REWŞENBÎRÊN ÇEPGIR Û KURD: EDWARD SAID, HAMID DABASHI Û TARIQ ALÎ

Barzoo Eliassi

Yek ji taybetmendiyên berbiçav ên retorîka rewşenbîrên çepgir ew e ku hêzên Rojavayî wek jêderka gelek xerabiyên li Rojhilata Navîn dibînin. Ev xerabiyên han gelek caran wek emperyalîzm, kolonyalîzm, neolîberalîzm, dagirkerî, cixirandina mezhebgîriyê, şer, îstismara aborî û hwd. tên bilêvkirin.

Ev sekna çepgiran di peywenda Rojhilata Navîn de bêtir eşkere dibe; cihê ku nivîskar û zanyarên wek Edward Said, Tariq Ali û Hamid Dabashigelek caran bi awayekî bijarker (selective) li dijî YE û Îsraîlê aliyê Filistîniyan girtine. Lê belê kêm caran li ser giliyên siyasî yên nufûsa mezin a kurdan a li Rojhilata Navîn disekinin, ku marûzî kêmgîriya (discrimination) etnîk, nîjadkujî, zimankujî û pişaftina çandî maye.

Diyarkirina vê yekê gelekî girîng e: Hêzên kolonyal ên wek Brîtanya û Fransa li gor kêfa xwe sînorên Rojhilata Navîn a hemdem xêz kirin, lewma tevî ku berpirsiyarên sereke ew in, dîsa jî serdestên kurdan ne îngilîz, fransiz, emerîkî an îsraîlî ne; lê dewleta Tirkiyeyê, dewleta Îranê, dewleta Sûriyeyê ye û heta demên nêzîk dewleta Îraqê bû. Van dewletan gelê kurd ji hêla çandî, siyasî û aborî zeft kiriye.

Ligel ku pareke mezin a rewşenbîr û nivîskarên çepgir seraqet heşmet- karên hin tevgerên neteweyî ne -yên wek tevgera Filistînê -û wan wek tev- gerên dij-emperyalîst/dij-nîjadperest/dij-kolonyal dibînin; hin ji wan meyl dikin ku tevgerên neteweyî yên kurd marjînalîze û bêdeng bikin û wan wek pirsgirêkên navxweyî yên hin dewletan bibînin û nikarin parçebûna nasnameya kurd bibînin ku bi awayekî dîrokî hatiye sepandin.

Ev rewşenbîrên hanê (mînak Tariq Ali û Hamid Dabashi) ji alîgiriya guherîna van dewletan an parastina mafên neteweyî yên kurdan bêtir, alîgirê wê yekê ne ku ev dewletên otorîter ên heyî (ku ew bi xwe damezirînên emperyal û kolonyal in) serdestiya xwe bidomînin.

Jê wêdetir tevgerên neteweyî yên kurd gelek caran wek wekîlê dek û dolabên emperyalîst û siyonîst ên li dijî Rojhilata Navîn tên dîtin. Ev rabêj, bi armanca ku daxwazên kurdan ên mafên siyasî, aborî û çandî paşguh bikin ji hêla Îran, Sûriye û Tirkiyeyê ve tê bikaranîn.

Çepgir û rewşenbîrên xuyanî yên wek Noam Chomsky, Harold Pinter û Dario Fo dema ku rewşa komên cuda yên bindest ên Rojhilata Navîn rave dikin ji Ali, Said û Dabashi bêtir hevgirtî û hewîner in.

Chomsky ku herwiha Filistîngirekî xurt û hevalekî Saîd ê vê dawiyê ye, tim û daîm him polîtîkayên erjeng yên tirk ên li dijî kurdan û him jî bazirganiya çekan a Emerîkayê ya ligel Tirkiyeyê rexne dike.

Bi heman awayî Pinter pir zû bi tevgerên Dij-Aparteîd têkiliyên xurt danî û dijberekî sext yê dagirkirina YE’yê ya 2003yan a Îraqê bû, lê herwiha mafên zimanî yên kurdan diparêze, ku vê yekê kiriye ku li Tirkiyeyê jê neyê hezkirin. Bi heman awayî Fo zexta tirkan bi vî awayî rave dike: “Kurdistan dijî. Ew di hişê her takekesê gelê kurd ê 35 milyonî de dişewite, ku nasnameya wan hatiye dizîn û li Tirkiye, Îraq û Ewropayê bûne penaber. Ew di agirên Newrozê de û di zindanan de, ku 12,000 girtiyên siyasî di hucreyên tecrîtê de defnkirî ne, dişewite û dijî. Ew di bîr û birînên wan kesan de dijî ku wenda bûn û êşkence dîtin. Ew dişewite û dijî li çiyayên berxwedanên navdar, ku cîhana rojava jê re dibêje terorîzm.”

Berovajî Chomsky, Pinter û Fo, Said ne ku tenê mafên kurdên niştecihên du dewletên ereb-desthilat ên neteweyî marjînalîze dikir, lê herwiha helwes- teke parêzvanî jî nîşan dikir dema ku rejîma Seddam di salên 1980yî de gaz berdida ser kurdên Îraqê. Bi tenê carekê Said, xwe dispart raporeke CIA’yê, derbareyê rastiya nûçeyên bikaranîna Seddam a çekên kîmyewî ya li dijî kurdan gumana xwe dianî zimên û ji bo vê wehşetê artêşa Îranê tawanbar dikir.

Said di London Review of Booksê de destnîşan dikir ku “ Angaşta ku Îraqê gaz berdaye ser welatiyên xwe gelek caran dubare dibe. A soxî ev yek ne zelal e.”

Balkêş e, derbarê bêdengkirina raya giştî ya navneteweyî ku rû-bi-rû bû bi hovîtiyên ku li Îraqê li kurdan û şiiyan dihatin kirin, ramanên Said û berjewendiyên Emerîkayê nêzî hev dibûn.

Bêhemd an bi qestî dema ku Said alîgiriya rejîma otokratîk a Sedam Husên dikir, derawaya wî ya gerdûnî dibû yeke partîkularîst, ku vê rejîmê nasnameyeke xeternak a ereb diparast.

Ji ber ku zanista postkolonyal zêde zêde di bin bandora Said de maye, wê bandor li gelek bîrmendên postkolonyal kiriye ku di riya Said re bimeşin; li dijî siyonîzmê bin û wek sembola rojeva çepgir û dij-emperyalîzmê li ser tevgerên Filistînî binivîsin.

Bi heman awayî Dabashi jî di pirtûka xwe Iran: A people interrupted de bahs dike ku Îran bi dirêjiya du sed salên dawî, bûye warekî wisa ku bêhna xebatên akademîk û lêkolînan jê difûre û bi hêviyên Îraneke kozmopolît tije ye; lê di heman demê de jî bêyî ku hevgirtî be angaşt dikir ku ew nijadperestiya fars rexne dike. Di pirtûka Dabashi de termên farisî û îranî ji dêvla hev tên bikaranîn û lêpirsîna derawaya gerdûnî ya zimanê farisî nake; ku ev derawa şîdeta sembolîk e û encama pişaftina çandî ye ku bi zextan hatiye sepandin.

Derbareyê rewşa kurdan a di dîroka Îranê de, Dabashi behsa kurdan dike û behsa wê yekê dike bê kurd çawa ji dawiya salên 1970yî- sala ku Komara Îslamî ya Îranê hat avakirin bi vir de bi awayekî nefambar (inexplicably) heşt caran ketin qada siyasî ya dîroka Îranî.

Şayesandinakurdan a Dabashi jî problematîk e, ji ber ku kesî tu carî maf an cihê ku giliyên xwe yên siyasî bi lêv bikin nedaye wan. Ji dêvla wê, ew bi awayekî guhnedêr behsa kurdan dike wek “şerkerên ku xweseriyê dixwa- zin”(rp165), an wek “tevgerên kurdan yên cudaxwaz” (166) û wek komeke “bin-netewe”(258) ku dikare qaşo Neteweya Îranî ya kozmopolît bike pêkhateyeke eşîrî ku ev yek jî wê encamên dabeşker û têkçûyî bi xwe re bîne.

Dema ku Dabashi hewl dide çandeke îranî ya kozmopolît bisêwirîne, derbirîninan derbareyê kurdan û Îranê berpêş dike ku îzaha wan pir dijwar e û dikarin her xwînerê rexnegir şaşwaz bikin: “Heger kurd ji Îran, Tirkiye, Îraq û Sûriyeyê biciviyana û welatekî xwerû-kurd ava bikirana şevpestê netewe-dewleteke ji hêla etnîkî paqijkirî dê bi tenê modela qebîleperestiya ruhbanî, ku niha li Îranê desthilat e, xerabtir bikira,” û “ Wek netewe-dewletekê, piştî Îslamîzasyona serkeftî ya saziyên wê bi çaryek sedsalekê hîn jî Îran warê wê çanda siyasî ya kozmopolît e.”

Dabashi ji hêla retorîkî ve daxwazên kurdan yên bo afirandina netewe-dewletekê ceza dike; ji ber ku qaşo ew ê rê li ber “şevpestekê” an “paqi- jiya etnîk” veke. Bi awayekî dûrî aqilan, têkoşîna kurdan a serxwebûna siyasî jî ji hêla Dabashi ve bi piştgirtina hêza ruhban a Îranê tê tawanbarkirin. Yanî Dabashi bi awayekî neeşkere ji kurdan dixwaze ku mixalifiya xwe biqedînin û dûr bikevin ji têkoşîna li dij serdestiya farisan, serdestiya ku li Îranê komên ne-fars kêm digire.

Dabashi wek warekî çanda siyasî ya kozmopolît behsa Îranê dike û ev baweriya çewt nîşan dide bê ew çiqasî ji rastiya civaka Îranî dûr e, cihê ku emperyalîzma çandî ya faris şerma çandî hêdî hêdî zerkî komên ne-faris dike û nahêle kurd navên bi kurdî li zarokên xwe bikin an jî bi zimanê xwe perwerdehiyê bistînin.Heger ev newekheviyên han encamên qaşo çanda siyasî ya kozmopolît a Îranê bin, hingê kozmopolîtî ji amûreke veşartina serweriya farsî pê ve ne tiştek e.

Eşkere ye ku bo Dabashi, xwedîbûna mafên neteweyî ji bo piraniya cîhanê xwezayî xuya dike û di heman demê de li hember kurdên bêdewlet retorîka dekonstraktîv divirvirîne.

Dema ku neteweperestiyên komên bindest (subaltern) bi rêkûpêkî tên problematîzekirin û dekonstruktekirin û dema ku ev komên bindest jî dixwazin ala xwe bilind bikin û wî tiştê ku bi tenê di destê neteweya serdest de ye bi dest bixin, ev dustandardiya kambax berbiçavtir dibe.

Tevî ku neteweperestiya komên bindest wek afirandina cudaxwaziyê tê dîtin, neteweperestiya komên serdest wek parastina bihevrebûna civakî, biratî û yekîtiya li nav cudahiyan tê dîtin; helbûkî di rastiyê de ji hêla newekheviyên polîtîk, çandî û aborî cudahiyên mezin diafirîne.

Van rojan, Tariq Alî vîdyoyek weşand ku tê de piştgiriya tirkan dike, ên ku bi wêrekî li hemberî hikumata Erdoğan a otorîteryan şer dikin û qaşo çirûska hêviyekê li parzemîna Ewropayê vêxistine.

Ew bi helwesteke biçûkbîn van protestoyan û tiştên ku diqewimin li Spanya, Portegal û Yewnanîstanê dide ber hev, cihê ku ewropiyên naskirî dibin xala normatîf a danberhevê. Lê belê divê em bi cidiyet dîsa li ser derawaya Alî bifikirin.

Li dijî rejîma otorîteryan a ku Ali bahs dike, vî dehsalê dawî li Tirkiyeyê bi riya tevgerên civaka sivîl bi sedan ciwanên kurd di ber xwe dane. Di maweya van xwepêşandanan de ew di bin hovîtiya şîdeta polêsan de mane û ketine hefsan. Çima Alî tu carî wek kesên wêrek behsa wan nekiriye?

Dema ku kurd protestoyan dikin, ew wek kesên ekstremîst, terorîst û cudaxwaz tên dîtin, ji ber ku qaşo protestoyên wan bi tenê berjewendiyên kurdan derdibirin. Û dema ku bi temamî protesto nakin an jî qismen beşdarî protestoyan dibin, ew wek kesên ku ji rejîma li ser kar razî tên dîtin.

Derawaya rewşenbîrî ya Ali, Dabashi û Said nîşan dide ku ew ne bêalî ne an jî ne ne-nasnameperest (non-identitarian) in lê rewşa wan riyeke taybet derdibirîne da ku em bibînin ku cîhan ji hêla etnîkî, çandî, îdeolojîkî û siyasî tê sêwirandin.Derawaya wan nikare gerdûnîtiya gerdûnî bixwaze, lê belê gerdûnîtiyeke xweserî hinekan e ku xizmeta hin berjewendiyan dike.

Hişmendiya rexnegîr a navdar a Said bi tenê bi bilêvnekirina zilma li hember kurdan namîne, herwiha rastiyan jî berovajî dike û dibe alîgirê hêzeke stemkar. Bi awayekî paradoksî Said rola rewşenbîr wek “gotina rastiyê ji desthilatê re” pênase kiriye. Ev berovajîkirina Said bi hinceta ku ‘haya wî ji rewşa siyasî ya kurdên Rojhilata Navîn baş tuneye’ nikare bê şuştin. Bêhaybûn ne bêgunehîye; lê heger bi wan bastûrên desthilatê yên ku li cîhanê newekheviyan didomînin razî be, pesendkirin e.

Belkî ji bo ku Ali û Dabashi kurdan wek nûnerên rastî û nirxên gerdûnî bibînin û bibin heyranên wan û wan pîroz bikin, divê kurd biqîrîn û bibêjin “bimire YE û Îsraîl” û/an “bimire kapîtalîzm/neolîberalîzm”; belkî paşê li klûba rabêja çepgir a wêrekî û berxwedana heqîqî bikêfxweşî bên pêşwazîkirin.

ji îngilîzî: Umran Aran

Share.

Leave A Reply