Zimanê Malê, Hegemoniya Li Malê

Fexriya Adsay

Puxte:

Berhemên wêjeyî di nav şerd û mercên dinya me de tên hilberandin û dibin awayekî avakirina hegemoniya beranber. ji berhemên di girtîgehên Tirkiyeyê de ji aliyê kevne-gêrilayan hatine nivîsandin, ên bi kurdî ji ber bandora zimên bêtir xwemalî û bi xwendevanên xwe re dikarin pêwendiyeke xurt saz bikin, lewma di avakirina hegemoniya beranber de xwedî rolekê ne û bi dengekî xurttir xitabî civakê dikin. Lê ên bi tirkî bandora zimanekî biyanî û her wiha nerîneke biyanî jî di xwe de dihewînin, ji ber vê bi civaka kurd re pêwendiyeke wan a xurt xuya nake. Li vir ziman bi xwe wek amrazeke sereke ya midaxelekirina bo rewşa çandî û siyasî derdikeve pêş.

Peyvên sereke: hegemonî, gêrîla, girtîgeh, kurdî, tirkî.

Destpêk

Wêje her çi qas karekî şexsî be jî, ew gelek caran wek mirêka nasnameyeke hevpar kar dike; serpêhatiya wê nasnameya hevpar vedibêje an tunebe jî hewl dide wê çêbike. Beriya ku nasname an piştevaniyeke hevpar a şênber hebe, tovên wê yên di nav civakê de di nav şitilgeha wêjeyê de zîl dide, ji wir tê veguheztin bo civakê û nasname û piştevaniya muxayel li wir tê mezinkirin. Ev nasname û piştevaniya ku tevî wêjeyê di hemû qadên çandî û hunerî de dikare bê texeyulkirin him dibe sedema têkoşînê him dibe qada têkoşînê bixwe. Berhemên wêjeyî di nav xwe de ne xwedî dinyayek cuda an îzolekirî ne, ew jî di nav şert û mercên dinya me de tên hilberandin û bi awayekî midexaleyê wê dikin.

Li gor vê erka xwe wêje dibe yek ji amrazên rûxandina hegemoniya serdest jî. Têgeha hegemonî ku ji aliyê Antonio Gramsci[1], komunîstê îtalî, hatiye têgînkirin wek otorîteya siyasî, çandî û civakî an wê hêza ku dewletek, bêyî serî li şîdeta qebe bide, dikare pê otorîteya xwe ava bike û wê berdewam bike, dikare bê tarîfkirin. Xwediyên desthilatdariyê tenê bi darê zorê xwe li ser civakê ferz nakin an bi saya hêza qebe li ser piyan namînin. Di heman demê de bi riya dibistan û saziyên xwe yên çandî şikil didin fikr, raman û texeyula civakê û kirdeyên ku bi rizaya xwe serê xwe ditewînin diafirînin û hikmê xwe xurt dikin. Dikin ku berjewendî û armancên wan wek rastiyên gerdûnî bên temsîlkirin. Bi gotineke din, rizaya çîn an gelên di bin tehakumê de hildiberînin ku ev temenê tehakuma wan dirêj dike. Lewma ji bo bidestxistina desthilatdariya siyasî, taybetî di civakên modern de, divê ewilî qada çandî ku bi hemû şaxên xwe wek amrazên sazkirina hegemoniyê kar dike, bê destxistin. Bi têkoşîna di qada îdeolojîk û çandî de, bo guherîneke siyasî veguherîna fikr û ramanên civaka sivîl divê bê armanckirin. Gramsci ev jî wek hegemoniya beranber binavkiriye ku ji bo hilweşandina desthilatdariya serwer di warê çandî û civakî de lazim e bê avakirin.

Li bakurê Kurdistanê dewleta tirk ku hebûna xwe li ser tunekirina kurd û gelên xeyrî-muslim ava kiriye bi hemû amrazên xwe yên sazûmanî, qanûnî û leşkerî di nav kurdan de hegemoniyeke xurt ava kiriye. Li dij vê hegemoniyê bertekên wek serhildan, xebatên rêxistinî û rewşenbîrî her dem bi awayekî hişk hatine çewisandin û kirine ku gelek rewşenbîr xebatên xwe li derveyî Kurdistanê û Tirkiyeyê bidomînin. Mînak, Celadet A. Bedirxan û gelek rewşenbîrên nifşên wî stara xwe li Sûriyeyê dîtin û li wê derê xebatên xwe bi awayekî çandî berdewam kirin. Piştî derbeya 1980yî jî gelek rewşenbîr koçî Ewrûpayê kirin û geh bi riya saziyên wek enstîtu û weşanxaneyan an bi xebatên şexsî di dîroka kurdî de bûn êwirek (qonax).

Serhildana sî salên dawiyê ya li dij serweriya dewleta tirkan xeleka dawîn a van bertekan jî bi giranî awayekî çekdarî -ku vêga sekiniye lê hê aqibet ne diyar e- û bi awayekî rewşenbîrî didome. Pêwîst bû ligel şerê çekdarî şerekî çandî û rewşenbîrî jî hebe ya na ne mumkin bû ku pergala mêtingeriyê ya bi salan li ser hiş û mejiyê kurdan qirêjiya xwe nehiştibe û rizayek bo xwe nehilberandibe. Ji ber vê, tevgera kurd piştî salên 90î li hemberî hegemoniya dewletê dest bi avakirina saziyên çandî kirin û amrazên çandî yên wek enstîtu, televîzyon, weşanxane, rojname, qûrsên zimên hwd. kirin xizmeta avakirina hegemoniya xwe.

Tesbîta nivîskarê kenyayî Ngugi Wa Thiong a di sala 1981ê de kiribû ku “li Efrîkayê nivîskar û siyasetmedar gelek caran heman kes in. Nivîskar pir caran di têkoşînên siyasî de cî digrin; li gor wan pênûs, çek û kursî xizmeta armancekê dike, ev azadkirina welatê wan e.”[2] ji bo piraniya nivîskarên kurd hê jî aktuel e. Rola nivîskaran ku Ngugi qal dike ew xebatên rewşenbîrî ne ku hewl didin fikr, raman û texeyula civaka bindest ji bin hegemoniya mêtinger derxin û hegemoniyeke alternatîf biafirînin. Mijara vê nivîsê berhemên nivîskarên kurd in ku li girtîgehê dest bi nivîsandinê kirine û vêga hê di girtîgehê de ne û ew nivîskar in ku Ngugi tarîf kiribû. Menaf Osman, Mizgîn Ronak, Mahmut Baran, Mahmut Yamalak, Hayrettin Ekinci, Ahmet Bilge, Mahir Bagok û Rojbin Perişan ji ber ku wek gêrîla di nav refên PKKê de cî girtine cezayê giran stendine. Bi rastî, bi vê rewşa xwe ew di tarîfa Ngugi de jî hilnayên ji ber ku wan ji siyasetê wêdetir rasterast şerê çekî kirine ku helwesta herî radîkal a li hemberî pergala mêtinger e. Di girtigehê de êdî rêbaza şerê wan guheriye, derbasî qada çandî bûne hewl didin bi riya nivîsê bigihêjin armancên xwe.

Ji bo vê nivîsê yanzdeh berhemên pexşanî -roman, çîrok û bîranîn- yên heşt nivîskaran hatine hilbijartin. Ji van Girê Şêran a Menaf Osman bi kurdî ye û li gor dîroka weşanê yek ji van berheman e ku di girtîgehê de bi kurdî hatiye nivîsandin. Weşanxaneyê ew di nav rêza wêjeyê de bi cî kiriye lê cureyê wê nenivîsandine, wek ku bêbiryar mabin. Ji berhemê tê famkirin cî û bûyerên ku di berhemê de derbas dibin rast in û xuya ye ji serpêhatiyên vebêjer/nivîskar in. Lê awayê vegotinê û dengê hundirîn ên hin lehengan gelek caran ta’ma romanê dide xwendevan lewma em vê wek roman/bîranîn bi nav bikin wê ne şaş be. Em Bûn Baran a Mizgîn Ronak jî dikare wek roman/bîranîn bê binavkirin. Du romanên Mahmut Yamalak yek bi tirkî yek bi kurdî ye; Mermer Kanatlı Kuşlar[3]Tarîderya. Mahmut Baran jî bi tirkî dest pê kiriye; ewilî romana xwe Meleğin Mısraları[4], piştre berhema xwe ya çîrokan Êdî Navê Min Bêrîvane nivîsandiye. Berhemeke din a tirkî a Rojbin Perişanê Gözyaşlarımın Ağıdıydı Seni Beklemek[5] e. Hayrettin Ekici û İsmail Biçen serpêhatiyên xwe yên gêrîlatiyê di bin sernavê Li Çiyayê Qerejdax Şopa Gerîla Dağın Ardı[6] de tomar kirine. Ahmet Bilge bi berhema xwe ya çîrokan Tu Li Ku Yî û Mahîr Bagok jî bi berhema çîrokan Dewsa Ramûsanên Birûskan dibin mijara vê nivîsê.

Berhemek wêjeyî, ji ber ku derfeta xwendinên piralî didin, li gor rêbaz an perspektîfên cuda tên nirxandin an rexnekirin. Lewma lazim e tiştê herî dawî bê gotin, di serî de bêjim, ku nirxandin an xwendinên min ên li ser van berheman encama xwendinên min û perspektîfa min in. Xwendevaneke din li ser wan dikare nirxandin an rexneyên gelekî cudatir bike. A din, ji ber tixûbên nivîseke bo kovarê û ji ber xetereya belavbûna mijarê, berhem ji hemû aliyan ve nehatine nirxandin lewma ez di xwendinên xwe de ancax li dû bersivên van pirsan geriyam: 1. Bijartina zimanê berhemê çi îfade dike, çi bandorê dike û gelo di navbera berhemên tirkî û kurdî de çi cudatî hene, di xwendinê de ziman çawa bandor dike? 2. Ji berhemên wan em derheqê fikr, raman û texeyulên nivîskaran çi fêr dibin an dixwazin çi bidin xwendevanên xwe? 3. Li gor bersivên van pirsan gelo nivîskarên kurd dikarin kontr- hegemoniyeke xurt ava bikin?

Ziman û naverok

Li bakurê Kurdistanê di dehsalên dawî de, di ser bikaranîna kurdî û tirkî re, li ser pêwendiya navbera ziman û çandê, mêtingerî û ziman, helwesta dijmêtingerî û ziman nîqaşeke ku her tim heraretê bilind e, berdewam dike. Gelek caran ev nîqaş li dor pirsên “Gelo em di çalakiyên xwe yên xwendin, nivîsandin û axaftinê de giraniyê çawa, çi qasî bidin kurdî? Em xwe ji tirkî dûr bixin an na? Em dikarin heta kû derê xwe ji tirkî dûr bixin, tixûbên wê hebin an na?” dest pê dike û diçe. Yek ji rawestgehên girîng a nîqaşê ku heraretê wê bilind dike ew e ku di navbera nasnameyên siyasî û çandî, û amrazên xwe-îfadekirinê de pêwendiyeke organîk heye an na; ziman tixûbên hişmendiya şexsî û civakî, tixûbên texeyula siyasî, naveroka axaftin û nivîsê diyar dike an na? Bersivên van pirsan pir caran bi aliyê kurdî ve erênî jî be di pratîzekirinê de, ji ber sedemên statuya siyasî û encamên wê yên “zor realîst” ku tixûbên bikaranîna kurdî teng dike, serdestiya tirkî didome. Ev rastî jî bi awayekî pir beloq her tim li ber çavên me ye ku heta statuya siyasî neguhere û kurd xwe bi xwe bi rê ve nebin, di warê teorîk de em bigihên çi encamê jî wê pratîk, bêyî îradeya kurdan, li aliyê tirkî be. Bi gotineke din, li bakur axaftina ser ziman axaftina ser siyasetê ye jî an bêyî wizyoneke siyasî ev nîqaş jî wê bê wizyon bimîne. Lewma berdewamkirina vê nîqaşê bi xwe bi her awayî dînamîzmekê jî bi xwe re tîne. Lê di vê beşê de ji vê nîqaşê bêtir, wê berhemên kurdî û tirkî bên berawirdkirin ku em binerin ziman tirkî an kurdî be, encam dibe çi, ziman çi jê kêm dike, çi lê zêde dike?

Ji yanzdeh berhemên ku wê bên nirxandin çar heb bi tirkî ne: Mermer Kanatlı Kuşlar, Meleğin Mısraları, Dağın Ardı, Gözyaşlarımın Ağıdıydı Seni Beklemek. Nivîskarên her du berhemên ewil Mahmut Yamalak û Mahmut Baran ev romanên xwe yên yekem bi tirkî lê yên duyem bi kurdî nivîsandine. İsmail Biçen û Rojbin Perişan, nivîskarên her du berhemên dawiyê, ev berhemên wan ên duyem in. Bi tirkî dest pê kirine û bi tirkî domandine. Ji nivîskarên berheman tenê Osman Menaf ne ji Bakur e (ji Rojava ye) û berhema wî Girê Şêran beriya yên din hatiye nivîsandin (2003). Em ji tecrubeyên xwe dizanin, li Bakur mirovekî çûbe dibistanê ne gengaz e ku bi tirkî nizanibe û salên perwerdehiyê çi qas zêde be giraniya tirkî ew qas zêde dibe. Em bidin ber çavan ku bi giştî zimanê siyaseta kurdî di destpêkê de tenê tirkî bû û bi taybetî di nav PKKê de şerê çekî li pêş bû, meseleya ziman û çandî jî di nav meseleyên taloqkirî de bûn, asayî ye ku di girtîgehê de hin nivîskarên bakurî berhemên wan î ewil bi tirkî bin. Zimanekî ku mirov pê perwerde nebûbe, heta temenekî bi wî zimanê nexwendibe û nenivîsandibe, ji bo ew ziman bibe zimanekî wêjeyî dem û xebateke taybet jê re pêwîst e. Kesên di girtîgehê de berhem dane jî di temenekî pir ciwan de tevlî xebatên siyasî bûne an tevlî refên şervanan bûne û niha cezayê muebbet li wan hatine birîn. Îhtimalek heye yekem car di girtîgehê de bi xwendin û nivîsandina kurdî ew qas hêmhal bûne û pêş xistinê.

Digel rewşa taybet a bakur û elbet rewşa nivîskaran bixwe, di van berhemên tirkî de xaleke balkêş ew e ku nivîsandina wan her çi qas ne encama tercîhekê be lê encama siyaseta çandî ya mêtingeriyê be jî[7], di her çar berhemên tirkî de ji aliyê vebêjer an ji aliyê lehengekî ev wek kêmasî an pirsgirêkekê nayê dîtin û lê nayê pirsîn. Mirov li bendê ye qenebe wek hûrgiliyekê be jî, ev kêmasî hatibe problematîzekirin, bibe sedema nerihetiyeke derûnî an bibe mijara nîqaşekê di navbera lehengan bixwe an navbera kurd û rayedarên tirk de hwd. Berovajiya vê, tirkî wek zimanekî dahûndurandî xuya dike û nabe mijara tu nîqaşan. Mînak, lehenga Meleğin Mısraları (MM) Rûkenê dikeve nav jiyana îlegal divê ji xwe re navekî nû hilbijêre (r.16). Dema yek ji hevalên wê navê ‘Rûken’ pêşniyaz dike, em fam dikin ku ew wateya vî navî nizane. Ji vê nezaniya wê xuya dike ew kurdî bi temamî nizane lê ev wek mijareke pir asayî derbas dibe û kurdînezanî careke din nabe mewzûbehîs. Lê gêrîlayekî (Hektor) ku tirkî baş nizane û hin peyvan çewt dibêje dibe mewzûbehîs û haya xwendevan jî ji vê kêmasiyê tê kirin (324).

Ger em MM û Êdî Navê Min Bêrîvane (ÊNMB) du berhemên Mahmut Baran ên bi du zimanên cûda berawird bikin, di naverok û nerînên lehengan de cudatiyên mezin hene. Ev cudatî bi zimanê berheman re pêwendidar xuya dikin. Bi îlhama gotina Ludwig Wittgenstein ku dibêje “Tixûbên zimanê min tixûbên cîhana min in” em dikarin bêjin zimanê berhemekê (heta ku bo zimanekî din nê wergerandin) xwendevanên wê û tixûbên belavbûna wê diyar dike, lê bêje nebêje bi giştî mijar bişibe hev jî, ziman naverokê, awayê navlêkirinan, tixûbên ramanan, teswîran, nerîn û diyalogên lehengan, heta mekanê jî gelek caran diyar dike. Mekanê MM piranî Stenbol e, mekanê (ÊNMB) Kurdistan e. Di MM de vebêjerê wê û lehengên wê, ji ber zimanê biyanî û serdestiya nerîna jiderve, ji naveroka axaftinên wan diyar nabe ku kurd in. Mînak, leheng axaftina ajovan û rêwiyên dolmîşekê wek “doğu aksanı”[8] teswîr dike û ev bi wî dide hîskirin ku “ew li getoyekê ye” (r.12) wek ew bixwe ji wan pir dûr be! Di vê hevokê de “… Kürtçe şarkı sesleri, burada Kürtlerin yoğun olduğunu gösteriyordu.”[9] (r.12) wek dengê kesekî nekurd, ji çavekî ji derve tê guhê me û dema li Stenbolê di dolmîşê de taxa feqîr û hejar ku kurd lê dijîn teswîr dike, wek ku nabe feqîrî û hejarî li Stenbolê jî hebe, wê derê layiqî Stenbolê nabîne, wê bi şibandina gundekî Şirnexê teswîr dike. Eyn nivîskar di ÊNMB de bi zimanê kurdî wê nerîna jiderve li derve dihêle. Nerîneke ji hundir dikeve dewsê. Zimanê kurdî bixwe mahremiyetekê dide berhemê ku mirov dizane vebêjer an lehengên wê kurd in. Mirov xwe an derdora xwe tê de dibîne, aidî xwe hîs dike, hesteke aidiyetê dide. Lazim e ev jî nê jibîrkirin ku lehengên MM xortên zanîngehê ne, lehengên ÊNMB bêtir ehlê gundî ne an gêrîlayên ji gundan hatine û mekan jî gundên Kurdistanê ne. Lewma ev rastiyekê jî nîşanî me dide û mijarê bi pirsgirêkek din ve girê dide. Dîsa em ji tecrubeyên xwe dizanin ku xortên li Stenbolê (an bajarên din) di zanîngehê de dixwînin, bi hev re xebatên siyasî dikin, xwendinên siyasî (mijara xwendinê bi taybetî wê bê qalkirin) dikin zimanê wan î serdest tirkî ye. Belkî zimanê vê romanê kurdî bûya wê bêtir derasayî xuya bikira an wê zehmetir bûya ku romaneke bi vî rengî bi kurdî bê nivîsandin. Bi gotineke din, zimanê romanê bixwe encama nakokiyeke çandî, civakî, siyasî ye ku ev berpirsiyariya nivîskar a di hilbijartina zimên de kêmtir dike; berê me ber bi sedemên bêtir bingehîn ve dibe.

Di her du berhemên Baran de gelek referans an jêgirtin hene ku çavkaniya wan bi zimanê berheman re pir eleqedar in. Di MM de ku ji aliyê referansên biyanî ve gelekî dewlemend e ji çanda kurdî tenê carekê navê Feqiyê Teyran (r.56) derbas dibe. Navê Şivan, Ciwan û Xelîl Xemgîn jî carekê di nav cureyên muzîkê de ku leheng bo hevalê xwe pêşniyaz dike derbas dibin (r. 251). Lê di ÊNMB de navê Xanî, Cizîrî, Feqiyê Teyran hwd. gelek caran bi berfirehî derbas dibin. Dengbêjê Lal navê çîrokekê ye, Seîdê Gabarî bi straneke xwe tê de derbas dibe, helbesta Evdila Peşêw Leşkerê Wenda bûye navê çîrokekê û çîrok bi xwe jî bi vê helbestê dest pê dike. Bi giştî axaftin û diyalog û karakter wek zimanê pirtûkê bi hest û hişmendiyeke xwemalî an hundirîn bar kirîne û bêtir xwedî temsîliyeteke civakî ne. Li aliyê din, “Dengbêj” Kazo jî lehengê MM, xortekî zanîngehê ye ku herî zêde nêzî çanda kurdî ye, her tim hewl dide stranekê bêje lê kes guh nadê û wek mirovekî famkor, nezan, qebe, bêqedr û qîmet hatiye şayesandin û ji xwe dengê wî jî qet nexweş e. Lehengên romanê yên erênî hatine şayesandin pêwendiya wan bi çanda kurdî re tuneye, her tim li ser Pablo Neruda, Gogol, Rosa Luksemburg, Clara Zetkin, William Shakespeare, Spinoza, Orhan Hançerlioğlu, Sigmund Freud, Felix Guattari, Robin S. Sharma, Antoine de Saint Exupéry, Tolstoy, Norman Couins, Pavel Korçagin, Ümit Yaşar, Mihail Şolohov û Kazancakîs diaxivin, berhemên wan dixwînin, di nîqaşan de wan wek referans digrin; vebêjer gotina xwe bi wan xurt dike. Ji çanda kurdî tenê serpêhatiya Dewrêş û Êdûlê (r.269) li Muxlayê ber perê behrê ji aliyê lehengekî bi berfirehî tê vegotin lê di nav wan referansên biyanî û nerîna ji derve (him ji aliyê mekan him ji aliyê hişmendî ve) beloq û bêta’m dimîne, wek ku ji bo ew jî hebe hatibe lêzêdekirin xuya dike.

Berhema Rojbin Perişan Gözyaşımın Ağıdıydı Seni Beklemek (GASB) digel ku li Amedê derbas dibe, lehengên wê ne yek cure ne û bêtir tebeqeyên civakê temsîl dikin, di berhemê de aidiyeta ax û welêt xurt e; dîsa jî mirov ji hesta biyanîbûnê xilas nabe. Wê hestê dide mirov ku bêyî ku nivîskar lê bifikire, bêje nebêje ziman bixwe mesafeyekê datîne. An nivîskara tirkînûs bixwe ji mesafeyekê li civakê an meseleyê dinêre. Mînak, dema qala Zelalê, ku li Botanê di nav refên gêrîla de ye, tê kirin dibêjin “ew li çiyayên dûr e” (uzak dağlarda r.27), kengî qala çiya bê kirin dûrbûna wan li pêş e, “ew çiyayên dûr” (r.339). Halbukî li bakurê Kurdistanê û li Amedê bixwe tiştê herî nêz her daîm çiya ne. Kî çend kîlometreyan ji Amedê dûr bikeve rêwîtî di nav çiyayan de didome. Ew çiya ne ku bûne qada şerên dijwar. Lehengên romanê yên xort (ku ew lehengên sereke ne) kêm caran çand û dîroka Kurdistanê herî zêde ji jin û mêrên extiyar guhdarî dikin û dibin xwedî agahdarî. Pêwendiyeke wan a bi berhemên nivîskî ên di vî warî de ne mewzûbahîs e an di navbera xwe de li ser van mijaran napeyivin.

Dağın Ardı (DA) a İsmail Biçen berhemeke din a bi tirkî ye ku rasterast serpêhatî û fidakariyên herî dijwar ên gêrîlayên serê çiyan ji hundir ve vedibêje. Ev berhema Biçen a duyem e, a din helbest e û ew jî bi tirkî ye. Biçen bixwe bi kurdî çi qas dizane, em vê nizanin lê ji ber ku her du berhemên wî jî bi tirkî ne, em dikarin bêjin nivîskarekî tirkînûs e. Ji ber mijar û mekanê berhemê hesta aidiyeta ax û welêt bi awayekî xurt derbasî xwendevan dike. Nivîskar nexwestiye kurdî bi temamî li derve bihêle ku cî bi cî peyvên kurdî di nav hevokên tirkî de an wek hevokên kurt bi kar aniye: “Şehit Yaşar hevalin evi”[10], “Merhaba em hevalin”, “Şeva we bi xêr” (r.14), “Xwedê zêdeke” (r.15), “Bes e, dê bes e!” (r.17), “…ve teq û teq içerisinde…”[11] (r.19), “ew kî nin?” (r.28) “Heval hatin!” (r.29), “Şevbaş”, “Rojbaş” hwd. Elbet navê piraniya gêrîla kurdî ne. Navê pincarên wek soryaz, gohreşik, mendik, sîrim, tirşo bêyî ku tirkiya wan jî bide bi kurdî hatine nivîsandin. Lê bandora zimanê tirkî xwe berê di referansan de nîşan dide. Du helbestên bi tirkî yên Ahmed Arif (r.24) û Ahmet Telli (r.5) cî digrin, navê Cigerxwîn carekê wek “Kürdün şairi”[12] (r.25) derbas dibe lê tu delîl nîne ku helbestên wî hatine xwendin. Ji wî pê ve navê tu navdarên kurd derbas nabin. “Che” du caran derbas dibe (r.28, 97). Digel ku behsa Che bi berfirehî derbas nabe jî ev nav gelek tiştan dibêje ji me re. Ji ber ku di nav çanda siyasî ya kurdan de ev wek sembol an diyardeya tixûbekî ye jî. Asta xwemalîtî an gerdûnîbûnê an xwediyê axaftinê çi qas xwe û armancên xwe ji nav çanda xwe tarîf dike, nîşan dide. Ev jî bi serdestiya tirkî re ji nêz ve eleqedar e.

Dema gêrîla li gundekî çiyayî serdana malbata hevalekî xwe yî şehîd dikin, mirov bi rihetî texmîn dike ku dê û bavê wî yên extiyar bi tirkî nizanin (her çi qas nivîskar vê nebêje jî). Lewma dema em axaftinên wan bi tirkî dixwînin hestên di axaftinên wan de derbasî me nabin, nêzîkatiyeke di navbera me û wan de çênabe. Di axaftina fermandarê koma gêrîla de jî ev gelek car berbiçav e. Zêde asayî xuya nake ku fermandarekî kurd bi tirkî bipeyive.

Ku berhem tirkî be, mekanê wê jî ne Kurdistan be, digel hemû hostetiya nivîskar a di hûnandin û vebêjiyê, ta’ma wê ya wêjeyî berhem di xwe de kêmasiyekê dihewîne. Mermer Kanatlı Kuşlar (MKK) a Mahmut Yamalak berhemeke wisa ye. Mînak, em ji vebêjer û serlehengê romanê fêr dibin ku malbata wî di nav mala xwe de bi kurdî dipeyivin. Elbet heta ku vebêjer vê diyar neke em ê vê nizanibin. Vebêjer kêm caran hevokên kurt bi kurmancî binivîsîne jî zehmet e mirov bawer bike ku ew malbateke kurd e. Behsa her çi bikin jî dema bi tirkî be malbateke kurd li ber çavên me şênber nabe an em nikarin wan di nav bi milyonan kurdan de bi cî bikin. Serleheng û vebêjer Aya bi xwe jî, digel em dizanin bi ruh û canê xwe kurd e, ji ber zimanê tirkî wê hesta endambûna malbateke mezin an cimeateke muxayel (em Benedict Anderson bi bîr bînin!) nade mirov an ev kêm dimîne, yan ew li derve dimîne an jî xwendevanekî kurdîxwende xwe li derveyî cimaeta romanê dibîne. Di naverokê de tu delîl jî tuneye ku li derveyî sînorên Tirkiyeyê jî kurd hene an na, cimaetek kurdan a ji bakur mezintir xuya nake.

Yamalak di Tarîderyayê de di navbera leheng û xwendevanên xwe de bêtir nêzîkatiyek xurt diafirîne ku xwendevan dikare xwe û lehengên romanê di nav cimaeteke muxayel bi cî bike. Girêka mijara romanê bixwe bi riya kurdî vedibê û pê de diçe. Mijar wisa ye: Di sala 1989an de li perava Îtalyayê keçeke biçûk tê dîtin. Ev keçik ji malbateke kurd e ku tevî bi sedan penaberên din hewl dane bi keştiyekê biçin Îtalyayê lê beriya ku bigihên menzîla xwe noqav bûne. Piştî ku mehekê di nexweşxaneyê de dimîne û bi ser xwe ve tê, keçik ji ber trawmaya jiyaye qet napeyive, axaftin bi temamî ji bîr kiriye. Bîra xwe jî winda kiriye; ji rabirdûya wê tiştek nayê bîra wê. Wê ji vir dişînin dibistana rahîbetiyê. Li wir bîra wê nê ciyê xwe jî, fêrî axaftinê dibe lê elbet îtalyanî. Fêrî latînî jî dibe, wek miroveke îtalî mezin dibe. Di hijdeh saliya xwe de rojekê li kolanekê dengê newayeke kurdî tê guhê wê. Bêyî ku bizanibe bi çi zimanî ye jî ev bandoreke mezin li ser wê dike û jiyana wê careke din serobino dibe. Derûniya wê ew qas xira dibe ku wê radikin nexweşxaneyeke derûnasiyê. Li vir rastî jineke kurd û kurdîaxêv tê. Çawa ku dibihîze jinik straneke kurdî dibêje demildest diçe di hembêza wê de rûdinê û nêzîkatiyek bêhampa çêdibe di navbera wan de. Bi axaftina wê re keçik jî hêdî hêdî dest bi axaftina kurdî dike û bi jiyanê ve tê girêdan. Piştî vê êdî dest pê dike li rabirdûya xwe ya winda digere. Ji ber ku mifteya mijara romanê bi xwe jî zimanê kurdî ye, bûyer her tim xwendevanê xwe dikşîne nava xwe. Di navbera cimaeta romanê û cimaeta xwendevan de aidiyeteke hevpar bi hêsanî çêdibe. Di hebûna mirovekê de wateya zimên, hestên kolektîf û ziman, derûnî û ziman, ziman û rabirdû bi kurdî rave dibe, şênber dibe.

Êndin

Ev berhemên ku mijara vê nivîsê pêk tînin, bi naveroka xwe diyar e ku bi rewşa siyasî-civakî ya nivîskarên xwe pir girêdayî ne û rasterast berhemên şert û mercên dewra xwe ne jî. Ev dike ku em bala xwe bidinê ka van nivîskaran di berhemên xwe de “êndin” xwe çawa şayesandine an ew kî ne? Ew li hember kê ne/bûne? Li hember çi ne/bûne? Di şayesandin an tespîtkirina “êndin” de ziman çi qas bibe diyarker an bi zimên ve çi qas pêwendîdar e?

Balkêş e ku di berhemên tirkî û kurdî de hema bêje hemû lehengên tirk tenê polîs û leşkerên dewletê ne û elbet bi neyênî hatine şayesandin. Ji bilî wan bi giştî bi erênî an neyênî qala tirkan nayê kirin. Çendîn îstisnayê vê hene. Di MMK de lehengeke jin a tirk heye ku pir bi erênî hatiye şayesandin, xem û derdê wê û yê serleheng dibin yek. Navê wê “Şîn” bi kurdî ye lê em nizanin ku ev nav kengî û çima li wê bûye/li xwe kiriye. Li ser eweliyata pêwendiya wê ya bi kurdan re jî tu delîl tunene. Lê dibe ku nivîskar hebûna tirkeke-navkurd û xwedî helwesteke ew qas xurt bawerdêr nedîtiye ku hewl daye wê bê nasnameyeke netewî bihêle. Ne bi nasnameya tirk lê bi nasnameya koçbereke boşnak bi me dide nasandin. Malbata wê pêncî sal berê hatine Tirkiyeyê û ew bixwe tirkbûnê qebûl nake xwe tenê wek Stenbolî dibîne, koka xwe bi kesên dema osmaniyan ku li welatên Balqan bûne misilman girê dide, ne ku kesên ji Anadoluyê çûne wir. Bi vî awayî nivîskar lehengeke tirk bi me dide qebûlkirin lê hê jî em nizanin navê wê çawa bûye kurdî. Ev pêwendiya ziman, mekan û tixûbên berhemê tîne bîra me ku ziman û mekanê berhemê tixûbê wê ber bi tirkan ve firehtir kiriye, ne ber bi kurdan ve.[13] Lê ev jî heye, dema em cîranê Aya yê Yozgatî û jina wî, ku mirovekî jinfiroş e, jî tevlê bikin ev tespît kêm dimîne. Ev lehengê Yozgatî bi awayekî neyekser ji Aya re pesnê jina xwe dide û hewl dide wî îqna bike ku ew bi jina wî re razê. Piştre jina wî dikeve dewrê, çend caran tê û diçe mala wî da ku dilê Aya bibijîne xwe, pê re razê. (r. 83-88) Bi rastî, di nav tevna romanê de rola van herdu lehengan jî ne xwediyê rolekê ne. Ew tunebûna jî tevnê romanê kêm nedima. Nayê famkirin ku ew çima ketine nav romanê lê wek ku nivîskar ew ji ber niyetekê di nav romanê de bi cî kiribin. Ji bilî wan çend masîvanên tirk jî hene ku ew pir bi erênî hatine şayesandin. Dema Aya ji destên polîsan xilas dibe lê nikare biçe mala xwe jî çendakî li cem wan stara xwe dibîne. Ev lehengên tirk ên pir xirab û pir baş bi me niyeta nivîskar a humanîst ku nahêle em ‘bira’yên tirk wek ‘êdin’ên xwe bifikirin an ji wan bi dûr bikevin, dide xuyakirin. Wan li ber çavên me xumamî dike ku bêje baş û xirabên wan jî hene û bi temamî nayên kategorîzekirin. Helbet, bi milyonan tirk ne kopiyên hev in û hemû yek bi yek sîstema dagirker temsîl nakin lê em dizanin ku di her qada jiyanê de em her tim rastî li tirkên ku yekser temsilkarên sîstemê ne tên û ev qet ne îstisna ne. Ji xwe ew zilamê Yozgatî û jina xwe jî sîstema serwer temsîl nakin û tirkan jî temsîl nakin, em dikarin li her welatî rastî wan bên. Lê di şerekî siyasî de ‘êdin’ tunebe, şer li hemberî kê tê meşandin, armancên siyasetê li ser çi û çawa tê tayinkirin? Ev pirseke heyatî ye ku her tim derheqê siyaseta legal tê pirsîn.

Digel ku di MKK de wek navekî neteweyî peyva ‘tirk’ derbas nabe, pirsa ‘kî ye êdin?’ xumamî dimîne, di Tarîderyayê de ‘tirk’ wek navekî ‘êdin’ derbas dibe. Mînak, şebekeya ku ew xistine vê keştiyê û ew li nava Derya Spî hiştine çûne, tirk in. Kêm caran be jî navê Kurdistanê (r. 40) derbas dibe an wek mekan tê îmakirin, wekî welatekî ji Tirkiyeyê cuda di zihna xwendevanên xwe de zindî dike.

Îstisnayeke di warê ‘êdin’ de, di Girê Şêran de ye. Di vê berhemê de jî gêrîlayekî bi navê Remzî heye, tirk e (r.308). Remzî dema li Enqereyê Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn de dixwîne rêxistina PKKê nas dike û tevlî refên şervanan dibe.

Vebêjer wek ‘Remziyê tirk’ qala wî dike. Ev xaleke girîng e; ji ber ku xuya ye vebêjer wî aidî cimaeta xwe nabîne; bi binavkirina “tirk” wî bi rihetî dike êdin û nahêle xwendevan -ji ber zimanê pirtûkê xwendevan kurd in- jî wî ji xwe bihesibîne, hebûna wî bêwate dike. Em li dengê Remzî yê hundirîn guhdar dikin ku wî qet întibaqî gêrîla nekiriye, tiştê ku ew fikiriye derneketiye, wan wek nijadperest dibîne û poşman bûye ku hatiye. Fedî dike vegere jî û aqûbeta wî dibe çi em wê nizanin. Gelo em ê nikaribin bêjin zimanê berhemê rê nedaye ku lehengekî/gêrîlayekî tirk tê de bi berfirehî cî bigre? Em bi bîr bînin ku nivîskarê wê Menaf Osman ji Rojava hatiye tevlî şervanên PKKê bûye û bi îhtimaleke mezin bi tirkî nizane, dizanibe jî kêm dizane, zimanê kurdî tixûbên berhemê ne ber bi tirkan ve lê ber bi kurdan ve fireh kiriye. Bi awayekî pir neyênî jî be qala başûr jî tê kirin, navê Keleha Dimdimê, Heskîfê, Xoşapê, Ewrexê û Bedlîsê li dû hev tên rêzkirin. Pêwendiya navbera ziman û tixûban -çi erdnigarî be çi hişmendî be- di diyaloga jêr de têra xwe zelal e; ziman tixûban datîne jî radike jî. Ên di navbera xwe û êdin de stûr dike lê ên di navbera xwe de jî radike:

-Di rastiya xwe de her tiştê baş li cem kurdan bêqedr e. Dijmin ew wilo hîn kirine. Ji xwe dûr ketine û her gav li ser nirxên dijminê xwe difikirin, radibin û rûdinin xewnê şevan jî li ser wan dibînin. De ka tu ji min re bêje, te di xortaniya xwe de, gava ku te lîse xelas kir, te tu carî Heskîfê, Ewrexê, Xoşapê, Kela Dimdimê, Bedlîsê di xewna xwe de dîtiye?

-Na weleh min neditiye.

-Yanê te di xewna xwe de jî, her şev Enqere, Îstanbûl û Îzmîr dîtiye. Ji ber ku tu li ser înkarkirinê û gihaştina jiyana dijmin hatiyî mezin kirin. Xewn û xeyalên te, rihê te, fikr û ramanên te li nav Tirkiyê be, li nav dijmin be, bedena te li vir be me çi ji te fêm kiriye? (r.259)

Dewsa Ramûsanên Birûskan yek ji wan e ku derfetê dide xwendevan ku perçebûyina Kurdistanê bi bîr bîne û bi mekanên xwe Başûr, Rojhilat, Efrîn, Gabarê, Qasrî Şîrîn, Kelaşînê, Xakurkê, Lolanê wê wek welatekî yekpare texeyul bike. Dema tixûb bi vî awayî tê danîn ew çax tirk bi xwe wek êdin di hişê mirov de cî digre.

Di Çiyayê Qerejdaxê Şopa Gerîla de ji ber naveroka xwe mekan li Kurdistanê Qerejdax û derdora wê tenê be jî, ji ber ku her tim qala Kurdistanê tê kirin, hişê mirov qet ber bi Tirkiyeyê ve naçe, tixûbekî muxayel çêdibe. Dema gêrîla hewl dide mirovekî gundî ji bo alikariyê îqna bike mêtingehbûna welêt û armanca dewletbûyinê derdixîne pêş: “… Tirk û Ereb û Ecem bûn xwedî dewlet, em tenê man e bindest. Lazim e ku tu xwe bi paş nedî û alîkariya me bikî.” (r. 21).

Tu li ku yî? ji nameyên vebêjer/nivîskar ku ji birayê xwe yê şehîd ketiye nivîsandine, pêk tê ku li Kurdistanê mezinbûna zarokekî û çûyina wî ya ber bi çiyayan ve gav bi gav vedibêje. Tenê di vê berhemê de mijara zimên li ser hatiye sekinandin û di jiyana zarokekî de germahiya zimanê malê tê vegotin “Ku perwerde bi zimanê Kurdî hatibûya dayîn belkî ew qasî bi te nexweş nebûya. An jî tu û dibistan ji hev dûr nemabûna. Ziman bi efsûn e; merivan nêzî hev jî dike, ji hev dûr jî dixe. Kî zane; ku perwerde bi zimanê zikmakî hatibûya dayîn, germayiya Kurdî belkî perwerde û dibistan bi te bidaya hezkirin.” (r. 26) Bi gotinên “em kurd” û “Kurdistan, doza Kurdistanê, Kurdistana azad” (r. 74, 53) an bi tespîtên li ser Kurdistanê ‘ew, êdin’ şênber dibe: “Lê Kurdistan hê jî çar perçe ye û mêtingeh e.” (r. 79) Vebêjer bi perspektîfeke dîrokî berdewamiya dagirkeriyê radixe ber çavan û tespîta xwe xurt dike: “ … li Qilabanê 34 kurd hatin kuştin… Reqora sî û sê guleyan hat şikenandin. Sî û sê gule bû sî û çar roket. Belkî jî sê sed û çil roket kî zane?” (r. 83). Lê me bêhêvî jî nahêle: “Dîrok destnîşan dike ku şaristanî dest diguherînin. Dema ku Şam û Bexda diçirisîn û şewqa xwe didan dinyayê, ne New York hebû ne jî Parîs. Rojava tarî bû, zulmet bû. Kê digot ku dê Rojhilata Navîn vemire û Rojava biçirise? Sibeyê çima Amed jî neçirise?” (r. 75).

Wek berhemên din ên kurdî Em Bûn Baran jî li hemberî daqirkeriyê xwedî helwesteke zelal e. Ji devê jineke pîr wisa tê gotin: “ … di dema serhildana Şêx Seîd û Geliyê Zîlan de jî, piyê leşkerên romê bi vir neketiye. Van çiyayan paqij û azad in lawo!” Bi hebûna Qasimê pêşmerge (r. 76) û Kendalê başûrî wateya şervanên Kurdistanî şênber dibe. Li ciyekî teswîra Mizgîn Ronak a derheqê kurdên cerdevan de ku dibêje “… yê ku li me dixe, me dikuje kî ye? Dîsa kurd e!” (r. 57) û teswîra Menaf Osman a derheqê pêşmergeyên Barzanî du mînakên “êdinkirineke navxweyî” ne. Îhtimal heye Osman bûbe şahidê şerê navxweyî yên salên 90î an tê de cî jî girtibe ku bi awayekî ew qas sivik û bi nifret ji ‘êdin’ê xwe gelekî xirabtir û bêqîmetkirî qala pêşmergeyan kiriye: Xayîn, parsek, qaçakçiyên kurdîtiyê, xwefiroş, eşîrparêz, li ber deriyê kerxaneyê… Ji bilî şerê navxweyî, ev nerîna Osman encameke nerîna modernîst û xwe-oryantalîst a PKKê ya derheqê Başûr de ye. Di argumentên siyaseta Bakur de ev nerîna ku car bi car tê rojevê her tim di xwe de potansiyeleke êdinkirinê dihewîne.

Hişmendî li ser çi ava dibin?

Ji nav van berheman MM materyal dide destê me ku em hişmendiya hin qadroyên siyasî xwedî agahî bin. Ev materyal pirtûk in ku xortên zanîngehê di pêvajoya polîtîzebûnê de dixwînin. Lehengên MM ku temenê wan bi nîvekî bîst û du ne, di destpêka jiyana xwe ya siyasî de lazim e bi xwendina hin berhemên bingehîn perwerde bibin ku ew jî wek zimanê romanê hemû tirkî ne: Sosyalizmin Temel

İlkeler[14]4, Zorun Rolü[15], Din Sorununa Devrimci Yaklaşım[16], Lümpen Proleterya ve Küçük Burjuvazi[17], Darağaçları ve Kışla Kültürü[18], Örgütlenme Üzerine[19], Manifesto, 3. Kongre Politik Raporu[20], 1990 Nisan Çözümlemeler[21]. Ger ji nav van pirtûkan du hebên dawiyê bên derxistin, ên din di nav pirtûkên sereke yên di rêxistinên çepê tirkan de jî cih digrin. Ên dawî ji xwe li ser rêxistinê bi xwe ne. Ev tê vê wateyê ku ev xortên rêxistîkirî ne tenê bi berhem û zimanê tirkî lê bi hişmendiyeke tirkî jî dest bi siyasetê kirine. Mirov li bendê ye ku berhemên xwendinê yên rêxistineke kurd divê ji yên rêxistinên tirk cuda bin û ev cudatiyeke berbiçav be da ku endamên rêxistineke kurd li ser çand û dîroka xwe xwedî agahiyên sereke bin. Lê li ser çanda kurdî û dîroka Kurdistanê qet navê berhemekê, ne di lîsteyên xwendinê de ne di sohbet û referansên lehengan de derbas nabe û ev mijar qet nayê qalkirin jî nabe xema kesekî jî. A din, digel ku leheng endamên rêxistina gelekî mêtinkirî ne, berhemên li ser mêtingeriyê an ên dijmêtinger jî qet di nav xwendin û referansên wan de cih nagrin. Ji lîsteya nivîskar û ramyarên navdar û berhemên wan jî tê famkirin ku tecrubeyê gelên ku ji mêtingehbûnê rizgar bûne, him ji aliyê pratîkê him ji aliyê teorîk ve, bala rêxistineke kurd nekişandiye. Qey ji ber vê ye, em ji xwendin û ji axaftinên ser berheman ku kêm zêde li ser naveroka fikr û ramanên wan delîlan dide me, wizyon an armancên cuda di wan de nabînin. Em fam nakin ku berhemên wek Sosyalizmin Temel İlkeleri an Lümpen Proleterya ve Küçük Burjuwazî ji bo kurdan çi îfade dikin, eleqeya wan a bi Kurdistanê re çi ye, bersiveke çawa didin pirsgirêkên kurdan. An ev pirs dikare bê lêzedekirin: Ger armanc xwendinên çep be û bi tirkî be jî çima lîteratura çep a li ser pirsgirêka netewî, wek Ulusal Soruna[22] Lenîn nayê xwendin? Em li vir heke bêjin rêxistineke ku navê Kurdistanê tê de ye çarçoveya siyaseta xwe diyar nekiriye an xwe û êdinê xwe baş pênase nekiriye, wê ne şîroveyek bêhed be bawerim.

Em ji sohbetên wan fam dikin ku leheng ji dîroka antîk a Misrê û Yewnanistanê agahdar in lê carekê be jî behsa dîroka Kurdistanê nakeve rojeva wan. Di nav xwendinên sereke yên berendamê rêxistineke kurd çawa, çima pirtûkek li ser dijmêtingeriyê, derbarê Kurdistanê bixwe an bi kurdî tunebe? Sedema yekem ziman e. Tê famkirin ku hin ji wan ya qet bi kurdî nizanin an bizanibin jî di warê kurdî de

ummî ne. Di bernameya rêxistinê de jî riyeke bo çareserkirina vê pirsgirêkê tuneye. Wek ku li jor hate qalkirin, ev di nav xortan de jî nabe pirsgirêk. Eşkere ye ku ji van kesên ku bi van pirtûkan polîtîze dibin piştre di nav siyaseta legal de jî cî digrin. Gelo dibe ku ev yek ji sedemên jihevdûrbûna ‘siyaseta kurd’ û kurdan bixwe be? An ev dikare derheqê sedem an nîşaneyên dubendiya di nav siyasetê de jî bibin delîl? Ji ber ku zehmet e mirov hişmendiyeke ku havênê xwe ji vê lîteraturê girtibe an bi wê kemilî be û kurdayetiyê bîne ba hevdu.

Elbet di meseleya xwendinan de sedem ji ziman (kurdî) jî dibihure. Îhtimala herî baş, bi tirkî be jî dikaribûn xwendinên bikêrtir kiribana. Ew xwendinên ku xwe dispêrin rabêjeke dijmêtinger û argumentên bo afirandina siyaseteke xweser û xwemalî dide xwediyê xwe, dikaribûn hişmendiyeke cudatir ava bikirana. Di vê îhtimala herî qenc de jî kurdînezanî an kurdînexwendin bi serê xwe divê bê problematîzekirin. Ev xortên ku sibê êvarê berhemên biyanî dixwînin, referansên xwe tenê ji wir digrin wê hêza xwedîlêderketina dîrok, çand û zimanê xwe çawa peyda bikin? Ew ê çawa li ber çavê wan bi qedr û qîmet bin? Mirov meseleyeke derheqê wê de ne xwedî agahî be, ta’ma wê hilneanîbe pir zehmet e karibe xwedî lê derkeve an bikaribe bibe xwedî wîzyonekê; çi qas xwedî lê derkeve jî, di binê wê de her tim valahiyek hebe û ew valahî elbet wê bi awayên ji civaka xwe gelekî dûr bên tijîkirin.

Di encamê de ev cure polîtîzasyon nerîneke ji civakê dûr, jornerîneke biyanî ku her tim li kêmasiyan digere/dibîne û civakê wek darekî ku divê bê xeritandin dibîne, derdixîne holê. Lehenga MM Rûkenê piştî demekê ji Stenbolê derdikeve, tevlî qadroyên çiyê dibe. Beriya ku here çiyê li Kurdistanê rawestgeha wê Erzirom û gundekî wê ye. Axaftineke di navbera wê û xwediyê malê Kerem de derbas dibe, wê dûrayî û biyanîtiya navbera civakekê û şoreşgerên wê xweş îzeh dike:

-Hiç gelininiz, genç kızlarınız yok mu?

….

-Var… İki bacım, eşim, yeğenlerim ve yengelerim var. Ama ben burada olduğum için gelmezler.

-Sen burdasın diye niçin gelmiyorlar. Küs müsünüz?

Kerem “bu çağda, bu cahillik” der gibi baktı. […] “Hayır, ne munasebet? Balığ olmuş erkeklerin yanına, ergen olmuş kadınlar varamaz. […] Bizde terbiye, edep, adet böyle icap eder.

Rûken bu sözler karşısında şaşkınlığını gizleyemedi. Gerici örf ve adetlerin burada hüküm sürdüğünü biliyordu, ama bu kadar ilkel bir zihniyeti beklemiyordu.[23] (r. 208-209) (îtalîk aidî min in.)

Lewma ye ku Rûken dema di nav bajêr re derbas dibe, bi çavên Stenboliyekê li dora xwe dinêre û wêneyekî gelek neyênî, tijî hejarî, feqîrî û paşverûtî ku dişibe wan qartpostalên çepgirên tirkan di salên 80yî û 90î de belav dikirin, li ber çavên wê xuya dike. Heta sedema şerê ku Rûkenê di nav de ye wek şerê modernîzasyona civakê û aliyê din ê vî şerê jî, ‘êdin’ê wê wek civaka paşverû derdikeve pêş.

Encam

Di encama xwendina van berheman de xuya dibe ku gelek caran ziman tixûbên naverokê diyar dike lê ew tixûbên ku berhem wê tê de cî bigre jî diyar dike. Ev berhemên tirkî ji niha de wek bin-cureyekê bi navê ‘müebbet edebiyat’ di nav “wêjeya tirkiyeyê” de hatiye bicîkirin.[24] Ew êdî bo wêjeya tirkî cureyeke nû pêk anîne û wêje û zimanê tirkî dewlemendtir kirine. Lê mixabin wan li ziman û wêjeya kurdî tiştek zêde nekirine û wê di nav wêjeya kurdî de ku tixûbên wê bi zimanê kurdî hatiye xêzkirin, cî negrin. Mirov pê dilgiran dibe ku kevne-gêrîlayên hemû jiyana xwe bi têkoşînê derbas kiribin/dikin û jiyana xwe terxan kiribin, berhemên wan ji bo wêjeya tirkî wek dewlemendiyekê bê hesibandin, li ser milkê ziman û wêjeya tirkî bibe zêdebûnek. Ji bilî vê dilgiraniyê, ev berhem bi bandora zimanê tirkî ji ber nerîna wan a biyanî, ji derve, ji rastî û çanda civakê dûr, bi xwendevan re hestên dijkolonyal şiyar nakin, ligel çand û zimanê wan î bêqîmetkirî nêzikatiyekê çênake an hezkirina wan zêde nake. Lewma zehmet e ku bi xwendevanên xwe yên kurd re fikr û raman an texeyula netewî xurt bikin û li ser axan bibin amrazên hegemoniya beranber an bikaribin midaxeleyî dinyaya ku wan li hemberî wê serî hildane. Her wiha, siyaseteke ku wizyoneke wê ya çandî tunebe zehmet e li ser civakê hegemoniya xwe ava bike, rizaya wê bistîne, çi qas şerekî giran û dijwar bê kirin jî.

Li vir divê şerhek bê danîn, nayê wê wateyê ku her berhemên kurdî ruhekî netewî, dijmêtinger an kurdewar di xwe de dihewîne û li ser xwendevanên xwe bandoreke bi vî awayî çêdikin. Îhtimal heye ku ruhê mêtinger derbasî hin nivîskaran bûbe û dikare bi kurdî jî xwendevanê xwe ji rastiya xwe dûr bixe, dikare bi kurdî lê bi çavekî biyanî li dora xwe binêre û heta dikare bi zimanê xwe bo serdestên xwe binivîse jî. Lê ji mînakên heta vêga hatine tecrubekirin ew qen’eta ku berhemên tirkî her bi çi niyetê bên nivîsandin jî wê her tim di xwe de dûrbûnek, biyanîbûnek û neliheviyekê bihewîne, xurtir dibe.

[1] Antonio Gramsci, Hapishane Defterleri-I, ed. Joseph A. Buttingieg, wer. Ekrem Ekici, 2011, Stenbol: Kalkedon.

[2] Loomba, Jusdanis, Gregory, Gecikmiş Modernlik ve Estetik Kültür, wer. Tuncay Birkan, 1998, Stenbol: Metis, r.27.

[3] Çûkên Baskmermer.

[4] Risteyên Milyaketê.

[5] Zêmara Hêsirên Min Bû Bendewariya Te.

[6] Paş Çiyê.

[7] Em nivîskaran wek şexs ji nêz ve nas nakin û ji ber rewşa wan derfet nîne ku em bi riya hevpeyvînan hwd. derheqê wan de xwedî agahiyên zêdetir bin. Ji ber sedema ku ew di girtîgehê de ne an ji ber jiyana wan a beriya girtîgehê, em nivîsandina wan a bi tirkî wek ne tercîh lê wek mecbûriyetek be dipejirînin.

[8] Doğu aksanı: Devoka rojhilatî. Ev navlêkirineke tirkan a bo awayê tirkîaxaftina kurdan e.

[9] Stranên bi kurdî dida xuyakirin ku li vir kurd pir in.

[10] Mala hevalê şehîd Yaşar e.

[11] …di nav vê teq û reqê de…

[12] Helbestvanê kurdan.

[13] Erêniya balqanîbûnê, ku dema tixûb ber bi tirkan ve diçe wek paravanekê tê bikaranîn, carekê jî derheqê keçekê de derdikeve pêş me. (r. 104) Zên dema biraziyê xwe Aya bi keçeke zerî re dibîne kêfa wê tê. Kêfa wê ji zerîbûna wê re tê û wê dişibîne keçeke balqanî an hêvî dike ku ew balqanî be. Ev fanteziya gelên mêtinkirî ya li hember gelên serdest û biçûkdîtina xwe tîne bîra me. Balqanîbûna keçikê jî pûç nake ji ber ku li Tirkiyeyê gelek kes hene ku ji Balqan an Qefqasan koçber bûne lê balqanîbûn carna tenê ciyê ku jê hatine îfa dike ya na nasnameyeke cuda îfade nake û jixwe koçberên ji derveyî sînorên Tirkiyeyê hatine bi giştî ber bi neteweperestiya tirkî meyl dikin. Yanî balqanîbûn bi serê xwe ne taybetiyeke erênî ye. Le ji ber ku nivîskar naxwaze bi eşkereyî ber bi tirkan ve tixûbê xwe fireh bike, vê bi riya balqanîbûnê dike.

[14] Qayideyên Bingehîn ên Sosyalizmê

[15] Rola Kotekiyê

[16] Helwesta Şoreşgerî Bo Pirsgirêka Dînî

[17] Proleteryaya Lumpen û Burjûwaziya Biçûk.

[18] Sêdar û Çanda Leşkergehê.

[19] Li ser Rêxistîbûnê.

[20] Rapora Kongreya 3. a Polîtîk.

[21] Analîzên Nîsana 1990î.

[22] Pirsgirêka Neteweyî

[23] Qet keç û bûkên we tunene qey?/Heye… du xwehên min, jina min, xwarziyên min û jinbirayên min hene. Lê ji ber ku ez li vir im, ew nayên vê derê./Çima ji bo tu li vir î nayên. Qey hûn ji hev xweyidîne?/ Kerem wek ku bêje “ev çi nezanî ye di vî wextî de!” lê nêrî. […] Na, ew çi gotin e? Jinên kamilbûyî nikarin herin ba zilamên kamilbûyî. […] Li ba me terbiye, edeb û adet wisa ne./Rûken li hember van gotinan ecêbmayî ma. Dizanibû li vir orf û adetên paşverû hukim diajon, lê hişmendiyeke ew qas jî hov hêvî nedikir.

[24] http://www.yordamdergisi.com/?p=315 http://www.korkatip.com/haricten-gazel/muebbet-edebiyatina-giris-aysegul-tozeren.html. (ketina malpêran, 8.11.2014).

Berhemên ku Bûne Mijara vê Nivîsê

Baran, Mahmut, Meleğin Mısraları, 2013, Stenbol: Weşanên Aram.

Baran, Mahmut, êdî Navê Min Bêrîvane, 2013, Stenbol: Weşanên Aram.

Biçen, İsmail, Dağın Ardı, 2014, Stenbol: Weşanên Aram.

Bilge, Ahmet, Tu li ku yî?, 2014, Stenbol: Weşanên Lîs.

Ekinci, Hayrettin, Li Çiyayê Qerejdaxê Şopa Gerîla, 2012, Stenbol: Weşanên Aram. Menaf Osman, Girê Şêran, 2003, Stenbol: Weşanên Aram.

Perişan, Rojbin, Gözyaşımın Ağıdıydı seni Beklemek, 2013, Stenbol: Weşanên Aram. Ronak, Mizgîn, Em Bûn Baran, 2011, Stenbol: Weşanên Aram.

Yamalak, Mahmut, Mermer Kanatlı Kuşlar, 2013, Stenbol: Weşanên Aram. Yamalak, Mahmut, Tarîderya, 2013, Stenbol: Weşanên Aram.

Bagok, Mahir, Dewsa Ramûsanên Birûskan, 2014, Stenbol: Weşanên Lîs.

Share.

Leave A Reply