Çîrok û Çîrçîrokên Hunera Hevçax

ŞENER ÖZMEN

Puxte: Digel ku cîhana hunerê ya kûrewî û bêwefa navê wî yê pîroz – bo gelekan bêyom – demeke gelekî dirêj e hilnede jî, Alexander Brener, hevjîn û hevrêya wî ya heta hetayê, Barbara schurz, di Rêbendana 2005an de ji bo edîtoriya hejmara duyemîn a kovara art-istê (ya pêla duyemîn) li Konstantînapolîsê, li der û dorên Beyoğluyê wan deran bûn; her du jî şaşwaz, pariyekî hêrsoyî û piştşikestî bûn, lew re xeyn ji hevalekî wan ê hunermend ê ku di wê sîratûlmisteqîmê de wekî Xoce Xizirî bi hewara wan ve hatibû, di wê kurtemêvaniyê de kesî pûte bi wan, bi mêjûya wan û bi bîr û boçûnên wan ên tundûtûj –dihate gotin ku Brener schurzê dilên xelkê ji hezkirin û evîna bo hunerê bi yekcaran sar dikin – nekiribû, xasma jî, sergerînendeyên dam û dezgehên hunerî yên ji dil xwe de serbixwe, tew nîv-serbixwe û der û dorên akademîk. Ev nivîsar ji hêlekê ve balê dikişîne ser çalakî û pratîkên dij-hunerî (yan jî vandal) yên Brenerî û ji hêla din ve jî hewil dide (yan jî dê bide) ku kurtemêjûya pratîkên hunerî-hevçax ên Amed-navendî cara yekem bi zimanê zikmakî bihîne zimên bê ka hunermendên Kurd çawa û bi çi awayî peywendî li gel bîr û boçûnên Brenerî danîne û sûd ji “teoriya serhildêr”, her wiha ji kovara art-istê wergirtine. Belam, min divêt ji niha ve bibêjim ku ev ne nivîsareke akademîk e, bêtir anamnezîk e, ku Barthes di ders û semînerên xwe de, yên wî li collège de franceê dayî, li ser vê mijarê jî (bnr. lawaziya hiş û hoşeyê, Proust, Tolstoy, souvenirs, Adolescence) bi dilekî şikestî rawestiyaye.

Peyvên sereke: art-ist, Alexander Brener, hunera kurdî ya hevçerx.

Destpêk

Yekem hejmara kovara art-istê li jêr navê “Kovara Hunerî ya Hevçax” di Pûşpera 1999an de li Konstantînapolîsê derçû. 1999 di heman katê de sala destpêka weşangeriya hunermendê Kurd ê navdar Halil Altındereyî – yan jî Xelîl Altindereyî –bû, ku art-ist li dû çend hejmarên provokatîf û edîtorên curecur derketibû qada navneteweyî û bi demê re bûbû malê cîhanê. Di kûnyeya art-istê de Xelîl Altindere wekî “Amadekarê Weşanê” cî girtibû û di “Lijneya Weşanê” de jî; navê Xelîl Altindere, Süreyyya Evren – bi sê y’yan, ji ber ku di yê Cemal Süreyayî de bes y’yek hebû –, Erden Kosova, Emre Koyuncuoğlu, Yeşim Özsoy û Şener Özmenî derbas dibû. Bergê pêş heta tu bibêjî sade û li gorî tundûtûjiya hundirê weşanê gelekî nerm bû, lêbelê ev sadebûn û nermbûn hema bi lapera pêşîn û hevoka pêşîn re têk diçû. Nivîskarên wê hejmarê nivîseke edîtoryal –bê guman qesbende – lê nekiribûn, li şûnê, hevoka, “Ev ne nivîseke dîbaceyî ya berra ye; ev hatiye nivîsîn da ku hizrekê der barê nivîsa dîbaceyî de pêşkêş bike” bi dehan caran û pê pê hatibû nivîsîn. Mijara dosyeyê jî wekî; “Di hunerê de vandalîzm”[1] hatibû dîyarkirin û ev ne belasebeb bû. Hejmara yekem di heman katê de wekî parêznameya Xelîl Altindereyî hatibû amadekirin, lew re Altindere seba çalakiyeke xwe ya “vandal” di wan rojan de derketibû hafa dadweran. Kabira Kurd bû û xelkê Mêrdînê bû, malbata wî di wextê xwe de ji Dêrişê koçî Mêrsînê kiribûye û Xelîl bi dû kutakirina lîsansa xwe ya li Zankoya Çukurovayê li Beşa Hunerê re berê xwe bi yekcaran dabû Konstantînapolîsê û nema vegeriyabû. Hê ew li zankoyê, min bi çavên serê xwe didît bê wî çi dikir, ne wek gelek qutabiyên ku dixwestin bi pêyekî leztir xwe têxine çavên mamosteyên xwe, wî boyaxên curecur bi kar nedianîn, tiştine sosret li kevalê dikirin û li ser dîwarên beşê diruşmeyên têgehî lê dikirin û pênaseya wî jê re bûbû kul û derd. Beriya mamosteyê atolyeyê, şêweyê wî dêhn û bala polês û xefiyeyan kişandibû, yên ku xwe li quncikên zankoyê telandibûn, û ev yek rast bû. Rastiyeke din jî hebû ku Xelîl neditirsiya, kurdan li wir jî hev û din dîtibûn û piştî demekê, Cengiz Tekin (ji Amedê) û Erkan Özgen jî (ji Dêrikê) hatibûne zankoyê û beş bûbû lana xwendekarên kurd ên ku doza tiştekî din dikirin. Di wan salan de min dev ji nîgarkêşiyê berdabû, seba ku min li kevaleke xwe risteyeke[2] Cegerxwîn nivîsîbû, heval û hogirên min ên tirk ji min bi dûr ketibûn û fena ku ez bombeyeke zindî bim, kes bi aliyê min de nedihat, tew yara min jî. Cengiz bi temenê xwe biçûkê me hemûyan bû, ez û Xelîl û Erkan, em berxên salekê bûn. Bi dû çûyîna Xelîlî re, hatûçûya Cengiz û Erkanî zêdetir bû, em li jûra mala min a li Barajyoluyê dihatine ba hev û min ji wan re qala hunera têgehî, wêje û helbestê dikir û pê re pê re em di xew re diçûn.

Jûjin…[3]

Beriya derçûna kovara art-istê bi salekê,
an ku di sala 1998an de, keçeke kurd bi
nasnava Jûjinê tundûtûjtirîn performansa
xwe li dar xistibû li Konstantînapolîsê û
vê yeka hanê dawî li çalakiya hunerî ya
ciwanan jî anîbû. Jûjina hunermend bi
harîkariya dermanan ketina kincan, regla
xwe bi paş xistibû û di şeva vekirinê de li
ciyê xwe yê ku bo performansa wê hatibû
terxankirin, welê şilfîtazî çûbû li kuncekî
tot vedabû û bi zor û heft belayan regl
bûbû. Navê performansê mod e mod ji Tirkî
hatibû wergerandin: “Jûjin, Serê Mehê”,
(1998). Nasnava wê jî ji peyva “jûjî”
“jin”ê hatibû pê, ku kovara art-istê cî dabû
vê performansê jî. Kî çi dibêje bila bibêje,
belam performansa Jûjinê di nava demeke gelekî berwext de rê li pêşiya gelek hunermendên jin ên îro bi hunera performansê rabûyî vekiribû û ev performans bûbû performansa wê ya pêşîn û ya dawî jî. Jûjin piştî vê performansê bûbû kevirê binê bîrê. Wek gelek hunermendan, wê jî dev ji hunerê berdabû, ku bi raya Vasıf Kortunê kuratorê navdar, Jûjinê çalakiyek li dar xistibû, ku hunermendên mêr bi ti awayî nedikarîn xwe wek parçeyekî wê bihesibînin; li dar xistibû, xwe jî bi wêrekiyeke bêhevta.

art-ist û hejmara yekem…

Nivîsên din ên girêdayî mijarê jî ev bûn: Oleg Kulik, Stelarc, Orlan, Andreas Serrano, Genç Etkinlik 4,[4] Manifesta 2, Sanat Tanımı Topluluğu,[5] Performans Sanatı,[6] Fluxus û Artık Resim Öldü.[7] Nivîsên tê de bi têra xwe provokatîf bûn û gava ku hejmara yekem gihişte Amedê û çendek jê çûn Dêrika Çiyayê Mazî, boça kerê bizdiya. Lew re art-ist eynî wek kovareke hardcore pornoyê hate pêşwazîkirin û di binê balgîfan de hate veşartin. Dîmenên ji performansên hunermendê Rûsî Oleg Kulikî, wêneyên Andreas Serranoyî ne ji wan wêneyên xwerû-estetîk bûn, ku hûn rabin wan nîşanî dê û bav û xwîşk û birayên xwe bikin! Ne jî hûn wan rêyî mamosteyên xwe bidin. art-ist (tîpa ‘a’ biçûk dihate nivîsîn û art jî bold bû) li Amedê nekete Beşa Nîgarê, nehate firotin û nehate xwendin jî! Tew ji layê hin mamosteyan ve kovar hate qedexekirin. Li gorî bîr û boçûnên akademîsyenên wê heyamê, art-ist xeternaktirîn kovara dij-hunerî bû. Belkî jî ew mafdar bûn, ji ber ku li gorî wan huner qadeke desthilatdariyê bû û wekî ku Foucault jî digot, desthilatdarî li her derê bû. Nemaze, li akademiyan. Bê guman art-ist li dijî vê desthilatdariya estetîkî bû, ya ku hemû hêza xwe ji pozîtîvîzmê û ji pêşketinparêziyê digirt bi şêweyekî hîsterîk. Amed bi kuştî û windayên xwe ve mijûl bû û Beyoğlu jî bûbû lana hunermendên abstract non-fîgûratîf ên şêst heftê salî, ku dê bi ti tewrî nehiştana –ê rê nedana– wekî vandal bi serê şûştî têkevine nava wan. Îcar kurd? Kurd ji kû derketibûn!?

Territory-deterritorialisation…[8]

Di Tîrmeha sala 1996an de ez û Xelîl Altindere li TÜYAPê beşdarî Duyemîn Çalakiya Ciwanan bûbûn bi enstelasyoneke bi navê Untitled (Bênav), ku ev çalakiya hunerî ji hêla UNESCO AIAP NATIONAL COMMITTEEyê ve dihate birêvebirin. Ji nav ew qas hunermandan – û berhemên wan – xefiye û polêsên Roma Reş bi tenê bi dû me û berhema me ketibûn, lew re berhem ji du pênaseyên li hemberî hev bi cî kirî (yek a min û yek a Xelîl Altindereyî bû, ku bi ozalîtê hatibû mezinkirin û em, çawa bibêjim, bê dev û ziman bûn, bi gotineke din, me devê xwe bi rêya photoshopê jê biribû) û du dosyeyên fermî û mirûztirş, ku li ser çekûya T.C.yê hebûn û di her du dosyeyan de jî lîsta navên gundên kurdan (me ji Komaleya Mafên Mirovan, Şaxa Amedê tika kiribû) yên ku bi destên leşkeran hatibûne sotin hebû û em her du jî kurd bûn! Enstelasyona me, digel ku pariyekî dîdaktîk bû jî – bi ya min wisa bû – gelekî deng vedabû. Tiştê serincrakêş ew bû ku rojnameya kurdan Demokrasiyê[9] di rûpelên xwe yên hunerê de cî dabû vê enstelasyonê jî, ku heta wê rojê jî çapemeniya kurdan dûrî mijarên wihakî disekinî. Kabirayekî rabûbû û ji Amedê nivîsîbû wekî çu peywendiya van hunermendên navbirî bi rastiya gelê me re tineye. Çepgirên tirk jî eynî nolî wî difikirîn, digotin, huner bo civakê ye! Nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê, gorbehişt Mehmet Baydur jî hew bi xwe girtibû û di quncikê xwe de nivîsîbû: “Bi qasî ku ez tê digihîjim, kabira (Şener Özmen) dinivîse jî…” Kurdek çawa dikare qala Lacan, Herakleitos, qala duzimaniyê bike bêyî ku destûrê ji Kemalîyan bigire!? Çawa dikare bibe hunermendekî hevçax!? Aqilê wî qebûl nedikir, yê wî kurdî jî…

Pûşpera vandalîzmê

Di pey vê çalakiyê re, di Berfanbara sala 1998an de Xelîl Altindere di pêşangeha Esat Tekandî ya takekesî de, ku li Galeriya Hunerê ya Urartê (Stembol) li dar ketibû, li ser kevala wî ya bi navê Coyote II’yê bi boyaxa spreyê (bi ya kesk) nîşana $’ê danîbû û ji galeriyê teletel bi dûr ketibû. Li gorî Xelîl Altindere, çalakî çalakiyeke hunerî bû û li dijî desthilatdariya penturê (pentur desthilatdarî bû) hatibû lidarxistin, lêbelê li gorî zagonê – û li gorî Esat Tekandî – ev yeka hanê serdanpê vandalîzm bû û diviya ku hunermend rojekê beriya rojekê bihata darizandin.

Helbet ev performans di cîhana hunerê de ne tiştekî nû bû, mînakên wê yên gelekî sosret jî hebûn û Brener jî yek ji wan kesan bû, ku di sala 1997an de (Rêkeftî 4ê Rêbendanê, sala 1997an, di saet 11:45an de) an ku salekê beriya Xelîl Altindereyî, li ser kevala Maleviçî ya bi navê Suprematizm: Li Ser Fona Gewr Xaça Spî nîşana $’ê danîbû, wî jî bi boyaxa spreyê. Çalakî di mûzexaneya Stedelijkê (Amsterdam) de li dar ketibû û Brener, li gorî gotegotan, bi dizî ketibû hundir. Bihayê kevala navbirî di wan salan de 12 milyon $ bû û nîşana $’ê jî, li gorî gotinên Brenerî, pariyekî çelexwarî bû, ku dirûvê çarmixê pê diket. Di esasê xwe de, li gorî zagonên Holandê, diviya ku ji ber rûxandina mal û milkî doz lê bihata vekirin. Lêbelê Brener ne hevwelatiyê Holandê bû û ti mal û milkê wî jî li wir tinebû. Dîsa jî, ji ber vê çalakiya hovane û ji ber lengedoşiyê (ji ber ewaretiyê) ew avêtibûn binê zindana De Zwangê ya li gundê Hoornê û Brener piştî çend rojên din dest bi greva birçîbûnê kiribû.

David Lindsay di nivîsa xwe ya bi navê “Îkonşikên: Hunera Vandaliyê yan jî Vandaliya Hunerê”[10] de li ser vê mijarê û xasma jî li ser çalakiya Alexander Brenerî bi dûvedirêjî sekinîbû, ku ev nivîs wekî sernivîs di hejmara yekem a kovara art-istê de hatibû belavkirin. Tevî ku Brener piştî vê çalakiyê çu daxuyanî nedabin jî, dihate zanîn ku vê yeka hanê (îkonşikênî) di nerîna wî ya hunerî de roleke xwe ya serekî heye. Li gorî angaşta Lindsayî, kevala Maleviçî diviya jê û pê de bi du navan bihata binavkirin: Maleviç-Brener û diviya bi ti tewrî restoratoran dest tê nedaya û hewil nedana da ku aloziyê ji holê rakin. Di esasê xwe de îkonoklazm, an ku ziyandayîna li berhemên hunerî, ne cureyekî çalakiyê ya nû bû, wek mêjû îkonoklazmê xwe digihande sedsala VIII.an, vedigeriya bo wan serdeman û heta bi Bîzansê, ku di wê sedsalê de îkonên ayînî tûşî êrîşên dijwar dibûn. Heman bertek di sedsala XVI. an li gelek deverên Holandê jî derketibû holê, ku di wan deman de Protestan li hemberî zilm û zordariya Dêra Katolîk tê dikoşiyan û îkonşikênî gihiştibû wê astê, ku komên mîna Huych de Smitî li Heenviletê dadikutan û bi çakûçan diketine ser berhemên hunerî.

Brener…

Baş e, Brenerî çi rêyî me dida? Wî çi ji me re digot? Wî doza çi li me dikir? Gelo çi ji hunermendên Cîhana Sêyemîn dihat? Şeva ku Brenerî li banokeya barekê – navê wê ne hewce ye – dest bi ahengekê, çalakiya xwe ya xwendina helbestan kiribû, li gel çend hevalên xwe yên hunermend û rexnegir, ez jî li wir bûm. Brenerî şev pê ve gurmista xwe ya rastê li pişta bermîla neftê daweşandibû, ya ku wek maseyekê hatibû danîn, ne carekê û ne du caran, ne bi dilekî, lê bi heft dilan. Xêlekê û bi şûn de – piştî çar yan jî pênc helbestên xwe yên ajîtatîf – çermê girikên destê wî yê rastê hema bibêje ji kokê ve jê rabûbû û xwîneke reşeqetranî kişiyabû ser laperên lênûska wî ya helbestan. Ku Barbarayê, hevjîna wî ya heta bi hetayê, dest tê nedaya û çend caran pê pê negota, “Bes e, lawo!” dê çalakî li serwîseke acîlê bi dawî bibûya û hebû ku hejmara duyemîn a kovara navhatî heta bi demeke nediyar bi paş biketa. Lew re ew hejmar, li gorî gotegotên ku şev pê ve bi ber guhê min ketibûn, dê li ser Insurrectional Theoryyê durist û ava bibûya û gelek rexnegir û nivîskarên dij-huner û dij-estetîkê dê bi nivîsên xwe yên serhildêr û yanser beşdarî li dosyeyê bikirana. A soxî, piştî demekê, kovara art-istê bi hevedîtoriya Alexander Brener&Barbara Schurzê derçû, bi heman sernivîsê; “Insurrectional Theory”, seyrtirîn tişt ew bû ku di laperên kovarê de, ya ku bi dîtbariya xwe ve –û bi hejmara wêneyên ku ligel nivîsaran, carinan jî bêyî nivîsaran dihatine bikaranîn – derketibû pêş, çu wêne (image) tinebûn. Kovar, ji lapera pêşîn bigire, heta bi lapera dawî, ji nivîsaran mişe bû û navên nivîsaran, dîsa bi daxwaza hevedîtoran, ji fontên cihê cihê hatibûne lêkirin, ku vê yeka hanê serî li sêwirînerê kovarê yê navdar gerandibû. Brener&Schurzê ji binî ve nexwestibûn hejmara wan bibe hejmareke piyaseyê, ji ber hindê, ne li bergê pêş û ne jî li bergê paş, wêneyekî provokatîfî yê ku dêhn û bala xwînerên bi çanda dîtbariyê rabûyî bikişanda tinebû, fonta ku li bergê pêş –li ser stîkireke soregizirî– hatibû bikaranîn jî fonteke leşkerî (!) bû, ku bêtir bi ser estetîka Bolşevîkan ve diçû, ku bi wî çendî tund û tûj bû! Heke hejmara Brener&Schurzê nehata firotin jî, ne xem bû, ya girîng ew bû ku kovar li dijî bombebarana dîtbariyê û çewsîneriya piyaseyê bibûya mînak; îcar ka bû, nebû, ez bi xwe pê nizanim, lêbelê helwesta Brener&Schurzê, li gorî hunermendekî wek min ê peyva serkeftinê ji ferhenga xwe ya hunerî avêtî, ciyê şanaziyê bû, lewma peyva “serkeftin”ê bi tenê û nemaze demên ku me çend hunermendên kurd îş û karine “baş” dikirin – bêtir jî di henga beşdarbûna li pêşangehên navneteweyî de – ji devê pispor û giregirên çand û hunerê yên tirk derdiket, ew jî bi qitûtî! Ev yek!

Hunermendên kurd

A duduyan, ti qal û qîl tê de nebû û min bawerî jî pê nebû ku haya der û dor, civat û caxiyên wêjeyî û hunerî yên kurdan ji hunera hevçerx hebe, ya ku ji çaryeka duyem a salên 2000î û vir ve ye her bi tenê li ser destên çend hunermendên kurd ên navend-Amed tête birêvebirin, bê çawa bi demê re û tevî hemû xapînokiya peyva – yan jî sêhra – serkeftinê, axleb jî di qada vîdyosazîyê de zimanekî xweser ava kirine û ji serê sêrî de bê çawa li dijî mêtingeriya çandî tê koşiyane, bêyî ku bikevine hembêza piyaseyê. Belkî jî ev nivîs hê nû dest pê dike…

[1] Ji dîbaceyê art-istê, Hejmar: 1, Pûşpera 1999an, r. 1.

[2] Malê wan malê wan / Bû bela serê wan… Seydayê Cegerxwîn.

[3] http://www.timeoutistanbul.com/istanbulunritmi/2051/jujin-neredesin/

[4] Youth Action 4, Çalakiya Ciwanan 4.

[5] bnr. http://www.sanattanimitoplulugu.com/

[6] Hunera Performansê.

[7] Êdî nîgar sekitî.

[8] Çarçoveya ramyarî ya Çalakîya Ciwanan 2 bû .

[9] Bi dû girtina rojnameya Demokrasiyê, di Tîrmeha 1997an de rojnameya Ülkede Gündem dest bi weşanê kiribû.

[10] “Îkonşikên: Hunera Vandaliyê yan jî Vandaliya Hunerê”, David Lindsay, art-ist, Kovara Hunerî ya Hevçax, Hejmar: 01, Pûşpera 1999an, r. 4-10.

Share.

Leave A Reply