Helbesta Kurdî Ya Modern Li Başûrê Kurdistanê: Pêşkêşkirineke Kurt[*]

LEYLA NADERÎ – JI ÎNG: UMRAN ARAN

Di sedsala bîstem de di warên cuda de gelek guherînên gerdûnî yên curbicur pêk hatin ku mirov dikare li cem gelek neteweyên Rojhilata Navîn şopên van guherînan bibîne. Dijwariyên herêmî û siyasî yên wek jinavçûna xanedana Osmanî, serweriya Şêx Mehmûd li Îraqê di bin bandora Brîtanyaya Mezin de û encamên Şoreşa Oktoberê ya 1917an, bûyerên karîger ên sereke bûn. Başûrê Kurdistanê ji destpêka sedsala bîstem de xwedî dîrokeke neseqamgîr (unsteady) bû. Piştî Şerê Yekem ê Cîhanê aşkere bû ku artêşa Brîtanî ya li Îraqê, ne hevalbendê Kurdistanê bû. Wê bi awayekî ciddî plan dikir ku kurdan ji ber refaha wê ya berçav a di lîderiya Şêx Mehmûd de bitepisîne. Wê demê rejîma tirk li vê herêmê li pey berjewendiyên xwe bû. Lê belê di sala 1922an de Şêx Mehmûd bû qralê başûrê Kurdistanê. Wî li hember desthilata siyasî ya wê demê serî hilda û li bakurê Îraqê qraliyeteke kurd îlan kir. Hingê hikûmeta Brîtanî û Îraqî hema bêje ji mecbûrî hiştin ku kurd di nav Îraqê de qraliyeta xwe kontrol bikin. Rastiya êşdar ew e ku ne tenê li başûrê Kurdistanê herwiha li parçeyên din jî, hema kengî komek an jî ferdekî hewl dabe mafên xwe yên bingehîn bi dest bixe, ji hêla hikûmetên demê hatine tepisandin. Serhildanên Şêx Mehmûd(1) û Şêx Ehmed Barzanî(2) du nimûneyên vê yekê bûn. Helwesta hovane ya Beasê li hember kurdan ewqas aşkere ye ku ne hewce ye mirov behsa çîroka wê ya xerab bike.

Çi ecêb e ku di vê atmosfera bedbext de bizavên edebî yên cihêreng geşe dan. Serdema navbera her du Şerên Cîhanê, hema bêje li cem her neteweyî dema hilbûna edebiyata modern bû. Modernîzmê li başûrê Kurdistanê hema bêje bi Evdila Goran dest pê kir. Guherînên bingehîn ên sedsala bîstem bi awayekî berbiçav şêwe da edebiyata wê demê. Modernîst bi awayekî hişmend ji binyadên tradîsyonel ên risteyî, ji dirkandina edebî ya adetî û ji nirxên rûniştî yên peyikana hunerî dûr ketin. Beriya Goran helbesta kurdî bi piranî klasîk bû. Vê helbestê ji ber bisînorbûna mijaran û qisûrên prosodîk bêsebeb xwe dubare dikir. Helbestkarên kurd di dehsala duyem û sêyem ya sedsala bîstem de, li hember van sînoran serî hildan û dest bi bizaveke qedemeyî kirin da ku helbestê ji tradisyonên klasîk rizgar bikin. Reşîd Necîb (?), Şêx Nûrî Şêx Salih (1895-1958) û ji yên din karîgertir Evdila Goran ku nasnava wî Goran navê serdemê jî danî, helbestkarên sereke bûn ku pirsgirêka helbesta xwe ya hevçax pênase kirin.

Edebiyata kurdî zêde zêde di karîgeriya guherînên civakî û siyasî de maye. Di dehsala duyem a sedsala bîstem de zimanê kurdî ji bo demeke sînorkirî li Tirkiyeyê ne qedexe bû. Komên nivîskar û helbestkaran ku di nav wan de Goran, Pîremêrd, Bextiyar Ziwar û Reşîd Necîb hebûn, ji vê fersendê sûd wergirtin ku xebatên xwe çap bikin.

Goran û edîbên hevçaxên wî angaşt dikirin ku ziman û edebiyata kurdî di bin bandora zimanê erebî de maye. Lewma hewldana wan a yekem ew bû ku zimanê kurdî ji bêjeyên erebî paqij bikin û ji bo xebatên xwe amrazeke neteweyî ya rasteqîn biafirînin. Taybetmendiyên hunera nifşê Goran ew bû ku bi hêmayên hîsî û romantîk bêjeyên kurdî dihatin bikaranîn û bêjeyên erebî dihatin vederkirin, pûte bi prosodiya erebî ya tradisyonel nedihat dayîn, rîtmên weznî yên nû yên tije muzîk dihatin bikaranîn û ji bo helbestê pîvan û teşeyên kurdî dihatin afirandin. Muzîkalîteya helbesta wan pêwendîdarî stranên gelêrî yên kurdî bûn. Wan xwe di beşavenda klasîk a hişk de asê nekirin. Lewma jî ji bo wan hêsantir bû ku yekparetiya helbesta kurdî biparêzin ku ji ber karîgeriya beşavendên hişk di rîskê de bû. Helbestkarên vê serdemê mijarên xwe ji siruştê werdigirtin û di berhemên xwe de bedewiya wê didan der.

Hevterîbî vê bizava li başûrê Kurdistanê, li rojhilatê Kurdistanê jî bizaveke edebî ya manend hebû ku ji hêla Elî Hesaniyanî (Hawar), Qasim Moayedzade (Hallo) û Sewara Îlxanîzade hatibû damezirandin ku Îlxanîzadeyê berdevkê bizavê gelekî di karîgeriya Goran de mabû. A rast, bi hejmareke zêde ya peyrewan bizava Goran berfirehtir bû. Di sala 1950 de komek nivîskar û helbestkar hewl dan ku Goran teqlîd bikin û prensîbên wî yên poetîk qenctir bikin. Hemin, Kamran, Mukrî, Kakeh Falah, Salah Dilan û yê herî berçav Ahmed Hardî helbestkarên karîger ên vê dehsalê bûn. Wan hewl dida ku helbesta kurdî nû bikin, tevî ku nekarîn bizaveke edebî damezirînin û hewldana wan neperisî ma. Dehsala piştî wê, komeke din dest bi bizavên xwe kirin ku Evdila Peşêw, Medhûş, Bextiya Zîwer û E.H.B (Elî Huseyin Berzencî) tê de bûn. Van her du koman jî ramanên xweser berpêş kirin û di helbesta kurdî de atmosfereke nû afirandin; lê belê her du jî tam bi pêş neketin.

Bi dirêjiya salên 1950 û 1960î Îraq di nav guherînên curbicur ên siyasî û rêveberî de bû. Wê çaxê bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî(3) Hereketa Rizgariya Kurdistanê, rêxistineke çalak a çekdar bû. Krîzên siyasî û civakî rewşenbîr bêgav dihiştin ku berê xwe bidin edebiyatê. Ev yek ne xerîb e ku meyla edebiyata vê serdemê berev babetên siyasî bû. Ekolên Riwange Kefrîyê berhema hewldana vejandina edebiyata kurdî ya helbestkarên ciwan bû; Şêrko Bêkes damezrênerê Riwangeyê, Letîf Helmet jî damezrênêre Kefrîyê bû.

Destpêka salên 1960î, helbestkarên ciwan Şêrko Bêkes, Cemal Şerbazherî, Husên Arif û Celal Mîrza Kerîm li Bexdayê tovên ekola Riwange çandin. Bizava wan qet ne li dij bizava Goran bû ji ber ku wan jî dixwest helbesteke modernîst damezirînin; lê belê, wan rehendine nû li ekola Goran zêde kirin. Weku Marksîst bawer dikin, huner di valahiyekê de pêk nayê, bi kêmanî qismen be jî, ruhê civakî û siyasî yê serdema wê teşe didiyê. Esil, Riwange li dij atmosfera nû karvedanek bû. Dirûşma wan ev bû: “Gotinên teze, ramana teze û reftara teze.” Serhildana wan kiryarek bû bo hevahengkirina edebiyatê bi jiyanê re. Ji ber vê yekê, rengekî siyasî wergirt û berevajî Romantîzma Goran, berê wê li Realîzmê bû. Ew bi realîzmeke wisa re eleqedar bûn ku dikarî wan motîve bike; ji ber ku ew bi awayekî hişmend bi Hereketa Rizgariyê re pêwendîdar bûn. Alîgirên Riwangeyê xwe dispartin berhemên klasîk lê belê bawer dikirin ku klasîsîzm ji bo ku bi serê xwe karîger be zêde kevin bû û diviya xwedîtî lê bihata kirin da ku serederî bi atmosfera hevçax re bihata kirin. Helbestkarên Riwangeyê beyannameya xwe di 1970yî de pêşkêş kirin:

“- Nivîsên me tije êş in… Lewma em li dij êşê şer dikin.
– Bedewî navenda nivîsa me ye… Ji ber ku ew li dij kirêtiyê ye. – Ew azad û serbixwe ye… Lewma ew sînoran dişikêne.
– Ew şoreşger e….”

Fîgurê herî zal ê vê ekolê Şêrko Bêkes bû. Her du dehsalên bihurî, ew li lûtkeya helbesta kurdî bû. Bêkes, di 1988an de perûya edebiyatê ya Tucholsky(4) ya swêdî wergirt. Tevî ku fîgurên sereke yên vê bizavê di berhemên xwe de serkeftî bûn jî, ji hêla gel ve bi germahî nehatin pejirandin; ji ber ku bi awayekî aşkere û rasterast ji mirovên asayî bêtir xîtabî rewşenbîran dikirin. Li gor baweriya wan viyabû ku xwîner jî bi qasî nivîskaran çalak bûna û li hêviyê bûn ku xwîner têkevin nav kiryara dîtin û vedîtina wateyê. Ji ber vê yekê, Riwange bi pûtepênedana mirovên asayî dihat tawanbarkirin. Lê belê wan bawer dikir ku edebiyata mirovên asayî bi tişta ku wan fam dikir, ne sînorkirî bû. Şêrko digot “Tişta ku em derbarê wê de dinivîsin, girîngtir e ji wê yekê bê em ji bo kê dinivîsîn.”

Riwange bi bizava Kefrî re hemandem bû. Herwiha têkildariya wan a babetî hebû. Bizava Kefrî li Kerkûkê ji hêla helbestkarên ciwantir hatibû damezirandin: Letîf Helmet, Letîf Hemed, Enwer û Ehmed Şakelî, Kenan Medhad, Haşim û Evdila Tahir Berzencî. Haya wan ji bizava Riwange ya li Bexdayê hebû. Ligel vê yekê ji hêla helbestkarên Riwangeyê ve hatibûn vexwendin, bêyî ku li ser rêkeftinekê li hev bikin, wan jî di sala 1970yî de piştî Riwangeyê bi çend mehan beyannameya xwe îlan kirin. Di daxuyaniya xwe de, wan xweserî û nûbûna di edebiyatê de pêwendîdarî guherînên siyasî û civakî yên hevçax dupat kirin. Di encama çalakiyên van her du ekolan de, nezmeke nû ket nav edebiyata kurdî û teşeyê statîk ê helbesta kurdî berev teşeyekî dînamîk guherand. Herwiha, wê demê helbesta welatên din jî karîgerî li helbesta kurdî dikir. Di heman demê de A.A. Yûsiv, bizaveke din damezirand, derbarê vê bizava wek bizava Hewlêr naskirî de çavkanî kêm in.

Serhildana Barzanî li Îraqê û serhildana Mele Awara(5) û Îsmaîl Şerîfzade(6) li Îranê bi xedarî hatin tepisandin. Di 1975an de bi Peymana Cezayirê ku wek Peymana Reş naskirî ye, dawî li şerê navbera Îran û Îraqê hat, piştî wê her du aliyan jî xayintiya xwe nîşani Kurdistanê dan. Bi vê peymanê piştgiriya Îranê ya bo serhildana kurd bi dawî bû. Di 1980yî de rejîma Beas çembera dîktatoriya xwe fireh kir; jinavbirina bi hezaran gund û bi dehan bajarên kurdan, herekata Enfalê(7), koçberkirina girseyî, komelkujî û bombardimana kîmyewî hin ji tevgerên hovane yên rejîmê bûn.

Di vê atmosfera bêhêvî de hin helbestkarên hêrsdar derketin, ji nav wan ê herî navdar Evdila Peşêw bû ku Edebiyata Berxwedanê ava kiribû. Zimanê Peşêw tûj û mustehzî ye û carinan tije dijûn in. Ew û peyrewên wî ji kakilê edebiyatê û edebîbûna deqan bêtir bi atmosfera siyasî û civakî re eleqedar in.

Hema piştî vê hewaya bahozî nifşekî nû yê helbestkaran, ku ji nav wan ê xuyanî Refîq Sabir e, berê helbesta kurdî dan Surrealîzmeke nermtir. Wan di berhemên xwe de ruhê demê bi awayekî bêtir hunerî didan der. ‘Xwînrijî, xusran, bedbînî, xeyalşikestinî û wêranî’ hin motîfên wan ên berdewam in ku serwextbûn/hişyarbûna wan a di warê atmosfera siyasî û civakî de dida der. Li gor vê yekê, helbesta wê demê ji xebatên îdeolojîk û siyasî bêtir berev yên hunerî çû. Hestbariyê, ku hêmaneke zal a helbestê ye, di ve demê de cihê xwe ji fikirîna otomatîk re hişt. Zimanê serdema berê yê şênber veguherî bo yekî felsefîk û razber. Dilşad Evdila, Bextiyar Elî, Dr. Ferhad Pîrbal û Kerîm Deştî helbestkarên vî nifşî ne. Meyla berev postmodernîzmê ya demên dawî ya helbestkarên ji rojhilatê Kurdistanê, rehên xwe di helbesta vê serdemê de hene.

Sala 1991ê di dîroka başûrê Kurdistanê de destpêka heyameke nû bû. Di Adara 1991ê de kurdan serhildana xwe ya dîrokî dan destpêkirin. Dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê embargo danîn ser Îraqê û piştgirî dan Hereketa Rizgariya Kurdistanê. Ji 1991ê bi vir ve pêleke jinûve-avabûna pir-rehend dest pê kiriye û ev pêl ber bi modernîzasyonê ve xwedî pêşketineke bêrawest e. Tevî ku hem li derve hem li hundir milmilaneyên berdewam hene, Kurdistan pêşketina xwe didomîne û di vê serdemê de berhemên wê yên çandî bi serbestî hatine hilberandin. Televîzyon û radyoyên cuda yên kurdî dest bi weşana bernameyan kirin. Ji 1991ê bi vir ve li dibistan û zanîngehan zimanê kurdî tê fêrkirin û li ser wî xebat tên kirin ku ev yek, yek ji xewnên kurdên li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê ye. Herwiha wê demê hejmareke zêde ya rojnameyan, kovaran û weşanên vedor ên cuda derket. Hin ji van weşanên vedor ên berçav Serdem bi edîtoriya Şêrko Bêkes, Ayende bi edîtoriya Dilşad Evdila û Raman bi edîtorya Azad Evdilwehîd bû.

Rastiya ku pareke mezin a edebiyata kurdî li derveyî welatê xwe hatiye hilberandin, mijareke têfikirînê ye. Navenda sereke ya çalakiyên edebiyata kurdî li welatên biyanî, li Swêdê ye ku wek Ekola Edebiyata Kurdî ya Swêdê tê nasîn û di pêşxistina edebiyata kurdî de roleke girîng gêraye. Rehend kovareke edebî ya navdar e ku li vî welatî hatiye weşandin.

Di vê serdemê de rastiyeke din a girîng, hebûna jinan e ku dehsalên buhurî di edebiyata kurdî de tune û pasîv bûn. Nivîskarên jin ên wek Xezal Ehmed, Xezal Xeder, Mehabad Qeredaxî, Nayîbe Ehmed, Roj Helebceyî, Gelawêj Ehmed (Hevjîna Îbrahîm Ehmed(8) ) û gelek dengên jin ên nûhatî di edebiyata hevçax a başûrê Kurdistanê de roleke girîng gêrane. Ev bizava femînîst, li ser edebiyata rojhilatê Kurdistanê xwedî bandoreke mezin e. Sîmîn Çayçî, Nehîd Huseynî, Mapara Îbrahîmî û Nesrîn Caferî hin ji helbestkarên rojhilatê Kurdistanê ne ku ji bo derketina nifşekî ciwantir ê pêşketîtir zemînê amade dikin.

 

[*] An Anthology of Modern Kurdish Literature Vol 1: Poetry, A Short Study of Modern Kurdish Poerty In Southern Kurdistan. ed. Bakhtiar Sajjadi, Publisher: University of Kurdistan, rr.9-15, 2011.

1 Şêx Mehmûd Berzencî (1882-1956) pêşengê tevgereke kurdî ya çekdar (1916-1919) e û rêveberê yekem yê dewleta Kurdistanê ye di 1922an de.

2 Şêx Ehmed Barzanî birayê Mele Mistefa ye ku piştî ku tirkan 1914an de birayê wî Evdilselamê II dardakirin, ket nav hin xebatên neteweyî, siyasî û dînî.

3 Mele Mistefa Barzanî (1903-1979) pêşengê PDKya Îraqê ye. Ji bo avakirina dewleta kurd a neteweyî gelek êş kişand û di nav gelek tevgerên çekdar de cih girt û dûre bi dirêjiya 1960î û 70yî, wî ya herî mezin damezirand. Mizakereyên wî yên siyasî hebûn ligel Rûsya û Îranê. Lê belê tevgera wî bi Peymana Cezayirê ya di navbera Îran û Îraqê de têk çû. Vê peymanê kontrola nîvê robara Karûnê ji destê Îraqê derxist û vê yekê dawî li tevgera Barzanî anî. A soxî 120.000 partîzanên Barzanî, gelekên wan xwe kuştin, hatin radestkirin wê demê. Gelek sazûmanên hunerî, edebî û civakî bi dirêjiya serdema zêrîn a fealiyetên wî pêk hatin. Di 1979an de li Amerîkayê jiyana xwe ji dest da û cendekê wî anîn Kurdistanê.

4 Kurt Tucholsky hicîvkarek, rexnegir û helbestkarekî Cihûyê Alman e. Di 1933an de xebatên wî ji hêla hikûmeta Nazî ve hat qedexekirin û welatîbûna wî ya Alman jê hat stendin. Tucholsky di 1924an de Almanya terikand û pêşî li Parîsê û piştî 1929an jî li Swêdê jiya û jiyana wî ewçend dijwar bû ku a soxî xwe kuşt. Niha dewleta Swêdê her sal bi nave wî perûyeke edebî dide nivîskar û hunermendan.

5 Mele Awara (Ehmed Selmaşî); (1934-1968) helbestkar, siyasetmedar û gerîlayekî kurd e ku 1968an de ji hêla dewleta Îranê ve hat dardakirin. Di Komîteya Şoreşger a Kurd de cih girt, tevgera kurd a çekdar a dawî li Îranê (1967-1968), ku hîn di malzarokê de hat hilqetandin. Tûtinfiroş helbesta wî ya navdar e ku bi zimanekî hêsan û rojane hatiye nivîsandin.

6 Îsmaîl Şerîfzade (1942-1968) siyasetmedar, wergêr û partîzanekî kurd e ku yek ji fîgurên sereke bû di Komîteya Şoreşger a Kurdan de û di 1968an de di şerekî dijî Îranê de hat kuştin. Para tina Xosro Rûzbeh yek ji wergerên wî ye.

7 Enfal sûreyeke Quranê ye ku rejîma Beasê li gor wê qetilkirina kurdan, hilweşandina bajar û gundên wan mafdar derdixist. Bi dirêjiya salên 1980yî di vê operasyonê de li dor 182000 kurd hatin kuştin.

8 Îbrahîm Ehmed (1912-2000) siyasetmedar û nivîskarê navdar ê kurd ku yek ji avakerên romana kurdî ya modern e. Wî Gelawêj weşand, kovareke edebî ya karîger, û di romana kurdî a modern de roleke girîng gêraye. Romana wî Janî Gal li îngilîzî û farisî hatiye wergerandin û van demên dawî bû fîlm.

Share.

Leave A Reply