SÊ ASTENGIYÊN JINAN DI ÊWRA CAHILIYEYÊ Û KELEPORA KURDAN DE:

Zewac, Hevberdan û Mîrat

BURHAN TEK

Puxte: Her çiqas bi pêşketina demê re kelepor xwe bi paş de vekişîne jî di hin mijaran de serdestbûna xwe didomîne. Elbet ev paşdekişandin û serdestbûn li gor berjewendiyan an didome an jî forma xwe diguherîne û didome. îcar di nav adetên me kurdan de jî adetin hene ku bi awayê tetbîqkirinê li êwra cahîliyeyê tên, kurd bi giştî miletekî misilman be jî wexta ku mesele tê ser jinê û mafên wê, di hin qadan de mixabin hîn jî berjewendiyên mêran serdest in. Di vê nivîsê de ez ê li gor keleporê û dîn, li ser zewac û berdan û mîratê bisekinim û hewl bidim ku sedemên binpêkirina mafên jinê şîrove bikim.

Peyvên sereke: Zewac, hevberdan, mîrat, kelepora kurdî, êwra cahiliyeyê.

Destpêk

Ji sedsala 19an û pê ve lêkolînên li ser jinê û mafên wê, her ku çû zêdetir bûne. Vê yeka hanê kir ku hem di dînên semawî de hem jî di nav gelan de lêkolîn û nerînên li ser jinê berfirehtir bibin û bi hûrgilîtir li ser vê mijarê bê sekinîn. Di van salên dawî de mijara jinê ji bo dînê îslamê jî bûye mijara lêkolînên curbicur û ji ayet û hedîsan şîroveyên nuh tên derxistin. Lê belê di vir de hevgirtinek tuneye, lewra hin ji alimên îslamê van lêkolîn û pirtûkên van salên dawî derdikevin, wek reflekseke xweparastinê dibînin û dibêjin heçku ji bo ku xwe li ber çavê rojavayiyan şêrîn bikin hatine nivîsîn. Lê xuya ye her ku here wê nîqaşên li ser vê mijarê gûrtir bibin. Lewra serdema modern-postmodern bi xwe re mijar û pirsgirêkên nuh tîne, bandora xwe ya guhertin û veguhertinê bi hostetî bi kar tîne û bi vê yekê re têkildar herî pir “bawerî” û çandên kevnare ji tîrê xwe re dike armanc. Îcar dînê îslamê jî wek baweriyeke xurt û dînekî dawî rastî gelek êrîşên bi vî şiklî tê û xuya ye wê bi demê re ev êrîş û nîqaş berfirehtir bibin. Wek mînak nîqaşên hevzayendî û îslam, jin û îslam, nixumandin û jin, zewaca qîzan ya bi çûkantî û hwd.

Kurd weke ku her kes vê yekê tîne zimên, gelekî bawermend in. Alim û muceddîd û terîqetên di nav wan de hene belkî di nav gelên din de tunebin. Her ekola îslamê di nav kurdan de ji xwe re cî dîtiye û ji xeynî wê kurd ji cergiya ku îslam nas kirine û vir de bûne yek ji parêzgerên wê yên herî xurt. Di vir de terîqetan û wezîfeya teblîxê roleke mezin lîstiye. Ji ber wê ji Asyaya Navîn heta Rojhilata Navîn, ji Tirkiyeyê heta Balkanan û van salên dawî bi peyrewên alim û muceddîdê kurd Bedîuzzeman Seîdê Kurdî re li hemû dinyayê îslam bi formên cuda cuda tê belavkirin. Di vir de ez nakevim nîqaşên kurdbûn û texrîfatên li ser alimên kurd û veşartina kurdbûna wan. Ev nîqaşeke din e. Lê belê kurd li dinyayê yek ji gelê ku xizmetkarê dînê îslamê ne. Rast e ku meriv xizmeta ku kurdan ji îslamê re kirine û berovajî wê yekê dijberî û dijminatiya ku li ser navê îslamê dewletên misilman (!) li kurdan kirine bide ber hev an jî meriv li ser mêzînekê biwezinîne wê neheqî û giraniya wan berbiçav xuya bibe. Jixwe her tişt li ber çavan e. Lê di vê nivîsê de mijara min û belkî jî pirsa min ev e: tevî ku kurd gelekî ewqas misilman e û heta jê hatiye xizmeta wî dînî kiriye û dike çima wexta ku mesele tê ser mafê jinê çavkorî dibin an jî heqê wê naparêzin û wan wek ku ne ji wê “malê” bin dibînin. Heta meriv dikare bibêje ku di vir de ew jî dişibin serdestên xwe ku mafên jinê di destê xwe de dibînin û kengî ku kêfa wan bixwaze wek litûfekê heqên wan didin wan. Zilamê kurd bi qasî zilamên serdest nebûbe serdest jî di vê mijarê de kakilekî “pêkarîn”ê xwe nîşan dide ku ev jî li ser jinê tê pêkanîn. Jixwe nikare bi serdestên xwe û bindestbûn jî ji ciyekî û pê ve di rihê wî de trawmayên mezin çêdike, bi vî awayê mîkroserdestbûnê xwe rehabîlîte dike. Îcar jin di vir de du caran dibin bindest. hem bindestên serdestên xwe û belkî a bi zehmettir jî bindestên bindestan.

Beriya ku îslam were, di nav ereban de bêtir orf û adet serdest bûn û hemû tiştên xwe li gor wê dimeşandin û çareser dikirin. Ev orf û adet li gor qebîleyan diguherîn lê piştî îslamê hiqûqeke ku karibin îşê xwe pê bimeşînin kete dewrê. Me kurdan jî heta demeke nêzîk – û li gelek cihan hîn jîkarê xwe nedibir mehkemeyan û li gor çand û orf û adetan pirsgirêkên xwe çareser dikirin. Ji bo çareserkirina probleman (kuştina mêran, hevberdan, dozên erdan an jî sînoran) her du alî diçin “heqî”yê. Li vir ev kesê ku heqiyê dibirre, di nav gel de tê naskirin û li peyva wî tê guhdarkirin.

Ev kes li her du aliyan guhdar dike û li gor zanebûn û feraseta xwe biryarekê dide ku her du alî jî vê biryarê qebûl dikin. Piştî ku heqî hat birrîn û pê ve kesê ku tabiî vê biryarê nebe wek sûcekî mezin kiribe tê dîtin. Li herêma me ji bo berdanê hîn jî kesên ku heqiyê dibirrin rolekî aktîf dilîzin û barê mehkemeyan sivik dikin.

Ez ê di vê nivîsê de bi çend mînakan hin adetên cahîliyeyê û adetên me kurdan ên derheqê jinan de bidim ber hev. Ev mînakên ku ez ê berawirdî hev bikim; zewac, berdan û mîrat e. Adetên kurdan ez ê li gor herêma xwe (Qoser) rave bikim lê dibe ku ev yek li hin herêmên din ên Kurdistanê ne wek herêma me be û varyantên cuda tê de hebin. Jixwe ev xebat ji ber herêmê wê “xebateke sînorkirî” be. Hin gelên ku bûne misilman, çand û dînên wan ên beriya îslamê hîn jî wek bermayiyan didome. Bi temamî ne wek a me kurdan be jî bêtir derheqê jinê de tiştên hevpar pir in. Me kurdan jî bi temamî dev ji çand û baweriya xwe ya beriya îslamê bernedaye û em li dijî hêza guhertinê ya dîn têdikoşin ji ber wê di nav me de berdewamiya adetên êwra cahîliyeyê li ser lingan û jîndar dixuyin.

  1. Cureyên Zewacê

1.1. 1. Şîxar

Di ferhengê de di wateya “rakirin, valabûn û xewlebûn”ê de ye lê di dewra cahîliyeyê de wateyek din girtiye. Şîxar têgeheke fiqhê ye û tê vê wateyê: du zilamên ku jinên di bin welayeta wan de -wek qîz an jî xweha wan- bin bidin hev û bê mahr bi wan re bizewicin.[1] Di vê zewacê de tiştê girîng “bêmahr”bûn e lewra di vir de her jinek ji bo a din dibe “mahr”. Îcar piştî hatina îslamê Hz. Mûhammed (s.a.v.) ji kokê zewaca bi vî şiklî qedexe kiriye.[2] Li ser wate û qedexebûna şîxarê îtifaqek di nav mezheban de heye lê belê wexta tên ser şîrovekirina hedîsa Hz. Pêxember, Henêfî dibêjin mekruh e û Malîkî, Şafîî û Henbelî dibêjin heram e.

Wexta ku em werin û li nav adetên me kurdan binerin têgeheke ku bi wateya xwe pir dişibe şîxarê derdikeve pêşberî me: Berdêlî. Ev jî çi bigire bi heman awayî çêdibe û qîz an jî xweha du aliyan ji yê din re dibe “jin” û bi vî şiklî ji heqê qelen xelas dibin. Di vir de em dikarin bibêjin bêtir ji ber aboriyê milet li çareyeke werê digere lê wexta ku em li mînakinan dinerin em dibînin ku malbatên mezin jî ji bo ku qîzên xwe nedin “derve” vê rêyê tercîh dikin. A soxî mînaka duyem jî tê û li aboriyê disekine lewra malmezin bi vî şiklî hem îtîbara xwe diparêzin û hem jî bi merivantiya malmezineke din nahêle ku qîza wan têkeve mala “feqîran”. Ango berdêlî dibe sedem ku du hêzên mezin bigihên hev û bi vê hevgirtinê hêzeke mestir derkeve holê.

1.2. Makt

Di malbatekê de mêrê jinekê bimiraya, ew jin dibû wek malê mîratê û ji tiyê wê an ji lawê jinbavê kê ewilî “çakêtê xwe biavêta ser jinê” êdî dibû jina wî, ku wî kesî bixwesta karîbû wê bi hinin din re mahr bikira û qelenê wê bistenda, bixwesta karîbû pê re bizewiciya û bixwesta karîbû heta mirinê nehişta ku bi yekî din re bizewiciya. Carinan ku lawê jinbavê biçûk bûya, jin disekinandin heta ku lawik mezin bibe û digotin bila lawik biryarê bide û wê pirsgirêkê çareser bike. Ku jinik berî ku kesek çakêtê xwe biavêje ser wê, xwe bigihanda mala bavê xwe azad dihat hesibandin. Ji bo ev yek bê terikandin ewilî ev ayet nizûl bû “Ey Mumînno! Hûn bi zorê ji jinbiyan re bibin warîs ji we re ne helal e [yanî piştî wefata bavê xwe hûn cilê xwe bavêjin ser jinbava xwe û hûn bibêjin “ev jin aidî min e” ya jî hûn jinbira birayê xwe yê mirî wek malê mîratê bibînin û lê xwedî derkevin ya jî jina we ya ku hûn jê hez nakin û ji ber wê jî nexweş bi wê re tev digerin sirf ji bo ku hûn li ser malê wê rûnên hûn bi zorê di bin nîkaha xwe de bihêlin ne helal e][3]. Li gor hin mufessîran piştî nizûla vê ayetê jî hin misilmanan ev adet dewam kir; lewma îcar ev ayeta han nizûl bû. “… Ji niha û pê ve bi jinên ku bavê we demekê bi wan re zewiciye (bi jinbava xwe re) qet nezewicin…[4]Piştî nizûla vê ayetê di nav misilmanên vê dewrê de zewaca bi vî şiklî û sînorkirina azadkirina jinê ji ortê rabû. Lê belê wek bermayiyên nexweşiyekê ev yeka hanê di nav hin gelan de bi forminî din didome.

Li Kurdistanê jî li herêminan bi temamî ne bi vî şiklî be jî wexta ku meriv bi hûrgilî lê binere şopa vê adetê di nav kurdan de jî dibîne. Ji bo vê xebatê min ji derdora xwe pirsî û li gor bersivan tiştekî weha derket pêşberî min: wexta ku jinek jinbî bimîne û bixwaze here mala bavê xwe bi şertekî dikare here; encax zarokên xwe li mala xezûranên xwe bihêle û here. Wexta ku jin xweşik be heta ku ji mala xezûranên wê tê, wê bernadin û wê bi tiyê wê re dizewicînin. A rast ev yek bi dilê jinikê(!) ye jî. Lewra ger ku jin here mala bavê xwe êdî ji ber ku bûye yeka jinbî ya wê here ser sêwiyan, ya wê here ser hewiyê û ya jî wê bi extiyarekî re bizewice. Jina jinbî ji bo ku nekeve rewşeke werê wexta ku tiyê wê bi dilê wê jî be ji talûkeyeke bi vî şiklî xelas dibe. Di vê rewşa nuh de hem tiyê wê azib e û nakeve tora hewiyekê an jî extiyarekî û hem jî bi zewaca bi tiyê xwe re ji zarokên xwe venaqete û li ser wan rûdinê.

Ger ku tiyê jinikê biçûk be carinan jinê li benda tiyê wê disekinînin ku mezin bibe û dûre bi wî re dizewicînin[5] (mînakek ku ez pê dizanim jinik bi bûkanî çû malbatekê û wexta ku çû tiyê wê ewqasî biçûk bû ku jinikê heta serê wî jî şuştibû lê piştî ku mêrê wê mir ew sekinandin û bi vî tiyê wê re zewicandin.) Ji bilî van mînakên me li jor dan gelek adetên din ên zewacê di dewra cahîliyeyê de hene lê ji wan ev her du dişibin adetên me kurdan. Ji xeynî wan mût’a, îstîbda, hidn jî hene ku her yek ji wan ji ya din ecêbtir e lê min nêzîkatiyek bi adetên herêma me re nedît.

  1. Cureyên Hevberdanê

2.1. telaq

Di ferhengê de di maneya “serbestmayîn, serbestberdan, ji benê xwe xelas bûn”ê de ye lê di fiqhê de tê maneya xerabûna peymana nîkahê.[6]

2.2. Hulle

Di maneya “helalkirin”ê de hulle beriya îslamê dihat tetbîqkirin û heta niha jî li hin ciyan didome. Jina ku bi sê telaqan ji mêrê xwe hatiye berdan ji bo ku karibe li mêrê xwe vegere divê zewacek din di serê wê re derbas bibe. Di Qur’ana Kerîm de Xwedayê Teala weha ferman dike: “…piştî berdanekê an du berdanan ku mêr bixwaze dikare jina xwe bi başî li cem xwe bihêle, bixwaze dikare bi xweşikahî wê serbest bihêle… ger ku mêr, jina xwe cara sêyem berde, êdî ji wî re ne helal e. Lê belê heger jina jinbî bi zilamekî din re bizewice, û ew mêr jî wê berde, [piştî xelasbûna wextê îddetê[7]] di zewaca bi mêrê berê re tu fikare nîne.”[8] Îcar kesên ku xwestine ji xwe re di vir de rêyekê bibînin, ji bo “cara sêyem” li gorî xwe çareyek dîtine. Li gorî dîn ji bo ku jin karibe bi mêrê xwe yê ewil re bizewice, divê li gor dilê xwe bi yekî din re bizewice û piştî ku bi wî mêrê nuh jî li hev nekir û hev berdan an jî mêrê wê bimire û bixwaze bi mêrê xwe yê ewil re bizewice dikare lê vegere. Îcar kesên ku hulleyê dikin diçin yekî eyar dikin û zilam û jinik têkiliya zayendî pêk tînin û pê ve hev berdidin û jinik dîsa li mêrê xwe yê ewil vedigere. Ev yeka hanê ji aliyê Pêxemberê me jî wek tiştekî qirêj hatiye dîtin û kesê ku hulleyê dike û dide kirin wek kesên ku laneta Xwedê li wan bariyaye îlan kiriye[9] û kesê ku hulleyê dike wek “nêriyê bi kirê” wesifandiye.[10] Ji ber ku di vir de zewaceke kurtedemî heye ji aliyê hin aliman wek zewaca mût’ayê hatiye dîtin ku ev cure zewac li gor ehlî sunetê heram e[11].

Wexta ku em li adetên me dinerin em dibînin ku tiştekî pir dişibe vê yekê dîsa derdikeve pêşiya me. Di nav me kurdan de jî piştî ku yekî bi sê telaqan jina xwe berda û pê ve diherin cem yekî û ji bo “berdanê”, zewacekê li dar dixin. Ji vê yekê re dibêjin “cehşkirin” an jî “dehşil qadî”. Kesê ku wek dehşil qadî tê bikaranîn divê çil rojî bi jinikê re zewicî bimîne û piştre wê berde lê carinan mêrik li jinikê asê dibe û wê bernade û pirsgirêkinî mestir derdikevin. Heta ji bo pêşiyê li tiştekî werê bigirin jinikê bi yekî dîn û kêmaqil re dizewicînin û hem mesela lêasêbûnê çareser dikin hem jî ji ber kêmaqiliya wî dibêjin belkî bi jinikê re ranekeve û bê metirsî ji vê bobelatê xelas bibin. Ya jî wexta ku vê peymanê dikin ji mêrê nuh re dibêjin “binere wa tu bi jina min re dizewicî lê divê tu pê re ranekevî”. Di dehşil qadiyê de jî mêrik û jinik têkiliyeke zayendî dikin û hin dibêjin ji bo ku dilê mêrê ewil têkeve cî ku jina wî bi yekî din re zewiciye, divê mêrik li bin text be û jina wî ya berê û mêrê nuh li ser text bi hev re razên û mêr bibe şahidê vê yekê. Zewaca bi mêrê ewil re, wek me li jor jî got piştî ku jin û mêr hevdu berdan û jin bi dilê xwe bi yekî din re zewicî û piştî ku vê zewaca jî bi dawî bû, jinik bi dilê xwe bixwaze dîsa bi mêrê xwe yê ewil re bizewice dikare pêk were. Ji bilî vê, jin piştî ku mêrê xwe yê ewil berda, a rast heta çar meh û deh rojan jixwe nikare bi yekî din re bizewice ji ber ku ger jin ji mêrê xwe yê ewil bi halekî mabe bi vê sekinandinê bavê zaroka di zikê wê de tevlihev nebe. Îcar wexta hulle wek çareyekê bê dîtin û bê bikaranîn hemû qedexekirin û îddet û sekinandinê didin aliyekî û zewaceke formalîte li dar dixin.

2.3. Zihar

Yek ji cureyên hevberdanê yê dewra cahîliyeyê jî zihar e. Zihar ev tişt e ku zilamek jina xwe bişibîne diya xwe an jî mehremek xwe ya din.[12] Ev yek berî îslamê hebû. Ji ber ku di nav erebên cahîliyeyê de wek cureyekî hevberdanê ev yeka han bi hevoka “tu ji min re wek pişta (zahr) diya min î.” dihat gotin navê ziharê stendiye. Di nava misilmanên ewil de jî zihar dewam dikir heta ku jina bi navê Havle bîntî Sa’lebe tê cem Hz. Pêxember û gazina mêrê xwe dike. Li gor gotina wê, mêrê wê jê re gotiye “tu ji min re wek pişta diya min î” û dûre ji wê gotina xwe poşman dibe, jinik radibe tê cem Hz. Pêxember û dibêje çareyekê jê re bibîne. Bela ku hîn ayetek li ser vê mijarê nizûl nebûbû nizanîbûn wê çawa bikin û Hz. Pêxember jî dibêje hîn derheqê vê mijarê de tu emir daneketiye lewra wê nikaribe tu rêyan li ber bixîne. Piştî vê bûyerê ayetine ji sûreya Mucadeleyê nazil dibin: “…ji nav we kesên ku bi riya ziharê [yanî bi gotina “tu êdî ji min re wek diya min î”] jina xwe berdane bila bizanin ku bi gotina bi vî şiklî ew jin nabin diyên wan. Diyên wan ew jinên ku ew anîne dinyê ne.[13]…” Piştî nazilbûna van ayetan hikmê ziharê guherî û mêran dev ji berdana bi vî şiklî berdan.

Em berê xwe bidin kelepora kurdan em dîsa rastî tetbîqek bi vî şiklî tên. Zilamê ku bixwaze jina xwe berde jê re dibêje “tu diya min î, tu xweha min î, li ser doşeka resûlullah min tu berdayî” piştî vê gotina zilam, berdan çêdibe û jinik diçe mala bavê xwe. Gotinên me û yên dewra cahîliyeyê dişibin hev îcar me “doşeka resûlullah” jî pê ve kiriye û bi vî awayî me formekî dînî daye gotina xwe. Xwedêgiravî hevok werê bê sazkirin ji hêla dîn jî berdan “caîz” e û tu kes nikare tê de xeber bide. Helbûkî me li jor jî got ev adet a dewra cahîliyeyê ye û bi îslamiyetê re ji ortê rabûye. Lê ji ber ku li hesabê “me” nehatiye me ev adet jî parastiye û tew di ser re me ew kiriye “îslamî” jî.

  1. Îhdad

Di ferhengê de di maneya “menkirin û sînorkirin”ê de ye lê belê di fiqhê de tê wateya şîngirtina jinê. Yanî jina ku zilamê wê mir û jinbî ma heta salekê şîna mêrê xwe digire û di vê demê de xwe dixe odeyek biçûk an jî çadirekê, cilê xwe yê kevn li xwe dike, xwe naşo, bêhna xweş li xwe nake, porê xwe şeh nake, cilên rengîn li xwe nake, neynûkê xwe jê nake, kil naxe çavên xwe û bi vî şiklî xwe tam dixe rewşa şîngirtinê, piştî salekê bi hin tevgerên sembolîk (wek destdana ker, mîh an jî çûkê) îlan dike ku dema şîngirtinê qediyaye û vedigere jiyana xwe ya normal.[14] Îcar piştî îslamê ev dema şîngirtinê hatiye kurtkirin. Jina ku zilamê wê mir, bêyî ku ji isûlê derxîne ya çar meh û deh rojan ya jî ku bi halekî be jî heta welidandinê dikare şînê bigire. Di vê demê de hatiye xwestin ku jin, xwe ji tevgerên ku pê ahlê zilamê wê biêşin an jî wek haziriya zewacek nuh bên fahmkirin dûr bixîne.[15]

Di nav me kurdan de bi her çi şiklî be, jinek mêrê wê bimire an jî wê berde heta ku yek neyê û wê nexwaze nikare xwe bixemilîne û li xwe binere. Wexta ku cilên xweşik li xwe bike, kil têxe çavên xwe û gelekî bigere wek eybeke mezin tê dîtin û tê gotin ku “ji xwe re li mêrekî digere”. Jixwe kesa jinbî wek yeka “biqisûr” tê dîtin. Heta ji bo jinbiyan di nav gel de peyveke bi vî şiklî jî heye “dawa wê udrê (özür) wê ye”. Yanî zewaca ku di serê wê re derbas bûye êdî jê re bûye udrek û wek ku qebhetek kiribe tê nirxandin. Heçku li gor adetê divê heta mirinê jinik şîna mêrê xwe bigire, lê belê ev yek ne di dîn de ne di cahîliyeyê de hebû lewra di dewra cahîliyeyê heta salekê bû û bi îslamiyetê jî ev dem bû çar meh û deh roj. Jina ku jinbî ma heqê wê û zewacek nuh tuneye lê wexta jina yekî bimire dikare di demeke pir kurt de bizewice heta ji bo yekê gotineke weha jî heye: “Zilam ku jina wî dimire, li ser mezel çavê xwe digerîne.” Ji bo mêran werê ye û hema piştî mirinê heqê wan û zewacê heye îcar ev zilma ku heta mirinê li ser jinê ye çavkaniya xwe ji ku digire?

  1. Mîrat

Di dewra cahîliyeyê de mîrat tenê para zilamên ku karibin şer bikin û welat biparêzin bû. Jixwe gelek caran ji ber ku jin jî wek “malê mîratê” dihat dîtin, ew û zarok ji mîratê bêpar diman. Ku yek bimira û pê ve kurên wî yên mezin hebûna hemû mîrat ji wî re dima, ger ku kurên mêrik tunebûya malê mîratê ji yên nêzîk ber bi yên dûr ve ji merivên wî re dima.[16] Vê yeka han heta salên ewil ê îslamiyetê jî dewam kiriye heta ku jina sehabeyê bi navê Sad b. Rebî (r.a.) bi du qîzên xwe tê hizûra Hz. Pêxember (s.a.v.) weha dibêje: Ya Resûlê Xwedê, ewên ha qîzên Sad in. Bavê wan di herba Ûhûdê de şehîd ket. Niha jî apê wan dest daniye ser malê wan û tu parê nade wan. Helbûkî ev qîzên reben bê mal nikarin bizewicin. Piştî ku Hz. Pêxember li jinikê guhdar dike û pê ve dibêje wê Xwedê Teala li ser vê mijarê hikmê xwe diyar bike û piştre ayeta mîratê nazil dibe. Di vê ayetê de Xwedê Teala weha ferman dike: “[Ey Mumînno!] Xwedê derheqê mîratê de li ser para zarokên we vêya emrî we dike: Para kur ji mîratê, du caran li para qîzê ye….”[17] di vê ayetê û ya piştî wê de kesên ku para wan ji mîratê heye û rêjeya wan bi hûrgilî hatiye diyarkirin.

Di nav me kurdan de jî bêparbûna ji mîratê ya jinan hîn jî aktîf e. Jin a soxî wê bizewice û wê ji malê here lewra wexta ku ji mîratê parê bidinê wê ev “mal” biçe ji “xerîban” re ya baş ji bo kurên malê kêm nemînin hemû mal ji wan tenê re bimîne. Ev yeka han ku ez dibêjim dibe ku îstisnayê wê hebin lê li gor çavdêriyên min li Kurdistanê ev yek berbelav e. Wexta ku doza mîratê vedibe kurên malê bi dilxweşkirinê tên cem xwehên xwe, rizaya wan distînin û wekaleta mal tînin ser navê xwe. Bira jî li gor camêriya xwe, ya kirasekî ya jî perçeyek qumaş ji xwehên xwe re dikire û dilê xwehên xwe xweş dike. Wek ku me got mînakên îstisna jî hene lê belê wexta ku xweh para xwe nede birayê xwe, ya ji hev dixeyidin ya jî hevdu bê minet dikin. Di vir de hişmendiya mêran pir balkêş e. Jê heye ku jixwe ev malê ku ji dê û bavê wî maye yê wî tenê ye û divê xwehên wî bêyî libergerînê qebûl bikin ku para xwe bidine wî. Wexta ku jin para xwe nedinê gelek caran ji aliyê civakê ve jî wek tiştekî eyb kiribin tên dîtin.

  1. Sedem – Nirxandin

Di kelepora me kurdan de her çiqas adetên me yên ku em pê serbilind bibin pirr bin jî tiştên ku meriv pê ecêbmayî bimîne jî ne kêm in. Lê ez bi xwe heta ku min dest bi vê nivîsê nekir û ev mijar nekola, min nizanîbû ewqas tiştên ecêb di kelepora me de hene. Ev adetên ku me li jor rêz kirin hin ji wan ji holê rabûne, hin ji wan bi dizî didomin û hin ji wan mixabin hîn jî jîndar in. Mesela zewaca berdêlî ji zû de ye çênabe, hulle ya çênabe ku çêbibe jî bi dizî çêdibe lê wexta ku em tên ser meseleya mîratê em dibînin ku ew hîn jî li ser xwe ye û hikmê xwe didomîne. Di vir de ji ber ku mijar dibe pere, xuya ye heta demeke dirêj jî wê jin ji mîratê bêpar bimînin. Mêr belkî di tiştinî din de bi ya dîn û mehkemeyan bikin lê ji bo ku malê xwe nedin “derve” çi çare hebin bi kar tînin û wê bi kar bînin. Wek mînak erdê xwe, malê xwe an jî erebeyên xwe hema ku lawikê wî reşît dibe û pê ve dibe ser navê wî û bi vê yekê ji aliyê fermî jî ji parvekirina mal xelas dibe. Kur ji bo ku mal bîne ser navê xwe nema mecbûr dimîne li ber xwehên xwe bigere. Ango xweh bi fermiyetê nikarin dawa tu malî bikin.

Di mijara telaq û berdanê de di van salên dawî de tiştên wek ku me li jor qal kirin kêm bûne. Elbet gelek sedemên vê yekê hene lê yek ji sedemên vê yekê jî guherîna nifşan e. Lewra nifşên berê bêtir di nav civakeke girtî de bûn û ji wan re tiştê herî bi qîmet namûs û telaq bûn. Wexta ku sond dixwar bi piranî digot “bi sê telaqên bê fitû”. Îcar ku wek wî nedibû û diviya li gor sonda ku xwariye soza xwe bîne cih mecbûr dima jina xwe berde. Lê ji ber cahîltiyê nizanîbû bê wê çawa ji nav vê pirsgirêkê derkeve û çareser bike. Di vir de dîn, kevneşopî û çand tevlihev dibe û tiştekî sentetîk derdikeve holê ku li tu tiştî nayê. Rêbaza çareserkirina vê pirsgirêkê ne bi dilê wî be jî xuya ye ku ji bo soza xwe bîne cih gelek tiştan dide ber çavên xwe. Îcar nifşên nuh, ne bi telaqan sond dixwin û ne jî li gor zanyariya vê serdemê tiştekî bi vî awayî qebûl dikin. Lewra ev yek ne yeka ku meriv qebûl bike. Ev neqebûlkirin ji bo her du aliyan jî derbasdar e. Di vê serdemê de jin bi mafên xwe mêr jî bi berpirsiyariyên xwe li gor berê bêtir hay ji dinyayê hene û bûyereke werê were serê hinan tu kes serî li “çare”yeke werê nade.

Di vir de belkî meriv dikare vê yekê jî bibêje di nav me kurdan de berdan wek tiştekî nexweş tê dîtin û ji bo ku jin û mêr hevdu bernedin gelek kes dikevin navbera wan. Ji bo bextewariya malbatê û mexdûrnekirina zarokan a girîng dewama zewacê ye. Dibe ku, ji bo tu kes serî li çarene bi van şiklên li jor nede, adetine bi vî şiklî ketibin çanda me lewra yekî ku bifikire ji bo ku li jina xwe vegere bê wê di çi qonaxan re derbas bibe belkî bi hêsanî peyva “berdan”ê û “sê telaqan” bi kar neyîne. Jixwe Hz. Pêxember jî di hedîseke xwe de weha dibêje: “sê tişt hene ku ev cidiya wan jî cidî ye henaka wan jî cidî ye. Evên han; nîkah, berdan û rî’cat (piştî berdanê vegera li hevserê xwe) in.”[18] Di dîn de heneka berdanê nabe lewra malbat girîng e û em giş pê dizanin bê berdan bi xwe re çi pirsgirêkan tîne.

A rast piştî hatina îslamê gelek ji wan adetan ji holê hatine rakirin lê belê çandê di mijara jinê de di gelek cihan de zora dîn biriye an jî ev yeka bêtir li hesabê mêran hatiye û werê bi kar anîne. Di vê nivîsê de meqseda min danberhevek û girtina wêneyekî giştî bû. Lewra li ser zewac û berdan û mîratê di îslamê de kulliyatek mezin heye û ku ez têkevim nav ez ê ji meqseda vê nivîsê dûr bikevim. Ji ber ku ne ev nivîs nivîseke dînî ye ne jî kovar kovareke dînî ye, meqseda me hayjêçêkirina ji çanda me û lêgerîna şopên wê ye lewra di vir de em nîqaşa mijarên dînî nakin.

Encam

Folklor, çand û kevneşopî ji bo neteweyan hêmayên girîng in û tecrûbe û zanyariya bi sedan salan ji me re tînin heta îro. Ku meriv wan têgehan bişibîne rêyekê tê dîtin ku li ser van rêyan carinan qezanin jî çêbûne, ji bo ku ji rêyê bê îstîfadekirin divê em van “enqaz”an bidin aliyekî û rêyê vekin. Wexta ku îslam hat, adetên wê herêmê ya domand ya hinekî guhert û domand an jî bi temamî ji holê rakir. Tecrûbeya însanên wê herêmê ya bi salan kevneşopiyek ava kiribû û dînê ku hat jî li ser vê kevneşopiyê rûnişt. Dîn hat û pê ve kevneşopî li gor dînê nuh tên kontrolkirin û tê de tiştên ku li dijî dîn bûn tên avêtin. Tiştek ji ber ku kevneşopî ye ne li dijî dîn e û dijberî vê yekê ji ber kevneşopî ye ne dînî ye. Em kurd di vir de tevliheviyê dikin; kevneşopiyê wek dîn dinirxînin û tiştên ku divê bên avêtin ji ber wê li ber çavên me nakeve.

Tiştek, tenê ji ber ku di çandekê de heye ne hewce ye meriv jê re rêzê bigire, dibe ku ev adeta ji ber cahilî û nezaniya wê demê hatibe tetbîqkirin û niha şaşiya wê eşkere be. Jixwe yê ku çandekê dike çandek însan bi xwe ne, îcar em tecrûbeya wan însanên berê li ber çavan bigirin û ya însanên niha “nebînin” em ê xwe înkar bikin. Nuha guhertinekê dest pê kiriye, bivê nevê civakê bi xwe hêdî hêdî dest bi rakirina wan enqazan kiriye. Îcar a xeternak belkî ev be ku wexta em şaşiyekê ji ortê radikin em şaşiyek din li dewsa wê daneyînin û ji berê xerabtir nekin. Meqseda min ji xerabkirinê jî berdana zêde ye, nexwe yê berê ji bo zorkirina berdanê serî li çarenine balkêş dane, îcar em jî rabin û dijberî yên berê berdanê pir hêsan bikin em ê aloziyeke ku nema karibin ji nav derkevin çêbikin.

Milet, berê dînê xwe ji “kitêban” bêtir ji menqîbe, qissayên dînî û baweriyên berê dielimî û jê hebû ev tişên han dîn bi xwe ye. Ji ber wê jî di çareserkirina probleman de serî li wan dida û ji vê tecrûbeyê sûd werdigirt. Ango cahiltiyek hebû û hemû zanîna wan neqilkirina zanîna “ên berî wan” bû. Îcar em dibînin îro zanîn têra xwe heye û li gor vê yekê, divê em rastî problemên bi vî awayî neyên. Lê mixabin vê nakokiya ku di nav gel de heye, tenê bi “zanîn”ê nayê çareserkirin. Divê hişmendiya serdestiya mêran bê guhertin û wexta biryarek li gor dîn bê dayîn mafê jinê neyê binpêkirin. Ne hêsan e ku mêr zû bi zû dev ji berjewendiyên xwe berdin. Vê adeta ku bi salan didome ku bawerî jî nikaribe biguherîne di vir de berxwedanek dixuye. Lewra çandê di vir de xwe xistiye nav qalikekî ku tu hêzên ji derve nikare pê. Tevî ku hêza dîn a guhertinê pir aşkere ye jî di vê mijarê de zora çandê nebiriye. Ev qalikê dora çandêdi mijara zewac û berdanê de roj bi roj zeîf dibe lê di meseleya mîratê de xuya ye zû bi zû teslîm nabe.

[1] Hasan Güleç, “Şiğâr” DİA, Stenbol, XXXIX, rp. 142-143

[2] Bûxarî, “Nîkah” 28

[3] Nîsa 4/19

[4] Nîsa 4/22

[5] Fîlmekî tirkan ku serekkaraktera wê Türkan Şoray e û mijara wê jî wek vê mînakê ye heye. (Sultan Gelin, Halit Refiğ, 1973)

[6] H. İbrahim Acar, “Talâk”, DİA, Stenbol, XXXIX, rp. 496-500

[7] Mût’a, bêtir li Îranê tê tetbîqkirin, mêr ji bo demek diyarkirî bi jinekê re zewicî dimîne û piştî wê jî hev berdidin, li gor ehlî sunnetê ev yek wek zinê tê nirxandin.

[8] Baqara, 2/229-230

[9] Ebû Dawûd, “Nîkah”, 15; Tîrmîzî, “Nîkah”, 28; Nesaî, “Telaq”, 13, “Zinet”, 25; Îbn Mace, “Nîkah”, 33

[10] Îbn Mace, “Nîkah”, 33

[11] Jina ku zewaca wê bi şiklekî bi dawî bûbe ji bo ku cardin karibe bizewice divê demekê bisekine, ji vê yekê re di fiqhê de “îddet” tê gotin.

[12] Mustafa Öztürk, Cahiliyeden İslamiyet’e Kadın, 2013, Ankara, Ankara Okulu, r. 50 (vê gotarê îlhama xwe ji vê pirtûkê stendiye)

[13] Mucadele 58/2

[14] Azîmâbâdî, Avnü’l-Ma’bûd, VI. 403-404; Cevâd Ali, el-Mufassal, V.557. veg. Öztürk 2013: 57

[15] Mustafa Baktır, “İhdâd”, DİA, Stenbol, XXI, r. 531.

[16] Mustafa Öztürk, Cahiliyeden İslamiyet’e Kadın, 2013, Ankara, Ankara Okulu, r. 72

[17] Nîsa 4/11

[18] Ebû Dawûd, “Talâk”, 9; Tîrmîzî, “Talâk”, 9

ÇAVKANÎ

Acar,H. İbrahim “Talâk”, DİA, Stenbol, 2010

Baktır, Mustafa, “İhdâd”, DİA, Stenbol, 2000

Güleç, Hasan, “Şiğâr” DİA, Stenbol, 2010

Öztürk, M.(2013). Cahiliyeden İslamiyet’e Kadın, Ankara: Ankara Okulu

Öztürk, M.(2014). Kur’an-ı Kerim Meali, Anlam ve Yorum Merkezli Çeviri, Ankara, Ankara Okulu

Share.

Leave A Reply