Hevpeyvîn Ligel DAVID HARVEY

MÎRZA BARAN – HÊJA NETIRK – JI ÎNGILÎZÎ: FERZAN ŞÊR

DAVID HARVEY (z.1935, Gillingham, Kent, Îngilîstan) Di sala 1961an de doktoraya xwe li zaningeha Cambridge di beşa Erdnîgariyê de kiriye. Piştî xebatên xwe yên li zaningeha Bristolê di sala 1969an de li derbasî zaningeha Johns Hopkins bû. Di sala 2001an de li zaningeha Cityê dest bi xebatê kir. Taybetmendiya herî mezin a Harvey ew e ku fikra wusatê li teoriya Marksîst zêde kiriye. Di nav Zanistên Civakî de yek ji bîst kesan e ku herî zêde jêgirtin (û veguhastin) ji wan dibe.

Hêja Netirk: Em dizanin ev çend car e hûn tên Diyarbekir û Mêrdînê. Wek we jî dîtiye bajarê kevn û yê nû bi hev re dijîn. Bajarê kevn ber bi getoyeke xizanan ve vediguhere, gelo we çi hîs kir di navbera vê dubendiya jiyana bajarê kevn û yê nû de?

Harvey: Esil, ez bi piranî li bajarê kevn mam. Ji bilî carekê pê ve, li ya nû nemam bi giştî. Ji ber ku ya nû pir nexweşik bû. Bajarbûyîn li dar e, û her ku diçe bi şûna reş de diçe. Tiştê ji bo Mêrdîn balkêş hat hejmara avahiyên neqediyayî bû. Dikarim bêjim teqez bi hezaran avahiyên nîv-qediyayî hene. Tu nizanî bê ew ê biqedin an wê bisekinin. Gelo ew mirovên pere pê dane ji dêvla mebesta jiyînê bi armanca karjêkirinê dane? Bi rastî jî ez nizanim wê çawa bidome. Hêla nû pir nexweşik bû. Lê belê ez li hêla kevn mam, ez li hawirdorê geriyam. Ez pir bi siûd bûm, ji ber ku ez li apartmana hevalên xwe ya ku bi bergeheke nûwaze bû dimam.

  1. N.: Gelo li bajarê kevn qet avahîsazî nînbûn? Harvey: Li cihê ku ez lê bûm, na.
  2. N.: Ji ber ku ew hewl didin cardin dîmena beriya salên çilî vegerînin, avahîsazî tunene. Lê Navenda Danûstendinê [Mall] ya duyemîn dike di vî bajarê biçûk de çêbibe, polîtîkaya me di vê mijarê de pir întegreyî polîtîkaya tirkan bûye. Pirseke bi vê yekê re girêdayî heye bi rastî; her ku tevgera kurd piştgirî bide jiyana ekolojîk û modeniteya antikapîtalîst jî em şahidên guherînekê ne, lê belê ev avahiyên wek fallûsan li her derê bilind dibin û tu cih ji bo lîstîna zarokan nahêlin. Gelo tu di derbarê bandora vê ya li ser çanda hestên kolektîf û jiyana gundewarî çi difikrî? Encama gengaz a vê derbasbûyînê dê çi be gelo?

Harvey: Ez ne pisporê wê yekê me ku [bibêjim] wê çi bi hêla gundewar ya Kurdistanê were, lê bi ya min trendek ber bi pîşesazbûna çandiniyê ve heye û mahneya wê jî ev e: dê gelek kes ji ber gelek sedeman, hin ji wan jî aborî ne, wê ji axên xwe bên qewirandin. Me li devera Amedê dît ku avakirina van hemû bendavan, qadên jiyîn û çandinî eşkere ber bi rûxandinê ve dibe. Di vî warî de ew ê gengaziyên karkirinan jî werbigire. Lowma bi ya min, îhtîmaleke mezin em ê bibînin dê bi tevgerên xurt ber bi bajarîbûnê ve biçe. Mirov ji ax û qada jiyana xwe tên bêmilkkirin. Loma jî ji bilî bajaran tu cihê çûyînê nîne, û ji ber vê yekê jî pirsa me ev e: di bajaran de dê çi cûre awayê jiyanê bê peydakirin. Xaniyên li bajaran bi kêmbaldarî tên ava kirin, bêyî ku çandiniya şarevanî û mekanên qada giştî an jî tiştê wekî wan bên hesibandin tên avakirin. A rastî, bi min wiha xuya dike ku ev tişt pêşerojeke tarî ji wan kesên ji axa xwe hatine derxistin re ava dike.

  1. N.: Pirseke din a bi vê yekê girêdayî jî ji bo avakirina bendavan destdanîna ser erdên xelkê ye. Ew kesên ku ji ber vê yekê pere wergirtin, çûn ji xwe re xanî stendin. Bi vî awayî, cotkarên xwedî erd di avaniya civakî de guherîn pêkanîn di heman demê de. Li hember vê veguherînê jî tevgerên girseyî dikare bibin riyên berxwedanê. Lê belê, guherîna di avaniya civakî de bendek danî li hemberî vê girsesaziya tevgerê ya li dijî vê dîzayna bajarê nexweşik.

Harvey: Hûn dixwazin bibêjin mirov ji statuya xwedîbûna bajar û kirêkirina cihan kêfxweş in?

  1. N.: Ez vê yekê bi vê hevoka ve girê didim: “xanî wekî çêleka dotinê ye.” Ez qala wan kevne-gundiyên veguherî dikim (Harvey xwe diavêje nav peyvê).

Harvey: Baş e, dîsa jî, dive bala te bikişîne, aktîvîteya avakar ya li ser erd ji destê wan kesan diçe. Nema dikarin tiştan çêkin. Lê belê jiyîna bes li ser kirêdariyê çalakiyeke pirr pasîv e. Ev çanda tiştek-nekirinê ye. Loma pirsa girîng ev e, li cihê ku gelek mirov wê tu tişt neke bes derveyî wê pere bikşîne [bigerîne] dê çi bibe? Bi vê riyê hemû pêvajoya danhevî li ser bingeha tişt-nekirinê ye ku ev yek li gor min arîşeyek e. Ger her kes têbikoşe bi kirêdariyê bijî û tu tiştî neke, wê civateke çawa be ji bo jiyînê? Ev arîşeke girîng e, tiştê din ê di derbarê vê yekê de, ez ne bawerim ku mirov bes ji jiyana bi kirêdariyê [rantkarî] bextewar bibe. Li gor min, belê, ew xwedan pere ne, ne mecbur in tu tiştî bikin. Lê belê ew teqez ne pir bextewar in derbarê wê de. Mirov bi giştî bextewar dibin dema tiştekî hildiberînin ango ava dikin.

  1. N.: Lê belê, şaredarî, wek mînak şaredariyên kurdan dikarin vî karî bidin ser milê xwe. Li Diyarbekirê erd didin gundiyên bêerd. Bi baweriya te gelo riya yekane ji bo berxwedana li hemberî vê duçariya guherînê tevgerên girseyî ne an şaredarî ne? Gelo saziyên pêş-xweser jî dikarin bandor li vê yekê bikin?

Harvey: Ez ji bo pirsên bi vî rengî cardin dibêjim, ji bo şîroveyên pisporane têra xwe ne zane me. Lê lazim e bibêjim rêveberina şarevaniyê xwedan gelek rolên avakar in, dikarin piştgiriyên xurt bidin tevgerên civakî. Bi vî awayî kombînasyonên xurt ên tevgerên civakî û rêveberiya şarevanî ya ku tevgeran guhdarî dikin [pêk tên]. Ev yek sazkariyeke gelek pêşkeftî ye. Û ez vê yekê difikirim, ez hêvîdarim li ser van xetan gelek çalakiyan bibînim. Bi kîjan hêlê ve divê biçe û bi rastî ji bo vê yekê çi polîtîka li ser vê xalê dê bê kirin nizanim, ji ber ku ez ne li ser wê xalê me.

  1. N.: Parka Geziyê di protestoyên Geziyê li hemberî otokraksiya Erdogan û polîtîkayên wî yên neoliberal veguherî mekanekî hêviyê. Em heman tevgeran li her deverê dinyayê dibînin, lê vê dawiyê me şahidiya berxwedana Kobaniyê kir û ew jî wek-Stalingradê bû, ew ji bo kurdan bû mekaneke hêviyê. Gelo li gor te di heman demê de ji bo dinyayê bû mekaneke hêviyê?

Harvey: Na, ez ne li ser wê fikrê me ku dê dinya bi wan bûyerên li Kobaniyê qewîmine xelas bibe. Carina, fantaziyên wiha ên li ser çepgiriyê hene. Ev yek bo Zapatistayan jî çêbû wekî mînak. Zapatîstayan tiştne kirin, û her kes dê bigota ”ev e çareserî”. Dê Zapatîsta bihatana New Yorkê û ew ê her der feth bikirina. Na, lazim e ku her der bi kadroyên xwe xwe rizgar bikin. Ez bi xweşikî fahm dikim bê çi bûye, zêde jî balkêş e. Min hewl da ku xwe bi xwe bibînim, lê ez bi serneketim. Ev pirr baş e tiştekî bi vî rengî diqewime. Ez ne bawerim ku ev çareseriyek and jî bersivek be ji bo pirsgirêkên li dinyaya mayî re.

Mîrza Baran: Dema em bibêjin dewlet jî wekî avahiyan e an jî weke stargehekê ye bo mirovan, zemîneke hevpar e ji bo kesên kêm-zêde wek hev difikirin û dijîn. Li ser vê yekê, ji çavê aqilekî mîmarî tu bêdewletbûna kurdan çawa dinirxinî, tunebûna xanî [mal], tunebûna stargehê?

Harvey: Belê, bi texmîna min ji bo nifûsa kurdan arîşeya mezin ev e: daxwazeke teqez ya nasnava neteweyî heye lê dewlet tuneye. Lewra di vê rewşê de bêmal [bêkes] e, lê maleke wê heye, mala wê bi rastî di nav çar dewletan de ye, ne werê? Hewce ye bi van dewletan re li hev bê. Bi ya min arîşe li derekî din e. Li gor fikra min heke em dewletê wekî pêkhatiyek yekrengî bifikirin şaşiyeke mezin e. Mirovên di nav dewletan de hez dikin li ser pêkhatiyeke yekrengî bipeyvin. A soxî dewlet baqeke saziyên cûda cûda ye, û ev sazî hemi bi yê din re di nav şer û pevçûnekê de ne. Lewra hêleke wê ya leşkerî heye. Hêla wê ya dercivakî [asosyal] heye. Hêla wê ye aborî heye. Hêla wê ya zagonî heye. Hemû kesên ku li warekê dijîn, bi van saziyan re bi heman riyan an jî bi riyên dîtir di nav têkiliyê de ne. Baca xwe didin, di riyan de [erebe] dajon. Her dewleta avabûyî bi binyadên refahî ve girêdayî ne. Lewra ew nayê wê mahneyê ku ger kurd li derveyî dewletê bin, ew ne di hundirê dewletê de ne û hin xuyangên dewletan heye ku li gor min kurd gengaz e ku bi awayekî pirr avakar û pozîtîv pê ve girêdayî ne. Û beşa sereke ya dewletê jî antagonistikbûna wê ya li dij kurdan e. Ev pir tevlîhev e, lewra meyla nêrîna min li ser dewletê wekî dijberbûnekê pêkhatiye û li gor min tiştê herî hêsan ew e ku mirov li ser “dewletê” bipeyve ji ber ku hin tişt hene -wek ku we berê pirs kiribû- mînak, rêveberiya şarevaniyê yek ji wan beşên lidarxistina dewletê ye. Loma jî li Amedê bala kurdan bi xurtî li ser e, ji ber vê yekê jî ev beşa dewletê, beşeke girîng e ji bo henasa kurdan li serê be. Lewra ez wiha difikrim di derbarê pirsa we ya bêmalbûnê de, bi ya min hûn ne bêmal in. Piçekî xaniyeke we heye li Amedê.

  1. Baran: Dixwazim tiştekî lê zêde bikim, neha hin nîqaş hene di navbera derdorên cuda ên civaka kurd de. Hin kes dibêjin “hewcedariya me bi dewletê nîne, em dikarin bi tirkan re di bin heman banê de bijîn”. Lê bo hinekan jî, ev ne pêkan e, “lazim e em mala xwe li xwe vegerînin”. Lewma jî ew kesên ku Kurdistana azad dixwazin ên din bi derkirbûnê îtham dikin. Min pirsa xwe li ser vê xalê pirsî.

Harvey: Belê fahm dikim, ez wê ber bi aliyê din ve bajom. Tirkiye dewleteke pir-netew e. Qesta min jê ne bes kurd hene, xwedan nifûsa ereban e jî. Mesihî li gor min nifûseke têkel heye di hundirê Tirkiyê de. Û a soxî, divê li Tirkiyê çi biqewime, [divê] Tirkiye makezagoneke pir-neteweyî bipejirîne, ev li Ekwadorê hat çêkirin, li Bolivya hat çêkirin. Bi vî awayî, Ekwador di sala 2007an de bi makezagoneke ku digot ew dewleteke pir-neteweyî ne bû xwedan çar zimanên fermî. Mafên çandî ya komên cuda ên di nav nifûsê de hat nas kirin. Pirsa min ev e: çima Tirkiye xwe wekî dewleteke pir-netewe ranagihîne. Belê em dizanin çima ye, ji ber ku ev baweriya Kemalîst e ku dibêje hûn tev de tirk in. Berovajî li Ekwadorê dibêjin em tevde Ekwadorî ne lê em ji hev cuda ne. Lewra yek ji wan tiştên ku ji min ve xuya dike ev e: ragihandina dewletekê wekî pêkhatiyeke din wê ne pir hêsan be. Ji ber ku ev arîşeyê ku ez difikrim hatine serê we, pirr gengaz e ku di derbarê Rojava de jî pêk were. Belê piraniya wê kurd e lê nifûsa ereban jî heye, ya Çeçenan jî. Dewleta kurd wê çawa bê rêvebirîn? Gelo wê wekî ya Kemalîstan be? Wekî wan, dewleta kurdî jî ewê zilmê li kêmarên xwe bike? Gelo wê ji bo nifûsa ereban bibêje bicehimin? Na, ku bû dewletek divê bibe dewletek gelejimar a netewan, ji ber tu riyeke din nîne li vê herêmê, li warê ku wekî Kurdistan tê binavkirin. Û ji sedî sed nifûsa wê kurd e? Û nexwe tu yê jî bibî xwedan arîşeyekê di derbarê kêmarên xwe de. Bi awayekî dîrokî çi hatibe serê te, di encamê de ew tiştên hatiye serê te tê serê kêmarên te jî. Û ev yek ne fikreke baş e. Ev teqez anti-sosyalîst, anti-komunîst, anti-wan tiştan e ku ez diparêzim. Loma jî bi tenê tiştek ez difikrim, divê hûn têbikoşîn heta ku Tirkiye dibe dewleteke pir-netewe. Û divê mafên kurdan bên parastin, û divê otonomî hebe. Em êdî dibînin ev mîna tevgerên li Skotlandê derketî ne. Wek mînak dibêjin Brîtanya dewleteke pir-netewe ye. Neha Brîtanya mecbur e nas bike, ew dewleteke xwedan karakterek pir-netewe ye. Serbixwebûna Skotlandê, ne serxwebûna tam lê yeka otonomîk e. Heman tişt li Spanya jî, a rastî, hemû dewletên em li wan dinêrin, dewletên pir-netewe ne. Û ew mecbur in di vê hişmendiyê de bin. Û zûka em ji vî warê yekrengî ya dewletên yek-neteweyî bicehimin. Hemû dewlet pir-neteweyî ne. Birastî jî em ê cîhaneke cuda ava bikin.

  1. B.: Çareseriya te pir maqûl e, lê xaka kurdan di navbera çar perçeyan de dabeşkirî ye. Ev yek wê ji tecrûbeyên din cuda dike. Ji Brîtanya, ji Spanya. Û wekî din Tirkiye û Kurdistan wekî navlêkirî Anatolê û Mezapotamya pir-etnikî, pir-çandî û pir-olî ne. Li gor neteweperwerên kurd, em wekî neteweya kurdan xwedan hişmendiyeke diyarkirî ya polîtîk in û haya me ji binyada li ser xaka me heye. Ji dêvla ku em dewleta tirk ya faşîst qaneh bikin, em dikarin dewleta xwe ava bikin û van polîtîkayan li dewleteke ku em bikaribin bisepînin, tetbîq bikin. Û dû re jî ger tirk jê hez kirin, ew jî dikarin me wekî mînak bigrin ji xwe re.

Harvey: Çima hûn nabêjin ji dêvla wê, hûn bixwazin binyada rêveberiyeke alternatîv ava bikin. Ez pir dijî neteweperweriyê me. Dema ez rasterast neteweperweriya kurdî seh dikim sempatiya min pê çêdibe ku çima mirov vê yekê dibêjin. Ez dizanim bê gelê kurd di dîrokê de çiqas êş kişandiye jî. Ez piraniya van fahm dikim. Lê li gor fikra min ev ne bersiveke pêvajoya dirêj a vê arîşeyê ye ku pozîsyoneke neteweperwerî werbigre. Li gor min ji bo pozîsyona wergirî dive bê gotin “em ê geşe li binyada rêveberiyê bidin heta dibe otonomiyeke lokal û herêmî, û heta gengaz dibe. Û dema em neha li ser netew-dewletê bifikrin têkiliya binyada van rêveberiyên alternatîv dest pê dike qels dibe. Û ev yek ji nav hêzên, bi min wiha xuya dike, tevgera kurd dertê hole. Bi xêra vê tevgerê em dest pê dikin li ser binyadên cûda biaxivin, otonomiyên me mina dewletê napeyivin. Hûn dizanin, meclîs teşe dide rêveberiyê.

  1. N.: Vê gavê, em vê yekê li Rojava tecrûbe dikin. Dixwazim pirseke balkêş bikim derbarê PKKê de. Veguherîna di fêmkirina marksîzmê ya di konjektura navneteweyî de û têkiliya PKKê ya bi vê guherînê re çawa tê dîtin. PKK marksîzmeke otonomîst heye, postmarksîzm û marksîzmên dîtir hene, bi van guherînên cîhanî re PKK bi xwe jî guherî, her wekî din fahma wê ya derbarê marksîzmê jî. Li ser vê yekê têgihiştina we ya derbarê vê pareleliyê de çi ye ango pareleliyeke wiha ye?

Harvey: Belê, bersiveke min ya xweş ji bo vê heye, ez ev e çend dem e di nav kevneşopiya marksîst de dixebitim. Bi awayekî cidî gelemşeyên min bi hin marksîstên din re hene. Yek ji wan gelemşeyan derbaskirina pêvajoya bajarî ye û piraniya marksîstan qet guh nadin van pirsan. Ji ber vê yekê, fikirîna li ser sazkariyên warî bi awayekî kûr arîşeya bajarvaniyê û çalakiyên têkoşîna çînî pev girêdayî ne. Lê belê hin marksîst dixwazin bes li ser çîna karker û febrîqeyan biramin. Ez dixwazim li ser bajaran, jiyana rojane ya bajaran bifikrim û ji bo jiyana rojane têbikoşim, ango têkoşîneke watedar ji bo kar û cihê karan dixwazim. Ez tim nîqaş dikim ku divê em marksîst, tevgerên civakî ên bajaran û tevgerên otonomîk yên herêmî û cihûwarî, bi awayekî cidî wekî çalakiyên hewldana çînê bigrin. Tiştê ku ez dibînim piraniya marksîstan ji kombînasyonê hez nakin. Neha, wê tiştê ku tevgera kurd li ser wê dipeyve û pozîsyona ku ev çend sal e ez wê diparêzim nêzî hev in. Lewma tevgera kurd bandor li min dike û ez dixwazim wan bêtirî fêm bikim. Tiştina pêk tîne ku bala min her tim lê ye. Ez kesên mîna Murray Bookchin dixwînim ku ji bo nûvefikrînê watedar e. Murray Bookchin di pirtûka xwe ya dawî de wiha dibêje “ger çepdozî bixwaze biçe cihekî divê marksîzma herî baş û anarşîzma herî baş werbigre û wan bîne ba hev”. Ev piraniya anarşîst û marksîstan şoq dike. Lê xala girîng ev e, wekî erdnîgarzanek, tundrewên mezin ên di nav kevneşopiya erdnîgariyê de anarşîst bûn. Kropotkîn erdnîgarzan bû. Û ez her tim wekî erdnîgarzanek qedr didim tiştên ku anarşîst dibêjin û ez her tim difikirim ku ew di derbarê jiyana rojane de cidî bûn, ew di derbarê herêman, biyoherêman û ekolojiyê de cidî bûn. Di heman demê de bi Marksîstan wer dihat ku ev tiştekî acizker e û ekolojî romantîzmeke burjuwayî ye. Marksîzma min, her tim di derbarê wergirtina pêwendiyeke bi xwezayê re cidî bû, bi bajarvaniyê re û bi geşedena cihûwarî re cidî bû. Lê heya astekê Marksîzmê vê yekê qebûl nekir. Di hundirê marksîzmê de min têkoşîneke mezin da ku mirov qaneh bibin ku divê ew bi awayekî cidî [vê mijarê] werbigrin. Heya astekê hin anarşîstan li ser van arîşeyan xweş xebitîn. Min tim qedr daye tiştên wan kirî. Lewra ez qedr didim cihê ku PKK di nav pozîsyona xwe de encamek jê derxistiye, ev pozîsyon bi awayekî watedar ji feraseta nivîsên min ên li ser erdnîgarî û bajarî ne dûr e.

  1. N.: Pirseke di derbarê rojeva polîtîk de… Min di hevpeyvînekê de xwend we behsa Podemos û Syriza[1] dikir ku mekanên nû ji bo alternatîva ku çepdozî li bendê bû ji bo alternativa vekirine û we digot arîşeya porpulîzmê hîna jî heye. Li gor min HDP jî mekaneke nû ava kir, ew bi xwe jî di nav riyeke populîst de ye. Lê belê ji ber mêtingeriya di nav Tirkiyê de populîzma HDPê jî hebkî cuda ye. Ew her tim nûbûn û guherînan li kurdan ferz dikin û hewl didin ku ji aliyê şopînerên tirkan ve xweş bên dîtin, di vî mijarî de pir populîst in. Wê Tirkiye bi HDP an jî bêyê HDP çawa be?

Harvey: Ez nizanim. Hûn dizanin dema min derbarê Podemos û Syriza de got ku mekanan vedikin, min xwest ku ez diyar bikim ev yek di kêliyeke diyar de çêbûye. Û tu dikarî bêjî belê, em sibê [divê] şoreşê pêk bînin. Temam! Ez û tu tevlê dibin. Were em destên xwe bidin hev, derkevin û şoreşekê pêk bînin. Lê belê em dizanin ev ne pêkan e. Belê, tu jî dibêjî “temam, a pêkan çi ye?” Di kîjan riyan de gengazî diçe serî? Yek ji wan tiştên ez hewl didim di nav pirtûka xwe ya dawî de nîqaş bikim ev e: dema em pirsa “çi gengaz e” derdixin holê, ew nîqaşa li ser riyên pêkanîna şoreşê tê vekolan. Pasajeke bêhempa ya Kapîtala Marks heye, ez behsa Marks nekim nabe. Di cilda sêyemîn ya Kapîtala Marks de, li cihê ku li ser qada azadiyê dipeyve [wiha dibêje] “qada azadiyê dema hewcehiyên Romayiyan li paş bimîne dest pê dike.” Ev pasajeke ûtopîk, fantastîk e. Û pey re, rasterast di dawiya wê de di hevoka dawî de dibêje “lewra, teşedana erdê ji bo roja şuxlê gava yekemîn e.” ji bo vê tu dikarî bêjî “Çii! Ev bes nêrîneke fantastîk e.” Û pey re tu dibêjî: kêmkirina wextê şuxlê yê rojekê ji duwanzdeh seatan bo deh seatan gava yekemîn e ma? Û pey re tu yê bêjî: ev tiştê reformîst pir nerm e. Lê tiştê ku Marks dibêje ev e: bi kêmkirina wextê şuxlê yê rojekê ji duwanzdeh seatan bo deh seatan, belkî tu yê bikaribî demên biçûk werbigri bo karkeran da ku karibin bifikrin û karibin xwe perwerde bikin li ser pêvajoya şoreşê. Marks bi riya reforman li ser vekirina mekanan dipeyive.

Hinek mirov dikarin tiştên wiha bibêjin: tu reformist î. Û ez gelek caran wekî reformist têm îthamkirin. Lê belê ez aniha dibêjim, tiştê ku di destê me de heye tenê reform e. Syriza û Podemos ne partiyên şoreşger in. Ew ê şoreşa hin tiştan nekin. Partiyên reformîst in, lê belê reform mekanan vedikin ku tiştên cuda karibe bê kirin. Ez heman tiştî ji bo HDPê jî (xwezî agahiyên min bêtirbûna derbarê wê de) dibêjim. Belê. Ger karibe ji sedî deh bistîne, ew ê mekanên nû veke ku li wan mekanan de tiştên cuda dê gengaz bin. Neha ew tiştê ku lazim e tu bibêjî çi ye, tu li vir dijî, tu baqil û zana yî, tu dizanî bê çi bikî. Xala girîng ev e. Yek ji arîşeyên min jî ev e ku di çepdoziyê de carinan hin dogmatîzmên diyarkirî hene: „ger tu vî tiştî nekî tu ne şoreşger î, ez ê tu tiştî bi te re nekim.” Dibe ku vîzyoneke te ya şoreşgeriyê hebe, lê belê divê tu ji bo hin kêliyên dîrokî bê amadekirin û ev reformên diyar ên ku vê vîzyona şoreşê pêkan dikin, bi giştî di nav civakê de xwedan rolên girîng in. Mînak, tu dikarî reforma perwerdehiyê pêk bînî: loma ez dixwazim reformên perwerdehiyê bibînim, ji ber ku ew ê nikaribin rê li ber fêrbûyîna Marks li mektebên Amerîkayê bigrin. Neha ev reformek e, lê li aliyê din, mahneya wê ev e: mirov dê bêtir Marks bixwînin û belkî jî ew ê bibin serî. Hûn dizanin mantiqek dij-kapîtalîzmê heye. Ez wiha bawerim ew tiştê ku hûn hewl didin ji bo kêliyekê bikin ew tiştê ku ez wekî reformên şoreşî binav dikim peyda dike. Reformên riya me vedikin, dikin ku hin guherînên şoreşî jî gengaz be. Li ser qisê, dema ez li ser şoreşê dipeyivim, ez nabêjim ev wekî avêtina ser qesrekê ye, an avêtina ser Bastilleyê. Ez li ser pêvajoya dirêj a bikaranîna veguherînan dipeyvim. Di dirêjahiya vê pêvajoyê de reform gelek girîng in.

[1] Tê zanîn ji ber ku Syriza nikaribû ji bin barê qeyrana li welatê xwe rabe, di 20 Tebaxa 2015an de serok wezîr Alexander Çipras istïfa xwe da û biryar hat dayin ku do 20ê Îlona 2015an de dîsa hilbijartin çêbibe. (ed.)

Share.

Leave A Reply