Romanûs wek Mamoste[1]

Chinua Achebe – Ji îngilîzî: Fexriya Adsay

Cureyê ku ez dinivîsim li cihê ez lê dijîm bi îzafî tiştekî nû ye û hê jî gelekî zû ye ku mirov rabe bi hûrgilî qala têkiliya navbera me û xwînerên me bike. Bawer im dîsa jî dikarim bi rihetî li ser aliyekî van têkiliyên ku kêm caran tê qalkirin, bisekinim. Ji ber perwerdehiya me ya ewrûpî nivîskarên me wê mazûr bên dîtin ku bibêjin têkiliya di navbera nivîskarên ewrûpî û xwînerên wan li Efrîkayê xwe ji nû ve hildiberîne. Em ji Ewrûpayê fêr bûne ku nivîskar an hunermendek li çeperê civakê dijî –riha wî heye, cilên wî/wê ecêb in, bi piranî bi awayekî derasayî û jêhêvînabe tevdigere. Serî li hember civakê rakiriye û ew civak jî li hember wî, ne bi dijminatî be jî, bi guman e. Taliyê, tiştê herî dawî ku civak bifikire wî/wê bike berpirsiyarê tiştekî.

Ev hemû baş tê zanîn, lewma hin kes ji me zêde bi hewes xuya dikin ku civaka me li hember me bi heman dijminatiyê tevbigere an heta di wê haletîruhiyetê de ne ku ew wisa tev digere. Lê li vir derdê min ne ew e ku nivîskar ji civakê çi hêvî dike; piranî ev di pirtûkê wan de heye an divê hebe. Tiştê ku têra xwe nehatiye nivîsîn ew e ku civak ji nivîskarên xwe çi hêvî dike.

Ez, helbet, difikirim ku nivîskarên me û civaka wî/wê li heman cihî dijîn. Ez lê dinêrim gelek bihane tên rêzkirin ku divê nivîskarên efrîkî ji bo xwînerên ewrûpî û emerîkî binivîsînin ji ber ku xwînerên efrîkî, hebin jî, ancax pirtûkê dersan bixwînin. Nizanim gelo di hişê nivîskarên efrîkî de her tim xwînerekî ewrûpî heye an na. Tiştê ku ez dizanim divê tunebe. Qet ne dizanim ku divê ê min tunebe. Sala çû tabloya firotina Things Fall Apart a bi berga bêcild û erzan wisa bû: li Birîtanya 800 kopî; li Nîjerya 20,000 kopî û li cihên din jî 2,500 kopî. Heman tablo ji bo No Longer at Ease jî derbas dibû.

Piraniya xwînerên min xort in. Di dibistan an zanîngehan de dixwînin an nû xelas kirine. Û gelek ji wan wek mamosteyek bim li min dinêrin. Çend roj berê ji bakurê Nîjeryayê min ev name wergirt:

Birêz C. Achebe,

Bi rastî ez ji nivîskaran re name nanivîsînim, pirtûkê wan çiqas balkêş be jî, lê ez fikirîm divê teqez ji cenabê te re bêjim ku kêfa min çiqas ji romanên te Things Fall Apart No Longer at Ease re hatiye. Ez li bendê me ku romana te ya nû Arrow of God jî bixwînim. Romanên te ji bo me xortan wek pêşniyazan kar dikin. Ez ji te bawer im ku tê gelek pirtûkên bi vî cureyî hilberînî. Bi silavên dostanî û daxwazên jidil.

Silav û rêz I.Buba Yero Mafindi

Pir eşkere ye ku ev xwînerê taybet ji min çi hêvî dike. Derheqê xwînerekî din ê ku ji Ganayê nameyeke dilşewat nivîsandibû jî zêde guman tuneye, ku digot min di dawiya Things Fall Apart de cih nedaye pirs û bersivan û gelo ez ê bikarim van ji wî re binivîsînim da ku di ezmûna bawernameya dibistanê a sala bê de bi ser keve. Ez ên wisa wek xwînerên “çawa bikim” bi nav dikim û hêvî dikim ên wek wî ne zêde bin. Lê dîsa li Ganayê min mamosteyeke ciwan nas kir ku di cî de ji min pirs kir ka min çima nehiştiye lehengê No Longer at Ease bi hezkiriya xwe re bizewice. Bi awayekî nixumandî min hin tişt gotin, wek her tim ku dema rexneyeke zana li min tê girtin ku divê min pirtûkek, ji ya min nivîsandiye, cudatir binivîsanda. Lê min nikarîbû xwe zû bi zû ji mamosteya xwe xelas bikira. Ew di gotina xwe de pir bi israr bû. Digot, qey min nizanîbû ku gelek jin hene di vê rewşê de ku min teswîr kiriye û min ê xizmetek baş kiribûya ger min nîşan dabûya ku ev mumkin e zilamekî wêrek, qasî li hemberî orf û edetan rabe, bibînin.

Helbet ez wek wê nafikirim. Lê vê jina ciwan ew qas dilşewat bû ku min nikarîbû li hember vê tawanbarkirina (bi rastî jî tawanbarkirineke cidî bû) ku min derfeteke kêmpeyda a ji bo perwerdekirina li ser mijareke ecêb û sivik berhewa kiribû, aciz nebim. Li vir ev girîng e ku mirov bêje, dema nivîskarekî li hemberî xwe bê hurmet be, di rewşeke wisa de wê têkeve bin emrê xwînerên xwe. Lazim e bikare azad be ku bi civakê re ne li hev be û pêwîst be li hember wê rabe jî. Lê ez armancên xwe bi baldarî hildibijêrim. Hewcedariya civaka min piçek berhemdariya teknîkî be û edîtorê rojnameyek nîjerî rabe qala ‘berhemdariya monoton’ a şaristaniya ewrûpî ya endustrî û teknolojiyê bike, divê ez çima pê re şer bikim?

Beriya demeke kurt dema min bi ingîlîzî straneke pop, ku ne şaş bim navê wê ‘ez xwe heftekê naşom’ (I Ain’t Gonna Wash for a Week) bû, guhdarî kir, fikra min a li ser hewcedariyên taybet ên civakên cuda xurttir bû. Ewilî min miraq kir ka çima li cihekî ku biryarên ew qas hêjatir hebe û li bendî bicihanînê bin, kesek rabe sondeke wisa bixwe. Lê piştre min fam kir ev stranbêj ji wê eyn çanda jixwerazî ye ku demeke berê gunehkarî kiribû û gotibû paqijî û oldarî hema bêje yek e. Lewma min bi çavekî din li wî nerî –weke rêvebirekî tolhildana pîroz. Lê ez curet dikim bêjim ku peywira wî ya taybet wê li civaka min hewce nekira ji ber ku me ew guneh nekiriye ku em hîjyenê bikin xwedayê xwe.

Ne hewceyî gotinê ye, li dij navê me guneh û kufrên me bi xwe hene. Ger ez Xweda bûma, wek gunehkariya herî mezin min ê teslîmiyeta me -ji ber her çi sedemê be- ya kêmdîtina nîjadî li xwe bigirta. Her çiqas sûcdarkirin û mehkûmkirinê heq bikin jî, pir dereng e em hêrs bibin û yên din sûcdar bikin. Tiştê lazim e em bikin em li pey xwe binerin û fam bikin bê me li ku xwe şaş kiriye, baranê em li ku şil kirine.

Ka ez yek du mînakên encama vê bobelatê bidim ku di serdema hakimiyeta nîjadên biyanî de li ser derûniya efrîkiyan tesîr kirine. Di destpêka salên 1940an de li gunde me dema cara yekem keçên dibistanê di salvegera hatina gospelê (mizgîn) de dansên efrîkî pêşkeş kirin, ecêbmayina xiristiyanên ji nifşên bavê min tê bîra min. Heta vêga her tim tiştekî xiristiyanî û medenî îcra dikirin ku bawer im jê re digotin dansa Maypolê. Di van rojan de -dema ez zarok bûm- tê bîra min tenê mirovên feqîr, nezan û bêol hunera me ya herêmî ya destkariyê, wek kûzikvanî, jê îstifade dikirin. Xiristiyan û kesên dewlemend jî (bi giştî ev heman kes bûn) qutîkên teneke û yên ji metalên din teşhîr dikirin. Me ti carî kûzên avê nedibirin ser kaniyê. Ê min li gor temenê min qutîkek teneke ya gilover a biskuwîtan hebû, temenmezinên malbatê jî bi tenekeyên gazê yên panzdeh kîlo av dikişandin.

Îro gelek tişt guherîne, lê wê bêhişî be ku mirov wek ku em ji hemû bandorên trawmatîk ên lêrasthatina ma ye ewil a bi Ewrûpayê re xelas bûbin tevbigerin. Sê çar hefte berê jina min ku di dibistana lawikan de wek mamosteya ingîlîzî kar dike, ji xwendevanekî pirsiye ka çima dema dixwaze di nivîsa xwe qala harmattanê[2] bike qala zivistanê dike. Gotiye ku lawikên din wê henekê xwe pê bike û bibêjin ev “gundî (an hov) ye!” Vêga, we yê jê re negota ku tiştekî ku ji hewa xwe fedî bike nîne, an na? Lê eşkere ye ku we yê ev bikira. Ji vê heqareta mezin wê çawa bê xalîkirin? Ez dibêjim wek nivîskarekî ev parçeyek ji karê min e ku nîşanî wî lawikî bidim tiştekî hewa Efrîkayê tuneye ku ew jê fedî bike, darên palmiyeyê îlham dide mirov ku helbestan binivîsîne.

Ev ji bo min şoreşeke maqûl e – alikariya civaka xwe bikim da ku li xwe vegere û ji xwe bawer bike û tevliheviyên wan salên xwebiçûkdîtinê û jixwemadxelandinê dayînin aliyekî. Û bi eslê xwe ev meseleyek perwerdehiyê -di wateya yekem a vê peyvê de- ye. Li vir, ez bawer im armancên min û daxwazên civaka min li hev rûdinin. Ji ber ku ti efrîkiyekî bifikar nikare ji êşa birîna ruhê me bireve. We hemûyan ‘şexsiyeta efrîkiyan’; demokrasiya efrîkî, rêbaza efrîkî ya sosyalîzmê, hwd. bihîstiye. Ev hemû palpiştên me ne ku me di dewrên cuda de şêwandine da ku alikariya me bikin em li ser piyên xwe bisekinin. Kengî em rabûn ser piyan, wê êdî hewcedariya me bi van nemîne. Lê di vê kêlîkê de pir teb’î ye ku em li dij nîjadperestiyê rabin, bi awayê ku Jean Paul Sartre wek nîjadperestiya dij-nîjadperestiyê bi nav kiribû, û em îlan bikin ne ku tenê bibêjin em bi qasî yên din baş in lê em gelekî ji wan baştir in.

Divê nivîskar ne li bendê be ku ew ji peywira jinûvede-perwerdekirin û vejandina civakê bê azadkirin. A rast, divê ew li herî pêş bimeşe. Divê neyê jibîrkirin ku -wek Ezekiel Mphahlele di African Image de dibêje- ew tamara hesas a civaka xwe ye. Profesorê felsefeyê yê ganayî, William Abraham vê wisa îfade dike:

“Zanayên efrîkî çareserkirina pirsgirêkên zanistî didin ser xwe, dîrokzanên efrîkî dikevin nav dîroka efrîkayê, zanyarên siyasetê dikevin nav xemên siyaseta efrîkayê; çima di warê wêjeyê de afirînerên efrîkî divê ji xizmetên ku ew bi xwe heqîqîbûna wan teşhîs dikin, mûaf bin?”

Bi taybetî ez bi xwe dil nakim ku bêm azadkirin. Ez ê gelekî kêfxweş bibim ger romanên min (bi taybetî ên ku mijara xwe ji pêşerojê digrin) xwînerên min tenê fêr bike ku pêşeroja wan -tevî hemû kêmasiyên wê- ne şeveke dirêj a hovîtiyê ku ewrûpiyên ewil ku li ser navê Xwedê tevdigeriyan ew jê welidandine. Belkî tiştê ez dinivîsînim hunera pratîk e û ji safbûnê dûr e. Lê ev xema kê ye? Huner girîng e lê perwerdehiya di hişê min de jî girîng e. Û bi ya min her du hewcedarî ne li dij hev in. Di antolojiyeke vî çendî de çîrokek hausayî[3], piştî ku ew bûyerên efsanewî yên her tim vedibêje wisa bi dawî dibe:

Hemû hatin û bi hev re di nav dilşadiyê de jiyan. Gelek keç û kurên wî çêbûn, mezin bûn û alikariya pêşketina standardên perwerdehiya welatê xwe kirin.[4]

Wek ku min li devereke din jî gotibû, ger hûn bibêjin dawiya vê çîrokê encameke xav e, hingê hûn nikarin derheqê Efrîkayê de zêde tiştekî bizanin.

Leeds University, 1965

ÇAVKANÎ

Chinua Achebe, romanûs Wek Mamoste, 1988, bi destûra The wylie Agency (UK) Limited hatiye weşandin. -The Novelist as Teacher by Chinua Achebe. Copyright © Chinua Achebe, 1988, used by permission of The wylie Agency (UK) Limited

[1] Yekem car di vir de hatiye weşandin: New Statesman, London, 29 Kanûna Paşîn 1965; piştre di Morning Yet on Creation Day, Heinemann Educational Books, 1975, de.

[2] Harmattan: Bayekî germ û ziwa ye ku zivistanan li Sehreya Mezin digobile.

[3] Hausa: Li Nîjeryayê civateke misilman.

[4] W. H. Whiteley (ed.), A selection of African Prose, Oxford, Clarendon Press, 1964

Share.

Leave A Reply