Hevpeyvînek Ligel Kerem Gerdenzerî – MIHEMED ŞARMAN-FEXRIYA ADSAY

Di muzîka kurdî de Koma Wetan yek ji komên herî kevn e û wek koma rockê cûreyek nû aniye nav muzika kurdî. Her çi qas ji bilî albûmekê tu albûmên komê derneketibe jî, tekane albûma wan hê jî di nav guhderên kurdî de gelek tê ecibandin. Me xwest em vê koma giranbûha careke din bi bîr bînin û mizginiyekî bidin hezkiriyê komê ku birêz Kerem Gerdenzerî di haziriya albûmeke nû de ye.

Bi destûra cenabê te, ji bo xwendevanên me te ji nêztir nas bikin, tu dikarî ji me re piçekî qala dîroka malbata xwe bikî? Ji ber ku em texmîn dikin ku niha ev bi şerd û mercên dîrokî yên Kurdistanê ve pir eleqader e.

Di 6ê Adara sala 1952yan de li Gurcistanê bajarê Tiblisê hatime dinyê. Bavê min Taharê Hacî Gerdenzerî, dayika min Redîfe Necîvbeg Resî (Zuqurî)

Em kurdên êzîdî ne.

Wextê ez biçûk bûm diya min û bavê min ji min ra gelek çîrokên me kurdan digotin, dîroka Kurdistanê digotin, malbata me di mal da kurdî xeber didan, bavê min digot Kurdistan ji me re nemaye zarokê me gerek e zimanê xwe bizanibin, dîroka xwe bizanibin û adetên kal û bavê xwe ji bîr nekin. Kultur, hurmet û hezkirina welêt didine zarokan dê û bavê min.

Gelo hûn dikarin çîroka albûma xwe ya yekem ji bo xwendevanê me bi kurtî bêjin?

Sala 1979î koma me Wetan xebitî li ser albûma yekemîn li studiya, şîrketa MELODÎ bajarê Tiblisê. Me amade kir 12 sitran ji bo pilaqê, berê CD tunebûn. Pilaqa me dereng derket sala 1989î li bajarê Moskow, karxana Aprelevskî Ordena Lenîn. Şirketa Melodî gerek e honorara pilaqê bida koma me, lê min gote redaktorê şirketê, banka Londonê vekirine hasab ji bo komeka Kurdistana Iraqê xelqê Halebce ra û koma me Wetan dixwaze honorara me hûn bişînin ser wê hesabê banka Londonê. Şirket honorar şand Londonê û ser pilaqê jî ûsa nivisîn.

Cenabê te jî wek gelek kurdên din li Qafqasya ya ku ew çax di bin serweriya Yekitiya Sowyetan de bû hatiye dinyê. Hûn bi perwerdehiya sowyetan mezin bûn, we cîhan ji pencereya wan nas kirin. Hûn li Kurdistana perçebûyî û her perçeyek wê di bin serweriya sistemek cuda de bû/ye nejiyan. Gelo vê rewşê bandoreke çawa li ser hunera we, jiyana we û cîhanbîniya we kiriye?

Wan salan, hêna Sowyetê da ji bo kurdê me gelekî baş bû, pêşdaçûn hebû, gelek ciwanê me înstitut, universitet xwendin, gelek kes nav miletê me da bûn profesor, endazer, doktor. Bajarê Tiblisê û Erewanê gelek kitêb, defterê rewşenbîrê me derdiketin, tiyatro ava kiribûn, komê reqasê hebûn, Erewanê weşana radio kurdî hebû, rojnameya Riya Teze derdiket, ji bo dîroka me kurdan gelek kitêb derdiketin li Moskow û Lenîngradê. Ciwanê me kurdan dixwendin ewan kitêba û zanibûn rewşa Kurdistana me û çi trajedî hatiye serê miletê me kurdan û çawa dujminan miletê me kirine çar para. Intilijensiya kurdê me Sowyetê gelek xebat dikirin ji bo pêşdeçûna ciwanê me kurdan.

Dema we koma Wetan damezrand hûn ji çand û hunera li Kurdistanê çi qasî agahdar bûn? Qet pêwendiyên we bi kurdên li Kurdistanê re hebû an çêdibû?

Koma Wetan me avakir di sala 1972yan de. Çend sala muzisyenê komê dihati- ne guheztin û sala 1975an de endemê koma Wetan kombûn. 1. Rafaele Samile Dasenî-derfan (batari) 2. Levon Grigorevic Saxbaziyan-klaviya 3. Omerê Sebriye Recevî-solo gitar, vokal 4. Kereme Taharê Gerdenzerî-bas gitar, vokal û berpirsiyare komê. Ji bo programa konsertan em dixebitîn ser sitrana, sitranê folklorî me aranjer dikir qeidekî ( stilek) modern da, rock da, blues da. Gelek sitran min çêkiriye, muzik li ser gotinên rewşenbîrê me kurdê Sowyetê profesor Ordixanê Celîl, Karlenê Çaçan, Mikailê Reşîd, Azizê Îsko, Letîvê Husên çêkiriye, gelek sitran di nav programa min da hene ku gotinên wan min nivîsandine. Em derdiketin konsertan, festîvalan, koma me diweşandin radio û televîzyonan, sala 1979î de koma me Wetan bû lauriate festivala sitranên modern li Gurcistanê koma me xelat sitand. Sala 1987an de hevalekî min navê wi Ali hate mala min bû mêvan, du xort jî tevî wî bûn. Alî ji min re got ev du zilam ji Kurdistana Suriyê hatine mevanê wî, kasetek peşkeş dane û gotinên van sitranên kurdî modern e lê em nizanin kurdê kuderê ne, Alî got wextê min guhdar kir min ji wan ra got ev sitranên koma Wetan in. Ev kom a kurdê me Sowyetê ye ji bajare Tiblisê ne. Me nasiya xwe da hev, ewan xortan gelek kêfxweş bûn dîtina endamê koma Wetan, ez jî gelekî şa bûm bi naskirina kurdên ji Kurdistanê.

Koma Wetan di sala 1973an de hate damezrandin, ne wisa? Di vê tarîxê de, li Sowyetan kurd û rock? Ev cure muzîk bo civakê ne zêde biyanî bû?

Wan salan ciwanê Tiblîsê gelekî kêfa wan dihat ji muzîka rock re. Konserta gelek xelq dihatin, rast e kêfa amirê mezin muzîkê re nedihat, wan digot muzîka rock gelek qerebalix e, wexta muzisyen anstirumenta xwe lêdixin xwe pê re diricifînin, lê sitran ji wan re xweş dihat, ji bo ku gotinê sitranan baş fam dikirin.

Tê gotin ku cenabê te heta 60 saliya xwe Kurdistan nedîtiye. Ev rast e? Ger rast be, heta wê çaxê, wek kom Welat ji bo we çi îfade dikir? We Welat çawa texeyul dikir an di hişê xwe de zindî dikir?

Rast e ez bûm 60 salî û bûme mevanê Amedê, ez gelekî kêfxweş bûm, qîz û xortên me kurdan hatine pêşiya min, gelekî min gerandin li Amedê, em digeriyan ber qeraxe Dîcle, ser pira dehderî, em hilkişiyan ser kela Amedê. Dîtina min çêbû tevî siyasetmedarê me kurdan Leyla Zana, Ahmed Turk, Osman Baydemîr. Ez gelekî kêfxweş bûm bi konserta Amedê, Aramê Tîgran sitran digot milet govend girtibûn, min jî çend sitran got tevî koma Rewşen. Wextê ez vegeriyame malê Moskowê ji bo biranîna Amedê min sitraneke nû çêkir û navê wê sitranê danî Rojbaş Amed.

– Koma Wetan hê niha jî dikare bibe modeleke serkeftî ji bo muzîka kurdî nemaze ya rockê. Gelo hûn muzîka kurdî niha dişopînin?

Dilê min da heye ew nêt, fikr ku koma Wetan ji nû va ava bikim, muzisyenê ciwan kom bikim û programeke konsertê baş çêbikim, lê vê xebatê ra lazim e sponsor. Belê ez muzîka kurdi nû guhdar dikim, hene muzisyenê baş, komên baş, lê zêde nayine kifşê, wana kêm derdixin ser sehneyê û ji wan re kêm reklam çêdikin. Hinek kom û sitranbêj hene sitranên polîtîk distirên, sitranê polîtîk ji bo miletê me kurdan lazim e, lê wextê nizanin çawa sitranên polîtîk tê çêkirin, gotinê sitranên xwe çawa ser bixwîne wê hê baş be.

Wextekî di muzîka kurdî de kom serkeftî bûn wan piranî stranên gelêrî modernîze (cover) kirin gelek xizmetên baş jî kirin piştre yek û yek temirîn lê belê ji wan kêm kes karê muzîkê domand.

Rast e, heyfa wan koman û muzisyenê me kurdan wekî nikarin muzîkê ji xwe re bikin karekî profesyonel. Em mecbûr in bixebitin ji bo jiyana xwe û malbata xwe, lê paşê xebatê wextê wan çi dimîne ewana didine muzîkê, lê ku sponsorê wan hebûna, organîzasyonên muzîka kurdî komeke bidana wan, ji wan re konsert çêkirana, tûrne çêkirana, wê ji wan muzisyenan re muzîk bûbûya xebateke profesyonel û temam wê de wan wê biçiya ser muzîkê û ez bawerim muzîka me kurdan û çanda me wê gelekî pêş biketa, lê hinek organîzasyonên muzîka kurdî hene, wekî xebatkarê wan nizanin muzîk çi ye û bi kêfa xwe û bi kêfa hinekê din çend kom û sitranbêj ji me re kirine stêrk û bi şev û roj ji wan re reklam dikin û tûrne çêdikin, hevalekî ji min re got weke sed hezar kasetên ewan stêrkan li şirketê mane, kes nakire. Nizanim berpirsiyarê wan kî ne û çima zerareke wisa didine organîzasyona muzîka kurdî, ev tişt muzîk û çanda me kurdan paş dixin.

Di gelek komên muzîka kurdî de devoka Serhedê em nabînin lê gava mirov albûma we guhdar dike sedî sed ev devok hatiye bikaranîn. Bi min ev jî cudahiyeke koma we ye.

Her komek rengê wê heyê, ez jî gelek kêfxweş dibim wekî keyfa we ji koma Wetan re tê çawa hûn dibînin devoka Serhedê.

Hun niha muzîka kurdî dişopînin gelo haya we ji hin qenal û radyoyan heye ku wek Denge, Dicle, Mezopotamya, MMC, Hêvî hwd. Di van qenalan de bi sedan stranbêj hene bi klîbên gelek ji rêzê stranan çêdikin hûn çawa dibînin van yekan?

Ez dixazim çand, kultur û muzîka miletê me kurdan pêşkeve û dîsa daxwaziya min ew e wekî xebatkarê weşana TV, Radyo, organîzatorên muzîka kurdan profesyonel bin.

Dilê we heye hûn li derekî Kurdistanê konsert bidin an derên tûrneyekê?

Temam hunermend dixwazin konsert jî tûrne jî. Gotineke me kurdan heya, heta te ji min pirsî, kefen stuyê min da rizî.

Kerem Gerdenzerî niha çi dike rojekê çawa dibore, ku hinkî qala xwe ji me re bike yê çi bêje?

Ez li Moskowê dijîm, pênc zarê min hene, du kur û sê qîz û deh neviyên min hene, ez û jina min bi van neviyan re şa dibin, lê xencî şabûna neviyan ez li ser albûmeke nû bixebitim.

Share.

Leave A Reply