Xwekujiya Jinan û Raza

Hilbijartina Êgir

ETA NEHAYÎ – JI SORANÎ: EYIP SUBAŞI

Sê sal berî niha, wan rojên ku min yekem rûpela Balindekanî Demba dinivîsî, min bi du tiştan nedizanî. Yekem: Min nedizanî ew rûpel, yan ew du rûpelên ku paşê bûn beşa destpêka vê romanê, vegotina xewneke aloz a zilamekî ne ku gelek şevan dubare dibe û di encamê de bi rastiya jiyana jina vê çîrokê ve tête girêdan. Ez ê veneşêrim min bi xwe jî çend caran ew xewna aloz dîtibû. Her ku hişyar dibûm min ji xwe dipirsî: Ez li ku me dema ku ew jina bê nav û nîşan a vê xewna aloz dibe gilole-alavek û min ji xwe dipirsî çima min tu helwestek beramber vê xwesotinê nîne? Ev pirsiyar û gelek pirsiyarên din ên bi vî rengî hesta tawanbariyê bi min re diazirand. Reng e yek ji sedemên berdewamkirina min ji vegotin û nivîsîna wê romanê heta dawiya wê xwerizgarkirina ji wê hesta tal ku di encama teralî û bêhelwestiya min a beramber vê xwesotinê de serî hildida.

Duyem: Min ew jî nedizanî ku nêzîkî salekê piştî nivîsîn û weşandina wê romanê, li bajarê me yê biçûk û li çend bajarên din çend nimûneyên xwesotina jinan, yek li pey yekê, rûdidan ku tu weşanek nûçeyên wan belav nake û tu nivîskarek li ser wan nanivîse. Helbet edeb û edeba dastanî di civaka me de ew rol û bandora wê nîne ku -ez zen nakim ku tenê kesekê ji wan jinên ku xwe sotine agahdarî wan romanan bûbin û ew xwendibin- bi şêweyekê rola wan di wan xwekujî û xwesotinên yek li pey yekê de hebe.

Xwekujî bi taybetî xwesotina jinan li gelek der û di civaka me de jî paşxaneyeke wê ya dûr û dirêj heye di van çend nimûneyên taze de. Xwekujî û bi taybetî xwesotin; bi her sedemekê û di encama her hokareke şexsî, civakî û hetta siyasî û îdîolojîk jî de be, ew wek cureyeke zeq û bizdîner a şîdeta mirov a der heq xwe de ye, ligel wê bêzarî û nerizamendiya giştî û yekcar zêde mirov rûbirûyê dibe. Rast e ev bêzarî û nerizamendiya giştî, gelek caran ligel hin hestên ciyawaz ên wek gunehpêhatin, xwetawanbarzanîn û hetta bo wan nimûneyên ku hokarên wan ên siyasî û îdîolojîk hene, pesndana cesaret û azayetiya kesê/a jî têkelê dibe; lê ew hestên ciyawaz û dijîhev jî bi qasî ku pêwendiya wan bi kesa/ê xwekuj û merc û hokarên serekî yên xwekuj ve heye, ewçend jî bo hestyariya xwediyê vê hestê û hişmendiya civakî û çandî û asta têgihîştina li kêşeyên civakî û çandî heye; her wiha sedemên vê bûyerê vedigere bo bîr û boçûnên beramber bi têgihên felsefî yên wek man û neman, jiyan û mirinê..

Di her rewşê de û digel hemû van hestên ciyawaz, ku zêdetir hestên takekesî ne, heta niha jî raya serekî û giştî ya civakê bo reftara xwekujî û kesên xwekuj, heman bêzarî û nerizamendî ye. Ev bêzarî û nerizamendî, di şert û mercên niha yên civaka me de, bi şêweyên bêeleqedarî û bêhelwestiya giştî û hewl bo veşartin û feramoşkirina wê, derdikevin. Bêdengiya medya û rojnameyan di asta ragihandinê de, û nebûna tu raport, şîrove û xwendineke meydanî…

Hemû ev tişt ji ber du sedemên serekî ne ku ji wan yekem bêhêziya nivîskar û rojnamegeran e bo xwendina reftara xwekujî û xwesotinê, ya duyem xwevedizîn e ji wan kêşe û serêşên civakî ku tûşî nivîskar û rojnameger yan rojname û weşanan dibe. Di her halî de ranegihandin, nexwendin û xwelinedîtinêdanîn li diyardeya xwekujî û xwesotina jinan tenê yek encam jê derdikeve ku ew jî israr e li ser wan nerastiyan. Xwekujî û xwesotina jinan di civaka me de, rûdana mirinekê ye wek hemû mirinên din; mirineke siruştî û asayî bêyî tu taybetmendî û bêyî tu peyam û wateyekê.

Xwekujî bi wateya devberdan û piştbadan ji hebûn û jiyanê, helwest û dawî-reftara mirov e li hember jiyana xwe ya takekesî. Biryara xwekuştinê bi her sedem û hokarekê, encama pilan û fikirîneke dûr û dirêj be, yan hilçûn û hêrsbûneke kêlîkî, biryara hilbijartina mirinê ye wek hilbijartineke takekesî li beramber derfeta jiyanê ku piraniya nirx û wateya xwe ji gişt û civakê werdigire. Helbet ev yek nayê wê wateyê ku ji aliyê kesa/ê xwekuj ve hokarên hilbijartina mirinê, em tenê wek hokarên takekesî bizanin. Bê guman li pişt her biryareke xwekuştinê, hin sedemên takekekesî tên bercestekirin; lê înkar jî li wê rastiyê nahête kirin ku piraniya hokarên xwekuştinê, hetta hokarên psîkolojiya kesa/ê xwekuj jî, rasterast yan nerasterast çavkaniyê ji jiyan û civakê werdigirin. Hilbijartina mirinê, bo kesa/ê xwekuj, tenê hilbijartina mirinê nîne, hilbijartina alternatîva jiyanê ye. Tu keseke/î xwekuj, tenê li pênaw[1] mirinê (ku bûyer û mijareke takekesî ye) xwe nakuje; ew xwe dikuje çiku hez nake bijî (ev jî bûyer û mijareke civakî ye). Nexwe bo xwendin û şîroveya mijareke wek xwekujî bi giştî û xwesotina jinan bi taybetî, em naçar in awirekî cidî li civak û wê qada siyasî, aborî, fikrî û çandî vedin ku jiyana civakî di wan qadan de şêwe û wateyê werdigire. Hetta ji bo xwendin û lêhûrbûna li vê mijarê, divê di her yek ji van qadan de nêrîneke me ya dîrokî hebe.

Ez nizanim, mixabin min hay jê nîne bê tu lêkolîneke mêjûyî li ser xwekujiyê hatiye kirin. Tenê ewçend dizanim ku beramber vê reftarê, ji serdemekê bo serdemeke din a zanyarî û têgihîştina mirov beramber bi xwe û cîhana dorhêla xwe, her wiha di serdemeke dîrokî de jî, ji çandekê bo çandeke din, ciyawaziya bîr û boçûnên giştî heye, ku çavkaniyê ji ciyawaziyên boçûn û têgihîştin li hin têgihên wek bûn û nebûn, jiyan û mirinê werdigire.

Li gorî civaka kurdî, ku çavkaniya xwe di çanda ayînî û nexasim jî di îslamê de ye, mirin heq e; lê ev heqbûna mirina mirov, nayê wateya xwekuştinê li hember wê naheqiya jiyanê ku beramber bi wê tête kirin. Bi vê têgihîştinê, mirina mirov, qonaxa derbasbûnê ye ji cure û şêwazeke jiyanê bo cure û şêwazeke dîtir.

Mirov dimire, ango ji jiyan û hebûna nav vê dinyaya madî radibore bo jiyan û hebûna cîhaneke nemadî û me’newî. Mirin, cihê dawî yê jiyaneke sînordar û yekem cihê jiyaneke sermedî ye. Bi vê boçûnê, wexta mirinê, wexta cihêbûna giyan e ji lêş. Nexwe mirin, guherîna şêwe û şêwaza jiyanê ye. Jiyana mirov li ser erdê, dawî pê tê û li asimanan dest pê dike. Di vê çandê de heqbûna mirinê, bi wateya çak yan xirab, pîroz yan kirêtbûna wê nîne. Ew tiştê çak yan xirab, pîroz yan kirêt, jiyana berî mirinê û çawaniya rûbirûbûn û hilbijartina mirinê ye.

Mirin, digel xulyaya qedîm a mirov bo nemirî û hebûna hetahetayî, piraniya xwendinên ciyawaz bo mirinê, li ser qerax û bunyada wan xewn û xulya û daxwazan hatine kirin, qedereke neguher û rastiyeke înkarhilnegir[2] e. Heta niha tu derfetek bo xwevedizîneke yekcarî ji mirinê nebûye û di vê dinyayê de berdewamiya jiyanê nîne. Li gorî rastiyên jiyana mirov, ligel vê qederê, du cureyên serekî yên rûbirûbûnê hene. Ji wan yekem, mirinek ku xwe bi ser me de ferz dike bêyî ku tu dewr (rol)eke me di hilbijartina dem û şûn û şêwaza wê de hebe; ev, cureya asayî ya mirinê ye. Lê mirin cureyeke din a neasayî jî heye ku mirov bi her radeyekê, kêm û zêde dewra xwe di hilbijartina dem û şûn û şêwaza wê de heye; ev mirina neasayî, di çanda civaka me de du cureyan li xwe digire wek mirina pîroz û mirina kirêt.

Mirina pîroz, pir bi kurtî, di qonaxa duyem a jiyana xwe de hilbijartina mirinê ye li pênaw rizgariya mirov ku jiyan li wê cîhana dîtir e. Rizgariya mirov, mizgînî û qencî ye ku ayîn wê dike qerebûya bercestekirin û belavkirina nirxên di nav civakê de. Bi vê boçûnê, rizgariya mirov, girêdayî ye bi rizgariya civakê ve. Mirina pîroz, ji riwangeha ayîn, hetta ji riwangeha îdîolîjiyên zemînî ve jî, xwe qurbanîkirina mirov e li pênaw wan nirxan ku nirxên giştî û civakî ne. Şehadet, berztirîn nimûneya hilbijartina mirina pîroz e û gewretirîn nirxek e ku di civakê de heye; bi eksa vê berztirîn nimûneya hilbijartina mirina kirêt di civaka me de, xwekujî ye. Di van cure hilbijartinan de mirin, yekrast li dijî jiyanê radiweste.

Mirina xwekuj, mirin e li pênaw mirinê; ne li pênaw ayîn û nirxên ayînî û civakî. Di xwekujiyê de mirin û jiyan, pêkve hatine girêdan. Di vê reftarê de tu hêviyek bo jiyana civakî û vejîna dubare ya kesa/ê xwekuj nîne. Xwekujî, bi taybetî di civaka me û di nav wê çandê de, lûtkeya bêhêvîtiyê ye bo her cure jiyan û vejînekê. Tiştekî din ku wek xala ciyawaz a di navbera van du cureyan de pêwîst e amajê pê bête kirin, dewra şayesandin û texeyula dahatûyê ye. Di hilbijartina mirina pîroz de, texeyul, rola serekî dibîne. Mirov, ji niha û ji rastiya jiyanê nayê qutkirin û piştê bi dahatû û şayes û texeyula dahatûyê ve girê dide. Rizgarî çi wek qenciya dînî û çi wek mizgîniya îdîolojiyên zemînî û partiyên siyasî, şayesa dahatûya jiyana mirov û civakê ye. Di xwekujiyê de (helbet ji bilî wan xwekujiyên ku hokarên wan ên siyasî û îdîolojîk hene û diçine xaneya mirina pîroz) dahatû û şayes û texeyula jiyanê di dahatûyê de, roleke wê ya bi vî rengî nîne.

Niha reng e dema wê hatibe ku hinekî jî ji hokarên serekî yên kirêtiya xwekujiyê di civaka me de û hemû ew civakên ku çanda îslamî û ayînî tê de çanda zal e, xeber bidin. Serekîtirîn sedema kirêtiya xwekujiyê di van cure civakan de vedigere bo bunyada zanyarî û têgihîştina ayînî û îslamî li hebûna mirov. Li gorî vê têgihîştinê mirov ji du beşan, wek ceste û giyan yan qalib û cewher, pêk hatiye. Cesteyê mirov ji madeyê ye û giyanê mirov wek tiştekî giyanî, emanetek e ku xwedê dibexşe cesteyê mirov û dîsan bi xwe jî mafê jêstandin û vegerandinê bo cem xwe heye. Di vê çandê de mirov ji ber ku xwediya/ê giyanê xwe nîne, mafê tu cure muamelekirineke mirov li wan her du rewşên bûn û nebûna wî giyanê di ceste de nîne; ji bilî wê çendê ku ev muamelekirin, li pênaw daxwazên xwediyê serekî be. Dirêjeya vê mijarê dîsan di arasteya qurbanîdan û şehîdbûnê re derbas dibe û xwekujî, her wekî hate gotin, di vê arasteyê re naçe. Xwekujî, ji riwangeha ayînê ve derxistina giyan e ji ceste bêyî daxwaza xwediyê giyan. Diyar e ev jî helwesteke nerewa ye li wê çarenûsa ku li derveyî mirov tête diyarkirin. Giyan nîmetek e ji nîmetên serekî û xwekujî, kifrana nîmet e û kesa/ê xwekuj bi temamê wateyê kafir e. Giyanê tawanbariyê, ku biryara newext û nebicî ya bicîhiştina ceste dide, diçe dojehê û laşê xwekuj bi bêzariyeke zêde çênabe di goristana misilmanan de bête naştin.

Bê guman ev, tekane sedema kirêtiya xwekujiyê di çanda ayînî û îslamî de nîne. Di vê çandê de hebûn û jiyana mirov li vê cîhanê, hebûn û jiyan e di taqîgehekê[3] de. Jiyana kurt û têper a mirov li vê cîhanê, bo mebesta ceribandina wê/î ye da ku li wê cîhana dîtir cihekî şayanî wan bête dayîn. Beşek ji wan peywiran ku li stûyê mirov e, berzkirina hin nirxên exlaqî û ayînî ye ku girîngtirînên wan spasdarî û mildan e li cure û şêwazên ceribandinan. Yek ji serekîtirîn peywira mirov, bi taybet li hember dahênerê xwe, îtaet û îbadet û spasdarî ye. Çanda ayîniyê dehan nimûneyên nîşaneyên berceste hene bo xweragiriyê li dijî dijwartirîn ceribandinan. Bi boçûna vê çandê, xwekujî, revîn û xwevedizîn e ji van ceribandinan.

Reng e ev sedem bes bin bo kirêtiya xwekujiyê di civakeke ayînî û îslamî de. Lê digel van jî çend sedemên din ên çandî bo kirêtiya vê reftarê di civakê de hene. Rast e xwekujî wek hemû cureyên din ên qetl û mirovkujiyê şîdeteke yekcar mezin e; lê ew jî ne rast e ku em kirêtiya vê reftarê di van cure civakan de wek sedema kirêtiya şîdetê bizanin. Çiku heta niha stûna serekî ya piraniya pêwendiyên civakî yên van civakan, şîdet e. Hemû sîstemên îdareya siyasî, aborî, çandî û civakî li ser bunyada şîdetê ne; hemû sazî, li ser wê bunyadê kar dikin û dezgehên fikrî û çandî jî bi sedan şêweyî teorîzeya pêwîst a şîdetê dikin. Teorîzeya vê fikrê bêyî şîdetê, ji biçûktirîn yekeya jiyana binemaleyê heta yekeyên gewretir, bêyî şîdet ji hev hildiweşin. Di van civakan de esasa desthilatê, wek pêwîstiyeke civakî li gel jiyana lihevborînê nagunce.

Şîdet, di du astên ciyawaz re derbas dibe û du çavkaniyên wê yên ciyawaz hene. Xwekujî, berevajî cureyên dî yên mirovkujiyê, hetta berevajî xwequrbanîkirinê jî (wek xwekujiya bunyadgerên ayînî û siyasî) ne ji desthilatiyê ne ji desthilatbûnê û ne li pênaw berjewendiyên şexsî yan giştî û civakî çavkaniyê werdigire, berevajî vê ji bêdesthilatî û radestbûna xwekuj li bêdesthilatiya xwe û dûrî tu berjewendiyeke diyar û aşkira, çavkaniyê werdigire.

Helbet ev boçûn, wek encamgîriya nêrîneke serpilki[4], hemû rastiyan li xwe nagire. Ev mijar, çi li pêwendî ligel meseleya desthilat û çi li pêwendî ligel mijara berjewendiya kesa/ê xwekuj, hûrbînî û kûrbûneke zêdetir dixwaze. Ji bo vê mebestê jî, serê pêşîn pêwîst e em sûke-awirekî[5] li mijara hêvî û bêhêvîtiyê vedin û rûpeleke din jî ji ciyawaziyên mabeyna xwekujî û cureyên din ên şîdeta mirov beramber bi xwe, vekin. Her wek hate gotin xwekuj, tenê nimûneya şîdeta mirov beramber bi xwe nîne. Ewê ku hemû cureyên şîdeta mirov beramber bi xwe di du desteyên serekî de kom dike, şîdeta ku ji hêvîdariyê çavkaniyê werdigire û şîdetek e ji ber bêhêvîtî û bêçaretiyê.

Hêvî tenê li pêwendî ligel dahatû û texeyul û şayesa dahatûyê, wateyê werdigire. Bi gotineke din hêvî, çaverêyî û daxwaza mirov e bo jiyanê di siberojê de; dixwazî jiyan çi li vê cîhana madî be çi li wê cîhana wadedar û sermedî be. Xwekujî wek hilbijartina mirina kirêt li civaka me û di xeleka çanda ayînî de, qutbûneke yekcar gewre ye; ne wek her ji zemana niha, belku[6] di texeyul û şayesa siberojê de jî. Qutbûneke yekcar gewre ye ji hemû demên mirov, bêhêvîtî ye bo jiyanê bi her şêwe û şêwazekê. Helwest e li dijî desthilata jiyanê bi giştî. Desthilata jiyanê, li her civakekê di çarçoveya sîstemên civakî, aborî, siyasî, fikrî û çandî de û nirxên xwe yên çespaw[7] û wergirtî de, xwe derdixe. Bi rastî di hemû civakan de hin kes hene ku li dijî wan şêwe derketinên desthilata jiyanê ne; ango li dijî wan sîstem û nirxan in. Ciyawaziya wan kesan û kesa/ê xwekuj di wê de ye ku ew di her asteke têgihîştin û helwestderbirînê de di nav xelekê bi xwe de, wan hewla guhertin yan temenniya guhertinê û hewla guhertina şêwaza desthilat, sîstem û nirxan heye. Lê kesa/ê xwekuj ji ber bêhêvîtiya bo guherîn yan bo guhertina wan sîstem û nirxan, piştê li jiyanê bi xwe (bi her şêwe û şêwaz û xweziyan ve) badide. Kesa/ê xwekuj hewla paqijkirina hemû desthilata jiyanê dide û kesên din tenê bi hêviya guherandina şêwaza desthilatferzkeran in. Kesa/ê xwekuj li derveyî hebûn û xeleka mirinê li pey alternatîvekê bo desthilata jiyanê, digerin û kesên din jî di nav xeleka hebûn û jiyanê bi xwe de li wê digerin. Nexwe gotina vê qiseyê ku di xwekujiyê de çu hêvî û desthilat û berjewendiyek bo kesa/ê xwekuj ne mewcûd e, rastiyek e li gorî mentiqa jiyanê. Li gorî wê mentiqê em di xwekujiyê de encama bêhêvîtî û bêhelwestî û rûbadan ji berjewendiyan, dibînin. Em bo şîroveya van çemk (têgih) û mijaran, me bivê nevê, dikevine meydana berawirdkariyê; bêhêvîtiya kesa/ê xwekuj bi berawird ligel hêvîdariya kesên din, bêhelwestî û rûbadana wê li berjewendiyan bi berawird ligel helwest û berjewendiyên kesên din. Ji bilî wê çendê ku xwekujî wek hilbijartina alternatîvekê bo desthilata jiyanê li derveyî hebûnê, ketin bi nav mentiqekê ye ku cihê ye ji mentiqa hebûnê. Kesa/ê xwekuj berjewendiyên xwe di nebûn û mirina xwe de dibîne û bi hilbijartina mirinê jî li dijî hemû desthilata jiyanê radiweste. Nexwe mirin tenê di xwekujiyê de bi wateya xwe ya rasteqîn mewcûd e. Tenê kesa/ê xwekuj e ku bi rastî dimire. Xwekujî, rastîtirîn tecrebeya mirinê ye. Xwekujî, dibe ku nîsbet bi vejînê, helwesteke naçarane binimîne; lê nîsbet bi mirinê karîgertirîn helwest e. Biryara xwekujiyê, cesûranetirîn biryar e, çiku biryarek e li derveyî hemû wateyên jiyanê; li derveyî wan hemû nirxan e ku nirxên jiyanê ne û wateya xwe ji jiyanê werdigirin. Ev biryar, her çend encama cure zanyarî û têgihîştinekê ye ku ji vejînê çavkaniyê werdigire; lê çu cure zanyarî û têgihîştinekê bo jiyanê naafirîne. Pûçî yan nehîlîzm li ewpera[8] asta xwe ye.

Reng e niha û bi baldan li van rastiyan em ê bikarin perdeyê rakin ji ser beşek ji hokarên bêdengiya civakê, bi taybetî civaka kurdî beramber bi xwekujiyê, wek diyardeyeke zêdetir taybet bi mirovên hevçerx ku ciyawaz e ji cureyên dî yên şîdeta mirov. Berî wê, pêwîst e em sûke-amajeyekê[9] bi peyama serekî ya vê reftarê bikin. Bi raya min peyamên serekî yên vê reftarê ji van pêk tên; yek: Derhatina mirov wek takekes. Du: derhatina zanyarî û têgihîştina ciyawaz ji zanyarî û têgihîştina giştî beramber bi çemk û nirxên fikrî, çandî û civakî. Sê: Helwest e li dijî wê sîstema çandî û civakî ku wan nirxan diçespîne. Çar: Rexnegiriya desthilata jiyanê ye bêyî ku wateyeke taze ji jiyan û desthilata jiyanê, hilberîne.

Bê guman ev peyam û çend peyamên aşkira û veşartî yên din ên xwekujiya mirova/ê hevçerx, hemû ew peyam dij-civakî yan li dijî nirxên civakî yên wergirtî ne; lê aya ev peyam dikarin hincet bin bo bêdengiya civakê û xwelinedîtinêdanîna kesayetiyên fikrî û çandî, û dezgehên çandî û civakî?

Bêdengiya civakê di asta vê diyardeyê de, ne tenê nîşaneya sehtî û teraliyê ye li beramber reftar û helwestên dij-civakî; nîşaneya sehtî û teraliyê ye bo xwendin û têgihîştin li wate û peyamên vê reftarê. Her wiha sehtî û teralî ye bo guhertina wê sîstema fikrî û çanda civakî. Rewşeke wiha ku takekes naçar nebin li derveyî xeleka hebûn û jiyanê, li pey alternatîva wê sîstemê bigerin.

Bi rastî her xwekujiyek û xwekujiya her kesekê/î, wekhev û di yek ast û radeyeke aşkira de, hilgira wan peyaman û hetta beşek ji wan peyaman nînin. Rast e her xwekujiyek, yan her biryareke xwekuştinê di encama têgihîştineke ciyawaz ji têgihîştina giştî bo jiyanê de ye; lê ast û arasteya têgihîştin û çawaniya ciyawaziya wê ji têgihîştina giştî li nik hemû wan kesên ku xwe dikujin ne wek hev in, belku pir caran asman û rîsman[10] e.[11] Di vir de bêyî ku em biçine nav meydana şîroveya ciyawaziyên ast û arasteya têgihîştina ku ji kesekê/î bo keseke/î din û ji civakekê bo civakeke din diguherin; bi vê pirsiyarê em ê awirekî, dubare, li mebesta serekî ya vê nivîsarê, ku xwesotina jinan e, vedin. Xwesotina jinan di civaka me de ta çend û di çi astekê de hilgira wan peyamên serekî ye ku bo xwekujiya mirovên hevçerx hatin behskirin?

Axaftin ji rewş û pile û payeya jinê di civaka me de, wê pêwîstî bi gelek lêkolînên pir-alî û têr û tesel ên meydanî hene. Jin wek nîvê civakê, mirova nav du kêşeyên serekî ye ku ji du cure zilm û bêdadiya hevterîb û hemwext, çavkaniyê werdigire. Ji wan a yekem, zilm û bêdadiyeke giştî ye ku ji bo hemû mirovên bindest û bêdesthilatiya civakê rewa tête dîtin û piraniya cemawerê, bi jin û zilam û pîr û zarokan ve li xwe digire. Ji wan a duyem, zilm û bêdadiyek e ku ji ber jinbûna wan bi ser wan de disepe. Wek zayenda bindest û netemam, ne wek hesabê mirova derece dudu belku hesabê mirova derece sifirê jî bo wan nahête kirin. Ev bêdadiya qedîm û mêjûyî ya çespaw, heta wê demê ku ji aliyê jinan bi xwe ve bîr pê nehête birin tu kêşeyeke cidî dirust nake. Kêşeya jinan, çi wek kêşeyeke takekesî û çi wek kêşeyeke giştî û civakî, wê demê serî hildide ku jin bîr dibe bi hebûna xwe, hêza xwe û mafên xwe yên ku jê hatine zeftkirin. Kêşeya jinan di civakê de, wek hemû kêşeyên dî, korpeya dayka têgihîştin û zanyariyê ye; asta kêşeyê jî di her du rehendên takekesî û civakî de bi qeder asta vê têgihîştinê ye.

Kêşeya jinan, berî her tiştî, kêşeyek e ku çavkaniya xwe ji neliheviya mabeyna têgihîştineke taze ya şexsî, ji hebûna xwe, ji şiyan û erk û berpirsiyariyên xwe, ji cihê xwe yê di nav civakê de û ji têgihîştineke giştî û wergirtî ya civakê, werdigire. Nexwe ev kêşe, berî her tiştî, kêşeya nasnameyê ye. “Ez niha ne ew kes im ku berî niha bûm; ez keseke/î dîtir im.” Berê vê gotinê li kê be, ji aliyê civakê ve –ku hebûn û nasnameya wê li ser esasa têgihîştina mêjûyî û cî bi cî bûyenahête wergirtin. Wergirtina vê hebûna taze ji aliyê civakê ve, tenê wergirtina nasnameya taze ya jinan e; û hetta jineke taybet nîne belku redkirina hemû nasnameyên mêjûyî, çandî û civakî ye; lewma kêşeya jinan, hetta wek kêşeyeke takekesî jî, ne tenê kêşeya jinekê ye ligel zilam, bira, bav yan hemû binemala wê; kêşeya takekes e ligel hemû nasnameyên giştî yên civakê. Ev kêşeya takekesî di her astekê de, ji ber cewhera civakîbûnî û ji ber wê gefa tirsnak, ku gefê li hemû nasnameyên civakê dixwe, bi şîdettirîn şêwe ne tenê ji aliyê kes yan binemaleyekê ve belku ji aliyê civak û hemû dezgehan ve ew rû bi rûyê dibin. Nexwe jin di civakê de (nemaze di wan civakan de ku mecala derketina wek kêşeyeke giştî û civakî li ser zemîneyekî eqlanî, ji bo wê derfet pêk nahê) tenê kêşe ligel zilaman yan desthilata zilaman nîne, belku kêşe digel jiyanekê ye ku hemû desthilata wê li dijî wê hebûn û nasnameya nû ye.

Ji xwe ve nîne ku ev hebûn û nasname, gelek caran û di gelek haletan de, hebûn û nasnameyeke dîtir e û tenha û xemok û bêhêvî ye. Ev têgihîştina nû, gelek caran di civakeke wek civaka me de, dizîvire rewşeke wisa ku karesateke wek qutbûneke yekcarî ji jiyanê ku xwekujî û xwesotin jê derdikeve. Wexta ku kêşeya takekesa jin, wê tu mecalek bo kêşeya civakîbûnê, ango derketina wê ji qewareyeke giştî û sazkirina bizaveke giştî û civakî -her wiha ku îro li gelek deran û nexasim li welatên pêşkeftî û yên berev pêşkeftinê, bizaveke wiha ya jinan li dar epêk nahê. Wexta ku di vê civakê de ku civakeke girtî û paşdemayî bi encama şîdetê ligel hemû cure têgihîştineke nû jin rû bi rûyê dibin, hemû derfet û dergeh li ser geşedana vê têgihîştinê û nêzîkî û hevgirtina jinan û serhildana bizaveke jinane têne girtin; û ji wateyê jî girîngtir, bizavên civakî, çandî û siyasî yên din ên civakê tu nirxeke pêwîst bi vê têgihîştin û hebûn û nasnameya taze ya jinan nadin û digel diruşm û ragihandina wan hewl bo pûçkirin û bi paşkokirin û têkbirina wê didin. Seyr nîne ku jin tûşî bêhêvîtî û dilsarî û xemokiyeke wiha kujinde bibin. Bêhêvîtiyek ku her çend ji ber encama cure têgihîştina taze ya eqlanî serî hildide lê ji ber rewşa piştbadan li wê têgihîştina eqlanî, têk dişikê.

Xwekujî, her wek hate gotin, reftareke dij-eqlanî û wêrankar e ku tu cure eqliyet û wateyeke taze hilnaberîne; tu avadaniyek jê dernakeve. Di vir de pirsiyarek tête holê. Aya xwesotin jî, nexasim xwesotina jinan jî ew haleta bê wateyî ye? Aya xwesotina jinan tenê cureyek e ji cureyên xwekujiyê?

Bi baweriya min xwesotin wek cureyeke taybet û hetta ciyawaz ji cureyên dî yên xwekujiyê, wê xwendineke taybet û heta radeyekê jî ciyawaz divê. Lêkolîn li sedema hilbijartina êgir bo xwekuştinê, nexasim ji aliyê jinan ve, bi her bone û hincetekê û di encama her hokareke diyar û aşkira de perdeyê ji ser çend sedem û hokarên şexsî û civakî yên veşartî hildide, ku bêyî nasîn û xwendina wan sedem û hokarên şexsî û civakî çu hengavek ji bo nasîna hokarên serekî yên xwesotinê û hewl bo nehiştina zemînên serhildana vê cureya şîdeta jinan beramber bi xwe û beramber bi soz û hestên civakî, hengaveke serkeftî nabe.

Hilbijartin û bikaranîna êgir bo xwekuştinê berevajî hilbijartin û bikaranîna hemû cure kereste û amrazekî din ê wek werîs bo xwedarxistinê, jehr û gaz û madeyên bêhişker û hetta mangirtin ji xwarin û vexwarinê jî, ku ev hemû jî hilbijartina asantirîn û rehet û bêazartirîn cureyên xwekuştinê û rizgarbûna mirov in ji çenga hebûn û jiyanê. Xeyala mirova/ê xwekuj ji hilbijartina cureyên din ên xwekujiyê, ji bilî xwesotin, xeyala piştbadanê ye ji jiyanê. Di van cure xwekujiyan de, ew tiştê ku nefret jê tête kirin û hewl bo destjêberdana wê tête dayîn, giyan e. Ji xulya û texeyula wê/î kesê/î ku bi vê şêweyê xwe dikuje kêmtir cestebûna wê heye; lê berevajî vê nefreta mirova/ê xwesoj, her çend ku xweziya rizgarbûnê be ji giyan, lê nefret e jî ji ceste.

Xweziya mirovên xwesoj, her çend xweziya rizgarbûnê ye ji giyan, lê xweziya rizgarbûnê ye jî ji ceste. Di xulya û texeyula mirovên xwesoj de bo wexta xwekujiyê, amadehiyeke diyar a ceste heye. Ji xwe ve nîne ku xwekujiya jinan di civaka me de piranî xwesotin e. Wexta em bînine bîra xwe kêşeya jinan di civakê de, piranî kêşeyek e ku ji ceste çavkaniya xwe werdigire. Ceste di van civakan de diyartirîn nîşaneya jinbûna jinan e û jinaneyiyê dinimîne. Hemû ew tawanên ku beramber wê tên kirin ji ber cesteyê wê ye; hemû ew tawanên ku pê rewa têne dîtin û pê ve tên zeliqandin zêdetir ji netemamiya hizrî û hestî, netemamiya cesteyê wê ye. Netemamiyên hizrî û hestî jî bi netemamiya ceste ve tên zeliqandin. Wexta ku jin difikire, wergirtin û wernegirtina wê ji aliyê civakê ve, nexasim ji aliyê zayendê beramberê wê ve, wergirtin û wernegirtin e ji ber ceste; hingê em zêdetir serwextî sedema hilbijartina êgir bo xwekujî û nefretkirina wê ji ceste û nehezkirin ji cesteyê xwe, dibin. Hilbijartina êgir bo xwekujiyê, yan xwesotina jinan her wek hate gotin, bi şêweyekê, biryara nefretkirinê ye ji ceste wek pîsbûn. Ceste bo jinan rêgireke serekî ye li ber mirovbûnê yan wergirtina wê nasnameya nû ya ku di encama têgihîştina wê ya taze de derdikeve. Di van cure civakan ên wek civaka me de, mirov berî mirovbûna xwe, yan jin e yan jî zilam e. Bi gotineke din jinbûn yan zilambûna mirov e ku di civakê de hêza cih û ast û radeya mirovbûna wê/î diyar dike. Jin yan zilambûn wek serekîtirîn hokara nasnameyê bo wergirtin û bo diyarkirina cihê wê yê civakî ye; têgihîştinek e li ser bunyada nêrîneke şênber û eynî. (Qonaxa yekem nasîn, qonaxa şênber) Nexwe ew tişt tenê ceste ye ku zayendê û di asteke din de jî hebûnê dinimîne.

Hilbijartina êgir bo xwekujiya jinan ji bilî wateyê jî hilgira çend peyamên taybet e ku pêwendiya wê bi hilbijartiyê bi xwe ve heye, ango agir û taybetmendiyên diyar û aşkira û rola (agir) di jiyana şênber û razber a mirov de, bi giştî wê pêwendî ligel wan hemû wateyan heye ku agir di derûn û cewherê xwe de ew hilgirtine. Hilbijartina êgir bo xwekuştinê çiqas ku wê pêwendî bi rol û pile û payeya civakî û psîkanalîza kesa xwekuj yan xwesoj ve heye, ewqas jî wê pêwendî bi psîkanalîza êgir bi xwe ve heye. Gaston Bachelard reng e yekem kes be ku berevajî kesên wek Freud ku li psîkanalîza mirovan difikirin û dikolin, li psîkanalîza tiştan (çar tiştên serekî, av-ba-xak û agir) bi taybetî li êgir dikole û di kitêbeke xwe de bi navê “Psîkanalîza Êgir” raveyeke têr û tesel li ser vê mijarê pêşkêş dike. Ev edîb û feylesofê frensî, di destpêka beşa yekem a kitêbê de bi vî awayî êgir rave dike:

Agir, diyardeyeke awarte ye ku wî hêz bo şîrove û vegotina hemû tiştan heye. Her çend jiyan nimayîşî wan hemû tiştan dike ku bi lez û bez diguherin, lê ew agir e ku dişêt guherana lez û bez a wan tiştan vebêje. Agir wek bûneke yekcar giyandar û yekcar zindî, ji aliyekî ve şexsî û xweyî û derûnî ye, ji aliyekî dî ve jî giştî ye; di dilê me de dijî û li asimanan dijî. Ji nava cewher ve ser hildide û bi şêweya eşqê derdikeve. Agir wek nefret û kîn dikeve derûnê tiştan. Di nav hemû diyardeyan de, agir tenê diyardeyek e û dişêt pir bi aşkira du cureyên î’tîbarî û dijhev wergire; ango hem nimayîşî xêrê dike hem şerr. Li buhuştê dibiriqe û li dojehê disoje…[12]

Bi vê boçûnê, rûbirûbûna mirov ligel êgir, ji destpêka hebûna mirov heta niha, rûbirûbûneke sext e û hesta mirov beramber bi êgir hesteke dijwar e. Agir ji aliyekî ve tîn û germa û ronahiyê belav dike û nîşaneya pakkirin û jinavbirina hemû pîsiyan e; meyla cinsî, sêks, sozê dilebitîne (Çiku agir, bi taybetî li nik jinan, berevajî avê nêr e). Ji aliyekî dî ve disoje (lêş dişewitîne ku pîsiya wî giyan e). Mirov ji aliyekî ve hez jê dike û berev pîrbûnê ve diçe, ji aliyekî dî ve jê ditirse û jê dûr dikeve. Ev her du nirxên dijwar ên êgir li nik mirov, ji wan a yekem çavkaniya wê di zanyariya zêhnî û takekesî de ye û ji wan a duyem ji zanyarî û têgihîştina eynî û tecrebeya civakî çavkaniyê werdigire. Êgir, rol û cih û pêgeheke wiha di jiyana civak û hişyar û nehişyar a mirov de heye ku raveya wê ya têr û tesel di taqeta vê nivîsarê de nîne. Ewê ku li vir pêwîst e em awirekî lê vedin du girîft in ji çar girîftan ku Bachelard yekrasttir me dibe bo ser “Empedokles”. Girîfta Prometheus û Empedokles, zemîneya civakî ya xwesotinê ye.

Agir bi gotina nûserê “Psîkanalîza Êgir”, bêtir ku hebûneke siruştî be, hebûneke civakî ye. Tirs ji êgir, tirseke cewherî û siruştî nîne, berevajî vê, tirsek e ji civakê digihîje mirov. Yekemîn nasîna mirov ligel êgir, ji nehiştin û bergiriya bav bo nêzîkbûna li êgir dest pê dike. “Bive” gefeke tirsnak î serdema zarokatî û çarpêçûnê ye ku yekemîn sînorî li dora mirov dikişîne. Biveya agir, biveya nehiştina nêzîkbûna li hemû wan tiştan ku mirov hez ji lênêzîkbûna wan dike. Lewma yekemîn meyla nefermanî û piştkirin li sînorên diyarkirî yên bav, meyla nêzîkbûnê ye li biveya agir. Bêîtaetiyeke zîrekane, bi encama nasîn û têgihîştina şexsî li agir, hildiweşe. Nasînek e ku heval e ligel êş û azarê. Êş û azara sotinê û di heman demê de jî temêkirina bav. Bachelard meyla bo vê bêîtaetiyê, ku meyla nasîn û zanyarîya biazar e, wek girîfta Prometheus bi nav dike. Guhnedana zarok li fermana nêzîkbûna li agir, dişibîne dizîna agir ji bav. Bi vê boçûnê, xwesotina jinan yan hilbijartina êgir bo xwekuştinê ne tenê binpêkirina ferman û daxwaza bavk e, belku dizîna agir e ji xwediyê wî ku xwediyê ocaxê (agirdan) malê ye. Hilbijartina êgir bo xwekuştinê li nik jinan, binpêkirina dawî ye li ferman û daxwazên bavk, bira, mêr yan bi giştî zilamên civakê û yên wê sîstema fikrî û çandî û civakî ku sîstemeke baviksalar e û desthilata jinan ku desthileteke mêrane ye. Bachelard vê yekê, bi yekem binpêkirinê ve girê dide. Lewma xwesotina jinan ku encama piştbadana bêhêvîtiyê ye li rastiya jiyanê, di rastiyê de vegerîna wê ye bo serdema zarokatiya xwe û kirina yekem karê nekirî ku bê fermana bavk yan xwediyê ocaxê malê. Jina xwesoj di vê vegeranê û pêdeçûna bi destpêka jiyana xwe de, Zîos-asa êgir ji xwediyê wî didize û bi her wateyekê xwe dike xwediyê “wî”. Bi vê şêweyê xwesotina jinan, berevajî cureyên wê yên din ên xwekujiyê ku piştbadaneke mutleq e li desthilata jiyanê û radestbûna yekcarî ye li mirinê; wiha ku di xeleka jiyanê de hilberînera tu wateyekê nebe. Lîstikek e di nav desthilata jiyanê de û wateyek jê derdikeve ku hilweşandina bunyada desthilata jiyanê ye. Peyama xwesotinê li pişt wê bêhêvîtî û radestbûnê jî, dizîna êgir û xwe kirin bi xwediya her du layenên sojer û jiyanbexş, azarder û şadîbexşiya wê ye. Zilaman, bi dirêjahiya dîrokê hewl daye ku xwe bikin xwediyê layena xêr a êgir; jina xwesoj dibe xwediya layenên xêr û şer ên êgir. Reng e têgihîştina vê rastiyê ji bo me dijwar be, çima em li pişt “şer”ê xwesotina jinan ji bilî bêhêvîtî û radestbûn û şîdeta beramber bi wan û hest û soza civakê, tu “xêr”ekê nabînin. Xêrek ku ji hişyarbûna jinan beramber bi xwe û dinyaya dorhêla xwe û ji helwesta rexnegirane ya li dijî desthilata baviksalar a jiyanê çavkaniyê werdigire.

Girîfteke din ku Bachelard di kitêba xwe de amajeyê pê dide -girîfta Ampdoklês- ji vê sifeta du layenî û dijhev a êgir serî hildide. Mirov bûnewerek e ku hem xewnê dibîne û hem jî xeyal dike. Xewn û xeyalên mirov, du mijarên girîng î lêkolîna derûnnasî û psîkanalîzê ne. Xeyal berevajî xewnê, ku aloz û bê navend e, bêhtir li ser tiştekî yan li ser mijarekê kom dibe. Xeyalkirina mirov li tenişt agir û hûrbûn li semaya pêt û alavan, xweştirîn û di heman demê de navendîtirîn cureya xeyalkirinê ye. Xeyalkirina êgir, her dem û di her haletekî de heval e ligel asûdeyî û hêwirîn û bêhnvedanê. Reng e kes nebe ku berevajî vê bifikire; çiku kes nîne ku çêj ji xeyalkirina agir û agirdan nedîtibe. Xeyalkirina agirdan, bi gotina Bachelard, wê çend tewereyên felsefî jî hene. “Agir, nimayîşkerê geşt û tevgera lez a zeman û mayindeyiya cîhanê ye û her wiha derbasbûn e ji fenayê bo beqayê.” Nexwe xeyalkirina êgir, girîftê saz dike ku xoşewîstiya êgir û tirs ji êgir, xerîzeya jiyan û xerîzeya mirinê têkel dike. Di wexta xeyalkirina agirdan û hûrbûn li êgir “eşq û mirin û agir dibine yek. Agir dişewitîne û dimirîne, mirineke temam û kemal, bêyî ku li xwe, li ceste, bihêle. Ev mirin, dibe destebera çûna mirov bo cîhanekê ku li wê cîhanê mirin, ne mewcûd e.” Dîsan bi gotina Bachelard di mirina bi agir de mirov, her têk dibe ji bo ku her tiştî bi dest bixe. Ev yek, ew hîkmet e ku agir fêrî mirov dike: Piştî ku di her rêyeke nerm û aşiqane, yan tund û tîj û aloz de ew her tiştekî bi dest dixe, dikare wan hemûyan ji dest bide û vegere bo qonaxa nebûnê.

Helbet divê ew yek jî bête gotin, ev girîft ku ji aliyekî ve li ser bunyada xeyal û ji aliyekî dî ve, bi aşkira, xeyala nemirî û jiyana hetahetayî pê ve diyar e. Her wekî behs jê hate kirin, ligel wî mentiqê ku berî niha bo teslîmbûna mutleq a xwekuj li mirinê û nebûna xeyal bo dahatûya paş mirinê, dijwar e. Di hinceta vê dijwariyê de divê du boçûn bihêne derbirîn. Yek ji wan, ciyawaziya hokarên xwekujî û xwesotin û wate û mebesta wan e. Eger xwekujî, hilbijartina mirina mutleq û çavkaniya wê ji nehîlîzm û pûçiyê be, xwesotin berevajî wê lîstikek e di nav jiyanê de û helwestek e li dijî desthilata jiyanê bi wê wateyê ku berî niha min behs kir. Duyem hinceta vê dijwariyê, vedigere bo aloziya derûnê mirov û aloziya bandora agir li ser hişyarî û nehişyariya mirov. Bê guman mebesta vê nivîsarê, ew nîne ku ew girîft, her wiha ew çar girîftên derûnî ku Bachelard di kitêba xwe de behs û şîroveya wan dike, nexasim jin yan jina xwesoj, em wek hinceta vê dijwariyê bizanin. Bandora vê girîftê li ser biryara xwesotinê, bandoreke cidî û şayanî lêkolînê ye.

Li encama vê lêkolîna ku ji vê riwangehê ve hate kirin, perde tête rakirin ji ser raza hilbijartina agir bo xwekujiya jinan û ciyawaziyên wateya xwesotinê ligel bêwateyiya cureyên din ên xwekujiyê. Her çend em pir baş dizanin ku di xwendina mijareke wek xwekujî yan xwesotinê de, arasteyeke xwendinê tenê qet’îtirîn araste nîne. Her wiha bandora tu zayendeke bandorlêkirî li ser çawaniya hilbijartina agir bo xwesotinê, bandoreke mutleq nîne. Şîdeta mirov a der heq bi xwe, bi taybetî di wexta hilbijartina mirinê û hilbijartina agir bo pêkanîna wê mebestê, reftarek e ku em nikarin li hemû rehendên diyar û veşartî yên vê reftarê tê bigihên bi riya mentiqekî tekane û tu cure xwendineke qet’î ku hilgira hemû heqîqeta vê reftarê nebe. Hetta kesa xwesoj bi xwe jî ku xwediya tecrebeyekê ye şiyana wê bo derxistana hemû rehendan nîne. Xwesotina jinan û şîdet, di balatirîn pileya aloziyê de ye. Em li beramber vê aloziyê, digel tirs û heyirîn û sersamiyê, digel teqleyeke nefsbiçûkane bo xwendin û aşkirakirina xumamiyeke herî biçûk ji hokarên wê, pêwîst e em ji xwe pirsiyar bikin: Em li ku ne dema ku jin, ne her di xewnên me de belku di rastiya jiyana me de jî dibin gilole-alavek di hewşe û hesarekî biçûk de..

[1] Li pênaw: Di oxira … de, di rêya … de (wer.)

[2] Înkarhilnegir: Ew tişt û rewşa ku nikare were înkarkirin, înkarnebar (wer.)

[3] Taqîgeh: Labaratuvar (wer.)

[4] Serpilkî: Sethî (wer.)

[5] Sûk: Sivik (wer.)

[6] Belku: Berevajî vê, di heman demê de (wer.)

[7] Çespaw: Ew tişt û rewşa ku cih daye xwe, qayîm bûye û cî bi cî bûye. (wer.)

[8] Ewper: Ev peyv dema ku bi kar tê, wateyên wek “pir zêde, pir mezin û azamî” dide peyva dû xwe. Bo nimûne: Bi ewperê bêzariyê ango bi bêzariyeke zêde zêde. Wateyên ferhengî yên vê peyvê ev in: 1. Encam, Dawî, Paşîn 2. Dûrtirîn sînor û şûn, 3. Bilindtirîn, dawîtirîn. (wer.)

[9] Sûke-amaje: Amajeyeke ne tam, amajeyeke sivik (wer.)

[10] Asman û rîsman: Gotinek e ku ji bo ciyawaziya navbera du tiştan bi kar tê. (wer.)

[11] Ji bo nimûneya xwekuştina mêrminalekî bi hokara sade û asayî ligel xwekuştina rewşenbîrên wek Hemingway, Volf û Sadiq Hîdayet wekhev hilgira wan peyamên serekî ne ku behsa wan hate kirin. (wer.)

[12] Bachelard, Gaston, Rewankaw Ateş, wer. bo farisi Celal Setari. (La Psychanalyse du feu, Gallimard, 1949)

Share.

Leave A Reply