“…pêlava min ji taca mîrî bilindtir e…” Hevpeyvîn Ligel Mueyed Teyib

FEXRIYA ADSAY – MIHEMED ŞARMAN

Di vê hejmarê de me xwest helbestvan Mueyed Teyib ku ji başûrê Kurdistanê ye û li bakur bi Dîwana xwe ne ba min siwar dike/ ne ax min peya dike tê naskirin, ji nêz ve nas bikin.

Helbestvan Mueyed Teyib di sala 1957an de li Dihokê ji dayîk bû. Ji dibistana seretayî heya lîseyê li Dihokê xwend. Di sala 1978an de dest bi fakûlteya Hiqûqê ya zankoya Bexdaye kir. Di radyoya Kurdî û heftenameya Hawkarî de xebitî. Di van salan de wek helbestvan hat naskirin. Di sala 1982an de ji ber gefên rejîmê dev ji xwendina xwe berda û beşdarî şoreşê bû û bû pêşmerge. Di 1983an de li Swedê bi cih bû. Di kovara Erbenaggê de xebitî û demek bi şûn de bû sernivîskarê kovarê. Di 1996an de vegeriya Kurdistanê. Di sala 2002an de weşanxaneya Spîrêz ava kir. Di sala 2011an de di kiryareke terorîstî de bi giranî birîndar bû.

Muayed Teyib yek ji pêşengên helbesta kurmancî ya Başûr tê qebûlkirin. Helbestên wî bo zimanên weke erebî, farisî, îngilîzî, swêdî û tirkî hatine wergerandin. Çendîn vêkolînên akademîk jî li ser helbestên wî hatine amade kirin.

Berhemên wî: Stran û berf û agir, Helbest 1992; Piling dema birsî bibinmirov dema têr dibin, Helbest, 2012; Keskusor, werger, 2012; Aştî û viyan, helbest bo zarokan, 2009; Me navêt tundûtujî Helbest, 2009; Parzînkê şîr û çîrokan, berhevok bo zarokan, 2010.

Di bihara 2014an de dîwana cenabê te ji nav weşanên Avestayê derket. Ez ne şaş bim, yekem car helbesteke (an zêdetir bû?) te hê di sala 1979an de di kovara Medya Güneşi de hatibû weşandin. Ne wisa? Ji kerema xwe tu dikarî ji me re qala serboriya xwe ya wê demê Medya Güneşiyê bikî?

Yekemîn helbesta min li sala 1978an, li heftînameya Hawkariyê belav bûye. Hawkarî heftînameyeke kurdî bû li Baxdayê derdiket. Duwemîn helbesta min jî bi navê “Ho Bêriyê”, hunermendê hêja Tehsîn Tahayî kire stran û di wê demê de vê stranê pirr deng veda. Li sala 1987an,
wê demê ez penaber bûm hevalê min nivîskarê hêja Mehmûd Lewendî ji min xwest ku ez helbesteke xwe bidimê ji bo ku wergerîne ser zimanê tirkî û li kovara Medya Güneşi, helbesta min bi kurdî ne bi tirkî belav kir. Di wê hejmarê de tenê helbesta min bi kurdî bû, nivîsarên dî hemû bi tirkî bûn. Paşî min zanî li ser helbesta min dozgerê giştî dawe li kovarê kiribû. Her di wê kovarê jî de helbesteke din li ser Helebçe belav bû. Anku Medya Güneşi yekem kovar bû helbestên min li bakur belav kir. Di van salên dawî de, çendîn caran ez hatime bakur û li bajarên Cizîrê, Amedê, Mêrdînê min semîner dane û helbest xwendine. Her weha li sala 2009an ez beşdarî fêstîvala helbesta cîhanî li Stenbolê bûm. Di sala 2014an de jî Avesta dîwana min çap kir û ez pirr kêfxweş im ku helbestên min li bakur tên xwendin.

 Te bi xwe demekê pêşmergetî jî kiriye û di parlamentoya Bexdayê de parlamenterî jî kiriye. Yanê di jiyana te de her dem giraniya siyasetê hebûye. Gelo ev giraniya siyasetê bo helbestvaniya cenabê te bandoreke erênî an neyênî çêkiriye?

Ez ji malbateke kurdperwer û têkoşer im. Her ji destpêka şoreşa Barzaniyê nemir li sala 1961an, bavê min û du birayên min hatine girtin û bi salan di zîndanên Iraqê de man. Ji heft birayan ku ez ê herî biçûk im, kes nemaye neketibe zîndanê yan pêşmergetî nekiribe. Di malbateke weha de, tiştekî pirr siruştî ye ku ez jî li ser şopa wan bi doza gelê xwe ve bêm girêdan û têkoşîna wan berdewam bikim. Bê guman vê tekoşînê di helbestên min de reng vedaye. Lê min nehiştiye ku helbesta min gotareke siyasî û siloganîk be. Min her dem giranî daye ser aliyê hunerî. Li cem min forma helbestê bi qasî naveroka wê giring e. Ez li wê baweriyê me ku naverok bi tenê têr nake ku helbesteke bedew bê afirandin û naverokeke baş formeke bedew dixwaze. Bê wê helbest dê bibe silogan û gotara siyasî ku mixabin helbesta kurdî ji destê vê nexweşiyê dinale. Ji serdema Ehmedê Xanî ku yekemîn helbestvanê berxwedanê bûye û heya îro em helbesta bergiryê dinivîsin, dîsa jî nimûneyên bilind di helbesta kurdî de ji aliyê estetîk ve pirr hindik in.

Gelo cenabê te derbarê pêwendiya helbestvan, nivîskar û rewşenbîran ya bi siyasetmedar û desthilatdaran re çawa dinirxîne?

Derbareyî pêwendiya di navbera siyasetkar û hunermendan de, gelek hatiye gotin û nivîsîn. Eger em siyasetkaran bikin du beş:

  1. Siyasetkarên desthilatdar û sitemkar. Ev bê guman, diviya hunermend li aliyê gel bin û dijî wan şer bikin. Ji ber ku huner ku nûnertiya bedewî û çakiyê dik, bi siruştê xwe pêşvero ye. Pêwîst e her dem li bereyê gel be û dengê wî be. Ne ku bibe zirnabêjê desthilatdaran.
  2. Siyasetkarên şoreşger yên ku serkêşiya gelan dikin di têkoşîna rizgariyê de. Digel van cure siyasetkaran bê guman diviya pêwendiya wan dostane be. Lê tenanet ”hetta” li vir jî divê hunermend bi serê xwe bin û nebin darê destê wan. Siyasetkar û hunermend du dîtinên cuda hene bo jiyanê. Hunermend divê xwedî dîtin û boçûnên xwe bin û ne her tiştê siyasî dibêjin û dikin rast bibînin.

Bi kurtî ez dixwazim bibêjim divê siyasetkar guhdariya hunermendan bikin ne berovajî. Li nav hemû neteweyên zindî û şoreşên mezin siyasetkaran rêz li hunermendan girtiye û îlham ji dahênanên wan wergirtiye. Her neteweyeke hunermendên wê paşkoyên siyasetkaran bin, ew netewe neteweyeke paşkeftî ye û ew hunermend jî kor û kole ne.

Herî zêde kengî îlham an motîvasyona nivîsandinê li ba te xurt dibe?

Îlhamê demekê taybet nîne. Carinan dîmenek, gotinek, xemek yan êşek dibe serekaniya îlhamê. Tenanet ew îlham jî hemî gava ne wek hev e. Carinan dawiya

helbestê bo min hatiye carinan destpêka wê. Carinan min kariye wê îlhamê bikim helbest lê pirr caran jî di destê min de miriye. Îlham proseseka pirr aloz e. Helbestek carinan bi salan di serê min de maye. Carinan jî bi çend rojan yan çend deqîqeyan min helbestek nivîsiye. Derbarê vê mijarê projeya pirtûkekê di serê min de heye ku li ser serbora xwe ya helbestê binivîsim. Hingê ez dê bi awayekî berfireh li ser diyardeya îlhamê binivîsim.

Li gor cenabê te di guherînên civakî de rola helbestê heye? Ger hebe ev roleke çawa ye?

Bê guman helbestê roleke mezin gêraye û digêre di jiyana takekesan û civakan de. Carinan helbestekê gelek rakiriye ser piyan. Ez bawer dikim hemû şoreş û serhildanên kurdan îlham ji dîbaceya Mem û Zîna Ehmedê Xanî girtiye. Rola helbestê û hunerê her dem roleke erênî bûye di jiyana kes û civakan de. Ji ber ku her wekî min berî niha jî gotî, huner bi siruştê xwe pêşvero ye û peyama bedewî, rastî û dadperweriyê di dest de ye.

 … Ne ba min siwar dike Ne ax min peya dike…

Ev her du risteyên li jor ku bûne navê dîwana te jî, dema mirov wan dixwîne bi carekê ve ta’meke xurt ya edebî dide lê mirov hîs dike ku helbestvan ev di demek pir bêhêvî de nivîsandiye. Cenabê te çi dibêje bo vê?

Li sala 1988an, ew şeş sal bûn, ez ji mala xwe dûr ketibûm. Di wan şeş salan de min tu xeberek ji mala xwe nebihîstibû. Hevalekî min ku nuh ji welêt hatibû Swêde ez agahdar kirim ku bavê min û du birayên min wefat kirine. Du birayên min pêşmerge bûn. Enfal bi ser Kurdistanê de hatibû. Payizên Swêdê jî pirr xedar in. Şevên wê 20 saetan dirêj in. Rojên wê pirr kurt û sar in. Di rewşeke weha de, jiyanê çi tam heye û helbestek jî di vê rewşê de hatibe nivîsandin te divê çawa be.

 … Sed Bekirok
Di xwîna wî xwe ya reş bigevizin Sed Mem û Zîn
Li ser kelexê wan bileyizin
…. (r.56)

Di vir de û çend helbestên din de tu gelek caran ji helbesta klasîk, bi taybetî ji Mem û Zînê referans didî. Bi gelemperî tu ji helbesta klasîk çawa çiqas sûd digirî? Tu pêwendiya helbesta klasîk û modern çawa dinirxînî?

Edebiyata folklorî, klasîkî û mîtolojiya her neteweyekê canê wê ye. Serekaniya îlhamê ye ji bo nivîskar û hunermendên wê neteweyê. Ehmedê Xanî îlhama xwe ji Mem û Zîna gelêrî girt û Mem û Zîna xwe afirand. Bê guman edebiyat, mîtolojî û dîroka me, jêdereke îlhamê ye bo min û dibine hêmayên helbesta min. Ew ji bo min nasname, man û hebûn in.

Di helbesteke xwe de dibêjî “…pêlava min ji taca mîrî bilindtir e…” Nizanim tu vê risteya xwe dixwazî çawa şîrove bikî. Di nav siyaseta kurdan de ez ne bawer im ku hunermend xwedî gotin û erkekî ye. Li Bakur rewş wiha ye, li Başûr çawa ye?

Ew helbest li ser gencekî kurd e, ku sibe dê bê sêdardan ”îdam” û gazî diya xwe dike û jê re dibêje, ku sibe şahiya wî ye. Ew bi şehîdbûna xwe pirr şanaz e. Dixwaze diya wî jî şanaziyê pê bike. Êdî dibêje ku sola wî ji taca sultanî bilindtir e.

Ez bawer dikim tu pirsek cuda behs dikî. Mebesta te pêwendiya di navbera siyasetkar û hunermendan de ye. Min di bersiva pirsek din de ev çend zelal kiriye. Hunermend nabe bibe paşko bo siyasetkaran. Eger li Bakur rewş weha be ev bê guman rewşek nebaş e. Li Başûr weha nîne. Hunermend û rewşenbîr xwedî dîtin û helwêsta xwe ne. Gelek caran rexne li siyasetkaran tê kirin. Di dîwana min de, çendîn helbest hene ku rexneyên gelek dijwar in li rewşa siyasî û siyasetkaran. Bi kurtî, ez dibînim ku her hunermendek her tiştê siyasetkaran rast û dirust dibîne ew hunermendekî kor û kole ye.

Di piraniya hunera kurdî de meseleyên takakesî kêm in, gotin ne bi serê xwe ye, pariyek an amûreke civakê ye. Huner ne bi çavê xwe, bi çavên bûyerên tund, bi çavê dîrokê şexs/kesayetan ji xwe re dike mijar. Li gor cenabê te ev yek hunera kurdî hinekî lawaz nahêle, an berê wê nade ber bi dîdaktîzmê, xisarê nade estetîka wê?

Helbestvan jî kur yan keça civaka dem û cihê xwe ye. Bi azarên civaka xwe diêşe û bi xewn û şahiyên wê jî şad dibe. Tiştekî normal e ku rewşa civaka wî/wê di berhemên wî/wê de reng vedin. Tiştekî rewa ye hunera wî/ê peyamek hebe. Lê ya giring ew e, çawa derbirrînê ji wan azaran dike. Hemû şakarên bilind ên edebiyata cîhanî peyamek hebûye yan heye. Lê tiştê ku berhemekê nemir dihêle çawaniya afirandin û derbirrînê ye, aliyê wê yê estetîk e.

Ez bi te re me. Edebiyata me ya devkî bêtir nêzîkî derûnê takekesî bûye. Bêtir derbirrîn ji azar û xewnên mirovê tak kiriye. Di edebiyata me ya nivîskî de, ji berê û heya niha du gotar li ser zal bûne. Gotara dînî û gotara siyasî. Lê di nav wê edebiyatê jî de, şakarên bilind hene. Melayê Cizîrî bi awayekî bilind derbirrîn ji gotara xwe ya dînî kiriye. Ehmedê Xanî jî bi aweyekî pirr bedew derbirrîn ji gotara xwe ya siyasî kiriye. Lê pirraniya helbestvanên piştî wan hatin bi şêweyekî gelek sade derbirrîn ji van her du gotaran kiriye. Seydayê Cigerxwîn di gelek helbestên xwe de reklamê ji Marksîzm – Lenînîzmê re dike. Bê guman ev şêwe ye berhemê edebî qels dike. Lê di van berhemên Cigerxwîn de helbestên bedew jî hene.

Bi kurtî, ez dixwazim bibêjim ku mijar bi serê xwe nabe sedema qelsbûna hunerî belku awayê derbirrînê ji wê mijarê ziyanê dide eger bi sadeyî hatibe behskirin. Hunermend pêwîst e şîretkar nebe. Şîretan li xelkê neke.

Tu ji bakurê Kurdistanê kê dişopînî? Li gor te hunermendê kurdan çiqas haya wan ji hev û berhemên hev heye? Cenabê te danûstendina edebî ya di navbera Bakur û Başûr de çawa dibîne gelo? Berhemên soranî wergera wan li Bakur bo kurmancî çêbûye lê yên Bakur an kurmancî kêm hatine wergerandin bo soranî. Ev yek dike ku haya me ji hev nebe. Gelo wek weşangerekî xebat û hewldanê we hene û bo çi ev kar baş nameşe?

Parçebûna Kurdistanê, nebûna yek elfabeyê, nebûna yek zimanê standard, asteng in di riya nivîskar û xwendevanên me de ku hevdu nas bikin. Carinan tu dibînî nivîskarek pirr navdar e û pirr tê xwendin li parçeyekî Kurdistanê, lê heman nivîskar li parçeyekî dî yê Kurdistanê qet nayê naskirin. Di vî warî de Kurdistana bakur çalaktir e. Hayê kurdên Bakur bêtir ji parçeyên dî heye. Weşanxaneyên bakur bêtir li berhemên nivîskarên parçeyên dî xwedî derdikevin. Ez bi xwe hewl didim hayê min ji edebiyata kurdî bi giştî hebe. Ez bi her du zaravayên kurmancî û soranî dizanim. Hayê min ji edebiyata her duyan heye. Mixabin ez bi zazakî nizanim. Ev kêmasiyek e ez pê diêşim. Ji helbestvanên bakur Rojen Barnas, Berken Bereh, Arjen Arî, Yildiz Çakar û gelekên dî dişopînim.

Ji bo kurdên Behdînan, pirraniya wan elfabeya latînî nas dikin, dikarin berhemên li Bakur çapkirî bixwînin, ji bo wê jî me wek weşanxaneya Spîrêz gelek hewl nedaye em berhemên bakur veguhêzin elfabeya erebî. Her çend me hindek berhem veguhaztine.

Ji kerema xwe tu dikarî bi giştî derbarê kar û xebatên çandî de qala Başûr bikî? Herî zêde ez vê miraq dikim: Ji bo çandek an vîzyoneke hevpar ku hemû

kurdistaniyan wek neteweyekê di nav peywendeke demokratîk de nêzî hev bike, tê sazkirin? Bo vê niyet armancek heye gelo? Karê tê kirin têr dike? Pêşniyazên te çi ne bo her siyasetmedar an rewşenbîrên her çar parçeyan?

Îro li seranserî Kurdistanê du gotarên serekî hene: Gotarek neteweyî seranserî kurdan bi yek netewe dizane kar ji bo avakirina dewleteke serbixwe dike. Gotarek lokalî ku ne tenê kar ji bo hevgirtina Kurdistanê nake, belku dixwaze ew parçeyên heyî jî parçe bike. Hêzên siyasî yên karîger jî li meydanê li ser van her du gotaran dabeş bûne. Mixabin ez dikarim bibêjim ku gotara lokalî ji ya seranserî bihêztir e. Desthilat jî îro di destê siyasetkaran de ye ne di destê hunermendan de. Ez dibêjim ew kurdê ku dewleta kurdî bi xeyal û çop dizane kurdekî belengaz e. Ew kurdê bawer jî dike ku kurd dikarin di çarçoveya Tirkiyeyê, Îranê, Îraqê û Sûriyeyê de bi mafên xwe şad bibin hîn belengaztir e. Bi dîtina min kurd divê ji bo avakirina dewleta xwe ya serbixwe bên perwerdekirin. Ji derveyî vê ya her tezek betal e.

Rojeke cenabê te çawa dibore? Tu dikarî hinekî qala rûtîna xebatên xwe, jiyana xwe bikî?

Bi rastî çu caran du rojên min wek hev nînin. Ji bo wê jî ez nikarim behsa rûtîna jiyana xwe bikim. Tiştê ez dikarim bibêjim ev e ku ez her şev pirr dereng radizim. Pirraniya rojan jî dereng ji xew hişyar dibim. Carinan mehekê yan du mehan ez rojane şeş heta heft seetan li ser hev dixwînim carinan jî mehekê ez tiştekî naxwînim. Carinan di heftiyekê de min du helbest nivîsîne. Carinan bi mehan min tiştek nenivîsiye. Lê ez niha jî xwediyê weşanxaneya Spîrêz im û her roj çend saetan li wir kar dikim.

Li dawiyê, ez pirr spasiya kovara Zaremayê dikim ji bo vê hevpeyvînê.
Spasiya hunermendê hêja Serhad Bapîr dikim û daxwaza serkeftine ji bo wî dikim.

18 – 11 – 2015 Duhok

Share.

Leave A Reply