Di Navbera desthilat û Hunerê de Walter Benjamin

HESENÊ DEWRÊŞ

Puxte:

Walter Benjamin di tevayê jiyana xwe de gelekî ji destê deshilatê kişand, reviya kû derê xelasiya xwe jê nekir. Her çi qas wî dixwest ku ji deshilatê dûr jî be û bi karê nivîs û ramanê eleqedar be, şert û mercên têkiliyên wî, awayê fikirîna wî û heta mirina wî deshilatê diyar kir. Benjamin li ser dîrok û hunerê xebatên pir hêja li pey xwe hiştin. Di nav gelek meseleyên ku Benjamin li ser hûr dibû û weke nakokiyê dixuyan de yek jê jî meseleya “nehênî” û “nêzîkkirinê” bû. ji nêzîk de lênerîna pevxistina deshilatê ji bo fahmkirina birêveçûna wê girîng e.

Peyven sereke: hegemonî, Walter Benjamin, huner, nehênî, komkujî.

Di pêvajoya ku di gelek qadan de mekîneyan şûna însanan girt, girseyên mezin ku ketin nav tevlîheviyên mezin (bi tetîk kişandina teknolojiyê ji hêla çandî, siyasî, aborî), mirovatî bi serdemeke ku pê de pê de “aura”ya xwe wenda kir rû bi rû ma. Sedsala 20an bi herdu şerên mezin ên cîhanê, digel şahidiya lûtkeya jirêderketin û lêgerînê, bêperwatiya “derdorên huner” û desthilata ku dixwest “şer estetîze” bike kir, gelek hunermendên ku di lêgerîna ji vê atmosfera ku xof belav dikir de bûn jî nas kir. Walter Benjaminê ku yek ji wan rewşenbîran bû, sedsala bîstan û sedsala nozdehan ku şertûmercên sedsala pey xwe amade kir, weke serdemeke ku divê jê bê şiyarbûn; ta ku bandora wê neyê şikandin wê bibe kabûseke ku siya wê qet ji ser roja îro kêm nabe bi nav dikir. Benjamin, gava ku ji bo ji kabûsê bê şiyarbûn ketibû pey kêliyên paqij ên di dîrokê de, mecbûr dima ku anatomiya diyardeyên mîna nehênî (mystery – gizem) û fetîşê (ku dibûn ava heyatê ji bo kabûsan) jî li ber çavan raxe. Benjamin dibê gava ku berhema hunerî tê kopîkirin, ji atmosfera xwe, ji “livirbûn” û “nihabûn”a xwe tê bidûrxistin, bi van yekan û bi teknîka nêzîkkirinê efsûna wê xera dibe. Em dizanin ku Benjamin qedrekî mezin dida huner û kevneşopiyê, li gor wî berhemeke hunerî carekê tê afirandin, mekanê hunerê heye û di demekê de ye (ji gelek hêlan de ne neheq e jî). Di serdema nû de bi rêya teknolojiyê huner tê jiberderxistin û pirkirin û bi vê yekê beriya her tiştî atmosfera wê hildiweşe; kaxet û qelem, çakûç û hiltî, boyax û firçe ji kevneşopiya xwe dûr dikevin. Yek ji sedemên ku Benjamin hebekî bi çavekî nebaş li kamerayê û hunera ku pê re derket, li sînemayê dinêrî ev bû. Gava ku mirov ji pir nêzîk de li tiştekî an li kesekî ku kêfa mirov jê re tê binêre dibe ku em ji wî tiştî/kesî dûr bikevin; pêzanebûna her tiştî gelek caran dilê mirov dixelîne û dîtina çav û a çavê kamerayê ku me hepsî qozîkeke tengtir dike jî ne yek e. Ji ber vê yekê Benjamin li hember “teknîka nêzîkkirinê” bi mesafe bû. Hêviya ku “nêzîkkirin” bandora desthilatê jî kêm bike an jî wê ji holê rake, qenebe dîtina koma kesên ku desthilat di destê wan de ye a weke sinifekî rûhbanan hebekî bê guhertin ne hêviyeke dûrî aqilan e. Bo vê yekê wê hêja be ku em binêrin bê ka rêyek ku em karibin ji nav pevxistina desthilatê derên mimkun e an na.

Walter Benjamin di berhema xwe a ku bi salan li ser xebitî û neqedand û em nizanin bê wê berê wê ber bi ku de bûya a bi navê Pasajlar de, bi peyvên xwe ên mîna “ di roja me de daxwaza girseyan, ku bûye weke dilketinekê, a ji hêla insanî û wusatî ve ‘nêzîkkirina’ tiştan, û meyla ku wesfê yekta ya her diyardeyekê bi rêya jinûve-hilberînê bi bihêrin ser bi ser diçe” (57) ve xemên xwe yî derbarên heqîqîbûna berhema hunerî tîne zimên. Di dema yewnaniya kevn de hew bi qalib û sikkeyan tiştin dikaribûn bihatina jiberderxistin, lê ewil piştî ku çapxane vebûn û di du re jî gava fotoxraf hate îcadkirin êdî her berhem dikaribû bihata kopîkirin û êdî gelek kes dikaribûn bibûna xwedîyê berhemeke hunerî. Benjamin dibê: “di jinûve-hilberîna herî feal jî hêleke kêm heye: li vir û niha’bûn – bi gotineke din, li ciyê ku lê ye hebûna wesfê yektabûnê” (53). Qesta me a ji yektabûnê, bi her berhem carekê tenê tê afirandin ve girêdayiye. Xema wî a di derbarê “livirbûn” an jî mekan de ev e: di demên berê de hunerhezekî ku bixwaze li rismekî/grawurekî temaşe bike mecbûr e here ciyekî mîna katedralekê, kesekî ku bixwaze li stranek ku ji teref koroyekê tê îcrakirin guhbidêre ger here dêrekê an saloneke hunerê, lê gava stran kete ser plakan (an jî di roja me ser cdyan) yan gava risim bi rêya kopîkirina mekîneyan kete her malê, wê kes hewceyiya çûna wan “qadên hunerê” nebîne û bi vê yekê jî wê him atmosfera hunerê xera bibe, him jî sosyalbûna ku bi rêya hunerê dinizilî ji holê rabe. Em dibînin ku di roja îro de jî ev xemên Benjamin li ba gelek hunerhezan peyde dibin; pir bi hêsanî em dikarin ji hinek sînemahezan bibihîzin ku tama temaşekirina fîlmekî li salona sînemayê û temaşekirina heman filmî a li malê ne yek e, konserên di roja me de hîna jî rêyek ji rêya sosyalbûna mirovan têne dîtin, çûna şanoyê, a muze û pêşangehan jî bi heman rengî ne.

Di nav gelek meseleyan de ku Benjamin li ser hûr dibû û weke nakokiyê dixuyan, yek jê jî meseleya “nehênî” û “nêzîkkirinê” ye. Di her dewrê de efsûnîbûnê, tiştên veşartî, lîstikên bi fen ku însan şaş dihiştin bala mirovatiyê kişandiye, di roja me de jî îlîzyon mirovatiyê heyranî xwe dihêle û wan li dora xwe kom dike. Eşkere ye ku yek ji sedemên ku huner însanan dikişîne ber bi xwe de ew nehêniya ku bi hostayiyeke mezin gelek tiştan manîpule dike, tiştinan datîne ciyekî ku her kes bibîne hinan jê jî hebekî vedişêre û bi avakirina dorhêleke îzole mirovan dikşîne nava xaçepirs, heyirîmayîn û cîhaneke ku mifteyên wê di dest afirîner de ne. Benjamin, ji hêlekê de bi hawakî mafdar li hember xizmeta nehêniyê ya ku toqê dixe stûyê mirovan û wan bi rê ve dibe – berê wan dide ber bi derinan de bi gazin e, ji hêla din de jî li hember “nêzîkkirin”a ku wê dîmenê zelal bike û nehêniyê ji ortê rake derdikeve. Di vir de digel ku ji ber tecrûbeyê, qedirgirtina orjînala berhema hunerî tê famkirin jî, em nikarin rewşa bi tahlûke ya derketina qîmetekî fetişî ê nû ku ji ber vî qedrî dizê nebînin. Ji bilî vê mirov meraq dike bê gelo Benjamin bi çi çavî li jiberderxistina berhemên hunerî ên ku ne bi rêya teknîkê[1] bûn dinêrî. Mesela ji bo resamekî ku mîna zeneatkarekî şerbik an zembîlçêker, ji teknîkê mehrûm, bi qeweta piyên xwe û bi tecrûbeya xwe rismekî ku çêkiribû gelek caran çêbikira û bi destê xwe ew zêde bikira wê çi bi gota? Gelo wê weke Heroklitosê ku di go “mirovek carekê bi tenê dikare têkeve çemekî, ava ku cara didoyan têkevê ne heman av e” bifikiriya? Ez dibêm qey di nirxandinên xwe ên li ser kopiyên rismên Madonna (Meyrem) de eşkere dike ku wê wisa nefikiriya. Em ji nirxandinên wî jî fahm dikin ku di pêvajoya dîrokî de dikare qîmetekî kult[2] ê kopiya berhema hunerî jî derkeve holê. Digel vê yekê jî mirov nikare bibêje Benjamin li hember fotoxraf û sînemayê, ku di dewra wî de hîn nû derdiketin qada hunerê, analîzên bi heqaniyet kirine[3].

Benjamin, gava qala qedrê kult ê berhema hunerî dike, gelekî li ser atmosfera pêşandanê disekine. Her çi qasî atmosferên otantîk ên pêşandanê pê de pê de wenda bûbin jî, atmosfera ku li ciyên mîna galeriyên hunerê, salonên konseran, ên şano û sînemayê a ku niha derketiye holê, hîna jî dişibe atmosfereke ayînî. Weke ku ji gelek hêlan de tu ferq di navbera ditîn û nirxandina bûyer–diyardeyan ji “çavê kamera”ya ku tûşî rexneyên bêeman ên Benjamin dibe û guhdarkirina qewaman a ji devê “çîrokbêj”ekî ku Benjamin bi bêrîkirineke mîstîk behsa wî dike tune[4]. Her du jî ji gelek aliyan de manîpuleker in û tecrûbeyan neqlî me dikin.

Di ser dûrxistin û dîrokê re şerê desthilatê

Li tevayê cîhanê di navbera dîroka devkî û dîroka resmî de û di ser van yekan re jî di navbera bîrên gelan û bîra ku desthilat dixwaze biafire şerekî bêeman li dar e. Her qetlîama mezin a ku di dîrokê de hatiye kirin bi rêya dîrokeke/rabêjeke resmî xwestiye ku meşrûiyetekê ji xwe re bibîne; ew dîrok li mekteban weke dersê tê dayîn, bi rêya çapemeniyê her gav di serê civakan de tê bicîkirin, bê rêya entelektuelên ku di vê tedrîsatê re derbas dibin dikeve nav pirtûk û niqaşan. Ta ku taqeta lêgerîna rastiyê bi kesekî re nemîne yan jî ev lêgerîn êdî bêwate bête dîtin, bi israr çîroka desthilatê tê gotin, daxwaza nîhayî: ku ew çîrok bibe bîra civakê. Beatriz Sarlo yê ku ji tecrûbeyên Arjantîn û Şîlîyê derdikeve rê û li ser meseleya şahidî û bîrê hûr dibe, di berhema xwe a bi navê Geçmiş Zaman: Bellek Kültürü ve Özneye Dönüş Üzerine Bir Tartışma (Dema Rabirdû: Li Ser Çanda Bîrê û Lifailvegerê Nîqaşek) de wiha dibêje:

Rabirdû, herdem bi nîqaş e. Bîr û dîrok destûrdayîna behskirina rabirdûyê nikarin di navbera xwe de par ve bikin. Çiku dîrok her gav nikare baweriyê bi bîranînan bîne, bîr jî ji jinûveavakirinek ku mafê wê ê bi bîranînê (mafê jiyanê, ê edaletê, ê subjektîvîteyê) neke navend dikeve şikê. Fikirîna ku wê ev her du nêrîn li ser rabirdûyê li hev bikin daxwazeke xweşbîn, hetta klîşeyek e. (9)

Pêvajoyên biryarstendina desthilatê di atmosfer û dorhêlek ku dûrî çav û guhê civakê ye bi şikil dibin. Ji ber ku ev yek jî li dijî hêmaya “nêzîkkirin”ê a ku Benjamin behs dike ye, nehên karê desthilatê ê hikûmkirinê hêsantir dike. Vekirin an venekirina arşîvên dîrokî ên ku hew di destê desthilatê de ne, bi gotineke din meleseya ku bêne nêzîkkirin an nenêzîkkirina mesafeyeke ku civak karibe bibîne, bûye mijara nîqaşên polîtîk ên vê dawiyê. Li Tirkiyeyê di nîqaşên li ser qirkirina ermenan, jenosîda Dêrsimê û di hin niqaşên li ser Atatürk de ew nêrîna ku dibê “dîrokê ji dîrokzanan re” “êşê ji civakê re bihêlin” yan jî “arşîvan ji bo dîrokzanan vekin” “kêfê ji desthilatê re bihêlin” bi teknîka nêzîkkirinê ve eleqedar e. Hebekî jî ji ber ku tê veşartin, bê çi bûye an nebûye têgeheke bi navê “dîroka resmî” heye. Dîroka resmî ji hêlekê de ji bo zimanê ku wê gel xwe bispêrê (çîroka derewîn) diyar bike hemlenî muthîş dike, ji hêla din de hilberîna mîtên ku wê awayê hikûmkirina desthilatê tayîn bike, a ku wê resmiyetê diyar bike, û lidervehiştina fîgur–rabêja ku wê awayê hatiye xeyalkirin xera bike ta bi roja îro weke argumaneke elzem bi kar aniye. Ez dibêm qey wê birêveçûna vê yekê, bi awayekî saxlem, li ser civakek ku karibe ji nêzîk ve bibîne bê çi dibe an nabe pir nemimkûn be.

Gava em îpoteka rabirdûyê a li ser pêşerojê bidin ber çavê xwe, em dikarin bibêjin ku şerê di navbera gelên bindest û ên serdest de şerê di navbera “dîroka devkî” û “dîroka resmî” de ye, şer ne hew ê rabirduyê ye di heman demê de ê bidesxistina pêşerojêye jî. Rabêja ku bi ser bikeve wê gihandina nifşên nû, bişikilbûna çandê, awayê desthilatê, mafê axaftinê, jêfêdegirtina nîmetên aborî hwd. jî tayîn bike. Gava em tiştên ku di vê sedsalê de bi serê kurdan hat û avêtina wan î dervê rabêjê bidin ber çavê xwe, em ê vê yekê xweştir bibînin. Îro ro rabêja biserketî li dar e û ji kurdan tê xwestin ku; bêdeng bin, êşên xwe mezin nekin, nexin çavên xelkê, tiştên ku li paş maye jibîr bikin û adapteyî rabêja fermî bibin.

Ji ber ku di rojevê de ye, wê hêsantir be ku mirov ji nav qetlîamên ku li ser kurdan hatine kirin li qetliama Dêrsimê û awayê qalkirina wê binêre. Axaftina li ser tiştê ku li Dêrsimê bûye ji gelek hêlan de zehmet e. Di roja îro de jî ji ber zextên polîtîk û refleksên dewletê ên ku tên zanîn hîna jî nîqaşek bifikar pir ne mimkûn e. Elmanan ji bo ku delîlan li pişt xwe nehêlin termên ku berê veşartibûn, bi cihûyan dabûn derxistin û ew ceset şewitandibûn, hestiyên mîna hestiyên qorikê ên mezin ku neşewitîbûn jî bi wan dabûn hurkirin û ew avêtibûn çeman. Li hin deran jî, bi xerakirina krematoryûman û çandina darên 4-5 sale ên li ser kommezelan xwestibûn ku şopê li pey xwe nehêlin. Ji xwe bawer bûn ku ew ê tiştê ku kirine dernekeve holê û wê hayê kesekî ji vê wehşeta wan çênebe. Difikirîn ku heke rojekê hinek derkevin û bixwazin qala tiştên bûyî bikin jî dê herkes bi wan bikenin. Rewşa wehşeta ku hatibû kirin wiqesî mezin bû ku şahidên qewamê digotin em bixwe zehmetiyê dikşînin ku baweriyê bi qalkirina xwe bînin.

Biryar û raporên di derheqê Dêrsimê de bi awayekî pir bidizî û ji bo komek bijarte hatibûn belavkirin û heta demeke pir nêzîk xwegihandina van belgeyan jî hatibû astengkirin. Di dema qetlîamê de jî serî li taqtîkên naziyan dabûn (an naziyan xwe avêtibûn bextê taqtîkên Tirkiyeyê?); cesed hatibûn şewitandin, li newalan ew bi ser hev de avêtibûn koncalan, an jî ew avêtibûn binê şikeftan da ku şopên xwe bişon, bi gotineke din Tirkiyeyê bi awayekî adetî (kevneşopî) qetlîama xwe kiribû û naziyan bi çavdêriya vê yekê a xwe bi teknîkek pêşketî kiribûn. Carcaran bi armanca propagandayê dibîrdeanîna vê wehşetê a hin partiyên siyasî û awayê bibîrxistina wan ji tefekurê û di heman demê de ji nêzîkbûna cîhanê a bûyerên mîna vê gelekî dûr e. Onur Öymenê CHPyî, di dema nîqaşên li ser “pêvajoya çareseriyê” de li hember peyva Erdoğan a ku ji devê xwe kêm nedikir û digo “bera dayik bes bidin girî” , li ser kursiya meclîsê wiha dianî bîran û wehşeta bûyî tesdîq dikir: “ma li Dêrsimê dayikan neda girî?”, li pey peyvên wî nîqaş bi heraret dibû, hin peyvên ku ta roja îro ji devê berpirsiyarên dewletê nehatibûn bihîstin pêl didan; Erdoğanê ku gelek caran bi peyva “bav û kalên me” (ecdadên me) dest bi gotinê dike, ji bo êrîşî partiya mixalifê xwe bike, di 11 Mijdara 2011an de, di axaftina xwe a di civîna ku bi serokên şaxên partiya xwe ên bajaran dikir, bûyer ne weke cirmekî dewletê weke meseleyek di navbera partiyan de rave dikir û çar belgeyên di derheqê Dêrsimê ku di arşîva dewletê de bûn eşkere dikir û wiha digo:

Kılıçdaroğlu[5] tu bi ku de direvî. Tu yê xwe çawa ji van tiştan xelas bikî. Ez ê lêborînê bixwazim yan ger tu bixwazî. Heger ku lîteraturek wisa heye û hewceyî bi lêborîna li ser navê dewletê heye, ez ê lêborînê bixwazim, ez dixwazim. Lê belê yekî ku ger li ser navê zihniyeta CHPê lêborînê bixwaze hebe, ‘qaşo tu dibê ez serokê CHPya nû me’, tu yî. De kerem ke rûmeta xwe xelas bike.

Lêborîna wî a bi van peyvan eşkere dikir bê çi qasî dûrî meseleyê ye. Di asasê meselê de em dizanin ku di qirkirina Dêrsimê de ne roleke şexsî a Erdoğan heye ne jî a Kılıçdaroğluyê ku Erdoğan ji ber ji Dêrsimbûna wî bi ser de diçe. Lê mirov nikare bêje ku ne Kılıçdaroğlu û ne jî Erdoğan izna saziyên ku ew serokatiya wan dikin nêzîkî rûbirûbûnekê bibin dide. Hemû dinya dizane ku lîteraturek wilo heye û em dizanin nêzîkbûna bi islûbeke ku bi bûyerên wisa bikeve dikare hebekî êşa qurbaniyan kêm bike jî. Giorgio Agamben di berhema xwe a bi navê Tanık ve Arşiv: Auschwitz’den Artakalanlar de, di bin siya Auschwitzê de, li ser gelek hîs, pozîsyonên ku mirov xwe tê de bi cî dikin, rewşên qurbanî û xwînxwaran hwd. disekine. Lêborinxwestina Erdoğan bi vî awayî bikî nekî van peyvên Agamben tîne bîra mirov: “ Di her dewrê de kesekî bêguneh ku li hember zagonê mesûliyet dabe ser xwe esîl hatiye dîtin, lê ji hêla din de bêyî ku di bin barê edaletê ê pêwîst rabe, anîna ser xwe a jêderên sîyasî û ehlaqî her gav hew pozbilindiya xwediyê hêzê şanî daye” (24). 7

Di pêvajoyên qetlîaman û di pêvajoya ku li pey tê de çend beş însan hene ku ger li ser wan û hisiyatên wan lêkolîn were kirin; meqtûl, qurban û fercok. Mirov van sinifan jî dikare di navbera xwe de bike çend beş. Lê ji bo ku çarçoveya nivîsê pir belav nebe, em ê hebekî bi ser re herin. Piştî qetlîaman, wasiyên qesasan her gav wehşet ji xwe bi dûr xistine; nexwestine ku têkiliyek di navbera wan û kirinên ku çi wext be wê werin mehkûm kirin bê danîn. Di vir de em dikarin bibêjin ku “teknîka jixwedûrxistinê”, xwe avêtina bextê nehêniyê ji bo ku ma’dê mirov ji mirov û ecdadên mirov nexele teknîkeke elzem e. Di lêkolînên piştî têkçûna naziyan bi qederekê hatibûn kirin de hat dîtin ku tu kes kalê xwe an bavê xwe weke naziyekî pêşkêş nake, her malbatekê merivên xwe weke berxwedêrên li dijî naziyan qenebe weke kesên ku têkiliya wan pir bi bûyeran re tunebû nîşan dikir. Gava em dîna xwe bidin hevokên Erdoğan, em ê vê psîkolojiyê bibînin; çi çepgir çi rastgir, em dizanin ku hemû rêvebirên desthilatê di nav vî karî de cî girtine, lê ew rastgira nabîne, trajediyê hîs nake, xwe dispêre entelektuelekî mîna Necip Fazılî ku di hemû qetlîam û lîncên li vî welatî de para zihniyet û felsefeya wî kesî heye û bi vê yekê dixwaze ku “ecdadê xwe” paqij bibîne. Lê ger neyê jibîrkirin ku jixwedûrxistin ne xwenêzîkkirina qurbanan e; tu derdekî wanî wisa tune, hew li du reva ji sepandineke mihtemel in.

Qetliam hertim bi sedemeke nediyar (veşartî) hatiye girêdan û van sedemên nediyar gel qanih kiriye an ew bêitiraz kiriye. Nehênî (mystery) di her karê qirêj ê desthilatê de gihaştiye hawara wê. Hêja ye ku meriv li ser bifikire bê ku ne ji nehêniyê bûya, wê helwesta gel çawa bûya, ku ji mesafeyeke karibe bê dîtin, ew wehşet bihata kirin, wê sekna gel bi çi awayî bûya. Em dizanin ku li her erdnîgariyê qîmetekî kult ê “gel” heye an em wisa bibêjin her kes her tiştî ji bo gel an li ser navê gel dike, di her niqaşê de serî li hakemiya wî tê dayîn lê em dizanin ku ew qudsiyeta bi navê gel, gelek caran kor, -kerr û lal bûye.

Dawî

Çawa ku Benjamin dibê teknîka nêzîkkirinê wê efsûna hunerê xera bike, heman teknîk dikare nehêniya dîrokê û pê ve girêdayî pevxistina desthilatê jî xera bike; dikare wê rabêja “bapîrên me yên qehreman”, “bav û kalên me temsîla edaletê bûn” ji binî de hilweşîne. Niza bê gava Benjamin li ser kopîkirina berhema hunerî difikirî, li ser kopîkirina çîrokên gelan jî difikirî? Em dibînin ku tirkan serpêhatiya ermenan berevajî kirine û di bin navê “ermenî mezalîmî” de ji xwe re kirine dîrok, her wiha axa kurdan dagir kirine û dibêjin kurd dixwazin ku axa me ji me bistînin, ku em li baweriya civaka tirkan binerin em ê bibînin ku bi demê re qedrekî kult ê kopiya çîrokên gelan jî dertê holê. Dîroka resmî çîroka qurbanan ji rabêja di tedawûlê de bi dûr xistiye. Lêgerîna nav arşîvên bi toz lêgerîneke beyhûde ye; dîrok xefika desthilatê ye, qurban nikarin belgenin ku wan paqij derxin di arşîvan de peyde bikin.

Ji hêla din de pêşeroj bi temamî ne di bin hikmê arşîvan de ye. Her çi qas nazî di qetlîamên mezin de bi ser ketibin jî, di roja me de nalet li perspektîfa wan û rabêja wan tê barandin û rabêja cihûyan ciyê rêzgirtinê ye.

[1] Şandeyek ji bo nivîsa ku Benjamin nîqaşa van xalan dike a bi navê “Tekniğin Olanaklarıyla Yeniden Üretilebildiği Çağda Sanat Yapıtı” (Di Serdema ku Bi Îmkana Teknîkê Dikare ji Nû ve Hilbere Berhema Hunerî). Di vê nivîsê de di navbera kevneşopî û teknîkê de qayîşkişandinek bi ber çavê me dikeve.

[2] Ev peyva ku di zimanê latînî de “cultus” e weke “cult” ketiye ingilîzî, weke “culte” ketiye fransizî, weke “kult” ketiye elmanî û weke “kült” ketiye tirkî. Li gor kurmanciya xwe min ew weke kulta elmanî hişt. Peyv tê wateya rêzgirtinek zêde a di radeya xwedayî de.

[3] Dana berhevî şano û sînemayê û şibandina wî a ji bo van herdu cûreyan, ku yekê ji bo nexweşekî dişîbîne niviştçêkerekî û a din dişibîne textorekî ku bi zanistê radibe û rûdinê, balkêş e. Bnr. r.68-69.

[4] “Hikaye Anlatıcısı” (Çîrokbêj) di pirtûka Benjaminî bi navê Son Bakışta Aşk (Di Awira Dawî de Eşq) de gotareke girîng e.

[5] Serokê partiya kemalîst CHPê ku avakarê wê Atatürk e.

ÇAVKANÎ

Agamben, Giorgio. Tanık ve Arşiv: Auschwitz’den Artakalanlar. Wer. Ali İhsan Başgül. Amd.Cem Soydemir. Enqera: Weşanên Dipnot, 1999.

Benjamin, Walter. Pasajlar. Wer. Ahmet Cemal. Ed. Barış Tut. 8. Stenbol: Weşanên Yapı Kredi Yayınları, 2011.

Sarlo, Beatriz. Geçmiş Zaman: Bellek Kültürü ve Özneye Dönüş Üzerine Bir Tartışma. Wer. Peral Bayaz

Charum û Deniz Ekinci. Amd. Müge Gürsoy Sökmen. Stenbol: Weşanên Metis, 2012.

Share.

Leave A Reply