Di ROMANÊN TIRKAN ÊN NETEWEYî Û CiVAKPARÊZ DE KURD: Leşkerê Tirk, Keça Kurd û Kemal Tahir

Ayhan Öztunç

Kurte

Netewe-dewleta tirk bi termînolojiya cemaeta îttihat û Terakkiyê ava dibe. Sazkirina vê termînolojiyê jî dê bi amûrên civakî, çandî û wêjeyî bi destê nivîskarên wezîfedar ve pêk bê. Ev nivîskarên hanê bi tenê têgeha neteweyekê saz nakin di heman demê de wê meşrû jî dikin. Helbet ev meşrûkirin dê hewceyî gotinên oryantalîst be. Ango neteweyên wekî kurdan “paşverû” dê ji wan re bibe eyneya şaristaniyê. Şaristanîbûn jî, bi jinê dest pê dike. Ji ber wê jî gotineke zayendî di hemû newlan xwe di romanên van nivîskaran de derdixe pêş. Em di vê gotarê de ketin dû van gotinên zayendî û milîtarîst. Lê ev fikr û gotin tenê di romanên neteweyî de dernakevin holê, di romanên nivîskarên kevneşopiya sosyalîzmê de jî wê xwe nîşanî me bidin. Me jî di romanên wekî zeyno ́nun Oğlu, dağları Bekleyen Kız Bir Mülkiyet Kalesi de gotina neteweperest vekola. Me dît ku him romanên neteweyî him jî romanên civakparêz heman gotinê bi kar tînin.

Destpêk

Neteweperestî li hemû deran bi dengekî bilind dipeyive. Gava ev neteweperestî welatekî şênber bi dest xist dê dengê xwe yê bilind bi selîqekî dagirkerî birêkûpêk bike. Ev dengê bilind xwe li ser kîjan nasnameyê ava kiribe wê dîrokeke qehremanî jî bike hevpar û dengê nasnameyên cuda bifetisîne. Sînorên maddî ku bi şerî ve hatine bidestxistin wê bi sînorên manewî li dij dijminên hundir bilind bibe. Jixwe avakirina neteweyekê, di heman demê de afirîna dijmin(an)ekî ye. Tabî beriya vî dijminî hilberîna “em”ekê şert e. Ev “em”a di eniyan de serketî wê bi wezîfedarên edebiyatê ve bê estetîkkirin û ew estetîkkirina di edebiyatê de jî tu caran xwe ji dawerên leşkerî xelas nake. Ulrich Brockling di berhama xwe ya bi navê Disiplin: Askeri İtaat Üretiminin Sosyolojisi ve Tarihi (Disiplîn: Dîrok û Civaknasiya Hilberîna Îtaeta Leşkerî) de dê pêşiya me wiha ronî bike:

di rasterûyeke bîrdozî de hilberîna “em”eke homojen roleke girîng dilîze. Ew ên ji şerkirin û sewq û rêvebirina şerî hez dikin heta ku bi nîşaneya netewe, ol an jî mîtên derbarê eslê nîjadî de “cemaeteke xeyalî” ava nekin bi ser nakevin. Ji ber vê çendê artêş, ji bilî bidestxistina şideteke kolektîf ku bibe tehdîteke bihêz û bibe rêxistinên pratîka vê şidetê zêdetir, dibin temsîlên sembolîk ên mezinayiya netewe û serbixweyiya dewletê […] Leşkeran hewcedarî bi welatekî hene; lê di heman demê de bi dijminekî jî. Ji ber vê çendê seferberiya zêhnî û manewî; tê wê maneyê ku afirîna hesta tehdîtbûyînê û rik û nefretê ber alî bike li ser ewên li derve an jî li hundir dijmin hatine hesibandin (10).

Belkî di cîhanê de tu edebiyat hindî edebiyata tirkî bi sembolên milîtarîst ve xemilandî nebin. Ew dijminên di eniyan de hatine kuştin, bi hewlên wezîfedarên edebiyatê ve him dê ji mirovatiya xwe derkevin him jî dê bibin xweyiyê hin xisletên qirêj. Ew dijmin çend hatibe kuştin û li aliyê din ê sînor jî be diviya herdem gel hişyar bibe û dest ji goyîngeriya xwe nehêle. Lê li aliyê din dijminê herî mezin dê li hundir be. Di vê deqê de li şûna tivingan dê seferberiya çandî û edebî dest pê bike. Ji ber ku gelên wekî kurdan; “wehş”, “nezan”, “neşaristanî”, “şakî”, “paşverû” û “qehpe” dê bêne lîstikên dewletên wekî îngilîzan û dê serî li hember wan rakin. Destpêka sedsala 20an û heta roja îro ev rengdêrên hanê dê di edebiyata tirkan de bêne bikaranîn. Bi gotineke zayendî li hember xweyiyê van rengdêran dê “leşker”ê tirk derkeve holê û gewreyî û mêriya xwe her carê berpêş bike. Ji boyî leşker bûye fetîşê edebiyatê, wê dijminê neşaristanî bibe fantaziya herî egzotîk. Ji ber wê jî êdinên romanên tirkî ango kurd dê bi derbdaneke zayendî derkevin pêş. Ev rastî dê di dema tesîra rasteqîneriya civakî de jî xwe bi newlekê din nîşan bide.

Di vê xebatê de em ê di binê cureyê romana tirkî a “neteweyî” de îmaja kurdan vekolin. Di van romanan de îmaja kurdayetî çima bi gotineke milîtarîst tê ziman û êdintiya kurdan çima bi gotineke zayendî cih digire, wê bê niqaşkirin. Li aliyê din ew demên ku di edebiyata tirkî de gundî û karker dibûn mijara herî sereke jî çima kurd bi hêmayeke paşverû cih digirin wê bi romana Kemal Tahir a bi navê Bir Mülkiyet Kalesi (Keleheke Mulkiyetê) ve bê nîqaşkirin.

Romana neteweyî û tirk

Piştî Fermana Tenzîmatê (1839) edebiyata tirkî bi temamî dê berê xwe vegerîne rojava. Roman, êdî dê bibe navgîniyeke rojavayîbûnê. Helbet nakokiya rojhilat û rojavayê wê bibe mijara herî sereke. Di van romanan de ji hewla lêgerîna dijminekî zêdetir hişyarkirina civakê cih digire. Ji ber wê çendê jî wekî Müslüm Yücel di destpêka berhema xwe a bi navê Osmanlı-Türk Romanında Kürt İmgesi (Di Romana Osmanî-Tirk de Hêmaya Kurd) de dibêje: “romanivîsên tirk ên ewilî wê bi hezkirin nêzîkî kurdan bibin”(xxx). Nivîskarên wekî Şemsedîn Samî, Ehmet Mîthat Efendî û Namik Kemal dê di romanên xwe de cih bidin kurdan û Kurdistanê. Li vê deqê tişta girîng cihgirtina kurdan nîne helbet; tişta girîng ew e ku di van romanan de, ne kurd bûye êdin ne jî Kurdistan berze (winda) ye. Nivîskarên kovara Servet-i Fünun jî ekserî wê bi xwe ve mijûl bibin. Mijarên civakî bala wan nakêşe û ew dê bi zimanekî girîft bikevin dû welat û evîneke îdeal. Ji ber ku him li bin zordestiya padîşahî de ne him jî dewleta osmanî parçe dibe. Lê ji van nivîskaran Mehmet Rauf -beriya nivîskariyê leşker bû- dê hêdî hêdî tovên dijminatiyê di berhemên xwe de biçîne. Romana Mehmet Rauf Halâs (Felat) dê civakên wekî rûm, ermen û kurdan bike dijminê xwîna tirkan. Şitlên tovên di van deman de tên çandin wê bi serketina cemaeta Îttihat û Terakiyê geş bibin û derçûyîna kovara Genç Kalemlerê (1910) ve êdî îdeolojiya tirktiyê dê bibe dengê herî bilind. Tişta ku ji boyî gotara me jî herî balkêş êdî bi hemû rengan dê dest pê bike: Îdeolojiya nîjadperestî-neteweyî.

Murat Belge di rêzenivîsên xwe ên di rojnameya Tarafê ên bi navê “Romana Neteweyî” de dê vê mijarê wiha aşkere bike:

Li gorî min ev îdeolojî ye; şaxvedaneke ji jêr berev jor û ́neynika ruhê ́ civakê filan nîne; di pêvajoya sazkirina ́netewedewlet ́ê de jorejêr reçeteya empozekirinê ye. Xweyiyê wê, radeya dawî, Îttihat û Terakkî ye. Lê tiştê ku vê partî û desthilatiyê dest pê kir, me di komarê de berdewam kiriye. Bûyera ku bi gelemperî em li ser li hev dikin ew e ku îdeolojiya tirkperest, nîjadî-neteweyî bi destê tirkên Rûsyayê (ev, berteka wan a li hember Slavîzmê bû) ve hatiye Tirkiyeyê. Rewşenbîrên Tirkiyeyê li Selanîkê, bi rêberiya Ziya Gökalp, Ömer Seyfettin û Ali Canip ve di kovara Genç Kalemlerde wê dest bi neteweperestiyeke wiha bikin.(…) Îdeolojiya neteweperestî li gelek welatên dinyayê li nav întelîjansiyayê welidiye û cardin, gelek caran bi xeta edebiyatê ve bi civakê dayîne xwarin an jî xwestine bidin xwarin. Van kovar û nivîskarên hanê jî ev rêbaz pêk anîn. Lê cidîbûna projeya “netewe-dewletê”, wê bi serdestiya vê îdeolojiyê pêkan bibe. (2)

Murat Belge dê di heman xebata xwe de behsa pereyên cemaeta Îttihat û Terakkî daye vê kovarê bike û dema şerê Çanakkaleyê dê ev cemaet, nezîkî 60 nivîskar û helbestvanan bibe çeperên şerî da ku mêrxasiyeke bêhempa bi destê edebiyatê ve derxînin holê. Êdî ev nivîskarên hanê wê bibin îmalkerên romana neteweyî û ji boyî van nivîskaran “leşker” wê bibe fîgurê xwedan erk. Helbestvanê tirk Yahya Kemal dê vê çendê bêtir pêş ve bibe û peyva “artêş-netewe”yê wekî tezeke nû biemiline. Lêkolîner û akademisyen İnci Enginün di berhema xwe ya bi navê Yeni Türk Edebiyatı Araştırmaları (Lekolinên Edebiyata Nû ya Tirkan) de derheqê vê çendê wê pesnên xwe wiha rêz bike:

Peyva artêşê rasterast bi leşkeriyê ve girêdayî ye û parçeyekî hebûna neteweyê ye. Lê di kelijîna di navbeyna artêş û neteweya tirk de maneyeke ji vê kûrtir heye. Di nav tirkan de wekî dewletên biyanî ferq û cudahiya artêş û sivîlan nîne. Sedema vê çendê ya herî girîng ew e ku netewe bi xwe artêş e. […] Yahya Kemal jî vê taybetmendiya neteweya me bi îfadeya “artêş-netewe”yê ve wê kurte bike û di wê helbesta mezin a bi navê Süleymaniye’de Bayram Sabahı (Li Silêmaniyeyê Spêdeya Îdê) de, a hemû nirxên tirktiyê tê de kombûyî, wê bi kar bîne. (545)

Li vê rastê helbet di edebiyata tirkî de bikaranîna “leşkerê tirk” bi tena serê xwe têrî neteweyeke “nezan” nedikir. Diviya ku ev leşker bi tîpekê bihata şênberkirin. Wekî Enginün di heman xebatê de me ronî dike (!), ev barê giran jî wê bikeve ser milên Yahya Kemal: “Nivîskarê me ê derheqê Atatürk cara ewil gotina “timsalê neteweyî” bi kar tîne Yahya Kemal e.” (548) Em agahdar in ku bi hemû newlan îmaj û sembolên edebiyata tirkî cihên xwe ên asinhişk girtin. Êdî dora firehkirina çeperên oryantalîst e. Ev leşkerên reng û rûyê xwe ji “timsalê neteweyî” girtî dê li hember serhildanên kurd cihê xwe bigirin, wezîfedarên edebiyatê jî dê van leşkeran rê bikin nav cihên keçên kurd.

Romana neteweyî û kurd

Di vê beşa gotarê de em ê li ser çend romanên neteweyî bisekinin lê hêj me dest pê nekiriye divê ku em rastiyekê bînin ziman. Di van romanan de wekî kurdan ermen û rûm jî bêpar nînin. Wekî Zeyno Zeynep di gotara xwe a bi navê Wekî qadeke şidetê temsîl: di romana tirkan de kurd, îsyan û jinê de dibêje: “Vegotinên ku ́Şerê Rizgariyê ́ wekî ́tekoşîna mêr û jinên tirk ên qehreman ́ ên li dij “yewnana qehpe”, “nokerê rûs” an jî “ermenên zalim” an jî “dolê ermenan” kod dikin, hê jî parçeyên zindî yên wê hafizeya kolektîf in. Niha divê bê qebûlkirin ku ev yek hinek rewşeke sosret e: Ji ber ku di dema nivîsandina van romanan de ermen ji zû ve hatibûn derdestkirin, yewnanî jî ́rêtibûn behrê ́” (21). Lê wekî me li jor qal kiribû ev dijminên hanê çend kuştî jî bin, ket û matên wan ên mayî niha xwe veşartine. Heger gel, dest ji nobedariya xwe berde ev “çeqelên” hanê wê tola xwe hilgirin. Ji xwe ev paranoya bi destê van nivîskaran tê neqişandin û dê heta roja îro jî berdewam bike. Niha em ê bi kurtasî derbarê naverokên çend romanên bi vî rengî agahiyan bidin û paşê jî li ser afirîna têgehên wan bisekinin.

Lehiya romanên neteweyî bi romana Halide Edip Adıvar Yeni Turanê (1913) radibe. Serlehengê romanê siyasetmedar Oğuz wê here Kurdistanê û meseleya kurd çareser bike. Pênç sal piştî Adıvar, Müfide Ferit Tek jî dê romana Aydemir (1918) binivîse. Serlehengê vê romanê jî Aydemir e. Ew jî wekî pêxemberekî wê bikeve rêyên Asyaya Navîn û wê wan tirkên dîroka xwe ya qehremaniyê ya jibîrkirî berhev bike. Wekî Murat Belge di berhema xwe a bi navê Sanat ve Edebiyat Yazıları (Nivîsên Huner û Edebiyatê) de dibêje: “Ev roman projeya Enver Paşa a leşkerî bi awayekî din diemilîne.”(241) Lê pîştî demekê êdî cihê van lehengan wê leşker bigirin. Halide Edip êdî dê leşkerên xwe ên “çavşîn”, “bilind û mêrxas” rê bike nav kurdên “nezan”. Adıvar, sê romanan dinivîse: Kalp Ağrısı (Êşa Dil) (1924), Zeyno’nun Oğlu (Kurê Zeyno) (1927) û Tatarcık (1939). Ew eşq û azwerî di Kalp Ağrısı de dest pê dike, di romana Zeyno ́nun Oğlu de berdewam dibe û fêkiyê xwe di romana Tatarcık de dide. Di romana Kalp Ağrısı de em şahidê eşqa Yüzbaşı Hasan û Zeyneba Stenbolî dibin. Lê miradê wan hasil nabe û her yek li gel yekî din dizewice. Bi kurtasî bûyer wiha diqewimin: lehengê romana Kalp Ağrısıyê Yüzbaşı Hasan di romana Zeyno ́nun Oğlu de jî derdikeve holê û vê carê li hemberî wî Zeynoya kurd heye. Vê carê cih Diyarbekir e. Yüzbaşı Hasan, Zeyneba Stenbolî (bi Muhsin beg re zewiciye) û sê çar kesên din bi peywirdarî tên Diyarbekirê. Sedema vê hatinê serkutkirina serhildanekê ye. Zeynoya kurd jî di garnîzonê de dişixule û bi Remezan re zewiciye. Em dizanin ku beriya deh salan Yüzbaşı Hasan cardin hatiye vê derê û li gel Zeynoya kurd têkiliyeke yekşevî pêk anîne. Haso Çocuk jî fêkiyê wê şevê ye. Lê Remezanê kurd bi vê çendê agahdar nîne. Jixwe wekî Zeyno Zeynep di heman gotara ku me li jor qal kirî de dibêje: “Halide Edip heta ku ji dest tê, bi hemû delîlan hewl dide ku ji xwendevanan re vebêje ku Haso ne kurê Remezanê ́çors, bêteşe û wehş e. ” (23). Sedema hatina Yüzbaşı Hasan serkutkirina serhildanekê bû lê bi tu awayî ev çend di romanê de nayê emilandin. Dawiyê çend kurdên “çors” bi ser Amedê de digirin lê ji bo leşkerê tirk ev karê sê çar saetan e. Di vê pevçûnê de Remezan wê bê kuştin û miradê Yüzbaşı Hasan û Zeynoya kurd hasil dibe. Zeyno ango “Şeftaliya Kurd”[1] û Yüzbaşı Hasan wê fêkiyê xwe (Haso Çocuk) jî bibin gel xwe û vegerin Stenbolê. Romana sêyemîn Tatarcık jî serî heta binî sirûda Heso Çocuk e. Heso êdî bûye Hasan û wekî Müslüm Yücel dibêje: “ew xwendekarê bijîşkiyê ye, tirkiya wî rast û durist e, tijî der û dora wî rewşenbîr in û ew li Erenköyê rûdine. Diyarbekir hîç nayê bîra wî. Ev jî serkeftineke din e.”(81)

Helbet bi vî rengî gelek roman wê bên weşandin. Ji xwe “romana neteweyî” di edebiyata tirkan de wekî bincureyekî romanê tê dîtin û piştî demeke dirêj êdî li gel navê romanê dê vê peyva “romana neteweyî” jî binivîsin. Yek ji wan romanan jî romana Mukerrem Kamil Su a bi navê Sevgim ve Izdırabım (Hezkirina min û Tajana Min) (1934) e. Di vê romanê de jî Tayyareci Metin û keça dîplomat Gülseren nîşana xwe dikin. Lê Metin da ku serhildana Agiriyê têk bibe tê peywirdarkirin. Demeke dirêj tu behs û xeber ji Metin nayê û tê guhê Gülserenê ku Metin bi “orospiyeke kurd” re çûye Helebê. Piştî çend salan Metin şevekê wê ji nişka ve derkeve holê û bê cem yara xwe ya xwedan esil. Lê Metin ne ew Metinê bejin bilind, rûqayîm û awirtûj e. Mesele ew e ku teyara wî di dema bombebaranê de dikeve erdê û ew ji dest û pêyekî xwe dibe. Wê demê keçeke kurd birînên wî bi sal û nîvekê derman dike. Metin ji vî halê leng û lor şerm dike, ji ber vê çendê jî bi salan dernakeve pêş Gülserena sadiq a xem û xiyalên xwe di dilê xwe de disote. Lê keça kurd bênav e. Ev keça sal û nîvekê Metin xwedî dike kî ye, çawa li wî neriye em nizanin. Ji ber ku ev keçik û serhildana Agiriyê tenê ji boyî xislet û mezinayiya leşkerê tirk û yara wî a sadiq bûye tûrnûsol.

Romana herî populer a bi vî awayî romana Esat Mahmut Karakurt a bi navê Dağları Bekleyen Kız (Keçika Pawana Çiyan) (1936) e. Di vê romanê de jî Tegmen Adnan wekî Tayyareci Metin (ji ber ku dahatû li esmana bû) wê bi ser Agiriyê de bigre. Lê hindî ku hewl didin nikarin pişta van “şaqî”yan bişikênin. Ji ber ku keçikeke “Qehpe” di nav wan de ye û ew mîtralyozê bi kar tîne û him bi şervaniya xwe him jî bi wehşîtiya xwe fersendê nade leşkerên tirk. Wekî hûn jî texmîn dikin keçika bi top û cebilxaneyan nayê kuştin wê bi cazîbeya leşkerê komarê Adnan berteref bibe. Adnan, dê bi nepenî here nav cih û warên asê ên şaqiyan û bi awayekî ew û ev keça qehpe vedikişin şikeftekê. Êdî em dizanin ku navê vê keçikê jî Zeyneb e û li Îngilîstanê (wekî me li destpêkê jî qal kiribû, ev nîşana têgeha “ev wehşên kolonîkirî bi aqlê xwe nikarin van tiştên hanê bikin” e) civaknasî xwendiye. Cihê dijmintiyê êdî wê eşq û azwerî bigire. Zeyneba dilketiya Adnan dê hemû nexşe û planan eşkere bike. Helbet bi alîkariya van îstixbaratan serhildêr têne tunekirin. Zeyneb wê derkeve hizûra mehkemeya tirk lê ji ber ku di têkbirina serhildanê de rolekî girîng lîstiye wê beraet bike. Zeyneb û Adnan helbet wê bizewicin.

Ev roman hema bibêje bûye mijara hemû lêkolînên bi vî rengî. Ji ber ku tu nivîskar wek Mahmut Esat Karakurt armanca xwe bi eşkere pêşkêş nakin. Li aliyê din mijara vê romanê wextekî dirêj gelekî bal kişandiye ku derhênerên tirk ev du caran kişandine fîlmê.[2] Ronayî Önen -di gotara Türk Romanlarında Oryantalizmin İzini Sürmek: Dağları Bekleyen Kız ve Dersim 1937 (Di Romanên Tirkan de Lipeyçûyîna Şopên Oryantalîst: Keçika Pawana Çiyan û Dêrsim 1937) de- Zeyno Zeynep û Müslüm Yücel jî dê li ser vê nivîsa Karakurt a di rojnameya Akşamê de çapbûyî bisekinin:

Ev nivîsa Karakurt, wesîqeya zîhniyeta komarê ye bê bi çi çavî li kurdan dinerin. Hevoka dawiyê jî motivasyona siyaseta tirkan e bê bi çi rengî kurdan dibînin (rewa dibînin) derdixe holê. Çiqas hov bin hewcedariya wan ew qas bi şaristanîbûna bi darê zorê heye. Di rêya şaristanîkirinê de wezîfeya herî mezin a rewşenbîrên komarê, bidestxistina jinê ye. Ev keça biyanî ku agahiyên derbarê wê wekî rîwayetan tê ziman dê bibe objeya fenteziyan. Karakurt dibêje “li gorî gotinan”, yanê bi tu awayî têkiliya wî bi wan re çênebûye. Jixwe di navbeyna neteweyeke şaristan û wehş de dê têkiliyeke çawa hebe? Lê bi alîkariya romanê jî em dizanin ku mebesta vê gotinê ew e ku keça kurd bike objeyeke fenteziyan. Zeftkirina wê desthilatîbûna komarê ye.

Leşkerê tirk û keça kurd

Tê zanîn ku piştî leşkerên tirk serhildana Dêrsimê têk birin, hin fermandarên wan, keçên kurd dane li gel xwe û di malên xwe de -bi nav û nasnameyên nû- kirin “besleme”. Ji ber wê çendê Zeyno gava li gel Yüzbaşı Hasan çû Stenbolê wê bibe Zeyneb, Haso Çocuk wê bibe Hasan, keça kurd a wehş gava serê xwe danî ser milê Tegmen Adnan wê bi nav û nasname bike û em ê bizanin ku navê wê jî Zeyneb e. Rûmeta komarê li ser milên van leşkerên feyza xwe ji “timsalê neteweyî” hilgirtî bilind bû. “Şeftaliya Kurd” jî dê ji wan re bibe xelata serkeftinê. Di van hemû romanan de leit-motifa tê neqşandin bişaristanîkirina kurdan e. Wekî Sartre di destpêka berhema Albert Memmî a bi navê Sömürgeci ve Sömürgeleştirilen İnsan (Merivê Kolonyalîst û Kolonîkirî) de dibêje: “ Ew elîtên diz ku bi derbarê hêsaniya xwe bi agahdar in, dê biîmtiyaziya xwe çawa berpêş bikin? Tek rêyeke wê heye: Ji bo mezinayiya xwe wê mirovê kolonîkirî daxînin, mafê mirovbûyîna xwecihiyan înkar bikin û dê wan, bi hêsanî, wekî mirovên kêrnehatî -ne mirov, heywan- terîf bikin.”(21) Ji ber vê çendê di van romanan de tirk kêrhatî, mêrxas, xwedan esil, bejinbilind, sadiq in, kurd jî çors, bêteşe, paşverû, sefîl û wehş in. Kurd gelemperî bênav in heger hewceyî hebe Haso û Zeyno besî wan in. Lê tirk Hasan û Zeyneb in û kesên tirk di van romanan de li gel daxuyaniyên xisletên malbatên xwe cih digirin.

Çima di van hemû romanan de derbdan li ser keça kurd e? Gava me li Tirkiyeyê têgeha leşkeriyê vekola em ê bibînin ku leşkerî –piştî sinetê- qedemeya zilambûyînê a herî girîng e. Ji ber wê jî Adnan di dema bombebarankirina Agiriyê de nameyek wiha dê ji dayîka xwe re bişîne: “Dayê, xwezî te bidîta, me bi dilçûyîneke çawa şerkir. Bi lezgîniyeke sermestî em dadiketin li ser serê ewên biyanî, ev adiyên sefîl ku bi nepenî dikevin nav sînorên me; me serên wan wekî serê marekî çewisandin.”(18) Wekî Yücel dibêje: “Ew hestên ji dayîka xwe re dibêje bi hezê ve girêdayîne û kuştin li vê derê kirineke zayendî ye. Adnan vê hezê dijî û pêşiyê radigihîne dayîka xwe ango dibêje; dayê ez mezin bûm.”(85) Nivîskarên îdeolojiya neteweperestiya tirk jî zilambûyîna komarê ango desthilatiya wê bidestxistina keça kurd de dibînin. Ji xwe mêrên wan ên serhildêr tên kuştin jinên kurd jî wekî Önen dibêje: “dê bi dilpakî û qudreta efserên tirk ve bên ́kedîkirin ́ û ji destê wan wehşiyan bên ́xelaskirin. ́” (375) Axirkê hilberîna netewe-dewletê bi van têgehên kolonyalîst ve wê temam bibe. Lê tişta ecêp hin nivîskarên wekî Kemal Tahir, ku di nav kevneşopiya sosyalîzmê de berhemên xwe diafirînin, dê ji vebêja nîjadperestî jî biborin û wahşeta li bin zimanê xwe bi profesyoneliyeke bêhempa dê veşêrin.

Kemal Tahir û kurd

Dema tesîra nivîskarên nîjadperest şikest dê nivîskarên nifşê rasteqîneriya civakî cihê wan bigre. Lê em di romanên van nivîskaran de jî bi heman tiştî rû bi rû tên. Lê bi newlekê din. Çawa? Ew nivîskarên bi tesîra gotinên cemaeta Îttihat û Terakkiyê romanên xwe dinivîsandin, di komarê de jî karê xwe berdawam kirin. Leşker, ji ber sedemên me li jorê eşkere kir fetîşa edebiyata wan bû. Ewan bi vî leşkerî ve çend cudatî hemû kuştin û ên mayî jî kirin yek reng. Vêga nivîskarên sosyalîst jî tu caran dest ji termînolojiya cemaeta Îttihat û Terakkiyê bernedan. Ji ber ku ev cemaetgorî fikra wan azadîxwaz û pêşvexwaz bûn. Ev jiyana nûjen jî mîrasa wan bû. Li gorî van nivîskaran hêmana sosyalîzmê a sereke pêşverûtî bû û vê cemaetê jî wezîfeya xwe ya dirokî bi cih anî bû. Lê sosyalîzmê hin tiştên din jî digotin; karker, gundî, wekhevî hwd. Vêga wezîfeya nivîskarê tirk ê sosyalîst jî dê bibe xelaskirina kurdan ji destê “şêx”, “mele”, “axa” û “began”. Nivîskarên nîjadperest, kurd ji heywanbûnê xelas kirin, ew jî dê van kurdan serwext bikin. Ji ber vê çendê jî romanên wekî Cemo (1966), Memo (1970) (Kemal Bilbaşar), Dersim 1937 (1974), Tunceli 1938 (1975) (Barbaros Baykara)[3] dê vê wazîfeya dîrokî pêk bînin.

Kemal Tahir jî ji bo fikrên xwe ên bi vî awayî dê dîrokê bike paşxane û hema bibêje di hemû romanên xwe de cih bide qewimînên dîrokî. Berna Moran di berhema xwe a bi navê Türk Romanına Eleştirel Bir Bakış (Nerînek Rexneyî Li Romana Tirkan) de dê vê çendê wiha eşkere bike: “ Bi ya min, ew van kesan (lehengên romanê), wekî endamên partî, civat an jî komekê dineqişîne û cihê jiyana wan a taybet, bi aîdiyetên wan ve nîşanî me dide.” (180) Ji ber ku roman ji bo Tahir, amûreke veguherîna civakê ye. Heta roja îro jî çep û rastên tirkan xwedî li wî derdikevin û wî ji destê hev direvînin. Romanên wî ên wek Devlet Ana (Dayê Dewlet) bûye mijara gelek gotar û berheman. Ji ber ku wekî Yücel dibêje: “Ew sosyalîzma esil di rûyê dewleta Osmanî de dibîne.”(315) Ango dibe sedema nîqaşeke têkilhev. Kurd jî di hemû romanên wî de dibin paşxaneya fikreke wiha eletewş. Ew bi salan di girtîgehê de rastî gelek kurdan tê. Ango ew kurdan têra xwe nas dike. Lê têgiha derbarê kurdan de bi gotina wî ji “neteweyên têkçûyî” pêdetir nîne. Di romanên wî de peyva “kurd” û “feodal” bira ne an jî xwişk in. Tahir dê kurdan bi dîrokeke paşverûtî bike mijar û wek nivîskarên nîjadperest jina kurd xwe ji pênûsa wî jî -a temsîla penîsê desthilatiyê- xelas nake. Em dikarin bi sedan mînakên vê çendê eşkere bikin lê ev jêgirtina dirêj a ji romana Bir Mülkiyet Kalesi (Keleheke Mulkiyetê) besî me ye:

Keçên kurd, bûkên kurd dema li erdê pal didan çavên xwe digirtin, ew leşkerên li ser wan jî bi heman sûretî tevdigeriyan. Herdu kes jî ji pîsîtiya ku nêz dibû dikerixîn, bi nefret ji hevdu zû vediqetiyan. Koçberan di rêyan de hejariyeke wisa kişandibûn, da ku zikê xwe têr bikin hemû tiştên xwe bi comerdiyeke wisa mezaxtibûn, di destê wan de ji bilî van keçan tu tişt nemabû. Extiyaran, gava li ber dîwarên hewşê boşayiyeke leşkeran bidîta, diranên xwe dişidandin û direviyan hundir. Wê demê, an bûkekê an jî keçekê, di rûyê xwe yê esmer de diranên xwe ên birqok bi kenekî westiyayî derdixistin. Leşker nanê li bin milê xwe nîşan dida. Jin diçû aliyê din ê dîwêr, derpiyê xwe vedikir û li ser piştê pal dida. Tu kesî navê tu kesî nedizanî, tu kes ji tu kesî nedipelikî. Wê dema ku leşker li ser keçikê bû, du leşkerên din bi fikirîn cixarên xwe dikêşandin û li bendê bûn ka wê dora wan bê. Zarokên kurd jî wexta tiştek li dayîkên wan dikirin wekî demên pêşiyê nedigiriyan. Êdî zanîbûn bi keneke qurnaz temaşe bikin. Ew nanê dibû sebeba vê bi hev girtina ecêb, ekseran datanî rexekî. Zarokan jî dawiyê aqil kiribûn wî nanî hilgirin û birevin. […] Zik birçî bû. Diran nîşandana biken û vekirina derpî, paldayîna li ser piştê şerm nebû. Êdî zarokan jî tam ji vê lîstikê digirtin û mahiyeta wê nedizanî, meraq dikirin. Qeflên sê çar salî, ji ber ku nikarîbûn hindî xwişk û dayikên xwe bêşerm bibin li bin dîwarên xaniyên kambax, diketin nav lingên hev û din û wekî mezinên xwe tevdigeriyan. […] Rojekê serdeste (onbaşı) Huseyn, Murat di nav lingên keçeke kurd de bi vî awayî zevt dike, bi guhên wî digire û pêyên wî ji erdê dibire û şeqamên xweş lêdide. Canseza [jina Huseyn], sedema vê çendê nikare ji mêrê xwe fêr bibe, lê dema temî dike ku zarok bila bi tena serê xwe dernekeve derve, pêjna tiştinan dike. Ji şermê erd qelişî û pê de çû. Du rojan Murat maç nekir. […] Jinika ermen a karê mala wan dikir, rojekê gote Cansezayê: “Ew cezayê tiştên bi serê ermenan de anî dikêşin. Ewan jî wiha li me kiribû. Zêdetir ewan hemû kuştin.” Lê çi fêde. Ji vî halî mirin çêtir e. Şêxên kurdan digot gawir kuştin xêr e. Gotin irz û namûsa gawiran ji misilmanan re helal e. (166,168)

Di romanê de kurd bi koçberî tên Burdurê. Ji ber çi tên, nabêje. Em bi tenê dizanin ku dewletê ew li taxeke Burdurê bi cih kirine. Zilam di nav wan de tunene. Piştî ku tên vê derê ew der ji bêhnê dihetike. Jixwe kurd bi tuvaletê nizanin. Piştî ew tên, xwecihên wê derê direvin û cardin kurd teslîmî insafa leşkeran in. Nivîskarên nîjadperest bi destê leşkeran keçên kurd xelas dikirin, lê Tahir vê çendê jî bi rengê wan nabîne. Hinek din wêdetir diçe û cezayekî jî dibire. Ji ber ku van kurdên herimî heman tişt bi serê ermenan anîbû. Keç û bûkên kurd ji boyî parçek nanî derpiyê xwe vedikin û xwe dixin bin leşkerê tirk û şerm nakin lê keça tirk Canseza bi lîstik jî vê çendê ji bo zarokên xwe qebûl nake û ji şerma diçe bin erdê. Em dibînin ku terîfa dijminatiyê êdî têrî nivîskaran nake. Leşker li vê derê jî rûyê xwe nîşanî me dide û dibêje; zilambûyîna (desthilatiya) min wê li ser gelên paşverû tesdîq bibe.

Encam

Gotinên di dema hilberîna netewe-dewleta tirk di dema komarê de jî bi destê nivîskarên jêk cuda ve wê berdewam bike. Em dibînin ku gotin û kirinên oryantalîst bi destê wezîfedarên edebiyatê ve tê estetîkkirin. Leşker wê bombeyan bibarînin, nivîskar jî wê wan xelat bikin. Lê wekî bi mînakan me eşkere kir, gotina oryantalîst ne tenê bi destê nivîskarên neteweperest, bi destê nivîskarên ku bi kevneşopiya rasteqîneriya civakî dinivîsin jî berdewam dibe. Li hêla din em dibînin ku lîteratura tê sazkirin bi gotineke milîtarîst ve tije ye û roman wek tivingekê bûye amûra asîmilasyon, tunekirin û kedîkirinê.

ÇAVKANÎ

Adıvar, Halide. zeyno’nun Oğlu, weşanên Özgür, Stenbol:2001.
Belge, Murat. http://www.taraf.com.tr/haber-milli-edebiyat-16036/ 1 Eylül 2008
Belge, Murat. Sanat ve edebiyat yazıları, weşanên İletişim, Stenbol: 2009
Brockling, Ulrich. disiplin: askeri İtaat Üretiminin Sosyolojisi ve Tarihi, wer bo tirkî. veysel Atayman, weşanên Ayrıntı, Stenbol:2008
Enginün, İnci. yeni Türk edebiyatı araştırmaları, weşanên Dergâh, Stenbol: 2004
Karakurt, Esat Mahmut. dağları Bekleyen Kız, weşanên Bilgi, Stenbol: 2009
Önen, Ronayi. Türk romanlarında Oryantalizmin İzini Sürmek: dağları Bekleyen Kız ve dersim 1937, Toplum ve Kuram, Hejmar: 6-7, Stenbol: 2012
Memmi, Albert. Sömürgeci ve Sömürgeleştirilen İnsan, wer. bo tirkî. Salih Ak, weşanên Öteki. Ankara: 1996
Moran, Berna. Türk romanına eleştirel Bir Bakış 2, weşanên İletişim, Stenbol: 2006
Yücel, Müslüm. Osmanlı-Türk romanında Kürt İmgesi, Kitêbxaneya Agora, Stenbol: 2011
Tahir, Kemal. Bir Mülkiyet Kalesi, weşanên Tekin, Stenbol: 1995
Zeynep, Zeyno. Wekî qadeke şidetê temsîl: di romana tirkan de kurd, îsyan û jin, Kovara Zend, Stenbol: Hejmar: Payîz 2008.

 

[1] Leşkerên garnîzonê ji Zeyno re dibêjin Şeftaliya Kurd. Şeftalî bi kurdî xox e. Lê di zimanê tirkî de bi awayekî pornografîk jî tê bikaranîn. Di argoya tirkî de peyva şeftaliyê tê maneya vajînayê.

[2] Cara ewili derhêner Atıf Yılmaz (rûmeta sînemaya tirk) di sala 1955an de, cara duyem jî Süreyya Duru di sala 196an de wê adebteyî sînemayê bikin. Di Fîlmê Süreyya Duru de Hülya Koçyiğit di rolê Zeyneb de ye.

[3] Ronayî Önen bi berfirehî li ser romana bi navê Dersim 1937 disekine. Lê nivîskar salek piştî hingê dewama vê romanê dinivîse: Tunceli 1938. Em bi hêsanî ji binavkirina van romanan dikarin zîhniyeta wan fam bikin. Artêşa tirk jî dê her gav van romanan bi hemû qedemeyên leşkeriyê bide xwendin.

Share.

Leave A Reply