Destpêka Şanoyê li Başûrê Kurdistanê

Mahroo Raşidîrostamî – Ji îngilîzî: Fexriya Adsay

 Kurte

Mijara vê nivîsê destpêka şanoya di şêweyê rojavayî ya li başûrê Kurdistanê ye. Nivîs rave dike ku li Kurdistanê dîroka şanoyê bi dîroka perwerdehiyê ve girêdayî ye. Ji ber çend sedemên sosyopolîtîk li Silêmaniyê derket û geş bû. Silêmanî di bin rêvebiriya Babanan de dîrokek wê xwe-îdarekirinê hebû û lewma karakterekî kurd î cuda pê re çêbûbû ku ew kir navenda çalakiyên netewperweriya kurdî. A din, li Tirkiyeyê qedexekirina ziman û çanda kurdî kir ku gelek rewşenbîr û esilzadeyên kurd ên ji Silêmaniyê vegerin malbajarê xwe ku ji bo wan ciyekî pir bêlebat û westar (inertia) bû. Yek ji gavên rewşenbîrên wek Pîremêrd avêt ku vê rewşê biguherînin, ji bo pêşxistina perwerdehî û xwendin-nivîsandinê avakirina dibistanan bû. Şano bû amraza kaniya aborî ya dibistanan û bo xwendevanên feqîr. Pîremêrd ku ji bo alîkariya aborî hin lîstikên kurdî yên ewil nivîsandine, girîngiya şanoyê ya bo neteweyê wisa destnîşan dikir ku ew dikare him şaheserên wêjeyî yên neteweyekê derxe ser dikê û wan pîroz bike û him ji bo perwerdehiya zarokên wê jî dikare piştgiriya aborî peyda bike. Lîstika wî Mem û zîn ji bo daxwaza perwerdehiya giştî bû ku dikarîbû rêya geşbûna Kurdistanê veke. Ew bû yek ji lîstikên ewil ên serkeftî ku li Kurdistanê hatin îcrakirin. vê nîşan da ku zimanê kurdî dikare bibe amraza şanoyê çawa ku Mem û zîna Xanî jî îspat kiribû ku kurdî dikare bibe zimanê helbesta epîk.

Xebatên rojavayî yên li ser şanoyê hilberandina şanoyê wek deq-navendî û nivîskar-ajotî qebûl kirine. Dîroknasên şano û performansê gelemperî li ser kevneşopa şanoya Ewrûpayê ku delîlên wê bi awayê deqên nivîskî an di nav bermayiyên arkeolojîk de peyda dibûn, hûr bûne, herwiha li gelek deverên dinyayê ku performans (raberî) bi xwe wek “deq”ek girîng û performansger jî wek nivîskarên birûmet hatine qebûlkirin, di ser re hatiye qevaztin.[i] Lê, di salên 1980an de ev bi hilatina qada Xebatên Performansê û qebûlkirina wê ku şanoya ewrûpî di nav spektrûmeke fireh a çalakiyên çandî de tenê awayekî îfadekirinê ye, guherî.[ii] Yek ji pêşbîniyên derheqê Xebatên Performansê yên herî girîng û bingehîn ev e ku “her tişt dikare ‘wek’ performans bê terîfkirin”[iii] Ev terîf tê wê wateyê ku ji rîtuel, lîstik, spor, şahiyên populer bigre heta şano, dans û muzîk û heta performansên jiyana rojane jî dikare bibe mijara Xebatên Performansê.

Di dawiya sedsala 20.de zêdebûna elaqeya bo performansa nav çandên derveyî Ewrûpayê rê li ber lêkolînên derbarê kevneşopên performans û şanoyê yên li Latîn Emerîka, Efrîka û Asya, herî dawî jî li welatên Ereb vekir. Şanoya li Rojhilata Navîn ji aliyê lêkolînerên şanoyê yên rojavayî dihate îhmalkirin ji ber ku wan digotin qey nîşandayîna laşê mirov û herwiha şano wek pûtperestî tê qebûlkirin û lewma di Îslamiyetê de qedexekirî ye. Her ku kevneşopên dewlemend ên şano û performansê yên herêmê bêtir bala lêkolîneran dikşîne, ev pêşbîniya besîtker jî hêdî hêdî winda dibe. Berhemên Badawî û Sadgrove[iv] ên li ser dramaya erebî, taybetî li Misrê, Theatres of Morocco, Algeria and Tunisia ya Amine û Carlson û cildên Routledge World Encyclopedia of Contemporary Drama mînakên qebûldîtina kevneşopên şanoyê yên li welatên misilman in.

Wek deverên din ên li Rojhilata Navîn li Kurdistanê, gelekî beriya ku sedsala 20. şêwaza şanoya ewrûpî bê naskirin, curbicuriyek fireh a çalakiyên performansê hebû. Ev kevneşopên performansê yên kevn xwe nedispêrî deqên nivîskî û lewma ji aliyê dîroknasên kurd ên klasîk ên şanogeriyê ku destpêka şanoya kurdî ancax dibirin serê sedsala 20. , biçûk hatiye dîtin an hatiye îhmalkirin.[v]

Li Kurdistanê beriya hatina şanoya ewrûpî yek ji mînakên kevneşopiya kurdî ya performansê Mîr Mîran an Mihrîcana Mîrê Şaş e. Ev performansa gelêrî ku pir dişibe Mihrîcana Xêvikan (Feast of Fools) a li Ewrûpaya serdema navîn, li başûr û rojhilatê Kurdistanê di destpêka biharê, Newrozê, de dihate îcrakirin. Li başûrê Kurdistanê mînakeke nîspeten baş-belgekirî ya vê mihricanê a sala 1920an li Silêmaniyê ye. Thomas Bois (1900-1975), rojhilatnasê frensî, li gor neqilkirina Tewfîq Wehbî “qernewal”a Mîrê Şaş wisa teswîr dike:

Amadekarî tê spartin bo lijneyeke taybet û di wê roja diyarkirî de xelkê Silêmaniyê ji bajêr derdikevin diçin ciyê ku rêwresim wê lê pêk bê. Qralek diçe ser text û nedîm û pasevan bo wî tên tayînkirin. ‘Qral’ wek ku li ser kerekî rûne li ser gayekî rûdine û dîwana wî û birek mirov refaqatî wî dikin, diçin ciyê çadir û dîwan lê hatine danîn û sîtil li ser êgir in. Kesên ketine dilqê mih û bizinan, bi dirêjiya şahiyê ku sê rojan didome, rola van heywanan dilîzin. “Qral” bêyî ku kes lê bipirse tê îtaatkirin; heta ew bacê jî li xelkê dibire, li wir bin ne li wir bin. Ew heta ku saleke din xelefî wî tê tayînkirin xwediyê vê unwanê ye.[vi]

Ji bo vê mîhricanê qonaxên qraliyetê dihatin avakirin û kolanên Silêmaniyê dihatin xemilandin û xelk li ser kolanan disekinîn ku qralê xwe yî nû bibînin. Qral li Serçinarê, ku pêncî kanî digihêjin hev û dibe çemê ku di Silêmaniyê re derbas dibe, li ser text rûdine. Li wir, bi destûra qrêl gelek cure lîstik dest pê dikin. Enwer Begî Tofîq Beg, parêzgerê Silêmaniyê yê wê demê hakimiyeta qrêl tesdîq dikir ji bilî azadkirina xulaman û kuştina mirovan. Henekpêkirina qrêl û nenaskirina desthilatdariya wî an guhnedana fermanên wî, asta wan her çi be dihate cezakirin. Wek mînak, carekê efserekî siyasî yê brîtanî, xwedê giravî ew Serdar E. B. Soane bûye, ji ber vexwarina alkolê bi pêncsed Rûpî hatiye cezakirin.[vii]

Ewrehman Xame qralê dawîn ên van mîhrîcanan bû ku di sala 1922yan de ji aliyê Brîtanyayê hate qedexekirin. Li gor Hewramî, Xame di hevpeyvînekê de dupat kiribû ku hakimiyeta wî ne rol e û ew tenê lîstikeke ji bo xapandina mêtingerên brîtanî ye.[viii] Zêde wext derbas nebû ku cidiyeta hakimiyeta qrêl fam bikin û lewma dawî lê anîn. Îhtimal heye ku girtina du îngilîzan jî rêvebirên brîtanî lê sor kiribe. Li gor Hewramî, piştî ku du îngilîz di rêwresmê de keniyane, hatine girtin û ancax piştî ku tezmînata bêrûmetiya li hakimiyeta Xame dane, hatine azadkirin.[ix] Mêtingerên ku nikaribûne li cezayê ji destê xwecihan tehemul bikin, divê ji ber vê enirî bin.

Li gor Fetah, mêtingerên brîtanî ku ji mesafeyekê li ser hespê li lîstik û performansan temaşe dikirin, temsîlkirina qrêl a di van performansan de guncav nedîtin û ew ne tenê li Silêmaniyê lê li hemû herêma kurdan qedexe kirin. Lê vê yekê dawî li mîhrîcana Mîrê Şaş neanî. Di navbera 1927 û 1930î de, li Qeladizê, bakurê Silêmaniyê, mîhrîcan pêk hat û Bekir Qeseb, beriya ku bi darê zorê dawî li hukimdariya wî bê anîn, çil rojî hukim ajot.[x]

Wek ku Amine û Carlson destnîşan dikin, qedexekirina mîhrîcanên herêmî ji aliyê mêtingerên ewrûpî dibe ku ji ber binyada wan a qernewalesk û satîrîk be. Li gor wan, bi fikrên xwe yî derheqê şanoyê de ku xwe dispêrin kevneşopa ewrûpî, ewrûpiyan bi îhtimala herî baş ev çalakî wek adetên ecêb lê bêqîmet didîtin û îhtimala herî xirab jî, ew “qadeke ji bo îfadekirina hestên tehrîbkar û dijmêtingerî wek tiştekî jirêderketî û kirinên newelatperwer nirxandin.”[xi] Herwiha, helwesta mêtinger a li hemberî van kevneşopên performansê ya biçûkdîtin bû an wek li Kurdistanê li qernewala Mîrê Şaş kirin, qedexekirina wan bû.[xii]

Hewramî dibêje ku li Kurdistanê peydabûna dramayê tavilê piştî qedexekirina mîhrîcana kevneşopî ya biharê dest pê kir, ev tê wê wateyê ku dramaya kurdî ji ber pêdiviya lîstina li civakekê ku şêwaza xwe ya şanogeriyê ya kevneşopî ji ber daxwaza mêtingeran winda kiribû, peyda bûye. Windakirina mîhrîcana kurdî ya kevneşopî dibe ku bandor li ser qebûla şanogeriya li Kurdistana salên 1920an de kiribe. Lê ger ne ji ber sedemên li jêr bûya, li Kurdistanê wê şanogerî peyda nebûya:

A yekem, şano li Silêmaniya ku di dîrokê de bi bazar, rê, mizgeft, dibistan û kerwansarayên xwe ku bi piştgiriya rêvebirên wê hatibûn çêkirin, ji aliyê çandî û civakî navendeke enerjîk bû, dest pê kir.[xiii] Duyem, li başûrê Kurdistanê Silêmanî ciyê herî zêde neteweyî bû. A dawîn lê pir girîng, di salên 1920an de piştî ku ziman û çanda kurdî li Tirkiyeyê hate qedexekirin, vegera rewşenbîr û esilzadeyên kurdan ji Stenbolê di vejîna jiyana çandî ya li başûrê Kurdistanê de roleke mezin lîst.

Ji ber gelek salên xwe-rêvebiriyê ya bi rêya xanedana Baban, Silêmaniyê hesta kurdayetiyê geş kir ku piştre li Kurdistanê rêya peydabûn û geşbûna şanoyê vekir. Wek Edmonds diyar dike, li Silêmaniyê baweriyek mayînde ku bajar bizirê dewleteke kurdan a vejiyayî û berfireh dihewîne, ku paytextê wê bajarê ew ê bixwe be, her tim di geranê de bû û xuyayê vê “şexsiyetek” dida bajêr, ew qas xurt bû ku kêm kurd dikarîbû li hember vê bandora xurt bisekine.[xiv]

Di dawiya 1920an de Silêmanî şexsiyeteke berbiçav afirandibû; ew ji vir diyar e ku li Kurdistanê ew tekane bajar bû ku bi awayekî eşkere serdestiya ereb-iraqî red kiribû û bi her awayî daxilbûna nav serweriya Iraqê red kiribû.[xv] Silêmanî tev li referandûma sala 1921ê de a ji bo diyarkirina qralbûna Faysel jî nebû.[xvi] Dema mandatiya Brîtanyayê de wek tekane bajarê dagirkirî di bin berpirsiyariya parêzgerekî kurd de[xvii] kurdî kir zimanê rêvebirî û perwerdehiyê.[xviii] Parêzgerê Silêmaniyê Şêx Mehmûd Berzencî xwe wek hukimdarê hemû Kurdistanê îlan kir û serxwebûna ji Iraqê daxwaz kir. Digel ku serhildana wî hate perçiqandin, neteweperwerên li Silêmaniyê, beriya Brîtanya di Peymana Lozanê de soza xwe bixwe ji bo naskirina serxwebûna Kurdistanê hewlên xwe domandin.[xix] Li Kurdistanê beriya her derê Silêmanî bû mazûbana çîneke nû a ciwanên xwedî-perwerde û neteweperwerên kurdî yên bajarî ku wê piştre komên neteweperwer ên çepgir wek Komeley Brayetî, Darkar Hîwa ava bikirana.

Piştî Peymana Lozanê (1923)

Li başûrê Kurdistanê ku wek herêmeke bi kurdbûna xwe qebûl dîtibû, gelek esilzadeyên ji Silêmaniyê ku li Tirkiyeyê tev li çalakiyên kurdewar bûbûn ji Stenbolê vegeriyan malbajarê xwe da ku ji ceza xelas bibin. Hin ji wan li Iraqê hatin mewqiyên bilind. Ji wan rewşenbîrên ku vegeriyan Silêmaniyê Hacî Tofîq Pîremêrd (1867-1950), Ismaîl Heqî Baban (1876-1913), Refîq Hilmî (1898-1960) û Emîn Zekî Beg (1880-1948) tevî hin kesên din komeleyek bo pêşxistina xwendin-nivîsandin û perwerdehiyê li Kurdistanê ava kirin. Komeley Zanistî Kurdan ku li Silêmaniyê di sala 1926an de hate damezrandin ne tenê di perwerdehiya gel de lê di pêşketina huner û wêjeyê de jî roleke pêşengî lîst.[xx]

Bijareyên xwedî-perwerde ku vegeriyan Silêmaniyê pir eleqe dîtin û di geşedanên siyasî û çandî yên li herêmê de cî girtin. Salih Zekî Beg, Refîq Hilmî û Pîremêrd mînakên vê beşdarbûna bijarteyan a bo karên kurdewarî ne. Salih Zekî Beg ji malbateke Silêmanî ya naskirî, Sahibqiranan bû. Malbat ji Ehmed Begê Sahipqiran dihat ku kurê wî Mehmûd Serfermandarê hêzên çekdar ên mîrektiya Baban bû. Endamên naskirî yên vê malbatê helbestvan “Kurdî” û “Salim”, û Ehmed Begî Fettah Beg û Adîle Xanim bû. Salih Zekî Beg bixwe heta sala 1921ê di artêşa Osmanî de albay bû. Ew tev li tevgera Şêx Mehmûd bû û bû serfermandarê Hêzên Çekdar ên Neteweyî. Piştî pelçiqandina serhildana Şêx Mehmûd, Salih Zekî hat sirgunkirin bo Bexdayê ku di navbera salên 1925 û 1926an de li wir kovareke wêjeyî, çandî û civakî bi navê Dîyarî Kurdistan derxist. Ev li Iraqê yekem rojnameya kurdî bû ku bireng hate çapkirin.

Refîq Hilmiyê ku li Kerkukê hatibû dinyayê şexsiyetekî kurd î naskirî yê çandî û siyasî bû û serkêşê partiya Hîwayê bû. Li Stenbolê endezyarî xwendibû û di salên 1920an de vegeriyabû Silêmaniyê ku di jiyana siyasî û çandî ya bajêr de xwediyê roleke çalak bû. Ji ber çawaniyên wî yên nadîde û hostetiya wî ya warê gelek zimanan de wek kurdî, farisî, tirkî, îngilîzî û frensî, ew bûbû hevalê nêz ê Şêx Mehmûd ku navê Refîq Hilmî, Rewşenbîr, li wî kiribû.

Helbet li Kurdistanê ji bo sê dehsaleyan şexsiyetê herî girîng û yekta Pîremêrd bû. Rola ku Pîremêrd lîstiye ji bo şanoya kurdî pir taybet e ji ber ku li başûrê Kurdistanê yekem car wî lîstik çap kirin, bixwe lîstik nivîsand û yekem kes bû ku şano bi pêş ve xist û nivîsên rexneyî li ser nivîsand. Lewma, jiyana wî û serkeftinên wî bi hûrguliyên zêdetir wê bê qalkirin.

 

Komeley Zanistî Kurdan

Damezrandina Komeley Zanistî Kurdan êwirek girîng bû ku Pîremêrd û rewşenbîrên din li hemberî paşverûbûna perwerdehiya welatê xwe dane destpêkirin. Ew vê rewşê di helbestek xwe de ku ji bo civakê hêviyên mezin ên Pîremêrd nîşan dide, pîroz kiriye:

ئه مشه و گوڵی ئومێدی وه ته نمان ئه پشکوێ ئه مشه و گوڵی ئومێدی وه ته نمان ئه پشکوێ

ئه مشه و گوڵی ئومێدی وه ته نمان ئه پشکوێ

)”(ΓşÎeşvevkukluîlkîlakahêhvêivyiyaanneteetwewaameevveeddibibee“”() )”Îşev kulîlka hêviya netewa me vedibe“(

)”Îşev kulîlka hêviya netewa me vedibe“(

میلله ت ئۆمێدواره به زانستی پێشکه وێ میلله ت ئۆمێدواره به زانستی پێشکه وێ

میلله ت ئۆمێدواره به زانستی پێشکه وێ )”Netewe hêvîdar e bi riya Zanistî bi pêş keve“(

)”(N“NeteetweweehhêêvvîdîdaarreebbiirriyêyaaZZaannisitstîbbiippêêşşkkeevvee“”() )”Netewe hêvîdar e bi riya Zanistî bi pêş keve“(

زانستییه سه ویه ی میلله ت بڵند ئه کا زانستییه سه ویه ی میلله ت بڵند ئه کا

زانستییه سه ویه ی میلله ت بڵند ئه کا

)”Zanistî netewê bi pêş dixe“( )”Zanistî netewê bi pêş dixe“( (“Zanistî netewê bi pêş dixe”) )”Zanistî netewê bi pêş dixe“(

)”Ew Zanistî ye ku dikare me bi Ewrûpayê bide naskirin“( )”Ew Zanistî ye ku dikare me bi Ewrûpayê bide naskirin“(

زانستییه که ئێمه بناسێت به ئه وروپا زانستییه که ئێمه بناسێت به ئه وروپا

)”Ew Zanistî ye ku dikare me bi Ewrûpayê bide naskirin“(

زانستییه که ئێمه بناسێت به ئه وروپا

)”Îşev kulîlka hêviya netewa me vedibe“(

میلله ت ئۆمێدواره به زانستی پێشکه وێ )”Netewe hêvîdar e bi riya Zanistî bi pêş keve“(

زانستییه سه ویه ی میلله ت بڵند ئه کا )”Zanistî netewê bi pêş dixe“[xxi]( زانستییه که ئێمه بناسێت به ئه وروپا (“Ew Zanistî ye ku dikare me bi Ewrûpayê bide naskirin”)

)”Ew Zanistî ye ku dikare me bi Ewrûpayê bide naskirin“(

Zanistî bi rêya çapkirina rojname, werger û berhevkirina pirtûkên dersê, vekirina dibistan û pirtûkxaneyan, şandina xwendevanan bo welatên pêşketî û bi semîner û dersan ronîkirina gel, li Kurdistanê ji bo pêşxistina perwerdehî û xwendin-nivîsandinê hate damezrandin. Nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên bajêr di xizmeta Zanistî de bûn ku ji aliyê piraniya gel jî hate piştgirîkirin.

Yek ji awayên ku Zanistîyê dest bi tevgera xwe ya rewşenbîriyê kir bi rêya şanoyê bû: Ne tenê ji bo xatirê şanoyê, lê bêtir ji bo Zanistîyê pere bidin hevdu. Di salên 1920an de, komek mamosteyên kurd ku li Bexdayê xwendibûn şanoyên bi erebî û tirkî ku wê demê li Bexdayê dihate îcrakirin, nas kirin. Ev koma xortan piraniya wan cara yekem wek xwendevanên zanîngehê li Bexdayê rastî dramayê hatibûn û bi lîstikan elaqeder bûbûn. Bi hewlên hin ji wan mamosteyan wek Mehmûd Cewdet, Mistefa Saîb, Salih Qeftan û Fuad Reşîd Bekir tevgera şanoyê li Kurdistanê dest pê kir.

Bekir yek ji wan mamosteyan bû ku, di 18 saliya xwe de, Dibistana Mamosteyan a Bexdayê ku li wir endamekî çalak ê koma dibistanê ya şanoyê bû, xelas kiriye (1923-1958). Bi vegera Kurdistanê, Bekir li Silêmaniyê lîstika yekem a kurdî derxist ser dikê. Ev lîstik bi navê Îlm û Cehl bû, ku ji aliyê Bekir bi xwe hatibû nivîsandin û wî derhêneriya wê kiribû, adaptasyona lîstikeke ku ji aliyê kumpanyaya Misrî George Abyadê li Bexdayê sala 1926an de hatibû îcrakirin. Piştre di nav heman salê de, Bekir derhêneriya Îlm û Cehlê kir ku ji aliyê xwendevanên wî ji bo sê rojan li mala Nehiye Xana jina Şêx Mehmûd Berzencî hate îcrakirin. Lîstik li ser du birayan e, yek ji wan tiral e, ê din zîrek e û jiyana wan paralelî fabila Ezop a gêrik û çirçirkê didome lê cudatiyek wê heye, di dawiyê de ê zîrek birayê xwe ji rewşa zehmet xelas dike. Performans bi du hîcwên komîk berdewam kir, yek ji wan li ser xizmetkarekî jîr û kone û a din li ser mamosteyekî bû ku Bekir bi xwe dilîst.

Bilêt bi sê bihayên cuda hatin firotin, bi sê, pênc û deh rûpiyan bûn ku tenê ji aliyê eşrafê bajêr hatin stendin ji ber ku li gor Tenya, beşdarbûna performansê dihate wateya derfeta hevdîtinê.[xxii] Wek di rojnameya Jiyanê de jî nivîsandiye, kara lîstikê dane xwendevanên dibistanê. Lewma, lîstika yekem a bi kurdî piranî ji bo tebeqeya jorîn hatiye îcrakirin da ku ji bo zarokên dibistanê pere bê hevdan û herwiha li bajarê Silêmaniyê xwendin-nivîsandin bê pêşxistin.

Nêron an Zulmî Qeyser Nêron lîstikek din e ku ji aliyê “Kumpanyaya George Abyad” li Bexdayê hatibû pêşkêşkirin û piştre ji aliyê Bekir hatiye adaptekirin. Di 1926an de li Silêmaniyê du rojan hate lîstin. Li gor agahiya ku Pîremêrd di Jiyanê de dide, xuya ye lîstik zilma împeretorê romayî û rûxandina wî ya bi destê “welatperwerên romayî” dişayesîne ku li gor Pîremêrd “neteweya xwe rizgar dikin”[xxiii]. Kara lîstike dîsa di nav keç û kurên dibistanê de hatiye parvekirin. Vê performansê gelekî bala rewşenbîrên dewra xwe kişandiye. Yek ji wan di nivîseke rojnameya Jiyanê de gotiye, “ev huner bandoreke wê mezin li ser exlaqê neteweyê, adetên welêt û hişmendiya kesan heye… Şano ev kesên ku vîrusê despotî û dîktatoriyê bi wan re heye, derseke exlaqî dide wan û xizmeta bibîrxistina dîrokê dike.”[xxiv] Li başûrê Kurdistanê ev bûye yekem nivîsa rexnegiriya şanoyê.

Li Silêmaniyê yekem dibistana bo keçan di sala 1926an de vebû. Di pêşketina neteweyê de ev wek gaveke mezin hate qebûlkirin. Pîremêrd ê ku Dibistana Zanistî bo kuran vekiribû û bi rê ve dibir, li Silêmaniyê di damezrandina yekem dibistana bo keçan de jî roleke pêşengî lîst. Di nivîs û helbestên xwe de tenê perwerdekirina jinan nediparast, li hember zewicandinên bi zorê jî derdiket. “Bi salan e em dibêjin ku ger jin bi mêran re wekhev bê qebûlkirin û ger jin ji bo perwerdehiyê baş bixebitin ji mêran kêm namînin…” Ji bo zewaceke baş lazim e keç mêrê ku wê pê re bizewice hilbijêre. Ew qas pê de diçe ku pêşniyaz dike “ew bavên ku keçên xwe bi zorê dizewicînin divê bên ricimkirin.” Ger jin di hilbijartina mêrê xwe de azad be, wê derdê me yî hevberdanê ku ji bo mêran ev pir hêsan e, çênebe (26-28).

Di 1930î de, li Silêmaniyê çar sal piştî vebûna dibistana keçan, mamosteyên dibistanê Gozîde Xanim Yamulkî û Fatima Mehyeddîn ji dibistana kuran û performansa wan a Nêronê îlham girtin û ji bo xwendevanên xwe lîstikek nivîsandin ku îcra bikin. Ji helbestvanê kurd Şêx Nurî Şêx Salih (1896-1958) jî daxwaz kirin ku ji bo wan bi ristikan lîstikekê binivîsîne. Di lîstika navê wê Dayik de ku wî ji bo keçan nivîsand, rexne li bawerî û teb’ên şaş digirt ku dibû sedem jin ji xwendin-nivîsandinê û perwerdehiyê bêpar bimînin. Ev lîstik tevî lîstika Gozîde Xanimê ji aliyê xwendevanên wê li dibistanê sê rojan hate lîstin. Lîstika Gozîde Xanimê Însan Ewe Eyçinê Ewe Edirwêtewe bû ku bo keçan girîngiya perwerdehiyê dupat dikir, wek ku Îlm û Cehlê çend sal berê kiribû.

Di salên 1930î de jî Komeleya Kurd a Wêjeyê ji bo piştgiriya dibistanên kurdî performansa şanoyê car bi car bi kar anî. Di nav lîstikên ji aliyê komeleyê hatin sehnekirin Dildarî û Peymanperwerî (1933) ya Hewrî (1915-1978), û Serbazî Aza (1935) hebû. A ewil serpêhatiyek evînî bû ku ji bo xortên kurd bizanin di evînê de sadaqet û di “berzkirina welatên wan î hejar”[xxv] de yekîtiya malbatê girîng e, hatibû nivîsandin. A duyem, di Jiyanê de hatibû tesdîqkirin ku di hişê xortên kurd de taybetiyên mêrxasî û wêrektiyê berz dikir, ku ger rojeke wisa bê, bikaribin bi kêfxweşî xwe ji bo welatê xwe fida bikin.[xxvi] Ev ji aliyê Pîremêrd ve hatiye nivîsandin ku li Kurdistanê bûbû yekem rexnegirê şanoyê.

Mem û Zîn û destpêka şanoya kurdî

Pîremêrd lîstika yekem a çapkirî Mem û Zîn jî nivîsand a ku vedigere sala 1934an. Vê lîstikê, xwe dispart destana kurdî ya navdar a bi heman navî, di sala 1935an de ji aliyê Komeleya Kurd a Wêjeyê hate sehnekirin da ku ji bo dibistana ku ji aliyê Komeleyê dihat rêvebirin pere bê hevdan. Pîremêrd îcrakirina vê lîstikê li Kurdistanê wek kêlîka yekem a şanoya cidî qebûl dikir.[xxvii]

Mem û Zîn ku xwe dispart destana kevn a kurdî û ji aliyê lîstikvan-xwendevanên perwerdekirî hate lîstin di Eyda Remezanê de çar rojan li ser dikê ma.

Ev girîng e ku li Kurdistanê “yekem kêlîka şanoya cidî” bingeha xwe ji Mem û Zînê girtibû, destana sedsala 17. ku di lîteratura neteweperweriyê de yek ji deqên herî zêde dibe mewzûbehîs. Ev serpêhatiya trajîk a evînî, ji aliyê Ehmedê Xanî (1650-1707) ve hatiye nivîsandin, feyza xwe yek ji çîrokên lîteratura kurdî ya devkî girtiye ku di nav kurdên kurmancîaxêv de herî zêde naskirî ye.[xxviii] Wersiyona Xanî ji kevneşopa devkî cuda ye ji ber ku dema wî adaptasyona xwe Mem û Zîn nivîsand, di hişê wî de armancek siyasî hebû.

Armanca wî, wek ku ew bixwe di destpêka mesnewiya xwe de destnîşan dike, di kurdî de kevneşopeke wêjeyî bide destpêkirin da ku bi cîranên dora xwe, faris, tirk û ereban re reqabet bike. Rastiya ku Xanî destana xwe bi kurdî lê ne bi zimanê wêjeyî yê serdest, farisî nenivîsand tê wê wateyê ku digel xwendevanên wê kêm in jî bi zanebûn zimanê kurdî hilbijartiye da ku “di çavê cîranên kurdan de statuya çanda kurdî berz bike.”[xxix] Wî kurdî hilbijartiye ku:

Da xelq-i nebêjitin ku Ekrad Bê merifet in, bê esl û binyad Enwaê milel xwedan kitêb in Kurmanc-i tenê di bê hesêb in

Xanî bawer dikir ku kurd bi serê xwe xwedî taybetiyên miletekî mezin in, lê ji yekîtiyê bêpar in û ev nahêle ew bibin xwediyê desthilatdariya xwe ku bikarin çand û zimanê kurdî vejînin. Herwiha Pîremêrd jî ji kapasîteya neteweya xwe ya pêşketinê bawer bû ger ku nebe qurbana zordariya axayên feodal û rejîma wan, lê bibin xwedî rêvebirên ku piştevaniya perwerdehiya giştî bikin. Ew di wê baweriyê de bû ku perwerdekirina girseyan ji bo kurdan û Kurdistanê mifteya dahatûyeke baştir e. Ev bûbû sedema damezrandina Komeleya Kurd a Wêjeyê.

Mem û Zîna Pîremêrd dema şaredariyê budçeya komeleyê, ku sed û pêncî rupî bû, qutkirin hate nivîsandin û rêvebirên komeleyê di nav pêdiwiyeke acîl de bû ku bo komeleya xwe pere peyda bikin.[xxx] Piştre hatiniya performansê di rojnameya Jiyanê de di bin sernavê “Em Hesab Didin Neteweya Xwe” bi hûrgilî hate weşandin. Li gor Pîremêrd, Mem û Zîn xebateke neteweyî bû ku bi rêya pîrozkirina şahesera wê ya wêjeyî û bi peydakirina piştevaniya aborî bo perwerdehiya zarokan xizmeta berjewendiyên neteweyê dikir. Beriya sehnekirina lîstikê Pîremêrd wisa nivîsandibû, “Her kî ku vê vexwendinê red bike ew ji berpirsiyara neteweyî bêpar e.”[xxxi]

Strohmeier destnîşan dike ku Mem û Zîna Xanî marîpişta wê baweriyê bû ku kurd neteweyeke xwedî kapasîteya gihiştina asta bilind a medeniyetê ye û xwedî zimanekî ye ku dikare wêjeyeke xurt jê derkeve.[xxxii] Herwiha Mem û Zîna Pîremêrd daxwazek bû perwerdehiya giştî ku dikare rê li ber geşbûna Kurdistanê veke. Wê lîstikê piştrast kir ku zimanê kurdî dikare bibe amraza şanoyê û bi heman awayî Mem û Zîna Xanî jî piştrast kiribû ku kurdî dikare bibe amraza helbesta epîk, yek ji lîstikên herî serkeftî bû ku li Kurdistanê hatine îcrakirin.

Divê ev bê destnîşankirin ku di mînakên ewil ên şanoyê de, xwendevanên kurd him rola zilaman him a jinan dilîstin, ji ber ku bo keçan li ciyê performansê xwe teşhîrkirin wê eyb bûya. Di lîstika Mem û Zînê de rola Zînê lîstikvanekî mêr bi navê Şêx Nurî Şêx Celal lîstibû ku berê jî di çend performansan de di rola jinan de bû. Wek gelek civakên din ên bavsalarî, civaka kurd jî di wê dewrê de sîstemeke hişk a zayenda civakî hebû û mêrên ku wek jinan tevdigeriya biçûk didîtin. Şêx Celal û lîstikvanên din ên ku di rola xizmetkara Zînê de bûn marûzî henek û qerfên xelkê dihatin û kostumê jinan qebûl nedikirin.

Lîstika piştî vê ya Pîremêrd Şerîf Hemewend (1936) bû ku bingeha xwe ji serpêhatiyeke dîrokî digirt ku lehengê wê wek Machbet ji ber hirsa xwe ya bo desthilatdariyê li Silêmaniyê bi mîrektiya Baban re ketibû nav şer; tevgereke bêhiş ku bûbû sedema kuştina wî. Şerîf Hemewend di sala 1936an de hate sehnekirin, dîsa ji bo piştgiriya aborî ya dibistanên kurdî. Ji Mem û Zînê cuda, tu kopiyên vê lîstikê ne çapkirî ne jî destxet nemaye.

Ev du lîstik, li Silêmaniyê ku berê kumpanyayên ereb ên şanoyê car bi car lîstik îcra kiribûn, destpêka şanoyeke kurdî ya musteqîl nîşan dide. Di sala 1923yan de, Bişara Wakim (1890-1949), derhêner û lîstikvanê misrî li bajar û bajarokên cuda yên Kurdistanê çendîn lîstik derxistibû ser dikê. Haqqi al-Shibli (1913-1985), lîstikvan û derhênerekî iraqî, di 1929 û 1932yan de hatibû Hewlêr û Silêmaniyê. Di hatina xwe ya ewil de di sê, di hatina xwe ya duyem de jî di heşt lîstikan de him lîstibû him derhêneriya wan kiribû, her du caran jî Selahiddînî Eyyûbî hatibû sehnekirin.[xxxiii] Fatma Ruşdiya misrî û koma wê ya şanoyê jî sala 1934an de hatibû Hewlêrê û An-Nasr is-Saqeer (serfiraziya demkurt) sehne kiribû; balkêş e, rola lehengê mêr jî ji aliyê Fatmayê bi xwe dihate lîstin.[xxxiv] Dema mandatiya Brîtanyayê ya li Iraqê çend kumpanyayên şanoyê yên brîtanî û hindî jî lîstin[xxxv] û li gor nûçeyên ku di rojnameya Jiyanê de hatibû weşandin, xuya ye ew di sala 1927an de jî hatine Kurdistanê.[xxxvi] Lê, li gor Pîremêrd, “ji ber ku serpêhatiyên wan ne derheqê vî welatî de bûn û ji ber ku her kes bi zimanê wan nedipeyivî”, dema ku xortên kurd Mem û Zîn û çîrokên din ên kurdî derxistin ser dikê, raya giştî ya kurdan hê ancax eleqeyeke xurt bo şanoyê nîşan dan.[xxxvii]

[i] Zarrilli, P. et al. (2013). Theatre Histories: An Introduction. 2nd Edition. NY : Routledge, pp. xx-3.

[ii] Amine K. and Carlson M. (2012). The Theatres of Morocco, Algeria and Tunisia: Performance Traditions of the Maghreb. NY: Palgrave Macmillan.

[iii] Schechner, R. (2002). Performance Studies: an introduction. London and NY: Routledge, pp. 1-2.

[iv] Badawi, M. M. (1987). Modern Arabic Drama in Egypt. Cambridge: Cambridge University Press; (1988). Early Arabic Drama. Cambridge: Cambridge University Press; (2006). “Arabic Drama Since the Thirties” in Modern Arabic Literature. Cambridge: Cambridge University Press; Sadgrove, P. (2007). The Egyptian Theatre in the Nineteenth Century 1799-1882. Reading: Ithaca Press.

[v] Hemû dîrokên şanoya kurdî ku wê di beşa din de bên qalkirin dîrokên klasîk ên şanogeriyê ne ku li Kurdistanê peydabûna şanoya bi şêwaza ewrûpî li herêmê wek destpêka vê hunerê qebûl dikin.

[vi] Bois, T. (1966). The Kurds. Wer. ji frensî M. W. M. Welland. Beirut: Khayats, r. 68. 7 Tenya, b.n.b. r. 47.

[vii]

[viii] Hewramî, H. K. (2001). Dramay Kurdî Le Naw Dramay Jîhanda (“Dramaya Kurdî û di nav Dramaya Cîhanê de ciyê wê) r. 296.

[ix] B.n.b.

[x] Ne diyar e ku ji aliyê kê û ji ber çi. Bnr.; Teymûr, b.n.b.

[xi] Amine û Carlson, b.n.b., r. 52.

[xii] Di beşa din de ez ê vegerim ser vê xalê.

[xiii] Hewramî, b.n.b., r. 294.

[xiv] Edmonds, 59.

[xv] McDowall, D. (1996). A Modern History of the Kurds. London: I.B. Tauris. r. 158.

[xvi] Jwaideh, r. 187.

[xvii] B.n.b., r. 155-156.

[xviii] Edmonds, C. J. (1968) “The Kurdish War in Iraq: the Constitutional Background” in The World Today, London: Chatham House, r. 512-520, r. 513.

[xix] Ji bo hûrgiliyên serhildana Şêx Mehmûd Berzencî, bnr. Jwaideh, W. (2006). The Kurdish Nationalist Movement: Its Origins and Development. NY: Syracuse University, r. 160-203.

[xx] Pîrbal, F. (2001). Mêjûy Şano Le Edebiyatî Kurdî: la konewa ta 1957 (“Ji Serdemên Kevin de Heta 1957an di Wêjeya Kurdî de Dîroka Şanoyê”). Hewlêr: Dezgay Çap û Belawkirdinewey Aras, r. 31.

[xxi] B.n.b., r. 119.

[xxii] Tenya, b.n.b., r. 53.

[xxiii] Neqil. ji Berzencî, Y. (2007). Şanoî Kurdî. Silêmanî: Govarî Şano, r. 50.

[xxiv] B.n.b., r. 18-19.

[xxv] B.n.b., r. 32.

[xxvi] B.n.b, r. 40.

[xxvii] B.n.b., r. 50.

[xxviii] Chyet û Hassanpour hemfikir in ku beriya Xanî wersiyona xwe binivîsîne Mem û Zîn di nav kevneşopa devkî de hebû.

[xxix] Van Bruinessen, Martin, Essays on the Origins of Kurdish Nationalism, r. 42

[xxx] Ibid, p. 44.

[xxxi] Quoted in Berzencî, b.n.b. , r. 41.

[xxxii] Strohmeier b.n.b. , r. 27.

[xxxiii] Pîrbal, b.n.b., r. 72-73, 78.

[xxxiv] B.n.b., r. 79.

[xxxv] World Encyclopedia of Contemporary Theatre Cild 4: The Arab World, r.

[xxxvi] Pîrbal, r. 71.

[xxxvii] B.n.b., r. 50.

Share.

Leave A Reply