PÊVAJOYA TUNEKIRINA ÇANDEKÊ: Bury My Heart at Wounded Knee

Hesenê Dewrêş

Kurte

“Ez dibêjim qey me ev rastiya han zemanekî fam kiribû, lê dawiyê ji bîr kir: Tu kubarî nikare şopên şidetê paqij bike, hew şidet dikare wan şopan winda bike û mêtingeh ji nevroza mêtingehbûnê ancax gava ku mêtinkar bi darê çekê qewirand rizgar bibe.”

Jean Paul Sartre Ji pêşgotina Yeryüzünün Lanetlileri

Mêtinkar heya roja îro li ku bi cî bûne, pêşiya pêşî serê tivinga xwe rê niştecihan dane. Dizanin ku ne ji olana dengê tivingê be wê yek peyva wan bi tenê tesîrê li ser mêtingehê neke. Mêtinkar, li bin siya qeweta ku ji tivinga xwe digirin gav bi gav adetên xwe, formên jiyana xwe, zimanê xwe, ola xwe, cilên xwe, lîstikên xwe li ser mêtingehê ferz dikin. Piştî ku mêtingeh ji qewetê dikeve û ji bawerî û şiklê jiyana xwe dikeve gumanê, weke rêya felatê bi teşwîqkirin û bi rêya hin programên ajîtatîf berê xwe didin dibistanên mêtinkaran. Hestên berxwedêr hêdî hêdî ciyên xwe didin baweriya ku wê bi elimîna zimanê mêtinkar û bi jiyîna wek wan ji kulên xwe xelas bibin. Her çi qas zanibin ku qedera wan trajediyeke kolektîf e jî nikarin xwe bigihînin hev. Kesên li mêtingehê êdî nema li dû xelasiya bi hev re, lê li dû xelasiya şexsî ne. Ji wan heye ku fêrî zimanê wan bibin, weke wan xwe girê bidin, heta ku li ser sifreya wan rûnên, wê ji êşên xwe azad bibin.

Mêtinkar ji nişka ve li derekê bi cî nabin; bi keştiyeke jihevdeketî, bi yekîneyeke biçûk, bi îmkanên ne zêde tên cara yekem. Weke mêvanekî, weke rêwiyekî li deriyê mêtingehê dixe cara pêşî. Gava rastî henûnî û xwîngermiya mêtingehê (a ku li nav cîhana ku jê tê ji zû de ji tedawulê rabûye) tê şaş dimîne ewil. Dûre tev li dengên xwe tên, tev li alet û teknolojiya xwe, tev li xwarin û cilên xwe, tev li vexwarin û çekên xwe tên. Kûçik û pisîkên xwe jî bi xwe re tînin, garis û genimê xwe jî. Mamoste û melayên/keşeyên wan berî dibistan û mizgeftên/ dêrên wan hatibûn jixwe. Destên wan zû qamçiyan digirin. Navên xwe li her zindiyî dikin, bi mohrên xwe her kevir û darê dax dikin û hiyerarşiya xwe/şaristaniya xwe bi zehmetiyeke nedîtî ava dikin. Muzîka xwe, şanoya xwe, çîrokên xwe, helbestên xwe û dîroka xwe jî ji bîr nakin, boxçik bi boxçik wan jî dikişînin. Heya ku mêtingeh fam dike bê çi diqewime, mêvan dibin xwediyê malê û xwediyê malê dibin ajel.

Mêtingeh bi carekê ji welatê xwe û çanda xwe nabin; ewil herêmekê ji bo mêvanên xwe didin, di wan herêman de alî wan dibistanan, lojmanan û qereqolan lê dikin. Pêşî nema dikarin têkevin wan herêmên ku dora wan bi dîwarên qewî û têlên bi dirî têne pêçan. Dûre mirîşkên wan nema diwêrin tene bixwin li ser erdên ku binê wan tije mayîn dikin. Garisê wan ê qamkinik nema dikare şîn bê li bin siya garisê mêtinkar ê simbilpirtene. Mêtingeh gav bi gav ber bi hewşa xwe ve tê hepskirin. Li mêtingehê tê ferzkirin ku zarokên xwe bişînin dibistanên wan, li dibistanan ji navên xwe û zimanê xwe dibin. Fêrî gav avêtina bi rep rep dibin, ji meşa xwe dibin. Xutbeyên mêtinkar olan didin ji ser mînberên wan, ji weazên xwe dibin.

Pêvajoyên mêtinkirina gelek welatan (welatên Efrîka, Emerîka, erdnîgariya Hindê hwd.) û jidestçûna çanda niştecihên wan, ji gelek hêlan ve dişibin hev. Çawa ku mêtinkar ji hev fêrî mêtinê dibin mêtingeh jî dikarin ji pêvajoyên hev îstifade bikin. Ev pêvajo û tiştên ku pê re dertên holê bi destê gelek zanyaran mijar bi mijar bûne babetên lêkolînan û her erdnîgareyek/ miletek, qewamên xwe li gor êşa birînên xwe vedibêje û dixwaze ku fam bike bê çi jê hatiye kirin û wê çawa ji vî halê ku ne halê mirovatiyê ye xelas bibe. Mekanîzmaya mêtinê a di warê aborî, hiqûq, psîkolojî, leşkerî, hunerî, aktûel hwd. de bê çawa dixebite, hewce ye ku em ji bo welatê xwe û civaka xwe jî ji hev veçirînin. Çawa ku Ranajit Guha di pirtûka xwe a bi navê Dünya Tarihinin Sınırında Tarih (Di Tixûbê Dîroka-Cîhanê De Dîrok) li hember dîroknûsiya ku dîroka Hîndistanê weke parçeyek ji dîroka Birîtanyayê dibîne derdikeve, hewce ye ku kurd jî dîtina ku dîroka wan parçeyek ji parçeyê dîroka Îraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê dibîne red bike. Guha dibêje: “Bi nivîsandina dîrokeke Hîndistanê ya aîdî hindûyan hewldana bidestxistina rabirdûya xwe li hindûyan dikeve” (13). Kurd jî mecbûr in ku dest ji vegotina Doğu Anadolu Müdafaa-i Hukuk Cemiyeti[1], a tevde şerkirina li Çanakkaleyê, tevlibûna şerê Melezgirtê ku “deriyê Enadolê” ji tirkan re vekiriye hwd. berdin, ne li dû fîgurantiya xwe ya di dîroka serdestên xwe de bin, mecbûr in ku rabirdûya xwe têxin destên xwe. Heta roja îro bi çîrok, meselok, efsane, klam, dîroka devkî û xwespartinên çavkaniyên biyanî gelek tişt li ser rabirdûya kurdan hatibin gotin jî, bi awayekî sîstematîk kurd bi xwe nû nû dest bi vekolînên li ser xwe dikin. Heman tişt li ser nêzedîrok û meseleyên aktûel jî didomin. Gelo ku mirov bi dû kîjan şopan bikeve dê bikare tiştên ku di dîroka nêz de (ji dema damezrandina Komara Tirkiyeyê ve) hatine serê kurdên bakur û pêvajoya kolonîkirina wan fam bike? Gelek caran kes ji bo ku bikare ji rewşa xwe fam bike, kesekî din ji xwe re dike mirêk û tişta ku nikare di xwe de bibîne di ser wî kesî re xweştir analîz dike.

Li ser rûyê erdê li gelek erdnîgariyan qewmên niştecihên wan deveran bi qirkirinan rûbirû mane. Yek ji gelên ku rastî qirkirin û talanê bûne û çanda wan ji holê hatiye rakirin jî Çermsorên ku niştecihên Emerîkayê ne. Em bi piranî vî gelî û çanda wan, ji fîlmên ku Çermspiyan kişandine, bi perspektîfa ên ku ew qirkirine û li gor pergala kujerên wan û bi zimanê wan, wan nas dikin. Fîlma ku ji ber romana Dee Brown a bi navê Bury My Heart at Wounded Knee[2] (Dilê Min Li Çonga Birîndar Veşêrin) yê bi heman navî hatiye kişandin, fîlmeke berovajî wan fîlman e ku Çermsoran weke hovan nîşan didin. Ev fîlm, bi nêzikbûna xwe ya meseleyê pêvajoya têkçûn, qirkirin û asîmîlekirina çand û gelekî qedîm xweş li ber çavan radixe. Ev pêvajo, rolên ku li kesên li mêtingehan têne barkirin, ji destçûna qadên jiyanê û çandê û psîkolojiya mêtingehbûnê ji gelek hêlan ve dişibe rewşa kurdan.

Naverok

Fîlm mijara xwe ji berxwedana şefê çermsoran Sitting Bull û şerê li Wounded Kneeyê digire. Senator Henry ê ku ji wezareta çermsoran berpirsiyar e li senatoyê bo ku senatorên din ji bo hin mafên însanî ên di derheqê niştecihan de qanih bike dixebite, her carê bi hin nexşeyan û peyaman derdikeve hemberî qebîleyên niştecihan. Senator dixwaze ku qebîleyan û şefên wan jî qanih bike ku ev peyamên ku dixwaze bi wan bide îmzekirin ji bo fêdeya wan e û heger îmze nekin jî wê spî bêyî ku tiştekî bidin niştecihan dîsa a dilê xwe bikin, lê vê carê wê gelek xwîna çermsoran bê rijandin û wê bi qirkirinê rûbirû bimînin. Ji şefên çermsoran ê mezin Ewrê Sor, her çiqas bê dilê wî be jî qanih bûye, weke ku spî dixwazin, tev li qebîleya xwe dest ji jiyana koçeriyê berdaye û li qampên ku ji bo wan hatine avakirin bi cî bûye. Li van qampan bo her kesî digel qarneyê tayînek tê dayîn, ji ber ku nêçîr li wan hatiye qedexekirin ji bilî vê tayîna ku didin wan, nikarin tu xwarina din peyde bikin. Lê serokên çermsoran Sitting Bull û Crazy Horse (Hespê Dîn) vêya wekî teslîmiyetê dibînin û ji bo ku bikarin li gor adetên xwe bijîn têdikoşin. Derdê çermspiyan bi berterefkirina niştecihan ev e ku xwe bigihînin Girên Reş ên ku tespît kirine ku zêr di wan de hene. Ji bo xwe bigihînin Girên Reş jî hewceyiyê bi çêkirina rêya trênê dibînin. Charlesê ku bi zora bavê xwe yê ku di girtîgehên Spiyan de asîmîle bûye diçe mektebên wan, bi bursa hin zengînên spiyan ên ku asîmîlasyonê destek dikin, dibe textor û ji bo ku digel senator Henry ji gelê xwe re bibe alîkar li axa xwe vedigere. Charles her çi qas êdî bi zimanê wan bipeyive, weke çermspiyekî tevbigere û bifikire jî paşdemayiyên çandî û muameleya ku li qampan dibîne lê dibin krîzên ruhî. Sitting Bull piştî ku qebîleyên derdora wî yek bi yek mecbûr dimînin ku li qampan bi cî bibin û piştî şerekî dijwar, mecbûr dimîne ku tev li qebîleya xwe derbasî Qenadayê bibe. Lê li vî welatê ku fêrî serma û xwezaya wê nebûne pir debar nakin, ji ber hin mirinên ji ber nexweşiyan kurên wî û ji qebîleyê gelek kes jê diqetin, vedigerin Lakotayê, li qampan bi cî dibin. Sitting Bull jî piştî qederekê neçar dimîne ku vegere.

Febrîqeyên asîmîlasyonê: Dibistanên kolonyalîstan

Mêtinkar heya roja îro li ku bi cî bûne, pêşiya pêşî serê tivinga xwe rê niştecihan dane. Dizanin ku ne ji olana dengê tivingê be wê yek peyva wan bi tenê tesîrê li ser mêtingehê neke. Mêtinkar, li bin siya qeweta ku ji tivinga xwe digirin gav bi gav adetên xwe, formên jiyana xwe, zimanê xwe, ola xwe, cilên xwe, lîstikên xwe li ser mêtingehê ferz dikin. Piştî ku mêtingeh ji qewetê dikeve û ji bawerî û şiklê jiyana xwe dikeve gumanê, weke rêya felatê bi teşwîqkirin û rêya hin programên ajîtatîf berê xwe didin dibistanên mêtinkaran. Hestên berxwedêr hêdî hêdî ciyê xwe dide baweriya ku wê bi elimîna zimanê mêtinkar û bi jiyîna wek wan ji kulên xwe xelas bibin. Her çi qas zanibin ku qedera wan trajediyeke kolektîf e jî nikarin xwe bigihînin hev. Kesên li mêtingehê êdî nema li dû xelasiya bi hev re lê li dû xelasiya şexsî ne. Ji wan heye ku fêrî zimanê wan bibin, weke wan xwe girê bidin, heta ku li ser sifreya wan rûnên, wê ji êşên xwe azad bibin. Lê ku bi her awayê xwe bişibe wan û fêrî zimanê wan jî bibe, wê ji ber devoka xwe dîsa weke êdin bimîne[3]. Jean Paul Sartre di pêşgotina pirtûka Frantz Fanon a bi navê Yeryüzünün Lanetlileri (Lanetiyên Rûzemînê) de vê rewşê wiha tîne ziman: “Pisporan ji me re digotin ku di mizmiziya wan de daxwaza heqekî hebe, wê ev daxwaza entegrasyonê be. Bêşik mirov nikarîbû ev heq bida wan; ya na weke ku tê zanîn wê sîstema ku xwe dispart mêtinê hilweşiya” (8). Ji ber vê yekê bû ku li Tirkiyeyê jî di bin navên mîna “haydi kızlar okula”[4], “kardelen ayşe”[5] kampanyayên “însanî” dihatin kirin, li seranserê Kurdistanê. YİBOyên mîna qampan dihatin vekirin û di demek nêzik de perwerdehiya berî dibistanê (ku ji 4-5 saliya sêlekan de dest pê dike) li gel hate ferzkirin da ku him rê li ber zimanên kurdan hebekî zûtir bigirin him jî ku bikarin dê û bavên wan baştir bişixulînin.

Girîngiya dibistanê car caran di fîlmê de di nav peyvên Henry xwe dide der; gava dixwaze serkeftinên xwe bide nîşan, zêdebûna çûna dibistanê a li nav çermsoran nîşan dide. Baweriya hemû spiyên aqilmend ew e ku çûna dibistanê çiqasî belav bibe wê çermsor ew qasî ji niştecihbûnê, ji nirxên xwe dûr bikevin û bibin wek gelek gelên ku li Emerîkayê bi cî bûne. Elzembûna çûna dibistanê a ji bo mêtinkaran di axaftina di navbera Sitting Bull û berpirsiyarê qampê de jî diyar dibe. Berpirsiyarê qampê serdana Sitting Bull dike, ê ku hewya wî li qampê nehatiye û li kêleka şetê di xaniyekî de dimîne. Sitting Bull li ber xaniyê xwe li ser qutekî rûniştiye û bi kêrika xwe serê darikekî hebekî qut î qalind tûj dike. Berpirsiyarê qampê mîna ku hesab jê bixwaze jê dipirse:

  • —  Ew tiştê ku tu çê dikî çi ye?
  • —  Gava qediya em ê bibînin.
  • —  Ku baş baran bidê tu yê karibî garis biçinî.
  • —  Kulî garis dixwin, bihêle bera ew ji xwe re garis biçinin. Ez çawa bixwazim ez ê wisa bijîm.
  • —  Na tu nikarî. Ma deng bi serê te de naçe? Ez dibihîzim ku tu pereyên ji codyê (ciyê ku komek mirov lê dicive) distînî li dostên xwe belav dikî û ji bo tu şahiyan li dar bixî xerc dikî. Û tu çîrokên bi mubalexe dibêjî, te û serok Cleveland[6] we hevdu qet nas nekiriye, lê li derûdorê ji bo ku ji te re gotiye “çermsorê herî mezin ê ku hîn dijî” tu forsa xwe davêjî. Ev tiştên ha tu fêdeyê li dawa însanên we nake, ji bo pera dayîna pozên wêneyan an jî bi heq îmze belavkirin… Ez çavdêriya ahengeke baş li [qampa] Stalingradê dikim. Di nava qampan de a herî baş e; cotkarî, çûna dibistanê û dêrê… Ez naxwazim ku ev yek ji ber nimûnebûna xerab a yekî weke te rêzdar xerab bibe… Tu yê cotkariyê bikî û lawê xwe li dibistanê binivîsî û wî bişînî dêrê…
  • —  Va min qedand, peyvên te weke ku ji paşiya te dertên têne guhên min. Ev [darikê di dest de] ji bo ku pê dengê te bitemirînim. Va ye tiştê ku ji ber dara mezin a ku ji însanên me pêk dihat maye. Ha ji te re! Vê jî bixwe, wê gavê tu yê gişî bixwî.

Piştî van axaftinan berpirsiyar bi hêrsekê ji wir diçe. Sitting Bull kurê xwe neşîne dibistanê jî, tesîra dibistanan li nav qebîleyên çermsoran hemûyan xwe dide der.

Texrîbata ku di ruhê zarokan de dibe û wê tu carî derman nebe

Di nav fîlmê de yek ji sehneyan ku dengeya dramatîk xera dike, destpêkirina dibistanê a Charles e ku bi zora bavê xwe yê ku bûye mesîhî ji qebîleya xwe tê veqetandin. Ji bo haziriya dibistanê bavê wî, wî li trênekê siwar dike, li dû wî destê xwe dihejîne û dengê wî yê oxirkirinê dibe qîrînek ji ên di dema nêçîrê, dengê bav sil dibe, dibe nalînek têkçûnê, çavê wî tije hêsir e, lê qenciya zarokê xwe dixwaze. Gava bavê wî bi xemgîniyekê meqesê dide keziya wî û pê re keziya wî dikeve erdê, bi keziya honandî re parçeyek ji rihê Charlesê ku hîn navê wî li ber xwe dide jî dikeve erdê. Piştî destpêkirina dibistanê Charles her xemgîn li ser kursiya xwe xuya dike, mamosteya wî ya ku dixwaze ku wî jî têxe nav şagirtên xwe lê ne ew qasî rihet e, zarokên rewş qebûlkirî û bi kelecanekê tiliya xwe radikin. Gava mamosteya wî soz dide ku pirsa wê rast bibersivînin wê wan hebekî zûtir berde, Charles tiliya xwe radike lê jê dipirse bê hîn navekî mesîhiyan ji xwe re ji fihrîsta navan neqandiye an na, bersiv “na” ye. Mamosteya wî dibêje ez ê destûra peyvê bidim te lê ne niha, kengî ku te ji xwe re navekî mesîhiyan pejirand.

Mamosteya wî, Ohiyesa weke şagirdekî (an mirovekî) qebûl nake; belam ku ew ne xwediyê navekî serdestên xwe ye digel ku êdî ketiye nava sîstema wan jî hîn di çavê mamosteya xwe de teslîm nebûye. Rojekê mamoste qala mezinekî çermsoran dike. Wateya navê şef Nigê Qijaka Biçûk e lê mamoste ji qazî navekî ku tê wateya Hirçê Bideq bi lêv dike. Ohiyesa vê yekê weke heqeratkirinekê li mezinê xwe dibîne, li ber mamosteya xwe radibe; mamosteya wî dibêje ez bi çi navî xîtabî te bikim (ji bo destûra axaftinê bidê)? Ohiyesa ji hêrsa û hewceyiya parastina qewmê xwe navê ku di pêşiya fîhrîstê bi ber çavên wî ketibû bi lêv dike, “ji min re bibêje Charles” dibêje. Çavên mamosteya wî weke çavên qumandanekî mizafer dibiriqin, kenekî ji xwe razî tê ser rûyê wê. Êdî Ohiyesayê ku nikarîbû bi navê xwe qet biaxiviya bi navê Charles dikare her tiştî biaxive; heta dikare biçe senatoyê û bi senatoran re rûnê. Bikî nekî ew peyvên Spivak ku di got “Gelo madûn dikarin bipeyivin?” û li dû jî dibersivand: Na, ger bipeyivin mecbûr in bi zimanê serdestên xwe bipeyivin, wê gavê jî madûntiya wan ji holê radibe, tîne bîra meriv û rêzepirsin dizên: Gelo jêrdest dikarin bi navên xwe bipeyivin? ku bi navên xwe bipeyivin (di berovajî wateya Spivakê de jî be) wê madûntiya wan betal bibe? (weke civakekê) redkirina axaftina bi zimanê serdest îmkana qedandina madûntiyê jî nahewîne? an axaftina bi zimanê serdest ne mehkûmbûna jêrdestiya ebedî ye?

Jixwe fonksiyona yekem a dibistanên dagirkeran guhertina navan e; bela ku navên niştecihan weke navên “berî medeniyetê”, weke navên hovane têne dîtin ji wir dest bi avakirina medeniyetê ya di ruhê mêtingehê de dikin; Ohiyesa dibin Charles, Heso û Hesen dibin Hasan, Mihemed/Hemo/Hemê dibin Mehmet an Muhammed, Besê dibin Bese, Helîmê dibin Helimi, Xezalê dibin Gazal, Seyrê dibin Seyran, Xurbet dibin Gurbet[7] hwd. navan ji tîp û dengên hovane paqij dikin. Bi dunavî an navguhertinê kesayetî jî dibe du par. Gelek caran rabûn û rûniştina her du navan ji hev gelekî cihê ye. Nav û çanda xwezayî dibe nostaljiyeke dûr ku gelek caran nehperûşkên wê dê ji giyanê kesan dernekevin.

Dema niştecih hovitiya xwe an jî jixweçêtiriya mêtinkar qebûl kir, jixwe hewceyî zordayînê jî namîne. An ew ê bi xwe navekî mêtinkaran li sêlekê xwe bike, an jî wê ebeya gund, mamosteyê gund, fermandarê qereqolê, mele/keşeyê gund nav li zarokên wan bikin; evên ku li nav niştecihên welatekî mîna Kurdistanê gelekî qedrê wan tê girtin.

Ohiyesa an jî Charles qet birîna navê xwe ji bîr nake. Bîranînên wî ên di dema ku li nav qebîleya xwe bû dest jê nagerin, lê rêya ku ketiyê jî ne rêya vegerê ye. Wê dawiyê rastiya vê rêyê senator Henry jê re bi lêv bike.

Berxwedana mêtingehê a li hember xwe

Dema Sitting Bull vedigere qampê dibîne ku kurê wî jî di nav de, hinek çermsor cilên polîsan li xwe kirine û li ser hespên xwe parastina qampê dikin. Yanî tespîta Sartre rast derdikeve: “Mêtingeha kevn ji bo ku li hember me têbikoşe mecbûr e ku li hember xwe têbikoşe. Yan jî, bêtir, her du yek heman tişt in” (11). Mêtinkar qebîle an eşîrên ku dijminên hev in, li hev sor dikin, car caran alîkariya aliyekî dikin, ji bilî vê, berxwedêrên ku hayê wan ji vê yekê heye jî mecbûr in ku li hember kesên ku rahiştine çeka mêtinkar jî şer bikin. Ku em warê civakî paşguh bikin her neferekî mêtingehê ku bixwaze vegere ser çand û zimanê xwe jî mecbûr e şerekî bêeman di giyan û mêjiyê xwe de bide.

Ohiyesa an jî Charles ê ku êdî dibîne ku bi plan û peymanên Henry gelê wî ber bi tunebûnê de diçe li hember Henry dengê xwe bilind dike. Dixwaze ku bi senator Henry bide îzahkirin ku ew nikare bibe mestere bo çermsorên din, di nava şertên sefaletê ên li qampan wê kesek nikaribe wek wî zanîngeheke baş bixwîne û bibe textor, wê li pişta wan senatorek tunebe. Lê Henry vêya qebûl nake; dibêje wê bibe Charles, wê bibe û wiha didome:

  • —  Ma tu ji min çêtir dizanî bê çi ji bo wan baştir e?
  • —  Erê! Ez yekî ji wan im Senator.
  • —  Tu jî herî zêde bi qeysa min Siouxî yî.
    Bi lêvkirina heqîqetê re çavên Charles tije hêsir dibin, lê fam dike tişta ku senator

Henry dibêje rastî ye. Rewşa Charles hebekî dişibe wê rewşa ku Fanon behsa hevkariya rewşenbîrên mêtingehê a ligel mêtinkaran dike. Pêşiyê rewşenbîrên spiyan ew qebûlî nav xwe kirine. Di civînekê de Henry, bo qanihkirina spiyan a bihevrejiyînê Charles dawetî ser dikê dike. Charles axaftina xwe bi gotineke pêşiyan a Lakotayiyan ku bi zimanê Siouxiyan dibêje vedike: “Ji min re bibêje ez ê fam bikim, rê min bide ez ê bibînim, min têxe hundir ez ê fêr bibim”. Piştî van peyvên Charles hêwan ji çepikan dinale. Charles qanih bûye ku wê gelê wî jihevkuştin, feqîrî, cahilî û hovîtiyê xelas bibe. Di dema danskirina hin çermsoran de ku ji qampan derketine, a ku mêtinkaran bêhizûr dike, Charles ji wan re dibêje “ev tiştên eletewş in. Hûn çawa baweriyê bi van tiştan tînin êdî”. Fanon ji bo van rewşenbîran wiha dibêje:

Bi dawetkirina rewşenbîr a hevkariyê, sedemên meşrûkirina vê hevkariyê li holê têne raxistin. Bi vî awayî zorê didinê ku jiyaneke dualî bidomîne: ji bo ku rê li ber tevgerên wî bigirin kesekî navdar e ku ew xistine hefsê [rewşenbîr]. Wezîfeya ku li xwe bar kiriye ji hindir de êrîşkirina hêmaninan e ku hişmendiya neteweyî pêk tînin. Ji rewşenbîrê ku qala wî tê kirin hew hevkariyê naxwazin, di heman demê de ji bo li hember kesên ku li dij nerînên wî derdikevin bi awayekî azad têkeve nîqaşan û wan qanih bike jî emr didinê. Ev, rêyeke sernixûmandî ye ji bo ku welatperwerên din bi bala wî kevin û bi vî awayî dîtina wezîfeya mûxbîriyê bi cî bê. Ku bi eletexmînî bibêje ez qet muxalifan nabînim, wê muxalif rê wî bidin an jî jê re bibêjin weke ku muxalif hene tevbigere. (272)

Ez bawer im wê ji ekranên televizyonên Tirkiyeyê, ji quncikên rojnameyên wê û ji hin malperên ku bi kurdî weşanê dikin, ev rewş ji kurdan re jî xerîb neyê. Krîzên Charles û rûbirûmayînên wî ên bi heqîqetê re ji bo gelek rewşan heya dawiya fîlm didomin.

Ber bi dawiya fîlmê ve ku ji gelek hêlan de rewşa qirkirin û asîmîlekirina çermsoran bêyî ku têkeve ajîtasyonê li ber çavan radixe, polîsên çermsor, ku diyar e ji qebîleyeke din in, bi emrê berpirsiyarê qampê diavêjin ser mala Sitting Bull, di xirecira ku derdikeve de polîs Sitting Bull dikujin. Li dû kuştina Sitting Bull komkujiyeke mezin li ser çermsorên ku bi danskirinê ruhê xwe yê birîndar tedawî dikin pêk tê.

Dawî

Ji ber ku mêtinkar xwe ji çandeke mezin hesab dike û her dem xwe di ser mêtingehê re dibîne tiştekî ku ew ji mêtingehê fam bike tuneye. Mêtinkar çûne ku derê xwestine ku bi rêyan, balafirgehan, şivên trênan, nexweşxaneyan, dibistanan, dêran/ mizgeftan, qereqolan hwd. medeniyetê bibin wir. Ev tişt bo zeptûreptkirina mêtingehê hevdu temam dikin. Divê mêtingeh bizane ku her kîlometreyek esfalta mêtinkar wî nêzikî zengîniyeke bin axê dike. Mêtingeh dikare bifikire ku ev xizmeteke bo hêsankirina jiyana wan e, lê rêyeke ku trimpêlên leşkerî nikaribin tê de herin an jî malên ticaretê tê de nikaribin biçin û bên, rêyeke ku berê wê ne ber bi dibistan an jî navendeke asîmîlasyonê de be ji teref mêtinkar nehatiyê avakirin. Ger mêtingeh ji bîr neke ku mêtinkar hêza xwe ne ji peyvên mîna medeniyetê, ronîkirinê, mirovatiyê, nûjeniyê, xwendinê, aşîtiyê û gotinên din ê ku mirov weke pembo nerm dikin digire lê ji tivinga destê xwe digire. Li mêtingehê kesên weke Charles jî dê hebin ên weke Sitting Bull jî, ev yek ne ciyê bêhêvîtiyê ye; ditîna rastiyê ye.

ÇAVKANÎ

Frantz, Fanon. Yeryüzünün Lanetlileri. wer. Lütfi Fevzi Topaçoğlu. Stenbol: weşanên Avesta, 2007.
Guha, Ranajit. Dünya Tarihinin Sınırında Tarih. wer. Erkan Ünal. Stenbol: weşanên Metis, 2006.
Simoneau, Yves der. Sen. Daniel Giat. lîstik. Aidan Quinn, Adam Beach, August Schellenberg, Anna Paquin û ên din. HBO fîlm, 2007.

 

[1]

[2] Di wî şerî de, ku Tirkiye wek “Şerê Rizgariyê” bi nav dike, cemiyetek e ku ji bo xelasiya tirkan li herêma kurdan hatibû avakirin.

Wounded Knee (Çonga Birîndar) navê herêmeke li Lakotayê ye ku qebîleya Çermsoran a bi navê Sioux lê bi cî ye. Di sala 1876an de bi navê Little Big Horn şerekî mezin di navbera Siouxiyan û dagirkerên wan ên ewrûpî (çermspî) de çêbûbû û şervanên Siouxiyan ên di bin qumandeya mezinê wan Sitting Bull (Gayê Rûniştî) de bi ser ketibûn. Piştî vê têkçûna spiyan di sala 1890î de bi şika ku danseke cengê dikin û bi vê yekê dîsa dixwazin ku çermsorên di qampan de hatine bicîkirin û islahkirin (!) serî rakin, alayiya siwariyan a heftemîn ya dewletên yekbûyî avête ser devera ku dans lê tê kirin û qetlîameke mezin pêk anîn. Ev bûyer weke heyfa 1876an hate dîtin. Ev qetlîam jî weke qetlîama herî dawî a ku li ser çermsoran hatiye kirin kete qeydiyan û di dîrokê de bi navê qetlîama Wounded Knee ciyê xwe girt. Lê belê Çermsoran danseke xwe ya adetî a qedîm dikirin û baweriya wan ew bû ku bi danskirinê wê heqên wan ên ku ji dest wan çûne paşde vegerin û dîsa bigihên rojên xwe yên azad. Çermsor ne neheq bûn û ne li dû baweriyeke pûç bûn; ên ku ev dans dikirin xwe baş hîs dikirin, bi moral dibûn û xwedî li nirxên xwe derdiketin. Weke her komkujiyên mezin, piştî ku demeke dirêj a bêdêngî û bêdadiyê, piştî ku tu talûkeya kesên ku merûzî komkujiyê bûne êdî ji bo serdestan namîne wicdan dikeve dewrê. Ber bi dawiya sedsala bîstemîn ve gelek dengên protestoyî li ber vê qewamê jî hatine bihîstin. Marlon Brando ê ku di sala 1973an de bi rola xwe a di fîlma The Godfather de xelata Oscarê stendibû, ji bo protestokirina vê qetlîamê ev xelat red kiribû û di şûna xwe de ji bo ku axaftineke protestoyî li ser navê wî bike qîzeke ciwan a Çermsoran şandibû merasîmê.

[3] Li ciyekî wek Tirkiyeyê dibe ku kesên bikarin bê devok bi tirkî bipeyivin derkevin. Hin kes ji bo bikarin vê yekê bikin razî ne ku kurdiya xwe ji binî de ji bîr bikin. Di dema mikurhatina “ez kurd im” de (an jî bi gotina navê bajarê xwe nîşandana vê yeke) ji tirkekî bihîstina “tu qet naşibî kurdan” (bi devoka xwe an bi rengê çermê xwe an bi kubariya xwe, bi rabûn û rûniştina xwe; nexwe kurd kesekî qebe ye, ji ber wê zimanê wî jî qebe ye) kêfxweşiya ku li rûyê van kesan dide der li ser rûyê yê tirk jî dibe hêzeke nedîtî.

[4] Heydê dibistanê keçino.

[5] Berfîn Ayşe.

[6] Stephan Grover Clevland serokekî ji partiya Demokrat î ku di navbera salên 1885-1889an de serok dewletiya Emerîkayê kiriye.

[7] Dema min nû dest bi dibistanê kir di pola me de bi navê Xurbet keçikek hebû. Em nû fêrî tîp û dengên tirkî dibûn. Mamoste, ji qîzikê xwest ku navê xwe li texte binivîse û li dû wê jî em li deftera xwe. Lê dengê x ya kurdî di tirkî de tunebû, me gelekan dengê herî nêzikî x ya kurdî a di tirkî de bi tîpa ğ yê nivîsîbû. Navê Xurbetê weke Gurbet nivîsandin gelekî komîk dihat ji me re, lê îro ew nav weke Ğurbet bê nivîsandin belkî komîktir bê ji min re, derbê ciyê xwe girtiye. Ji meseleya X, W, Q yê jî em dizanin ku li welatekî wek Tirkiyeyê berxwedana mêtingehê tîp bi tîp deng bi deng dimeşe û her wisa asîmîlasyon jî.

Share.

Leave A Reply