DI NAVBERA NETEWEPERWERÎ Û MAFÊN JINAN DE:

Tevgera Jinên Kurd li Iraqê:[1]

NADJE AL-ALI Û NICOLA PRATT JI ÎNGILÎZÎ: FEXRIYA ADSAY

Puxte: Ev gotar bi riya vekolandina tevgera jinên kurd ên li Iraqê, ku kêm hatiye lêkolînkirin, li ser aliyekî mîkro-polîtîkayên ‘Iraqa nû’ disekine. Bi saya hevpeyvînên bi jinên çalakger ên li Hewlêr û Silêmaniyê, di ser pêwendiya neteweperweriya kurdî û femînîzmê re em çalakî, stratejî û armancên wan ên ji 2003yan vir de pênase û analîz dikin. Em nîqaşên di nav jinên çalakger de, ji têgînkirina neteweperwerî û femînîzmê an ji çarçoveyên dijber an lihev ên bo van çalakgeran bêtir, wek hewldanên ‘vegotin’a neteweya kurd bi taybetî wek bersiva realîteyên ‘Iraqa nû’ fam dikin. Em îdia dikin ku li Kurdistana Iraqê neteweperwerî bi serê xwe li ber mafên jinan ne asteng e. Berevajî vê, heta vêga ev kêmasiya çalakgerên jin bû ku li ser bêpêwendîtiya navbera netewe û dewletê disekinîn ku dikare rê li ber serkeftinên têkoşîna wan bigire.

Peyvên sereke: Iraq, neteweperweriya kurd, tevgera jinan, partiyên siyasî.

Destpêk

Yek ji mijarên ku di lîteratura derbarê Iraqê de ji aliyê dîrokî ve û bo ‘Iraqa nû’ hatiye îhmalkirin rola jinan û zayendê ye. Gelek ji lîteratura îro li ser meseleyên makro-siyasî û siyasî-stratejîk ên wek tundî, rola DYAyê di pêvajoyên siyasî yên pişt-dagirkeriyê, neft, nûkirinên makezagonî û federalîzm, an ew tiştên ku Koma Qeyranê ya Navneteweyî wek dabeşkirina desthilatdarî û çavkaniyan xulase dikin (International Crisis Group, 2008), hûr dibe. Bi gelemperî ev têkoşîn wek ku di nav bijarteyên siyasî û leşkerên wan de derbas dibe, tê nîşandan. Lê, biryar û kirinên siyasetmedar û komên çekdar, girêdayî qabiliyeta wan a bi riya sazkirina ramanên etno-neteweperwerî an nasnameyên olî seferberkirina nifûza sivîl e ku projeyên wan ên siyasî destek bikin. Di vê seferberkirinê de ramanên derbarê pêwendiyên zayendî yên ‘guncav’ ciyekî girîng zevt dikin û di asta lokal de di nav jinan (û mêran) de ji bo berxwedan an cîgirtinê qadên nû vedike. Ji ber ku jin siyasetên zayendî û etno-neteweyî yên ‘Iraqa nû’ muzakere dikin, ev gotar ji bo famkirina van mîkro-siyasetan, çalakî, stratejî û armancên jinên kurd ên li Iraqê analîz dike.

Me bala xwe da nîqaşên li ser pêwendiya neteweperwerî û femînîzmê da ku em çalakgeriya jinên kurd ên Iraqê analîz bikin. Mijara ku gelo neteweperwerî û femînîzm li hev dikin an dijberên hev in, di nav zanayên femînîst de bûye kaniya nîqaşan (Anthias and Yuval Davis 1989; Cockburn 1998; Jayawardena 1986; Yuval Davis 1997, 2004

7

, 2004, yên din). Gelek femînîst, bi taybetî li Ewrûpa û Amerîkaya bakur, neteweperweriyê wek dijbera armanc û têkoşînên femînîst dibînin (Cockburn 2007: 192–202). Li aliyekî din, di peywendên kolonyal û post/neokolonyal de, wêneyê derdikeve holê bêtir têkel e. Yek, ji ber li Rojhilata Navîn demxexwarina femînîzmê, têgehên ‘femînîst’ an ‘femînîzm’ê kêm caran tên emilandin û jin ji bo pênasekirina armancên çalakgeriya xwe navlêkirinên curbicur bi kar tînin (al-Ali 2000: 47). Li vir, em behsa wan jinên ku wek çalakgerên mafên ‘jinan’ têdikoşin da ku di qada giştî de rola jinan zêdetir bibe, ji bo jinan bêtir çavkanî û/an derfet bên dayin an dawî li ferqîyetên di zagonçêkirinê de bînin, dikin. Du, li Rojhilata Navîn em dibînin di tecrûbeyên derbarê pêwendiya navbera ‘femînîzm’ û ‘neteweperwerî’yê de çeşîddariyek heye. Sophie Richter-Devroe (2009) destnîşan dike ku piraniya jin û mêrên filistînî ne alîgirên siyaset û helwestên femînîst in ku wan wek dijberî têkoşîna wan a bo mafên filistîniyan dibînin. A din, xebata Frances Hasso ya derbarê Cepheya Demokratîk a bo Rizgariya Filistînê de destnîşan dike ku di nav peywendeke ku ji têkoşîna leşkerî bêtir, seferberiya girseyî stratejiya sereke ya tevgerê ye û îdeolojiya tevgerê wekheviya jinan wek nîşandêra modernbûna tevgerê destek dike, netewe-perwerî dikare failbûn û xurtbûna jinan hêsantir bike (Hasso 1998).

Lê, li Rojilata Navîn, em gelek caran dibînin ku neteweperwerî bi ol re li hev hatiye badan û li hemberî ramana ‘rizgariya’ jinan a di nav paradîgmaya modernîst de, disekine. Mînak, tevgerên îslamî ku qaşo li hember rejîmên otorîter ên sekuler û/an dagirkeriya biyaniyan radibin, gelek caran piştevaniya qaîdeyên mihafezekar dikin, wek sernixumandina jinan û li gor şîroveyên mihafezekar nûkirina zagonên malbatî, di heman demê de jî jinan wek parçeyek ji van tevgeran seferber dikin (Moghadam 1994). Ji aliyekî ve jî, Margot Badran dide xuyakirin ku femînîstên misrî yên sedsala bîstemîn di çarçoveya îslamê de xebitîne û daxwaza neteweyî bi pêş xistine (Badran 1995). Shahrzad Mojab (2004, 2009), di nav peywenda kurdên Iraqê de behsa doza neteweyî dike û dibêje ku tevgerên îslamî-neteweperwerî û neteweperweriya sekuler her du jî rê li ber siyaseteke zayendî ya veguherîner digirin û li hember tundî û newekheviyên kok-zayendî ji analîz û têkoşîneke femînîst re dibin asteng.

Li Iraqê, ku dewleteke pir-neteweyî û pir-olî ye, neteweperweriya dewletî parçebûn û sekteryanîzma neteweyî dijwar dike û bo berxwedan û dijberiya li hember dagirkirina bi serkêşiya DYAyê û, hin caran, ji 2003yan vir de li hember çendîn hikûmetan katalîzoreke girîng bû (al-Ali and Pratt 2009). Lê, ji mêj ve ye neteweperweriya Iraqê ji aliyê siyasî, aborî û çandî ve kurdên ku ji 1923yan û vir ve ku bi dewleta Iraqê ve hatine girêdan, marjînalîze kirine. Neteweperweriya Iraqê, rê li ber çalakgerên mafên jinan girtine û bi teqlîdkirina ‘rojeva rojavayî’, bi xayînbûna bi neteweyê re û bênirxkirina meseleyên siyasî ‘yên girîngtir’ hatine tawanbarkirin. Ev tawanbarkirin ji destpêka sedsala bîstemîn ve, ne tenê li Iraqê, musalatî femînîst û femînîzma li Rojhilata Navîn bûye.

Dibe ku cureyê ‘femînîzm”ê an ‘mafên jinan’ girîng be di pênasekirina pêwendiya wê ya bi neteweperweriyê re. Çalakgerên mafên jinan ku bi riya perwerdehî û îstihdamê, daxwazên xwe li ser derxistina jinan a bo qada giştî kom dikin, dikarin gelek caran bi daxwazên neteweperwer ên bo ‘modernîzekirin’a neteweyê li hev bikin wek ku Frances Hasso (1998) ev rewş di Cepheya Demokratîk a bo Rizgariya Filistînê tespît kiribû. Lê, çalakgeriya mafên jinan ku li ser meseleyên wek tundiya li hember jinan an zagonên malbatî hûr dibe, dikare bêtir bi şerekî dijwartir rû bi rû bimîne, ji ber ku serkêşên şerê neteweyî çawa ku bo serweriya welatê xwe têdikoşin bo serweriya neteweya xwe jî têdikoşin. Ev têkoşîna kontrolkirinê bi sazkirina nasnameyên neteweyî jî ku tevgerên neteweyî seferber dikin re eleqedar e. Partha Chatterjee dibêje elîtên neteweperwer nasname û çandeke neteweperwer a ‘otantîk’ ku ji ya Rojava ciyawaz e saz dikin. Ev ciyawazî di qada çandê de û, girêdayî vê, qada taybet a pêwendiyên zayendî de tê bicîkirin, ne di ‘qada derve’ ya teknolojî, aborî an leşkerî de (ku Rojava her tim dikare raseriya xwe îdia bike) (Chatterjee 1993).

Herwiha, hewldanên bo afirandina nasnameyên neteweyî yên ‘otantîk’ sazkirina qaîdeyên zayendî yên taybet divê. Di peywenda kurdên li Iraqê, ciyawazî bi iraqiyên ereb û bi Rojava re eleqedar tê sazkirin. Wek ku ev gotar jî destnîşan dike, ev rewş di helwestên siyasetmedarên kurd yên di warê têkoşîna mafên jinan a li başûrê Kurdistanê[2] rê li ber paradoksan vedike. Ev jî heye, ne tenê elîtên neteweperwer (ên mêr) nasnameyên neteweyî saz dikin, lê mirovên asayî jî daxilî “vegotina neteweyê’ dibin (Bhahba 1994: 145). Em li vir nîqaş dikin ku çalakgerên bo mafên jinan ên li başûrê Kurdistanê bi riya daxwazên xwe yên di warê mafên taybet û çavkaniyan de daxilî ‘vegotina neteweyê’ dibin. Ber bi dawiyê ve, ev gotar armanc û çalakiyên jinên li başûrê Kurdistanê ne tenê wek hewldanên ku mafên jinan daxwaz dikin lê wek mînakên dirûvgirtina neteweperweriya kurd û mafên jinan jî di ber çavan re derbas dike.

Ev gotar bingeha xwe ji 60 hevpeyvînên nîv-binyadkirî (semi-structured) ku di bihara 2007an û payiza 2010an de di nav çalakgerên civaka sivîl, siyasetmedar û profesyonelên li Hewlêr û Silêmaniyê hatine kirin, digire. Hemû jinên ku gotinên wan hatine bikaranîn, ger bi awayekî din nehatibe nîşandan, nivîskaran bi xwe bi wan re hevpeyvîn kirine û navên wan nehatine eşkerekirin. Ji bo pêşkêşkirina lêkolîneke bi kûrahî ya rewşa tevgera jinan li başûrê Kurdistanê em ji van hevpeyvînan îstifade dikin û beyanatên wan di nav pêwendiya bi neteweperweriya kurd û femînîzm/ daxwazên mafên jinan analîz dikin. Di pêvajoya vê lêkolînê de em bi jinên ku endamên parlamentoya Kurdistanê ne an di nav yekîtiyên jinan de ne ku girêdayî partiyên siyasî yên sereke ne, peyivîn: Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), serokê wê Mesûd Barzanî ye, li Hewlêr û dora wê xurt e, Yekîtiya Niştimanperwer a Kurdistanê (YNK) serokê wê Celal Talabanî, serokkomarê Iraqê ye, li Silêmaniyê û dora wê xurt e. Jinên çalakger ên din ku em bi wan re peyivîn û bi partiyên siyasî re eleqedar bûn, ji Partiya Komunîst a Kurdistanê, Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê û Partiya Neteweyî ya Asûriyan bûn. Em bi jinên ku damezirêner an beşdarên yek ji çendîn komeleyên sivîl in jî peyivîn, ên wek Rêxistina Jinan, Rêxistina Perî, el-Amal, Rêxistina Bayê Hêviyê û Rêxistina Xurtkirina Jinan –hemû li Hewlêrê ne; û Rêxistina Asûde ya bo Şerkirina bi Tundî ya li Hember Jinan, Rêxistina Geşedana Civakî ya Kurdistanê, Rêxistina Geşedana Sivîl, Rêxistina Ghassem, Navenda Jinan a Rewanê, Hêlîna Zarokan, Navenda Geşedena Demokrasî û Mafên Mirovan, Navenda Neteweyî ya bo Lêkolînên Zayendî li Silêmaniyê, û ji bilî van parêzer û rojnamegerên jin.

Ev jinên çalakger beşdarî gelek çalakiyên wek alîkariya refah û însanî; perwerdehî û gihandin; weşan û rojnamegerî; projeyên geşedanê; siyaset; xizmetên alîkariya zagonî; piştgirî û parastina qurbanên tundî ya binyad-zayendî; û lobiya siyasî ya derbarê mafên jinan de, dibin. Li bajaran çalakgerên jin di rêxistinên civaka sivîl de baş tên temsîlkirin, di nav partiyan de kêmtir tên temsîlkirin. Piraniya van jinan bajarî ne û ji çîna navîn in û ne mecbûr in ku raman an daxwazên jinên gundewar û/an çîna karker temsîl bikin (Mojab 2009; Fischer-Tahir 2010: 1391). Ji mêj ve piraniya jinên kurd ên çalakger ên bo mafên jinan di nav çarçoveyeke sekuler de dixebitin. Di nav peywenda ku piştî dagiriyê partî û tevgerên îslamî li Iraqa navendî û başûr roleke girîng leyistin, redkirina îslama siyasî di navbera nasnameya kurd û ereb de bû unsûreke girîng a ciyawaziyê. Lê çalakgerên mafên jinan ên îslamî yên kurd çêbûn û bi piranî li hemberî partiyên siyasî (PDK û YNK) ne, ku tê bawerkirin her diçe dikevin nav gendeliyê û ji daxwaz û pêdiviyên gel dûr dikevin. Ji aliyê din ve, jinên kurd ên îslamî çalakgeriya xwe ya siyasî wek tevkariya bidestxistina mafên kurdan didin nasandin û di nav çarçoveyeke etno-neteweperwer de ku li hemberî neteweperweriya Iraqê an çarçoveya netewebuhêr a îslamî dixebitin.

Jinên kurd û têkoşîna bo mafên kurdan û jinan berî û piştî 2003yan

Bi dehan sal in ku jinên kurd ên li Iraqê bo mafên kurdan di nav şer de ne. Lê, heta sala 1991ê, têkoşîna wan ji rojeveke taybet-zayendî bêtir bi piranî derbarê bidestxistina mafên neteweyî de bû (Mojab 1996, 2000, 2003). Ji ber vê hin lêkolîneran îdia dikirin ku neteweperweriya kurdî bêyî ku pêwendiyên bavsalarî yên civaka kurd veguherîne jin seferber kirine (Mojab 2004; Begikhani 2003). Di 1991ê de çêkirina ‘herêma ewle’ derfet da damezirandina rêxistinên nû yên siyasî, vegera jinên hatibûn nefîkirin, damezirandina rêxistinên navneteweyî RCS (NGO) û afirandina mekan û derfetên nû bo jinên kurd ku rojeva mafên jinan pêk bînin (Mojab 2004; Begikhani 2005: 223; al-Ali 2007: 205–208).

Lê, destkeftiyên jinên kurd ên li herêma ewle bi temamî ne erênî bûn. Piştî hilbijartinên sala 1992yan, ji 105 endamên parlamentoyê 5 kes jin bûn (Mojab 2004: 119). Serokatiyên her du partiyan hewl dan bi serokeşîran re tevkariyê bikin û piştî 1992yan li Kurdistana Iraqê rê li ber eşîrvaniyeke nû vekirin (McDowall 2000: 385). Di nav vê peywendê de, gelek caran bi guman li hewldanên jinan dihate nerîn û heta bi awayekî çalak ji aliyê aktorên siyasî yên mêr ve dihatin astengkirin (Mojab 2004; al-Ali 2007: 207). Di Gulana 1994an de PDK û YNK li dij hev rabûn şer, di sala 1999an de başûrê Kurdistanê dabeş bû û bi sedan xortî jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de, komên îslamî yên kurd bi piştevaniya Îranê îslamîzasyona civaka kurd armanc dikirin, bûn xwedî nifûz (Mojab 2004: 129). Gelek jinên kurd di sala 1994an de di navbera Silêmanî û Hewlêrê de bi daxwaza aşitî û lihevkirina her du partiyan meşiyan. Lê heyf e ku, jinên kurd jî di rê de wek dabeşbûna siyasî û îdarî ya başûrê Kurdistanê parçe bûn.

Piştî afirandina herêma ewle ji bo gelek jinên çalakger meseleyeke girîng zêdebûna kuştinên namûsê û sûcên din ên li hemberî jinan bûn ku ji aliyê Shahrzad Mojab (2003) wek ‘zayendkujî’ dihat binavkirin. PDK û YNK her duyan jî zordariya li ser jinan, kuştinên namûsê jî tê de, wek parçeyek ji ‘çanda eşîrvanî û îslamî’ pênase dikirin (Mojab 2004: 122). Ev madeyîkirina çand û kevneşopa kurdan mînakeke sereke ya meyla dîrokî û pir-çandî ye ku di têkoşîn û pêvajoyên neteweperweriyê de mijarên derbarê jin û zayendan ji bo sazkirina nasnameyên neteweyî yên ‘otantîk’ tên bikaranîn (Yuval Davis 1997).

Jinên kurd ên çalakgerên bo mafên jinan digel zehmetiyên ku rû bi rû diman ji bo îptalkirina hukmên di zagona cezayê de ku kuştina jinan li ser navê ‘namûs’ê xweş dibînin, seferber bûn. Di sala 2000î de li herêmên di bin kontrola YNKê de û di sala 2002an de li herêmên di bin kontrola PDKê de di bicîanîna van guhertinan de serkeftî bûn. Digel van guherînan, cezakirina sûcên namûsê kêm bû (Amnesty International 2009). Jinên kurd ên çalakgerên bo mafên jinan ji bo reformkirina zagona derbarê malbatê de ya sala 1959an lobî kirin da ku di warê zewac û hevberdanê de bêtir wekhevî çê bibe. Li herêma di bin kontrola YNKê de Celal Talabanî Pêşniyaznameya 62 (2000), dikir ku bo zilamên ji yekê bêtir jin bînin heta sê salan cezayê hepsê û 10,000 dînar jî cezayê pereyan bê dayin, îmze kir. Lê çawa ku zagona derbarê kuştinên namûsê de hate piştguhkirin, tetbîqkirina Pêşniyaznameya 62yan jî bi îstiqrar nebû.

Bi qewla Shahrzad Mojab, di navbera 1991 û 2003yan de jinên li herêma ewle nedihat wê wateyê ku ji ber sûcên ‘namûs’ê an awayên din ên dîskrîmînasyonê ewle bûn (2004). Li gor Mojab, di vê dewrê de di navbera neteweperwerî, ol û hêza mêran a eşîrî-feodal’ de tifaqek hebû (Mojab 2004: 130). Lê, Mojab didomîne, ‘… di heman demê de, ev tifaq bû sedema berxwedana jin û mêrên ku li Kurdistanê serê xwe bi demokratîzekirina pêwendiyên zayendî re diêşandin (Mojab 2004: 130). Bi gotineke din, xurtbûna hêzên neteweperwer ên mihafezekar û tevgera jinan, du aliyên neteweperweriya kurd in. Di hebûna herêma ewle de ji bo jinên kurd qadeke siyasî vebû ku neteweperweriya kurdî ji nû ve pênase bikin da ku bêtir cî bide (hin) jinan û daxwazên wan. Di sala 2003yan de têkçûna rejîma Beasî li başûrê Kurdistanê, ji bo gel bû sedema hêsabûnê, lê entegrasyona başûrê Kurdistanê ya bi Iraqê re meseleyên wekî din derxistin pêş û di nav jinên çalakger de rê li ber fikrên veqetîner vekir. Meseleyên ku em li vir nîqaş dikin ev in: Pêwendiyên navbera jinên çalakger û Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HHK); pîvandina pêşveçûna wekheviya zayendî; û bersivên bo makezagonê, pêwendiya navbera başûrê Kurdistanê û Iraqê. Nerînên cuda yên jinên çalakger ên derbarê van meseleyan de, binê xala ku li ‘Iraqa nû’ hewce nake femînîzm û neteweperwerî ji hev bitengijin, xêz dikin, lê bêtir li ser awayê neteweperweriya kurdî û li ser pêwendiya di navbera dewleta Iraqê û neteweya kurd de, pevçûn heye.

Jinên çalakger ên bo mafên jinan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Li jor, me destnîşan kir ku gelek jinên çalakger neteweperweriya kurd ji bo geşedana tevgera jinên kurd erênî dibînin. Lê, geşedana tevgera jinên di nav çarçoveya têkoşîna neteweperwer de û hakimiyeta YNK û PDKê ya di vê têkoşînê de dike ku rêxistinên civaka sivîl ên li başûrê Kurdistanê, piraniya wan, nikaribin bi serê xwe hebin û xwedî piştevaniya aborî, siyasî û parastina yek ji van partiyên siyasî bin. Li HHKê piraniya çalakî, rêxistin, xebat û faaliyetên jinan ji aliyê yek ji partiyên siyasî yên sereke, bi taybetî PDK an YNKê tên sponsorkirin (al-Ali û Pratt 2009).

Ji 2003yan ve, serdestiya partiyên siyasî ya li ser civaka sivîl her ku diçe bêtir dibe mesele ji bo jinên çalakger. Şîlan A., li Hewlêrê bo rêxistineke jinan a serbixwe dixebite, di sala 2007an de di hevpeyvînekê de gazinên xwe dikir:

Ewên wek me ku ji aliyê partiyên siyasî nayên piştevanîkirin têkoşîna bo bihîstina dengê xwe dikin. Dema rojevên din ên siyaseta neteweyî yên derbarê serxwebûna kurdan de şerê derbarê Kerkuk û federalîzmê de her tim girîngtir tên dîtin, zehmet e ku mirov li ser pirsgirêkên jinan hûr bibe.

Ev gazin ji aliyê gelek jinên çalakger ên din hatine kirin û xuya ye ji Îlona 2010an vir ve ji ber serneketina çareseriya Kerkukê û herêmên nîqaşbar ên di navbera ereb û kurdan de ev gazin dihatin dupatkirin.

Hin jinên çalakger digotin ku ‘rojeva siyaseta neteweyî’ xisarê dide mafên jinan, jinên din jî, taybetî ewên girêdayî partiyên siyasî ne, digotin her du mesele jî wek hev girîng in. Mînak Riham Q., endameke hilbijartî ya başûrê Kurdistanê û alîgira seferberiya mafên jinan ên wekhev di warê medenî de, di Nîsana 2007an de di hevpeyvînekê de digot, ‘Armanca min Kurdistaneke demokratîk, sekuler û bidestxistina Kerkukê ye; da ku em xwedî civakeke sivîl bin û pirsgirêkên jinan fam bikin.’

Me dît ku gelek jinên kurd ên çalakger ku girêdayî yek ji partiyên siyasî yên sereke ne hê jî bi guman li hevdu dinerin, digel ku PDK û YNKê di sala 2002an de li hev kirin û di bin Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HHK) de hêzên xwe kirin yek. Peydabûna mixalefeteke cidî ya bi navê tevgera ‘Goran’ (an Tevgera bo Guherîna Demokratîk), ku di sala 2008an de li Silêmaniyê ji aliyê endamên kevn ên YNKê hate damezirandin, derbarê ku çalakgerên girêdayî partiyên siyasî yên sereke çawa bi yên din re eleqedar dibin, hin bandor kirin. Goran, ji partiyên siyasî yên îslamî bêtir dikarî yekdestiya hêza siyasî ya her du partiyan xira bike. Jinên çalakger ên nêzî PDK û YNKê xwe ji aliyê çalakger û siyasetmedarên reformîst derbxwarî didîtin, digel ku hin jinên em pê re dipeyivîn îdia dikirin ku tevgera Goran bi bûyîna partiyeke siyasî û cîgirtina di nav siyaseta formel de wê tûjbûna xwe winda kiriye. Di sala 2010an de di nav jinên ku em bi wan re dipeyivîn girîngiya tevgera Goran dihate axaftin û di navbera jinên derdora du partiyên siyasî yên sereke de kêmtir tengijîn hebû lê di navbera jinên ku di nav hikûmetê û parlamentoyê de û yên di nav rêxistinên civaka sivîl de dixebitîn bêtir tengijîn hebû.

Di destkeftiyên wekheviya zayendî de pîvandina pêşveçûnê

Heta radeyekê, pêwendiyên di navbera jinên çalakger û HHKê ji aliyê nerînên wan ên li ser destkeftiyên partiyên siyasî/HHKê yên derbarê wekheviya zayendî de şêwe digire. Hin jin, bi taybetî yên ji partiyên siyasî ne, bawer dikin ku li başûrê Kurdistanê partiyên siyasî di xurtkirina mafên jinan de roleke mezin dilîzin. Wek mînak, Nazdar S., ku demekê ji bo serxwebûna Kurdistanê şervaneke pêşmerge bû û piştre di Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya girêdayî PDKya Mesûd Barzanî de bû şexseke berbiçav, wisa digot:

Ez bi tiştên ku me ji 1991ê vir de kirine, serbilind im. Li Kurdistanê jin gelekî bi pêş de çûn û serokên me yên siyasî di alîkariya mafên jinan de roleke girîng lîstin. Wan di warê perwerdekirina jinan de, teşwîqkirina wan a bo xebatê û beşdarbûna nav siyasetê de piştgiriya me kir. Lê pirsgirêka me çand û kevneşop in. Hin jin ji profesorên zanîngehê bêtir li alimên oldar guhdar dikin. Divê em ji dibistanan dest pê bikin û di warê wekhevî û mafên mirovan de em zarokên xwe perwerde bikin. Digel hemû pirsgirêkên me, her roj ji roja berê baştir dibe û em bêtir modernîze dibin (al-Ali û Pratt 2009:143).

Gelek jinên çalakger destnîşan dikin ku di pêşxistina mafên jinan de meseleya kuştinên namûsê di nav serokên kurd ên siyasî de pîvaneke berpirsyariyê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji herêmên Iraqê yên din cuda, ‘namûs’ wek sedemeke ku sûcê kuştinê sivik bike, ji nav zagonên xwe derxistiye. Dîsa jî, di çendîn hevpeyvînên di sala 2007an de, çalakgeran gazin dikirin ku tu kes ji ber kuştina merivên xwe yên jin nehatiye cezakirin. Çend çalakgerên em pê re peyivîn pratîkên olî û eşîrî û helwestên ‘paşverû’ wek astengên sereke yên li ber mafên jinan tawanbar dikirin. Yên din bi vê nerînê îqna nedibûn. Li gor jineke çalakger a bo mafên jinan li Hewlêrê:

Tawanbarkirina çandê tiştekî pir hêsan e. A rast, siyasetmedar kuştinên namûsê wek pirsgirêkeke malbatî dibînin. Belê, li gor makezagona kurdî ya nû kuştinên namûsê sûc in û divê bên cezakirin. Lê zagon nayên tetbîqkirin. Ji dêvla zagon û dadgehan, navbeynkariya malbatî û eşîriyê tercîh dikin, bîlhese, dema berjewendiyên siyasî û aborî di rîskê de bin (al-Ali û Pratt 2009: 144).

Em ligel vê analîza çalakgerê ya taybet in ku ji bo têkçûna di cezakirina kuştinên ‘namûsê’ de bê nixumandin ‘çand’ tê bikaranîn. Reqabeta siyasî ya di navbera herdu partiyan de û tayînkirina serokeşîr û serokên olî ya bi riya patronajê ku li başûrê Kurdistanê ciyê xwe girtiye (Leezenberg 2005) berpirsyariya hisabdayinê û edaletê têk dibe û ji dêvla ku pêwendiyên hiyerarşîk û bavsalar hilweşîne, wan ji nû ve hildiberîne.

Ew jinên ku di sala 2007an de li hember HHKê rexneyî bûn, di Îlona 2010an de, parlamento û hikûmeta berê bêtir erênî bi bîr dianîn. Gelek jinên çalakger ji parlamento û hikûmeta vê carê hêvîşikestî bûn, ku difikirîn taahudên gelekî girîngtir yên di warê mafên jinan de ku hikûmeta berê kiribû, neanîbûn cî (2006–2009). Li Hewlêrê jineke çalakger, Viyan A., digot:

Parlamento û hikûmeta dawî ji bo rewşa jinan xurtir bikin gelekî hewl dan. Di vê demê de ger propaganda be jî, peyameke zelal ji civatê re şandin ku ew jî ji mafên jinan bawer dikin. Di encumenê de komîteyeke taybet bo mafên jinan terxan kirin. Wezareta Karûbarên Jinan hebû. Û her çiqas zêde tiştek nekiribin jî, sinyalên baş didan. Li hember tundiya kok-zayendî seferberiyeke mezin a medyayî hebû. Di televizyonan de derbarê mafên jinan de gelek bername hebûn. Serokwezîr di vê mijarê de gelek beyanat didan. Û van hemûyan derî li gelek rêxistinên jinan vedikirin ku bixebitin û piştgiriyê bistînin.

Dema me li sedemên vê guherînê pirsî, bersiv ji pirsgirêkên aciltir ên wek ‘ewlekariya neteweyî’ heta meseleyên neçareserkirî yên otonomiya kurdan û rewşa Kerkukê rêz dibû. Lê, hin jinan ‘pirsgirêkên mezintir yên siyasî’ wek sedem nedidîtin û behsa kêmasiya sazûmanîbûniya derbarê meseleyên jin û zayendî de dikirin: ‘Hê jî gelek tişt girêdayî şexsan û niyeta pak a mirovine taybet in, ji dêvla saziyên rûniştî yên şefaf û domdar’ digot Sawsan G., ku qasî bîst salan e bi awayekî çalak li hember dîskrîmînasyona zayendî têdikoşe. Rêvebira kevn a Yekîtiya Jinên Kurdistanê ji me re digot ku siyasetmedarên mêr ên di asta rêvebiriyê de gelek caran piştgiriya bo mafên jinan tesdîq dikin, lê mêrên di astên nizimtir de bêtir ji fikrên derbarê jinan û guherînê de ditirsin. Hin jinên din jî heq didan hikûmetê an pesnê wê jî didan. Hesteke ku bi giştî dihate îfadekirin ew bû ku tişt gelek wexta wan digirin lê kirinên çê û hêvîdar di rê de bûn, wek çalakkirina Encumena Pirsgirêkên Jinan.

Pîvaneke din a serkeftina mafên jinan ku bo çalakgerên em pê re peyivîn girîng bû, mijara Makezagona başûrê Kurdistanê bû. Gelek çalakger, ji bilî endamên partiyên islamî yên Kurdistanê, digotin ji aliyê mafê jinan ve makezagona başûrê Kurdistanê ji ya Iraqê (a sala 2005an) çêtir e ji ber ku ew mecbûr nake ku îslamiyet bingeha qanûnçêkirinê be. Jinên kurd ên çalakger (ji xeynî endamên partiyên îslamî yên li başûrê Kurdistanê) bawer dikin ku emilandina îslamiyetê wek kaniya sereke ya qanûnçêkirinê mafên jinan xerantî nake. Ev jiholêrakirina pirjiniyê û di dabeşkirina mîratê de wekheviyê dihewînin. Derin J., parêzerek li Hewlêrê, di sala 2007an de wisa digot:

Di semînerekê de bi hin kesan re ketim minaqaşeyê ji ber ku digotin, ‘em nikarin vê bikin, ji ber ku li dijî ol û kevneşopên me ne’. Dibêjim, ji bo parastina jinan divê zagonên xurttir hebin. Ger ew ji bo mêran bikêr be, argumenta çandê li hember mafên jinan bi kar tînin. Ji bo guhertina zagonên derbarê mafên jinan de tevgerek heye lê bo bicîanîna wê têkoşînek divê ji me re.

Di havîna 2008an de, jinên çalakger li hemberî pêşniyaznameya HHKê ya ku zagona bo malbatê wê li gor îslamê çêbikira; tirsa wan ew bû ku bo destûrdayina zewaca pirjin û li dijî mafên jinan a bo mîratwergirtinê bê şîrovekirin (Khalil 2008). Elbet, zagona bo malbatê li Rojhilata Navîn û cîhana misilmanan gelek awayên wê hene. Di warê zewac, hevberdan, wesayeta zarokan û mîratê de şîroveyên gelek ji hev cuda hene, ji şîroveyên wehabî yên li Erebîstanê bigire heta Fasê ku zagona bo malbatê, moudawana li ser şîroveyên bêtir pêşverû û wekhevîxwaz ava bûye. Lewma, dema em dinerin li Iraqa başûr û navendî, ku şîroveyên mihafezekar her diçe zêde dibin û ji bo meşrûkirina pratîkên dîskrîmînator tên bikaranîn (al-Ali û Pratt 2009), heqê jinên kurd ên çalakgerên bo mafên jinan heye ku qaîdeyên îslamî û newekhevî û bêedaletiya civakî bikin yek.

Di Îlona 2010an de, dema jinên kurd ên çalakger ji bo Makezagona li başûrê Kurdistanê derbarê seferberiya wan a bo wekheviya zayendî, bi taybetî jî derbarê zagona bo malbatê de, nerîna wan hate xwestin, jin di nav xwe de bûn du parçe ka ev serkeftinek e bo wan ya na. Ji aliyekî ve, destkeftiyên wan ên nû çênebûn, wek qedexekirina pirjiniyê û wekheviya di mîratwergirtinê de. Lê, ji beşên din ên Iraqê cuda, jinên kurd qet nebe mewzûata berê ku wan digot ji madeya 41. a Makezagona Iraqê ku di warê meseleyên malbatî de û mafên wekhev ên bo hemû iraqiyan îptal kir û biryarên derbarê zewac, hevberdan, mîrat û wesayeta zarokan de li gor otorîteya serekên oldar dida, bêtir biedalet bû. Dîsa jî, gelek jinan destnîşan dikir ku ji bo bicîanîna van biryaran bêtir hewl lazim e. Wek ku li jor hate nîqaşkirin, ev ji sûcên namûsê bêtir ne li ber çavan e.

Jinên kurd û dawiya mayî ya Iraqê

Piştî 2003yan, rewş baştir bû. Berê, em ditirsiyan ku rejîma Beasî dikare her tim were. Wek em di girtîgehekê de bin. Piştî 2003yan, em êdî netirsiyan. Me dikarî bi jinên din ên Iraqê re bên ba hev. Konferans çêdibûn û ev baş bûn bo çêbûna tora ragihandinê. Me tecrûbeyên xwe ji hev re vedigotin û daxwazên yekbûyî formule dikirin.

Çîman A., ku bo RCSeyeke iraqî ya pêşveçûnê dixebitî, di hevpeyvîneke sala 2007an de, ji bo geşbûna mafên jinan behsa girîngiya xebata navbera komên etnîk û mezhebî dikir. Di sala 2003yan de têkçûna Pêşniyaznameya Hikûmeta Iraqê ya 137an ku hewl da zagona derbarê malbatê de têxin bin otorîteya serekên oldar, û serkeftina bo qebûlkirina kotaya ji sedî 25 a jinan di parlamentoyê de, hin mînakên serkeftinên bi vî rengî bûn. Çîman li dijî Makezagona Iraqê ya 2005an jî derdiket ku li hemberî mafê jinan bû, digel ku ji ber mercên wê yên bo otonomiya kurdan ya di nav pergala Iraqa federal de, ji aliyê partiyên siyasî yên kurdan jî hatibû qebûlkirin. Tişta bi taybetî bo Çîman û jinên din ên li Iraqê girîng bû Madeya 41ê bû, ku, wek Biryara 137, di warê zagona bo malbatê de mafên wekhev ên hemû iraqiyan, bêyî ku li ol û mezheban binere, tehdît dikir.[3]

Her çiqas hin rêxistinên jinên kurd û çalakgerên wek Çîman, tev li seferberiya bo Makezagona Iraqê, taybetî jî a derbarê Madeya 41ê de (a di warê malbatê de), dibûn, hejmareke mezin a jinên kurd ên çalakger bi Makezagona Iraqê re eleqedar nedibûn û ji dêvla vê, ew di Makezagona başûrê Kurdistanê de li ser mîsogerkirina mafên jinan hûr dibûn (al-Ali û Pratt 2009: 138).[4] Ev bêtir eşkere bû ku dema di Nîsana 2007an de ji aliyê hikûmeta navendî hate îlankirin ku jin nikarin bêyî wasiyekî mêr (mahrem) pasaportê derxin. Her çiqas di Makezagona Iraqê de tu made tunebû ku vê mecbûr bike, Makezagona Iraqê diyar dikir ku îslam kaniya sereke ya zagonçêkirinê ye û tu zagon nikare derkeve derveyî îslamiyetê. Partiyên îslamî yên mihafezekar jî li parlamentoya Bexdayê piraniyê pêk tînin, lewma ev destûr dide bo amadekirina mewzûat an siyaseta li ser bingeha şîroveyên mihafezekar yên olî.

Li navend û başûrê Iraqê serdestiya partiyên îslamî kir ku gelek kesên ku em pê re diaxivîn pê bihesin ku jinên iraqî di nav peywendên çiqas cuda de dijîn. Wek encam, piraniya jinên kurd di wê baweriyê de ne ku jinên din ên iraqî ji ên li Kurdistana Iraqê xwedî armancên cuda ne, lewma naxwazin bi wan re bixebitin. Amira S., ku li Silêmaniyê di RCS a navneteweyî de dixebite, dema di hevpeyvîna Nîsana 2007an de dipeyivî ji helwesta gelek jinên kurd ên çalakger re dibû tercuman:

Di Makezagona Iraqê de, qala rola şerîetê dikin, destûr didin zewaca pirjin. Li başûrê Iraqê, ev wek pirsgirêk nayê qebûlkirin. Tenê em li bakur di makezagonê de daxwaza mafên jinan dikin. Tenê partiyên kurdan li dû mafên jinan digerin. Jinên li başûr (ê Iraqê) li mafên xwe napirsin. An dibe ku mafên xwe dixwestin lê nikarîbûn bixwazin ji ber zexta zilaman. Li Silêmaniyê, em rastî mixalefeta li hemberî mafên jinan hatin lê tevgera jinan ji ber wan danexwarin.

Gelek nerînên jinên kurd ên derbarê têkoşînên jinên çalakger ên bo mafên jinan li navend û başûrê Iraqê ku bo mafên xwe yên qanûnî bi salan e têdikoşîn, ji agahiyên kûr bêtir xwe dispartin gotegotan (al-Ali û Pratt 2009).

Wek ku li jor jî hate destnîşankirin, jinên iraqî yên kurd ji bo daxwaz û rojeva xwe meyla wan li ser redkirina çarçoveya îslamî ye lê hejmareke zêde ya jinên ereb ên iraqî ku ya endamên yek ji partiyên îslamî ne an ji xwe jinên oldar in, berjewendiyên jinan di nav çarçoveya îslamî de diparêzin.

Hin jinên kurd rasterast îtiraz dikin ku bibin perçeyek ji Iraqê. Helîma I., li Silêmaniyê seroka RCSkê ku bo mafên zarokan dixebite di sala 2007an de di hevpeyvînekê de digot:

Bandora têkçûna Sadam Husên bo Kurdistanê erênî ye. Lê vêga rewş neyînî ye. Yek ji pirsgirêkan ev e ku em dîsa parçeyek ji Iraqê ne û di bin kontrola hikûmeta navendî de ne. Em ji bo Makezagona Kurd pir dixebitin da ku em ol û dewletê ji hev veqetînin, mafên jin û zarokan tê de cî bigirin. Vêga, em di bin tehdîda Makezagona Iraqê de ne.

Meseleya Kerkukê[5] ji bo gelek jinên çalakger, bi taybetî bo yên nêzî partiyên siyasî, sedema nelihevkirinê ye. Ji bo pêkhatina mafên kurdan, girêdana Kerkukê a bi ser kurdan ve wek meseleyeke navendî tê dîtin. Heta jinên li Kerkukê ku bi komên cuda yên etnîk û mezhebî re dixebitin jî girîngiya vê ku divê ereb û tirkmen jî qebûl bikin Kerkuk bajarekî kurdan e, dupat dikin.

Encam

Ji aliyê dîrokî ve digel tebîeta mihafezekar a piraniya herêma Kurdistanê, di seferberkirina jinan û piştgirîdana rolên wan ên derveyî malê de neteweperweriya kurd xwedî roleke mezin e. Piştî 1991ê, gelek jinên kurd xwe spartin tevgera neteweyî da ku rojeva mafên jinan bidin destpêkirin. Ji wê çaxê ve, bi piranî, çalakgeriya jinên kurd di nav çarçoveya demokratîzekirin û modernîzasyona başûrê Kurdistanê yê otonom de şêwe girt.

Di 2003yan de bi hilweşîna rejîma Beasî, gelek jinên kurd ên çalakger di destpêkê de tev li jinên çalakger ên iraqiyên din bûn da ku li temamê Iraqê mafên jinan bi pêş ve bibin. Lê ew tundiya ku navend û başûrê Iraqê da ber xwe û îslamîzasyona siyaseta wê derê bû sedem ku wek rêbaza parastina mafên jinan hemû keda xwe bo piştevaniya otonomiya başûrê Kurdistanê terxan bikin. Ligel vê, gelek çalakgerên kurd di wê meylê de ne ku, bi riya daxwazên xwe yên bo mafên jinan, (li hemberî tişta ku li dawiya mayî ya Iraqê wek kêmasiya daxwaza bo mafên jinan dibînin) ji ereban cuda ne. Heta ew jinên li Kurdistanê ku bawer dikin xebata hevpar a bi jinên din ên iraqî re girîng e jî, ji ber zehmetiyên rêwitiya nav Iraqê, vê pêk nayînin. Lê, hin jinên çalakger ên ji navend û başûrê Iraqê bo civîn û komxebatan tên Kurdistana Iraqê ji ber ku ev der ji dawiya mayî ya Iraqê gelekî ewletir e. Berawirdkirina bi dawiya mayî ya Iraqê re, di warê destkeftiyên wan ên li başûrê Kurdistanê hêviyên hin jinên kurd geş dikirin, ên din jî li hember siyasetmedarên li HHKê rexneyên xwe didomandin. Hin jinên çalakger di wê baweriyê de ne ku siyasetmedarên Kurdistanê, ji bo li ser ‘meseleyên mestir ên neteweyî’ yên Kerkuk, neft û federalîzmê kûr bibin mafên jinan marjînalîze dikin. Jinên din ên çalakger jî di wê baweriyê de ne ku li Kurdistanê ev meseleyên derbarê mafên kurdan de ji bidestxistina mafên jinan nikarin bên veqetandin. Dîsa jî, hem ên rexneyî hem ên xweşbîn bawer dikin ku hikûmeta Bexdayê divê hurmetê bike bo otonomiya Kurdistanê.

Derbarê pêwendiya navbera femînîzm û neteweperweriyê de, mînaka başûrê Kurdistanê nîşan dide ku tengijînên di navbera van ‘îzm’an nikare bi serê xwe bê çareserkirin: nêzîkbûneke hevbir (intersectional) û kûr jê re lazim e da ku di dewreke taybet de di nav peywendeke taybet de hemû tevlihevî û nuansên wê, tevî şêwegirtina hêzên civakî û siyasî ku partiyên siyasî û tevgerên jinan pêk tînin û cureyên neteweperwerî û femînîzmê ku ji aliyên cuda tên îfadekirin, bê famkirin. Li Kurdistanê cudatiyên di navbera jinên çalakger ne tenê di nîqaşên derbarê stratejiyên firehkirina mafên jinan de ne (navbera qebûlkirin û berxwedana dijî serdestiya YNK û PDK; tevkariya bi jinên din ên Iraqê re; û rola îslamê) lê derbarê nerînên cuda yên neteweperweriya kurd (li hemberî a wekhevîxwaz a bavsalarî) de ne jî.

Di nav çend dehsalên dawî de, her ku tevgera kurdan ji tevgera xwe-tayînkirinê, bi şerkirina li dijî hikûmeta Iraqê, tevî şerên dirêjkirî yên bi Iraqê re bo desthilatdarî û çavkaniyan, ber bi sazîbûna ‘nîv-dewlet’ê (Natali 2010) ve guherî, neteweperweriya başûrê Kurdistanê jî pê re veguherî. Bi vê veguherînê re, jinên çalakger ên li başûrê Kurdistanê berfirehkirina daxwazên xwe yên bo wekheviya zayendî domandin, ne wek mixalefeteke li dijî vê pêvajoyê lê wek parçeyek ji avakirina başûrê Kurdistanê. Lê, li başûrê Kurdistanê geşedanên piştî 2003yan ji bo çalakgerên bo mafên jinan aloziyek derxist. Kêmasiya tevkariyek sîstematîk û biîstiqrar bi qada polîtik a berfirehtir a ‘Iraqa nû’ re, û kombûna hemû çalakiyan di nav qada siyasî ya tengtir a başûrê Kurdistanê (Kurdistana Iraqê) de, dibe ku di demeke dirêj de ji ber jihevqutbûna dewlet û neteweyê ya li Iraqê, li hember jinên çalakger ên başûrê Kurdistanê bi paş de vegere. Makezagona Iraqê di gelek qadan de Makezagona Kurdistanê bê hukim dihêle û zagonên herêma Kurdistanê divê bi qaîdeyên Makezagona Iraqê re ku bi riya mewzûata ku biryara wê ji aliyê parlamentoya Bexdayê ve hatiye girtin, tê tetbîqkirin, lihev bin.[6] Ya din, baweriya jinên çalakger ya bi HHKê bo parastin û piştgirîdana wekheviya zayendî û edaleta civakî dibe ku di dahatûyê de bibe pirsgirêk. Jixwe ev diyar bû ku siyasetmedarên kurd meyla wan heye ji mafên jinan tawîz bidin da ku li deverên ji aliyê civakî ve mihafezekar in xwe bidin qebûlkirin û bi hikûmeta navendî ya Iraqê re di nav peywenda muzakereya meseleyên din ên siyasî de meseleyên zayendî dayînin aliyekî. Siyasetmedar li vir ji yên deverên din ên dinyayê, dawiya mayî ya Iraqê jî tê de, ne cudatir in.

Bi ser de, wek ku zanyarên femînîst jî li herêmê li gelek deveran tesbît kirine, rejîmên otorîter dibe ku rê li ber wekheviya zayendî û edaleta civakî vekin lê bi şertê ku ev zirarê nedin rejîm an statukoyê (Kandiyoti 1991; Joseph 1991, 2000; al-Ali 2007; al-Ali û Pratt 2009; Hasso 2011). Baweriyeke zêde bi qabiliyeta HHKê û partiyên sereke ya bo pêşdebirina mafên jinan, dikare tixûbên stratejiyên jinên kurd ên çalakger û îmkana serkeftinê bo demeke dirêj teng bike. Hevkariyeke nêztir a bi jinên çalakger û rêxistinên li navend û başûrê Iraqê dibe ku rê li ber tifaqên nû yên jinên çalakger ên li hemberî dewleta Iraqê û HHKê veke û wan xurttir bike, ne ku lawaz bike.

Rîskeke din a vê baweriya bi HHKê ji wê rastiyê tê ku tevgerên jinan ên herêmê di peywendên ku rêxistinên bo mafên jinan an rojevên wekheviya zayendî ji aliyê dewletê ve hatine tayînkirin, paşdeçûnên mezin tecrûbe kirine. Ji protestoyên mixalif û siyasî yên li başûrê Kurdistanê diyar e ku kêmasiya azadiya siyasî û gendeliyê baweriya bi HHKê lawaz kiriye. Jinên kurd ên çalakger û rêxistinên bo mafên jinan ger zêde nêzî partiyên siyasî yên di hikûmetê de bibin, wê têkevin nav rîska tevkariya bi rejimeke gendel re. Girîng e bê destnîşankirin ku li başûrê Kurdistanê her diçe bêtir jinên çalakger mesafeyê dixin navbera xwe û partiyên siyasî û dibin parçeyek ji tevgerên muxalif ên li hemberî gendeliyê û bo xizmetên çêtir, ku di dema nivîsandina vê gotarê de pêk dihatin. Ji vî alî ve, çalakgerên bo mafên jinan hin daxwazên sereke yên jinên ne-elît yên derbarê dabeşkirineke adil a çavkaniyên li başûrê Kurdistanê tînin ziman û li aliyê din wê patronaja ciyêxwegirtî jî ku alîkariya berdewama dîskrîmînasyona li dijî jinan dike, dihejînin.

Ev nivîs di sala 2011an de di kovara Middle East Journal of Culture and Communication 4 de hatiye weşandin.

[1] Nivîskarên vê gotarê spasdar in bo ew du kesên bênav ku ev gotar di ber çavan re derbas kirine û şîroveyên xwe yên avakar pêşkeş kirine û bo handana wê Lina Xatib. Xebata li qadê ya bo vê gotarê ji aliyê tahsîsata British Academyê ya bo projeya ‘Jin, Zayend û Veguherîna Siyasî ya li Iraqê” hatiye birêvebirin.

[2] Ev bi îngilîzî ‘Iraqi Kurdistan’ bû lê di gelek ciyan de me, bi destûra nivîskarên wê, ew wek başûrê Kurdistanê wergerand. (wer.)

[3] Biryara 137, hewleke îslamiyên şiî yên mihafezekar bû da ku zagona di warê malbatî de ya heyî û nisbeten pêşverû (komek zagonên di derbarê zewac, hevberdan, wesayeta zarokan û mîratê de bû) bi şîroveyeke mihafezekar a hiqûqa îslamî re biguherînin. Jinên iraqî yên çalakgerên mafên jinan nehiştin ku ev biryar ji aliyê Desthilatdariya Koalisyona Demkî ve bê pejirandin. Lê, di Makezagona Iraqê de Madeya 41, armanc dike ku zagona derbarê malbatê de li gor herêm û mezhebên olî yên cuda biguherînin. Ev made hê jî di ber çavan re tê derbaskirin û ji bo piraniya siyasetmedarên iraqî ne mijareke pêşdetir e.

[4] Makezagona Iraqê ew deverên qanûnçêkirinê (legislation) ku întiqalî herêman (mînak, Herêma Hikûmeta Kurdistanê) dibûn û ên ji aliyê hikûmeta navendî ya li Bexdayê bihata birêvebirin xerantî dike. Ji bo bêtir agahiyên derbarê mafên jinan de, bnr. Brown (2005). Di Makezagona Iraqê de ol xwedî roleke mezin e.

[5] Meseleya Kerkukê, minaqeşeya li ser serweriya bajêr di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê, refere dike. Ji bo bêtir agahî derbarê vê û meseleyên din ên di navbera HHK û hikumeta navendî, bnr. Koma Qeyranê ya Navneteweyî 2008 (International Crisis Group).

[6] Madeya 13an ya Makezagona Iraqê diyar dike: ‘Yek: Li Iraqê ev Makezagon di ser hemû zagonan re ye û li hemû parçeyên Iraqê divê bêîstisna bê riayetkirin. Du, zagonên ku bi vê Makezagonê re ne lihev bin divê neyên çêkirin. Di makezagonên herêmî de an di deqên zagonî yên din de her çi deq be ku bi Makezagonê re ne lihev be, divê ew bêhukim bê hesibandin (http://www.mofa.gov.iq/documentfi les/IraqiConstitution.pdf ).

ÇAVKANÎ

 al-Ali, Nadje (2000). Secularism, Gender and the State in the Middle East: The Egyptian Women’s Movement. Cambridge: Cambridge University Press.

——— (2007). Iraqi Women: Untold Stories from 1948 to the Present. London, Zed Publishers. al-Ali, Nadje û Nicola Pratt (2009). What Kind of Liberation? Women and the Occupation of Iraq. Berkeley: University of California Press.

Amnesty International (2009). Trapped by Violence: Women in Iraq. London.

Anthias, Floya û Nira Yuval Davis (1989). Woman-Nation-State. London: Palgrave Macmillan. Badran, Margot (1995). Feminists, Islam, and Nation. Princeton, NJ: Princeton University Press. Begikhani, Nazan (2005). Honour-based violence among the Kurds: The Case of Iraqi Kurdistan, di nav Lynn Welchman û Sara Hossain (ed.), ‘Honour’: Crimes, Paradigms, and Violence against Women, rr. 209–229. London: Zed Books.

——— (2003). Kurdish Women and National Identity. Gotara li University of Exeterê hatiye pêşkeşkirin, Nîsan 2001 û Middle East Studies Association Meeting, Cotmeh 2001. www. kurdishmedia.com, têketina malperê 12 Cotmeh 2010.

Bhahba, Homi (1994). The Location of Culture. London: Routledge.

Brown, Nathan J. (2005). Iraq’s Constitutional Process Plunges Ahead. Washington, DC: Carnegie Endowment for International Peace.

Chatterjee, Partha (1993). The Nation and its Fragments. Princeton, NJ: Princeton University Press.

Cockburn, Cynthia (1998). The Space Between Us: Negotiating Gender and National Identities in Confl ict. London: Zed Publishers.

——— (2007). From Where We Stand: War, Women’s Activism and Feminist Analysis. London: Zed Publishers.

Fischer-Tahir, Andrea (2010). Competition, Cooperation and Resistance: Women in the Political Field in Iraq. International Affairs 86(6): 1381–1394.

Hasso, Frances S. (1998). The ‘Women’s Front’: Nationalism, Feminism, and Modernity in Palestine. Gender and Society 12(4): 441–465.

——— (2011). Consuming Desires: Famiy Crisis and the State in the Middle East. Stanford, CA: Stanford University Press.

International Crisis Group (2008). Iraq after the Surge II: The Need for a New Political Strategy. Baghdad, Istanbul, Damascus, Brussels.

Jayawardena, Kumari (1986). Feminism and Nationalism in the Third World. London: Zed Publishers.

Joseph, Suad (1991). Elite Strategies for State Building: Women, Family, Religion and the State in Iraq and Lebanon, di nav Deniz Kandiyoti (ed.), Women, Islam and the State, de, rr. 176–200. Philadelphia: Temple University Press.

——— (ed.) (2000). Gender and Citizenship in the Middle East. New York: Syracuse University

Press.

Kandiyoti, Deniz (ed.) (1991). Women, Islam and the State. Philadelphia: Temple University Press.

Khalil, Amanj (2008). Women Claim New Law Erodes Their Rights. Institute for War and Peace Reporting. Têketina malperê 18 Cotmeh 2010, http://iwpr.net/report-news/women-cla- im-new -law-erodes-their-rights. 12 Pûşber 2008.

Leezenberg, Michiel (2005). Iraqi Kurdistan: Contours of a Post-Civil War Society. Third World Quarterly 26(4/5): 631–647.

McDowall, David (2000). A Modern History of the Kurds. London: I.B.Tauris.

Moghadam, valentine M. (1994). Introduction and Overview. Di nav valentine Moghadam (ed), Gender and National Identity, rr. 1–12. London: Zed Publishers.

Mojab, Shahrzad (1996). Nationalism and Feminism: The Case of Kurdistan. Di nav Simone de Beauvoir Institute Bulletin: Women and Nationalism 16, rr. 65–73. Montreal, Concordia University Printing Services.

——— (2000). vengeance and violence: Kurdish Women Recount the War. Canadian Women’s Studies 19(4): 89–94.

——— (2003). Kurdish Women in the Zone of Genocide and Gendercide. Al-Raida 21(103): 20–25.

——— (2004). Women in Iraqi Kurdistan. Di nav Wenona Giles and Jennifer Hyndman (eds.), Sites of Violence: Gender and Confl ict Zones, rr. 108–133. Berkeley, University of California Press.

——— (2009). ‘Post-war Reconstruction’, Imperialism and Kurdish Women’s NGOs. Di nav Nadje al-Ali û Nicola Pratt (ed.), Women and War in the Middle East: Transnational Perspectives, rr. 98–128. London: Zed Publishers.

Natali, Deniz (2010). The Kurdish Quasi-State: Development and Dependency in Post-Gulf War Iraq. Syracuse, NY: Syracuse University Press.

Richter-Devroe, Sophie (2009). ‘Here, It’s Not about Conflict Resolution-We Can Only Resist’: Palestinian Women’s Activism in Conflict Resolution and Non-violent Resistance. Di nav Nadje Ali-Ali and Nicola Pratt (eds.), Women and War in the Middle East: Transnational Perspectives, rr. 158–190. London: Zed Publishers.

Yuval Davis, Nira (1997). Gender and Nation. London: Sage.

Share.

Leave A Reply