Helbesta Kerîm Deştî: Hesreteke Ezelî di Bendewariya Evîneke Ebedî da

Xwendina du defterên Helbestan “Dirextî Direwşanewe” û “Dirextî Xamûşî”

EBDULXALIQ YEQÛBÎ – JI SORANÎ: MÊHDÎ JAFARZADEH

Puxte: Kerîm Deştî helbestvanekî hevçerx ê başûrê Kurdistanê ye. Helbesta wî bi taybetî jî du defterên “Dirextî Direwşanewe” û “Dirextî Xamoşî”, ji aliyekî ve koka xwe di zemîna nerîtê û ji aliyekî din ve jî di zemîna modernîteyê de xurt kiriye. Helbestên wî xwedan taybetmendiyeke zindî û herikbar in û li pey xwesteka mijar û ramanên sereke ne. Dînamîzm û hereketa di helbestên wî de yekalî û sabît û mirî nîne. Form û pêkhatên zimanî di helbestên Deştî de ji bo afirandina etmosfêreke modern, bi riya sûdwergirtin ji xusûsiyeta naskirî ya helbestên klasîk çê dibin. Hêdî hêdî wateyên modern dertên û di encamê de berhema ku tê ber çavên xwendevanan, hem dengê rabirdûya niştîmanê û nerîtê di guhê wan da dimizmizîne û hem jî dengê modernîteyê di nava xwe de dihewîne. Ji bo zelalkirina vê yekê, ez di vê gotarê de hin mînakan ji form û naveroka helbestên wî raberî we dikim.

Peyvên sereke: Modern, hesret, klasîk, evîn, nerît.

Destpêk

Helbestên Kerîm Deştî koka xwe ji du nerît û keleporên gewre werdigirin: Nerîta helbesta klasîk a kurdî û nerîta helbesta modern a rojavayî. Herwext ku helbestên Kerîm Deştî nêzîkî pîvan û taybetmendiyên du nerîtên navborî dibin, hin berhemên serkeftî û çêjbexş tên ber çavan ku xwendinbar û herikbar in. Bi heman rêje, her dem ku ew ji pîvan, taybetmendî û siruşta van du nerîtan dûr dibe cureyekî ji cureyên yek-rehend (one dimensional), qels û tenik tên hilberandin.

Dibe ku bê pirsîn: Helbestvanê ku hêviya modernbûnê di serê wî de heye, çima qala nerît û keleporê dike? Nêrîna min ev e ku eger helbestvanek bixwaze serkeftî be nikare xwe ji nerît û keleporê dûr bixe. Bi ya min eger helbestvanên modern ji deq û metnên ku berî wan hatine nivîsîn haydar nebin tu carî nikarin berhemeke serkeftî hilberînin. Ji bilî vê yekê jî tu helbestvan nikarin berhemeke nû hilberînin ger ku ev tiştên berî wan hatine nivîsîn û keşfkirin dubare bikin. Loma jî xwendina kelepor û rabirdûyê bi vê wateyê ye ku helbestvan bi hişyariyeke zêdetir bikare metnekê biafirîne û di vê metnê de jî taybetmendiyên ciwanînasiyê hebin; ji bo xwendevanan nû be û ew bikarin bi riya wê ji cîhan û jiyanê baştir fêhm bikin. Helbestên Kerîm Deştî di vî warî de gelek nizmî û bilindî derbas kirine, pirî caran serkeftî ne û hin caran jî kêmasî tê de hene. Lê belê ev jî siruşta helbestvanekî bawermend û westannenas bi eslê afirînerbûnê ye ku li riyeke nehêsan û asê, xwe hîn bike ka çawa hilkişe bilindiyan û xwe bigihîne ser pozikan.

Helbestên Kerîm Deştî ji aliyekî ve koka xwe di zemîna keleporê û ji aliyekî din ve jî koka xwe di zemîna modernîteyê de xurt kiriye. Helbestên wî xwedan taybetmendiyeke herikbar û zindî ne. Li pey daxwazên mijar û ramanên sereke ne û dînamîzm û teşeya wan yeksan, bêhereket û mirî nînin. Qalib û pêkhatên zimanî di helbestên Deştî de, bi riya sûdwergirtin ji taybetmendiyên kesên binavûdeng ên di warê helbesta klasîk de ji bo berhemanîna etmosfêreke modern, hêdî hêdî di encamê de tiştekî raberî xwendevanên xwe dike; di heman demê de ku dengê rabirdûya nerît û dîroka welêt di guhê xwendevanan de dimizmizîne, guhdariya deng û xwestekên nû di vê serdemê de jî dike. Xwendevanên hûrbîn ên helbestên Deştî hem ji wateyên veşartî yên pêwendîdar bi jiyana îronî haydar dibin û hem jî ew dikare wan vegerîne serdema berê ya şanazîbar yan tijî şermezarî.

Deştî di afirandina xewn û xeyala mirovên kurd di nava helbestên xwe de kêm zêde di wan cihan de bi ser ketiye ku wêne û dîmenên rabirdûya mirovên kurd dariştine. Pirî caran dengê helbestên wî dibin nûnerê mirovên kurd û bi zimanekî lêvrêj û têr ji wesfên helbestvanane û dûr ji durişmebazî û asayîbêjeyên helbestên lawaz yên îronî ne. Bi baweriya min “hesret” nimûneyek ji girîngtirîn bîr û temayan e ku pêkhênera cîhana helbestên Deştî ye û di berhemên “Dirextî Direwşane” û

“Dirextî Xamûşî” de bi berdewamî tê qalkirin û dîmensaza cureyek evîna ruhî û ebedî-manewî ye. Ku em dikarin bibêjin Deştî felsefeya bûyina mirovê cîhana xwe yan cîhana mirovê xwe li ser bingeha hesretkişandineke ezelî ji bo jidestdana cureyek evîna ebedî dadimezrîne. Di helbestên Deştî de pêwendiya di navbera evîn û mirov de, ku “hesret”a tê de nîşandêra pûçiya hebûna niha ya mirov di cîhan û jiyanê de ye, binemaya xwe ji xweza û kokên wê werdigire û bi vî rengî ye ku ew dibin diyalogên nemir û berdewamiya dengê helbestên wî ligel kevir, ba, gul, giya, çol, çiya, ewr û rojê. Hizûra berbiçav a siruşt û kokên wê di helbestên Deştî de tenê nabin bi hizûreke fîzîkî û madî ku destek bidin bi afirandina ciwaniya siruşta niştîmanê bo rêzgirtin li ciwaniyên niştîmanê (ev tişt bo nimûne pirî caran di ceribandina helbestên klasîk ên sedsala bîstem de tên dîtin: Wek ceribandinên Qan’ê, Pîremêrd, Seyd Kamîl û Hejar û hwd.), lê belê dibe bi hizûreke organîk û zindî ku tê de mirov û siruşt dibin du parên jihevcudabûyî yên gerdûnîbûnê û tesîra du aliyan di encamê de hem diyarkera çarenûsa mirov e û hem jî diyarkera çarenûsa cîhanê.

Dubendiya felsefî û ciwanînasiyê di helbestên Deştî de, di vê yekê de ye ku pirî caran “tu” tê ser zimanê “min” ê bêjer û axêverê metn û helbestên wî. Lê belê tu caran destê “min” nagihîje wê. Bi nêrîna wî, “tu” ji ber piralîbûna xwe û ji ber ku li her derê heye, her der û her tişt dagirtiye, veşartî û nenaskirî ye. Wek rojê ku eger em bixwazin bibînin û binasin, ne tenê şiyana me ya lênêrînê tune, lê belê eger em bixwazin lê binêrin çavên me azarê dibînin û em seheka xwe ya dîtinê jî ji dest didin:

Çî bikem baş e?
Bowey tozê bwestît û wiçan bigirî Rohim le sîmat gîr bibê we Destim dawênî to bigirê
To ey şûşeyîtirîn zê to
To ey nadiyartirîn rê to
To ey tobawîtirîn cê to
(Dirextî Direwşanewe, r. 4)

Xala girîng û pêwendîdar bi fikr û ramana sereke di vê gotarê de şêwaza danûstandina Deştî ligel temaya hesretê û dariştina form û zimanekî wisa ye ku ew bi awayekî binhişane vedigere ser kok û regeza zêdebikarhatî ya helbesta klasîk. Wek nimûne di helbestên Mehwî de dijberiya di navbera “roj” û “şevnêm”ê de wek sembolek ji bo nîşandana hevpêwendiya mijarê (correlative objective/ T. S. Eliot) xuya dibe ku di nava malika helbesta xwe de bi kar aniye:

Le her cêyek hellê xurşîdî îşqî gullrrûxan mehwî Eger eqlî bibê, lew cêge awingî eql çi bika?

**** To ke derkewtî mepirse çî be ser dê giyan û dil Halletî şewnim temaşa ke be weqtî rojhelat

Di nimûneya “Nalî” de ku dijberiya di navbera “yar” û “roj”ê de ye, lê berevajiya îmajên Mehwî vê carê “roj” e ku bi hatina yarê û li hizûra wê meydanê vala dike û winda dibe.

Le xewfî tel’etî roj her weku şêt Be rûzerdî hellat û kewte kêwan

Deştî di helbestên xwe de her tim temaya aşina ya cîhana helbestên klasîk dubare dike, lê belê helbestên wî tenê teqlîd û kopîkirina mîratên helbesta kurdî nîne û ew her tim atmosfêrek û şêwazeke zimanî ya modern diafirîne. Ango dema ku xwendevan rastî berhemên wî tên, metneke nû dibînin ku li berawirdkirina mîratên berê bi awayekî cuda danûstandineke ciyawaz ligel wateya hesretê û pêwendiya cîhana bedew bi çarenivîsa mirovan dike.

Têgihîştin ji wateyên “hesret”ê di helbestên Deştî de pêwendîdar bi têgihîştin ji cureyek pêwendî ye ku “min”a di helbesta Deştî de bi “tu”ya windabûyî û nediyar a wê “min”ê ve girê dide. Deştî hewl dide ku vê pêwendiyê di zimanê helbesta xwe û ceribandina jiyana asayî de, bi hevdu bigihîne û di vê riyê de jî çêja formîk û wateyî di berhemên xwe de çê û berbelav bike:

Birîqey ziywînî yadêke
Le hezar geweda depirrjête dirizî brînm Çawim pirr le şewqî rê deka
Birîqeyi ewînî dêrîne
Biyabanî ewînim pirr awî zê deka

(Dirextî Direwşanewe, r.34) ****

To ebedî minî le rohî kurtxayenima Min satewextî tom le ewînî ebedîta

(Dirextî Xamoşî, r.38) ****

Min weku ba be hemû layekda helldekem keçî carê rêm nekewte daristanit
Min wek rûbar be hemû layekda ret debim Bellam hergîz nageme kenarî to

(Dirextî Xamoşî, r. 39) *****

Ta ebed
Werewe êstakeş westawim Kitêbêkî tenhay naw refem

Baranêkî wirdî asmanim Dirextêkî tenhay biyabanim Lutkeyekî befrawî çiyam Kerwêşkeyekî xemgînî

Naw pawanê tijî giyam. (Dirextî Xamoşî, r.136)

Lê belê hin caran jî ev pêwendî dikeve nava bazinê û di hundirê metnên Deştî de şêwazeke çewt û yek-rehend li xwe bar dikin. Ji vî aliyî ve wate bi terzekî derasayî tên xuyakirin û rêjeya çêja ravekirina metnê ta radeyekê ji ber çavan dikeve.

Minîş wek to şewqî ewînim helldeçê Meger sûtaw
Xeslletî sûtêner nagrê

(Dirextî Xamoşî, r.37)

Di vê berhemê de “şewqî evîn helçûn”, ravekirineke nû û xweşik e lê piştî wê helbesta “meger sûtaw xesletî sûtînewe nagirê” ji ber zêde bêperdebûn û sadebûna zimanê beyankirinê, tiştekî ji bo tehlîl û venêrîna xwendevanan nahêle.

Yan di helbesta jêr de dubendiya sohbetê ta radeyekê eşkere û sabît di navbera esman û erdê de, wate û forma helbesta wî dixe rastayekê ku derfetê ji xwendevan re nahêle li wateya formîk û watenasaneya metnê venêrin.

Asman dilî hênde nerm e Carcar weku minall degrî Bellam zewî hênd dilrreq e Le manay giriye nazanê

(Dirextî Direwşanewe, r. 88)

Kerîm Deştî bi van du berhemên xwe hewl daye bi zimanekî xweşform û rewanbêj, hin caran jî sade û rasterast, raz û nihêniyên ku nîşandêra hesreteke ezelî ya “min” di helbestên wî de ne, beyan bike. Ev “min”a wî muştaq û hêvîdarê gihîştina bi evîneke ebedî ya wê “tu”yê ye ku bi awayekî paradoksî di her cihekî da hazir û amade ye. Lê belê her tim jî veşartî û nedîtinbar e. Hizûra “tu”yê mereqdar (metlûb) a “min” a di helbestên Deştî de ji cinsa van “tu”yan e ku di berhemên helbestvanên klasîk ên kurdan de, bi taybetî jî di helbestên “Mehwî” de xuya û berçav in. Û wisa bandora xwe li helbestên Deştî danîne ku kokeke kûr a watenasane ji helbestên klasîk tê meydanê û bi vî awayî helbestên wî dibin beşek ji danûstandin û diyaloga navdeqîbûna (intertextuality) ceribandina helbestên klasîk û modern ên kurdî. Ji aliyêkî din ve ziman û nêrîna helbestên Deştî ji hebûn û kapasîteya cîhana modern sûdê werdigire û kokeke wê ya din jî tecrubeyên helbesta modern e. Ji ber vê yekê jî pêwendiya xewn û fantaziyên “min”a di helbestên Deştî de vedigerin ser cîhaneke modern ku ew bi xwe jî tê de jiyaye, û di hest û hîsê wî de jî nifûz kiriye û vê yekê, xwe di nava reftar û ramana wî de jî nimandiye. Bi vî rengî eger em li danûstandina Deştî ya ku di navbera du berhemên “Dirextî Direwşanewe” û “Dirextî Xamûşî” wî û mijara “hesret”ê de ne binêrin, em têdigihîjin ku berhema helbestvanekî dixwînin ku hem ji hêviya wateyî ya mîrata helbesta kurdî dûr neketiye û hem jî rastiyên cîhana modern kiriye bingeha mijara xwe ya fermî û “min”a helbesta xwe bi şêwazekî guhertiye ta bi zimanekî biaxive ku têra xwe lêvrêj ji nîgeraniya însanekî modern e ku bibe nîşaneya hesreteke ezelî di bendewariya evîneke ebedî de!!!!

Diwa gellay ew direxteş werî Temenim be ser çû nehatî serwerim Rojê dê ke minîş wek gella biwerim

(Dirextî Direwşanewe, r. 33).

Share.

Leave A Reply