Çend Wêneyên Belengaziyê û Nexwestina dewletê ya Hin Kurdan

MIHEMED ŞARMAN

Puxte: Di jiyana mirov de pêvajoya zaroktiyê pêvajoya herî zêde bi bandor e. Deqên demên berê li ser ruhê mirov her û her dimînin. ji ber ku axa kurdan hatiye dagirkirin, xizanî tim bûye mêvanekî hat neçûyî li Kurdistanê. Vê yekê bandor li ser ruh û siyaseta wan jî kiriye. Ev nivîs bi raya çend mînakan li ser tesîra vê pêvojayê disekine. Rabirdû çi aloziyê ser siyaset û bîrdoziya mirov çêdike, çandek bi çi ava dibe? Belengaziya ku êdî nahêle mirov xwe layiqê tiştên baş bibîne çi tesîrê li ser xwestin an Nexwestina dewleteke serbixwe dike.

Peyvên sereke: jêbirk, xizanî, belengazî, dewlet, ji xwe hezkirin.

Di her du nivîsên jêrîn de -ku ez hêvî dikim dewama wan ê were- dixwazim li ser çend dîmenan ji rewşa jiyana kurdan a ji dema nêzik rawestim. Xwendina van wêneyan -ku min da û neda ev wêne dest xwe nexistin lê helbet hûn ê bikarin ji arşîva bîreweriya xwe wan derxînin -li ser xizanî û belengaziyê ve bixwînim. Bandora wan li ser vegotina siyaseta kurdên bakur ya îroyîn binirxînim. Ev wêne di menzela ruhê min de hê jî daliqandî ne, li kêlek û der û dorê wan gelek wêneyên din jî hene. Lê piştî demekê reng û şêwaza wan neguherîbe jî bo min wateyên wan guheriye -qenebe bo min- heya mirov dikare li ser şopeke siyasî rave bike. Helbet zaroktî demek şexsi û takekesî ye ev wêne jî bi awayekî lokal in. Lewre piranî ji çavdêriyên min ên li herêma

Serhedê tên. Her çi qas cudahî hebe di nav heremên Kurdistanê de û ev rewş hatibe guhertin jî em ê li ser mîrateyan hûr bibin. Lê weke her tiştê lokal, pariyek ji rastiya gelêrî ye. Ger xwendevan vê yekê bide ber çavê xwe, belkî ew çax em bikaribin xwe ji xeleteyekê an şaş têgihîştineke gelemperî xilas bikin.

  1. Jêbirkên sipartî 1.

Mixabin ji ber ku wêne di dest me de tuneye divê xwendevan dîmeneke wiha binîn ber çavên xwe: “Zarokek, li ser “unlekekî” dibistanê, reş an şîn hinkî qirêj di stû de jêbirkek di navîna tayekî re derbaskiriyî wek hemayîlekî (nivişt) di stûyê wî de dardakirî ye.” Belê kêm zêde dîmên ev e.

Wek di vê wêneya xeyalî de dê were bîranîn, ne zêde dûr beriya deh salan jî, jêbirk di tayekî re derbas dibû, ji bo ku winda nebe, an neyê dizîn li stûyê zarokan ve dihate daliqandin.[1]

Di beriyê de dê û bavan bi kotekan, hezar şîret, guh kişandinan bi zarokên xwe dabûne zanîn ev jêbirk divê ne winda bin, ne xilas bin, ne jî werin dizîn[2].

Li vê erdnîgariya xizan ji bo berdewamiya jiyaneke bêdeng û bêkêşen weke tiştine din tradîsyona karanîna amûr û pêdiviyên rojane bi rêbazên nepen lê qewî tê diyarkirin. Bêyî dibistan an perwerdehiyeke resen, di halekî xwezahî de bi hêza pend û çîrokên xeternak ku ji rojên xelayên mîrate mayî, li ser hiş û dilê nifşên nû bi hûrgulî tê deqkirin. Makezagoneke di hukmê banga nimêjê, di tevna dengekî rêzdar û fermandar li ser zimanê mezinan li ber guhê biçûkan rojê pênc wextan xwe bi bîr tîne: “Xerç neke, miqatê tiştên xwe be”

Ji biranînen xwe şahid im, caran hin xwendekaran ji ber jêbirkên wan ên qelenzêrîn zû xilas nebin (ebeden) şûna jêbirkan de tifê tiliyên xwe dikirin, lênûskên xwe paqij dikirin, di encamê de rûpela lênûskan diqelişî û wêneyeke wiha dihate kişandin ji teref makîneya bireweriyê ve: Nivîseke reşlekeyî, zarokekî kelogirî, rondikeke germ bi nermî dilopiye li ser rûnişteka dibistanê.[3] Dawî, ev zarok di demeke kin de, di wî temenê xwe yê piçûk de dibûn xwediyê ilmê îqtisadeke dijwar an pisporê aboriya navmaliyeke hezar tefferû’at (di vir de mirov dikare derseke kevin ku li mifredata dibistanên dewlata tirkan de hebû bi ser navê “Ev Ekonomisi”[4] bîne bira xwe.)

Mezinên wê demê -dê û bavên me- li ser rêça “qenaetkirinê” ji mezinên xwe, ji dîrokeke belengaz, xizaniya ku estetîka jiyanê tev de hetikandî, dimeşiyan heya ku ji peyva “tedawulê” bêxeber bi çend qurişan qaşo zikê balgîfan diwerimandin. Û weke ji kûçikekî bê xwedî, kolanî hefza xwe dikirin ji îsrafê, ku ev yek di rastiya xwe de bi rêya rojan dûrî milkê îsrafê bû.

Ev têgeh -qenaetkarî- (ev qeyd û bend) ev halê nehal ku bi çîrokên -tirsonek- alifkirî, bi pêşgotinên wek “kevirê havînê bavêje kadînê”, “dilop dilop dibe gol,” perçînkirî, îqtîsadeke dûrî jixwe ewlebûn û jixwe hezkirinê ava û kedî kirîbû.

Piştî wextan ev tradîsyon ji halekî xwezahî derdiket ber bi perwerdehiyeke fermî diçû. Li dibistanên fermî bi hefteya “Yerli Malı”[5]yan, bi fîlmê televîzyonan (Fîlmên Yeşilçamê) bi tîp û lehengên bijiyên zengînan -ku her nebaşî di wan de mewcût bû- li hember pesnên li ser lehengên xizan lê birûmet (bi tirkî zengin piçi ve fakir ama gururlu genç[6]) ev yek êdî ji hikmê gotin qiseyên nav gundî derdiket ber bi ramaneke dij hezkirina jiyanê, zewq hildanê, an jixwe ne ewlebûnê ve diçû.

Ev xwedî derketin, ev baldariya bêhempa helbet ne tenê bi jêbirkan sînorkirî bû. Şikestina gulopeke ceryanê, an windakirina kite gore, qelişandineke bê wext ya solan jî têra xwe xeternak bû li vê belengazistanê; heya van yekan jî heman fermana cezayê li zarokan radikir.

Di tirkî de ji bo xizaniyê peyva “yoksul” ji bo mehrûmiyetê peyva “yoksun” tê bikaranîn. Yıldırm Türker di nivîseke xwe de pesn û pendê li ser xizaniyê -ku piranî ji çandeke mûhafezekar derbasî çanda çepgiriya tirkan bûye- bi awayekî tund rexne dike vê yekê li ser debariya mirovan bi halekî mehrûmiyetê ve girê dide û dibêje “Yoksulluk yoksunluktur” (xizanî belengazî ye).

Belkî em bi kurdî dikarin ji devla peyva “yoksun” an mehrûmiyetê peyva “belengaziyê” bi kar bînin. Ev peyv bi piranî di devoka Serhedê de serdest e. Gelek caran ne tenê ji tunebûna tiştên şênber di heman demê de ji bandora vê tunebûnê li ser bîreweriya mirovan tê bikaranîn, bi min tam li gor armanca vê nivîsê ye.

Wek tê zanîn ku zaroktî û rabirdû zeviya paşerojê be, ku mirov, zindîwarekî ji dil, bîrewerî, fikir, raman pêk hatibe, mirov bermayiyê ax û dema xwe be, helbet têkiliya temenekî wiha ku ji bermayî xizanî û belengaziyê hatibe (an bi serpêhatinên cur bi cur giran be) divê mirov vegere li sergoyê xwe, li kula xwe binere.

Lê wek ilmê psîkanalîze dibêje destşûştina mirov ji sergoyên mirov bi temamî ne gengaz e, lê heya derekê derfet û eger heye ji bo vê yeke. Li ser destên pispor kolaneke -mûhasebeyeke navdilî- wêrekî û zanyarî divê.

Divê mirov (kurd, siyaseta wan a aktuel) xwe ji vê îdeolojiya ku li ser vê binyada genî ku enkazeke berfireh di xwe de dihewîne, peyda bûye xilas bike. Bi awayekî wêrek bikaribe têkiliya têkoşîna xwe (polîtîka, ol, daxwaz û xwestekên zayendî, sekna mirov li hember desthilatdarî, tirs û xofên mirovan hwd.) li hember dagirker û desthilatdaran ku bi tayekî nepen girêdayî belengaziyê û bi gelek tiştên din ve ye zelal bike. Heya pişaftina xwe ya navmalî û navdilî bibîne.

Belê pişaftin.

Piştî hew qas gotinan êdî mafê me û acîliyeta me heye ku em pirseke qerase bikin: Gelo ew jêbirkên ku em bi xilasiya wan xemgîn, bi dizîna wan tirsonek dibûn dikare nivîsên ku li çiyayên me hatiye daxkirin wek “ne mutlu türküm diyene” paqij bikin?

Teqez divê em bêjin û bikolin gelo hêza van jêbirkan dikare serederî bi paqijkirina van nivîsan re derbixe an na?

Divê têkiliya jêbirkan (helbet êdî em peyva jêbirkan wek metaforeke belengaziyê dibînin û dixwînin) li ser siyaseta kurdan bi awayekî zelal were ravekirin. Ew çax belkî em baştir bibînin da ku pişaftina navmalî ne kêmi pişaftina serdestan e. Pişaftin an bindestiya -serberjêrkirin- gelekî, bi tayên xurt bi belengaziyê ve girêdayî ye. Zarokên belengaziyê, bidin nedin ji çirokên xelayê, bidin û nedin ji xofa vê rewşê ji vê mîrateyê para xwe girtine. Dîsa jî bidin û nedin ev mîrate deqên mezin -ûr- li rabêja wan û siyaseta wan vekiriye. Ku em ji vê şiverêyê bimeşin bi hêsanî li ser navê xwe dikarim bibêjim: Mesala me ewil ne def ’a zikê qelewî bi don e, zelalkirina bandora zikê birçî ye ku bi pişt ve zeliqiye li ser siyaseta kurdan û bêdewletbûna wan e.

Lewre çîroka zikê birçî piştî laş, ruh dike cercerê, jixwe hezkirin an jixwe ewlebûnê dihetikîne, heya ku tu carî xwe layiqî tiştên baş nabîne. Çi qas di nav dewlemendiya piştî wextan (beşa duyem a vê nivîsê li ser vê mijarê ye) de bigevize jî, ev deq, derbên tund lê dixe. Heya ku roj tê xwediyê zikê birçî, kotekên serpişta xwe tiştekî xwezahi dibîne, nepejirandina xwe di kirasê mirovatiyê de, ne qedirdayina li ser ziman û nasnameya xwe bi efsaneyên fantastîk rave dike wek qaşo nexwestina dewleta serbixwe. An xwe her tim biçûk û serdestê xwe wek mezin û rêberê xwe dibîne ji bo biratiyeke bi xulamî hewl dide.

Tiştê belkî ne balkêş, dijmin vê yekê her tim ji bindestan baştir dizane. Di salên 90î de gelek karmendên (dewlemend) kurdan bi derbên kontr-gêrîla wek stratejiyeke eşkere ya dewlata tirk hatin kuştin an serwindakirin. Gelek caran tevgerên siyasî yên kurdan dewlemendî an xwehezkirina eşkere wek penceşêrê dîtin û her tim ji xwe dûrxistin. Xizanî wek erkeke exlaqî hat pejirandin. Helbet rehê vê bi tradîsyona olî ve jî girêdayî ye. Xortên wan bi stran û çîrokên çepgirên tirkan, hestên ji xwe hezkirinê li ser navê hunera şoreşgerî tepisandin. Gelek caran “ne kadar kötü kokarsak o kadar iyi”[7] ji bo wan ji gotina stranekê bêtir rasterast bû armanc an rêbaza jiyanê. Li aşxaneyên qirêj li çayxaneyên xirbende xweş bûn mêvan lê ji der û dermaliyên paqij û hêja wek emrekî şoreşgerî dûr ketin. Navê jiyaneke layiqî aramiyê bû qapîtalîzm, kelepora marksîzmî ku piştî salên 1960an bi her awayî bi pêş ket, tenê bi hukmê “egît muhtacê seriyek pîvaz e” hate ravekirin. Navê kesên jixwehezkirî bi birjûwayên biçûk ve hate şermezarkirin. Lê çi ecêb yê ku pesnê vê keleporê dan bi dev xizan bi hal dewlemend bûn. Çepgiriyê ku li ser siyaseta kurdan wek kapûzekî rûniştibû behsa dagirkeriya Kurdistanê û dewlemendiyên ser an binerd nekirin. Vê yekê weke ceryana qaçax bala wan nekişand. Digel bi baran demagojiya populîst jî, teorî û pratîka kiryaran tu carî wek hev nebûn.

Mirov dikare van mînakan zêde bike, lê bi min ne hewce ye. Em tenê pirsa xwe dubare an dehbare bikin.

Gelo ew jêbirkên ku em bi xilasiyan wan xemgin, bi dizîna wan tirsonek dibûn dikare nivisên ku li çiyayên me hatiye daxkirin wek “ne mutlu türküm diyene” paqij bikin?

II.
Komeniftên navtenga kevaniyan 1.

Li Kurdistanê li gundê kurdan ji bilî menzelê rûniştinê, kîler û xaniyê tenûrê hene. Mirov dikare kîlerê wek merheleyek beriya mitbaxên modern bibîne. Piranî di van xaniyan de ar, amûrên xwarinên cur bi cur, wek helaw, rîçal, dims, kade, penêr, toraq, genim tê veşartin. Li deriyê van kîleran kilîtên mezin dihatin daliqandin nifta wan di nav hin nifteyên din de li ber navtenga kevaniya malê ve spartî bûn[8]. Ev nifte bi şingîniya xwe qîmeteke mezin dida kevaniyan heya bêyî destûra wan mirov nikarîbû daxilî kîleran bûbûya.

Deriyên zirzekirî jixwebaweriyek dida van kevaniyan heya sînorê desthilatdariya wan bi awayekî nepen diyar dikir. Belkî ev berpirsyarî an desthilatdariya mekan û kêmaboriyê (kêmnetew tê ser zimanê min) bi rêveçûna kevaniyê ve digel şingîniya niftan tatmîneke xweş dida xwediyê xwe.

Êdî piştî wextan zarokên van kevaniyan ku bi saya serê pereyên îllegal, bi hêza pekandina kapîtalîzmeke bêbinyad tov dan li nav piyaseyê, wan jî niftek dan destê xwe. Lê ev nifte û nifteyên kîleran ne wek hev in heya derekê. Nifteyên wan di şûna deriyê kîleran deriyên erebeyên luks bi dengê “bîp” ji dûr ve bi halê ji xwe rezî ve vedikin. Heya ev nifte di nav gel de bûye sedem beynokên wek “bir kilo toz bir otobos”[9] Ew erebeyên ku ji dûr ve bi dengê bîpê amade dibûn nifteyên wan wek tizbiyên kehrîbarî di destê wan de ba dibûn.

Adorno dibêje hin tişt di karanîna xwe de niyeta xwe jî dide der. Belkî ev qumanda erabeyan xwezî û hêviya qerwaşekî ku her tim amede be ji bo xwediyê xwe derî veke dide dest. Helbet ev qerepereyek derewîn e. Lewre xwediyê qerwaşan di heman demê de xwediyê çîneke zadeganî bûn. Zanibûn ku yê çawa rabin çawa herin çawa werin. Mirov ne bi zêdebûna pereyan dibû camêr belkî bikaranîneke di cih de mirov ev paye dest xwe dixist. Lewre çanda wan ji bav û kalên wan domdar bû, ne di carekê de bîter bûbû.

Lê zarokên wan kevaniyan nuha çi qas jî li xwe negrin di çavên wan de şewata dûyê agirê sergînan difûre. Çi qas jî hewl bidin vê şewatê bi berçavkên rojê veşêrin jî dîsa li ser koltixa erebeya xwe ya pêşîn çarmihkî rûnên.

Beriya du sê salan ez û hevalekî xwe ji bo kar û barê hunerê hinekî sponsor bibînin me berê xwe da dewlemendekî. Ew jî kurê nifteyên devê kîleran bû qumanda ereba wî li bêrîka wî ya gomlekî spî de dilipitî. Ji me re go heya ez pereyên xwe didim tiştên wiha ez deh teneke rûn (belkî behsa rûnê vîtayê dikir) şekir, miqarne ji deh feqîran re bistînim bi min çêtir e. Him bi vî awayî xêreke mezin jî dikim ji bo bilêta bihuştê. Piştî ku me qehweyek vexwar rabû ser xwe xatir ji me xwest pêl bişkoka qumanda BMWya xwe kir, çarmihkî rûnişt ser koltixê da çargaviyan. Bi hire hire hespê wî, me dest jê re bilind kir.

Gelek caran bûye sedem gazina ku dewlemendê kurdan alîkariya çalakiyên hunerî nakin. Tiştê ku em ji bîr dikin herhal ji diziya helawê heya sponsoriya hunerê dem û mesafeyeke dûr nîne. Ger mesafeya dûr nebe mirov xwe ji vê yekê xilas nake.

Mesafeya navbera aborî, rabirdûya mirov û siyasetê bi her awayî hewceyî zelalkirinê ye. Xwediyê jêbirkan caran dixwazin ruhê xwe yê tepisandî bi nifteyên biqumandayî jîndar bikin. Lê lêgerîn û çareseriya wan di eslê xwe de kulek dimîne. Kêşe bi kulekbûnê jî naqede. Edî ji qirêjiya ruhê xwe li ser navê qaşo siyaseteke navneteweyî ava dikin û didin pêşiya cangoriyê doza kurdan. Lê ku mirov kula wan an kula xwe bikole, rastî bi awayekî rût dertê holê. Nexwastina dewletê (aramî, serxwebûn, serbilindî) evîndariya sergoyê qeyda stûyê wan ê wextekî ye. Ew qeyda (ta) ku ji bo tiştên biçûk li stûyê wan aliyabû.

Belkî ev êrîş qaşo xwe dûrxistana jiyaneke xweş û delal ji trawmaya dizîna helawê tê. Lê mixabin di qutîka helawê de nasekine heya dibe sedema xwe nelayiqdîtina tiştên baş. Bo hin kesan wek şîroveyek derhedî were dîtin jî, bi min nexwastina dewletê, an desthilatdariya li ser axa xwe ji bermayê nelayiqdîtina çandek wiha tê.

Em bipirsin, em çi qas genî bin hew qas baş e an em çi qas jixwe bawer û razî bin?

Encam

Xizanî ne tenê ne wekheviyê, belengaziya ruh jî bi xwe re tîne. Bi tunebûna xwe mirov dûre dûre jiyaneke rihet û estetîk, xwestek û daxwazên serbilind; bi bandora ser derûniyê jî mirov dûre qedir û qîmeteke şexsî dike. Ku ev xizanî li ser destên serdest û dagirkeran be, barê mirov girantir, mêzîna nirxandinê aloztir dibe. Bandora wê li ser hiş û ruh zû bi zû paqij nabe.

Ruhê belengaz piştî deman rewşa xwe ne bêedaletî wek cezayekî ku bixwe bûye sedem rave dike[10]. An di vê rewşê de xwe layiqê jiyaneke netekûz dibîne. Ne tenê jiyanek netekûz, derên nebaş, cilên kevin, malên nexweş, bajarên xirbende, ne wek kêşeyekî wek layiqdîtinekê şîrove dike. Êdî xizanî ji halekî şênber dertê ji xwediye xwe re dibe çavekî şaş, nerîneke xetarnak. Heya ev yek derbên mezin li siyaset û raperînên wan dixe. Li hafa serdestê xwe, li hember dagirkerê xwe lal û jixwenebawer diaxife, asta daxwazên xwe her tim dadixe. Xwe ne li gor daxwazên gelê xwe, li gor keyfa serdestê xwe dipîve.

Ji van her du nivîsan qest û îddiayek jî ev e ku nexwestina kurdan dewleteke serbixwe pariyek mezin ji vê sergoyê tê. Çi qas xwendin û têkoşînê ev rewş guhertibe jî koka vê bi rabirdûyê re dûr û kûr e.

Digel ew qas xuserata vê mîrateyê pesindayina xizaniyê, qewirandina jiyaneke aram, def ’a nirxên zadeganiyê cihê ku pirsgirêkê çareser bike, çareseriyê kor û kulek dihêle. Îcar ev yek di siyaseta kurdên Bakur de weke her tiştî ruhî bi aweyekî eşkere nameşe. Xwe di bin kirasên gotinên qerase, siyaseteke fantastîk, exlaqekî derwîşane, daxwazên ji rêzê vedişêre. Cihê ku kula xwe bikolê, xweliya biratiya gelan, xilasiya Rojhilata Navîn, aştiya dinê, ser de dike.

Pirsgirêka din jî ev e ku ev birîn bi dewlemendiyeke şênber an beloq derman nabe. Jê re motîwasyonek jixwebawer, çandeke bibinyad, demeke dirêj, zelalbûna xwendina dîrokê, guhertina çarçoveyê zimanekî serbilind dûrî siyaseta dagirkeran divê.

[1] Di vir de divê teqez pere cizdanên xakî û bi fermûar were bîra mirov. Ev her du deste birayê hev bûn wek çawa kincên zarokên mezin ji yên biçûk re dima.

[2] Wan deman tu tişt û tu amûrên lazimiyê di carekê de xilas nedibûn an nedihatin avêtin. Kincên mezinan dor bi dor derbasî biçûkan dibûn, pêlav jî wek goran dihatin pînekirin, heya afîş, alên gelek partiyan demekê ji kulek an pacê malê re dibûn perde ku gelek caran mirov aleke zere ku mêş hingiveke li ser bû –ya ANAPê li gundê kurdan didît.

[3] Ew rondik ji deqan deqekê trawmatîk e û mîrateya ruhê nifşekî ye û destebirayê nifira “tu bi qurbana zarokên xelkê bî” ye.

[4] Ev Ekonomisi: Aboriya Malê

[5] Malê xwemalî

[6] Zengin piçi: Bijiyê dewlemendî. Fakir ama gururlu genç: Xortê feqîr lê biheysiyet.

[7] Çi qas bîna nexweş ji me bê ew qas baş e.

[8] Nifteyê bûkan yê sindoqê cihêzê wan jî roleke wiha didît.

[9] Kîloyek toz bi otibosekê. Ev halê dewlemendbûna zû û zîrek (!) ne tenê bi pereyên tîryakê ve giredayî ye, gelek kes bi saya serê siyaseteke erjeng xapînok jî bi îhaleyan zexîreya hestên netewî wiha dewlemendbûn. Her çi qas gelek kurd ji vê yekê birevin jî wextê hesabdayina giregirên siyaseta kurdan hatiye û diçe jî. Digel halê wan ê xweş, nepêdaçûyîna huner, qelîteya jiyanê, bajarvaniyê bi vê meselê ve giredayî ye.

[10] Mînak kurd gelek caran xwe di eyna tirkan de dibînin bibeynokên nebaş xwe dinirxînin wek; em kurd nabin meriv em kurd başiyê heq nakin, em kurd dûrî şaristaniyê ne. Me ev mînak di her du nivîsên hejmarên ewil de dabûn.

Share.

Leave A Reply