GIRYAN: LE NÊWAN QALE MERE Û MÎR MEHMUDÎ BABAN DA

Cebar Cemal Xerîb

Lem witare da hewll dedem şitêk le ser huzn û giryanî qûllî her takêkî kurd billêm, bo eweş pena bo sê aliyet debem.Yekemyan: Tasanî her yekêkyan e (wata her takêkî kurd) beranber mosîqa û awazî pirrî huzn, Qale Mere wek nimûneyekî bala û nizîk bo mosîqay pirr huzn.Duwemyan: Aşkirakirdinî ew huzne ye le jiyan û derûnî take takey kurd da, Mîr Mehmudî Paşay Baban wek nimûne yekî takî kurd. Lêre da xom beqerzarî Cladius James Rich dezanim bo ew zanyariyaney le ser ew mîrey kurd le katî serdanekey bo Silêmanî le sallî 1920 le serdemî Fermanrreway Babanekan tomarî kirdûn, Mamosta Hemey Hemebaqî kirdûnî be kurdî.Sêyemyan: Ke berray min regî here qûllî giryan û xesaretî kurdî têy da ye, ewîş derkirdinî kurd e le herdû nîştiman ‘nîştimanî cugrafya’ û ser nexşe û ‘nîştimanî rûhî’.

Bêguman min hest be firawanî giringî ew babete dekem, belam bebê sûdî nazanim ke behoy çend riste û amajeyekî giring dergayek le ser em babete bikemewe. Deşa diwatir şareza û bîrmendan giryan wek çemkêkî giringî şunasî kurdî binasênin.

Demêk bîrim lewe dekirdewe boçî hemû kurdêk legell gwê lêbûnî le şimşalle pirr huzn û mîlankoliyekey Qale Mere tûşî têrraman û sersambûn debêt, eger bo lehzeyekîş bêt detasê. Ew awaze filat û yekaraste û pirrgiryane, le kwêy takî kurdewe serçawe degrê? Erê, berast ewe her henasey piyawêkî pirr şiko û be temene, ke kunî qamîşêk awazêkî pêdebexşê? Ewe tenha semay çend penceyekî wişk û zibr e, sîhrêk lew parçegoşte dekat ke nawî dille û ta piley westan hêminî dekatewe? Min hergîz giryan û lawandinewey ew afrete gencem bîr naçêtewe, ke bo mirdinî mêrdekey degutin, ewe sî û ewende sall e be ser ew lawaneweye da têdeperrê sîmay peşokawî ew jine û dengî bêendaz pirr xefetî ew jine ke payize payizey degut, naxim radeçillkênê. Ew kate, ew denge tenha wek mindallêk deytasandim û regî giryanêkî qûllî le qûllayî bîrkirdinewem da deçand.

Emrro depirsim, erê ew giryane tenha giryanî jinêk bû bo mêrde koçkirduwekey? Erê ewe tenha xefetî ledestçûnî kesêk bû? Erê ew ‘payize payizey’ bo lehzeyekîş asmanî willatekey çoll nekird tenha lawaneweyek e bo piyawêk ke le katî karkirdin da mirduwe?

Min hîç le lawanewekanî ew afrete Germîyane tênegeyiştim ke lew perrî dinyawe, le qullayî bêbinî Germîyanewe berew Rûm dehat, ew afrete hemû kes Enfalkirawe bê ewey bizanê kesêk gwêy lêgirtuwe, bê ewey bizanê kesêk agay lêyetî, lew perrî terîkî û tenhayî xoy da, sedayekî denard bê mollet û ruxset, tûndtir le Gerdelûlekanî Katrina û erzhejênekanî tisonamî hemû awedanîyekanî naxî kurd Xapûr dekat, biyabanêk le meynetî le rûhî da dexullqênê.

Hemû ew pêşekiyem bo ewe ye bigem be rastîyek yan qena‘etêk ke şînî ‘Enfal’ şînî kesûkarî winbûwe ledestçûwekan e, şînî çend kesêk e ke carêkî dîke azîzanyan nabîninewe? Germî ew şîne hesretî çawerrwanîyekî bîst salle ye? Giryanêke bîst salle çawerrêy teqînewe dekat? Mêjû eweman pêdellê ke jiyan le însan nizîktir e ta mirdin, hemû rûdawekan ewe aşkira deken ke diway kost û nehametî însanekan dest be jiyan dekenewe wek hîç ruwî nedabê. Edî ew kostxwazî meylî şîngêrî ye le kurd da, le kwê we serçawe degrê? Ewe kurde tiwanay bergegirtinî karesatî nîyew hemîşe karesatekan legell xoy degêrrê, jiyan le xoy dûr dexatewe?

Min namewê le Enfal bidwêm, namewê le rûdaw û karesat gelêk bidwêm, tenha le biyaban û ser rojnamekan rûyandawe, biyaban lew perrî hêminî da, lew perrî tarîkî bêrrehmî da dillenakamill û însanesadekanî şardewe rojnamekan û kenallekanî rageyandin dîsanewe lew perrî bêrrehmî da lew perrî fewza û serşêtî da dillebrîndar û kesebecêmawekaniyan pilîşandewe.

Min demewê le Enfalêk bidwêm, le tirsêk bidwêm kurd le qûllayî zeynî da deybînê, tirsêk le t‘erîf nehatuwe, tirsî lêkdabirranî dayk û korpe, pîr û genc, tirsêkî qûllî lêkdabirran lew perrî ‘eşq û xoşewîstî da.

* Ewende pêmekene xirap e.
* Erê xizmîne hergîz tekbîr meken xirap e.
* Dillim naye pirr be çawim seyrî korpekanim kem.

Sedan riste û gutey pirr tirs û nawmêdîsedan tika û agadarkirdinewey pirr le giyanî lêk dabirran û yektir nedîtinewe.

Rûhî Enfal, Enfal be manay lêkdabirran û pêçanewe, Enfal be manay letkirdin û bizirkirdin, Enfal be manay zebr û zeng û toqandin hênde be qûllî regî le naxî yadewerî kurd da kutawe, hênde bêrrehmane û dillrreqane pelamarî dawîn, hergîz ciyawazî nekirduwe le nêwan şa û geda da, le nêwan zana û nexwêndewar da, le nêwan xanedan û sepan da, ke mehalle hîç kesêk ta emrro tirsî Enfal rawî nenêt û hêndey regî jiyan lêyewe nizîk nebêt.

Hîndîyekan yan beşî here zorî kîşwerî reş, eger fermande bin yan fermanber, serokî willat bin yan zibillrrêj, eger mallyan be ser nan û zeytun û beharat da wêran bêt, yan her hîçiyan nebêt bîxon, ewe birsiyayetî wek dirrinde û Enfal hergîz le kollyan nabêtewe. Detwanî û zor be asanî perasuwe der perrîwekanî her kamêkyan bijmêrî, ke regî ew perasuwane le qûllayî birsîyetiyekî sextî mêjû da ye. Tirsî nezokî xak û wişkbûnewe û mirdin le birsan le naxî hemû goranîyekan û ferheng û kilturyan regî da kutawe, ew tirse çon le çaw nexoşêkî req helatû û zerdelle da diyar e, her be heman şêwe le çawî Endêrra Xandî cestey ew afrete serokeş da diyar bû.

Xemokîyek, hêminîmonîyek ke yekem barînî befr le dem û çawî xanimêkî Swîdî yan piyawêkî kamillî Danîmarkî yan kiçe gencêkî Finlendî be cêy dehêllê, xemokî dapoşînî willat be befr bo mawey şeş mang û ziyatirîş huz- nêkî hênde qûll le naxî her kesêkî danîştuwî ew willatane dirust dekat ke beranber hetawî sûtênerî rojhellatîş natwanin xoyanî lê rizgar ken.

Ba ew dû nimûney serewe (tirsî birsiyetî Efrîqa û xemokî kîşwerekanî befr) wek kelleke bûnî huzn lay kesanî dîke wergirîn. Min nazanim morkî ew huzn û mîlankoliyey kurd naw binêm Enfal, tirs le mirdin û lêkdabirran yan her nawêkî dîke, bellam dezanim Enfal le dergayekî ewende firawanewe hate naw ferhengî kurdî ke deşê xudî Enfal ‘1988’ yan newe be cêmawekanî le bîr biçinewe û nemênin, bellam manayî ferhengî-kilturî ew wişeye, hergîz le bîr naçêtewe û bo deyan rûdawî hawşêwe be kar dehênrêt.

Huzn le jiyanî rojaney Mehmud Paşa da

Mîr û paşa kurdekan, her çende hukimrranî willatî xoyan bûn û supa, salar û serbazyan hebuwe, her çend fermanyan dawe û yasayan derkirduwe, bellam le serdeme here zêrîniyekanyan da tirsî neman û tefr û tunakirdin û enfalkirdin le çawyan da rrengî dawetewe, her bo nimûne le mêjuwî nizîk da be tewawî le 10î Adarî 1820 da, wate 286 sall û 9 mang û rojêk pêş emrro (be rêkewtî nûsînî em witare), emrro ke to em witarey têy da dexwênîtewe, Cladius James Rich rojhellatnas û kurdnasî gewre, le ser zimanî Mehmud Paşay gewre û piyawî be desellatî serdemî xoy denûsê “Bem core geyiştîne koşkeke, ke derwazeyekî nizim û tesk û datepîwî hebû, be endazeyek pîs bû, lam wabê şayistey fermandarêk nebê”, em serince û çendan serincî dîke ke Mehmud Paşa le rûxsarî rîç da deyxwênêtewe, boye basî jûrêke dekate û wek biyanûyek be Rich dellêt “Xwalêxoşbûy bawkim, em jûrey dirust kirduwe, bellam pêwîstî bedestpêdahênanewe heye. Kê cêgayek çak dekatewe, eger bizanêt têy da nahesêtewe? Haka Turkekan, yan Êraniyekan, çend rojêkî tir wêranî dekenewe”.

Ew kate Mehmud Paşa, piyawêkî tendirust û be desellatî sî pênc sallan buwe, hîç hoyekî babetî amade nîye bo nawmêdkirdinî ew piyawe, cige le regî tirsêk, regî tirsêkî kuşinde û bêrrehm, tirsêk ke tenha desellat narûxênê, tirsêk ke tenha giyanekan dirwêne nakat, na ewe sîmay tirsêkî zor nizîk e, ewe sîmay hêrişêkî berdewam e, hêrişêk derwazey şar û derwazey mallekan û derwazey hukimrranî wek yek wêran dekat, hêrişî ew celladaney hergîz bîr lewe nakenewe ke qurbanî mafî bergirîmafî skalaَkirdinî heye, mêjû têdeperrê celladekan be heman sîmawe, bellam be nawî ciyawaz bo ême be cê dehêllê.

Tirsêkî nihênî nahêllê paşay willat dest be jûrekey da bihênê, nahêllê derwazekanî çak katewe, her ew nihênîye Mehmud Paşa le jiyan û genciyetî-hukimrranî rasteqîn e destênêtewe û teslîm be zîndanekanî dînî dekat.

Lêrewe dîsanewe depirsim ew xeme qûlley Mehmud Paşa bo mindalle sê sallanekey, ew dilltengî û kesere tenha hoyekey ledestdanî mindallekeyetî ke be ‘nexoşî lerizuta’ mirduwe? Carêkî dîke dawa le Rich dekem bo ewey yarmetîm bidat û ew ‘huznem’ wek xoy bo bigêrrêtewe.

“Diwênê êware, diway karesateke (wate mirdinî mindallekey Mîr Mehmud), çûbuwe herem, mindallêkî birazî be wişey ‘babe’ bangî kirdibû, dengî ew mindalley nawekey hênabû lewe girantir bû bitwanê bergey bigirê, boye qîjandibûy, kewtibû be dem da û le hoş çûbû. Richtişrînî Yekemî 1820.” Her şêwekarêk curetî ewe bikat wêney Mîr Mehmud bikêşê, debê tiwanay ewey hebê, xemgînîyek, huznêk be qûllî mêjû, be baristeyî sê sed sall barîn le çawanî da pîşan bidat. Hergîz ew qîjandine, qîjey bawkêk nîye bo mindallekey, ew payize payize lawaneweyek nîye bo kesêk, awazî şimşallekey Qale Mere semay çend penceyekî pîrellok nîyeewane her hemûyan raweşandinî nihêniyek in, nihênîyek nizîk û le bose da, nihênîyek nek tenha le regî mirdin nizîktir e, bellku le regî mirdin xawen heqtir.

Kurd yekem netewe nîye tûşî tirsî Enfal û bizirkirdin bûbê, bellku yekem netewe ye ew çarenûsey be serda helaَll kirabê. Yekem netewe ye be dirêjayî mêjû, be mirroşewe, bizirkirdin û Enfalkirdin û dagîrkirdinî helall bêt. Rast e le pişt wişey helallewe rewayetîyekî ayînî heye, wata helall destewajeyekî dînî ye, bellam min lêre bew manaye be karîdênim ke qurbanî hîç mafêkî bergirîkirdin û narrazîbûnî nîye. Berx çeqoy le ser e, ballinde çeqoy le ser e, wata her kam le wane hellal in seryan bibirrî, wata paraneweyan bergirîkirdin le serbirrînî merrêk le kilturêkî dînî baw da hergîz binemayekî aqilane yan ‘adîlaney’ nîye. Tirsî kurd, tasan û xemzedebûnî, tenha le helallkirdinî ‘bizirbûnî da ye’ nek le mirdin.

Felsefe
Yan hîkmetî barimte
Mîr Mehmud wate Mehmud Paşay Baban ke le serwextî geştekey Rich da mîrî îmaretî Baban buwe, barimteyî xoy awa bo Cladius Rich degêrrêtewe: “Katê le Kirmaşan le birî bawkî Xwalêxoş bûm barimte bûm, bawkim le ber rûdawekanî rojgar naçar bû hawkarî Turkekan bikat. Bem core jiyanî minîş kewte metirsîyewe, şazadey Kirmaşan şewêkyan daway kirdim bimkujê. Minyan be dest bestrawî bo bird, şazadeş xo le heywanêk da danîştibû, nawerrastekey pir bû le momî dagîrsaw, celladîş be pêwe sazu amade westabû, bo becêhênanî karekey, boye eme dellêm çunke zorbey ewaney le meydanî şeref da be dest bestrawî debirêne berdem cellad tirs dayan degrê, be rastî dîmenêkî tirsnak bû. -Ya Xwa neybînît-”. Mîr Mehmud pêş ewey bibête paşay Baban, pêş ewey gewre bêt û le siyaset bigat, pêş ewey azad bêt û jiyan binasê, barimtebûnî nasîwe. Ew mindalley le berdem şîrî cellad westawe, ew mindalle bê hêz û bê desellat û bê gunah e, tenha mindallêk nîye ke le cesteyekî çend kîloy da ye, bellku ew mindalle rûhî barimteyî gelêk e, îradey barimteyî gelêk e, çarenûsî barimteyî gelêk e, le berdem şimşêrî cellad da barimteyeke neheqî skala û neheqî qisekirdin û neheqî pirsyarî heye. Têgeyiştinî ew tenha legell cellad da ye, ew detwanê tenha yek take peywendî bidozêtewe lew hawkêşe alloze da ewîş peywendî nêwan ‘milî bêhêz û barîk’ û ‘şimşêrî tîjî’ celladeke ye. Lêre da cellad û barimte dû kayey naw hawkêşeke nîn, dû edat nîn bo çareserî kêşekan, ewan herdûkyan wek yek dû lubok in bo tollekirdinewe.

Min lêrewe têdegem, giryan û huznî Mehmud Paşa bo mirdinî ‘mindalle sê sallanekey’ nîye, bellku giryan û hawarêkî tecîlkiraw e, le şewî barimteyekeyewe, le qûllayî mêjuwewe.

Emrro Qale Mere hîç nakat, hunerî ew tenha gwastinewey hawar û nalley Mehmud Paşa ye le hêminî da, tenha ew awaze, tenha ew pencepîrellokane detwanin qîje û giryanêk bikene zemenêk bo teemul û tasan.

Ewey lew çîroke û lew parçeqamîşe û le lawaney payize payize destman dekewê, ewe ye ke ta emrro rûhî mindalle sawakey kurd, rûhî birryardan û girêy çarenûsî kurd le şiwênêk barimte ye. Deşê emrro ew t‘erîfe gorrabê, tiwanay birryardanman barimte bê, ta emrro rûhî ew mindalley kurd le sinduqe leşkan nehatuwekanî Bexda da ye, ew sinduqeş pirr hîkmet û pirr nihênî, pirr tirs e eger bişkewête dest kurd, bemanay ewe naye rûhiyetî barimteyman rizgar debê, nexêr, Bexda weku şiwên û weku desellat weku xawen heq û qiseker wek şazadekey Kirmaşan take birryarder e.

Rûhî barimteyî peragendeman emrro le Enqere ye, emrro le Taran eher be heman araste û her be heman wata. Cestey bexoll buwî enfalkirawekan tenha le ‘er‘erî ‘Erebistanî Si‘udiye nîye, tenha le biyabanekanî Nugireselman û semawe nîye, bellku ewc ceste enfalkirawane bebê ewey rizî bin yan bûbine xoll emrro le sinduqe nihêniyekanî Turkiya û Êran dan.

Belatanewe seyr nebêt ke le hemû paytexte be desellatekanî dinya, paytexte pirr şiko û razawekan, paytexte pirr lezetekan beşêk le rûhiyetî barimteyî kurdyan laye, lew dî û şeqame razawekanyan, le qullayî jêrzemîne tarîkekanyan, Mehmud Paşayekî mindall, Mehmud Paşayekî herzekar zîndanî ye eger sê sed sall pêş êsta, şazadeyekî Kirmaşan tiwanîbêtî rûhî barimteyî kurd le cestey Mîr Mehmudî mindall da bibate jêr şimşêrî cellad, ewa emrro her siyasetmedarêkî Estenboll, her axundeyekî bedesellat û her bîkerêkî Emrîkayî zor be asanî detwanê ‘rûhî barimteyî kurd’ berêtewe jêr şimşêrî heman cellad ke tiwanayekî hezar hênde û şimşêrêkî le mû barîktirî heye.

Nîştimanî duwem
Yan nîştimanî rûh
Yekem pênasey însanekan, le seranserî dinya ‘nîştiman’ e, nîştiman yan willat le mana giştîyekey da, hellgirî komellêk delaletî kilturî, dînî, siyasî, neteweyî ye, to le kam willatewe hatuwî? Willateket nawî çî ye? Regeznamey çi willatekêt pê ye? Hemû ew pirsyarane demanbenewe ser ‘nawî willatek’ yan ‘nîştiman’ ke deşê le ser nexşe be çend hêllêkî sûr le tewawî dinya ciyakirabêtewe, wata ew ‘nîştimane’ nîştimanêkî berceste û madî ye, ew nîştimane, willateke cugrafyayekî diyarîkirawî heye. Ew willate ‘cugrafyayey’ le ser nexşe diyarî dekrê, ew nexşeyey peywendîyekanî dinya rêkdexat û serokî heye û dewllet berrêwey debat û hawwilatiyanî têy da dejî, netewe îlanî wicudî xoy têy da dekat, ew kayine pirr sîhr û nihênîye gewretirîn û pirr huzntirîn şikestî kurdî têy da berceste buwe, winbûnî cugrafyaş gewretirîn winbûn û bizirbûn û Enfal e be zimanî emrro ke mêjû dîbêtî. Şikestî gewrey kurd le şikestî cugrafya da ye, nebûnî cugrafya, yan bizirbûnî hîç peywendî bewewe nîye ke to xak û willat û çiya û şar û ladêt nebêt, hîç peywendî bewewe nîye ke to rêga û ban û rûbar û serçawey newtî kanzayit nebêt, bellku tenha û tenha peywendî bewewe heye ke to çend hêllêkî sûrit nebêt ke le ser nexşe willateket bo ciya bikatewew nawî binê.

Min lêre da û lew lehzeye da wek kurdêk le qûllayî mêjuwewe hatibêt ew şikeste gewreyey cugrafyam pê qebull nakrê, lêrewe biryar dedem ew dorrane gewreyey kurd, le naxî mêjuwî xoy da qerebûkemewe. Bêguman dezanim çi erkêkî qursim le ser şane, qerebûkirdinewey dorranî nîştiman û willat le ser pantayî cugrafya, bellam hewll dedem her le naxî mêjuwî nizîkewe bew qerebûkirdinewe giringe bigem. Boye her lêrewe ewe radegeyênim ke hemû însanêk dû nîştiman, yan dû willatî heye ke giringî hîçiyan le wî dîke kemtir nîye.Yekemyan: Ew çend hêlle sûrey ser nexşe ye ke ême wek kurd têy da dorrawîn û nîmane.Duwemyan: Nîştimanêkî firawan û bêsinûre ewîş ‘nîştimanî rûh e’. Rast e nîştimanî rûh, willatêkî bêsinûr e, bellam bê t‘erîf nîye, min lew rojewe dest pê dekem ke dîn tewawî pantayî ew nîştimaneş dagîr dekat û be taybetî ew rojey ke kurd ‘Îslam dekate nîştimanî xoy’, nîşti- manî rûhî babetêkî fire giring û fire firawane, demewêt le dahatû da serbexo witarêkî têr û pirr le ser nîştimanî rûhî binûsim, bellam lêre da min tenha lew layeney dedwêm ke bo em babetem pêwîst e.

Kurd lew rojewey Îslam qebull dekat nebote xawenî dewlletî bawerpêkirawî xoy, le ser nexşe, ew xewney birde naw nîştimanêkewe ke le rûhî da hebû, îradey xoy teslîmî ew nîştimane dekat, peywendî kurd be Îslamewe peywendîyekî rûhî ye, ew xelîfe û sulltanekan wek serwer û serkirde û cênşînî pêxember temaşa dekat û bew araste û asteş xoşî dewên û gwêrrayellyane, çunke ewan be hemû tiwanayanewe nîştimanî rûhî kurdyan kontrroll kirdibû. Hemû netewe xawen bawerî û musillmanekan le yekem furset da dewlletî xoyan dirust kird û xoyan le nîştimanî gewrey rûhî ciya kirdewe, nîştimanî be hêllî surewey ser nexşeyan le hemû nîştimanêkî dîke be girîngtir û xoşewîsttir zanî. Her le ‘Fars û Turk û Efxan’ û ta degate Ozbek û Elban gewretirîn hewllekanyan û qurstirîn şerrekanyan le ser ewe buwe ke dewlletî xoyan hebê yan hemû musillmanan le jêr sayey ewan da bin. Tenha kurd bewe razî buwe dest le nîştimanî xoy hellgirê, bîr le dewllet û serbexoyî nekatewe bellam ême dezanîn nîştiman birîtî nîye le şax û şar û doll be xellkekeşiyewe, na, nexêr, nîştiman tenha çend hêllêk e, çend hêllêkî sûr e ke le hemû dinyat ciya dekatewe. Kurd pişt lew çend hêllesûre dekat û nîştimanêkî rûhî gewre helldebijêrê ke take t‘erîfî ew nîştiman e, tiwanewe le naw Îslam da, qebullkirdinî yasa û binemakanî dewlletî îslamî baladest e. Ew nîştimaney qerebuwî willatî ser nexşey bo kurd dekirdewe, nîştimanî rûhî bû, her lêreweş giryanî qûllî kurd destî pê kird, giryanêk bo ledestçûn û bizirbûnî nîştimanekey bo ebed.

Sêyem xelîfey musillmanan ‘Usmanî Kurî ‘Effan’ bew perrî bîrtîjîyewe kitêbî pîrozî musillmananî be yek zarawe nûsîyewe û ew kitêbeş buwe destûr û t‘erîf û pênasey ew nîştimaney bawerrdaranî kurd le rûhî xoyan da têy da dejiyan.

Huznî here qûllî kurd ew roje dest pê dekat ke ew nîştimaney hêrişî dekrête ser û beşêk le pîroziyekey dexene jêr pirsiyarewe. Ew destûr û kitêbe bo her musillmanêk birîtî ye le sed û çwarde sûret, her sûretey binaxeyî dîwarêkî ew nîştimane ruhiyefirawane ye.

Lawanewey ew jinebirîndarey germiyan, ew jiney kes nazanê le çi goşeyekî dinya dejî, lawaneweyek nîye bo kurî û kiç û mêrd û malle le dest çuwekey ke hergîz nayanbînêtewe. Na ewe giryanî naxî kurd e wextêk lew nîştimane rûhiye derdekrê!

Eweş le katêk da ye ke sûretêk be hefta û pênc ayetewe hêriş dekate ser binema here serekîyekanî ew nîştimane rûhiyey kurd û wêranî dekat. Bew kare kurd wek tak û wek netewe lew willateş derdekrê ke wek bawerî û wek qerebû bo nîştimanî fanî ser kaxez dirustîkirdibû.

Îdî ew kitêbe pîrozey xelîfey sêyem bo hemû xawen bawerrêkî nardibû, be nuqsanî degate dest bawerrdaranî kurd û le ciyatî sed û çwarde sûret ten- ha sed û sêzde suretî degat.

Pirsiyarî here serekî ewe ye, lem nuqsanî, kemûkurîye dînî ye bawerrdarî kurd agadar e? Erê ew agadare bira dîniyekanî ewyan lew nîştimane rûhiyeş kirdote derê? Erê ew bawerrdare ewe dezanê ke nebûnî suretêk le kitêbe pîrozekey ew da, ew witeye retdekatewe ke dellê ‘emrro dînekem bo tewaw- kirdin’.

Min zor be daxewem katêk nîştimanî duwemî kurdim dozîyewe wêran kirabû, lew nîştimane rûhiyeş da kurd her berdest û perawêz û bêkes bû. Her eweşe demanbatewe ser sîmey binerretî em witar e, ewîş qûllbûnewey giryan e, tasanî hemûman e le berdem şimşallekey Qale Mere da, westanî ‘eqillman e le naw seday lawanewey jinanî germiyan.

Min her zû zanîm legell hawarî jinêkî temen penca salley Barzanî da, katêk temaşay kelûpelî gerrawî enfalkirawekanî dekird û deygut; “Ew doxîne hî mêrdekey min e, diwênê bû, diwênê bo xom, bom çinî” lew kate da lewe têgeyiştim ewaney lewê bûn her hemûyan mirdin, be rastî mirdin, tenha bo ewe henase deden ta cesteyan le rojgar da birizê.

Boye hemû awazêkî mîlankolî, hemû dengêkî pirr huzn ew laşe mirduwey naw kurd be aga dênê le dinyay dadebirrê.

tîpguhêzî: Erol Şaybak

Share.

Leave A Reply