Lênerîneke Radîkal li Karesatê

(BI BONEYA KOMKUJÎ Û KOÇBERIYA KURDÊN ÊZÎDÎ Û KAKEYÎ Û KOBANÎ)

Bextiyar Secadî
Ji Soranî: Besam Mistefa

Puxte: Karesat, di rengê komkujî û koçberiya bi kom de, ew têgeha nezelal e ku her hewldanek bo têgihîştina wê têk diçe. Her nerîngehek ku, rasterast û nerasterast, angaşta famkirina karesatê bike dibe sedemê sadekirina renc û zehmetkêşiya qurbaniyên karesatê. Raportên rojnamevanan, analîzên medyayî, nirxandinên siyasetmedaran û bîr û baweriyên pozîtîvîst bi berdewamî bi awayekî serveyî û giştî rûbirûyî karesatê dibin. Gotara jornalîst xwediya taybetmendiyekê ye ku ji wiha bêhtir jê nayê bendewarkirin. Analîzên medyayî jî nikarin nerîn û boçûneke radîkal li hember vê mijarê pêşkêş bikin, çimkî dezgehên ragihandinê, ne cihê afirandina nivîsên radîkal in. ji van nehêjatir û neguncavtir wê çaxê diqewime gava karesat dibe amrazek bo yekalîkirina hevkêşeyên siyasî. Di fîlozofiya pozîtîvîzmê de jî dîsa ev şaştî tê dubarekirin dema giyanê mirovan dixe qalibekî berteng û mekanîkî. Di her çar rewşan de, di jornalîzm, medya, siyaset û pozîtîvîzmê de, karesat tê kurtkirin û komkirin. Ev jî cûrek ji hevşêwebûnê ye di navbera wê sîstema ku karesat afirandiye û marîfeya afirîner a wan çar gotaran. ji aliyekî din ve, karesat li gor wê nerîna fîlozofî ku wek Ekola Frankfortê tê naskirin, bi awayekî radîkal û cihêwaz ji wan gotarên li jor tê ravekirin. Ev gotar hewl dide bi sûdwergirtina ji ramanên teorîk ên Ekola Frankfortê dabaşa aliyên negatîf ên têgihîştinên berbelav ên karesatê bike. Herwiha, dixwaze bi lênerîna li têgehên psîkanalîz mekanîzma qewimîna karesatê berçav bike. Di dawî de jî şêweya rûbirûbûna huner û edebiyata kurdî bi karesatê re rexne dike.

Peyvên sereke: karesat, psîkanalîtîk, Ekola Frankfurtê, medya, binyatxwazî.

Têgeha karesatê

Di nava çend salên dawî de, çi di gotar û nivîsaran de û çi di axaftina li hinek konferans û semîneran de, min bi berdewamî ew gotina xwe dubare kiriye ku karesat têgeheke xumamî û nezelal e û hemû hewldanên famkirina têgeha karesatê bi ser nakevin. Dibe ku em bikarin mekanîzma qewimîna karesatê fam bikin; herwiha dibe ku em bikarin çend faktorên cuda cuda yên fîlozofî û îdeolojî yan siyasî bo afirandina karesatên mirovî destnîşan bikin, lê em nikarin êş, azar û zehmetkêşiya qurbaniyên karesatê fam bikin. Takekes nikare karesateke mirovî ya bi kom fam bike. Tak nikare zehmetkêşiya komê fam bike. Her hewldanek bo têgihîştina karesatê, di rastiyê de rengek ji kurtkirin û komkirina wê karesatê ye. Sadekirina karesatên mirovî berhema zihniyeteke besît e ku nêzikî çavkaniya afirîner a heman karesatê ye. Kurtkirin û komkirina karesatê berhema zihniyeteke giştîsaz e ku di çirrava giştîbêjî û hukmên giştî de xeniqî ye û her ku diçe berhemên wê zihniyetê di gotara rewşenbîrî de zêdetir dikevin keftelefta nemanê. Ger em karesatê kurt, bi kom û sade û sakar bikin, bêyî ku em bixwazin yan bizanin jî, em bi xwe diçin nava heman qalibê wê sîstema ku karesat afirandiye. Herwiha, sadekirina karesatê hertim rê li ber wergirtina karesateke dîtir xweş dike.

Em nikarin karesatê fam bikin. Ew berhemên edebî û hunerî û ew raportên rojnamevanî yên ku bi awayekî serveyî, sade, sakar û giştî derbarê karesatan tên afirandin, bi awayekî nerasterast angaşta têgihîştina karesatê dikin. Lewra, beriya çend salan di pirtûka Ferhenga Têgehên Edebî de, min hevwateya “metel” ji xisleta famnekirî û xumamî ya karesatê re danî, ku di farisî de jî wateya “razdar -nihênî- dar” jê re tê bikaranîn. Nabe em giyanê însanan di kêsima objeyekî de deynin ku em li gor pîvanên matematîk lê binêrin. Yekem xeletiya zanistên mirovî di rûbirûbûna karesatê di dawiya sedsala nozdeh û destpêka sedsala bîstan de derket, gava hîm û binemayên ekola Pozîtîvîzmê li ser qalibbendiya giyan û ruhê mirovan îsrar dikir. Pozîtîvîzm bi nerîneke matematîsyen a xwerû û bi anîna bîrdozên giştî hewl dida taybetmendiyên zehmetkêşiya mirovî fam bike û bi vî karî jî derbeke kujer li zanistên mirovî ket. Lewra jî piştre ev terzê nerînê ket ber rexneya tûj a hinek ekolên fikrî û rexnegirî yên navîna sedsala bîstan.

Lê bi awayekî berevajî, em dikarin dabaşa faktor yan jî mekanîzma derketina komkujî û karesatê bikin û li gor nerînên cuda cuda wan bixin pêşber şîrove û ravekirinê. Lewra jî, ez ê li vir hewl bidim yek ji faktor û yek ji mekanîzmayên derketina karesatê hinekî şîrove bikim. Piştre, xwendineke psîkanalîz li ser karesatê raber dikim û di dawî de jî ronahiyê davêjim ser şêweya rûbirûbûna huner û edebiyata kurdî bi karesatê re.

Rasyonalîzma amrazî û faşîzm an binyatxwaziya (essentialism) olî?

Dibe ku Descartes, wek hîmdarekî fîlozofiya modern, nizanîbû ku pêkûtiya wî ya zêde li ser pêwistiya desthilata subjeya mirovî bi ser objeyekî wek siruştê de di encamê de û piştî sêsed salî celebekî ji Rasyonalîzma Amrazî berhem tîne ku li wê gorê vê carê subjeya mirovî bi temamî desthilata xwe ne tenê bi ser objeyê de, lê bi ser subjeyên mirovî yên dîtir de tecrûbe dike. Hevkêşeya subje/obje ya Descartes di destpêkên Modernîzmê de guherî û bû hevkêşeya subje/subjeya dawiyên Modernîzmê; Rasyonalîteya xwerû ya sedsalên 17mîn û 18mîn bû Rasyonalîzma Amrazî ya dawiya sedsala 19mîn û destpêka sedsala bîstemin Tevî ku Rasyonalîzma Amrazî têgeheke teorîk e, lê di rastî û pratîkê de yekem berhema wê ya rasterast Faşîzm bixwe bû. Faşîzmê jî komkujî û karesat bi dû xwe de anî.

Lê di nav civakên cuda cuda yên rojhilatê de, şepêla derketin û geşbûna Modernîzmê nekamil, nehevseng, aloz û serveyî bû. Lewra jî bi merema gera li serkaniyên Faşîzmê di civakên bi vî rengî de pêwist e em li çend faktorên dîtir jî bigerin. Yek ji sedemên derketina bîr û baweriyên faşîst di civakên rojhilatî de, bergewdebûna cûrekî ji nerînên Binyatxwaz bo têgehên sereke ye. Binyatxwazî li vir bi temamî ji Binyatgeriyê (Fundamentalism) cuda ye. Binyatxwazî palpişta teorîk a kirara Fûndamentalîzmê ye. Binyatxwazî li ser wê binemayê hatiye damezrandin ku ne ji mafê ti cûre pirsyarekê ye ku rûbirûyî têgehên sereke bê kirin. Cewher di hinavê xwe de heqîqet hilgirtiye û her cûre rexnegirtinek li heqîqetê guneheke ne efûbar e. Ne tenê wiha, lê ger kesek ji heqîqeta vê heqîqetê jî fam neke, yan çavê xwe jê bigire, yan baweriyê pê neyîne, hingê li gor xwendineke reha û binyatxwaz bo wî cewherî pêwist e bê cezakirin yan bê tunekirin.

Bi baweriya min, her wek çawa Rasyonalîzma Amrazî li wan civakên ku di nav proseya modernîzmê de derbas bûn bû sedemê derketina Faşîzmê, bi heman awayî jî “nerîna binyatxwaz a fûndamentalîzma oldarî” yek ji faktorên sereke yên derketina Faşîzmê li Rojhilata Navîn e. Faşîzmê di her du rewşan de, çi li rojava û çi li rojhilat, komkujî û karesat afirand. Karesatên li jêr desthilata Hîtler li Elmanyayê, Mûssolînî li Îtalyayê û Franko li Spanyayê mînakên bergewdebûna Faşîzmê ne di civakên rojavayî de. Li Rojhilata Navîn jî, karesatên li jêr desthilata grûpên çekdar ên radîkal wek karesata ku vê dawiyê li navçeya Şingalê hate serê kurdên êzîdî û temamiya neteweya kurd, mînaka duyem in ji wê Faşîzma ku ne bi sedema Rasyonalîzma Amrazî ya modernîzmê, lê bi sedema nerîna binyatxwaz a fûndamentalîzma oldarî derketine holê. Encama rasterast a bîr û baweriyên binyatxwaz pêk tê ji kirdeyên fûndamentalîst. Fûndamentalîzm cûrek e ji bergewdebûna Faşîzmê; Faşîzm di hinavê xwe de komkujî û karesatê vedihewîne. Ev jî her tenê yek ji faktorên derketina karesatê ye.

 

Bi hevgihîştina îdeolojî û utopyayê

Ger em bixwazin mekanîzma pêkhatina kirdeya faşîst yan fûndamentalîst fam bikin, pêwist e em bi hûrbînî berê xwe bidin pêwendiya dualî û aloz di navbera “îdeolojî” û “utopyayê” de. Îdeolojî wek îkonekê dişemite nav zimên. Gelek sazî û dezgehên îkonsaz di vê gotarsaziyê de li holê ne û nasnameya subjeyê diguherin û dikin nasnameyeke bi temamî têkder. Ew nasname hîç cûre rêzekê li nirxên civaka mirovî nagire. Lewra jî îdeolojî bi rola sîstemeke xwerêveber radibe; bi gotineke din, îdeolojiyê xwe bi hemû pêdiviyan hazir kiriye. Lewra, di hinavê xwe de hilgira asoya paşeroja xwe ye. Utopya texmîna destê îdeolojiyê ye.

Hûrdema kirdeya xwekujî yan kêlîka bicihanîna komkujiyê bi rastî hûrdema rûbirûbûn û pevçûna îdeolojî û utopyayê ye. Binyatxwazî wek dibistaneke teorîk bi başî agehdarî çawaniya bihêzkirina mekanîzmaya kirdeyên faşîst e. Dibe ku li ba xwînerê van xîçikan sosret be, lê divê em wê yekê jî zanibin ku cûrek ji bedewîzaniyê di kirdeyên bi vî rengî de li holê ye. Mebest ji têgeha “bedewîzaniya şîdetê” bi ti awayî nayê wateya ku şîdet bedewiyê vedihewîne, lê mebest ew e ku sîstema afirînera şîdetê hewl dide cûrekî ji bedewîzaniyê bo subjeyên xwe misoger bike. Ji aliyekî din ve, kesê ku kirdeyên faşîst û fûndamentalîst bi cih tîne hest bi cûrekî ji têrbûn û serketinê dike. Ev yek jî me dibe nav rehendekî dîtir ku ew jî nîşandana helwestekê ye li ser pêwendiya di navbera kirdeyên faşîst û hestên sadîst û mazoşîst ku ez pêwist nabînim li vir dabaşa wan bikim.

Nerîneke psîkanalîtîk li ser şîdet û karesatê

Lîbîdoya mirovî (motîfa cinsî) ew qasî aloz û bihêz û tirsnak e ku bûye sedem ku di nava mirov de (îd) bi awayekî berdewam tiyê isyan û serhildanê be û di hewldaneke berdewam de be ji bo derketina ji yasa û rêsayên exlaqî. Ev proses di nav kirdeyên têkder de dibuhure û di rawestgehên xwe yên dawî de digihê cînayet û tawanê û di lûtkeya xwe de komkujiyan peyda dike. Tevahiya van karan jî di dawî de bi jinavçûna zat dawî li wan tê. Îd ew qasî tî ye ku kirde û bedewînasiya şîdetê tenê bi rengekî demkî dikare pêdiviyên psîkolojîk derman bike û lewra jî, di kêlîka komkujî yan kirdeya xwekujî de divê em bi berdewamî li benda kirdeyên dîtir ên bi wî rengî bin. Îd ew qasî tî ye ku ger superegoyek di zahirê sîstemeke exlaqî û oldarî yan mafên mirov de li holê nebe, hingê karesateke dîtir diafirîne û ev rêza karesatên li pey hev, hîç cûre rawestandinek ji wan re li holê nîne û ti carî nagihe xala dawî ya vemirandinê.

Li vir îdeolojiya ji têgeheke derhest ku çend bîr û baweriyan nîşan dide tê guherandin û zahiriya kirdeyekê li xwe digire ku rehê wê di binyatxwaziyê de ye. Utopya bi xwe jî rastiyeke dîtir a derewîn e ku ew jî dîsa ji hêla binyatxwaziyê tê çêkirin. Ji aliyekî din ve jî, lîbîdo û îd di siruşta subjeya mirovî de amade ne. Ango, di nebûna sîstemeke exlaqî de ku bikare bi rola superego bo subjeyan rabe, hemû tişt hazir û amade ye bo derketina karesat û kirdeyên faşîst û fûndamentalîst di kêsima komkujiyê de.

Karesat û nasname

Gelê kurd di dîroka xwe ya dûr û nêzik de rastî gelek karesatan hatiye. Komkujiya Helebce û Enfalkirina şêniyên Germiyan û Barzanî û Feyliyan û vê dawiyê jî komkujî û koçberiya kurdên êzîdî û gefên li ser Kakeyiyan hinek ji van mînakan pêk tînin. Tevî ku çavkaniyên îdeolojîk ên sîstema afirîner a van karesatan herdem li derveyî entîteya (kiyanê) kurdî bûne, lê pêwist e em wê rastiyê jî bînin zimên ku me kurdan jî ta niha me nikarîbû bi şêweyeke radîkal rûbirûyî sîstema afirîner a karesatê yan encamên psîkolojîk û civakî yên karesatê bibin. Pirsyara girîng li vir ew e ku sedem çi ye ew karesatên ku di realîteya civaka me de qewimîne, hêj nebûne beşekî berçav û aliyekî hejêner ê nasnameya me. Gelo em bi xwe jî bi rolekê ranebûne di sadekirin, giştîkirin û piştguhxistina wan karesatên ku hatine serê me de?

Huner û edebiyata kurdî û şêwaza rûbirûbûna karesatê

Berhemanîna wek lehiyê ya wan berhemên edebî û hunerî yên sade, giştî û sakar bo şehîdên karesata Helebce û piştre li çepika xistina bo xwediyên wan berheman di nav holên panel û civînan de tenê mînakek in ji wê zihniyeta sade û giştî ku bi awayekî demkî û hestbar berê xwe daye karesatê û herdem xwe bo wergirtina karesateke dîtir amade kiriye. Ger em strana “Be tenya cêm mehêle – Min bi tenê nehêle” bi herdu rîtmên tund û hêdîka jî bixwînin, di herdu rewşan de me karesat bixwe ji bîr kiriye. Ger em wê bi rîtma tund û lezgîn bixwînin, hingê dibe straneke şad û hesteke xweş derdibirre û ger em wê bi rîtma hêdîka jî bixwînin, kêsima straneke tije dilovanî û lorandin li xwe digire. Di herdu rewşan de jî, tevger bi şêweyekî radîkal bi karesata Helebceyê re nehatiye kirin. Rûbirûbûna helbestvan, nûser û hunermendên kurd bi têgeha karesatê re rûbirûbûneke sade û besît û giştî û marjînal e yan jî tijî hest, dilovanî, hesret û lorandin e. Di herdu rewşan de angaşt ew e ku em dizanin çi qewimiye; ango, me karesat û kûraniya birînên xwe bi temamî fam kiriye. Adorno û Max Horkheimer di pirtûka Diyalektîka Rewşengeriyê (Dialectic of Enlightenment) de di wê baweriyê de ne ku sewl lêdana rîtmeke hevalên Odysseusli ser keştiyê bi merema derbasbûna serketî ji qonaxa buhurîna ji keviya girava periyên deryayê, wekheviyeke wê ya mezin bi muzîka rîtmeke serdema jazê re heye. Di her du haletan de rîtma yekreng û demkurt û piştre hesta bicîhatî ya piştî dubarebûna vê rîtmê bûye faktor bo bilez buhurîna bi ser bedewî û karesatan de. Her wek çawa hevalên Odysseus ne agehdarî ciwaniya têkder a dengê periyên deryayê bûn, her bi heman şêweyî jî muzîka jazê çavê mirovê serdema modern li hember karesatên ku di serdema modern de qewimîn girêda. Gelo rîtma yeksan û lezgîn û dubarebûyî ya melodiyên demkurt ên folklorîk ku, pergal û sazûmaneke klasîk nîşan didin û piştre, dubarebûna van cûrên rîtman di muzîka pop a kurdî de bi rengekî serdest, û dûre jî berhemanîna wan di kanalên ragihandinê de, di encamê de nebûne sedemê girtina çavê mirovê kurd li hember karesatên ku hatine serê wî? Gelo em kurd hêj negihîştine wê baweriyê ku ji ber gelek sedeman, ku min bi kurtî dabaşa yekê ji wan kir, çavê me kor bûye û em karesatan nabînin?

Herwiha, berhemanîna wî cûrê nerînê di dezgeh û saziyên medyayî de ne tenê nebûye sedemê felcbûna subjeya kurdî derbarê tiştê ku rû daye, lê bixwe bi rola sereke rabûye di misogerbûna tuxm û rehendên sadesaz û giştîbîn ên di nav nasnameya subjeya kurdî de. Wênegirtina bi kom a beşdarên wan konferansên ku li ser karesata Helebce yan Enfal hatine sazkirin, yan çêkirina straneke hestewar a tijî gunehpêhatin derbarê karesatê, yan çêkirina fîlmekî kurt ku bi rengekî serveyî rûbirûyî Enfalê bûye tenê beşek in ji gelek berhemên edebî û hunerî yên ku kurdan derbarê karesatên ku hatine serê wan, afirandine. Di gotarên fikrî û rexneyî de jî, gelek nûseran nikarîbû bi rengekî radîkal dabaşa karesatê bikin. Têgehên giştî û rexneyên nerasterast û paşkoyetî û marjînalbûn û dubarekirina hinek derbirrînên felsefî û piştguhxistina hurdekariyan û nêzikatiya li Pozîtîvîzmê di nav nivîsaran de bûne kelem di şêweyê rûbirûbûna me bi wan karesatên ku hatine serê me re.

Komkujiya kurdên êzîdî û gefên li ser kurdên kakeyî

Kurdên êzîdî di dîroka xwe ya dûrûdirêj de çend caran rûbirûyî gefên qirkirin û cînosaydê bûne û gelek caran jiyan û mal û warên wan hatine talankirin. Lê, vê carê karesatê kêsim û şêwazeke dîtir li xwe girtiye. Komkujî, koçberî û talankirina mal û namûsa kurdên êzîdî bi rastî karesatek e û berê xwe daye kêmîneyên olî yên din ên kurd jî. Kurdên kakeyî jî vê dawiyê xwe li jêr gefa qirkirin û talankirinê dibînin. Kurdên êzîdî û kakeyî li wan navçeyên Herêma Kurdistanê niştecî ne ku bi komên çekdar ên tundrew û hişkbawer re hevsînor in. Komkujiya kurdên êzîdî û gefên li ser kurdên kakeyî û herwiha jî şêniyên bêtawan ên Kobaniyê, komkujî û gef in li ser temamiya neteweya kurd, çiku ew beşeke kevn û sereke ji nasnameya gelê kurd pêk tînin.

Komkujiya kurdên êzîdî û derbiderbûna hejmareke zêde ji şêniyên Şingal û navçeyên hawirdora wê û vê dawiyê jî teqandina ziyaretgeh û meqamên kakeyiyan û herwiha jî gefên li ser Kobaniyê li Rojava ji hêla DAIŞê, di yekem dîtin de xwe di kêsima cûrekî ji derketina nerîngeha binyatxwaz a fûndamentalîst a olî de dibîne. Lê pêwist e herdem ew yek li bîra me be ku kirdeyên faşîst û fûndamentalîst hîç cûre sînorekî nas nake û tew sadîzm û piştre mazoşîzm jî pê re ye. Di encamê de, em rûbirûyî cûrekî dîtir ji hovîtiyê dibin ku vê carê xwe bi teknolojiyê jî amade kiriye. Teknolojî li vir bûye amraz û keresteyek bo dûrûdirêjkirina mecala kirdeyên faşîst û fûndamentalîst, ango kûrtirkirina birînan.

Herêma Kurdistanê xwediyê dîrokeke tijî serwerî ye ji hevjiyana kêmîneyên neteweyî û etnîk û olî. Rêzgirtina ciyawaziya oldarî û etnîk û amadebûna giyanê tolerans û hevjiyanê bi aliyên beramber re û hestkirina bi berpirsiyariyê bi bîr û baweriyên cuda yên oldarî û kulturî bo dema sedan sal wek mohreke bihêz a sîstema civakî û kulturî ya vê herêmê derdikeve pêş. Îro, êzîdiyên bakurê rojava û kakeyiyên başûrê rojavayê herêmê û ji aliyekî din ve jî kurdên rojava û nemaze Kobaniyê, rûbirûyî metirsiya qirkirin, komkujî û mişextbûneke mezin bûne. Di vê qonaxa niha de, ji her serdemeke dîtir bêhtir hest bi pêwistiya yekdengiya niştimanî derbarê pirsên mirovî û çarenûsî tê kirin. Êzîdî û kakeyî û herwiha jî şêniyên Kobaniyê beşekî sereke yê netewe û nasnameya kurd pêk tînin û her cûre bêdengiyek yan xwe gêjkirinek li hember vê karesatê bi roleke sereke radibe di dubarebûna karesateke wiha de.

Share.

Leave A Reply