Ezmûna Helbesta Şoreşgerî ya Kurdî: Pênaseyeke Tîorîk

EBDULXALIQ YE’QÛBÎ JI SORANÎ: EYIP SUBAŞI

Helbest, tund û tîjiyeke hundurîn e ku me ji tund û tîjiya derveyî diparêze; helbest, guşara xeyalan e ku giraniya rasteqîniyê ji ser me kêm dike.

Wallace Stevenson

Puxte: Tecrûbeya wêjeya kurdî ya şoreşgeriyê, bi taybetî bi awayê helbestê, parçeyek ji tecrûbeya welatên mêtinkirî, cîhana sêyem e ku rewşa siyasî ya taybet ew ber bi nivîsandina awayê şoreşgerî de biriye. Du taybetiyên sereke yên vê tecrûbeyê hene. Yek, di asta tekstê û gotara tekstuel de, helbesta kurdî ya şoreşgeriyê hewl dide nasnameyeke kurdî ya neteweyî çêbike ku di rastiyê de demeke dirêj e gef lê hatiye xwarin ku bê tunekirin. Du, wêjeya kurdî ya şoreşgeriyê hewl dide bibe temsiliyeta tekstuel ya tecrûbeya trawmatîk ya dîroka kurdan, bi taybetî ya hevçax ku tijî bobelat e wek Enfal (qirkirina li hemberî kurdan a salên 1980yî), bomberana kimyewî ya Helebceyê ya sala 1980yî û qirkirina li hember êzidiyan a sala 2014an. Ev meqale lê dikole ka wêjeya kurdî ya şoreşgerî, bi taybetî helbesta kurdî di asta tekstên wêjeyî de çawa li ser bûyerên li jor disekine.

Peyvên sereke: Wêjeya şoreşgerî, nasnameya neteweyî, Ebdula Peşêw, Haci Qadirê Koyî.

Pêşekî

Ezmûna helbesta kurdî beşek e ji ezmûna helbestî ya wan welatên jêrdest ên cîhana sêyem ku ji ber naçariya rewşa siyasî ya welatên xwe, berê xwe dane helbesta şoreşgeriyê. Kakilê mebesta ezmûna helbesta şoreşgeriyê, dirustkirina nasnameya neteweyî ye; ango ew tiştê ku hem li ser erdê waqî’ û hem di cîhana siyasî de rûbirûyê geflêxwarin û tunekirinan dibe, di cîhana wêje û helbestê de dê bête çêkirin û ev yek jî dê bibe bingehek ji bo ku rê bête xweşkirin da cureyek ji serbixweyiya siyasî û çandî û civakî bête pê.

Ji aliyekî dî ve helbesta şoreşgeriyê ya kurdî; ew tirs û metirsî û karesat, ezmûna trawmatîk a mirovî ya gelê kurd, bi şêweyên wek jinavbirina regezî, enfal, kuştûbirr û kîmyabaranê ku bi dirêjahiya dîroka van salên dawî -sedsala bîstem û destpêka sedsala bîst û yekem- ji layên desthilatdarên faşîst ên neteweyên baladest ên faris, tirk, ereb û herwiha tundajoyên dînî yên wek DAIŞê, bi ser neteweya kurd de hatine, ji bo xwe dike ezmûneke deqî.

Helbesta şoreşgeriyê yan berxwedan yan bergirî, hewla wê yekê dide ku bibêje çawa dikare li ser bingeha cîhaneke deqî -peyvî nasnameyeke neteweyî bo gelê jêrdest dirust bike. Pirsyarek ku rewa ye em di vir de li xwe bikin ew e ku: Aya berpirsayetiya wê çendê li ser milê şairan e ku kêşe û giriftên civaka xwe bi şêweyekî aşkera û neaşkera di nav deqa xwe de nîşan bidin? Aya mafê şairan e -li dewsa xulyayên wan ên şexsî- berhemên wan bibine awêneya daxwazên civaka wan, bi taybetî jî di qonaxa jêrdestî ya neteweyî de? Eger bersiv belê be, hingê helbesta şoreşgeriyê teşe digire. Helbesta şoreşgeriyê, nek tenê awirekî li civaka xwe vedide; di heman katê de li hember wê rastiyê helwesteke zelal werdigire.

Helbesta şoreşgeriyê ya kurd û nasnameya neteweyî

Di wêjeya kurdî de helbesta şoreşgeriyê, bergeheke mezin bo xwe terxan kiriye. Hê ji ezmûna helbesta Hacî Qadirê Koyî ve -ku karvedana rewşeke nû bû li Kurdistanê- dijreftarek e heta destpêka sedsala niha li beramber desthilatên kolonyalîstên tirk ên osmanî û farisên qaçarî; ku hê jî gefa îslama siyasî, ji cureya wê ya DAIŞî, li ser nasnameya neteweyî ya kurd maye.

Eger em şoreşgeriyê bi wateya felsefî û fikrî wernegirin, û em şoreşgeriyê tenê wek bertekekê li beramber rewşeke siyasî -eynî hesab bikin, wê demê em dikarin bibêjin beşeke berbiçav a helbesta klasîk a kurdî, naçe nav xaneya helbesta şoreşgeriyê. Bo nimûne cîhanbîniya helbesta Mehwî, dinyayeke îdealîst afirandiye, ango cure-cîhanbîniyeke meyldarî felsefeyê ku beşeke berfireh di çarçoveya gotara (dîskur) îrfanî de çir dibe. Belam di helbesta Hacî Qadir de berê arasteya deqê li cîhana eynî û materyalîst e û ji vê jî zêdetir bîrdoziyeke siyasî ya taybet araste dike, ango nasyonalîzma kurdî. Lewma ezmûna helbesta şoreşgeriyê ya kurdî, pêk tê ji cîhaneke helbestî ku tê de nasnameyeke neteweyî dibe gotara zal a deqê. Ew nasname, di cîhana derveyî deqê de rûbirûyî gef û jinavçûn û pişivîna “ewên din” e. Ewên din; kurdan weku mirovên xudandîrok ku şayanî dewlet û desthilata xwe ya siyasî ne, qebûl nakin. Bo nimûne, di van her du helbestan de ciyawaziya navbera wan her du gotaran derdikeve:

Le pêy ew şoxe da xom kirde xak û pêy nena pêma Desa xakî hemû alem be ser xom a nekem çi bikem?

Mehwî

Xakî Cizîr û botan ye’nî wilatî kurdan
Sed heyf û mixabin deyken be Ermenistan

Hacî Qadir

Di nimûneya helbesta Hacî Qadir de xak, xakeke eynî ya materyalîstî ye ku ji hêla “ewên din” ve -ango neyarên kurdan- dike bête dagîrkirin; belam di helbesta Mehwî de xak, zêdetir li dû cîhanbîniyeke felsefî ye û hewl dide wê şîrove bike. Lewma bi vê pîvanga me, bo nimûne helbesta Mehwî, helbesteke şoreşgerane nîne. Ji ber ku helwesteke wî ya wiha di asta xak, netewe û jêrdestiya neteweyî û qewmî de nebûye û herwiha helwesteke bi vî rengî nekiriye gotar û naveroka zal a helbesta xwe.

Di helbesta şoreşgeriyê ya kurdî de, ew tiştê girîng e û tête zeqkirin ew e ku, helbest bi tu awayî ji wê cîhana ku şair tê de dijî nayê qutkirin û pêwîst e netewe ji jêrdestiya xwe agahdar be û hewla xwerizgarkirinê bide. Di ezmûna helbesta şoreşgeriyê de, derveyî çîna civakî, wateya helbestê nîn e. Ji derveyî siyasetê wateya helbestê nîne, belku helbest di ezmûna jiyana nav civakeke taybet de berhema zihnê şair e. Ji ber vê ye ku helbesta şoreşgeriyê, ji nav neteweyên jêrdest serî hildide. Bo nimûne, di helbesta “Ey Reqîb” a Dildar de hewl hatiye dayîn da cewhera nasnameya kurdî weku gel bête girêdan bi pirsa serwerî ya neteweyî ve:

Ey Reqîb! Her mawe qewmî kurdziman

Reqîb, ew “ewên din” in ku hewla jinavbirina nasnameya neteweyî ya qewmê kurdziman didin. Li gorî ku helbest ji me re dibêje; Reqîb, li benda nemana qewmê kurdziman bû. Ji bo ku di dîrokê de weku xelkekî serbixwe amadehiya kurdan hebe, mayîn hewlek e. Di vir de “qewm”, amaje ye bi cure-rewatiyeke dîrokî; û “ziman”, pênaseya aşkera û pêwîstiya nasnameya netewetiyê ye. Li gorî wan kesên ku dijayetiya vê helbestê dikin, eger ev beyta ku tê de dibêje:

Ême roley Mîdya û Keyxusrew in Dînman ayînman e nîştiman

Eger tenê “le”yek bi “dînman”ê bête zêdekirin, ango bibe “le dînman ayînman e nîştiman” hingê kêşeya wan li gel vê helbestê namîne. Belam kêşe ew e ku her bi vê “le”yê sertapayê pêkhate û nasnameya vê helbestê tête guhertin, çunke wê demê nîştiman dibe beşek ji nasnameya dînî. Lê mebesta helbesta şoreşgerane, nasnameya neteweyî ye nek nasnameya dînî; û dawiya dawî nasnameya kurd weku gelekî xudangiyan û xudanmêjû dîsan di çarçoveya nasnameyeke wiha de ye. Helbesta şoreşgeriyê, dîroka gelê xwe ji nû ve dinivîse; ew dîroka ku ji aliyê reqîb ve destkarî lê hatiye kirin, hatiye şêwandin yan hatiye piştguhxistin. Bi kurtî dikare bête gotin ku hewla helbesta şoreşgeriyê ya kurdî, têgihîştina xobjwiya* (pak, şuştin) neteweyî ye û li nik vê jî, dixwaze dawiyê li jêrdestiya siyasî, çandî û civakî bîne.

Lê belê ji ber sedema ku helbesta şoreşgeriyê ya kurdî bi giştî, serincdan e bi naverokê nek formê; arasteya wê zêdetir îdeolojî-tewer e, îdeolojiya nasyonalîzmî. Ev rewşa nasyonalizm-tewerî, cure-paradoksekê di nava helbesta şoreşgeriyê de çêdike: ji aliyekî ve dixwaze weku helbest bimîne û nirxeke xwe ya qeşeng hebe, ji aliyekî dî ve jî dixwaze wateyeke aşkera û cemawerî bide yan peyameke lezgîn û karîger bide; hingê metirsiya dûrketina ji edebîtiyê derdikeve holê. Bo nimûne, di vê helbesta Hêmin de:

Ger le birsan, le ber bê bergî, îmro req helêm/Ger ji birçînan, ji ber bê bergiyê, îro bimirim

Nokerîy bêgane nakem ta le ser herd im emin/Nokeriya bêganeyan nakim ta li ser erd bim ez

Min le zincîr û tenaf û dar û bend bakim nîye/Min tirs nîne ji zincîr û tenaf û dar û bendan

Let letim ken, bimkujin hêşta delêm kurd im emin/Min let let kin, bikujin, hêşta dibêjim kurd im ez

Peyama isrardarbûnê li ser kurdbûnê bi şêweyekî ewçend zeq û zop û aşkera tête derbirîn, ku hevok ji sînora hevokên helbestî dûr dikevin û arasteya hevokên pexşanamêz werdigirin. Lê Hêmin heman wate û peyamê, di vê helbesta xwe ya li xwarê bi şêwazekî şairanetir digihîne xwînerên xwe:

Demgirê, emma le girtûxane riq estûrtir im/ Min digirin, emma li girtîxaneyê bihêrstir im

Lêm deda, emma le ser dawa rewakem sûrtir im/ Li min didin, emma li ser dawa xwe ya rewa sûrtir im

Demkujê, emma be gij celladekem dadêmewe/ Min dikujin, emma bi ser celladên xwe de diçim

Kurd im û natiwêmewe, natiwêmewe, natiwêmewe./ Kurd im, napişivim, napişivim, napişivim.

Helbet ji ber helwesta mirovgerayane û peyama xwe ya azadîxwazane helbesta şoreşgeriyê ya kurdî, hilgirê rehendeke kûr a exlaqî û wêjeyî ye. Wêje, eger rêgehek be bo gihaştin bi biryareke çarenûssaz; hingê ew biryar dikare di helbesta şoreşgeriyê de xuya bibe. Weku helbesta Hacî Qadir ku di qonaxeke hestyar a dîroka siyasî ya Kurdistanê de nasnameya neteweyî ya kurdan weku pirsa man û nemana gelê kurd pênase dike. Yan wekî ku di helbesta Hêmin de derdikeve qewmê baladest; bi êşkence, lêdan û zîndanîkirinê, nikare nasnameya kurdî zeft bike. Bi kurtî dikare bête gotin ku helbesta şoreşgeriyê ya kurdî, şiyanekê di xwe de çêdike bo nasnamesazî û nasnameparêziyê, û pêgeha gotara rizgariya neteweya kurd di nav civakê de zal dike. Nexwe helbesta şoreşgeriyê ya kurdî li kakilê xwe, li pey pênasekirina nasnameya xwe ya neteweyî digere; nasnameyeke serbixwe û ciyawaz ji “ewên din”, ji bo ku di dawiyê de rewatiyekê bide mafê xwe yê însanî, mafek ku hatiye zeftkirin û dest bi ser de hatiye girtin.

Helbesta şoreşgeriyê ya kurdî û ezmûna trawmatîk a mirovî

Trawma; pêk tê ji hişyarî, dudilî û guşara derûnî ya ji radeyaxwebider a piştî rûbirûbûna li gel bûyereke herî metirsîdar wek mirin yan tundûtîjî; ku mirov tûşî şok, tirs û girifta gewre ya derûnî û rewşî dike. Tîoriya edebî ya trawmayî li wê form û şêwazê dikole ku tê de ezmûna trawmatîk a mirovî di nav deqa edebî de tête danîn û tête praktîzekirin. Mirov yan miletê ku tûşî vê ezmûna trawmatîk bûye, bi ezmûneke wiha dixe rewşeke taze ya têgihîştin û hesteweriyê; têgihîştina îhtimala rûbirûbûna mirin, hestkirin û berxwenedanê li hember tundûtîjiya çaverêkirî û dubarebûyî.

Ji ber ku kurd weku jêrdest, bi taybetî di maweya van du sê sedsalên dawî de, berdewam gefa jinavbirinê li ser bûye û li gelek ezmûnên trawmatîk ên wek: enfal, kîmyabaran, cînosayd û guşara aborî û çandî rast hatiye helbesta şoreşgeriyê ya kurdî; dikare weku belgeyekê (testimony) bête hesibandin bo tomarkirin, deng û watebexşîna van ezmûnên trawmatîkane; ji bo ku takekes û komelgeha kurdî bergiriyê li giraniya karesatên bi vî awayî bike. Ji vê riwangehê ve helbesta şoreşgerî ya kurdî; hewlek e bo sinifandin, têgihîştin û çareserkirina ezmûna trawmatîk a takekes û neteweya kurd.

Bi kurtî, dikare bête gotin ku ezmûna helbesta şoreşgerî ya kurdî di beşeke xwe ya berfireh de pênasekerê mirov û neteweyekê ye ku xudanê derûneke paş-trawma; mirov û neteweyek ku nehewiyayî, guşara derûnî, dudilî, şepirzeya zihnî, wirênekirin, demdemiya mîzacî, tûrreyî û bêbiryarî hizrî û ruhî taybetmendiya serekî ya derûnnasiya wî neteweyî ye.

Ji riwangeha tîoriya trawmayê ve helbesta şoreşgeriyê ya kurdî, têdikoşe ku derûnê paş-trawma ya takekes û komelgeha kurd pênase û çareser bike. Bi peyveke din, rewşa trawmatîk a kurdan ji haletê zihnî û sûbjektîv bike haletî eynî û objektîv; ji rewşa waqî ya cîhana xwe veguhêze bo rewşa cîhana deqê. Ev hewla gorankariyê, hişyariyekê dide tak û komelgeha kurd; ango hişyariyeke ciyawaztir e ji hişyariya ku berî ezmûna trawmatîk hebû; ezmûnek e ku bo şîrovekirin, têgihîştin û hilsengandina rewş û çarenûsa xwe, tak û komelgehê çavvekirîtir û bihêztir dike. Nimûneyeke ji helbesta şoreşgeriyê ya kurdî ku tê de bi zelalî ezmûna gelê kurd tête zeqkirin û mijareke ravekarane bi xwînerên xwe dide ji bo ku wê ezmûnê pirtir û karîgertir binasin û di heman katê de dixwaze vê çendê bike belgeyeke deqî (hem deqî-helbestî, hem jî deqî-mêjûyî) bo sarêjkirina birîna nemana wan ciwanên ku wek serbazên nîştimên bi sebeba hizra neteweyî û di pênawa parastina xak û welatên xwe de giyanên xwe bext kirine:

Serbazî Win[da]
Ke wefdê deçête şiwênê/ Ku şandeyek diçe derekê bo ser gorî serbazî win,/ bo ser gorî serbazî win tace-gulîneyek dênê./ tace-gulîneyekê tîne.
Eger sibey,/ Eger sibê, wefdêk bête wilatî min/ wefdek bête wilatê min lêm bipirsê:/ ji min bipirse
Kiwanê gorî serbazî win?/ kanê gorî serbazî win? Delêm:/ dibêm:

Gewre m!/ ezbenî!
Le kenarî her cogeyê/ li kenara her cogehekê
le ser sekoy her mizgewtê/ li ser sekûya her mizgeftekê
le ber dergay her malê/ li ber deriyê her malê
her kilêseyê,/ her kilêseyê
her eşkewtê,/ her şikeftê
le ser gaberdî her şaxê,/ li ser zinarê her şaxekî
le ser dirextî her baxê,/ li ser dara her baxekî
lem wilate, le ser her biste-zemînê,/ li vî wilatî, li ser her boste-zemînê le jêr her geze-asimanê,/ li jêr her geze-asmanekî
metirse! Kemêk ser daxe û/ metirse! Piçekî ser daxe û
tace-gulîneyek danê./ tace-gulîneyekê dayne.

Ebdulla Peşêw

Di helbesta “serbazî win” de şair; dixwaze ezmûna trawmatîk a gelê xwe, ango mirina hezaran ciwanên kurd ên gorxerîb, bi şêweyekî bigihîne wan kesên beramberî xwe (şandeya welatên biyanî yan bi giştî cîhana derveyî rastiya kurdan); ku hem bibe pênasekera asta gewretiya vê trawmayê, hem desteberkera têgihîştina kûr a karesateke mirovî ya bi vî rengî û hem jî bi şêweyekî, lorandina vê kosteya mezin a însanî bike. Pederpey amajedan bi şûnên ciyawaz ên welêt -kenarî coge, sekoy mizgewt, dergay mal, kilêse, eşkewt, gaberdî şax, dirextî bax, zemîn û asiman– herçend nîşanderên berbelav ên cihî yên van karesatan in ku bi ser Kurdistanê de hatine, ewçend jî selmênerên berfireh ên devkî yên wan mergesatan[1] in ku dîroka Kurdistanê pêk hênane. Şair; ji van wêdetir bi riya van amajeyan dixwaze bibêje “serbazên win”ên bihejmarnehatî yên vî welatî, giyanên xwe di pênawa wan cogeh û mizgeft û kilêse û şax û bax û zemîn û asimanan de bext kirine û dîsan li cem wan jî hatine naştin; û niha toz û axa cesteyên wan pêkhênerê xak û hewaya Kurdistanê ne. Helbesta “Serbazî Win”a Ebdulla Peşêw; şîroveyeke qeşeng a çarenûsa xwînawî ya şehîdên kurd, têgihîştineke kûr a şairane bo pirsa xwebextkarî li pênawa xakê; û lawijeke sarêjker a birîna ezmûna mişt-tirs a dîroka însanî -siyasî ya miletê kurd e.

Encam

Ezmûna helbesta şoreşgeriyê ya kurdî; berhemên rewşeke berhest a dîroka takekes û komelgeha kurdan in ku tê de ew takekes û komelgeh dikevin ber gefa jinavbirina regezî, neteweyî û çandî. Ew ezmûn, naçar awirekî yekserî li wan rastiyan dide ku bûne sedema bêparmana mirov û komelgeha kurd ji nasnameya xwe ya neteweyî. Di vê pênawê de helbesta şoreşgeriyê ya kurdî, dibe helbesteke nasname- saz û nasnameparêz ji aliyê hest û îradeya neteweyî ve. Ji aliyekî dî ve, ev ezmûn hewla bi erşîvkirin û parastina dîroka wan trawma û karesatan dide; ku metirsiya pişivîna mirov û gelê kurd ji wan têne der. Lewma helbesta şoreşgeriyê ya kurdî, dibe binkeyeke ciwanînasî -me’rîfî ji bo ku ezmûna trawmatîk a neteweya kurd pirtir qabilê şîrovekirin û têgihîştin û hilsengandinê be. Helbesta şoreşgeriyê ya kurdî, forumeke gotarî û deqî ya selmandina hîkayeta man û vejîna kurdan e.

[1] Mergesat: dema mirinê.

Share.

Leave A Reply