Texeyula Neteweyê li dîasporayê

BARZOO ELIASSI
JI ÎNGILÎZÎ: UMRAN ARAN

Puxte: Ev gotar rola dîasporaya kurd a Swêdê di avakirina nasnameyeke Kurdistanî de nîqaş dike. Pirçandxwaziya swêdî ji hêla siyasî ew derfet daye dîasporaya kurd ku kariye nasnameyeke siyasî ya xurt bi pêş bixe ku li hember cudahiyên îdeolojîk, dînî, erdnîgarî û lîngûîstîk li pey yekîtiya kurd e. Piştî koçberbûnê, kurdên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê gelek caran tên dereke siyasî ya hevpar li Swêdê, ku dikarin li wir hevparî û cudahiyên xwe gotûbêj bikin. Dîasporaya kurd, li Swêdê li navbera demajoyên tevgirtin û dergirtinê diçe û tê û gelek kurd têgihîştine ku ji ber ku ji Rojhilata Navîn in û paşxaneya wan ne-ewropî ye, ew nikarin li Swêdê statuya welatîbûneke yeksan bi dest bixin. Tevî ku ew asîmîlasyonê wek tehdîdekê dibînin ji bo nasnameya siyasî û çandî, dîsa jî hewl didin bi bizavên siyasî yên civaka swêdî re bilebikin û bi vî awayî hem dikarin ji bo kurdên li Swêdê û hem jî ji bo yên li Rojhilata Navîn şertên jiyanê baş bikin.

Peyvên sereke: Dîasporaya kurd, nasnameya kurdistanî, Swêd, welatîbûn.

Destpêk

Ev gotar nîqaş dike bê pêkhatina dîasporaya kurd li Swêdê çawa ye û ev dîaspora ji bo perçînkirina nasnameya kurd bi çi awayî xwe mobîlîze dike û nasnameyeke Kurdistanî dipejirîne. Ev yek bo kurdan ji rewşa kêmîneyî guherînek e berev nasnameyeke neteweyî û pan-kurd ku amanca wê ev e ku welatê wan wek Kurdistanê ji nû ve bi nav bike û ji nû ve wî wek cihê sereke yê nasnameya kurd dixwaze. Ev yek herwiha hewldanek e bo pênasekirina kurdbûnê di nav sînorên diyar ên erdnîgarî de li Rojhilata Navîn û hewl dide nasnameya kurd bi xakeke diyar ve girê bide. Ez awayên curbicur li vir nîqaş dikim ku kurd bi wan, nasnameya xwe ya kurd gotûbêj dikin bêyî ku xwe ji civaka swêdî qut bikin. Dîasporaya kurd li Swêdê di navbera tecrûbeyên tevgirtin (inclusion) û dergirtin (exclusion), mafê welatîbûnê û kêmgiriya etnîk, aîdbûn û ne-aîdbûnê de dihere û tê û li wir bi cih dibe. Ev gotar argumentên xwe yên sereke ji qada berfireh a xebatê ya li nav kurdên koçber li Swêde distîne, ku vê qadê hiştibû ku yekem pirtûka li ser dîasporaya kurd li Swêdê bê weşandin (Eliassi, 2013), lê herwiha argumentinî xwe ji projeyeke vekolînê ya berdewam li zanîngeha Oxfordê distîne, ku têkildarî tecrûbeyên bêdewletiyê yên takekesî û kolektîf e li nav kurdên li Yekîtiya Ewrûpayê.

Gelek koçber, rewşenbîr, hunermend, nivîskar û çalakgerên polîtîk ên kurd, wek encama pevçûna etnopolîtîk a di navbera kurdan û dewletên Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiyeyê de vekişiyane Swêdê. Ev paşxaneya dîrokî ya koçberiya kurd, nasnameya gelek kurdên polîtîzebûyî yên li Swêdê diyar dike. Ev elîtên kurd ên behskirî yên li nav dîasporaya kurd, bi rêya pratîkên mobîlîzeker ên cihêreng ên wek çalakiyên komeleyî, kanalên satelayt û radyoyê ligel çalakiyên sîber li nav nifşên cihêreng, roleke girîng digêrin bo qewîkirina fikra nasnameya kurd a neteweyî û di warê xebatên lobiyê de yên bo venasîna vê nasnameyê. Wek encameke çalakiyên polîtîk li nav koçberên kurd li Rojava, pirsgirêka kurd êdî ne pirsgirêkeke navxweyî ya dewletinî Rojhilata Navîn e ku kurd li wan dijîn. Ew ji halê pirsgirêkeke herêmî derketiye û bûye yeke Ewrûpayî û navneteweyî. Herwiha zexta dewletê ya li ser kurdan li Rojhilata Navîn, bi awayekî paradoksîk rê li ber toreke çalakgeriya polîtîk a kurd vekiriye ku bi awayên ji şerên gerîlayî pir şênbertir, li hember polîtîkayên dewletan yên li dij kurdan têdikoşe. Koçê, herwiha ji bo kurdên ji hemû parçeyên Kurdistanê cihekî polîtîk ê demokratîk dabîn kiriye li Rojava ku ew dikarin gelek cudahiyên xwe li wir gotûbêj û çareser bikin. Ji nav welatên Rojava yên ku kurdan berê xwe dane wan, Swêd bûye malek ji bo heftê hezar kurdên ji deverên cuda yên herêma kurd li Rojhilata Navîn. Swêd ji zû de ye bi mafên berfirehkirî yên welatîbûna bingehîn, yên refahê û îstihdamê, koçber jî têde, ji bo hemû kesên di nav sînorên wê de, bi awayekî navneteweyî wek modela dewleteke xweşbîn, wekhevîxwaz, pirçand û refah tê naskirin. Ji vê jî zêdetir, dewleta Swêdê ya refah ew derfet daye koçberan ku bi saya îdeolojiya parvekirina dadweriyê ji hêla welatîbûna sîvîl, polîtîk û civakî bên himbêzkirin. Mercên bidestxistina mafê welatîbûnê li Swêdê yên herî lîberal in li Ewrûpaya Rojava. Herwiha koçberên ku mafê welatîbûnê bi dest nexistine jî ji 1975an vir de dikarin di hilbijartinên lokal û herêmî de raya xwe bidin. Bi heman awayî komeleyên koçberan dikarin fonan ji dewletê bistînin ji bo ku xwe ji aliyê etnîk, çandî, dînî û neteweyî organîze bikin da ku berjewendiyên xwe yên kolektîf bi pêş bixin. Ligel vê yekê, mafê xwendekaran jî heye ku heta dibistana navîn bi zimanê dê perwerdehiyê bistînin. Heger bînin bîra xwe ku zimanê kurdî bi dehsalan li Tirkiyeyê qedexe bû, ev yek bi xêra pirçandiya swêdî ya guncan û asoveker û bi xêra dîasporayeke kurd a dînamîk bû ku şêwezarê sereke yê kurdî kurmancî hat pêşxistin û ket nav ronesansekê. Herwiha dîasporaya kurd a li Swêdê bûye yek ji malên sereke yên roman û wêjeya kurdî. Ev ne bi rasthatinî ye ku karîgeriya dîasporaya kurd li Swêdê li ser hilberîna wêjeya kurdî wek ‘ekola Swêdê ya wêjeya kurdî’ tê referekirin (Ahmedzadeh, 2003).

Welhasil, em bi riwangeheke navneteweyî lê binerin, pirçandxwaziya Swêdê û dewleta wê ya refah, bûye modeleke awarte ji bo gelek dewletên din. Kurd, ji azadiya polîtîk û sazûmanên demokratîk têra xwe mefadar bûne li Swêdê. Bi vî awayî, di warê xebatên çandî û zimanî yên kurdî de û di warê wan mafan de ku tevgerên kurd bo bidestxistina wan têdikoşin li Rojhilata Navîn, Swêdê wek Kurdistanekê rol gêraye. Wek nîşaneyên vê sazûmana polîtîk a demokratîk a swêdî, yek ji pirtûkxaneyên kurdî yên herî mezin li Swêdê ye û heta 2014an 7 parlementerên paşxane kurd li parlamentoya Swêdê hebûn ku bi awayên curbicur ji bo mafên kurdên li dewletên Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiyeyê, xebatên lobiyê dikirin. Herçend bi pirranî ji keleporeke çepgir hatibin jî, ev parlamenter li spektrûmeke berfireh a siyasî (rast, lîberal, çep, kesk) belav dibin. Ev yek herwiha nîşan dide ku koçberên kurd ji hêla polîtîk ve curbicur in û ji kom û aîdiyetên polîtîk ên cihêreng tên Swêdê. Di 2006an de Toreke Parlamenter a Swêdî bo Kurdistanê hat damezirandin ji bo xurtkirina têkiliyên navbera rêxistinên demokratîk û siyasetmedarên swêdî û hilbijêrên koçber ên kurd, û Kurdistanê. Tevî ku dîasporaya kurd nîsbeten nû ye li Swêdê, wê xwe wek yek ji ‘dîasporayên herî baş organîzekirî li Swêdê’ pêk aniye ku navbeyankariya rewşa siyasî ya bindestiya kurdên li Rojhilata Navîn û civaka Swêdê dike. Siyaseta nasnameya kurd bi koçberbûn û sirgûnê bi dawî nabe; berevajî vê yekê bi azadiya siyasî ya kêrhatî û derfetên ku li Rojavayê Ewrûpayê serdest in, di çarçove û şêweya xwe de sift dibe. Rojavayê Ewrûpayê ku dewleta Swêdê li wir xwediyê pêgeheke pêşeng e di warê piştgirîdana çandî ya mezin û venasîna siyasî de; ku li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê nepeyda ne.

têkildarbûna partiyên siyasî yên sereke yên swêdî bi kurdan re

16ê Adara 2008an li Stocholmê bi hezaran qendîl hatin vêxistin ji bo bîranîna qurbaniyên Helebceyê-bajarê kurdan ê li Kurdistana Îraqê ku di 16ê Adara 1988an de rejîma Seddam Husên êrîşa kîmyewî li dij wî pêk anîbû. Li dor 500 kesî beşdarî vê bîranînê bûn. Di nav wan de gelek siyasetmedarên swêdî yên navdar hebûn; wek lîdera berê ya Demokrata Sosyal, Mona Sahlin, lîderê berê yê partiya Çep, Lars Ohly û wezîrê berê yê Piyaseya Kar, Sven-Otto Littorin, ji partiya hikûmetê, ji Moderaternayê. Sven-Otto Littorin dupat kir ku ‘kurd nirxekî girîng in ji bo Swêdê û gelek caran mînaka pir serkeftî ya întegrasyonê ne’. Bi heman nêzikbûnê, Mosa Sahlin jî dema ku bombebarankirina kîmyewî ya Helebceyê şermezar kir, destnîşan kir ku girîng e ku ew beşdarî bûyereke wisa bibe ji ber ku ‘gelê kurd xwediyê hebûneke xurt e li Swêdê’. A soxî, întegrasyona serkeftî ya kurdan di nav civaka serwer de, nayê wê maneyê ku nasnameya kurd winda dibe. Berevajî vê yekê, gengaz e ev rewşa serkeftî bi xurtî bê bikaranîn bo lobîkirin û mobîlîzekirina pêwendî û dengên pro-kurd di civaka firehtir de; ji ber ku elîtên kurd asteke bilind a întegrasyona di nav civaka swêdî de pêk tînin û di heman demê de hem hewl didin bandorê li siyaseta Swêdê ya biyaniyan bikin û hem jî li kurdên li Rojhilata Navîn û siyaseta dewletên li wir. Hebûna xurt a dîasporaya kurd, 2012an dema ku hemû partiyên siyasî yên li parlamentoya Swêdê piştgiriya wê yekê kirin ku wehşeta Seddam Husên a li dij kurdan wek komkujî bê venasîn, hêza xwe nîşan da. Endamên dîasporaya kurd ne ku tenê mafên kurdan di konteksta dîasporîk de û li Rojhilata Navîn diparêzin; lê ew hem li dij binemayên nedemokratîk ên partiyên kurdan û hem ji bo ‘têkiliyên cinsî yên yeksan li welêt û li dîasporayê’ têdikoşin.

Gotûbêjkirina nasnameyên pirtebeqeyî

Kurd li Swêdê xwedî karîgeriyeke girîng in li ser civaka swêdî û xwediyê cihekî pêşeng in di dirkandina kêşeyên civakî yên cihêreng de. Nîqaşker û nivîskarên kurd ên wek Lawen Mohtadi, Dilsa Demirbeg, Mustafa Can û komedyenên wek Soran Ismail û Özz Nûjen gelek caran li Swêdê li qadên qamûyê xuya dibin û dibin mudaxîl derbarê kêşeyên siyasî û civakî de. Gengaz e kiryarên qamûyî yên van fîgurên qamûyê yên kurd-swêdî bên dîtin wek hewleke bo şêwedana aşopeke neteweyî ya nû li Swêdê ya wêdetir ji esasîparêziya etnîk ku ji hêla tezahur, çand, dîrok, dîn, têkiliyên cinsi û hwd nifûz kiriye li pênaseya swêdîbûnê. Girîngiya van fîgurên qamûyî yên kurd têkildarî vê rastiyê ye ku ew bi derfeta gihîştina dîskuran û hêzên di hundirê dîskuran de, daxil in di dirkandin û pênasekirina dîskurên derbarê nasnameya swêdî û tecrûbeyên koçberan de. Lê belê ev daxiliyeta wan a di nîqaşên giştî yên Swêdê de wan li hember rewşa siyasî ya kurdan sersar nake. Endamên dîasporaya kurd, hem çanda siyasî ya demokratîk a li Swêdê heyî dupat dikin û hem newekheviyên binemayî û yên etnîk yên rojane ku nahêlin koçberên ne-ewrûpayî bi awayekî tam ji mafên welatîbûnê mefadar bibin. Koçberên kurd ferqeke eşkere dixin navbera swêdîbûna li ser kaxezê (welatîbûna fermî) û swêdîbûneke rasteqîn. Nasnameya koçberiyê hem nasnameyeke empozekirî ye û hem nasnameyeke tecrûbekirî ye ji ber ku swêdiyên etnîk di jiyana rojane ya koçberan de Dîketiya wan û cudahiyên çandî yên nexwestî tînin bîra wan. Gelek ji wan marûzî gotinên nijadî û kêmgiriya etnîk bûne li dibistan, kargeh, malan, di pergala qanûnî de û hwd. Kêmgiriya etnîk nasnameya wan a kurd xurt dike û wê hişmendiyê bi wan re çê dike ku ew ê tu carî bi temamî wek endamên civaka swêdî neyên pejirandin.

Yek ji warên din ên serkeftina kurdan jî spor e. Dalkurd FF klûbeke futbolê ye ku di 2004an de hat damezirandin û niha li Swêdê di koma herî baş a sêyem de dilîze. Tevî ku ew klûbeke ciwan e, li ser facebookê bûye klûba futbolê ya herî mezin a Swêdê. Ecibandinên rûpela facebookê ya piştgirên Dalkurdê zêdeyî 700 000î ne (Çile 2015). Navê Dalkurd jî balkêş e ji ber ku nasnameya kurd bi herêmeke Swêdê, bi Dalarnayê ve girê dide. Ev yek nasnameyeke netewebuhêr nîşan dide ku Swêdê bi Kurdistanê ve girê dide; lê herwiha nasnameya kurd li Swêdê dadixe asta herêmekê. Klûbên din ên wek Uppsalakurd û Skanekurd jî li ser şopa Dalkurdê çûne. Futbol sporeke global e û qadek e ku kurd dikarin tê de venasîn û xuyabûna navneteweyî bi dest bixin; lê herwiha nasnameya kurd a tepisandî jî temsîl dike, a ku hatibû bêdengkirin ji hêla neteweperestiya derîhed a neteweyên serdest ên Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiyeyê.

Guherîna ji kurdbûnê berev kurdistanîbûnê: Avakirina nasnameyeke kurdistanî li qada sîberê

Di Çileya 2014an de, du xortên kurd-swêdî li ser facebookê kampanyayeke bi navê “Ez Kurdistanî me” dan destpêkirin. Kurdên temamê dinyayê wêneyên xwe dişandin, ku di wêneyan de li ser kaxizeke sipî diyar dikirin ku ew Kurdistanî ne. Hunermend û helbestkarên kurd ên navdar, mirovên asayî û siyasetmedarên kurd ên li temamê dinyayê beşdarî vê kampanyaya mezin bûn. Bi tenê di sê mehan de, rûpela wan a facebookê gihîşt 20 986 ecibandinan. Dema ku min ji van her du xortan pirsî bê çima ev kampanya dan destpêkirin, yekî ji wan got:

Divê em êdî nebêjin em îraqî, tirkiyeyî, îranî û sûriyeyî ne an jî nebêjin em kurdên Îraqê, kurdên Îranê, kurdên Tirkiyeyê û kurdên Sûriyeyê ne. Divê em pênaseyên dewletên dagirker nepejirînin û ji dêvla wê bibêjin em Kurdistanî ne; çiku welatê me Kurdistan e û tişta ku hemû kurdan dike yek Kurdistan e. Ev ê wê yekê hêsan bike bo me kurdan ku em xwe pev girê bidin û xwe nêziktirî hev hîs bikin. Li filîstîniyan binere, ew tu carî nabêjin ku ew îsraîlî ne, her tim dibêjin ku filîstînî ne û dixwazin wek filîstînî bimînin. Lê herçi em kurd in, em pênaseyên dewletên dijmin dipejirînin û nasnameya xwe ya kurd ji bîr dikin.

Ligel ku nasnameyeke kurd bêyî ku vebestî xakeke an erdnîgariyeke diyar be tê pejirandin, nasnameyeke Kurdistanî aşopeke neteweyî di nav sînorên diyar ên erdnîgarî de pêk tîne. Erdnîgarî bingehîn e ji bo avakirina nasnameyeke neteweyî, ji ber ku nasnameyên neteweyî bi piranî pabendî xakan in. Bo kurdan nasnameya xakî gelek caran bûye pareke girîng ya têkoşîna bo venasîn, otonomî û hetta bi serxwebûnê. Gelek kurd baş di hişmendiya wê yekê de ne ku li dinyayeke netewe-dewletan, te divê nasnameya xwe li ser nexşeya cîhanê bi cih bike ji ber ku nasnameya te li wir tê pêşkêşkirin, venasîn û nimadin bo dinyaya derve. Kampanyaya “Ez Kurdistanî me” bi zelalî nîşan dide ku binavkirin girîng e di avakirina aşopeke neteweyî ya nû de; lê belê ew herwiha bingehîn e bo dîs-xwestin û dîs-vegotina xaka ku hatiye tirkîzekirin, arabîzekirin û farsîzekirin û hebûna kurdan a li wir ketiye halekî marjînal an nexuyabar. Kampanyaya “Ez Kurdistanî me” bi vî awayî hewl dide erdnîgariyên siyasî yên heyî biqelibîne, yên ku kurd li çar parçeyên neteweyî û li çar dewletan dabeş kirine. Mirov nikare hêza dîasporayê paşguh bike, ya di formulekirina siyasetê de ku dikare nasnameyên siyasî veguherîne û şêweyên nû yên dilsoziyan hilberîne li nav kurdên ku nasnameya wan hatiye parçekirin ji hêla pêkhateyên Îran, Îraq, Tirkiye û Sûriyeyê ve. Tunebûna dewleteke kurd a xwedî rêveberiyeke siyasî ya yekbûyî jî bandorê li dabeşiyên li nav kurdan dikin. Feqet, bi xêra teknolojiyên zanyariyê, kurd nêzî hev dibin û nasnameyên xwe yên kurd û cihêrengiyên xwe bi rêya medyayên civakî yên curbicur ên wek facebookê, dixin nav danûstandinê.

Maneya sembolîk a Herêma Kurdistanê bo dîasporaya kurd

Yek ji pirsgirêkên sereke yên ku dîasporayên cuda bi wan re têdikoşe, pirsa welatê bavûkalan û vegerê ye. Çêbûna nîv dewleteke kurd li Herêma Kurdistana Îraqê, Kurdistan veguherandiye erdeke ewle bo koçberên kurd ên ku bêyî ku marûzî siyasetên asîmîlasyon û tepisandina etnîk bibin, dikarin li wir kurdbûna xwe bijîn.

Damezirandina balafirgehê li Hewlêr û Suleymaniyeyê Kurdistan bi dîasporaya kurd ve girê da. Ji cergiya ku ev herêm wek tecrûbeyeke dîrokî ya bêmanend û wek rizgarbûneke ji bindestiya kurdan a li Îraqê tê dîtin, kurdên ji hemû parçeyên Kurdistanê diçin serdana wê. Berî damezirandina van balafirgehan endamên dîasporaya kurd behsa vegera li Kurdistanê dikirin. Gelek caran tecrûbeya biêş û tevgerên biçûkker ên karmendên tirk ên li ser sînorê di navbera Kurdistana Tirkiye û Kurdistana Îraqê de, Îbrahîm Xelîl bi bîr tînin. Di vê konteksta siyasî de li Tirkiyeyê înkarbûna nasnameya kurd tecrûbe dikirin; lê herwiha ew xaçerêyek bû ku ew li wê derê ji hêla venasîn û hebûna milkekî kurdan ê bi navê Herêma Kurdistanê dihatin himbêzkirin. Ligel ku Tirkiyeyê erdnîgariyeke înkarê temsîl dikir, Herêma Kurdistanê hebûna kurdan û dijberiya dîskurên mirdar ên Tirkiyeyê sembolîze dikir, dîskurên ku armanca wan bêdengkirin û tepisandina kurdbûnê ye. Ev pêkhateya kurd, ne bi tenê ji bo kurdên ji Îraqê girîng e, lê herwiha ji bo kurdên ji parçeyên din ên Kurdistanê jî wisa ye. Gelek ji wan diyar dikin ku parçeyekî Kurdistanê yê rizgarkirî hêviyê û îlhama siyasî dide wan ku ew jî dikarin wekî wir bi ser kevin û otonomiyê bi dest bixin û ji binemayên dewletên pestker veqetin. Ev tê wê maneyê ku parçeyekî Kurdistanê yê serbest vê ramanê dide parçeyên din ên dagirkirî ku gengaz e ew ji vê bindestiya çandî, siyasî û aborî veqetin. Feqet, gelek kurd Herêma Kurdistanê rexne jî dikin. Ew daxwaza demokrasiya zêdetir, têkiliyên cinsî yên yeksan û civakeke sivîl a xurttir dikin da ku partiyên siyasî yên kurd têkilî bizavên wan ên rojane nebin. Herwiha mafên bo kêmîneyan jî wek mijareke girîng tê dîtin li Herêma Kurdistanê. Koçberekî kurd ê din digot “tişta ewil ku divê dewleteke kurd bike, parastina kêmîneyan e; ji ber ku me wek kurd gelek zulm dîtiye, divê em tim vê yekê bînin bîra xwe û kêmîneyên din biparêzin û asimîlasyonê nesenpînine wan.”

Encam

Dîasporaya kurd li Swêdê berhemeke bêparbûna siyasî û aborî ya li Rojhilata Navîn e. Bi xêra siyaseta pirçand a comerd a swêdî, bêyî ku ji civaka swêdî qut bibin kurdan karîne xwe mobîlîze bikin û têkildarî siyaseta welatê xwe bibin. Mirov dikare bibêje ku bi rêya dîasporaya kurd, Kurdistanê xwe dirêjî Swêdê kiriye û Swêdê jî xwe dirêjî Kurdistanê. Kurdên li dîasporayê naxwazin di navbera her du nasnameyên xwe de hilbijartinekê bikin, lê ji dêvlê dixwazin wan di têkiliyeke sîmbiyotîk de harmonîze bikin. Ji bo nifşê ciwantir, ev yek bûye bingehîn bo sêwirîna wan a nasnameyê ku bi tenê di pirxwaziyekê de tê famkirin. Bergewdebûna Herêma Kurdistanê li Îraqê hişti- ye ku kurd nêziktir bibin li welatê xeyala xwe, li Kurdistanê. Heta ku kurd li Rojhilata Navîn marûzî kiryarên kêmgir bibin, muhtemelen wê dîasporaya kurd wek dîasporayeke polîtîzebûyî bimîne û wê dîskureke mexdûr bidirkîne da ku mobîlîzasyona siyasî ya navneteweyî motîve bike, bo ku binemayên dewletên pestker ên li Rojhilata Navîn biguherîne. Ji vê hêlê de kurdên li Swêdê xwediyê cihekî pêşeng in. Gelek kurdên li Swêdê her ku diçe bêtir digihêjin wê şiûrê ku ew hatin Swêdê ne ku ji bo tam asîmîle bibin an dev ji nasnameya xwe ya kurd berdin, lê bêtir bo domandina kurdbûna xwe bêyî ku li nav civaka swêdî têkevin rewşeke getoyî.

ÇAVKANÎ

Ahmadzadeh, H. 2003, Nation and Novel. A Study of Persian and Kurdish Narrative Discourse. PhD thesis, Uppsala University.

Eliassi, B. 2013, Contesting Kurdish identities in Sweden: Quest for belonging among Middle Eastern youth, Palgrave Macmillan, New York.

Share.

Leave A Reply