HEVPEYVÎN BI BÛBÊ ESER RE “Tenê Girî Ne Qedexe Bû”

Li ser Hefsa Diyarbekirê gelek tişt hatin gotin, lê mixabin piranîya wan bi tirkî bûn. Me weke kovara Zarema xwest ku bi nivîskarê Gardiyanê Bûbê Eser re li ser wî mekanê wehşetê û romana wî ya ku weke wesîqayekê ye hevpeyvînekê bi kurdî bikin. Bûbê Eser piştî derbeya îlonê sê salan di wî mekanê wehşetê, di “5 Nolu”yê de ma û şahidê gelek qewamên li wir e. Bûbê Eser niha li Swêdê dijî. Ji êşkenceyên ku li wir hatin kirin bêhtir (jixwe romana Gardiyan rismekî mezin datîne ber me) me xwest ku derûdora wî mekanê ku di dîroka însaniyetê kêm ciyên mîna wî hene fêm bikin.

-Min du romanên te xwendin; Gardiyan Jiyanek. Romana bi navê Jiyanek mirov dikare weke rêya te ya ku diçe Hefsa Diyarbekirê jî şîrove bike; yanî şert û mercên ku te ajotin ber bi wî mekanê wehşetê de û Gardiyan jî mirov dikare weke; şahidiya wir, analîza wir, xwestina fêmkirina kirinên li wî ciyî û helbet teşhîrkirina wir bixwîne. Ez dixwazim ku ji vir dest pê bikim: gelo çi bi rêya wêjeyê be çi bi rêya pevxistinên din be mirov çiqasî dikare heqîqeta ku li wir hûn pê re rûbirû man vebêje? Gava ku tu qal dikî an te nivîsî çi kêm ma/dimîne, çi zêdeyî derdikeve holê?

Bawer bike mirov çiqasî li ser wê girtîgehê binivîsîne, bêje wê kêm be. Ji ber zilm û wahşeta di wir de li ciwanên kurdan dikirin ne hatiye dîtin, ne hatiye bihîstin û rûdaneke weha li ser rûyê vê cihana ku em lê dijîn, nebûye û nabe. Ji ber vê yekê ye ku divê ew kesên li wir mane her yek ji aliyê xwe de tiştên li wir dîtine, bihîstine û jiyane bêjin û binivîsînin, belkî hin quncikên tarî yên wê girtîgehê bi vî awayî rohnî bibe. Lê…

Berî her tiştî divê çi bi serê kê ve hatibin bê şerm û tirs bibêjin. Dema ku ev yeka bibe dibe ku em bikaribin bi saya vê, wê girtîgehê, armanc û kiryarên wê ji bona gelê xwe û cîhanê bibêjin da ku ew jî rastiya wir fêm bikin.

Lê em kurd şermokî ne. Em gelek caran rastiyê vedişêrin. Yanî hin tiştên ku hatine serê me, wê nabêje dema ku em dibêjin ya jî dinivîsînin weke hatibe serê kesên din. Wê, dibêjin û dinivîsînin. Weke mînak:Em dibêjin gardi- yanan job radidan girtiyan, lê em ji bîr dikin ku em jî yek ji wan bûn. Çima em nabêjin job rada min, gû bi min da xwarin, ûhwd.

Loma girînge ku divê kî-kê li wir çi dîtibin, çi hatibin serê wan, wê weke ku bûye bibêjin. Bê fedî û şerm. Bila bê zanîn ku ji tiştên ku dijmin anîne û tîne serê me re, divê meriv ji ber wan fedî neke û bibêje. Ji ber ku ew dijmin e û dijmin dikare her tiştî bîne serê mirov.

Loma jî li gor min hê jî ew tiştên li wê girtîgehê dianîn serê me baş nehatiye fêmkirin, ji ber ku herkes rastiya xwe nabêje û vedişêre ya jî dixe hustiyê kesekî din.

Gotina min ev e: Divê herkesên ku li vir jiyane, mane, tiştê hatine serê wan bibêjin. Lê çawa bûye weha bibêjin. Wê gavê mirov dê bêtir, baştir û rehetir bûyer û kiryarên wir fêm bike, bide fêmkirin.

– Dibe ku ev şerm, ev jixwedûrxistin, ev neqebûlkirin ji ber xwestina nebawerkirinê be? Em pê zanin ku gelek kesên di Auschwitzê de mabûn, an kesên ermen ku ji qirkirinê xelasbûbûn têgihiştina/mêjiyê wan qebûl nedikir ku ew ji daîreya însanetiyê hatine qewirandin. Belkî mîna ku tu dibêjî em li quflên civaka xwe jî vegerin. Gelo dema hûn di wir de bûn civakê tiştê ku divê bikira kir, an hêviyek we hebû ku tiştek karibe bê kirin, di dawiya dawî ew girtîgeh di nav dilê Kurdistanê de bû û gava ku hûn derketin, derdora we bi çi çavî li we nêrî, ji bo ku birînên we derman bibin bûn alîkar an hûn hêvîşikestîbûn? Bi kurt û kurmancî rewşa civaka me li hember vî mekanî çi bû wê demê?

Ev pirseke gelekî zehmet e ku mirov bersiva wê rast e rast bide. Ji ber ku hin tişt hene ku ji bona civatê şerm e, loma jî mirov naxwaze wê şermê bi eşkere veke an bibêje. Ji ber vê ye ku gelek quncikên wê girtîgehê hê jî ronî nebûne.

Dema ez di girtîgehê de bûm, her hêviya min û ya kesên di wirde ew bû ku wê heval û partiyên Kurdistanê li hember vê derkevin û şerê azadiya gelê xwe bi mêrxasî, bi camêrî û bi awayekî neteweyî bidin. Lê heta ez derketim ev nebû. Piştî derketinê jî hêviya min bi temamî şikest.

Dema ez ji girtîgehê derketim, kesên nêzîkî min, mirovên min zikê wan bi halê min dişewitî ku ez ketim çi halî. Ji ber ku tenê hestî û çerm mabûm. Girtîgeha di dema me de xwarin û şuştin lê tunebû, em hemû girtî kiribûn hestî û çerm.

Lê dema ez bi xwe ji wê girtîgehê derketim hê jî tirs û sava leşkeran li ser xelkê gelek bû. Kesên ne nêzîkî me bûya newêrîbûn zû bi zû bihata dîtina meriv. Carna dema ez jî derdiketim û li qahweyek nas rûdiniştim û çend kesan xwe didan dora min ku halê min bipirsin. Ez jî yekser diketim mijara girtîgehê, lêdan û êşkenceyên wir. Di nava axaftina xwe de min dinêrî kesên dora min hêdî hêdî belav dibûn. Dûre min fêm kir ku ew ditirsin. Ji ber ku wan gotinên min li gor wê demê û li gor rûniştina qahwê ne di cih de bûn. Loma jî kesên der û dora me xwe ji me disitirandin. Zû bi zû nêzîkayî li me nedikirin.

Ji ber vê bû ku kesên ji girtîgehê derdiketin bêtirên wan ew malbat û mirovên xwe bi hev re eleqeder dibûn. Lê carna hevalbendên rêxistinê jî bi dizî xeber dişandin û hevalê me dipirsîn.

Lê ez bi xwe civaka me ya wê demê gunehkar nakim. Ji ber ku zilm û zordariyek mezin li ser wan hebûn. Wan şoreşgerên berî 12 îlona 1980yî jî hemû wenda bûbûn. Loma jî civat bê hêvî mabû û tenê kesan dixwestin xwe bisitirînin.

– Ji tawanbarkirinekê bêhtir dixwazim ku rewşê fêm bikim. Rewşa derdorê, rewşa kes-komên ku bi hawakî bi wî mekanî di nava têkiliyekê de bûn. Mesela di destpêka romana te Gardiyan de jî nêzîkbûnek hebekî ecêb û xwînsar li hember xardiyanekî heye, vegotin jî bi piranî di ser wî re dimeşe. Sîdar mîna ku bixwaze wî jî fêm bike dixuye. Gelo gava ku tu ji wir derketî te û tu xardiyanan we hevdû dît? Û xardiyanên ku we karibûya têkiliyek hebekî însanî bi wan re daniya qet hebûn? Mesela tu xardiyanên ku bi tiştekî biçûk be jî carna alîkariya hin girtiyan dikirin hebûn?

– Di nava gardiyanên girtîgeha zîndana Diyarbekirê de bi tu kesekî re çenek rehm ango insaniyetî tunebû. Tunebû, ji ber ku ew kesên bijarte bûn. Yanî bi gotineke din gardiyanên wir ew kes bûn ku divê tenê karê wan lêdana girtiyan bûya, ya na nikarîbûn li wir bibûna gardiyan.

Hilbijartinên wan jî li ser du asasan pêk dihat. Yek: Ew kesên ku nû dihatin leşkeriyê ku destpêka leşkeriyê jî gelek zehmet bû. Yanî jê re dihat gotin dewra ecemîtiyê. Ev dem dema ku wan jî gelek lêdan dixwarin. Ew kesanan dikirin gardiyanên girtîgehê û yuzbaşî Esat Oktay ji wan re digot: “Kî çiqasî li van dijminên gelê me bidin, kî çiqasî tadê û zilmê li van komunîstên dijminê dîne me bikin, ewên li vir azad bin. Yanî nobedarî, lêdan tade wê tunebe. Eksê wê kesên weha bikin, wê li vir azad bin. Bixwin, vexwin û li kêfa xwe binêrin.” Weha jî dikir. Mirov dikare bibêje hema hema her êvar yuzbaşî Esat ew gardiyan bi vexwarinê serxweş dikirin. Weke esrar û araq bi wan didan kêşandin û vexwarin. Ew serxweş dikir û bera ser serê girtiyan dida. Loma jî kesên weha û bi vê rehetiyê û lêdana kesên zana êdî nedixwestin vegerin cihê ecemîtiyê. Ji ber ku li vir lêdaneke zêde li wan dihat kirin. Ecemîtiya leşkerên tirkan jî gelekî zor û zehmet e.

Yên din jî ango gardiyanên din jî ji ew kesên ku dijminên kurdan û li gor gotina yuzbaşî yên kurdên komunîst û anarşîst bûn. Yuzbaşî bi nav leşkeran diket û digot: “Kî dixwazin li dijminê gelê xwe, dijminê dînê xwe û li komunîstên kurdan bidin, bila bên ba min ez ê wan bikim gardiyanê girtîhega Diyarbekirê ku ew kesên dijminê miletê me,dijminê dînê me hemû li wir in.” Loma jî yên dijminatiya wan bi kurdan re hebûn, dibûn gardiyanê girtîgehê da ku bikaribin li gor dilê xwe lêdanê li me bikin. Ew jî ji kesên faşîstên tirkan bûn.

-Piştî ku tu derketî te tu xardiyan dîtin? A din jî heya roja îro tu kes ji bo kirinên wir hatiye darizandin gelo?

Dema ji girtîgehê derketim, min nexwest ji welatê xwe û bajarê xwe dûr bikevim. Lê piştî berdana xwe tê gihîştim ku mana min li welêt û li bajarê min zehmet e. Loma bi saya xalê xwe min karê jina xwe ku li Diyarbekirê hemşîrebû, rakir welatê wê hêla Behra Reş. Sedem ji vê ew bû ku ez bikaribim li gel hevjîn û zaroka xwe keça xwe “Rojbîna bavê xwe” ku dema di zindanê debûm hatibû dinyê, bijîm. Zor û zehmetiyên li wir ku me dît nikarim hemûyan li vir bibêjim, kesên jiyana min a li wir meraq dikin bila romana min Gardiyan bixwînin wê bêtir bibin xwedî zanînin berfireh.

Ez li wir rastî kesekî ku dema ez di girtîgehê de bûm, hatim. Ya rast ne ku ez rastî wî hatim, ew rastî min hat û xwest hemû kiryar û bûyerên wir ji bona min bibêje da ku ez jî wan belav bikim. Wî dixwest bide diyarkirin ku hemû kiryar û bûyerên wir li gor plan û projeyên yuzbaşî Esat dihatin birêvebirin. Tenê dikarim vê bibêjim ku kî jiyana min a li wir û kiryarên girtîgehê dixwazin fêr bibin bila Gardiyanê bixwînin. Her tişt bi devê wî û li gor gotinên wî hatine nivîsîn.

Heta niha min nedîtiye û nebihîstiye ku ji wan gardiyanên li zindana Diyarbekirê yek jî hatiye darizandin. Ji xwe tiştekî weha bibûya, dibû ku tiştên gelek ecêb jî derketina.

– Gelek tişt li ser kirinên wir hatin gotin, ez nabêjim êşkence, binavkirina êşkenceyê tiştekî din e (yekûna kirinên li wir di nava kategorîzasyoneke din de ye bi min), çi ji romana te Gardiyanê çi jî ji hevpeyvînên kesên ku di wir de mane, em derkevin rê wê gelekî zehmet be ku mirov karibe lîsteyek awayên êşkenceyên ku li wir dihatin kirin derxîne, digel ewqas vegotin (hevpeyvînên di kovara Serbestî ku hejmarek taybet li ser şahidiyên Hefsa Diyarbekirê derxistibû mînakên baş in) hîn jî dawiya awayên êşkenceyên ku nehatine gotin derdikevin. Gelek tişt li ser van kirinan hatin gotin. Gelo ev kirin bi tesadûfî, li gor rewşê, di wê kêloyê de derdiketin holê an li ser wan difikirîn û dikirin, yanî plan-programek/bernameyek awayên êşkenceyan hebû?

Belê kirinên jixweber bi rihetî û di demên kin de derbas dibin. Lê piştî hatina yuzbaşî Esat Oktay Yildiran her tiştên wir êdî li gor bernameyê dihatin kirin. Bernameya wan jî ew bû ku me ango kesên li wê girtîgehê hemûyan bikin tirkên baş. Ya din heger nekin tirkên baş jî bikaribin wan ji doza gelê wan dûr bixin û êdî kes nebêjin em kurd in û doza kurd û Kurdistanê bikin.

Loma jî dema projeya wan li ser vî asasî pêk hatibû ku me ango girtiyên wir weke xwe bikin. Ji ber wê jî her êşkence û lêdan li gor fikir û ramanên li ser dihatin fikirîn, pêk dihatin. Weke mînak: Dema yuzbaşî gardiyan dicivandin û ji wan re digot: “Kî bikaribe şikil û awayekî lêdanê yê nû peyde bike an bibîne û ew bikeve serê min ez ê du rojan betlanê bidim wî kesî.”

Loma jî ji bona diyarî û betlanê her êvar xew li gardiyanan jî tunebûn. Ji ber ku serê xwe bi dîtina şikil û awayekê êşkencê yê nû mijûl dikirin.

Her weha yuzbaşî jî her di nava fikir û ramanên dîtina metodên êşkencê yê nû de bû. Loma kiryarê wir yek jî ne jiberxwe pêk dihat. Hemû li gor destûr û bernameya wir û bi awayekî bîrewerî pêk dihatin. Li wir tiştên tesadufî tunebûn. Kesên li wir dihat kuştin bi tesadufî bû. Yanî digot ev ji ranzayê ket û mir. Digotin: Dilê wî sekinî û mir. Lê hemû derew bûn, ji ber kesên li wir dihatin kuştin hemû bi emrê yuzbaşî bûn.

– Tu diyalogên te û Esat Oktay bi hevre çêbûn qet? Dihat nav we? Di romana te Jiyanekê de (ku mîna bîranînên te ne) dibêjin qey Sîdar miriye û wî ji qatê çaran diavêjin, gelo birra jî te avêtin, çawa bû ev mesele? Dema te avêtin Esat Oktay jî li wir bû?

Belê te ev pirs hinekî tevli hev kir: Lê ez ê rast bikim. Esat Oktay bi qasî tê bîra min û ez ne şaş bim ew sala 1981ê bi wazîfe û bi berpirsiyariyeke mezin hat girtîheha 5 noluyê û ew mudurê wir û berpirsê her tiştê wir bû. Ew dihat nava me, lê dema dihat li gel wî gelek gardiyan û kûçikê wî Co hebûn. Bi tena xwe û bi çend gardiyanan tenê dernediket an nedihat nava me û qawîşên me.

Têkiliyên min û wî yek carê çê bû ew jî weha bû: Ji du mehan carekê kaxitek ku hemû sûcên ango tewanbarên ku li me dihat kirin tê de nivîsandî ji me re dihat. Li gor wê jî gardiyanan û yuzbaşî bi me re muamele dikirin. Ya min jî têde dihat nivîsîn ku “Bûbê rêxistineke nehînî û çekdarî damezrandiye û rêveberiya wê ya bilind dike.” Ji xwe ev têrî dikir ku hema li wir cezayê min bibirin. Loma jî carekê gardiyan ba min kir û ez yekser birim ba yuzbaşî, ji xwe çûyina ba wî têrî dikir ku wê bobelateke bê serê te. Loma dema ez gihîştim ba wî min fêm kir ku ya kuştîme ya jî “îtîrafçî” me. Dema nêzîkî wî bûm, min qomûta xwe da û li benda wî rawestiyam. Hema wî yek ser got:

– Bûbê tu KUKçî ye ya jî APOcî      

Çima ev pirs kir, ji ber ku yê navê min dabû hevalekî min ê berê ku der- basî nava refê PKKê bûbû, di dema girtina xwe de hema navê min dide û dibêje; “Hema wî ango Bûbê bînin ew her tişt e” Û tiştên li ser min jî hatibûn girtin hemû belgeyên KUKê bûn. Lê di lêdan û êşkence de ji ber ku min qise nekir, wan jî nema dizanîbûn ku bi rastî ez ji kîjan rêxistinê me. Lê ez li ser navê KUKê hatim darizandin.

Ji ber vê yuzbaşî ew pirs ji min kir û min got: Ez ne endamê tu rêxistinan im. Loma wî got: Here em ê dûre hev bibînin. Ji ber ku tam di wê navberê de dawa me KUKê hatibû vekirin û roja dadgehê hindik mabû. Loma wî xwest ku karê xwe yê bi min re bihêle piştî dadgehê ku li gor dilê xwe kirinên xwe bi min bike. Lê çi mixabin di dadgeha ewil de ez hatim tahliyekirin ango berdan. Lê yuzbaşî ev qebûl nekir loma wî du mehan ez dame rawestandin. Piştî wê ez ji nû ve şandim cihê êşkencê li wir jî 50 rojan mam û dema ez derxistim hember dadgêr, wî got: “Ev tahliye bûye. Şandine ba min çi?” Hêrs bû îfadeya min negirt. Ez şandim ba dadgêrekî din wî jî çend pirsên beradayî kir û got tu tahliye ye. Ji ber vê ez ji xezaba yuzbaşî xilas bûm.

Ez di 02.01.1980yî hatim girtin wê gavê ne girtîgeha 5 noluyê hebû ne jî yuzbaşî Esat. Loma jî di girtina min de û di êşkencê li min hatin kirin de têkiliyên yuzbaşî Esat tunebûn. Bi lêdaneke gelekî zor û dijwar dixwest ku min bidin axaftin û wan belgeyên li ser min hatibûn girtin ji wan re şîrove bikim. Lê min nekir û qet yek gotina ku wanê jê fêde bidîtina negot. Loma jî bi zêde ceryandayinê dilê min disekine. Ji ber ku ez memûrekê dewletê jî bûm wan nikarîbûn weke herkesên ku dikuştin, diavêtin an vedişartin, min jî veşêrin. Loma biryar dan ku min di qatê çaran de bavêjin û bêjin “xwest bireve loma xwe avêt” lê bi wê avêtinê ez li ser teksiya wan ya reş dikevim û dilê min ji nû ve de dişixule. Yanî wan him ez kuştim û him jî bi wê avêtinê ez dîsa li jiyanê vegerandim.

– Nizanim bê wê çiqasî ehlaqî be ku meriv di wan şertan de qala berxwedanê bike. Li “5 nolu”yê bi giştî rewşa girtiyan çibû, kesekî karîbû tiştek red bikira, ku bi tiştekî biçûk be jî we di wê rewşê de dikarîbû li ber xwe bida, di “qawîşa” we de rewş çi bû? Çi we li ser nigan/li heyatê dihişt, we xwe bi çi digirt?

Tiştê herî girîng ew e ku mirov bikaribe behsa wê girtîgehê û her bûyer û kiryarên wir bike. Loma jî tiştên hatin serê me girtiyên wir hema hema bi awayekî bi lez bû bez û bi kontrol û proje bûn. Lê em di wî warîde bê tecrube bûn. Di nava me girtiyan de jî yekîtiyek ku em bikarin li hev guhdarî bikin tunebû. Me di girtîgehê de jî weke rêxistinên xwe yê derve dikir. Yên derve li hevbûna em jî li hev bûn, di nava wan de şer û pevçûn hebûya li wir di nava me de jî wê yekê destpê dikir. Loma jî tu caran yekîtiyeke li gor dilê me girtiyan ku heta ez li wir bûm pêk nehat.

Bi awayekî gelemperî em girtî ji xamê de hatin girtin loma jî piraniya hema hema hemûyan (ji bilî çend îstîsna û berxwedana hin camêran bi serê xwe) me çi emrê dihat dayîn pêk dianî. Di destpêka êşkenceyan de me û gelek qawîşên din jî me di berxwe da. Lê ji ber ku yekîtiya me û jihevbaweriya me tunebû, ew berxwedan hêdî hêdî têk çû. Tiştên xwestin me pêk anî û wan jî her ku çû li me jidandin heta ku em hemû ji desthilat xistin. Piştî wê jî çi daxwaza wan heba me pêk dianî.

Di qawîşa me de em hemû KUKçî bûn. Tiştên ku em li wir li ser nigan hiştin baweriya welatparêzî û şoreşgeriyê bû. Ya herî girîng jî baweriya bi rêxistina xwe bû; vê yekê dikir ku em qise nekin, her çiqasî me tiştên wan pêk jî dianî, lê di hin waran de me xwe diparast.

Tiştê em li ser nigan dihiştin weke min got baweriya welatparêzî, ji gelê xwe hezkirin û ji rêxistina xwe bawerîkirin bû. Her em li bendê bûn ku wê rêxistin dest bi şer bikin û li hember dagirkeran wê şerê azadiya welêt geş bikin. Em her bi vê yekê dijiyan û ev bû sedem ku em li ser nigên xwe man heta ku ji girtîgehê derketin

Qedexeya axaftinê çiqasî dewam kir, hîsek çawa bû gelo, li ser giyana we çi tesîr dikir?

– Tu tişt weke qedexekrina zimên ne zehmet û zor e. Di jiyanê de ya herî zor ev e. Tu zindî be, di nava hevalên xwe de be û tu nikaribe bi zimanê xwe qise bike. Ma gelo wê çi ji vê zortir hebe. Loma jî vê rewşê di warê nefsî de tadeyeke mezin li me dikir ku em roj bi roj xerabtir dibûn. Lê dîsa jî car carna me rê û olax didît ku em li gel hev qise bikin. Me di wan şertanan de jî bi zimanê xwe qise dikir. Lê di gelek qawîşan de ango di hemû qawîşan de zilamên karbidestên girtîgehê hebûn. Dema ku bidîtina an jî lê hay bibûna ku em kurdî qise dikin, ev digihandin îdarê û li gor wê jî me cezayên xwe didît.

Ji ber wê zilm û zordariya wan bû ku dema ji girtîgehê derketim min soz da ku ez ê tu caran bi tirkî nenivîsînim û bi kurdan re bi tirkî qise nekim. Di warê nivîsê de min ev soza xwe pêk anî. Ew roj ev roj e ku tenê bi kurdî ji sala 1986an û virde dinivîsînim. Lê di warê axaftinê de gelek caran min hin zehmetî kişand da ku bi hin kurdên me yên ku naxwazin bi zimanê xwe bi- axifin, bi tirkî qise kir ku ew jî vê fêm bikin û dev ji tirkî berdin lê weha xuya ye tirkî ketiye xwîna piraniya rewşenbîrên me. Ji ber vê ye hê jî gelekên wan naxwazin dev ji tirkî berdin.

– Qesta min neaxaftina bi tu zimanan bû, ne hew a bi kurdî. Di gelek şahidiyan de derdikeve hemberî me ku bi mehan axaftin qedexebû. Gelo di “qawîşa” we de axaftin serbest bû, ev qedexeya neaxaftinê li ser we jî tunebû?

Belê demê, axaftina me ya bi hevre di hundirêqawîşê de qedexe kirin. Ne tenê axaftin her weha ken û henek û bi awayekî rehet rûniştin û razan jî qedexe kiribûn. Ev qedexe ne tenê ji bona çend an hin qawîşan bûn. Ev qedexeyeke ji bona temamên qawîşên girtîgehê bû. Loma jî me nikaribû bi hevre qise bikin, bikenin û rehet razên. Weke mînak: Dema ku em razên divê em li ser piştê û dirêjkirî bûna. Her weha divê herdu destên me jî li ser zikê me bûya. Kesên ku bi vî awayî ranezana lêdan dixwarin. Heta çûyina tûwaletê jî kiribûn bi awayekî li gor wan nîzamî. Di dema çûyin û hatina tûwelatê jî divê herdu destên me bi kulîmekên me ve zeliqandî bûna. Ya na dîsa lêdan dibû para me.

Rojekê bûyereke ecêb li qawîşa me qewimî û wê ecêbê jî gelekî kenê me dianî. Hingî kenê min hat min nema dikarîbû xwe bigirta. Loma min xwe li ser ranza binî dirêj kir û lihêf avêt ser serê xwe û têra xwe keniyam. Hingî keniyam hêsiran di çavên min re avêtin. Tu nabê gardiyan ji vê rewşa min haydar bûbûn, ew jî bi dizî dikevin hundir. Ez qet li hatina wan hay nebûbûm. Dema li ser serê min rawestiyan û deng li min kirin, hema yekser min lihêf ji ser serê xwe avêt komûta xwe da lê hê çavên min şil bûn. Loma gardiyan pirsî çima hêsir ji çavên te tê. Hema min yekser weha bersiva wan da. -Dayika min hat bîra min, ji ber ku gelekî nexweş bû, dibe ku miribe.

Loma ez jî ji ber vê xemgîn bûm û bi dizî giriyam da ku kesên din nizanibin ku ez digirîm. Lê ji ber ku heta wê demê girî qedexenekiribûn, li min nedan. Lê ji wê rojê pêve êdî girî jî qedexe kirin.

– Ku tu ji roja îro de li wan rojan dinêrî tu herî pir li ber çi dikevî gelo û qet kêliyên ku tu kêfa xwe pê tînî hene?

Nizanim vê çawa bibersivînim? Pirsek zehmet e. Ez niha li ber wê yekê dikevim ku di wirde em ne yek bûn. Me piraniyan li hev guhdarî nedikir. Me weke rêxistinên xwe yên derve hereket dikir. Heger em li hev bûna, di nava me de yekîtiyeke weke ya girtiyên wê girtîgehê hebûya, dibû ku me ewqasî lêdan û êşkence nedîtibûna. Ez niha gelekî li ber vê dikevim.

Tiştên ku kêfa min dianî û niha jî pê serbilind im ku di bin ewqas zor û zehmetiyan de me dîsa di berxwe da. Weke karbidestên girtigehê tiştên ji me dixwestin neda dest wan. Her çiqasî hin “muxbîr” ji nav me derketin jî lê wan jî zêde zerar nedan me. Derketina çend kesên ji xwe û ji rêxistina xwe nebawer jî normal bû. Lê bi awayekî giştî berxwedan û serhildana zîndana Diyarbekirê bû deng, bû nav, bername û sembola berxwedanê. Ya girîng ev e û divê em vê derxin pêş…

– Nizanim… bi qeysa “berxwedanê”, teslîmiyeta di wir de(ez bi hawakî neyînî nabêjim, weke rewşeke însanî), wehşeta di wir de, armanca vê wehşetê xulasa her tiştê wir ez dibêjim ger meriv li ser bipeyive û fêm bike. Bi qeysa şahî û serketinan komkujî, qirkirin, felaketên mezin jî însanan ber bi hev ve diqedimînin û wan dikin xwedî dîrokek/çîrokek hevbeş. Zilm û komkujiyên ku li ser kurdan hatine kirin, ez bawerim ji tiştên ku “netewa kurd” derxist/derdixe holê ên herî sereke ne. Di nav vê zilmê de jî Hefsa Diyarbekir ciyekî pir taybet digire. Mekanên wilo li tevayê cîhanê dibin muze, milet li çîroka xwe xwedî derdikeve. Em dibînin ji bo ku dewleta tirk vî pelê dîroka xwe a qirêj bişewitîne û bide jibîrkirin, ji ber çavan û pê re ji bîra însaniyetê rake dixwaze ku wî mekanî bike dibistan. Ji bo vê hewldanê tu çi dibêjî? Rêxistin û komeleyên kurd ji bo vî mekanî bikin muzeyek bi qeysa ku divê dixebitin gelo?

Te nokteya herî girîng destnişan kir. Loma jî dibêjim ku tirk û karbidestên wan tim li ser karê xwe ne ku kumkujiyan bikin û wan binax bikin ango veşêrin. Ew karê xwe dikin. Lê divê em weke kurd jî karê xwe bikin. Wan komkujî, tade û êşkenceyên li me û li gelê me kirine bibêjin, binivîsînin, bikin fîlm û şano da ku heta jiyan hebe wan bûyerên qirêj yên karbidestên tirkan kirine bijîn. Bijîn da ku dinya bizanibin tirkan ji dema osmaniyan û heta vê gavê çi anîne serê me, binasin. Loma jî divê em binivîsînin û wan nivîsan bikin fîlmên sînemeyê, bikin şano, bikin destan da ku kurd, wan bûyerên ku bi serê wî de hatine ji bîr nekin. Mînakekê bidim: Romana min ya bi navê GARDIYAN ku li ser zîndana Diyarbekirê weke roman ku ji serpêhatiyên rast pêk hatiye, dikare bibe filmekî baş. Heger ev bi awayekî pro- fesyonel bibe fîlmekî kurdî wê gavê em ê bi serkevin. Ne tenê ev her tiştên ku li ser wê hatine nivîsên divê mirov bike fîlm û şano. Lê ez weha bawerim kurdên me di vî warî de jî qels in. Bi qasî ku ez dizanim hema hema wir dike bê jibîrkirin. Êdî ew zêde bala kesan nakşîne heyf e lê…

Ji bona ku wir bibe muzexane divê mirov kar û xebatê bike da ku hemû xelkên Diyarbekirê rake ser lingan û daxwaza ku wir bibe muze bikin. Heger ji bona mirovekî bi milyonan însan radibin, divê ji bona wir bibe muze divê em çend milyonan rake ser lingan? Heta ku wir nebe muze jî divê mirov dev ji xebatên demokratîk bernede.

Divê bûyer û kiryarên wir êdî ji nivîsandinê derkeve û ew tiştên hatine gotin û nivîsîn bibe fîlm, fîlm û fîlmên sînemayê…

-Ez bawerim meriv wê bi hevpeyvînekê nikaribe tiştên ku li wir bûne bîne zimên, mîna ku meriv ji golekê tasek av dagire, lê dîsa jî hin hestên derheqê wir wê gelekî bi kêrî me bên. Ji bo bersivên te yî hêja ez gelekî spas dikim…

– Ez jî sipasî we dikim ku hûn bi karekî weha ve rabûne. Ya girîng ew e ku em bi hev re bikaribin wan bûyerên qirêj ên wê girtîgehê derxin ronahiyê da ku di tarîtiya wê de çi dihat serê me kesên di wir de bên zanîn.Mala we ava ku we bi vê xebatê ji nû ve de ew girtîgeh û bûyerên wir anîn bîra min.

hevpeyvîn: Hesenê Dewrêş

Share.

Leave A Reply