JINÊN NAVA MALÊ Û JINÊN DERÎ MALÊ

Nexweşiyeke Veşartî di Awêneya Giyanî de

Mîrza Baran

And the end of all our exploring Will be to arrrive where we started And know the place for the first time[1] T. S. Eliot

Kurte

Di navbera çîrokeke kurmancî Gulên Sala ya Mehmet Dicle û Odysseus a Ho- meros de têkiliyeke balkêş heye, her çi qas ev du berhem ên serdem, mekan û gelên cuda bin jî, di kûrahiya xwe de her du jî ji derhişê mirovahiyê tên. Xas- ma di jiyana lehengên van berheman de du cure jin tên pêş me: Jinên nava malê û jinên derî malê. Berevajî qenaetên berbelav, li gorî rewşên sosyolojîk ên kurdan, her çi qas cudatiya van du komên jinan ji ber hestên kolonyal û bindestiyê xwe saz bike jî, ji ber bêdengiya Sala û jinkuştina wî, ez berê xwe bêtir didim nexweşiyeke wî ya veşartî: Objeya arezûyê û girêka odîpal. Ev her du têgeh rewşa Sala ji bo me zelaltir dike û derbarê jinên nava malê û yên derî malê de jî rêya me ronî dike.

Û dawiya hemû keşfên me/wê bigihêje cihê ku me jê dest pê kiriye/ û ê bibe weke cara ewil wê derê binase.

Serhatiya Odysseusê şahê girava Îthakayê ji serdemên kevin û vir ve bala gelek zana, nivîskar û feylesofan kişandiye. Her kesekî bi awayekî cuda li vê jiyanê neriye û ez jî dil dikim bidim dû vê meylê û serhatiya Odysseus bi nerîneke psîkanalîtîk ligel çîroka Mehmed Dicle ya bi navê Gulên Sala binirxînim. Reng e ku baştir be di serî de nêta xwe bidim xuyan ku ez ê berê xwe bi tenê bidime ser du aliyên jiyana Odysseus: Yek, jinên wî ne, ku ne tenê Penelopeya[2] jina wî lê jinên wî yên dî jî hene di nav wan de, yên mîna Kîrke û Kalypsoyê ku di rewîtiya wî de pê re bûne, ew ji rê derxistine û bendên evîn û dîliyê xistine stûyê wî; du, dengên Sîrenan e[3], ku hiş û aqil ji serê gelek kesan birine û ew dîn û sewda kirine. Lê Sîren kî ne, an jî xwedan çi cure deng in ku hema rastî kê tên aqil di serê wan de nahêlin? Beramberî vê, di serhatiya Odysseus de çi cure rolê dilîzin û di tevahiya jiyana wî de xwedan çi wateyê ne?

Piştî vê pêşkêşiya derheqê Odysseus de, divê em bipirsin bê gelo mirov dikare têkiliyekê di neqeba jinên Odysseus û çîrokeke kurmancî de peyda bike, an na? Heke bersiv erê be, gelo ew têkilî dê bi çi rengî be? Têkiliyeke wisa dikare derbarê civaka kurd û takekesên vê civakê de çi li me ronî bike? Ji bo peydakirina hin bersi- van ji van pirsan re, ez ê berê xwe bidime “girêka odîpal” û “objeya arezûyê”, ku du têgehên bingehîn ên psîkanalîzê ne. Bêguman di vê hewlê de dê girêkên geşedana giyanî ên takekes û tevî wê jî arezû û nihiçkên wî jî bi hev re bêne nirxandin, weke ku xuyan e ku carê ew li ber mirovan dibin asteng ku nahêlin bi pêş ve biçin û carê jî dibin fersendek ku asoya wan berfireh dikin.[4]

Trajediya dînekî

Di çîroka Gulên Sala ya Mehmed Dicle de dînek heye ji navçeya vebêjer, ku zarokekî dibistanê ye. Navê dînê navçeyê Sala ye. Kînga vebêjerê zarok biçûya mek- tebê di ber Sala re dibuhurî, bêyî ku raweste û li çavê wî binere, lê her carê serhatiya wî mêrikê dîn meraq dikir û dixwest bizane bê çima ketiye vê rewşa kambax. Lê em

 

2 3 4

Ji bo navên leheng û mekanên yewnanî, li dewsa reseniya wan min varyantên van ên rûniştî bi kar anîne: Pînelopî – Penelope, Îthakî- Îthaka, Kalîpso –Kalypso, Kîrkî- Kîrke, Tîlemaxos-Telemakhos hwd.
Li gorî mîtolojiya yewnanan Sîren sê periyên bitalûke ên deryayê bûn; laşê wan yê balindeyan û xweyî bask bû, serê wan jî serê jinan bû. Li cihinan ew wekî “femme fatal” (jinên kujende/mêrkuj) dihatin teswîrkirin.

Çêdibe ku mirov dîskûra dijkolonyal jî tevî vê mijarê nîqaş bike, lê ji ber armancên berteng ên vê nivîsarê, ez ê berê xwe nedim vê feraseta krîtîk. Çiku bi her awayî bi ya min ev meseleya objeya arezûyê û girêka odîpal e ku ew bi xwe beriya hestên kolonyal an jî piştî wan hestan şilf û tazî xuya dibe. Lewma ez bawer dikim ku hestên me ên bindestbûn û zêrandîbûnê nahêlin ku em awirên xwe jê wêdetir vedin. Ev pirsgirêkeke wisa ye ku di nav her netewe, gel, êl, eşîr, malbat û takekesî de xuya ye. Ango gerdûnî ye. Lewma min pê baştir e ku ev nivîs bibe pêpelûkek ji bo xuyabûna nîqaş û nivîsarên derheqê jinên biyanî û kurd de herwiha di çarçoveya dîskûra dijkolonyal de.

dielimin ku ji berê de dîn pir bûne di nav şêniyên vê navçeyê de. Sedema vê yekê jî, li gorî çîrokê, piraniya jinên biyanî ne ku di zemanên berê de diçûn û dihatin navçeya wan, ku navê wê Asûs e (11). Sala jî yek ji wan mêran e ku dil berdaye jineke biyanî; ew bû evîndarê mamosteya navçeyê, ku ji welatekî din hatibû warê wan û ders dida zarokan. Navê wê Kewser bû. Di vê hînê de mirov meraq dike bê ka mêrên vê nav- çeyê bo çi dil berdidan van jinên biyanî. Gelo ji ber ku ew bi xwe ji jinên kurd ên navçeyê delaltir bûn? Na, vebêjer me qanih dike ku rastî cuda ye:

[H]emû jinên ku heta wê rojê hatine navçeya me bedew nebûne. Efsûna biyanî- bûnê têr kiriye. Li wê axa bejî, bêhna bahrên dûr ên ku bi xwe re anîne û navên bajarên wan ên nedîtî evîndaran li dû xwe hiştine. Wekî ku ji bo hişê mêrekî bidizin hatine û çûne. Tenê ev hevok wek satileke av li dû erebeya ku wan biriye rijiyaye, “Dewlet wan mexsûs dişîne van deran! 12

Li vir du peyv bala me dikişînin; diziya hişê mêrekî û şandina dewletê. Ango li gorî şêniyan ev tişt wekî operasyoneke dewletê bû û diviya mirov xwe nedaya xapan- dinê û bi bayê dewleta xapînok re fir nedaya xwe.[5] Berê jî jina qaymeqam hebû, ew jinik bi spîtiya laşê xwe di hişê şêniyan de dimîne. Hesenê şêniyê navçeyê jî piştî çûna jina qaymeqam her li bin siya darcêwiyên pêş mala wan dimîne û bendê dimîne ku ji- nik ji malê derkeve (13). Xuya ye ku Sala, di vê babetê de tenê nîne. Heke em werin ser çîroka Sala, li gorî behsan hê emrê wî nebûbû bîst, ketibû pencên evîna mamosteyê:

Tirs weke tayekê ketiye dilê hemû jinên Asûsê. Her şev li ber agirê kuçikan çîrokên evînê hatine gotin û ji bo ku zarok zû rakevin gazî dînên berê kirine. Bejna keçan bedewtir bûye bi fîstanên gulgulî yên ku heta wê rojê nehatine lixwekirin. Diyên lawan nivişt dane çêkirin. Şêxan bi xwarinan de xwendine, ji bo ku mamosteya nû li ber çavên xortan reş bibe. Dîsa jî dil rehet nebûne, lewma jî çend giregirên navçeyê çûne bajêr, ta qonaxa walî. Wê bigotana, çendî ku kurekî me yê din dîn nebûye, wê bişînin ciyek din, eger walî beriya çend rojan neçûbûya ta paytextê. 14

Sala li quncika goristanê piştî kerrbûna navçê jî li benda xoşewîsta xwe bê liv û mîna peykerekî disekine. Anku Kewser jineke wisa ye ku evîndarê xwe ji zar û ziman ve dixe û çok tê de nahêle. Jîndariya wî jî bi xwe re dibe. Axirê ê dîn dibe “mîna hemû zilamên ku dil berdane jinên biyanî” (15). Piştî wê havînê, hemû ma- moste vedigerin lê tenê Kewser nayê (15). Sala êdî axaftinê tevde ji bîr dike. Paşê jê re niviştan çêdikin jî tiştek naguhere û dema ku hîn dibe ku tayîna Kewserê çûye

5

Di rastiyê de jî raportên Islahata Şerqê ên dewleta tirk derbarê zewaca tirk û kurdan de çendîn xal pêşkêş kiribûn. Lê berevajî zewaca mêrên kurd bi jinên tirk re, li vir em rastî teşwîqa zewaca jinên kurd bi mêrên tirk re tên, ku ev jî ji ber vê ye ku jin him li derveyî hemû pergalên dewletê ne û him jî bi wî awayî zimanê kurdî muhafeze dikin. Bnr: Yayman, Hüseyin (2011). Şark Meselesi’nden Demokratik Açılıma: Türkiye’nin Kürt Sorunu Hafızası. SETARapor:Ankara.

cihekî din, berê xwe dide çiyayan û bi mehan venagere malê. Bi ajel û lawiran, giya û çeman re diaxive. Wek çareseriyê jî şêxek dibêje bila wî bizewicînin, lê Sala bi navê Kewserê gazî jina xwe dike û di meha çarem de jî jina xwe dikuje. Pêşî wî diavêjin hepsê û dûre jî timarxaneyê. Piştî salên dijwar gava ku tê navçeyê, em hîn dibin ku dê û bavê wî ji zû de çûne rehmetê û hemû şênî jî mîna biyaniyekî lê dinerin. Êdî şevên kerr û biberf ên zivîstanê li pêşiya wî ne. Rojekê ji van rojan dema ku vebêjer ji ber berf û baranê zûka ji mektebê derdikeve, li ser rêya xwe rastî Sala tê, Salayê ku di destê wî de gulek heye. Bi qîrîn bangî wî dike, Sala, here malê, Kewser êdî nayê, bi vê gotinê re Sala serê xwe radike û cara ewil li rûyê wî dinere (17), vebêjer wisa bawer dike ku dê Sala roja dinê pê re biaxive û dê êdî nema li benda wê bisekine. Rojeke din dîsa piştî derketina ji mektebê çavên wî li Sala geriyan, lê ew ne li cihê xwe bû, jê re wisa tê ku xebera wî kiriye û çûye mala xwe. Lê rastî ne ew qas hêsan e. Rojeke berbiharê, jinek li ser rêya xwe di nav berfê de gulekê dibîne û dixwaze ji erdê rahêlê, lê hingê dibîne ku gul di destê Sala de ye ku qeşa girtiye. Di şeveke kerr a bêdeng de Sala qefilîbû (19).

Jinên Odysseus û rêya vegerê

Milan Kundera di The Book of Laughter and Forgetting [Pirtûka Ken û Jibîrki- rinê] de derheqê serhatiya Odysseus[6] de şîroveyeke wisa dike:

Ji James Joyce û vir ve em dizanin ku mezintirîn serhatiya jiyana me, kêmasiya serhatiyan e. Ulyssesê ku li Troyê şer kiriye, piştî ku behr derbas kirine, vegeri- yaye mala xwe, wî xwe bi xwe keştiya xwe ajotibû, berpirsiyarê wê bû û li ser her giravê jî xwedan dostikek bû – na, bêguman ew ne awa ye ku em jiyana xwe pê dijîn. Axir rêwîtiya[7] Homeros êdî di hundirê me de ye. Ew hatiye dawerivandin. Girav, behr, Sîrenên ku hiş û aqil ji serê me dibin û Îthakaya ku gazî me dike. Van rojan ew êdî tenê dengên hebûna me ya hundirîn in. 124-5

Anku hemû serhatî, çîrok rastiyeke jiyana me ya hundirîn e, mîna xewna şevan an jî xewnerojka jiyanekê ku dilê me hemûyan dibijiyê.

Weku diyar e, şahê Îthakayê ji bo ku têkeve nav hêzên şerê Troyê, jina xwe Pene- lopeyê û kurê xwe Telemakhos li dû xwe dihêle û berê xwe dide deverên dûr. Piştî ku bajarê Troy li ber wan têk diçe, rêya vegerê jî li ber wî vedibe. Belam ji ber ku rik û xezeba xwedayan kişandibû ser xwe, dike nake nikare bigihîje mala xwe. Di nav pêlên behrên har de gelek caran rêya xwe şaş dike, lewma rêwitiya wî dûdirêj dibe û bê rawest hema li dor deh salan didome. Di vê rêwîtiya bêna de xwedayên Kîrke û

 

6 7

Odysseus û Ulysses heman nav in, lê belê di Aeneis a Vergilius de navê Odysseus wek Ulysses derbas bûye, ji ber vê ye ku di zimanên rojavayî de ev nav tê bikaranîn.
Di îngilîziya wê de bo rêwîtiyê qiseya “odyssey” hatiye bikaranîn ku ev qise ji navê Odysseus hatiye dariştin û ketiye zimanên rojavayî.

Kalypso jî dibin dostikên Odysseus. Ew bi wan re dilê xwe şa dike, rojên xwe di nav kêfxweşî û bextewariyê de diborîne lê dîsa jî beramberî van rojên kêf û zewqê, dibe teptepa dilê Odysseus ji bo mala wî û welatê wî. Gökçe İspi jî di gotara xwe a bi navê İçimizdeki Odysseus de jinên li çarmedorê wî wek kesên xwedan hêz û deshilat dest- nîşan dike. Çiku ew jin him xweda ne û him jî– li gorî şîroveya Gökçen- di derhişê Odysseus de hêmaya dê (mother-imago) temsîl dikin, anku ew jinên bihêz, spehî û bêraqib: Kalypso, Kîrke û Sîren. Ew giş jî bangî Odysseus dikin û dil dikin ku wî bikişînin cem xwe. Pêşî Kalypso û Kîrke rê nadin ku Odysseus vegere ser axa xwe. Li dû van jî dora Sîrenan tê û ew jî rê li ber wî digirin. Heke van bûyeran ji aliyê arketîp[8] û sembolên navxweyî şîrove bikim, li cî ye bibêjim ku axa welêt jî mîna malzaroka dê ye, dibe ku me hezar caran ji der û dora xwe bihîstibe, kesên ku li derveyî warê kal û bavan dijîn, tim dixwazin li welêt bên veşartin, wekî di helbesta Eliot de jî xuyan e, cihê ku em dawî lê tînin ya rast cihê destpêka me ye. Ligel vê, şerê Troyê jî wekî şerekî navxweyî li giyanê Odysseus diqewime ku wî ji jina wî dûr dixe û bi pey re jî rê didê ku jinên din binase. Herçend wiha bûbe jî, ew jinên şox û şeng li aliyekî, jina Odysseus jî li aliyekî ye. Mixabin Odysseus çi qas bixwaze here cem jina xwe jî ji ber astengiyên ew çend zêde û van jinên hêzdar, bi zor û zehmetî digihêje miradê xwe.

Di berdewamiya nivîsa xwe de İspi rave dike ku di vê rêwîtiyê de ji ber banga xwe, Sîrenên cezbedar jî hêmaya dê ne. Gava Odysseus bi keştiya xwe nêzikî cihê wan dibe, ew jî bi dengên xwe yên şîrîn bangî wî dikin. Li hemberî vî tiştî jî Ody- sseus guhê hemû hevalên xwe bi şimayê dide girtin û xwe jî bi stûna keştiyê dide girêdan. Dema ku di ber Sîrenên femme fatal re dibuhurin, Odysseus banga wan dibihîze, lê ji ber ku girêdayî ye nikare here cem wan û bi wî awayî jî xwe ji destê wan rizgar dike. Dîsa heke em vegerin ser sembolên vê çîrokê, bi ya me wisa ye ku ew bendên ku Odysseus xwe pê girêdane zagonên civakê, keştî jî civak bi xwe ye, lewma bi qewla Lacan, zarok divê ji dayikê dûr bikeve da ku bikare zagona bavî û zimên nas bike. Weku xuya ye, ziman pergaleke wisa ye ku di têkiliya navbera zarok û dê de hewcedarî pê nîne çiku ew jixwe bê qisedan û bi saya empatiyê ji hevdu fam dikin. Lê bav û civak ne wisa ye. Ji bo ku mirov têkeve nav jiyan û rêza wan, divê berdêla vê yekê jî bide, ev berdêl jî terikandina hezkiriya herî mezin, desgirtiya şox û şeng û şahbanûya rojên bihuşta winda, anku terikandina dê bi xwe ye. Di serhati- ya Odysseus de, wekî zikirbûyî, hemû jin jî dixwazin di rêya vegerê de wî bikişînin cem xwe û nehêlin ku ew xwe bigihîne warê xwe û cem jina xwe. Lê weku me li jor şol kir, Odyseeus tenê xwe bi girêdana stûna keştiyê (civakê) ji vê arezûya kujende

8

Arketîp têgeheke rêbaza psîkolojiya analîtîk a Carl G. Jung e. Jung bo lêkolînên xwe ji her dever û miletên dinyayê çîrokên gelêrî ber hev dike û dema ku van çîrokan analîz dike, rastî hin motîfan tê, ku ew motîf bi xwe di mîtolojiyên welatên cuda de hebûn û ligel vê hê jî di xewn, fantezî û delûzyonên mirovên vê serdemê de jî xwe dubare dikin. Jung ji wan motîfan re “arketîp” dibêje, anku forma herî kevn, forma esîl.

xelas dike ku di rêwîtiya wî de piştî Kalypso û Kîrke talûkeya herî dawîn ew bû ku vê arezûyê dianî bîra wî. Lê tiştekî seyr e ku berevajî keştîvanên din (endamên civakê) Odysseus rêyeke wisa ji xwe re dibijêre ku berê wî tu kesî ev nebijartibû, ligel talû- keya bihistîna vî dengê ku ji bihuşta zaroktiyê dihat û astengiya li ber kamilbûnê bû.

Hûrnerîneke psîkanalîtîk li ser Dînê Navçeyê

Piştî serhatiya Odysseus û ya Salayê Dicle, ez dixwazim li ser çîroka Dicle çend şîroveyan derbirînim. Trajediya Sala, weku di nav çîrokê de jî borî, yek ji wan traje- diyên mêrên kurd e ku dilê xwe berdane jinên biyanî. Ligel vê yekê, hê di destpêkê de me pirsîbû bê çima Sala naxwaze bi jineke kurd re bizewice an jî beriya zewaca xwe ya bi jineke kurd re, dibe evîndarê jineke biyanî. Reng e ku sedema sereke ya vê meselê ew be, bêguman di çarçoveya nerîna psîkanalîtîk de, hemû jin dê ne, lê jinên nava malê ji jinên derî malê bêtir dê ne, ji ber ku bi zar, edet, mejî û jiyana dayê dikevin jiyana mêran, bi gotineke din, heman çand û jê wêdetir heman ziman di jiyana wan de ye.[9] Bêşik ev pirsgirêkeke gerdûnî ye, li cem her gel, netewe û ci- vakan li kar e. Di vê babetê de ji gerdûnîtiya wê bêtir, ez dixwazim qalê bikim ku di civakeke mîna ya me de, ku sînorên takekes bi endamên malbatê re ew qas nêzik û şolî û nezelal in, takekes tim dixwaze ku xwe dûrî vê rewşa xeniqîn bike û bide dû jiyaneke wisa ku bêhna wî fireh bike. Bi awayekî din, ew têkiliyên bêsînor bi hêsanî dikarin hestên odîpal yên pêşzaroktiyê bînin bîra mirov. Ji ber vê yekê jî takekes dike nake nikare guhê xwe li vê rastiyê -ku wek temsîla dengê Sîrenan xwe eşkere dike- bigire, wekî encam jî an aqilê xwe berdide an jî xwe dikuje. Renata Salecl, di nivîsara xwe a The Sirens and Feminine Jousissance de dibêje ku dengê [s]îrenan di serdema me ya nû de jî mirin û talûkeyê tîne bîra me. Di geşedana psîkoseksuel a takekes de beriya serdema odîpal, gava ku zarok dengê sîrenan dibihîze, hingê jî li mirinê difikire, çiku tê de wekî periyên arezûyê, arezûyeke veşartî heye ku ew jî bi dêya xwe re raketin, anku, di malzarokê de windabûn, bi gotineke din vegera mal-

 

9

Bo nimûne di Quranê de jî têgehek heye ku navê wê “zihar” e, li gorî wê, dema ku mêrek ji jina xwe aciz bibe û êdî dilê wî nebijiyê ku pê re rakeve jê re dibêje “Tu mîna dayika min li ba min heram bî” (di hin wergeran de ev hevok wekî “tu mîna pişta dêya min î” derbas dibe) û dixwaze wê berde. Lê belê Quran li dij vê derdikeve û dibêje ku ew dêyên we nînin (58: 2-3-4). Bi ya min ev jî reng e ku ji heman hestê bê, anku piştî têkiliyên salane ev hest li ba gelek mêran çêdibe ku jina xwe dişibînin dêya xwe û hesta seksualiteyê jî pê re winda dikin. Çiku êdî dêya veşartî, girêka odîpal an jî banga Sîrenan û objeya arezûyê ya bi dayê re raketin dîsa dikeve giyan û hişê wan, bi qasî ku êdî nikarin bi jinên xwe re rakevin. Axirê çav berdidin jinên derî malê ku wê bikarin wan ji hestên hilweşkar û kujer xelas bikin. Têra xwe xuya ye ku ev qonax piştî zewac û xwedanmalbatbûnê tê, lê dîsa em baş dibînin ku ev girêkên veşartî û nihiçkên tepisandî her tim rêya xwe dibînin ku bi paş de vegerin. Bi min Odysseus jî di rêwîtiya xwe ya giyanî de ji ber “zihara” xwe dûrî jina xwe dikeve û serhatiyên cihêreng û bi zewq bi jinên biyanî re dibihurîne.

zarokê ye. Lê bi saya zagonên bav û civakê zarok kêm zêde dikare xwe ji vê bangê dûr bixe; lê egeriya têkiliyên bêsînor ên navbera takekes û malbatê, rê dide ku mirov dîsa berê xwe bide vê banga kujende, belam êdî ji ber kamilbûna fîzîkî û hişyarî ya takekesî ew qas ne hêsan e ku jê bireve.

Bi qenaeta Bülent Somay jî arezûya dê, wekî banga Sîrenan e lewma xwegirê- dana Odysseus a bi stûna keştiyê û dagirtina guhê keştivanan temsîla du tedbîran dikin, ku bi vî awayî li hemberî arezûya qedexe xwe xelas dikin. “Nebihîstîn” ted- bîra ewil a egoyê ye ya li dij arezûyê; li vir mirov wisa tevdigere ku heçku kes bangî wî nake û wisa jî ew deng tê tepisandin û dûre jî tê jibîrkirin. Ya duyem jî tedbîra superegoyê ye, hingê bang tê bihistîn lê takekes bi zanebûn xwe nade dû wê û bi hiş- mendiyeke qewîn li ber xwe dide da xwe radestî vê bangê neke (106). Her takekes di jiyana xwe de vî dengî dibihîze, lê bi saya qonaxên qewîn ên geşedana giyanî xwe ji talûkeyên wî xelas dike, lê kesên ku jiyana wan bi trawma û birînên kûr ve tije bin û rastî gelek bedkariyên giyanî hatibin, ji ber ku tu kesî ew neelimandiye ka xwe çawa ji wan êşan rizgar bikin, bi hêsanî dikevin dafika pêlên reş ên behra giyanî. Bi pey re Somay dipirse gelo ev arezû çi ye, anku banga çi dike û dûre jî bersiva vê yekê dide. Bi ya Lacan, ew arezûya dê ye ku bi Sîrenan xwe temsîl dike. Di serdema fallîk de ligel têkiliyên bavî arezûya dê bi her awayî qedexebûna xwe dide xuyakirin. Êdî ev bang bi awayekî tepisandî diguheze û dibe banga Sîrenan, ku car caran xwe bi bîr tîne. Lê ji ber ku ev bûyer di serdema odîpal de (3-5 sal) diqewime, di bîra me de zêde cih nagire, çiku tê tepisandin. Wekî zikirbûyî, heke ev serdema odîpal bi awa- yekî qewîn nehatibe tecrûbekirin, ev bang bi her awayî xwe nîşanî takekes dide. Di vê serdemê de heke zarok hewl bide ku berê xwe bide vê bangê, encama wê mirin, an jî bi gotineke dî hebûneke psîkotîk e ku ev bi xwe jî metafora mirinê ye. Lê heke rêyeke din bibijêre, anku li gorî pergala bav û civakê tevbigere û guhê xwe lê bigire, hingê dikare xwe ji mirinê bifilitîne (108).

Li gorî qenaeta gelemperî, ziman di heman demê de amraza ragihandinê ye û mirov pêşî di nav malbata xwe de fêrî wî dibe. Heke ev malbat jê re xweşî û qenciyê û hêviyên jiyanê neyîne tiştê ku bi tenê diyarî takekes dike êş û kul û derd be û pê re jî rê nede ku kamilbûna takekes bi pêş ve biçe, hingê terikandina zimên di heman demê de terikandina malbatê bi xwe jî ye. Lewma di çîroka Dicle de jî ez bêzimaniya wî wek helwesteke li dij zimanê wî yê kurdî dinirxînim çiku êdî dengê wî jî qut dibe û xwe dispêre bêdengiyê û ji jina xwe ya kurd hez nake, dûre wê dikuje. Çiku dibe ku di bêdengiya Sala de dengê jina wî dengekî din tîne bîra wî, banga Sîrenan, dengê arezûya qedexe. Jin dibe dêya wî, anku mîna pişta dêya wî be. Lewma tim dixwaze xwe ji vê arezûyê xelas bike lê nikare wê bibe serî. Ji ber van sedeman jina biyanî jê re dibe rev, lê ji ber têkiliyên newekhev û hestên bindestiyê, tiştê ku di nav mêrên kurd û jinên xwende ên tirk de çêdibe, xwedan zimanî nîne lê bêdengî bi xwe ye. Beramberî vê, heke sedema rasteqîn bes tenê hestên wî yên bindestiyê û heyraniya

çanda “bilind” a tirkan bûya, ma hingê çima nikare bi jineke kurd re bizewice, an jî a soxî wê dikuje? Jixwe kuştin encama rewşeke psîkotîk e û qenc eşkere ye bi hêsanî em nikarin bibêjin ku ew ji halet-î ruhiyeya bindestan tê. Heke wisa bûya, mêrên kurd hemûyan jî dê ji ber hestên xwe yên bindestiyê ku her tim pê dinalin, jinên xwe bikuştina. Bêguman, objeya arezû di nava her takekesî de heye lê piraniya mi- rovan, mîna peyayên Odysseus li ber wê bangê guhên xwe bi şimayê dadigirin û bê hay û xeberdan jiyana xwe didomînin. Wan kesan xwe xelas kirine. Odysseus jî xwe berra radestî vê rewşa kujende dike ku bi rêyeke qewîn vegere mala xwe û paşila jina xwe. Bi ya me, Sala jî rastî vê yekê tê lê ji ber kêmasiya tecrûbeyan û derfetan, ku wê gelekî bi kêrî wî bihatina û alikariya wî bikirina ku xwe ji vê rewşa aloz bifilitîne, lê xwe radestî mirin û dînîtiyê dike. Ferq nîne ku Sala evîndarê jineke din, yeke ji derî malê bûye, çiku jixwe bi saya xwestina tiştekî herî nepêkan (jineke tirk û xwende) ji xwe re hincetek wisa saz dike da ku ji hesta reva ji malzarok û arezûya dê xelas bibe, lê ya soxî encama wê bi xwe dibîne ku wiha ye.

Xulase

Me çîroka Dicle wek nimûneyek êşên giyanî ên mirovahiyê nirxand û tê de du xalên girîng yên nexweşiyeke vaşartî destnîşan kirin. Bêguman ev şîroveya me li vir kirî nayê vê wateyê ku ev şîroveya vê çîrokê rasteqîn e. Di rexneya wêjeyî de em tim rastî rexneya afirîner tên ku mirov tê de şîrove û xwendinên cuda ên nivîskar û rexnegirên curbicur peyda dikin.

Axirê me dît ku vegera li malê tim û daîm hêz û sebreke mezin divê ku belku piraniya mirovan nikarin vê hêzê di nava xwe de peyda bikin. Lê vegera li malê ji aliyê gelek destan û berhemên wêjeyî û feylesofî ve tiştekî pîroz û miqedes hatiye dîtin. Wek Homeros, Kavafis jî di helbesta xwe ya navdar de dibêje ku mal anku Îthaka bangî mirovên xwe dike. Lê bêyî nasîna jinên din (ne hewce ye ku mirov vî tiştî di jiyana rasteqîn de bike, çiku zanîna psîkolojiyê me baş elimandiye ku her tişt bi hêmayan lê di mejiyê mirov de çareser an jî safî dibe, lê heke mirov dil hebe ku bi rastî jî wan tiştan bîne cih, êdî ew jî kêfa wî ye) xuyan e ku ne hêsan e ku mirov bêyî nexweşiyên xwe yên veşartî ên giyanê xwe, jinên nava malê rast fam bike û li gorî wê biryaran bigire. An jî heta ku em jinên xwe û jinên biyanî di hişê xwe de bi temamî çareser nekin û haya xwe ji gelên din, ku axa me kolonîze kirine û hestên xwekêmdîtinê bi me dane çêkirin, nas nekin, zewaca bi jinên biyanî re –xasma yên “efendiyên me”- wekî gelek caran dê encamên xirab ji me re bînin.[10] Dawiya dawî

 

10

Min qet qala mêrên biyanî nekirine. Çiku ji ber gelek sedemên desthilatî, zayendî, kolonyal û kevneperestiyê di navbera helwest û daxwazên jin û mêran de cudahiyeke mezin heye û ew jî me wisa dike ku divê –li dij neheqiyeke li jinan- em mêr û jinan di van rewşan de cudatir binirxînin. Fanon jî di pirtûka xwe a Çermê Reş û Maskeyên Spî de jinên reş û mêrên reş li hember jinên spî û mêrên spî ji hev cuda nirxandiye.

bi gelek mînakên heval, hogir û derûdoran em baş dizanin ku mirov li pey zewacên bi jinên “efendiyên me” dibe ku nikarin tiştê ku lê digerin peyda bikin û axirê tenê poşmaniyê bibînin û her tim li pey “jineke kurd a xeyalî” bikevin, ku ew jî li ser rûye dinyayê tuneye. Ji ber ku ew jin dê ye, diya ku di hiş û tariya giyanê wî de bûye şolî û zelal nayê xuyanî. Heta ku sînorên şolî ên navbera malbat û takekesan neyên zelalkirin û takekes xwe ji bendên malbatên dîlyar xelas neke, ev resmê xeyalî ê jina kurd ku mêrê kurd dixwaze pê re bizewice lê nikare peyda bike û resmê xeyalî ê jina kurd ku jê direve, wê bibin yek resm û pê re jî jiyana wî biherimînin… A soxî li dû ew qas gotinên ser veger û malê, me dil heye ku nivîsara xwe bi çend rêzikên Kavafîs ên ji helbesta Îthakayê biqedînim:

11

Her tim bila Îthaka di bîra te be.
Gihiştîna ber bi wir ve armanca te ye.
Lê di rêwîtiya xwe de qet nelezîne
Çêtir e bi salan wê dirêj bikî
axirê, tu rîspî lengerê bavêjî ber qeraxa giravê
dewlemend bi tiştên ku te di rê de kar kirine
bêyî hêviya ku dê Îthaka dewlemendiyê bide te
[…]
Heke te ew belengaz û feqîr dît, Îthakayê tu nexapandiyî. Tu wisa zana bûyî, bi tecrûbeyên ew qas zêde
êdî tê fam bikî ka Îthaka tê çi wateyê[11]

Wergera vê helbestê ya min e ku ji zimanê resen hatiye kirin.

 

ÇAvKANÎ

Dicle, Mehmet (2013). asûs. Avesta: Stembol

Eliot, T.S. (1971). Four Quartets. Harcourt Books: Orlando, USA

İspi, Gökçen (2002). İçimizdeki Odysseus. http://www.kayiprihtim.org/portal/mitolojiler/icimizdeki-odysseus/#mo- re-3941

Jung, C.G. (1995). Memories, dreams, reflections. Ed.: Aniela Jaffé. wer.: Richard û Clara winston. Fontana Press: London.

Kavafîs, K. P. (2007). Τα ποιήματα 1897-1918. Τόμος Α (Cîlda Yekem). İkaros Ekdotiki Etairia: Athina.

Kundera, Milan (1996). The Book of laughter and Forgetting. wer.: Aaron Asher. Faber and Faber: London.

Salecl, Renata (1997 ). The Sirens and Feminine jouissance. Differences: A Journal of Feminist Cultural Studies. No: 9/1, r. 14-28 http://timothyquigley.net/vcs/salecl-sirens.html

Somay, Bülent (2010). “Freudo Baggins’in Mordor Yolculuğu: Bir Psikanaliz Metaforu Olarak Fantezi Edebiyatı”. Di nav Tarihin Bilinçdışı: Popüler Kültür Üzerine denemeler de r.98-119. Metis: Stenbol.

Wergera Qur’ana Pîroz Bi zimanê Kurdî. (2011) wer.: M. Huseyn êsî, M. Se’îd Girdarî û M. Muhemmed Bêrkevanî. we- şanxaneya Bang: Stenbol (Çapa duyem)

[1]

[2]

[3]

[4]

[5]

[6]

[7]

[8]

[9]

[10]

[11]

Share.

Leave A Reply