Vegotinên Bêdewletbûnê û Aidiyeta Siyasî Di Nav Diyasporayên Kurd Ên li Swêdê û Qraliyeta Yekbûyî (UK-QY)

BARZOO ELIASSI – JI ÎNGILÎZÎ: FEXRIYA ADSAY

Puxte: Ev gotar, di nav cîhaneke de ku ji netew-dewlet û welatîbûnên newekhev pêk tê li ser diyardeya bêdewletbûn û aidiyeta siyasî disekine. Bi vî awayî ew ê di nav hizra civakî û siyasî ya hevdem de li sazûmaniya teorîk û têgehên bêdewletbûnê binere û di nav çarçoveya zagonî-siyasî ya netew-dewletan de û di pêvajo û pratîkên navneteweyî de bandora wan a bo têgehên nasnameya parvekirî û mafên welatîbûnê diyar bike. Di warê akademiyê de bidewletbûn piranî bi “tunebûn”a welatîbûn re eleqedar tê nirxandin û herwiha bidestxistina welatîbûnê wek çareseriyek bo bêdewletbûnê tê pêşkeşkirin. Her çiqas di cîhana hemdem de mafên welatîbûn û endamtiya dewleteke, di warê navneteweyî de, naskirî di mijara mafên mirovî yên kirdeyên siyasî de navendî be jî, şert û merc û tecrubeyên bêdewletbûnê bi riya bidestxistina welatîbûna fermî ji holê ranabe wek ku li her çar dorê cîhanê têkoşînên heyî yên komên bêdewlet ên siyasî, zagonî û leşkerî nîşanî me dide. Ji vê yekê, lêkolandina vê girîng e ka bê aidiyeta siyasî ya ku projeyên siyasî û çalakiya kolektîf ya gelên bêdewlet xurt dike çawa tê sazkirin û di navbera wan de wêrara hişmendiya neteweyî çawa tê ragihandin û şikl tê dayin. Aidiyeta siyasî ji bo pergala siyasî bidomîne an veguherîne armancên kolektîf diafirîne. Ev xebat lêkolînên bêdewletbûn û welatîbûnê yên teorîk û di nav kurdan de lêkolînên empîrîk ên qadê yên derbarê azmûnên subjektîf ên bêdewletbûnê bi ser hev vedike. Ev proje ji bo bikaribe analîz bike ka di tunebûna netewe-dewletê de hişmendiya neteweyî çawa çêdibe, wê vegotinên koçberên kurd ên li Swêd û QYê bi kar bîne lê li derveyî welatên “resen” li ser rola netewe-dewletê ya şiklgirtina rabêjên derbarê bêdewletbûn û aidiyeta siyasî de jî wê bisekine.

Peyvên sereke: Kurd, welatîbûn, netewe-dewlet, aidiyet, neteweperwerî, diyasporaya bêdewlet, mafê çarenûsê yê neteweyî.

Destpêk: Tu mirovên li dora me dibînî? Ew hemû maleke (dewlet) wan heye lê maleke min tuneye. Ez li welatê xwe penaber im ji ber ku li Kurdistanê xelkên din min û gelê min îdare dikin (zilamekî 42 salî ji başûrê Kurdistanê-QY)

Ev nivîs di nav cîhaneke ji netewe-dewletan pêk tê li bêdewletbûn û aidiyeta siyasî dikole. Nivîs ji bo ku di nav peywenda neteweyên bêdewlet de tevkariya nîqaşên derbarê bêdewletbûn, welatîbûn û aidiyeta siyasî bike tê amadekirin.

Bi riya hevpeyvîn û lêpirsînan, ev xebat azmûn û dengên diyasporayên li Swêd û QY bi kar tîne ku binere ka çawa hişmendiya neteweyî di tunebûna netewe-dewletekê de çêdibe û li derveyî ‘welat’ên resen rola fikra netewe-dewletekê di şêwazgirtina rabêjên derbarê bêdewletbûn, aidiyeta siyasî û nasnameya neteweyî çi ye. Ev nivîs, li ser nîqaşên berfirehtir ên derbarê bêdewletbûnê de ku heta niha piranî li ser bidestxistina netewetî/welatîbûnê wek çareseriya hesasiyeta siyasi, zagonî û hebûnî ya takên bêdewlet hûr bûne jî disekine. Ligel ku bidestxistina welatîbûnê girîng e, ji bo famkirina jiyana rojane ya mirovên ku di nav cîhana netewe-dewletan de xwe wek bêdewlet dibînin sînorên wê hene. Ji ber vê, girîng e ku mirov di navbera bêdewletbûna ku tak xwe tê de dibînin -kategoriyeke zagonî ku gazî parastina navneteweyî dike- û bêdewletbûna ku referansa wê neteweyên bêdewlet in wek kurd û filistîniyan, ji hev veqetîne. Daneyên nivîsê li ser vegotinên takan ava dibe lê lêpirsîn bi eslê xwe de wek endamên neteweyeke bêdewlet di derbarê azmûnên kolektîf ên kurdên li diyasporayê ye. Pirsên ku bên pirsîn ev in: Ji bo endamên diyasporaya kurd a li Swêd û QY bêdewletbûnê tê çi wateyê? Bêdewletbûn bandoreke çawa li ser aîdiyeta siyasî dike? Kengî di jiyana wan de bêdewletbûn bû tiştekî girîng? Dema li xwe û ciyê xwe yî li dinyayê dinerin, bêdewletbûn bandoreke çawa li kurdên asayî dike? Li vê dinyayê bêdewletbûn çawa li dengê mirov û hebûna wî/wê bandor dike? Bi vî awayî ev nivîs azmûnên diyasporîk û endamên diyasporaya kurd ên li Swêd û QY di jiyana xwe de pirsên bêdewletbûn û ‘bidewletbûn’ê çawa fam dikin; daxwaz û mafê xwe-îdarekirinê û mafê çarenûsa neteweyî ji aliyê diyasporayên kurd bi awayekî rabêjî çawa tê meşrûkirin, ev tên ronîkirin.

Piştî hilweşîna Împreretoriya Osmanî ya pirneteweyî di Şerê Cîhanê I (ŞCI) de kurd, filistînî û ermen li gor Çardeh Qayideyên Woodrow Wilson di sala 1918an de li bendî mafê çarenûsa neteweyî bûn, wisa soz hatibû dayin. Lê piştî ŞCI dema ji aliyê hêzên mezin li Rojhilata Navîn sînor hatin danîn, ev hemû hatin înkarkirin. Ji kurd û filistîniyan cuda, ermenan piştî hilweşîna Yekitiya Sowyetan a di 1991ê de (Khalidi, 2010) serxwebûna xwe bi dest xistin. Li Rojhilata Navîn rewşa siyasî ya kurd û filistîniyan ev karakterîze dike ku ‘ew li welatên binîqaş ku bi yên gelên din re dikeve nav hev dijîn, û axa ku ew dawa wê dikin tixûbên wan xumamî û ne zelal in’ (Khalidi, 2010: 11). Kurd vêga di bin darê Îran, Iraq, Sûrî û Tirkiyeyê de dijîn. Ev her çar dewlet ji bo ji heq ew tiştê ku dibêjin ‘pirsgirêka kurd’ derkevin stratejiyên cuda bi kar anîne. Ev stratejî ji pişaftin, înkar, komkujî, bêcîkirin û rûxandina gundên kurdan pêk hatine. Li gor Valî (1998), parvekirina Kurdistanê bûye sedema parçebûna nasname û siyasetên kurdan. Li Iraq, Îran, Sûrî û Tirkiyeyê bi riya bikaranîna siyaseta tundî û çespandina ciyawaziyên etnîk û neteweyî nasnameyên neteweyî û yekreng ên serdest hatin ferzkirin. Ji ber ku nasnameyên serdest ên Iraq, Îran, Sûrî û Tirkiyeyê pêşekî dida nasnameya komên etnîk ên serdest (tirk, ereb û faris), vê di nav kurdan de rê li ber nasnameyeke siyasî ya bertekî vekir ku ‘li van dewletan hê jî eniya mixalefeta li hemberî nasnameyên serdest pêk tîne’ (Vali, 1998:88). Adinkirina kurdan a siyasî, çandî û aborî dikare berxwedêriya çêbûna nasnameya kurd a li van dewletên ku ew lê dijîn û di nav endamên diyasporaya kurd ku koçber an penaberî welatên Rojava bûne jî (Eliassi, 2013) rave bike.

Awayên diyasporayê û dewlet

Her çiqas diyasporaya kurd a li Ewropaya Rojava ne xwedî dîrokeke dûrûdirêj e, dîsa jî bala lêkolînerên di warê diyaspora û koçberiyê de kişandine ku ev bi nispî girêdayî serkeftina mobilîzasyona wan a netewebuher a siyasî û çandî ye (Eliassi, 2013; Alinia û Eliassi, 2014; Khayati û Dahlstedt, 2014). Ji 1970an vir ve, wek encama mehrûmiyeta siyasî û aborî ya li Rojhilata Navîn, bi sed hezaran kurd li dû mafên aborî û siyasî û ewlehiyê terka welatê xwe kirin û koçberî Ewropaya Rojava bûn. Beşeke mezin ji xebatên derbarê diyasporayên kurd ên li QY (Wahlbeck, 1999; Demir, 2012) û li Swêdê (Eliassi, 2013; Alinia û Eliassi, 2014; Khayati û Dahlstedt, 2014) li ser pozisyona kurdan a binyadî û rojane ya li van welatan û pêwendiyên wan ên bi welatên ‘resen’ disekinin. Şerê diyasporaya kurd a bi van dewletên li Rojhilata Navîn re ‘him xurt him berxwedêr e û carna radîkal e’ (Demir, 2012:816). Ev piranî bi cot-hişmendiya gelek kurdên ku li Rojhilata Navîn û Ewropaya Rojava newekheviyên binyadî azmûn kirine eleqedar e, ku di nav peywenda înkarkirin û tunebûna temsiliyeta siyasî û biçûkdîtina çandî de hesta wan îaîdiyetê û çêbûna nasnameyê tevlihev dike.

Diyasporaya kurd wek diyasporayeke bêdewlet (Sheffer, 2003) ku li dijî polîtîkayên vederîner (exclusionary) ên Îran, Surî, Tirkiye û heta demeke nêz Iraqê derdikevin, hatiye tarîfkirin. Dibe ku binavkirin an balkişandina ser diyasporaya kurd wek diyasporayeke bêdewlet wek totolojî[1] (barekirineke bêwate) xuya bike, ji ber ku diyasporayên ‘resen’ ên wek cihû û ermen jî ên bêdewlet in (Cohen, 2008; Kenny, 2013). Mînak, îlankirina Serxwebûna Îsraîlê, wek ku Îsrail bi hezaran sal berê jî wek dewlet hebe û bi çêbûna Îsrailê ya sala 1948an de wan ev ji nû ve vejandibin hate pêşkeşkirin (Kenny, 2013), ku ev bixwe bidewletbûna cihûyan wek diyardeyeke dîrokbûher îdia dike. Ji ber zêdebûna diyasporayên jihevcuda, bi awayekî teorîk, divê cûdatiyên semantîk û analîtîk (Brubaker, 2005) ên ji ber peywend û guzergaha wan î neteweyî (otorîter an demokratîk) û pozisyona wan a komî (piranî an ‘kêmar’kirî) ya berî û piştî koçberiyê (Eliassi, 2013), bên tespîtkirin. Ger ev nê kirin, tê îdiakirin ku diyaspora wek têgeh û kategoriya pratîkê wê wateya xwe winda bike (Brubaker 2005). Digel ku gelek diyasporayên xwedî-dewlet, wek diyasporaya tirk, meyl dikin bi çavê dewletê binerin û bi riya ferzkirina ‘sazî, pratîkên siyasî û dîroka fermî ya dewleta tirk’ (Şenay, 2013:377), axê û hukimdariya dewletê diparêzin, diyasporaya kurd bêtir biazwer in û piranî ji dewletê cuda difikirin û hewl didin biruxînin, nasnameya dewletan û welatîbûna wan ji nû ve tarîf bikin (Eliassi, 2013; 2014; Şenay 2013).

Cohen (1996) dest nîşan dike ku hin diyaspora hene ku ji ber azmûnên wan î kolektîf ên êşkêş û koçberiya bizorê dikare wek diyasporayên qurban bên binavkirin. Ev azmûn jî rave dike ku ji aliyê dewletên li Rojhilata Navîn çima lavahiyên qurbanbûyinê alikariya pêşbaziya binavkirina wan a bo têkoşîn û gazinên kurdan wek ‘îredentîzm’, ‘terorîzm’ an ‘cûdaxwazî’ dike. Her çiqas diyasporayên bidewlet û bêdewlet di nav neteweperweriya mesafe-dirêj (Anderson, 1992; Skrbiš, 1999; Glick Schiller, 2005) cî digrin jî, pêwendiyên siyasî yên têra xwe asîmetrîk hene ku di nav cîhana netewe-dewletan de di navbera diyasporayên bidewlet û bêdewlet de jî hene. Ji diyasporayên bêdewlet cuda, ên bi dewlet dikarin meşrûiyeta navneteweyî bidest bixin û li derveyî welatê ‘resen’ dikarin avantaja nasnameya temsilkar a naskirî ya dewletekê bi kar bînin (Eliassi, 2013). A din, giraniya diyasporayên bêdewlet ji ber çewisandina etnîk û olî ya li welatên ‘resen’polîtîze bûne, endamên diyasporayên bidewlet jî meyla wan bi ser raperîn û berhengariyên (challenge) li welatên wan e û bi berpirsyariya siyasî û çandî ya netewebuher hewl didin bi riya xurtkirina hêza wê rê li ber bigre ku desthilatdariya wê ya hatiye tehdîtkirin hilneweşe. Li aliyekî din, têgehên cuda hene derbarê azadiya siyasî û derfetên ku polîtîkayên pirçandî yên Rojava pêşkeşî diyasporayên bêdewlet û ên bidewlet dikin. Mînak, digel ku diyasporaya kurd a li Swêdê pirçandîtiyê wek tenzîmeke siyasî ku bi saya wê ew dikarin nasandina etnîk û çandî ku li welatên wan hatiye înkarkirin bidest bixin (Eliassi, 2013), diyasporaya tirk meyla wan ew e ku pirçandîtiyê di nav nasnameyên etnîk û olî yên ne-serdest de ku li diyasporayê eyn mekanên polîtîk parve dikin wek hêzeke tahrîkkirina cudaxwaziyê bibînin. Her wiha, diyasporaya bidewlet wek balyozên dewletê tên dîtin (Şenay, 2013) û bêtir ji ber tirsa parçebûna siyasî û windakirina imtiyazên etnîk, olî û zimanî ku koma etnîk a serdest jê îstifade dike, hewl didin berdewamiya nasnameya dewletê tesdîq bikin. Ev nayê wateya ku endamên diyasporayên bidewlet zorê nadin rejimên otorîter ên li welatên xwe yên ‘resen’ lê dema mijar nasnameya dewletê an nasnameya desthilat be, mesele aloz û tevlîhev dibe. Wek ku Mügge (2012) derbarê Tirkiye û Surînamê de destnîşan dike, li van welatan îdeolojiyên netewebûnê pir zêde bandor li ser nasnameyên netewebuher ên koçberên wan dike. Berevajiya dewleta Surînameyê ku di nav çeşitdariyê de yekitiyê dibîne, a tirkan îdeolojiyeke neteweperweriya etnîk temsîl dike û di nav diyasporaya xwe de ji dêvla bêaxkirina tixûbên neteweyî û nasnameya neteweyî ve vê zexmtir dike. Ev îdeolojî di nav peywendên diyasporîk û ên li welêt de li awayê têkildarbûna diyasporayên wan a bi nasnameyên ne-serdest re jî bandor dikin. Her wiha, Kastoryano (2004) îdia dike ku digel ku diyasporayên bêdewlet (wek kurd û filistînî) bi berxwedana neteweperweriya dewletê ku wan binpê dike mijûl in, diyasporayên bidewlet neteweperweriya welatên xwe berfirehtir dikin û neteweperweriyeke netewebuher ava dikin.

Divê bê destnîşankirin ku hemû endamên diyasporaya bêdewlet derbarê geşedanên siyasî yên li welatên wan ne xwedî heman endîşeyên siyasî ne. Di nav peywenda kurdan de, ji 2005an vir ve, Herêma Kurdistanê ya Iraqê desthilatdariyeke xurt û di nav çarçoveya makezagonî ya Iraqa federal de ku lê nasnameya neteweyî ya kurd wêrar dibe otonomî bi dest xist (Aziz, 2011). Herêma Kurdistanê wek ‘dewleteke di nav dewletê de’ (Bengio, 2012) û wek ‘nîv-dewleta kurd’ (Natali, 2010) tê tarîfkirin. Wek bitûneke siyasî ya otonom, wek kaniya ilhamê tê dîtin ji ber erka wê ya ‘wek referanseke siyasî, axî û sembolîk’ (Tejel, 2009:138) ji bo kurdên li Rojhilata Navîn. Piştî bilindbûna siyasî ya Herêma Kurdistanê, giraniya siyasî ya diyasporayên kurd ên li welatên Rojavayî ne tenê desthilatdariya Iraqê hedef girt lê bi eyn awayî kêmasiya pergala hukukî, newekheviyên zayendî û çînî, gendelî û kirinên siyasî yên nedemokratîk jî kirin hedef (Eliassi, 2013). Li diyasporayê hin kurd jî hene Herêma Kurdistanê wek derfeteke aborî dibînin û siyasetmedar û partiyên li ser kar wek temsîlkarên berjewendiyên gerdûnî yên siyasî yên kurdan diparêzin, ne tenê yên kurdên vê herêmê an bijareyên desthilatdar. Endamên diyasporaya kurd statuyên zagonî yên cuda werdigirin; ev jî bandor li ser çêbûna nasnameya wan a derbarê welatê lê dijîn û welatê wan î ‘resen’ jî bandor dike.

Herwiha, diyaspora piştî geşedanên siyasî, aborî û civakî yên li welatê ‘resen’ dikare şêwaz bigre. Nasname û îdiayên diyasporîk pêwendiya wan hene bi berberî, erênîkirin û muzakerekirina pergala siyasi ya hatiye qebûlkirin û pêwendiyên hewandin û vederkirina li welatên wan ku girêdayî endamtiya komî ye ku aktorên civakî pê hatinê dorpêçkirin. Ji ber vê, di peywenda diyasporîk de ji bo di tunebûna netewe-dewletekê de peydabûna hişmendiya neteweyî û di şêwazgirtina rabejên derbarê neteweperwerî û nasnameya neteweyî de rola netewe-dewletparêziyê bê famkirin, hûrbûna li ser têgînkirina diyasporîk a bêdewletbûnê girîng e (bnr. Khalidi, 2010: xi). Piştî vê, ez ê çarçoveya têgînî ya bêdewletbûn û welatîbûnê pêşkeş bikim û metodolojiya vê xebatê nîqaş bikim. Nîqaşa tegînî wê him di asta takekesî û him bi çarçoveyên welatîbûn û serweriyê re eleqedar di asta kolektîf de wê bi bêdewletbûnê re di nav pêwendiyeke nêz de be. Bi saya vegotinên endamên diyasporayên kurd ên li Swêd û QY, ez ê dîtinên bêdewletbûnê berfirehtir bikim. Herî dawî, ez ê encamên derbarê ka çawa bêdewletbûn dikeve nav çarçoveyê û wek neyênîkirina welatîbûna fermî fama lîberal a derbarê bêdewletbûnê pirsyarî bikim.

Di cîhana netewe-dewletan de bêdewletbûn û welatîbûn

Tê gotin ku ‘ji ber sedemên derveyî dewletê û sedemên ji wê bêdewletbûn fenomeneke global e’ (Blitz û Lynch, 2009:95). Li dinyayê, li dor 12-15 milyon insan bêdewlet in, ev hejmar gelek mirovên dibe ku welatîbûna wan a fermî heye lê nikarin ji mafê welatîbûnê îstifade bikin li derveyî xwe dihêle (Redclift, 2013; Staples, 2012). Têgeha bêdewletbûnê bi giranî ji wê fikra ku ‘bêmafbûnê’ û ‘şikestinbar’iyê destnîşan dike tê (Staples 2012), ji ber ku ew wek ‘amrazeke sar a vederkirinê’ temsîl bike tê hisabkirin (Redclift, 2013:2). Piranî, têgeha bêdewletbûnê di nav qadeke rabêjî ya neyêniyê de tê bicîkirin. Mînak, bêdewletbûn wek ‘bi tevahî vederkirina ji nav mirovatiyê’ (Arendt, 2004:297), ‘valahiyeke zagonî ya kafkaesk’ (UNHCR nql. Hayden, 2008:249), ‘mirina civakî’ (Castles, 2005:216), ‘tam tarîfa cehnimeya modern’ (Ignatieff, 2009:7), ‘jiyana rût’ (Agamben, 1998) û ‘rewşa xetereya bêdawî’ (Walzer, 1981:32) tê qebûlkirin. Dema bêdewletbûn ji aliyê akademisyen, polîtîkaçêker û rêxistinên navneteweyî tê nîqaşkirin, piranî wek kêmasiyeke welatîbûnê ku tê ferzkirin destûr dide tak û koman ku ji hewandin, azadî, maf û parastinê îstifade bikin, tê nirxandin. Bêdewletbûn ji aliyê Hannah Arendtê (2004) wek windabûna welatîbûnê an windabûna xwedî-mafbûna baş hatiye tarîfkirin (bnr. Somers, 2008; Shachar, 2014 jî). Wek encam, bi nerîneke ku zagon an mafan esas digre, çareseriya bêdewletbûnê di bidestxistina netewetiyekê de ye ku gelek caran bi mefhûma welatîbûnê re cî diguhere (Blitz û Lynch, 2009; van Waas, 2008; Manly û van Waas, 2014). Li gor Konvasyona Cenewreyê-1954, kesekî bêdewlet wek ‘kesekî ku ji aliyê tu dewletan wek welatiyekî di bin hukmê hukuka wê de nayê qebûlkirin’, hatiye tarîfkirin. Ev nerîna derbarê bêdewletbûnê koka wê di tarîfa siyasî/sazimanî tê ku çareya bêdewletbûnê di bexşkirina netewetiyekê de dibîne. Lê ev mirov zêde ecêbmayî nahêle ji ber ku ‘xebata li ser bêdewletbûnê dibe xebateke li ser hukuka netewetiyê’ (Manly û van Waas, 2014:5). Staples (2012) îdia dike ku divê em ji referekirina ‘netewetî’ û ‘welatîbûn’ê dûr bisekinin lê ji vê bêtir divê em bi riya têgeha ‘endamtî’yê li pêwendiyên hewandin û vederkirinê bipirsin. Redclift (2013) destnîşan dike ku anomaliya zagonî ku bêdewletbûn temsîl dike, xuya ye wek azmûneke hatiye jiyandin û wek meseleyeke nasnameyî ji bo famkirina tevliheviya bêdewletbûnê têr nake (bnr. Manly û van Waas, 2014). Ev tevlihevî jê re nerîneke interdisîplîner pêwîst e ku mefhûma bêdewletbûnê tenê nake mijara netewetî/welatîbûnê lê wê ber bi lêpirsîna di vederkirina koman de ku wek neqebûlbar, nesadiq an tehdîdeke siyasî tên dîtin serwerî û rola desthilatdariya dewletê dibe (Gibney, 2011). Conklin (2014) dibêje bêdewletbûn muamaya civata navneteweyî ku digel vederkirina de jure (qanûnî) ya bi dehan milyonan û mirovên bi fiilî bêdewlet’ qala ‘mafên mîrovan ên gerdûnî û standardên legal ên zagonên mirovî’ dike, temsîl dike (2014:302). Şexs an kom hene ku bi awayekî zagonî welatîyeke fermî (de jure) bi dest dixin, lê dîsa jî de facto bêdewletbûnê azmûn dikin. Ev nakokî wateyên dijhev û pirjimar dide welatîbûnê. Ew dikare wek amrazeke hewandinê ku bi saya wê endamtiya siyasî tê sazkirin kar bike (Somers, 2008), lê ew dikare wek maskeya bo tesdîqkirin û xurtkirina berjewendiyên siyasî, çandî û aborî yên komeke diyar kar bike (Bosniak, 2006; Bilsky, 2008). Welatîbûn her wiha dibe şênberbûyina fazîletên ku komên zal telkîn dikin û ev nerîneke taybet e ku ‘xwe wek nerîneke gerdûnî saz dike’ (Isin, 2002:21). Ev rave dike ka çima dîroka welatîbûnê dîroka zalbûna komên taybet in ku ‘nasnameya xwe wek welatî pêşkeş dikin û biyanî, ên ji derve û ên ne welatî jî wek ew ên jê tên nefretkirin ku ji taybetiyên ji bo welatîbûnê wek elzem hatiye tespîtkirin mehrûm in (2002, 22). Di nav peywendeke navneteweyî de, Castles (2005) ji bo famkirina bê ka di dinyaya netewe-dewletan de welatîbûn çawa tê dîzaynkirin mînakeke qanîker destnîşan dike. Ew îdia dike ku netewe-dewlet û welatîbûn normên global in û di nav netewe-dewletan de hiyerarşiyeke berbiçav heye. Di vê hiyerarşiyê de, Emerîka dewleta yekem e, dewletên endamen Yekitiya Ewropayê di pey wê re ne û paşre Japonya, Keneda, Zelandaya Nû û Awistralya û dewletên veguhêzbûyî wek Rusyayê tên. Li jêrî van dewletan, dewletên welatên kêm ‘pêşdeçûyî’ yên Başûr û li herî jêra vê hiyerarşiya sistema netewe-dewletan de, gelên bêdewlet wek kurd, tamilî û filistînî hene. Mirovên bi endamtiyên siyasî yên cuda bi awayekî newekhev di hiyerarşiya maf û azadiyê de, ku pasaportên cuda hêz û nirxên cuda temsîl dikin, cî digrin (Castles, 2005). Ev newekheviyên binyadî tenê di navbera netewe-dewletan de nayê pratîkkirin lê di nav tixûbên neteweyî de jî hene. Bi heman awayî, Bosniak (2006) di retorîk û pratîkê de gerdûnîbûn û bisînorbûna welatîbûnê bi hev re dike pêşbaziyê. Ew îdia dike ku welatîbûna bendewara (bounded) netewetiyê gelek caran li derve hişk li hundir jî nerm tê qebûlkirin, ji ber ku welatîbûn lê bendê ye ku di nav tixûbên neteweyî de bi awayekî gerdûnî bê xebitandin û li hemberî kesên ku li qeraxên civatê hatine bicîkirin vederkirêneriya wê destnîşan bike. Li gor Bosniak, ev fama welatîbûnê têra xwe bi pirsgirêk e ji ber ku ber destbestkirinên vederkirêner ên ‘welatîbûn’ê her dem ne di nav çarçoveya terîtoryal a dewletê de ye lê gelek caran dikevin nav tixûbên teritoriya neteweyekê jî. Dema ev çêdibe, qaideyên welatîbûna gerdûnî û welatîbûna bendewar heman axê (hundirîn) parve dikin’ (2006:99). Ev rexneya li jor nîşaneya rewşeke ku cudatiyên newekhev tenê di navbera netewe-dewletan de nayê praktîzekirin lê di nav eyn tixûbên neteweyî jî tên praktîzekirin. Qismeke pirsgirêkê ev e ku hiyerarşiya welatîbûnê rehên wê di îdeolojiya welatîbûna mafê jidayikbûnê (birthright) de ne ku di asta globalî de tevkariya belavbûna newekhev a dengê polîtîk, dewlemendî, çûnûhatin û derfetan dike. Welatîbûna jidayikbûnê, li gor Shachar (2009), dişibe sistemeke feodal ku mueyîdeyên milkê mîratê ku parvekirina welatîbûna mafê-jidayikbûnê ‘cudatiyên navbera qadên karbidestiyan û ên navbera mîratên zêde newekhev jî dirust dike, tesdîq dike û meşrû dike’ (2009:4). Ev îma dike ku tenê kûrbûna ser statuya fermî ya şexsekî an komekê dikare ‘newekheviyên derfetên jiyana rasteqîn ku di civatên siyasî yên spesîfîk de bi welatîbûnê ve zeliqî ne’ nede xuyakirin (2009:9 dûpatkirin di deqa resen de). Her çiqas Shachar (2009, 2014) bo kes an komên bêdewlet bidestxistina welatîbûnê teqdîr dike jî, dîsa jî sînorên wekheviya fermî ya statuyan nabîne ji ber ku xitabî newekheviyên welatîbûna mafê-jidayikbûnê nake an lê nanêre. Hin lêkolînerên din pêşniyaz dikin ku divê em dewletên bê netewe (Stevens, 2010) an welatiyên bê netewe biafirînin (Isin, 2012) da ku em çareyek ji encamên vederkirêner ên welatîbûna mafê-jidayikbûnê -ku dibêjin ‘neteweyê dewlet dagir kiriye’- (Arendt, 2004:275) bibînin û ev me ber bi mefhûma serweriyê ve dibe.

Serwerî û wek kirdeyeke polîtîk bêdewlet

Têgeha serweriyê tê wateya desthilatdariyeke siyasî ya bala ku tixûbên dewletê û pêvajoyên wê yên hewandin û vederkirinê dirust dike (Vali 1998). Di pey globalîzmê re hat gotin ku dewlet wê têk biçe û bimre. Wek Cohen (2001) jî destnîşan dike, globalîzasyon nayê wateya têbuhirandin û nehewcebûna dewlet û serweriyê ji ber ku dewlet û bi taybetî dewletên xurt ên Rojavayî, di kedîkirin û şêwazgirtina aboriya cîhana global de aktorên sereke ne. Elbet ev nayê wê wateyê ku tiştek neguheriye lê guherîn ji mirina dewletan bêtir derbarê şêwazên wan ên nû de ye. Dewlet hê jî li ser tixûbên axa xwe xwedî desthilat in û ji bo berjewendiyên xwe yên di asta global de biparêzin serweriya xwe nerm dikin. A din, ew kes jî hene ku nîqaşa bangawaziya Leviathan dikin û dewletê wek ‘amraza sereke ya azadiya mirovî, a aştî û ewlehiya civakî dibînin, û bi awayekî paradoksî ji bo ew kesên êrişî wê dikin jî penagehan peyda dikin’ (du Gay, 2012: 397).

Meseleya serweriyê xwedî girîngiyeke navendî ye bo rewşa siyasî ya mirovên (gelên) bêdewlet ji ber ku dewleta serwer xwedî hêz e ku bi vederkirinê re bihewîne an bi hewandinê re vederbike (Agamben, 1998; Vali, 1998). Ev rave dike ka çima bêdewletbûn û welatîbûna serwer dikevin nav hevdu û bi awayekî pir asîmetrîk hev-sazker in. Mirov dikare bêje xwedîbûna welatîbûn an pasaporteke serwer, ger çendên din ji aliyê meşruiyet û zagonî ve wek pasaport an welatibûna bêqîmet nehata dîtin, wê wek îmtiyazekê nehata dîtin[2]. Ev cot dijberîya welatî û bêdewletiyê hêza vederkirina serwer, ku ew ê bêdewlet dike nav nasnameyeke kirêt an nehewce, destnîşan dike. Di dîrokê de dewletan ji bo cezakirina mirovên hemberî pergala civakî û siyasî wek tehdît hatine qebûlkirin, wek çeka bijare derxistina ji welatîbûnê bikaranîne (Arendt, 2004; Hayden, 2008; Gibney, 2011). Ev tê wê wateyê ku ‘rabitaya hêza serwer û bêdewletbûnê dikare wek sistemeke xeter a apartheida global ku jêrçîneke dewamî ya mirovên nehewce/zêde ava dike, bê karakterîzekirin’ (Hayden, 2008:262-3). Ev apartheida sazimanî ya sistema navneteweyî dinyayê dike du beş, gelên bidewlet û ên bêdewlet (Hayden, 2008; Eliassi, 2013). Wek encam, ew ê gelek şaş be ku bêdewletbûn ‘digel hewldanên mezin ên dewletan bo astengkirina wê ew wek fenomeneke istisnayî an bêhemdî bê dîtin, lê ew rewşeke sîstematîk a “normalîzekirî” ye ku ji aliyê pergaleke navneteweyî, wek kakila siyasetên dewlethez bi alikariya hêza vederkirêner hatiye hilberandin (Hayden, 2008:250).

Ji ber ku dinya bi awayekî normatîv bûye ruhseta netewe-dewletan, kesên bêdewlet di temsilkirina nasnameya xwe de xwedî astengên binyadî ne, ji ber ku temsiliyeta nasnameya siyasî (neteweyî) ya modern bi nasnameya dewletê re yek e. Lê, di nîqaşên nav akademiyê yên derbarê bêdewletbûnê de sînorkirineke mezin heye ji ber ku çareseriya vê rewşa kirêt gelek caran di nav çarçoveyeke teng de dadixe asta bidestxistina welatîbûn/netewetiyeke fermî. Elbet hebûna welatîbûneke fermî ji tunebûna wê çêtir e, lê lazim e em têgeha welatîbûnê berfirehtir bikin ku nasnameya etnîk a zal ji navendê derxin bi riya jinûvetarîfkirin û jinûve-vegotinkirina nasnameya serwer ku hemû cudatiyan bi awayekî nehiyerarşîk di nav xwe de bihewîne. Hêjayî qalkirinê ye ku di salên 1960an de hejmareke zêde ya kurdên li Sûrî (300,000) û salên 1980an de li Iraqê (ji 100,000 zêdetir mirov) bi îdiaya ku eslê wan ne ji van welatên nû-ava ne ji welatibûnê hatin derxistin. Ger bêdewletbûn bi tunebûna welatîbûna fermî bê bisînorkirin, piraniya kurdan welatiyên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî ye ne û nakevin nav statuya bêdewletan.

Xebatên cuda destnîşan dikin ku mirov hene bêyî ku ciyê aîdî wê ne biterikînin bi awayekî daxilî bêdewlet in, wek li Rojhilata Navîn kurd (Vali, 1998), welatiyên ereb ên Israilê (Molavi, 2013) û piştî trajediya Bahoza Katrînayê efrikiyên emerikî yên li New Orleansê (Somers, 2008). Ji vî alî ve, Molavi (2013) heta welatiyên ereb ên Israîlê wek ‘welatiyên bêdewlet’ tarîf bike diçe -linikhevbûneke dijber a welatîbûn û bêdewletbûnê, ji ber ku têgeha welatîbûnê têgeheke dewlet-navendî ye (Eliassi, 2014). Molavi (2013) îdia dike ku hemû filistîniyên li dinyayê bêdewlet in lê ew bêdewletbûnê bi awayekî cuda azmûn dikin. Welatiyên ereb bêdewletbûnê wek têgeh û nav ji filistiniyên li ser Axa Filistîna Dagirkirî û li kampên penaberan dijîn cudatir azmûn dikin. Filistîniyên li ser Axa Filistîna Dagirkirî bi riya vederkirineke hewîner tên vederkirin, welatiyên ereb ên Israilê bi hewandineke vederkirêner tên hewandin, ku tê wê wateyê dewleta Israilê nasname, pêdivî, maf an daxwazên wan wek gelekî otonom temsîl nake. Dewleta Israîlê di tarîfa xwe de tenê kesên cihû û berjewendiyên wan temsîl dike. Awayê ku rejima Israîlê hatiye pê diyarkirin ‘bidestxistina mafê welatîbûnê û temsîlê yên filistînî-ereban bisînor dike û di nav dewletê de statuya wan wek welatiyê wê dewletê red dike, vê civatê dike welatiyên bêdewlet’ (Molavi, 2003:183- 184, dûpatkirin di deqa resen de). Li gor vê, çarçoveya têgehî ya welatîbûna Israilê dibe stratejiyeke jinûvehilberandina bêdewletbûnê di nav welatiyên filistînî-ereb ên Israilê de. Bêdewletbûna welatiyên ereb di nav dewleta Israilê de û ji aliyê wê ‘di asta îdeolojîk, hebûnî, sazîmanî û siyasî de bi tunebûna temsiliyetê tê karakterîzekirin (Molavi, 2013:185), digel ku ew welatiyên Israîlê ne.

Bi vê eleqedar, yek ji sedemên mezin ên li paş pêwistiya acil a berfirehkirina têgeha bêdewletbûnê ya ji tenê bidestxistina welatîbûnê ber bi hewandina maf û mijarên din ew e ku ku nasnameyên ne serwer bikaribin geş bibin û bi ‘dîroka xwe ya bi bindestî, mehrûmbûna ji statuyeke wekhev a bi nasnameyên din re’ nerizin, ji holê ranebin (Radhakrishnan, 2003:19). Di xebateke xwe asovekir de, Arendt (2004) bêdewletbûnê bi windabûna mala polîtîk, parastina îdarî û mafên siyasî dike yek. Somers (2008) vê tarîfê firehtir dike, ji welatîbûnê tenê wek mafên medenî, zagonî û civakî behs nake lê mafê sereke yê qebûlkirin, hewandin û endamtiya di nav civata siyasî û sivîl’ jî behs dike (Somers, 2008:25). Dema Somers (2008) ji afirandina endamtiyeke bêtir hewîner çarçoveyeke girîng pêşkeş dike, nerina wê ya li welatîbûn û bêdewletbûnê bi xwe di nav civakên pirneteweyî û pirçandî de bi jinavendxistin an bê-etnîkkirina nasnameya serwer mijûl nabe, lê çarçoveya ber bi firehkirinê ve dibe. Berevajiya Somers, Vali (1998), meseleya bêdewletbûnê dibe asteke din a tegehî da ku li Rojhilata Navîn li rewşa siyasi û vederkirina kurdan binere. Li gor Vali, gelek caran serwerî ji bo tarîfkirina nasname û meşruiyeta desthilatdariya siyasî serî lê tê dayin, dema li derveyî kontrola devletê be jî. A din, welatîbûna serwer gelek caran nasnameya koma etnîk a zal jî dide ser xwe û ‘di nav çarçoveye zagonî ya serweriyê de dibe mekana sereke a erkên pêkhêner ên dewletê û her wiha amûrên sereke yên vederkirina nasnameyên siyasî û çandî yên ne-serwer ji pêvajoya siyasî (1998:86). Bi gotineke din, li welatên pirneteweyî, ku li qadeke çal û mitik de ku nifûzî vê pêwendiya newekhev dike qaideyên lîstikê diyar dikin, heta ku nasnameya siyasî/etnîk a zal wek nasnameya hakim a tahakukirî bê qebûlkirin, nasnameyên ne-serwer nikarin hêviya wekheviyê bikin, ku ew bi awayekî aştîxwaz di nav çarçoveya makezagonî ya dewletê de dawa mafên xwe bikin jî. Ger nasnameyên ne-serwer li ber roniya tunebûna meşruiyeta gelperwer-demokratîk an serweriya gel bi zorê têkevin nav hevkêşeyeke neteweyî jî, newekheviyên siyasî, çandî û aborî wê berdewam bin ji ber ku ew ê nikaribin biguherînin wê normatîvîteya nasnameya siyasî ya serwer ku li ser hemû binyadên civakî ku pêşekî didin nasnameyeke diyar lê îdiaya gerdûnîbûnê dike zal e (Radhakrishnan, 2003; Eliassi, 2013). Gerdûnîbûn, ku wek mînak li her dewleta ku kurd lê dijîn nasnameyên faris, tirk an ereb îdia dikin, ‘bi riya amûrên xwaro maro yên veberanîna (investment) ser partikularîteyeke diyar tenê mewcûdiyeteke deynkirî bidest dixe’ (Laclau, 2005:648). Ger em bêjin ewçax bêdewletbûn him adin him berhema netewe-dewletê ye, Vali (1998) pêvajoyên ku encama adiniya kesên bêdewlet dide tarîf dike:

Di rabêja siyasî ya modernîteyê de bêdewletbûn wek meseleyeke mirovayetiyê, ku merhamet, dilşewitandin, birçîtî, tunebûn û bêxanîbûnê tîne bîra mirov, tê dîtin. Ev ji ber vê ye ku dema bêdewletbûn wek rewşeke siyasî û kesê bêdewlet jî “wek kirdeya siyasî” tê hesibandin, tavilê meseleya dijwar a mafan, ku di nav rabêja siyasî ya modernîteyê de di esasê xwe de bi saziya netewe-dewletê û serweriya neteweyî ve girêdayî ye, tîne rojevê (Vali, 1998:85).

Her çiqas bêdewletbûn berhemeke modernîte û netewe-dewletê be jî, gelên bêdewlet wek nasnameyeke modern a siyasî ku gelek caran bi nasnameya neteweyî re tê yeksankirin, nayên qebûlkirin. Ev tenê ne kêmasiyeke binyadî ye lê meseleyeke ku di jiyana rojane de dev ji mirovên bêdewlet bernade, û mirovên bêdewlet nabin perçeyek ji nasnameya serwer ku ew bi zorê hatine daxilkirin (Eliassi, 2013; 2014). Pirsgirêka şexsekî bêdewlet nikare tenê di asta meseleyeke mirovî de bê dîtin, ji ber ku ew berhema vederkirina siyasî ye ku nasnameya serwer tevkariya wê kiriye. Ligel vê, mirovên bêdewlet ne qasî ku Arendt (2004) û Agamben (1998) hewl didin me bidin bawerkirin ne bêhêz in, ji ber ku ên bêdewlet dikarin li ber xwe bidin û heta dikarin zalbûna pergala rûniştî ku nasnameya serwer damezrandibû, hilweşînin. Li gor Rancière (2004), him Arendt him Agamben dema cemserîtiya (polarity) Mafên Mirovan (bêdewlet) û welatiyan (bidewlet) diafirînin ku ‘îhtimal e Xwedê ancex me jê xilas bike’ (Rancière, 2004:302), meyla wan heye ku dafikeke ontolojîk ku dişibe ‘qedera ontolojîk’ biafirînin (Rancière, 2004:301). Li gor Rancière, çalakiya siyasetê di derbarê neliheviyê de ye ku ên bêdewlet du dinyayan dixînin nav yek û eyn dinyayê’ (2004:304). Her wiha siyaseta binavkirinê di peywenda neliheviyê de girîng dibe. Li Îran, Iraq, Sûrî û Tirkiyeyê hêzên serwer, wek mînak, destûr nadin ku kurd dawê li pozisyona bêdewletbûnê bikin ji ber ku gava ku kurd dawe li bêdewletbûnê bikin, ew di nav rediyeya daxilkirina nav gerdûnîbûna wan de xwe wek siyasî û tehdîdek li dijî nasnameyên dewleta serwer ispat dikin:

Navên polîtîk navên bi îhtilaf in, navên ku firehî û fama wan nediyar in û ji ber vê sedemê lazim e bên ceribandin an piştrastkirin. Kirdeyên polîtîk rewşên piştrastkirinê diafirînin. Hêza navên polîtîk, firehiya wan û fama wan diceribînin. Kirdeyên polîtîk tenê bi mafan re hevrû nabin lê rewşên ku tê de mafên wan tê înkar kirin jî hevrû dibin. Ji wan rewşên ku mafên wan maqûl tê dîtin an kengî nayê dîtin, haydar in. Ew wan pêvajo an pêwendiyên ku dikarin bi hewandin an vederkirinê re rû bi rû bimînin, nas dikin (Rancière 2004, 304).

Kurd ji mêj ve li hemberî dewletên li Rojhilat ku ew lê dijîn li ber xwe dane û hê jî didin, ku ev nîşan dide ku gelekî bêdewlet wek komeke xwedî hişmendiya polîtîk û hêzekê ne ku divê hesabê wan bê kirin. Ev nayê wê wateyê ku berxwedan him ji aliyê rabêjî him ji aliyê siyasî ve sînorên wê tuneye ji ber ku hêza serwer gelek caran dikare daxwaz an dengê gelên bêdewlet wek ‘qerapere’, ‘terorîzm’ û ‘cudaxwazî’ red bikin bi sedem ku ew îstikrara siyasî ya neteweyî û pergala herêmî/navneteweyî aciz dikin. Gelên bêdewlet jî û ên bidewlet jî kirdeyên polîtîk in û ev divê wek kolektîvîteyên teqez nên dîtîn lê wek ‘navên li pirsgirêk an îhtilafekê hatine kirin’ bê famkirin (Rancière, 2004:303). Ev eşkere ye ku ên bidewlet bi riya vederkirina binyadî ya ew ên zêde û kirêt tên qebûlkirin, yanê ên bêdewlet, dikarin hebûna xwe nîşan bidin (bnr. Molavi, 2013:36). Lewma tixûbê navbera bêdewlet û bidewletan dibe ciyê siyaset û pêşbaziyê. Ew ev tixûb e ku kurdên bêdewlet ji mêj ve dixwazin hilweşînin an ji nû ve tarîf bikin da ku dawa welatîbûna xweser bikin lê mafên xwe yî çarenûsiya neteweyî an şêwazên din ên xwe-îdarekirinê wek federalîzm û otonomiyê jî biparêzin. Li ser vegotinên 34 kesên ji diyasporayên kurd ên li du welatên ewropî, ez ê analîz bikim ka diyasporayên kurd riyên ku tê de seferber dibin û/an li ber xwe didin çawa dibînin, û di dawiyê de di peywenda bêdewletbûnê de mefhûmên aîdiyeta hevpar çawa problematîze dikin. Bêjedarên min 18 heb jê swêdî ne (neh jin û neh mer), ên brîtanî 16 kes in (deh mêr û şeş jin). Lêkolîn kurdên ji her parçeyên Kurdistanê yên li Îran, Iraq, Turkiye û Sûrî di xwe de dihewîne. Min hevpeyvînên xwe li gor tercîhên bêjedaran bi zaravayên soranî û kurmancî, îngilîzî û swêdî kirin. Hevpeyvîn kesên ji paşxaneyên cuda yên siyasî, çînî û perwerdehî û ji rabirdûyên cuda yên koçberiyê, mînak koçberên qaçax, penaber, ên bi riya zewacê hatine, ên bo yekkirina malbatê û wek penaberên qotayê hatine, di nav xwe de dihewînin. Di nav 18 kurdên ku li Swêdê (Göteborg, Kalmar, Lund, Malmö, Uppsala, Stockholm) bi wan re peyivîm şanzdeh ji wan welatîbûn wergirtibûn, du kesên din jî destûra wan a îkameta dewamî hebû. 16 kurdên li Îngîltereyê jî (London, Manchester û Oxford), deh ji wan welatiyên Brîtanyayê bûn, sê jê welatiyên Yekitiya Ewropayê (YA- du ji wan ji Hollanda û yek ji Belçîkayê bû), du kes destûra wan rûniştinê hebû û yek jî koçberê qaçax bû. Hevpeyvîn piranî bi kurdên koçber ên ‘asayî’ re hatin kirin lê pênc kurdên koçber (sê li Îngîltere, du li Swêdê) ku xwe wek çalakgerê siyasî didan naskirin jî hebûn. Sedema hilbijartina kurdên ‘asayî’ ev e ku ger kesên berdevk û bijare li ser navê diyasporayê bipeyivin, bi riya vegotinên cewherxwaz û mezin ên derbarê diyasporayê de ku ew îdia dikin, dikarin temsiliyeta meşrû ya komê yekdestî bikin (Ragazzi, 2012). Tevî vê, min xwest vê valahiyê tijî bikim û dengê kurdên him ‘asayî’ him ên ‘berdevk’ bihewînim da ku derbarê mijarên bêdewletbûn û nasnameya kurd a neteweyî de aliyên hevpar û cudatiyên potansiyel nîşan bidim.

Ji ber ku kurd ji aliyê dîrokî û siyasî ve li Rohjilata Navîn aîdî komeke zal in, dengên wan î marjinalîzekirî dikare bibe diyalogeke hilberîner ka bê pêwendiyên hewandin û vederkirinê li dinyayeke netewe-dewletan de bi taybetî li Rojhilata Navîn çawa tên sazkirin. Hûrbûna li ser dengên mirovên ‘asayî’ jî dikare gengaz bike ku ‘ji nerîneke hişk wêdetir û ber bi cudatiyeke dualî ya di navbera civak û şexsan de biçe, û wek mekaneke civakî ya veguherîna hiyerarşiyên civakî pratîkên rojane yên şexsan analîz bike. Bijartinên ku di jiyane rojane de tên kirin siyaseta tiştên biçûk pêk tîne’ (Lamont û Mizrachi, 2012:367). A din, deng û gotinên komên marjînalî- zekirî him dikare li hember tixûbên komê ku ji aliyê dewletê wek pergala meşrû ya tiştan hatiye tesdîqkirin, rabe him dikare wan zeximtir jî bike. Analîza van dengan, ji bo em fam bikin ka bê di warê rabêjên dewletê yên derbarê nasnameya neteweyî û pirçandîtiyê de tixûbên komê çawa tên çêkirin û xirakirin (bnr. Lamont û Mizrachi, 2012) jî girîng e. Ji bo azmûnên bêdewletiyê û sazkirina aîdiyeta siyasî bê lêkolandin û analîzkirin, lêkolîneke vebêjî hate pejirandin (Reissman, 2008; Hammack, 2011; Andrews, Squire û Tamboukou, 2013). Vebêj girîng in ji ber ku ew awayên ku em xwe û yên din tarîf dikin (Anthias, 2002; Yuval-Davis, 2011); ‘di nav tevliheviya xwe ya civakî û siyasî de jiyana xwe çawa şîrove dikin’ nîşanî me didin. Vebêj di nav xwe de pêvajoyên şîroveyî jî dihewîne ‘û kapasîteya wê ya şêwandinê wê amade dike da ku bûyerên rabirdû, niha û dahatûyê bi hev re bike yek û nasnameyên takî û kolektîf dirust bike’ (Polletta, 1998:139). Li gor Hammack, girîng e ku mirov wateyên ku şexs didin azmûnên xwe yî hatine jiyandin wek ‘tenê şexsî an idiosyncratic biçûk bike lê divê xwezaya wan a polîtîk bê dîtin, ji ber ku her tim gelek tişt îma dikin ji bo şêwandina qismî ya kategoriyên civakî, û ji ber vê, bo reqabeta civakî’ (Hammack, 2011:213, dûpatkirin di deqa resen de). Ligel van, vebêjên takî ‘zanîna ku dikare statukoya newekhevî, paşkoyîtiya çandî an siyasî, an awayên din ên bêdadiyê tehdîd bike hilberîne (Hammack, 2011:213). Berpirsiyariya vebêjî dikare di nav civaka berfireh de rê li ber nûvehilberandina bêdadî û pergalên siyasî, çandî, aborî û zayendî yên hiyerarşîk jî veke. Vebêjên takî gelek caran tevî nasnameyên kolektîf girêdayî serpêhatiyên şexsî ne ji ber ku mirov gelek caran xwe di ser nasnameyên lêbarkirî û xwe-tarifkirî yên tecrubî yên wek zayendî, etnîk, neteweyî an çînî tarîf dikin.

Wek statuyeke birîndar, bêdewletbûn

Hemû nasname di nav hevbandorî û diyalektîka tarîfkirin û kategorîkirinên hundirîn û derveyî tên sazkirin (Jenkins, 1996). Digel ku dema derbarê nasnameyên wan pirs ji wan tê kirin, gelek koçber bi pirsgirêka xwe-tarîfkirinê re rû bi rû dibin, rewşa bêdewletan bêtir aloz e. Lara[3] ku jineke ciwan e ji başûrê Kurdistanê, li Hollandayê mezin bûye û ji bo xwendinê çûye Îngiltereyê, wek miroveke bêdewlet, pirsgirêka xwe-tarîfkirinê û xwe-pêşkeşkirinê ku di jiyana xwe ya rojana de dijî, nîşan dike:

Em kurd nikarin jiyaneke rihet bijîn ji ber ku nasnameya me her dem xalpirsek e. Dema dewletek te tunebe, nasnameya te û bersivên derbarê nasnameya we jî ji meşruiyetê bêpar e. Ji ber ku tu nikarî bi hêsanî deverekê nîşan bide û bêje ez ji vir im, ev tişten me hene. Tu ne xwedî bersiveke rêkûpêk e ji ber ku realiteya te ji binyadeke zelal bêpar e. Dema tu dibînî her kes aleke wan a naskirî heye, tu xwe de kêmasiyekê dibînî. Dema pêwîst e tu li ser formekî navê welatê xwe yê ku tu ji dayik bûyî an welatê tu jê hatiyî binivîsînî jî tu hîs dikî nasnameyek te biqisûr heye. Gelek caran ez dinivîsînim ku ji Hollandayê me lê dema ciyê jidayikbûnê tê pirsîn, ez mecbûr dimînim Iraq dinivîsînim û ez qet xwe wek Iraqiyekê nabînim /…/ Bêdewletbûn tê wateya gelek pirsan û derbarê nasnameya te de bersivên hêsan tunene. Yanê ger tenê carekê ji te tê pirsîn tu ji kuderê yî, ew ê nebûya pirsgirêk lê ev pirsek e ku niha û di dahatûyê de divê ez gelek caran bi wê re rû bi rû bibim. Wek miroveke bêdewlet, bi vê pirsa dijwar re tu xwe tenê dibînî (jineke 24 salî, ji başûrê Kurdistanê, QY).

Her wiha, ên bêdewlet hewce ye xwe zêde zêde îzeh bike da ku bigêne qonaxekê ku nasnameya wê/wî ku gelek caran nasnameyeke neteweyî an nasnameyeke dewletî ye, bikaribe bê famkirin. Ev nasnameya ‘tê famkirin’ ev kes û komên ku gihiştine welatibûnê û ew yekdestî kirine dike xwedî îmtiyaz ji ber ku nasnameya wan hatiye xarickirin û bêterefiyeke gerdûnî bidest xistiye. Tenê ne ew e ku kesên bêdewlet in ku nikarin bersiveke zelal bidin, gelek caran mecbûr dimînin xwe dikin nav nasnameyeke neteweyî an dewletî, vê nekin jî, an dil nakin xwe tarîf bikin. Ji ber pirba- rekirina pirsa ‘tu ji kuderê yî?’ bêjedar nikarin bi dirêjahî têkevin nav tevliheviya xwe-tarîfkirinê û xwe wek ji Îran, Iraq, Tirkî û Sûrî didin naskirin. Wek ku Lara jî li jor digot, nasnameya ên bêdewlet di dinyaya netewe-dewletan de ji meşrûiyetê bêpar e û nikare zû bi zû derveyî welatîbûn an aîdiyeta netewe-dewletekê bimînin. Tevî vê, kesên bêdewlet di jiyana rojane de bi zehmetiya xwe-tarîfkirinê re rû bi rû dimînin lê di meseleyên burokratîk û sazîmanî jî de ku mirov li gor welatê jidayikbûnê tên tarîfkirin û kes lê nanere ka ev bi dilê wan e an na. Em di dinyayekê de dijîn ku xwedîbûn an aîdiyeta neteweyekê pergaleke rûniştiye û wek pir xwezayî be tê pejirandin. Ger wek bersiva bo pirsa ‘tu ji kuderê yî?’ hûn bêjin ‘neteweya min tuneye’ wê kes guh nede bersiva we û cidî nabînin. Hûn ê wek henekoyî, utopyaxwazekî naîf an acizker bê dîtin (Malešević, 2013:156-157). Çend bejêdaran binxêz kirin ku pirsa derbarê nasnameya mirovekî de wek heqaret an êşdar dibînin. Lana, jineke 24 salî ji Rojhilata Kurdistanê, dibêje li Swêdê her cara ku pirsa derbarê nasnameya wê jê tê pirsîn, wek ku ‘ew dadgehek e ku divê ew masûmiyeta xwe li wir îspat bike’ û her wiha bêdewletbûnê wek ‘sûcekî navlênabe’ binav dike. Kardo binxêz dike ku bêdewletbûn tê wateya xuyanebûna global û dema mirovên bêdewlet rastî tundiya polîtîk tên ev nayê dîtin:

Bêdewletbûn ji kurdan re dibe asteng ku nasname, çand û dîroka xwe biparêzin. Wek şexsekî bêdewlet tu nayê temsîlkirin. Dinya te nabîne. Dema tu rastî karesateke çandî an mirovî tê kes te naparêze. Wexta kurd li Helebceyê ji aliyê dewleta Iraqê hate bomberankirin, kê dikaribû te biparêzî? Hê jî gelek mirov hene ku nizanin di salên 1980yî de bi sedhezaran kurd ji aliyê dewleta Iraqê bi seferberiyen qirkirinê hatine kuştin. Ez pirtûkên Xebatên Aştî û Pevçûnê û pirtûkên derbarê qirkirinê ku 800 rûpel in dixwînim, navê kurdan tenê du caran derbas dibe. Wek mirovekî bêdewlet tu li tu derê tuneye. Hebûna te tenê xalpirsek e. Dema ez li ser bêdewletbûnê difikirim, ez li ser mirovekî ku ji civata navneteweyî hatiye avêtin difikirim. Tu bêhemdî an bihemdî hatiye jibîrkirin, wek neteweyek hebûna te hatiye înkarkirin. (mirovekî 31 salî, ji rojhilata Kurdistanê, Swêd).

Kardo dema mirovên bêdewlet wek ji civata navneteweyî hatibin qewirandin tarîf kir, wî bêdewletbûn di wateya Arenthî (2004:297) de têginkir. Ev jî destnîşan dike ku guhdana nerînê mirovên ku xwe wek bêdewlet tarîf dikin û hesibandina wan a wek qadeke oryantasyona epîstemîk û cîgirtina civakî ku dikare fameke kûr dabîn bike bo têgihiştina awayê dirustbûna dinyayê û saziyên civakî çawa epîstemolojiya komên zal û bihêz ku gihiştine asta dewletbûnê xwedî îmtiyaz dike. Bêdewletbûn, ji ber vê, ne tenê pirsgirêka ne-hebûn an astengkirina hebûnê ye, ew marûzmayina tundiya siyasî û fizikî ya dewleta serwer e jî. A din, dewleta serwer mafên bêdewletan û daxwaza wan î bo nasnameya siyasî ku ji nasnameya serwer cuda ye înkar dikin û kesên bêdewlet wek ‘mirovên xwe’ tarîf dike da ku otorite û şideta xwe ya siyasî li ser navê dewletê meşrû bike. Wek encam, dewlet ji bo ku mirovên li dijî nasnameya dewletê û yekitiya wê ya axê û siyasî wek tehdîd tên dîtin bi awayekî bêemsal ceza bikin rewşên bêemsal bi kar tînin (Agamben 1998). Wek mînak, di salên 1980yan de ji bo seferberiyên komkujiyê yên li dijî kurdan, gelek caran hat gotin ku Sedam Husên ‘xelkê xwe’ dikuje û bi vî awayî kurd kirin bin berpirsiyariya wî û mafên wan ku daxwaza wek gelekî xweser înkar kirin. Dema hebûna siyasî bi hebûna neteweyî û nasnameyên serwer re heman tişt be, mirovê bêdewlet wek der-civakî û wanekekî xirabiyê tê dîtin.

Pir-wateyên welatîbûnê

Rojîn ku xwe wek çalakgereke siyasî tarîf dike û him welatiya Tirkiye û Swêdê ye dibêje gelên bêdewlet bêyî ku nasname, çand û zimanê wan bê naskirin an meşrû bê dîtin di bin siya gelên din de dijîn:

Ez li Swêdê jî li Tirkiyeyê jî welatiyeke ji çîna duyem im. Li Swêdê wek koçber û li Tirkiyeyê wek kurd. /…/ ger dewleta te hebe, ewçax azadiya te heye û hewce nake barê hebûn an ne-hebûna xwe bide ser xwe. Dewleteke kurd wê azadiya kurdbûnê bide min. Wê çaxê kes nikare te dax bike. Dema dewleta te bi xwe hebe, tu nişanî kesên din dide ku tu, zimanê te, çanda te heye. Ya na, tu yê di bin siya gelên din de bijî û li bende be ku tu bê dîtin lê tu kes ne te dibîne ne jî dibihîze ji ber ku tu nikarî hebûna xwe piştrast bikî. Dema dewleta te bi xwe hebe, wek gelekî mafên te, ala te, zagonên te û zimanê te heye (jineke 39 salî, ji bakûrê Kurdistanê, Swêd).

Bêjedar li jor destnîşan dike ku azmûnên wê yên vederkirinê yên li Tirkiye û Swêdê hesta wê ya bêdewletbûnê xurt dike. Ew di nav peywenda du welatîbûnên cuda yên hiyerarşîk de pozisyona jêrîn azmûn dike; li Tirkiyê wek kurd û li Swêdê wek koçber. Wek encam, ev mînakek baş e ku çareseriya bo bêdewletbûnê ji mirov an komekê ne peydakirina welatîbûna fermî ye û bi taybetî ger ew welatîbûn zalbûna komeke diyar ku etnîsîteya xwe bi riya tahakuma siyasî û îdeolojîk kiribe a dewletê, veşêre. Ji bo piraniya bêjedaran, welatîbûna swêdî û brîtanî ji wan re azadî, ewlehî û mafê çûnûhatinê dabîn dikir. Baş jê haydar in ku ev welatîbûn û pasaport li dinyayê rêz ji wan re tê girtin. Dema dihat pirsîn ka welatîbûna brîtanî tê çi wateyê, yek ji bêjedaran qedrê wê wisa tarîf kir:

Ez xwe wek brîtanî nabînim, ji ber ku ez kurd im. Welatîbûnek nasnameya min naguhere. Lê ez pasaporta brîtanî ji bo seyahatê bi kar tînim. Pasaporta brîtanî jiyana te hêsantir dike. Tu li gor dilê xwe dikarî bixebitî. Dilê te kuderê bixwaze, tu dikarî biçî. Ez xwe bi kesên ku li vir dijîn lê destûra wan a mayinê tuneye didim ber hev. Nikarin xaniyekî jî kirê bikin. Xwediyê xênî dixwaze tu nasnameya xwe piştrast bikî. Xelk ji bo kirê odeyekê jî nadinê. Piraniya wan bi pereyekî pir hindik dixebitin. Rojê 12 seatan bi 35 poundî dixebitin. Dema kaxizên te yî zagonî û destûra te ya mayinê hebe, xelk bi te re çêtir tevdigere (Mêrekî 26 salî, ji başûrê Kurdistanê, QY).

Welatîbûn û statuyên legal pir-wateyî ne. Welatîbûn ne şerd e ku wateya aîdbûna nasnamayê bide. Ew rewşa welatî ya di asta global de qedrê pasaportê diyar dike. Hêz û qedrê ku pasaport nîşan dide dikare di dinyaya welatîbûna hiyerarşîk û netewe-dewletên newekhev de azadiya we ya çûnûhatinê bisînor bike an nehêle (bnr. Castles, 2005). Welatiyên Swêd û QY dikarin bêyî wîze ji 170 welatî bêtir bigerin, lê ji bo yên din, welatîbûn ji azadiyê bêtir dibe bar an daxek (Eliassi, 2014). Şexsên bêdewlet ku koçî welatên ewropî yên bihêz kirine û bûne welatiyên wan, welatîbûna ewropayê dibe ku hesta aîdiyetê nede wan lê welatîbûneke pragmatîk ji wan re dabîn dike lê azadiya çûnûhatinê û ewlehiya ku kesên bêdewlet jê mehrûm in dide wan (Mavroudi, 2007). Pasaportên brîtanî û swêdî ji yên iraqî û sûrî gelekî biqîmetir in, ji ber ku wek netewe-dewlet ne di pozisyonên wekhev de ne. Her weha, bêjedar dema xwe bi koçberên qaçax ên ‘tê mêtin’ û ‘bêrûmet’ berawird dikin, di warê mafan de û hurmeta nav civakê de ji qedrê welatîbûn û statuya zagonî haydar in. Ev xuya dike her çiqas ji bêdewletbûnê re ne çare be jî, bidestxistina welatîbûnê têra xwe girîng e.

Bêdewletbûn wek nexwedîbûn û nexuyakirina siyasî

Bêdewletbûn ne tenê pirsgirêkeke nexwedîbûna çand an zimanekî qebûlkirî ye lê ew nexwedîbûna çandî ye jî ku tenê dewletbûn dikare bibe çareseriya wê:

Dema dewletek te bi xwe tunebe, tu dîrok û çanda xwe winda dike. Ên din dikarin dîroka te ji te bistînin û bikin a xwe. Wek mînak, nahêlin ku tu îdia bike ku govendek heye, ew a kurdan e. Hûn dibin wek gelekî hatiye dizîn. Lê ger dewletek te hebe, dewlet dibe wek pirtûkxaneyekê ku tu dikarî tiştên aîdî neteweya xwe li wir biparêze. Di vê pirtûkxaneyê de, tu dizanî nasnameya te çi ye û mafên te çi ne (mêrekî 45 salî, ji rojavayê Kurdistanê-QY).

Her wiha tê qebûlkirin ku dewlet çarçoveya sazîmanî ye ku komek bikaribe tê de geş bibe û nasnameya xwe ya çandî biparêze. Ev rave dike ka çima netewe-dewlet wek mala polîtîk tê dîtin. Gelên bêdewlet di dîrokê de ciyê wan tê înkarkirin û tevkariya wan a bo mirovayetiyê nayê dîtin an tê bêqîmetkirin ku li jor hin bêjedaran anîn ziman. Îdeolojiyên fermî yên Îran, Iraq, Sûrî û Tirkiyeyê kurd kirine nav nasnameyên xwe û ew ji ax û erdnigariya wan ku bikaribin bêjin ev der welatê wan î dîrokî ye, bêpar hiştine. Dema nasnameyên ku pozisyona wan bi awayekî binyadî newekhev bin, di îdiakirina hebûn û tunebûnê de, serdestî û marjînalkirinê de, qebûlkirin û neqebûlkirinê de binavkirin amrazeke navendî ye. Ji ber ku gelên bêdewlet tê ferzkirin ku bênav in, nikarin li ser navê nasnameya xwe dawa mafên xwe bikin û her wiha di civakê de ji hebûna normatîf û madî jî bêpar in.

Dema li ser raperînên siyasî yên li Sûrî dipeyivîn, ji Sûrî penabereke kurd qala zehmetiya îqnakirina koçberên ereb ku li Sûrî di bin rejima Beşar el Esed de kurd û ereb wek hev nayên çewsandin, kir. Gotinên wî hêza rabêjî ya mirovê bêdewlet bo herêmîkirina gerdûnê (Vali, 1998; Isin, 2002; Bosniak 2006; Bilsky, 2008) û bo xuyakirina taybetiya wê ya biîmtiyaz nîşan dike:

Ez bi ereban re nîqaş dikim ku rewşa me ya di bin rejima Esad de ne yek e. Ez ji wan re dibêjim, li Sûrî hûn bi erebî perwerde dibin, telewizyonên we, muzîka we, filimên we, çanda we bi erebî ye, hûn li vî welatî bi kuderê ve biçin hûn dikarin zimanê xwe bipeyivin lê li Sûrî kurd ne tu tiştek e. Em çawa dikarin li Sûrî qala wekheviya navbera ereb û kurdan bikin? Naxwazin fam bikin ka wekhevî çi ye. Ji bo wekhevî bûyîna wek wan, erebbûn e. Wekhevî divê bê wateya mafên wekhev di her qada civakê de (mêrekî 33 salî, ji rojavayê Kurdistanê, Swêd).

Bi gotineke din, bidestxistina wekheviyê bi riya qebûlkirina eynîbûnê ye ku Komara Sûriya Ereb ku lê cudatiyên kurdan li dijî yekitiya wê wek gefeke derveyî tê dîtin, ferz dike. Ger kurd bi awayekî alenî cudatiyên xwe nînin ziman û serdestiya nasnameya ereb a Sûrî bipejirînin, ancex dikarin xwe wek unsûrek meşrû ya civaka Sûrî bidin qebûlkirin.

Nerînên çep û neteweyî di derbarê fikra dewletbûna kurdan de

Her çiqas dewletbûna kurdan ji aliyê piraniya bêjedaran dihate armanckirin jî, hin helwestên antî-dewletî ku li dinyayê hemberî hegemoniya dewletê derdiketin, hebûn. Ev nerîn bêtir ji aliyê kesên çepgir û femînîst dihate bilêvkirin. Divê ev bê binxêzkirin ku çepgrirî û neteweperwerî ne hewce ye li dijî hev bin lê sedema binxêzkirina min a van dengan ev e ku li parçeyên cuda yên Kurdistanê tevgerên kurd ên neteweperwer di navbera neteweperweriya liberal, neteweperwerî, dewletbûn, federalîzm û xweseriya demokratîk tên û diçin. Hana, jineke kurd a 29 salî ji rojavayê Kurdistanê, niha li Londonê dijî, di pozisyoneke wisa de ye. Ji bo Hana, bêyî hewcedariya afirandina dewleteke nû, têkoşîna wê ji bo sosyalîzm, femînîzm û mafên neteweyî ye:

Em kurd hewcedariya me bi bêtir tixûban tuneye. Tixûb tê wateya sîstemek û hefsekê. Em kurd xwe tixûbên me hene Tirkiye, Iraq, Îran û Sûrî. Em wek kurd mafên xwe dixwazin. Kurd li Sûrî xweseriya demokratîk dixwazin. Ez dixwazim dewleteke kurd hebe lê niha ji bo min ev ne pêşekî ye. Armanca min ew e ku bêyî tirsa rejima ereb kengî bixwazim bikaribim zimanê xwe bipeyivim û dibistanên kurdî hebin (jineke 29 salî, rojavayê Kurdistanê, QY).

Ev gotinên li jor retorîka herî dawî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku ji neteweperweriyê ber bi xweseriya demokratîk ve diçe û feminîzm, sosyalîzm, piratiya etnîk û olî diparêze, destnîşan dike. Yekitiya Parastina Gel (PYD), xwişk-partiya PKK a li heremên kurd ên li Sûrî, li wê derê herêmeke xweser ava kirin bi navê Rojava ku nêzî pozisyona siyasî ye ku Hana li jor qal dike. Sakîne jî wek wê, rexne li fikra netewe-dewletê dikir û fikra dewletbûnê bi vî awayî xira dike:

Hebûna netewe-dewletekê him girîng e him ne girîng e. Ji bo wek gel an neteweyekê hebûna xwe biparêzî, divê tu xwedî netewe-dewlet bî. Fikra netewe-dewletê tavilê êriş- kirina nasnameya kurd îcab dike ji ber ku ew kurdan ji nav tarîfa xwe derdixe. Tunebûna netewe-dewleteke kurd bi awayekî otomatîk wek ne-hebûna kurdan tê tarîfkirin. Ji bo tu li vê dinyayê hebî, divê netewe-dewleta te hebe. Kurd dixwazin wek gelekî bên naskirin, ne wek dewletekê. Lê fikra netewe-dewletê fenomeneke modern a ji sedsala 18. û vir de ye û dîrokek wê ya dirêj tuneye ku ev jî tê wê wateyê mirov divê ne mecbûrî netewe-dewletekê an aîdî dewletekê be (jineke 28 salî, ji bakurê Kurdistanê, Swêd).

Retorîka Sakîne ya binyadruxîner nîşan dide ku em dîlên pergala dinyaya netewe-dewletan e lê di heman demê de xwedî-dewletbûnê an aîdbûna netewe-dewletekê red dike. Ev nerîn di nav piraniya kurdên çepgir de berbelav e ji ber ku serê wan tevlihev e ka çawa fikrên çepgir bi mafên neteweyî, dewletbûna kurdan û mafê çarenûsê re bînin ba hev. Lê dîsa, çepgir bi xwe jî nikarin li dinyayê hegemoniya dewlet û tixûban red bikin. Ev di gotinên Nazdarê de jî, ku xwe wek ‘çalakgera elewiya kurd û feminîst’ tarîf dike û li Londonê dijî, xuya dike:

Dizanim ku em kurd dewletek me û welatekî me tuneye. Eşkere ye ku ev me diêşîne ji ber ku em di dinyayekê de dijîn ku tixûb, ax, dewlet û hikumet lê hene. Ger li dinyayê ev hemû tişt li tunebûna, her kes wê jiyaneke azad bijiya. Ez vê dibêjim ji ber ku ez kurdeke bêdewlet im. Bawer nakim miroveke xwedî dewlet tişten ez dibêjim bibêje. Tirk, îngilîz an yekî frensî wan nabêje ji ber ku a wan heye û dixwazin vê biparêzin. Lê wek miroveke bêdewlet, ger tixûb û ax tunebûya dinya wê mukemel bûya. Lê ji ber ku em di dinyayeke wisa dijîn, dizanim wê tu car neguhere (jineke kurd a 32 salî, ji bakurê Kurdistanê, QY).

Hêza siyasî û îdeolojîk ya netewe-dewletê gihiştiye asteke ewqas gerdûnî ku wek parçeyek jêneveger a jiyana mirovatiyê tê dîtin. Rewşa Nazdarê jî nîşanî me dide pergala dinyayê bi kêrî gelên bêdewlet nayê ger gelên bêdewlet dev ji fikra dewletbûnê berdin û dinyayeke bêdewlet texeyul bikin jî. Ev nîşan dide pirsgirêk ew e ku dema retorîka binyadrûxîner çawa dipijiqe ser çavê gelên bêdewlet dema dawa dewletbûnê dikin:

Em li vê dinyayê di nav pergalekê de dijîn ku her kes dewleta wan heye. Hin eşîrên xwedi dewlet hene. Sudana Başûr serbixwe bû. Mafê min jî heye ku dewleta min hebe. Ev biryara min e ku xwedî dewlet bim û naxwazim dengê kesên ji min re dibêjin ez neteweperest im ji ber ku dewleta xwe dixwazim, bê min. Ev dinya ji xwe neteweperwer e îjar çima ez ê ne neteweperwer bim? Neteweyên Yekbûyî jî qebûl dike ku her netewe mafê wan î çarenûsa xwe ya neteweyî tayîn bike, heye. Em tiştekî nû naxwazin, em tiştê ku hemû dinya xwediyê wê ye, wê pir baş nas dikin, dixwazin. Heta ku kurd dewleta wan tunebe, wê her dem di nav belayê de bin (mêrekî 46 salî, ji rojavayê Kurdistanê, QY).

Rûwangeya li jor xwe dispêre hesabkirina siyasî ya pergala dinyayê ku ji aliyê neteweperwerî û netewe-dewletan tê îdarekirin. Di vê nerînê de, afirandina dewleteke kurd li Rojhilata Navîn ji bo ji çewisandina etnîk bireve wek çareserî tê dîtin. Meşruiyeta etnîk-polîtîk a kurdan bo daxwazkirina dewletbûyinê jî zêde dike ji ber ku endamên gelê xwedîdewlet dikarin di heman demê de him ji neteweperweriyê îstifade bikin û him jî bi retorîka binyadrûxîner re eleqedar bibin (Radhakrishnan, 1996:165) dema peyv tê ser daxwazên komên bêdewlet. Heman bêjedarê li jor îdia dikir ku dema dewleteke wî jî çêbû, wê çaxê ew ê bikaribe bi ereb, tirk û farisan re rûne û ji bo Rojhilata Navîn dahatûyeke nû diyar bike, bi hev re tixûbên di navbera neteweyan rakin û Rojhilata Navîneke nû ya wek Yekitiya Ewropayê biafirînin. Ji ber vê digot, vêga pêşekiya wî li Rojhilata Navîn mafên neteweyî yên kurdên çewisandî ye û ji bo bigihêne van jî dewlet şert e.

Nîqaş

Vê gotarê da xuya kir ku bêdewletbûn ne tenê di nav qadeke rabêjî ya neyênî de bi awayekî têgînî tê bicîkirin lê ew azmûnên jiyankirî yên piraniya kurdên bêjedar in ku him di jiyana xwe ya sazîmanî de him a rojane de jiyane. Encamên vê xebatê fikra ku dibêje nasnameyên girêdayî axê an ciyekî di sazkirina aîdiyet û nasnameyên takî û kolektîf de girîngiya wan tuneye, lawaz dike. Digel potansiyela rûwangeyên pişt-neteweyî û kozmopolîtan bo îptalkirina mekanizmayên welatîbûna neteweyî û netewe-dewletê, li Ewropaya Rojava û DY meyl ew e ku serweriya dewletê xurttir bibe (Joppke, 1998; Brubaker, 2004; James, 2014). Shachar (2014:117) binxêz dike ‘wek gotegotên derbarê mirina Mark Twain de, pêşbîniyên mode yên derbarê jiholêrabûna tixûbên welatan û tixûbên endamtiyê pir zêde hatin mezinkirin’. Dibe ku nasnameyên diyasporîk bi ciyan re xwedî pir-têkiliyên xumamî bin, lê ew di navbera ax/cî û çêbûna nasnameyê de qelşekê venake, awayên tarîfkirinê aloztir dike. Her wiha, aliyê ku têgeha bêdewletbûnê ber ve diçe vegotineke aîdiyeta girêdayî axê (Mcnevin, 2007; Redclift, 2013), ku welatîbûn dikare tê de bê sazkirin, pêşkeş dike. Xebatên vê dawiyê nîşan dane ku digel rabêjên postmodern ên derbarê bandorên tuneker an lawazker ên globalizasyonê yên li ser netewe-dewlet û nasnameyên girêdayî axê, erdnigarî hê jî nasnameyên neteweyî dişêwîne û derbarê mekanên siyasî, wek netewe-dewlet, mirov xwedî girêdaniyên hestî û siyasî ne (Kaplan û Herb, 2011; Rembold û Carrier, 2011). Bi heman awayî, dema em bi çavên mirovên asayî binerin, di demokrasiyên lîberal de nasnameyên neteweyî û şanazî lawaz nabin, hêza wan a polîtîk bêtir xurt dibe (Antonsich, 2009). Ev hemû meyl dikarin ji bo gelên bêdewlet ku hebûna wan a siyasî û çandî ne tenê di jiyana rojane de di nav hukuk û adaleta navneteweyî de jî tên lêpirsîn û pirsyarkirin, aciziyeke polîtîk biafirîne. Tunebûna nasnameyeke neteweyî gelek caran wek tunebûna maleke polîtîk a meşrû ku bi netewe-dewletê tê sembolîzekirin, tê hesibandin. Wek ku Radhakrishnan (2012) destnîşan dike, gel an mirovekî bêyî aîdiyeta neteweyî di dinyaya netewe-dewletan de nikare bibe gel an mirovek ji ber ku ‘tam jî li dinyayê fikra malê an limalbûnê bêyî zirxa netewe-dewletê bi temamî dibe tiştekî bêbingeh an xeyalî’ (2012:66). Lewma gelên bêdewlet dîlên pergala dinyaya neteweyî ne ku nikarin bi hêsanî jê derkevin an wek bêjedarekê gotibû: ‘dinya neteweperwer e’. Ev jî vê tîne bîra mirov ku teoriyek ku hewl dide li realiteya gelekî bêdewlet fam bike lazim e du peywirên girîng bide ser milê xwe: ‘ya bi vî halî bibe dîlê vê dinyayê, an bi awayekî naîf û saf bibe dîlê nerînên ku dibêjin “dinya divê bi awayekî din be’” (Radhakrishnan 2003, vi). Ji ber ku dinya ji ber zalbûna siyasî û ideolojîk a modela netewe-dewletê bi awayekî normatîf wek ku ji netewe-dewletan îbaret be tê qebûlkirin, ‘hema hema ne gengaz e ku li derveyî vê orgnizasyona muqtedîr çalakiyek siyasî ya serkeftî û berfireh bê kirin (Malešević, 2013:193). Em li ‘dinyayekê dijîn ku di nav peywenda welatîbûnên hiyerarşîk û pergaleke newekhev a netewe-dewletan de netewetî bûye yekeya normatîf a kolektîvîteyê’ (Castles, 2005) (û) ‘ji aliyê siyasetên neteweperweriyê hatiye dorpêçkirin’ (Radhakrishnan, 2006:103-4). Ji bilî vê, kevneşopa welatîbûna lîberal digel ku pir bi qîmet e ji gazinên polîtîk ên kesên bêdewlet re, wek kurd, bi temamî nikare bibe çare. Girîng e ku statuyeke wekhev a legal hebe lê mînak tenê statuya legal li Îran, Iraq, Sûrî û Tirkiyê kurd wek parçeyek meşrû ya van civakan ku maf gelek caran ji aliyê dewletan ve ji bo pê muxalefeta siyasî ya kurdan biçewsînin wek xêrxwaziya siyasî tê dîtin, têr nake ku mafên xwe yên civakî, çandî û siyasî bi kar bînin. Ji mêj ve kurd bi giştî ne ku tenê bi binyadî û sazîmanî marûzî diskrîmînasyonê mane lê ji ‘azmûnên intersubjektîv[4] ku xwebawerî û jixwerazîbûnê jî bêpar mane ku ev pewîst in bo mirovek hîs bike ku otorîteyek wî/wê heye, dikare wek endameke kamil a civateke siyasî bipeyive (Balaton-Chrimes, 2014:25 dupatkirin di deqa resen de). Tam ew welatîbûna serwer ku li Rojhilata Navîn hatin dayin bo kurdan bûye stratejiyeke siyasî da ku wan di bin gerdûnîbûnên partîkularîze de ku kêrî berjewendiyên siyasî, aborî û çandî yên kurdan nayê, bisenifînin.

Wê demê ger bêdewletbûn ne tenê neyênîkirina welatîbûn/neteweperweriyê be, çi ye? Bêdewletbûn, di cîhana netewe-dewletan de pirsgirêkeke tarîfî dihewîne; di vê cîhanê de mirovekî bêdewlet lazim e ji mirovên xwedîdewlet bêtir xwe îzeh bike. Digel ku neteweyên ciyêxwegirtî xwebawerî dide endamên xwe ku dikarin xwe tarîf bikin û xwe wek gelekî berdewam texeyul bikin (bnr. Billig, 1995:8), gelên bêdewlet him ji vê xwebaweriyê bepar in him di pergala siyasî ya navneteweyî ku di bin nifûza netewetî, dewletparêzî û serweriyê de ye ‘adini’ya wan a siyasî wek zêdebûneke neyênî bi bîra wan tê xistin. Li aliyê din, neteweyên ciyêxwegirtî gelek caran bêyî ku xwe tarîf bikin an bêyî ku wek neteweperwer bên binavkirin dikarin netewetiya xwe bijîn; neteweperwerî wek îdeolojiyeke xeter malê gelên bêdewlet ku dawa netewetî û dewletê ku neteweyên din bi awayekî îronîk ew kirine bin yekdestiya xwe, tê dîtin. Gelek caran tê gotin ku dîrok dîroka serfirazan e û ev di meseleya gelekî bêdewlet de jî rast e ku di pirtûkê dîrokê de ew wek gelên ‘munasib’ cî nagrin. Dema mirovekî bêdewlet di jiyana xwe ya rojane de rastî pirsa ‘tu ji kuderê yî?’ tê, ew bi riya nexşeyan ku gelek car wek şayeseya bêteref a nasnameyên girêdayî axê tên qebûlkirin, nikare hebûna xwe piştrast bike. Dîsa jî, mirovekî bêdewlet li ser nexşeyê dikare ciyekî nîşan bide lê wê nikaribe sînorên wê nîşan bide ji ber ku ew cî ji aliyê NY wek dewlet nehatiye naskirin. Lewma, bêdewletbûn û bêcîbûn ne heman tişt in.

Tevî van, mirovê bêdewlet lazim e wek mamoste an dîroknasekî tevbigere da ku bide ser şopa dîroka gelê xwe û bikole ka çawa hatine vê derê. Ji ber ku mirovê bêdewlet ji maleke polîtîk a diyar an ewle bêpar e, ew ji mafê xwe tarîfkirinê jî bêpar e. Gelên bêdewlet tenê wek nasnameyek nehewce nayên dîtin lê nasname, çand, xwarin, dîrok û hebûna wan ji wan tê stendin, tên tepeserkirin û ji aliyê hêza serwer ku mafê xwe-xuyanîkirin, xwe nasandin an xwe temsîlkirinê yê gelê bêdewletînkar dike, tê bêdengkirin.

Lewma, di vê peywendê de em dikarin fam bikin ka çima neteweyeke ku her tişte wê jê hatiye stendin, gef lê hatiye xwarin û hatiye astengkirin dewletbûnê wek amrazeke girîng dibîne û hemû bala xwe dide ser wê. Ji ber ku haya wan jê heye ku neteweyeke xwedî dewlet dikare di nav sînoren axa xwe de bi hêsanî dengên ku hebûna wê ya muesses red dikin, qut bike, krîmînalîze bike an red bike, hin caran li derveyî sînorên xwe jî dikare van bike. Ji ber vê ne metelhişt e ku neteweyeke hatiye astengkirin û bêdewlet dikare ‘hemû tezahurên dijberiyê ku bandor li nasnameyên wan î “talî” dike wek elametên înkarkirina neteweya xwe şîrove bikin (Bowman, 1994:144).

[1] Ez spasiya Profesor Rajogopalan Radhakrishan dikim ku di axaftina me ya bi riya e-nameyê de derbarê welatîbûna serwer de ez ronî kirim. 9ê Gulana 2014an.

[2] I would like to thank Professor Rajogopalan Radhakrishnan for clarifying this argument about the sovereign citizenship during our personal e-mail correspondence on 9th May 2014.

[3] Hemû bêjedar, ji ber sedemên ewlehiyê navekî mustear li wan hatiye kirin.

[4] Intersubjectîv: di navbera heyberên xwedî hişmendî (wer.)

 

ÇAVKANÎ

Agamben, Giorgio. 1998. Homo Sacer. Sovereign Power and Bare Life. Stanford: Stanford University Press.

Alinia, Minoo û Barzoo Eliassi. 2014. “Temporal And Generational Impact On Identity, Home(- Land) And Politics Of Belonging Among The Kurdish Diaspora.” Nordic Journal of Migration Research. 4(2): 73–81.

Anderson, Benedict. 1992. Long-Distance Nationalism: World Capitalism and the Rise of Identity Politics. Amsterdam: Centre for Asian Studies.

Andrews, Molly, Corine Squire û Maria Tamboukou, eds. 2013. Doing Narrative Research. Los Angeles: Sage Publications.

Antonsich, Marco. 2009. “National identities in the age of globalisation: The case of Western Europe.” National Identities, 11(3): 281-299.

Anthias, Floya. 2002. “Where do I belong? Narrating Collective Identity and Translocational Positionality.” Ethnicities 2(4): 491-514.

Arendt, Hannah. 2004. The Origins of Totalitarianism. New York: Schocken Books. Aziz, Mahir. 2011. The Kurds of Iraq. Ethnonationalism and national identity in Iraqi.Kurdistan. London: I.B. Tauris.

Balaton-Chrimes, Samantha. 2014. “Statelessness, identity cards and citizenship as status in the case of the Nubians of Kenya.” Citizenship Studies 18(1): 15-28.

Bengio, Ofra. 2012. The Kurds of Iraq: Building a State within a State. Boulder: Lynne Rienner.

Billig, Michael. 1995. Banal Nationalism. Los Angeles: Sage.

Bilsky, Leora. 2008. “Citizenship as Mask: Between the Imposter and the Refugee. Constellations 15(1): 72-97.

Blitz, Brad, and Maureen Lynch. 2009. Statelessness and the Benefits of Citizenship. Geneva: Geneva Academy of International Humanitarian Law and Human Rights.

Bosniak, Linda. 2006. The Citizen and the Alien. Dilemma of Contemporary Citizenship. Princeton: Princeton University Press.

Bowman, Glenn. 1994. “’A country of Words’: Conceiving the Palestinian nation.” In The Making of Political Identities, ed. Ernesto Laclau, 138-170. London: Verso. Brubaker, Rogers. 2004. “In the name of the nation: Reflections on nationalism and patriotism.” Citizenship Studies 8(2): 115-127.

Brubaker, Rogers. 2005. “The ‘diaspora’ diaspora.” Ethnic and Racial Studies 28(1): 1-19. Calhoun, Craig. 2007. Nations Matter: Culture, history, and the cosmopolitan dream. London: Routledge.

Castles, Stephen. 2005. “Nation and Empire: Hierarchies of Citizenship in the New Global Order. International Politics 42: 203-224.

Cohen, Robin. 1996. “Diasporas and the Nation-State: From Victims to Challengers.” International Affairs 72(3): 507-520.

Cohen, Robin. 1998. Global Diasporas. An Introduction. London: Routledge.

Cohen, Edward S. 2001. “Globalization and the Boundaries of the State. A Framework for Analyzing the Changing Practice of Sovereignty.” Governance: An International Journal of Policy, Adminstration, and Institutions, 14(1): 75-97.

Conklin, William E. 2014. Statelessness. The Enigma of the International Community. Oxford: Hart Publishing.

Demir, Ipek. 2012. “Battling with Memleket in London: The Kurdish diaspora’s engagement with Turkey.” Ethnic and Migration Studies 38(5): 815-831.

Denise, Natali. 2010. The Kurdish Quasi-State: Development and Dependency in post-Gulf war Iraq. New York: Syracuse University Press.

Du Gay, Paul. 2012. “Leviathan Calling. Some notes on sociological anti-statism and its consequences.” Journal of Sociology, 48(4): 397–409

Eliassi, Barzoo. 2013. Contesting Kurdish Identities in Sweden: Quest for Belonging among Middle Eastern Youth. New York: Palgrave Macmillan.

Eliassi, Barzoo. 2014. “Nationalism, cosmopolitanism and statelessness: An interview wit Craig Calhoun.” Kurdish Studies, 2(1): 61-74.

Gibney, Matthew. 2011. “The rights on non-citizens to membership.” In Statelessness in the European Citizenship. Displaced, undocumented, unwanted, eds. Caroline Sawyer and Brad K. Blitz, 41-68. Cambridge: Cambridge University Press.

Glick Schiller, Nina. 2005. “Long-Distance Nationalism.” In Encyclopedia of Diasporas. Imömigrant and Refugee Cultures around the World, eds. Melvin Ember, Carol R. Ember and Ian Skoggard, 570-580. New York: Kluwer/Plenum.

Hammack, Phillip L. 2011. “Narrative and the Politics of Meaning.” Narrative Inquiry 21(2): 311-318.

Hayden, Patrick. 2005. “From Exclusion to Containment: Arendt, Sovereign Power, and Statelessness.” Societies Without Borders 3(2): 248-269.

Ignatieff, Michael. 2009. True Patriot Love. Four Generations in Search of Canada. Viking Canada

Isin, Engin F. 2002. “Ways of being political.” Distinktion: Scandinavian Journal of Social Theory 3(1): 7-28.

Isin, Engin F. 2010. “Citizens without Nations.” Environment and Planning D: Society and Space 30(3): 450-467.

James, Paul. 2014. “Faces of globalization and the borders of states: from asylum seekers to citizens.” Citizenship Studies 18(2): 208-223.

Jenkins, Richard. 1996. Social Identity. New York: Routledge.

Joppke, Christian. 1998. “Why Liberal States Accept Unwanted Immigration.” World Politics, 50(2): 266-293.

Kaplan, David, H. and Guntram, Herb. 2011. “How geography shapes National Identities.” National Identities, 13(4): 349-360.

Kastoryano, Riva. 2004. “Transnational Nationalism: Redefining Nation and Territory.” In

Identities, Affiliations, and Allegiances, eds. Seyla Benhabib, Ian Shapiro and Danilo Petranović, 159-178. New York: Cambridge University Press.

Khalidi, Rashid. 2010. Palestinian Identity. The Construction of Modern National Consciousness. New York: Columbia University Press.

Khayati, Khalid û Magnus Dahlstedt. 2014. “Diaspora Formation Among Kurds In Sweden Transborder citizenship and politics of belonging.” Nordic Journal of Migration Research 4(2): 57-64.

Kenny, Kevin. 2013. Diaspora. A Very Short Introduction. Oxford: Oxford University Press. Laclau, Ernesto. 2006. “Why Constructing a People is the Main Task of Radical Politics.” Critical Inquiry 32(4): 646-680.

Lamont, Michèle û Nissim Mizrachi. 2012. “Ordinary people doing extraordinary things: responses to stigmatization in comparative perspective.” Ethnic and Racial Studies 35 (3): 365-381.

Malešević, Sinisa. 2013. Nation-states and Nationalisms. Cambridge: Polity.

Manly, Mark û Laura van Waas. 2014. “The State of Statelessness Research: A Human Rights Imperative.” Tilburg Law Review 19(1-2) 3-10.

Mavroudi, Elizabeth. 2008. “Palestinians and pragmatic citizenship: negotiating relationships between citizenship and national identity in diaspora.” Geoforum, 39(1): 307-318.

Molavi, Shourideh C. 2013. Stateless Citizenship: The Palestinian-Arab Citizens of Israel. Leiden: Brill.

McNevin, Anne. 2007. “Irregular migrants, neoliberal geographies and spatial frontiers of ‘the political’.” Review of International Studies, 33(4): 655-674.

Mügge, Liza. 2012. “Ideologies of nationhood in sending-state transnationalism: Comparing Surinam and Turkey.” Ethnicities 13(3): 338-358.

Polletta, Francesca. 1998. “’It was like a Fever…’ Narrative and Identity in Social Protest. Social Problems 45(2): 137-159.

Radhakrishnan, Rajogopalan. 1996. Diasporic Mediations. Between Home and Location. Minneapolis: University of Minnesota Press.

Radhakrishnan, Rajogopalan. 2003. Theory in an Uneven World. Malden: Blackwell Publishing.

Radhakrishnan, Rajogopalan. 2006. “When Is Democracy Political?” boundary 33(3): 103-122.

Radhakrishnan, Rajogopalan. 2012. A Said Dictionary. Wiley-Blackwell: New Delhi. Ragazzi, Francesco. 2012. “Diaspora: The Politics of Its Meanings.” International Political Sociology 6(1): 107-111.

Rancière, Jacques. 2004. “Who Is the Subject of the Rights of Man?” South Atlantic Quarterly 103(2-3): 297-310.

Redclift, Victoria. 2013. Statelessness and Citizenship. Camps and the Creation of Political Space. London: Routledge.

Reissman, Catherine Kohler. 2008. Narrative Methods for the Human Sciences. Los Angeles: Sage Publications.

Rembold, Elfie and Peter Carrier. 2011. “Space and identity: Constructions of national identities in an age of globalisation.” National Identities, 13(4): 361-377.

Shachar, Ayelet. 2009. The Birthright Lottery. Citizenship and Global Inequality. Cambridge: Harvard University Press.

Shachar, Ayelet. 2014. “Introduction: Citizenship and the ‘Right to Have Rights’.” Citizenship Studies 18(2): 114-124.

Şenay, Banu. 2013.”Seeing for the state: Kemalist long-distance nationalism in Australia.” Nations and Nationalism 19(2): 376-394.

Sheffer, Gabriel. 2003. Diaspora Politics. At Home Abroad. New York: Cambridge University Press.

Skrbiš, Zlatko. 1999. Long-Distance Nationalism: Diasporas, Homelands and Identities. Aldershot: Ashgate.

Somers, Margaret R. 2008. Genealogies of Citizenship. Markets, Statelessness, and the Right to Have Rights. Cambridge: Cambridge University Press.

Staples, Kelly. 2012. Retheorising Statelessnesss: A Background Theory of Membership in World Politics. Edinburgh: Edinburgh University Press.

Stevens, Jacqueline. 2010. States without Nations. Citizenship for Mortals. New York: Columbia University Press.

Tejel, Jordi. 2009. Syria’s Kurds: History, Politics and Society. London: Routledge.

Vali, Abbas. 1998. “The Kurds and their ‘Others’: Fragmented identity and fragmented politics.” Comparative studies of South Asia, Africa and the Middle East VIII(2): 82-95. Antwerp: Intersentia.

Wahlbeck, Östen. 1999. Kurdish Diasporas. A Comparative Study of Kurdish Refugee Communities. London: Macmillan.

Walzer, Michael. 1981. Spheres of Justice: A Defense of Pluralism and Equality. Oxford: Basil Blackwell.

Yuval-Davis, Nira. 2011. The Politics of Belonging. Intersectional Contestations. Los Angeles: Sage.

Share.

Leave A Reply