiştekî din ku min henekê xwe pê dikir, li Zanîngeha Silêmaniyê ji dêvla ku muzîka kurdî û bingeha wê bê naskirin, li ser Beethoven, Mozart û Shopen disekinîn. Ew pir baş nas dikirin lê dengbêjên kurdî nas nedikirin. Ew jî aliyekî din e. Di vî alî de mirov dikare Korya û Japonan mînak bide. Tiştên xwe yên pir taybet û folklorîk bi teknîkeke modern dan naskirin. Li ba me hinek ters çêbûye, raman gundî ye, lê tiştê pir modern di destê wî de ye. Dixwazim tiştek din lê zede bikim. Gava dibêjim gundî ne bi maneyek xirab an paşketî ye. Qala cudahî ya statîka û şêwazên jiyanê dikim. Çawa ku yekî bajarî biçe gund û jiyana wî wekî bajariyek be û bi kincên ûtîkirî biçe cotkariyê tiştekî xerîb e û herkes henekê xwe pê bike. Li gor nerîna min em wekî kurd, çiqas li bajêr jî bijîn, lê bandora jiyana gund û eşîrtî pir zêde ye. Kok tiştek e ku gerek her hes baş nas bike, lê gerek ser wê kokê jiyaneke serdemî çêbike.

An li ser navê modernîteyê ji xwe dûr dikeve. Em ji wêjeya Bakur mînak bidin, nivîskarek ji dêvla ku qala bajarê xwe bike, diçe qala bajarê ewropî dike, bûyer li bajarekî biyanî derbas dibe, bûyer li bajarekî Kurdistanê derbas bibe jî hêja nabîne ku qala wî bajarî bike. Tu jê bipirsî jî ev gelek caran li ser navê gerdûnîbûnê tê kirin. Mirov çiqas behsa xwe neke lê behsa deverên din (taybetî Ewropa) ên cîhanê bike, ewqas dibe gerdûnî an universal?

Di edebiyatê de mînaka herî baş ku tu dikarî tam tersî bikî, Gabriel Garcia Marquez e. Ew gundê xwe tîne û bi dinyayê dide xwendin.

Nivîskar dema qala bajarekî ewropî dike, her tiştê wî bi hûrgilî teswîr dike lê dema dibe bajarê Kurdistanê di ser re derbas dike digel ku bûyer li wir jî derbas dibe. Navê bajaran bi xwe tuneye jî.

Belê ev pirsgirêkek e, gelek kes ji aliyê dîtbarî de jî, bi taybet li başûr, ji wir mînak didim ji ber ku wê derê baştir nas dikim, li wir resimê abstract (razber) pir pêş ketiye. Belkî dibe ku hin kes vê bi zanebûn dikin, lê bi piranî ev jî dibe wek krawata dirêj. Çima? Ez gelek caran li gel wan jî diaxivîm, min digot divê resimê abstract koka vê civakê nas bikî. Resamekî ewropî jiyana wî pir abstract e, her tiştî wî belî ye. Di zarokatiya xwe de diçe kreşê, piştre diçe dibistanê, bi serwîsê diçe û tê. 12-13 salî hevalên wî çêdibin, dibe 18 salî serbixwe dibe, diçe zanîngehê, têkiliyên wan cuda ye, hemî rojên wan tijî ne, tenê roja şemî û yekşemê …. resmên abstract bi bandora vê jiyana wan derketiye, lê tu, mînak li Silêmaniyê dijî, di nav heftê de 4 roj betlane çêbûye, kes nizane çima, tev jiyan di nav şer û penaberî derbas bûye. Gelek caran pirsgirêka xwarin û paqijiyê jî heye. Kesek pênc zarokên wî heye, bavê wî jê re dibêje çi bikî çi nekî… tu çawa dikarî abstract bişixulî? Kengî jiyan ewqas abstract bû bo te? Derveyî vê, di nav civaka me de, hin kes bi xwe abstract kirine, jiyanek wek xwe dijîn, ev li gor nerîna min pir baş e. Ev jî heye, hin kes hene, bi taybetî ji aliyê fîguratîf nikarin baş bişixulin abstract çêdikin, dibe ku ev kesê nikaribe bajarê xwe baş bide fêmkirin diçe qala bajarekî din dike. Ger bikare bajarê xwe pir baş bide fêmkirin, halbûkî Amed wê bêtir bala yekî ewropî bikşîne.

Bi ya min, yekî ku bikare bajarê biyanî bide naskirin, dikare ê xwe jî bide naskirin, yanê ew potansiyel heye. Dibêjim di vir de pirsgirêkeke derûnî heye, bajarê wî bi qasî bajarê ewropî ne bi qîmet e lewma…

Ew aliyek e, rast e. Li gor min, berdeng, hûn dibêjin muxatab, pir girîng e. Mînak, berdengê min kî ne? Gava helbest dinivîsim, peyker çêdikim, her çi bike, pir girîng e ku mirov kê wek berdengê xwe dibîne. Gelek kes tenê ji bo festîval û xelatan dişuxulin. Yanî berê berdengen xwe diyar kirine. Lê pir nivîskarên mezin hene ku tu xelat negirtine û hemî cîhan jî wan nas dike. Dema mirov bixwaze kûrahî û ziraviya Amedê bêje ev ê gelek balkêştir be bo ewropî, ji Barcelonayê. Ji ber ku ew bi xwe li Barcelonayê dijî an ew der dîtiye, beriya wî pir kesî li ser wê nivîsandiye. Dîsa mînaka Marquez, Borges u Carlos Fuentes bikim, Amerikaya başûr û bakur minakên pir baş in. Bi awayekî pir taybet û herêmî hatin hemû dinya girtin nav xwe. Derveyî vê , di vê projeya diyalog de mesela nebûna diyalogê dikare pir taybet be. Ji ber ku li Ewropayê bala her kesî dikişîne, çima her dem yek diaxive, ên din guhdar in? Ev bi xwe jî mijara romanekê ye bawer im. Gelek tişt hene li ba me, pir orjînal in, niha mesela li zanîngehên li Rojavayê yek pirsgirêkek wan heye, ji bo tezên xwe binivîsînin, çiqas digerin heya ku tiştekî dibînin ku li ser nehatibe şixulandin, yek ji astengiyên herî mezin ev e. Li ba me tam berovajî çêbûye. Li ba me bi hezaran materyalen orijînal di destê me de hene ku me li ser xebat nekiriye. Em çima xwe li ser wan xurt nakin? Dîsa jî dibêjim divê em bi teknîkên modern, civak û tiştên wê yên biqîmet bigirin.

Belê, ka em bi “Parsekî”yê bidomînin. Di wê performansê de armanca te çi bû?

Parsekî mijareke heya niha jî li gel min dijî. Ew pir balkêş bûye bo min, çawa mirovekî bi xwe razî dibe ku wisa parsekî dike. Niha we di nav peykerên min de jî dîtine, çend peyker jî min li ser vê çêkirine.

Parsektî ne ew e ku mirov li kolanan destê xwe veke.

Belê, belê. Ew wek têgehekê ye. Di esas de koka parsektiyê wisa dibînim, kesê ku baweriya wî bi kedê nîne dikare parsektiyê bike. Kesekî baweriya wî bi kedê hebe parsektiyê nake. Katalogek min hebû min ji bo wê gotibû: Parsek parsek e, çavlidest parsek e, genc çavlidest e, hukumet çavlidest e. Heta radeyekê ez Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek çavlidest dibînim. Çavê wê li welatên din e, av û fêkî bide, seramîk û nizanim çi bişîne. Bi xwe ewqas li ser petrolê dijîn, benzîna wan ji Tirkiyeyê tê. Hin astên parsektiyê hene, hin mirov li ser kolanê rûniştiye, lê hin kes hene, wisa bi qat û boyinbax in, erebe û bîna û gelek samanên wan jî hene lê parsek in, çima? Dîsa çavlidest e. Bi xwe naşixule, ev parsektî tiştekî pir kûr e, dibêjim ev bandora welatên erebî ye. Ez welatên erebî, ne wek şexsan lê wek welat wek parsek dibînim. Ewqas tiştê wan heye, zengînên wan hene lê tu dibînî her tiştê wan ji derve tê. Baweriya wan bi xwe tuneye. Ewqas pereyên wan heye, ne di sporê de, ne di zanistê de, ne di edebiyatê de li gor cîhanê pirr li paş mane. Mîna tu dibînî Îsraîl ne wisa ye. Korya ne wisa ye, her kes çavlidestê Koryayê ye. Çîn bi awayekî din… ev jî hemû gelên asyayî ne. Parsek, hê di destpêkê de di mejiyê xwe de parsek e, ev dibe wek dewlet jî parsek be, wekî partî jî dibe parsek be, sazî jî dikare parsek be, wek şexs, tak jî dikare parsek be. Di wê performansa min de deh aktorên min hebûn, li ber deriyê Zanîngeha Silêmaniyê çêbû ev. Min çarçoveyek çêkiribû, min çarçove bi pereyan pêça bûn. Her kes di nav çarçoveyê de sekinîbû, pênc kes bi kincên parsekan, pênc kes jî bi qat û boyinbax bûn, rojekê parsekî kirin li ber derî.

Bertekên derdorê çawa bûn? Xelkê bi çi çavî lê dinerî?

Yanê ev bo gelek kesan pir normal bû. Pere dan û pê nehesiyan ku ev projeyeke hunerî ye. Yanê ji Silêmaniyê re dibêjin paytextê rewşenbîrî ye, berê jî digotin lê ev tenê axaftinek e. Li vir jî çanda gundî pir zal e, çanda bajarî na. Dibêjin di salên 70yî de di qonaxeke pir baş de bûye lê tiştê ez niha dibînim, pênc sal lê jiyame û şeş sal jî çûnûhatina min hebû. Çanda gundî ji ya bajêr gelekî zaltir e. Mesela du sê galerî tê de tunene, saloneke konsertan lê tuneye, tu salonên baş î şanoyê tuneye. Tu bêjî pir çalakî lê hene, na ew nabe rewşenbîrî. Rewşenbîrî hin bingehên xwe hene, tu bingeh çêneke, nabe. Tu hezar salan bêjî Amed paytextê rewşenbîriyê ye, lê gava ku bajar paqij nebe, ew bajar rewşenbîr nabe. Bajarekî tu asta muzîka wan guhdar bikî, tu dizanî ew bajar rewşenbîr e an ne rewşenbîr e. Bila şaş neyê famkirin nabêjim muzîk jî bila muzîka ewropî be. Dibe ku tenê muzîka xwe ya folklorî guhdar bike lê wê nas dike, hê pir tişt hene, kincên ku li xwe kiriye, awayê erebeya xwe dajo, ev hemî nîşan dide ku ew bajar çiqas rewşenbîr e. Hemî tişt bandorên xwe hene û tenê aliyên statîk nîne.

Di vî warî de gelo tu ferqek bajarên Rojhilatê (Rojhilatê Kurdistanê) heye?

Dizanî çawa, ji ber ku Îran bi xwe ji aliyê çand û huner, wek welat bi pêş de ye û tim jî meşandiye çand û hunera xwe. Û neku hikûmetan bi pêş xistine, gel bi xwe bi pêş xistiye. Mesela li Îranê her tim du sîstem hebûye. Sîstema fermî wek hemû sîsteman e. Lê niha sîstema Tirkiye gelekî pêşdetir e ji sîstema Îranê lê civaka îranî jî gelekî ji civaka Tirkiyê pêşdetir e û wan sîstema xwe ava kirine. Ew statuya ku min got, a rewşenbîr û hunermendan heye li wê derê. Mînak bêjim, belkî kes bawer neke, Şeceryan yek ji stranbejên herî binavûdeng ê Îranê ye. Niha 70 salî ye. Heta niha qet îzin nedaye ku di konsertên wê de wêneyên Hamaney û Humeynî di salonê de bên daliqandin. Heya niha qet îcaze nedaye di vê hikûmeta dîktatoriyê de.

Çawa dikare nehêle?

Belkî neyê bawerkirin lê hikûmet mecbûr dimîne ji ber helwesta wê. Gelek mînak hene, mînak Mehmûd Dewletabadî heye, (romaneke ya 10 cildî heye bi navê Kilîder, derbarê kurdên Xorasanê de ye). Romaneke wî heye bi navê Kolonêl li Ewropayê çap bûye, ev 15-20 sal in nahêlin bi farisî li Îranê çap bibe, îsal li başûr çap bû. Bi dehan nivîskar hene ku berhemên wan nahêlin bên çapkirin. Lê her kes wan nas dike.

Gel xwe bi xwe saziyên xwe ava kirine û ji xwe re riyek din peyda kirine.

Dibêjim statu heye.

Di axaftineke me de di warê hunerê de te carekê qala hostatî û çiraxtiyê kiribû. Te gotibû ku di pêşketina hunerê de rola wê sîstemê pir mezin e.

Li gel me, ez xwe jî wisa dibînim, hunermendî tenê ne hunermendî ye. Bi taybetî li Kurdistanê çiqas huner girîng e, ewqas çanda hunerî jî girîng e. Tu dikarî çawa çanda hunerî ava bikî? Bi çêkirina du tablo an du peykeran dikarî tiştek bêjî lê li gor min, çekirina çanda hunerî pir girîngtir e ji vê. Tu bi vê dikarî welatekî ava bikî, pêşeroja xwe ava bikî. Divê li ser avabûna xweşikiya vî welatî bandora te hebe. Li Îranê ev tişt çêbûye. Îcar li vir tiştek heye, ew kesên digihêjin asteke mezin, hunerê wî her çi be, her dem şagirtekî wî heye. Belkî deh kesan bi xwe re perwerde dike. ev bûye wek çandekê. Mesela, sînemaya Îranê, ma çend zanîngehên sînemayê hene? Li bajarên biçûk niha nû vebûne. Berê tenê li Tehranê li zanîngehê beşa sînemayê hebû. Ji bo 15 sal berê dibêjim, ne demeke dûr e. Li Tehranê bi dehan saziyên sînemayê hebûn. Aktor û senarîstên binavûdeng, ji van çend kes berhev bûne û saziyek vekirine û perwerde dikin. Kêleka wan jî kem jî be, zengîn û karsazê wan jî kulturî ne û ji çand û kultura xwe hez dikin. Hem pêş dixin û hem jî pê tîcaretê dikin.

Ew sazî ji aliyê aborî ve çawa bi rê ve diçin?

Ji bo perwedeyê pere werdigirin. Ji bo huner fêr bibî, tu pere didî. Ked heye tê de, ji ber vê huner biqîmet e. Li wir dema tu bêjî ez doktor im, hurmet dikin lê dema yek bêje ez hunermend im hurmeta wî gelekî zêdetir e. Ji ber ku dizanin çiqas ked daye. Hê jî ev çand didome. Rewşa wan a aborî xirab e. Rewşa aborî ya hunermendên li Tirkiyeyê gelekî gelekî ji a wan pêşdetir e lê berhemên ku tên afirandin hem di asta cîhanî de hem di asta welatê xwe de ên Îranê gelekî pêşdetir in. Ev xalên pir girîng in ku em li ser bisekinin. Ji ber ku çêkirina vê çandê jî gelekî pêwîst e.

Bawer im kurdên Rojhilat jî ji vê sîstema Îranê sûd girtine lewma ferqeke wan heye ji parçeyên din. Ev dikare ji bo Kurdistanê bibe modelek ku bi vê wesîleyê em bêtir li ser koka xwe mezin bibin?

Ez vê jî bêjim, ez bi xwe Îranê ewqas pêşketî nabînim li cîhanê lê di vê rewşa niha de li Rojhilata Navîn tu dikarî pê bimeşî. Ez ewqas bawer im ku eger bizavek çêbibe ku bingehek akademîk û xwedî stratejî û planên demkurt û demdirêj be, dikare di asta cîhanê de axaftinên me yên hunerî hebe. Ji ber ku ev potansiyel çi di asta civak û çi di asta dîrokî de li gel me heye. Dibe ku em vê modelê jî bişopînin lê dibe ku em li ser riyeke din bimeşin ku em Îranê jî derbas bikin. Divê em bizavekê bidin destpêkirin. Lê mixabin niha rêveberên hunerî ên bakur qet ne di wî astê de ne. Bi taybetî li hêla hunerên dîtbarî gelek kemasî hene û nerînên rêveberan pirr paşketî ne.

Performansa te ya dawî jî “Têla” ye ku sê rojan dewam kiriye. Ka em behsa wê bikin.

“Têla” dikarim bêjim ku tiştekî gelekî şexsî bû, wek helwestekê bû. Yek ji performansên ku wek teknîk û wek mijar jê hez dikim ev e.

Her çiqas tu bejî şexsî ye jî, dibêjim niha bi mijareke civakî re eleqeya wê heye.

Belê, di sala 2010an de ji aliyê asayişa Hewlêrê, bi heft kesan êrişî min kirin, li Hewlêrê hotêl Çarçirayê ofîsa me ya grafîkê hebû, ez û Rûnak li wir dixebitîn. Bi heft kesan êrişî min kirin, bi jopan (têlla) û ez birîndar kirim. Heya niha jî ez sedema vê nizanim. Min şikayet jî kir lê tu encam derneket. Ev tiştekî ku ez qet nikarim ji bîr bikim. Di salvegera vê de li bajarê Silêmaniyê, min wekî helwestekê ev performans çêkir. Korîdorek çêbû, bi kefen, min jop li nav wê korîdorê daleqandin û ji her du aliyan jop hêdî hêdî nêzî hev dibûn, gerek her kes bi tenê di nav vê korîdorê de derbas bûbûya. Gava digihişt dawiyê, çend jop li milê wî diketin. Piştre gava dizivirî, (nod derece) çend wêneyên min ku birîndar bûme, hebûn û nûçeyên ku li ser vê mijarê hatibûn çêkirin, didîtin. Ew proje jî dikarim bêjim dîsa wek helwestekê bû li hemberî tund û tûjiyê.

Ji bilî wênesazî, peykersazî û performansên te, aliyê te yê nivîskariyê jî heye. Em hinek behsa wê bikin, bi taybetî helbest, ne wisa?

Niha bêtir çîrokên bo zarokan dinivîsim.

Bi rastî? Min digot qey tenê helbest bû! Qet ên çapbûyî hene?

Na.

Lê helbestên te yên çapbûyî hene.

Belê.

Em li ser helbestê biaxivin berê?

Ez helbest pir hindik dinivîsim, helbesta yekemîn di sala 97an de bû.

Wek berhem li başûr çap bûbû ne wisa?

Belê, li Başûr. Yekitiya Nivîskaren Kerkukê çap kirin. Ji sala 97an de dinivîsim elbet, heya niha jî didome. Niha jî bi qasî du pirtûkan helbestên min ên bo çapkirinê hene. Hem klasîk hem modern jî dinivîsim.

Bibore, ji ber ku ew derfeta xwendina helbesten te tunebûn. Di helbestên te yên modern de, bandora helbesta klasîk heye, an navbera wan tu pêwendiyek heye? Hewleke te heye ku tu navbera herduyan de sentezekê çêbikî?

Ez zêde hewl nadim. Min pêşiya xwe vekirî hiştiye. Çawa tê wisa ye. Baweriya min pirr bi bingehê heye. Gava bingeh bihêz be, karkirin û bikaranîna teknîka zêde zehmet nabe. Lê bêguman bandora wan jî çêdibe. Em bi helbestên klasîk mezin bûn. Bavê min û gelek bavên din jî bi kasêt li hebestên Omer Xeyam û mamoste Hejar guhdar dikirin. Pirr ji Sadî Şîrazî jî hez dikir. Me li dibistanê jî gelek helbestên klasîk ên farisî dixwend. Lê piştre helbestên modern pirr zêdetir bandor li ser min çêkir. Hem kurdî û hem farisî. Balkêş e, perwerdeya ku min ji bo wêne dîtibû li Tehranê, ew hinekî teorîk bû, mamosteyekî pir binavûdeng ders dabû me, Rûîn Pakbaz, sê mehan li gel wî mam, pir baş bû bo min. Balkêş e, cara yekem dema min çîrok nivîsand, min dît eyn tablo ye, bingeh eyn tişt bû, lê ew hêmanên wê diguhere. Şûna peyv reng heye, şûna xêz riste heye. Ji ber vê jî, ji wî alî de pir bandora wê hebû. Min tu caran berhemên xwe çap nedikirin, pir kêm kesan dizanî ku ez dinivîsim. Niha jî pir kêm kes dizanin, bi taybetî helbestên klasîk. Du helbestên min bûne stran.

Kê gotiye?

Yek, Mehmed Raûf Kerkukî yek jî Rewa. Her du jî klasîk in. Wek proje jî helbestên min hene. Mînak, yek ji wan, hemû pênas in, dibêjim tav çi ye? Dar çi ye? Sefer çi ye? Evîn çi ye? Pir kurt in, hinek du sê peyv in. Bi qasî pirtûkekê di destê min de hene. Mijarek din ez li ser dixebitim, sêv e. Wek di gunehê yekemîn de.

Wek helbest?

Belê, ew jî bi qasî pirtûkekê çêbûne, hê li ser wan jî dixebitim. Mijar li ser guneh e û wekî form memik û sêv temayên sereke ne.Yek ji mijarên pir balkêş bo min, di folklorê de pir rihet qala memikê dikin. Pir caran qala gotinên erotîk dikin. Ev pir normal tê dîtin, lê niha ez nikarim bêjim. Ez li vir di helbestên xwe de sêvê bi kar tînim. Li ser sêva ku Adem û Hewa xwarine, pir dilizîm. Ew wek proje didome. Hinek hene leyistina bi peyvan e. Bi peyvan dilîzim. Gelek tiştan dinivîsim, carinan jî heya çîrokên zarokan jî min bi helbest nivîsandiye. Ji aliyê nivîsê de jî piralî dişixulim.

Bi giştî tu helbesta kurdî çawa dibînî?

Ez dikarim bêjim ku wekî helbesta kurdî zêde nas nakim, ji ber ku helbestên Bakur û Rojava li hêla soran pir kêm tên xwendin û pir kêm jî li ser tê gotûbêjkirin. Li alî beşa soranî jî dikarim bêjim ku heya niha li asta navneteweyî tu gotinên me nîne. Heya niha helbesta kurdî bala tu cihekî nekişandiye. Pir samimî bêjim piştî ku înternet hat, pir tişt ji binî de guhert. Tiştê herî zêde zerar dît, xwendin e. Piştî hatina sosyal mîdiya, kêm kes tiştê dirêj dixwînin, dem jî nîne, ez bi xwe jî dema ku didim feysbûkê, nikarim bidim pirtûkan. Ew kêmasiyek pir mezin e. Ji ber wê jî, û di cîhanê de jî ez vê dibînim ew meyl hatine guhertin, di nav farisan de jî wisa ye. Helbest wek berê pir eleqa nabîne, Wênevanî jî wisa ye. Tablo, qîmetê wê yê berê pir kêm bûye. Niha fotograf, wîdeoart, performans bi pêş de ne.

Ji bilî van hemû hunerên te, xebatên te yên sînemayê jî hene. Tu dikarî hinek qala wan bikî?

Wek fîlm ku min bi xwe çêkiribe, yek fîlmekî min î kurt heye. 12 deqe ye, li ser sêva mêxekrêj e. Navê wê Ev sêva ku… Min senaryoya fîlmek dirêj heye ku du aktor rola wan sereke ye. Kur bavê wî leşker e li Başûr e, kur ji bavê xwe aciz e, her tim bi wî re şer dike. Xebateke din heye niha, dixwazim li Mêrdînê dest pê bikim.

Bi giştî li ser Mêrdînê ye?

Na, li ser kerên Mêrdînê ye.

Ew ê fîlmekî kurt be?

Na, wê filmekî belgeyî yê dirêj be. Li Amedê jî min tiştek dest pê kiribû, fîlmek li ser kurtanan bû.

Bo çi kurtan?

Ji ber ku li Amedê tenê yek kurtançêker heye. Ji aliyekî din ve, dixwazim Ameda nû û ya kevn jî bidim naskirin. Li gor bernameya me divê di nav salekê de me dest pê bikira. Mixabin nebû.

Çûna te ya Stenbolê heye. Tu yê karibî bikişînî?

Bi rastî, ew kişandina li Amedê çû êdî. Ew ê çênebe. Ji ber ku tu alî piştgiriya me nekir. Tu nikarî bi serê xwe fîlm bikişînî. Ne wek peyker e tu li atolyeya xwe çêbikî. Karekî kolektîf e, pere, teknolojî lazim e. Lê îhtimal e, ew ê li Mêrdînê çêbibe, em li ser diaxivin. Ji bilî van, ez wek dizayner piranî beşdarî gelek fîlman bûme. Du fîlmên sînemayî hene ku tê de beşdar bûm, di yekê de rêvebirê dizanynê bûm. Yek navê wê “King Of Kerkuk” fîlmê Şewket Emîne, Rûnak jî di nav karê dizayna cil û bergên (kotsum) wê de bû. Di filmê Mandû jî de, fîlmê Îbrehîm Seydî, ez bi giştî rêveberê dizaynerê wê bûm. Du fîlmên dirêj ên belgeyî jî Cahşa Spî Hezar û Yek Sêv ku salek berê di festivala Asya Pasîfîk de xelata yekem wergirt. Di wan de jî rêveberê hunerî bûm. Fîlmê Hezar û Yek Sêv li ser sêva mêxekrêj bû. Derhênerê her duyan jî Taha Kerîmî bû ku mexabin 2 sal berê bi qeza canê xwe ji dest da. Taha hem wekî mirov û hem wekî sînemakar li astek pir bilind bû. Ji ber ku hunerên ji bilî sînemayê karên takekesî ne, ew ji sînemayê baştir dimeşin. Wek şano, sînema ev hem pir pere dixwazin hem tu nikarî bi serê xwe çêbikî. Lewma ew li paş dimînin, hêvîdar im hêdî hêdî li ser wan jî bixebitim.

Haya te çiqas ji sînemaya kurdî heye? Tu kê diecibînî?

Wele, pir hene. Ez piranî jî Başûr û Rojhilat dizanim, dikarim bêjim hemû sînemakaran ji nêz ve nas dikim. Têkiliyên min jî ji hemû huneran bêtir bi sînemakaran re zêdetir e. Hevalên min î pir nêzîk bêtir sînemakar in. Em hev ji nêz ve nas dikin. Wekî sînemaya kurdî jî dikarim bêjim niha bizavek çêbûye. Ew bizav jî hêdî hêdî diçe, baş diçe. Li Bakur jî, têkiliyên min hene bi çend sînemakaran re. Lê min zêde fîlm nedîtiye li Bakur. Wek hemî hunerên din, lê bi taybetî sînema stratejî dixwaze, wekî tu huneran nîne. Mixabin ez vê stratejiyê li Başûr, li Bakur pir qels dibînim. Li Rojhilat jî piranî li ser milê kesan dimeşe.

Li Bakur jî ev heye, sînemakarên kurd bêtir li bajarên tirkan li derdora tirkan xwe gihandine. Li gor min wisa xuya ye ku zêdetir li gor ecibandinên tirkan dirûv digirin fîlm an li gor pîvanên ecibandina biyaniyan tên çêkirin. Ji ber ku ew derfetên ku fîlmên kurdî bi dînamîkên xwe bên hilberandin tuneye. Bi taybetî beşdarbûna festivalan dibe armanc. Lewma li gor pîvanên ecibandina biyaniyan senaryo tên nivîsandin.

Ev li Rojhilat jî wisa ye. Pir normal e ku bandora wan çêbibe. Tu nikarî ji wan dûr bikevî. Ev jî heya demekê normal e. Dema di kesekî destpêkê de fîlmên wisa çêbike normal e, lê kesek heya dawî fîlmên wisa çêbike ne normal e. Li ba me, bandora Bahman Gobadî pir heye li ser sînemaya Rojhilat. Behmen bi gundan dest pê kir û niha jî pir tişt wisa dimeşe. Mirov dikare li ser aliyê wî yên baş jî xirab jî biaxive lê dîsa li vir jî wisa ye. Pir kes sînemayê wek amrazekê bi kar tînin. Hin kes jî wek jiyan û evînê bi kar tîne, ewçax kûrahiyek çêdibe. Tu dizanî, hin kes pir baş dest pê dikin lê pir zû jî têk diçin. Li welatê biyanî, ji ber ku bingehek wan baş heye, wisa nabe. Dema bingehek xurt hebe, sîstema sînemayê hebe, serkeftinên wan domdar dibe. Ez îro li Amedê bixwazim fîlmekî çêbikim. Bi çi bikim? Ji derveyî kamerayê tu tişt tuneye. Ne ronahiyek profesyonel, ne dengekî profesyonel, ne kostumên profesyonel… di her tiştî de pirsgirêk heye. Mesela ev li Îranê û li cîhanê jî çawa çareser kirine? Hin kes û şîrket tenê cîhazên sînemayê hene, wan kirê didin bo fîlman. Karê wan ev e. Tîcaretek pirr mezin e. Bi vî awayî gelekî zengîn jî bûne. Ev bi xwe bûye pergalek. Hebûna sînemayê û kultura nerîna li fîlman jî gelek girîng e. Li amerîkayê bi mîlyonan dolar qezenc ji bîneran digirin. Gelek kesên karsaz û kompanî jî tenê bi sînema û hunerê tîcareta xwe dimeşînin. Heya ku ev pergala bingehîn çênebe, zehmet e bikarî qala sînemaya neteweyî bikî. Stratejiya neteweyî bo sînemayê ji alî hikûmetê, perwerdehiya akademîk ya alîyen teknîkî yên sînema û çêbuna tîcareta sînemayê. Niha em dikarin bipirsin gelo çiqas ev sê alî gel me pêş ketine.

Em werin ser grafîkê. Grafîk li dinyayê jixwe hunereke nû ye, îcar di nav kurdan de gelekî nûtir e. Te çawa dest pê kir?

Grafîk hunerek e ku li gor berheman çêdibe. Gelek beşên wê jî hene. Grafîka pîşesazî, çandî, derdor, cil û berg û hwd…. yanê divê berê berhemek hebe, piştre jê re grafîk çêbibe. Pêwîst e çîkolatayek hebe ku grafik dizayn jê re çêbibe, dû re ambalaj jê re çêbibe. Pirtûk
hebe ku karê wê yê dizaynê hebe. Saziyek te hebe ku tu jê re logoyek çebikî. Gelekî ku berhemeke wî tunebe an pir kêm be, grafîk jî xurt nabe. Lê wekî din ji ber ku pir ketiye nav jiyanê jî êdî kes nikare guh jî nedê. Min bi xwe, karê grafîkê bi berga pirtûkan dest pê
kir li başûrê Kurdistanê. Yanî zêdetir grafîka çandî min kar kiriye. Ew aliyekî wê yî aborî jî hebû. Demek dirêj jiyana min û Rûnak bi karê grafîkê dimeşiya. Grafîk rasterast bi bazirganiyê re eleqedar e. Ne wek tabloyekê ku heta neyê firotin pere jê neyê. Piştre me bi dehan afîş, CD, logo û heta dekorasyon jî me çêkirin bo festîvalan. Di pêşvebirina grafîkê de bandora Rûnak li ser min hebû. Ji ber ku Rûnak berê li Îranê grafîk xwendibû, me bi hev re gelek xebat kirin. Dîsa jî şêwaza me gelek ji hev cuda ye.

Mirov çawa dikare bi awayekî kurt grafîkê pênase bike? Te carekê gotibû grafîk sadekirinê fêrî mirov dike û bandora vê li ser peykarsaziya te jî hebû, ne wisa?

Ew sadekirina her tiştî ye. Tu dikarî di wextekî herî kêm, bi tema û formên pir kêm, bîner bigihînî armanca îfadekirina xwe. Bi taybetî di logoyê de bi herî kêm xêzikan tu gerek gelek tişt bibêjî. Di berg jî de ev heye, romanek tê nivîsandin, di vê romanê de çendîn karakter hene, çendîn rûdaw hene, çendîn mekan hene û pir zehmet e ku tu bikarî di nav yek rûpelê de wan bi cî bikî. Bi grafîkê mirov dikare atmosfera wê bide xuyakirin. Mînak, em bêjin keçikek heye, çavekî wê kor e, divê tu bikarî tariyê di jiyana wê de bi cî bikî. Carinan tenê bi rengekî, carinan bi xêzekê gelek tişt dibêjî. Grafîk pir aliyên wê hene. Her diçe berfirehtir jî dibe. Êdî hereket jî ketiye nav. Animasyon ketiye nav. Fotograf û sînema jî ketiye nav. Carinan fotoyek bi xwe dibe navenda berhemeke grafîkî. Ji ber vê jî tu bikarî berhemekê, bo ku zêde bê firotin, tu tiştekî wisa çêbikî ku di hişê mirovan de zû cî bigire. Em dikarin bibêjin grafîk çêkirina nasnameyekê ye bo berhemekê. Nasnameye statîk e ew.

Dema mirov li peykerên te dinêre, tu bi pir kêm malzeme ku piranî jî hesin e, tiştên ku bi rihetî hişê mirov de şênber dibe, çêdikî an zêde tişt dibêjî. Bandora grafîksaziya te heye bawer im li ser vê?

Bêguman heye, mamosteyên min ewilî pir li ber diketin ku ez ber bi pir awayan diçim. Baweriya wan ew bû ku ez li ser resim an xêzkirine bimînim. Ez wisa nebûm û nikarîbûm jî. Destpêkê min hez dikir tiştên ew dibêjin bikim. Piştre min dît ez ne ev im. Ez dibînim ku piralîtî çiqas alîkariya min dike. Sînema çiqas alîkariya min a çîrokê dike, çîrok çiqas alîkariya wênevaniyê dike, wêne çiqas alikariya fotoyê dike. Dibînim hemî jî çawa hevdu xwedî dikin; ji bo min wisa ye, belkî ji bo yekî din ev pir xirab be jî. Ger tenê yekê bimeşîne, dikare gelekî serketî be. Grafîk dîzayn jî bi du awayan bandora wê li ser peykerên min çêbûye. Yekem, sadetir ligel form bijîm û form û bandora wê zêdetir nas bikim û duyem jî cesareta min zêde kiriye. Cesaret li gor min yek ji faktorên pir girîng ên hunerê ye û gavek ligel wê cesaretê, teknîk jî xurt be, berhemên bihêz çêdibin.

Pircureyî zihna te bêtir vedike, dewlemendtir dike…

Bi rastî dixwazim her tiştî baş bikim. Mirov tiştekî dike divê pir baş bike, an neke baştir e. Ev jî pir zeman û tecrube dixwaze. Ezmûna mirov piştî pênc fîlman digire gelekî cuda ye ji ya yekem. Di sînemayê de hemû huner hene, foto, grafîk, wêne, şano û muzîk heye. Sînema bi xwe hunerek pircure ye. Sînemakarek ku wênevanî û grafîk û muzîk dizane, destê wî pirr vekirî ye. Xaleke din jî bala min dikişîne. Di dirokê de gelek zana û hunermend hebun ku piralî bûn û gelek baş jî bun. Îbnî Sîna, Da Vîncî, Omer Xeyam, Jan Cocteau û … wan derveyî çalakiyên edebî û hunerî, bijîşk, stêrknasî, kîmya û gelek zanistên din jî baş nas kirine. Ev nîşan dide ku mirov dikare pircureyî be û serkeftî jî be.

Belê, wek te got pircureyî hunermendiya te xurt dike lê qet dezavantaja wê jî tuneye? Ev nake ku li ser cureyekî nikaribe kûr bibî, berhemên serkeftîtir biafirînî?

Bi rastî ev bi xwe nîgeranî ye, lê rastiyek e jî. Lê ez bi xwe tu caran wê hîs nakim. Ez tenê aliyên wê yên erênî dibînim. Gava tu grafîk zanibî, tu baştir li berhemên li muzeyê dinerî. Ger min grafîk nizanîbûya, niha ew hesta li hemberî wê berhemê bi min çêdibe, wê nebûya. A din, ez tenê li ser grafîk şixulîbûma, hemû hêz û potansiyela xwe bidaya ser wê, belkî jî heta niha tiştên pir cuda çêbûbûya. Ev jî heye. Lê ez nikarim vê bikim.

Heta niha me behsa performansên te, wênesazî, fotogirî, sînema, grafîk kir. Bawer im hunera herî dereng te dest pê kiriye peykersazî ye, ne wisa?

Dikarim bêjim belê.

Ger peykersazî ya dawîn be, wê ji hemû hunerên din para xwe girtiye an azmûnên te ji hunerên din wergirtiye, niha te ew kiriye peykerên xwe. Lewma em dikarin bêjin, peykersazî lûtkeya hunermendiya te ye?

Nizanim… ger nemirim ez ê bimeşînim. Niha du tiştên ku ji bo min nû ne, yek ezmûna çîrokê ye û pirtûkên bo zarokan e. Min çîrokên bo zarokan li Amedê dest pê kirin, peykerên bi hesinan jî li Amedê dest pê kir.

Te li Başûr jî çêdikir lê malzemeyê te cuda bûn.

Li Hewlêrê sê peykerên min ên mezin hene. Çawirwan ku mijara wî li ser enfalê ye, deh metre û nîv bilindahiya wî heye. Yekî mezin ji hesin çêkiribû berê. Lê ev ê hûn dibînin bo min jî ezmûneke nû ye. Peykersazî niha ji tev huner zêdetir min bi xwe mijul kiriye û ji çêkirina wan jî pirr hez dikin. Hestekî wekî afirandin dide mirov. Lê niha çîroka zarokan jî ji bo min girîng e. Projeyek min heye, min 10 çîrokên bo zarokên Kobaniyê nivîsiye. Dikarim bêjim pir orjînal û taybet in.

Ev projeyeke çawa ye?

Niha em li gel du weşanxaneyan dixebitin. Hêvîdar im çêbibe. Lê projeya ku eslî me çêkiribû, a bo zarokên Kobaniyê bû. Min û Rûnak me şeş mehan bi dildarî dersên wêne dan zarokên Kobaniyê. Gelek wêneyên xweşik çêkirin. Di destê me de jî çîrokên gelêrî hebûn. Min got çima em bi xwe nanivîsin. Çîrokên me tên ecibandin, hinek îroyî ne, li ser zebrayê, ser kangro, ser axtapot in, yanê pir cuda ne. Hêvîdar im di demên pêş de dema hat çapkirin, wê nirxandina wan bê kirin. Projeyek din a bo çîrokên zarokan wê li Mêrdînê çêbibe. Gava pêşangeha min li muzexaneya arkeolojiyê ya mêrdînê çêbû. Bo çend berhemên dîrokî ku li muzeyê ne, ji bo wan min çîrokê zarokan nivîsandin.

Mînak?

Mînak, ew du şêr hene ku xencerek jî bi wan re heye û li hemberî hev sekinîne. Min bi lawikekî 7 an 8 salî diyalogek îroyî bi wan du şêran çêkiriye. Bi vî awayî didome. Dixwazim her du cure çîrok wek set, deh û deh, bên çapkirin.

Çîrokên bo zarokan çima ewqas bala te dikişîne?

Nizanim. Ya, her dem tiştekî nû tê. Di vê pêlê de jî ev hat. Belkî jî ew zarokên Kobaniyê pir bandor li ser min kirine. Ji bilî van, elbet peyker karê min î esasî ye ku li ser dixebitim niha. Li Amedê atolyeyek min çêbû, dixwazim bo vê gelek spasiya Xana Zêlûyan bikim ku ev cî bê pere dan min. Cara yekem atolyeyek min çêbû. Ewilî min bi dara dest pê kir dora 15 berheman, piştî vê bi hesinan çêbû. Ji sedî zêdetir, 130 berhem çêbûye heta niha.

Tu yê bi hesin bidomînî an tu yê malzemeyên xwe biguherînî?

Na, niha nafikirim malzemeya xwe biguherînim. Niha tiştekî din jî heye li Mêrdînê peykerekî 4-5 metreyan bo muzeyê çêbibe. Ew ê jî bi hesin be. Belê wek te gotibû, sadekirin pir girîng e, tu dikarî bi awayekî pir sade tiştên pir girîng bêjî. Ev wek empresyonîst bi xwe dibêjim, kêmtirîn dem, kêmtirin xêz, zêdetirîn gotin.

Tu 11 salan li Başûr jiyayî. Li gel gelek karên din te li wir çend peykerên mezin çêkirine. Dikarî hinek qala wan bikî? Ew ji çi çêbûn? Kevir bû?

Li wir sê peyker çêbûn, her sê jî li Hewlêrê ne.

Ji bo kê çêkiribû te an kê ji te xwestin?

A yekem, sala 2009an de çêbû. Ev azmûna min a yekem bû ligel du hevalên xwe, Mujde Cemal û Keyhan Mehmedî. Niha li otel Çarçirayê ye. Xwediyê otelê ji me xwestibû, Îrfan Zengene. Ew mirovekî pir baş bû mixabin pir zû çû rihmetê. Pir alikariya hunerê dikir. Bilindahiya wê du metre ye, bilûrvanek û keçikek e, govendê dikin. Vê ji helbestek mamoste Abdula Goran îlham girtibû. Peykera duduyan li Hewlêrê li Akademiya Kurdî ye, bilindahiya wê çar metre bi hesin çêbûye. Ew tecrubeya yekem bû ku bi hesîn çêbû, ligel hevalê xwe Keyhan Mehmedî me çêkir. Yan sêyem jî, li ser pêşniyaza televizyona Zagrosê bû. Bi taybetî jî hevalekî me delal Zahawî Sencavî yek ji rêveberên televizyonê bû ew bi xwe sînemakarekî gelek baş e. Ser pêşniyaza wî ji bo Enfalê ew çêbû. Navê peyker “Çawirwan” yanê “çavlirê”ye. Niha li Hewlêrê li ser riya Kerkûkê ye. Dema li Germiyan me her du fîlm Cahşa Spî Hezar û Yek Sêv ku hevalê min ê derhêner (ku mixabin du sal berê çu ser dilovaniya Xwedê) Teha Kerîmî çêdikir, li wê derê jî tiştê bala min kişand, ew kesên ku çavê wan li rê bûn. Ev extiyar bûn, çîrokên wan pir trajîk bûn bi rastî. Mînak, jin û mêrek extiyar hebûn, hemû zarokên wan enfalkirî bûn, tim jî baweriya wan hebû ku wê rojekê vegerin. Kengî biçûna derekê, mifteya xwe didan cîranên xwe, digotin “dibe ku heta em werin zarokên me werin.” Ev çavlirêtî her hebû. Jinek li gundekî li Germiyan, her şev ciyên zarokên xwe yên bo razanê çêdikir, bi îhtimala ku şevekê vegerin. Dîsa jinek hebû, mirîşk û çûkên wan hebû, hemî navê zarokên xwe dabû wan: Hêmin, Kejal… yanê dîsa jî ligel wan dijîn, îjar gelek kesên wisa hebûn. Kek Ibrahîmî Seyîdî û Zahawî Sencavî fîlmek bi navê Hemî Dayikên Min çêkiribû; ew fîlm di gelek festîvalên cîhanê de hate nîşandan. Li Parlamenta Swêdê, li kongrêya Amerikayê jî hate nîşandan. Mijara wî fîmî jî wisa bû. Hemî ew çaverantî bo min jî girîng bû, min got gelo ez dikarim çi bikim? Di dawiyê de ew peyker derkete holê.

Siheta te xweş, hêvî dikim ev berhema te ya giranbiha bibe yek wesîleyan ku ev karesat qet neyê jibîrkirin. Ruhê ew zarok û dayikên wan her şad bin. Gelek spas.

Share.

Leave A Reply