Rengvedanên Neteweperweriyê di Helbesta Kovara Tîrêjê de

ÎRFAN AMÎDA

Puxte: Çanda neteweyî wek diyardeyeke netewebûnê ketiye nav bal û xebatên rêxistinên siyasî yên kurdan jî. DDKD yek ji wan rêxistinan e ku, di sala 1979an de, di nav vê peywendê de kovara Tîrêj ya çandî weşandiye. Tê dîtin ku Tîrêjê hewl daye, wek amrazeke sazkirina nasnameya neteweyî, bi riya ziman û wêjeyê bîr, dîrok, hişmendî û nasnameyeke hevpar biafirîne. Di demajoya vê afirandinê de rûwangeha wan a sereke dijkolonyalîzm e. Di helbestên wê de helwesta dijkolonyal pir serdest e û mînakên berbiçav in bo destnîşankirina pêwendiya di navbera wêje û neteweperweriyê de.

Peyvên sereke: Tîrêj, wêje, netewe, helbest, dîrok.

Destpêk

Kovara Tîrêjê di sala 1979an de dest bi weşana xwe kiriye. Di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekem kovara xwerû bi Kurdî ye. Bi du zaravayên kurdî (kurmancî û zazakî) weşana xwe kiriye. Kovar bi tevahî çar hejmar weşiyaye. Sê hejmarên wê li İzmirê çap bûne. Piştî ku derbeya leşkerî a 12ê Îlona 1980yî pêk tê, weşana wê ya li Tirkiyeyê radiweste û hejmara çarem li Swêdê (Stockholm) diweşe. Di hejmara çarem de, di nivîsa “Raberî” de agahiya biryara bêhnvedanê hatiye dayîn lê ew biryara bêhnvedanê bûye biryara rawestandinê. Piştî hejmara çarem a ku li Swêdê weşiyaye êdî weşana kovarê hatiye sekinandin. Xwediyê kovarê wekî Enver Yuzen û Gerînendeyê Berpirsiyar jî wekî Ahmed Bozgil têne xuyakirin. Navenda rêvebirinê jî İzmir e. Biryara derxistina kovarê ji aliyê rêxistina siyasî (DDKD) ve hatiye girtin, lê bi giştî kovareke çand, huner û wêjeyî ye. Armanca vê nivîsê ev e ku di ser helbestên kovara Tîrêj re pêwendiya netewe, netewerperiyê û wêje an helbestê diyar bikin û binêrin ka neteweperweriyê çawa rengê xwe daye van helbestan.

Neteweperwerî û wêje

Dîroka palimpsest an jî dîrok bi xwe, nivîsîna wê û tevlêkirina wê ya wêjeyê ji ber afirandina neteweyekê pêk tê. Pêdiviya her neteweyê bi dîrokê heye. Lewra dîrok hinekî jî hiş û bîra neteweyekê diafirîne û kesên ku wê hiş û bîrê bi girseyekê re par ve bike, dibe endamê wê girseyê. Ew hiş û bîr pêwendiyên nû diafirîne û êdî piranî bi wan pêwendiyan tevdigere, dixwîne, dinivîse û hîs dike. Helbet diyardeyên berbiçavtir hene bo hebûna neteweyekê. Wekî ziman. Lê mebest ji vê têgehê siyasa ye. Lewra pirê caran kesên ku heman zimanî napeyivin an jî ji zimanê xwe bi dûr ketine ango hatine pişaftin jî xwe wekî endamê civaka ku zimanê wê napeyive û fam nake dibîne. Kesên bi vî rengî ji ziman an jî -ger diyardeyek be- ji ola civakê dûr be çawa xwe wekî endamê wê neteweyê dibîne û wekî endamên wê tevdigere.

Yek ji diyardeyên netewebûnê jî çand e ango çanda neteweyî ye. Çandeke hevpar, bertek û tevgerên endamên neteweyê nêzî hev dike. Bi qasî dîrok û zimên bîreke çandî jî hevpariyekê çê dike û di ser wê re girseyek xwe wekî neteweyekê dibîne. Wêje jî yek ji avakarên hişê hevpar û nasnameya neteweyî ye. Lê ew bi xwe jî bi piranî ji hişê hevpar û bîra çandî diafire. Mirov dikare bibêje ku her neteweyek xwedî wêjeyekê ye. Û diyardeya herî girîng a vê yekê jî ziman e ku divê mirov diyar bike ku tenê nivîsîna bi zimanekî nayê wateya ku ew wêje a wê neteweyeyê ye. Özdemir İnce helbesta neteweyî ango wêjeya neteweyî bi vî awayî destnîşan dike. “Taybetiya serdest a ku helbestekê dike helbesta Fransî, Îngilîzî, Perûyî, Şîlîyî ne ji dengekî (ev dengê mekanîk) taybet ê ji pîvanê dertê, ji hişmendiya helbestî û pergala hêmayê, ji firehî û tevahiya temayî dertê ya ku wesfên gelemperî dane helbesta welatekî ku tenê ji hêla helbestkarên mezin (ku hevdemên dema xwe ne ) pêk tê.”[1] Vê temaya ku İnce destnîşan dike bi çand û bîra hevpar a neteweyê ve girêdayî ye û ne tenê ji deng pêk tê. Heger ne bi vî awayî bûya werger jî dê di nava wêjeya neteweyan de bihata pejirandin. Lewra heger xwînerek nizanibe ku werger e jî dema berhemeke wêjeyî dixwîne dibe ku têbigihîje ku ne wêjeya neteweya wî ye. Ji bo bibe wêjeya neteweyekê tenê ne ziman, divê ji hiş û bîra çandî ya wê neteweyê biçirise an jî ji hişê hevpar dawerive. Lewra xwîner ku naverok dûrî xwe dît, ew hîsa ku Jameson ji bo têkiliya kesên cîhana modern û berhema cîhana sêyem gotibû bi xwîner re çê dibe. Lewra têkiliyeke taybet di navbera xwîner û metnê de heye.

Dawiya dawî mirov dikare bibêje ziman tenê têra wêjeya neteweyî nake lê ziman diyardeya sereke ye. Gennadiy Pospelov jî zimên wekî diyardeya sereke dibîne. “Wêje hunereke zimanî ye; loma jî taybetiyên zimanê ku pê hatiye nivîsîn, rasterast vederbirîna celebîniya neteweyî ye.”2 Jixwe nivîskar jî ji neteweyekê û çandekê ye. Xwedî bîr û hişekî ye û keseke dema xwe ye. Ji ber ku di nava wê civakê, wê neteweyê de ye endameke nasnameya çanda hevpar e û wêjeyê ji wê çand û bîra çandî diafirîne. Bi vî awayî jî wêjeya ku afirandiye li demekê û çandekê digunce.

Ger çiqasî wêje wekî şênber, bêşik, tenê vegotineke hunerî be jî, ji ber pêwendî, wate û fîgurên bîra çandî yên ku me araste dikiyê, dibe xwedî giyanekî. Giyanekî ku li dema xwe û civaka ku jê derketiye digunce. Ji aliyekî dî ve jî wêje, ji ber ku ji hişê kesan daweriviye, giyanê wan jî di hundurê xwe de dihewîne. Xwîner tu carî nikare xwe ji vêya an jî metnê ji vê yekê xalî bike. Todorov derbarê vê yekê de vê destnîşaniyê dike: “Her hevok, derheqê wesfên kesê ku wê tîne zimên de agahiyan dihewîne.”3 Bi vî awayî jî û di ser nivîskêr û taybetiyên ku dageriyane metnê re jî mirov dikare behsa wêjeya neteweyî bike. Lewra hem ziman hem jî agahiyên derbarê nivîskar de ku ji bîra hevpar û çanda neteweyî tê û hem jî mercên demê mirov ber bi biryara hebûna wêjeya neteweyî ve dajo û mirov dikare bibêje ku wêje her dem û di her mercî de a neteweyekê ye. Xwe dispêre çanda neteweyekê, ji hiş û bîra hevpar a endamên wê neteweyê diçizire.

Neteweperwerî bi xwe têgeheke siyasî û di ser siyasîbûna xwe re têgeheke çandî ye. Yanî siyasîbûna neteweperweriyê rê li ber çandîbûna wê vedike. Ji ber ku pêdiviya wê bi zimên, çand, huner û wêjeyê heye, ji ber ku pêdiviya wê bi hesteke hevpar û nirxên hevpar heye dibe têgeheke çandî jî. Lewra neteweyek encex xwe bi van nirxan ji neteweyeke dî cuda bike. Ger ku ev têgeh hem siyasî û hem çandî be, ji ku û kengî, çima derdikeve gelo? Mirov dikare bi hêsanî ji destnîşankirina Benedict Anderson dest pê bike: “Netewe wekî desthilatdar tê xeyalkirin. Lewra têgeh di heyamekê de zaye ku tê de ronîdarî û şoreş bi awayekî îlahî hatine fermankirin, ku meşrûiyeta mulkên xanedanên hiyerarşîk hatine mehandin.”4 Bi vî awayî mirov dikare bibêje ku her netewe xwe azad xeyal dike û ji bo azadiyê bi dest bixe jî hemû alavan bi kar tîne. Yek ji wan alavan ziman û wêje ye. Di vê peywendê de bikaranîna zimanekî dibe alaveke serhildan û dijkolonyalbûnê. Yanî ev bikaranîn reaksiyona li hember zimanê kolonyalîstan û kolonyalîzmê ye. Ev yek di heman demê de reddiyeyek e, reddiyeya zimanê kolonyalîzmê û înkarkirina zimanê neteweya kolonyal û daxwazên neteweperwer e.

Di vê çarçoveyê de wêje berxwedêr e û dibe navgîneke dijkolonyaliyê. Weku B. Anderson jî gotibû hemû netewe xwe serdest difikirin -ku ez ê serdestiyê bi ‘azad’ê biguherim di vir de- divê li hember kolonyaliyê tevgereke dijkolonyal ava bikin. Neteweperweriya neteweyên kolonyal jî ev tişt e jixwe. Berxwedan e. Wêje jî dibe berxwedêr. Zimanê dijkolonyal jî diafirîne di vê pêvajoyê de. Lewra weku pêdiviya her cure bîrdozî û têkoşînê bi wêjeyê û hunerê heye, pêdiviya dijkolonyaliyê ji hemûyan bêtir jê heye. Lewra weku Jusdanîs dibêje: “Wêje dahundurîniya kolektîf a sembol, lihevbanîn û normên gelemperî, pêk tîne”5 û ji ber vê pêkhêneriya wê, wêje bûye navgîneke civakîkirinê di serdema modern de.

Wêje pirê caran trajediyên ku ew netewe jiyaye estetîze dike û vedibêje. Bi awayekî nirxan lê bar dike û dike nirxeke neteweyê. Êşa di trajediyê de vedibêje. Helbet hinek pirs di vir de ji hiş difûrin. Beriya her tiştî, nirxê ku di êşê de ye çi ye ji bo neteweyekê? Xwe datîne ku derê êşê? Ger her trajedî hinekî jî têkçûnek be zimanê têkçûnê, êşê çi bandorê li avakirina neteweyekê û hişê wê yê hevpar dike?

Beriya her tiştî, her tişt dualîtiyê di xwe de dihebîne. Trajedî jî. Êş li beramberiya xwe xweşiyê jî diramîne di hişê mirov û civakê de. Bi êşê re rûbirûmayîn hêviya xweşiyê jî vedijîne. Ango vegotina bindestiyê hêviya serdestiyê jî vedijîne. Ji aliyekî dî jî kiryarên êşê jî bi bîr dixe û dike ku li hember kiryaran hesta berxwedanê jî ji êşê xurtir bibe. Ji bilî vê yekê, aîdiyetê jî xwedî dike. Mînaka herî balkêş a di vê mijarê de “Kerbela” ye. Bi rîtuelên Kerbelayê Caferî, êşa “Şehîdên Kerbelayê” hîs dikin û aîdiyeta xwe nû dikin. Di wêjeyê de vegotina trajediyan jî mîna vê ye û xwe di ser karakterên trajediyan re û hîskirina êşa wan an jî bi xwexistina şûna wan (katarsîs) dibin endamê neteweyê an jî endamtiya xwe nû dikin. Bi vî awayî wekî nirxekî li êşê û trajediyan dinere wêjeya neteweperwer. Weku Eagleton ji C. Caudwell neqil dike; vegotina trajediyê “katarsis” e. “Di rastiya xwe de dibe ku zêde biqîmet be trajedî”6 dibêje T. Eagleton û ji Spinoza neqil dike: “Ger xerabî di dinyayeke baş de ji holê rabe, teqez tiştên herî biqîmet jî dê pê re ji holê rabin û tiştê herî baş ê bi me re dê di nava bêlivbaziyê de zeng bigire. 7”

Bi vî awayî xwe dixin şûna karakterên ku trajedî jiyane û ji bo neteweyê katarsîs pêk tê. Di heman demê de wan dikin lehengên rol jî. Ne hewce ye ku ew karakter li demê an îdeolojiya demê bike jî. Tiştê hewce ev e: Pêdivî bi karakterên dîrokî hene ku bîra hevpar dagirin û di ser wan re bîra hevpar bê dagirtin û bibin fîgureke dijkolonyaliyê. Weku O. Paz dibêje : “Dê çi para helbestê hebe ma di avakirina fikreke siyasî a nû de? Para wê ne di fikrên nû de ye, di qadeke ku bi qasî hêja ye ewqasî jî nazik de ye: Bîr”8

Rengvedanên neteweperweriyê di helbesta kovara Tîrêjê de

Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje ku Tîrêj ji ber ku bi Kurdî ye, wêjeya neteweyî diafirîne. Ji vê yekê jî wêdetir, di dema wêjeya modern de, heta wê demê yekane kovar e ku tenê bi Kurdî weşana xwe kiriye. Ev yek bêtir wê ber bi netewetiyê ve dibe. Lê ji bilî vê yekê ji destpêkê de, bi daxuyanî û destnîşankirina raberiyê mirov dizane ku kovareke neteweyî ye û hem li mîrata çandî xwedî derdikeve hem jî dixwaze li ser zêde bike: “Xwendevanê Berêz, Va em; bi pêşbîra lêxwedîderketina çandeya me î jêmayeyên kevnare (klasîk) û gelêrî derdikevin. Di alîkî de vê jêmayeyê xwedî kirin, parastin; di aliyê din de lêzêdekirin û pêşvebirin. Ev diviyahiyek civakî û berpirsiyariyek dîrokî ye ku xwe bi dijwarî didin pêjnandin.”9

Ji bilî vê armancê Tîrêj û helbesta Tîrêjê çand û dîroka kurdan dike alavê wêjeya xwe û dixwaze bîreke hevpar biafirîne û wê bîrê bi nirxên nû bineqişîne. Di çarçoveya çanda mînor û majortiyê de jî xwedî reaksiyon e. Hem bi nivîsîna Kurdî hem jî wekî reel wêje û helbesteke dijkolonyal e.

Wêjeya neteweyî ‘em’ê wekî problematîkekê derdixe pêş. Em veqetînerek e. Alegoriya neteweyî ye. Dikeve dewsa neteweyê û neteweyê ji yên dî vediqetîne. “Em” û “ew” dibe formek di wêjeya neteweyî de ango di helbesta Tîrêjê de jî ev yek heye. Ev pênasa neteweyê ye. Di heman demê de homojenîzasyonek e jî. Xeyala yekitiyê ye. Ji ber vê yekê ye helbesta Tîrêjê ‘em’ê derdixe pêş û li ser ‘ez’ê ango takekesîtiyê ferz dike û ‘em’ê dike serdest.

Mînakên formulasyona ‘em’ê û ‘ew’ê di helbesta Tîrêjê de hene:

“Ji ba me rê diçe xweşîtiyê” Dikujin li serê kolanan Sebî dimînin sêwî
Jin jinebî

Û dil tijî xem

Dihêlin çeqiltazî
Birçî dihêlin

Bê dibistan
Bê xênî


Mezin dibin xem û kul

Stran dibin lawij …

Dîsa jî
Bi me re xweş e jîn cejn
geşt
evîn bi me re xweş e û ji xweşîtiyê re
ji ba me rê diçe.”10

Di vê helbesta Berken Bereh de pênasa ‘ew’ û ‘em’ê tê dan. Bereh hewce nabîne ku eşkere cînavka ‘ew’ê bikar bîne. Bi qertafan ‘ew’ê dide ku ev yek hêza bandora wê qels nake û hêdî hêdî bi her rêzikekê re ‘ew’ê ango wan derdixe holê û bandora hesta neyînî jî bi wê re xurt dike. Her ku rêzikek tê ew hinekî din li ber çavên me cismanî dibin û ‘em’ hinekî din ji wan aciz dibin, hêrs dibin. Ew, dikujin, sêwî dihêlin, jinebî dihêlin, çeqiltazî, birçî, bê dibistan dihêlin. Xem û kulan mezin dikin û a soxî ‘stranan’ dikin lawij.

Em: Jîn, geşt, cejn bi me re xweş e. A girîngtir jî evîn… a dawî ‘ji ba me rê diçe xweşîtiyê. ‘Em’ îdealîzekirî ye di vir de. Lê em dîsa bala xwe bidin formulasyona ‘ew’ û ‘em’ê. Ew nehatiye nivîsîn lê em hatiye nivîsin. Ev yek jî helwesta Bereh ya li hember ‘ew’ê (wan) diyar dike. Helbest hesteke acizkêr derdixe holê. Mirov naxwaze navê wan bîne ser zimên. Yên dî ne. Jixwe tiştên herî qirêj dikin. Rêzikên ku ‘ew’ tê de ne bi kîteyên girtî diqedin wekî ‘dikujin’, ‘dihêlin’ û ‘dimînin’. Ev kîteyên girtî bêhna mirov qut dikin. Teng dikin û mirov ditengijînin. Di xwendinê de jî hem ji ber ku ‘ew’ê dinimînin hem jî ji ber ku kîteyên girtî ne acizker in. Lê ‘em’ îdealîzekirî ye weku me got. Di deng de jî bêhna mirov fireh dike. Bi peyvên ku bi kîteyên vekirî wekî ‘xweş e’, ‘diçe’, ‘xweşîtiyê’, ‘rê’ û peyvên ku di hundurê xwe de vekirî ne wekî ‘evîn’, ‘geş’, cejn, bêhna mirov fireh dibe û hesta coşiyê bi mirov re peyda dike. Ev yek jî dike û dixwaze ku xwîner dilê xwe bibijîne ‘em’ê. Lûtkeya forma helbestê jî ‘rê’ ye. Rê dahatûyê ava dike di helbestê de. Bereh bi ‘rê’yê mirov araste dike û dibêje ku dahatû/pêşeroj bi ‘em’ê re ye.

Heman şêwaz di helbesta Rojen Barnas ya bi navê ‘Melayê Şîretkir’ de jî heye:

“…
Li alîkî belengaz û sitembar,

em…
Li alîkî kedxur û sitemkar

ew…”11

Barnas di van her du rêzikan de forma helbestê ava kiriye û form xistiye pêşiya helbestê ku ew form û peywend dike ku mirov bi tundî ji helbestê derkeve û têkeve pêşbaziyekê. Mirov bi tercîhekê re rû bi rû dihêle. Zorê dide mirov û dibêje fermo tercîha xwe bike. Ji qederê re nahêle. Rêzik jî bi dengên girtî diqedin. Ev jî rê nade ku mirov jê bireve. Rê nade ku mirov xwe jê vedize. Di ‘alîkî’yan de destûra bêhnvedanê daye ku ew jî ji bo tercîhê ye lewra du alî hene. Loma ew vekirî hiştine. Lê peyvên dî hemû bi kîteyên girtî ango bi yên bêdeng qedandine û rê li ber xwîner girtine. Teqezî û hêrsbûneke tûj lê bar kiriye û bi dengekî qutbir diqîre ya ‘ew’ ya ‘em’.

Zordestî û zulma ‘wan’ û li hember ‘wan’, derd û kulên ‘me’, zindan û elemên ‘me’ û berxwedana ‘me’ di helbesta Mem Ronga de jî heye.

‘Şevekî ji nîvê şevê pê da’ -Çima ne bi ro?-
Bibim mêhvanê te

Zêde bûn pirsên min
Wan zirtan zêde kir
Çekan zêde…
Zêde bûn em di girtîgehan de

Zurtir bû diberxwedan
Ji derdên giran
Me evînek mestir honand Bi sibê ra li hev kirî”12

Ev rasterast zimanê mexdûriyetê ye ku ji ber ‘wan’ e. Sedema “çima ne bi ro?” jî ew in.

Em: Bindest = Sitembar = Kurd

Ew: Serdest = Sitemkar = Mêtinger, ku li hember wan ‘em’ mafdar in û têdikoşin. Em ê roja azad bînin. Ev berxwedan û azadî jî bi ‘stran’ê hatiye sembolîzekirin pirê caran. Stran dibe dijkolonyal.

Di vê beşa helbestê de formulasyona ‘ew’ û ‘em’ê bi şev û rojê dest pê dike. Ronga di destpêkê de mirov ji bo tiştekî hişyar dike. Weku di şevê de şewqekê pêxe pirsa, -çima ne bi ro? dipirse. Ev pirs jî xwîner ji bo têgihîştina sedema mêhvandariya bişev amade dike û dike ku bi lez û bez rêzikên piştî vê rêzikê bên xwendin. Jixwe yekser firarîbûn, tirs û dijminahî tên bîra mirov. Zirt, çek û girtîgeh ku ‘wan’ zêde kirine sedemê jî diyar dikin û dikin ku berê hêrsa me bide wan, ku di helbestê û forma wê de dibin xwedî xwîn û goşt û li kêleka mirov vedijin. Di vê helbestê de ‘şev û ro’ alîkariya formulasyona ‘ew û em’ê dikin û wan dinimînin di destpêkê de. Di dawiya vê beşa helbestê de Ronga bi rêzikên “Me evînek mestir honand/ bi sibê ra li hev kirî” form û peywendên helbestê temam dike û bi evînê ‘sibê’ li ‘ro’ yê dibahnîne. Evîna bi sibê re lihevkirî deriyê mêhvaniya biro jî vedike. Ev yek azadî ye, daxwaza azadiyê ye, strana azadiyê ye, dijkolonyalî ye. Ev jî helbestê li ser hîmê neteweperweriyê siwar dike. Di heman helbesta Ronga de wiha tê gotin ev yek.

“Ji kargehan
Stranek olan dide bilindahiya Stranek/ji yek dev

Zikê şevê li ber dev”

Tevger û şerê dijkoloniyal stran e û stran jî ji kargehan e û ji yek devî ye. Ev yek yekbûna neteweyê ye. Formula ku Ronga daniye di van sê rêzikan de eşkere dibe. Stran = Şer, yek dev = yekitiya Neteweyî, kargeh = rêber. Bi peyva kargehê rengekî û formeke dî dide stranê ango şerê azadiyê lê dîsa jî ev yek helbestê ji netewetiya wê dûr naxe. Rêzika dawî, “Zikê şevê li ber dev”, helbestê bi rêzika serî, bi ‘çima ne ro’ û bi ‘bi sibê ra li hev kirî’ re girê dide. Lewra zikê şevê li ber dev e û hindik maye sibê ango royê bizê. Bi vê rêzikê jî mirov kela li hesta neteweperweriyê dikeve hîs dike.

Berken Bereh jî behsa heman stranê dike;

“bi şev bi roj
Em evînek bihonin

Evînek nû û mestir… Lew
Niha stran me dibêjin

Stran li çiya.”13

Evîna nû doza azadiyê ye û stran berxwedan e. Olana deng e.

Balkêş e, forma vê helbesta Berken Bereh jî wekî ya Mem Ronga ye. Şev û roj dîsa alîkariya formulasyona ‘ew û em’ê dikin. Lê ji bilî vê yekê jî tiştên formê dike yek hene. Evîn, evîna mestir ya honayî, stran… tenê nuansek cihê ye. Stran ne li kargehan lê li çiya ye. Di vê beşê de jî armanc dijkolonyalî ye. Stran şer e. Hesta rîtma marşan bi mirov re çêdike. Evîn jî hesta hezkirina welêt û neteweyê diafirîne. Evîna mestir jî azadî ye. Bi vî awayî jî helbest li ser hîmê neteweperweriyê ava dibe.

Di helbesta xwe ya bi navê ‘Bîbik Dirêsim’ de R. Barnas jî berê me dide heman stranê.

“…..
Û em;
Geh froke ne li serê kortalan
Û geh fermandarê hêzên nependî. Xewnê me
Geh bi îskîn
Geh bi bişirîn…
Şev stranên xweziyê dirêsin

Ji berê şîrîntirîn. 14

Ev beşa helbesta Barnas bi ‘û em’ê dest pê dike ku çîroke nû dide destpêkirin. Tiştê ku heta niha hatiye kirin divê qonaxeke nû bide destpêkirin û ew qonax jî bi pêvekê tê destpêkirin. ‘Em’ jî formulasyona me behskirî ye. Firoke û fermandar, kortal û hêzên nependî atmosfera şer diafirîne. Şerê dijkolonyaliyê ango şerê azadiyê. Îskîn û bişirîn jî dijberiyê bi mirov re çêdike lê ji ber rêzikên beriya wan û piştî wan em vê dijberiyê pir rewa dibînin. Di vê helbestê de jî wekî ya Ronga û Bereh bişev e û xwezî heye. Xwezî azadî ye. Zikê şevê li ber dev e di helbesta Ronga de ango avis e û dê azadiyê bizê. Di helbesta R. Barnas de jî şev stranên xweziyê dirêsin yên ji berê şîrîntir ku ew ê jî azadiyê bînin. Her sê helbestkar jî dixwazin şevê bi sibê veguhêzin ango tarîtiyê bi şewqê ku ev yek jî eşkere ye ku dixwazin kolonyaliyê ji holê rakin. Şerê dijkolonyaliyê ye. Vêya wekî divêtiyekê jî tîne zimên Barnas di helbesta xwe ya bi navê “Helbet” de:

“…
Helbet sedemekî wî heye Qîrîn di klaman de lal
Û hêrs,

Di postê mêşinê de …

Divê pel bileqe li daran
Qîrîn, ji klaman derkeve
Û hêrs, li çargaviyê bide xarê”15

Beş bi ‘helbet’ê dest pê dike ku ev peyv teqeziyê û tundiyê ava dike sedema ku piştî wê tê jî têkûz dike. Bi qasî vê tundbûn û teqeziyê dijberî jî heman hestê ava dike. Qîrîn û lal, hêrs û mêşin dijber in û formulasyona wekî formulasyona şev û rojê ava dikin. Di heman demê de ‘berê û bê’ ango rabirdû û dahatûyê dinimînin. Ev formulasyona dijberîtiyê li dijberiya mêtingehî û azadiyê jî dike. Dahatû azadî ye û divê bê. Ji bo wê jî divêtî hene. Divê qîrîn ji kilaman derkeve, stran olan bide û hêrs jî bide çargavan.

Stran xwe di helbesta Tosinê Reşîd de jî dide xuyakirin:

“…
Ez dijîm çimkî
Dengê stranê xweşyê û şayê Ji roja tê dibhêm,
Ya na jîna min
îdî çira bû.”16

Helbesta Barnas a bi navê “Stranên Me”, ya li jêr, rasterast li ser dijkolonyaliyê hatiye avakirin. Stran nivîsîna (qedera) reş a kolonyaliyê dimale, evîn û jînê diafirîne, biharê tîne warê me ji nû ve. Ev stran coş e, dîlana şerê azadiyê ye. Dengê dijkolonyaliyê ye: Li çarmedor belav dibe. Helbest ji bilî coşa stranê ya ji forma wê diafire bi dengê fizîkî jî muzîkekê diafirîne. Bi bikaranîna tîpên, bi dubarekirina wan muzîkekê diafirîne ku alîkariya stranên ku forma helbestê ava kiriye jî dike. Ji aliyekî din ve jî rêzikên ku hevokan diqedînin bi kîteyên vekirî diqedin, wekî –çar alî, -geriya jînê, -berdestî biharê. Ev jî hesta berdewamiyê ava dike. Deng dûdirêj dike û dike ku stran belav bibin ango şer xwe li çarmedor belav bike.

“Stranên me belav dibin çar alî Çarmedor
Li jêr
Li jor

Li ser berayiyê fereh Li ser bilindayiyê kûr Û gurr

Li ser gerûya jînê Stranên me

Mîna helekela axê, di berdestî biharê Bi mizgîn
Bi jîn-çirisîn
Belav dibin çarmedor ………………………………………

Stranên me belav dibin çar alî Çarmedor
Nivîsîna me î reş dimalin
Bi jîn

Bi evîn
Warê me î kor

Hêşîn dikin Ji nû va.”17

Ji aliyeke dî ve jî di çarçoveya major û mînoriyê de, redkirina neteweyên dî kiriye ku kategoriyeke dî bête çêkirin û ji kêmaran re gotine “etnîk”. Ev yek bi armanca biçûkxistinê, mînorkirinê hatiye afirandin. Helbesta Tîrêjê li dijî vê yekê jî derdikeve û mînoriyê red dike.

Di vê çarçoveyê de du helbestên ku vê mînoriyê red dikin hene. Yek jê helbesta Malmîsanij a bi navê ‘Etnîk’ e yek jî a Rojen Barnas a bi navê ‘Berêz Hoto Hemoto’ ye. Malmîsanij di vê helbestê de bang dike û dibêje ku navê hemû tiştan heye. Navê gelan, navê teyr û tebayan, kurm û kêzan heye ‘labrê ez… bê name wo ez’ dibêje.

Hergu teba hergu karbi name wo, ez bê name”, dibêje û li dijî binavkirina ‘etnîkiyê’ derdikeve.

“…
Mi ri ne vajey
Ez kewto erey Dema’w ki peşmergey

‘bê nav û nîşan’ gulan feka yê Dêrsim dir, Mehabad dir, Dıhok dir,

Ez ‘etnîk’ o.
‘etnik bir grup’ -grubêk etnîk- Dirnayox,

Rijnayox
Şeqnayox,

Mêratanê ekrananê televizyonan dir. ‘etnîk’ ki vanê
Tersenê
Recefenê

Telefenê ”18

Di vê helbestê de helbestkar destnîşan dike ku ên serdest vî navê etnîk li neteweya wî dikin û destnîşan dike ku ev yek ji ber tirsê ye jî di heman demê de. Heman tirs û heman têgeh di helbesta ku hinekî jî îronî tê de ye heye. Bi vê îronî û rastiya ku bi ‘tirsê’ binav dike, rastiya heyî pûç dike. Di her du helbestan de weku Nurdan Gürbilek dibêje: “Bi derxistina rastiyekê ya li hember rastiyekê, wê pûç dike…”19

Lê îroniya ku di helbesta R. Barnas ya li jêr de heye forma helbestê bi xwe ye. Hê bi navê helbestê dest pê dike. Di kurtkirin û lêzêdekirina tîpa o ya navan de biçûkxistin û bênirxkirinek heye, di zimanê rojane yê Kurdî de. Hoto Hemoto jî vê yekê zêde zêde dihebîne di xwe de. Berêza li ber wî navî jî îroniyeke xurt diafirîne. Forma helbestê û muzîka wê jî alîkariyê li îroniyê dike. Helbestkarê ku helbestên serbest û modern dinivîse di vê helbestê de pişta peyv û dengê xwe spartiye dengê gelêrî. Peywendan di ser peyvên gelêrî û yên ku di xwe de îroniyê dihebînin, wekî gurêmanco, wewit, sanco û bi afirandina peyva etnîkîstan, ava dike. Tirsa kolonyalîstan ango tirsa majoran jî bi vê îroniyê derdixe holê.

“Berêz Hoto Hemoto …

Li dinê çend netewe Çend gel û eşîr hene Tev ji wî ve tên zanîn Di deftera wî de ne.

Yek jê heye ku jê re Tê mîna gurêmanco Gava jê bê axaftin Digre qolinc û sanco

Heke jina wî hilde Bi şaşî navê Kurdan Saet lê na wewite Wê tafilê bê berdan.

Bo wî, destê xwe dan hev Zanayên wî peleyî
Navê Kurd vemaliştin
Ji ferhenga, wek leyî

Jê re navek nû dîtin ‘Etnîk’ û ‘Etnîkîstan’ Dîsa jî ku dibihîst
Bihar lê d’bû zivistan.”20

Lê li gel ku mînoriyê red dike û helbesteke dijkolonyal e, kurd û Kurdistan bi piranî bi awayekî alegorîk hatine bikaranîn. Di helbestên Tosinê Reşîd de rasterast navên Kurdistanê, kurd û kurdî eşkere hatine bikaranîn ku dibe ev yek jî ji ber ku Tosinê Reşîd ne ji Kurdistana Bakur e, pêk tê. Ji bilî vê, tenê carekê di helbesta Malmîsanij de ya bi navê “Etnîk”, derbas dibe Kurdistan û kurd jî di helbesta Rojen Barnas a bi navê “Berêz Hoto Hemoto” de:

“Gelê Kurdistan Û qorê karkeran Ez o ez…”21

Ji bilî vê bi piranî Kurdistan çar perçe ye û bi awayekî alegorîk hatiye bikaranîn.

“Çar perçe dilê min Yek stranê dibêjin”22

Dil alegoriya Kurdistanê ye û çar perçe ye. “Anka, zerram çehar lejg a”23

Di vê helbesta Malmîsanij de jî ‘zerram’ (kezeba min) alegorîya Kurdistanê ye û dîsa çar perçe ye.

“…
Bindê goştê to di
Tirba bawkala
Kişta bîni di
Teylo teluyîn
Sero lewha
Lewha sero:
‘Shell sahasıdır girilmez’ Ana nişto.”24

Di vê helbesta Farûq de jî heman alegorî pêk hatiye bi ‘to’yê. Mirov têdigihîje ku Kurdistan e, di bin axa wê de tirba pêşiyên Kurdan heye lê hatiye dagirkirin û zimanekî dî bûye sembola dagirkirinê. Shell jî sembola emperyalîzmê, ya ku şirîkê mêtingeriyê ye. Di heman demê de dibêje ‘bindê goştê to de’ û ev yek jî ‘to’ ya alegorîk bigoşt e. Zindî ye û ev jî êşê zêdetir dike. Alegorî peyva ‘to’yê bi xwîn û goşt dike vedijîne. Kurdistanê, Kurdistana mêtingeh bi mirov dide hîskirin lê dawiya dawî dîsa jî ev bi alegoriyê pêk tê.

Weku me gotibû helwesta dijkolonyal jî xwe di helbesta Tîrêjê de dide der. Ji bilî ku bi kurdî nivîsîn helwesteke dijkolonyal be, di tevgera dijkolonyal de wêje û bi piranî jî helbest cihê xwe digire. Di helbesta Tîrêjê de jî em heman tiştî dibînin. Helbestên ku heta niha me ji aliyê neteweperweriyê ve nirxandin nemaze jî bi sembola ‘stran’ê di heman demê de helbestên dijkolonyal ango redkirina kolonyaliyê jî bûn. Lê helbesta herî balkêş a di vî warî de ku pasîf e jî, ne behsa çekan ne jî pêşmergeyan dike lê rasterast doza qedandina kolonyaliyê dike, helbesta bi navê “Ezimandin” a Rojen Barnas e. Kolonyalîzmê bi ‘Cumhuriyet’ û Demokrasiyê sembolîze dike. Lê ev di heman demê de hem îronîk hem jî polîtîk e. Hem îronî ye lewra demokrasî û cumhuriyet hebe ew zulm û zor û xizaniya ku bi hêkerûnê hatiye sembolîzekirin dê tunebe. Dema ku hatine ji kêfan (!) kes di gund de nemaye. Polîtîk e lewra demokrasî û cumhuriyet bi tifingên xwe hatine, mîlîtarîst in û bi tifingê ew mîlîtarîstî hatiye sembolîzekirin. Her du têgehên siyasî metafor in û alegoriya kolonyalîzmê ne. Wekî kolonyal wan diezimîne û bi zimanekî mêşin, Kurdewar û pasîf, rewşê û encamên hebûna wan ji wan re vedibêje û dixwaze hîn bibe(!) bê dê kengî biçin. Bi peyv, ziman, muzîk û forma helbestê wekî ya bi navê ‘berêz hoto hemoto’ îronî hatiye avakirin. Lê bi awayekî balkêş ev îronî û zimanê rojane yê zikakê û piranî zimanê gund, kolonyalîstan biçûk dixe û xwesteka jiwanveqetînê wekî hestekê bi xwîner re çê dike. Şîdeta zimanê xwesteka dijkolonyal pir kêm e, ziman mêşin e lê hesta ku diafirîne xurt e. Zimanê îronîk bêhemd dike ku mirov nexwaze bi wan kolonyalîstan re bijî û bi awayekî xurt û ligel ku bi nermikî û bi dengekî nizm pirsa çûna wan dike jî mirov dixwaze kêlî berî kêliyê biçin.

“Ezimandin
Bi xêr hatî ‘cumhurîyet’
Û tu jî ‘demoqrasî
Kerem kin ser doşekê
Tifingê xwe bavêjin pincê dîwêr Bi kês rûnên
Ku hûn birçîne,
Malhazirî
Hêkerûn heye
ku we bivê.
Hûn zanin?
Ji kêfa re
Kes nema di gund de
Bi hatina we ewqas şa bûn ku Bi pesarê ketin gişt
Teriqîn…
Ne mirov, ne teba
Û ne jî mirîşka qûn bi zîrç
Bi serê bavê we
Seyê me î qolo jî

… Lê,

Hûn dê bixêr
Kengî herin gelo?”25

Carinan rasterast ev dijkolonyalbûna helbestê bi têkiliyeke organîk jî xwe dide der. Rasterast alîgirê şerê çekdarî yê dijkolonyal e. Lehengên îroyîn dixe şûna lehengên dîrokî û bi bîra dîrokî coşê xwedî dike:

“Pêşmerge Kawa-hesinkarê nû Azayîkê ge wê hasil dike.”26

 

 

 

1 Özdemir İnce, Tabula Rasa, Kültür Yayınları, İstanbul, 2002, r. 22.

2 Gennadiy Pospelov, Edebiyat Bilimi, wer. Yılmaz Onay, Evrensel Basım Yayın, ç. 2, İstanbul, 2005, r. 541.

3 Tzvetan Todorov, Poetikaya Giriş, wer. Kaya Şahin, Metis Yayınları, ç. 2, İstanbul, 2008, r. 60.

4 Benedict Anderson, Hayali Cemaatler, wer. İskender Savaşır, Metis, ç. 6, İstanbul, 2011, r 21.

5 Gregory Jusdanis, Gecikmiş Modernlik ve Estetik Kültür, wer. Tuncay Birkan, Metis, İstanbul, 1997, r. 179.

6 Terry Eagleton, Tatlı Şiddet, wer. Kutlu Tunca, Ayrıntı Yayınları, İstanbul, 2012, r. 53.

7 Terry Eagleton, h.b., r. 53.

8 Octavio Paz, Öteki Ses Şiir ve Yüzyılın Sonu, wer. Hüseyin Demirhan, Suteni Yayınları, İstanbul, 1995, r. 63.

9 Kovara Tîrêj, hej. 2, r. 4.

10 Kovara Tîrêj, hej. 2, r. 52.

11 Kovara Tîrêj, hej. 1, r. 19.

12 Kovara Tîrêj, hej. 1, r. 34.

13 Kovara Tîrêj, hej. 2, r. 50.

14 Kovara Tîrêj, hej. 2, r. 16.

15 Kovara Tîrêj, hej. 4, Stockholm, 1981, r 43.

16 Kovara Tîrêj, h. h, r. 43.

17 Kovara Tîrêj, hej. 3, İzmir, 1980, r. 16.

18 Kovara Tîrêj, hej. 2, r. 28.

19 Nurdan Gürbilek, Mağdurun Dili, Metis Yayınları, ç. 2, İstanbul, 2008, r. 66.

20 Kovara Tîrêj, hej. 4, r. 13.

21 Kovara Tîrêj, hej. 2, r. 28.

22 Kovara Tîrêj, hej. 3, r. 20.

23 Kovara Tîrêj, hej. 2, r. 22.

24 Kovara Tîrêj, hej. 2, r. 57.

25 Kovara Tîrêj, hej. 4, r. 16-17.

26 Kovara Tîrêj, hej. 4, r. 45.

Share.

Leave A Reply