Rola Eşîrtî û Pirçandîtiyê di Çêkirina îmaj û Siyaseta Kurdan de*

FEXRÎYA ADSAY

Puxte: Ev nivîs hewl dide, bi saya pirtûka Nuri Fırat a bi navê Aşiret ve İsyan-Batı’nın Kürt Algısı de binêre ka Kurd ji aliyê rojavayîyan çawa hatine teswîrkirin û li Rojava (Ewropa) têgihînek çawa çebûye derbarê Kurdan de. Ji pirtûka Fırat tê famkirin, ji antîkîteyê heta sedsala 21mîn berdewamiyeke bi îstiqrar heye di têgihana derbarê Kurdan de. Li gor vê têgînê, cıvata Kurdan ji eşîran pêk tê û ev asteng e li ber xwe-rêvebirinê û neteweyîbûnê. Vê têgihînê bandor kiriye li ser siyaseta hêzên rojavayî ya li Kurdistanê. Ev nivîs îdia dike, çawa ku, ji alîyê rojavayîyan ve, heta nêzî sedsala 21mîn him eşîrtî wek asteng dihat dîtin li ber neteweyîbûnê him jî ew li gor berjewendiyên wan dihat geşkirin, sedsala 21mîn de jî pirçandîtî ketiye dewsa eşîrtîyê û ew wek asteng tê dîtin li ber neteweyîbûnê. Heta bo dewama statukoyê wek hencet tê nîşandin bêyî ku şert an îmkanên bihevrejiyanê bê nîqaşkirin di bin serweriya dewleteke serbixwe.

Peyvên sereke: Eşîr, pirçandîtî, Rojavayî, siyaset, Kurd, Kurdistan

Di sedsala 20mîn de Kurda gelek caran di rojeva Rojava de cî girtine û her welatekî rojavayî bi awayekî bi Kurda re têkiliya wan heye. Helbet dema têkiliyek hebe derbarê hev de têgihanek (algı) wan jî heye. Lê wek encama têkiliyên hiyerarşîk û newekhev her tim têgihana rojavayiyan ya derheqê Kurdan de di siyasetê de bûye diyarker. Ka ev têgihana rojavayiyan a derbarê Kurdan de ji serdema antîkîteyê heta roja me di nav werareke çawa re derbas bûye? Nuri Fırat di Aşiret ve İsyan-Batı’nın Kürt Algısı (weş. Avesta, 2015, Stenbol) Eşîr û Serhildan-Têgihana Rojava ya Kurd)) de li dû vê pirsê diçe. Di berhemên Heredot, Strabon, Xenepone, Marco Polo, Jean-Baptiste Tavernier, Claudius Julius Rich, Guisseppe Campanile, Austen Henry Layard, Ely Bannister Soane, Cecil Edmonds û gelekê din de Kurd çawa hatine teswîrkirin, çarçoveya vê derdixîne.

Aliyê pirtûkê ya balê dikşîne ser xwe û xwîner bi xwe ve girê dide ev e ku nivîskar baş datîne ber çavê me ku ji antîkîteyê heta sedsala 21mîn berdewamiyeke bi îstiqrar heye di têgihana derbarê Kurdan de. Ew çarçove ku bêtir ji aliyê Rich ve tê dîyarkirin û di Edmonds û antropologên wek Martin van Bruinessen de jî berbiçav e, gelek caran tê binxêzkirin. A din, bal dikşîne ka vê têgihana berdewam çi bandor kiriye li ser siyaseta hêzên rojavayî ya li Kurdistanê. Dema mirov vê pirtûkê xilas dike, rê vedibe li ber analojî û şîroveyên li ser siyaseta Kurd a îro bixwe jî.

Ji Heredot heta Rich an ji sedsala 4 (B.Z) heta sedsala 19mîn

Di serdema antîkîteyê de bal rasterast ne li ser Kurda ye. Ji ber têkilî û gengeşiyên di navbera yewnan û persîyan de bala yewnanîyan li ser persîyan e. Heredot, di ser persîyan re, bi kurtî qala medan (ku wek pêşiyên Kurda tên pejirandin) dike ku demekê serdestiya persîyan kirine. Xenephone jî dema ji sefera dijî persîyan vedigere pêrgî kardûkiyan (ku ew jî wek pêşiyên Kurda tên pêjirandin) tê û (di Vegera Dehhezaran de) wek yek ji kêşeyên rêwitiya xwe qala Kurda dike. Dîsa Strabon (B.Z. sed. 3.) û Plutarch (B.Z. sed.2.) jî ligel persiyan hema bi kurtî qala “kurtioiyên persiyan” û “kardûkî”yan dikin.

Dema Seferên Xaçparêz jî Selahedînê Eyubî di bin siya îslamiyetê de dimîne. Kurdbûna wî pir kêm an qet nayê qalkirin. Ewilî persî dû re îslamiyet li navendê ne û Kurd jî yên li çepera wan in. Ji ber ku li derveyî Ewropayê bala wan li ser împeretoriyên şerqî an yên xwedî dewlet an çandên qedîm e. Heta sedsala 18mîn jî seyahan, ji ber ku Kurdistan li ser rêya wan bûye, hema bi kurtî bêyî ku zêde li ser hûr bibin an wek hûrgiliyekê qal kirine. Bi gelemperî jî wek “diz û eşqiya” teswîr kirine û kom an civatên li çeperên şaristanên qedîm hatine dîtin.

Di sedsala 19mîn de têkiliya Rich a bi Kurda re yên beriya xwe cuda dibe. Ew wek nûnerê împeryalizma ewropî betir wext derbas dike li Kurdistanê. Her çiqas qalibên beriya xwe dubare bike jî derbarê jiyana eşîrî ya Kurda de zêdetir agahî dide û tesbîtên wî dibe xala werçerxê di pênasekirina Kurda de. Ligor pîvanên civakên modern ên ewropayê eşîrtiyê wek girîngtirîn ferqa Kurdan dibîne û vê wek taybetmendiyek “xwecihbûn”ê pênase dike. Ji lêkolîna xwe ya derbarê eşîra Caf digihêje wê encamê ku binemalek an binemalne navenda eşîrê pêk tînin û derveyî wan jî binemal û gundiyên bêeşîr hene ku sedeqeta wan a bo eşîrê li gor şert û mercan diguhere. Li gor wî binemala navendî û gundiyên niha ketine bin darê wê binemalê dibe ku ne Kurd bin. Jixwe axaftina wan jî cuda ye. Ji dêvla ku wan wek tebeqeyek civakî pênase bike an li ser vê bifikire wan wek ‘ne-Kurd’ disenifîne. Diyar e Rich li gor pêşqebûlekê tevdigere ku Kurdên heqîqî bi eşîr in, koçer in, di bin konan de dijîn, şervan û talanker in. Yên gundî nabe Kurd bin. Û helbet di hiyerarşiyê de eşîrtî Kurda dixe asta nizimtirîn. Wek ziman jî Kurdî bi zaravayên kurmancî û soranî tê sînorkirin, zaravayên ji bilî wan wek zimanên cuda be tê nîqaşkirin. Bi gotineke din, Kurd yekşêwe û homojen in, civateke sabit, neguherbar û ji tebeqeyên cuda bêpar in. Ji ber vê jî nabe ‘Kurd’ navê neteweyekê be. Êdî ji wî şûnde gelek caran hatiye/tê nîqaşkirin ku goranî, hewramanî, zazakî zimanên cuda ne li gor vê tesnîfa Rich ku ji kûrahiyekê bêpar e û xwe naspêre ti daneyan din. Yên piştî Rich, yên heta sedsala 20mîn jî tê de, çawa bêyî ku tespîtên wî bidin ber pirsa, wî wek pêşeng qebûl dikin û tesbîtên wî bi guherînên biçûk her dubare dikin, Nuri Fırat bi hûrgilî vedibêje. Ewqas ku Martin van Bruinessen ku ji çil salan zêdetir e li ser Kurdan dixebite vê berdewamiyê tesdîq dike. Qala bandora Rich a li ser xwe dike û di gotarek xwe ya di sala 2017 de çap bûye dibêje “heta niha min Kurd wek koçer û nîv-koçer pênase dikir lê êdî ez pênaseya wan bixwe dipejirînim. Kî bêje ez Kurd im, ew Kurd e.”

Sedsala 20mîn

Êdî di sedsala 20mîn de yên li ser Kurda dixebitin ne tenê seyah, arkeolog, misyoner an nûnerên şirketên împeryal in. Bi taybetî piştî Yekem Şerê Cîhanê dewleta Brîtanya başûr (Iraq) dagir kiriye û bi leşkerên xwe, burokratên xwe, zanyarên xwe bi cî bûye; hewl dide li gor berjewendiyên xwe serî bi Kurda re derxe. Beriya sed salekê serokeşîrekî ji mîrektiya baban li Silêmanî ji Rich re gotibû ku ew pêşengê dagirkerên brîtanî ye lê Rich pê keniyabû! Niha ew texmîna wî bi temamî rast derketiye û ew jî Kurda tenê wek eşîr dibînin. Hewce nake mirov bikirpîne ku ji Rich vir de li gor qalibê rûniştî eşîr her tim wek nîşane an sedema paşverûtiyê tê dîtin. Kurd heta eşîr bin wê nikaribin xwe îdare bikin, bibin netewe û elbet xwedî dewlet jî. Ji aliyekî din ve jî, bo rêvebiriya xwe ji eşîrtîyê îstifade dikin, wê dikin xwedî erk. Bo vê eşîrên biçûk û lawaz xurt dikin heta Kurdên neeşîr bin jî wan dikin xwedî eşîr. Wek mînak, dema yên wek Şêx Mehmûd serî hildidin wan bêtir bi saya eşîrên din têk dibin û li dijî Şêx Mehmûd eşirên lawaz tên xurtkirin. Lewma eşîrtî çiqas nîşaneya paşverûtîyê û diyardeyeke pre-modern be jî, brîtanî bo xwe li fonksiyonelbûna wê nêrîne. Ji dêvla ku rê li ber guherînê vekin bêtir rêya guherînê girtine belkî dînamîkên hebûn jî ji holê rakirine. Hemû muxalefeta Kurd wek berxwedana awayên civakî yên pre-modern şîrove kirine û bo tepisandina wan û bo berpirsiyariyê ji ser xwe rakin eşîrtiya Kurda kirine hencet.

Dema Kurd bûne xwedî helwesteke ji eşîrtiyê wêdetir ku ber bi neteweyîbûnê diçe, ew jî bi awayekî qurre biçûk dîtine an nexwestine bibînin. Wek mînak Edmonds serhildana Şêx Mehmûd û yên din wek konetîya eşîrî, û neteweperwerî jî wek bêtehemulî an biperdekirina hewesên hin serokeşîran şîrove kiriye. Qet nexwestine bi awayekî din ji eşîrê wêdetir li Kurda binêrin an ji eşîrtiyê pê ve tiştekî din bibîbin û her dem entegrasyona bi dewletên serdest re wek çareserî hatiye pejirandin. Fikra entegrasyonê bixwe jî kiriye ku ew têgihîna ji mêj ve her dem bê xurtkirin.

Dewleta Tirkiyeyê di serhildana Şêx Seîd a di 1925a bi israr xwestin Brîtanyayê tawanbar bikin ku serhildan birêkxistine. Digel ku heta îro jî ti belge nehatiye peydakirin, ev tawanbarkirin berdewam e. Ji ber ku neteweyîbûn ku merhaleyek ji eşîrtiyê wêdetir e û awayekî modernbûnê ye û mafê dewletbûnê jî dike mewzûbehîs, heta ji wan tê dixwazin ji Kurda dûr bixin, layiqî wan nebînin, wek manîpulekirina armancên paşverû bidin qebûlkirin. Girêdayî vê têgihana ji mêj ve li raya giştî ya Rojavayî jî Kurd bi mafên wan î ji wan hatine stendin ne lê bi mexdûriyetên xwe di nav çarçoveya mirovatiyê de dikevin rojevê.

Çarçoveya pirtûka Nuri Fırat bêtir bi Başûrê Kurdistanê ve sînorkirî ye û dawiya sedsala 20mîn de diqede lê vê jî lê zêde, piştî ku li başûr Hikumeta Herêma Kurdistanê di nav qada navneteweyî hat naskirin û êdî bi serokatiya Mesûd Barzanî wek aktoreke siyasî tê pêjirandin divê ev tesbîtên li jor bên nûkirin.

Sedsala 21mîn

Belê, wek ku Fırat jî diyar kiriye tesewira derbarê başûrê Kurdistanê guherîbe jî, li Bakur û Rojhilat bêstatubûna Kurdan berdewam e û encax di nav çarçoveya entegrasyonê de dibin mewzûbehîs. Lê bi taybetî li Bakur rewş gelekî tevlihevtir e di vê sedsalê de. Ji aliyekî ve gelheya Kurdên ku li bajaran ji sedaqetên bo eşirtiyê dûr dijîn zêdetir e. Çeşitdariya çîn û tebeqeyên civakî her diçe zêdetir dibe. Her çiqas piştî salên 1950îyan partiyên siyasî yên Tirk di ser eşîran re siyaset meşandine û rê li ber dînamîkên guherînê girtibin jî, êdî ne gengaz e Kurd di nav penaseya eşirê de hilên. Lê tişta xirabtir, li bakur di nav sedsalekê de di encama siyaseta dewleta Tirk hişê Kurda ewqas kolonîze kiriye ku piraniya Kurdan êdî xwe bi xwe ber bi entegrasyonê ve diçin. Helbet xwe nav kategoriya eşirtiyê de pênase nakin lê ew hizra neteweyîbûnê jî çênebûye. Hatiye wê radeyê ku çeşitdariya zarava, bawerî û mehzeban ketiye dewsa eşîrtiyê. Çawa ku sedsalek berê dihat gotin eşîrtî asteng e li ber neteweyîbûnê, îro zarava, bawerî û mezheb bi heman armancê tên fonksiyonelkirin, him ji aliyê Kurdan bixwe him ji derveyî wan. Sed an dused sal berê tenê seyah, lêkolîner û antropologên biyanî ev dikirin lê niha siyasetmedar, lêkolîner û akademisyenên Kurd jî tevlî yên biyanî bûne heman tenê aliyên neyênî yên neteweyîbûn û helbet netewe-dewletê derdixin pêş û nîqaş li ser wan dimeşe. Gelek kirin û gotinên siyaseta serdest a li bakur dikare di nav vê çarçoveyê de bên nirxandin. Tê zanîn di dehsalên dawî de kadroyên diyarker ên PKKê gelek caran li hemberî dewletbûyîna başûrê Kurdistanê derketine. Niha di pratîkê de vê bêtir eşkere dikin ewqas ku tevkariya aktorên siyasî yên herêmê ku li dijî serbixwebûna Kurdistanê ne, dikin. Wek mînak Êzidiyên ku heta niha wek Kurdên resen dihatin qebûlkirin li gor siyaseta PKKê, bêyî ku tu sedem an daneyên maqûl bê destnîşankirin ne-Kurd tên qebûlkirin, çawa ku siyaseta dewleta Ermenistanê ne-Kurdbûnê li ser wan ferz dike. Helbet tu pênasekirin ne mesûm e û, taybetî li Kurdistanê, li derveyî siyasetê nikare bê şîrovekirin. Piştî vê pênasekirina nû tê ferzkirin Şingal bi Kurdistanê ve ne lê bi Bexdayê ve bê girêdan.

Çawa ku gelek caran eşîrtîyê karê Brîtanya hêsan dikir, niha pirçandîtî jî bo dewama statukoyê wek alavekê tê bikaranîn û karê statukoparêzan hêsantir dike. Bêyî ku derfet an îmkanên civakek pirçandî di bin serwerîya dewleteke serbixwe de bê nîqaşkirin, pirçandîtî bixwe derdikeve pêş û tê îmakirin ku li Kurdistanek serbixwe de ev çandên cuda nikarin bi hev re bijîn. Çawa ku sedsal berê Brîtanya siyaseta xwe bi rêya eşîran dimeşand û rê li ber dînamêkên guherînê digirt, niha li Tirkiyeyê jî siyaseta dewletê hewl dide, îlaweyî eşîran, heman tiştî bi rêya zaravayan bike. Li gor pênaseya dewletê, Kurd bo Kurmancan tê gotin, Zaza jî bo Kirmanckî/Dimilkî/Zazakîaxêvan tê gotin wek ku bi temamî du komên etnîk ên ji hev cuda bin.

Lê yên vê îdiayê diparêzin ne tenê dewlet an hêzên rojavayî ne, êdî di nav Kirmanckîaxêvan de jî yên vê îdiayê diparêzin çêbûne û Elewîtiyê jî lê zêde dikin. Akademîsyen û derdoreke rewşenbîrî jî heye ku bi awayekî sernixumandî an eşkere, geh Elewîtiyê geh Zazatîyê geh herduyan bi hevre û geh tenê Dersîmîtîyê wek nasnameyên ku nikare di nav Kurdbûnê de bê bicîhkirin pênase dikin. Heta ji destê wan, îhtimala têkiliyên dîrokî, civakî û çandî yên navbera ku dikare nasnameya neteweyî ya Kurbûnê xurt bike tên redkirin. Yek ji mînakan, pirtûka Dilek Kızıldağ Soileau Koçgiri İsyanı (Serhildana Koçgirîyê) ku nivîskar Koçgirîyê wek serhildaneke Kurd ne lê wek tevgereke Elewî pênase dike û bi temamî derveyî dîroka neteweperweriya Kurd dihêle.1

Mînaka duyem jî, nîqaşa têkiliya Şêx Said û Seyid Riza ye. Ev nîqaş mînakek pir baş e ku bo piştrastkirina angaştên îroyîn, hûrgiliyek dîrokî dikare çiqas girîng be û rojevê dagire. Ev bêtir di navbera neteweperwerên Kurd û yên nasnameya Dêrsîmîtîyê diparêzen tê nîqaşkirin. Ger têkiliyek bi vî rengî hebe, ev delîlek e xurt e bo neteweperweriya Kurd. Ji ber ku Şêx Said Kurdekî Sunî ye û unwana wî dînî li pêş navê wî ye. Seyîd Riza wek Kurdekî Elewî yê ji Dêrsimê ye û navê wî û serhildana Dêrsimê bûye yek. Yên ku dibêjin Dêrsîmî xwedî nasnameyeke cuda ye û qet di nav nasnameya neteweyî ya Kurd de hilnayê vê têkiliyê red dikin û bo angaşta xwe dikin palpişt, ger ev têkilî hebe angaşta wan ji palpiştekî dîrokî bêpar dimîne.

Bi kurtî, rewşa niha ya li piraniya Kurdistanê fikr û raman, û texeyulên Kurdan bixwe ewqas tevlihev û têkel in, êdî her diçe zehmettir dibe mirov dînamîkên derveyî û yên hundirîn ji nav hev derxîne an ji hev veqetîne. A girîngtirîn, dikare bê gotin îro zarava, mezheb an baweriyên cuda jî wek eşîran fonksîyonel tên dîtin ji aliyê siyasetên serdest û tevkarên wan. Yên îro ji aliyê siyasî û çandî ve nikarin barê Kurdbûnê hilgirin, xwe dispêrên aîdiyetên cuda yên jêr-neteweyî û li dij nasnameya Kurd a neteweyî disekinin an ji aliyê siyasetên fermî ve tên çalakkirin.

* Awayekî kurttir ê vê nivîsê di BasNewsê de çap bûye. Hej.13, Nîsan 2017.

1 Bnr. Adsay, Fahriye, “Koçgirî bir Kürt isyanı değil miydi?”, Bas Gazetesi, 17 Nisan 2017. http://www.basnews.com/index.php/tr/news/Kurdistan/337061

Share.

Leave A Reply