REWTÎ GORRANKARÎY QALLIB Û NAWERROK LE ŞÎ‘IRÎ HACÎ QADIRÎ KOYÎ DA

‘Ebdulxaliq Yeqûbî

Puxte: lem witare da hewill dedrêt ewe biselmêndirêt ke şî‘irî Hacî Qadirî Koyî sê qonaxî ciyawazî le barî qallib û nawerrokewe birrîwe. Qonaxî yekem ew qonaxe ye ke Hacî le qallibî şî‘irîy xezel kellik werdegrêt û têy da pitir basî dilldarî û texezul dekat. Le qonaxî duhem da, qesîde debête qallibî şî‘irî Hacî û wirde wirde le nawerrokî nîştimanperwerane û şorrişgêrrane nîzîk debêtewe. Diwayîn qonax, qonaxî be karhênanî qallibî mesinewî yan cûtserwa ye ke ş‘air le baskirdinî babetî nîştimanî û rexney şorişgêrrane be nîsbet willat û gelî xoy degate çillepope. Em sê qonaxe şî‘irîye hellbet hawşan in bew gorranikarîyaney ke le şêwe û şiwênî jiyanî Hacî da rûy da, wate cê hêştinî Kurdistan û gîrsanewe le xurbetî Îstamboll, ke bûne hoy gorrînî hizr û felsefey Hacî le hember jiyan û nîştimanekey.

Wişegelî serekî: Hacî Qadir, Kurdistan, qallibî şî‘irî, xurbet.

Pêşekî:

Zorbey ş‘airanî qutabxaney şî‘irî Baban, be rêberayetîy Nalî, awirrêkî cîdiyan le basuxwasî nîştimanperwerane û şorrişgêrane nedayewe û çemkî nîştiman û serincdan be layenî mêjuwî gelî Kurd û doxî siyasîy Kurdistan le cîhanî şî‘irîy ewan da cêge û pêgeyekî ewtoy nebû. Lem nêwane da û wek yek le endamanî berey dûhemî ş‘airanî em qutabxaneye ‘Hacî Qadirî Koyî’ (1815-1897?) tiwanî bibête xallêkî wersûrranî berçaw û arastey şî‘irî xoy le texezul û dûpatkirdinewey têm û nawerroke asayî û aşinakanî şî‘irî klasîkî kurdî, ke xoy beşêkî zorî le şî‘irî klasîkî farisî wergîrabûn, gorrî û rûy hênaye ew nawerrok û babetaney ke rastewxo û narrastewxo peywendîyan be giriftî Kurd weku gelêkî jêredest û be bindestî rahatûwî şayanî rexne lêgîran bû.

Bellam em arasteye le şî‘irî Hacî Qadir da le kitûpirr û be bêhoy mêjuwî û kultûrî nehate arawe. Lêktirazanî yekcarekî şîrazey desellatî mîrnişînîy kurdî û destpêkirdinî rewtî modêrnîzasyon û pîşesazîy rojawayî û diwakewtuwîyî kultûrîy gelî kurd raçenînêkî hizrîyan le Hacî da bedî hêna û wayan lêkird şî‘irî xoy bikate bangewazî hest û hellwêste nîştimanperweranekey. Şî‘irî Hacî rewtêkî gorrankarîy qallibî û manayî sê qonaxey birrî ta diwacar şorrişgêrrî û nîştimanperwerî bibête nawerrokî serekî zorbey şî‘irekanî. Bem core Hacî rêgay xoy le zorbey ş‘airanî tirî klasîknûsî qutabxaney Baban ciya kirdewe. Em rewte le şî‘irî Hacî Qadir da le nûsînî şî‘irî dilldarî le qallibî xezel da dest pê dekat û le rêgay honînewe şî‘irî meylenîştimanperwerane le qallibî qesîde da berdewam debêt û be guncandinî hizrî şorrişgêrrane û rexnegirane le qallibî mesnewî yan cûtserwa da kotayî pê dêt. Xallî şayanî serinc le rewtî çendan salley em gorrankarîyane da ewe ye ke em hewraz û nişêwane le qallib û qise yan form û fîkrî Hacî da tawtesîrî ew gorrane gewreyey jiyanî ewî pêwe diyare ke têy da Kurdistanî be cê hêşt û jiyanî dûrûdirêjî xurbetî hellbijard. Lem witare da hewill dedrêt le rêgay piştbestin be deqî şî‘irekanî Hacî û le ser destî mîtodî lêkdanewey nawerrok (content analysis) û tetelley kirdinî mutîfe (motif explanation) şî‘irîyekan bas lem sê qonaxe û nîsbetî nîwan qallib û nawerrokyan bikrêt.

Qonaxî yekem: Xezel

Dîwanî Hacî, bîst xezelî têda ye û zorbey ew xezelane le barî ziman, darriştin, mutîf û nawerrokewe lasayî kirdinewey ezmûnî şî‘irî klasîkî pêş xo- yan in, be kurdî û farisîyewe û çi tazegerî û tazekarîyekî ewtoyan tê da nabînrêt. Wêdeçêt beşêkî berçawî ew xezelane ezmûnî serdemî gencî û jiyanî ber le xurbetî Hacî bin. Ew beşe kemey tir (dewruberî şeş xezel), ke paştir be nimûne basiyan dekeyn, çend xezelêkin ke tecrebey jiyanî xurbet û puxteyî ş‘airaneyan pêwe diyar e û pêdeçêt ezmûnî ew sallane bin ke Hacî maweyek buwe Kurdistanî cê hêştuwe û le xurbet gîrsawetewe û le halletî lawî û xawî hatuwete derê û ziman û hizrî geyiştûne.

Ba sereta le goşenîgay lêkdanewey mutîfî şî‘irîyewe çaw le xezelekanî nûsraw le Kurdistan û serdemî gencîy Dîwanî Hacî bikeyn. Eger wişey ‘kurd’, wek hêmayek bo layenî nîştimanperwerane be hemû liqekanîyewe, wate ‘Kurdistan, kurdane, kurdî, ekrad, kurmanc, kurmancî’, wek mutîfî serekîy şî‘irî Hacî werbigrîn, debînîn em mutîfe le serleberî xezelekanî serubendî jiyanî Kurdistanî Hacî da tenya yek car be kar debrêt; ewîş lem dêrre şî‘irîyey xezelî ‘ta billîy ferqî heye’:

Le nuqûşî xezelim çîn û xeta damaw in
Kê dellê emtî‘eyî kurd e kellaş û kepenk (Dîwanî Hacî, c. II- r.77)

Xallî serincrrakêş lêre da ewe ye ke wişey ‘kurd’ lem xezele da hellgirî çi bar û biwarêkî nîştimanperwerane nîye û pitir amaje bo dab û destûr û kultûrî kurde ta layenî siyasî û şorrişgêrrane. Em xalle be taybetî pitir rûn debêtewe eger xwênerewe serinc bigirête dêrre şî‘irekanî pêş û paş em beyte û manay wişey ‘kurd’ le zemîne em sê beyte û sertapay xezeleke da lêkbidatewe:

Ey mehî çarde seyrî mehî dû hefte bike Wek minî dabinê çawî min û to nagene yek

Le nuqûşî xezelim çîn û xeta damawin Kê dellê emtî‘eyî kurd e kellaş û kepenk

Bo temaşay belek û zendî spî û çawî bellek
Nîştuwe lem dere ‘aşq wek Hacî lek lek (Dîwanî Hacî, c. II, r.76-77)

Xallî dûhem le ser ew xezelaney ke morkî serdemî gencî û jiyanî Kurdistanî haciyan pêwe diyar e teqlîdî bûnî ziman û nawerrokyan e, be taybetî lasayî kirdinewe û kewtine jêr tawuteasîrî pêşengî qutabxaney Baban, wate Nalî. Em qiseye pitir û wirditir werrast degerrêt eger bizanîn ke Hacî le nêw ew 14 xezeley ke be ray min şî‘irî qonaxî lawî û jiyanî feqêyetîy nêw Kurdistan in nîzîkey 10 car amajey rastewxo be naw û şî‘irî Nalî dekat û zorbey car pesindyan dekat û pêyan da helldellêt. Bo nimûne, serinc bigirine em dêrre şî‘irane le çend xezelêkî da:

Nalî û xakî bebe, Hacî û Koye be mesel
‘Eynhî Hafîz û Şîraz e, kelîm û Hemedan (Dîwanî Hacî , c. II, r. 93)

Suleymanêke Nalî, xawenî dîwan û ferman e
Nîye kes bête meydanî meger Hacî xudasa ye (Dîwanî Hacî, c. II, r. 132)

Be tezmîn ferdekî Nalî dehênim ta refîqanim
Bizanin ferqman zor e xezef qet wek guher nabê (Dîwanî Hacî, c. II, r.177)

Be kurtî dekrêt bigutrêt Nalî lew 16 xezeley ke ber le jiyanî xurbetî nûsiyunî çi dahênanêkî şayanî serinc û taybet be hizr û zimanî xoy bedî nehînawe û nek her le fîkr û fezay nîştimanperwerane be dûr buwe, bellku zor le jêr karîgerêtîy ş‘airanî pêş xoyşî buwe. Hacî le wêstgey yekemî em qonaxe, wate qonaxî şî‘irnûsîn le qallibî xezel da, pitir dirêjepêderî rêga û rêbazî kelle ş‘airanî le çeşnî Nalî û Kurdî û Salim buwe û le dahênanî ziman û cîhanbînîy ş‘airane da lewanî têneperranduwe û sinûrî ewanî nebezanduwe.

Bellam em qonaxe wêstgey dûhemîşî heye û ewîş ew 6 şî‘ir in, her le qallibî xezel da, ke wêdeçêt le jiyanî awareyî û xurbetî Hacî da nûsraw in. Em çend xezele le barî ziman û cîhanbînîy şî‘irîyewe lew 14 xezeley ke basman kirdin ciyawaz in, be corêk ke xwênerewe hest dekat Hacî lem xezelane da hewill dedat rêgayek, her çend biçûk û tengeber, bo hellwêstî nîştimanperwerane û hizrî şorrişgêrrane xoş bikat. Be witeyekî tir, Hacî lem 6 xezele da xerîke meşqî hellatin le texezulî ş‘airaney takekesî û rû hênane têfikirînî nîştimanperweraney neteweyî dekat. Bo nimûne, le xezelî ‘Ceberûtî Ke Şika’, ll 64-65, le layekewe ziman û hizrî Hacî lew hallete lasayî kirdineweye rûtey xezelekanî serdemî jiyanî Kurdistanî derbaz buwe û le layekî tir amaje şî‘irî- yekan zêtir rûyan le mirove, wek kesêkî xerîb lem cîhane da, nek m‘eşûqêkî romansîy şî‘irî texezulîy teqlîdî. Be witeyekî tir, lem xezelane da layenî felsefî û hizrî be ser layenî romansî û ‘îşqî da zall e û wêdeçêt Hacî lem şî‘irane da tecrebey ‘eşqî şexsî cê dehêllêt û berew ezmûnî ‘eqillî cem’î derrwat:

Ceberûtî ke şika dill le huzûrî melekût Hate em ‘alemî nasûte xerîbêkî nesût

Naheq e şekwe le bê ‘ehdî û bê perwayî
Key wefayêkî eda kirduwe? Sed def‘e zimût …
Herçî lew lawe neyê min lewê nayinasmewe Ewî nasiyute m’emûr e be emirî ceberût

Nanî xoy takû be tendûrî germ pêwe neda
Narriwa Hacî eger çawî derênin be bizût (Dîwanî Hacî, c. II, r. 64-65)

Xallî dûhem ewe ye ke mutîfî ‘kurd’, be hemû liq û popekanîyewe, lem xezelaney qonaxî jiyanî xerîbayetîy Hacî da tenya dû car, ewîş le diwabeytî xezelî ‘Zemane’ da, ll 118, dûpat debêtewe:

Le kurdan xeyrî ‘Hacî’ û ‘Şêxî Xanî’
Esasî nezmî kurdî danenawe (Dîwanî Hacî, c. II, r.118)

Bellam mutîfî ‘xurbet’ yan ‘xerîb’ çar car lem şeş xezele da dûpat debinewe û hemûşyan hellbet le zemîneyekî meylew wetenxwazî û nîştimanperwerane da. Bo pitir rûnkirdinewey ciyawazîy nêwan ew dû cor xezeley dû qonaxî ciyay jiyanî Hacî, dekrêt berawirdêk bikrêt le nêwan dîdî Hacî bo ‘zullf’, ke mutîfêkî bawî xezelî şî‘irî klasîkî ye, lew dû cor xezeley gorrînda: Xezelî tafî gencîy û jiyanî Kurdistan û xezelî serdemî puxteyî û ezmûnî xerîbayetî. Le xezelî ‘Bestey Zullfî Nîgarêkim’ da, ll 49-50, ke xezelî sedremî jiyanî Kurdistanî Hacî ye (le beytî çwarem da, Hacî basî feqêbûnî xoy dekat ) û lem dêrre da:

Bestey zullfî nîgarêkim resen bazî deka
Seffî mujganî le tabûrî supay xazî deka (Dîwanî Hacî, c. II, r. 49)

Lem dêrre şî‘ire da ‘zullf’ be şêweyekî zor asayî wesf dekrêt. Le layekewe, hîç taybetmendîyekî ciwanî nasane be zullf nadrêt û zullf tenya pajêke le cestey yarêk ke xerîkî resenbazî ye; le layekî tirewe, ewey debête nawendî serincî em dêrre nek zullfî yar, bellku xudî yare û taybetmendîy biwêrî (resen- bazî) û dilêrîyekey (hawşêwe bûnî seffî mujganî le tabûrî supay xazî). Puxtey qise ewe ye ‘zullf’ lem xezele da dewrêkî ciwanî nasaney ewto nagêrrêt û Hacî neytiwanîwe form û wata û karkirdêkî niwê, lanîkem le baziney şî‘irî klasîkî da, bem mutîfe bibexşêt.

Bellam le xezelî ‘Be Qisey Bêserupa Tallî Meke”, ll 62-63, ke xezelî serdemî puxteyî û geyiştuwîyî hizr û zimanî Hacî ye le henderan (le diwadêrrda Hacî basî neçûnewey bo willat û basnekirdin le xurbetî xoy dekat), mutîfî ‘zullf’ bem şêweye be kar dêt:

Zullfî sed def‘e gutî: Xane xerab ruwî mederê!
Heyf e berbadî meke şanî min û şewketî xot (Dîwanî Hacî, c. II, r. 63)

Lem beyte da komellêk ciwankarîy derbirrînî zor wird û ş‘airane le ser ‘zullf’ kirawe ke selmênerî ewen Hacî lem qonaxey ş‘airîy xoy da be dîdêkî ciwanî nasanewe lem mutîfe bawey şî‘irî klasîkî riwanîwe û be karî hanîwe. Yekem, lem dêrre da, ‘zullf’ kesayetîy pê dedrêt (ciwankarîy tişxîs yan ‘personification’) û debête nawendî serincî deq. Dûhem, ‘zullf’ nek her xawenî kesayetî ye, bellku dête deng û rexnegirane dedwêt, û lem rêgeyewe nasnamey serbexo û taybetî xoy deselmênêt. Sêhem, Hacî zor zimanbazane tiwanyuyetî destewajey ‘şan û şewket’, be şêwey lef û neşr, be ser ‘zullf’ û denge şî‘irîyeke da bibeşêtewe (şan hem be watay rêz û hurmet, hemîş ew şiwêney zullf be serî da billaw debêtewe).

Her çonêk bêt, ewey lêre da xallî nawendîy basuxwasî em witareye ewe ye ke Hacî le qonaxî nûsînî şî‘ir le qallibî xezel da, be her dû corî amaje pêkraw, hizrêkî nîştimanperwerane û hestêkî şorrişgêrraney ewtoy nebuwe ke bixwazêt lew rêgeyewe cîhanî şî‘irî xoy le cîhanî şî‘irî ş‘airanî pêş xoy cudawaz bikat û şeqlêkî taybetî fîkrî û formî be berhemî xoy bidat. Bellam, wek pêştir çûke amajeyekim pêda, wîdeçêt le hendêk şiwênî ew 6 xezeley ke le diyarî xurbet nûsiyunî sûke lengerêk le ser hestî wetenxwazî û xurbetnişînî degrêt û wirde wirde rêge bo cîhanêkî nwêy hest û hizrî ş‘airaney xoy xoş dekat. Bo nimûne, her le diwadîrrî em xezeley berbasî sereweman da dengî şî‘irî rû le Hacî dekat û pêy dellêt:

Boçî yaranî weten dill deşkênî ‘Hacî’?
Zahîren naçiyewe to basî meke xurbetî xot (Dîwanî Hacî, c. II, r. 63)

Lem dêrre şî‘ire da, ‘yaranî weten’ û ‘xurbet’ dû nîşaney girîngî wersûrranî hizrî û zimanî Hacî le hember riwanîn û ravey bo ‘yar’ û ‘xurbet’; wate lêre da, be pêçewaney ew xezelaney ke le nêw willat da nûsînî, yar çîtir bo Hacî birîtî nîye le dilldar, m‘eşûq, yan xoşewîst, be taybet le regeze mêyekey, bellku pitir ew kesane degrêtewe ke ‘eşqî nîştimanyan le dilldaye û pallpiştî kêşe neteweyiyekan in. Be heman pêwdang, xurbet lem şî‘ire da birîtî nîye le dûrîy Hacî le şiwênî jiyanî dilldarî cîhanî texezul asay, bellku negerranewey bo nîştiman be enqest û be pêy wîst û xwastêkî naçarî û naguzîrî.

Egerçî em dagerrane rêjeyiyey Hacî bo lay wetengerayî û nîştimanxwazî her le qallibî xezel da buwe, bellam be hoy taybetmendîy xezelî klasîk ke deretanêkî ewto be hizr û têfikirîn û basî derewey ‘eşq û dilldarî nadat neytiwanîwe lewe ziyatir xezel bikate ew bestêney ke nawerrokî hizrî nîştimanperwerane û şorrişgêraney tê da bixategerr. Hacî bo wedî hênanî em mebeste ruwî kirduwete qallibî qesîde.

Qonaxî dûhem: Qesîde

Serleberî Dîwanî Hacî Qadir şeş qesîdey têda ye û wêdeçêt Hacî lem şeş qesîdeye da rêgay xoy be yekcarî le qallibî xezelî teqlîdî û ew nawerrokey ke le gell em qallibe deguncêt, wate texezul û basuxwasî dilldarî û xewn û xulyay aşqaney takekesî, ciya kirdibêtewe û arasteyekî nwêy girtibête ber ke birîtî ye le wesfî weten û xoşewîstî bo xak û rizgarîy willat û be giştî nîştimanperwerî.

Be ray min, wazhênan le xezel û hellbijardinî qesîde le rewtî gorrankarîy qallib û nawerrokî şî‘irî Hacî da akamî wazhênan le lasayî kirdinewey hizr û pêkhatey şî‘irîy ş‘airanî qutabxaney Baban e, be taybetî Nalî. Dekrêt qonaxî nûsînî qesîde le şî‘irî Hacî da naw binêyin ‘qonaxî gwastinewe berew gutarî nîştimanperwerî û şorrişgêrrî’. Eger le riwangey mutîfî şî‘irîyewe lem base- man birrwanîn, debînîn jimarey dûpat bûnewey mutîfî ‘kurd’, be hemû liqekanîyewe û be manay nîştimanperweraney em wişeyewe, lem şeş qesîdeye da 23 care û eme selmênerî ew xalle ye ke em gutare ta çende qûll û pitew le hizr û pêkhate û zimanî şî‘irîy Hacî da regî dakutawe.

Hellbet pêwîste em xalle mêjuwîye we bîr xwênerewe bihênînewe ke le niywey dûhemî sedey nozdehem û le nêw gerriyanî şî‘irîy ewkatî rojhellatî nawerrast be giştî û le nêw şî‘irî klasîkîy Kurdî da be taybetî gutarî nîştimanperwerî û şorrişgêrrîy neteweyî gutarêkî tazebabet û şeqillneşkaw bû û her boye Hacî neydetwanî em gutare nwêye le nêw qallibî teqlîdî xezelî klasîk da cê bikatewe. Ke wate hellbijardinî qallibî qesîde le layen Hacîyewe, be ray min, hellbijardinêkî naçarekî ye, çi wek qallibî şî‘irî klasîkî, çi wek pê- dawîstîy nawerrok û babet.

Em qonaxe paş manewey çend sallî Hacî le jiyanî xurbetî Îstamboll da dest pê dekat û detwanîn billên her şeş qesîdey Hacî berhemî jiyanî tarawgeyî û xerîbî ew in. Bo nimûne, le qesîdey ‘Gutim be Bextî Xewallû’ da, ll 38- 47, Hacî her çende ta radeyekî kemuzor berhest hêşta her be zimanî teqlîdî şî‘irî klasîkî neweyekî pêş xoy wesfî weten û wênay dîmenekanî nîştiman dekat, bellam rastewxo pesindî zimanî kurdî dekat û le heman katîş da be dîdêkî rexnegiranewe seyrî peywendîy nêwan zimanî kurdî û kurd, wek gelî xudanî ew zimane, dekat. Xallî girîngtir ewe ye ke Hacî şan û şewketî zimanî kurdî le gell zimanî farsî berawird dekat û rexne lew kesane degrêt ke zimanî kurdî le bincubinawanewe be kemtir le zimanî farsî dezanin û taneke le ser xawenî zimaneke, ke kurd bêt, helldegirin. Hacî lem qesîdeye da seretay gutarî rexnegiraney xoy le hember mîlletekey dexate gerr û em hallete le zorbey qesîdekan da berhest û berçawe:

Şebîhî colle ke razî nebê be serdirrî xoy Mellên fesahetî kurdî be farsî nagat

Belaxetêkî heye hîç zubanê naygatê
Le bê te‘essubî kurdan e bê rewac û beha (Dîwanî Hacî, c. II, r. 46)

Le qesîdey ‘Xakî Cizîr û Botan’, ll 93-100 gutarî rexnegiraney Hacî le hember kurd le halletî metirsî le ser zimanî kurdî dadekişêt bo halletî herreşe le ser xakî Kurdistan û desellatî mîrî kurdî û le rehendî kultûrîyewe derrwat berew rehendêkî siyasî:

Xakî Cizîr û Botan, y‘enî willatî kurdan
Sed heyf û sed mixabin deyken be Ermenistan

Wa rêgetan debesirê ‘êlatî Caf û Billbas
Ger mirdûn le germên memn‘û e biçne kwêstan

Kwa walîy Senenduc, begzadey Rewanduz
Kwa hakimanî Baban, mîrî Cizîr û Botan?!

‘Hacî’ kesêk e bêkes bo êwe qurr depêwê
Gwêy lê girin zerîf e, nagirin bella le xotan (Dîwanî Hacî, c. II, r. 93-100)

Her lem xezele da seredawêk le gutarî dije koneperestîy ayinî û dîndarîy xellk hellixelletênaney taqmêkî ewkatî komellgay Kurdî le çeşnî şêx le nawe- rokî şî‘irî Hacî da xûya debêt:

Parranewe û tewekkul lem ‘esre pare naka
Tîre du‘ay cewşen, peykan e hîrzî meydan

Her şêxê kewte şiwênî yek dû kesî reş û rût
Xellkî be mûr dezanê, xoy Hezretî Suleyman (Dîwanî Hacî, c. II, r. 97)

Her lem qesîdeye da Hacî bas le komellêk willat û nawçey ciya ciyay cîhan û be taybetî Urûpa dekat ke bûnete dewllet û kiyanî siyasîy serbexoyan pêk hênawe û diwatir amaje bewe dekat ke hokarekanî ew serbexoyiye çîn:

Binwarre s‘eî û xîret êsta le Dewlletî Rom Xoyan xezênedar in, xoyan tebîb û sulltan

Her diwênê ehlî ‘Sûdan’ hestane pê wekû şêr Êstêke musteqîll in mehsûdî kullî ediyan

‘Bulxar’ û ‘Sîrb’ û ‘Yonan’, hem ‘Ermen’ û ‘Qeretax’ Her pêncyan be t‘edad nabin be qedidî Baban

Her êke musteqîll in, kullêkî dewlletêk in Sahêbî ceyş û rayet, erkanî herb û meydan

Hem heqîyane Ermen, xîretkeşî yektir in
Wek ême nîn le gell yek d‘ewa biken be şîran
Bo fennî herb û sen‘et, bo zebt û rebtî mîllet
Deynêrine Urûpa gewre û biçûkî xoyan (Dîwanî Hacî, c. II, r. 99)

Puxtey basî em beşe ewe ye ke Hacî nawerrokî lem çeşney, ke be tewawetî le nawerrokî xezelekanî ciyawaz e, le qalibî qesîde da guncanduwe û emeş pajêke le rewtî ew gorrankarîyey ke le ziman û pêkhate û cîhanbînî û hizrî şî‘irî Hacî da hatuwete arawe. Ke wate, Hacî destberdarî qallibî xezel buwe, le ber ewey destberdarî texezul û têrrwanînî ‘eşqî asmanî û romanusî buwe û ruwî kirduwete xwêndinewey waqî‘ekanî komellga û netewekey û her boye le qonaxî dûhemî gorrankarîy qallib û nawerrokî şî‘irekanî da le delaqey qesîdewe peyamî ş‘airaney xoy be gwêy berdenganî degeyenêt. Ke wate, be ray min, qesîdekanî Hacî le serubendî jiyanî tarawgenişînî û xerîbayetîy Îstamboll da nûsraw in û yekem wêstgey formî û fîkrî bûne le wersûrranî cîhanbînîy Hacî le ‘texezulewe’ berew ‘tefekur’, le îman be ‘eşqî teqlîdî û dilldarîy romanusyane berew bawerrî nîştimanperestî û wetenxwazî. Hacî le heman kat da rexne le mîlletî xoy û barudoxî berdest degrêt û şan be şanî eweş han danyan bo derbaz kirdinî xoyan lew doxe û hewilldan û hîmmetkirdin bo dirustkirdinî kiyanêkî neteweyî be giştî û dewlletêkî Kurdî be taybet. Bo em mebeste diwa qallibî şî‘irî ke têy da Hacî hizrî nîştimanperwerî û bawerrî şorrişgêrrîy xoy degeyenête çillepope qallibî mesnewî yan heman cûtserwaye.

Qonaxî sêhem: Mesnewî (Cûtserwa)

Le şî‘irî klasîkî da taybetmendîy qallibî cûtserwa lewe daye ke boy heye hizr û peyamî ş‘air be pişûdirêjî (qallibî cûtserwa wek xezel û qesîde nîye ke jimarey beytekan diyarîkiraw bêt) û bê dillerawkey dozînewey serwa (be pêçewaney xezel û qesîde, le cûtserwa da her beyte serway xoy heye) le xoy da biguncênêt. Hacî le diwa qonaxî rewtî gorranikarîy cîhanî şî‘irekanî da qallibî cûtserway be kar hênawe û be dillinyayiyewe dekrêt bigutrêt hemû cûtserwakanî dîwanekey berhemî jiyanî tarawgenişînî û diwasallanî jiyanî ew in. Eger bixwazîn bo selmandinî em qiseye pişt be şî‘irî xudî Hacî bi- bestîn, dekrêt amaje bo beytêk le cûtserway ‘Udeba Çake”, ll 188-196 bikeyn ke têy da basî ‘Burcî Îfil’ Parîs kirawe:

Dexîl şêx û mêx mebin ebeda Hîç kesê rizqî hîç kesê nada

Ey xerîkî rimûz û naz û niyaz Urûpa fennî geywete ‘îcaz

Qulleyî ‘Îfil’î le Eflake
‘Eksî ew gerdişî le jêr xake (Dîwanî Hacî,c. II, r. 189)

Wek zorbey tojeran basyan kirduwe Hacî debêt sallî 1897 koçî diwayî kirdibêt; sazkirdinî burcî benawbangî Îfilîş çend sallêkî xayand û sallî 1889 kotayî pê hat. Ke wate, em burce debêt 8 sall pêş mirdinî Hacî dirust kirabêt û eme nîşanderî ewe ye ke Hacî le diwasallanî jiyanî û le serdemanî tarawge- nişînî da basî em burce le cûtserway ‘Udeba Çake’ da kirduwe.

Cûtserwakanî Hacî destpêkî bizutinewey şî‘irî şorrişgêrraney kurd în: Şorrişî dijî dujminanî gel, şorrişî dijî koneperestîy ayinî, şorrişî zeq kirdinewey diruşmî neteweyî û siyasî, şorrişî hizrî rexnegirane be nîsbet komellgay Kurdî. Hacî şorriş be hemû ew manayaney gorrîn dekate nawerrokî serekîy şî‘irekanî diwasallanî temenî xoy û bo em mebesteş qallibî cûtserwa helldebijêrêt. Em şî‘irane şî‘irî wirya kirdinewen û wirya kirdineweş pêwîstî be qallibêkî sûk û sana û xobedesteweder û aşikiraker û leherader heye, wate qallibêkî le çeşnî cûtserwa.

Ew taybetmendîyey ke şêwazî têrrwanîn û bîrokekanî Hacî le cûtserwakanî da le çaw qesîdekanî ciya dekatewe toxtir kirdinî rexne û tanekanêtî le gelî xoy, û em car nek be parêzewe, bellku rastexo û bê sillemînewe û be zimanêkî zibir û tîj rimî rexney be zigî gutare baw û bebrewekanî serdemî xoy da dekat û helliyan deweşînêtewe. Bo nimûne, le heman cûtserway ‘Ude- ba Çake’ da, ll 188-196 Hacî, be pêçewaney qena‘etî bawî serdemî xoy, pêy wa nîye Kurd be îdrak bin, yan qewmêkî şêr sîfet bin: (Ew dellê ‘Qewmî to hemû mar in’.)

Kê dellê Kurdekan be îdrak in Bes e em neqse giwê le min naken

Le qisey saxî min xelel degirin Wahîmey şêxekan le dill degirin …
‘Eşqbazî û hewayî derwêşî Mîlletî xiste feqîr û bêîşî


Ew kesey dewllemdindêkî çak e Bendeyî Romiyanî napak e

Lêy gerrê qewmî to hemû mar in Diz û hîz û piyawkuj û har in

Be qisey çake destyan degirim
Terkî nakem be lome ta demirim (Dîwanî Hacî, c. II, r. 188-196)

Hacî le songey ewey jiyanî Îstemboll dîd û têrrwanînêkî niwêy pê bexşiywe tenanet kelamî dînîy baw be şêweyekî taybet be xoy rave dekat û dijî ew bawerrane radewestêtewe ke pîroz û cêgîr kirawin û le heman kat da dijî berjewendîyekanî mirov û pêşkewtinî komellga be kar hatûn. Nimûney xwarewe bellgey em boçûneye:

Boçî fermûyetî nebîy emîn: ‘Etlibiwa ‘ilimkim wilu balsîn’

Nêr û mê lem hedîse ferqî nîye
Ger mela nehîy fermû dînî nîye (Dîwanî Hacî, c. II, r. 189-190)

Lem cûtserwaye da Hacî nek her rexnegirî tundutîjî hendêk binema tiyorîkekanî diyanetî teqlîdîy serdemî xoyetî, le çeşnî tefsîrî zorîney melakanî ew serdem û tenanet serdemî êmeş, bo ew hedîsey gorîn, bellku dij be zorbey here zorî ew piraktîk û kirde dînî û be naw dînîyane radewestêtewe ke, be bawerrî ew, serçawey sistî û nuşustîy komellgan, wek lem nimûnaney xwarewe da be raşkawî em peyame radegeyenrêt:

Xaneqa û şêx û tekiyekan yekser Pêm billên nef‘iyan çî ye axer

Xeyrî t‘elîmî tenbellî kirdin Cem‘î emlak û xezne ko kirdin

Def‘eyek îmtîhanyan naken
Têbigen zehre ya ne tiryak in (Dîwanî Hacî, c. II, r.188)

Eger le goşenîgay dûpat bûnewey mutîfî ‘kurd’, be hemû liqekanîyewe, le cûtserwakanî şî‘irî Hacî birrwanîn, debînin em mutîfe 45 car lem cûtserwayane da, ke jimareyan degate 18 cûtserwa, be kar hatuwe û bêguman hemûşyan le paş zemîneyekî nîştimanperwerane û netewexwazane da kellkyan lê wergîrawe. Em jimare zorey mutîfî kurd, ke dû hêndey heman mutîfe le qesîdekanî da, ewe deselmênêt ke nawerrokî nîştimanxwazî û şorrişgêrrane le şî‘irî Hacî da geyiştuwete ewperrî xoy. Ke wate, Hacî bo geyandinî peyamî xoy be raşkawanetirîn şêwe û diruşmawîtirîn hallet ruwî kirduwete qallibî cûtserwa.

Le layekî tirewe Hacî le cût serwakanî da le jêr rikêfî karîgerêtîy ş‘airanî pêşengî qutabixaney Baban rizgarî hatuwe û be pêçewaney xezelekanî, amajey zor û zeq be nawekanyan nakat. Bo nimûne, le hemû cûtserwakanî da tenya çend carêkî kem nawî Nalî dehênêt, ewîş ew katey ke le pena nawî ş‘airanî tir basî Nalîş wek yek le ş‘airanî kurd dekat, wek le şî‘irî ‘Şehsewarî belaxetî kurdan’, ll 217-226:

Şehsewarî belaxetî kurdan Yekketazî fesahetî ‘Baban’

Mistefa texellusî ‘Kurdî’ Xezelî kirde berbutî kurdî

Nawî ‘Sahêbqiran’î xasî ewe Çunke lem ‘erse espî ew bedew e

Ew ke noşî şerabekî tallî ‘Nalî’ lew ‘esre da buwe tallî

‘Nalî’ ustadekî gelê ça bû
Xizrî abî heyatî m‘ena bû (Dîwanî Hacî, c. II, r. 217)

Wêdeçêt lêreş da Hacî pitir mebestî parastinî layenî neteweyî û nîştimanîy meseleke bûbêt û le rêgay rîzkirdinî nawî ş‘airanî kurd xwastûyetî mîlletekey mîratî edeb û zimanî xoy le bîr nekat û bîparîzêt, wek çon le cûtserway Le Meydanî Behara’ da, ll 247-252 dellêt:

Weku bîstûme ey yarî nikupey Le tarîxî Cem û Eskender û key

Be şîr û xame dewllet payedar e
Emin xamem heye, şîr nadiyar e (Dîwanî Hacî, c. II, r. 251)

Diwayîn xallî şayanî baskirdin derbarey cûtserwakanî Hacî ewe ye ke Hacî nek her rexne le gutarî dîndarîy teqlîdî degrêt, ke wek pêştir amajeman pê kird be bawerrî ew regurrîşey hemû diwakewtinekanî komellgay kurdî ye, bellku gutarî dînî be şêweyek dehênête arawe ke şan be şanî gutarî nîştîmanperwerane le pênawî wiriya kirdinewey xellkî Kurdistan da bikewête gerr. Nimûney diyarî em şêwe hellsukewtey Hacî le gell em dû gutare le kurtecûtserway ‘Ya Îlahî’ da, ll 196, debîrêt:

Ya îlahî be ayetî munzel
Be çwar yarî Ehmedî mursel

Bê newayanî mullkî Kurdistan Her le gawanî ta degate şiwan

Le xewî cehil û mestî û xefllet Be xeber bên be nexmeyî rehmet

Pakî derçin le karî nabemehel Romî rafirrênin bo derî esfel

‘Hacî’ ye şî‘irekanî wek Kawe
Rojê debiyên direfşî helldawe (Dîwanî Hacî, c. II, r. 196)

Lem şî‘ire da debînîn komellêk nîşaney gutarî dîndarî le çeşnî ‘ayetî munzel’, ‘Ehmedî mursel’, ‘nexmeyî rehmet’ û ‘derî esfel’ dest dexene nêw destî hendêk hêmay gutarî nîştîmanperwerîy wek ‘mullkî Kurdistan’ û ‘direfşî Kawe’ be mebestî zeqkirdinewey peyamî şorrişgêrraney Hacî ke ‘be xeber hatinî bê newayane le xewî xefllet’ û ‘rafirrandinî Romî’ ye le xakî Kurdistan.

Be kurtî, detwanîn billêyin Hacî Qadir toxtirîn û zeqtirîn hellwêstî nîştimanperwerane û şorişgêrraney xoy le qallibî cûtserwa da guncanduwe. Hokarî em zeqbêjîyeş le cûtserwakanî da degerêtewe bo, le layekewe, têgeyiştin le girîngîy gutarî nîştimanperwerane bo rizgarîy gelî jêredestî xoy, wate kurd, û le layekî tirewe, qûll û çirr bûnewey ezmûnî xerîbayetîy diwasallanî temenî û hawkat teşene sendinî ‘eşqî willat û evînî ew xellkey lêyan dûr buwe, wek çon lem çend dêrrey cûtserway ‘Le Meydanî Behara’, ll 247-252, em xallane derdekewin:

Meken men‘im hemû raste meqalem Be burhan û hedîsî fexrî ‘alem

Weten mehbûbeyeke hucrearay Nîşaney dîn û îman e temennay

Le ‘Adem’ bigire ta dewranî êsta Yekêke Hacî lew xellke hellista

Ke xemxwarî bika bo mîlletî xoy Le beynî gewrekan û şêxî bê poy

Zemane tûşî derd û xurbetî kird
Xemî Koyê perêşanî hemuwî kird (Dîwanî Hacî, c. II, r. 250)

Encam

Lem witare da bas le sê qonaxî rewtî gorrankarîy qallib û nawerrok le şî‘irî Hacî Qadirî Koyî da kira. Qonaxî yekem ew qonaxe ye ke Hacî hêşta Kurdistanî cê nehêştuwe û xezel dekat be qallibî serekîy şî‘irekanî û her bem pêyeş, nawerrokî şî‘irî em qonaxey texezul û dilldarî û basî m‘eşûq û zullf û qed û ballay yar e. Lem qonaxe da Hacî pitir lasayîkerewey şî‘irî ş‘airanî pêşrrewî qutabxaney Baban e û babetî kurdayetî çi pêge û cêgeyekî nîye. Qonaxî dûhem qonaxî nûsîn e le qallibî qesîde da ke têy da Hacî wirde wirde rû dekate babetî neteweyî û pesindkirdinî xak û çiya û çollî nîştimanekey. Hacî lem qonaxe da Kurdistanî cê hêşituwe û qesîdekanî Hacî le ezmûnî jiyanî xerîbayetîy Îstemboll da nûsraw in. Lem qonaxe da Hacî tefekur û ‘eqllî neteweyî cênşînî texezul û ‘eşqî takekesî dekat û mutîfî Kurd be firawanî be kar dehênêt. Le diwa qonax da, wate qonaxî sêhem, Hacî le qallibî cûtserwa kellik werdegrêt û zeqtirîn hellwîstgelî siyasî û nîştimanperweraney le dû tiwêy em qallibe da deguncênêt. Cûtserwakanî Hacî akamî ezmûnêkî dûrudirêjî jiyanî awareyî û tarawgenişînîy diwasallanî temenêtî. Mutîfî ‘kurd’ lem qonaxe da zêtirîn rêjey bekarhênanî heye û şî‘ir lem qalibe da zor car rêrrewî peyamî raşkawane degirêt.

Serçawekan:

Serdar Hemîd Mîran, Kerîm Mustefa Şareza, Dîwanî Hacî Qadirî Koyî, Billaw kirdinewey Kurdistan, Sine, 1970

Kemal Xembar, Berew Cîhanî Şî‘irîy Çend Ş‘airêk, Dezgay Aras, Hewlêr, 2008 Culler, Jonathan, Literary Theory: A Very Short Introduction, 2nd ed. Oxford

University Press, 2011

Perrine, Laurence, Literature: Structure, Sound, Sense, Harcourt, New York, 1993

Brooks, Cleanth, “Irony as a Principle of Structure”, in Critical Theory Since Plato, 3rd ed. H. Adams, Belmont, Wadsworth Publishing Company, 2004

Payende, Hussain , Goftman Neqd, Muqalatî Der Neqd Adebî, Tahran, Anteşa- rat Nîlufer, 1970

tîpguhêzî: Recep Aşar

Share.

Leave A Reply