EMÎR HESENPÛR: Soranî Zaraveyekî Xwedî Artêş û Parlemento ye

AMAD: MAHROO RAŞİDÎROSTAMÎ

JI ÎNG: YUSUF ELDEMÎR

Êvara înê ya 9ê Mijdarê, 2012, Zankoya Exeterê Navenda Xebatên Kurdî Profesor Emîr Hesenpûr vexwend da ku axaftinekê bike li ser mijara “li Iraqê lêkdanên siyasî û îdeolojîk li ser fermîkirina zimanê Kurdî.” Prof. Hesenpûr bi destnîşankirina sê bûyerên girîng ên sala 1991ê dest bi axaftina xwe kir ku wan dîmena polîtîk a zimanê Kurdî guhertibû:

  1. Polîtîkaya Turgut Ozalê serokkomar a rakirina qedexeya ser axaftina Kurdî, qebûlkirina veşartî di polîtîkaya dewleta Tirkan de ku hetanî wê demê polîtîkaya zimankujî û kuştina bi qest a zimanê Kurdî dimeşand.
  2. Şerê Emrîkayê li Iraqê û pêkhatina Hikumeta Heremî ya Kurd ku bi neşr û weşana nûbişkivî ya bi Kurdiya Soranî encam bûbû.
  3. Jevketina Yekîtiya Sovyetê û jiholêrabûna serbestiyê bo Kurdên Ermenistanê ku di neşr û weşanê de Kurmancî bi kar dianîn.

Piştî ku encamên van geşedanan vegot, Hesenpûr kûrtir ket nav rewşa Kurdistana Iraqê û têkiliya di navbera zaraveyên Kurdîya li vê heremê. Îddîa kir ku lêkdana beriya sala 1991ê di navbera Kurdan û dewleta Iraqê de li ser statuya Kurdan bû. Hesenpûr, ku xwe dispêre nirxandinên xwe, difikire li hember zimanê Kurdî polîtîkayên hikumeta Sedam a zimankujiyê bû ligel nasîna fermî ya Hikumeta Iraqê ya bo Kurdan û zimanê wan ji gava ku Iraq ava bûye. Piştî sala 1991ê û bi taybetî piştî 2005ê, lêkdana sereke zivirî ya di navbera zaraveyên Kurdîya Soranî û Kurmancî de.

Hesenpûr rave kir ku piştî çûna xwe ya bo Kurdistana Iraqê û lêkolîna berfireh, wî taliya talî di 1985ê de nexşeyeke lînguîstîk a Kurdî çêkiriye ku tê de sînora teqrîbî ya di navbera heremên Kurmancî-axêv û Soranî-axêv ên Kurdistana Iraqê de nîşan dide. Herwiha amaje bi xebatên C. J. Edmondsê efserê Brîtanî yê li Kurdistanê dike ku wî ev sînorê lînguîstîk çêkiribû ku ji çemê Zapa Mezin dest pê dikir û diçû heta bakurê Oşnavîyaya Îranê. Hesenpûr li ber diket ku 20 sal di ser avabûna Hikumeta Herêma Kurdistanê (HHK) derbas bûne lê hîn jî nexşeya lînguîstîk a Kurdî nîne û lewma jî zimannas divê serî lî xebata wî ya kevn a 1985ê bidin û jê nimûne derxin. Vê taliyê, ev nexşe di hejmara dawî ya Kovara Navneteweyî ya Civakzaniya Zimên de hatiye bikaranîn ku bo zimanê Kurdî hatibû veqetandin. Hesenpûr anî zimên ku rewşa xebatên Kurdî bêxembûna HHK a bo zimanê Kurdî nîşan dide.

Hesenpûrê ku li ser statuya Kurmancî ya li herêma Behdînanê ya Kurdistana Iraqê axivî, anî zimên ku xelkê Behdînanê, ku ne girêdayî ti polîtîkaya hikumetekê ye, biryar daye ku di jiyana xwe ya rojane de Kurmancî bi kar bîne. Ev “referanduma nefermî ya li ser statuya zaraveyê Kurmancî” li her derê heremê di binavkirina dikanan û nîşanan de xwe dide der lê dema ku tu derbasî nav sînora herema Soranî-axêv dibî, dizivire ser Soranî.

Berî ku derbasî nav nîqaşên niha yên li Kurdistanê bibe, ku bi fermîkirina Kurdî re peywendîdar e, Hesenpûr bi kurtî dîroka geşedana zaravayên Kurmancî û Soranî rave kir. Anî zimên ku beriya 1918ê nifşa yekem a neteweperwerên Kurd ji pirrbûna zaravayen re vekirî bûn. Li gor wî, yekem weşanên Kurdî pêşî tenê bi Kurmancî bûn lew weşangerên wan bi piranî Kurmancîaxêvên Stenbolê bûn. Lêbelê ev ronakbîr ji ciyawaziyên zaravayî û bikaranîna Soranî re vekirî bûn û bi ser de di weşanên xwe de cî dabûn hin perçeyên Soranî. Lewma aliyekî ve heremên Kurmancîaxêv ên li Kurdistana Tirkiyeyê bêtir bi pêş ketin û bûn bajar jî, ronakbîrên Kurd pirrbûna zaravayan qebûl û semax kir. Lê piştî 1918ê rewş guherî li Tirkiyeyê ji ber zexta ser Kurmanciyê û li Kurdistana Iraqê ya di bin mandaya Brîtanî de bi hilhatina soraniyê.

Hesenpûr anî zimên sedema ku Brîtaniyan zaravaya Soranî hilbijartiye ew bû ku herema Kurmancîaxêv a li Iraqê kêmnişîn bû û ji aliyê tevgera neteweyî ya Kurd û geşedana wêjeyî ve girîngiya wê kêm bû. Diyar kir ku raserbûneke bingehîn tunebû ku Soranî bike zimanekî baştir ji Kurmancîyê û Brîtaniyan Soranî bi kar anî, ne ji ber ku ji Kurmancîyê bêtir bi pêş ve çûbû yan jî ji aliyê peyvan ve jê dewlemendtir bû. Ne jî ji ber sedemên ciwaniyê Soranî hilbijartin. Lê di eslê xwe de ji ber sedema ku Silêmanî bo Brîtaniyan bûbû “cihê nerehetiyê”, ku ew (Brîtanî) bêtir bi herema Soran a Kurdistana Iraqê ve daketibûn li gor çavkaniyên pêbawer ên ku Hesenpûr azmûn kirine.

Yek zarava, yek ziman, yek netewe

Beşa sereke ya axaftina Hesenpûr li ser argumentên Kurdên Soranîaxêv bû ku wan îddîa dikir Soranî di ser Kurmancî re ye. Ew îddîaya ku statûya defakto ya heştê salî û pêkanîna wê ya di rêveberî û perwerdehiyê de kir ku Soranî li gor Kurmanciyê bibe xwedî gencîneya peyvan a firehtir, ji aliyê Hesenpûr ve hat redkirin ku gelek peyvên Soranî di Kurmancî de jî dikare bên bikaranîn. Herwiha wî ew îddîa jî red kir ku dibêje bikaranîna Kurmancî wê bibe sedema jevqetana lînguîstîk û dawiya dawîn jî jevqetana neteweyî.

Raserparêzên Soranî herwiha anîn zîmên ku berevajiya Kurmancîyê, Soranî bi sedsalan e xwediyê wêjeyeke bêrawest bûye. Hesenpûrê ku ev îdîa red kir anî zimên ku dema li Tirkiyeyê li ser Kurmanciyê zext hebûn, ew li Ermenistanê ji nû ve dibişkivî. Weşanên bi Kurmancî yên li Ermenistanê zêdetir bûn li gor ên bi Soranî yên li Iraqê. Kurdên Ermenistana Sovyetê xwedî serbestiyê bûn ku bikarin zimanê xwe di neşr, şano û weşanê de bi kar bînin. Dema ku ev wêje nedikarî sînoran derbas bike ji ber ku bi elîfbaya Kîrîlî dihat nivîsîn û ji lew wek propagandaya Sovyetê dihat hesibandin, weşana ji Radyoya Rewanê xwe li sînoran qeliband û roleke pirr girîng list di parastina zimanê Kurdî de. Jinûvebişkivîna Kurmanciyê ya li Ermenistanê gelek beriya hilhatina Soraniyê ya li Iraqê çêbûye.

Ev hemû îddîa, li gor Hesenpûr, ji hesta raserbûnê ya Soranîaxêvan derdikeve. Wî axaftina xwe domand ku şermezar bike pêşniyaza hin ronakbîrên Soranî ku dixwaze gencîneya peyvan a Kurmanciyê û folklora wê wek amûrekê bê lêkolîn û berhevkirin bo dewlemendkirina Soranî. Wî ew (pêşniyaz) bi neyênî berawird kir bi polîtîkaya Îranê re ku mîta xwerûtiya (purity) zimanê Kurdî û rola wê ya di dewlemendkirina zimanê Farisî de diparêze. Hesenpûr helwestên wiha wek ‘’raserparêz’’(supremacist) û îddîaya raserbûna Soranî jî wek “şovenîzma Soraniyê” bi nav kir. Wî ev îddîa derewandin û got ku “Bi rastî, ez ti pêşveçûnekê di Soranî de nabînim ku Kurmancî nekiribe.”

Hesenpûr anî zimên ku Kurdî nikare heman azmûna Îngilîzî û Fransî ya “yek ziman, yek netewe” dubare bike bêyî ku serî li zextê, ta li şîdetê nede. Pejirandina polîtîkayeke wiha şîdetek fîzîkî û ne-fîzîkî divê da ku Soranî li herema Behdînan a Kurdistanê ferz bike. Helbet wê ev riya jevqetanê veke. Herwiha wî amaje bi çew baweriyan jî kir ku bi pêwendiya navbera nivîs û axaftinê re têkildar in, bi taybetî îddîaya ku klasîkên Kurdî bi elîfbaya Latînî (ku berbelavane tê bikaranîn ji aliyê Kurmancîaxêvan ve) nikarin bên nivîsîn. Diyar kir ku îddîayên wiha li dij zanîna bingehîn a zimannasiyê ne û elîfba xwezaya fonetîka wan neguherîne.

Encam

Herî dawî Hesenpûr daxuyand ku ti bingeheke lînguîstîk a van polîtîkayên wiha ku pirrbûna zaravayan xeter dibînin, nîne. Lê ew (polîtîkayên wiha) bêtir têkiliyên hêzî dide der ku di navbera çînên civakî û partiyên siyasî de ne. Ligel ku got HHK nikare bo Kurmancî hemû tiştî bi tena serê xwe bike jî, dikare gelek tiştan bike da ku wê biparêze bi awayekî vekirî û qanûnî di riya piştgiriya bi pereyan re bo weşana wê. Li ber ket ku HK ne dilxwazê vê yekê ye tevî ku kêmareya wê ya Kurmancîaxêv parçeya gelheyeke hîn mezintir e ku li aliyê din î sînorên sist ên Kurdistana Îran û Tirkiyeyê hene. Bi hilhatina Kurmancîyê ya ji nav xweliyên zimankujiya Tirkiyeyê û hilhatina wê ya pêkan a li Suriyeyê re ev warê Kurmancîya Kurdistana Iraqê – tevgerên gelheyan, medyaya civakî, internet û TV-stalayt –wek kêmareyê divê neyê qurbanîkirin.

Li ber xetereya xwerûtiyê

Di dawiya axaftina xwe de, Hesenpûr pêşniyazî xwendevanên Xebatên Kurdîyên Zankoya Exeterê kir ku bibin xwedî helwesteke rexneyî li ser ramîn û lêkolînên xwe, çiqasî encamên lêkolîna wan ne bi dilê neteweperestên Kurdan an HK be. Dupat kir ku ew zaf girîng e mirov li pirsgirêkên zimanê Kurdî bi awayekî rexneyî û ji pêşbaweriyên neteweperwer dûr binere. Mînak, amaje bi helwestên pakxwazên (purist) dijwar kir ku di nivîsandina ferhengên du-zimanî de ji aliyên Kurdên neteweperestwer ve tê parastin. Xwe ji peyvên deynkirî yên zimanên ne-Kurdî dûr dihêlin û bi vî awayî ev bi têgeha “ne-entelektuelbûn”a (de-intellectualisation) zimanê Kurdî encam dibe ku Hesenpûr ev nav lê kiriye. Di pratîkê de, ti hevtaya peyva “razber” (abstract) nîne di zimanê Kurdî de. Zimanekî ku peyv ji zimanên din nestîne bêgav e ku bimre û ger ronakbîrên Kurd li ser pirsgirêka zimanê Kurdî (ku ji nerîteke mezin a wêjeyî bêpar e) çewt-venasîna (misdiagnose) xwe di riya xwerûkirina wê ya ji hemû bandorên ne-Kurdî re bidomînin, ew pirsgirêka zimanê Kurdî û nekarîna wê ya di çêkirina kitêbên zanistî yên bo asta kolejan de wê hîn xirabtir bibe.

Share.

Leave A Reply