Xwendineke dijmêtinger li ser “Pirça Winda”

Fexriya Adsay

Kurte

“Elbet ez ê xwe bi awayekî teng di nav girêdana civatekê de (partîkularîzm) binax nekim. Lê qet niyeta min tuneye ku ez xwe di rêya gerdûnîtiyeke xumamî, bêşikl û şemal de jî winda bikim.”

Aimé Césaire

Di pêvajoya mêtinsaziyê de, ligel amûrên şidetê, wêje jî tê de bi zanebûn an bêzanebûn hemû şaxên çandê tên bikaranîn. Di nav civakeke mêtinkirî de jî asayî ye ku wêje û rexneyek dijmêtinger zîl bide. Di wêjeya kurdî de çîroka “Pirça winda” yek ji wan mînakan e ku li dij rabêja mêtinger radibe, wê berovajî dike. Ev nivîs bi rêya xwendineke dijmêtinger “Pirça winda” tehlîl dike û nîqaş dike bê çima ew di nav berxwedana deqî de cih digire.

Peyvên sereke: mêtinger, dijmêtingerî, şîdeta epîstemîk, berxwedana deqî, windakirin, xwetî, rastîbîniya fotografîk, rastiya wanekî.

Wê ne şaş be ku em bibêjin di dîroka mirovatiyê de her dem di navbera civakên newekhev de pêwendiyên newekhev ên desthilatdariyê hebûn û hene. Lê çiqas em ber bi îro ve werin amrazên bicihkirina vê desthilatdariyê jî ew qas zêde diguherin. Beriya ku amrazên ragihandinê ew qas zêde bibin hêza ku serdestî li ser civakek din dikir hêza leşkerî bû. Belê, hêza leşkerî hê jî li kar e, tiştek ji girîngiya xwe winda nekiriye lê di serdema modern de bi saya curbircuriya amrazan hişmendiya civaka bindest jî tê dagirkirin an hişmendiya civaka serdest bo vê pêwendiya newekhev tê amadekirin. Ev malûm e, êdî rizaya gelên her du aliyan jî divê bê wergirtin. Ji ber vê ye, di pêvajoya bicihkirina mêtingeriyê de li dij civaka mêtinkirî amrazên şidetê ji çek, kuştin, lêdan, qanûnên nû û hepiskirinê ne ibaret in. Ligel şideta qebe şidetek epîstemîk jî li kar e ku êrîşî çand û nirxê gelên mêtinkirî dike. Di xurtkirina desthilatdariya mêtinger de hêzên çandî, ramanî û zanistî dibin amrazên şideta epîstemîk. Ji fîloloji, dîrok, zimannasî, civaknasî, sînemayê bigire heta wêjeyê hemû warên zanistî û çandî dikevin xizmeta mêtingeriyê. Hin deqên wêjeyî û çandî ku ji aliyê mêtingeran ve tên hilberandin şekil didin hin awayên dîtin û fikirînê û karê desthilatdariya mêtinger hêsantir dikin. Heta ji bo pêwendiya newekhev a di navbera bindest û serdest de bê meşrûkirin an normalîzekirin rabêja mêtinger wisa bi hosteyî tê sazkirin ku carinan gelên mêtinkirî jî dikarin pê iqna bibin, dibin jî. Ev e ku mirov dikare wek oryantalîzma navxweyî bi nav bike.

Di civakeke mêtinkirî de di nav tevgereke dijmêtinger de ji rexneya hunerî û wêjeyî çi tê hêvîkirin û xebatên rexneyî wê li hemberî berhemên wêjeyî û hunerî helwestek çawa bigirin? Rexneyeke ku bi rabêja mêtingeriyê re hesabê xwe nebîne, wê veneçirîne an meydanê jê nexwaze wê kêm bimîne. Bi taybetî wêje û rexneya wê ji bo bêqîmetkirina pergala mêtinger, kontrolkirina wê û meydanxwestina ji mêtingeriyê roleke wan taybet heye an divê hebe. Lewma rexneya wêjeyî di nav nerîneke yekalî de hilnayê, nerîneke ku xebatên wêjeyî di ser siyasetê re û tenê bi rewşa mirovatiyê re eleqeder dibîne. Lê dengê gazinên ji ber amrazkirina wêje û rexneyê tên guhên min, wek ku gunehek an kêmasiyek be. Ger em qebûl bikin ku mêtingeran her tim di sazkirina rabêja mêtinger de tevî amrazên din deqên wêjeyî kirine amraz û li ser çand, derûnî, kesayeta gelên mêtinkirî şopên kûr hiştine/dihêlin, paqijkirina şopên desthilatdariya mêtingeran an deşîfrekirina rabêja mêtinger çima bê problematîzekirin? Bi gotineke din ger bindestkirineke deqî hebe çima berxwedaneke deqî[1] jî tunebe? Tê zanîn ku ancax deşîfrekirina rabêj an pergalekê dikare hîmên rabêjeke nû an dijrabêjekê ava bike. Edward Said ev kesê ne yekem be jî yê herî zêde navdar e ku di xebata xwe ya Orientalism[2] (Rojhilatnasî) de ev rola rexnegiriyê di peywenda pêwendiyên Rojhilat û Rojavayê de bi cih aniye. Said di vê berhema xwe de destnîşan dike bê Rojava bi çi epîstemolojiyê li ser Rojhilat hegemonyaya xwe saz kir, ew çawa ji nû de terîf kir, lê bi cih bû, îdare kir, dîtin û arezûyên xwe meşrû kir û ji me re envantera emperyalîzma deqî derdixîne. Lê di berhema Said de li hemberî vê emperyalîzma deqî qala berxwedaneke deqî an tevkariya deqî a ji aliyê rojhilatiyan bi xwe nake. Ev aliyê wê yê kêm dikare ji bo rexne û wêjeya kurdî bibe fîşenga nîşanê.

Em werin ser rexneya wêje û hunera kurdî, lê bi taybetî a wêjeyî, beriya her tiştî pêdivî bi xweterîfkirinê heye. Kurd civakek mêtinkirî ye û ji xweîdarekirinê mehrûm maye an gelekî paşdemayî ye û ji trêna modernbûnê maye û pêdiviya wan tenê bi modernbûn an medenîbûnê heye? Ger mesele wek mêtinkirîbûna kurdan bê danîn, ji bo xebatên wêjeyî û rexneyî çarçoveya rabêjeke dijmêtingeriyê divê. Ev dikare, wek ku Edward Said ji bo wêjeya Rojava kiribû, pêwendiya di navbera desthilatdariya serdestên kurdan û deqên wêjeyî destnîşan bike lê berxwedana deqî û tevkariya deqî jî divê lê bê zêdekirin. Di rexnegiriya kurdî de xebatên di nav vê peywendê de kêm in. Yek ji wan nivîsa Zeyno Zeynebê ye. Zeynep di nivîsa xwe ya bi sernavê “Wekî qadeke şidetê temsîl: Di romana tirkan de kurd, îsyan û jin”[3] de ji avabûna komara Tirkiyeyê û vir ve rabêja mêtingeriyê bi zelalî tehlîl dike û rabêja mêtinger a li hember kurdan a di pêvajoya avabûna komara tirkiyeyê de deşîfre dike. Zeynep, di çar romanên tirkan ku di serdema avabûna komarê de hatine nivîsandin li dû teswîrên jin û mêrên kurdan, Kurdistanê dikeve ku dewleta tirkan bi rêya sembola medeniyet-parêziyê şideta xwe ya li Kurdistanê çawa meşrû kiriye. Yek ji van sembolan jina kurd a ku divê ji mêrê hov î kurd û welatê paşdemayî bê xelaskirin e. Nivîsek din ku bi tîra xwe rabêja mêtinger a di wêjeya tirkan de hedef girtiye a Remezan Alan bi sernavê “Di Edebiyata Kurdî ya Modern de Lêrasthatinên Kolonyal, Îmaja Neteweyî û Klîşeyeke Berevajîbûyî”[4] ye. Di vê nivîsa ku dikare wek berdewamiya ya Zeynebê jî bê xwendin, piştî ku di wêjeya kurd û tirkan de teswîrên “yên din” miqayese dike, tê li ser meseleya ku ew qlîşeyên ku tirkan derheqê kurdan de di wêjeya xwe de afirandibûn çawa ji aliyê hin nivîskarên kurd (Firat Cewerî, Mehmed Uzun) ve hatine tesdîqkirin, dahurandin û dubarekirin. Ronayî Önen[5] di nivîsa xwe “Türk Romanlarında Oryantalizmin İzini Sürmek: Dağları Bekleyen Kız ve Dersim” de di ser du romanên tirkî re dest nîşan dike ku burokrat û leşkerên tirk di xweterîfkirina komara Tirkiyeyê û terîfkirina êdinê xwe de çawa ji helbestvan, romanûs û ramangêran palpiştî wergirtine. Nivîseke din jî, ku di vê hejmarê de cih digre, a Ayhan Öztunç e ku li ser zayendperestiya di wêjeya tirkî de ku aliyekî wê mêrê tirk î pak û xwedîhêz e û aliyê din jî jina kurd a nezan, kovî, bermihmet û heta bêheysiyet e. Öztunç di berdewama nivîsa xwe de nîqaş dike ku vê qlîşeyê di romanûsiya tirkan de ew qas ciyê xwe girtiye ku ne tenê di nav romanên wan ên neteweyî de lê di nav romanûsên çepgir de jî vê qlîşeyê bi awayekî xurt hebûna xwe domandiye.

Rexneya wêjeya kurdî ku temenê wê gelekî kurt e hê nû dest pê kiriye wêjeya kurdî di peywendeke dijmêtingerî de dinirxîne. “Gotara Dijkolonyal û Wêneyê Serdestiya Tirkan di Kovara Hawarê de”[6] a Zülküf Ergün nivîseke bi vî rengî ye. Ergün ketiye nav rûpelên kovara Hawarê û nîşan dide ku nivîskarên wê bi rabêjeke dijmêtinger rûpelên xwe kirine meydana têkoşîn û berxwedaneke çandî li hember hêza mêtinger a komara Tirkiyeyê ya nûava. Nivîsa Alan ku li jor hate qalkirin jî bi qismekî xwe di nav vê peywendê de cih digire.

Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim bi xwendineke dijmêtinger li ser çîroka Mehmet Şarman a “Pirça Winda”[7] ku wê navê xwe daye pirtûkê jî, bikim; binerim ka nivîskar berê xwe daye rabêjek bi çi rengî û biceribînim li ser derfetên çîrokekê bifikirim ku dikare rê li ber nîqaşên curbicur veke. Lê ewilî ji bo kesên çîrok nexwendibin kurteya wê bidim.

Kardûk zilamekî ku bi pirça laşê xwe tê naskirin, li gundekî bi jina xwe re di nav bexteweriyê de dijî. Belê bi pirça xwe tê naskirin ji ber ku pirçek wisa reş û gurr lê ye ku di serma zivistanê de jî hewce nake kincan li xwe bike. Şevên zivistanê pirça xwe wek kulavekî li xwe û jina xwe dibêçe. Pirça wî erka mînderê jî dibîne dema li ser kevir û kuçikan rûdine. Tu kermêş nikare di nav pirça wî de here û dev lê bike; di nav pirça reş û gurr de winda dibe; mîna ku bikeve tora pîrhebokekê dimire û diçe. Heta kûçik dema êrîşî wî dikin devê wan ancax bi pirça wî digire, nikarin gez bikin.

Pirça wî ne ku wî tenê ji sermayê, kermêş, gur û kûçikan diparêze, hokera kesayetiya wî ya kamil, sergiran û biedeb e jî. Ji ber pirça xwe zû ji zaroktiyê derdikeve û dikeve nav civaka mezinan. Wek zilamekî bi heybet û azamet tê naskirin. Jina wî jî gelekî ji pirça laşê wî hez dike. Her tim wê dişo, dişkine û mist dide.

Lê di jiyana wan de tenê kêmasiyek heye, ew jî zarok e. Zarokê wan çênabe. Piştî şêx û melan Kardûk biryar dide biçe bajêr hekîmekî peyda bike. Berê xwe dide bajêr lê çi dibe li vir dibe. Tevî ku gelek mirovên curbicur dibîne çavê wî li jineke porzer, çavşîn û bejinbilind jî dikeve û hiş û aqil ji serî diçe. Jinik di nav demeke pir kurt de ji ber çavê wî winda dibe û careke din wê nabîne. Dema vedigere gund ew Kardûk çûye yekî din ketiye dewsê. Dikeve nav nivînan û kêlim pê nakeve. Di vê navê de heta niha li ku derê jiyaye, çi kiriye nayê zanîn lê tenê em di çîroka dawîn a pirtûkê “Nivîskarê Bêmijar” de dibînin ku Kardûk hiş û aqilê xwe û navê xwe jî bi temamî winda kiriye û wek pirço tê naskirin. Li dû pîqaba gund destê xwe ba dike, dike qajeqaj. Çend roj şûnde dîsa diçe bajêr. Piştî çendakî mîna hirçekî pîr vedigere û dîsa peyv ji devê wî dernakeve. Dibe sibe, bi hevringê hemû pirça laşê xwe kur dike, xwe tazî dihêle. Ew heybet û ezameta wî winda dibe. Bi ser de hemû pez û dewarê xwe difiroşe dîsa berî dide bajêr. Demeke dirêj kes hesekê jê hilnîne çi dike, heta ku zivistanê di rojeke bi seqem de vedigere. Lê jarik bûye, dev û lêv ketiye nav hev, reben û bêçare bûye, nikare ji erdê rabe. Sê gundî wî bi lihêf, kulav û betaniyan dipêçin, ser kaşkaşekê siwar dikin ku bibin ba hekîmekî. Di rê de pûk, sar û serma zora wan dibe, diqefilin û di nav diranê guran de qetqetî dibin. Diranê guran di cemeda ser betanî û lihêfên li ser Kardûk de naçin; laşê wî wek xwe disekine.

Çawa ku Edward Said îzeh kiribû ku sazkirina hegemonyaya Rojava ya li ser Rojhilat bi terîfkirin, navlêkirin û hilberandina epîstemolojiya derheqê Rojhilat de bi hev re meşiyabû, pêvajoyek mîna vê di sazkirina hegemonyaya komara tirkî ya li ser Kurdistanê de jî pêk hat/tê. Ewilî kurd û erdnîgariya ku lê dijîn ji navên xwe hatin mehrûmkirin û wek “şerq” û “şerqî” hatin binavkirin. Li gor terîfa wan “şerq” cihekî mehrûmiyetê, tunebûnê, warê nezanî û hovitiyê ye; “şerqî” jî wek hov, hê ji zaroktiyê derneketine, tekamula xwe xelas nekirine û pêdiviya wan a acil bo medenîbûnê heye. Di vê terîfê de pirç, tevî hêmanên zalimtî, kujerî, xayintî û nezanî û ji çandê bêparbûnê, yek ji nîşaneyên hovitî an bêparbûna medeniyetê bû. Bi taybetî mêrên kurd ligel çermê qemer û çavên xwe yên reş pirça wan pir zêde bû di vê terîfê de. Simbêlên wan gur û dirêj bû, dora qirika wan tijî pirç bû, dest û pêyên wan ji pirçê reş dikir. Ne tenê di deqên wêjeyî de lê di karîkatur, sînema û axaftinên rojane de jî ev wek qlîşeyekê her tim serdest bû. Lê di terîfkirina jinan de em rastî qlîşeyeke fîzîkî ya bi vî rengî nayên. Gelo jin çawa ji vê qlîşeyê xelas bûne? Ji ber ku netewe wek berdewamiya malbata bavsalarî dihate texeyulkirin, neteweperweriyê jî mêr wek aktor an kirdeyên çalak ên civakekê an neteweyekê didîtin/dibînin.[8] Jin jî wek sembola ax an welatekî bidestxistina wê dihate wateya bidestxistin û têkçûna wî welatî, lewma bi rêya terîfkirina jinên welatekî him ew welat û him jî jinên wê dibûn wanekên (obje, nesne) arezûyê[9] an bi gotineke serbestir milkê talanê yê civat an neteweyekê bûn.

Li ber ronayiya ev teswîrên bêqîmetkirin û biçûkxistinê û metaforeke neteweyî navê Kardûk jî em bidin ber çavan, hêmana esil a çîrokê, pirç û pirça winda bi erkeke berovajîkirina teswîreke mêtinger derdikeve pêşberî me. Di rabêja medenîkirinê ya mêtingeran de pirç tiştekî çiqas bêqîmet û kirêt be, di “Pirça Winda” de ew qas biqîmet e, xweşik e, xeml û stara laşê Kardûk e. Pirç çiqas zêdehiyek be ji bo jina wî ew qas hêjayî hezkirin, parastin û lêmiqatebûnê ye. Bi windakirina wê Kardûk û jina wî bê star, mehrûm dimînin; stûna jiyana wan xira dibe; jiyan vala û bêwate dibe; di devê guran de qetqetî dibe. Hemû wateyên ku rabêja mêtinger li pirçê bar kiribûn tên pûçkirin.

Metafora pirçê li hemberî vê şablona mêtinger a êrîşkar ku ji aliyê tirkan ve li kurdan hatiye barkirin erka stratejiyekê dibîne. Ger kesek ji vê şablonê aciz be, li hemberî êrîşeke bi vî rengî du stratejî hene. Mirov dikare vê şablonê red bike û hewl bide bereksiya wê îspat bike; wek Kardûk dikare ji pirça xwe xelas bibe û bişibe êdinê xwe. Ev stratejî ji bo muxetabên şablonê dibe dafikeke ku wan ji hemû hebûna wan mehrûm dihêle û têk dibe, çawa ku Kardûk ji navê xwe jî mehrûm dimîne û dibe “Pirço”. Mînakek din, li hemberî sûcdarkirina “bölücü” an “ilkel milliyetçi” (cudaxwaz, neteweperwerê hovber) kurdek çiqas van red bike û rabe bereksiya wê îspat bike, ew qas ji hebûna xwe dûr dikeve, nasnameya xwe winda dike, piştî demeke kurt wê navê xwe jî winda bike. Stratejiya duyem an stratejiya Şarman jî, bi rêya xwedîlêderketina vê şablonê berterefkirina êrîşa serdest e. Ew navên lê hatiye kirin û terîfên derheqê xwe de wek hêmanên hebûna xwe dibîne û xwedî li wan derdikeve. Lewma Şarman pirçê ew qas berz dike û dike hîmê jiyana Kardûk. Pirça Kardûk hemû hêmanên hebûna kurdan ên maddî û manewî di bin siya nerînên êdin de li ber çavê wan reş bûye û tên windakirin an tê xwestin winda bibin, sembolîze dike. Ew hêman welatê çiyayî ye, şelwer e, kum û kitana spî û simala rengîn e, kirasê dirêj e, xavika spî ye, zimanê kurdî ye, navên zarokan e, hafizeya kolektîf e, hwd. Evên ku her kurdekî dema marûzî nerînên êdin bûye kêmtirîn carekê jî be ji ber wan fedî kiriye, hebûna wan wek barekî an kêmasiyekê dîtiye, xweziya xwe bi yên êdin aniye û ew li ber windabûnê hiştine. A herî dilsotîn jî, digel hêmanên heyî, ên muhtemel jî, wek azadiya kolektîf, dewletbûyîn an texeyula civakek jixwerazî, bixwebawer jî tên bêrûmetkirin. Şarman di çîroka xwe de li pey windabûna aidiyetên kurdan ketiye û bi metafora pirçê hemû windayiyên kurdan berz kiriye. Peyva “winda” bi xwe jî dengvedana zêmar an giriyê li pey tiştekî hezkirî ku ji ber çavan winda bûye li ber guhê mirov dixe û di nav berxwedana deqî de cihê xwe digire.

Bi Kardûk ve vê daxwaza windakirinê çawa dest pê kir? Pirça wî kengî û çawa lê bû bargiraniyek? Kardûk dema li gundê xwe bi gundiyên xwe re muxetab bû pirça wî ji wî re ne mesele bû, ji pirça xwe acizî nedikir. Jixwe destpêka çîrokê jî piranî ji şayeseya bexteweriya Kardûk û jina wî, ku dişibe destpêka hin fîlmên emerîkî, pêk tê ku ev tezata beriya aciziya ji pirçê û windakirina wê û piştî wê gelekî zelal dide xuyakirin. Kengî çû bajêr çav li jineke servekirî, porzer û çavşîn ku ev hêmanên

teswirkirina medenîbûnê û pêşketîbûnê ne[10] dikeve li pirça xwe ya reş hay dibe. Ji ber ku navê leheng Kardûk e, em dikarin vê jinikê ji êndin yanê wek tirk bi nav bikin û meyla xortên kurd ya bo keçên porzer û çavşîn ku ev nîşaneyên dûrbûna ji kurdbûnê ne, tê zanîn. Her çiqas di çîrokê de nayê gotin ku jinikê ew dîtiye an na, lê eşkere ye ku Kardûk bi çavên wê li xwe neriye, fikiriye ku jinik ê ji wî hez neke û lêpirsînên wî yên derheqê wî de dest pê kiriye, çawa ku Frantz Fanon dibêje piştî ku ên spî û reşik bi hev re dijîn, di reşikan de kompleksek psîko-egzistansiyel a girseyî dest pê dike.[11] Lewma pirça wî li ber çavê wî reş dibe, giran dibe, dibe zêdehiyeke ku divê jê bê xelaskirin da ku li ber çavê adina xwe maqûl, hêjayî hezkirinê xuya bike. Ji ber pêwendiya desthilatdariya newekhev jinikê ew dîtibûya jî ê ku di bin bandora êdin de bimîne wê dîsa Kardûk bûya. Ji ber ku, dîsa li gor Fanon, “mêtingerî hesta xwetiya (benlik) mirov tune dike, wê/wî di nav rewşeke wanekî (nesnel, objective) ya raser de heps dike, lewma ji mirovatiyê derdikeve.”[12] Ji vê kêlîkê şûn de Kardûkê ku xwetiya xwe winda kiriye, hebûna xwe ji bo adin didomîne. Li hemberî adin di nav gumaneke kûr de ye, ji wekxwebûnê ditirse. “Arezûya wekheviya bêhed”[13] di navbera wî û adin de hîmên hebûna wî ji bin de dirûxîne. Ji ber rewşa wî ya ji takekesitî û xwetiyê mehrûm, nikare pirsgirêkên xwe çareser bike. Bi windakirina xwetiya xwe Kardûk ber bi windabûneke temamî ve diçe. Ew zilamê ku di destpêkê de bextewer, xwedî rûmet, jixwerazî û xwedînav dibe tenê wanekek li ber çavê kesên din.

Tê zanîn ku yek cure xwendinen wêjeyî tuneye. Ligel xwendineke dijmêtinger ev çîrok karîbû ji aliyê hin xwîneran ve bi nerîneke femînîst jî bihata xwendin û karibûn bigihêjin wê encamê ku jin wek wanekekê hatiye temsîlkirin ku hişê zilaman ji serê wan dibe. Lê nivîskar bi rêya îthafa xwe ya “Ji hemû rexnegirên femînîst re” haydarbûna xwe ya ji vî cure xwendinê diyar dike û hişyariyekê dide rexnegirên femînîst, wek ku bibêje di civakek mêtinkirî de ev rewşa Kardûk tenê bi analîzeke femînîst nayê îzehkirin an ev têr nake.

“Pirça Winda” bi perspektîfeke ji hundir me vedixwîne ku em ji bin siya nerînên êdin derkevin û li xwe binerin an wek vexwendineke bo xwedîderketina li xwetiya xwe bê xwendin, him di warê şexsî de him di warê kolektîf de. Li vir ji ‘kolektîf ’ê qesta min kolektîvîteya modern a neteweyî ye lê dema ev binavkirin derbas dibe pirs an îtirazeke ku gelek caran bi eşkereyî carinan jî nixumandî li ber guhê min dikeve tê bîra min. Ger welatek, gelek an neteweyek di miqayesekirina bi yên din re hêjayî hezkirinê neyê dîtin, wê çawa be? Digel vê ev hest wê çawa ji dilan derkeve û bê teorîzekirin? Demeke dirêj e ez li bersiva van pirsan digeriyam; axirê Dipesh Chakrabarty di pirtûka xwe ya bi navê Avrupa’yı Taşralaştırmak: Postkolonyal Düşünce ve Tarihsel Farklılık (Provincialing Europe: Postcolonial Thought and Historical Difference) de bi beşa “Ulus ve Tahayyül”ê (Netewe û Texeyul) gihişt hawara min:

Ne zehmet e mirov fam bike ku rastîbîniyek fotografîk an naturalîzmek bêtawîz hemû pêdiviyên awayê nerîna ku neteweperweriyên modern diafirîne, têr nake. Ger welat, gel an netewe ne heyberên (entity, varlık) ku tenê bên çavdêrîkirin, şayesandin û rexnekirin bin, digel ku em wan hêjayî hezkirinê nebînin, wê çi xerantî bike ku di heman demê de ev hêjayî hezkirinê ne? Ey le ne heqîqeta dîrokî, ne jî rewşa rastî û teb’î bi me re hestên sedaqet û heyraniyê çêneke? Nerîneke wanekîhez û rasteqîn ancax dikare mirov ber bi bênasnamebûnê ve bibe.[14]

Piştî vê xwendinê min carekê jî bi çavên Chakrabarty “Pirça Winda” xwend. Belê, tiştê kir ku Kardûk ji xwetiya xwe mehrûm bimîne û wî ber bi windabûnê bibe, dikare wek rastîbîniya fotografîk an naturalîzma bêtawiz jî bê şîrovekirin. Em ji dêvla metaforên Kardûk û pirçê, kurd û hemû ew çand û welatê wan ku hatiye bêrûmetkirin binivîsînin, em ê bibînin ku şablonên tirkan ên derheqê kurdan de hişmendiya kurdan, daxwaz û endîşeyên wan, nerîna wan a li xwe û welatê xwe çiqas di bin bandora xwe de hiştiye. Ya na mirovekî wek Sırrı Sakık ku nêzî sî salan e bi awayekî çalak di nav siyaseta kurdan de cih digire û ji sala 1991ê û vir ve li Enqereyê parlamenter e çima bibêje “Ma çima min dev ji Enqereyê berda hatim Agiriyê…?”[15] An hin kes jî ji dêvla ku bibêjin “Enqere, Stenbol, Bodrum, Marmarîs, Antalya hebe em çi bikin ji Kurdistanê?” nixumandî lê bi awayekî korxapandinkî rewşa xwe rasyonalîze dikin û dibêjin “Stenbol, Antalya, Bodrum, Marmarîs jî ên me ne, em çima wan ji tirkan re bihêlin biçin Colemergê, Şirnexê, Mêrdînê hwd.” Rast e, mirov fotografê wan bikşîne û dayîne ba hevdu, konfora wan bide ber hevdu dibe ku ewilî mirov heq bide wan. Lê heqîqet ji xuyangên di fotografan de gelekî wêdetir e, di bin perdeya “rastiya wanekî”[16] de veşartî ye. Divê ew perde bê rakirin. Ev karê rewşenbîr û siyasetmedarên civakê ne ku divê xwe wek parçeyek ji berpirsiyariya rewşa fotografîk bibînin û barê wê hilgirin. Ji aliyekî din ve, ev nerîna fotografîk û naturalîstîk bêtir encama kirdeyeke parçebûyî ye, lê ev kirdeya parçebûyî ne temamiya kirdeya mêtinkirî ye. Ew ji nav kesên biperwerde derdikevin ku, hin rewşenbîr û siyadetmedar jî tê de, dikarin di nav sîstema mêtinger de tevbigerin an li wir xwedî postekî ne; di nav xwetiya xwe û ya mêtinger de diçin tên. Rizaya ku mêtingeran di nav gelê mêtinkirî de bi dest xistiye/dixin temsîl dikin.

[1] Têgeha ‘berxwedena deqî’ îlhama xwe ji vê berhemê digre: Elleke Boehmer, Colonial Postcolonial Literature, ç.2, 2005, London: Weşanên Oxfordê. Boehmer di beşa “Imperialism and Textuality” (Emperyalîzm û Deqîtî) de li ser temsîliyeta emperyalîzma Brîtanyayê a di deqên wêjeyî û newêjeyî de disekine û wan xulase dike.

[2] Edward Said, Şarkiyatçılık: Batı’nın Şark Anlayışları, wer. Berna Ülner, 2006, Stenbol: Metis

[3] Zeyno Zeynep, “Wekî Qadeke Şidetê Temsîl: Di Romana Tirkan De Kurd, Îsyan û Jin”, wer. Davut Ozalp, Zend-Payîz, 2008, r.19-28.

[4] Remezan Alan, “Di Edebiyata Kurdî ya Modern de Lêrasthatinên Kolonyal, Îmaja Netewî û Klîşeyeke Berevajîbûyî”, di nav Tîr û Armanc: Gotarên Rexneyî Li Ser Edebiyata Kurdî Ya Modern de, amad. R. Alan, E. Öpengin, 2014, Stenbol: Peywend, r.49-70.

[5] Önen, Ronayî, “Türk Romanlarında Oryantalizmin İzini Sürmek” Toplum ve Kuram, hej. 6-7, sal. 2012, r.361-375.

[6] Zülküf Ergün, “Gotara Dijkolonyal û Wêneyê Serdestiya Tirkan di Kovara Hawarê de” di nav Tîr û Armanc: Gotarên Rexneyî Li Ser Edebiyata Kurdî Ya Modern de, amad. R. Alan, E. Öpengin, 2014, Stenbol: Peywend, r. 23-47.

[7] Mehmet Şarman, “Pirça Winda”, di nav Pirça Winda de, 2010, Stenbol: Avesta.

[8] Her çi qas ev rewş ber bi aliyê jinan ve ber bi guherîneke erênî de biçe jî, di nav peywenda vê nivîsê de ev nêrîn bi rihetî dikare bê parastin.

Najmabadî, Afsaneh, “Sevgili ve Ana Olarak Erotik Vatan: Sevmek, Sahiplenmek, Korumak,” wer.

[9] Tansel Güney-Elçin Gen, di nav Vatan, Millet, Kadınlar de, ed. Ayşe Gül Altınay, 2004, Stenbol: İletişim, r.129-167. Önen, b.n.b., r.372-374. Zeynep, b.n.b. r.27.

[10] Ya na ew ê ne tesaduf be ku gelek jinên porreş porên xwe zer dikin lê nehatiye dîtin ku jineke porzer porê xwe reş kiribe.

[11] Frantz Fanon, Siyah Deri Beyaz Maske, wer. ji frensî Cahit Koytak, 2009, Stenbol: Versus, r.8.

[12] Nql. Loomba, Ania, Kolonyalizm Postkolonyalizm, wer. Mehmet Küçük, 2000, Stenbol: Ayrıntı, r.168.

[13] Fanon, b.n.b., r.42.

[14] Dipesh Chakrabarty, Avrupayı Taşralaştırmak: Postkolonyal Düşünce ve Tarihsel Farklılık, wer. İlker Cörüt, 2012, Stenbol: Weşanên Zanîngeha Boğaziçiyê, r.220.

[15] http://www.patnos.gen.tr/bdpli-sakik-agrida.html. Ketina malperê 30.06.2014. Sakık li Agiriyê di axaftineke xwe ya beriya hilbijartinên herêmî (30.03.2014) de ev gotin kiribû. Bi vê gotina xwe, digel ku ew bi xwe jî ji Mûşê ye, hatina xwe ya ji Enqereyê ya nav “vî gelê reben” wek fedakariyeke mezin nîşan dabû. Piştî ku di hilbijartinê de bi ser ket ev serkeftina xwe, wek ku li Agirî û li hemû Kurdistanê kesekî hêja tunebe, diyarî karkerekî kir ku li Somayê birîndar bûbû. Soma navçeyek girêdayî bajarê tirkan Manîsayê ye ku demeke berê di madeneke komirê de 301 karker miribûn.

[16] 14.      Nql. ji Rabindranath Tagore, Chakrabarty, b.n.b. , r.220.

Share.

Leave A Reply