Anahidayek ji Helbesta Kurdî (Roj)Hilatiye

FERZAN ŞÊR

Puxte: Jiyan bi hemû hêlên xwe ji kozmosa mezin heya ên herî mîkro/atomîk ji aliyê mêran ve wekî qada mêran, kozmosa mêran hatiye pênasekirin. Ne tenê kozmos, tiştên teolojîk û metafîzîk jî wiha ne. Jiyan, madeyî û maneyî, jiyaneke fallîk e. Edebiyat jî, helbest jî ji vê pênasê ne bêpar in. Helbesta kurdî yekcar wiha ye. Di helbesta kurdî de Nahîd Huseynî bi amûrên xwe yên hunerî vê bandora m/nêrbûnê şikandiye. Bi tekaneyîbûnê re takbûnê, bi oxymoronê re dualîbûna hişk (jin û mêr) ko û nerm kiriye û ya dawî jî bi xwendina mîtan re jî ne ku dîroka jinan nivisandiye, veqetandeka “dîroka mêran” ji peyva “mêran” paqij kiriye.

Peyvên sereke: semiyotîk, tekaneyî, oxymoron, helbesta femînîst, hêmayî. Destpêk

Gelek rexnegir û ramyar dema behsa nêr-navendî ango pederşahiya qada edebiyat û nivîsê dikin metaforên “qelem”û “pênûsê” bi kar tînin. Qelem “kelam”a erebî bi bîra me dixe, lê siûda me kurdan e; ji bo fahmkirina meselê zelaltir bike, pevşibîna penîs û pênûsê heye. Pênûs wekî qada wan kesên ku xwedî penîsê ne (?)… Bi awayekî dîrokî jî tê riwayetkirin ku yekem pênûsa mirovahiyê penîs e. Ev nêrîna nêrnavendî ya “avakirî” her çiqas xwe bispêre kodên genetîk ên mêran jî, em ê nekevin nav nîqaşeke biyolojik. Lê ev fahma “nêrnavendî” li gor qadên din ên jiyanê bêtir di qada edebiyatê de ji hêla jinan ve hatiye şikandin. Ev yek bi giştî, bi tîpa mezin di Edebiyatê de wiha ye lê belê gelo bi taybetî di edebiyata kurdî de çawa ye? Di edebiyata kurdî de cureya herî xurt ya edebiyatê helbest e û qad ji hêla mêran ve hatiye dagirkirin ango bêtîrî mêr pişta xwe dane vî karî. Mela, Xanî, Cegerxwîn, Arjen Arî, Berken Bereh, Şêrko Bêkes, Evdila Peşêw… Mirov dikare behsa gelekên din ên ku qedrê wan ji ên jimartî ne kêm in bike, lê tevde mêr in. Bi hêsanî em dikarin bibêjin ku helbesta kurdî helbesta mêran e. Di vê nivîsê de em ê bibînin ku Nahîd Huseynî bi pirtûka xwe ya bi navê Şevek Bi Şeytên Re ev tabû şikandiye/dikuje. Di helbesta Nahîd Huseynî de sê tişt bala mirov dikşînin: Forma ez, oxymoron û hêmanên mîtolojîk. Em ê otopsiya berhemê bêtir li ser van her sêyan bikin û bibînin ku qada edebiyatê ne tenê ya mêran e.

Eza Tekane, Emên Pirane

Yek ji wan qaydeyên ewil forma Ez e. Bi awakî xudriste mamoste Arşevê Oskan, dema helbestên min xwendibû vê yekê rê min dabû ku “divê helbesta serbest bi forma ezê» bê nivîsandin. Forma Ezê (ne ku vebêjera ji devê Ezê), yanî tekaneyî di her cureyên edebiyata modern de biqîmet e. Lê di helbestê de hîn biqîmettir e lewra helbest zû dibe “al» û li ba dibe. Ji hêla girseyan ve zûka dikare bê “deformekirin”. Helbet di helbestê de forma “Em”ê pirjimar jî tê bikaranîn. Lê forma Emê piranî bi zimanekî propogandayî, ji bo qerabalixan û ji bo çepikên popûlîst kêrhatî ne, ne ji bo hunerê ne. Belkî mirov mînakên awarte û “Em”ên teswirkirî jê derxe wê qeneateke rasttir derkeve holê. Ji bo min Em û Ez di helbest û vegotinê de bêtirî mesafeyan diyar dikin. Li gor şêwe û armanca vegotinê dibe ku biguhere lê ji bo helbestê forma Ezê bêtirî nêzî mirovan e, ne hewceyî dengekî derveyîn û vebêjer e. Loma dema helbest bi forma Ezê bê nivîsandin derbirîneke “tekaneyî”, dema bi forma “emê» bê nivîsandin jî derbirîneke “piraneyî” saz dike. Piraneyîbûn ji ber ku li holê, eşkere û zelal e dibe ku zêdehî hewceyî bi hunerê nebîne, lê di “tekaneyîbûnê” de mirov ji bo xwe bigihîne wê fikra piraneyî lazim e hunereke xurt bi kar bîne. Di helbesta Nahîd Huseynî (Şevek Bi Şeytên Re) de piranî helbest di nav “ez” û “tu”yê de saz dibe, her çiqas piranî mêr be jî ew tu, carinan dibe jin jî. Ji bilî çend mînakên awarte bi piranî helbestsaziya Huseynî bi forma Ezê ye. Mînak di helbesta “Di Hesreta Baraneke Koçkirî De” (de) bi forma Ezê dest pê dike derbasî forma “Em (me)”ê dibe: “me reş dibînin/ me reş dinivîsin/ çend zelal in em/ di nav gemara/ vê gerdûnê de” (60). Di berdewamiya van ristan de mijara Ez û Emê zelaltir dibe û derbarê helbesta Huseynî de nêrîna me berfirehtir dike:

me silav/ li bin xist/ libinketinê silav da me/ em şikestin/ hûrbûnê em kirin/ neynik/ Ax… Eşrefî[1]/ bawerim Xwedê aşiq bû/ wê roja ku eşq afirand/ Xurpînî nasî/ dil afirand/ Zilam bû/ jin afirand/ wê jî eşq afirand/ eşqê jî em…/ Em xurpiyan…/ veciniqîn/ Çend tirsonek aşiq dibin/ çendî şermîn/ hest dinasin. (61)

Di xwendina helbesta Nahîd Huseynî de ev ristên jêgirtî ji bo dîtina cudahiyên Em û Ezê mînakeke balkêş e û aşkere ye. Ez him qala kesekê, jinekê, hestên wê dike û hem jî ber bi dawiya helbestê bi vê beşa jêgirtî re em dibînin ku behsa gelek jinan, yanî behsa Jinan dike. Helbesta wê ji serî heya binî bi vê şêwazê biçûya belkî ji bo dîroka femînîzmê, ango ji bo meseleya xwendina femînîst ji bilî refleksê pê ve bi kêrî tu tiştî nehata lê forma Ezê wê hêza xwe ya hunerî, di rexneya femînîst de saz kiriye. Bi Eza Nahîd Huseynî re êdî em dikarin di helbesta kurdî de behsa femînîstiyê (di vê helbestê de) bikin.

Lihevkirina Jin û Mêr: Jinemêrî

Nahîd Huseynî helbestvaneke jin e, me behsa “ez û tu”yê kir li jor, ev dualî (du bendên ji hev cuda, dûr û nêzî hev, duhêlî, dudilî) yek ji wan stûna qewîn e di helbestsaziya wê de. Di helbesta xwe de ji bo sazkirina hêmayên xwe gelek caran serî li Oxymoronê dide, yanê wateyên xwe bi peyvên dijber xurttir dike. Çend nimûneyên ji helbesta wê wiha ne: “were nav dojehtirîn/ buhuştên min/ bila agirê buhuşta te/ ya lanetkirî/ diyarî te bikim” (10), “demsalek e/ sar û bi şewat […] ev demsal/ di nava ziwabûna xwe de/ xeniqiye” (18), “Sarbûnek e/ dev bi volkan e/ û volkanek e/ dev bi qeşa ye” (20), “tu yê serê xwe yî/ agir girtî/ li kîjan berê sar bidî/ henaseya xwe yî agrînî/ di seqema kîjan/ awata xwe de/ bikî hilm/ pencên te yên sar/ valahiyan dibirin/ dilê te yî germ/ eha.. nema lê dide” (47) her wekî din mirov dikare hêmaya volkan û pêl, diyarekî nediyar, tawan û bêtawanî jî wekî van hêmayên jorîn binirxîne.

Gelek helbestvan serî li hêmayên oxymoronên mîna “agirê sar, qeşeya agirîn, kevirê nerm” didin lê hêmasaziya Nahîd Huseynî gelek caran wekî şêwaz dubare dibe ku divê xwendineke nêz bala xwe bidê û gumana tiştinan jê bike.

Tina Chanter di gotara xwe ya “Psikanalitik ve Post-yapısalcı Feminizm ve Deleuze [Psîkanalîtîk û Femînîzma Post-strukturalîst û Deleuze]” de dema behsa metafîzîka Rojava dike ji bo têgehên dualî wiha dibêje: “ger metafîzîka Rojava bi hinceta dabînkirina pergalên dualî (zên/beden, aqil/azwerî, jîrî/madde, raserî/navxweyî) saz bûbe […] zên, aqil, jîrî û raserî bi awakî nêr teşe girtine, dijberên van jî bi awakî mê teşe girtine” (106). Mirov dikare efendî û kole, serdest û bindest, ked û sermaye, xweza û çand hwd. lê zêde bike. Em ji amûr û alavên rojane jî dizanin ku gelek tiştên mîna cer û cerbader, prîzên karebeyan gişt bi hêlên xwe yên nêr û mê tên pênasekirin. Hêla tûj mêr e, hêla qul jin e. Ger bi têgînên Krîsteva em bêjin fallokrasî û fallogosentrîzm li hemû qadên jiyanê, ji ramyarî heya nivîsê, ji helbestê heya karsaziyê li her derê desthilat e û tim li hemberî xwe “jinek» jî saz kiriye. Rexneya femînîst geh li dijî vê desthilatiyê, bi awayekî refleksîf dijberiya mêran kiriye, hêz daye jinan geh jî li riyek sêyemîn ku vê dualîbûnê serobino bike geriyaye. Nahîd Huseynî jî bi oxymorona di helbesta xwe de vê yekê dike bi ya min.

Li gor Tina Chanter ger ramyariyên femînîst “ramana pederşahî wekî ku blokeke monolîtîk pêk bîne, gelemperî bike û ger nêrîna ku hemû wate wekî ku ji ‘sembolîkeke’ hegemonî derketibe bidomîne wê nikaribe ji tişta ku Nietzsche dibêje ramana bertekî bireve” (93-4). Thina Chanter vê nêrîna xwe bi veguhastina pêşniyazeke ji Deleuze didomîne: “femînîzm ji dêvla ku xwe li cem xeta şêweya fikrî ya ku xwe dispêre dijber û bertekan saz bike, divê xwe bide afirandina cihê wateyên nû, îcadkirina şêweyên nû ên fikrî, hilberîna têgehên nû” (95). “Em vê yekê di oxymoron û hêmasaziya Nahîd Huseynî de peyda dikin. Em ji hêmayên wê yên dualî (dijber, dudilî, dubendî) dikarin nimûneyan otopsî bikin. Bo mînak, qeşa-sarbûn û agir-volkan û germbûn. A asayî ev tiştên ku ne gengaz in bên cem hev, ango bên cem hev yek ji wan li ser ya din hukm dike, yanî av dikare êgir vemirîne, agir jî dikare avê bike hilm û gulm, bi vê şêweyê tên cem hev, hevdu ji hêla hukmê ve betal dikin. Di afirandina hêmayên dijber de ev şêwe berê me dide wê riya sêyemîn a wekhevîxwaz ku bi wê riyê hêma jî hîn xurttir dibe.

Ji nû ve xwendin û nivîsandina mîtan

Di helbesta Nahîd Huseynî de navên mîtolojîk jî bala mirov dikşînin: Ehrîmen, Anahîta, Şehrazad û Dionysos. Ehrîmen di mîtsaziya Avestayê û mitolojiya Rojhilatê de (faris-kurd-?) wekî Xwedayê xerabiyan tê nasîn. Di helbesta “Qernewal” de wiha dibêje:

tu di kîjan qernewala/ eşqa yezdan de/ hatî xwar/ te zengoya hespê xwe/ ber bi kîjan/ dojehê ve bada/ di taristana temenê/ kîjan periyê de/ te dilê xwe kir/ dîtineke Ehrîmenî/ çend gunehbar bûm/ bi şerma lêvên xwe/ di dema bişkivîna/ yekemîn berê maçeke/ efsanewî de. (13)

Di vir de “tu”, evîndarê mêr bi hemû alavên xwe ên romantîk ber bi maçekê ve diçe, her tişt wekî “oxymorona” jorîn berovajî bûye, cihwara evîndariyê ne bihuşt e, dojeh e; ronahî nîne taristan e û dîtina Ehrîmenî bi maçkirineke şermîn û efsanewî diqede. Di helbesteke din de êdî têkiliya vebêj û Ehrîmen hîn zelaltir dibe. Navê helbestê “Piyalek Li Gel Ehrîmen” e: “Eva demsaleke din e/ ji min serî hildide/ demsalek e/ sar bi şewat […] ev demsal/ di nava ziwabûna xwe de/ xeniqiye” (18), me amadeyî hêmayên pêş-şabûn û pîrozkirê gunehbariyê dike. Ne payîz e, ne jî bihar e. Dûre bi awayekî balkêş, “û asoyek bi rê ve tê/ne sor e… ne kesk e/ ne zer e… ne spî/ demsaleke din/ dest pê dike/ demsala derewên/ renga” (19). Di vir de em dûrbûnek ji “ala rengîn” dibînin, û her wekî di hemû helbesta wê giştî de motîfa welêt ew çend ne xurt e. Ev jî bi ya min helwesteke “femînîst” e ku êdî di Kurdistanê de di hemû şaxên wê de mijara “jinê” ji her du aliyên xwe ve (ji hêla mêran û ji hêla jinan ve) gelek şîlo ye. Carinan doza welêt dikeve ser a jinan dixwe, carinan jî doza jinê wêneya mezin a xelasiya ji dagirkeran xumamî dike. Loma ev mesafeya ku jin di navbera xwe û welat (wekî ku em dizanin welat ji hêla têgeha namûsê ve, wekî jin tê teswîrkirin), ji bo sazkirina wê Eza tekane gelek girîng e. Di vê helbestê de em wekî şûngirê Ehrîmen laqê peyva Şeytan tên: „Şeytan di cendekê/ vê demsalê de/ geş dibe/ û cizbe dike/ de bila ji Şeytan/ dest pê bikim/ belko Şeytan/ elîfbaya vê toba min be/ secde dikim li pêş agirê/ semaya xwe û Şeytan” (20). Em dibînin hemû pîroziyên olî ber bi ya “xerab” ve hatiye berovajîkirin. Ji vir jî xwendineke wiha dertê; jinê ku wekî hevalê şeytên hatiye pênasekirin, ji bo ku xwe bide qebûlkirin kevir navêje şeytên, ji dêvla bertek û redkirin, lihevkirinek saz dike. Ji bo dîroka evîndariyên efsanewî ev ”îade-î îtîbar” e bo Şeytên.

Şehrazad di helbestê de wekî biyanîbûna henaseyê tê teswîrkirin: “û biyanîbûn ji henaseyên/ Şehrazada Erdelan” (17). Di vir de min dûrbûn an nêzbûnek di navbera vebêjer û Şehrazad de nexwend, bi min ne diyar e jî. Lê belê pirjimariya „henaseyê“, ji bo her şeva ku Şehrazad çîrokan dixwîne û ji mirinê difilite pênase dike. Li ser Şehrazad mirov nikare bi awayekî jixwebawer û esehî bibêje femînîst e, ji ber ku dawiya dawî arezûya mêran jî têr dike, lê hêlên wê yên femînîst hene. Fîgura şahînşahên ku mirovan dikujin, di mîtolojiya Rojhilatê de pir tên bikaranîn, em Kawayê hesinkar û Dehaq bînin bîra xwe. Wekî qehremanî Kawa ji bo rizgariyê Dehaq dikuşt. Di vir de Şehrazad wî nakuje, riyeke sêyemîn dibîne.

Anahîta ji xwe Afrodît û Kybeleya Rojhilatê ye. Ne hewce ye zêdetir mirov li ser binivîse, lê divê em diyar bikin ku navê Nahîd jî ji Anahîta tê, ku ev jî dike ku em xwendinek biyografîk î femînîst jî li ser vê yekê bikin. Yek ji wan nîşaneya din a biyografîkî jî navê gundê wê (Dozexdera) ye. Loma him helbesta wê, tevî hunera xwe him jî ew bi xwe di navenda femînîzmê de cihê xwe digirin.

Dionysos di kitêbê de wekî “Xwedawenda meyê ye li ba Yûnaniyan” (52) hatiye têbînîkirin. “Min rengê keziyên xwe/ di cama Diyonîzos de da kir/ û di ferhenga/ eşqa şevê de/ min pişta xwe da/ ronakiya stêrkê/ û serxweşiya xapandina/ çavtariyê” (52); di vir de û di beşa li pey vê jî, “serxweşê destê Diyonîzos” (53), hêma wekî ku hatiye têbînîkirin bi “serxweşiyê” hatiye pênasekirin. Bes ev agahî ji bo estetîka Dionysosî têr nake, kêm e. Nietzsche di Tragedya’nin Doğuşu [Zayîna Tragedyayê] de di ser nimûneya muzîk û teraşê, estetîk û afirandinê dixwîne. Di vê fehma estetîka Nietzscheyî de Apollonî di ser teraşê de, teşe; Dionysosî jî di ser mûzîkê re coşbûyîn û sermestbûnê wekî du hêlên hevdu şîrove dike. Ger di helbesta wê de Dionysos qet derbas nebûna jî, ji xwe di vê çarçoveya Nietzscheyî de mirov dê bigota ev berhem ji hêla estetîkê ve Dionysosî ye, herçiqas helbestvan ango edîtor têbîniya xwe bes bi “serxweşî» û “Xwedawendê meyê“ bisînorkirin bin jî. Ji teşeyê bêtir wate li pêş e.

Dema mirov dîroka mirovahiyê dixwîne, Dîrok bi tîpên mezin bi xwe jî ya serdestan, ya mêran e. Loma li gor arezûyên mêran, di kirdehiya wan de hatiye nivîsin, tê nivîsîn. Rola jinan di vê dîroknûsiyê de roleke pasîv e, paşguhkirî û bi ser de jî bi hêmayên neyinî xemilandî ye. Hawa kiriye ku Adem ji bihûştê bê qewirandin loma jin wekî mar hatiye teswîrkirin, jin bûye hevalê şeytên ango temsîla şeytên. Gelek metnên wêjeyî, çîrok, hwd, bi rabêjeke mêrane kirasê qirêjbûnê li jinan kiriye. Çîroka Lût em bînin bîra xwe, ên ku ew dixapandin qîzên wî bûn, em ji wêjeya kurdî Xanzad û Ferxeyê (şûbirayê wê) di romana Gulên Şoran de bînin bîra xwe. Xanzad wekî ku serê lêwik xweş kiribe û pê şa bûbe dihat pêşkêşkirin. Nexwe pirseke wiha dertê ”ger dîrok, wekî mottoya “History is His story”, ya mêran be, di vegera wê de çi xêr heye gelo?” Julia Kristeva di hevpeyvîna xwe ya bi navê “Gerçek Özgürlük Başlangıç Yapmaktır [Azadiya Rastîn Destpêkirin e]” de wiha vediguhêze ku “peyva serhildanê ji vegerê tê. Ji bo destpêkeke baş divê [mirov] vegere paş” (180). Beriya vê jêderkê jî, şîretek li dijî wê “berteka refleksîf» jî dide, wiha dibêje: “Û wekî ku Kant jî bi mafdarî destnîşan kiriye azadiya rastîn destpêk e. Bi awayekî din azadî, ne ku înkarkirin ango bêhukmkirina tiştê pêşî, bi bidestxistina însiyatîfê re destpêkirinek e” (179-80). Destpêk hem ji bo destpêkirinê hem jî vegera destpêkê, vegera li yên pêşîn gelek girîng e.

Rexneya femînîst dem, hiş û motîvasyona xwe ya mezin dide xwendina “ên berê”, ji ber ku “mêrbûn û nêrnavendî” kokên xwe ji wir digire. Lê ji-nû-ve-xwendin bi tena serê xwe tiştekî nabêje ji me re. Gelek bizav, rexne û ramanên din jî berê xwe didin “ên berê”, wan ji nû ve dixwînin, ji nû ve şîrove dikin. Ev meseleyeke ramyarî û domdarî ya karê mirovan e. Ji bo xwendina femînîstan, “ên berê” bi awakî psîko-analîtîk, psîko-antropolojîk jî gelek girîng e. Sazûmana nêrnavendî, fallokratîk bi girêka odîpûs a Freud, li dû wê sazûmana Sembolîk ya Lacan re di teoriyê de cihekî girîng digire. Desthilatdariyên din di navbera jin û mêran de bi her awayî ger derveyî bedenên wan be, aborî û hêz filan û bêvan be her û her dikare bê çareserkerkirin û demokratîzekirin, lê bi awayekî “(ne)xwezayî, biyolojîk, anatomîk di nav wan de “hundirandî” be, têkoşîna jinan hîn zehmettir e. Loma di vê newekheviya di navbera jin û mêran de ya girîng bi ya min teoriyên psîkanalîtîk in.

Ji ber ku roleke “şoreşgerî” daye zimanê helbestê (tevkariya lingûîstîk) û şîroveya nû li vê sazûmana Sembolîk a Lacananian kiriye, semiyotîka Julia Kristeva di nav teoriyan de cihekî xurt digire. Di berhema xwe ya bi navê Ruhun Yeni Hastaliklari [Nexweşiyên Nû yên Ruhî] de wê Sembolîk wekî “avakarina rabêja li gor rêgezên axaftinê yên mantiqî û rêzimanî” (119-20) bi nav dike, li gor Kristeva Hêmayî jî, wekî temsîla stratejiyên (projeksiyon, projeksiyona navxweyî û hemyekbûn), hêmaya bedenê, pêvajoyên prîmîtîf ên ku hêmayên Ez û Adin dilivînin (120). Kristeva cudahiyekê dixe navbera wateya zimanî û watedarkirina zimanî. Wate ji hêla wektorên sehekî (deng: melodî, rîtîm, reng, bêhn hwd2.) ve di pêvajoya prîmîtîf de teşe digire, li gor wê ev yek semiyotîk e (hr3). Watedarkirin, di Nîşaneyan (sign, gösterge) de, di sazkirina hevoksaziya van nîşaneyan de pêk tê (hr). Em hinekî din zelal bikin; Krîsteva di hevpeyvîna qalkirî de diyar dike ku semiyotîk, bi rewşa berîzimên ya zarok ve (trans-linguistîk) girêdayî ye û wiha didomîne: “Dengên ku zarok berî-zimên dike, dûre ew [zimên] di nav zimanê helbestê (language-poétique) de ji nû ve dertê. Qesta min ji sembolîkê jî ew çalakî û kêliya zimên e ku bi bikaranîna zimên re melodî û rîtîm vediguherin dibin peyv û hevok û peyameke hişmend vediguhêzînin“ (Krîsteva, “Gerçek Özgürlük Başlangıç Yapmaktır” 176). Di navbera têkiliyên hêmayî û sembolîk ya Lacan û semiyotîk-sembolîk de (di ser xwendina kitêba Revolution In PoeticLanguage [Şoreş di Zimanê Helbestê de] ya Krîsteva re) behsa çalakbûna semiyotîkê dike. Semiyotîk ne asteke ku zarok di geşedana xwe ya biyolojîk de li paş dihêle, ew der di asta sembolîk de, di watesazkirinan de çalak e (veguhastin Chanter, 99). Li hemberî stabîlbûna zimanê Zimannasiya Binyadger, bi çalakbûna semiyotîk re, Krîsteva zimanekî «Temamker” datîne. Li gor veguhastina Chanter, ev zimanê temamker, tiştê raser, teqez û teolojîk pirsiyar dike (hr). Ji vê hêla zimanê “Temamker” ve helbesta Nahîd Huseynî ne bes pirsiyar dike, bi awakî çalak wan “raserî, teqez û teolojiyê” serobino jî dike.

Di hûrguliya xwendina Kristeva de taybetmendiyên helbestê jî, ne bi tîpên mezin helbest lê nava helbestê, hundirê wê jî tê pênasekirin. Melodî, rîtm metonîmî, metafor hwd. tê de derbas dibin. Ji vê hêlê ve em nikarin heman tiştan ji bo helbesta Nahîd Huseynî bibêjin. Lewra ji hêla melodî, rîtm û deng ve ne temamî be jî, kêmasî hene. Zimanê mirov di xwendinê de “detone” dibe. Ji hêla metaforan ve ne xurt e. Ev meseleya deng (rîtm, melodî, hwd.) belkî ji ber wergerê pêk hatibe, divê em ji bîr nekin, her ku ji soranî hatibe wergerandin/adaptekirin jî dawiya dawî, ji sedî sed ne “dengê“ helbesta Nahîd Huseynî ye. Her wekî din şopa veguherînên nûjen ên kurdî jî ji helbesta Nahid Huseynî ve xuya dibe. Em dêhna xwe bidinê em ê bibînin ku her ku diçe di helbesta kurdî de rist ji hêla peyvan ve, ji hêla hejmara peyva ve kêm dibin. Em helbestên Cegerxwîn bînin bîra xwe belkî ne tevahî be jî Arjen Arî, Rojen Barnas, Evdila Peşêw, Ehmed Huseynî bînin bîra xwe, ev helbestvan risteyek xwe bi gelek peyvan pêk tînin, carinan jî ristek wan ji peyvekê pêk tê. Lê piraniya helbestvanên vê demê, helbestên vê dema îroyîn wekî jimar, kêm peyvan bi kar tînin. Ev veguherîna di helbestê de di ser metaforan de dikare wekî pêdiviya xurtbûna hêmayan, metafor û metonîmiyan jî bê şîrovekirin, Lewra helbest li gor cureyên din ên edebiyatê xwe hewcehiya gelek peyvan nabîne, roman û çîrok bi dehan rûpelan bi sedan peyvan dikarin derdê xwe vebêjin. Lê helbest bi kêm peyvan vê yekê dike, îcar di serdema îroyîn de ew kêmbûn yekcar kêm bûye. Nexwe ji bo afirandina wateyê, vegotina kulê (kula hunerî-mirovî), divê bêtir hêz bide peyvan. Di vê çarçoveya kêmbûna peyvan û xurtbûna hêmayan de rêjeyek berovajî heye, û li gor vê rêjeyê di helbesta Nahîd Huseynî de peyv heya bêjî bes kêm in, jê kêmtir nabin, lê li hemberî wê hêma “ewçend” ne xurt in.

Encam

Di edebiyata kurdan de ên ku her li pêş in, pêşengiyê dikin mêr bûne. Jin wekî hêmayên xurt encax di berhemên wan de ji xwe re cihekî “qedirnas” dîtine. Ev yek di nav qadên polîtîk de şikestiye, nemaze jî di nav karên çekdarî de, her wekî li ber çavê dinyayê ye li Kobaniyê, jin ji xwe re cihekî “heqkirî» bi dest xistine. Em di vê serkeftina jinan de dema li dîroka xwe ya nêz dinêrin, em dibînin ku tiştekî bi navê “kotaya jinan” jî heye. Mijara kotayê ku neheqiyek e li keda jinan. Tehakuma nêr ya li jinan handîkapên mezin in ji bo xwendinên femînîzmê. Helbesta Nahîd Huseynî ne bi kotayê, encax wekî kedeke helal/bidestxistî dikare bê xwendin. Di helbesta wê de sê tiştên sereke dertên pêş; ez, oxymoron û jinûvexwendina mîtan. Bi vebêjeriya Ezê tekaneyîbûn û takbûnê daye ruhê helbesta xwe, bi oxymoronê re dualiyên di navbera “nêr û mêyê” de şikandiye, vê yekê jî ne ku ber bi mêbûnê ve ajotiye, ber bi deriyekî sêyemîn ve vekiriye. Serîlêdana fîgurên mîtolojîk û bijartina sembolên ku femînîzm qedr dide wan û çanda pederşahî ew navno dikin ji bo helbestvaneke femînîst tiştekî ji rêzê ye\ lê vegera wê û ji nû ve xwendina wan, şikandina sazûmanên “raser, teqez û teolojîk” şoreşek e. Her wekî din dubendiyek di helbesta wê de dertê holê ku dema vê yekê dike, tiştê ku rola şoreşê daye cureyê helbestê, yanî deng û sazkirina deng, li gor formên din hebekî li paş maye.

1 Di pirtûkê de hatiye têbînîkirin ku “Eşrefî navê jineke dîn e, ji şarê Sine” (59).

2  Di berhema qalkirî de Tina Chanter di kevanekê de van pêvajoyên prîmîtîf wekî “tîrbûn û çerixandin, metafor û metonîmî, pêdivî û xwest” vediguhêse (99).

3  ji dêvla “ibid”ê hatiye bikaranîn, tê wateya “heman rupelê”.

 

ÇAVKANÎ

Chanter, Tina. “Psikanalitik ve Post-yapısalcı Feminizm ve Deleuze”. Wer. Zeynep Direk. Cogito 58 (Bihar 2009): 93-129.

Huseynî, Nahîd. Şevek Bi Şeytên Re. Wer. Dilşa Yusuf. Çapa 1. Stenbol: Weşanên Avesta, 2007. Kristeva, Julia. “Gerçek Özgürlük Başlangıç Yapmaktır». Hevpeyvînkar: Hülya Durudoğan.

Cogito 65-66 (Bihar 2011): 175-186.

—- Ruhun Yeni Hastalıkları. Wer. Nilgün Tutal. Çapa 1. Stenbol: Weşanên Ayrıntı, 2007.

Share.

Leave A Reply