Dewleta Kurd li Komara Mahabadê*

Azad Haji Aghaie

Ji Îngilîzî: Fexriya Adsay

Puxte

Di sîstema sîyasî ya sedsala 20an de dewlet bûne tekane aktorên civata navneteweyî. A rast, dewlet, wek nûnerên neteweyan tenê nabin sedema şer û aştîyê, serdestî û desthilatdarîya çîn an îdeolojîyekê jî xurt dikin. Ji alîyêkî ve, dewlet hêzên li pişt rizgarbûna neteweyên bêdewlet diajon. Li alîyekî din ve jî, serdestî û totalîterîyê dinimînin. Di îdeolojîya neteweperwerîya Kurdî de dewlet ji bo Kurdan bûye babeta arezû û utopyayê. Ev arezû bi retorîk û îdeolojîyên cuda hatîye îfadekirin. Bêguman, ji bo Kurdan, dewlet manîfestoya îdeolojîya him serdestîyê him ya rizgarîyê ye. Ji ber ku têgeha neteweperwerîya Kurdî di nav xwe de hê jî nîqaşbar e, têgehên di neteweperwerîya Kurdî de tên bikaranîn jî dikare bên îtirazkirin û nîqaşkirin. Ev nivîs hewl dide li ser van babetan bisekine û têkilîya di navbera neteweperwerîyê û dewletê de di ser retorîka Komarê Kurdistanê ya li Mahabadê analîz bike. Ev nivîs, wê ji bo vê li ser du rojnameyên sereke bisekine, ku di berbanga teorîya beşdarî û pratîka li Rojhilat (Kurdistana Îranê) hatine weşandin.

Pêşgotin

Ligel rehên cuda yên teorîk ên neteweperwerîyê, dîyar e qasî di xebatên akademîk de di jîyana rojane de jî ev îdeolojî bi têgehên wek dewlet, nasname, û netewebûnê re tê alandin. Lê bihevrebûna neteweyê bi dewletê re wek girîngtirîn encama Şerê Yekem ê Cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn, dîyardeyeke nû ye. Rehên vê yên li Ewropayê diçe heta peymana Westphaliayê, ku serwerîya ser axê û serwerîya wekhev a dewletan ji alîyê civata navneteweyî hat pejirandin. Nêrîneke kurt a li dîroka modern a netewe-dewletan û îdeolojîyê neteweperwerîyê ya li Ewropayê ji destpêka sedsala nozdemîn ve û li Rojhilata Navîn ji destpêka sedsala bîstemîn ve dikare têkilîya di navbera dewlet û hilatina neteweperwerîyê de bi awayekî zelal bide xuyakirin. 

Ligel gelek pênase û tîpolojîyên wê, neteweperwerî dikare wek têgeheke sîyasî bê qebûlkirin. Divê bê destnîşankirin ku piranîya lêkolînên li ser neteweperwerîyê gelek caran vê alîyên meseleyê îhmal dikin û qala maneya wê eşkere ya sîyasî nakin, ji dêvla vê teorîyên çandî yên curbicur tercîh dikin. lê, mirov bibêje ku berîya her tiştî neteweperwerî halekî zihnî ye (Kohn, 1958, r. 10), ev ji gewhera wê ya sîyasî tiştekî kêm nake.

Lê lazim e bê dîyarkirin ku neteweperwerî ti carî nebûye ekoleke fikrî ya yekgirtî. Dibe ku zehmet be mirov bêyî boçûneke cuda ya vê îdeolojîyê tercîhî ya din bike, bikaribe lê bikole. Lê pejirandina boçûneke modernîst dike ku ji alîyê lêhaybûn û muxayileya neteweyî, bûyerên dû re baştir bê ravekirin. Ji vê riwangeyê, neteweperwerî bilindtirîn halê nasnameya takekesî ye ku xwe wek parçeyê tevahîyeke mezintir, nemaze ya neteweyê texeyul dike. Kohn destnîşan dike ku tenê dema hin girêyên objektîv komeke civakî bi sînor dikin, netewe çêdibin (Kohn, 1958, r. 13). Ev girêyên objektîv azmûnên hevpar in û tiştên wek pêşî, ziman, ax, nasnameya sîyasî, orf, nerît û dîn dihewînin (Kohn, 1958, r. 15). Ev tezahurên şênber ên asteke kurtir a hayjixwebûnê ne.

Girîngtirîn faktor biryara sazkirina neteweyê ye, yanê her karakter deyn dide netewebûnê û bi vê biryarê dibe netewe ku civata muxayel dike civateke reel. Li gor Anderson, neteweyek talîya talî di hişê welatîyên wê de heye, ku dibe ku qet rastî hev nên lê wek parçeyê yek neteweyê dijîn û dimrin (Anderson, 2006, rr. 6-7). Ev nêrîna neteweperwerîyê bawerîya di nav gelekî de ku ji ber hin taybetîyên taybet ji yeka din cuda ne, dike nav xwe. Bi gotineke din, li gor kesên difikirin ku ew yekeyeke tek a neteweyî ne, sînorên sîyasî tên kişandin. Di serdema modern de, bi rêya hêmanên pêş-modern ên wek ziman, çand, dîn, bîr û adetan, ev karakter bi rêya amrazên modern ên teknolojîk ku dû re bandor li hişmendîyê dikin, ji nû ve tên hilberandin. Gellner, ji vî alîyî ve angaşt dike ku dema du kes ji heman çandê bin, neteweyek çêdibe; ev çand jî tê maneya sîstemeke fikir û sembolan, awayên têkilî û tevger û ragihandinê. Ji bo li şertan biguncin, divê hevdu jî wek aidî heman neteweyê qebûl bikin (Gellner, 1983, r.7). Ev hevkêşeya (equation) ku Hobsbawm wek netewe=dewlet=gel danîbû, pênase dike (Hobsbawm, 1990, r. 19). Ev hevkêşe, her çiqas bêtir di modela Frensî de cî bigre jî, rehên wê di mafnameyên (bill of rights) Amerîkî û Frensî de ne. Deklerasyona Mafan a Frensî ya 1795an dîyar dike ku her gel serbixwe û serwer e, hejmara kesên ku wê pêk tînin û firehbûna axa wê her çi çiqas dibe bila be. Ev serwerî nabe bê dewirkirin, jê bê borîn (Hobsbawm, 1990, r.19). 

Ev îdeolojî, li gor van rêgezan ku netewe divê dewleta wan bi xwe hebe, yekbûna dewletên wek Almanya û Îtalyayê bin xêz dike, keza silsîleya tevgerên neteweperwer û welatparêz jî. Armanc, damezrandina netewe-dewletên serwer bûye. Netewe, heta mimkun be divê serbixwe be. Ev bi gelemperî kêmtirîn bidestxistina serwerîya sîyasî pêwîst dike (Breuilly, 1993, r. 2). Rewakirina hebûna netewe-dewletan merameke girîng a vê îdeolojîyê ye. Lê, ji ber ku neteweperwerî îdeolojîyeke tevgir (holistic) e, di meseleya serwerîya gel de desthilata nîhaî dide civateke muxayel -şênîyên axekê, ji piratîyeke sazûmanî ku bi laş û xwînê hatibe pênasekirin zêdetir, wek organeke kolektîf tê texeyulkirin (Yack, 2001). Di îdeolojîya neteweperwerîyê de, afirandina vê civata muxayel û organa kolektîf ewqas girîng e ku bijareyên neteweyê ji bo wê biafirînin dîrok, erdnigarî, ziman, nijad, bîr û çanda hevpar diemilînin. 

Di vê xebatê de, dupat dikim ku neteweperwerîya Kurdî berîya her tiştî dikare wek dîyardeyeke rewşenbîrî bê famkirin ku wek hewcedarîya avakirina dewletekê, xizmeta afirandina texeyuleke hevpar a neteweya Kurd dike, û bi rêya lêhûrnerîna li du rojnameyan, Niştîman û Kurdistan, ez ê di neteweperwerîya Kurdî de li ser têkilîyên navbera vê texeyula hevpar û avakirina dewletê  bisekinim. Di vê gotarê de, li ser awayê sîyasî yê neteweperwerîyê radiwestim; li lixwehaybûn (awareness) û texeyula neteweperwerîyê hûr dibim û hewl didim destnîşan bikim ku neteweperwerî ji bo dewletbûnê pêşmerceke pêwîst e. Bêyî neteweperwerî an nasnameyeke neteweyî ya bi rastî jî giştgir, netewe-dewlet pêk nayê an têk diçe. Pêşî, ez ê li ser peydabûn û peywenda objektîv ên işaretên pêşî yên hişmendîya neteweyî hûr bibim. Paşê, ez ê têkevim nav hûrgilîyan û hewl bidim raber bikim ka fikra neteweyê di rojnameyên girîng ên destpêka 1940î, Niştîman û Kurdistan de çawa hatîye sazkirin, netewe çawa hatîye hilberandin û ji nû ve hatîye hilberandin, bi wê jî neteweperwerî çawa hatîye hilberandin. Yek ji pirsên sîyasî û felsefî ku derbarê van du demajoyan de tê kirin, hewcedarîya girêya di navbera van herduyan de ye: Gelo bêyî ku xwedî netewe bin, hûn dikarin dewletê ava bikin?

Destpêk bo neteweperwerîya Kurdî ya modern

Her çiqas pejirandina boçûneke modern bo neteweperwerîyê dikare bike ku parçeyek ji realîteyên pêş-modern ku bi peydabûna neteweperwerîya Kurdî re tên têkildarkirin neyên dîtin jî, rehên neteweperwerîya Kurdî mirov dikare bibe heta hatina modernîte û modernîzmê nav Împeratorîya Osmanî, veguherîna avanîyên eşîrî, awayên hilberînê û rastîhevhatina nîhaî ya rewşenbîrên Kurd bi rewşenbîrên Tirk re. Ji vê riwangeyê, berîya hilweşîna Împeratorîya Osmanî jî, gelek rewşenbîrên Kurd derheqê Kurdbûna xwe de difikirîn. Nerîneke kurt a li berhemên çapkirî yên vê serdemê, û rewşenbîrên beşdarî avakirina nasnameya Kurdî bûne jî raber dikin ku dema damezrandina Komara Tirkîyeyê ya modern lêhaybûna Kurdbûnê ber bi neteweperwerîyê ve vediguherî. 

Ev veguherîn, li gor Vali, dikare wiha bê ravekirin: Nasnameya Kurdî ya neteweyî îşaretî çeşitdarîya sîyasî û çandî ya “êdin” dike, ji destpêka xwe ve ev ji kûr ve parçekirî ye (Vali, 1998). Ev hewldan di weşanên perîyodîk ên wek Kurdistan, Rojî Kurd û Jîn de dikare bên dîtin, Kurdbûnê wek nasnameyeke nû ya neteweyî dupat dikin û, di heman demê de, dikare bê dîtin ku hişmendîya Kurdbûnê di navbera Îslam û Tirkbûnê de pêl dibe. Helbet ev dikare wek gaveke bingehîn bê dîtin di avakirina îdeolojîya neteweperwerîya Kurdî de ku pêwendîya wê heye bi fehma ku Kurdan wek ‘êdin’ dibîne. Di vê îdeolojîya nû de, wek hemû nasnameyên din, wek bedeneke nû di temsîlkirina Kurdan de, rewşenbîrên Kurd roleke girîng lîstin. 

Di serdemên modern de, destpêka kêşeya Kurd di nav çarçoveya sînorên terîtoryal ên Îranê de heta serhildana Şêx Ubeydulah diçe. Digel ku ev serhildan di dawîya sedsala nozdemîn de li dijî Împeratorîya Osmanî bû, ji ber bandora wê û elaqeya wê ya bi parçeyê Kurdistana li Îranê re, dikare bê gotin ku li Kurdistana li Îranê tovên neteweperwerîya Kurdî avêtîye (Vali, 2011, r.1). Mirov, bi qasî beşdarên wê ji pîvanga wê ya cografî jî dikare bergeha (scope) vê serhildanê bibîne. Herêmên bakurrojavayê Urmîyeyê heta nêzîkî Bûnabaya li Azerbêcana Rojhilat û eşîrên wek Mameş û Mangûrî di nav beşdaran de bûn. Di vê maweyê de, di jîyana civakî ya Kurdan de têkilîyên prîmordîyal, sedaqet û nirxên aidî çîna eşîrî ya xwedîerd serdest bûn, ji ber ku li Kurdistanê di maneya modern de bajar tunebûn an bajarên heyî jî pir biçûk bûn, loma şênîyên bajaran girêdayî hilberîna çandinîyê û çîna xwedîerd bûn.

Di dawîya sedsala nozdemîn de, Îran hêdî hêdî ber bi pêvajoya kapîtalîzmê ve çû û di destpêka sedsala bîstemîn de, di avakirina netewe dewleteke modern de bi ser ket. Desthilatdarîya Şah Riza û avakirina netewe dewleteke navendî rehên xwe di nav hewesên rewşenbîr û mirovdewletên hê berîya Şoreşa Meşrûtîyeta di 1905an de berdida.  Bi eslê xwe, rejima nû ku di 1921ê de hat ser hikim wek karakter leşkerî bû. Di destpêka sazîyên wê yên modern de, wek encama bergirîyên yekxwedayî ancax dikaribû civatên Îranî yên jihevbelav û komên etnîk di bin otoriteya hikumeteke neteweyî de bike yek. Di vê demê de, li gor Stephanie Cronin: eşîrên Kurd û serkêşên wan î curbicur… li ber kevîya geşbûna nasnameyeke etnîk, herêmî pan-Kurdî û nîv-neteweyî bûn (Cronin, 2007, r.22). Di peywendeke wiha de, bi serkêşîya Îsmail Axayê Simko, rasthatina Kurdan a bi dewleta Iranê ya neteweyî re pêk hat. Ji vî alîyî ve, Gareth Stansfield, bi referansa Farideh Koohi-Kamali digihêje wê encamê ku: 

Peydabûna rojeva neteweperwerîya Kurdî dikare ji nêzîk ve bi kirinên neteweya serdest [a di bin desthilatdarîya Şah Riza de] ve bê girêdan, … û hewesên Kurdan ên serxwebûnê, pêşketina aborî û firehbûna çandî wek encameke pêvajoya sîyasî û aborî ya guhertina awayê jîyana eşîr û koçeran ku ji alîyê hikumeta navendî ya Şah Riza hat sepandin, dest pê kirin. 

Lê di vê serhildana kurdan de a bi serkêşîya Simko û bûyerên piştî wê, daxwazên Kurdan ên di awayê îdeolojîyeke neteweperwer de ji xwazeke eşkere ya ji bo damezrandina netewe-dewletê û bidestxistina serwerîya neteweyî bêpar bû. Di nav çend rûpelên mayî yên Rojî Kurd a bi edîtorîya Torjanîzade de, mirov dikare di vî warî de materyalan peyda bike, lê serhildana wî hê jî di nav lêkolîner û neteweperwerên Kurd de nîqaşbar e. Li gor encama Farideh dipejirîne, Simko xwe bi hêz, otorîte, kontrol û serfirazîyê tetmîn kirîye. Lê wî daxwazên xwe bi zimanekî neteweperwer, zimanekî ku wê demê ji alîyê gelek komên etnîk, dewletên mezin û organên navneteweyî yên nûava dihatin emilandin, îfade kirîye (Koohi-Kamali, 2003, r. 88) Hewlên vê serdemê heta radeyeke mezin ji ber nebûna beşdarîyeke berfirehtir a nûnerên bijareyan, û avanîya eşîrî ya beşdaran a ligel nebûna têkilîyên kapitalîst, bi ser neket.

Berbanga îdeolojîya neteweperwer a li Rojhilat 

Piştî kuştina Simko a di 1930î de, neteweperwerîya Kurdî ket merhaleyeke din bi bandora hêzên nû yên civakî û bi taybetî bi bandora peydabûna çîneke biçûk a birjuwaya biçûk li Kurdistanê, bertekên li hemberî sîyaseta navendxurtkirina Şah Riza, û qebûldîtina stratejîya netewebûna serdest di nav rewşenbîran de. Vê demê, Komalay Azadîxwazî Kurdistan a bi pêşengtîya Ezîz Zendî, ku rêxistineke nîv-nehênî bû, di 1938an de hat damezrandin li Kurdistana Rojhilat li herêma Mukrîyan.  Digel ku zehmet e mirov derbarê bandora vê partîyê de bipeyive, çalakîyên partîyê di çalakîyên sîyasî yên vê serdemê de qevaztineke girîng raberî me dike. Bi gotinên Cronîn: 

Lê heta salên 1940î, li Kurdistanê tevgereke neteweyî dest bi geşbûnê kiribû, tevgereke ku li ser hêzên civakî yên modern xwe dispart axayên eşîrî, û qe ne bi qismekî xwe, ji ber sîyaseta êrişkar a farisîkirinê ya dewra Şah Riza bilez bûbû. Ev tevgera ku li Mahabadê, bajarê sereke yê herêmê, peyda bû wek kok û pêkhînan (composition) bajarî bû û rewşenbirî û çîna navîn a Kurd pêşengtîya wê dikir (Cronin, 2007, r. 197).

Serdema êwra miweqet a di navbera eşîrtîyê û hişmendîya neteweyî de, ku di çalakîyên nû yên li Mahabadê û çêbûna Komalay Jîyanaway Kurdistan (Komalay JK) de bi awayekî eşkere tên teşhîskirin, rojeva Kurdan a bo arezûyên neteweperwer destnîşan dike. Di avabûna Komalay JK de çend faktor dîyarker bûn, hêzeke navendî ku di lawazbûnê de bû û têkilîya di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, nemaze bandora ya pêşî li ser a paşî ji van faktoran bûn. Mihemed Emîn Serajî, sîyasetmedarekî Kurd û yek ji pêşengên PDKÎ, di bîranînên xwe de angaşt dike ku vejîna Kurdbûnê û avabûna Komalay JK elaqeya wan bi tevgera rewşenbîrîyê ya li Kurdistana Iraqê û têkilîyên di navbera Kurdistana Iraqê û ya Îranê heye. Berhemên çapkirî yên li Kurdistana Iraqê, wek kovara Darker[1] diket Kurdistana Îranê. Herdu parçeyan bîranînên xwe  bi hev re parve dikirin û haydar dibûn ji bîranînên hev. Mela Qadir Muderesî, yek ji beşdarên Komara Kurd a Mahabadê, tê bîra wî, piştî serhildana Şêx Ubeydulah heta demeke ne pir dirêj xelkê serhildan ji bîr nedikir. Hê bandora wê li ser wan bû (Haji Aghaie: 2015:315). Dîyar e, ji avabûna Komalay JK di 16 Tabaxa 1942yan û vir de, neteweperwerîya Kurdî ya modern wek îdeolojîyekê hebûna xwe domandîye li ser dika sîyasetê. Lê ji bo em vê qevaztina paradigmatîk a di hizra Kurdî ya sîyasî de analîz bikin, lazim e em li deqên Niştîmanê binêrin.

Niştîman û îdeolojîya neteweperwerîyê 

Hejmara yekem a Niştîmanê ku fikrên JKyê belav dikir, di Tîrmeha 1943yan de hat çapkirin. Di rûpela pêşî ya hejmara ewil de ev hevok hebû: Bijî Serok û Kurd û Kurdistan û Hiwa. Ji hejmara duyem ve ev hevok ku referans dida partîya Hîwa û serokê wê Refîq Hilmî, hat rakirin. Di vê beşê de bêyî ku qala alîyên din ên Niştîmanê, wek kovara fermî ya Komalay JK, bê kirin, ji ber girîngîya vê deqa modern, pêwîst e têkilîya di navbera neteweperwerîya Kurdî û dewletê ya di nav rûpelên vê weşana fermî de bê analîzkirin. Hejmara yekem a Niştîmanê di Tîrmeha 1943yan de ji alîyê Abdurehman Zebîhî hat çapkirin, û hejmara dawî (10) bi tevkarîya Şêx Letîf û Zebihî li Sitakê, nêzîkî Silêmanîyê li Kurdistana Iraqê hat çapkirin. Hejmara yekem a Niştîmanê bi armanca me dest pê dike. Stansfield dibêje ger sernava Komalay JK wek nîşaneya fikra neteweperwerîya Kurdî têra xwe ne beloq bûya, ewçax di hejmara yekem de îlankirina armanca Komalay JKyê, avakirina Kurdistana mezin, ji gumanan re cî nedihişt (Stansfield, 2014, r. 71). Di vê îlanê de ku navê armanca me datîne, Komalay JK wiha dibêje:

Ji neyartîya navxweyî, durûtî, pereperestî û neyartîya bîyanîyan cuda, ku li ber serkeftina Kurdan bûne asteng, Komalay JK bi hemû hêz û qabilîyeta xwe hewl dide zincîra esaretê ya di stuyê neteweya Kurd de veke û li vê Kurdistana qetqetî bûye Kurdistaneke mezin û yekgirtû ava bike ku her Kurdek bikaribe di nav azadîyê de bijî (Niştîman: 4). 

Niştîman bi stratejîyeke neteweperwer ku bi temamî sivîl-polîtîk e, hewl dide çareyekê bibîne ji hejarî û paşverûtîyê re. Bi redkirina her cure milîtarîzmê, hedef dîyar dike ku tekane rêya biserketina rizgarîyê medenîyet e; ev rasterast dibe bihuşta azadî û rizgarîyê (Niştîman: 4). Di vî warî de, Vali

angaşt dike ku pir girîng e ev dûrketina radîkal a ji rêbaza klasîk a leşkerî-sîyasî ya Kurdan ku heta niha li seranserî hemû parçeyên Kurdistanê di rewacê de bû. Tenê nêrîna Komalayê ku li welatekî çar alîyê wî girtî beyhûdebûna fealîyeta leşkerî ya li hemberî hêzên ku wek hejmar jî wek lojîstîk jî raser in destnîşan nake, lê nirxandina wê ya radîkal a di warê avanîya civakî, rêkxistina sîyasî û meylên îdeolojîk ên hêzên leşkerî yên li Kurdistanê jî destnîşan dike (Vali, 2011, rr. 22-23). Ji alîyekî ve ji ber lênehaybûna realiteyên sîyasî, ji alîyekî ve ji ber nebûna vizyoneke zelal a avakirina sazîyeke ji bo serwerîya sîyasî, ev bernameya sîyasî dikare wek xewneke sîyasî bê dîtin. 

Ji bilî vê retorîka neteweperwer, behsa meseleyên civakî û aborî yên avanîya çînî ya civaka Kurd jî alîyekî din ê retorîka îdeolojîk a Komalay JK ye. Di vî warî de, Niştîman xitabî serokeşîr û axayên Kurd dike û durûtîya wan û çavbirçîtîya wan derdixe pêş ku bûne sedemên rewşa niha. Loma, dikare bê gotin ku ger mixalefeta bo serokeşîr û axayan di lehê yekitî û piştgirîya neteweyî de be, alîyê din î vê retorîkê hewl dide kêşeyên civakî û sîyasî temsîl bike. Neemilandina peyva gel balê dikşîne. Di hejmara duyem a Niştîmanê de, ev têgeh, di behsa mixalefetên navxweyî de carekê hatîye emilandin; bi şêweyeke veşartî, tê dîyarkirin ku em ne komunîst in, û em komunîst bin jî, gel nikare protesto bike (Niştîman: 39) 

Bi giştî, Niştîmanê dikaribû neteweperwerîyê li ser sê tewereyan (axis) îfade bike: neyarên navxweyî, neyarên derve û daxwaza rizgarî-serxwebûnê. Ev neteweperwerîya nû-za hewl dide axê wek yek ji hêmanên vê neteweperwerîyê ji nû ve saz bike, lê di xezineya wê ya sîyasî de îmajeke dewletê tuneye. Komalay JK, di jîyana xwe ya kurt de û Niştîman bi 9 hejmarên xwe yên li rojhilata Kurdistanê hatîye çapkirin, di heman demê de cara pêşî rê vekirine li pêş du gotaran di warê neteweperwerîyê de. A yekem, gotarek ku li ser hîmê hêmanên neteweyî hewl dide gel bike yek û serxwebûnê bi dest bixe bêyî ku li ser têgehên dewlet û serwerîyê bisekine, û gotara duyem, ku li ser kêşeyên civakî-aborî yên Kurdistanê hûr dibe û hewl dide gotareke sosyalîst biafirîne. 

Referansên bo şerê Sovyetan bi artêşa Alman re, (Niştîman: 24), nivîsên bi sernavê ‘Em û gel’ (Niştîman: 38), Şoreşa Mezin a Cotmehê (Niştîman: 56) û (Niştîman: 94), weşandina wêneyekê Lenîn (Niştîman: 137) hemû referansên destpêka gotara sosyalîst a di neteweperwerîya Kurdî de ne, lê gotara îdeolojîk bi awayê neteweyîkirî maye. Ligel ku îdeolojîya JKyê nikare îmajeke rewşa sîyasî ya Kurdistanê ya siberojê dabîn bike, di dirûşmeyê de ji daxwaza serxwebûnê wêdetir jî naçe, û ji bo rewatîya neteweperwerîya sîyasî ya Kurdan zemînekê dabîn dike lê têr nake. Emilandina têgehên wek serxwebûn û nasnameya Kurdî ya sîyasî, emilandina dîrokê wek zemîneke neteweperwerîyê, ew hêman in ku Niştîmanê li xezîneya peyvên Kurdî yên sîyasî zêde kirine.

Ji alîyê dîrokî ve, ketina hêzên Sovyetan nav Îranê û valahîya desthilatdarîyê rê vekir li ber hêzên civakî yên nû, û wek encama peşveçûna dîrokê û azmûnên berê yên bîra dîrokî, berteka li dijî hikumeta navendî. Di serê salên 1940î de li Mahabadê ew azadî hebûn ku rê bide komên rewşenbîrî û rêxistinên sîyasî yên nû ku li ser nefhûmên neteweperwerîyê bifikirin, hizra neteweperwerîya Kurdî dorfirehtir û hevgirtîtir, hêsantir bikin (Stansfield, 2014, r.70). Bi heman awayî, dikare bê gotin ku ligel xurtbûna lixwehaybûna birjûwaya biçûk, midaxeleya bîyanî ya li nav sînorên terîtoryal ên Îranê rê vekir li ber veguherîna ji bin ve ya pratîka sîyasî ya Kurdan, ku di avabûna partîyên sîyasî de xwe nîşan da. 

Lê avabûna Komalay JK, di civata Kurdan û gotara neteweperwerîya Kurdî de xaleke kûr a werçerxê temsîl dike. Lê divê ev qevaztin wek veqetandineke temamî ji avanîyên berîya xwe neyê dîtin. Li gor Vali, raserbûna irsî û sedaqatên prîmordîyal ên di avanîya civakî û birêxistinkirina sîyasî ya tevgerên kurd de xisarek mezin daye geşbûna hişmendîya neteweyî û pratîka modern a neteweperwer a sîyasî ya li Kurdistanê. Pêkhatina êşbar a vê taybetîya binyadî ya civak û sîyaseta Kurdî, di makezagonê de û avanîya sîyasî ya Komalayê de bi awayekî zelal xuya kirîye (Vali, 2011, r.23) (Vali, 2011, r.23).

Ji ber vê sedemê, hilweşandin û veguhertina Komalay JKyê di nav Partîya Demokratîk KDPÎ de di 15yê Tebaxa 1945an de, divê wek bûyereke normal neyê dîtin. Emîr Hesenpûr di wê bawerîyê de ye ku tesfîyeya Komalay JKyê di nav Partîya Demokratîk de û avabûna KDPÎyê rê li ber lihevhatina navbera feodalîzm (derebegtî) û neteweperwerîya Kurdî (Kurdayetî) vekirîye (Elî Kerimî: 27). Qasimlo dibêje ev veguherîn nîşaneyeke parçebûna heyî ye di civaka Kurdî û gotara neteweperwer a Komalay JKyê de, ku bi taybetî wê demê di têkçûna birjûwaya lawaz û tesfîyeya rewşa heyî ya di civaka Kurd de xwe nîşan dida (Qasimlo: 44). Qedera Komalay JK mînakeke berbiçav a xetereyên neteweperwerîya modern e di nav pêkhateyên civakî yên kevneşopî/pêş-kapîtalîst de. Rêxistinê zemînekî îdeolojîk ava kiribû ji bo pêvajoya sîyasî ya neteweperwerîyeke modern, lê nikaribû li hember pêkutîyên mecbûrîyetên sîyasî û sazûmanî yên vê pêvajoyê li ber xwe bide (Vali, 2011, r.47).

Dewlet û Kurd: Analîza retorîk a rojnameya Kurdistanê 

Daxwaza bo serxwebûnê ya di nav Kurdan de wê veşartî nemaya. Ann Lambton derbarê serdana xwe ya bo Kurdistanê ya di 1944an de dibêje, “çend Kurdên ez bi wan re peyivîm… gişan bi kelecan qala serxwebûna Kurdan dikirin” (McDowall, 2005, r. 239). Di heman şapatî de John Cook, Konsolosê Brîtanyayê yê li Kirmanşanê, di raporekê de dibêje: Li nav hemû eşîran [li Kurdistanê], li hemberî rayedarên Faris bêhêvitîyeke mezin heye, nemaze leşker û polis, û biryardarîyeke xurt heye ku her çi dibe bila bibe çi mirin be çi sirgun be, ew ê nehêlin wek berê di bin heman şertan de vegerin herêmên eşîrî (Koohi-Kamali, 2003, r. 96). Performansa Niştîmanê ya di Nîsana 1945an de lûtkeya van hestên li qada giştî ya sîyasî ya Mahabadê ye.

Daxwaza serxwebûnê û avakirina dewletê yek ji eşkeretirîn bergirîyan e ku di dewra Komara Kurdistanê de li Mahabadê hatîye kirin. Vê pratîkê xwestinên qismek ji bijareyên wê dewrê û encamên rasyonel ên daxwazên di Niştîmanê de nivîsandî bûn şênber dikir. Lê destnîşankirina cudatîyên di tercîhên zimanî yên Niştîman û Kurdistanê girîng e. Kurdistan, wek weşaneke fermî ya hikumeta Kurd a li Mahabadê, temenê wê ji yê Niştîmanê dirêjtir bû. Û ji Niştîmanê cuda, ew bêtir pluralîst bû.

Kurdistan jî wek Niştîmanê di hejmara yekem de bi armanca dîyarkirî dest pê dike û dibêje: Di demekê de ku hemû neteweyên cîhanê, ligel rizgarîya xwe û welatê xwe ti armanceke wan din tuneye, cehd dikin bi ser kevin, em çi dikin, armanca me ya nihaî çi ye? Dû re, hejarî û parçeparçebûna Kurdan a ji ber durûtîya neyaran destnîşan dike û lê zêde dike ku, ji Îlona 1941ê vir de, me terka hefsarê koletîyê kirîye û niha êdî em qala êl û eşîran nakin, lê niha em bi hev re îlan dikin em Kurd in û hemû welatî wekhev in… hemû ji bo neteweyê dixebitin (Kurdistan: 1, Çile, 1946).

Mirov dikare bibêje, di vê deqê de tekane têgeha girîng têgeha welatîbûnê ye. Ev têgeh ku cara pêşî ketîye nav lîteratura sîyasî, dikare veguherînên hîmên rewşenbîrîya wê dewrê, windabûna cudatîyên di navbera gundî û Axayan de, wekhevîya navbera hemû Kurdan û temsilîyeta derbasbûna ji rêgezên pêş-modern bo pênasekirina têgeha modern a Kurdbûnê raberî me bike.

Wek encama dengên piratîya Kurdistanê û cudatîyên dînî, pênaseya Kurdbûnê di texeyula van rojnameyan de li hev nedikirin. Li gor Kurdistanê: Ew wext derbas bû ku bi navê Şiî, Sunî, Bextîyarî, Lor, Kelhûr û Mameş tovên durûtîyê diçandin li nav Kurdan. Ji ber ku 9 milyon Kurd hene li Îran, Tirkîye, Iraq û Sûrîyeyê, û her yek li ser axa xwe, bi yek deng û ruhî mafê xwe dixwazin (Kurdistan, 5, r. 20). 

Ev pênaseya Kurdbûnê cudatî û astengên li ber netewebûnê temsîl dikin: cudatîya di navbera Kurdên Sunî û Şiî de, cudatîyên di navbera dema modern û ya pêş-modern û belavbûna Kurdan a cografîk a li çar welatan. Lê piranîya deqên ku di vê rojnameyê de hatine weşandin raberî me dike ku Kurdbûn meseleyeke nijadî ye û loma ji nasnameyê guman nayê kirin. Di vî warî de, bawerîya bi dîrokê pir girîng e; nîqaşên wiha di hejmara 7emîn a rojnameyê de jî hene. Ev gotar bi awayekî eşkere hedefên wan î veşartî nîşanî me dike. Pêwîst e em bên agahdarkirin derbarê talî û encamên dewleta Medan ku em bikaribin têkilîya pêşîyên Kurd bi niha re çêbikin (Kurdistan 13, r. 54). 

Di vî warî de, gelek caran mefhûma dîroka hevpar derdixin pêş da ku netewe-dewletan rewa bikin. Ji bo vê, Kurdistan israr dike ku dîrok ne berhemeke rabirdûyê ye, ew bersivek e ji hewcedarîyên niha re. Bi vî awayî û bi pejirandina vê gotarê, Kurdistan cehd dike sîyasetê binxêz bike wek hîmê dîrokê û ji vê riwangeyê talebên îro rewa dike. Di heman demê de ku dîrok dibe babeta şîroveyê, ew dikeve nav lîstika zimanî û sîyasî û ev dibe pêvajoyeke berdewam a jîyanê. Ev awayê rewakirinê, xetên sereke yên banga serxwebûn an otonomîya li Kurdistanê û neteweperwerîya Kurdî tesvîr dike. Lê dîyar e, ev yek ji girîftirîn û zehmettirîn arîşeya neteweperwerîyê ye ku analîza rast a van deqan jî nikare rêya çareserîyê veke ji vê alozîyê re. Xuyaye ev zehmetî, ku yek ji alozîyên neteweperwerîya Kurdî ye jî, ji ber piratî û heterojenîya vê rojnameyê ye jî. 

Qazî Mihemed di hevpeyvînekê de ya di hejmara yekem a Kurdistanê de, di bersiva pirseke derbarê daxwazên Kurdan de, ka otonomî an serxwebûn e, dibêje: na, ev ne rast e, em dixwazin dewleta Îranê makezagonê tetbîq bike (Kurdistan 1, r. 4) û dewam dike:  gelê Kurd ê li Îranê azadîya wan heye ku karên xwe yî navxweyî bi rê ve bibin û îdare bikin û di nav sînorên Îranê de bi azadî bijîn, bikaribin bi zimanê Kurdî perwerde bibin, li gor makezagonê, garantîkirina avakirina Encumenhayê-Eyaletî ve Welayatî, şênîyên lokal wê bo postên hikumetê yên li herêmê bên tayînkirin û lihevkirina gundî û axayan mimkun e (Kurdistan 2, r. 6). Qazî Mihemed pirsa derbarê yekitîya Kurdên li parçeyên din î Kurdistanê de wiha bersiv dide “Na, qetîyen.” (Kurdistan 2, r. 6). Hevpeyvîn ji alîyekî ve nêrîna fermî ya dewletê nîşan dike, ji alîyekî ve jî dubendîya gotara neteweperwer a wê demê, û heta îro jî, li ber çavan radixe. 

Di heman demê de, di biryara 22yê Çileyê de ku hestên neteweperwer ên li Mahabadê gihişt asteke bilindtir û roja awarte ya îlana damezrandina Komara Kurdistanê de, Komîteya Navendî ya partîya KDPÎ xwest ku ev şeş şertên li jêr bên bicîkirin: herêmên Kurd lê dijîn wê serbixwe bibin; hilbijartinên parlamentoya neteweyî bên kirin; hikumeta Kurd û wezaret bên damezrandin; artêşeke neteweyî bê avakirin; têkilîyên ticarî û aborî bi dewletên cîran re bên danîn; û têkilîyên bi Azerîyan re bên xurtkirin (Kurdistan 8, r. 31). Tê gotin, ev hemû şeş made ku şertên ji bo damezrandina dewleteke serbixwe dihewînin, çend roj berê derheqê redkirina damezrandina dewletê de ji alîyê pêşewatîya Kurd hatibûn behskirin. 

 

Ev nakokîya di îfadekirina babeta serxwebûnê û damezrandina dewletê de dikare bi gotinên Şêx Îzedîn wiha bê ravekirin: Maweya di navbera veguherîna Komalay JKê bo KDPÎ û damezrandina Komarê de nêzîkî sê meh e… Ji ber vê ye ku li Komara Mahabadê tevlihevîyeke wiha heye. Li alîyekî fikrên wek serxwebûna bi al, artêşa neteweyî û wezaret, zimanê fermî li dibistanan û karên fermî de, li alîyê din jî, awayê hikumetê, nemaze di êwrên dawî yên temenê wê de ber bi otonomîyê diçe. Di lîteratura hin rayedarên partîyê de, peyva otonomîyê dikare bê dîtin (Elî Kerîmî: 356). 

Encameke girîng ku îro jî di gotara sîyasî ya neteweyî ya partîyên sîyasî yên Kurdan de xwe nîşan dide, nakokî û çûnûhatina di navbera daxwaza serxwebûnê û damezrandina dewletê û otonomîyê de ye. Ev tevlihevîya di retorîka rojnameya Kurdistanê de dikare ji riwangeyeke din ve jî bê ravekirin, bi lêhûrbûna li ser dewletê û daxwazên Kurdan ên dewletê (Kurdistan 37, r. 151), ev retorîka neteweperwer ji bo bêtir meşrû bibe hewl dida di qada navxweyî de populer bibe. Li qada derve de jî, wê nedixwest babetên serxwebûn û damezrandina dewleteke Kurd bipejirîne. Ev nelihevî dikare bi hewldana rakirina hemû nîşaneyên ku Komalay JK dianîn bîrê, jî bê ravekirin. Komara di gotara neteweperwerîya Kurdî de ku ji alîyê Kurdistanê tê temsîlkirin, ew rê bû ku Komalay JK û damezrênerên wê ketin nav dîroka neteweyî û nasnameyeke sîyasî bi dest xistin. Berîya çêbûna Komarê dîrok an nasnameya wan tuneye (Vali, 2011, r. 85). Di vî warî de, Qasimlo tunebûna şertên objektîv û şertên aborî, civakî û çandî yên ji bo damezrandina Komarê dupat dike (Qasimlo, r. 111). Belkî ev dubendîya daxwaza sîyasî ya vê demê, ku di neteweperwerîya Kurdî de berceste bûye, retorîka sîyasî ya neteweperwerîya Kurdî ya li Îranê vedibeyîne. 

Encam

Piştî zêdetirî heftê salan, efsaneya Komara Mahabadê hê jî motîfeke xurt e di vegêrana neteweperwerîya Kurdî de. Li gor Vali: Ji bo Kurdan… hilweşîna Komarê ji derseke dîrokî zêdetir tişt pêşkêş dike. Li gor wan, ew ne tenê bûyerek e ku di rabirdûyê de pêk hatîye, ew vêga jî dijî, tenê bîranînan bi tev nade, gotar û pratîkên ku şikil didin niha jî bi tev dide. Di ser vê bûyerê re, derheqê rabirdûya xwe de difikirin, rastî ‘vêga’ya xwe tên û siberoja xwe texeyul dikin (Vali, 2011, r.113). 

Ji bilî fonksîyonên bibîranînê yên vê bûyera dîrokî û faktorên derveyî ku bandor kirine li hilweşîna Komara Kurdistanê ya li Mahabadê, girîng e ku rehendên netewesazkirinê û têkilîya wê bi dewletê re bê dupatkirin. Li gor Qasimlo, rast e ku şertên objektîv ên aborî, civakî û çandî yên damezrandina Komarê ne guncav bûn. Heta şertên wê yên subjektîv jî ku hêzeke sîyasî bihewîne ku derfet bide avakirina rêxistineke dewlethez bi temamî pêk nehatibû (Qasimlo, r.115).

Giştgirîya van rexneyan dikare bê firehkirin heta neteorîzekirina îdeolojîya neteweperwerîyê û têkilîya wê ya nêz bi dewletavakirinê re. Lê, ji alîyê şertên pratîk jî, behsa herêma çîyayî, gelheya kêm, nebûna geşbûnê dikare bê kirin. Di rehendê subjektîv de jî, mirov dikare angaşt bike ku guzergaha bûyeran nîşanî me dide ku: bi lawazbûna hêza hikumeta navendî re daxwaza serxwebûnê zêde dibe; lê bi xurtbûna hêza hikumeta navendî, ev daxwaz li alîyekî din dimîne. Di herdu halan de jî, bi awayekî îronîk, dewlet û daxwaza avakirina dewletekê di maneya xwe ya modern de, bi têgehên wek serxwebûn û otonomîyê, li ser hatine sekinandin. Belkî mimkun e îro mirov guzergaha dîrokî ya Komarê ya di retorîka Kurdî ya neteweperwer de nîşan bide, ku daxwazên sîyasî bi awayekî mitewazî û bi tirs hatine îfadekirin. Lê ev minhasirî, yek ji wan astengan e ku peydakirina bersiveke zelal ji bo pirsên wek “gelo Kurd dikarin dewletekê ava bikin bêyî ku bibin netewe an berîya ku bibin netewe” zehmettir dike.

[1] Kovara Darker: Weşana Komalaya Darker. Di êvara Îlona 1937an de, Yunis (Dildar) hinek xwendekarên ji bajare Kerkukê li mala Şakir Beg Celal kom dike û piştî niqaşên zef, biryar didin ku komeleyek ji bo Kurdan bi nave Darker bê damezrandin. Rizgariya Kurdistanê û hevgirtina her 4 parçeyan armanca wan bû. Di Hezîrana sala 1938an de kongreya yekem di baxçeyê umm-alayin li bajarê Kerkukê hat kirin. Refiq Hilmî jî ku berê di salên 1910an de endamê komeleya Hêvî bû li Stenbolê, bi coş û germahiyeke mezin di nav Darker de cî girt. Piştî ku Refiq Hilmî ket nav refen Darker, nave Darker hat guhertin û Darker bû partî, Hizba Hîwa. Nave Darker ji komeleya Carboneriaya Îtalî hatiye girtin ku di salên destpêka sedsala 19mîn de hatiye damezrandin bi armanca bidestxistina serxwebûna Îtalyayê. 

Çavkanî 

Anderson, B., 2006 Imagined Communities: Reflections on the Origin and Spread of Nationalism. 2. ed. New York: Verso.

Breuilly, J., 1993. Nationalism and The State. second edition ed. s.l.:Manchester University Press.

Cronin, S., 2007. Tribal politics in Iran: Rural conflict and the new state,1921–1941. New York: Routledge.

Gellner, E., 1983. Nations and Nationalism. thaca: Cornell University Press.

Haji Aghaie, Azad. 2015. Contested Pasts: A Discursive Reading ofKurdish Nationalism (in Kurdish). Silemani: Jamal Erfan. Publication

Hinsley, F. H., 1966. Sovereignty. New York: s.n.

Hobsbawm, E. J., 1990. Nations and Nationalism since 1780. Cambridge: Cambridge University Press. G. Ruggie, 1983. Continuity and Transformation in the World Polity: toward a Neorealist Synthesis. World Politics, Volume xxxv, pp. 275-276.

Kohn, H., 1958. The Idea of Nationalism. New York: The MacMillan Company.

Koohi-Kamali, F., 2003. The Political Development of the Kurds in Iran: Pastoral Nationalism. s.l.:palgrave macmillan.

Mcdowall, D., 2005. A Modern History of The Kurds. london: I.B.Tauris.

Stansfield, G., 2014. Kurds, Persian Nationalism, and Shi’i Rule: Surviving Dominant Nationhood in Iran. In: D. R. a. M. Gurses, ed. Conflict, Democratization, and the Kurds: Turkey, Iran, Iraq, and Syria. s.l.:Palgrave Macmillan .

Vali, A., 1998. “The Kurds and Their “Others”:Fragmented Identity and Fragmented Politics”. Comparative Studies of South Asia, Africa and the Middle East, , Vol. XVIII(No. 2), pp. 83-94.

Vali, a., 2011. Kurds and the state in iran: the making of kurdish identity. London: I.B.Tauris & Co Ltd.

Yack, B., 2001. Popular Sovereignty and Nationalism. POLITICAL THEORY, August, 29(4), pp. 517-536.

Ghasemlou, Abdurrahman, Forty years of struggle for freedom (in kurdish)

Kurdistan 2011. Kurdistan Newspaper. Erbil: Aras Publication.

Niştîman, 2008. Ali Karimi. Soleymanîyeh, JIN Publishing (in Kurdish)

 

Share.

Leave A Reply