Berawirdkirina du Çîrokên Kurdî û Frensî: “Sedo” û “Pisîka bi Gîzme”

YAHYA YAVUZ

Puxte: Ev nivîs li ser berawirdkirina du çîrokan e ku ji du welatên cuda hatine berhevkirin. Çîrok, ew vegotinên gelêrî ne yên afrînerê wanê ewil nayê zanîn û bi piranî di şevên zivistanan de ji bo mijulbûn û demderbaskirinê ji hêla kesên di vî warî de pispor in tên vegotin. Çîrok, ji nav cureyên folklorê, cureya herî navnetewî ye, sedema vê yekê jî gerokbûna çîroka ye. Çîrok xwe bi herêm, çand an jî zimanê ku jê derketine bi sînor nekirine û çi bi rêya devkî çi jî bi rêya nivîskî li nav gelek welatan belavbûne. Lewre mirov dikare waryant û wersîyonên çîrokekê li nav çand û welatên ku gelekî ji hev dûr in bibîne. Di vê gotarê me du çîrokên Kurdî û Frensî, “Sedo”û “Pisîka bi Gîzme”ji hêla şexs, bûyer û motîfan ve berawirdkir, hevşibî û cudahîyên wan destnîşan kir. Di beşa ewil de em li ser pênase û taybetmendîyên çîrokan sekinîn, di beşa duyem de li ser teorîyên çavkanîyên çîrokan, di beşa sêyem de metne herdu çîrokan û di beşa çarem de jî li ser berawirdkirina wan sekinîn.

Peyvên sereke: çîrok, folklor, berawirdkirin, “Sedo”, “Pisîka bi gîzme”

Destpêk

Xebatên wêjeya berawirdî bi gelemperî li ser şikl, naverok û vegotinên du berhemên cuda disekinin. Lêkolîner du berhemên ji hêla wî ve hatine hilbijartin ji alîye şikl, naverok, vegotin, mijar û hwd. berawird dike, wekhevî û cûdahîyên wan destnî şan dike. Bi vî awayî taybetmendîyên herdu berheman, resenî û bandora wan a li ser hevdû tên dîyarkirin. Di bingeha zanista wêjeya berawirdî de fikra ku wêje “giştî”ye heye (Aytaç, 2013:9). Li gor vê fikrê hemû wêje yek e û di hundirê xwe de gelek beş, cure û herêman vedihewîne. Ev zanist di sedsala 18a de cara ewil li Almanyayê bi awayekî modern derketîye holê. Heta niha di cîhanê de li ser wêjeya berawirdî xebatên gelekî grîng hatine kirin.

Berawirdkirin ne tenê di qada wêjeyê de tê kirin. Di qadên cur bi cur yên wek, felsefe, muzîk, resim, hiqûq, perwerdehî, folklor û hwd. de jî xebatên berawirdî tên kirin. Em ê jî di vê gotara xwe de du çîrokên ku ji du çîrokên du neteweyên cuda hatine hilbijartin berawird bikin. Çîroka ewil ji folklora Kurdî û ya duda jî ji folklora Frensî ye. Em ê çîroka Kurdî a ku di sala 2001an de ji hêla berhevkarê folklorê Hîlmî Akyol ve di pirtûka wî ya Tembûrzêrîn û Tembûrzîvîn de hatîye çapkirin bi çîroka Frensî ya di sedsala 17a de ji hêla Charles Perrault ve di pirtûka “Çîrokên Rojên Borî”de hatîye çapkirin ji hêla motif, bûyer û lehengan ve berawird bikin. Navê çîroka me “Sedo” navê ya Perrault jî “Pisîka Bi Gîzme” ye. Ev herdu çîrok ji gelek hêlan ve dişibin hevdû lewre pêwîstî bi xebateke berawirdî dît.

Herçiqas xebatên folklora berawirdî di cîhanê de ji zû ve ye tên kirin û di vê qadê de pêşketinên grîng derketibin holê jî di nav folklornasên Kurda de xebatên bi vî rengî gelekî kêm in. A rast bi giştî xebatên akademîk ên li ser folklora Kurdî pir kêm in. Em dişên çend xebatên berawirdî di vira de ji bo hayê xwendevana jê hebe bibîr bînin. Lêkolîner Mehmet Şîrîn Fîlîz di teza xwe ya lisansa bilind a li ser Derwêşê Evdî de di beşa sêyem de destana “Derwêşê Evdî” bi destanên din ên Kurdî re berawird kirîye (Fîlîz, 2014:135-139). Hayrettîn Kizil û Veysel Tanrikulu jî di gotareke hevpar de berawirdkirina çîroka “Hedlîlilk û Bedlîlik” a bi Kurdî bi a “Gur û Heft Karik” a Brayên Grîmm re kirine (Kizil, Tanrikulu, 2015: 57-72).1 Mirov dikare bibêje ev xebatên ewil in divê qadê de û divê zêde bibin. Berî em derbasî berawirdkirinê bibin me divê em li ser pênase û hin taybetmendîyên çîrokan bisekinin.

  1. Çîrok û taybetmendîyên wê

Heta niha gelek pênaseyên çîrokan hatîye kirin. Her lêkolînerê folklorê li gor xwe pênaseyeke vê cureyê kirîye. Çîrok, di nav folklorê de beşeke mezin û grîng digirin. Çîrok, ew vegotinên gelêrî ne ku afrînerê wanê ewil nayê zanîn û bi piranî di şevên zivistanan de ji bo mijulbûn û demderbaskirinê ji hêla kesên di vî warî de pispor in tên vegotin. Di Kurdî de ji bilî bêjeya çîrokê gelek navên din ji bo vî cureyê folklorê tê bikaranîn. Hin ji wan navên ku ji bo çîrokê tên bikaranîn evin: serhatî, çîrçîrok, çîrvanok, çiçîrok, xebroşk, xalîşok, hikyat, estanik(bi Zazakî), merselok, serpêhatî û hwd. Di çîrokan de kes û bûyerê derasa zehf in, ev taybetmendîya herî grîng a çîrokan e. Taybetmendîyeke din a çîrokan jî, guhdar berevajî efsane û menaqibên li ser şêx û ewlîyayan tên vegotin ji tiştên di çîrokan de derbas dibin bawer nakin. Guhdarên çîrokê dema çîrok tê vegotin dizanin ku tiştên di çîrokê tên behskirin ne rastin. Di çîrokan de hin gotinên qalip hene, ji vana re formel tê gotin. Formel bi pirranî di destpêk û dawîya çîrokan de ne û hinekî dişibin zûgotinokan. Hin formel pexşan in hin ji wan jî wek helbestan bi rêzikanin.

Nivîskar, lêkolîner Rohat Alakom di pirtûka xwe ya Di Folklora Kurdî de Serdestîya Jinan de çîrokan wiha pênase dike: çîrok beşeke folklorê ye, nivîskarên wan ne kivş in, gel bixwe ev afirandine (Alakom, 2013:12). Folklornasê Kurd Remezan Pertew di pirtûka xwe ya bi navê Zarok û Çîrok de çîrokan bi vî awayî pênase dike: Çîrok cureyek ji vegotinên gelêri ne ku tê de cih didin serborî û lehengên derasayî û mîjara wan xeyalî û bi devkî belavbûne (Pertew 2009: 85). Wek me li jor jî got her zanyarekî folklorê jixwe re pênaseyeke çîrokê çêkirîye. Folklornasê Tirk ê navdar Pertev Naili Boratav ê polînkirina çîrokên Tirkî kirîye, çîrokê wisa pênase dike: Çîrok wisa tê pênasekirin ku bi pexşankî tê gotin, ji bilî bawerîyên olî û efsûnî, tevahî berhemên xeyalî ye, bi rastîyê re bê eleqe ye, îddaya wê tune ku kes jê bawer bike (veguhestin ji Boratav, Tarduş, 2015:14). Herçiqas Boratav bêje çîrok tenê bi pexşankî tê gotin jî îstîsnayên vê yekê hene. Wek mînak gelek di hin çîrokên rawilan de beşên helbestkî jî hene, çîroka “Kêzxatûnê”,“Şengê û Pengê” û ya “Pîrê û Rovî” hin nimûneyên naskirîne ji wan çîrokan.

Ji nav cureyên folklorê yên ku bûyerekê vedibêjin mirov dikare bibêje cureya herî popûler çîrok e. Di çîrokande dem û cî nedîyar in. Wek mînak çîrokên Kurdî gelek caran bi vê formelê dest pê dikin: hebû tunebû. Dîsa gelek caran mekanên çîrok lê derbas dibin jî cihên nedîyar û xeyalî ne. Wek mînek çîyayê qaf, heft qatên bin erde û hwd. Ji kesên ku çîroka dibêjin çîrokbêj an jî hikyatbêj tê gotin. Çîrokbêjên serkeftî pirê caran jin in. Wek me li jor jî got çîrok bi piranî bi şev li odeyan tê gotin. Di derbarê vê yeke de folklornasê mezin ê Kurdî Hecîyê Cindî dibêje li gor Kurda vegotina çîrokan bi roj wek tiştekî nebaş dihate dîtin. Kurdan wisa bawer dikirin, heger çîrok bi roj werin vegotin wê arvanê li malên wan kêm bibe. Sedem jî dibêje, ger çîrok bi roj bihatana gotin wê ev yek bibûna asteng ji xebatê re loma çîrok bi şev tên gotin (Cindî, 1961: 6). Li gor Hecî, çîrok ne tenê ji bo perwerdekirina zarokan lê ji bo perwerdekirina zilam û kalan jî tên vegotin çikû guhdarên çîroka di heman wextî de kesên mezin in jî. Lêkolînerê Tirk ên çîrokan Saîm Sakaoğlu di vê derbarê de wiha dibêje“lê çîrok cureyekî edebîyata gelêrîye ku ji bo şabûn û perwerdekirina zarokan derketine holê. Yên derîyê cîhana çîrokan vekirine dizanin; çîrokên me yên wisa hene, ji ber gîrîftbûna wan fêmkirina zarokan ne hêsan e (Sakaoğlu, 1999:2). Cihên çîrok lê dihatin gotin cihên sosyalbûnê bûn. Mirov li hev kom dibûn bi saya çîrokan hînî adetên pêşîyan, başî û qencîyan dibûn. Lê bi demê re çîrok tenê ji bo perwerdekirina zarokan hat bikaranîn. Niha jî dema em dinerin gelek çîrok ji bo perwerdekirina zarokan bi saya teknolojîyê bi gelek awayan tên bikaranîn. “Çîroka Pisîka Bi Gîzme” jî ji bo çîrokên ku di perwerdekirina zarokan de tê bi kar anîn mînakeke gelek baş e.

  1. Çavkanîyên çîrokan

Mijareke din a ku folklornas serê xwe pê re diêşînin jî nîqaşa li ser pirsa gelo çavkanîyên çîrokan çi ne? Helbet bi awayekî teqez dîyarkirina çavkanîyên çîrokan ne mimkun e lewre di derbarê vê meseleyê de sê teorîyên grîng û ji hev cihê derketine holê. Folklornasê Frensî Gêdeon Huet nêrînên li ser çavkanîyên çîrokan wiha disenifîne;

  1. nêrîna berîya dîrokê (ekola mîtolojîyê)
    b. nêrîna dîrokî (ekola hîndolojîyê)
    c. nêrîna etnografîk (ekola antropolojîyê) (Sakaoğlu, 1999: 5).
    Em ê li jêr bi kurtasî li ser van teorîyan bisekinin, wan bidin nasîn.

2.1. Ekola mîtolojîyê

Li gor nûnerên vê teorîyê divê çavkanîyên çîrokan di mîtolojîya Hîndûyan de were lêgerîn. Ev teorî piştî ku têkilîya zimanên Hînd-Ewrûpî bi Sanskrîtî re hate dîtin derket holê. Max Mullerê nûnerê vê teorîyê piştî ku li ser xwedayên Hîndûyan yên di rîg-vedayan de dixebite zanista mîtolojîk a berawirdkirinê ava dike. Li gor Muller, çîrok ji mîtolojîyan derketîne. Nûnerekî din ê vê teorîyê, sir George Cox jî li ser lehengên neteweyên Hînd-Ewrûpî dixebite û di encamê de digihêje fikra ku çavkanîya hemû lehengêngelê Hînd-Ewrûpî yek in. Ev teorîya ji ber ku çavkanîya çîrokan tenê di mîtolojîya Hîndûyan de dibîne zêde nehatîye pejirandin çiku çand û mîtolojîyên din piştguh dikir lewre piştî demekê îtîrazen mezin li dijî vê teorîyê derketin û di encamê de teorîyeke din ku ew ji gelek hêlan ve dişibîya vê teorîyê derket holê.

2.2. Nêrîna dîrokî

Ev teorîya ku bi navê ekola hîndolojîyê jî tê naskirin wek nûnerên teorîya berîya dîrokê digotin çavkanîyên çîrokan Hindîstan e lê ev çavkanî ne mîtolojîya Hindîyan bes pirtûka wan a çîroka ye ku bi navê Pançatantra tê naskirin. Nûnêrê ewil ê ev teorî parastîye Sylvestre de Sacy ye. De Sacy, li şuna “Veda”yan Pançatantrayê wek çavkanîya çîrokan nîşan dide (Sakaoğlu, 1999: 7). Rojhilatnasê Almanî Theodor Benfey di sala 1859an de çîrokên Hindûyî yên bi navê Pançatantrayê werdigerîne Elmanî û di pêşgotina xwe ya li ser vê berhemê de balê dikşîne ser nêzîkahîya çîrokên Hindûyî, Ewropî û derveyî Ewropî. Li gor Benfey, nêzîkahîya van çîrokan ne ji merivantîya van gelan, lê bele ji pêwendîyên çandî û dîrokî yên di navbera wan de yanî ji deynwergirtinê pêk tê (Yıldırım, Pertev, Aslan, 2013: 42). Li gor Benfey, çîrok, ewilî bi rêya devkî, bi saya ticaran, paşê bi rêya wergerên ji Erebî û Farisî hatin kirin paşê jî bi rîya Tirk û Moxolan li Ewrûpayê belav bûn. Teorîya ku Benfey bi her awayî serkêşîya wê dikir di nav gelek folklornasan de belav bû lê gelek folklornas jî li dijî vê teorîyê derketin ku yek ji wan Edward Taylorê Îngîlîz bû û Tylor li dijî wê teorîyê ekola antpropojîyê avakir.

2.3. Ekola antropolojîyê

Nûnerên vê teorîye li dijî teorîyên ku çavkanîya çîrokan Hindîstan didîtin derketin û derbarê vê meseleyê teorîyeke din avêtin holê. Ji ber ku nûnerên vê teorîyê ên wek Edward Tylor û Andrew Lang etnograf bûn ev teorî wek nêrîna etnografîk jî hate binavkirin. Li gor vê teorîyê nedibû çavkanîya çîrokan Hindîstan be, wan îddîa dikir ku çîrok ne bermahîyên mîtolojîyê lê bermahîyên jîyana medenî ne (Sakaoğlu, 1999: 8). Li gor Tylorê nûnerê pêşin ê ve teorîyê di çêkirina têgînên derbarê jîyana rojaneyî, têgînên dînî û helbestkî de hemû netewe dişibin hev (Yıldırım, Pertev, Aslan, 2013: 43). Nûnerên vê teorîyê angaşt dikirinli her deverê cîhanê awayê fikirîna mirovan kêm-zêde nêzî hev in lewre normal e ku gelek caran berhemên wan ên folklorî nêzî hevbin.

  1. Kurteya Çîrokên “Sedo” û “Pisîka bi Gîzme”

3.1. Çîroka “Sedo”2

Hebû tunebû, dibê aşvanekî bi navê Sedo hebû. Sedoyê aşvan rojekê sibehê zû dema tê li hundirê êş dinêre ku qeraşa wî tune. Dibê yeqîn diz hatine ketine êş û qeraş dizîne. Sedo dev ji vê mesele berdide û dest bi xebata xwe dike, heta êvarê dixebite. Dibe êvar naçe mal, dibê ka hela ez ê xwe di hundirê êş de veşêrim bê ka kî ye diz. Radibe, Sedo li êş dimîne, xwarina xwe dixwe, çirayê ditefîne û li benda diz dimîne. Bîstekê bi şûnde deng ji hundir tê. Sedo diçe dinere ku Mamê Rovî ye. Ketîye mitfaxê û nên dixwe. Sedo dibêje“Hoo Mamê Rovî, ez li ezmana li te digerîyam, xwedê tu li erdê da min. Nanê min heye, ez ê te serjê kim, bikim kebab û bixwim.” Mamê Rovî bi Sedo re dixeyide dibêje “Goştê min nexweş e. Tu bisekine ez ê sibe herim qîza paşê ji te re bixwazim.” Sedo dibê de bixwe û radizê. Dibe sibeh Sedo radibe, dixebite dibêje “ma rovî ye û derewek bû, kir. Wê çawa qîza paşê ji min re bixwaze.” Demek di ser re derbas dibe Mamê Rovî tê dibêje, “Sedo xwe amade bike sê rojê din em ê herin qîza paşê ji te re bixwazin.” Mamê Rovî wilo got û çû. Sedo xwe bi xwe dibê “De rovîyê çolê ye zikê xwe têr kir û çû. Wê ji ku çavê min pê keve.

Sedo radibe karê xwe dewam dike. Mişterî pirin û Sedo ervanê wan dadigre. Di wê navberê de Mamê Rovî tê ji Sedo re dibêje “Te xwe amade kirîyî?” Sedo dibêje “Na.” Mamê Rovî dibê “Ê de ka van çewalan gişî vala bike û paşê wan top bike têxe çewalekî û em herin.” Sedo çewala gişî dixe çewalekî, wî çewalî jî li pişta xwe dike û dide dû Mamê Rovî. Pir çûn, hindik çûn gihîştin ber çemê Dîyarbekirê. Mamê Rovi li wira radibe kincê Sedo jê dike û jê re dibêje “Here têkeve nav avê, carê serê xwe têxe bin avê dema bêhna te çikîya dîsa serê xwe derxe.” Sedo bi ya Mamê Rovî dike. Mamê Rovî radibe wan çewala jî davêje nav avê û diqîre.“Hewar e hewar e lawê Çeq Çeq Paşa, tornê Todlî Begê tev berbûrîya xwendîya di nav avê de çû.” Ew ê li ber qeyika ne diçin gazî paşê dikin. Paşe tevî soberberekî tê Sedo xelas dike. Sedo tînin ba paşê. Paşe dibîne tazî ye gazî xulamê xwe dike. Kurkekî û hespekî tînin didine Sedo. Sedo li hesp dikin û diçin mala paşê. Sedo jî ji kêfa kincê nû carê li xwe dinere, tiştên ne li rê dike. Rovî pê re dixeyide. Dibêje, “Tê me bihetikîne, biaqil be.” Digihêjin qesra paşê. Nanê wan amade dikin. Berîya nên Mamê Rovî ji Sedo re dibêje “Binêre dema min kevçî danî û ji ser xwarinê rabûm tu jî wekî min bike.” Xwarin tê, dest pê dikin, dixwin. Mamê Rovî çend kevçîya lê dixe û vedikşe lê dike nake Sedo ranabe. Sedo xwe têr dike û wisa radibe. Paşa ji Mamê Rovî re dibêje,“Mamê Rovî çima zavê me naaxive?” Mamê Rovî fêm dike ku Sedo bi xwe de berdaye loma deng jê nayê dibêje, “Ka zarokekî biçûk têxin dawa zavê, bila sebra xwe pê bîne wê biaxive.” Dibê diçin zarokekî biçûk tînin. Bîstek din bi şûnde Sedo di gûhê Mamê Rovî de dibêje,“Min bi xwe de berdaye.” Rovî pê re dixeyide. Rovî hêdîka bi terîya xwe hinek gû bi zarokê û hinekî din jî bi kinc mincê Sedo dide û dibêje,“zarokê bi Sedo de gû kir, ew herimand.”

Paşe dibêje,“Mamê Rovî li ber mekeve” û gazî xulama dike, “Ji Sedo re himamê daxînin.” Xulam himamê dadixînin, qatek cilê nû û qundereyekê jî didinê û bi Mamê Rovî re diçin serê Sedo dişon. Piştî serê Sedo dişon, Mamê Rovî dîsa jê re dibêje,“Vê carê min te xilas kir careke din ez ê çi bikim, biaqil be.”

Sedo soz dide wê ji peyva Mamê Rovî dernekeve. Ji himamê derdikevin û tên odeya paşê. Mamê Rovî ji paşê re dibêje, “Paşayê min em dixwazin bûka xwe bibin û herin.” Paşa ji bo kara keça xwe bike du roja mihletê ji wan dixwaze. Piştî du rojan paşa amadekarîya qîza xwe dike û tevî taburek leşker wan dişîne. Mamê Rovî dide pêşîya wan û hêdî hêdî diçin. Dema ji Dîyarbekirê derdikevin Sedo tê xwe digihîne Mamê Rovî û dibêje,“Mamê Rovî îja em ê çi bikin?”

Mamê Rovî jê re dibêje,“Ew ne karê te ye. Va ez diçim dema we dû dît xwe li wê dûyî bigrin û werin.” Mamê Rovî van dibêje û çindikekê li xwe dixe û diçe ji ba wan. Mamê Rovî di ser newalan re derbas dibe, diçe diçe rastî kerîyek pez tê. Ji şivan dipirse: “Ev pezê kê ne?” Şivan dibêje,“Pezê Pîrahûtê ne.” Mamê rovî pê re dixeyide, dibêje “Ev pezê lay Çeq Çeq Paşa, Tornê Todlî Begê ne. Hineka pirsî tê bêje pezê wî ne.” Mamê Rovî wî şivanî li wira dihêle û diçe diçe rastî kerîya berxa tê. Pirsî go: “ev berx yê kê ne?” Şivên go:“Yê Pîrahûtê ne.” Mamê Rovî bi heman awayî bi wî re jî dixeyide û tişta divê bêje ji wî re jî dibêje. Dema rastî gavan jî tê heman tişt diqewime. Bi vî awayî Mamê Rovî tê heta koşka Pîrahûtê. Pîrahûtê ji koşkê derdikeve dibêje, “Hooo Mamê Rovî, ez li ezmana li te digerîyam, Xwedê te li erdê da min. Ez ê niha te serjê kim, bikim kebab û bixwim.”

Mamê Rovî bi ser Pîrahûtê de hêrs dibe, leşkerên ji dûr ve tên nişan dide û dibêje,“Binêr te ew reşê hanê dîtîye, paşê nexweş ketîye, bijîşk hatine ser, jê re gotine goştê Pîrahûtê nebe tu rehet nabe. Va leşker tên ser te wê te bikujin. Dilê min bi te şewitî, ez hatim xeberê bidim te.”

Pîrahûtê dibêje“Mamê Rovî ez xwe li ku veşêrim?” Mamê Rovî dibêje,“Têkeve nava kêşa gîya. Jê çêtir tune.” Pîrahûtê bi a wî dike dikeve nav kêşa gîyayê hişk. Mamê Rovî jî tê don li gîya dike û agir bera gîyê dide, bi vî awayî ji Pîrahûtê xelas dibe. Mamê Rovî paşê diçe xwarinê hazir dike. Sedo û leşker tên. Leşker nanê xwe dixwin. Mamê Rovî seheneke zêr dide her leşkerekî. Sênîyeke zêr jî ji paşê re dişîne. Piştî leşker diçin bi çend rojan, Sedo û jina xwe û Mamê Rovî dimînin. Rojeke ku Sedo çûye ji bexçe fêkîyan bîne, Mamê Rovî xwe bi xwe dibêje,“min ewqas qencî bi Sedo kir ka hela qencîyê min tîne bîra xwe yan na.” Mamê Rovî radibe li ser derenceyekê xwe pîj dike, xwe li mirîtîyê datîne. Jina Sedo jî hêwanê paqij dike. Sedo ji nav bexçe tê, dibîne ku Mamê Rovî wisa ye radibe pehînekê lê dixe, dibêje,“Serê xwe bixwe. Rovî va mirar bûye. Ca were em bi çîmê wî bigrin bavêjin bine koşkê.” Dema wisa dibêje Mamê Rovî ji nişkê ve radibe ser pîya dibêje: “Hoo Sedoyê Serqeraş, min te kire xweyî milk û aş.”

Dema wisa dibêje jinik dibihîze û dibêje,“Wey li minê! Ez ê qîza paşê bim û ez ê bêm Sedoyê Serqeraş bistînim.” Jinik wisa dibêje û dikeve rê ji bo here mala bavê xwe. Sedo dibîne jina wî diçe û êdî bi dest nakeve diçe li ber Mamê Rovî digere ji bo wî efû bike û jina wî vegerîne. Sedo, Mamê Rovî qanih dike, Mamê Rovî bi dû jinikê de baz dide xwe digihînê, pê re diaxive wê vedigerîne û tên malê. Piştî vê meseleyê Sedo ji Mamê Rovî ditirse. Çend salê din wisa dijîn. Rojekê Mamê Rovî dimre, Sedo û jina wî radibin û wî vedişêrin. Dibên ew li wê miradê hev dû şa bûn, em bi îman û axretê şa bûn (Akyol, 2001:75-83).

3.2. Çîroka “Pisîka bi Gîzme”3
Dibên rojekê aşvanek dimre û li dû wî sê kur dimînin. Her sê kurê aşvan radibin mîrasa bavê xwe li hev parve dikin. Aş dibe para birayê mezin, ker dibe para birayê navîn, pisîk jî dibe para birayê biçûk. Birayê biçûk ê ku pisîk bûye para wî aciz dibe û xwe bi xwe dibêje,“Her du birayê min dikarin bibin yek û debara xwe bikin. Ê min jî piştî min pisîka xwe xwar û ji postê wê jî ji xwe re kurkek çêkir ez ê ji birçîna bimrim.”

Pisîka ku li van gotinan guhdar dike û xwe li kerînîyê datîne jê re dibêje“Xwe qet aciz nekin. Hûn torbeyekî û cotek gîzme ji min re bidin çêkirin bes e. Wê demê ez ê nîşanî we bidim ku tişta li para we ketîye ewqasî jî ne xerab e.”

Xwedîyê pisîkê herçiqas bawer neke jî radibe tiştên jê xwestîye jê re tîne. Pisîk jî gîzmeya xwe dixe nigê xwe, radihêje torbê xwe û diçe seydê. Diçe cihê keroşk lê pirin. Li wir keroşkekê digre, dikuje, dixe torbe û berê xwe dide, diçe seraya qrêl. Qral wî qebul dike, pisîk keroşkê dide wî û dibêje,“Vê keroşka ha ji cihê keroşka yê xwedîyê min Markî do Karabas hatîye girtin. Xwedîyê min ji bo ez vê xelatê pêşkêşî we bikim min şand ba we.” Qral spasîyê xwedî dike. Pisîk careke din diçe li nav erdê genim du kewan digre û dîsa dibe pêşkêşî qrêl dike. Pisîk bi vî awayî çend mehan, heywanên heçku xwedîyê wî wan di seydê de zeftkirîye, pêşkêşî qral dike. Rojekê dibihîze ku wê qral û keça xwe ya delal li ber çem derkevin gerê, ji xwedîyê xwe re dibêje, “Ger tu bi ya min bikî, tu yê zengîn bibe. Li cihê ku ez ê nîşanî te bidim tu yê herî serê xwe bişo û wekî din tevî tiştekî nebî.” Markî do Karabas bi ya pisîkê dike. Di wê navberê de qral jî di wir re derbas dibe. Dema ew di çem de serê xwe dişo, pisîk dike hewar “Ma kesekî xelasker tune ye? Markî do Karabas difetise.” Qral dema deng dibihîze serê xwe ji erebê derdixe û pisîkê nas dike û tavilê emir dide zilamê xwe ji bo herin Markî do Karabas xelas bikin. Dema ew bi xelaskirina Markî re mijûl dibin pisîk tê ber ereba qrêl û dibêje,“Dema diz hatin, her çiqas min gazî kir jî wan dîsa kincê xwedîyê min dizîn.” Lê di rastîyê pisîkê,ew kincên ha di bin kevirekî mezin de veşartibûn.

Qral derhal ji zilamê xwe re dibêje,“herin qatek ji cilên min ji Markî do Karabas re bînin.” Pişt re gelekî pesnê lêwik dide. Dema kincê ku wî dayîyê li xwe kir ku bedewîya lêwik yekcar derkeve meydanê, çavê keça qrêl pê dikeve û keçik wî hinkufî xwe dibîne. Tew dema Markî do Karabas bi awayekî rêzdarî çend awiran dide, yekcar dil dikeve lêwik.

Qral wî jî vedixwîne gera xwe. Pisîk dema dibîne di pîlana xwe de bi ser dikeve kêfa wê tê û berîya wan dikeve rê. Di rê de dema rastî gundîyên gîya didirûn tê, ji wan re dibêje, “Lo gîyadirunino! Dema qral hat û pirsî ev mêrg ya kê ye heke hûn nebêjin ya Markî do Karabas e ez ê we qetqetî bikim.” Qral jî bêyî ku pirsa xwedîyê mêrgê bike ji ba wan derbas nebûye. Wan hemîyan bi hev re gotine “Ya Markî do Karabas e.” Qral berê xwe dide lêwik û dibêje,“Mîrateke zehf xweşik ji we re maye. Markî jî dibêje,“Ev mêrgên hûn dibînin her sal kareke bol tînin.”

Hoste-pisîka ku li pêş erebê diçe rastî paleyên ku erd diçînin tê, ji wan re dibêje,“Dema qral hat û xwedîyê van erdan pirsî, heke hûn nebêjin ev genimê ku em diçînin yên Markî do Karabas e, ez ê we qetqetî bikim.” Qralê ku piştî qasekê di wir re derbas dibe pirsa xwedîyê van erdan dike, pale dîsa dibêjin,“Yê Markî do Karabas e.” Kêfa qrêl ji vê re jî tê.

Pisîka ku tim berîya erebê diçe rastî kê were tembîya heman gotinê li wan dike û qral jî li ber dewlemendîya Markî do Karabas mit û metel dimîne. Asoxî hoste-pisîk digihêje qesreke xweşik. Xwedîyê vê qesrê jî dêwekî gelekî dewlemend bûye. Tu nabê xwedîyê wan erdên ku qral tê re derbas bûye jî ev dêw bûye. Pisîk pirsa gelo çi merîfetê vî dêwê han heye dike, hîn dibe û dema digihêje qesrê jê re dibêje,“Berîya ez di vira re herim min xwest bejna xwe li ber te bitewînim û çend tiştên divê bigihînim te ji te re bêjim.” Dêw pisîkê qebul dike, cihê runiştinê nîşanî wê dide. Pisîk dibêje,“Min wisa bihîst ku hûn dikarin têkevin şiklê her heywanî, sermerselê tu dikarî bibî şêr an jî fîlek?” Dêw bi orînî bersiv dide, dibêje,“Ev rast e. Ji bo vêya bipeyitînim niha ez ê bibim şêrek.”

Dema pisîk li nik xwe şêrekî dibîne, ditirse û bi lez xwe davêje ser cihekî bilind. Pisîk piştî qasekê dema dibîne dêw dikeve şiklê xweyê berê, ji cihê xwe dadikeve û dibêje,“Bi rastî jî ez tirsîyam.” Pisîk ji dêw re dibêje,“Xelkê ji min re gotibû hûn dikarin têkevin şiklê heywanê herî biçûk jî lê dikim nakim nikarim bawer bikim, sermerselê hûn dikarin têkevin şiklê mişk an jî cardonekî?” Dêw dibêje, “Waa dêmeg tu bawer nakî, niha tê bibîne” û di vê kêlîyê de dikeve şiklê cardonekî û diçe li ser textan dest bi axaftinê dike. Pisîk jî dema wî wisa dibîne xwe diavêje ser wî û wî dixwe.

Qral dema di rê re derbas dibe qesra dêw a xweşik dibîne û dixwaze here hundirê qesrê bibîne. Dema tên ber derî pisîka ku ji jor ve wan dîtîye tê pêşîya wan û ji qral re dibêje,“Hûn bi xêr hatin hezretê qral, we şeref da qesra Markî do Karabas.”Qral dibêje, “Hûn çi dibêjin Markî? Ev qesr jî ya we ye? Tiştek ji vêya xweştir tuneye. Ji kerema xwe ka hela em herin hundir jî bibînin.”Markî bi deste prensesa ciwan digre û herdu li du qrêl dikevin salona mezin. Li wê derê sifreya ser tije xwarin a ku dêw ji hevalên xwe yên wê wek mêvan bihatana zîyareta wî, amade kiribû hebû lê hayê wan dêwan ji qralê ku li qesrê bû hebû loma newêrîbun têketana hundir.

Qîza wî çawa dildar be, qral jî wisa heyranê merîfetên Markî do Karabas bû, tew di ser de piştî çav bi dewlemendîyên wî ketibû, çend îskan şerab vexwaribû û gotibû, “Markî êdî ji bo hûn bibin zavayê min tenê daxwaza we bes e.” Wê rojê Markî û prenses zewicîn. Ê pisîkê jî ji wê saetê û pê ve pêdivya wê bi girtina mişkan nemabû. Tenê carna ji bo ber dilê xwe xweş bike mişk digirt (Perrault, 1962: 45-51).

  1. Berawirdkirina herdu çîrokan ji hêla bûyeran ve

Dema herdu çîrokan baş dixwînin, em dibînin ku hê ji destpêkê ve herdu çîrok gelekî dişibin hevdu. Di herdu çîrokan de jî bi awayekî aş heye. Di çîroka Kurdî de lehengê çîrokê Sedo bi xwe xwedîyê êş e, lê di a “Pisîka Bi Gîzme” de bavê leheng aşvan e û dema dimre aş dibe para birayê mezin. Dîsa hê di destpêkê de lehêngên alîkar ên herdu çîrokan em dibînin ku heywan in û xwedî taybetmendîyên derasane. Herdu jî diaxivin. Herdu heywan jî dema ji xwedîyê xwe re dibêjin ez ê te dewlemend bikim, qîza qrêl/paşê ji te re bînim lehengên sereke ji wan bawer nakin. Di rêza buyerên herdu çîrokan de hin cûdahî hene. Wek mînak di çîroka Frensî de pisîk ewilî bi saya xelatdayînê têkilî bi qrêl re datînê lê ev tişt di a Kurdî de tune. Di a Kurdî de mamê rovî bi saya hîleya avê têkilî bi paşê re datîne û bi awayekî ku di çîrokê te nehatîye dîyarkirin qîza paşê ji Sedo re dixwaze.

Di varyanta çîroka Kurdî de lehengê sereke dibe mêvanê paşê lê di a Frensî de qral dibe mêvanê leheng. Di herdu çîrokan de jî leheng bi alîkarîya heywanên ku bi awayekî girêdayî wan e dewlemend dibin. Di herdu çîrokan de jî fetisîna bi derewan û xelaskirina ji hêla paşê û qrêl heye. Di çîroka Kurdî de lehengê sereke ne kesekî biaqil e, carna tiştên nelirê dike lê lehengê sereke yê çîroka Frensî kesekî zîrek e, li ba qrêl dizane bê wê çawa tevbigere. Di herdu çîrokan de jî lehengên heywan bi rêya xapandin û kuştinê qesran ji xwedîyê xwe re bi dest dixînin. Dîsa bi rêya tirsandinê wan wek xwedîyê dewlemendîya dêw û pîrahût nişan didin. Lehengê çîroka Kurdî Sedo kesekî bêwefa ye dema Mamê Rovî xwe ji qazîka ve li mirîtîyê datîne pehînê lê dide û dibêje serê xwe bixwe. Lê di lehengê çîroka Frensî de bêwefayîyeke bi vî rengî tuneye.4 Di herdu çîrokan de jî lehengên heywan navekî ji xwedîyê xwe re dibînin. Di çîroka Kurdî de Mamê Rovî, Sedo wek lay Çeq Çeq Paşa, Tornê Todlî Begê bi nav dike û dide nasîn, di a Frensî de jî Hoste Pisîk, navê Markî do Karabas li xwedîyê xwe dike. Di herdu çîrokan de jî nasnava lehengên heywanan heye, Mamê Rovî, Hoste Pisîk.

4.1.Berawirdkirina herdu çîrokan ji hêla motîfan ve

Em ê di vê beşê de herdu çirokan ji hêla motîfan ve û li gorî xebata folklornas Stith Thompson ya bi navê Kataloga Motifên Çîrokan ya Navneteweyî [Motif Index of Folk-Literature] tê naskirin berawird bikin. Bes berîya wê divê em li ser têgeha motîfê bisekinin. Stith Thompsonê ku bi salan li ser çîrokan û tesnîfkirina motîfên wan xebitîye û encamê wê di xebateke ku ji şeş cildan pêk hatîye bi navê Motif Index of Folk-Literaturede daye weşandin, di derbarê motîfan de wiha dibêje “Hêmana herî biçûk ya çîrokê ku ji berê de xwedî qabîlîyeta jîyanê ye” (veguhestin ji Thompson, Sakaoğlu, 1999: 15). Thompson piştî lêkolîna xwe ya li ser hezaran çîrokan gihîştîye wê encamê ku di çîrokan de, hin hêman hen, bi berdewamî xwe dûbare dikin, li deverên pir cuda yên cîhanê bi wateyên nêz derdikevin û her wiha ji çîrokekê derbasî çîrokeke din dibin heta pirî caran çîrok li derdora wan pêk tên. Ew, ji vê hêmana herî biçûk re “motîf ” dibêje (Hikmet, 2016:40). Lêkolînerê Alman, Max Luthî pênaseya xwe ya motîfê wiha dide ku gelekî nêzî pênaseya Thopmson e: hêmana herî biçûk ya çîrokê ku di keleporê de xwedî hêza xweparastinê ye (veguhestin ji Thompson, Sakaoğlu, 1999: 15). Ji van herdu pênaseyan jî tê fêmkirin ku di çîrokan de hêmana herî biçûk a ku xwedî taybetmendîyekê ye û bi vê taybetmendîya xwe bandorê li herikîna çîrokê dike motif tê gotin. Di her çîrokê de herî kêm motîfek heye. Thompson di xebata xwe ya navborî de motîfan di 23 beşan de nirxandîye. Divê were gotin ku di bin van 23 beşan de gelek binbeşên din jî hene. Thompson ji bo tesnîfkirina motîfan ji bo her motîfekê tîpek nişan daye, motîfên Thompson tespit kirine ev in:

  1. Motîfên mitolojik
  2. Heywan
  3. Qedexekirin
  4. Sêhr
  5. Mirin
  6. Derasayî
  7. Dêw
  8. Azmûn û ceribîn
  9. Yê biaqil û kawik
  10. Xapandin
  11. Vajîbûna qederê
  12. Tayînkirina pêşerojê
  13. Bext û siûd
  14. Civat
  15. Xelat û ceza
  16. Yên hêsîr û yên firar
  17. Zilmên neasayî
  18. Zayend
  19. Xisleta jîyanê
  20. Ol
  21. Taybetmendîyên qerekteran
  22. Mîzah
  23. Komên têvel ên motîfan (veguhestin ji Thompson, Sakaoğlu, 1999: 16).

4.2. Motîfên heywanan

Di herdu çîrokan de jî motîfên heywanan hene. Di çîroka Kurdî de wek heywan rovî û hesp hene. Hesp bi peywira xwe ya lêsiwarbûnê û rovî jî bi konetî, jîrîtî û alîkarîya xwe di vê çîrokê de cî ji xwe re girtine. Di çîroka Frensî de jimara heywanan zêdetir e. Keroşk, kew, pisîk, hesp ji van heywanan in. Ji xeynî van mirov dikare dêwê ku di çîrokê de diket dilqê şêr û mişk jî ji motîfa heywanan bihesibîne. Ev motif bi Byê tê nişandan.

4.3. Motîfên derasayî û yên dêwan

Di herdu çîrokan de jî heywanên diaxivin hene. Dîsa di herdu çîrokan de dêw û pîrahût wek du motîfên derasa xuya dibin. Motîfa derasayîbûnê bi tîpa Fyê û ya dêwan jî bi tîpa Gyê tê nişandan.

4.4. Motîfa xapandinê

Ev motîf di herdu çîrokan de bi gelek awayan derdikevin pêşber mirov. Di herdu çîrokan de jî herdu heywan ji bo xwedîyê xwe qral û paşê gelek caran dixapînin. Dîsa di herdu çîrokan de herdu heywan ji bo bidestxistina qesran pîrahût û dêw dixapînin û di encamê de van dikujin. Ev motîf bi tîpa Kyê tê nişandan.

4.5. Motîfa vajîbûna qederê

Di herdu çirokan de jî leheng di destpêkê de mirovên xizan in. Her çiqas Sedo xwedîyê aşekî be jî mirov ji çîrokê fêm dike ku Sedo feqîr e û wek lehengê çîroka Frensî kesî wî tuneye. Bi saya Mamê Rovî û Hoste Pisîk qedera herdu lehengan ji binî ve diguhere û him dibin xwedîyê qesr û gelek dewlemendîyan him jî dibin zavê qral û paşayan. Ev motîfa han di katalogê de bi tîpa Lyê tê nişandan.

4.6. Motîfa xelat û cezayê

Motîfa xelatê di herdu çîrokan de jî heye. Di çîroka Frensî de Hoste Pisîk nêçîrên ku ew digre weke ku xwedîyê wî Markî do Karabas jê re gotibe, xelatî qrêl dike. Di ya Kurmancî de jî dema qîza paşê bi tabûrek leşker re tê qesra ku berê ya Pîrahûtê bû û êdî wê ya Sedo bûna, piştî xwarina xwe dixwin, Mamê Rovî, seheneke zêr dide her leşkerî û ji paşê re jî sênîyek zêr wek xelat dişîne. Di çîroka Frensî de em rasterast motîfa cezayê nabînin. Tenê dema Hoste Pisîk rastî pale û xebatkarên din tê tiştê ku ji wan dixwaze heke wek wî nekin wan qetqetîkirinê tehdit dike. Ev tehdîtkirin bi heman şiklî di çîroka Kurmancî de jî heye. Ji bilî vê di ya Kurmancî de motîfa cezayê jî heye. Piştî Sedo dizewice rojekê Mamê Rovî wî diceribîne bê ka xêra wî bibîr tîne yan na di encamê de Sedo xêra Mamê Rovî bibîr nayne. Mamê Rovî jî radibe sirra Sedo eşkere dike, dibêje “Tu serqeraş bû min tu kir yekî dewlemend” û bi vi awayî jina wî bi rastîya wî dihisîne. Ev herdu motîf di katalogê de bi tîpa Qyê tên nişandan.

4.7. Komên têvel yên motîfan

Motîfên ku di xalên din de nehatîye nişandan di bin vê xalê de tên nişandan. Di vê xalê de em ê li ser motîfên hejmarên formel, av û mirinê bisekinin. Di çîroka Ewropî de hejmarên formel hene, hebûna zarokên aşvan yek ji wan hejmaran e. Di çîroka Kurdî de bi tenê di cihekî de hejmara formel derbas dibe ew jî dema rovî ji Sedo re dibêje sê rojên din xwe amade bike, em ê herin qîza paşê ji te re bixwazin. Di herdu çîrokan de motîfa avê heye. Di a Kurdî de Sedo ji qazîka ve dikeve çem ji bo paşa bi zilamê xwe ve werin wî xelas bikin. Di a Frensî de lawikê leheng dîsa bi heman awayî û ji bo heman armancê dikeve çem. Di çîroka Kurdî de Mamê Rovî, pîrahûta ku xwe ji tirsa leşkerên paşê di nav gîyê de vedişêre, agir berdide gîyê û bi vî awayî wê dikuje. Dîsa di çîroka Frensî de Hoste Pisîk ji dêw daxwaza ketina şiklê mişk dike dema dêw xwe dike mişk jî xwe diavêje ser û wî dixwe. Ev motîf di katalogê de bi tîpa Zyê tê nîşandan.

Encam

Wek cureyekî folklorê çîrok xwedî taybetmendîyên grîng in. Yek ji wan taybetmendîya çîrokan jî gerokbûna wan e. Ango ji nav cureyên folklorê cureya herî zêde digere, di nav neteweyên din de belav dibe û bi vî awayî diguhere çîrok e. Mirov dikare bibêje ku ji ber taybetmendîya xwe ya gerokbûnê çîrok cureya folklorê ya herî navnetewî ye. Ji lewre mirov dikare çîrokeke li Hindistanê tê vegotin li Almanyayê jî bibîne an jî yeka li Kurdistanê tê vegotin li Fransayê bibîne. Di çîrokan de şop û kodên neteweyî li gor destan û çîrokên gelêrî pir kêm in,sedema vê yekê jî dîsa gerokbûna wan e. Çîrok dema ji cihekî derbasî cihekî din dibin, motîf, epîzot û taybetmendîyên xwe yên niştecihî bi motîf û epîzotên din diguherin û bi vî awayî xwe ji çanda neteweyî pak dikin. Me jî di vê xebata xwe de çîrokeke Kurdî ya ku ji derdora Amedê ji hêla Hîlmî Akyol ve hatîye berhevkirin bi yeka Frensî ku sedsala hivdehan de ji hêla Charles Perrault hatîye berhevkirin berawird kir û di encamê de me dît ku herdu çîrok gelekî nêzî hev in, heta mirov dikare bibêje yek waryanta yeka din e. Lê ji ber ku tespîtkirina çavkanîya vê çîrokê karekî gelekî dijwar e em li ser mijara gelo ev çîrok aidê kîjan neteweyî ye nesekinîn. Teorîyên di derbarê çavkanîyên çîrokan de jî ji bo zelalkirina vê meseleyê ne qanihker in. Dibe ev çîrok bi rêya ticaran ji Kurdistanê çûbe Ewrupayê an jî ji Ewrupayê bi rêya tucaran an jî bi hin rêyên din hatibe Kurdistanê. Axir ev hemû îhtîmal in û di dest me de ti belge û waryantên din ên vê çîrokê tunene. Ji bo ku em karibin bibêjin ev çîrok aidê filan neteweyî ye nebe nebe divê belge û waryantên gelekî kevn ên vê çîrokê di dest me de hebin.

Ev çend salên dawîn bi gelemperî li ser folklora Kurdî xebatên grîng tên kirin û wisa xuyaye ku wê ev xebatana zêde bibin. Me jî bi vê xebatê xwest du çîrokan berawird bikin û bi awayekî tevlî vê geşedana xebatên li ser folklora Kurdî bibin. Berawirdkirina berhemên folklorik, ji bo nêzîkahî û cudahîyên di navbera folklorên cuda de gelekî grîng in. Di nav folklora Kurdî de, çîrok, destan û çîrokên gelêrî yên ku dikarin bibin mijarên xebatên berawirdî gelek in û ev hemû li benda lêkolînerên folklorê ne.

 

1 Ji bilî vê çîrokê çend çîrokên din ên Kurdî hene ku hin waryantên wan di xebata Birayên Grîmm de cî digrin. Wek mînak du waryanta çîroka Hansel û Gretel ji hêla me ve hatîye tesbît kirin û di demen pêş de wê ev jî bibin gotar. Dîsa me di nav berhevokeke çîrokên Kurdî de waryanteke çîroka ku di Tirkî de wek “Kül Kedisi” tê naskirin, a Birayên Girîmm tespît kirîye ku ev jî mijara gotareke din e.

2 Me ev çîrok, ji pirtûka berhevkarê folklorê Hîlmî Akyol ya bi navê Tembûrzêrîn û Tembûrzîvîn di sala 2002an de ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatîye çapkirin girt.

3 Me ev çîroka ji pirtûka çîrokan a Charles Perrault a bi navê Geçmiş Günlerin Masalları girt bes ji ber ku ev pirtûk li Kurdîya Kurmancî nehatîye wergerandin me ji wergera wê ya Tirkî a ku ji hêla Vîldan Aşir Savaşir ve ji Weşana Maarîfê ve di sala 1958 an de hatîye çap kirin girt û bi awayekî kurtkirî wergerand bo Kurmancî.

4 Sedema vê yekê ew e ku çîrok piştî hatîye berhevkirin ji alîyê Charles Perrault ji nû vehatîye nivîsîn. Ango îhtîmale ku di waryanta resen a çîroka Frensî de jî ev bêwefayî hebû. Ji bilî vê di navbera şêwaza çîroka Kurdî û Frensî de cudahîyên gelek mezin hene ku dîsa mirov dikare van cudahîyan bi jinûvenivîsîna çîroka Frensî ve girê bide.

 

ÇAVKANÎ

Alakom, R. (2013), Di Folklora Kurdî De Serdestîya Jinan, Stenbol: Avesta.

Akyol, H. (2002), Tembûrzêrîn û Tembûrzivîn, Stenbol: Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.

Boratav, N. P. (2013), 100 Soruda Türk Halk Edebîyatı, Enqere: Weşanên Bilgesu.

Gürsel, A. (2013), Karşılaştırmalı Edebîyat Bilimi, Stenbol: Weşanên Say.

Hecîyê, C. (1961), Hikyatêd Cimaeta Kurdîê-1, Yêrîvan: Akademîya Ulma Ya Rss Ermenyê.

Filiz, Ş. M. (2014), Xebatek Li Ser Destana Derwêşê Evdî, Mêrdîn: Zanîngeha Mardîn Artukluyê, Enstîtuya Zimanên Zindî Li Tirkîyeyê.

Kızıl, H. Tanrıkulu, V. (2015), “Berawirdkirina Çîroka Hedlîlik û Bedlîlik a Bi Kurdî Bi Gur û Heft Karikan ya Brayên Grîmm re”, Amed: International Journal of Kurdish Studies 1 (2).

Charles, P. (1958), Geçmiş Günlerin Masalları, Enqere: Weşana Maarîf.

Pertev, R. (2009), Zarok û Çîrok, Stenbol: Weşanên Doz.

Sakaoğlu, S. (1999), Masal Araştırmaları, Enqere: Weşanên Akçağ.

Tarduş, İ. (2015), Bikaranîna Çîrokên Kurdî di Perwerdeya Zarokan de, Mêrdîn: Zanîngeha Mardîn Artukluyê, Enstîtuya Zimanên Zindî li Tirkîyeyê.

Thompson, S. (1955), Motif Index of Folk-Literature, YDE.

Yıldırım, K. (2013), Ji Destpêkê Heta Niha Folklora Kurdî, Mêrdîn: Weşanên Zanîngeha Artukluyê.

Share.

Leave A Reply