Hêrs: Cebilxaneya Zanîn û Enerjiyê[1]

Audre Lorde[2]
ji îngilîzî: Fexriya Adsay

Nîjadperestî: Nîjadperest bawer dike ku nîjada wî/wê bi awayekî xwezayî di ser êdin re ye û lewma jî di xwe de mafê serweriyê dihundirîne û îma dike.

Jin bersiva nîjadperestiyê didin. Bersiva min a bo nîjadperestiyê hêrs e. Ez bi vê hêrsê dijîm, xwe bi wê xwedî dikim, fêr dibim wê bi kar bînim beriya ku ew dahatûya min biherimîne. Wextekê min ev di bêdengiyê de dikir, ji barê wê ditirsiyam. Tirsa min a ji hêrsê tiştek fêrî min nekir. Tirsa we ya hêrsê jî wê tu tiştî fêrî we neke.

Bersiva jinan a bo nîjadperestiyê tê wateya bersiva bo hêrsê jî; hêrsa vederkirinê, hêrsa îmtiyaza bêpirsîn, hêrsa tahrîfata nîjadî, hêrsa bêdengiyê, suîstimal, klîşekirin, hesasiyeta bêhed, binavkirina şaş, îxanet û yekdengiyê.

Hêrsa min bersivek e li hemberî helwestên nîjadperest û kirin û qebûlên ji van helwestan dertên. Hêrsa min û ev tirsên we projektor in ku dikarin ji bo kemilîna şexsiyeta xwe bi kar bînin. Ji bo kemilîna xwe ez fêr bûm hêrsa xwe der bidim. Lê wek mudaxeleyek bo baştirkirinê, ne ji bo sûcdarkirinê. Sûcdarkirin û hesasiyeta zêde qermîtên diwarekî ne ku em hemû li hember wî di nav hewleke vala de ne; yek ji wan xizmeta dahatûyên me nakin.

Ji ber ku naxwazim ev bibe nîqaşeke teorîk, ez ê çend mînakên guherbar ên di navbera jinan de derbas dibe, bidim. Ji kêmbûna demê, ez ê kurt bibirim. Dixwazim hûn bizanibin ku gelek jê hene.

Mînak:

  • Ez di konferanseke akademîk de bi awayekî eşkere qala hêrsa yekser dikim û jineke spî jî dibêje, “Ji min re bêje tu çi hîs dikî lê vê zêde bi awayekî tund nêbêje an ez te nabihîzim.” Lê ma qey uslûba min nahêle ku ew bibihîze, an ev peyama gefandinê ye ku dikare jiyana wê biguhere?
  • Programa Lêkolînên Jinan a zanîngeheke başûrî jineke Reş vedixwînin bo forûma yek-hefteyî a li ser jinên Reş û Spî. Ez dipirsim, “Hûn ji vê hefteyê çi fêr bûn?” Jina spî a herî zêde peyivok dibêje, “Bawer im em gelek tişt fêr bûn. Hîs dikim ku jinên Reş vêga min gelekî baştir fam dikin; ew vêga baştir dizanin ku ez ji kû derê têm.” Wek ku jiwêfamkirin kakila pirsgirêka nîjadperestiyê temsîl bike.
  • Piştî panzdeh salên tevgera jinan ku nîşanî me da em çawa li ser meseleyên jiyanê û dahatûyên muhtemel ên hemû jinan bifikirin, hê jî li kampusan dibihîzim, “Em çawa li ser meseleya nîjadperestiyê biaxifin? Qet jinên Bireng tevlê nabin.” An, “Di beşa me de kesekî têrtijî tuneye ku karê wan fêr bike.” Bi gotineke din, dibêje qey nîjadperestî pirsgirêka jinên Reş e, pirsgirêka jinên Bireng e û ancax em dikarin vê nîqaş bikin.
  • Piştî ku min nivîsa xwe ya bi navê “Helbestên ji bo jinên hatine xezebê” dixwînim, jineke spî ji min dipirse: “Em ê bi yekser çawa serî bi hêrsa xwe re derxin, tu yê ji bo vê tiştekî bikî? Difikirim ev pir girîng e.” Ez dipirsim, “Tu hêrsa xwe çawa bi kar tînî?” Û divê ez berê xwe ji nerîna vala ya di çavên wê biguherînim beriya ku ew bikaribe min vexwîne nav xwe-îmhakirina xwe.
  • Jinên spî dest pê dikin pêwendiyên xwe yên bi jinên Reş re di ber çavan re derbas dikin, lê gelek caran dibihîzim ku ew tenê dixwazin bi zarokên biçûk ên bireng, bi hemşîreyên xwînşêrîn, carna bi hevalên polê -ew ên ku bîranînên razbar, balkêş an nêtar pêşkeş dikin-, elaqeder bibin. Hûn hewl didin ji ew fikrên zaroktiyê xilas bibin: ew kenê nexoş ê bi Rastus[3] û Alfalfa[4], ew peyama hişk a simala diya we ku li ser banqa parkê li cihê ku ez jê rabûme radixist, ew portreyên mayînde û ji mirovatiyê dûr ên Amos û Andy[5] û çîrokên mîzahî yê diya we.
  • Di sala 1967an de li Eastchesterê li marketekê ez keça xwe bi erebokê digerînim û keçeke piçûk û spî ku diya wê jî di erebokê de digerîne gazî diya xwe dike, “Yadê binêre, xizmetkareke biçûk!” Û diya wê dibêje “Hiş be!” lê şaşiya wê rast nake. Û piştî panzdeh salan, li konferanseke li ser nîjadperestiyê, hûn hê jî bi vê çîrokê dikenin. Lê dengê kenê we ku tê min tijî tirs û nexweşî ye.
  • Akademisyeneke/î spî bi derçûna berhevokeke jinên Bireng ên ne-Reş kêfxweş dibe. Ji min re dibêje “Ev dibe sedem ku ez qala nîjadperestiyê bikim bêyî ku qala hişkbûna jinên Reş bikim.”
  • Di civîneke jinan a çandî ya navneteweyî de, jineke spî ya helbestvan a binavûdeng axaftina jina Bireng qut dike, destûr nade helbesta xwe bixwîne û zû bi zû derbasî “paneleke girîng” dibe.

Ger jineke di nav akademiyê de derheqê nîjadperestiyê de diyalogek jidil bixwaze, lazim e pêdivî û peywendên jiyana jinên din teşhîs bike. Dema jineke akademîk bibêje, “Pereyê min têra vê nake,”îhtimal e ew bijartinekê dike ku wê pereyê xwe yê berdest çawa xerc bike. Lê dema jineke ku alikariyê ji dewletê werdigre bibêje, “Pereyê min têra vê nake,” tê wê wateyê ew bi pereyekî pir kêm debara xwe dike û gelek caran têra xwarina wê jî nake. Di sala 1981ê de li vir Komeleya Lêkolînên Jinên Neteweyî konferansekê li dar dixe. Lê naxwaze heqê mesrefê jinên feqîr û bireng bide ku ew jî li vir bin û tevî atolyeyan bibin. Ev bû sedem ku gelek jinên Bireng, ên wek Wilmette Brownyek ji Jinên Reş ên di karê malan de dişixulin, nikaribin bên vê konferansê. Gelo ev ne mînakeke din a akademiya di nav derdoreke girtî de li ser jiyanê dipeyivin?

Ji bo jinên li vê derê ku bi van helwestan re aşîna ne, lê piranî jî, ji bo hemû xwehê min î Bireng ku di hezar tecrubeyên bi vî rengî re derbas bûne –ji bo xwehê min î ku wek min hê jî xezeba xwe di bin kontrolê de dihejînin, an ên ku carna difikirin derkirina hêrsa me bêfêde û hilweşîner e (du îthamên herî populer) – dixwazim qala hêrsê, qala hêrsa xwe bikim û ez ji seferên xwe yî li warên hukimdariya wê de çi fêr bûme, bibêjim.

Her jinek li hemberî van zordariyên şexsî û sazûmanî ku vê hêrsê çêdikin xwedî cebilxaneyeke tijî hêrs e. Ger bi hesasiyet li ser hûr bibin, ev dikare di xizmeta pêşveçûn û guherînê de bibe kaneke bihêz. Û dema ez behsa guherînê dikim, qesta min ne ew e ku guherîneke sade çêbibe an bo demekê tengijîn kêm bibin an em bikarin bibişirînin an xwe baş hîs bikin. Ez behsa serûbinkirineke radîkal dikim.

Min gelek caran dîtiye ku jinên spî gotinên nîjadperest bihîstine, aciz bûne, hêrs bûne û bêdeng mane ji ber ku ditirsin. Ew hêrsa nederkirî bi wan re dibe wek bombeyek neteqiyayî ku wê di yekem konferansa jinên Bireng a li ser nîjadperestiyê, bê teqandin.

Lê hêrsa derkirî û di xizmeta armancên me yê dahatûyê de hatibe tercumekirin me azad, xurttir û zelaltir dike ji ber ku di pêvajoya biêş a vê tercumekirinê de em fam dikin ku hevalbendên me kî ne, di navbera me û kê de cudatiyên mezin hene û kî neyarên me yên heqîqî ne.

Hêrs bi zanîn û enerjiyê barkirî ye. Dema ez qala jinên Bireng dikim, qesta min ne tenê jinên Reş in. Jina Bireng ku ne Reş e û dike ku ez bifikirim têkoşînên wê yên bi nîjadperestiyê re wek ên min in lewma ev tiştekî ji min re dibêje: ji bo em her du têkoşînên xwe îsraf nekin lazim e ez ji wê fêr bibim. Ger ez, bi zanebûn an bê zanebûn, di çewsandina xweha xwe de cih bigrim û ew gazina xwe bi min bike, ez jî bi hêrsa xwe bersiva hêrsa wê bidim, ev ê bêkêr be. Ev îsrafkirina enerjiyê ye. Û belê, pir zehmet e li dengê jina xwedî izdirab ku ev izdirab ne a min be, û min bi xwe jî tevkariya vê kiribe, guhdarî bikim, li hember vê helwestê bigrim.

Hewce nake em çavê xwe li hemberî mezinbûn û aloziya hêzên li dijî me ne kor bikin û divê em bizanibin hemû tiştên li derdora me heta bêje insanî ne. Em di nav çerxa sîstemekê de ne ku bo wê nîjadperestî û zayendperestî sereke ne, cihê xwe girtine û palpiştên pêwîst ên menfeatê ne. Jinên ku bersiva nîjadperestiyê didin ewqas xeternak in ku dema çapameniya herêmî xwest vê konferansê bêqîmet bike, wek amrazeke guhertina berê elaqeyê, tedarîkkirina mala lezbiyenan derxistin pêş, nexwestin qala mijara ku wê li vir bê nîqaşkirin bikin.

Amrazên ragihandinê ên sereke naxwazin bi taybetî jinên spî li hember nîjadperestiyê rabin. Ew dixwazin nîjadperestî di bunyeya hebûna we de wek daneyek sabît bê qebûlkirin, wek şev û roj an sar û germ.

Lewma em di nav peywendeke dijberî û tehdîdê de dixebitin, ku sedema wê ne hêrsa di navbera me de ye, lê bêtir ew nefreta tehrîbkar e ku li dijî hemû jinan, mirovên Bireng, lezbiyen û gey, kesên feqîr bilind bûye –li hemberî me hemûyan ên ku dema li dijî zilmkarên xwe radibin û ber bi koalisyon û çalakiyek karîger ve diçin, hemû hûrgiliyên jiyana xwe di ber çavan re derbas dikin.

Di her nîqaşa li ser nîjadperestiyê ya di navbera jinan de divê teşhîskirin û bikaranîna hêrsê hebe. Ev nîqaş divê yekser û afirîner be ji ber ku ev xaleke heyatî ye. Em nikarin bihêlin tirsa ji ber hêrsê berê me bide aliyekî din. Divê ev tirs me ji rê dernexe. Di encama hewldanên me de divê em herî kêm rûmeta xwe bi dest bixin. Lazim e em di hêrsbûna xwe de pir cidî bin, bawer bikin, dijberên me di nefreta xwe û derheqê tiştên ku em li vir dikin, têra xwe cidî ne.

Û dema em gelek caran li rûyê hevdu yê biêş û bihêrs dinerin, ji kerema xwe bila di bîra we de be ku ew ne hêrsa me ye dike ku ez we hişyar bikim hûn deriyên xwe

bi şev qufle bikin û li kolanên Hartfordê bi tenê negerin. Ew nefret e ku xwe li wan kolanan veşartiye. Ger em qîma xwe tenê bi retorîkek akademîk nînin û em bi rastî jî ji bo guherînê bixebitin, ew amade ye me hemûyan wêran bike.

Ev nefret û hêrsa me ji hev gelekî cuda ne. Nefret ew kela dilê kesên li dijî armancên me ne û hedefa wê mirin û wêrankirin e. Hêrs, hedefa wê guherîn e. Lê wexta me her diçe kêm dibe. Ji bo em bizanibin ku zayend ne sedema tehrîbkirinê ye, em hatin mezinkirin. Û ji bo jinên Reş û jinên spî, bêyî înkar bikin an bê helwest bimînin an bêdeng bimînin, nerîna li hêrsa rûyê hevdu bi xwe fikreke “rêşaş” û afirîner e. Ev hemsalên ku ji bo lêhûrbûna ser cudatiyê û ji bo wan tehrîfatên ku dîrokê li dor cudatiyên me afirandiye ser û bin bikin tên ba hev. Û divê em ji xwe bipirsin: Kî li karê ye?

Jinên Bireng ên li Amerîkayê bi senfoniya hêrsa bêdengkirinê, vederbûyinê, xumamiya saxmayinê mezin dibin. Jiyana me digel vê dinyayê bû ku derîmirovatîbûna me qebûl dikin û dema karê wan bi me tunebe ji me nefret dikin. Ez dibêjim senfonî ne kakofonî, ji ber ku diviyabû em fêr bibin riyekê ji vê hêrsê re bibînin ku tê de biherike û me nede ber xwe, nebe. Diviyabû em fêr bibin em wê kontrol bikin, bikin amrazeke xurtkirina dirayet û feraseta xwe. Ew ê ji me ku fêrî vê dersê nebûn têk çûn.

Bo helwestên nîjadperest hêrs bertekek guncav e. Ji wan jinên ku ji helwestên xwe yên nîjadperest ên bêkontrolkirî bêtir, ji hêrsa jinên Bireng ditirsin, dipirsim: Hêrsa jinên Bireng ji nefreta ku hemû wechên jiyana me direngîne xeternaktir e qey?

Hêrsa jinên din me têk nabe, lê guhnedana me, guhdarnekirina li rîtmên wê, fêrnebûna me, neamrazkirina wê, wê me têk bibe.

Ez nikarim hêrsa xwe veşêrim ku sûcê we nedim rûyê we, we neêşînim, ji ber ku ev hemû hewlên me biçûk dixe, bêqîmet dike. Sûcdarî ne bersiva hêrsê ye; ew bersiva kirin an kêmasiya kirinên kesekî bixwe ye. Ger ber bi guherîne ve bibe, dikare bikêr be, ji ber ku ew ewçax êdî ne sûcdarî ye lê destpêka zanînê ye. Dîsa gelek caran, sûcdarî navekî din ê kêmberbûnê, bêparastiniya tahrîpkar e; ew dibe amraza muhafizkirina nezaniyê û berdewamiya tiştên heyî, mihafizeya nihaî ya neguherînê.

Piraniya jinan ji bo bi awayekî çêker bi hêrsê re rû bi rû bibin, amraz neafirandine. Di salên derbasbûyî de komên CR[6], piranî hewl didan hêrsa xwe di alema mêran de derbidin. Û ev kom gelemperî ji jinên spî ku şertên wan î çewisandinê hevpar bûn, pêk dihat. Bi giştî kêm caran cudatiyên xwezayî yên di navbera jinan, wek nîjad, reng, çîn û nasnameya zayendî bi awayekî eşkere dibû mewzûbahîs. Wê demê, hewcedariyeke zelal tunebû ku li ser nakokiyên navxwe û wek zordar li ser jinan bisekinin. Li ser derkirina hêrsê xebat hebûn, lê li ser hêrsa navxweyî pir kêm bûn. Di warê hêrsa jinên din de kêm amraz hatibûn gihandin. Bêtir amrazên astengkirin, berîguherandin û jêdûrbûna hêrsê hebûn.

Emilandineke min a afirîner tuneye. Sûcdarî tenê riyek din a dûrketina ji kirineke bi zanebûn e, di dema mecbûriyeta hilbijartinên zelal de wext dide mirov, derfet dide mirov ku derveyî bahozê bimîne. Ew bahoz ku nêz ve tê û qasî dikare daran biqulipîne dikare dinyayê dewlementir jî bike. Ger ez bi we re bi hêrs dipeyivim jî, qene ez bi we re dipeyivim: Min tiving neda serê we û li kolanê bera serê we neda; min li laşê xweha we ku di nav xwînê de ye nenerî û nepirsî, “Gelo vêya çi kiriye ku ev heq kiriye?” Li gor vegotina Mary Church Terrell, dema jineke Reş hatiye lînçkirin -piştre zaroka wê ji ber çûye- ev berteka du jinên spî bû.

Ger em bikaribin bi hesasiyet îfade bikin, ger, qene bi qasî ku em xwe li hemberî gotinê diparêzin, em li naveroka gotinê jî guhdarî bikin, hêrsa navbera jinan wê me nekuje. Dema em berê xwe ji hêrsê diguherin, em berê xwe ji hêza têgihiştinê jî diguherînin. Û ev dike ku em rewşa heyî qebûl bikin. Ligel sînorkirinên wê, min hewl da fêr bibim ku çi fêdeya hêrsa min heye.

Ji bo jinên bi tirsê mezin bûne, gelek caran hêrs çavê wan bi tunebûnê ditirsîne. Di nav hêza qebe ya mêrane de, em hatine fêrkirin ku jiyana me girêdayî husniniyeta hêza bavsalar e. Hêrsa êdin divê bê astengkirin her çi dibe bila bibe, ji ber ku tiştekî ku mirov jê fêr bibe tuneye ji bilî êşê. Û ger em bêhêzbûna xwe qebûl bikin, ewçax elbet hêrs wê me kavil bike.

Lê em jin dizanin ku cudatî hêza afirîneriyê dide me. Hêrsa jinan dikare bi rêya zanebûnê cudatiyê veguherîne hêzê. Berteka min a li hemberî nîjadperestiyê hêrs e. Dema hêrsa min bêdeng maye, bi kêrî kesî nehatiye, vê ez aciz kirime. Di polên bêronahî an bêfêrbûn de jî ku berhem û dîroka jinên Reş ji keldûmanekê kêmtir bû, hêrsê xizmeta min kir. Li deverên qeşagirtî yên di çavên famkor ên jinên spî ku di tecrubeya min û tecrubeya gelê min de tenê sedemên nû yên tirs û sûcdarkirinê didîtin, hêrsa min bin xizmeta min de bû agir.

Dema em jinên Bireng qala hêrsa xwe dikin, gelek caran ji me re tê gotin ku em “rewşeke bêhêvî diafirînin,” “nahêlin jinên spî ji sûcdarbûnê xilas bibin,” an “li ser rêya diyalog û kirineke pêbawer dibin asteng.” Ev hemû yekser ji nameyan hatine girtin ku di du salên dawî de ji vê organîzasyonê ji min re hatine. Jinekê gotiye, “Ji ber ku tu Reş û Lezbiyen î, xuyaye tu bi hêza exlaqî ya izdirabê dipeyivî.” Erê, ez Reş im û Lezbiyen im û tiştê ku hûn ji dengê min dibihîzin hêrs e, ne izdirab e. Hêrs, ne hêza exlaqî. Cudatiyek heye li vir.

Bi behaneya çavtirsê guhnedana ji hêrsa jinên Reş bi kêrî kesî nayên –ew tenê rêyek din a berdewamkirina korbûna nîjadperestiyê, hêza îmtiyaza bênavnîşan, bêgêdûk û destnedayî ye. Sûcdarkirin awayekî din î wanekkirinê (objectification) ye. Her tim ji mirovên bindest tê xwestin ku piçekî din xwe ragirin, valahiya navbera korbûn û mirovatiyê tijî bikin. Ji jinên Reş tê xwestin hêrsa xwe tenê di xizmeta rizgarbûn an fêrbûna gelên din de bi kar bînin. Lê ew wext êdî derbas bû. Hêrsa min ji

bo min êş bû lê ew dihat wateya rizgariyê jî û beriya ku ez dev ji wê berdim, divê ez bawer bim ku li ser rêya min tiştekî qene qasî wê bihêz heye.

Li vir kîjan jin ewqas heyrana zilmdariya xwe ye ku nikare li ser rûyê jineke din dewsa lingê xwe bibîne? Şertên kîjan jina zilmdar ewqas biqîmet û pêwîst bû ku jê re bû bilêt û derbasî nav keriya heqşînasan bû!?

Ez jineke lezbiyen a Bireng im. Zarokên min bi awayekî rêk û pêk têr dibin ji ber ku ez li zanîngehekê dixebitim. Dema zikê zarokê min têr be û ez li zarokên birçî ên jineke Bireng a bêkar hay nebim; an jineke bêzarok ku malzaroka wê ji ber jiberçûyin û sterîlîzasyona li malê winda kiriye û nikare bibe xwedî zarok ne xema min be; ger ez li hemberî lezbiyeneke ku nebûye xwedî zarok an jineke ku ji ber civata xwe ya homofobîk xwe di menzelekê de hefs kiriye; jina ku ji dêvla mirineke din xwe bêdeng kiriye, kor bim; ger ez nikaribim wan wek rûyên xwe yên din qebûl bikim, ewçax ez tenê tevkariya zilma li wan dibe nakim, zilmê li xwe jî dikim. Dema jinek ne azad be, ez jî ne azad im, heta dema zincîrên wê ji ên min gelekî cudatir jî be. Heta ku kesekî Bireng zincîrkirî be, ez ê ne azad bim. Hûn ê jî ne azad bin.

Ez li vir qala jina Bireng a ku biryar daye wê têk neçe, li ser xwe bimîne, dikim. Tu jin ne berpirsiyar e ku derûniya zilmdarê xwe biguherîne, heta ew di jineke din de tecesum bike jî. Min şîr daye gur-lêvên hêrsê û min ew ji bo ronîkirinê, kenînê, parastinê bi kar aniye. Min ew kiriye agir li warên bêronahî, bê xwarin, bê xweh, bê tax. Em ne xwedawend an maderşah an mabedên bexşîneriyê ne; em ne tiliyên dilcoş ên dadgehkirinê ne jî alavên qamçîkirinê ne. Me xwe her tim spartiyê hêza xwe. Em fêr bûne hêrsa xwe bi kar bînin çawa ku em fêr bûne laşê heywanekî mirî bi kar bînin, û derbkirî, lêdanxwarî û di nav guherînê de em li ser piya man û gihîştin û, bi gotina Angela Wilson, em di riya xwe de dimeşin. Tevî jinên bêreng an bêyî wan. Tiştên ku em ji bo wan şer dikin xurt dikin, ew her çi be, hêrs jî tê de, em wan ji bo tarîfkirin û şêwandina cîhaneke nû bi kar tînin. Cîhaneke ku hemû xwehên me bikaribin lê mezin bibin, zarokên me bikaribin hez bikin û hêza temaskirin û naskirina cudatiya jina din û talî miraqa mirovan hewcedariya hilweşandinê derbas bike.

Ji ber vê yekê, ew ne hêrsa jinên Reş e ku wek şileyek jehrî bi ser vê erdgiloverê de dilopan dike. Ew ne hêrsa min e ku roketan divirvirîne, di çirkekê de şêst hezar dolaran ji bo fuzeyan, kes û alavên din ên şer û mirinê xerç dike, li bajaran zarokan qirr dike, gaza kujer û bombeyên kîmyewî dide ser hev, keçên me û rûzemîna me îxfal dike. Ew ne hêrsa jinên Reş e ku bûye hêza kor ku ji insaniyetê derdixe. Hêrsa li hemberî me biryar daye me hemûyan îmha bike, her çî me hebe: hêza me ya ku em bikaribin şertên em ê tê de bijîn û bixebitin biguherînin an ji nû de tarîf bikin; hêza me ya sêwirandinê û jinûdeavakirinê, hêrsa ji ber êşa hêrsê, kevir li ser kevirê giran, dahatûyeke ku cudatî tê de ji hev belav bibin û rûzemîneke ku piştevaniya vebijarkên me bike.

[1] Audre Lorde di Pûşbera 1981ê de axaftina destpêkê ya Konferansa Komeleya Lêkolînên Jinên Neteweyî kir, Storr, Connecticut.

[2] Sernavê nivîsê yê resen “The Uses of Anger” e (Bikaranînên Hêrsê). (wer.)

[3] Rastûs: Navê bûkikeke Reş a zarokan e. (wer.)

[4] Alfalfa: Navê lehengekî komîk ê filîmê karton. (wer.)

[5] Amos û Andy: Navê du lehengên sîtkomek amerîkî ne ku mijara xwe ji Reşên Manhattanê digirt. Di navbera salên 1920 û 1950yî li Amerîkayê gelekî populer bû. (wer.)

[6] CR (Consciousness Raising, Bilindkirina Bîreweriyê), awayekî aktîvîzma siyasî bû ku di nav femînîstên amerîkî de di dawiya salên 1960an de pir populer bû. (wer.)

 

Share.

Leave A Reply