DI SALÊN 1970YÎ DE LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ŞANO

mahroo raşidîrostamî

JI ÎNGILÎZÎ: FEXRİYA ADSAY

Puxte:

Ev nivîs li ser pêwendiya diyalektîk a di navbera têkoşîna siyasî ya kurdan ku desthilatdariya iraqê red dikir û geşedana çanda pêşandeyê ya li Kurdistanê di salên 1970yî de, disekine. Di dehsalên borî de hunera şanoyê bûbû amraz bo dûpatkirina mijarên civakî û siyasî. Li Kurdistanê di salên ewil ên şanoyê de şanonamenûsan ji çîrokên klasîk û folklorîk û karakterên kurdî îstifade kirin da ku şanoyeke kurdî ya cuda biafirînin. Di destpêka salên 1970yî de bo banga guherînê şano hêzeke sereke ye. Piştî otonomiya 1970yî di nav atmosfera civakî-siyasî ya coşdar de dengê şanoyê her ku çû bêtir bi awayekî polîtîzebûyî û neteweperwer derket. Şanonamenûs di hilbijartina mijara lîstikan de bêtir polîtîze bûn ku li ser pêşxistina neteweperweriyê, êrîşkirina ser feodalîzmê û çewisandina gundiyan bûn. Ev nivîs, ji bo kişifkirina geşedanên warê şanoya kurdî ya di salên 1970yî de dikeve nav geşedanên siyasî yên iraqa wê dewrê û bandora wan a li ser şanoya kurdî.

Peyvên sereke: Başûrê Kurdistanê, şano, salên 1970yî, otonomî.

Di sala 1970yî de li Kurdistanê bi damezrandina otonomiyê re jiyana xelkê di rojekê de guherî. Bajarê kurdan ji aliyê rêvebirên kurd ve hate îdarekirin û di dibistan, zanîngeh, çapemenî, dadgehan û hwd.de jî kurdî dihate axaftin. Deh rojên din cejna Newrozê li hemû bajarên kurdan hate pîrozkirin. Li Kerkûkê li dor milyonek kes beşdarî Newrozê bûn ku muzîk, govend û pêşandeya şanoyê lê hebû.[1]

Jiyana çandî ya kurdî bi damezrandina gelek navendên çandî, zanîngehek, weşanxane, qenaleke televîzyonê û gelek komên şanoyê wek Grûpî Gencan a li Hewlêrê, Tîpî Şanoy Pêşrewî Kurdî, Tîpî Hunerî Nwê Şanoy Gund, di nav ronesansekê re derbas dibû. Koma yekem a fermî a şanoya kurdî bi navê Tîpî Nwandin û Mosîqay Silêmanî (Şanoya Silêmaniyê û Koma Muzîkê) di sala 1969an de li Silêmaniyê dest pê kir. Di pêşandeya xwe ya yekem de, komê broşur belav kirin ku tê de armanca komê wek xizmetkirina hunera kurdî tarîf dikir û gazî jinên biperwerde dikirin ku tevî koma wan bibin û “di xizmeta netewe û welêt de” ji redkirina nezaniyê netirsin.[2]

Guherînên radîkal ku bi peymana otonomiyê re peyda bûbûn ji bo şanoyê rê li ber serdemeke şirînmehî vekiribû. Dramaturgan ji azadiya serdemê îstifade dikirin ku bi saya wê siyaset jî bi eşkereyî dibû mijara wan. Berhemên wan piranî têkçûna despotan pîroz dikirin û bangî ruhê şoreşê dikirin. Di nav çar salên dewra aşitî û otonomiyê de li Silêmaniyê ji aliyê Koma Şano û Muzîkê gelek lîstikên bi mijarên niştimanperwerî û dîroka Kurdistanê hatin pêşandan. Her sal, di Newrozê de çîroka serfiraziya Kawa, hesinkarê mîtolojîk ku li hember zordestiya qrêl rabûbû, ji aliyê komên şanoyê yên cuda dihate pêşandekirin. Kawey Asinger Dwarojî Dehakî Zordar mînakên pêşandeyên bi vî rengî ne.

Kotayî Zordar ku ji aliyê Qazî Bamernî hate derhênandin mînakek din ji wan lîstikên serdema piştî 1970yî ye ku şerê kurdan ê bo destxistina serxwebûnê pîroz dikirin. Lîstikê serpêhatiya Mihemed Paşayê Kor –paşa bi çavekî xwe kor bû-, mîrê Soran ku di sala 1814an de hat ser hukim û heta sala 1833yan piraniya başûrê Kurdistanê kir bin desthilatdariya xwe, vedigot. Dema Mihemed Paşa eşîrên herêmê tepisandin û heta li ser navê xwe pere jî derxist, îhtimal e li herêmê cara yekem bû ku bi awayekî rêveberiya navendî çêbûbû. Digel zalimiya xwe, Mihemed Paşa îdareyeke heqîqî û dirust ava kiribû; qanûn û nîzam anîbû warê kurdan, riyên bazirganiyê ji rêgiran parastibû û nehiştibû esilzadeyên herêmê ji bazirganan baca zêde bistînin. Ger ji aliyê hêzên osmanî ve nehatiba têkbirin û talî di sala 1837an de nehatiba kuştin, rêveberiya wî bi îhtimaleke mezin wê destpêka ‘dewreke zêrîn’ bûya. Têkçûna wî di nav mîrektiyên kurd de bû destpêka bêîstiqrariyê û di heman demê de dawî li nîv-otonomiya kurdan anî. Piştre dema neteweperwerên kurd di nav folklorê de çîrokên Mîrê Kor kişif kirin û ew rakirin statuya lehengekî neteweyî, xuyaye digel têkçûna wî qabiliyeta Mihemed Paşa ku nuveya yekem ‘Qraltiya’ kurdan avêt, ew derbasî qonaxa nemiran kir. Tarîfa Bamernî ya armanca derhênandina Kotayî Zordar wan şîroveyên neteweperwer ên derbarê şerê mîrên kurd de destnîşan dike:

Her dem, wêjeyên neteweyan şahidiya hebûna wan neteweyan dikin. Digel ku em serpêhatiyek dîrokî ya rasteqîn derdixin ser sehneyê jî, armanca me ew e ku em ji bînerên xwe yên xwedî raman re bêjin ku xwe ji zincîrên pêşeroja tarî xilas bikin û hewl bidin li mafê xwe yên mirovatiyê xwedî derkevin. Li ser me ferz e ku em bi her awayî fidakariyê bikin da di bin zordestiya bêmerhamet de êşê nekşînin. Her wiha, ciwanên me divê di şerê bo edaletê de li pêşiyên xwe binêrin û bidin ser şopa lehengên me yên neteweyî. ‘Mihemed Paşayê Kor ê Rewandizî mînaka herî baş a qehremantiyên vî rengî ye.[3]

Bamernî ku ligel Ehmed Salar, Telet Saman, Ferhad Şerîf û yên din di salên 1970yî û piştî wê di geşbûna şanoya kurdî de roleke mezin leyist, yek ji wan kesan bû ku li Bexdayê Akademiya Hunerên Bedew xilas kiriye. Li gundê Bamernê di nav malbateke neteweperwer û gundî de hatiye dinyê. Apê wî Ebdulcebar ku li gund rewşenbîrekî naskirî bû, hatibû sirgunkirin bo Nasiriyeya li başûrê Iraqê. Di salên ewil ê 1960an de piştî serhildana kurdan, Qazî çû Nasiriyê ba Apê xwe. Bamernî di 1969-1970an de, sala ku li Kurdistanê otonomî hate qebûlkirin, Akademiya Hunerên Bedew a Bexdayê xilas kir. Vegeriya Dihokê ku gelek erebên Musilê û Be’asî jî lê bûn. Qaziyê ku bi fikrên apê xwe yên marksist û neteweperweriya kurdî mezin bûbû, dît ku ne gengaz e li Dihokê bixebite, çû Silêmaniyê, bajarê ku mazûbantiya gelek rewşenbîr, helbestvan, hunermend û siyasetmedarên kurd ên ji her aliyê Kurdistanê dikir.[4]

Bamernî, li Silêmaniyê serokê komeleya xwendevanan û wanebêjiya drama û lîstikvaniyê kir. Ji bo Koma Şano û Muzikê ya Silêmaniyê gelek pêşande derhênand ku yek ji pêşandeyên herî serkeftî Nirxî Azadî bû.[5] Vê lîstikê bingeha xwe ji lîstikeke bi navê Montserrat (1948), a nivîskarê Cezayirî-Frensî Emmanuel Roblès (1914- 1995), digirt. Lîstik dema Îspanya di sala 1812an de Venezuelayê dagir dike derbas dibe û serpêhatiya efserekî îspanî vedibêje ku li hember xedariyên li niştecihan tên kirin radibe, li ber fermandarên xwe serî hildide û agahiyên derbarê serokê şoreşgerên venezuelayî Simon Bolivar nade wan.

Di sala 1970-1971ê de li Kerkûkê şaxa Komeleya Huner û Wêjeya Kurdî vebû. Di 1972an de li dibistaneke bi navê Şorişê Behari Dizraw derxistin ser dikê.[6] Ev lîstikek siyasî yê derbarê bêedaletiya civakî bû ku axayekî dilkevir û demanbarên wî yê feqîr teswîr dikir û ji aliyekî ve beşdarbûna nifşên ciwan bo rêxistinên nepenî yên dijhikûmetê destnîşan dikir. Ew ruhê niştimanperwer ê lîstikê di axaftina karakterekî de eşkere dibû, “Ji wextekê şûn de, em ê bi ser kevin û dagirkerên biyanî ji ser axa xwe biqewirînin, di nav azadiyê de bijîn.”[7] Dema çêbûna rêxistinan di awayê şanoya propaxandayî de dihat pêşkêşkirin, tiştê derdiket pêş rizgarkirina welêt ji hukimdariya biyaniyan bû.

Hin lîstikên din ên vê serdemê xemên hunermendan ên derbarê bêedaletiya civakî û şertên xirab ên karkerên wê demê nîşan didan. Lîstika Lanewazan (ên bêxanî/ mal) mînakek bi vî rengî ye ku jiyana karkerên hejar û bi beşdarbûna rêxistinên nepenî daxwazên wan î bo guherînê nîşan dide. Wek lîstika berê vê, Lanewazan jî hebûna rêxistinên nepenî yên sosyalîst û neteweperwer destnîşan dike.

Kotayî Zordar Kawey Asinger jî tê de gelek lîstikên vê serdemê rûxandina zordaran û rizgarbûna gel vedibêjin. Hin ji wan, bûyerên cîhanê ji xwe re kirine mijar, wek lîstika Dilşad Merîwanî (1947-1989), nivîskar û mamosteyê kurd, a li ser tevgera rizgarkirina Vietnamê. Di jiyana wî ya temenkurt de, Merîwanî çendîn caran ji ber çalakiyên xwe yên di nav rêxistinên nepenî de hate hefskirin û şkence dît. Di serhildana 1961ê de cî girtibû û di navbera 1962 û 1966an de di Komeley Bûjandinewey Samanî Netewayetî Kurd (Komeleya Vejandina Çavkaniyên Neteweyê Kurd) de xebitî ku ew bixwe yek ji damezrênerên wê bû. Ev komeleya nepenî ya wêje û hunerê berhemên berxwedanê ên nivîskarên kurd û wergerên helbestên berxwedanê ên ji erebî, farisî û zimanên ewrûpî belav dikirin. Beşdarî serhildana 1975an bû û di navbera 1983 û 1985an de li çiyayên Kurdistanê wek pêşmergeyekî jiya. Di sala 1989an de piştî çendin salên ku bi weşandina gelek lîstikên siyasî, helbest û ceribandinan derbas bûn, hate daliqandin.

Di Çawî Vietnam (1973) de ku li Kerkûkê hate sehnekirin, Merîwanî nîşan dide bê zordest çawa ji çavên neteweyê ditirsin û ji ber vê, çavê şervanên dîlgirtî derdixînin. Lê şerê azadiyê digel hemû zordariyan didome.[8]

Dilşad Merîwanî (1947-1989)

Têkoşîna kurdan a bo azadiyê di sala 1974an de di Yekem Mihrîcana Hunera Kurdî a li Bexdayê de platformek peyda kir. Komîteya rêvebirkirina mihrîcanê civîna xwe ya yekem di 3/2/1974an de li dar xistin ku tê de dirûşmeya mihrîcanê diyar kirin, “ji bo hunera kurdî a resen û hevdem, aşitî û biratî, û otonomî bo Kurdistana Iraqê”. Ji bilî dirûşmeya sereke,

sê dirûşmeyên din ku li ser posteran hatibûn nivîsandin û belavkirin jî ev bûn:

  • Stranên me, govenda me, şanoya me di xizmeta daxwazên neteweya kurd de ne.
  • Huner amrazeke şoreşê û mirêka şaristaniyê ye.
  • Kurdistan straneke evînî ye bo hunermendan.
  • Nan û şano bidin min, ez neteweyeke azad û ramdar bidim we.[9]

Ji yanzdeh lîstikên ku di mihrîcanê de hatine pêşandan, piraniya wan derbarê şerê azadiyê, şehîdbûn, çespandina siyasî û temayên din ên di warê siyaseta kurdî ya wê çaxê de bûn. Ji nav van dramayan Pirdî Welat ji aliyê Koma Şanoya Kurdî ya Pêşverû hate pêşandan, Nirxî Azadî ji aliyê Koma Lîstikvaniyê ya Silêmaniyê, Teqînewe ji aliyê Komeleya Huner û Wêjeyê ya Kerkûkê, Şaxewanî Mezin ji aliyê Koma Lîstikvaniyê ya Silêmaniyê û Dîwar ku xwe dispart çîrokeke Jean Paul Sartre, ji aliyê Komeleya Huner û Wêjeyê ya Silêmaniyê hate pêşkêşkirin.

Piştî Yekem Mihrîcana Hunera Kurdî di demeke kurt de muzakereyên navbera hikûmeta navendî û siyasetmedarên kurd xetimîn. Gelek şanogerên mêr ên wek Ehmed Salar û Simko Ezîz û komên wan î şanoyê çûn çiyayan ku tevlî berxwedanê bibin.[10] Di Nîsana 1974an de Bexdayê êrîş bir ser herêma kurdan û piştî Peymana Cezayirê a digel Îranê di Adara 1975an de demildest bi ser ket. Dema Îranê dev ji piştevaniya kurdan berda, berxwedan belawela bû. Mela Mistefa Barzanî mecbûr ma ji şer vekişe û tevî ji 100,000î zêdetir kurd -şervan, malbatên wan û ên din- tixûbê Îranê derbas kir da ku tevlî 100,000 şervanên kurd bibin ku ji xwe li wê derê bûn. Bi hezaran kes jî radestî hêzên Iraqî bûn û raperîn di demeke kurt de bi dawî bû[11]

Di 1975an de piştî hilweşîna tevgera kurd, hikûmeta Iraqê bi riya efûyeke giştî bo pêşmergeyan û projeyên aborî hewl da raya giştî ya kurdan nerm bike. Projeyên bi vî awayî, ku encama geşiya neftê a salên 1970yî û di pê re pêşketina aboriya Iraqê bûn, armanc dikirin beşên civaka kurd ên ku rasterast marûzî pêkûtiyên hikûmetê nebûbûn, aşt bikin. Lê di heman demê de hikûmeta Iraqê seferberiyeke mezin a erebkirin, be’asîkirin, çespandina çandî, bêcîûwarkirineke berfireh, girtin û înfazkirinê jî da destpêkirin.

“Erebkirin”a bajarên neftê Kerkûk û Xaneqîn, û deverên ser tixûb (Şêxan û Sincar) berdewam dikir da ku bikaribin li hember vejîna neyartiya kurdan bisekinin. Kurd ji van deveran hatin bidûrxistin û gundiyên ereb kirin dewsa wan. Ji milyonekê bêtir rûniştvanên Xaneqîn, Kerkûk, Mindalî, Şêxan, Zaxo, Sincarê ji warên xwe hatin derxistin û misrî û erebên Iraqê lê hatin bicîkirin.[12] Karmend, leşker û polîsên dewletê yên kurd hatin veguheztin bo başûrê Iraqê û karmendên ereb ketin dewsa wan. Navên kurdî yên bajar û gundan bi yên erebî hatin guhertin û kurdî bi temamî hate qedexekirin an li hin herêman di astên cuda yên perwerdehiyê de erebî kirin şûnê ku li Silêmanî û Koyê bû sedema xwepêşandanên mezin.[13] Di birêxistinkirina çalakiyên bi vî rengî de Yekitiya Xwendevanên Kurd a nepenî roleke mezin leyist ku bi pêleke nû ya mezin a xwepêşandanên girseyî rê vekirin ku 250 xwendevan û 70 mamosteyên ku di Cotmeha 1977an de hatibûn girtin werin azadkirin.[14]

Çespandina çandî ya rejîma Be’asê

Yek ji kirinên ewil ên partiya Be’asê bû girtina rojnameyên mezin ên Iraqê û îdamkirina Ezîz Ebdal Berekat, serokê Yekîtiya Rojnamegeran û weşangerê rojnameya serbixwe Al-Manar (Fanosa Deryayê) ku yek ji rojnameyên herî profesyonelî dihate rêvebirin û li Iraqê berfirehî belav dibû.[15] Piştî vê, di sala 1969an de partiya Be’asê qanûna weşangeriyê derxist û vê kir ku çapameniya Iraqê bi lez bibe çapameniyeke bêtir kontrolkirî, yekdestî, binemir û hema bêje bi temamî ji helwesta rexneyî şûştî.[16] Her wiha, di destpêka salên 1970yî de li Iraqê tenê pênc rojnameyên rojane hebûn ku her yek ji wan, bi temamî ne di bin kontrola dewletê de bin jî, zêde bandorgirtî bûn. Helwesta Be’asiyan a li hemberî demokrasiyê û azadiya xweîfadekirinê di bernameya partiyê ya sala 1965an de zelal bû, “mafê girseyan heye ku di nav tixûbên paşeroja xeta pêşvebirina neteweyê de rexneyên avadar (constructive) bikin… lê rexneya (bi vî awayî) di bin hukmê rejîma sosyalîst a şoreşger de nikare dawî li wê bîne, an rexne nikare bê kontrol bigihêje sînorê tunekirina xeta neteweyî ya sosyalîst bi xwe.”[17]

Piştî ku partiya Be’asê li hemû Kurdistanê hate ser hukim, çapemeniya wê jî wek dawiya mayî ya Iraqê bi sansureke hişk rû bi rû ma. Çapemeniya girseyî ji aliyê îstixbarata sivîl û leşkerî bi awayekî hişk dihate taqîbkirin û kontrolkirin. Piştî ku di pê raperîna 1974-75an re efûya giştî derket, gelek hunermendên kurd ên şanoger vegeriyan bajarê xwe lê di xebatên xwe de her dem di bin taqîbê de bûn. Li bajarên Kerkûk û Xaneqîn ên ku hatin erebkirin, şanoya kurdî hate qedexekirin. Gelek hunermendên Kerkûkî ên wek Mehdî Omîd û Celîl Zengene diviyabû bar bikin Hewlêr û Silêmaniyê, gelekên din jî sirgun tercîh kirin.[18] Azadiya ku di dewra otonomiyê de pê şad bûn, dawî lê hatibû.

Ji 1975an ve serdema sansurê dest pê kir. Pêşandanên şanoyê diviyabû ji aliyê destûrmendê eleqedar ê li Hewlêrê ve bihata tesdîqkirin. Her weşaneke wêjeyî, hemû lîstik jî tê de, divê ji vê buroyê re bihata şandin ku her yek rûpelê lîstikê bê kontrolkirin û li ser bê mohrkirin “hate tesdîqkirin” an “nehate tesdîqkirin”. Derhêner Fetah Xetab, di hevpeyvînekê de rave kiriye ku li Kurdistanê windakirina otonomiyê bandoreke çawa li ser hilberîna şanoyê kiriye:

Ji salên navîn ên 1970yî û vir de, kesek tenê dibû berpirsê destûrdayin û budçedayina pêşandeyên şano an bernameyên telewizyonê. Bi ser de, bêyî ku di warê huneran de zanîna wî hebe an tunebe, ew kes dibû birêveberê sereke yê komên şanoyê jî. An ew dibû ‘berpirsê ragihandinê’ ku dihate wê wateyê ku wî pêwendî bi îstixbaratê re heye û tevlî civînan dibe ku tê de biryara deqên lîstikan didin … me nikaribû zêde prova bikira ji ber ku wan jî temaşe dikirin û em ditirsiyan ku qedexe bikin.

0Xebitîna di telewizyona Ta’mim TV yê de jî her diçû zehmettir dibû. Di sala 1976an de li Silêmaniyê, Bamernî lîstikek bi navê “al-Azrab” derhênandibû ku derheqê greva karkeran de bû û beriya ku Be’asîzm û neteweperweriya erebî xurt bibe û bibe asteng, hatibû sehnekirin. Wê çaxê, Be’asî wek têkoşîna wan be xwedî li têkoşîna çepgir û komunîstan derdiketin. Di destpêka rejîma Be’asî de, bi destûrdayina wergerandina gelek berhemên komunîst bo erebî û xweşkirina bo rewşenbîr û çalakvanên çepgir atmosfereke guherîna siyasi ya radîkal çêbûbû. Mînak, komeke Be’asî ji televîzyona Kerkûkê xwe nêzî Bamernî kirin û ji bo lîstika wî bikin bernameyeke televîzyonê pereyekî zêde, 1500 dînar pêşniyazî wî kirin. Di nêviyê tomarkirinê de, piştî ku jê re hat gotin ku li gor fermana Konseya Bilind a Şoreşê hemû bernameyên TVyê divê wêneyên serokkomar Ehmed Hessen el-Bekr û alîgirê wî Sedam Husên bi dîwarê xwe ve daliqînin, Bamernî bername sekinand. Bamernî û Koma Lîstikvanan a Silêmaniyê ev ferman protesto kirin û seata weşana bernameyê kirin hincet û vegeriyan Kurdistanê. Demeke kurt şûn de, Bamernî di Cotmeha 1977an de çû Fransayê û heta ketina Sedam Husên li wê derê ma.[19]

Wek encameke sansura hişk, şanoya kurdî diviyabû armancên xwe veşêre û peyama xwe ya siyasî di paş sembol û alegoriyan de veşarta. Şanonamenûs diviyabûn bi baldarî gavên xwe biavêjin û lê bipirsin bê ka kîjan îma dikare ji sansurê derbas bibe û kîjan dikare bê sansurkirin û qedexekirin. Beriya ku deqên lîstikan bê weşandin an bê sehnekirin wezareta çandê bi gelemperî tê de daxwaza gelek guhertinan dikir. Digel vê, dîsa jî şano bû amraza pêşkêşkirina dîroka berxwedana Kurdistanê û destnîşankirina zilm û çewsandina li ser kurdan da ku wan bo şerê rizgariyê han bidin.[20]

Digel hemû zehmetiyan, hunermendên şanoya kurdî karê xwe berdewam kirin û li ser dikên neteweyî jî serkeftî bûn. Bihara 1976an, Ehmed Salar, tevî Simko Ezîz û yên din, li Zanîngeha Silêmaniyê komeke şanoyê bi navê Tîpî Şanoy Zanko damezrandin. Vê komê çendîn lîstikên serkeftî hilberandin, wek Dwa Goranî, Waney Reşbelek, Othello, Raport Qulapî Çawekan. Xecê û Siyamenda wan di Yekem Mihrîcana Şanoyê ya Zanîngehên Iraqî de xelata derhênerê herî baş stend. Di mihrîcanê de komîteya juriyê ji derhêner û profesorên mezin ên şanoyê yên wek Ibrehîm Celal, Ca’fer el-Sa’dî, Es’ad Abdulrezaq û Fazil Xelîl pêk hatibû.[21]Xecê û Siyamend ku ji aliyê Fuad Mecîd Misrî hatibû nivîsandin, xwe dispart çîrokeke gelêrî ya ji herêma Mukriyan û derheqê qedera trajîk a Xecê, keça xan, û Siyamend, gundiyekî feqîr, ku di civaka wan a feodal de cî ji evîna wan re tunebû.

Şanoya kurdî ya bi soranî û bandora sosyalîst

Li Iraqê bandora meylên pêşverû yên giştî yên li ser şanoya kurdî ya bi zaravayê soranî ku li Silêmanî û Hewlêrê hatiye hilberandin, di temayên radîkal û pêşverû yên lîstikan de xwe eşkere dikin. Di şanoya kurdî ya salên 1970yî de heman endîşe li pêş bûn, wek rizgarkirina welêt ji bindestiya imperyalîzmê, rizgarkirina girseyên gel ji feodalîzmê, ji rejimên zordar û burokrasiya zordest ya neteweyên serdest ku gelên xwe diçewisandin, wek ku partiyên pêşverû yên wek YNKê îfade dikirin. Mînak, temayên nêz-filistînî, çawa ku di şanoya ereb-iraqî ya wan salan de bi gelemperî mijara sereke bû, di şanoya kurdî de jî taybetiya sereke bû.[22] Azadî bo Filistînê ne tenê mijareke meşrû bû ku xwe pê bidin qebûlkirin lê ew amraza îfadekirina hestên niştimanperwer û xilasbûna ji sansurê jî bû. Ji bo nekevin ber sansurê, şanonamenûsan serî li sembolîzmê didan û ji ber manendiya wê ya bi rewşa kurdan re, jiyana filistîniyan a di bin dagirkeriyê de ji bo wan malzemeya herî baş bû. Di vê dewrê de çendîn lîstikên werger ên ji erebî hatin sehnekirin, wek Rizgarî, Faylî 67 (Dosye 67) û Felestîn, Welatî Qesan Kenefani (Filistîn, Welatê Qesan Kenefanî) derbarê dagirkirina Filistînê de bûn. Van lîstikan tenê zalimiya dagirkeriyê nîşan nedidan lê şerê bo azadiyê jî ku ji bînerên kurd re aşîna bû, dihate berzkirin. Her çi qas mehkûmê filistînî ê ku bi neheqî hatiye sûcdarkirin û şkence lê hatiye kirin di dawiya Faylî 67an de dimire jî, lîstik bi axaftina vebêjer a hêvîdar bi dawî dibe, “rastî ev e, hay jê hebe … dema zarokek tê kuştin, yekî din tê dinyê û heta ku bi dayikên zarokan re xwîna filistînî hebe, heta azadîyê bi dest bixin wê şer bikin.”[23]

Zimanê şoreşgerî yê van lîstikan nedibû ku bala istîxbarata Iraqê nekşîne. Talî sehnekirina lîstikên nêz-filistînî li hunermendên kurd qedexe kirin. Mînak, di 1983yan de piştî sehnekirina Faylî 67 ya serkeftî, lîstikvan û derhênerê wê Telet Saman, marûzî lêpirsînên xirab man. Li gor Muhsin Muhemed û Ehmed Salar, Bexda ne neheq bû ji van lîstikên nêz-filistînî guman dikir ji ber ku ew tenê ji ber manendiya wan a bi rewşa kurdan dihatin sehnekirin. Di vê dewrê de, Filistîn ji bo şayesandina zordariya li ser gelê Kurdistanê amrazeke guncaw bû.

Vêga em miraq dikin ka me çawa ev lîstik di van şerd û mercan de û bi wê asta sansura ecêb derdixistin ser sehneyê. Lê me rêbazên ji îfadekirina yekser dûr diketin bi kar dianîn. Me carna desthilatdariya osmaniyan, carna dagirkirina Filistînê an ya Iraqê ji aliyê Brîtanyayê destnîşan dikir. Heta ku rojekê hemû berhemên derbarê Filistînê de li me qedexe kirin. Digotin hûn derewan dikin. Hûn bi riya Filistînê behsa xwe dikin.[24]

Hunermendên şanoyê berdewam kirin dîsa serî li lîstikên biyanî dan ku bi awayekî nixumandî rewşa kurdan şîrove bikin û armancên xwe yên sosyalîst îfade bikin. Van lîstikên ku berê ji aliyê hunermendên erebên iraqî hatibûn îcrakirin ji erebî dihatin wergerandin. Piranî li ser nirxên gerdûnî, edalet û azadiyê bûn, wek Tenekeya Yaşar Kemal ku ji aliyê Ehmed Salar hat derhênandin û lîstikên Osvaldo Dragun yên yek-kesî A Toothache (Diranêşek), A Plague (Weba) û A Dog (Kûçik) ku ji aliyê derhênerekî iraqî yê navdar Qasim Muhammed (1936-2009) bo erebî hatibûn wergerandin. Lîstikên resen ên bi erebî jî hebûn ku bo kurdî hatibûn wergerandin û sehnekirin, wek As-Sirr (Raz, 1968) a Mihyedîn Zengena, Al-Ijaaza (Betlane, 1977) û Al Hisaar (Dorpêç) a Adil Kadhim. Ev hemû lîstik siyasî bûn û digel ku bi awayekî serkeftî dihatin sehnekirin jî, ji ber rewşa siyasî ya Kurdistanê, şanoger zehmetiyên mezin dikişandin ku ji bo her yekê destûra fermî bistînin.[25]

Wergerên ji şanoyên dinyayê û erebî bo kurdî di salên 1970yî de li ser şanoya kurdî bandoreke mezin hiştin. Ji xwe hê di 1960î de şanonamenûsên ereb, bi serkêşiya misriyan, li ser bingeha kevneşopa gelêrî ya şanoyî dest bi lêgerîna şanoya erebî ya taybet kiribûn. Di dawiya salên 1960î de, têkçûna ereban a li hemberî Israilê bi giştî di nav rewşenbîr û hunermendan de, taybetî jî di nav şanogeran de ku daxwaza wan geşkirina hişyariya neteweperweriya erebî, xurtkirina yekîtiya neteweyî û sorkirina hestên dijmêtinger bû, asteke nû ya lêhaybûnê afirand û rê li ber peydabûna pêlek nû ya neteweperweriya erebî û lîstikên dij-Siyonîst wek an-Nar waz-Zaytun (Agir û Zeytûn, 1970) a Alfred Faraj û al-Kharabaya Yusuf el-Ani vekir.

Li Rojhilata Navîn zêdebûna eleqeya bo îdeolojiyên sosyalîst di şanoyên Sûrî, Iraq û Misrê de populariteya Brecht jî bilind kir. Li Misrê, şanonamenûs ji ceribandinên Brecht û Pirandello îlham digirtin, ji şanoya sîtavkê, kevneşopên çîrokbêjiyê û ji taybetiyên din ên gelêrî sûd digirtin. Alfred Faraj yek ji wan kesan bû ku di nav wêjeya populer û gelêrî yên wek (Çîrokên Hezar û Yek Şevî) û romansên serdema navîn de, li îlhama xwe digeriya. Faraj, di bin bandora Brecht de, bo şîroveya realîteya civakî û siyasî ya dema xwe ev hêmanên gelêrî bi kar anî. Hekawatiyên (çîrokbêj) iraqî ku di meha rojiyê de li qahwexaneyan îcra dikirin di el-Miftah (Mifte) a Yusuf el-Ani, Baxdad el-Azal (Bexdaya ebedî) û Kan Ya Ma Kan (Yek Hebû Yek Tunebû) a Qasim Muhammed de xuya dikirin. Wek mînak, stranên gelêrî jî ji bo nîşandayina bûyerên di şerê Filistînê de ji aliyê Adil Kazim di Meqamên Abî el-Ward de dihatin bikaranîn.

Bandora Brecht a li ser şanonamenûsên kurd jî bi heman awayî xuya dike ku wan jî hêmanên gelêrî, çîrokbêjên kurd ên kevneşopî, lîstikvan û koroyên ku bûyeran şîrove dikin û bi yekser xîtabî bîneran dikin, emilandine. Di honaka lîstikan de ji dabeşkirina-rolan îstifade nedikirin, bi gelemperî di nav dîmenan de dihatin dabeşkirin ku dîmenên şanoyî bi awayekî sist bi hev dihatin girêdan. Bûbû adet ku di destpêka lîstikan de karakterek derdiket xîtabî bîneran dikir, xêrhatina wan dikir û çîroka ku dike lê temaşe bikin bi wan dida naskirin. Di Şarî Evîn de lîstikvanek, berî qala çîrokê bike, xêrhatinê li bîneran dike, dibêje “hevalên ezîz ên şanoyê”, di Heme Dok de lîstikvanek xêrhatinê li bîneran dike û beriya ku jiyana karakterê biçûk vebêje xwe dide naskirin.

Bandora şanoya dinyayê û ya ereban li ser şanoya kurdî ne tenê di taybetmendiyên şêwazî yên lîstikên wê demê de xuya dike lê ji bilindbûna asta polîtizasyonê jî diyar e. Li gor Saman, “piştî 1970yî û zêdebûna daxwazên bo demokrasiyê yên li herêmê, Brecht (li ser şanoya kurdî) bû bandora sereke. Ev bandor bi riya wêjeya erebî, lîstikên ku di televîzyonan de dihatin nîşandan an pirtûkên werger ên bo erebî re dihat.”[26] Di dawiya salên 1970yî de nivîskarên kurd eşkere li ser rola şanoyê ya ji bo qalkirina neteweyeke êşkêş dipeyivîn. Osman Çewar, ku Faylî 67 ji erebî bo kurdî adapte kiribû, di Beyanê de wisa nivîsandibû, “vêga ne ew wext e ku şano tenê bibe amraza kêfxweşiyê. Hemû berhemên hunerî divê xitabî êş, elem, hêvî, xewn, bextewarî û hejariya gel bikin… encama van hemû berheman divê xizmeta gel bikin.”[27] A rast, hunermend û rexnegirên kurd ên şanoyê di berhemên xwe de tenê fikr û ramanên neteweperwer û sosyalîst bi pêş nedixistin, bi awayekî çalak di siyasetê de jî cî digirtin. Yek ji delîlên vê ew e ku, navenda Koma Huner û Wêjeya Kurdî, ku di sala 1972yan de li Hewlêrê hate damezrandin, bo endamê partiyên cur bi cur wek PDK, YNK û komunîstan bûbû ciyê civînan.

[1] Zengene, H. (2002). Theatre als Form des Widerstands. Hildesheim: Internationales Kulturwerk, r. 48.

[2] Mîrza, K. E. (2011). Şanoy Kurdî-Silêmanî Le Damezrandinîwa Ta Rapeřînî 1991. Silêmanî: Karo, r. 55.

[3] B.n.b, 67.

[4] Bamernî, Q. (2011). “Şanovanê Kurd Qazî Bamernî Ewê Pitir Ji 30 Salan Dûrî Welat” (hevpeyvîn ji aliyê B. M. Tahir) nav Şano, no. 21, rr. 85-90, r. 85.

[5] B.n.b.

[6] Şano, no. 11, 2008.

[7] Zengene, b.n.b., rr. 52-53.

[8] B.n.b, r. 54

[9] B.n.b, r. 73

[10] Di beşa şanoya gêrîla de ev ê bêtir bi hûrgilî bê ravekirin.

[11] McDowall, D. (2004). A Modern History of the Kurds. London & NY: I.B. Tauuris, r. 338.

[12] B.n.b., , rr. 339-340.

[13] (Kanûna Pêşî, 1977). Çirûsk (Weşana Yekitiya Niştimanperwerên Kurdistanê) (YNK), c. 1, no. 12, r. 1.

[14] B.n.b.

[15] Isakhan, B. (2012). Democracy in Iraq: History, Politics, Discourse. Surrey: Ashgate, r. 103.

[16] Bengio, O. (2004), Saddam’s Word: Political Discourse in Iraq, New York: Oxford University Press, r. 110.

[17] Programa Partiya Sosyalist a Be’as 1965, neql. Roy E. Thoman, “Iraq Under Ba’thist Rule”, Current History, Kanûna Paşî 1972, r. 32.

[18] Yabe Kerîm, X. (2011). “Şano Le Nêwan Dwêne w Emro Da” in Raman, no. 173, rr. 143-149, r. 147.

[19] “Hunermendê Şanoger ê Kurd, Qazî Bamernî, piştî 30 salên sirgûniyê”, hevpeyvîn: Beşar Tahir, di nav Şano de, no. 21, 2011, rr. 85-90, rr. 86-87.

[20] Zengene, b.n.b., r. 57.

[21] Daniş, A. O. (2009). “Tîpî Şanoy Zanko” di nav Şano de, no. 13, r. ?

[22] Partiya kurd YNKê tevgera kurd a rizgariyê bi eslê xwe wek tevgereke sosyalîst tarîf dikirin: serhildana gel û girseyên wê yên kedkar li hember imperyalîzm, feodalîzm û rejîmên zordar da ku mafê tayinkirina çarenûsiya xwe bidest bixin. Li ber ronahiya manîfestoya xwe, YNKê piştevaniya xwe ya bo şoreşa filistînî îlan kiribûn û hemû bûyerên paşverû û imperyalîst ên bo armanca hilweşandina têkoşîna wan şermezar dikirin. Di kongreya xwe ya 19an de, Xwendevanên Kurd ên li Derve (AKSA) kongreyeke nêz-filistînî ku tê de piştgiriya xwe ya bo raperîna filistînî îlan kirin û tevgera kurd wek “mutefîqê hemû tevgerên rizgariyê yên ereban û şoreşa filistînî” bi nav kirin, li dar xistin. Temsîlkarên RRFê (PLO) jî her wiha têkoşîna kurdan bi têkoşîna filistîniyan re miqayese kirin û destnîşan kirin ku her du jî di heman sîperê de nasnameya xwe ya neteweyî, rizgariya welatê xwe ji nû de bi dest dixin û li hemberî imperyalîzm, siyonîzm û leyistokên paşverû şer dikin.

[23] Çêwar, O. (1980). “Faylî 67” di Rojî Kurdistan de, çapa taybet, Bexda: Komeley Roşinbîrî Kurdî, rr. 83-95, r. 95.

[24] Salar, E. Personal Communication. Gulan 4, 2013.

[25] Kerîm, b.n.b., r. 97.

[26] Saman, T., hevdîtina şexsî. Cotmeh, 2013.

[27] Çêwar, b.n.b., r. 97.

Share.

Leave A Reply