BÎNAXWAZÎ Û FAİL-THE AGENT:

Rexneya Judith Butler ya li ser determînîzma Lîngûîstîk ya Binyadger[1]

BEXTIYAR SECADÎ JI ÎNGILÎZÎ: HÊJA

Puxte: Judith Butler, yek ji dengên xurt ên rexneyî ye ku bersiv daye peyikandina perspektivên psîkoanalîtîk û Marksîst di analîza subjektîvîteyê de. Ev nivîsar dixwaze nîşan bide ku bînaxwaziya radîkal ya Butler û teoriya rexneyî ya ku piştgiriya determînîzma lîngûîstîk dike, ji hev cuda ne. Heke em zimên wek warê şerê îdeolojiyan û kontekstê jî wek cihê ku tê de ji suje pirsiyarî tê kirin (interpellated) bihesibînin, em dikarin bibêjin têgeha Butler ya “fail” û têkiliya wê ya bi zimên re, dema fail nasnameya xwe ji nû de ava dike, rê li ber azadiyeke rêlatîvîst vedike. Li gor têgeha Lacan ya suje, suje nikare nasnameya xwe ava bike ji ber ku Sembolîk bivênevê bandorê li ser suje dike. Ji bo Butler tiştê herî girîng têkiliya fail ya bi zimên re ye, û pozisyona fail ya di konteksteke paşbinyadger de jî ji bo wê girîng e. Nêrîna Butler ya li ser zimên mînakeke kêmpeyda ya rexneya hemdem e û dişibe lêkolîna zimên ya li gor doktrîna bînaxwaz.

Peyvên sereke: Determînîzma lîngûîstîk; bînaxwazî; fail; ziman; jêpirsiyarîkirin; subjektîvîte

Destpêk

Determînîzma lîngûîstîk ji aliyê mekteba binyadger ya rexneya wêjeyî û çandî bi hêz tê parastin. Ez ê di vê nivîsarê de berçav bikim bê Judith Butler çawa doktrîna determînîzma lîngûîstîk bi nêrîneke rexneyî nirxandiye. Judith Butler, yek ji dengên xurt ên rexneyî ye ku bersiv daye îdîaya gerdûnî ya binyadger ya ku dibêje di prosesa bisujekirinê de determînîzma lîngûîstîk raser e. Her wiha, divê ez berê bala we bikişînim ser duserîtiyên li jêr. Ev duserîtî têgehên teorik ên sereke dihewînin ji bo vê nivîsarê:

  1. Binyadgerî û paş-binyadgerî
  2. Determînîzm û Bînaxwazî
  3. Bînaxwazî û Hilweşan
  4. Suje û fail
  5. Bisujebûn û Performatîvî (bisujebûn û bisujekirin wek mînakên sujebûnê)

Judith Butler, jêpirsiyarîkirin (interpellation) û bandora Hegelî

Rengê têgeha hiş (consciousness) a Hegel di sehneya rewşenbîrî ya Fransaya salên 1950yî de xwe bi awayekî xurt deqandiye. Butler xwest ku di lêgerîna subjektiviteyê de bandora Hegel ya li ser perspektîvên psîkoanalîtîka binyadger û Marksîzma binyadger nîşan bide. Di serê kariyera xwe ya akademîk de, ew li fikir û bandora Hegel geriya di pirtûka xwe ya yekemîn ya bi navê Sujeyên Arezûyê: Hizren Hegelî di Frensa Sedsala Bistemîn (Subjects of Desire: Hegelian Reflections in Twentieth Century France, 1987) de. Ev bandora Hegelî di xebatên wê yên paşîn de jî hat nîqaşkirin. Dema ev pirtûk cara duduyan hate çapkirin, wê di destpêka pirtûkê de got: “xebatên min hemî di mahreka hin pirsên Hegelî de dimînin.”[2]

Pozîsyona Butler ya ku ji ber têgeha wê ya performatîviyê navdar bûye, divê di konteksta Lacan û Foucault û Derrida de bê xebitîn. Lê belê, xwendineke nêzîk a li ser têgeha performatîviyê diyar dike ku ew herwiha di bin tesîra şêweya îdeolojiyê ya Althusserî de jî maye. Ji bo Althusser tiştê ku rewşên sujebûnê bi awayekî bêveger ji nû ve ava dike performansa têkiliyên me yên bi yên din re û bi taybetî jî bi saziyên îdeolojîk re ye. Nirxandina Butler ya li ser teoriya Althusser (jêpirsiyarîkirina îdeolojîk) di pirtûkên wê yên bi navê: Axaftina Biheyecan: Polîtîkayek Performatîviyê (Excitable Speech: A Politics of the Performative, 1997) û bilhassa di Jiyana Psîşîk ya Îqtidarê:Teoriyên Bisujebûne (The Psychic Life of Power: Theories of Subjection1997) de tê dîtin.

Butler jî wek Žižek bi awayekî rexneyî têkiliyê bi têgeha jêpirsiyarîkirinê ya Althusser re datîne. Lê xwendina Butler ji ya Žižek pêşketîtir e, ji ber ku ew di heman demê de hem li ser teoriya Althusser û hem jî li ser zimên hûr dibe. Di Axaftineke Biheyecan de Butler bi îqtidara ku ziman li ser suje bi kar tîne re eleqedar dibe. Pirtûka wê bi lêkolîna li ser kêliyên ku suje ji aliyê “zimên ve tê birîndarkirin” dest pê dike. Dipirse bê “Kengî em îdîa dikin ku em ji aliyê zimên ve hatine birîndarkirin,” û “ev îdîayeke çawa ye em dikin”[3] Wekî ku Butler bawer dike em qudretekê atfî zimên dikin û xwe wek “qurbanên birîndar yên wê qudretê dihesibînin,” ew dibêje ne tenê têkiliyeke xurt di navbera îqtidar û zimên de heye, lê herwiha ew îqtidara ku em behsê dikin, ziman bi xwe ye. Loma, angaşta xwe ya li ser “bizimankirina qada siyasî” bi referansên Althusser û Foucault pêşniyaz dike.

Di nirxandina xwe ya li ser “sehne”ya jêpirsiyarîkirinê ya Althusser de Butler mefhûmên Hegelî bi kar tîne. Hegel dibêje avabûna xwe-hişyariya (self-conscious- ness) nasnameya kole dijberiyeke nav-subjektîvî ava dike. Ango, diyalektîka di nav- bera kole û xwedî de, têkoşîna du subjektîvîteyan e. Ev têkoşîn hem berî avabûna xwe-hişyariyê û hem jî piştî wê heye. Loma, ji bo ku jêpirsiyarîkirina îdeolojîk pêk were, ne mecbûr e du kes hebin. Ev dikare wek fenomeneke di navbera sujeyekî/ê û rastiya derveyîn de jî pêk were.

Ev nêrîna li ser teoriya Althusser di pirtûka Jiyana Psîşîk ya Îqtidarê de jî tê dîtin. Di vê pirtûkê de beşek ji bo “subjektîvîteya Althusser” hatiye veqetandin. Di serê nîqaşa xwe de Butler jêpirsiyarîkirina Althusser bi nav dike. Tevî ku li dijî hin hêlên vê têgehê derdikeve jî, dibêje “krîtîka vê doktrînê hê jî berdewam e.” Butler di felsefeya Althusser de li ser kêliyên jêpirsiyarîkirinê hûr dibe, ango ew kêliyên ku takekes serê xwe li banga polêsan dizivirînê. Butler vê sehneya Althusserî wek tiştekî “mînakwarî û alegorîk” radigire. Analîza awayên cuda yên li dora xwe zîvirînê pêşkeş dike û analîza xwe bi fêmkirina Nietzsche ya ‘wijdan’ û bi pirsa ‘tewanê’ ve girê dide. Butler bawer dike “behsa wijdanê ya di ‘Îdeolojî û Saziyen Dewletê yên îdeolojîk’ (Ideology and Ideological State Apparatuses) ya Althusser de pir kêm bala rexnegiran kişandiye.” Loma Butler nîqaş dike ku “teoriya îdeolojiyê pişta xwe daye komek metaforên teolojîk û tevlihev.” Althusser di çîroka Peter de wek mînak behsa avakirina sujeya ji aliyê Xwedê dike. Butler jî nivîsandiye ku ev mînakdayîn bi awayekî awarte hêza îdeolojiyê nîşan dide di kelama Althusser de:

Hêza xwedê ya navlêkirinê teoriya jêpirsiyarîkirinê binyad dike. Ew jî dibe sedema avabûna îdeolojîk ya suje. Amûrên lîngûîstîk yên ku suje pê mecbûr dimîne tev li civakê bibe, bi mêrûnê (vaftîzê) bi mînak dibe. Xwedê dibêje “Peter” û ew dibe Peter, û ev binavkirin xwedê wek serekaniya Peter saz dike.[4]

Lê di sehneya jêpirsiyarîkirinê ya Althusser de em bi vegotineke cuda rûbirû dimînin, ji ber ku di vê sehneyê de polêsek û kesê tê binavkirin jixwe hene. Em nikarin bibêjin ew kesê ku tê binavkirin, berî binavkirina polês ne sujeyek bû. Bi a polês kirin û serê xwe li banga wî zivirandin sujeyeke gramatîk ferz dike. Wek encam, Butler dibêje:

Heke ev stûxwarkirin suje ava bike, wê demê ew kelama ku dixwaze çîroka vê stûxwarkirinê vebêje tenê dikare bi îstismarkirina gramerê pêş bikeve, ji ber ku bandorên wê yên xeyalî hene. Ew kelama ku dixwaze vebêje bê suje çawa ava bûye, berî vejîna suje vebêje hebûna wê ya gramatîk ferz dike.[5]

Ew dibêje divê ewil sujeyeke gramatîk hebe û haya wê ji xwe hebe, û dûre li banga polês bizîvire. Butler dibêje: dema “suje bi awayê gramatîk bê qebûlkirin, dê wisa xuya bike ku divê ewil haya suje ji wê hebe, lê ez îdîa dikim, heke ev jixwehaydarbûn tunebe suje jî tuneye”[6] Di vê kêlîyê de jêpirsîyarîkirin formeke nav-subjektîvî digire. Ango, jêpirsiyarîkirin berê di nasnameya suje de, dûre wek bertekeke li dij banga polês pêk tê. Ev fikra Butler pêşiya meriv ronak dike ji ber ku têgeheke Althusserî bi rengekî Hegelî pêşkêş dike. Heke meriv gazinên Althusser yên li ser Hegel bîne ber çavê xwe, xwendina li ser Althusser ya bi vî rengî nûjen xuya dibe.

Butler cudatiya di navbera xwe û Althusser de dide xuyanî û dibêje Althusser di mînaka xwe ya silavdayînê de zimên tenê bi axaftinê ve girê dide lê Butler dibêje ziman nikare tenê bi axaftinê ve bê girêdan. Di Axafineke Biheyecan de Butler îdîa dike ku ziman divê ne tenê di forma ziman de bê dîtin. Tevî ku, li gor piraniya teoriyên subjektiviteyê (tevî ya Butler bi xwe) “destpêkirina sujeyê, lîngûîstîk” be jî, “şikilgirtina ‘zimên’ ya damezrîndar ne mecbûr e bi axaftinê ve bê girêdan, lê Althusser wan bi hev girê dide. ”[7] Tiştê herî balkêş ew e ku, Butler bi xwe bawer dike ku paşkoyîtiya suje bi rêya zimên pêk tê. Ev tê wê wateyê ku, ziman ne tenê amûra jêpirsiyarîkirina îdeolojîk e lê konteksta vî tiştî bi xwe ye.

Têgeha dubaretiyê (Iterability) ji aliyê Derrida hatiye çêkirin, û Derrida seranserî kariyera xwe ya entellektuel ev têgeh bi pêş ve biriye.[8] Dema Butler li ser vê têgehê disekine, ew yekser çend konseptan ji Althusser û Lacan û Foucault jî digire û wan berfireh dike. Tevî ku sûd ji Derrida wergirtibe jî, di esasê xwe de Butler bi mantiqa Foucault ya veşartî mayî re mijûl dibe. Dema Foucault behsa pêkhatina suje ya rabêjî dike ev mantiqa ku Butler pê mijûl e jî derdikeve holê. Loma, tevî ku Butler wek rexnegireke di hundir paradîgmaya Foucaultyî de tê nasîn jî, pozisyona wê divê wek pêşvebira rexneyî ya Foucault bê nirxandin. Ev pêşvebirin bi rêya bikaranîna psîkoanalîza Lacanî û hin tesîrên din li gel fikra Foucaultyî mumkin bûye. Ango ew berê nasnameyê wek pirsgirêkeke ji kokên siyasî hatiye dihesibîne û dûre wê bi psîkoanalîzê şîrove dike. Butler bawer dike, têkiliyek di navbera îqtidar û derûniyê de heye, bi vê baweriya xwe ew bi eşkereyî Foucault û Lacan li hev dihûne.

Bînaxwazî an Determînîzma Lîngûîstîk?

Bînaxwaziya radîkal ya Butler, wê û teoriya rexneyî ya ku determînîzma lîngûîstîk dixwaze ji hev cuda dike. Di vê mijarê de Butler ji Lacan jî cuda ye, ji ber ku Lacan wek elementa herî mezin ya Sembolîkê li ser zimên disekine û cî ji tevgerên serbixwe re nahêle (ji bo suje karibe tev bilive.) ‘Fail’a Butler ji sujeya Lacan azadtir xuya dike ji ber ku fail dikare di rewşa ku tê de hatiye bicîkirin xwe tev bide, lê sujeya Lacan di heman rewşê de nikare xwe tev bide ji ber ku di çarçoveya ji aliyê zimên ve hatiye amadekirin de cit bûye. Butler li vir xwe ji teoriyên binyadger ên ku bi eslê xwe xwedî karakterekî determînîst in, dûr dixe û nêzî nêrîna paşbinyadger dibe. Li gor paşbinyadgeriyê, bi taybetî jî ji bo Derrîda suje qabilî hilweşanê ye. Lê belê, di vê mijarê de kêfa Butler zêdetir ji têgeha ‘bê-bisazîkirinê’ re tê. Ev têgeh li gor hin çavkaniyan têgeheke Foucaultyî ye.

Di Bedenên ku Dibin Mesele (Bodies That Matter,1993) de Butler îhtimala failtiyê li ber çavan digire di proseseke lihevkirî ya dubarekirinê de. Ji bo wê jiberkirin dikare bibe dîsa-watelêkirin jî. Prosesa dubaretiyê dikare konvensiyonên nîşan kirine hem bihêz bike hem jî lawaz bike. Veronika Vasterling nêrîna Butler ya li ser suje û zimên bi van peyvan berçav dike:

Di vegotina Butler ya li ser têkiliya suje û zimên de, pirsgirêk … ew e ku suje hema her tim ji aliyê zincîrên watelêkirinê yên zimên bînaxwaz dibe û dîsa-bînaxwaz dibe. Suje bi temamî ne pasîv e, ew dikare bilêvkirinê bike û ev ji bo (dîsa)bînaxwaziya wê şertekî pêwist e. Loma, Butler bi awayekî meşrû dikare îdîa bike ku suje bi tena serê xwe ji prosesa (dîsa) bînaxwaziyê derbas nabe.[9]

Suje hema her tim çavê xwe di hundir zimanekî de vedike. Di hundir vî zimanî de kêm zêde konvensiyonên watelêkirinê yên damezirandî hene. Lê dîsa jî, di vir de ji bo afirîneriyê cih heye: em dikarin, bi qestî, hewl bidin ku berê konvensiyonên watelêkirinê (yên ku em tê de ne) biguherînin. Li gor Butler, suje ji aliyê formên konvensiyonel û naveroka zimên ve tê avakirin, lê heman suje dikare wateyên nû li wê naveroka zimên û li formên konvensiyonel bike.

Nêrîna Butler ya li ser suje dişibe nêrîna Arîstotales ya li ser giyaniya ku şikil dide beden û wê çarçove dike. Di Rabêj û Sembol (Le discourse et le symbole, 1962) de Edmund Ortigues bi tundî guh û çav ji hev cuda dike, û wan bi tixûbên cuda yên Sembolîk û Xeyaliyê ve têkildar dike. Em bi rêya çavên xwe rastî Xeyaliyê tên û em bi rêya guhê xwe ji Sembolîkê haydar dibin. Ji ber vê, kesê ku em dibînin ji mevcûdiyetekê pêvetir ne tiştek e, tenê bedenek e lê yê ku em pê re diaxivin suje ye.

Balpişta Butler ya li ser ‘bizimankirina qada siyasî’ çarçoveyeke Lacanî û Foucaultyî dişopîne. Butler bi psîkoanalîza Lacanî nêzî têgeha îqtidarê ya Foucault bûye û têgeha wê ya Performatîviyê encama vê nêzbûnê ye. Dema îdeolojî bi awayekî Althusserî ji takekesan sujeyan diafirîne, têgeha Foucault: rabêj, tesîrê li ser îdeolojiyê dike. Tiştê ku îdeolojiyê bi rabêjê ve girê dide têgeha Foucault ya dij-pozîtîf e. Û dij-pozîtîf dişibe têgeha Althusserî: Saziyên Dewletê yên Îdeolojîk. Avabûna rabêjî ya suje dikare di konteksta Saziyên Dewletê yên îdeolojîk de bê vekolîn. Ji bo Butler tiştê herî girîng, têkiliya fail ya bi zimên re ye û ev têkilî di konteksteke paşbinyadger de cih girtiye. Nêrîna Butler ya li ser zimên mînakeke kêmpeyda ya rexneya hemdem e ku dişibe lêkolîna zimên ya li gor doktrîna bînaxwaz. Û herwiha, dozîna Butler ya li ser têkoşîna di navbera takekesê fail û bisazîkirinê dişibe dijberbûna di navbera zimanê suje yê/a Lacanî û îdeolojiyên Althusserî yên ku ji suje jêpirsiyariyê dikin. Li gor Butler têkiliya fail ya bi zimên re an konvensiyonê bi hêz dike an jî lawaz dike. Û ev nîqaş di xwendina diyalektîka nav-sujeyî ya di navbera sujeyan de amûrtiyê dike. Û ev nav-subjektîvîte bi taybetî dema karakter bi zimanên din re rûbirû dimîne derdikeve hole.

Mînak û Bikaranîn

Mînakên di karên edebî de yên ku dixwazin qaîdeyên sîntaktîk û semantîk yê zimanekî bin pê bikin, di nêrîna îroyîn de wek mînakên hewldana fail ya xwe bêsujekirinê tên hesibandin. Dema suje hertim di warê determînîzma lîngûîstîk de dimîne, fail li tevgerên bînaxwaz digere. Bînaxwaziya lîngûîstîk, rê li ber dîsa-bînaxwazkirina nasnameya sujeyê vedike. Di wêjeya îngilîzî de, mînakên sereke yên veguherîna suje, ji bo fail ev in:

  1. Di William Shakespeare de hevedudanîtî (portmanteauism) (mînak: di Anthony û Cleopatra)
  2. Di Jiyan û Fikrên Tristram Shand (The Life and Opinions of Tristram Shand, Gentleman) ya Laurence Sterne de hevedudanîtî û binpêkirina sîntaktîk.
  3. Di Alice di Ecêbîstanê de (Alice Adventures in Wonderland) ya Lewis Carroll de lihevanîna peyvan û hevedudanîtî
  4. Di romana modernîst de, dîsa-watedarkirina zincîra watelêkirinê (mînak: James Joyce, Ulysses û Finnegans Wake (Ulysses and Finnegans Wake) û William Faulkner, Dakeve jêr Mûsa (Go Down Moses)
  5. Di helbesta modernîst de binpêkirina sîntaktîk (mînak: helbestên E. E. Cummings)

Encam:

Heke em zimên wek warê şerê îdeolojiyan û kontekstê jî wek cihê ku tê de ji suje pirsiyarî tê kirin bihesibînin, em dikarin bibêjin têgeha Butler ya “fail” û têkiliya wê ya bi zimên re, dema fail nasnameya xwe ji nû de ava dike, rê li ber azadiyeke rêlatîvîst vedike. Fikra Butler ya fail ji sujeya Lacan cudatir e, û ji bo xebatên edebî yên ku tê de nasnameya karakteran ji nû de tê avakirin muhîm e. Herwiha, wê bi awayekî rexneyî xwe daye ber têgeha Althusser: jêpirsiyarîkirinê jî. Ji bo wê, jêpirsiyarîkirin di hundirê suje de pêk tê. Loma rengekî wê yê nav-subjectîvî heye. Û ev reng, analîza ku dixwaze diyalektîka nav-subjektîvî (di navbera subjektîvîtiyên îdeolojîk yên nasnameya suje de) nîşan bide û nêrîna Butler nêzî hev dike. Dema binyadgerî ji bo sujeyan li ser determînîzma lîngûîstîk disekine, paşbinyadgerî ji bo fail bi mînakên bînaxwaziyê re rûbirû dimîne. Loma, cihêtiyek tûj di navbera têgeha binyadger: suje, û têgeha bînaxwaz: fail de heye. Di wêjeyê de tradîsyonên ku tê de nivîskar navên nû li zincîra watelêkirinê dikin hene. Sujeyê/a bi performatîviyê têkildar, naxwaze bi zincîrên watelêkirinê ve bê girêdan. Ev suje zêdetir dixwaze bibe failek û ji girtîgeha determînîzma lîngûîstîk bireve.

 [1] Ev nivîsar li Fakulteya Edebiyat û Zimanên Biyanî ya Zaningeha Kurdistanê ya li Sînê, di 06.12.2014 de hatiye daberandin.

[2] Judith Butler, Subjects of Desire: Hegelian Reflections in Twentieth-Century France, New Yotk: Columbia University Press, 1987, r. xiv

[3] Judith Butler, Excitable Speech: A Politics of the Performative, New York: Rutledge, 1997,r. 1.

[4] Judith Butler, The Psychic Life of Power: Theories in Subjection, Stanford: Stanford University Press, 1997, r. 111-2.

[5] lbid. r. 112.

[6] Ibid. r. 68.

[7] Vicki Kirby, Judith Butler: Live Theory, London: Continuum, 2006, r. 95.

[8] Dubaretî (Iterability) dikare wek îhtimala dûbarekirina peyvan û nivîsan bê tarif kirin. Li gor Derrîda, ev dûbare kirin di rewşên cûda cûda û ser hev, ser hev pêk tê. Derrîda di maqaleyên xwe yên Limited Inc. de vê têgehê derdixe. Wek mînak binêr: Jacques Derrida, “Signature Event Context,” di Limited Inc, ed. Gerald Graff, trans. Samuel Weber and Jeffrey Mehlman, Evanston: Northwestern University Press, 1988, , r. 1-25.

[9] Veronica Vasterling, “Butler’s Sophisticated Constructivism: A Critical Assessment,” diHypatia, Vol. 14, No.3 (Havîn 1999), r. 28.

ÇAVKANÎ

Butler, Judith. Subjects of Desire: Hegelian Reflections in Twentieth-Century France. New York: Columbia University Press, 1987.

—. “Conscience Doth Make Subjects of Us All.” Yale French Studies, No. 88, Depositions: Althusser, Balibar, Macherey, and the Labor of Reading, (Fall 1995), rr. 6-26.

—. Excitable Speech: A Politics of the Performative. New York: Rutledge, 1997.

—. The Psychic Life of Power: Theories in Subjection. Stanford: Stanford University Press, 1997.

Butler, Judith, Ernesto Laclau and Slavoj Žižek. Contingency, Hegemony, Universality:

Contemporary Dialogues on the Left. London: verso, 2000.

Hawks, Terence. Structuralism and Semiotics. London: Routledge, 1992.

Kirby, vicki. Judith Butler: Live Theory. London: Continuum, 2006.

Larmore, Charles. “The Concept of a Constitutive Subject.” di nav The Talking Cure: Essays in Psychoanalysis and Language. Colin MacCabe, ed. London: Macmillan, 1981, rr.10  8-31.

Thom, Martin. “The Unconscious Structured as a Language” di nav The Talking Cure: Essays in Psychoanalysis and Language. Colin MacCabe, ed. London: Macmillan, 1981. rr. 1-44.

vasterling, veronica. “Butler’s Sophisticated Constructivism: A Critical Assessment.” Hypatia, Cild. 14, No. 3 (Havîn 1999), rr. 17-38.

Wolfreys, Julian. Critical Keywords in Literary and Cultural Theory. New York: Palgrave Macmillan, 2004.

Share.

Leave A Reply