Selahattin Demirtaş û Seher an Sîyaset û Seher

FEXRÎYA ADSAY

Sehera Selahattin Demirtaş, ji ber nasnameya nivîskarê wê ya sîyasî, peywenda sîyasî û cîvakî ya li Tirkîye û Kurdistanê û helbet elaqeya xwîneran bo wê, xwe li ser mirov ferz dike ku mirov derbarê wê de binivîsîne. Seher, dîsa ji ber nivîskarê wê, ku hevserokê mezintirîn partîya legal a Kurdên bakurî ye, ger elaqeyeke ewqas mezin nedîtiba jî heq dikir li ser bê sekinandin. Sedemên populerîteya wê an himbêzkirina wê ji alîyê girseyeke mezin (dema ev nivîs hat nivîsandin ji 130 hezar hebî zêdetir hatibû firotin) bêtir hewce dike bên nîqaşkirin. Ev nivîs wê ne nivîseke “bêalî” an tenê ji bo xatirê wêjeyê be; çawa ku ev bo xwînerên wê jî, bo kesên heta niha derbarê wê de nivîsandine jî ne sedema bingehîn be, ev ê bê îzehkirin. Belkî ji wêjeyê bêtir wê qala sîyasetê bê kirin. Dibêjim, populerbûna Seherê li derveyî populerbûna sîyaseta Kurd a li Tirkîyeyê ku Selahattin Demirtaş temsil dike, zehmet e bê şîrovekirin û dema pirtûk tê xwendin jî dîyar dibe ku çîrokên di Seherê de dikare wek peyamên sîyasî û civakî lê di nav kirasê wêjeyê de bên xwendin. Ev peyam in ku ji alîyê çepgirên Tirkîyeyî wek ‘serkeftin’ekê tên xwendin. Di vê nivîsê de ez ê li ser nivîsên derbarê wê de bisekinim û hewl bidim di ser van nivîsan re fam bikim ka Seher çi temsîl dike, xîtabî kê dike. Bi ya min pirsên esasî an alîyên divê em bêtir li ser rawestin ev in, ne tenê ziman (çima ne Kurdî!) û nasnameya weşanxaneya wê ye ku babetên talî ne li ber pirsên jor.

Her çiqas Şehmus Diken1 di nivîsa xwe de dibêje “nasnameya Demirtaş deynin alîyekî û çîrokên wî bixwînin, bê hûn ê çend puxanan bidinê”, gelo wî bixwe dikaribû bi vî awayî bixwîne û puxan bidaya, nizanim. Nivîskarê GazeteDuvar Ali Duran Topuz2 bêtir rastgo ye; wî bi çi çavî xwendîye ev pirtûk û bi çi çavî nirxandîye, ji serî de xwînerên xwe hişyar dike û pir baş jî dike, karê mirov sivik dike: “Li hemberî me wêjekar ne lê sîyasetmedarek heye, ez ê hewl bidim bibînim ka di deqên wî de ku pêşkêşî me kirine, yanê ne deqên axaftinên wî yên sîyasî (nutuk dibêje Topuz) de, di zihna sîyasetmedarekî de dikare çi û çi hebin.” û lê zêde dike “ev derfetek e ku mirov bikaribe li ser têkilîya wêje-sîyasetê û di ser deqeke wî ya wêjeyî re li ser têkilîya di navbera cîhana wî ya zîhnî û sîyaseta wî de bifikire. Dû re, Topuz hê bêyî qala naverokê bike tespîta xwe ya yekem û dîyar e sedemeke ecibandina wî ye, bi me re parve dike: Demirtaş xwînerekî Tirkîyeyî, xwînerekî deqên Tirkî ye! Li gor Topuz, Demirtaş ne tenê xwînerekî Tirkî û Tirkîyeyî ye lê ew bi xwe sîyasetmedarekî Tirkîyeyî ye. Ew wek nûnerê “kevneşopeke sîyasî” (li vir qesta wî sîyaseta Kurd e helbet lê Topuz peyva ‘Kurd’ qet bi kar nîne di nivîsa xwe de) ku “her tim rexne lê tê kirin an talîmata “bibin Tirkîyeyî!” tê dayîn”, ev rexne an talîmatan pûç û bêwate dike. Yanê? Ger Demirtaş ne xwînerekî Tirkî bûya û sîyasetmedarekî Tirkîyeyî bûya, Topuz wê dîsa jî pesnê vê pirtûkê bidaya? Li vir kevanekê vekim û bi bîr bînim, Demirtaş di hevpeyvînekê3 de dibêje ji 200î zêdetir pirtûk xwendine di girtîgehê de û çend mînakan dide; hemû yên Tirkî ne. Du sê sal berê lîsteya pirtûkên Abdullah Ocalan xwendine jî hatibû weşandin, di nav wan de, ne şaş bim, tenê destana Memê Alan hebû. Ger Demirtaş gelek caran nivîskarên Kurd/Kurdînûs referans bidaya an rêbaza wan bişopanda, di çîrokên wî şopên sîyaseteke Tirkîyeyî ne lê ya Kurdistanî hebûya, gelo Topuz wê çi bigota an tiştek bigota li ser xwînerîya wî?

Topuzê xwedîyê ev gotinên li jor, helbet êdî wê qala zimanê pirtûkê neke an lê nepirse ka gelo Demirtaş bo çi bi Kurdî nenivîsandîye an lazim e mirov vê çawa şîrove bike hwd. Neyê gotin jî êdî em hest pê dikin ku Topuz di devê Kurda de, serê pênûs an klavyeya wan de Tirkî ewqas asayî dibîne ku ev nabe mewzûbehîs û hewce nake mijarê veke. Li gor pesnên “xwînerekî zimanê Tirkî û sîyasetmedarekî Tirkîyeyî” em dikarin bêjin hilbijartina zimanê Tirkî jî sedemeke din a ecibandinê ye. Tekane nivîsa bê pesin ku ez lê rast hatime, ya Selim Temo bû4 ku bal kişandibû ser meseleya zimên. Zülfü Livaneli li paşberga pirtûkê de pesnê Tirkîya Demirtaş dide. Dibêje “ji alîyê estetîk û civakî ve hêjayî pesnê ye ku pirtûk bi Tirkîyeke rêkûpêk û rewan hatîye nivîsandin.” Weşangerê pirtûkê Emir Ali Türkmen5 dibêje “Tişta xweştir, pirtûk bi Tirkîyeke edebî (îtalîk aidî min in F.A.) hatîye nivîsandin. Nivîskarekî nû li çîroknûsên Tirkî zêde bû.” Ev ji pesnên bo nivîskarekî zêdetir dişibin pesnê mamosteyekî dibistanê yê dersa Tirkî ku di dersa “kompozisyon”ê de bo xwendekarekî dibêje! Serkeftina xwendekar çawa ya mamoste be, ev serkeftina Demirtaş jî dibe serkeftina xwedîyê wî zimanê Tirkî.

Topuz dû re derbasî naverokê dibe, her wiha têkilîya sîyaset û wêjeyê (Seher) ku di destpêka nivîsa xwe de qal kiribû, zelaltir dibe. Çîrokên “Tarih Kadar Yalnız”, “Seher”, “Temizlikçi Nazo” ku xuyaye bêtir ev ecibandine, tehlîl dike. Ji tehlîlên wî tê famkirin, bi rêya van çîrokan di serê Topuz de sîyaset û wêjeya Demirtaş li hev rûniştine. Şikur, wa ye Demirtaş di çîrokan de jî qala Kurda nekirîye! Ne zimanê wan, ne dîroka wan, ne wêjeya wan, ne çanda wan, ne xewn û xeyalên wan heye! Lê Stenbol heye, Fikirtepe heye, serêşîyên çîna navîn hene, çîna karker heye, Enqere heye, Isparta heye, zimanê Tirkî yê rewan heye, şopên wêjeya Tirkî hene! Çîrokên Demirtaş jî wek sîyaseta wî ne “etnîk” an “herêmkî” ne, bi baldarî mekan û lehengên çîrokên xwe li her çar alî û tebeqeyên Tirkîyeyê belav kirine da ku çi Kurd be çi Tirk be, her xwîner bikaribe xwe wek endamê heman civakê (imagined communities/ cimeatên muxayel!) bibîne. Bî vî awayî, di şexsê Demirtaş de, sîyaseta Kurd ruşdê xwe ispast kirîye ku Tirkîyeyî ye, û dikarin ji niha şûn de jî bi rihetî alîgirîya vê sîyasetê bikin bêyî ku marûzî buxtanên wek “alîgirên terorist” û “cudaker” bimînin. Wa ye ev sîyaset xema hemû Tirkîyeya yekparçe dixwe.

Nivîsek din a derbarê Seherê de ya Tanıl Bora ye.6 Bora bi qasî Topuz xwe eşkere nake û ji çarçoveyeke tengtir dinirxîne/pesnên pirtûkê dide. Alîyê Demirtaş yê mîzahî, û xwe-rexneyî û şêwaza wî ya ku henekê xwe bi xwe dike, derdixe pêş. Lê nabe ku mirov tenê bi van gotinan di cîyê xwe de bihêle. Bêje nebêje mirov sewqî lêgerîna bindeqê (subtext) van gotin û pesnan dike nivîs. Ji ber ku ji nişka ve nivîs û nêrînên Bora yên derbarê HDPê de û hevpeyvîneke wî ya dûrûdirêj (wek dû beş hatîye weşandin-Çile 2015)7 a bi Demirtaş re kirîye tê bîra min ku ev nivîs bindeqa nivîsê tijî dikin. Tişta ji hevpeyvîna wî ya bi Demirtaş re dîyar dibe, Bora wek rewşenbîrekî çepgir ê Tirk ne razî ye sîyaseta Kurd ber bi bayê neteweperwerîyê bikeve û berîya hilbijartinên 7ê Pûşbera 2015a bi serê xwe tevbigere, ji çepê Tirkîyeyê û dijberên-AKPê dûr bi kevin an daxwaz û pêwîstîyên Kurda derxin pêş û di ser wan re bi hikumet/dewlêtê re têkevin nav bazarekê, hin tawîzan bi dest bixin. Helbet bersivên Demirtaş li gor dilê wî ne hevpeyvînê de. Jixwe em dizanin dû re geşedanên sîyasî çawa qewimîn, HDP çawa sîyaseta xwe bi temamî li cîyekî tenê dij-AKPyî da rûniştandin, dijberîya dewleta Tirk danî alîyekî û kampanyayeke çawa bêKurd û Kurdistanê meşand. Niha aktorê sereke yê vê sîyasetê di girtîgehê de ye. Li gor vê paşxaneyê, nivîsa Bora bêtir wek silavek an piştgirîyek bo şirîkekî sîyasî dikare bê şîrovekirin.

Yetvart Danzikyan8 jî di rojnameya Agosê de giranî daye ser taybetîya pirtûkê ku “alîyê civak, ked û helbet ên binketî girtîye.” Herhal li vir bi ‘civak’ê qest ne civaka Kurd e, a Tirkîyeyê ye. Li vir dikare îtirazek were ku bo çi nivîskar xwe bi Kurda re sînor bike? Ma di wêjeyê de sînorê nivîskar çiqas fireh be ne baştir e? Na. Ji ber ku nivîskar (Demirtaş) dema ber bi alîyekî ve fireh bûye, ji alîyekî ve jî xwe teng kirîye. Ger mesele firehbûn bûya, dikaribû ber başûr, rojhelat û rojavayê Kurdistanê jî fireh bibûya lê ew ber bi Tirka ve fireh bûye. Ger firehbûn ji ya xwe dûrketin be, ku wer xuya ye, sedem ew e ku di Agosê de nivîsek li ser tê nivîsandin. Benedict Anderson, matbaa, cimaetên muxayel hwd., ev bo me tiştek îfade nakin êdî? Danzikyan jî, wek Topuz, digihêje wê encamê ku sîyaset û wêjeya Demirtaş li hev rûdinin û peyvê tîne ser girtina wî ku AKPê ne tenê ji ber sîyaseta wî ya bo meseleya Kurd lê ji ber hêza wî ya wek sîyasetmedar ku dikaribû desthilatdarîya wan biruxîne, ew avêtîye girtîgehê. Ger ew hêza wî bo ruxandina AKPê hebe (û vê bi kar bîne) helbet divê li Seherê xwedî derkevin!

Hin caran li Tirkîyeyê wek ku naveroka peyva “polîtîk” bi Kurdbûnê tê tijîkirin. Di Medyascopê de hevpeyvîna bi weşanger Emir Ali Türkmen re, peşkêşvan tenê çîroka dawîn “Sonu Muhteşem Olacak-SMO” wek ‘polîtîk’ bi nav dike ji ber ku “peyam dide Kurda.” İrfan Aktan9 wek “sloganîk” û “dîdaktîk” wê çîrokê pênase dike. Mirov bi çavekî wêjeyî lê binêre, rast e ev ne çîrokeke baş e lê ne tekane çîrok e ku peyameke wê ya sîyasî heye. Sîyasîbûna peyama wê ji ya “Kara Gözlere Selam Olsun”, “Temizlikçi Nazo” ne zêdetir e. “Tarih Kadar Yalnız” ji wê kêmtir ne sloganîk e, ne dîdaktîk e, bi ser de herdu çîrok şablonîk heta bi qlîşeyan dagirtî ne jî. Lê mekana SMO Cizîr e û lewma dîyar e muxatabê wê Kurd in ku di pirtûkê de beloq sekinîye! Yanê dema mijar çînî, zayendî an ekolojîk be ew ne polîtîk e lê dema muxatabê gotin an helwestekê tenê Kurd be dibe “polîtîk”.

“Tarih Kadar Yalnız” ku navê xwe ji helbesteke Murathan Mungan girtîye, rojeva rewşenbîrên Stenbolî baş zevt kirîye ku pir hatîye ecibandin, hinekî jî ji ber navê xwe. Demirtaş him silavek daye çîna navîn û bûye hevxemê serêşîyên wan, him rexne digre li guhertinên mekanî yên nav bajêr (ku bi Tirkî jê re “kentsel dönüşüm” dibêjin), wek taxa Fikirtepe hwd. Bêje nebêje dema guhertinên mekanî yên bi darê zorê dibe mevzûbehîs Sûr, bo avahîsazîya talanker jî, avahîyên li ser Girê Çildegûs (Kırklar Dağı) hatine çêkirin tê bîra me li Kurdistanê. Fikirtepe, yên ew der talan kirine û jê dewlemend bûne û serêşîyên wan çiqas dûr xuya dikin ji vir (ji Kurdistanê), lê ew çima bo Demîrtaş ewqas nêz in?!

Em careke din vegerin ser nivîsa Selim Temo ku tê de helwesta rewşenbîrên Tirk ên çepgir tîne bîra me. Kengî Kurd rêxistinên xwe ava kirin, wek hêzekê derketin meydanê Fikret Otyam xwe ji Kurda vekişand. Demekê ihtimal hebû Kurd bikaribin rabin ser pîya, bibin xwedî desthilatdarîya xwe û ji Tirka dûr bikevin, ev tirs pê re çêbûbû. Êdî Kurd xayîn bûn. Adalet Ağaoğlu ji giranîya Kurda ya di Komeleya Mafên Mirovan aciz bû, jê vekişîya. Ewçax sîyaseta Kurd hê Tirkîyeyîbûna xwe baş ispat nekiribû. Perihan Mağdenê jî demekê mexdûrîyeta Kurda ji xwe re kiribû derd lê wê jî çend sal berê got “jinên Kurd ên nezan makîneyên çimento yên neteweperwerîya Kurd in” û lêxist çû. Ewçax jî hê HDPyeke tam teşekul Tirkîyeyî tunebû, hikumeta AKP ne derdekî giran bû û helwesta partîya Kurda ya di hilbijartinan de ewqas zêde ne krîtîk bû. Kurd careke din li Tirkîyeyê, li “bira”yên xwe vegerîyan, tirs û xofa cudabûnê, veqetînê ji dilê wan derxist. Dibêjin Demirtaş Seher dîyarî Kemal Kılıçdaroğlu û hemû parlamenterên CHPyî kirîye. Ew sîyaseten rû nedin vê vegerê jî, wer xuya ye Seher çûye pişta xwe daye kulîna ‘malê’.

Yek ji nivîsên ku bi awayekî zelaltirîn sedema ecibandina siyasî ya Seherê vedibêje, di malpêra nûçeyan a Artıgerçek de ya Ayşe Düzkanê ye.10 Erê nivîs bi minasebata Seherê hatiye nivîsandin lê qe qala naveroka wê nake. Xwînerê vê nivîsê ji naverokê haydar nebe jî dixwîne ku karê Demirtaş ne siyaset lê wêje bûya, ew ê dîsa serkeftî bûya qasî ku di siyasetê de serkeftî ye. Di nivîsê de, bi destpêkek dirêj bi giştî qala mexdûrîyeta Kurda û siyasetmedarê Kurd, û grîngiya pîşeya parêzerîyê dike ji bo Kurdan. Xwîner ji paşxaneya parêzerî û siyâsetmedarîya Demirtaş ku çima ev herdu hilbijartine, hayedar dike. Lê dema dor tê ser behsa serkeftina siyasetmedarîya Demirtaş, êdî carê qala Kurda an temsîlîyeta wan nayê kirin. Sedema serketîbûna wî temsîliyeta “me” ye. Kî ne “em”?! “Em” ew ên ku di sala 1965a de ji sedî 3 ray stendibûn, yanê cenaha çep in. HDP, rêjeya cenaha çep ji 3ya derxistîye 13a. Ji ber ku wî dema gotîye “em” tenê behsa “xwe” (xwe, yekjimar e lewma bawer nakim ev nîşandêra Demirtaş be, wek nîşandêra “Kurd” fam dikim) nekirîye lê qala ew hemû kesên li dijî serokatîya şexsê malûm (R. T. Erdoğan) kirîye. Em dîsa hatin ser hewcedarîya siyaseta çep-sekulerên Tirk bo enerjîya siyaseta Kurd û herdemadebûna siyaseta Kurd jî bo vê “peywir”ê, û dû re bila werin çepik!

Temo di nivîsa xwe de aciz e ku “efendî” yanê Tirk (Zülfü Livaneli) bi serkeftina Demirtaş dilxweş in. Dawîya nivîsa xwe de behsa “me” û “wan” dike. “Şêrko Bêkes, bavê wî Fayiq Bêkes, Mehmet Tunç, Selahattin Demirtaş” di nav “me” de ne. Yanê bi qasî ku em Temo jî nas dikin, “em” Kurd in, “ew” Tirk in. Tam di vir de, ji van pirsan re rê vedibe: Dema mirov Seherê û şîroveyên derbarê wê dixwîne, bi rastî jî bawer dike ku “em” û “ew”ek maye li holê? Piştî Seherê em ê Demirtaş têxin kuderê, nav “me” an “wan”? A grîngtir, Demirtaş xwe li kuderê dibîne? Ew xwe ji “me” dibîne? Ew xwe li ba Şêrko Bêkes dibîne an li ba nivîskar û helbestvanên Tirkî dibîne? Fikirtepe nêz e an Sûr? Şêrko Bêkes nêz e an Nazım Hikmet? Stenbol nêz e an Hewlêr? Isparta nêz e an Qamişlo? “Em”a me li ku “em”a di Seherê de li ku? Bi ya min, ziman û naveroka pirtûkê cudatîya “me” û “wan” ji holê rakirîye, tenê “em”eke Tirkîyeyî/Tirk hiştîye. Nahêle em bi têgehên “em” û “ew” bipeyivin li ser wê. Tişta ku “efendî” mest dike, dilxweş dike, xwe pê dinepixîne ev e jixwe. Ev di sîyasetê de hatibû kirin, niha dora wêjeyê ye. Him wêje, çê an xirab, bêtir nifûzî dil û mejîyan dike. Hegemonyaya çandî gelek caran ji ya sîyasî kûrtir rehên xwe berdide. Ji vir şûn de ma êdî hewce dike mirov bipirse: “Efendim, Demirtaş bo çi Kurdî nenivîsandiye!?”

 

1 https://m.bianet.org/biamag/kitap/189859-siyasetten-edebiyata-terfinin-adi-seher

2 https://www.gazeteduvar.com.tr/yazarlar/2017/09/29/bir-edebi-kahraman-olarak-selahat- tin-demirtas/

3 http://birdirbir.org/selahattin-demirtas-bu-iste-bir-yalnizlik-yok/
4 https://www.gazeteduvar.com.tr/yazarlar/2017/11/01/seherin-dis-gorunusu/

5 http://medyascope.tv/2017/09/19/kitapscope-41-selahattin-demirtasin-oyku-kitabi-seher-uze- rine-emir-ali-turkmen-ile-soylesi/

6 http://www.birikimdergisi.com/haftalik/8592/hucredeki-adam#.Wg1x7lVl_IV

7 http://www.birikimdergisi.com/guncel-yazilar/1145/hdp-es-genel-baskani-selahattin-demir- tas-la-soylesi-iddiamiz-secime-parti-olarak-girmeyi-gerektirîyor#.Wg1WEVVl_IU  http://www.birikimdergisi.com/guncel-yazilar/1161/hdp-es-genel-baskani-selahattin-demirtas-la-soylesi-ii-ozerklik-adi-altinda-minik-ulus-devletler-degil#.Wg1YLlVl_IU

8 http://www.agos.com.tr/tr/yazi/19376/seherin-nazonun-bahirin-hikyesi-ve-tabii-selahattinin

9 https://www.gazeteduvar.com.tr/yazarlar/2017/09/11/demirtasin-seheri/

10 https://www.artigercek.com/yesil-yandi#.WifJaZm1jv0.facebook

Share.

Leave A Reply