Ji nû ve Hizirîna li ser Peydabûna Helbesta Kurdî ya Modern

FARANGİS GHADERİ – JI ÎNGILÎZÎ: FEXRİYA ADSAY

Puxte:

Di vê gotarê de ez li dij fama kevneşopî ya derbarê helbesta kurdî ya modern derdikevim û pênase û senifandina wê ya hatiye qebûlkirin, bi riya lêpirsîna duyatiya kevn û nûjen, red dikim. Rexneya wêjeyî ya kurdî ya kevneşopî dest nîşan dike ku helbesta klasîk heta salên 1930 û 1940î ku Evdila Goran şêwaza helbestkî veguherand û “bû bavê” helbesta modern, berdewam kiriye. Li gor vê nerînê, helbest tenê li gor taybetiyên wê yên şêwazî tê nirxandin û tê bawerkirin ku Goran daye ser şopa helbestvanên tirk ên modern. Her wiha guherîna wêjeyî tê daxistin asta teqlîdeke wêjeyî. Bi riya vekolandina peydabûna helbesta modern wek pêvajoyeke ji dawiya sedsala 19mîn ve û bi tevkariya çendîn helbestvanan gihîştina lûtkeya wê, ez nêzîbûneke bêtir bi nuans pêşniyaz dikim.

Peyvên sereke: helbesta kurdî ya modern, Evdila Goran, sedsala 19mîn, veguherandin.

Helbesta kurdî ya modern wek ku bi helbesta klasîk re di nav dijayetiyekê de be hatiye pênasekirin. Ji bo wê ji helbesta klasîk veqetînin, tê gotin ku ew êdî qaydeyên hişk û kevneşopên helbesta klasîk naşopîne. Her wiha helbesta modern wek ku helbesteke bi naverok û şêwaza xwe ji helbesta klasîk cuda be tê diyarkirin. Di vê ceribandina kurt de ku xwe dispêre teza min a doktorayê ya li ser peydabûn û wêrara helbesta kurdî ya modern, ez li dijî vê nerîn û encama wê ya duyatî (dichotomy) derdikevim û nirxandineke bêtir bi nuans pêşkêşî lêkolandina helbesta modern dikim. Îtiraza min a yekem bo vê nerîna derbarê helbesta modern de ev e ku ew hebûna gewdeyeke bi ahengîma dikin dema derheqê helbesta klasîk dipeyivin ku ev bo helbesta kurdî ya klasîk ne wisa ye. Helbesta kurdî ya klasîk de sê êwirên ji hev cuda hewremanî, kurmancî û soranî de şênber bûne ku her yek dîrokek wan a geşbûnê cuda ye. Digel ku hemû di bin bandora helbesta farisî de mane jî, ev bandor di her êwirê de cuda bûye û rê li ber bersivên cuda vekirine. Dema helbesta modern bi ya klasîk tê berawirdkirin, helbesta modern tenê li dijîpaşperdeya soranî û êwirên wêjeya kurmancî ku tê de qafiye û wezin di bin bandora arûza helbestkî de ye, tê dîtin û êwira hewremanî jixwe nayê hesibandin.

Îtiraza min a duyem a bo pênaseya kevneşopî ya helbesta modern, dijberiya wê ya cotî ye. Encameke bivênevê ya vê duyatiyê (a di navbera helbesta nû û kevn de) valahiyeke wêjeyî a mubalexeyî ye ku helbesta modern ji dijbera xwe vediqetîne. Em dikarin bandora vê bişopînin di nerîna çewt de ku dibêje helbesta klasîk diçe heta salên 1930 û 1940î ku Evdila Goran şêwaza helbestkî veguherand û “bû bavê” helbesta modern.[1] Ji ber vê, ev nerîn hemû rûmeta guherîna helbestkî dide yek helbestvanî, Goran û îddia dike ku ev guherîna helbestkî di kêlîkeke dîrokî ya diyar de pêk hatiye û helbesta piştî vê kêlîkê hatiye nivîsandin modern e, a beriya wê hatiye nivîsandin klasîk e. Lê guherînên wêjeyî û helbestkî, wek guherînên din ên civakî, siyasî, di nav pêvajoyekê de pêk tên. Ez hemfikir im ku helbesta kurdî ya modern bi Evdila Goran gihişt lûtkeya xwe, lê ez îddia dikim ku peydabûna ‘helbesta modern’ pêvajoyeke têkel e ku lazim e di ser berhemên çendîn helbestvanan re bê ravekirin.

Dawiya sedsala 19mîn helbestvanê kurd lê hay bûn ku pêşdeçûna modernîzmê û veguherîna civakî û siyasî ya civaka wan wê bandoreke bivênevê li ser rêça helbesta kurdî bihêle. Di nîvê duyem ê sedsala 19mîn de tu helbestvanê kurd ji Hacî Qadirê Koyî çêtir hay ji vê nebûye û xezeleke kurt ku wî ji bo pîrozkirina Mem û Zînê nivîsandiye îhtimal pêkanîna herî baş a vê haydarbûnê ye. Ev helbest yekem helbesta Hacî Qadirê Koyî ye[2] ku di sala 1898an de di hejmara sêyem a Kurdistanê, yekem rojnameya kurdî, de hatiye weşandin.[3]

Ev xezela kurt manîfestoyeke pêşdeçûna serdemeke nû ye di helbesta kurdî de. Ew zêmareke derbarê rojên berê yên “nazim û munşî” û berzkirina wan rojan û berhemên wek Mem û Zînê ku wan afirandine. Ew dibîne ku dem guheriye, vêga “roman û rojname di rewacê de ne” û texmîn dike û ditirse berhemên rojên berê dibe ku nav xemnexuriyekê de berze bibin,[4] lewma tika dike ji bo parastina berhemên Xanî û, bi awayekî nixumandî, ên xwe. Hacî Qadir dibêje ronayiya “nazim û munşî”, nazimnûs û katib, du otorîteyên rojên kevn, winda bûn û dikeve nav xeman ku ji ber vê ne tenê navên wan tên jibîrkirin, lê wê kes nede ser riya wan jî. Peydabûna çapxaneyan bû sedem ku katib ji karê xwe bibin û Hacî lê hay bûbû ku hilatina roman û rojnameyê jî serdestiya hezarsalî ya helbestvaniyê tehdîd dike. Digel ku di dewra Hacî Qadir de ne romaneke kurdî[5], ne jî rojnameyeke kurdî hatibû weşandin, haya wî baş ji guherînên civakî û çandî yên Împeretoriya Osmanî hebû. Ev helbest kêlîka haydarbûna ji modernîteyê, peydabûna teknolojiya çapkirinê, çapamenî û cureyên nû yên wêjeyî û bandora wan a yekser a li ser helbestê dest nîşan dide. Hacî Qadir hewl dida helbestvaniya xwe têxe nav kum û kirasê pêdivî û daxwazên dewra nû ku ew ber bi zimanekî ji pêşiyên wî cudatir ve dibir. Temayên helbestên wî jî di destpêka guherîneke radîkal de bûn ku giraniya wan ber bi mijarên civakî û siyasî de diçûn.

Bakhtin rave dike ku “dûrketina peyvkî û îdeolojîk a ji navendê tenê dema çandeke netewî ji qalikê xwe û xwebestiya xwe derdikeve, dema tê ser wê hişmendiyê ku di nav çand û zimanên din de ew tenê çand û zimanek e, pêk tê.” (neqil ji Hakkak, r. 9). Bi gotineke din guherîna di helbestê de bi kêlîka haydarbûna ji çandên din û firehbûneke ber bi wan ve li hev dialiqin. Dupatkirina Bakhtin a li ser afirandina nîşaneyên helbestkî yên di nav mekaneke civak-diyarkirî û geşbûna kevneşopên hevoksaziyê, semantîk û retorîk ên ji fahma helbestkî ya di heman mekanê de berpirs in, bo têgihîştina hevbandoriya deq û peywendê amrazeke bikêr e. Bakhtin di vir de xwe dispêre vê ku “beşeke mezin a wateya berên çandî, wek a helbestan, ji hawirdora civakî tê û ji derveyî deqê tê veguheztin nav wê.” (b.n.b.). Helbesta kurdî ya modern di nav peywenda guherînên civakî-siyasî yên Rojhilata Navîn de derçûye, geş bûye û bi hilweşîna Împeretoriya Osmanî û hilatina neteweperweriya kurdî re li hev aliqîne. Peywendeke bi vî awayî derbarê wêje û helbestê de “heqîqet”eke (bi terminolojiya Foucault) nû hildiberîne. Heqîqeta nû ya derbarê helbestê de pênaseyeke nû ya helbestê û talî hêviyên nû yên ji helbestvan jî bi xwe re tîne. Diviyabû helbest bi peywenda nû re “eleqedar” be. Helbesta klasîk ji bo vê dewrê “bêeleqe” dihate dîtin û pênaseyek nû bo helbestê dihate pêşniyazkirin. Ez van fahmên nû yên derbarê helbesta klasîk de bi du mînakan rave dikim.

Pîremêrd (1867-1950), yek ji pêşengên helbesta modern, wek alîgirê helbesta modern wisa dibêje “Li Ewrûpayê helbestvan ji fentezî û mubalexeyê direvin û derbarê kirû û realîteyan de dinivîsînin. Ez ji ber hin helbestên xwe yên kevn î tijî mubalexe fedî dikim.” û piştre henekê xwe bi teswîrên hezkiriya di helbesta klasîk de dike ku “porê jinê wek maran e, birûyên wê wek şûr e, bijankên wê wek tîran e, “ev ji jinekê bêtir dişibe cinawirekê ku mirov dixwaze jê bireve, ne ku himbêz bike…”[6] (neqil ji Aşna, 2009, r.18). Mînaka din serpêhatiya Esîrî (1895-1962) ye ku di 28 saliya xwe de, di sala 1920î de piştî ku çû Stenbolê û ket nav rêxistinên kurdan ên siyasî hemû helbestên xwe şewitandin, dest pê kir helbestên niştimanperwerî nivîsand (2006, r.19).

Peydabûna heqîqeta nû ya derbarê helbestê de kir ku helbesta klasîk, bi taybetî helbestên evînî tevî zimanê wan î mubalexeyî, bêeleqe bin û heta ji bo helbestvanan bibin sedema fediyê wek ku mînakên li jor nîşan dide. Pênaseya nû ya helbestê hin hêviyên ji helbestvanan jî bi xwe re anî. Helbestvanê modern êdî ne ew kesê munzewî ye ku xwe di cîhana xwe de quncisandiye, lê ew kesekî çalak e ku bi awayekî çalak di siyasetê de cih digre, dixwaze serkêşiya tevgerekê bike û dinyayê biguherîne. Helbestvan mîsyonek wan hebû û helbest ji wan re dibû qadeke ku mîsyona xwe tê de bi cih bînin. Her wiha, helbest dibû amraz; amrazeke perwerdehî û azadkirina gelê xwe. Ev hêvî herî zêde xwe di helbesta Qazî Letîf de dide xuyakirin (Jîn cild.2 1918 de çap bûye):

Şa’êrî Kurdan meken behsî ozar û zolfî yar behsî behsêkî bikn bo Kurd lemew paş bête kar

Her wiha ji helbestvan tê xwestin ku li ser rû û porê hezkiriya xwe nenivîsîn, lê qala “mijarên bikêr” bikin. Lê ev mijarên nû diviyabû di nav şêwazên klasîk ên helbestê de bên bicîkirin. Bi gotineke din, helbestvan nikarîbûn bi carekê ve xwe ji kevneşopa hezar-salî xelas bikin. Ji dêvla vê diviyabû fikr û sembolên nû adapteyî pergala xwe ya helbestkî ya xwemalî bikin. Jurij Lotman di berhema xwe ya asofireh The Structure of the Artistic Text (Binemala Deqên Hunerî) de îddia dike ku “ger deqek hafizeya binyada kevneşopî nede berdewamkirin, nûjeniyên wê zêde nayê îdraqkirin (1977, r. 22). Deqek hafizeya binyada kevneşopî dide berdewamkirin û girêdayî qaydeyên wê dimîne, wek mînak, helbestek wek xezelê tê pejirandin, ji ber ku taybetiyên cureyî yên xezela kevneşopî di xwe de dihewîne, wek wezin, qafiye û jimareya ristan. Di helbesta li jor qalkirî de Qazî Letîf şêwaza klasîk a xezelê bo peywir û naverokeke nû bi kar tîne. Lê xezela klasîk cureyên hestên ku ji aliyê şexsan ve hatine tecrubekirin vedibêje, helbestên wî jî rabêja siyasî ya kurdan a wê dewrê bi awayekî estetîk îfade dike. Îhlalkirina qeydên wêjeyî, her wiha, di nav pîvanên pergala heyî de pêk tên, ku rê li ber veguherîna axirîn vedike. Helbestvan di nav pergaleke rûniştî de dest bi karê xwe dike ku bi alîkariya teknîkên cuda, wek anîna hêmanên nenas nav pergala kevn, li qayde û kevneşopan bikin mijarên nîqaşê. Bi qewlê Lotman, bihevrebûna hêmanên kevn û nû deqê dike rewşeke nediyar û “xumamî” û hevsengiya deqê xira dike. Lotman, bi têgehên dîroka wêjeyê hebûna deqên xumamî wek nîşaneya destpêka pergala wêjeyî ya di amadekariya qevaztineke dînamîk de şîrove dike. Çawa ku bihevrebûna yên kevn û nû ji hev nayê derxistin, deq êdî amade ne bo bêtir nûjenî û veguherînan. Tixûbên klasîk û modern hêdî hêdî dikevin nav hev, xet xumamî dibin û daxwaza nûjenkirinê zêde dibe. Di helbesta kurdî de ev veguherîna peyderpey ên di berhemên helbestî de û hewldanên helbestvanên soran û kurmanc yên dawiya sedsala 19mîn, di salên 1940î de heta xwe digihînin lûtkeya xwe berdewam dikin. Nêzbûna min a bo lêkolînkirina ser wêrara helbesta modern jî aliyên dîroka modern a rewşenbîrî û siyasî ya kurdan ronî dike, ji ber ku piraniya helbestvanên ku tevkariya helbesta modern kirine, çalakvanên siyasî û çandî bûn ku hewl didan bi pêdeçûna modernîteyê ya di nav civaka xwe re li hev bikin û têkoşîn û îtirazên wan herî baş di helbestên wan de rû dane.

[1] Di helbesta farisî de jî Nima Yuşîj piranî wek bavê helbesta modern tê pejirandin û helbestên ên wek Dehkoda, Lahuti û ‘Aref wek modern nayên senifandin ji ber helbestên wan ku bi şêwaza xwe ji helbesta klasîk ne ciyawaz in.

[2] Zemane resmî caranî nemawe Le dewrey ême roman û cerîde Eman qedrî bzanin em ktêbe … çraxî nazim û munşî kojawe egerçî meqsede zanînî bawe le dinya êsteke hemtay nemawe

[3] Haci Qadir di sala 1897an de, salek beriya derçûna rojnameya Kurdistanê, ji vê dinyê koç kir. Bedir Xan ev helbesta wî û rave kiribû ku ev helbest li berga paşîn a destxeteke Mem û Zînê hatiye nivîsandin.

[4] Ew haydarbûna xwe nîşan dide û ji ber hilatin û berbelavbûna rojname û kovaran jî xeman dixwe di vê ristê de, “Sed qaîmew qesîde kes naykrê be pûlê/ rojname û cerîde kewtote qîmet û şan”

[5] Romana kurdî ya yekem di sala 1935an de hate weşandin û piştî salên 1980yî honak wek cureyeke berbiçav geş bû.

[6] êsta orûpayî herçî şa’êryan heye le xulya w mûbalexet layan dawe û madî û heqîqî denûsin, êsta min le hendê şêrî pirr êxlaq û dimteraqî konî xom şermendem. Xo hendê teşbîh hey eke caran zor pesend bû êstake lêy wird ebînewe terîq iebînewe! Piyaw mehbûbey la ebê be delle dêwê ta bitwanê rakey lêy.

ÇAVKANÎ

Ltoman, jurij. (1977). The structure of the Arstistic Text. Wer.: Ronald Vroon . The University of Michigan.

Esîrî. (2006). Dîwanî Esîrî. Ehmed Taqane (Ed.).Hewlêr: Aras.

Aşna, Omêd. (2009). Pîremêrd û Pêdaşûneweyekî Niwêy Jiyan û Berhemekanî. c. 1. Hewlêr: Aras. Karimi-Hakkak, Ahmad. (1995). Recasting Persian Poetry: scenarios of Poetic Modernity in Iran. Salt Lake City, Utah: University of Utah Press.

Share.

Leave A Reply