Yazar: HAŞIM EHMEDZADE
Bîranîna Mamoste Emîr Hesenpûr
HAŞIM EHMEDZADE
JI SORANÎ: MEMÊ MALA HINE
Sibê ji xew radibî û plana nivîseke te heye. Ji mêj ve divê te ev kar bikira. Gelek kar hene ku divê te di dema xwe de bikirana, lêbelê te nekirin. Ji bo vê jî te planeke din betal kir. Taştê dixwî, komputerê vedikî û bîranînên xwe amade dikî. Çavek li bîranînên xwe digerînî. “Zanista vegotinê”. Ev peyv dibe sernavê nivîsîna te ku te gelek di zêhna xwe de biriye û aniye. Qet nebe du caran di zanîngehê de te dersa vê daye. Tu pir dixwazî ku vê peyvê bikî navê kitêbeke xwe û tê de hewl bidî vê têgehê bikî Kurdî û di qada vegotina Kurdî de ev têgeh tê bikaranîn, nîşan bidî. Niha tu amade yî û yekem risteyê dinivîsî: “Zanista vegotinê, teoriya nirxandina teksteke vegotinê ye ji bo destnîşankirina cihêtiyên nêrînên vegotinan.” Dîsa çavek li nivîsên xwe yên berê digerînî û hewl didî pênaseyên cihê bêtir derxî holê û di nav pênaseyê de piraniya taybetmendiya vê têgehê kurt bikî.
Hinek westiyayî û dixwazî bi vexwarina qehweyekê ji bo çend deqîqeyan ji nivîsa xwe dûr kevî. Destê te diçe ser ipada te û bernameya facebookê vedikî û nûçeyên nexweş dîsa hemû aliyên hizir û bîra te tev li hev dike. Rojek berê nûçeyeke nexweş jixwe tu xemgîn kiribûyî ku te ji ber vê tiştek nekiribû. Di vê dawiyê de nûçeyên nexweş gelek car wekî brûskekê ji nişkê ve tê û heta demekê te aciz dike û tu gelek memnun î ku tu xwedî şiyana jibîrkirinê yî ku derfeta nû bide te. Naxwe teqez nikarî xwe li van xemgîniyan bigirî. Vê carê bawer nakî. Ji bo ku teqez bikî ka ev nûçe rast e yan çewt e di facebookê de di nav peyamên li jor û jêr de digerî. Na, nûçe rast e! Mamoste Emîr jî xatir ji me xwestiye. Êdî ramanên te dor li te digirin û dinya dibe sîmaya mamosteyê te. Berê xwe bidî çi, di wî tiştî de tu mamosteyê xwe dibînî. “Zanista vegotinê” dide aliyekî. Yek yan du telefon û hinek jî melhezekirin û peyamên di facebookê de, şîroveyên hevalên te û bihîstina vê nûçeyê ji hêla wan ve… Wêneyên cihê yên Mamoste Emîr te dibe heyamên dûr. Rojek derbas bû û bû şev. Niha beyan û awayekî din ê xemê bi pêsîra te digire. Te pê bawer kiriye ku Kekê Emîr koça xwe ya dawî kiriye û te daxuyaniya hevpar a xanima wî Şehrazad û kurê wî Kekê Selah xwendiye û êdî tu şika te nemaye û êdî dizanî ku bi vê xemginiyê rabî. Hevalekî te ji te dixwaze, tu tiştek li ser Kekê Emîr binivîsî. Tu di vî karî de dudil î. Gelo tu dikarî? Tu yê çi binivîsî? Di vê kêliyê de çawa dikarî bi karekî giran rabî û hewl bidî ku fikr û ramanên xwe rêk bixî? Ji xwe re dibêjî jixwe gelek nêrîn û fikrên te û yên Kekê Emîr mîna hev bûn û tu dikarî hinek bikevî pey wan ramanan û bi vî şiklî him wî bibîr bînî him jî derfeta nasandina wan kesên ku tu ji nêz ve agadar î ji kesên din re pêşkêş bikî. Ji ber vê jî biryar didî ku dest bi nivîsandina bîranînên xwe yên li ser Kekê Emîr bidî. Hîn di gava ewil de tu li rastî pirsgirêkan têyî. Divê haya te ji xwe hebe ku zêna te xeletiyan neke. Axir bîranîn gelek bijarte ne û bi awayekî taybet tên bîra mirov. Ew, bi mekanîzma taybetî ya hiş, bîranînan dibin paş û pêş û ev bîranîn ji bîr diçin û tên bîra mirov, dibin derew û rast, êriş dikin û serê te gêj dikin. Xwe bi xwe soz didî ku ji van bîranînan re wefadar bî û bi dirustî wan vebêjî. Tu bixwe birsivê didî û dibêjî ku her kes heman tişt dibêje û tenê “dijbîranîn”ên Andre Malrauks navê xwe ji vê taybetmendiya mirovî ya zêna însan werdigire û ji ber daxwaza zalbûna bi ser van de, hîn talûkeya dîtina yekalî dimîne. Lêbelê çare nîne û kereseyekî din ê bîranîna raboriyê nîne. Di dawiyê de her tişt tenê ziman e û tê ber guh yan jî dibe dîtina berdeng. Hewl didî ku nivîsa xwe bi alîkariya hin ji şêwrên akademîsyenan bikî xwedî pêkhateyekê. “Zanista vegotinê” alîkariya te dike ku destpêk, pêşketin û dawiya vê destanê heye. Tenê vê bişopîne û têkhelkişîna wext, cih û fikran, rapora te/nivîsa te/bîranîna te/gotara te/mijara te/vegotina te/hasretnameya te/derdê dilê te/nalîna te/xatirxwastina te binivîse! Ji xwe dipirsî, te cara ewil kî dît. Gerek di nav zêna te de te dibe xaniyekî kevn ê duqatî li nav Uppsalaya Swêd. Baş e çawa û çima li wir? Bersiv ne giran e. Di payîza sala 1992’an de di Zanîngeha Uppsalayê de te dest bi xwendinê dikî û hîn di destpêka rojên te yên ewil ên di vî bajarî de dibihîzî ku Dr. Emîr Hesenpûr di komeleyeke Kurdî ya vî bajarî de semînerekê pêşkêş dike. Bi pirsan cihê semînerê dibînî, diçî û yekem car zilamekî dibînî ku temena xwe ji bo lêkolîna ziman û çanda Kurdî terxan kiriye. Hêdî û liserxwe dipeyive. Behsa zimanê standard dike û tu yekem car zanayekî Kurd dibînî ku wek kitêbeke baş û zanistî ku tu jê hez dikî xeber dide. Ew behsa danîna plana zimêan dike û dibêje ku rêya standardkirina zimanekî ewqas hêsan nîne û plan, pisporî û ked jê re divê. Yekem car teza cotstandardbûna zimanê Kurdî ji wî dibihîzî. Di semînerê de çend kes dij wî derdikevin û ew bi awayekî nerm û bêyî ku hêrs bibe bersiva wan dide. Tu jî pirsekê jê dikî. Di şewqa dîtina zanayekî de pirsa te dibe hemû hesreta te ya ji bo zanînê. Bersiveke hander jê digirî û dibihîzî ku mamoste dibêje hewcedariya vê pirsê bi lêkolîneke dûr û dirêj heye. Piştî salan heman gotin dîsa ji Mamoste Emîr dibihîzî. Li gor wî ji bo bersiva dirust û têr û tijî ya pirsan divê lêkolînên hûrgilî ya zanistî werin kirin û divê bersiv hema wisa neyên dayîn. Piştî semînerê zilamek te pê re dide naskirin û dibêje ku di Zanîngeha Uppsalayê de di lêkolîna Kurdî de xwendevanê doktorayê ye. Ev zilam, birayê Mamoste Emîr e. Wê êvarê bingeha dostaniyeke kûr dihat danîn û bişev li mala Kurdekî ku li Uppsalayê dimîne, bêtir te guh da Mamoste Emîr. Êdi bi dewamkirina pêwendiya xwe ya bi Mamoste Emîr re di salên doktorayê yên li Uppsalayê de tu şansa naskirina Kekê Ceferî Hesenpûr bidest dixî. Hema nusxeyeke kitêba teza doktorayê ya Kekê Emîr dikeve destê te. Tiştekî din ji xwendina vê kitêbê giringtir nabînî û dest bi xwendina vê kitêbê dikî. Ev kitêb heta demeke dirêj dibe kitêba li ser maseya te û dibe çavkanî ji bo xwendin û geşbûn û standardbûna zimanê Kurdî. Di kovarake Kurdî de ku li Ewrupayê derdikeve çend gotar dixwînin ku li dijî ramanên wî hatine nivîsandin. Di vê kovarê de Kekê Emîr gotareke xwe belav dike û niha her demsala ku kovar derdikeve kesek li ser wê gotara wî dinivîse û şansa bersivdayînê jê re nayê dayîn ku bikare mijarê bêtir ronî bike. Di awa û asta gotaran de tu dibînî ku nivîskaran ji ber nebûna argumentên dirust xwe dispêrin şantaja siyasî û îdeolojîk.
Saleke şûnde, ango di sala 1993’an de ku Kekê Emîr dibe pêncî salî, wekî mamosteyê mêvan ji bo lêkolînekê tê Zanîngeha Uppsalayê. Ew, li mala birayê xwe Kekê Cafer dimîne ku ew mal gelek nêzî mala te ye. Piraniya rojan hûn bi hev re bi meş diçin zanîngehê. Di hewayê xweş û nexweş de pirsên te yên berdewam û bersivên wî yên nerm û metodolojîk… Tu behsa mamoste û dersên xwe jê re dikî û ew jî sîstema Swêd û Kanada û Amerîkayê dide berhev. Di dersekê de ji bo cara yekem te li ser “dîskur”ê xwendiye û ji mamoste dipirsî “dîskur” çi ye. Piştî çend salan dizanî ku ramanên Mamoste Emîr li ser vê têgehê di bin tesîra nêrîna Marksîstî de ye. Helbet berê jî te dizanî ku Kekê Emîr bi awayekî eşkere Marksîst e. Di wan deman de ku Yekîtiya Sovyetan hilweşiyabû û Fukuyama “dawiya dîrokê” îlan kiribû, ne hêsan e ku mirov Marksîst be. Lêbelê ew Marksîst bû. Gelek jî baş bû. Wî zanista xwe dixist destê nas û xwendevanên xwe. Behsa raborî û niha ji wan re dikir. Behsa civaka Kurd ji wan re dikir. Behsa şêx û melayan ji wan re dikir. Behsa cotkar û tevgera çînî û neteweyî ji wan re dikir. Di wê salê de Kekê Suleymanî Çîre biryar dide ku kovara Gizîng belav bike. Biryareke giran e. Tê serdana te û li mala te yekemîn hevpeyvîn a bi Kekê Emîr re dikeve ser milê te. Hevpeyvîneke vekirî. Ev hevpeyvîn di Gizîngê de tê belavkirin. Lêbelê navê te li ser hevpeyvînê nîne. Yek ji pirsan, li ser pêwendiya Kekê Emîr û Mamoste Hesen Mihemed e. Kekê Emîr bi hûrgilî behsa pêwendiya xwe û wî dike û behsa kitêba binavûdeng ê Mamoste Mesud Mihemed dike. Ev yek ji bo te ezmûneke nû ye ku tu dibînî çawa Kekê Emîr digel cihêtiyên kur ên fikrî wiha bi rêz û îhtîram behsa ramanên Mamoste Mesud Mihemed dike. Cihêtiyên îdeolojîk nikare rê li ber berdewamiya bahseke zanistî û piralî bigire. Tu hewl didî ku raman û şêwaza Mamoste Emîr bi temamî têbigihîjî û jê hîn bibî. Kekê Emîr li kitêbxaneya Zanîngeha Uppsalayê û li mala Kekê Cefer tim dixwîne û dinivîse. Ew bi awayekî sade dijî. Herçiqas gelek car bi lêkolîn û nivîsînê re mijûl bibe jî ji bo bersivdayîna pirsên mirovên li derûdorê wext vediqetand. Pêwendiyên wî yên fireh ên zanistî û civakî yên jêhatî hebûn. Çend caran tu li zanîngehê pê re diçî semîneran. Tu dibînî ku çend ciwan guh dide wî û çend pirsên kitekit jê dikin û li benda bersivên wî ne. Roj bi roj bêtir haya te bi xemên wî dibin. Xema zanîn, nivîsîn û lêkolînê. Xema mirovan, Kurdan û cihanê. Pirsên îdeolojîk. Marksîzm, maosîzm, komunîzm. Jiyana Kekê Emîr a li Uppsalayê ku salek bû zû bi dawî bû. Ew vedigere Torontoya Kanadayê. Lêbelê pêwendiyên we dewam dikin. Handana wî ya li ser te û Kekê Cefer ji bo xwendinê ji dûr ve jî dewam dikin. Mijar û kereseyên lêkolîna te ji te re dişîne.
Di sala 1997’an de tu li Londrayê ders dixwînî û Kekê Emîr serdana Londrayê dike. Li “Mala Kurdan” semînereke wî heye. Gelek kes ji bo guhdarîkirina wî hatine. Piştî çend salan cihê kêfxweşî ye ku careke din tu Kekê Emîr guhdarî dikî. Niha pirs hîn zêde bûne û derfeta te ya baştir heye ku tu bersiva pirsên xwe ji Kekê Emîr werbigirî. Çend roj şûnde li Mala Kurdan dipeyive û dîsa şansa te heye ku gotinên wî guhdarî bikî. Dîsa wê salê desteya nivîskaran a kovara Gizîngê tê danîn. Tu jî bi tevî Kekê Hesenî Qazî, Dr. Ebbas Valî û Dr. Emîr Hesenpûr dibî endamê desteya nivîskarên vê kovarê û Kekê Suleyman wekî sernivîskar weşana kovarê didomîne. Kekê Elî Kerîmî dibe şêwirmendê vê kovarê û paşê Dr. Nezend Begîcanî jî dibe endamê desteya nivîskaran a kovarê. Ji bo bi awayekî baş birêvebirina kovarê li Birîtanya, Fransa, Swêd û Kanadayê gengeşî tên kirin. Li ser ezmûna Gizîngê divê tu gelek tiştan bibêjî û lê ew firsend nakeve destê te û van gotinan dihêlî demeke din. Lêbelê di vê ezmûnê de jî şiyana Mamoste Emîr tim bi awayekî baş xwe nîşan dide. Di sala 1997’an de dîsa Kekê Emîr serdana Swêdê dike. Tu jî li ser projeya lêkolîna doktoraya xwe yekemîn semînerê li zanîngehê li dar dixî. Kekê Emîr jî li wir e. Ew di projeya te de bi temamî wekî te nafikire. Lê dîsa jî wekî caran te teşwîq dike û piştgiriya te dike. Tu wisa pê dihesî ku tu tenê zanistê ji vî mirovî hîn nabî, lêbelê tu jê dilnizmî û dilovaniyê jî hîn dibî.
Tu di sala 2003’an de serdana Torontoyê dikî. Tu serdana Kekê Emîr nekî, nabe. Ew, şevekê te dike mêvan. Tu diçî mala wî ya xweşik. Şehrazad Xanim gazî du kesên din jî kirine û tu şeveke gelek xweş ku qet ji bîra te naçe li mala du mirovên zana û xwedîşiyan derbas dikî. Şehrazad Xanim gotarên te yên berhevkirî dide te. Piştî wan axaftinên wê şevê tu fêm dikî ku zanîna Kurdî ya Dr. Şehrazad û femînîstbûna Kekê Emîr du diyardeyên birumet in ku hevserîtiyeke serketî pêk aniye. Bi hevdengî û hevfikriya van herdu mirovan şaş dimînî. Kekê Selahî kurê wan li malê nîne û digel ku te gelek tişt derheqê wî de bihîstine tu ji dîtina wî mehrum dibî. Ew di zanîngehê de ye û sînema dixwîne. Tu xwe bi xwe dibêjî çi tiştekî xweş e ku dê û bavê te di zanîngehê de mamoste bin û tu jî xwendevanê doktorayê bî. Roja din, sibê tu bi wî re diçî kitêbxaneya mezin a Zanîngeha Torontoyê. Wekî rêberekî jêhatî hemû beşên kitêbxaneyê nîşanî te dide. Tu baş dizanî ku ev zanîn ji ber serdana wî ya sedan heta hezaran car li kitêbxaneyê tê. Çend meh şûnde tu teza xwe ji Kekê Emîr re dişînî. Te di pêşekiya teza xwe de ji dil ve spasiya wî kiriye. Ew jî paşê bi peyamekê te pîroz dike. Tu gelek bextewar î!
Di sala 2007’an de li Diyarbekirê di konferansekê de tu Kekê Emîr dibînî. Di vê konferansê de profesorên beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Senpetersburgê beşdar dibin. Hemû ji nêz ve Kekê Emîr nas dikin û wisa dixuyê ku peywendiyeke dirêj di navbera wan de heye. Tu şaş dimînî ku ev enerjî ji ku tê û ev mirov di zanist û warê lekolînê de çawa ewqas xebitiye. Piştî konferansê diçin serdana Kekê Selaheddîn Demîrtaş ku berpirsê Komeleya Mafê Mirovan a Diyarbekirê ye. Kekê Selaheddîn bi her awayî alîkariya we dike da ku hûn cihên cihê yên Diyarbekirê bibînin. Bêtir diçin wan cihên ku Kekê Emîr pêşniyar dike. Diçin serdana hemû sazî û rêxistinan û di van serdanan de bi femînîstbûn û wekhevîxwaziya Kekê Emîr dihesî. Êdî tu bawer dikî ku ev mirov bi zanîn jiyana xwe ji bo endîşeya aramî û rizgariya mirov veqetandiye û rabûn û rûniştina wî jî encama vê rastiyê ne.
Di sala 2009’an de yekemîn konferansa navneteweyî ya lêkolîna Kurdî di Zanîngeha Exeterê tê lidarxistin. Tu yek ji birêvebirên vê konferansê yî û tu du kesan wekî gotarbêjên sereke ji konferansê re dawet dikî. Yek ji wan bê şik û guman Kekê Emîr e û yê din jî Prof. Hemîd Bozarslan e. Konferans bi gotara Kekê Emîr dest pê dike. Tu ji bo nasandina wî hatiyî peywirdarkirin. Mîkrofonê digirî û berê xwe didî beşdaran û dibêjî ku bi salan e tu Kekê Emîr nas dikî û her tim te wekî çavkaniyeke îlhamder li wî nihêriye. Tu dibêjî kitêba Kekê Emîr ansîklopediyaya zimanê Kurdî ye û bûye handera dehan lêkolînên Kurd û biyaniyan ji bo şopandina rêça lêkolînên zanistî. Kekê Emîr wekî her tim, hêdî hêdî û liserxwe tê û nêzî 45 deqîqeyan li ser rewşa lêkolîna Kurdî û pirsa ziman û rewşenbîriya Kurdî dipeyive. Guhdarên vê gotarê, mîna ku ji ber guhdarkirina tevahiya gotarê kêfxweş bin pirsên xwe dikin û Kekê Emîr jî wekî caran bi hûrgilî bersiva wan dide. Careke din firehiya zanyarî û jêhatîbûna Kekê Emîr dibihîsî û dibînî. Beşdarekî ciwan dibêje ku bi rastî jî Kekê Emîr ansîklopediya ye!
Sal derbas dibin. Keft û lefta jiyanê careke din derfeta dîtina Kekê Emîr nake nesîb. Tu ji bo ku gotarekê li ser “zanista vegotinê” binivîsî, rûniştiyî. Li facebooka xwe dinihêrî û vê nûçeya nexweş dibînî. Tu wisa pê dihesî ku ev jî vegotinek e û divê tu vebêjî. Te pir dixwest ku bûyer bi awayekî din bûyana. Te pir dixwest ku jiyan baştir bûya û te Kekê Emîr li Kurdistanê bidîta. Te pir dixwest ku wî, serokatiya akademiya Kurdistanê bikira û sedan lêkolînerên pispor li dora wî kom bibûna û hewl bidana bersiva pirsên bêdawî yên civaka Kurdistanê bidaya. Lêbelê nûçeya xirab hat û tu divê tu pê bawer bikî. Çareyeke te ya din tune ye, divê tu qebûl bikî ku Mamoste Emîr hogirên zanist û lêkolîna Kurdî tenê hiştine. Ew, ji bo ku aramiya kesî têk nede hêdî hêdî û liserxwe diçû. Tê bîra te ku sedan kesên wekî te di heyîna Kekê Emîr de hînî xewna lêkolîna kitekit bûne. Tu di dilê xwe de dibêjî eger kesek xwedî vê bandora fireh be, eger kesek xwedî dehan berhemên zimanzanî, civakî, siyasî û îdeolojîk be, her tim di bîra heval û hogirên xwe de dimîne. Tu wisa pê dihesî ku sefera vê carê ya Kekê Emîr wekî sefera hemû mirovên dilnizm û bexşinde, dibe ezmûneke mezin ji bo hemû kesên ku dilê wan ji bo çarenivîs û bextewariya mirovan lê dide. Tu dixwazî rojeke nedûr navê Mamoste Emîr li ser kolan û zanîngeh û akademiyên Kurdistanê binivîsî. Tu li benda wefadariyeke wiha ji xelkê xwe yî û hez dikî ji kûrahiya dilê xwe xatir ji Mamoste Emîr bixwazî û ji xemgîniya Prof. Şehrazad Mucab û Dr. Selah Hesenpûr û Dr. Cefer Hesenpûr û hemû kes û kar û dostên wî re hevpar bî.
Bi xatirê te Mamoste Emîrê ezîz! Spas ji bo vê jiyana tijî berhem! Spas ji bo pêşengiya te di lêkolîna Kurdî de. Ji ber ku tu ji bo me bûyî paltoya Gogol, spas! Belê wekî ku Fiyodor Dostoyevskî digot: “Em hemû ji paltoya Gogol derketin.”
Stockholm 25.06.2017