Teknîka Şepola Hiş di Çîroka Kurdî de

(HISÊN ARIF, ŞÊRZAD HESEN Û KARWAN KAKESÛR WEK NIMÛNE)

BUŞRA KESNEZANÎ JI SORANÎ: EYYUP SUBAŞI

Puxte: Teknîka şepola hiş rêbazeke vegotinê ye ku di hişê lehengan de herikîna fikran bi peyvan îfade dike. Di vê rêbazê de, fikir û hest bêyî ku li mantixê an realîteyê miqate bin tên îfadekirin. Hin caran fikrên nelihev, hevokên bêrêziman û peyvên di awayê pêş-axaftinkî temsîl dike. Di vê gotarê de, di kurte-çîrokên Husên Arif, Şêrzad Hesen û Karwan Kakasûr de awayên vegotinê hatine qalkirin, ji ber ku awayê vegotina van nivîskaran, tevî hemû ciyawaziyên xwe, di şêwaza monologê de hatine resimkirin û takekesan ji hundir ber bi derve ve dixwînin. Di berhemên wan de êdî kurte-çîrok ne vegotineke çemberî an teswîrî ye. Karakterê di nav tevgerê de ji aliyê derve nayên nîşandan. Lê ew wek takekes û şexsiyeteke azad û kompleks bi cîhana hundirîn re eleqedar dibe. Wan nirxê mirovan ne di awayê ku em hêvî dikin lê ew bi xwe çawa bin wisa nîşan dane.

Peyvên sereke: Şepola hiş, çîrok, takekes, monologa hundirîn.

term û têgih: Şepola hiş (Stream of Consciousness)

Şepola hiş; cureyek e ji nivîsînê ku hizir û hestên karakter ên ku bi awayekî tesadufî di mejî de rû didin, nîşan dide. Di vî şêweyî de hizir û hest, bêyî berbiçavgirtina qanûnên lojîkî û astên curbicur ên waqîiyetê, hin caran bi têkdana rêzimanê û pêkhateya wî, tên derxistin. Di roman û çîrokê de şepola hiş, cure-teknîkek e ku tê de nûser; temamê hest, hizir û tedaiyên ku di zihnê karakter de dirust dibin, bêyî mînak û zelalkirin û raveyê, dixe ser kaxizê.

Ango di vê cure-teknîkê de ew yek girîng e ku derbirîn -çi wek bûyer yan wek vegotina bêpeywendî- ji zihnê karakteran, bêyî ku bo vegotinê hatibin amadekirin, tên derxistin bo ser kaxizê; ev yek jî di wê demê de dibe ku hê qise di zihn de tenê fikreke şil e û neçûye rewşa amadekirinê da wek şirîteke dengî bête derbirîn. Lewma nûserên ser bi vê cure teknîkxwaziyê, bi awayekî baş kar li ser nîşandana hundurê takekesan dikin.

Di rewşekê de ku bo derbirînê; bêyî ku tu cure-sansoreke fikrî, civakî, ayînî rê li wan bigire, hetta bêyî ku tiştek jê hatibe pirsîn beramber wî tiştê ku derdibire û dinivîse, azadane rê didin bi her du aliyên agahî û neagahiya takekesan. Ji ber vê yekê îhtimala xeletiyên rêzimanî hene, ev yek ji bilî berçavgirtina xalbendî û qanûnên rêzimanî nayê kirin; ji ber ku ev, ji hundur e û nebûye deng, tenê nûsereke/î lêzan vê rewşê vediguhêze bo ser kaxizê û li ber xwîner datîne. Ji bo nivîsîna tewjima (herikîn) hiş, pişt bi vegotina hundurîn tête girêdan (monologa hundurîn). Monolog, axaftina tek-layenî ye ku dikare guhdarên xwe hebin yan nebin.[1] Monolog, bi çend şêweyan di çîrok û romanê de derdikeve wek (monologa hundurîn, yan monologa şanoyî).

Monologa hundurîn (Interior Monologue)

Wek term bo yekem car ji aliyê Edward Dujardinê çîroknûsê frensî ve bi kar hatiye (1861-1949).[2] Wek têgih jî wiha tête ravekirin: Cureyek e ji vegotinê ku pê behs û rîtma cînavkî agahiyan bi wê awaya ku di mejî de rû dide, vedibêje; û nûser desttêwerdanê di vî karî de nake. Di monologa hundurîn de tu kes, guhdarê axêver nîn e; ev terz axaftin, wek axaftina zarokên biçûk û kesên pîr e ku dema li gel hev diaxivin. Binemaya vegotina bi vî şêweyî, li ser vegotina zihnê vebêj rawestaye. Monologa rasterast yan karvedana vebêj, sebaretî hawîrdora xwe ye ku di vî haletî de behsa monologa hundurîn a çîrokekê dike; yan monologa hundurîn ya vebêj bi xwe karvedanek e, ango rêwîtiya fikirîna wî, ne guzariştê li dema niha dike û ne bibîranîna rabirdûyê; di vê rewşê de monologa hundurîn, çîrokek e bo xwe.[3]

Ev pênase, reng e zêdetir monologa rasterast li xwe bigire; ji ber ku di monologa nerasterast de, hest bi hebûna nûser tête kirin û xwîner dizane ku nûserek wek çavekî biagah tiştan vedibêje û çûye nav derûna karakter -ewçend bi agah e- ku bizane di zihn û derûna karekter de çi dibuhure. Li gorî pênaseya Robert Hemfry monologa nerasterast; ew cure monolog e ku li dewsa cînavkê yekjimar ê yekem, cînavkê duyem û sêyem tê de tête bikarhênan; ango berevajî monologa rasterast. Ev yek, wê hestê dide xwîner dide ku nûser bi xwe jî li qadê ye. Ji bilî wesfkirin û şîrovekirina peywendiya mabeyna tiştan; yekîtiya wan, sedemên wan û hestkirin bi rastiya wan, tê de tête bikarhênan.[4]

Monologa şanoyî (Dramatic Monologue)

Şêweyekî vegotinê ye ku vebêj bi riya wê, bi dengê berz, li gel keseke/î din diaxive û sedemeke wê ya taybet heye ji bo behskirina babeteke taybet ji bo guhdareke/î taybet; û temamê çîrokê li ser binemaya axaftina layenekî ye. Xwîner, ji gotinên vebêj dişê bizane bê ka ew li ku ye, di çi demekê de dijî û ji bo kê diaxive; ji ber vê nav hatiye danîn: monologa şanoyî. Ew tiştê ku qiseker derdibirre ji bo bihîzereke/î diyarkirî ye, her çend di sehneyê de ne diyar be jî lê amadehiyeke xwe ya taybet heye.[5]

Şêweyê monologa şanoyî; bi wê xalê ji şêweyên din tête cudakirin ku bêjer, yan xwîner e yan bihîzereke/î li ber çavan e ku amade ye; her çend ew kes diyar nebe jî lê hest pê tête kirin. Şêweyê monologa şanoyî wiha ye ku kesek bi têlefonê li gel keseke/î wî aliyê xetê gotûbêjê dike. Bi riya qise û karvedanên bêjer, em hest bi qiseyên wê layena duyem dikin ku em nabînin. Kesa/ê axêver berdewam e li peyvê û agahdar e ku cure-rêkxistinek di gotinên wê/î de heye, çunke kesek heye ku van tiştan dibihîze. Ev cure, ne tenha di vegotinê de (çîrok û şano û roman) di heman demê de di helbestê de jî bi şêweyekî berbelav tête dîtin.[6] Nimûneya vê çendê “Dengî Pêy Aw”a Sepehri ye.

Derbirîna vê teknîkê bi riya komeleyek amrazan ve dibe;[7] wek hunera sînemayê, ku beşên (flash back, şayesandin, montaj, dîmen, girteya hêdîkirî, lezkirin, dîmena sertapayî, nêzikkirin, anînberçavan…) li xwe digire. herwiha hunera dubarekirinê, zîndexewn jî tête bikarhênan; ji bilî hin amrazên din aliyê teknîk û hunera şêweyê nivîsînê li xwe digire, wek xwarkirina tîpên nivîstî, yaxud nivîsîna bi fonteke dîtir, yaxud zeqkirin û di nav kevanekê de nivîsîna wan derbirrînên ku monolog in.

Seretayeke dîrokî

Di wêjeya cîhanê de ev teknîk, nîsbet bi teknîkên din, teknîkeke nû ye; û destpêka wê vedigere bo sedsala bîstem, wê dema fişara guherînê; babetên rewşenbîrî, aborî, hunerî û wêjeyî vegirt, nûser di hewla nûsîna cureyekî din ê çîrokê de bûn ku tenha hîkayetxwênî nebe. Çîrok tenha vegotin nebe û çîroknûs, bi amadehî, û wek zincîre-bûyerên amadekirî bo xwîner, nîşan bide. Pêwîst bû ji aliyê hunerkarî û teknîkê ve kar bête kirin ku xwîner jî beşdar be li çîroknûsînê bo têgihîştin û wergirtinê. Êdî xwîner wek çavekî bi agah û zîrek lê binêre û aramiya xwe nîşan bide bo têgihîştina çîrokekê ku divê bi xwe wê ji nû ve saz bike.

Ev teknîk, rêgeheke baş bû bo nîşandana guherînên mirovayetiyê; çunke wek nivîsîn û huner, çîrok, ji rîtmeke derekî ya amadekirî ve berev veqetan û guherînê çû; wek naverok jî babet, ji derve berev hundur hate kaşkirin; bûyer di derekê de hate nîşandan ku hê sîmayeke temamî pê nehatiye bexşîn ku bibe şirîteke dengî da bigihêje wergir, tenha di mejî de ye û wek wêneyên levçû û têkelbûyî, hev dibirrin; û axêver di wê rewşê de ye ku yan li benda guhdar nîne, yan jî bi xwe bi axêver nizane û tenha bihura tiştên mejiyê wî, bêyî ku bi xwe agahiya xwe lê hebe, hatine nîşandan. Ev hengav, bi şêweyekî nerasterast veguhestina nêrînê bû ji serpilkiyê (sethîbûnê) bo kûrahî û şûn û hestên nediyar ên takekesan.

Mirovên serdemê, li ber guherînên bifişar fetisîbûn; bêdesthilat bûn di asta biteknolojîbûnê de, di asta cengên bêhejmar de. Takekesan hest bi tenêtiyeke kûr dikir di serdemekê de ku çu kes nayê hawara wan; bi şêweyekî din sûd ji vê cure-nivîsînê dihate wergirtin. Di wêjeyê de peyrewkerên Eksprsiyonîsmê, îfadekirina mebestên xwe bi vê yekê dikirin. Di van cure-berheman de (berhemên beyangerî) behsa wan tiştan tête kirin yan tête şayesandin. Ezmûna takekesî, ew ezmûna ku mirovek bi tek û tenha di civakeke pîşesazî, teknolocî, bajarî û jevqutbûyî de dijî. Di roman û çîrokê de nûseran, bi riya bûyerên kabûsasayî, dest bi afirandina kesên nav cîhaneke şiloq kirin. Ev cure-nimûne, di Mesxî ya Kafka, Yolîsîsa James Joyce, Bûmê Kor a Sadîq Hîdayet, Şazade Îhticaba Hoşeng Gulşîrî û berhemên Dostoyevskî û Nietzsche de tê dîtin.[8]

Lewma di vê serdemê de karîgeriya nûserê frensî Marcel Proust (di Gerîn Li pey Zemanê Jidestçûyî de), diyar e; ji bilî xanima îngilîz Dorothy Miller Richardson, di romana Serdan de; di heman demê de James Joyce di Portrê Zilamekî Hunermend Di Ciwaniyê de[9] de, ji bo beyankirina rewşeke nû ku derûna takekesan vegirtibû nîşanderê nimûneyekê bûn. Her çiqas di derûna kesan de rewşeke pir nû nebû, lê şêweyê derbirîna vê arasteya nû bi riya girîngîdan bi derûnnasiya takekesan, tiştekî nû bû; û wê wek bingehek xwe darişt ku niha jê re tête gotin: werçerxana edebî. Proust, di destpêkên serhildana serdema modern de bi riya wê romanê, komelgeha frensî nîşan da; ev karê Proust, destpêkeke baş bû bo nîşandana wê rewşa ku takekesên hişyar ên wê serdemê di nav gerdaveke derûnî de dijiyan. Hindek ji rexnegirên wek Samuel Beckett, di wê baweriyê de ne ku ev, wek berhemeke şepola hiş, ezmûn û derûnnasiyeke nû ye; ligel berhemên James Joyce, Virginia Woolf û William Faulkner dikare bê berawirdkirin.[10]

Di rastiyê de van her sê nûseran bi vê teknîkê çîrokên xwe nîşan dan û karîn wêneyê takekesan bi çavekî dîtir nîşan bidin; nexasim William Faulkner di romana Tûreyî û Herawhoryayê de.[11] William Faulkner, bi riya têkşikandina bûyeran û parçeparçekirina wan di nav beşan de, ji devê vebêj, wek hemû nivîskarên vê fişarê, zeman û mirovan beramberî hev radigire û ji bo wî, çarereşiya mirov jî ew e ku di vî zemanî de dijî. Beşa yekem a romana wî wek hêrsbûna eqlê temam, bi zimanê zilamekî bêmejî, vedibêje. Temamê zihnê wê/î dike hakem bi ser bûyeran û xwîner naçar e ji bo têgihîştin li çîrokê û ji bo peydakirina serişteyan, tehemula veqetan, alozî û natemamiyên wê/î bike û heçî bihîst wergire heta digihîje rêwîtiya xwe. Ev yek wisa dike ku xwîner di beşa yekem de biweste ta wê astê ku dest bi paknivîskirina bûyeran bike da hin xalan fam bike ku di şiloqe û tarîtiyê de winda ne. Di beşên din de û di dawiyê de dikare bi zehmetî bûyeran bixe ser yek ji astên wê ya asayî; û di asta folklorî de jî bi dû felsefeya William Faulkner de bigere.

Şêwaza nûserên ser bi vê şepolê, bi riya nîşandana aliyê hundurîn ê karakter, wek şêwazeke aloz derdikeve; herçend her nûser xwediyê stayleke taybet bi xwe be jî, bo nimûne, li cem James Joyce nîşandana hizrên karekteran, beşeke hilbijartî ye nek wan hemû kesên ku bi mejî de tên, lê Virginia Woolf hemû hizirên karakter tomar dike, ev şêwaz di romanên wê de bûye sedema cure-hişkî û berbelaviyekê ku xwîner jê bêzar bibe.[12] Herçend di bingehê de xwînerên van karan xwînerên sade nînin û karê wan naçe xaneya wan romanên ku hemû xwîner wê pesend dikin; çunke pêwîst e selîqe û hêza xwîner hebe di pêkvegirêdana bûyer û temamkirina beşên netemam de û bi temamî bi agah be bo diyarkirina aliyên levçûyî di rastî, xeyal, zîndexewn û şayesandinê de.

Eger em bêne ser wêjeya kurdî, mêjûya wê kevn nîne; destpêka wê vedigere bo dawiya heftêyên sedsala pêşîn. Nûser û lêkolerên me ta radeyeke baş, xwe li peydakirina vê dîrokê dane; û bi qasî ku xwe bi vê çendê ve xerîk kirine, bi qasî nîvê wê di çîrok û romanê de, xwe li babet û girîngiya vî karî nedane. Bireke diyar ji çîroknûsan di pêşbirka wê çendê de ne ku ji wan kîjanê/î, ev teknîk bi kar hênaye û bûne destpêşxer di vê teknîkê de yan jî bi şanazî û xwerastkirinê li ser diaxivin. Ew teknîka ku wan di şestî û heftêyî de bi kar aniye, karê lêkoler û rexnegiran e ku li ser vê diyardeyê biaxivin ji aliyê çawanî û çendaniyê ve; û dest bixine ser van hunerkarî û selîqeyan ku di çîrokekê de bi kar hatine, yan rexne li kêmasî û layenên wê yên bêtêkûz bigirin.

Li nik Umer Marif Berzincî, Marif Berzincî yekem kes e ku di naverasta pênciyî de tewjima hiş bi kar anîbe û dibêje min çîroka “Serlebeyanîy Newrozêk” li ser tewjima hiş nivîsî; ku li gorî wî ev yek, bersivek e bo nifşê heftêyî ku şanaziyê bi wê çendê dikin ku wan ev teknîk hênane nav edeba kurdî. Ji bilî vê Dr. Îbrahîm Qadir Mihemed, boçûneke din a wî heye sebaret wan çîrok û awayê bikarhênana teknîkê[13], di heman demê de em diçine ser wê xwexwaziya çîroknûsên sedsala pêşîn (nexasim 1970an ku li nik nûseran, bikarhênana vê teknîkê tiştekî pir girîng bûye) berdewam di wehma rêberiyê de bûn, bêyî ku bayex bi başiya kar bidin, mebesta wan tenha bikarhênana teknîkê bû, ku nû bû. Gelek ji wan çîrokên wê serdemê, eger em werin ji nû ve û bi çavekî din ve, dûr ji hesta neteweyî û kurdserweriyê, lê binêrin, teknîka wê jê derxin, tiştek jê namîne ku bête xwendin, çi cihê karliserkirin û lêhûrbûnê.

Rast e salên heftêyî, salên temam geşegirtina wêjeya me bû û wek deheya geşawe ya wêjeya me tête hesibandin, lê em nikarin çavpoşiyê li wê hera û hencaliyê bikin ku nûser pey ketibûn bo xwe nîşandanê, nek nîşandana wêjeya xwe. Vê nifşê, ku Eta Mihemed di axaftineke xwe de wek (nifşa teknîkê)[14] bi nav dike, vê nifşê rexnegirên xwe jî bi arasteya xwe de kaş kir, ku wek wan, di peydakirina wî rêberî de bin ku kîjan teknîk anîne holê. Rexnegiran (bi şêweyekî berbelav qise li ser rexneyê ye nek li ser hewla tak û teraya nûseran) nehat kar li ser binyada kûr a wan çîrokan nekirin, hatin ji riwangeheke derûnî ve lê nihartin û ji wir berev biwara civaknasî û çandnasiyê neçûn; û pêgeha takekesên kurd di nav wê çarçoveyê de dernexistin. Dîsan ev yek, bûye sedema zêdetirbûna çîroknûsan.

Di xiyaba rexnegiran de (wek keseke/î serbixwe nek layengirên desteyekê û dijî desteyeke din) çîroknûsên wî nifşî wek bixirecirtirîn nifşê wêjeyê tê hesibandin; û bi riya çavpêketin û meclîsên wêjeyî, nek di şêweyekî nivîskî yê cidî de, bi ser hev de xwe bala nîşan didin. Ewên ku behsa vî şêweyî kirine pişta xwe bi çavkaniya Robert Hendry ve girê dane ku behsa monologa hundurîn a rasterast û nerasterast dike, ku hejmarek ji çîroknûsan diyar dikin ku ji riwangeha pênaseya wî ve ser bi vê teknîkê bin; wek Hesen Caf di sala 1985’an di pirtûka[15] xwe de behsa vê teknîkê dike û ku tê ser nîşandana nimûneyê, hejmarek ji çîrokan wek nimûne dide ku ser bi teknîka monologa hundurîn a nerasterast in; wek Kendelan, Beytî Simoya Reuf Bêgerd, Hêleka Ebdulla Serac, Boşayîya Ehmed Mihemed Îsmaîl.

Ew tiştê ku girîng be di vî karê lêkolerî û rexneyî de behskirina çîrokan e, diyarkirina wan e bo nîşandana awayê teknîka wan û praktîzekirina teoriyê ye; heta vir karekî dirust e, lê ew tiştê ku balkêş e bi “kak” behskirina çîroknûsinan e (Kak Reuf Bêgerd, Kak Ehmed Mihemed Îsmaîl, Kak Ehmed Seyid Elî Berzincî). Ji bo yên din navê wan ê temam ê bê “kak” e (ku ev yek riyeke zanistî ye) wek (Mistefa Salih Kerîm û Ebdulla Serac). Di rastiyê de em nizanin bi kîjan pîvanê “kak” li navê nûseran tête zêdekirin, ku ji derveyî nivîsîn û di nav navendiyên civakî de bo rêz û xoşewîstiyê bi kar tê; çi wisa dike ku ew bi navên xwe ve bêne bangkirin.

Di demekê de ku pêwîstiya karê zanistî bi wê çendê nîne ku xatirê kesekê/î bigire û ji peywendiyên civakî ve li nûseran binêre. Reng e hinceta vî karî ev be ku tênêrîneke bîst û çar sal berî niha ye, lê hinceta wan rexnegiran çi ye niha jî bi heman “kak” û “birêz” û “axa”, xwendinê bo deqê dikin, berdewam di rojname û govaran de berçav dikeve; aya ew dirêjepêderên heman modaya heftê û heştêyî ne? Ji wê demê heta niha çavê wan rawestiyaye û naxwazin vekirîtir û zanistiyanetir li wêjeyê temaşe bikin, wêjeyê ji qiseyên nav meclîsê veguhêzin bo nivîsîneke cidî?

Taybetiyek din a Hesen Caf ew e ku behsa monologa hundurîn a rasterast dike û dibêje “ne pêwîst e ku em xwe biwestînin bo peydakirina vê rêbazê di çîrokên kurdî de”.[16] Reng e ev boçûn, ji wê çendê tê ku tenha William Faulkner û James Joyce û Virginia Woolf dikarin vî karî bikin û ji mezinatiya wan li vê mijarê nêrîbe, nek peydakirina wan hewlên ku hatine dayîn bo nivîsîna vê cureyê; çunke piştre Îbrahîm Qadir Ehmed di teza xwe ya diktorayê de,[17] bi hûrî, ew çîrokên ku ser bi vê cure-teknîkê ne diyar dike, wek (Hisên Arif, Teqeya Samrevên; Reuf Hesen, Bibore mala cenabê we nîne; Mihemed Ferîq Hesen, Xawbûnewe hengawekan; Dilşad Merîwanî, Li wî aliyê dêrî…)

Em dişên bibêjin sûd ji vê teknîkê hatiye wergirtin bo nivîsîna çîrokên wê demê, lê wan çiqas kariye vê yekê berceste bikin, ew tiştekî din e; çunke di deheya heştêyî de di xebatan de zêdetir qalbûn tê dîtin, heta radeyekê jî ji teknîkê fam dikin û bêyî ku zorê li xwe bikin dikarin pê binivîsin. Ji aliyê naverok û mijarê ve şêwazeke diyar a vê deheyê heye û şepola hiş di vê demê de zêdetir dahênan pê ve diyar bû.[18] Di deheya heştêyan de li gel hewla çîroknûsan, em dikarin dest bixine ser yek ji wan çîroknûsên ku bi şêweyekî ciyawaz dixebitîn û arasteyeke din werdigirtin, ew jî Şêrzad Hesen e. herwiha di salên 2000î de (herçend ji dawiya heştêyî û pê ve çîrokan dinivîse, lê ji 2000î û pê ve wek deng derdikeve) em nûserekî din diyar bikin ew jî Karwan Kakesûr e. Di kurteçîrokên xwe de ku piraniya wan lêkolerên ku kar li ser vê teknîkê kirine amaje bi wan çîrokan dane, em ê di vir de li ser ranewestin, tenha em ê li Endêşey Mirovêkê binêrin û bi ya me yek ji wan romanan e ku bi başî bi vê teknîkê hatiye nivîsîn û dîsan bi ya me yek ji karên serkeftî yê Hisên Arif e.

Romana Endêşey Mirovêk pir bi hûrî çûye nav xeyal û xulya û fikirînê. Karakterê vê romanê ji yên din ciyawaz hizir dike. Ev ciyawazî, karakter berev goşegîrî û tenhayiyê dibe û di nav hizirkirin û şayesandinên xwe de wextê derbas dike. Vegotin, ji aliyê nûserê hertiştzan ve dibe û li dewsa cînavka kesa sêyem, ku ji bo vegotina monologa nerasterast dest dide, navê karakter bi kar dibe (Sebrî) û diçe kûrahiya fikrên wî û bi hûrî, hizirkirin û xeyal û qiseyên zihnên wî dixe qalibê nivîsînê û dest bi vegotinê dike. Nûser ji der ve dest bi nîşandana kesayetiya Sebrî dike û ji wir diçe nav derûna wî û aliyê wî yê hundurîn, bi monologa nerasterast nîşan dide. Ji der ve kesek e ku peywendiyên wî yên civakî sînordar in û wek kesekî kêmbêj derdikeve, lê hemîşe di peywendiyê de ye li gel xwe û xwe diaxivîne û tiştên derve dihêne derûna xwe û lê difikire û li ser dipeyive. Xeteke lojîkî di gotinên wî de heye û pir aloz nebûne, lê fikir hev dibirrin û carinan ji ber fikreke din mijarekê temam nake.

Beşeke mezin a kesayetiya Sebrî bi riya gotinên wî yên derûnî bo xwîner, aşkera dibe. Her çend xeta qiseyên wî dirêjtir bin jî em di awayê kesayetiya wî digihên, bi xwe jî ji vê rewşê ne razî ye. Her çend tu kes guh nade wî jî dîsan ew, vê çendê, wek derd bi nav dike (… Wek xetayek kiribe û ji nişka ve hatibe bîrê, şirîta suhbetê

Eta Mihemed di nivîsa ‘cîhana ravenekirî’ de, reng e ev yek bêyî agahiya wan be ji karên ekademiyeyan, eger na nedikarî wiha bi rast û çep li ser wan hewlên zankoyan biaxive û sertapayên wan ret bike; bo nimûne karekî wek vê nameya Îbrahîm Qadir Mihemed. qirtand, wî dizanî ev, derdek e û tûşê bûye).[19]

Ev cure kes, bi riya çûna nav derûna, hin tiştan dadihûrînin ku tênêrîna wan pir ji rastiyê ciyawaztir dibe. Li gorî wan tişt namotir û nenaskirîtir û aloztir in wek ewên ku hene; berdewan bi guman in ji kesên li dorhêla xwe.

Dirustkirina kesayetiyekî wiha, hişyariya Hisên Arif e. Nimûneya hin kesan wexta ku tenha ne, temamî mirovek in ji berga wê rûkeşgeriyê hatine der, sînor û dîwar hilweşiyane û xwîner dikare tewaw wek ku hene wan bibîne, ev yek jî nîşandana heqîqeta hebûna wê/î takekesê/î ye wekî ku xwe nîşanî me dide. Sebrî kesekî xwendewar e di nav civakeke girtî de, bi riya xwendina bîrmendên cîhanî û diyalogên di mabeyna xwe û bavê xwe û Îzet Efenî û Heme Cezare de hêza xwe çirr dike û tiştan difikire; li gel her xwendinekê dikeve rewşeke ciyawaz a tênêrînê û wê, bi ezmûn û hêza xwe ve peywest dike. Pirtûka Binçîneya Ademîzad, Anna Karanîna, Ceng û Aştiyê dixwîne û binyada têgihîştina xwe datîne.

Bi riya diyalogekê li gel Îzet Efenî (bi riya hiş bî rê dikeve) û vebêj ji bo me behs dike, em ji meraqa Sebrî ya bo mirovahiyê fam dikin. Nêrîna sebaret bi têgihên “qencî”, “xirabî” û “bêhêvîtî”yê di asta xirabiyên mirov de derdikeve. Sebrî kesek e ku ji mirovan hez dike, lê bê hêz e û nikare wan biedilîne; lewma jî di derûna xwe de, xwe dixwe û azarên xwe pê zêde dike û piştre li wê rewşa ku heye gazincên xwe dike lê nagihêje tu tiştekî (çima tu wiha dikî? Yanî bo çi di nav ew çend milyar xelkê ku heye, divê tu girgirr bî û ev dinya te bike kole?! Hemû azar û endêşeyên xwe li xwe bar dikî? Dizanî ev pêncî û neh sal e çi bi min dikin û çi bi min kirine? Jixwe ez ne kevir û hesin im… bes e êdî bes e!)[20]

Wek xwendewarên din, zihnê wan bi kêşeyên girîng ên mirovahiyê ve germ dibe û hest bi kujindeyiya rewşa zihnê xwe dike, dest bi vexwarina meyê dike û xwe bi vî awayî piçekî aram dike. Piraniya wêne û rewşên nav romanê, bi hûrî, nîşandana wan kesan e ku nimûneyên wan, di nav komelgeha kurd de bi giştî û di navenda rewşenbîrî de bi taybetî, hene. Sebrî zilamek e û li kêşeyên ewêndin difikire û penayekê dixwaze bo hilgirtina tenhayiyên xwe; razî nabe ku vê êşa xwe li gel kesî parve bike, dîsan ji ber vê jî wisan lê hatiye ku bi tenha bijî û hetta nezewice jî. Ev mijar jî, bi riya diyalogeke di navbera wî û bavê wî de bo me derdikeve. Di wê diyalogê de em diçine nav behseke hûr ku destnîşankirina rewşeke taybet a Sebrî ye. Di vê diyalogê de pirsyara “tu çima naxwazî li gel xanimekê bijî?” heye, vê rewşê jî wek kêmasî nek cesteyî belku derûnî û zihnî bi nav dike. Her çend ditirse ku wî wek nexweş bibînin, ku ev jî taybetmendiya mirovan e, berdewam ji wê çendê ditirsin ku ji wan re bête gotin ku nexweşiya wan a derûnî heye; ev jî ji ber danûstana nedirust e ku li gel wan kesan tê kirin.

Nêrîna Sebrî li pêkvejiyana nêr û mê, reşbînane ye û bi ya wî du mirovên wiha hebûna wan nîne, çiqas guncav bin bikarin têkelî hev bibin û bi riya vê yekbûnê kesekî wek wî ji vê tenhayiyê dê rizgar bibe (bavê wî dibêje “Ev, rizgarbûn e ji hestkirina te ya timûtimî ya bi tenêtiyê”). Lê Sebrî dizane ku mirov mehkûmî tenhayiyê ne û heta vî temenî jî nekariye kesekê/î peyda bike bo hevbeşiya jiyana xwe. Ger çi di dawiya temenê xwe de du jin têne jiyana wî, lê her du jî dibin tijîker û pêwîstiya wî ya laşî, nek temamkera jiyana wî. Ev jî, nêrîna hin kesan e ku jiyana xwe di nav kitêban de diborînin û boçûna wan beramber bi jinan, wek hevbeşek, heta radeyekê reşbînane ye; lê wek mêyek hebûna wan girîng e bo kêlîkên wan ên mişt bêzarî.

Sebrî wexta ku dilê wî bi kêşeyan tijî ye li ba Zînetê digirî (bi dirêjahiya temenê xwe li ba kesî negiriyaye) nizane çi wisa lê dike ku li ber wê wiha be, lê wexta ku bi xwe ve tê û maweyek tê ve diçe, penayê dibe ber Zîbayê (Zîba dermanê derdê te ye) wek bernameya hemîşeyî. Li nik Sebrî anîna wan her du jinan, nîşandana têgiheke qencîtî û xirabîtiyê ye, lê di heman katê de nêrîna zilamekî rewşenbîr î derûnaloz e bo jinan wek mê.

Derûna Sebrî mişt e ji dudiliya sebaret bi çarmedor û kesên nêzikî wî, ev yek dihêle ku tenêtiyên wî nerevin, berdewam di hizirîn û şayesandinê de be ku piraniya wan dirustkiriyên xeyalên wî ne. Ji kesan ewçend guman dikirin ku nikare asûdeyiyê bîne pê. Endêşeyên vî mirovî berdewam in û mirin wan bi dawî tîne ne tiştekî din.

Şêrzad Hesen bi riya hin çîrokên “Gula reş” xwe, dixwaze bi şêwazekê kar bike û bikare biçe nav derûna takekesan; çunke Şêrzad bi berçavgirtina jîngeha dorhêla xwe, ji qonaxa derveyî ya kesan berev hundurê kesan diçe. Bi gotineke din derveyê takekes ewende girîng e, bandor li takekesan kiriye û ew xistine rewşeke derûnî û hatine cudakirin ji takekesên din ku normal in li gel rewşê. Takekes di nav komelgehekê de dijî û ji ber karvedanê, tûşî xwexwariyê dibe û vedigere nav derûna xwe; danûstaneke derûnî ye li ser binemayên teoriyên Freud. Ji bo nîşandana vê çendê jî pişta xwe bi şepola hiş girê dide û bi riya monologa derûnî, çîrokên xwe dinivîse. Ev rêgeh, dikare bîr bi neagahiya takekesan bibe û dikare biçe nav daxwazên wan ên nebîrbirî.

Di piraniya karên edebî yên ser bi vê teknîkê de, mebest derûna takekesan e wek mewcûdeke serbixwe di nav xeleka girtî ya derûnî de; û piştre temaşekirina di nav xelekek din de, ku komelgeh e di asta wan a nêzik de û di asta derûnî de jî cîhan e.

Di nav wêjeya kurdî de eger çi nimûneya nûseran ciyawaz in û zêdetir li dor kêşeyên civakî dizivirin, lê li nik Şêrzad Hesen nimûne, ji kêşeyên civakî bo hezên heram û daxwazên seksî hatine terxankirin. Li nik wî, komelgeh û ayîn û çand bûne asteng li ber derbirrîna wan daxwazan; û tak nikare ji ber heramî û qedexebûna wan li ser wan bipeyive, lewma ew tê û dest bi çûn bo nav derûna xwe dike da ku piştre hest bi takekesên din jî bike. Ewa ku cihê balkêşiyê be nerîna Şêrzad Hesen e ji ezmûna xwe, bo hemû takekesên kurd.

Di çavpêketinekê de dibêje “Min bi xwe, hez li nivîsîna xewnên tirsnak û mişt şerm ên mirovan heye, ji ber vê jî min ji xwe dest pê kir, belê min hewl da hinavê xwe hildêrim û ruhê xwe şîtal şîtal bikim da bizanim çi tê heye…”[21] Nûser xwe dike nimûneyê takekesên komelgeha xwe û bi ya wî ewê ku di derûna wî de heye di derûna takekesên din ên komelgeha wî de jî heye. Helbet divê cuda bike li gorî kargeriyên malbat, hawirdor û navçeyan, çunke di komelgehê de ev hemû di yek astê de nînin. Merc nîne ku fezaya perwerdeya (wî) nimûneya fezaya perwerdeya her yek ji ewên din ên nav komelgehê be, dikare wêneyê beşeke diyarkirî be, lê em nikarin giştgîr bikin bo hemû civakê. Nûser, carinan ji pêwîstiyê zêdetir, di nav vê mijarê de qal dibe û ta wisa lê tê ku di nav sînorên levçû yên hezên heram de winda bibe.

Di Hesar û Segên Bavên Min de ev babet bi ber çav dikeve. Kurê nûber û mezin ê malê paş tawana xwe û di vegotina dîmenê xwişk, dayik û dêmariya xwe de, bi çavekî ji derveyî çavê bira, li wêneyan temaşe dike; vebêj kurê mezin e û ji monologa derûnî ya rasterast, bûyerê digihîne me (bêyî ku bizane em ên guhdar hene). Rola xwe kal dike; rola nûser tijî reng dibe, hingê dikare nav bête danîn: çavê Şêrzad Hesen, ne kurê mezin. Eger em kurê gewre, Şêrzad Hesen bi xwe bihesibînin, hingê dest dide ku em bêjin hê nekariye biçe mijara bûyerê û xwe wek kurê gewre dinasîne û jin jî xwişkên wî ne; çunke tu wext em nikarin hunerê di asta tiştên wan ên hûr û hetta yên mezin ên tu nûserekê/î de, çiqas mezin bin jî, ragirin; belku divê nûser (tisamî) yê bi tiştên xwe bike bo asta mirovane ya giştgîr, mebest ew e ku hemû takekes hest pê bikin, eger na nabe hunera bala.

Wesfa dîmenên jinan bi giştî û wesfa xwişkan bi taybetî, ji çavê zilamekî bo birayekî, derbas nekiriye; wesf ji çavekî ye û mişt e ji şehwet û hesretê, ji ber bêhêvîtî û destnegihîştin bi wan; ewçend kûr dibe. Di dîmenê destpêkê yê nav goristanekê de, tu, tewaw hest dikî ku kernevaleke jinan e û leşkerên wê bavkuj in, tenha jin in. Di hin dîmenan de dibêje (bi nêr û mêyan yan dibêje kurr) lê pesna jinan dirêj dike û bi hûrî dîmenan tomar dike, nexasim di kêlîka amadebûna xizmetkar de, çavê xizmetkêr û birayî di hin dîmenan de terîb in û wek hev, jinan dibînin; helbet bi şêweyekî nerasterast û bi riya pesnan ev yek, digihêje bo me. Karkirina vê romanê bi şêweyê monologa hundurîn e û rasterast vebêj tiştan ji ber xwe ve behs dike “va ye guhê min li wan e ew çi dikin, hawar û qîjeya wan e… ku wan ez gêj kirime, guhê min li nalîn û girî û zara wan e, ne’rete û dad û fîxan, sînekutan… şewitîn… por rihoştin…”[22]

Li destpêkê bi şêweyekî piçirr û hevûdinbirrî zû diaxive, heta berev nav bûyerê diçe, qise şêweyê vegotineke asayî werdigirin û carinan ewende rêk û amadekirî bûyerê vedibêje ji bîra me diçe ku ev, monolog e. Di hin cihên din de jî, bi şêweyekî aşkera, dubare diçe nav monologê (di dilê xwe de min digot: zû mekin… îro jî nebe, beyanî ez ê bikujim).[23] Sertaserê romanê, di kêlîka vegotina flash back û monologa kurê gewre de ye, paş bûyeran li ser nihaya xwe diaxive û diçe nav rabirdûyê, behsa bûyeran dike, heta dawiyê qenaeta wê çendê li nik me dirust dibe ku vebêj di nav kumbetekê de ye, li gel segan e û ji wir diaxive; lê di peregrafa dawîn de ji ber monologa karakter ku berdewam e li ser rewta xwe ya pêşîn, ji nişka ve vê fikrê vedirewîne û dibêje “… heta mame ez ê venehesim ji mezelê bavkuşte û kulaneya segên wan… guhekî min bo sedaya nalînê ye… na.. nexêr… ne gomez heye û ne goristanek….”[24] Ji vir ve beramber wê bûyera ku rû daye, gumanekê li nik me dirust dike; em hest dikin ku ev, xeyal e û hew.

Robîn Hardy di lêkolîneke xwe de sebaret bi vê romanê, pê wiha ye ku, hemû ev trajîdiyayên ku rû dane ji bilî xeyalê kurê gewre, ti tiştekî din nînin û (di cewhera xwe de pêk tên ji satewexta xeyalê kurê gewre, wexta ku hizir li kuştina bavê xwe dike, ango ev çîrok, çîrokeke berî tawana kuştina bav e, hewldanek e bo tehmînkirina cîhana piştî kuştinê).[25] Xwendina Hardy, ji riwangeha derûnşîkariyê (psîkanalîz) ve xwendineke hûrbînane ya civaka kurd e di nav deqeke amade de; mebesta wî jî jê zêdetir di çirkesata berî sibehê de nîşandana rewşa derûna takê tirsî yê nav “Hesaran”e, lê çê dibe ku em piştê bi raveyê girê bidin bo destnîşankirina wê rewşa ku çîrok tê de tê vegotin, ew jî hewldana Şêrzad Hesen e bo nîşandana derûna takekes di kêlîka berî axaftinê de bi riya tewjima hiş. Her çend li gorî raveya Robin Hardy çîrok, di kêlîka rûnedanê de ye û xeyaleke şayesandî ye li paş kirdarekê lê ihtîmala encamdana wê heye, ew jî kuştina bav e. Lê belê ev xeyal, tewaw bi şêweyê şepola hiş nehatiye nûsîn û zêdetir di şêweyê monologa derûn de xwe vedibîne; çunke nûser, di vegotina çîrokê de tewaw amadehiya kesê axêver nîşan dide bo derbirrînê; bûyer jî bi awayekî tên rêkxistin ku xwîner hest bi namoyiya îfadekirî neke û tewaw karasanî bo vê çendê hatiye kirin di danîn û rêzkirina vegotina çîrokê de; çinîna deqê tekûzane xwe nîşan dide, ev jî nîşaneya derbirrînê ye bi monologê nek bi şepola hiş.

Şêrzad Hesen karên xwe bi şêweyekî giştî li dor vê tewereyê diçerixîne û bi xwe jî pir caran amaje dike ku bi vê şêwazê kar dike, wek di ronkirina çîroka “Min û Qale” û “Segê Pavlov” de tête dîtin ku dibêje: teknîka çîrokê girêdayî dibistana şîrovekirina derûnî ye, bi taybetî di babeta teqîna tiştên veşartî de ku fişara rasterast û nerasterast a hiş li xwe girtiye: hişyarî û bêagahî. Li nik vê jî îtîrafpêkirin û dalxe û tewşiya têhilkêş hatiye kirin.[26] Reng e bixwaze ji vê têbîniyê bibêje kar li ser vê şêwazê kiriye, çi wek teknîk çi wek pêkhate; û mijara çîrokê ku ji ezmûneke nûser diçe bo ceribandina hêza xwe, çi wek nîşandana teoriya Freud û Pavlov, çi wek çirrkirina derûna karakter wek selmînerê teoriyan di xalekê de û di xaleke din de lasengkirina teoriyan, dawiyê jî bercestekirina wan bi riya vê teknîkê ku tewaw bo mijarê dest dide. Nûser di qiseya xwe de dixwaze bibêje min hemû ew teknîk bi kar hênane, lê cure-têkeliyek bi qiseyên wî ve tête dîtin.

Fişara rasterast û nerasterast a hiş, wî mebest jî ew e ku bibêje min monologa rasterast û nerasterast bi kar hênaye, yan jî fişara hiş di şêweyê wê yê berfirehkirî de. Di rastiyê de ew tiştê ku derbas dibe em nikarin bi temamî bibêjin ku ev yek, tewjima hiş e; di hin xalan de em hest dikin ku ev, zihnê nûser e û şepolên berî ku amadeyî qisekirinê bin, nivîskêr, nîşanî xwîner daye; lê ev beşa wê kêm e û zêdetir hest bi monologa rasterast tê kirin, her çend sînorên van her duyan pir nêzîk bin jî lê dawiya dawî sînorekî wan î taybet heye, em nikarin wan têkel bikin.

Bikarhênana vê teknîkê di karên din de jî bi ber çavan dikeve, wek di Pêdeştî Karmamize Kujrawekan (Pêdeşta Karxezalên Kuştî) de. Şêrzad Hesen di vê romana xwe de wek karên xwe yên din, takekesan, di nav kêşeyên wan ên derûnî de nîşan dide; bi riya dewrûbera wan û zeftkirina azadiya wan. Lê ji wê çendê ciyawaztir, bûyerên derve bi şêweyekî din hatine nav derûna leheng û nûserê hemûtiştzan; li dewsa karakter qiseyan vedibêje û hest bi hebûna guhdarekî tê kirin.

Vebêj bi bikarhênana monologa hundurîn, vegotinê bi rê ve dibe bi riya cînavka kesa duyem a yekjimar “ku te awirek veda te pêdeşteke pan û fireh bi cî dihişt, rût wek kefa dest, nêzikî serê te ye heçko bo mirin û dîliyê ye, ew bi sedan rîşoleyên bendkirî yên nav tora ser pişta keran e.”[27] Di destpêkê de bi riya vê teknîkê, em hest bi çarçovebendiya bûyeran dikin; lê li gel berevpêşçûna bûyerê, lihevçûn zêdetir dibin û pirtir diçine nav xeyalên leheng, nav bi nav jî bi bîra me dixe ku reng e ev yek xewneke naxoş be, yan rastî ye û Bayîz hêvî dike ku xewneke naxoş be û ji xewê veciniqe û bi dawî were; lê di rastiyê de di navbera van hemûyan de bûyer derbas dibe û têkelî xeyalên Bayîz dibe “tu bêjî karesata gewre ya vê şevê… ew hemû xewneke naxoş nebin? Çiş li wê ku ez pisandim, jê hişyar bibim û derew be…”[28]

Em ji vegotina derûna nerasterast têkelî derûna rasterast dibin û guhê me li dengê Bayîz e ku sersam e di nav bûyeran de. Binyada bûyeran di dorhêla du kesan de ye, piştî pevgihîştin û pêkvejiyanê bi riyeke neasayî ve, ku wan ev rê hilgirtiye, rûbirûyî civakê dibin û li hev winda dibin. Hemîn namîne û Bayîz di nav hizirkirinên xwe û gerînên xwe yên bêhejmar de wek şêt navê wî derdikeve. Di çendîn deran de amaje pê dike ku dikare ev yek xewn be û ron nabe bê ka xewn e yan xeyal û vegotinên netemam ên zihnê kesekî şêt in “…kit û mit wek wê roja ku Hemîn hate xewna te û her deşt jî li te winda bû.”[29] “tu şiyar î yan xilmaş”[30] “dibe ku ew hemû tişt, xewneke naxoş û ebedî bûbin.. xewnek ku hata niha jî tu jê şiyar nebûbî, xewnek ji xewnên zilamekî pîr û şeqî…”[31]

Şêrzad Hesen bi riya vegotinê heyranekê berceste dike em wê dixwînin û hest bi bercesteyiya bûyeran dikin, xeta serekî ya heyranê nêzikbûn û têkelbûna nêr û mê ye, di nav wê de jî xweşhaliya wan her duyan e ji pêkvebûnê (wek nêr û mê). Ew her du ewende girîng in li nik Şêrzad Hesen, ku nêr û mê ne, ne du mirov in ku dikarin pêkve jiyanekê dirust bikin; reng e ev yek, mebesta heyranê be ku hatiye çirrkirin li ser mijara erotîk; û di pêkvebûnê de layenên wê yên din bi kalî nîşan daye, an jî di hin xalan de tewaw feramoş kiriye. Ev yek dîsan ji navê romanê diyar e (Karmamiz) heta digihêje gelek cihên nav bûyeran. Keç û jin karmamiz in û li deştekê ne. Ev, wêneyek e ku dema tê nîşandan Bayîz hest dike xerîkî eşqbaziyê ye li gel Hemîn û di şêweyê karmamizekê de wê dibîne û bi pey pêdeşteke mişt ji karmamizan dikeve. Hemîn girîng e ji ber ku mê ye, xezal be yan jin qet nayên guhertin, çunke dawiya dawî çavê nêr li wî aliyî ye û mê dibîne ku cewher e nek şêwe.

Di cihekî de wan wek kew datîne bi riya derbirîna hestên jinên taxê “hestên jinane ji wî re digotin, Derwêş li wan nêrekewan diçe ku piştî windabûna mêkewan, dimirin”[32] yan (wek xezalekê, xwe li nêrê xwe bisû…). Ev derbirîn, di asta ciwankariya wêneyan de ne. Lê di cihekî din de li gel zeqkirina peyva nêr di asta riswanîşandanê de peyva ajal bi kar tîne “te qest dikir bizanî ku ew ker-zilam çi dibêjin, ewên wek nêrekeran…”[33] Ev kar, zêdetir cextkirin e li ser cureya peywendiyên mabeyna nêrûmê-tewer ên bûyeran; bûyer li dora nêzikketin û dûrketinê dizîvirin.

Karwan Kakesûr bi şêweyekî berfireh kar li ser vê teknîkê dike û piraniya berhemên wî jî çîrok û roman in. Karkirina vî nûserî di kurteçîrokên xwe de bi derûna takekesan ve peywest e. Behsa bûyerê, ji derûn ve û bi zarê karakter tê kirin. Bi riya ramanên levçûyî yên karakter, xeta hundur tê nîşandan; ev xet, ji destpêkê heta dawiya çîrokê dirêj dibe, di dawiyê de xeta derve tê nîşandan û hev nagirin û berevajî hev radiwestin. Bûyer di zihnê karakter de derbas dibe lê ji derve bi wî şêweyî ku hatiye behskirin, nîne. Di çîrokan de du bûyer hene, hebeke wan çîrokan, ramana karakter afirandiye û tewaw bawerî pê heye ku tişt bi vî awayî ne. Bûyera din rastî ye û bi riya amajeyeke lêzanane ya nûser em bîr pê dibin. Ev şêwaz, di çîroka “Espîdîlon”[34] de derdikeve. Lehengê nav çîrokê bi monologa rasterast diaxive û ji nihaya xwe, bûyerê vedibêje (yaxud bûyer tenê diaxive û piştre dibe bûyer) ku li ber mala Porî rawestaye û demançeyek pê re ye, dixwaze zilamekî girs û çarmilî bikuje ku piştre di cihekî din de hokara vê çendê bo me zelal dibe ku mebesta wî çi ye ji kuştina wî zilamî.

Di wê çaverêbûnê de bi riya anînpêşçavan, vedigere bo rabirdûyê û behsa xwe dike, ku çawa berdewamî bi çavekî keçane li wî hatiye nihartin û xeta behskirinê dirêj dibe heta wê demê ku digihêje biryarekê ku diya xwe bi şairekî (Heme Elîxan) re bizewicîne û bi vê riyê bikare sûdê ji şair wergire û bibe şairekî baş. Piştî vê ramanê, rewşa nû ya malbatê dişayesîne û tewaw baweriyê bi xwe dike ku ketiye nav jiyaneke wiha; û meyla diya xwe, bi aliyê mêrê xwe de ye û bi temamî Hêvar feramoş dike û meylê zêdetir bi birayê (Agirîn) wî dide. Bi vî awayî çîrok berdewam dibe heta di dawiyê de behsa bûyera rasteqîn tê kirin, ji wê bûyera ku heta niha hatiye behskirin, pir dûr e. Ew jî dîsan bi riya hatina hiş dibe.

Bi dirêjahiya wê demê ku tê de fikiriye, di keştiyekê de bûye û di bin guşara rewşeke derûnî de, hin gotinên hundurîn bi dengekî berz kirine, tê ser hişê xwe û dibêje “gewre û biçûk seyrî min dikin û dikenin. Jixwe di bîra min de nemaye ku ez di nav keştiyê de me, va ye ew tifinga min a darîn jî li destê min e, ku bo Agirîn min kirriye…”[35] Di vir de bûyer, wek xelekekê, xwe temam dike; lê wê fikrê li ba xwîner dirust dike ku hê ji destpêkê, ji ber vê demançeya darîn, bîra wî çûye bo rabirdûyê; wê kêlîka ku dixwest zilamekî bikuje, çunke ew demançe bo kurê Taban e. Wê dema ku kuştina wî zilamî fikir dikir çûye nav xeyalên xwe û bo Agirînê birayê xwe ku di rastiyê de nebûye û Agirîn kurê Taban e.

Bîra Hêvar û têkelbûna şayesên wî, bi riya du jinan e: Yek ji wan diya xwe ye û di xeyalên xwe de ji zilamekî hez dike ku wî pêşniyaz kiriye ku bi wî zilamî re bizewice, ya duyem keçeke pismamê wî ye û her tim dixwaze kar bo dilxweşkirina wê bike.

Karkirina Kakesûr di vê teknîkê de, bo nîşandana xeyalên kur û keçan e beramber bi dê û bavan; ev, di piraniya karên wî de derdikeve. Ji bilî “Espîdîlon” di çîroka “Xêw” de behsa heman mijarê tê kirin. Vegotin, bi monologa nerasterast e; nûser wek zanayekî, bi riya xeyal û fikirîna karakter, ramanên karakter ên sebaret bi gumanên beramber bi diya xwe, bo me nîşan dide. Kakesûr, kar li ser derûna zarok û fikirîna wan dike; wexta ku karakter gewre ye berdewam vedigere bo rabirdûyeke xwe ya dûr û bi riya anînpêşçavan û flash backê ji bo me behsa bûyerên rabirdûya xwe dike ku niha jî jê derbas nebûye. Piraniya girêyên derûnî peywest dike bi tirs û şerm û akarên din ên zarokan ve ku di destpêka temenê wan de qewimîne; piştre ev girê, dibin rewşeke derûnî û karakter pê dinalînin.

Saman ji zaroktiya xwe ve wek tirsonek tê binavkirin wexta ku li zarokatiya xwe difikire, reftareke xwe bîrê dikeve (nûser bîrê dixe çunke monolog bi riya nûser ve dibe) ew jî lîstin e bi qelemboyê. Wek şanogeriyekê, seranserê ramanên wî der heqê diya xwe, xwe, dapîra xwe, zilamekî nenas û bavmariyê xwe de, tê de ne. Her rengek ji wan yekê/î nîşan dide: (spî dapîrê, sor dayikê, reş bavmarî, zer zilamî, şînê asimanî karakter bi xwe, pembik jina bavmarî). Her carê ku tu wê dibînî û ew jî bûyeran disêwirîne, hemû qeleman dişikîne, derûna wê dialoze û dilê wê radibe ji ber dîtina hin dîmenan. Li nik Kakesûr tirsa Samanê, tirsa zarokên din e, berdewam jinek yan zilamek tê û dibe keseke/î jê girîngtir, gumanên zarokekê ye beramber bi dayikê (dayik pirtir dibin di çîrokan de) piştî nemana bavî.

Bingeha wê dikare tirsa nav çanda kurdan be ku beramber bi jinebiyan heye û bi şêweyekî din bo mindalan hatibe veguhestin, çunke di pir deran de tenha şayesandin û xewna zarokan e û piştre têkel dibe û dibe rastî, wek di çîroka “Mirdin Le Ser Şêwazî Şîir” de tête dîtin. Wexta ku leheng bi monologa rasterast qise dike û vedigere bo rabirdûyê, behsa zilamekî dike ku li gel diya wê dinivist û piştre jî dibe bavmarîyê wê. Aşina ku bi şevan xeberê xwe dibe ji diya xwe re dibêje “tu bo çi li gel Yûsifê Dartaş radikevî?” Diya wê jî, xwe lê neban dike û dibêje “xwazî min bizaniya ew Yûsifê Dartaş kî ye ku her şev tê xewnên te.”[36]

Xema van kesan, bûyerên hûr ên rabirdûya wan e. Di destpêka vê çîrokê de karakter bi monologa nerasterast diaxive piştre bi monologa nerasterast behsa bûyerê tê kirin da nûser zêdetir desthilata xwe hebe di vegotin û nîşandana tiştên negotî de. Herçend nûser behsa wê yekê dike ku nûser e û dixwaze tiştan binûse, lê berdewam berî ku tiştan binûse, ji ber xwe ve wirrêneyê dike û tişt dialozin di zihnê wî de û bûyeran têkel dike, carinan bi xwe dibêje “Gelo çima ez wiha hizir dikim? Yan di xalekê de behsa rabirdûyê dike wexta ku kurekî biçûk î deh salî dimire û bi mebesta difinkirinê zarok dişon, ew behsa mirina xwe dike “… wan em her du bi yek avê şuştin, lê seyr e ez herî kêm şeş sal piştî wî mirim, va ye zît û zindî me, eger tirs û guman li min bigerin dîsan ji her kesî asûdetir im.”[37]

Karakter kesek e, nûser wek karakterên din ên Şêrzad Hesen di “Min û Qale” û Hisên Arif di Endêşeyê de, her çend ew ne nûser in lê kesên rewşenfikr in, ser û sewdaya wan li gel felsefe û fikr û wêjeyê heye, dîsan wek çawa kesayetiyeke wiha ya Hêvar jî hebû.

Şêwaza van her sê nûseran li gel hemû ciyawaziyên wan, şêwazek e ku takekes, ji hundur berev derve dixwînin. Çîrok li cem wan êdî vegêraneke wesfî û xelekî nîn e. Karakter kesin nînin ku di nav rûdanan de wêneyên wan ên derve bêne nîşandan, belku wan bi temamî wek takekes û heybereke aloz a serbixwe di nav xwe de, bo her tiştê nav zihnê karakter, li karakteran nêrîne. Nûserên wek Hisên Arif û Şêrzad Hesen û Karwan Kakesûr, cihdestê wan li wêjeya kurdî diyar e û ji wan her yek, wek tazekerên qonaxekê tên qebûlkirin; wan mijara çîrokê ji derveyê takekes berev hundurê takekes bir û nirxa mirovan nîşan dan wek ewên ku hene, ne ewên ku em çaverêyê ne.

[1] Muhemed Şerîfî: Ferhenga Edebiyata Farisî, çapa duyem, ferhenga neşra nû-întişarata mu’yîn,Tehran 1387, r. 432.

[2] Muhemed Şerîfî, r. 432.

[3] Sîma Dad: Ferhenga Istilahatên Edebî, çapa sêyem 1385, Întişarata Murwarîd, r. 159.

[4] Hisên Arif: “Şêwekanî Teknîk Le Salanî Diway 1970 da”, Govarî Beyan, j 63, r. 14.

[5] Heman çavkanî (H.b.)

[6] Sîma Dad, r. 160.

[7] Narîn Sidîq: Hoş le çîrokî niwêy kurdî da (1970-1980), namey master, Zankoy Bexda, Kolêjî Perwerde (Îbn Ruşd), 2004, r. 69.

[8] Sîma Dad, r. 47.

[9] Ebasî Merûfî: “În sû an sûyê metn”, ceryanê seyyale zêhn, http://zamaaneh.com/ maroufi/2008/12/post_176.html

[10] Malekûm Beradberî: Cîhanê Modern û Deh Nevîsendêyê Bozorg, teferzanê qovlû, çapa duyem, neşra çeşme, Tehran 1383, r. 179.

[11] William Faulkner: Xeşm û Heyyahû,wer. Salih Huseynî, Întîşaratê Nîlofer, çapa şeşem, Zivistana1386

[12] Enwer Qadir Mihemed: “Kat û Frcîna Virginia Woolf û Romenî Şepolekan”, h.(270), 1975.

[13] Îbrahîm Qadir Mihemed: Lêkolînewey kurteçîrokî kurdî le Kurdistanî başûr da 1920-1980, Têzî diktora, Zankoy Selahedîn, salî 1998, r.166.

[14] Eta Mihemed: “Cîhanî rivênekiraw”, Serdemî Rexne, h.2, Zivistanî 2005, r.140.

[15] Hesen Caf: Çîrokî Niwêy Kurdî, dezgay roşinbîrî û bilawkirdinewey kurdî, 1985, r. 78.

[16] H.b, r.89.

[17]  Li gorî piraniya rewşenbîr û nûserên me yên navendî yên edebê, nivîsên nav zankoyan û

[18] Selîm Reşîd Salih: Şêwaz Le Kurteçîrokî Niwêy Kurdî Salanî Nêwan 1980-1990, 2001, r. 136.

[19] Hisên Arif: Endêşey Mirovêk, çapî yekem, çapxaney icyal, Bexda, 1990, r. 37.

[20] Endêşey Mirovêk, r. 59.

[21] Şêrzad Hesen: “Rehend”, (Çavpêketin), h.5, nawendî rehend bo lêkolînewey kurdî bilawî dekatewe, r. 240.

[22] Şêrzad Hesen: Sercemî Berhem2 (romanên wî), Hesar, dezgay çap û bilawkirdinewey Aras, karên   ekademiyeyan, karine bê ruh in û tenha wek çarçove û qalib dixebitin, bo nimûne Hewlêr 2005, r. 11.

[23] H. b., r. 29.

[24] H. b., r. 76.

[25] Rêbîn Herdî: Bawkî Kurd le Nêwan Kuştin û Zîndûbûnewe da, Rehend, r. 142. 149

[26] Şêrzad Hesen: Gulî Reş, dezgay roşinbîrî û bilawkirdinewey kurdî, zicîrey jimar (210), r.123.

[27] Şêrzad Hesen: Pêdeştî Karmamize Kujrawekan, çapemenî û ofîsî tîşk, salî 2001 Silêmanî, r.1.

[28] H. b., r. 157.

[29] H. b., r. 201.

[30] H. b., r. 216.

[31] H. b., r. 217.

[32] Pêdeştî Karmamize Kujrawekan, r. 167.

[33] H. b., r. 197.

[34] Karwan Umer Kakesûr: “Espîdîlon” kitêbfiroşî soran, çapî duwem, Silêmanî 2005.

[35] H. b., r. 162.

[36] Karwan Umer Kakesûr: Sedeya yekem a xeyalan, kitêbfiroşî soran, Hewlêr 2004, r. 87.

[37] H. b., r. 110.

ÇAVKANÎ

PIRTÛK 

Hisên Arif: Endêşey Mirovêk, Çapî yekem, Çapxaney Ecyal, Bexda 1990.

Hisên Arif: “Şêwekanî Teknîk Le Çîrokekanî Salanî Diway 1970 da”, Govarî Beyan, jimare 63.

Hesen Caf: Çîrokî Niwêy Kurdî, Dezgay Roşinbîrî û Bilawkirdinewey Kurdî, 1985.

Sîma Dad: “Ferhengê Istilahatê Edebî”, Çapê sovvom 1385, întişaratê Morvarîd, Tehran.

Selîm Reşîd Salih: Şêwaz Le Kurteçîrokî Niwêy Kurdî Salanî Nêwan 1980-1990, Silêmanî, 2001.

Şêrzad Hesen: Sercemî Berhem2 (Romanekanî), Hesar, Dezgay Çap û Bilawkirdinewey Aras, Hewlêr 2005.

Şêrzad Hesen: Pêdeştî Karmamize Kujrawekan, Çapemenî û Ofîsî Tîşk, 2001, Silêmanî.

Şêrzad Hesen: Gulî Reş, Dezgay Roşinbîrî û Bilawkirdinewey Kurdî, Zincîrey jimar 210, Silêmanî.

Karwan Umer Kakesûr: Espîdîlon, Kitêbfiroşî Soran, Çapî dûwem, Silêmanî, 2005.

Karwan Umer Kakesûr: Sedey Yekemî Xeyal, Kitêbfiroşî Soran, Hewlêr, 2004.

Malkûm Beradberî: Cîhanê Modern û Deh Nivîsendeyê Bozorg, wer. Ferzanê Qovlo, Çapê dovvom, Tehran, 1383.

Muhemmed Şerîfî: Ferhengê Edebiyatê Farisî, Çapê dovvom, Tehran, 1387.

William Faulkner: Xeşm û Heyahû, wer. Salih Huseynî, întîşaratê Nîlofer, Çapê şeşom, 1386.

NAMEYÊN ZANKOYÎ

Dr. îbrahîm Qadir Mihemed: Lêkolînewey Kurteçîrokî Kurdî Le Kurdistanî Başûr Da 1920-1980, Têzî Diktora, Zankoy Selahedîn, Salî 1998 (hê çap nebûye).

Narîn Sidîq: Şepolî Hoş Le Çîrokî Niwêy Kurdî da (1970-1980), Namey master, Zankoy Bexda, Kolêjî perwerde (îbnî Ruşd), 2004 (hê çap nebûye).

KOVAR

Enwer Qadir Mihemed: “Kat û Fircîna virginia Woolf û Romanî Şepolekan”, heftanamey Hawkar, Laperey (edeb û jiyan), jimare 270, 1975.

Rêbîn Herdî: “Bawkî Kurd Le Nêwan Kuştin û Zîndûbûnewe Da”, Rehend, jimare 5, nawendî rehend bo lêkolînewey kurdî bilawî dekatewe, 1998.

Şêrzad Hesen: “Çawpêkewtin”, Rehend, jimare 5, nawendî rehend bo lêkolînewey kurdî bilawî dekatewe, 1998.

Eta Mihemed: “Cîhanî Ravenekiraw”, Serdemî Rexne, jimare 2, 2005.

MALPER

Ebasî Merûfî: în sû an sûyê metn, ceryanê seyyale zêhn1. http://zamaaneh.com/maroufi/2008/12/post_176.html

Share.

Leave A Reply