Polîtîkayên Tirkkirinê di Serdema Komara Tirkiyeyê de: Ne-Misilman û Kurd*

MÎRZA BARAN

Puxte: Dema Komara Tirkiyeyê ji mîrateyên Impatatoriya Osmanî vediqete, wek ku ji nav jî diyar kiriye, dewleta tirkan wê bi sîstemeke nû ya polîtîk wê bi rê ve birin ku jê re dibêjin Komar. Ji bo avakirin û qewînkirina van herdu hêmanên netew dewletê -Komar û Tirkbûn- hewceyî bi nasnaveke homojen, bi “em”eke sêwirandî heye ku tê de hemî komên ne-tirk divê werin tirkkirin bi rêya pratîkên curbecur. Ji bo pêkanîna vê yekê, komên ne-misilman ên mîna rûm, ermen û cihû di ser nasnava ne-muslimantiyê re, kurd jî her çiqas misilman bin jî lê ji ber ku di nav dewletê de koma herî mezin û ya ne-tirk ew bûn, ew jî bi heman rêbazan re rû be rû dimînin ku ew rêbazên dewletê wek pêngaveke esasî tên qebûlkirin ji bo asîmîlekirin û helandina komên-netirk di nav tirkbûnê de. Ev polîtîka -ku bi tundî û biêş li ser komên ne-tirkan hatine sepandin, ku dewlet wan wek tehdîd qebûl dike li hember homojeniya sîstema nû -ji pratîkên perwerdehiyê bigre heya leşkeriyê, ji jiyana rojane heya jiyana aborî xwe didin der, ligel bi hezaran deformasyon û êşên civakî û polîtîk di nav van koman de.

Peyvên Sereke: Polîtîkayên tirkkirinê, adin, kêmarên ne-misliman, kurd

Destpêk

Mirov di nav her şert û mercan de pêdiviyeke mecburî û ebedî ya bi “adin” dibîne, ji psîkanalîzê heya civaknasiyê, ji dîroknûsiyê heya wêjeyê di nav gelek disîplînan de heqê vê kirûyê (olgu) tê dayîn. Takekesek, civatek, cimeatek an jî komek etnîkî ji bo ku karibe hebûna xwe ava bike, pênase bike an jî wateyekê lê bike, arezûyeke kûr û aloz ji bo hebûna “adin” hest dike. Kokên vê arezûyê di hemû xalên xwetiya (benlik) takekesî an jî ya komî de giraniya xwe dide hîsandin. Dîskûrên li ser adin û di heman katê de adin li hemberî takekes û komê saz dikin, di eslê xwe de, tiştên bi awayekî neyekser li ser “em”ê ne, ku an rasterast nayên gotin an jî nikarin werin gotin. Em bi awayekî vekirî bibêjin, hemû çîrok û vegotinên derbarê adin de ji vegotina adin bêtir vegotina me ye û qala kî-bûna me dike. Ji ber vê yekê jî nasnavên sêwirandî (muhayyel) tevna xwe di vê xalê de, li ser têgihiştina xwe ya li ser adinê pêk tîne.

Nasnavên sêwirandî mîna nosyonên piranî-kêmarî ligel zêdebûna têgehên modernist her ku ber bi şolîtiyê ve diçin û her wiha jî di nav cîhana postmodern de nîqaşa vê yekê jî bilind dibe ku ji gelek hêlan ve hewcehî bi têgeh û pênaseyên nû hene. Ev wekî valahîyeke tijenebûyî li ber me disekine. Her çiqas ev kirûyên piranî-kêmarî di nav vê xebatê de wekî têgehên jimarî bibin jî, em ê wan têgehan li gor pozîsyona koman an jî cimeatan bi kar bînin ku li dijî û ligel têkiliya desthiladariyê xwe saz bikin an jî tên sazkirin; bêguman ligel vê yekê jî em vê rastiyê jî piştguh nakin ku nasnavên neteweyî bi avabûyina xwe sêwirandî ne (Anderson 2004: 20). [1] Taliya talî komek dibe ku wekî nifûs gelejimar be jî, dawiya dawî li hemberî serdestan dema wekî “adin” bê bicîkirin rasterast dikeve statuya kêmariyê (Oran 2005: 26). Ji bilî van, dema em behsa têgeha bicîbûyî (otokton) dikin, em vê rastiyê pişt guh nakin ku gelek endamên komên qalkirî di raboriya xwe de xwemaliyên kom û etnîsîteyên cuda bûn. Komên curbecur ên etnikî bi sedan sal e bi hev re jiyane, di nav hev de kelijîne ji ber vêya jî di encama vê kelijandinê de piştî çend nifşan kesên ermen aniha bûn tirk an jî kurd; kesên rum aniha bûn ermen, an kesên kurd bûn tirk an jî berovajiya wan. Ev jî baş nîşan dide ku nasnavên neteweyî çiqasî guherbar in. Di nav vê guherînê de her çiqas cihê jiyanên hevpar hebe jî, bandora desthilatiya rêveberiyên ceberut jî xuya ye. Lê belê ev têgehên han -piranî, kêmarî, otoktonî hwd.- dema di nav deqê de tên bikaranîn, bi şerha rastiya nasnavên sêwirandî, em ê li gor wateyên wan ên wê demê an îroyîn bi kar bînin.

Di rewşa dijberiya “adin” û “em”ê de, hêza desthilat bi ferzkirina zimanê xwe, sazûmana xwe ya sembolîk ya li ser adinê, “adineke” bêziman, bêdeng û bêderbirîn diafirîne. Ev rewşa neaxaftinê him berê me dide têgeha „Rastî” ya Lacan, ku binê weqayeke patolojîk û rasteqîner xêz dike; him jî di navbera têkiliya minorî û majorî de behsa jêrdestiyeke bêziman û mehkumî neaxaftinê destnîşan dike.[2] Dema Spîvak qala neaxaftina jêrdestê dike, diyar dike ku ev kiryara axaftinê ne tenê pêvajoyeke zimanî ye, di heman demê de hêlên wê yên guhdariyê jî heye; ew kesê ku dipeyive nikare xwe bide guhdarkirin û tiştê wî/ê dike madûn/jêrdest jî ew e (Spivak 1996: 289 û 292). [3]

Taliyê ji ber sedemên jorîn, di nav vê xebatê de jî wê bê dîtin, ne-misilman û kurd li hemberî dewletê, ango siyaseta desthilat wekî “adin” hatine pênasekirin û loma jî derbarê çi-bûn û nebûna dewletê/hêzên desthilat de û li ser piçkeyên wan wekî “kirûyek” hatine derbirîn. Ji ber vê yekê, dema em li ser van koman, li ser pratîk û polîtikayên li hemberî wan diaxifin, lazim e em li ser pratîkên “sepandî” bipeyvin, lazim e li hemberî vê “subjebûna” desthilat misogeriya pozîsyona wan a objebûnê jî wekî rastiyeke li holê bipeyivin. Di vê xebatê de em ê piranî li ser pratîkên dewletê biaxivin ku li dij wan du komên cuda lê di heman katê de li ber çavê dewletê komên wekhev hatine sepandin. Di beşa encam û nirxandinê de, em ê hewl bidin nîşan bidin ku di encama polîtîkayên sepandî ên li dijî van her du koman em rastî çi cure şibîn û cudahiyan tên û di vê peywendê de em ê bibînin têgehên netew-dewlet, neteweperwerî û jêrdestiyê gihane ku, çi ji me kêm kirine, çi li me zêde kirine.

Pêkhateyên tirkbûnê

Dema Împaratoriya Osmanî wekî dewleteke pirnetewe û pirolî hilweşiya û Komara Tirkiye (KT) li cihê wê rûnişt, modeleke nû ya dewletê, wekî netewe-dewlet li ser xaka Anadolê zîl da. Her çiqas netewe-dewleta nû di sala 1923an de hate damezrandin jî esil bingeha xwe, tuxmên wê beriya wê demeke dirêj dest pê kiribû. Hişyarbûna tirkbûnê bi Jontirkan dest pê dike, lê wê bi Ittihat û Terakkiyê (IT) cihê xwe bigre, dûre bi demê re hêlîna xwe çê bike, xwe di “qonaxa awêneyê” (mirror stage) de heps bike û bi vê yekê re di neynikê de bes li xwe dinêre, hebûna xwe tenê di binesaziyeke homojen de hest bike. Di dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê û beriya wê de ji xwe rûm û ermen mohrkirî bûn, li pey KTê ev komên han cihên xwe yên mohrkirî bêtirî sabît kirin. Wekî çareserî jî bi komkujî, koçkirin (tehcîr) û pevguherînên nifûsî (mubadele) re pratîkên êşdar hatine pêşkêşkirin (Akar, 170). Bi destpêkirina şerê Balkanan re rûm û ermeniyan piştgiriya xwe ya bo ITyê ji paş ve kişandin. Ermeniyan baweriya xwe pê anîn ku pirsgirêka ermeniyan divê di nav qadeke navneteweyî de were çareserkirin; rûman jî piştgirî dan “megali idea”ya yewnanan. Ev yek wekî mahne hatin dîtin ku IT awirên xwe berdan ser ne-misilmanan, pê re jî ev ji bo destpêkirina sepanên tirkkirinê bûn zemînek, her ku çû jî meyla wan çû ser neteweperestiya tirkî, ji bo homojenkirina Anadolê li gel polîtikayên koçkirin û pevguherînê jî bala xwe dan polîtîkayên tirkkirinê ên mîna aborî, ziman, perwerdehî (Keyder 2010: 81-92 û Okutan 2009: 51-2). Loma her çiqas di pratîkê de em van polîtîkayên li dijî ne-misilmanan wekî ya serdema Komara Tirkiyeyê bixwînin jî, em baş dizanin ku ev polîtîkayên han ji bo wê serdemê ne nû ne; lê ji bo KT ji serdema Ittihat û Terakkî ve mîratek e maye.

Di destpêkê de damezrînerên dewleta nû, kemalîstan behsa “sînorên neteweyî” dikirin, dûre ev têgeh cihê xwe ji “desthilatdariya neteweyî” re hişt (Göktürk 2004: 114). Bi vê guherînê re pirsên mîna “ev netewe neteweyek çawan e? ji kîjan pêkhateyan pêk tê?” bêtir ketin rojevê. Kemalîstan baş pê dizanibûn ku li gor konsepta dewleta nû, bêguman bi bandora trawmayên dewleta Osmanî ve, divê tîpeke nû ya tirkan biafirînin (Ahmad 2002: 97). Di serî de Mustafa Kemal pê re jî “teorîsyenên neteweyî (ên neteweya tirk)” ên mîna Ziya Gökalp, Yusuf Akçura, Ahmet Ağaoğlu, Halil Nimetullah Öztürk, Mahmut Esat Bozkurt û Hamdullah Suphi Tanrıöver ji bo pirs(girêk)a “tirkbûn çi ye” gelek pênase danîne. Hin pênaseyên di nav wan de wiha ne: yekitiya çandê, mefkûreyeke hevpar, rabirdûyeke hevpar, oleke hevpar, yekitiya zimên, xebatên ji bo tirkîtiyê û hwd… Hin ji wan teorîsyenan ji van pênaseyan çend hebên wan bi kar anîne, hinan jî qet behsa van nekirine (wekî oleke hevpar).[4]

Yekemîn makezagona KTê (Makezagona 1924an) di xala 88an de pênaseya hemwelatiyê wisa dike: “Li Tirkiyeyê bêyî cudakirinên ol û nijadê ji hêla hemwelatiyê ve ji her kesî re ‘tirk’ tê gotin.” Lê belê dema mirov ji bo dahatûya dewletê li polîtîkayên wê binêre ku li ser ne-misilman û kurdan sepandiye, wê xweş bibîne ku rastî ne wiha ye. Ger em cardin vegerin pênaseya “tirk”, em ê bibînin ku têgeheke hevpar a van hemû teorîsyenan heye, ew jî zimanê hevpar, yanî tirkî ye ku ev netew-dewleta nûavabûyî xwe li ser vê bingehê bilind dike û homojeniya xwe jî li ser vê yekê saz dike. Di vê çarçoveya qalkirî de dema em li axaftina Mustafa Kemal a li Edeneyê binêrin, em ê xweştir bibînin ku têgihiştin û fahma dewletê di derbarê tirkbûn û welatîbûnê de çi ye.

Yek ji wesfên herî eşkere ya miletan ziman e. Mirovê ku bibêje ez ji miletê tirkan im, berî her tiştî û teqez divê tirkî bipeyive. Lê belê li Edenê bi xwe ji bîst hezarî zêdetir kes hene ku tirkî naaxifin. Ger Ocaxa tirkan (Türk Ocağı) rê li ber vê yekê negire, xort û hemû saziyên civakî, siyasî yên tirkan li hemberî vê rewşê bêhest bimîne, ev rewşa hanê ku sed sal e didome wê hê bi sedan salên din jî dibe ku bidome. Dê encama vê yekê çi be? Di rojeke xerab de ev mirov, bi mirovên din re ku bi zimanekî din dipeyivin dê dest bidin hev û dibe ku li dijî me tevbigerin.[5]

Hamit Bozarslan diyar dike ku ev îfade bi awayekî vekirî armanca KTê ya esasî diyar dike ku ew jî asîmîlekirina mirovên netirk e. Bi vê yekê re, tirkîaxaftin wekî hinceteke tirkbûnê tê dîtin, her wekî din bi vê pêvajoyê re jî fikreke din peyda dibe ku cihê kesên tirkî-ne-axêv jî di nav miletê tirk de nîne (Balçık 2003: 783). Ji avakirina KTê û pê ve asîmîlasyon bi navê xwe yê din “polîtîkayên tirkkirinê”, wan kesên ji olên din û ên ku di peymana Lozanê de wekî kêmar hatine pênasekirin, kêmarên rûm, ermen û cihûyan ji xwe re kirin armanc. Ligel vê yekê hêmanên ne-misilman; suryan, keldan û êzîdî jî para xwe ji van polîtîkayan wergirtine. Lê ji ber çarçoveya vê nivîsê ya sînorkirî, em ê nîqaşa xwe tenê li ser polîtîkayên li ser ne-misilmanan bidomînin ku ji aliyê Lozanê wek kêmar hatine qebûlkirin. Kurd her çiqas bi tirkan re ji heman olê bin, misilman bin jî; ji ber ku koka wan a etnikî ne yek e û zimanekî din diaxivin ew jî wê para xwe ji van polîtîkayan werbigrin. Wek ku li jor jî me qal kir, stûna tirkbûnê ziman e, û ew ziman jî wê bibe çeka esasî ya polîtîkayên tirkkirinê. A pêşîn ew polîtîkayên tirkkirinê yên li dijî ne-misilman û kurdan, ji sala 1923an heya navîna 1950yan dê di vê çarçoveyê de werin nirxandin, û wek ku li jor jî qalkirî ye, di beşa encamê de şibîn û cudahiya wan dê bên berawirdkirin.

  1. Polîtîkayên sepandî ên li ser ne-misilmanan

Di peymana Lozanê de ku 24ê Tîrmeha 1923an de hatiye imzekirin bes sê komên ne-misilman ên dîrokî (rûm, ermen û cihû) di nav pênaseya kêmariyê de cih girtine.

Li gor peymanê hin mafên etnikî yên van kêmaran di nav vê peymanê de hatine parastin. Okutan di pirtûka xwe ya Tek Parti Döneminde Azınlık Politikaları de diyar dike ku mafên mîna olî, zimanî û perwerdehî yên komên rûm, ermen û cihûyan di serdema Osmaniyan de hebûn û ew maf bi Lozanê re cardin hatin birêkûpêkkirin û tu cudahiya wan li gor esasên Pergala Osmanî ya Miletan tunebûye. Ligel vê yekê, beriya vê peymanê hemî komên ne-misilman dikaribûn ji Pergala Osmanî ya Miletan sûdê werbigrin lê aniha ev maf tenê bi van her sê koman ve sînordayî ne, derbarê komên ji bilî wan de tu sazûmanî nehatiye kirin (73). Loma jî ev guherîn ji bo ne-misilmanên Anadolê diyar e ku ne qencî ne.

Wek me berê jî diyar kir, li pey hilweşîna dewleta Osmanî, projeya homojenkirina axên Anadolê û “paqijkirina ji xetereyên navxweyî” ji netew-dewleta nûavabûyî re bû polîtîkaya sereke. Di destpêkê de dewletê baweriya xwe bi tirkbûyîna ne-misilmanan anî û bi esasa ku bivênevêya tirkbûnê axaftina zimanê hevpar e dest bi polîtîkayên xwe yên li ser vê esasê kir. Lê dûre dema dewleta tirk dibîne ku ne-misilman wê asîmîle nebin, dev ji wê polîtîkaya pişaftinê ber dide, bi polîtîkayên din re wekî bi tirs revandin, koçkirin ango îskana mecburî xwest xwe bigihîne wê arezûya nifûsa homojen. Armanca bikaranîna peyva “tirkkirinê“ ewqas zêde tenê ji bo nîşandayîna vê yekê ye: nasnava etnikî ya tirk û zimanê tirkî ji perwerdehiyê heya hiquqê, ji hiquqê heya jiyana bazirganîyê, ji jiyana bazirganîyê heya jiyana rojane, heya sikak û malan li her derî giraniya xwe û desthilatiya xwe wê bi awayekî şid û xurt saz bike (Aktar 2010:101). Lê belê di çarçoveya polîtîkayên li ser kurdan de divê em vê yekê dupat bikin ku ji bo nasnava tirkî “ol” pêkhateyeke girîng e û ev ji bo kurdan di riya “tirkbûnê” de gaveke girîng e. Niha em ê bi awayekî pratîk li van polîtîkayên dewletê binêrin ku ji hêla kêmaran ve li ser perwerdehî, bazirganî û jiyana rojane çi têsîr di jiyana wan de hiştine.

A.1: Tirkkirina jiyana perwerdehiyê

Dewleta nûavabûyî, di gelek waran de reform pêk anî her wekî di warê perwerdehiyê de jî reformên girîng û bingehîn pêk anîn. Di nav van reforman da ya herî balkêş tirkkirina mekteban û avêtina kiraseke “millî” ya li ser perwerdehiyê ye (Bali 2010: 185). Dewleta ku baş dizanîbû perwerdehî di têşegirtina neteweyê de çiqas girîng e, di 20ê gulana 1923an de, li mektebên kêmaran her ku wekî “hêlîna xiyanetê“ dihatin dîtin, dersên mîna tirkî, dîrok û erdnigarî “çanda hevpar” dupat dikirin, ji dêvla mamosteyên kêmaran wê ferz kir ku mamosteyên Wezaretê fêrdariyê bikin û ev ders gişt bi tirkî bên kirin. Di nav biryaran de tiştên wiha jî hebûn ku meaşên wan mamosteyan dê bilind bibe û ev meaş ne ji aliyê dewletê ve lê ji aliyê mektebên kêmaran ve bi xwe bên dayîn (187). Bi vê yekê re, tenê astengî li ber jiyana perwerdehiyê ya kêmaran negirtin, di heman katê de barê aborî jî dan ser milê kêmaran. Mektebên ku nekaribûn meaşên mamosteyan bidin yek bi yek mecbûr man hatin girtin.

Di 3ê Adara 1924an de bi zagona Tevhîd-î Tedrîsatê hemû mekteb bi Wekaleta Maarîfê ve tên girêdan, li gor laîkbûnê hemû sembolên olî jî tên qedexekirin. Di piraniya dersan de mecburî datînin ders bi tirkî bin û mektebên kêmaran carcaran duçarî miameleyên kêfî dibin. Ji bo hemû mamosteyên ne-tirk ên di mektebên kêmaran de dişuxilin, heya tîrmeha 1927an mecburiyeta derbaskirina azmûna tirkî datînin. Mamosteyên ku di wê azmûnê de serneketin ji kar tên avêtin. Dîsa di vê riyê de dîsa biryarên din tên qebûlkirin ku heke xwendekarên di azmûna tirkî de bi ser nekevin wê pola heyî dubare bikin, mektebên ku bi qestî dersên tirk kêm bihêlin an jî piştguh bikin jî wê werin girtin (191). Jiyana perwerdehiyê ji bo kêmaran êdî derbasî pêvajoyeke zehmettir û dijwartir dibe. Di sala 1914an de bes li mektebên ruman 300.000 xwendekar hebûn, lê di sala 1928an de di tevahiya mektebên kêmaran de ev hejmar digihişt 17.329 kesan. Ne tenê polîtîkayên tirkkirina jiyana perwerdehiyê di vê kêmbûnê de sedem e, axirê di heman demê de hêviya pêşerojê ya kêmaran jî bi dewleta nûavabûyî gelek qels û metirsîdar dibe, ku di rastiyê de ev jî di vê kêmbûnê de xwe xwedan rolek e (193). Di dema salên sîhî de ku ji bo tirkkirinê salên herî xurt bûn, di sala 1935an de biryar dan ku tirkî bibe tekane zimanê perwerdehiyê li seranserê dewletê. Lê wê têr nekir, di demeke kin de ferz kirin ku divê di hemû mektebên kêmaran de gerînendeyekî “xwerû tirk” hebe, û pê re ragihandin ku kîjan mekteb vê yekê qebûl neke wê were girtin. Dû re Wekaleta Maarîfê dev ji vê biryarê ber dide û gerînendeyên alîkar tayîn dike da ku mufredata perwerdehiyê, sepanên rêveberî û aborî kontrol bikin (307). Bi vî awayî dewlet li ser mekteban kontrol û venêrîna xwe saz dike û ji ber tirsên xwe ên berê ji dewra dawiya osmaniyan, rê li ber karên mîna dijayetiya tirkan û dewleta tirk digre û di heman demê de jî hewl dide wan mekteban wekî mekanên jiyandin û sepandina ziman û çanda tirkî saz bike. Her wekî din ferz dikin ku hemû tomarên mektebê bi tirkî werin qeydkirin, wesîkayên mîna dîploma û pesendnameyan bi tirkî bên nivîsin û kesên ku van mekteban kuta kirin û dixwazin derbasî zaningehên tirkan bin divê ji azmûnên kamilbûnê derbas bibin ên di lîseyên fermî ên tirkan de (314).

A.2: Tirkkirina jiyana rojane

Di jiyana rojane ya kêmaran de, di sikak û kargehan de tirkî-neaxaftina wan ji bo nasnava tirkî û tirkbûna wan wekî “xetereyek” dihat dîtin. Hewcedariya tirkkirina zimên dibe ku herî zêde di vir de xwe rû da. Loma di vê xalê de hin biryar hatin girtin û sepandin. Qempanyayeke bi navê “Vatandaş Turkçe konuş [hemwelatîno bi tirkî bipeyvin!]” jî hingê ket nav rûpela dîrokê ku Darülfünun Hukuk Fakültesi

Talebe Cemiyeti [Cimeata Xwendekarên Fakulteya Darulfinûn ya Hiqûqê] di 13ê Çileya Paşîn a 1928an de di kongreya xwe ya salane de biryar da ku qempanyayeke bi vî rengî bê avakirin ku axaftina tirkî li ser her kesî ferz bike, jixwe wek tê zanîn wê di pêş de gelek xurttir were sepandin û heya navîna salên 60î her û her dubare bibe (135). Em rastî van sepanên han piranî li cihên wisa tên ku komên kêmaran tê de zêdetir in, li bajarên mîna Bursa, Îzmîr, herêma Trakyayê, Mêrsin, Stenbol her wekî din li bajarên ku kurd û ereb lê dijîn jî.

Di Tîrmeha 1925an de şaredariya Bursayê biryar dide ku “axaftina tirkî mecburî ye” û di çarçoveya vê biryarê de kesên ku bi tirkî nepeyivin cezayê pere li wan tê birîn (108). Bi heman awayî, di mijara axaftina tirkî de bertekên herî mezin li Îzmîrê derket -ku di dikanan de tabelayên pirzimanî hebûn, jiyaneke priçandî û kozmopolît lê bû û navê wê jî kiribûn “îzmîra fille”. Ocaxên Tirk pê re tabelayan dike tirkî û ji bo ku di nav gel de jî ev yek belav bibe heyetek ava dike. Beyannameyan li hin derên bajaran darda dikin, ji bo ku gel tirkî fêr bibe kurs û fêrgehan vedikin (108-9). Li Stenbolê jî Cimeata Xwendekarên Fakulteya Darulfinûn ya Hiqûqê jî ligel tevkariya Ocaxên Tirk tabelayên dadiliqînin ku tê de axaftina tirkî pêşniyar dikin û derbarê vê yekê de jî biryar digrin da li mekteban konferansan li dar bixin. Lê ev têr nake, di ber de nîqaş jî dikin ku bila cimaetên kêmaran jî hin pêşgavên girîng bigrin ji bo belavkirin û berfirehkirina axaftina tirkî. Her çiqas kêmaran li hember vê yekê bertek, protesto, cih bi cih şer kiribin jî, ev yek bi awayekî hatine çepisandin û tahldeya li ser wan jî her çûye hatiye zêdekirin. Her ku kêmaran jî di raya giştî, di sikak û kolanan de xwe dûrî zimanê xwe kiribin jî bi tevahî ev asîmîlasyon li ser kêmaran bi ser neketiye (131-148).

Li gel hemû bertek û dijderketina kêmaran, li hêleke din hin cimeatên kêmaran jî bi awayekî çalak tevlî van qempanyayan dibin. Yeşua Elnekave, ji bo ku di nav cihûyan de tirkî berbelavtir bibe komîsyonekê ava dike, di vê çarçoveyê de jî hin rêgezan datîne, han dide ku tirkî ji malan, ji raya giştî bigre heya waazên olî li her derê berbelavtir bibe (133, têbinî: 278). Lê belê ji cimeata cihûyan, yek ji wan kesên navdar ên ideolojiya tirkîtiyê Moiz Kohen an jî bi navê xwe yê din Munis Tekin Alp ji cimeata xwe re 10 fermanên navdar diweşîne:

  • Navan bikin tirkî.
  • Tirkî bipeyivin.
  • Di havrayan de qe nebe hin diayên xwe bi tirkî bikin.
  • Mektebên xwe bikin tirkî.
  • Zarokên xwe bişînin mektebên welatî.
  • Tevlî karên welêt bibin.
  • Bi tirkan re têkilî deynin.

41

Giyana cimeatê ji kokê rakin.
Di warê aboriya millî de tiştê ket ser milê we bikin. Heqên xwe bizanibin. [6]

Li pey axaftina Atatürk a li Edenê di nav cimeatên cihûyan de —Îzmîr, Mîlas, Gelîbolu, Edîrne û hwd. Yekeyên tirkîaxaftinê yek bi yek yek saz dibin. Cihûyên li Edenê, Diyarbekir, Enqerê û cihên mîna wan biryar didin ku êdî bi tirkî bipeyivin (158-181). Ji bilî berbelavkirina axaftina tirkî, di vî warî de hin pratîkên din ên tirkkirinê jî hatine sepandin: navên bajar, gund û deverên netirkî hatin guhertin, di sala 1934an de zagona paşnavan derket pê re paşnavên eşîr, milet û nijadên biyanî hatin qedexekirin (Güven 2005: 90).

A.3: Tirkkirina jiyana aborî

Li pey avakirina Komarê, di wê serdema nû de ku her tişt ber bi “millîbûnê” ve diçe, di jiyana aborî de jî pêkhateyên nû û guherînên bingehîn pêk tên. Ev karên ku wekî “neteweperestiya aborî” tên binavkirin (Aktar 2010: 113-4) ji xwe re millîkirin û tirkkirina sermiyan û piyaseya kedê kiribû armanc. Weku Mustafa Kemal li Kongreya Aborî ya Îzmîrê, di 17ê Sibata 1923an de diyar dike: “ji bo serxwebûneke tam ev rê li ber me ye: divê desthilata millî, bi desthilata aborî were xurtkirin” (Bali 2010: 202-203), bi vê gotinê re armanc û mebesta girîngiya millîkirina jiyana aborî ya dewleta nû eşkere û zelaltir dike.

Di sala 1922an de ku Milli Türk Ticaret Birliği [Yekitiya Millî ya Bazirganîyê ya Tirkî] dikeve şuxlê, armanca xwe wisa diyar dike ku li Stenbolê valahiya bazirganîyê divê bi tucarên tirk were dagirtin, di sektorên mîna fînans û bankageriya welêt de karsazên tirk cihekî qewîn bigrin û bi vê yekê re jî di mijara tirkkirina jiyana aborî de pêşengiyê dike. Di wê serdemê de li gor encama raporên sîxurî ya bazirganîyê ya Yekitiya Millî ya Bazirganiyê ya Tirkî, li Stenbolê 4267 kargeh tên tespîtkirin, ji van kargehan tenê 1202 heb ên tirkan in û ji vê yekê jî xuya dike ku di kar û kargehên di piyaseya kar û kedê de bi giranî kêmar serdest in (200-202). Di 10ê Nîsana 1926an de li Meclîsê bi jimara 805ê zagona “di kargehên aborî de mecburiyeta axaftina tirkî“ dertê û li xelkê ferx dike ku “di hundirê Tirkiyeyê de her cure lênûskên miamele, mukavele, mûxabere û hisabê mecbur e bi tirkî bên girtin” (Aktar 2010: 117). Bi vê yekê re, ji ber ku pevnûsîn bes bi tirkî tê kirin, diyar dikin ku di benqa û firmayên biyaniyan de ji sedî heft û pêncê wan divê tirk bin (Bali 2010: 214) gelek kargeh û şîrketên biyaniyan dikevin rewşeke dijwar, dest pê dikin mirovan ji kar derdixin. Tenê heya sala 1926an 5 hezar rûm ji kar tên derxistin (Güven 2005: 86). Di paşxaneya vê yekê de li gel hêrs û kerba rabûrdî ya li ser kêmaran, tiştên din jî hene mîna di çarçoveya netew-dewletê de avakirina nifûseke “homojen”, aboriyeke millî jî, herwiha ji ber ku Tirkiye wekî dewleteke nû ji şer derketî bû, gelek hemwelatiyên bêkar hebûn ku teze ji leşkeriyê vegeriyabûn û ji wan re divê kar jî bihata peydakirin. Di encamê de di şûna kêmarên ne-misilman ên ji kar derketî tirk dixin karan. 18ê Adara 1926an, bi jimara 788 Zagona Karmendan dertê, di xala çaran (4) de ji bo karmendiyê şerta tirkbûnê tê danîn. Heya 1965an ku ev zagon di şuxlê de dimîne, bi vî rengî rê li ber ne-misilmanan tê girtin ku nebin karmend (Aktar 2010: 119-121).

Di 4ê Hezîrana 1932an de zagona bi jimara 2007an tê qebûlkirin û pê re hin qedexeyên pîşeyan li ser kêmaran tên sazkirin. Wênegirî, berberî, dergevanî, xemalî, şifêrtî, karmendên telefona santralê, sîmsarî, tercûmanî û rêberiya biyaniyan hwd. karên wiha di nav van pîşeyan de ne. Yek ji wan sedemên li ser qedexebûna van karan jî balkêş e ku ev pîşeyên ji bo ewlehiya raya giştî girîng in û hemû jî ji bo sîxuriyê pîşeyên guncan in (121-26). Li gor xala pêncemîn a zagona qalkirî, pêşîn di nav şeş mehan de, dû re ligel hin guhertinan di nav salekê de, dû re jî di nav du salan de li wan hatiye ferzkirin ku dev ji karên xwe berdin. Piştî qedexeyên pîşeyan, pîşeyên gelek endamên kêmaran ji destê wan têne wergirtin û ew jî neçar dibin terkî welat dibin (125-26).

Li gor Zagona Parêzeriyê -bi mêjûya 1924an- dosyayên hemû parêzerên li ser Baroya Stenbolê qeydkirî ne di çav re derbas dikin û nêzî 530 heb destûrnameyên parêzeran tê betalkirin. Esasa “xwedan exlaqeke baş” tê pejirandin di betalkirina wan destûrnameyan de. Ji bilî wê, li gor zagona Dermanfiroş û Derbarê Dermanfiroşan de -bi mêjûya 1927- li cihên ku nifûsa wan li ser deh hezaran e ji her deh hezaran re dermanfiroşek tê tespîtkirin û bi wî awayî gelek destûrnameyên dermanfiroşan betal dibin. Piraniya dermanfiroşên tên girtin aîdê kêmaran in (Bali 2010: 225 û 218-19).

Di destpêka salên 1940an de, dema şerê duyemîn a cîhanê de bûyerek diqewîme ku armanca wê ya bingehîn astengkirina milê 5an (5. kol) ê kêmaran bû lê li gor Rifat Bali ev yek bixwe jî tirkkirina jiyana aborî ji xwe re kiribû armanc. Ew bûyer, di Gulana 1941an de, bi navê “20 Kur’a İhtiyatlar olayı” rû dide ku zilamên kêmaran ên navbera 25 û 45 saliyan digrin leşkeriyê. Bi wî awayî zilamên kêmaran ji Stenbol û Trakyayê tên dûrxistin û şandin kampên seyyar ku li cihên mîna Yozgat, Qonya, Eskîşehîr, Kandıra, Kûtahya, Meletî, Denîzlî û Afyonê vebûne. Ev zilam her çiqas bi navê leşkeriyê hatibin girtin jî, leşkerî nakin, lê di karên curbecur ên mîna rêçêkirinê de dişixulin. Li gor Rifat Bali sê sedemên bingehîn ên vê bûyerê hebûn:

43

  • Ji bo demekê hemwelatiyên ne-misilman ji bazirganîyê dûr bikin, wan qels bikin da bi vê yekê re jî wê zayîna burjuwaya tirkî hêsantir bikin.
  • Ji ber ku baweriya wan bi ne-misilmanan nayê, dema Tirkiye bikeve şer rê li ber çalakiyên muxtemel ên milê 5an (beşinci kol) bigrin.
  • Li gor daxwazên Naziyan ku ew dem ji Wekaleta Xarîciyê dikirin, wê kêmaran di kampan de enterne bikin. (408-423)

Ne-misilmanên ku li gor Yirmi Kur’ayê girtibûn leşkeriyê di 27ê Tîrmeha 1942an de vegeriyan malên xwe, lê belê di nav demeke kin, du mehan de ji bo kêmaran bûyerek dijwar û giran, ango Zagona Baca “Varlik [Hebûn]ê» diqewime. Di salên Şerê Duyemîn ê Cîhanê de dema dewlet di nav qeyrana aborî ya herî giran de ma, berê xwe da kêmaran; ji bo pereyên zêde bixe bin bacê, kêmasiyên butçeyê temam bike, aboriya welêt cardin tekûz bike di 11ê Kanûna Pêşîn a 1942an de Zagona Baca “Varlik [Hebûn]ê” bi jimara 3305ê dixe şuxlê. Şükrü Saraçoğlu di wê serdemê de serokwezîr bû, hingê di Îlona 1942an de, li Meclîsê û di nav koma CHPê de hevdîtin pêk tên derbarê vê mijarê de. Beriya ku zagon derkeve, ji hêla Teşkîlata Emniyeta Millî mohrkirina ne-misilmanan dest pê dike, agahiya sixûrî ya mal û milkên ne-misilmanan dikevin qeydê. Ev zagon ne tenê ji hêla aborî lê ji hêla siyasî ve jî mohra xwe li dîroka Tirkiyeyê dixe (Akar 2000: 53). Mikelefên bacan di bin çar beşan de tên senifandin: M (Misilman), N (Ne-misliman), B (Bav-fille) û B (Biyanî). Li ser bikaranîna sepandina Baca Varlikê, ji bo ku bê diyar kirin ka kê çiqas bac bide komîsyon tên avakirin. Endamên komîsyonên şeşkesî ji van kesan pêk tê: Serokên Milkî ya Herêmê, defterdar an jî gerînendeyê maliyê (mal müdürü) û berpirsên ji rêxistinên pîşeyî. Ji bo ku komîsyon baca berpirsan diyar bikin 15 roj didin wan, tu îtîraz li hemberî van biryaran nayên pejirandin. Li pey teblîxkirina bacan, mikellef divê di nav 15 rojan de deynên xwe bidin, kesên ku nedin ew ê hecz deynin ser milkên wan û dê şuxlê îcrayê bikin. Lê heke bermilkê wan têra deynê wan neke, biryareke wiha digrin ku karên leşkerî ne tê de, wê karên giştî an jî ên şaredariyê bikin (68-74). Bi hilawistina lîsteyên bacan û sepandina wan, eşkere dibe ku bac tenê ji bo kêmaran e. Kesên ne-misilman û bav-file li gor misilmanan zêdetir bacê didin. Kesên ku baca xwe nikarin bidin bo kampên şuxlan ên li Aşkale û Sîvrîhîsarê ve tên şandin (Bali 2010: 434-5). Ev sepana neheq ji hêla çapemeniya wê demê ve jî tê parastin û wekî sepaneke heq tê nîşandan (436-37). Li gor îstatîstîkên wê demê, ji ber sedema Baca Varlikê nêzî tevahiya milkên firotî an ya kêmaran e an jî ya wan şîrketan e ku kêmar şîrîkên wan in. Pê re jî ji sedî 67,7ê wan koma misilman/tirkan e ku ew milkên firotinê stendine. Dema mirov bala xwe dide vê agahiyê, asta veguherîna aborî û îktîsadî ji mebesta vê zagonê bi awayekî eşkere tê fahmkirin (Aktar 2010: 200-6). Ev zagon nêzî

16 mehan di şuxlê de dimîne, bi mêjûya 15.3.1944 û bi jimara 4530 zagona “Varlık Vergisi Bekayasının Terkine Dair Kanun” [Zagona Derbarê Betalkirina Bekaya Baca Varlikê] ji holê radibe û deynê bacan jî tên jêbirin ên ku heya wê demê nehatine dayîn (Akar 2000: 155). Ev zagona ku ji xwe re rûm, ermen û cihûyan kiriye armanc û bi ser de jî kesên bav-fille jê bêpar nehiştiye, ji bo ku “millîbûn” bi temamî pêk were, di mijara “desthilatiyeke aborî” de hebûna xwe dide peytandin û wekî gaveke girîng cihê xwe digre. Wekî din, cara ewil hemû kêmarên ne-tirk û ne-misilman wekî blokek tên mexdurkirin (9).

A.4: Polîtîkayên îskânê

Kêmarên ne-misilmanan ên derveyî Stenbolê, ên ku li derdorê Anadolê dijîn ji bo ewlehiya dewletê xeter û wekî rewşeke talûke tên dîtin. Di vê çarçoveyê de ji bo kêmaran di destpêk û salên navîn yê 20eyî de qedexeya çûna derî Stenbolê tê danîn. Dîsa di vê çarçoveyê de di 14ê Hezîrana 1934an de bi jimara 2510 Zagona Îskanê tê derxistin, lê şeş meh beriya wê, ermeniyên Anadola navîn neqlî Stenbolê dikin. Dû re bi derketine zagona îskanê ku cihûyên Trakyayê jî ji xwe re wê bike armanc, Bûyerên Trakyayê ên sala 1934an rû didin (Güven 2005:103-6). Bi vê yekê re hemû endamên kêmaran li Stenbolê kom dikin û kontrolkirina wan jî hêsantir û guncavtir dibe.

Di dema rêveberiya Yek Partî de (CHP) pirsgirêka sereke pirsgirêka ewlehiyê bû, loma di 25ê Hezîrana 1927an de bi hinceta “Umum Müfettişlik Teşkiline Dair Kanun” [Zagona Derbarê Avakirina Mifetişiyên Ûmûmî] hat diyarkirin ku Mifetişiyên Ûmûmî tenê li herêmên ku hewcehî pê heye dikarin saz bibin û bi kesên xwedan wê misyonê karin bên birêvebirin. Trakya jî di nav van herêman de ye. Bi vî rengî di sala 1934an de bi tayînkirina Kazım Dirik re Mifetişiya Ûmûmî ya Nimre 2yan tê sazkirin û ji bo ku nifûsa ne-misilmanên herêmê kêm bike dest bi çalakiyan dike (Yayman 2011: 82-87).

Wê demê, şerekî mezin li benda Ewropayê bû, Tirkiye jî ji Almanyayê bêtir ji polîtîkayên Îtalyayê ên emperyalîst û dirokî ên bi navê “mare nostrum [behra me]”, xwe di bin xetereyan de hest dikir. Li hemberî gefên Îtalyanan ên ku dê ji ser Balkanan bihata, herêma Trakya cihekî stratejîk bû û cimeata cihûyan jî li wê derê dijiyan ku dikaribûn faaliyetên milê 5an (5. Kol) û sixûriyan pêk bînin. Ji xeynî wê, ewrên antisemitizmê li ser asîmanên Ewropayê digerin û bivênevê ew polîtîka bandor li Tirkiye jî dike. Di sala 1934an de li Stenbolê ji hêla Cevat Rifat Atilhan ve kovara bi navê Milli İnkılâp tê weşandin ku ew kovar weşaneke dijiminatiya cihûyan dike, li dijî cihûyên Trakyayê qempanyayek pêk tîne û bi vê erkê li Tirkiyeyê di veguhastina antîsemîtîzma ewropayê de roleke xwedan bandor dilîze. Di bin vê asoya giran de, li hemberê cihûyên ku bazirganiya herêmê di destê wan de bû pêşîn li Çeneqale, dûre di nav çend rojan de jî li Edîrne ûs Kirklarelî, li hemû erdnigariya Trakyayê bi awayekî boykotên bazirganiyê dikin, gef li wan dixwin. Pişt re bûyerên esasî li hin cihan -Kirklarelî, Luleburgaz, Edîrne, Babaeskî, Uzunkoprû, Çeneqale û Gelîboluyê- di heman demê de dest pê dike. Di encama êrîş û talanan de bi hezaran cihû ji bo ku xwe rizgar bikin ber bi Stenbolê ve direvin.

Ayhan Aktar diyar dike ku her çiqas rola çavkaniyên derveyîn û kovarên antîsemîtîk ên mîna Milli İnkılâpê û her wekî din a rêveberiyên herêmî di bûyerên Trakyayê de hebin jî, ya soxî pêvajoya çalakkirina bûyeran, birêvebirina wê û ji holêrakirina bandorên wê yên xerab mixabin bi agahî û beralîkirina rêveberiya Enqerê pêk hatiye (Aktar 2010: 71-99).

Dema rejima Yek Partiyî bi dawî dibe û jiyana pir partiyî dest pê dike, Demokrat Partî ji bo kêmaran dibe hêviyek. Lê rewşa heyî bi demê re diguhere û berovajiya wê hema ber bi xerabiyê ve diçe. Bûyerên 6-7ê Îlonê ku di dîroka KTê de dijwariya herî xerab e ku hatiye serê kêmaran, piştî 21 salên li ser bûyerên 1934an ên Trakyayê ku ji gelek hêlan ve ew her du bûyer dişibîn hev, di sala 1955an de di desthilatiya Demokrat Partî de diqewimin.

Dema salên 1950î tê, piştî ku Îngîlîstan ji Qibrisê vedikişe ji bo Tirkiyeyê êdî pirsgirêkeke bi navê Qibrisê peyda dibe. Meseleya Qibrisê bi demê re rageşiyek di nav têkiliyên tirk û yewnanan de derdixe holê û bi vê yekê re jî çewisandinên Tirkiyeyê ên li ser kêmarên rûm zêdetir dibin. Ji nav rojnameyên tirkî de bi serkêşiya Hurriyetê, çapemeniya tirkî her tim mijara Qibrisê dixe rojevê (Macar 2004:196). Ji bo çareserkirina aloziyên meseleya Qibrisê di Îlona 1955an de li Londonê konferansek pêk tê. Çapemeniya tirkî jî nûçeyek çêdike ku li gor wê, li Qibrisê li ser tirkan dê qetliamek bê kirin. Bi vê yekê re têkiliyên rageştir ên navbera tirk û yewnanan de bi nûçeya İstanbul Ekspresê xerabtir dibe ku rojname di 6ê Îlona 1955an de di nûçeya xwe de dibêje ku mala Ataturk ya li Selanîkê hatiye bombekirin. Beriya wê, şeva 5ê Îlonê ji derveyê Stenbolê bi kamyonan mirov tînin Stenbolê. Ji berê de sazûmaneke pilankirî li dar e. Komeleya “Qibris Tirk e”, hikumet piştgirî dida wê, roleke sereke digre di van bûyeran de (Bozarslan 2008: 82). Rojên 6-7ê Îlonê nemaze li ser rûman û helbet li ser kêmarên din jî, li ser mal, dikan, dêr û gorên wan êrîş tên kirin, êrîşî mirovan jî dikin. Di encama van êrîşan de 73 dêr, 1 sînagog, 8 ayazma, 2 manastir, 2 goristan, 21 febrîqe, 26 mekteb, 5 klûbên werzîşê, 1004 xanî, 4348 dikan, 27 dermanfiroş û laboratuar, 110 lokanta-qehwexane-otêl tê rûxandin (Macar 2004: 196-7). Li gor raporekê wek tê zenkirin ku di sala 1944an de hatiye amadekirin, êdî hatiye fahmkirin ku ew ê nikaribin kêmaran bikin tirk, ji wê pê ve polîtîkayên kêmkirina nifûsa ne-misilmanan û koçkirina van koman dikevin pêş. Guncan e mirov bûyerên 6-7ê Îlonê di pêwendiya vê raporê de zelaltir fam bike, ku ew rapor bo Sekreteriya Giştî ya CHPê re hatibû pêşkêşkirin (Bali: 538-41).

  1. Polîtîkayên sepandî ên li ser kurdan

Piştî ku axên Dewleta Alî ya Osmanî ji destê wê çûn û dewlet hilweşiya ji Qafqas û Balqanan berev Anadolê bi rêjeke bilind nifûsa misilmanan dest bi koçê kir. Piştî komkujiya Ermenan û Pevguherîna Nifûsê ya tirk û yewnanan, Tirkiyeya 1920î ji hêla nifûsê piranî tirk be jî, bû welatekî misilman î pir-etnikî. Di nav vê piraniya misilmanan de nifûsa herî mezin a “ne-tirk”, kurd in ku li rojhilat û rojhilata başûrê Tirkiyeyê dijîn (Çağaptay 2007: 88-90), ango Kurdistana Bakur ku di nav sînorên Tirkiyeyê de maye. Wekî din ji nav van komên misilmanan de dîsa ya herî zehmet e bê asîmîlekirin dîsa kurd in. Ligel gelek sedeman; li gor Baskın Oran sedemên esasî ev in: nifûsa zêde û li gor erdnigarî belavbûna nifûsê, dijwariya erdnigarî, şêweya hilberînê û otoktonî (niştecihî). Kurd li gorî kêmarên din ên misilman him wekî jimar gelek in, him jî li herêmekê diyar dijîn ku tê de hejmara herî zêde ya wan e. Ji ber şert û mercên erdnigarî (dûrbûna ji behrê, çiyabûna wê) entegresyona wan a çandî û aborî jî zehmettir dibe. Bi şêweya hilberînê ya berî kapîtalîzmê re ji herêmên din ên welêt dûr dimînin. Xelkên otokton (niştecih) ên Anadolê ne, di mekanên xwe yên dîrokî de dijîn. Ji ber van hemû sedeman derbarê nasnav û neteweperestiyê de ji misilmanên din bi awayekî cuda tevgeriyan (Oran: 60). Herwiha hemû sedemên jorîn gengaz kirin ku kurd li hemberî polîtîkayên tirkkirinê berxwedaneke xurt nîşan bidin, bi salan xwe li hember ragrin û çanda xwe biparêzin.

Ji bo damezrînerên KTê arîşeya herî mezin serhildanên kurdan bû, yanî kurd bixwe bûn. Di salên 1920î û 30î seraqet kurd serî hildidan, û ev rewşa han jî biqasî “Kurtuluş Savaşi” li ser polîtîkayên navxweyî bandor kirin (Tunçay: 134). Di sala 1925an de Serhildana Şêx Seîdê Kal di polîtîkaya kurdî ya KTê de wekî mîladek tê hesibandin. Kurd ji sala 1925an heya 1937an 18 car serî hildan (Yayman: 55). Dewleta nû hebûna kurdan înkar kir, ji bo ku mezinbûn û meşruiyeta desthilatî ya nasnava tirkî bide qebûlkirin, ji dêvla peyvên kurd û Kurdistanê, “Tirkên Çiyayî” û “Rojhilat/Şerq” bi kar anîn (Karlsson:134). Wekî encam jî li ser kurdan polîtîkayên çewisandin û asîmîlasyonê xistin şuxlê. Dema derbasî pergala pir-partiyî bûn, li hemberî partiyên din CHP wekî partiyeke wisa hat binavkirin ku li kurdan zordestî dike, mafên wan pêpes dike. Demokrat Partî bala xwe da vê yekê, xwest ku hinek be jî zordestiyên li ser kurdan sivik bike û piştgiriya wan werbigre. Dema Demokrat Partî hat ser hukmê, wek ya ne-misilmanan, nava xwe û ya kurdan jî xweş kir, bi vê yekê re hukumeta DPê serokên kurdan ên herêmî bi aliyê xwe ve kişand. Hingê rewşa kurdan li gor berê baştir dibe, kontrolên leşkerî kêm dibin, destûr didin wan girêgirên kurdan vegerin ku di sala 1930î de sirgunî rojavaya Tirkiyê bûbûn. Bi vê yekê re bo kurtedemekê pirsgirêka kurdî tê girtin û heya salên 1960î serdemeke bêdeng dest pê dike (Yeğen: 134).

B.1: Polîtîkayên îskânê

Di zagonên navbera salên 1920î û 30î de derketine navê kurdan wekî “xelkê eşîrî yê ne-tirkîaxêv” an jî “mirovên ku çanda tirkî qebul nakin” derbas dibûn û dîsa ew kurdên ku gelê herî kevn ê Anadolê bûn li hemberî polîtîkayên tirkkirinê, li ser axa netew-dewleta nû ya ku konsepta yek zimanî û yek çandî, ku wekî çarçoveyeke homejenkirinê danî ber xwe, astengiya herî mezin bûn (Çağaptay: 101). Di vir de lazim e em lê zêde bikin ku di raporên amadekirî ên wê demê de diyar dibe, polîtîkayên îskanê ne tenê ji bo kurdên li herêmê dijîn lê di heman demê de ji bo ermen, suryan û keldaniyên herêmê jî hatine sazkirin ku wan ji herêmê derxînin (Yayman: 75,77).

Dewlet hay jê bû ku asîmîlekirina kurdan li ser axa wan pir zehmet e û ne pêkan e, ji bo ku wan tev de asîmîle bike, ango bi gotineke din bike tirk; polîtîkaya îskanê xist şuxlê. Jixwe pêngava ewil hema rasterast li pey serhildana Şêx Seîd hatibû danîn, sirgûnkirina malbatên serhildêr û merivên wan li rojavayê Tirkiyeyê bû (Yeğen: 64). Ji bilî tevdîrên leşkerî bo tepisandina kurdên sereqat serîhildidan, tirkkirina herêmî jî hate pêşniyazkirin. Di vê çarçoveyê de di salên navbera 1925 û 1930an de ji hêla “Mifetişiyên Ûmûmî” ve biqasî deh heb raportên navxweyî hatin amadekirin. Li gor van raporan, divê kurd ji ser xaka xwe bên sirgunkirin û koloniyên tirkan li wir bên bicîkirin, bi vê yekê re jî herêm ji kurdan bên paqijkirin (Bozarslan 2008: 64). Bi vê yekê re bêyî ku navê kurdan bidin, dijî kurdan di sala 1934an de, berê me di mijara kêmaran de behs kiribû, Zagona Îskanê derdikeve û diyar dike ku bi taybetî divê “ew kesên ku tu têkiliya wan bi çanda tirkî re nîne”, ber bi cihên cur be cur ên welêt ve werine koçkirin û belavkirin (Karlsson: 136). Ev polîtîkayên ku dixwestin li ser kurdan tetbîq bikin, wek ku me di mijara kêmaran de jî dîtibû, pêşîn beriya zagonê li ser ermeniyan, dûre piştî ku zagon derket jî di bûyerên Trakyayê de li ser cihûyan hatin ceribandin. Beriya Zagona Îskanê, di sala 1930an de Wezîrê Karên Derve, Aras, li Cenevreyê, ji Nûnerê Brîtanî ya Cemiyeta Miletan re derbarê kurdan de wiha dibêje: “Polîtîkaya hukumeta tirkan a li ser kurdan, aniha ji dagirkirineke leşkerî bo sazkirina sazûmaniyê û ji bêçekkirina nifûsê pêk tê. Di dahatûyê de, mêtingeriyeke dijwar pêkan e ku kurdan bi girseyî di nav nifûsa tirkan de bifetisîne” (Çağaptay: 97).

Di salên 1920î de piranî bi mebesta ku hêmanên serhildêr bitepisînin serî li îskana zordarî ya kurdan hat dayîn. Lê di salên 1930î de jî ji ber ku etnîsîte û endeziyariya nifûsê cihekî girîng zevt dikir di avakirina tirkbûnê de, xwestin polîtîkayên îskanê bixin şuxlê. Lê belê li gel van hemû hewlan, ji ber ku polîtîkaya asîmîlasyonê ya KTê qels bû û aborî têrê nedikir serketina van polîtîkayan ji sedî sed pêkan nebû (Yeğen: 14).

B.2: Tirkkirina jiyana rojane û perwerdehiyê

Di peymana Lozanê de mafê perwerdehiyê tenê ji bo kêmarên rûm, ermen û cihûyan tê dayîn. Tevî ereb, boşneq û lazên ku misilmanên xwedan nasnavên cuda ên etnikî ne û kurd jî bi heman nasnavên cudabûnê û di ser de jî ji hêla nifûse ve li Anadolê gelê herî mezin ên niştecî ye ji mafên xwe yên perwerdehiyê bêpar hatin hiştin. Jixwe medreseyên ku di herêmên kurdan de perwerdehiyên bi kurdî didan jî hatibûn girtin (Malmîsanij: 13-4).[7] Ji bilî van, weku di mijara kêmaran de jî borî, armanca sereke ya KTê tirkbûn û ferzkirina zimanê tirkî li ser gelên ne-tirk, ne-misilman û tevî wan jî li kurdan bû û li gor vê armancê dewlet li herêmê lez dide çalakiyên perwerdehî û fêrkariya zimên (Karlsson: 137).[8]

Kurdî piştî 1925an li gund û bajaran nebe jî li hin navçeyan bi riya şaredariyan tê qedexekirin. Di salên 1930î de hin şaredariyên wê demê li ser her peyveke kurdî cezayê pereyan didin (Oran: 108). Tirkîkirina paşnavan, navên cih û waran, qedexekirina navên kurdan ku li zarokên xwe deynin hin ji van tevdîran in (Yeğen: 67). Ji ber vê rewşa zordestiyê heya sala 1948an tu rojname û kovarên bi kurdî nehatin weşandin. Ji 1923an heya 1965an tenê du heb pirtûkên kurdî tên weşandin û ew jî bi tîpên erebî, pirtûkên olî ne (Malmîsanij: 47). Li pey serhildana Şêx Seîdê Kal, dewlet çavê xwe da ser kurdan û pê re sê cure raportên cuda hatin amadekirin: raportên bo amadehiya “Şark Islahat Planı” [Plana Islahata Şerqê], raportên islahiya Dersîmê, û raportên ku li ser pirsgirêk kurdî hûr dibin (Yayman: 63). Piraniya van raporan ji hêla “Mifetişiyên Ûmûmî” tên amadekirin ku me berê jî behsa armanca damezrandina wan mifetişiyan kiribû û dê di pêş de ev sazî vebiguhere û bibe OHAL [Herêma Rewşa Neasayî]. 24ê Îlona 1925an, Plana Islahata Şerqê ji aliyê Komîteya Wezîran ve tê qebulkirin û tê sepandin. Plana Islahata Şerqê ku îskana kurdan a bi darê zorê û bi riya mektebên şevînî tirkkirina kurdan dabû pêşiya xwe, di hemû xebatên mijara pirsgirêka kurdan de bû çavkaniya sereke. Vê serdemê gelek xebatên ku hatine kirin şêweyeke cuda ya vê planê bixwe ye. Loma jî xebata bingehîn ya ku angaştên fermî ên dewletê dihundirîne Plana Islahata Şerqê ye. Ev plan li ser van xalên pêşniyaran hûr dibe; nifûsa kurdan îskanî herêmên rojavayê bikin, kurdî were qedexekirin û kurd bi tirkî biaxivin, bi riya Ocaxên tirkî propagandayê tirkbûnê were kirin, wê girîngî bidin fêrbûna tirkî ya jinan, avakirina mektebên herêmî ên şevînî û avakirina qonaxên qerase ên hikumetê (Yayman: 76-82, 170).

Di navbera salên 1925an û 1960ê de ji bo çareseriya pirsgirêkê di hin raporan de ev pêşniyarên hanê jî cih girtin: pejirandina Zagona Takrir-i Sükûn û Plana Islahata Şerqê, avakirina Mifetişiyên Ûmûmî, lezdana polîtîkayên asîmîlasyonê, avakirina rêveberiya koloniyê (mêtingeriyê) li herêmê, koçkirina nifûsa kurdan berev rojavayê, bicîhkirina nifûsa tirk li rojhilatê, fêrkirina tirkî bo gelê herêmê, qutkirina têkiliya kurdan û ya derveyî, teşwîqkirina zilamên tirk bo zewicandina bi qîzên kurd, jikarderxistina karmendên kurdîaxêf, vekirina mektebên şevînî, pejirandina Zagona Îskanê ya bi jimara 2510, tirkî fêrkirina leşkerên kurd, xurtkirina xebatên sîxurî ên derbarê herêmê de (Yayman:172-173).

Encam û nirxandin: Şibîn û cudahiyên navbera her du koman de

Wek ku me qal kir, di hemû pergalên ramyarî ya neteweperest de cudahiya “em” û “adin” heye û ev yek wek encamê hemû kesên misilman di bin sîwana “tirkitiyê” de kom dike, ên ku derî wê dimînin jî, ji hêla Lozanê ve bên naskirin an neyên, hemû ne-misilmanan bivênevê di bin kategoriya “adinê” de bi cih dike. Li gor vê yekê ji bilî ne-misilmanan, hemû kesên li Anadolê wekî tirk tên qebulkirin. Lê belê di serî de fahma neteweperestiya Kemalîst ji bo ku “em”a xwe berfirehtir bigre, ji hêlekê ve hemû kesên li Tirkiyeyê wekî tirk tên pênasekirin, dû re dîtin ku ev ne pêkan e, ji hêla din ve jî hemû ne-misilmanên Tirkiyê wekî “kêmar”, pey re jî wekî “biyanî” û “mêvan” hesibandin (Aktar 2010: 101-2 û 131-34). KTê her çiqas wisa xuya be ku pergala milletî ya Osmaniyan terikandiye û derbasî pergala netew-dewletê bûye jî, hin kartekên ji bo xêzkirina sînorê tirkbûnê destnîşan dikin ku ne pergala “milletî” ne jî ya “ummetî” ya Osmaniyan neterikandiye. Di serî de dewleta nû bi pergaleke wekhevîxwaz û hemû cudahiyan nav xwe de hundirandî dertê, lê dû re bi demê re rêgeha xwe diguhere û nasnava xwe li ser bingeheke etno-olî ava dike. Loma jî ji bo komên misilman û netirk wek kurdan pêkan dibe ku derbasî tirkbûnê bibin, lê komên ne-misilman derveyî vê yekê têne hiştin. Di ronahiya van agahiyan de lazim e em li wan polîtîkayên ciyawaz binêrin ku li kurdan û ne-misilmanan hatine sepandin bê çiyên wan dişibin hev û çiyê wan ji hev cuda ne.

Di serdema yekpartiyî de, her komên civakî yên ”tirknebûyî” miameleyên ciyawaziyê dîtine û di vê çarçoveyê de li hemberî ne-misilmanan û kurdan pratîkên hevnegirtî ên hemwelatiyê hatine sepandin.[9] Di nav her du koman de şibînên herî balkêş û liberçavan ew in; wekî ermen û rûman kurd jî yek ji nişteciyên Anadolê ne; li hemberî asîmîlasyonê li ber xwe dane; wekî “dijminê navxweyî” ya dewletê hatine dîtin; di pêvajoya veguherîna împaratoriyeke pir olî û pirzimanî ya ber bi homojenkirina yekolî û yekzimanî de bûne asteng. Ji bilî van, ji koma ne-misilmanan cihû û hejmarake giring a kurdan li hemberî polîtîkayên tirkkirinê balkêş e bi heman şêweyî sekinîn. Em dikarin vê rewşê bi vê yekê re girê bidin ku bi berovajiya ermen û rûman, cihûyan jî wekî kurdan di rabûrdiya xwe de li dijî tirkan xwedan neyartiyeke mezin û girîng nebûne. Û dîsa ixtimalekê ew tişt bi vê yekê re jî têkildar e ku wê dewrê her du koman ne xwedî netew-dewletekê ne -ji bo Cihûyan qenebe 25 salên destpêka KTê tiştekî wisa tunebû- loma dibe ku hin kesên ji van koman xwe bi KTê ve girêdayî hest kiribe. Bi ser de, ev komên giş bi hev re duçarî qampanyayên “Welatîno bi tirkî bipeyivin” dibin, di Raporta CHPê ya Kêmaran de kurd û ne-misilman di heman raportê de cih digrin û ev her du kom jî wekî “bifikare” (sakıncalı) û wekî “meseleyeke ewlehiyê” tên dîtin, ev tiştên han jî pevşibînên navbera wan du koman destnîşan dikin.

Cudahiyên navbera kurd û ne-misilmanan ji xalên pevşibînên wan zêdetir in ku her çiqas her du jî li hemberî têgeha “tirktî”yê hatibe bicihkirin jî. Di serdema yek-partiyî de polîtîkayên tirkkirinê ji bo komên misilman ên ne-tirk “hewîner” (kapsayıcı) lê di heman demê de ji bo ne-misilmanan “ciyawaz/dij-kêmar” dibin, ew yek jî nîşaneya vê rastiyê ye ku wekî domandina pergala milletî, hêmana olî giraniya xwe didomîne û loma jî misilmanbûn ji bo derbasbûna tirktiyê hêsaniyek e, ev yek jî li ber çavên me cudahiyeke esasî ye navbera wan du koman de ye.

Dîsa kurd li gor ne-misilmanan kêmtir li derî xeleka “tirktiyê” dimînin û tûşî wan polîtîkayên ciyawaz ên siyasî dibin, bo sedema vê yekê jî em karin bêjin; ji ber ku di nav kurdan de çalakiyên hundirîn, lê nav ne-misilmanan de jî bi rêjeyeke bilind mudaxale, daxwaz û polîtîkayên dewletên derveyîn serdest e. Her wekî din kêmaran berdêla xwînê nedane (Bali 2010: 507-12), lê kurd bi tirkan re li Rojhilatê li hemberî “dijmin” şer kirine û divê ev cudahî jî bi awayekî bê dîtin. Ligel van, rola olê jî gelek diyarker e di vê rewşê de, ji hêlekê ve, kurd û komên etnîsiteyên din ên misilman ji bo tirkkirinê guncan tên dîtin, lê ji hêla din ve komên ne-misilmanan di bin sîwana têgeha “milletî” de dibin kêmarên dewleta nû wek encama cudahiya olî di navbera wan û ola serdestên wan de. Cudahiyeke din jî di navbera jimara nifûsa kurdan û ya ne-misilmanan de bi rêjeyeke mezin cudahî heye. Jixwe bi demê re bi kêmbûyîna nifûsa ne-misilmanan ev kom êdî ji bo yekitiya siyasî ya dahatûya dewletê tu pirsgirêk û xetereyan dernaxin, lê dema mijar kurd be hîn ev rewş wekî xetereyek rojane ye. Cudahiyeke din î girîng jî ev e, hemû komên din dikarin pişta xwe bidin dewletekê (demekê cihû ne tê de) lê ji bo kurdan netewe-dewleteke wan nîne ku xwe bispêrinê. Rûman di encama bûyerên trajîk de koçî yewnanistanê, cihûyan bi damezrandina dewleta Îsraîlê re koçî Îsraîlê, ermeniyan jî li pey merivên xwe an koçî Ewrûpayê an jî Sovyetê kirine. Kurd li gorî ne-misilmanan bêtir rûberiya pratîkê hemwelatibûna tirkkirinê dibin, ev jî cudahiyeke girîng e. Axirê, weku Mesut Yeğen di xebata xwe ya qalkirî de diyar dike, qismeke kurdan bûne tirk, ji nişteciyên ne-misilmanan cudatir, bûne welatiyên rêzdar (69).

Anderson diyar dike ku netewe wekî desthilat tê sêwirandin (21). Tim pêdivî bi jêrdestên bêzar û ziman hebe ku pêgirî wê desthilatiyê bibin. An na, belkî jî ev desthilatdarî wê dûrî wateya xwe bibe û naveroka wê bê valakirin di nav konsepta netewe-dewletê de. Di vê xebatê de me hewl da ku bi qalkirina sepanên wê re girîngiya zimên derxin holê di dema avakirina netewe-dewletê û pêvajoya pêşveçûna wê de. Anderson di berhema xwe ya navborî de girîngiya zimên ya di sêwirandina neteweyê de bi vî awayî rave dike û cihê wî yê di avakirina neteweperestiyê de destnîşan dike:

Şaşîyek e ku hin ideolojiyên neteweperest vê yekê dikin, zimên wekî alê, kincên neteweyî, dansên gelan hwd wekî amblema neteweyê bi kar tînin. Girîngiya herî mezin a zimanan hunera wan e ku cimeatên sêwirandî lê zêde dikin, komên tekane ên hevgirtî ava dikin. […] Ziman ne amûra li der ve xistinê ye: wekî rêgez her kes kare zimanek fêr bibe. Ziman berevajiyî derkirînê, di bingeha xwe de hewîner e. […] Ê ku neteweperestiyê îcad kiriye ziman bi xwe nîne, zimanê weşanê ye (151).

Her tiştê ku di avakirina neteweperestiyê de tê bikaranîn bi riya zimên tên veguhastin û ev ziman di nav endamên vê komê de hest û ramanên hevbeş diafirîne û di esasa xwe de di navbera wan kesan de ku di rastiyê de biyaniyên hevdu ne, tecrûbeya hemdemîbûneke (eşzamanlılık) derîmekanî pêk tîne (162-3). Jixwe di pêvajoya tirkkirinê de wekî hêmana sereke ziman dertê pêş me (Okutan 2009: 182, 296). Ligel vêya, neteweperestiya tirkî ku “çand” ji partiya Ittîhat û Terakkiyê mîrat girtiye bo KTê, di hin serdemên dewleta nû de xwe li ser “nijadperestiyê” daye pênasekirin (Maksudyan 2005:7-14). Ew tişt hêlên psîkopatolojîk yên vê îdeolojiyê destnîşan dike ku romantîzm û hestiyarî digihin lûtkeya xwe. Ew îdeolojî hewceyî analîzê ye ku wekî patolojiya dîroka modern ya pêşketinê di zêhnan de cihê xwe girtiye (Tom Nairn, wergirtin ji Anderson: 19). Di vê xebatê de ji damezrandina KTê heya salê 60î ku Demokrat Partî lê îqtîdar bû pratîkên tirkbûyînê bi çi awayî hat jiyîn, me bi mînak û sepandinan hewl da ku nîşan bidin. Li hemberî sazûmana nû, li gor rasthatiniya wan a di şuxilandina pêvajoya netew-dewletê de, kurd û ne-misilman bi nêrînên cuda wekî kategorikî di pozîsyona “adin” de bicihkirî bûn, me jî hewl da ku şibîn û cudahiyên wan destnîşan bikin. Bi vê yekê re, me dil kir ku em bibînin bê têgehên tirk, tirkîkirin, “adin” û “em” bi şêweyên teorik çawa têşe girtine û di sepandinê de bi giranî çawa saz bûne.

Piştî “îxanet” û têkçûyînên li Balqanan û Rojhilata Navîn, pergala nû ku Anadolê ji mêj ve û ebeden wekî wargeha tirkan dihesibîne, kesên derveyî xeleka tirkîtiyê mane wekî “mêvan” qebûl bike û wan wekî muxatabên “ya hez bike yan jî bicehime” dibîne. Ev komên “mêvan” ji ber ku daxilî sêwira netewe-dewleta tirk-misilman nedibûn û wek asteng dihatin qebûlkirin, hemû riyên li ber jinûvehilberandina wan a aborî, çandî û olî hatine girtin û li bende mane ku ji holê rabin an di nav tirktiyê de winda bibin.

 

 

 

* Ji bo amadekirina vê nivîsê, dixwazim spasiya xwe ya taybet bo Ferzan Şêr derbirînim.

[1] Ji bo pênaseyeke berfirehtir a têgeha kêmariyê û piçkeyên ku wê ava dikin bnr Oran, Ba- kın (2005) Türkiye’de Azınlıklar: Kavramlar, Teori, Lozan, İç Mevzuat, İçtihat, Uygulama, İletişim Yayınları, İstanbul. Ji bo xwendineke rexneyî a li ser têgeha kêmariyê bnr. Maraşlı, Recep (2009) “Resmi İdeoloji/Resmi Tarih ve “Azınlıklar” s.11-40. Di nav pirtûka “Resmi Tarih Tartışmaları: “Türkiye’de Azınlıklar” de. Ed: Fikret Başkaya, Sait Çetinoğlu. Özgür Üniversite Kitaplığı: İstanbul.

[2] Bo agahiyên berfirehtir bnr. Tura, Saffet Murat (2010) “Freud’dan Lacan’a Psikanaliz”, Kanat Yayınları, İstanbul.

[3] Wekî din bnr: “Can the subaltern speak? Gayatri Chakravorty Spivak (1994) rr.66-112. Di nav “Colonial discourse and post-colonial theory: A Reader” de. Berhv.: Patrick Williams û Laura Chrisman. Harvester / Wheatsheaf, New York.

[4] Bo agahiyên berfirehtir bnr. Modern Türkiye’de Siyasi Düşünce, Milliyetçilik. İletişim Yayınları: İstanbul

[5] Cumhuriyet, 19.2.1931, M. Önder, di nav pirtûka Atatürk’ün Yurt Gezileri de, 1975 Türkiye İş Bankası Yayınları, Ankara, r. 9. Wergirtin ji Bozarslan (2007) bnb. rr.106-107

[6] Tekin Alp (1928), rr. 63-65, wergirtin ji Bali, bnb rr. 149-150

[7] Chaliand, Gérard, Les Kurdes et le Kurdistan, r.337. Librairie François Maspero, 1978, Par- is. Wergirtin ji Malmîsanij, bnb rr. 13-4

[8] Bo agahiyên hûrgulî karin li pirtûka Sıdıka Avar, Dağ Çiçeklerimê binerin ku wê bixwe jî hingê di mektebên şevînî ên keçikan de mamostetî kiriye û wek şahîd û aktorê van bûyeran bîranînên xwe nivîsandiye.

[9] Yeğen di xebata xwe ya navborî de vê rewşê wisa rave dike “divê em binê vê yekê xêz bikin ku ew li hemberî kurdan herçiqas sereqat nehatibe sepandin jî, li pey serhildanên kurdan ên di salên ewil ên KTê de dewletê destê xwe danî ser erd û malên hemwelatên kurd û pê re jî kararnameyên surgunî amade kirine, sepandinên bi vî rengî polîtîkayên cudakar in û ji van hêlan ve dişibin polîtikayên dij-kêmaran.”(49)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

ÇAVKANÎ

Ahmad, Feroz (2002), “Modern Türkiye’nin Oluşumu”. Kaynak Yayınları: İstanbul.

Akar, Rıdvan (2000), “Aşkale Yolcuları: Varlık Vergisi ve Çalışma Kampları”. Belge Yayınları: İstanbul Aktar, Ayhan (2010), “Varlık Vergisi ve Türkleştirme Politikaları”. İletişim Yayınları: İstanbul Aktar, Ayhan (2006), “Türk Milliyetçiliği, Gayrimüslimler ve Ekonomik Dönüşüm”. İletişim Yayınları: İstanbul

Anderson, Benedict (2004), “Hayali Cemaatler: Milliyetçiliğin Kökenleri ve Yayılması”. Metis: İstanbul

Bali, Rıfat N. (2010), “Cumhuriyet Yıllarında Türkiye Yahudileri: Bir Türkleştirme Serüveni [1923- 1945]”. İletişim Yayınları: İstanbul

Balçık, M. Berk (2003), “Milliyetçilik ve Dil Politikaları”. Di nav “Modern Türkiye’de Siyasi Düşünce: Milliyetçilik” de. İletişim Yayınları: İstanbul.

Bozarslan, Hamit (2008), “Türkiye’nin Modern Tarihi”. Avesta Yayınları: İstanbul.

Bozarslan, Hamit (2007), “Türkiye’de Kürt Milliyetçiliği: Zımnî Sözleşmeden Ayaklanmaya (1919- 1925)”. Der. Erik Jan Zürcher, di nav “İmparatorluktan Cumhuriyet’e Türkiye’de Etnik Çatışma” de. İletişim Yayınları: İstanbul.

Çağaptay, Soner (2007), “Türklüğe Geçiş: Modern Türkiye’de Göç ve Din”. Berhv: Haldun Günalp, di nav “Vatandaşlık ve Etnik Çatışma: Ulus-Devletin Sorgulanması” de. Metis: İstanbul Göktürk, Eren Deniz (Tol) (2003) “1919-1923 Dönemi Türk Milliyetçilikleri”. Di nav “Modern Türkiye’de Siyasi Düşünce: Milliyetçilik” de. İletişim Yayınları: İstanbul

Güven, Dilek (2005), “Cumhuriyet Dönemi Azınlık Politikaları Bağlamında 6-7 Eylül Olayları” werg: Bahar Şahin. Tarih Vakfı Yurt Yayınları: İstanbul

Karlsson, Ingmar (2008), “Bir Diplomatın Gözüyle Kürt Sorunu”, werg: Turhan Kayaoğlu. Homer Kitabevi: İstanbul

Keyder, Çağlar (2010), “Türkiye’de Devlet ve Sınıflar”. İletişim Yayınları: İstanbul

Macar, Elçin (2004), “Cumhuriyet Döneminde İstanbul Rum Patrikhanesi”. İletişim Yayınları: İstanbul

Maksudyan, Nazan (2005), “Türklüğü Ölçmek: Bilimkurgusal Antropoloji ve Türk Milliyetçiliğinin Irkçı Çehresi 1925-1939”. Metis: İstanbul

  1. Malmîsanij (2006), “Türkiye ve Suriye’de Kürtçe Kitap Yayımcılığının Dünü ve Bugünü”. Vate Yayınları: İstanbul

Tunçay, Mete (1999), “Türkiye Cumhuriyeti’nde Tek-Parti Yönetimi’nin Kurulması (1923-1931)”. Tarih Vakfı Yurt Yayınları: İstanbul

Okutan, M. Çağatay (2009), “Tek Parti Döneminde Azınlık Politikaları”. İstanbul Bilgi Üniversitesi Yayınları: İstanbul

Oran, Baskın (2005), “Türkiye’de Azınlıklar: Kavramlar, Teori, Lozan, İç Mevzuat, İçtihat, Uygulama”. İletişim Yayınları: İstanbul

Spivak, G. C. (1996), “Subaltern Talk: Interview with the Editors (29 October 1993)” Berhv: Donna Landry ve Gerald MacLean. Di nav “The Spivak Reader: Selected Works of Gayatri Chakravorty Spivak” de. Routledge: New York

Yayman, Hüseyin (2011), “Şark Meselesi’nden Demokratik Açılıma: Türkiye’nin Kürt Sorunu Hafızası”. SETA Rapor: Ankara

Yeğen, Mesut (2009), “Müstakbel Türk’ten Sözde Vatandaşa: Cumhuriyet ve Kürtler”, İletişim Yayınları, İstanbul

Share.

Leave A Reply