GELO JÊRDEST ÇI DIAXIVIN? Di Navbera Nasnav û Pasaportê de Cîhaneke Bêpasaport

Ferzan Şêr

Kurte

Pirsa “gelo jêrdest li ser çi diaxivin?” ji sê hêmayên nîqaşdar pêktê; axaftin, guhdarîkirin û wateya di encama têkiliya axaftin û guhdarkirinê de. Piranî gotinên li ser jêrdestan li derdora xala axaftinê digerin. Xala guhdarkirinê jî kêmzêde wekî îtirazek li hemberî wê radibe. Lê xala wateyê li paş wan maye, girîngî pê nehatiye dayîn. Li derdora têgeha nasnameyê dema mirov li hêmayên Ahmed Arif’ê jêrdest (esmer, kurd, ji çîna jêrîn) û ingrid Jonker’a serdest (spî, efrîkaner, ji çîna jorîn) dide ber hev dibîne ku a girîng ji dêvla nav û şanenav xwediyê gotin û guhdarê, wateya axaftinê ye.

“i try to find the highway perhaps to run away but everywhere the footpaths of his words lead me astray.”

Ingrid Jonker

Destpêk

Axaftinên postkolonyal wekî bingehek li ser axaftina jêrdestan, xwederbirîna jêrdestan tê bikaranîn. Dema axaftina jêrdestan û postkolonyal bêne cem hev, kirdebûna jêrdestan (bêyî temsîlkirinê) bi bîr dixe. Bi awayekî em dikarin bibêjin ku ji dêvla dubloran, jêrdest bi xwe wekî sereklîstikan dîmenên xwe pêşkêş dikin. Axaftin bi xwe geh monolog geh diyalog hewcehiyê bi guhdarkirinê dibîne û armanc û pêdiviya axaftinê jî ji bo “wateafirandina” di navbera ziman, takekes û civakê de dişixule. Di vê nivîsê de em ê li ser axaftina jêrdestan bisekinin, ew ê bibe navenda nivîsa me lê dema mirov li ser hin têgehan difikire, di wê pêvajoyê de nemaze jî di çanda postmodern de heman fikr bi du awayan (erênî û neyînî) tên bikaranîn. Lewma di vê nivîsê de em ê ji hin hêmayên ku dubendî di navbera wan de heye, sûdê werbigirin. Nasnav, nasnameya dubendiyeke wiha ye, dîsa pasaport wiha ye ku hêmayeke bo mînakdayîn û rêveçûna mijara me cihekî girîng digire; pêşî em ê nasname, nasnav û pasaportan, dûre di helbestên Ahmed Arif û Ingrid Jonker de metafora pasaportê otopsî bikin, dawî jî em ê di ser van pêpelokan re hilkişin nav têgeha axaftinên postkolonyal, nemaze jî em ê li ser wateafirandinê bisekinin. Mînak û hêmayên her çiqas ji navenda nivîsê wekî teorî zêdetir cih bigire jî, bi wan mînakdayîn û bi gihîştina koka nerîna wateafirandina jêrdestan re em ê xeleka axaftin, guhdarkirin û watelêkirinê temam bikin.

Nasnav, nasname û pasaport

Beriya kûrbûna li ser naverok û angaştên metnê pêdivî bi ravekirina hin têgehan heye. Di vê nivîsê de qesta min ji nasnameyê fermîbûna dewletê ye; ji nasnavê jî qesta min taybetmendiyên kes û civakan e, ku ji mijara zayendê heya rabûn û rûniştinê dûdirêj dibe.

Di ferhenga mêtingeriyê de, nemaze jî bi pey avabûna (netew)dewletên modern re, nasname cihekî girîng digire. Bi belgeyeke fermî re em dibin hemwelatiyên dewletekê. Di mêtinsaziyê (kolonîzasyon) de mêtinger tim dixwazin mêtingehên xwe him bê nasname bihêlin, him jî nasnavên wan xera bikin, wan bi nasnaveke nû “perwerde bikin”. Derfetên jiyanê, jînewarbûn ancax di “dewletan” de bi derfetên dewletê pêkan e, lewma dewlet hemû karên xwe yên kirêt bi şantaja “bênasnamekirinê/nasnamedanê” dimeşîne. Ev tecrûbeya mêtinsaziyê herî baş li rojavayê Kurdistanê xuya bû. Kurdên bakur bi awayê “şoreşgerên romantîk” di qadên Newrozan de nasnameyên komara Tirkiyeyê li ba dikin û dibêjin “ha ji we re serê we bixwe”, lê di hundir û rastiya vê çalakiyê de kiryareke nedilsoz heye; lewra li pey wê çalakiyê herkes bi awayekî sirûştî serî li azmûnên bo belgeya ajovaniyê ango li azmûnên zanîngehan dide. Bi kurtasî belgeya dewletê biqasî pûçkirina nasnava me, bi kêrî xwendina me jî dihat. Lê dema min dît ku hevalekî min î li Rojava ji ber nebûna pasaportê vexwendina min a bakur kir sedema nehatinê, wê demê rastiya binasnamebûnê bi nakokiyekê li ser dilê min rûnişt. Bênasnamebûna kurdekî Rojavayî, di encama redkirina endamtiya partiya Beesê de pêk hatibû. Endamtî nebe jî têkiliya wî ya partiya Beesê nînbû. Mirov vê yekê berovajî bike kurdên li bakur bi awayekî bêhemdî/bêhişî û bi nezanî bûbûn endamên defakto yên sazûmana Kemalîst. Lewra hemû normên desthilatên kurdan heman sembolên pêgiriyê ji wan hêvî dikirin. Bi rêya nasnameya komara Tirkiyeyê re jî kurd hatibûn kemalîzekirin[1].

Li ser têkçûnên projeyên mêtinsaziyê, mêtingeran ji bo ku “qirêjiyên” li kolanên xwe yên bi navê “adin” bi me paqij bikin û formên nû yên mêtinsaziyê biafirînin peyvên mîna “întegrasyon, pirrçandî” hwd. ava kirin. Întegrekariya civaka serdest ango civaka bi destê mêtingeran hatiye sazkirin ji bo mêtingehan mirin e. Di vê pêvajoyê de wek ku yek di sekeratê de be û firîşteyek bê di guhê wî/ê de bibêje “tu yê bîskeke din bimirî, lê xeman nexwe di cîhana din de tu yê di bihuştê de bijî”. Ev rewşa xwe-xapandinê, ehwen-î şer e, başê xeraban e. Dema hûn rahijin “nasnameya” dewleta mêtinger hûn ê karibin di nav sînorên wê dewletê de bi qasî azadiya çûka di qefesê de bi serbestî bijîn. Ji bo takekesekî di nav welatîbûna welatekî -geh serdest geh bindest- rewşa nasnameyê wiha ye. Lê dema mirov xwedî nasname bibe jî ger bê pasaport be (ne bi tenê wekî belge, mafê pasaportê nînbe) cîhana wî kesî bi tenê bi welatê lê dijî ve dorpêçkirî ye. Heta ku mirov bê pasaport be bê welat e jî. Dema mirov li fîlma Terminal a ku Tom Hanks sereklîstikvan e temaşe dike vê rastiyê bi zelalî dibîne. Viktor Navorski ji Krakozya (Rojhilatê Ewrûpayê) tê balafirgeha New Yorkê. Dema Viktor hêj di balafirê de ye li welatê wî leşker rêveberiya “sivîl” bi zorê bi dest dixin. Welatekî nû ye û ji aliyê Emerîkayê ve nayê nasîn, lewma pasaporta Viktor bê hikm e. Viktor ji ber bêhikmiya pasaportê ne dikare têkeve nava Emerîkayê ne jî dikare vegere welatê xwe. Ev fîlm ji jiyaneke (Mehran Karimi Nasseri)[2] rasteqîn hatiye girtin. Lewma jî têkiliya nasname û pasaportê, têkiliya pasaport û mafê gerîna derveyî welatê xwe ango berovajiya wê têkiliya pasaport û girtîmana di welatê xwe de eşkere dike.

Ji bo nivîskar û rewşenbîran mijara nasname û pasaportê hinekî din aloztir e. Ger em ji çarçoveya mêtingeriyê û postkolonyal derkevin di dîrokê de nivîskar û hunermend bi rêjeyeke balkêş tim ji nasnav û nasnameyên xwe bêtir bi hunera xwe xwestine nasnaveke nû biafirînin. Lewma jî ji navê ku “bavê wan” li wan kiriye dest pê kirine, û tim bi bernavkan yanê bi navlêkirina xwe, bi xwe re di avakirina nasnava xwe de rola bavtiya xwe bi dest xistine. Her nivîskar û hunermendî bi zanîn û hişmendiyeke xurt ev yek nekiriye, hinekan ji ber ne-xweşbûna navan ev yek kiriye. Mînak stranbêjên çanda populer bi bijartina navê populer re “populerbûnê” bi dest dixin. Ev li hêlekê hinek kesên di nav desthilat û serweriyên xedar û zextkar de ji bo karên “ne li gor normên desthilatê” ji bêgavî û xema afirandinê, navên “korsan/ bernavk” li xwe dane. Kurdên vî çend dehsalên dawîn jî bi piranî ji ber qedexebûna kurdî navên xwe yên resen ên tirkî redkirine û navên kurdî yên gelek polîtîk li xwe kirine, her ku yên ji bo xweveşartin û reva ji desthilatê ev yek kiriye hebin jî. Her wekî din ev pêdivî û daxwazên navguhertinê bi hişmendiyeke xurt nehatibe kirin jî em dikarin vê daxwaz û kirinê bi awayekî derhişîn bi ya min bi awayekî xurt ji daxwaza avakirina nasnaveke nû pêk tê, ew jî wek li jor qalkirî bi bavtî-bûna xwe bi dest dixe. Lewra em dizanin ku navlêkirin di navbera bavê biçûk (bavên biyo/çandî) û bavê mezin (dewlet) de pêk tê. Û jixwe ji ber vê yekê ye ku dema mirov dixwaze navê xwe biguherîne di çavdêriya dewletê de dozê li bavê xwe vedike.

Serboriya nivîskaran ne bi tenê di vê hewla Lacanian de ye. Di heman demê de di berhemên xwe de jî nasnameyên wekî parçeyekî nasnava xwe honane. Dema em vegerin sînorên navenda nivîsa xwe, di çarçoveya mêtingerî û postkolonyal de em ê bibînin ku nasname (wekî cureyekî nasnameyê pasaport jî) bûye alavên berhemdayîna wan. Di nav helbestvanan de du heb hene ku navenda nivîsa me diyar dikin û sînorên nivîsê xêz dikin. Yek ji wan Ahmed Arif e, ê din jî Ingrid Jonker neha em ê di helbesta wan de metafora “pasaport”ê bi awayekî berawirdî bixwînin.

Di helbesta Ahmed Arif de pasaporta biratiyê

Ahmed Arif di sala 1927an de li Diyabekirê ji dayik dibe. Li gor veguhastina Yılmaz Odabaşı di pêveka Hasretinden Prangalar Eskittim [Min Ji Hesreta Te Pranga Kevn kirin] de Ahmed Arif di hevpeyvîneke xwe de gotiye “bavê min ne kurd bû” (120). Ahmed Arif helbesta xwe bi zimanê tirkî nivîsiye, lewma bi hunermendiya xwe xwemalî edebiyata tirkî ye[3]. Lê bi giştî her çiqas Ahmed Arif wiha gotibe jî di helbesta wî de em ê bibînin ku wekî “kurd”ekî tê hesibandin. Û car bi car jî kurdan ew, yek ji nûnerên edebiyata xwe hesibandine. Ev meseleya mînoriyê mijareke berfireh e, lê divê em vê yekê diyar bikin ku profîla Ahmed Arif a di vê nivîsa me de wiha ye: Kurd e, esmer e û bi zimanê serdest dinivîse, a girîng jî xwe wekî berdevkê kurdan dibîne.

Ahmed Arif berhemên xwe yên ewilîn di salên 1941-1948an de, yanî du sê salan piştî şerê cîhanê yê duyem dinivîse. Di wê demê de li Tirkiyeyê feqirî ye, serdemek pirrpartiyî dest pê kiriye û bizaveke çepgir a derveyî partiya kemalîst jî tovên xwe yên ewilîn di bîst sî salên dawîn de avêtiye. Ahmed Arif jî bêguman di bin tesîra vê pêlê de çepgirek bû. Mijara çepgiriya wî û kurdbûna wî li ser rêya biratiya bi “tirkan” re digihe hev. Her çiqas em wî wekî nûnerê edebiyata kurdî nebînin jî di helbesta wî de zelal e ku ew xwe wekî berdevkê kurdan dibîne. Di helbesta “Otuz Üç Kurşun [Sî û Sê Gule]” de bi gelek hêmayan re ev yek eşkere dibe.

“Ev çiya çiyayê Mengen e/ Dema berbang davêje li Wanê/ Ev çiya têjikê Nemrûd e/ Dema berbang davêje li hemberî Nemrûdê/ Şepe li hêleke te ketiye, asoya Kafkasê/ Hêleke te sicade, milkê Acem e/ Di lûtkeyan de gûşiyê qeşayan/ Kevokê firarî li serê kaniyan/ Û keriya xezalan/ refê kewan” (93). Di vê beşê de em dibînin bi awayekî hêmayî behsa sînorê Kurdistanê dike û dûre bi taybetmendiyeke civaka kurdî jî dawî li vê bendê tîne: “refên kewan”. Di benda duyem a vê beşê de “Mêrxasî nayê înkarkirin/ Di şerekî rûbirû de têkneçûn/ Ji hezar salê vir ve, mirovê vir/ De bê em agahiyê ji ku bidin/ Ne refê qulingan e ev/ Li asîman ne birca stêrkan e/ Dilê bi sî û sê gule/ Sî û sê kaniya xwînê/ Naherike/ Bûye gol li vî çiyayî” (94) vê carê em pesnê mêraniya kurdan dibînin. Bi awayekî tinazker jî bi peyvên “şerekî rûbirû” jî derban ji zilm û bêbextiya kiryarên “sî û sê gule”yê dike, vê yekê dinimîne: Em di şerekî rûbirû de mêr in lê we bi gelacî û bêbextî bi leşkerên xwe “sî û sê” gundiyên me yên bêçek kuştin.

Di beşa sêyem de, li benda duyem wiha dibêje “Ji sî û sê [kesan] yekî mêze kir/ Di zikê wî de valahiyeke giran a birçîbûnê/ Por û rî [bûye] bostek/ Spî di stûyê de/ Mêze kir dest girêdayî/ Mêrxasekî dildojeh/ Li kîvroşkeke xerîb/ Li paşiyên [xwe]” (96). Di vir de her çiqas behsa feqîriyê, belengaziya kurdan gotibe jî metafora herî girîng ew e ku ji sî û sê kesan yek jî helbestvan bi xwe ye. Lewra di benda li pey wê wiha dibêje “Filintayê wî yê nazdar ket bîra wî” (97). Em dizanin ku navê kurê Ahmed Arif Filinta ye. Heya vir hin motîfên wê bûyera qirêj û hin taybetmendiyên kurdan di helbesta Ahmed Arif de xwe da xuyakirin. Lê ev beşa ku xwe jî dike yek ji wan kesên qetilkirî em hêdî hêdî berdevkiya kurdan, di objebûna wê bûyerê de çawa bi riya vebêjeriyê xwe vediguherîne kirdebûnê dibînin. Lewra ji beşa sêyem pê ve êdî kirdeya hevokan ji wan “sî û sê kesan” ber bi “ez”ê ve diqurife. “Min derb xwariye/ di geliyeke xalî ya çiyayan de/ Ji deman nimêja sibehê ye/ Dirêjkirî me/ Bi xwîn, dûr û dirêj” (100) dibêje û di dewama vê beşê de hevok giş bi kirdeya “ez”ê ditewe. Cînavka ezê ciyê navê kurdan digire û dibe bedena civakî ya kurdan.

Xeteke xurt jî bi awayekî paralel li ser têgeha biratiyê dimeşe. Ji “Ev çiya, çiyayên bira, qedir dizanin” (98) dest pê dike, wan çiyayên ku sînor diyar dikirin vê carê biratiyê pêk tînin. Dûre ev têgeha biratiyê di beşa çaremîn de lûtkeya biratiyê ava dike, manîfestoya banga biratiyê tê nivîsandin: “Em kirîvê hev in, birayê hev, bi xwînê ve girêdayiyê hev/ Bi gundên, bi konên taxa li hember/ Me qîz daye û stendiye bi qasî sed salan/ Em cîranê hev in tax bi tax/ Mirişkên me tev li hev dibin/ Ne ji nezaniyê/ Ji feqîriyê/ Dilê me germ nebûye li pasaportê/ Ev e sûcê me yê sedema qetla me/ Hew êdî navê me dibe eşqiya, [dibe] Qaçaxçî,/ [dibe] şêlankar/ [dibe] xayîn… ” (103) . Di vê beşê de metafora “pasaport”ê gelek girîng e û dibe diyardeya navenda nivîsa me jî. Di nav vebêja helbestî ya bûyereke trajîk de bangeke bi vî rengî bi awayekî polîtîk bi hêsanî dikare bê bilêvkirin ku ji lavelavê pê ve ne tiştek e. Lê bi ya min jê xerabtir tiştek heye ew jî ravekirina rabêja biratiyê ya bi hêmayên bi vî rengî, bi qewet e. Qeweta vê metnê ji nakokî û ji dualîbûna wê tê. A yekemîn Ahmed Arif di vê helbesta xwe de bi awayekî antropolojîk behsa xwînê, kirîvbûnê, biratiyê dike; bi awayekî erdnîgarî û sosyolojîk jî behsa çiyayan, erdnîgariyê, dan û stendina qîzan, behsa cîrantiyê, behsa mirîşkan filan dike. Bi wan yekan re dibêje pêdiviya me bi biratiyê heye, lê di heman demê de rexneyan li wan “birayan” digire, bi min wiha dibêje: Ew qas tiştên me yên hevbeş hene, tew bi ser de me dil neavêtiye welatekî din, em bi serweriya we qayil bûne lê dema em ji normên we dûr ketine we em wekî qaçax, xayîn û diz bi nav kirine. A duyemîn jî ev tiştên ku Ahmed Arif gazin ji “birayan” dike, rastiya kurdan jî bi xwendineke berovajî li ber wan dixe. Îro jî di siyaseta kurdî de em dibînin ku rabêja “binyıllık kardeşlik [biratiya hezarsalî] bi heman rengî tê avakirin û her ku zilm û zextên li ser kurdan bi normên desthilatê xurttir bûbe jî li ser rabêja biratiyê zêde tişt ji wê serdemê vir ve neguheriye. Lê di xwendinên postkolonyal de çawa ku rûberîbûna bûyerên trajîk bîreke hevpar ava kiribe, di vir de jî berovajîkirin û xwendinên berovajî van tiştan li ber me eşkere dikin: Pasaporta ku dilê Ahmed Arif lê germ nebûye divê dilê kurdan lê germ bibe.

Dawiya vê helbestê jî dîsa bi rabêja îroyîn tê bikaranîn şerê cîhan ê yekemîn e. Bi “Lêxin ûlan ûlan/ Lêxin/ Ez bi hêsanî namirim/ [….]/ Bavê min çavên xwe dane di ber Rihayê de/ [….]/Kirîvî, merivî, lawên çiyayan/ Di dorpêça Fransî de, serî hildide.” (105). Bi awayekî mêrane û şêrane dest pê dike, ber bi “şanlîbûn”a rihayê ve dimeşe. Pêre di bendên li pey jî wiha dibêje “Hêj simbêlên wî xwê dane/ Xalê min ê biçûk Nazîf/ Qeşeng,/ Sivik,/ Xweşsiwar/ Lêxin birano gotiye/ Roja xîretê ye/ Û pî

kolandiye hespê xwe.” (106) em hîn dibin ku xalê me Nazîf roja “xîretê” diyar dike. Xîret jî ne ji bo avakirina Kurdistan û xelaskirina wê ya ji destê biyaniyan e, xîret ji bo “ometa îslamê”, bo biratiya “gelan” e, bo welatê tirkan e.

Bi giştî ev helbesta Ahmed Arif jî tê de, bi nimandina van tiştan re xwe dide der. Ev tiştên ku em li ser dipeyivin rastiyên metnî ne. Lê Ahmed Arif li gel van taybetmendiyên jorî bi awayekî eşkere ne kiryarên wê bûyerê bi tirkan û serdestan ve girê dide, ne jî eşkere navê kurdan hildide. Bêlayeniyeke “çepgir” dest nîşan dike. Belê ew kesên ku ew sî û sê kes kuştine sûcdar in, û bi qasî ku Ahmed Arif helbesta xwe ya herî navdar jî binivîse îmana wî ji wan çûye, ew jî diyar e. Ev bûyer tesîrek mezin li Ahmed Arif kiriye û tu kesî jî bi ya min bi qasî wî ev mesele bi awayekî helbestî venegotiye. Lê nakokiya navlênekirinê, û banga biratiyê jî bi qasî wê diyarker e. Ahmed Arif ji neheqiya birayan gazindkar e, lê “redkirin” nîne tê de, di pêvajoya mêtinsaziyê de lêkera herî kêrhatî “redkirin” û li dû wê jî “deşîfrekirin” tê.

Di hel(w/b)esta Ingrid Jonker de pasaporta spîbûnê

Ingrid Jonker wekî Sylvia Platha Efrîkaya Başûr tê nasîn, lê di wêjeya cîhanê de cihê wê yê herî girîng helwesta wê ya dij-mêtinger û dij-apartheid e. Ingrid Jonker di sala 1933an de ji dayik dibe di sala 1965an de xwe berdide bextê pêlên behrê, xwe dikuje. Sylvia Plath jî di heman salan (1932-1963) de bi awayekî trajîk dijî û ew jî xwe dikuje. Ingrid Jonker bi eslê xwe efrîkaner e û bi zimanê efrîkanî dinivîse. Efrîkaner spiyên Efrîkaya Başûr in, bingeha zimanê wan xwe digihîne hollandî, eslê wan jî digihe wir. Efrîkaya Başûr ji sala 1948an heya serokatiya Nelson Mandela di bin rêveberiya tevgera Apartheid a nîjadperest û spîperest de maye, û li hemberî reşikan polîtîkayên nîjadperest û dermirovî bi kar anîne. Piştî van kurte-agahiyan dixwazim behsa fîlmekê bikim agahiyên min ên giştî li ser Ingrid Jonker bi rasthatiniya wê fîlmê re dest pê kir: Black Butterflies [Pinpinîkên Reş]. Her çiqas fîlm îlhama xwe ji jiyana wê ya rasteqîn bigire jî tevnsaziyeke fîlmî jî tê de heye, em bi giştî li ser Ingrid Jonkera di fîlmê de, li ser takeke ji wê rastî û tevnsaziyê disekinin.

Fîlma Black Butterflies li keviya behrekê dest pê dike. Ingrid Jonker (Carice van Houten dilîze) di behrê de li ber xeniqandinê hewl dide, nivîskarê navdar Jack Cope (Liam Cunningham dilîze) spora xwe ya rojane dike, çavê wî pê dikeve wê ji xeniqînê difilitîne. Behr ji me re behsa derhişê dike, daxwaza mirinê her û her li pey wê ye, heya ku çend caran dike xwe bikuje, krîzên derûnî derbas dike lê bi saya Jack Cope ji nexweşxaneyê dertê. Dawiyê dîsa ajokên mirinhez ên derhişîn berê wê didin behrê, xwe di behrê de dikuje. Li pey wê dika ewil a li behrê ew û Jack Cope di partiyekê de leqayî hev tên. Di wê partiyê de em yekem dîmena li ser dijayetiya reşikan û mijara pasaportê dibînin. Di wê bûyerokê de, yek tê cem Jack gazî wî dike bo derve, Ingrid li dû diçe. Nivîskarekî reşik î xort agahî dide wan ku hemû kitêbên wî ji aliyê komîteya sansurê ve hatiye qedexekirin û komkirin. Ji reva ji welêt pê ve tu rê li ber nivîskarê reşik nemaye. Li ser pêyan biryar didin ku ji bo reva wî alîkarî bikin. Serokê komîteya sansurê bavê Ingrid e. Li çavê hev dinerin, baweriya xwe pê tînin. Nivîskarê reşik, Ingrid û Jack pêşîn diçin mala Ingridê, keça Ingridê hildidin berê xwe didin mala Jack. Di rê de polîsan rê girtine. Trajediyeke mezin li wir diqewime, polîs ji wan pirsa wî reşikî li palgeha piştê rûniştiye dike. Di wê katê de li herêma spiyan, gera reşikan qedexe ye. Ji bêgaviyê Ingrid û Jack dibêjin “bexçevanê me ye, karê wî dereng qediya, em jî wî dibin mala wî”. Di vir de nasnava reşikan ji aliyê spiyan ve layiqê bexçevaniyê ye, nivîskarek nikare wekî nivîskarek xwe bide nasîn. Derew, henek, likumîna zimên dema bi bîra me dixe ku tiştên derhişîn hene, em ji vê derewê hîn dibin ku di derhişa spiyan de reşik ancax dikarin di xizmeta wan de, karên “nebaş” bikin. Nasnava wan ji xizmetkariyê pê ve, ji “karên nebaş” pê ve ne tiştek e. Di pey vê dîmenê di bûyerokekê de reşikek li otobêsê siwar dibe, Ingrid û Jack jî tê de ne, gelek palgehên vala hene lê dema reşikek dixwaze lê siwar bibe ji aliyê karmendê ewlekariyê ve ji otobêsê tê avêtin, ew her du jî li dij vê yekê dertên, ew jî di xirecirê de ji otobêsê peya dibin. Li pey wê bûyerokê, gelek bûyerên bi derûniya Ingrid ve girêdayî pêk tên, ew û Jack wek jin û mêrê hev dijîn, Ingrid ji Jack avis dibe. Dûre jina Jack a berê lê digere, hesûdiyek di navbera wan de diqewime, Jack diçe cem jina xwe ya berê, Ingrid di wê navberê de zaroka xwe ji ber xwe dike, krîzên derûnî derbas dike. Di nav van xireciran de bûyerokek heye ku li jiyana Ingrid jî, fîlm jî, navdariya wê jî gişt li ser wê bûyerê pêk tê. Ingrid û Jack di ereba Jack de ne, li nav bajêr xwepêşandana pasaportê heye. Polîsan rê girtine, li pêşiya wan jî erebeyek dike ku ji ber polîsan biçe, polîs rê nadinê. Mêrikê di erebê de bang dike, ku zarokê wî nexweş e. Polîs rê nadinê, ew jî pê li xazê dike, deh metre diçe polîs jî ji pey erebeyê guleyan bera wan didin. Zarokê di erebê de dimire. Ingrid wê dîmenê ji bîr nake, her û her dîmena zarokê wê rojê tê bîra wê, ji xew radibe helbestekê li ser dinivîse: “The Child Who Was Shot Dead By Soldiers In Nyanga [Zarokê Ku Li Nyangayê Bi Guleya Leşkeran Mir]”.

Benda ewil a helbestê wiha destpê dike “Zarok ne mirî ye/ Zarok kulmên xwe radike li hemberî dêya xwe/ Ya ku diqîre Efrîkayê! diqîre bêhna/Azadiyê û beriya li cihê dilê dorpêçkirî”. Dema dibêje “ew zarok nemiriye” em bi giştî fam dikin ku behsa zarokên “nemir û namirin” dike. Ji vê hêza nemiriyê jî ji me re behsa hin taybetmendiyan dike. Motîfa “dayîk”ê li ser du xalan ava dibe, yek jê welat e a din jî wek hevkarê bav, zagona bavî û sazûmana bavî ye. Ev helbest di kitêba Ilyas Tunç a bi navê Çagdaş Güney Afrika Şiir Antolojisi [Antolojiya Helbestên Hemdem ên Efrîkaya Başûr] de bo tirkî hatiye wergerandin, lê di wir de ev peyva “dijî” wekî “li gel” dayikê hatiye wergerandin. Îngilîziya ku em bi kar tînin jî wergera ji zimanê efrîkansî ye. Ez wê wekî îngilîziya wê dixwinim, wekî “dijî” lê peyva “li gel” jî angaşta me xera nake, a girîng ew e ku helbest ji malê, ji dayikê dest pê dike. Mijara malbatê bi Ingrid û şîrovekirina helbest û helwestên wê gelek girîng e. Lewra li cem dapîra xwe mezin dibe, piştî mirina diya xwe tê cem bavê xwe, bi mêrê xwe re ne li hev e, bi bavê xwe re ne li hev e, bi kurtî malbata wê ya şexsî şikestî ye. Mal ji bo efrîkaneran gelek girîng e. Di kitêba Kolonyalizm, Postkolonyalizm de li gor veguhastina Ania Loomba “Isabel Hofmeyr (1987), di destpêka sedsala bîstemîn de li Efrîkaya Başûr îdeolojiya malbatê destnîşan dike ku him ji bo îdeolojiya neteweperestiya efrîkaner him ji bo xurtkirina nîjadperestiya bê çiqas girîng e” (244). Lê di vê helbestê de her çiqas ji malê dest pê bike, û ew zarokê nemir ji malê derkeve jî di dawiyê de ber bi fikreke Efrîkayeke mezin, malbateke mezin ve diçe.

Di benda duyemin de serhildana ji motîfa dayikê ber bi bav de dimeşe. “Zarok kulma xwe radike li hemberî bavê xwe/ Li meşeke nifşan/ Ên ku diqîrin Efrîka! diqîrin bêhna/ Duristî û xwîna/ Li kolanên rûmeta wî ya çekdar.” Kulm dîsa wekî sembola serhildanê li hemberî bav radibe. Bav serokê malbatê ye, bi peyvên Foucault li gor mîkrofîzîka îqtîdarê wekî nûnerê dewletê ye. Lewma serhildana li hemberî bav her çiqas hewleke Odîpûsî be jî, di heman demê de redkirina desthilatê ye. Şerê jidil esil di vê bendê de xuya dibe, li hemberî bav pêk tê. Ew zarokê me yê navdar ne tenê ye, em hîn dibin ku “gelek” nifş hene di “di meşekê” de ne. Ew nifş wekî nifşeke dij-mêtinger in û bi sazûmaneke kolektîf (meş/meeting) jî tevdigerin, her du taybetmendiyên wan jî “duristî û xwîn” heya xwîn dane ber çav, ji bo şerekî bi “rûmet”.

Di benda sêyemîn de zarok ji sînorê malbatê (dê û bav) dertê, dibe mêvanê erdnîgariyê. “Zarok nemiriye/ Ne li Langayê ne jî li Nyangayê/ Ne li Orlandoyê ne jî li Sharpevilleyê/ Ne jî li îstasyona polîsan a li Philippiyê/ Ya ku bi guleyeke di mejiyê xwe de dirêjkirî ye”. Di vir de ji erdnîgariyan heya cihwarên wekî qereqolê (police station) wekî xeyaletekî azadiyê digere. Ev gera wî her ku di laşê wî de xwe bi cil berg bike jî, ji wê cil û berga rasteqîn bêtir hêzeke fantastîk e. Lewra laşek li qereqolekê, di mejiyê wî de guleyek heye lê “nemirî” ye û digere. Di vir de em dikarin wî laşî wekî laşê hemû kesên bindest û jêrdest bixwînin, û rasterast replîka bi nav û deng a ji fîlma “V for Vandetta” bînin bîra xwe “gule li ramanan nakeve”.

Di benda çaremîn de guherîna cihwaran dîsa berê me ber bi şîroveyên dîtir ve dajo. “ Zarok siyeke tarî ya leşkeran e/ Li parêzgehê bi tivinga Sarakenan û bi jopê/ Zarok di hemû meclîsan de ye û di zagonçêkirinan de amade ye/ Zarok di şibakên xaniyan re û li dilên dayikan dimeyzîne/ Ev zarokê ku bi tenê dixwest li ber tavê li Nyangayê bilîze li her derê ye/ Zarok mezin bû û bû zilam, li hemû Efrîkayê digere”. Di benda ewil de bi awayekî derûnî behsa “adin” tê kirin. “Siya reş”-her ku sî reş e jî li vir reşbûna wê hatiye qewîkirin- di hişê spî de “adin” e, ji bo “adin” jî leşker “Ez” e, yanî efendiyê reşikan e. Jop û tiving jî hêmayên wê ên fallîk in ji xwe. Lê zarokê me yê fantastîk – em dizanin ku ji bo mirovan dema zaroktiyê ji bo çalakiya afirandina fantaziyan wextê herî guncan e- di nav meclîsan de zagonan çêdike, bi vê yekê re em dibînin ku daxwaza jêrdestan ew e ku xwe bi rê ve bibin. Dûre ji meclîsê ber milan ve diçe. Ev jî wekî vegerek, ew zarokê ku ji dê û bavê xwe filitî cardin tê “ji şibakan ber bi dilê dayikan”, ev veger hembûneke welat (dayik) û neteweyê (lawikên wê, birayên! hev) pêk tîne. Di vegerê de zarok êdî bûye zilam. Ev der divê baş bê xwendin. Lewra di vir de zarok bi navlêkirina mêtingeran gelê paşdemayî ye, û bi min ev pêvajoya mêtinsaziyê ye, lê kamilbûn û zilambûn (bi hêlên xwe yên nêr û mê) jî xelasiya ji wê zarokbûnê ye, yanê post-kolonyal e. Di kitêba xwe ya bi navê Avrupayı Taşralaştırmak de Dipesh Chakrabarty “paşdemayîna” jêrdestan li ser têgeha dîrokê ava dike. Li gor Chakrabarty “xwezaparêziya dema dîrokê li ser bingeha baweriya her-tişt-dikare-bê-dîrokîkirin ava dibe” (129). Li gor vê yekê jî kirdeyên dîrokçêkirinê dikarin li gor xwe bûyeran bi awayekî kronolojîk kategorîze bikin. Bo vê armancê jî dîrok “xwezayî, homojen, sekuler û salnameyî” (130) ye. Salnameyîbûna dîrokê ji bo piştrastkirina kêm(dereng)mayîna gelan peyva sereke ye. Li gor mêtingeran hin gel bi her hawî li pêş in, hin gel jî ku ew li pêş bin li paş mane. Mêtingerî bi têgînên Chakrabarty “vegotina derbasbûnê” di vê xalê de dişixule, divê gelên paşdemayî bi “saya” mêtingeran derbasî “pêş” bibin. Lê ev yek ji nişka ve nabe, lazim e di rêveberî û perwerdekariya mêtingeran de gelên paşdemayî li benda wê pêşveçûnê bisekinin. Chakrabarty navê “jûra bendemayînê” li vê pêvajoyê dike. Ger em vê taybetmendiya dîrokî a salnameyî li ser mirovekî saz bikin, em ê bibînin ku mêtinger kamilbûyî ne, lê gelên jêrdest li ber çavên wan hêj zarok in. Wekî din em ji bîranînên Mandela dizanin ku karmendên girtîgehê şalên kin li girtiyên efrîkî dikin, ên ne efrîkî şalên dirêj li xwe dikirin, û li gor Mandela wan mirovên efrîkayî wekî “pitikên mezin” didîtin (veguhastin Loomba, 244). Di vê helbestê de kamilbûna wî zarokê nemir gelek girîng e, mizgîniya jiyaneke azad û demeke post-kolonyal dide. Êdî jêrdest kirde ne û ev salname jî avêtine poxana dîrokê.

Hevoka qedandina helbestê navenda nivîsa me ye. “Zarok bû hûtek, di nav rêwîtiyeke mezin de berev hemû dinyayê/ Bêyî pasportekê”. Çîroka me bi vê hevokê digihe lûtkeya xwe. Ew zarokê nemir ji mala xwe dest pê kir, ji diya xwe, ji bavê xwe derbasî “meşan” bû ji wir bi ser erdnîgariyan wer bû, ji qereqolan heya meclîsan ji wir jî cardin heya dilê dayikan rê kudand. Ev ger giş ji bo kuştina hikmê nasnameyan, yanî hilweşandina wan belgeyên ku mirovan didin nasîn. Pasaport jî di vir de hilweşîna dawî ye. Çîroka li pey vê helbestê ku di meşekê bo pasaportgirtina reşikan bû, di hevoka dawî de digihe cihekî ku pasaport bêhikm e. Daxwaza dawî bêpasaportkirina cîhanê (wek ûtopyaya sosyalîst a civakek bêsînor), gera bê pasaport e. Di vê xalê de berawirdkirina me ya bi Ahmed Arif re dertê holê. Ahmed Arif jî pasaportê naxwaze, Ingrid Jonker jî pasaportê naxwaze. Pasaporta Ahmed Arif întegrasyona/pêgiriya serweriya serdestan e, a Ingrid Jonker berovajiya wê hilweşandina întegrasyonê/pêgiriyê (bo reşikan) ye. Ahmed Arif jêrdest e, Ingrid Jonker serdest e. Pirs di vir de dertê holê gelo em ji kê bawer bikin ango bi awayekî din, jixwe xwediyê gotinê serdest in, nexwe divê pirs wiha be gelo jêrdest çi dibêjin, di deng û hêmayên wan de çi heye?

 

Gelo jêrdest çi diaxivin?

Ji bo ku mirov karibe maneyekê ji “gotinên” jêrdestan derxe pêdivî bi axaftin û guhdarkirinê heye. Gayatri Chakravorty Spivak li ser axaftina (temsîlkirin) jêrdestan gotara xwe ya navdar “Can The Subaltern Speak? [Gelo Jêrdest Dikarin Biaxivin]” nivîsî û ev mijar di teoriya marksîst û postkolonyal de cihekî girîng girt. Di angaşta Spivak de “ziman” gelek girîng e. Ji ber ku ziman û xwediyê zimanê bi sazûmana xwe ya mêr, spî, heteroseksuel, Rojava ye; cihê jêrdestan bi awayekî zimanî tê de nîne. Ger jêrdest biaxive divê bi zimanê Rojava biaxive û jixwe di kiryara axaftinê de ev yek pêk tê. Di vir de gelek mijarên dîtir hene lê bingeha angaşta Spîvak li ser vê yekê rûdinê û ev yek jî wekî “neokolonyalîzm” tê şîrovekirin, an jî wekî domdariya sazûmana Rojavayî tê nîqaşkirin. Helbet Spivak wiha nafikire, lewra mînaka Satiyê dide. Di pratîka Satiyê de jinên hindî li pey mirina mêrên xwe bi “kirdeyî” xwe dikujin. Wek otenaziyê ye. Her wekî din çalakiyên xwekuştinê jî belkî karibin di bin vê sîwanê de bên senifandin. Lewra balkêş e di fîlma Sınırı Geçmek (Crossin Over, Dersînor) de keçikeke ereb li ser vê mijarê bûyerokekê pêşkêşî me dike. Teslîma di kolejê de behsa bûyerên 11ê Îlonê dike. Dema li ser dika polê gotara xwe pêşkêş dike ji bo çalakvanên ku avahiyên cotbarû Emerîkayê bi teyarê hilweşandin wiha dibêje “dixwestin dengê xwe bidin bihistin, dibe ku em kiryara wan pesend nekin û neecibînin lê em dikarin wan fam bikin”. Hêj ku axaftina xwe naqedîne di polê de her kes êrîşê wê dike bi peyvan, balkêş e serkêşên êrîşê jî du mêrên reşik in, mamosteya jin a spî li gor wan mêrên reşik hebekî bi torelanstir e, lewra ew di wir de alegoriya/temsiliyeta Rojava ye û heta jê tê li gor barebara polê bi sebr hewl dide ku rewşê aş bike. A girîng li vir em fam dikin bi gelek rêyan mirov dikare dengê xwe bide bihîstin, a din jî jêrdest dema bi zimanê serdestan biaxivin (reşik bi zimanê Emerîkî bi jargona terorîzmê dipeyivin) wek Spivak dibêje ji jêrdestiya xwe dertên.

Di angaştê de Spivak girîngiya axaftinê di kirdebûnê de dibîne. Û ji bo ku Rojava kesên jêrdest fam bike, pêdivî bi amûrên navbeynkar hene, pirsgirêkek wergerî dertê holê û ev yek heya temsîliyeta di marksîzmê de dirêj dibe. Bi temamî ne berovajiya vê angaştê be jî J. Maggio li hemberî vê “axaftinê” angaşteke din datîne. Di nivîsa xwe ya bi navê “Can the Subaltern Be Heard?: Political Theory, Translation, Representation, and Gayatri Chakravorty Spivak [Gelo Jêrdest Dikarin Bên Guhdarkirin: Teoriya Polîtîk, Werger, Temsiliyet, û Gayatri Chakravorty Spivak]” de pirsa Spivak diqulipîne. Li gor Maggio diyalog ji axaftin û guhdarkirinê pêk tê, ji bo ku mirov karibe biaxive divê guhdarek hebe. Lewma jî angaşta xwe li ser “gelo jêrdest biaxivin jî dê serdest guh bide wan?” ava dike. Û ji bo mijara wergerê jî behsa qadên “hîbrîd” dike. Bo berfirehkirina Spivak û mijara jêrdestiyê ev angaşt gelek pêş(hiş)veker e. Ev her du nivîsên hêja pirsên fantastîk di serê me de diçikînin. Gelo diyalog pêk hat bi vir de çi diqewime, dawiya dawî jêrdest li gor Spivak neaxivin jî wekî rastiyekê li holê ne, tim wê potansiyela axaftinê di xwe de dihewînin. Belkî rêya vê yekê di afirandina zimanekî nû de, ne bi tenê maneya ku Spivak zimanê Rojavayî û wergerandina wan zimanan dest nîşan dike, ne jî a Maggio ku behsa qadên hîbrîd û kompleks dike, zimanekî ku vê têkiliya jêrdest û serdest serobino bike.

Gelo dema em bikevin pey naveroka vê diyalogê dê ji wir derkeve, pêşîn wek ku Maggio pirsa Spivak (sere)rast dike, em jî pirsa xwe dubare bikin: Jêrdest çi diaxivin? Helbet di vir de em bi giştî guh bidin Spivak lazim e em bibêjin jêrdestên potansiyel lewra li gor wê jêrdest bi axaftinê re ji jêrdestbûnê derdiketin. Potansiyel an na, jêrdestê ku em wan wekî jêrdest dinasin bi awayekî şênber, kesên şênber gelo çi dibêjin. Niha dixwazim du profîlên cuda ên mîna berawirdkirina Ahmed Arif û Ingrid Jonker bidim: Aysel Tuğluk û İsmail Beşikçi. Aysel Tuğluk kurd e, zaza ye, jin e, esmer e (reş), elewî ye. İsmail Beşikçi tirk e, spî ye, mêr e, sunî ye. Aysel Tuğluk di nivîsa xwe ya bi navê “Sevr Travması ve Kürtlerin Empatisi [Trawmaya Sevrê û Empatiya Kurdan]” de li ser pirsgirêka Kurdistanê wiha dibêje “polîtikayên emperyalîstan ên ku bi kurdan ve girêdayî bû, bi dagirkirina Irakê re kûrtir bû, trawmaya Sevrê jî ji bo rojaneyîbûnê derfetek dît. Kurd divê dilsoz bin. Divê bi sûreteke teqez bi parastina sînorên Misak-i Millî çareseriyek bê dîtin.” Li gor Tuğluk peymana Sevrê trawmayek e, belê trawmayek lê ne ji bo kurdan ji bo tirkan trawma bû û bi awayekî dîplomatîk ev trawma ji ser xwe avêtin, lê tirsa wê hêj maye. Têgeha din a kêşeyî “Misak-i Millî” ye, sînorên di hundirê dilê tirkan de ye ku hêviya dagirkirina hemû axên Kurdistanê di xwe de dihewîne. Bi vê yekê naqede, pesinnameya bo Atatürk didome. “Motîfa xelaskar, hêmaya dîrokî Mustafa Kemal û çalakvaniya wî ya dîrokî mezinahiya xwe nîşan da û dê bide. Ew mucîzeyek e, nemir e. Di netewebûnê de stûna bingehîn e. Di bîra hevpar a gelê tirk de Sevr û hêmaya xelaskar a mezin bi enerjiyeke gelek bi hêz dest bi şaxdanê kir.” Lê berovajiya vê rewşê İsmail Beşikçi wekî zanyarekî tim û daîm kurdan li hemberî derewên “netewe dewlet miriye” hişyar dike û bi ilmê xwe jî piştgiriya serxwebûnê dide. Em ji her du mînakên navborî jî dibînin “serdestên me” ji mînakên jêrdestên me baştir dipeyivin, naverokeke dagirtî û azadîxwaz pêşkêş dikin. Lê helbet mînakên jêrdestên ku me dane ên neqandî ne, berovajiya wan jî gelek in. Û bi ser de em şert û merc û amûrên serdestiyê bo bikaranîna fikrên azad bifikirin ew jî tiştekî din e. Bi kurtî divê ji vê neyê famkirin ku rewşenbîrên serdest tim ji ên bindest/jêrdest azadîxwaztir û serkeftîtir in û bindest/jêrdest ji aliyê rewşenbîrên serdest ên “pirr biaqil” bên temsîlkirin. Di vir de divê em fam bikin ku di berawirdkirina İsmail Beşikçi û Aysel Tuğluk de, di hêmaya Ingrid Jonker û Ahmed Arif de ji bilî dubendiya axaftin û guhdarkirinê maneyek jî heye. Ew mane çi ye lazim e mirov li ser wê bifikire.

Yek ji taybetmendiya mînakên me jî di maneyê de şêweyê bikaranîna zimanan e. İsmail Beşikçi di gelek hevpeyvînan de çend caran dubare kiriye “berhema herî xerab a bi kurdî ji berhema herî baş a bi tirkî çêtir e”. Beşikçi vê yekê ji bo berawirdkirina tirkî û kurdî nake û helbet ji bo çanda nivîsê ev tespît dikir. Lê Beşikçi him mafdar e him jî kêm dibêje. Mafdar e lewra ev yek di serdemên mêtinsaziyê de û di demên mêtingeh û saziyên wê de têgeheke şoreşgerî û berxwedêr e, helwesteke dijmêtinkar e. Lê bi taybetî ji bo demên li pey mêtingeriyê, li pey wê detoksa çandî êdî kurdî jî têr nake, divê bi çi zimanî be bibe di afirandina maneyê de “a çak” bê dîtin û daxwazkirin. Ev yek wê fetisîna maneyê ya di bin sîwana kurdî de ji holê rake, wê bahaneya bi kurdînûsiyê şikandina mane û estetîkê jî dê ber bi afirandina mane û estetîkeke “çaktir” ve bajo.

Encam

Dema em li ser axaftinên jêrdestan dipeyivin, li ser kirdebûn û xwe-temsîliyeta wan dipeyivin. Di vê pêvajoya axaftina vê nivîsê de dema mirov li ser alavên mîna nasname, nasnav û pasaport dixebite hêvi dike ku jêrdest di axaftina xwe de bi awayekî dijmêtinger û kirdexwaz li mijar û kêşeyên mêtingeriyê binere, û serdest (rewşenbîrên serdestan) jî bi awayekî ji vê yekê bireve. Lê di xwendina me ya li ser mînakan de hêviyên me dişkên û berovajiya vê yekê pêk tê. Jêrdest bi awayekî pêgirxwaz, serdest jî azadîxwaz tevdigerin. Helbet di vir de kêmasiyên mînakên ku me neqandiye jî hene, her du jî bi zimanê serdest karên xwe yên rewşenbîrî dikin, lê bi awayekî nakok jî berpirsên kurdan e. Li gel vê nakokiyê em dikarin encameke derîvekirî ji vê yekê derxin. Li gel şerhên ziman, li gel şerha ku serdest nikarin temsîliyeta jêrdestan bikin, a girîng ne ziman e, ne jî xwediyê axaftinê ye, dema axaftin pêk hat pê ve a girîng wateya peyvê, karîgeriya peyva axaftinê ye.

ÇAVKANÎ

Arif, Ahmed. “Otuz Üç Kurşun”. hasretinden Prangalar Eskittim. Çap. 56. Stenbol: Everest Yayınları, Rêbendan 2006. 93-106.

Dipesh, Chakrabarty. avrupa’yı Taşralaştırmak: Postkolonyal düşünce ve Tarihsel Farklılık. wer. bo tirkî. İlker Cörüt. Stenbol: Boğaziçi Üniversitesi Yayınevi, Avrêl 2012.

Jonker, ingrid. “The Child who was Shot Dead By Soldiers in Nyanga”. wergera îngilîzî. Antjie Krog û André Brink. 12.07.2014. <http://www.poetryinternationalweb.net/pi/site/poem/item/11239/auto/THE-C-HiLD-wHO-wAS-SHOT-DEAD-BY-SOLDiERS-iN-NYANGA>

Loomba, Ania. Kolonyalizm, Postkolonyalizm. wer. bo tirkî. Mehmet Küçük. Stenbol: Ayrıntı Yayınları, 2000.

Odabaşı, Yılmaz. “Ahmed Arif”. hasretinden Prangalar Eskittim. Çap. 56. Stenbol: Everest Yayınları, rêbendan
2006. 119-35.

Tuğluk, Aysel. “Sevr Travması ve Kürtlerin Empatisi”. (27.05.2007). 13.07.2014. <http://www.radikal.com.tr/ek_haber.php?ek=r2&haberno=7097>

[1] Kemalîzekirin her çi qas li gor ferhenga kurdî ya bakur hatibe sazkirin jî, di heman demê de destbirakê Beesîkirina kurdan e. Her wekî din jî siya peyva “medenîkirina” bi destê Rojava ye. Bi kurtasî peyva “kemalîzasyonê (pêvayoja kemalîzekirinê)” ji ferhanga mezin a Rojavayî ya bi navê Mêtingeriyê ji bo cîhana kurdî hatiye wergerandin.

[2] Nasseri di sala 1970 de li dij Şahê Îranê tev li çalakiyan dibe, di 1976 de ji Îranê tê dersînorkirin. Demekê li Belçîkayê dimine, belgên wî yên penaberiyê winda dibin, dikeve girtîgehê. Li Parîsê dema dikin ku wî vegerînin Îranê, li wir dibêje “ez bêwelat (haymatlos) im”. Xwe dispêre balafirgeha Charles de Gaulle, 16 salan li wir dijî.

[3] Di nivîsa Rênas Jiyan a bi navê “Dema Kuştina Ahmed Arif Hatiye Yan Na?” de vê yekê bi metafora “kuştinê”, ne ya bi “mirinê” eşkere dike. Ev kuştin ku ji ên derveyî Ahmed Arif pêk tê, yanî bo kirdebûna xwînerên kurd jî “kuştina” Ahmed Arif girîngtir e. Wêje û rexnegiriya kurdî wî wekî xwemalî wêjeya tirkî dixwînin lê her çi qas em (ez jî tê de) wiha bibînin jî ev wî ji nasnava kurdbûna wî naşo. Bnr. Rênas Jiyan. Ji Şevê Re: Çend Têgehên Dera Hanê. Stenbol: Weşanên Belkî, 2008. 101-2.

Share.

Leave A Reply