KANIYA FENTEZIYAN

Mihemed Şarman

Destpêk/Hişyarî

Ev nivîs ji serî heya binî nivîseke şexsî ye. Ne xîmê wê li ser rê û rêbazên rexneyê ava bûye, ne pişta xwe dide teoriyên navdar û dagirtî wek vegotinsazî, diyalojî, klasîzm, modernîzm, postmodernîzm û hwd (gelo hewceye van e!?), ne jî li pey qanihkirina xwîneran dikeve. Tenê ji bo xatirê amûrê xwe ku ew jî berhema Lokman Polat ya bi navê Kaniya Stockholmêye, ji bo xwendin û nirxandineke mîzahî da ku pêşiyê kêfê bide xwediyê xwe piştre çend heb xwînerên xwe (ev ji hewqas ne girînge) hatiye nivîsîn.

Berpirsiyarê vê nivîsê yek kese: Ew jî nivîskarê vê nivîsê ye, çêr û dijûn pesin û kêfxweşiyê xwe hemî ji min re bikin ezê ŞADÛMAN bim. Mixabin heya ji min hat min destê xwe ji sûdwegirtineke civakî, keyfgirtineke kolektîf çi zanim mildayineke têkoşîna netewî şuşt. Ne bi kêrî civakê tê (ax u eman civakê!) ne bi kêrî çekirina menemenê tê, kurt û kurmancî ji bo wan kesên zor toplumsal gerçekçiyan ne hêjayî du hêkane.

“Li bajarê ewrûpa rastî Lokman Polat hatim bê pênûs digeriya.
Dil dixwaze nobel bistîne dayê ka Lokmanê min bîne”
( ji ferhanga kurdî ya înteraktîv tirşiknet ê, xala Lokman Polat. 07.01.2014)

Parodî an Rexne

Heya nuha min tu berhemên Lokman Polatî nexwendibû. Tenê min çend nivîsên wî di hin malperên kurdî de xitim û carî kiribû ewqas. Ku em li ser rêbaz û rexneya camêr wek şêweya wî bibêjin:

Di rojeke sar û seqem de li Amedê ez û hevaleke xwe me berê xwe da cihê pirtûkfiroşekî kurdî. Gava em nêzî dikana pirtûkfiroş bûn lembaya hatûçûyê ya sor pêket, em tam 50 saniyan li bendê man. Me herdûyan jî jixwe re got em kurd çiqas bêsiûd in, vê sir û seqemê ka çima ya kesk vênakeve ya sor vêdikeve. Piştre mîna ku Xwedê dengê me seh bike, were hewara me, di cih de çi ecêb lampeya zer pêket paşê ya kesk, em bi kêfxweşî derbasî hemberî rê bûn. Me ev hersê reng wek işareteke manîdar şîrovand, me deriyê pirtûkfiroş vekir.

Pirtûkfiroş jinek bû, nizam çima Gulfiroşa seydayê nemir Cegerxwîn kete bîra min, Min bi beriya du salan li ser vê helbestê, gotareke pir hêja nivîsi- bû, min di gotara xwede wiha gotibû :…(Ji ber ku ev gotara pir dirêj e me ji bêgavî ev nivîsa navborî qut kir. Zarema) bi bişîrinên germ em pêşwazî kir. Min çavê xwe li ser pirtûkan gerand, pirtûkeke berg zer bi ber çavê min ket, min dest avêtê, çend rûpel qulipand, çend tişt xwend bala min kişand min pirtûkek kirî. Piştre min pirtûk kire binçenga xwe ya çepê em ji dikanê derketin. Gava em hinekî meşiyan min pirtûk ji binçenga xwe ya çepê derxist xist ya rastê,

Qasek şûnde min pirtûk ji ya raste derxist kire ya çepê.
Qasek şûnde min pirtûk ji ya çepê derxist kire ya rastê.
….
(Ev heman hevok du rûpelan didome ji ber ku cihê me tunebû me di vir

de birî.Zarema)
Ez çûm malê, li ser maseya xwe ya çargoşe rûniştim, min ev mase ji ma-

rangozekî kurd kirîbû, ew jî wekî her kurdî gelek belangazî, zilm û zordarî dîtibû. Min gotibû divê tu maseyek wisa ji min re çêkî ku ez gelek berhamên hêja li ser wê binivîsim…(Mesala masê bi me, ne têkildarê nivîsê yê em ji bêgavî di vir de dibirin.Zarema)

Kaniya Stockholmê. Kurteya pirtûkê

Ev berhem ji 14 beşan pêk te, her beş li ser jinekê ye, her jin li ser du piyane, her pê li ser ser û çavan e… Bi şêweya vegotinê (rojnivîsk çêtir lê dihat) hatiye nivîsin. Navê vebêjêr Dilperîn e. Dilperîn yanî dilperitî, dilnazik. Lê di hin cihan de nivîskarê pirtûkê ji bîrdike ku ev rojnivîsk an vegotina Dilperîn e, rasterast li ser navê xwe diaxive, ji nivîsên xwe yên (Lokman Polat) berê jêgirtinan dike. Ev yek jî dide nîşan ku meriv dikare Dilperîn bi hêsanî wek Lokman Polat bigire ku hûn bawer nakin pirtûkê bixwînin ez nikarim dîpnot û mîpnotan ji we re derxînim.

Dilperîn nivîskareke, li sirguniyê dijî, di pirtûkê de gelek caran êş û azara sirguniyê tîne zimên. 12 caran dibêje sirgunî zor e, 6 caran dibêje zehmete, 2 caran dibêje meriv bêriya dê û bavê xwe dike, 4 caran dibêje sirgunî dijwar e, dîsa 5 caran jî dibêje sirgunî xizanî ye. Meriv ku li ser van reqeman hûr bibe, meriv dê bibîne ku ev reqem ne badilhewa hatine rêzkirin an ji bo xatirê tesadufekê jî nînin. Wek mînak hûn van reqeman kom bikin hûnê reqema 29ê peyda bikin. Ev jî eşkere serhildanên kurdan sembolîze dike, ji ber taybetmendiya van sembolan meriv dikare xwendineke cuda bike lê ew ne karê min e.

Nivîskar di van rojên tengazarêmarînî de her tim diçe kafeyekê rûdinê. Konê xwe yê reş li wir vedike. Li derê kafeyê kaniyeke gelek jan dostî heye. Kengî çav bi kaniyê dikeve kaniya gundê wî dikeve bîra wî, hincaran ji ber vê rewşa jan ziryanî gelek hêjarê şamîlî dibe. Ku hûn berhama Edward Said “Kış Ruhu” bixwînin hûnê heman tiştî di wir de jî bibînin retorîk, nirxandina sirguniyê ne kêmî vê berhama navborî û navdare. Lê mixabin qîmeta van yekan nehatiye fêhmkirin, belkî piştî vê nivîsê ev pirtûk were naskirin û şadûmankirin.

Ev kanî di heman demê de kaniyeke balkêş e. Ji ber ku maseyek taybet li ber vê kaniyê heye. Kî li ber vê kaniyê li ser vê maseyê rûnê teqez yek tê dibe hevalê wî. Hevalekî wî jê re dibêje ev mase cihê tekiliyên yekşevî ye. Gava ku nivîskarê gewre vê yekê seh dike êdî ji ser masê ranabe, dibe abone, ebe- den masê dagir dike. Heqet her roj jî jinên xweşik û delal tên ser vê maseyê rûdinên. Ew bi nivîskar re sohbetê dikin. Mijara sohbetên wan tev li ser kar û barê entelektueliyê ne. Ji felsefe, sosyolojî, edebiyat û marksîzmê bigirin heya antropolojiyê gelek tişt tên niqaşkirin (!) Çi ecêb e kîjan jin li hember Dilperînê jan bi jan rûdinê dil berdide camêr, êvarê jî li otelekê, an li mala jinikê ew û nivîskar bi hev şadûman dibin. Îcar hin ji van jinan porê xwe kur dikin, dev ji nivîskar bernadin, dixwazin têkiliyên xwe yên yekşevî bi boçika zewaceke daîmî ve girê bidin. Lê mixabin daxwaza van jinên belengaz nayê cih lewre nivîskar di cih de wan rênas jiyan dike dibêje ez zewicîme xwediyê jin, zarok, 700 mihên çiyayî me ji xwe re mehdî zana û efendî bin. Ku bi we divê şadûmaniyê berdewam be, bi we navê bela xwe ji min vekin. Ev jin jî ne tekreng ne unîter in, têra xwe federal û xweseriya demoqrat in. Cur bi curin zer, esmer, kej, îtalyan, frensî, heta mongolî jî hene. Mase têra xwe enternas- yonal e, jixwe nivîskar jî xwe weke yekî marksîst û enternasyonal dide nasîn. Ev yek jî hevgirêdana naverok û şêwaza berhemê dipeyitîne.

Ezê di vê giregotara xwe de hewl bidim ku her beşê vê pirtûkê yek bi yek bihetikînim. Lewre jixwe nîyet û armanca min hetikandine. Ger hûn di vê niyeta min de tiştekî xirab bibînin ji kerema xwe re vê pirtûka sosret bixwînin. Piştre berê xwe bidin min.

Berhemeke Bêhempa

Beş.1.

Beşeke kin, nivîskar di vê beşê de kaniya bextewariyê dibîne, lê hê hay jê nîne ku ev kaniya dê wî şadûman bike.

Beş.2.

Nivîskar (Dilperîn) dibêje ez êdî her roj dihatim li ser vê kaniyê rûdiniştim. Hê pê nehisiyaye ku çi taybetiya vê kaniyê û maseya li ber kaniyê heye. Yanî hewldanê wî hê saf û ji ajoyeke pastoral derdiçe. Îcar meriv pirseke eletewş bike çima kanî?

Helbet ku hûn jî dizanin kanî di kelepora kurdî de cihê flortêye (wek seyrangeh, roja newrozê, dawet jî ji van dem û mekanan in). Lewre keçik gava diçin ser kaniyê teqez rastê xortan tên. Ji ber ku kanî cihê kombûna keçikan munasib û guncane kes nikare bêje çima hatiye ser kaniyê û bi awayekî îllegal kanî dibe navenda flortê. Ne florteke ku meriv pê bextewar be, destê hev bigire an tiştekî din. Tenê awir hene, ev awir in ku bi barê keran hestiyarî, ajo, şehwet, barkirî ne bi awayekî kosmosî her tiştên xwe yê dil û rih ji muxateba xwe re dişînin (Lazim e meriv li ser van awirên miştenerjî jî tiştekî binivîse). Dilperîn li welatekî modern ji daxwaziyên xwe yê flortê re dîsa kaniyê dike navend. Gelo ev yek ji ber sûdwergirtina folklora kurdî ye an bêhaybû- na nivîskar e ku hê nizane li kû derê dijî di ser de li metroyan çîrokê kadînê dibêje.

Di vê beşê de li ser pişta çend peyvên wek sirgunî, zor, zehmet û kurd ji hev heznakin nivîskar tespitân dike. Piştre Dilperîn rastî kevnehevalekî xwe tê ew di nava sohbeta xwe de dibêje ev cihê têkiliyên yekşevî ye. Ev agahdarî tevnsaziya pirtûkê hemû diyar dike, kapê vegotinê dixe dest xwe. Û nivîskar dibe aboneyê maseyê û jiber ku ji hevalê xwe xilas bibe wiha dibêje: “Lêbelê di esasê xwe de min xwest ku ez wî li wir tenê bihêlim, ji xwe re jineke yekşevî peyda bikira”(rp.20).

Helbet meriv nikare, jixwe ne hewce ye jî îtirazê li vê yekê bike. Heqqet ev niyet û armanca zelal e. Dilperîn bi min hevoka wî ya herî baş, durist, guncan e. Lê îcar gava tevahiya berhemê binihêre, meriv nikare bi hevokrebenê gunehê vê pirtûka sosret sivik bike.

Beş.3

Ne hewce ye, heman rûniştin didome.

Beş.4.

Rûniştin berdewame lê êdî sermiyanê masê hêdî hêdî eşkere dibe. Dilperîn (vebêjer) jinekê dibîne li hember maseya wî rûniştiye, tabî ev jinik ji xwe re pirtûkekê dixwîne, tabî rind e, spehî ye bi gotina Dilperîn têra xwe seksî ye. Jixwe em ji hin tabloyên resaman jî pê dizanin ku jinek hem delal hem jî xwende be îcar ku pirtûk jî di destê wê de be têra xwe lîbîdoya meriv har dike, meriv ber bi xwe dikişîne. Xebatkara kafeyê daxwaza naskirina Dilperîn ji vê hurmetê re dibe. Hurmet tê ser maseya wî. Piştî çend kelaman jinik ji Dilperîn pirsa welatê wî dike. Dilperîn dibêje ez ji Kurdistanê me. Jinik di cih de dibêje: “Neteweyên rojhilata navîn girtî ne di nav qalikên xwe de dijîn.Wekî me ne modern in (rp.29). Minak ev pirtûka dest min behsa seks û erotîzmê dike li ba we bûya we yê qedexe bikirana”. Çi tesadufeke xweş; jineke delal, xwende, pirtûk di dest de îcar pirtûk jî li ser seksê! Çiqas bêhna fanteziyeke xeşîm ji vê sahnê were jî meriv nikare tiştekî wiha îddîa bike. Piştre jinik dibêje ez meraq dikim gelo di berhemên kurdî de jî erotîzm û seks heye. Çi pirseke manîdar? Dilperîn dibêje di pirtûkê nivîskarê tirk wek Ahmet Altan de têra xwe erotizm heye, ez romanên wî gelekî diecibînim. Piştre didomîne jinik bi israr agahdariyan dixwaze li ser edebiyata kurdî(çi jinek eleqedare, mala wê ava!) Dilperîn dibêje edebiyata kurdî ya devkî dewlemende (klişe-1), lê ya nivîskî qels e. Behsa qedexeya zimanê kurdî dike. Bi hûrgilî gelek agahdariyan didê heya behsa Erebê Şemo dike, ya ecêb dibêje pirtûka wî di nav weşanên “özgürlük yolu” li Enqereyê derketiye. Ji behsa porşehkirin û cil û kincên Erebê Şemo bigire heya kirêya xaniyê wî û heqdestê şivantiya wî dike (tabî ev herdû hevok nepixandina min in). Tu dibêjî qey jinik ji perê dinê rabûye tenê ji bo meraqa Erebê Şemo hatiye tezeke doxtorayê nizanim çima li ser Erebê Şemo dike. Meriv çima hurgiliyeke wiha dide? Ecêb e îcar ev jina biyanî bi sedan tiştên wiha hûr ku meriv tu carî nikare bixe qutê mijarekê, di navbera xwe û biyaniyekî de daber dike. Xilas nebû behsa Swêdê dike dibêje gelek nivîskarên kurd nebaşiyan dikin karê me li vir xirab kirine nahêlin em ji xwe re pirtûkan çap bikin(kurd xayîn in hevalê!). Ji ber vê yekê derfet nîne, nizanim çi. Yanî meriv ji van axaftinan jî têdigihêje Dilperîn an Lokman Polat dixwaze ji mere tiştekî bibêje îcar bi vî şeklî bi vê tevnê heqeten ev yek meriv gelekî dikenîne. Belkî jî bi girî dike.

Jinik ji bo edebiyata kurdî hêviyên dewlemendî û serkeftinê dixwaze, dibêje ezê ji bo vê rewşê teqez dengê xwe bidim BDP’yê (tabî ew çax ne BDP bû) qe nebû bibim serokê komiteya nivîskaran. Piştre nivîskar behsa romanên xwe dike navê Robîn, Kodnav Viyanê dide, ev jî romanên Lokman Polat ên çapbûyî ne. (Îcar Dilperîn bi ku ve çû çi bû jê ez jî nizanim.) Nivîskar ku panoramaya edebiyata kurdî dide berçav, xêrxwazeke delal li kurdan zêdedike bi hevre diçin dixwin, vedixwin, dans dikin û serxweş dibin. Behsa Kleopatraya Sezar dikin jinik dibêje tu bibe Sezar ez bibim Klopatra îşev. Ev yek tê qebûlkirin. Ew şev Sezar û Kleopatra bi hev şadibin. Dilperîn ji bo vê peyvê dîsa dibêje şadûmanî. Piştre dibêje “em bi awayekî modern bi hev şabûn.” Şabûna awayê modern çiye, bi kîjan pozîsyonan pêk tê, ne diyare mixabin, ya postmodern filan bêvan? Ev jî ne diyar e. Di sohbeta xwe ya piştî şadûmaniyê rexne li niviskarên kurd dike dibêje nizanin û nikarin erotîzmê binivîsin lê ev şadûmanî bi yek hevokê tê daberkirin. Em jî wek xwendevan bi awayekî modern şadûman dibin. Çi erotîzmeke ecêb. Piştre dibêje min ê hurgiliyê vê pevşabûnê binivîsiya lê niviskarên kurd dê bibêjin pornografî ye. Başe jiber vê endîşeya nivîskar em ji vê bobelatê xilas dibin.

Beş 5.

Nivîskar li ser kaniyê rûniştiye li avê dinihêre bi awayekî felsefîk bi avê re dikeve guftûgoyan. Ji avê dipirse “Ey av tu çiyî, çima ka bo min bêje?” Av bersiva wî dide: “Ez avim (Ey av û av), bingeha jiyanê me, jiyan ji min pêk hatiye, toximên jiyanê bi xêra min şil dibin, şîn dibin…(rp.45) Bi gotinên vî karî felsefe û ontolojiya avê piştî Feqî cardin eşkere dike. Piştre li ser nefesê radiweste bi nefesê re diaxive. Nefes dibêje “ez nebim merivên bimrin lazim e oksîjên hildin (rp.46). Çi ecêb ev gotinên ku cara yekem Dilperîn daber dikin dê çi tesîrê li ser zanyariyê bikin hûn hesab bikin. Piştî avê nefes, piştî nefesê agir piştre textena biborin ax diaxive. Ax tiştekî pir balkêş ji Dilperîn re dibêje: “Di xwezayê de hertişt ji axê çêdibe. Ax nebe xweza nabe,dar û devî,gul û çîçek nabin (rp.46). Meriv gelo dikare li ser vê retorîka têr û tijî, orjînal îddîa bike ku yê ku cara yekem ontolojiya van zîndewaran tehlîl û tasnifkiriye Lokman Polat e. Mixabin nivîskar di heman demê de bi van gotinên xwe neheqiyê li retorîka xwe dike; ji xwe re wiha dibêje: “Divê meriv gerek hewqas kûr nefikire, tiştên felsefî pir fikrandin baş nîne serê meriv tevlihev dike, heger meriv ku meriv bikeve nav labirenta ruhî bi tiştên psîkolojîk re mijûl be, dawiya meriv nebaşe.”(rp.47)

Nuha meriv dikare van hevokan bê şîrove bide, lewre hin caran hin tişt têra xwe sosret in, sînorê xeyalê meriv diteqînin. Kurt û kurmancî dibêje kurê min pir nexwîne tuyê qafê xwe bixwî. Lê em nivîskar temî bikin tiştên ku wî daber kirine meriv ne bi vê felsefê ne jî bi vê edebiyatê nikare cûmê benîşt an lolîpopekê bistîne.

Bêhempayeke Berhemî

Beş 10. Bê şîrove

Rojekê li derekê rastî jinekê tê jinik li ser bankekê rûniştiye pir xemgîne,- hin caran di ber xwe de digirî.

Dilperîn: Min ji te pirs kir ku çima xemgîn î te bersiva min neda.

Jinik: Ha, temam, rast e te ji min pirs kiribû. Ez ji mêrê xwe veqetiyame. Lewma xemgîn im.

  • –  Her roj bi sedan jin û mêr ji hevdû vediqetin, hev berdidin. Tu jî ji wan yek bî. Pêwist nake ku tu ewqas xemgîn bibî.
  • –  Du zarokên min hene. Ez naxwazim zarok bêbav mezin bibin.
  • –  Tewe, tew! Binêr çi difikire! Piraniya zarokên vî welatî bêbav mezin dibin. Jixwe pirên wan bavê xwe qet nas nakin… Jixwe dadgeh ê zarokan bide te.
  • –  Belê, dadgehê zarok dan min.
  • –  Xanî jî date…
  • –  Belê xanî jî da min.
  • –  Dê mêrik her meh ji bo herdû zarokan jî pere bide te, nefeqe jî bide…
  • –  Ê wisa ne tu çi dixwazî…
  • –  E wisan e, lê dîsa jî gelek zehmetiyên din hene.
  • –  Mesela çi? Zehmetiyên çawa?
  • –  Mirov bi tenê ye. Dilê mirov mêr bixwaze, seks bixwaze, mirov nikare pêk bîne. Ev şeş meh in ku em ji hevdû veqetiyane û yanî tu fêm dikî…
  • –  Belê ez fêm dikim. Te bi kesekî re seks nekiriye. Daxwaza vî tiştî jî tişteke normal e, tebiî ye. Lê wa ye tu hatî tam cihê ku dê miradê te bê cih.
  • –  Yanî çawa, ev der normal parkek e.
  • –  Na ev ne parkeke normal e. Ev park parka mêren yekşev e.

Piştre xwarin, vexwarin û şadûmanî. (rp.143-146)

Encam

Pirtûk bi heman felsefê û şadûmanî û komkutanê didome. Jinek tê yek diçe, hemî jî delal hêja bengiyê nivîskar in. Hele jinek piştî diwanzdeh salan dertê tê dibê te carekê li otelekê ez şadûman kiribûm ji wê rojê ve ev deh sal in li pey te digerim. Nivîskar gunehê xwe bi jinê tîne lê dibêje baş nayê bira min(gelek in ka çawa were bîra meriv), bibore ez nikarim bi te re bizewicim. Helbet sinorê fantaziyan tuneye.

Lokman Polat bi salan e di nava edebiyata kurdî de ye, ez bawerim ji wan kesên ku herî zêde pirtûk nivîsiye yek jî ew e (texmînî 40 pirtûk). Li ser malperên kurdî, nivîsan bi ser navê rexneyê lê dike. Di serde jî rexneyê naecibîne û li rexneyê ji rexneyan dike(bnr, kulturname “Rexnevan”,“Rexnekuj”). Di edebiyata kurdî de xwe wek rexnevanekî qerase dide payekirin, navê xwe û çend navên ku min seh nekiriye rêz dike. Ya malkambax ew e navê yekî weke Remezan Alan jî encax bi dawiya hevoka xwe ve dike, vî camêrî jî bêpar nahelê(dinya tu çima xira nabî!).

Helbet meriv nikare ji kesî re bibêje tu çima dinivîsî an nenivîse. Lê ez nizanim heya nuha kesî ji vî camêrî re negotiye ku tiştên ku tu dinivîsînî tiştên sosretin. Ma qey meydana edebiyata kurdî hewqas badilhewaye. Meriv bike neke, meriv nikare bi awayekî zanistî binirxîne. An kê ev payeya rexnegiriyê dayê ku heya nuha nivîsên wî tên weşandin.

Ji pirtûka Kaniya Stockholmê re em dikarin çend navên alternatîv pêşniyaz bikin:

1. Kaniya cinebetiyê
2. Gazinên lîbîdoyî
3. Diasporaya fantastîk.

Share.

Leave A Reply