HEVPEYVÎNEK LIGEL LÎSTIKVANEKE JI ŞANOYA KURDÎ:

Berfîn Emektar

HEVPEYVÎN: ÇETOYÊ ZÊDO

Çetoyê Zêdo: tu dikarî qala destpêka şanogeriya xwe bikî?

Berfîn Emektar: Bi çûyina min a NÇMya Îzmîrê û pê re nasîna min ya şanoyê dest pê kir. Min hewl da ku ez di beşa şanoyê de perwerde bibim. Û bi vêya ve girêdayî li gor min ya herî girîng jî li metropoleke Tirkiyeyê di nav wê asîmîlasyona salên 90î de li ser çand û zimanê kurdî pêk dihat, me bi zimanê xwe şano dikir. Ev ji bo min tiştê herî zehmet û bi wate bû. Her çiqas me baş bi zimanê xwe nizanîbûya jî me hewl dida ku bi vî zimanî şanoya kurdî bikin. Bi taybetî ji bo ku ez fêrî ziman bibim 9 mehan ez li gel malbateke Mêrdînî mam û di encamê de min bi zimanê xwe şanogerî kir.

Şanoya ku tu jî weke lîstîkvan tê de bû, ya bi navê “Jinên Çaverê” tu dikarî hinekî qala wê bikî?

Projeya “Jinên Çaverê” projeyeke ku ji jinên her çar parçeyên Kurdistanê hatine, pêk tê û ev proje bû zarvekina çîroka jinên Kurdistanê. Ji bo min wateya herî mezin a vê projeyê jî ev bû. Ji rojhilat, rojava, bakur û başûrê Kurdistanê 17 jinên hunermend di vê projeyê de hatin gel hev û tragedyaya jinên Kurdistanê vegotin. Cara yekem e ku ji her çar parçeyên Kurdistanê jinên kurd ên hunermend ji bo mijara xwe tên gel hev û bi rêka şanoyê çîroka hemû jinên çaverê yên Kurdistanê vedibêjin. Di vê projeya şanoyê de min karaktera bi navê “Hêvî” ku wek hêviyeke wan jinên çaverê bû cih girt. Ev karakter li hemberî wê hovîtiya ku li jinên çaverê dihat kirin, di nav berxwedanekê de tev digeriya. Provayên vê lîstikê bi temamî li Duhokê hat kirin. Derhênerî û nivîskariya vê lîstikê ji hêla Ihsan Osman ve hat kirin. Lê hizra mijara vê lîstikê ji lîstika “Jinên Troyayî” ku ya nivîskarê yewnanî Euripides e, hat wegirtin û ev tragedya bi şîrovekirineke nû bû tragedyaya Jinên Kurdistanê. Promiyera vê lîstikê li başûrê Kurdistanê li bajarê Duhokê di 12ê Çileya 2015an de pêk hat. Di 8ê Adarê de ji bo Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Amedê derket pêşberî temaşevanan. Ji bo temaşevanan ev mijar her çiqas rojane be jî bandoreke mezin li ser temaşevanan hişt.

Di lîstika “Jinên Çaverê” de, hemû lîstikvan ji jinên kurd pêk dihat û we şanoya xwe li başûrê Kurdistanê derxist, têkiliya lîstikvanên jin ji destpêkê heta dawî çawa bû? Bi vê lîstikê re ji bo te çi hate guhertin?

Ji bo hemû jinên ku di vê projeyê de cih girtin kefxweşî û tecrûbeyeke baş bû. Bi rêka vê projeyê hunermendên jin ên her çar parçeyên Kurdistanê hatin gel hev û diyalogeke ku bi salan e di davbera hunermendên Kurd de ku divê hebûya ava kir. Wateyeke vê projeyê jî li gor min ev bû, sînorên ku di navbera zaravayên Kurdî de ji holê rakir. Di destpêkê de ji bo zaravayên cuda me di peywendiyên xwe de astengî kişandin, lê di dawiya vê projeyê de me êdî dît ku bi hêsanî em ji hev fam dikin.

Çavdêriyên te yên ji bo şanoya Başûr û lîstikvanên wir yên jin çin e? (Ew çawa bi şanoyê re mijûl dibin û dixebitin? Xwestek û nerazîbûnên wan çi bûn?)

Çavdêriya min a herî balkêş ev bû, dema ku me li lîstikên başûrê Kurdistanê temaşe dikir tunebûn an jî kêmbûna lîstikvanên jin bû. Piştî ku ji her çar parçeyên Kurdistanê ew qas jinên hunermend bi hêsanî hatin gel hev û di encamê de jî karekî hunerî afirandin me fam kir ku tu pirsgirêkeke jinên lîstikvan tuneye, ev pirsgirêka hişmendiya mêran e. Bi taybetî jî li başûrê Kurdistanê bi sedan jin li peymangeh û zanîngeha perwerdeya şanoyê dibînin. Lê mixabin dîsa jî em di lîstikên Başûr de kêm caran lîstikvaneke jin li ser sahneyê dibînin.

Ji malbata te ji bo şanogeriya heta niha tu astengî derketin?

Na, nebû. Malbata min bi xwe, ez birim NÇMyê û hertim piştgiriya min kirin.

Şanoya ku te pêşî tê de lîst kîjan bû? Karaktera te tê bîra te? Piştî vê şanoyê te çi hîs kir? tu dikarî qal bikî?

Lîstika yekem a ku ez derketim pêşberî temaşevanan lîstika bi navê “Qêrîneke Bê Deng / Helepçe” bû. Ev lîstik, lîstikeke kolektîf a Şanoya Hêvî bû. Karaktera min a di vê lîstikê de jineke ku ji komkujiya Helebceyê reviyabû. Wek jineke şanoger a kurd wateya wê lîstikê ji bo min ne tenê heyecana ku ez cara yekem derdikevim peşberî temaşevanan, ji wê jî wêdetir e, wê lîstikê tragedyayeke Kurdistanê dianî ziman.

 

BERFîN EMEKTAR, di 1979an de li navçeya Çewlikê Gêxî (Kiğı) hate dinyayê. Di 3 saliya xwe de bi malbata xwe re koçî îzmîrê dike. Di sala 1993an de li NÇMya îzmîrê di perwerdehiya beşa zarokan de tev li atolyeyan dibe. Di 1996an de li heman cihî dest bi perwerdeya şanoyê dike. Heta 2003an li NÇMya îzmîrê di koma Şanoya Hêvî de û ji 2003yan şûn de jî, li NÇMya Stenbolê di Koma Teatra Jiyana Nû de cî digire. Ji 2005an heta 2010an di hin bernameyên Tvyan de weke pêşkeşvan xebitî. Ji 2010an vir de li Şanoya Bajêr a Amedê lîstikvaniyê dike û di performansa “Şanoya Jixweberiyê” de dilîze. Di şanoya “Jinên Çaverê” de, ku şanoya Başûr e, jî weke lîstikvan cih girtiye.
Ji bo şanonameya Zana Mazak “Don Kîşot- Serpêhatiya Kurdistanê” bi derhêneriya Ferhat Keskîn re haziriya wê dike.

Zimanê kurdî di lîstikvaniya te de, bandorê li çi dike?

Ziman ji ber ku bi xwe re kodên laş yên çandî diguherîne, gava ku tu karakterekê bi kurdî yan jî bi tirkî diafirînî tu tê digihîjî ku refleksên laş vediguhere. Loma jî mirov têdigihîje ku bandora wê li ser lîstikvaniyê an jî li ser afirîneriya şanoyê heye.

Heta îro te xwe di kîjan şanoyan de weke jineke kurd hîs kir, kîjan karakter bi te nêz û nas bû?

Ya ku herî pir bandora wê li ser min ma, mixabin lîstikeke klasîk a bi navê “Daweta Xwînî” ya nivîskarê Îspanyolî Lorca bû. Di vê lîstikê de min rola Dayikê dilîst. Her çiqas ev lîstik ne ya nivîskarekî kurd be jî, ji ber ku dramatûrjiya vê lîstikê weke ku ev lîstik li axa Kurdistanê derbas dibû hatibû avakirin û ew “Dayika” ku min dilîst wek dayikeke kurd hatibû şîrovekirin.

temsîla jinê di şanoya kurd de, tu çawa dibînî û dinirxînî?

Ji bo roja îroyîn her çiqas di asteke bilind de nebe jî, temsîliyetek heye. Ev temsîliyet ne tenê pirsgirêka lîstikvanên jin ên kurd e, li gor min ev mijareke nivîskariya şanoyê ye. Ne tenê ji bo neteweya kurd, ji bo şanoya hemû neteweyên din jî ev pirsgirêk heye. Ev temsîliyet gava ku nivîskarên jin ên şanoger bi pêş kevin li gor min wê xurttir be.

Şano û huner û siyaset û jina kurd… Dema ev hemû li ba hev bin, tu yê çawa van têgehan bi hevdu ve girê bidî?

Şano, huner, siyaset, jin û civak… hemû bi hev ve girêdayî ne. Heke ji van têgehan yek jê kêm be jiyaneke bêreng dimîne. Ji ber ku jiyan ne yekalî ye, dema ev têgeh hemû tên cem hev, jiyan dewlemendtir û rengîn dibe. Şano ji ber ku hunereke civakî ye ji xwe ve dibe tiştekî polîtîk. Şano girêdayî civaka xwe ye, di nav vê civaka polîtik de jin jî ciyê xwe digire. Jixwe afirînerî û huner nêzî xwezaya jinê ye. Dîsa em dikarin bêjin ku huner û bi taybetî jî şano, ji bo mirov bigihîje heqîqeta xwe rêbazek e. Ya ku ji heqîqeta xwe, hatiye bidûrxistin, jin bi xwe ye. Ji bo vê yekê, ev her çar têgeh bi hev ve girêdayî ne. Ez nikarim wan ji hevdu veqetînim û bifikirim.

Di şanoyê de, bi lîstikvanên mêr re çi astengî derket pêşberî te?

Dema ku lîstikvan -mêr an jî jin- ji bo helwestekê di nav pêvajoya afirandinê de bin, li gorî min astengî ji mijara zayendîtiyê derdikeve, dibe mijara hişmendiyê. Li gorî min nêzîkatiyeke klasîk a hişmendiya mêrane, çawa ku li qadên civakî derdikeve pêşberî me, di qada hunerî de jî derdikeve. Mirov dikare gelek mînakan ji avakirina lehengên jin ên ji destê nivîskarên mêr ve hatiye nivîsîn bibîne.

Heta niha tu qet bi derhênereke jin re xebitî? (Ku hebe dikarî qala têkiliya xwe û wê bikî) An jî ew derhênerên ku tu bi wan re xebitî ku jin bûna, bi dîtina te wê çi bihata guhertin?

Mixabin na. Heya niha ez bi derhênereke jin re nexebitîme. Heke ez bi derhênereke jin re bixebitîbûma, dibe ku ji hin aliyan ve, bi taybetî jî ji hêla nerîna zayendî ve, di warê estetîkê de hin encam derketina. Weke mînak; di lîstika “Jinên Çaverê” de derhêner û nivîskar jin bûna dibe ku lîstik bêtir “jinane” bûya.

Ji temaşavanên jin, yên ku dihatin şanoyên ku tu tê de lîstikvan bûyî, bertekên wan ji bo te çawa bûn?

Ji bo hemû lîstikan mirov nikare heman tiştî bibêje, ji ber ku her lîstika ku min tê de cî girt karakterên cuda bûn, gava ku temaşevanek jin karaktera ku min derxist pêşberî wan û wan xwe di nav wê karakterê de dîtin bêtir ketine bin bandora wê.

Çi hêza hunera te xurt dike?

Eger ev pirsa te ji bo afirandineke karakterekê be, ez dikarim vêya bibêjim; karaktera ku ez xwe nezikî wê bibînim û ew karakter, karaktereke ku nakokiyê wê hebin û di nav jiyanê de bijî hêzê dide min. Eger ev pirsa te pirseke giştî be, tu tişt ji jiyanê û civakê qut nîne, ne huner ne jî afirîneriya hunerî…

tu dikarî ji me re qala şanoya kurdî ya NÇMyê (izmir) û DBŞtyê bikî?

Li NÇMya Îzmîrê mirov dikare vêya bibêje, bi awayekî dilxwaz û bi ruhekî amatorî me afirîneriya şanoyê bi rêxistin dikir. Lê Şanoya Bajêr ya Amedê ji ber ku bi salan e, karê şanoyê bi awayekî sîstematîk û periyodîk dike, ez dikarim bêjim ku ji hevdu pir cuda ne. Ji alî şert û mercên xwe ve jî ji hev vediqetin.

Bandora kîjan şanogerên jin li te çê bû?

Lîstikvana ku bi navê karaktera xwe “Kewê” tê nasîn, lîstikvana jin a kurd Yıldız Gültekin.

Tu têkiliya şanogeran bi zimanê wan re bi giştî çawa dinirxînî? Lîstikvanên jin, li gora şanogerên mêr çawa ne?

Di van salên dawî de, her ku diçe zimanê şanogerên kurd jî tevî zimanê şanoya kurdî bi pêş dikeve, lê dîsa jî mirov nikare bibêje ku problema ziman di şanoya kurdî de çareser bûye. Ji bo şanogerên mêr jî ji bo şanogerên jin jî mirov dikare bibêje ku problemên wan wek hev in.

Li gorî te şanoya kurdî ya îroyîn di çi rewşê de ye?

Bi giştî mirov dikare vê bibêje, Şanoya kurd her ku diçe xwe birêxistin dike û ber bi sazîbûnekê ve diçe, di du mijaran de li gor min kêmasiyên şanoya kurd didome; yek ji van mijaran nivîsandina berhemên şanoyê, yek jê jî rexnegiriya şanogeriyê, li hemberî pratîka wê di asteke baş de nîne. Ev her du pirsgirêkên hanê ji bo şanoya her çar parçeyê Kurdistanê jî heye.

Li ser şanoya bo zarokan dîtinên te?

Li gor min problema herî mezin a şanoya kurd ev e ku, ji bo zarokan berhem pir hindik derdikevin. Di tecrûbeyên cîhanê de mirov dibîne ku civakên ku bi asîmîlasyonê re rûbirû mane, ji bo zarokan bêtir berhemên hunerî afirandine. Lê tenê ne şano di hunera kurdan de bi giştî ji bo zarokan xebat û perwerde kêm in.

Ji bo temeşevanên jin, ji wêje û zargotina kurdî û ya cîhanê divê kîjan çîrok, roman û hwd. di sehneya şanoya kurdî de hebe? tu dixwazî kîjan berhem, bûyer an jî mijar di şanoya kurdî de hebin?

Ne tenê ji bo temaşevanên jin ji bo hemû kesan, hewce ye ku gelek destanên kurdî bi şêwazeke nû bên ser sehneyê. Destana Mem û Zîn bi gelek cureyan hate lîstin, ev baş bû. Lê destanên wekî Cembeliye Hekarî û Binevşa Narîn, Siyamend û Xecê hwd. hewce ye bi şîroveyeke kûr bi rejiyeke taybet derkeve. Di Siyamend û Xecê de taybetmendiyên civaka xwezayî û di nav vê civakê de azadiya jinê pir baş hatiye zimên. Dîsa wekî mînak, têkiliya di navbera Cembelî û Binevşê de û evîna wan ji gelek aliyan ve mînakeke balkêş e. Îro gelek jin bi destê mêran li ser navê evîndarî û li ser navê zewacê tên qetilkirin. Lê evîna Cembelî û Binevşê ku bi qasî du sed sal berê hatiye jiyîn, tiştên ku ji hêla pergalê de û têkiliya di navbera jin û mêr de ya ku jinê weki mulk dibîne û têkiliyên koletiyê bi pêş dixin, serûbin dike… Hewce ye vana bibin tekstên şanoyê û derkevin hember temaşevanan. Tenê jin ne; hewce ye zêdetir mêr temaşe bikin. Lewre guhertin ji mêran re hê pêwîst e.

Peyameke te ji bo jinên kurd heye?

Jinên kurd di van sih salên dawî de bi têkoşîn û rêxistina xwe, jiyanek nîşan da ku, divê jin çi bikin raxistin ber çavan. Tenê ji bo jinên kurd ne, ji bo hemû jinên cîhanê bûne hêviya jiyaneke nû. Lê mixabin ev tecrûbe di qada hunerê de nehatiye wê astê. Mirov dikare bibêje hunermendên jin ên kurd ev tekoşîn û berxwedana ku ji aliyê civak û jiyanê ve hatiye pêşxistin di afirandina hunerê de bi pêş nexistiye. Huner ji jiyanê feyzê digire. Hunermendên jin dikarin ji vêya hêza xwe hilgirin. Ez hêvîdar im ku di demeke kin de berhemên xurt bi destên jinan û bi şêweya jinan derkevin. Wisa hêvî dikim ku ew dem gelekî nêz e…

Share.

Leave A Reply