QALBÎ HUNERIYÎ TUXMÎ RÛDAW LE ROMANÎ

(Cemşîd xanî mam ke hemşe ba legel xoy da deybird) Bextiyar ‘Elî da

Heme Mentik – latînîzekirin: Mizgîn Aslan

Kurte

Hîç romanêk bebê rûdaw nabêt, wate em tuxme dayinemoyi romane. Serçaweyi wergirtinî ruwaw lelayi romaninûs waqî’ û xeyall û fentaziyayi xoyetî. Boyeyş debî hawsengî lenêwan em aw duwaneda bê. wate eger romanêk rûdawekanî pitir waqî’î bûn, ewa karîgerî leser layenî hunerî romaneke debê, beweyi xwêner dezanê em rûdawane le waqî’da hen, kewate pêwîst nîye boyi bas bikrê. Eger xeyal e fentaziya beşêweyekî zor zall bû, ewa rûdawekan ptir le dro nêzik debinewe, bemeyş karîgerî leser hestî qena’et pêkrdinî xwêner debê. Le romanî (cemşîdxan…) Bextiyar ‘Elî da rûdawekan hênde waqî’yane degêrrdrênewe, her kurdêkî başûrî kurdistan, ke deyxwênêtewe hest deka em rûdawaneyi dîtuwe, yan lenêwîda jiyawe, kewate em zallbûnî waqî’yete karîgerî leser layenî hunerî û tekinîkî romaneke hebuwe. Rûdawekanî cengî êran -’êraq zorbeyi xellkî têyda jiyawe, lem romane waqî’yane karî lebarewe krawe, wate hest be cêdestî romaninûs nakeyin, gemeyi zimanî legell çoniyetî gêrraneweyi rûdawekan nekrduwe, bellkû pitir hewllîdawe çîyetî babet bigêrrêtewe.

Tuxmî rûdaw, wekû tûxmêkî serekîyî bunyadî hunerî roman rolî berçavî le behunerkirdî romanda heye. Bêguman hemû romannûsêk debê le hewlî eweda bêt waqî’êkî dîkeyi hunerîyi cuda le jiyan bafrênê, çunkû lewêwe hunerîyi bûnî romaneke bediyardekewê. Bo afrandinî em weqî’e edebî û hunerîye, romannûs serçaweyî cudawazî leberdestan wekû: Waqi’î jiyan, fentazya, mêjû (behemû rûdaw u kesayetiyekanîyewe). Tuxmî rûdaw zor giringe, giringîyakeyi lewedaye hîç romanêk bebê rûdaw nabê. Bo em tuxme le zuwewe wekû tiyorî basî kirawe. Ersto le kitêbî (hunerî ş’ir) da le basî trajidyada delêt: (tracidya birîtiye le lasayî kirdnewey kirdeweyekî sengîn û lexoyewe tewaw rêgeyştû ke dirêjîyekî diyarî heye)1 lêreda Ersto dawayî yekêtyî rûdaw deka, rûdawekeyş debê lasayî kirdewey mirov bê, kirdewekeyş debê kirdeweyekî ciwan u sengîn bê, nek kirdewey xerap, debê sereta u kotayî u nawerastiy hebê kotayyekey diyar û eşkira bê. Em hemû mercane bo tuxmî rûdaw leserdemî yonaîyekan ziyatir bo şanogeriyekan terxan kirawe. Belam (Homiros) yekem kesêk bû em zincirîreyî bûney rûdaw le (Elyade u Odêse) da zêkişkand û rûdawekanî le nawerastewe gêrayewe. Bo baskirdinî tuxmî rûdaw be şêweyekî tiyorî hewîrêke ew zor dekêşî çunkû bepêyî jimarewe tiyorînasan pênase û raveman bo tuxmî rûdaw heye, boyeyiş lem nûsîneda biwarî ewe nîye be şêweyekî tiyorî tuxmî rûdaw bas bikeyn, yan binyatekanî rûda wek (binyatî şiwênkewte, binyatî têhelkêş, binyatî hawseng, binyatî bazneyî) û şêwazekaniy gêpranewey rûdaw le roman bas bikeyn. Belke amancî ême lem nûsîne eweye be şêweyeyekî zanistî tiwêjînewe le hunerîyi bûn tuxmî rûdaw le romanî (Cemşidxanî mame…) bikeyn. Aya Bextiyar Elî çon rûdawekanî wergirtuwe? Aya romannnûs tiwaniyutî waqî’êkî dîke lenêw romaneke bafrênê? Hunerîyi bûnî rûdawekanî nêw em romane le kiwêdeye? Hewildedeyn le rê weramdanewey em pirsyaranewe biçîne nêw deqeke mêtodî bunyadgerî bo em nûsîne pêrew dekeyn u le çwarçêweyî romaneke naçîne derewe.

Pêştir basman le sercawekanî wergirtinî rûdaw kird. Be boçûnî (Eta Nehayî) wergirtinî rûdaw be dû şêwe debê:

Rûdawî waqî’î: Em rûdawaney le nêw jiyanî rojane û weqî’da bûnyan heye.

Rûdawî fentazî: Em rûdawaney le weqî’da berceste nîn.

Kewate romannûs leberdem dû egerdaye, yan eweta kereseyi rûdawekan le waqî’ werdegirê, ew rûdaweyi lêreda werîdegirê renge le rabirdû rûyda bê. Yan le êstada heye, renge ledahatûda rûbidat. Yan eweta rûdawêkî fentaziye û xeyallî deyafrênê, be sûd wergirtin le efsane û hekayete folklorîyekan. Nimûneyi ew rûdawe le waqî’da bûnî nîye, berceste nîye. (Xemgîn Bollî) le nûsînêkî kurtîyda bas lewedeka: dû şêwazî gêraneweman zor waqî’îyin, duwemyan şêwazî gîranewekan zor xeyalliyin. 3. Belam helley (Bolliy) lêreda eweye wergirtiniyi rûdaw u şêwazî gêranewey têkel kirdûn. Wergirtiniyi rûdaw bew dû şêweye serewe debê ke basman kird, belam dûcor şêwazî giraneweman hen ewanîş şêwazî gêranewey babetî û xudîyin. Le şêwazî gêraneweyi babetî wegêr (alrawî) wegêrêkî hemûşitzane, desellatî tewawî beser karekterekan, rûdawekan, kat û şwên û tenanet lebriy karekterekan bîrîş dekatewe, lêreda gêraneweyekî takdengiman heye. Herçî şêwazî gêraneweyî xudiye em coreyan le nîwey duwemî sedey şêwazî peyda bû, katêk (Gostaf Flobêr) dawayî le romannûsan kird rê be karekterekan biren xoyan hest û têrwaninî xoyan derbibirîn. Lêreda wegêr xoy beşdare le nêw rûdawekan, ca am gêraneweye yan xodwandine, yan le rêyî diyalogewe debê, yan le reyî karekterêwe. Kewate eweyî wa deka romanêk zor waqî’î bê nahuneriye le wergirtî rûdewakan, nek şêwazî gêranewe, çunkû romannûs debê edet biafrênê, tiwanay qena’etpêkirdinî xwênerî hebê.

Le romanî (Cemşîdxan mame…) wergirtin û le qallibdanî rûdawekan ew êstatîkayeyan nîye, ke romannûs le romanekanî dike efirandûnî, lem romaneda serçaweyî wergirtinî rûdawekan waqî ‘yî jiyanin, zorbeyî rûdawekanîş rabirdûn, legell eweşda le zor şwên penayi weber rûdawî fentazî birduwe. Em romane karesat û rûdawî nizîk be (25) sal degêrêtewe. Her le seretayî heştekanî sedeyî rabirdûwewe takû seretayî sal (2000). Karesat û rûdawekanî: cengî heşt saleyi ‘êraq û êran, raperînî 1991 kurd, şerî birakujî, giranî û abilûqeyi abûrî newedekan, billawbûneweyi bîrî îslamî siyasî le nêw gêncan, koçî gencî kurd bo awrûpa. Em rûdawane hênde waqî’îyane kariyan leserkrawe karîgerî nahunerîyi bo ser bunyadî romaneke hebû, çunkû hênde be giştî ew rûdawane gêrdirawnetewe fezayî hunerî romanekeyî kuştuwe. Heryekî lem karesat û rûdawane le sedan wirde çîrok û rûdaw pêkhatûn, yekêk le kêşeyi wergirtinî rûdaw wekû tuxmêk le waqî’ bo nêwroman eweye be şêweyekî giştî rûdaweke werdegirê, belam eger binorîn heryekî lew rûdawane wirde rûdaw û çirokî ciwanî têda hen, ke sanetir detwanrê êstatîka û waqî’êkî dîkeyan lê bafrênrê. (çîrok û roman le nax û cewherî xoyda dahateyekî sitatîkî û ciwankaraneye, le katêkda karesat waqî’êkî tall û dije mirovaneye, ke hîç ciwaniyekî têdaniye.)4

Le gêranewe rûdawekanî şerî heşt salleyi ‘êraq û êran, rûdawekanî be şêweyeke zor wişk dexwêndrênewe. Le nêw ew şereda wirde çîrokî û rûdawî zor karîgerman hen. Wirdekarî be şêweyekî hunerî le çininî rûdawekanî ew çenge nabînrêt, belam eger temaşî romanekanî dikey romannûs bikeyn, ew wirdekariye le çinikî rûdawekan berçawdekewn.

(Ew şewe le demewbeyanewe û be dirêjayî rojîş topxanekanî ‘eraq û firoke cengîyekanî supa ew şwêne nihênaneyan kuta ke mame cemşdîm destinîşanîkirdbûn.)5

Eger seyrî em wêneye bikeyin zor rût û waqî’îyi dêteberçaw, çunkû her xwênerêk le heşitayekan jiyabêt ewe dezanêt em şerre çon buwe. Yan ew xwêneraneyi le bawkiyan, yan birayan bîstuwe lebareyi em cengewe. qallbî hunerî bo wergirtinî rûdaw debê be şêweyek bê (eger rûdaweke le waqî’ewe wergîrabê), wa le xwêner bika, ew bîrh bixate mêşkî xwênerewe, ke bellê ew rûdaweyi le şwênêk bîstuwe, bellam bew şêwe êstatîkîye na, yan wayi lê bika deşê rûdawêkî wa rûbida. Katêk romanî (demê merg demê xişewîstî)î (îrîş marîya rîmark) dexwênînewe, ewîş rûdawekanî cengî duwemî cîhanî degêrrêtewe, bellam le koyi rûdawe giştiyekanî şereke, dîmenekêyi biçûk, ke xoşewîstî nêwan serbarêk û kiçêke degêrêtewe, lewê çinînî rûdawekan wirdekarî têdaye, bellam le xemşîdxan le hêndêk şiwên eger xwêner peregrafêk labban, kêmasî le gêraneweke dirust nabê. Ewîş behoy dirêjî katî gêraneweye, lew maweyeşda rûdawekan zorin, naçar be zor le pall yekdî pestênrawin, naçar wegêr (Elrawe) î roman zû zû katî romaneke debatepêş û beser rûdawekan bazdeda. Zû zû xwêner ber destewajêy (Diway sê hefte, diway şeş mang, çend salêk diwatir, le hefte û mangekanî dahatûda, lew çend saleyi cengda… tad) Dekewê emeyiş bazadanî wegêre bo geyştin be rûdawekanî diwatir, le heryekêk rûdawêk be şêwe giştiyekeyi gêrrdrawetewe.

Le gêraneweyi rûdawekanî koçî gençanî kurd bo Ewrûpa, beheman şêwe, gêranewe rûdawekan zor krêt û rûtin, hest dekeyi xeyall huneryan têda lawaze. Çunkû ew rêye qaçaxey xelk pêyda bo Ewrûpa deroyşit, hênde baskirawe lelayen ew kesaney sinûrdaş dekiranewe, ewey seferîş nekirduwe şareza buwe. Eger nimûney ew rûdawey deygêrdirêwe le waqî’işda hebê, karkirdinî romannûs leser ew pantayane huneritre ke feramoşkiraw, çunkû lewîda xeyall romannûs detwanî sanatir gemekanî xoy bika. (mêjû rûdawe gewrekan, deskewt û şikistekan denûsêtewe -diyare zorcar be diro û şêwendrawiy- ewekarî çîroknûs û romannûs bigêrenewe ser ew rûbere feramoşkirawane û karî têda biken)6 bewateye mêjû zêtir kar le rûbere giştiyekan bo gêranewe deka, bellam roman behoy xeyalewe kar leser ewrûberane deka, ke nadyarin, feramoşkirawin hemû xellk pey pê nebirduwe. Bo nimûne lem romaneda zor be giştî rûdawî qaçaxçî û jiyanî ew gencaneyî bo Ewrûpa deron gêrdirawetewe.

(Şewekî hawîn be hemû neferakanmanewe berew sinûr kewtîne rê, petî tewawman kiribû, rênmayî tewawman dabû be neferekan. Leser sinûrî yonan dabezin û le şaxî û cengellistanêkî gewreda le xallêkewe ke zor dûr nebû le sinûrî Bulgaristan dabezin leser sinûr hemû neferekanman le tirsa delerzîn û minîş delerzîm…) le 105 gêpranewe rûdawî birînî sinorî têwan dû willat pirr le zehmetî û nexoşiye, bellam wegêr hênde be aramî û sanayî basî deka, xwêner çi mamlanêyek hest pê naka. Mamlanêyi rûberûneweyi sextî ew rêye. Berastî zor lew kesaney bewêda royşitûn be şêweyekî seyr bas le zehmetiyekanî ew rêye deken. Le gêranewey ew rûdawane ewey fomalîtekan nawyan nabû (Nabawkirdin) berçawnakewê. ( dozînewe û bawerî formalîstekan lemer diyardeyi namokirdin yarmetideriy têgeyşitine le pêkhatey edet begiştî û roman be taybetî û şêwey afrandiniy edebî leser binemayî be larrêbirdinî xwêner lelayen nûserewe behoy têkellkirdini waqî’ berhest û naberhest û gêranewe rûdawgelî rabirdû yaxo rûdawgeli şiyawî wedîhatin le êsta û dahatû)7

Sûdwergirtn le rûdawekanî waqî’ û jiyanî takekesî, karêkî becêye, bellam gêranewe û giwastnewey ew rûdawane bo nêw karêkî edebî le çeşnî roman, yan çîrok, debê nabawbikirê. Wate xwêner katêk ew rûdawane dexwênêtewe hest be çêjî edebî bika. Gêranewe ew rûdaweney gencî kurd le rrê qaçaxî turkiya û yonan bo kesêkî wekû min ke nemdiwe, çêjî xoy heye, bellam bo kesêk ke bew rrêyeda rroştibê hîç çêjêkî nîye, çunkû le waqî’da ew kese diyuyetî.

Kewate yekêk le kêşekanî wergiritnî rûdaw wekû tuxmêk bo roman le romanî kurdî begiştî (tak û tera nebê) û em romane betaybetî zor waqî’yane rûdawekan degêrrêtewe. Bebê eweyi hewllîdabî waqî’êkî dîkeyi lê bixulqênê, yan ew heste lekin xwêner dirust bika, renge rûdagelî lem çeşne le êsta û dahatûda rûbida.

Kêşeyekî dike wergirtine rûdaw le romanî kurdî be giştî û em romane betaybetî bê sinûr fentezî bûnî rûdawe. Bêguman le romanda firînî mirov, xwardinî asin, zîndûbûneweyi mirdû, qissekirdinî mirdû… tad hemûyi rewaye. Bellam romannûs çon ew qena’ete lelay xwêner dirust deka, ke em rûdawane asayîn. Le romanî (nihênî yarî kaxezi) î (bostayin garder ) lewêda kaxezekanî yarî qumar wekû mirov qise deken, decullênewe, kargeyi şûşeyan heye. Romanî (Pîdirro Paramo) î (Xwan Rollfo) katêk wegêrr bedwayi bawkî deçête gundekeyan, lewêda hîç gundêk bûnî nîye, xelkekeyşî hemû mirdûn, bellam hemûyan qise deken, cûlleyî jiyan heye, mamlanê heye, tenanet wegêrrîş demirê bellam qiseyiş deka. Hunermendî romanûs lewêdaye qena’et be xwêner bika. Em nabawkirdine lem romane zor lawaze, şitekan be şêweyek fentazî dekirên, guman lelayi xwêner dirust deken. Wekû pêştir amajemda (Bextiyar ‘Elî) zor hunermendane le romanekanî dikey karî leser diyardeyî nabawkirdin kirduwe, xwêner sersam deka betaybet le (diwahemî henarî dinya, xezilnûs baxekanî xeyall). Yekêk le kêşekanî em romane helltoqînî rûdawe lenakaw, bebê ewey zemîney bo xoşkirabê. Lenakaw rûdawêk dewsitê û yekêk dîke dest pêdeka, bebê ewey pêştir hîç amajeyek, hêmayek bo bûnî ew rûdawe hebê rayell peyiwendî le nêwan beşekanî em romaneda zor lawaze, carêk dekewête êran, carêk pekeke hellîdegirinewe. (ew şewe ke jendirmekan gemaroyan dayin û xan le hewada berbû, ba çendîn roj her be asmanda deybat û deyhênêtewe, berew derya deyrrfênêt û deyxatewe serxak, ew le hewada debûrêtewe û dêtewe hoş xoy, dexewêt û helldestêt, xor debînêt helldêt û xor debînêt awa debêt keşitîye gewrekan debînêt tîdeperrin û keşitîye biçûkekan debînêt rawdeken… hemîşeş badeybat û ba deybat, le asmanewe roxe dûrekanî bakûrî efrîka debînêt, werdegerrê û dêtewe bo bakûr lengerêk nadozêtewe. Diwayi şewan û rojanêkî zor, ke nekes jimardunî û ne bekesîş dejmêrdrên, şewêk lenakaw hewa degate wadeyi pişuwî xoyi xan le asmanewe bo nawerrastî derya berdebêtewe.) 112-113

Em rûdawe be şêweyek fentaziye, ke xwêner goman le bûnî deka, ewey ke qena’et lelay xwêner dirust deka û cêy bawer bê, hunerî û edebiyatî deqe, belam rûdawekî lem şêweye em dûxalley têda lawaze. Debê xwênerîş ewey le bîrbê ême tenê layenî wergirtinî tuxmî rûdaw le roman berbas dedeyin, karman beser dinyabînî û têmey giştî û fikrî romanekewe nîye. Fentazî bûnî rûdaw debê legell waqî’ rayelleyeyi beyekyanewe bibestêtewe, çunkû lêreda debê waqî’ û xeyall yektiriy tewaw biken. (nimûne waqî’yekan û xeyall û xewn legell yektirda têkel debin û awêtey yektiriy debin)8 kewate ketêk romannûs rûdawêkî fentezî be hawkarî sûdwergertin le: efsane, hekayetî folklorî, pend…tad werdegirê, debê legell waqî’ biguncênê hemû gêrranewekanî nêw edebiyatî emirîkayi latînî, ke be riyalîzmî cadûyî nasrewe, leser em binemaye bende,. Amancî eweyiş nîşandanî rûdawî fentaziye le bergî waqî’, wata xwêner wayi dêteberçaw ew rûdawe fentaziye waqî’e. Rûdawe fenteziyekanî nêw guman lekin xwêner dirust deken, be kurtî hênde fenteziye tewaw le waqî’ dadebirrê, hîç rayellêk be waqî’ nabestêtewe. Herwiha serçawey rûdawe fenteziyeka diyar nîye,

Le kotayida qalbî hunerî tuxmî rûdaw lem romaneda le rûyi huneriyekewe lawaze, beberarawird legell romanekanî dikey romannûs. Qalbî rûdawekanîş lelayek hênde waqî’ye, ew heste lelay xwêner dirust deka, ke ew rûdawaney dîtwe, yan bîstuwe. Lelayekî dîke lezor şiwên be rûdawiy hênde fentazî dekewîn, ke hîç rayelleyek be waqî’ye nabestêtewe û zor dûrdekewêtewe le waqî ‘ emeyiş tiwanay qena’etpêkirdin lelay xwêner lawaz deka.

 

PERAWÎZ Û SERÇAWEKAN:

Hunerî şî’r, eristo, û: Ezîz Gerdî, xaneyi çap û pexşî rênma, Silêmanî,
Em boçûneney ( ‘Eta Nehayî ) le korêk le kitêpxanêy zeytûne le şariy Hewlêr le rêkewtiy (15/ 05/ 2012) bo sazkirabû, giwêman lêy bû.
Bo berçawrûnî binore: Sofya lorîn be hewêdarî, xemgîn bollî, giwovarî gelawêjî niwê, jimare: 56-57, l 282
Tewerey çîrokî kurdî, giranewe karesatekan, a: îdrîs ‘Elî, Govarî ayinde jimare:74, 2007, l82.
Cemşîdxanî mam ke hemîşe ba legell xoyda deybird, Bextiyar ‘Elî, le bilawkirekanî endêşe, salêmanî,2010, le 82.
Çawpêkewtin legell ‘Eta Mihemed a: herêm ‘usman govarî gelawêjî nêw, ji: 56-57, eylul 2012,l 239
Jiman, edeb û nasname, D.Haşm Ehmedzade, dezgayi aras, Hewlêr, 2012 l 11
‘Enasir dastan, cimal mîrsadiqî, , antşarat sixin, çap pincm, Tihran, 1385, 366

Share.

Leave A Reply