CERIBANDINA NIRXANDINEKÊ LI SER XERABIYA BEKOYÊ AWAN

Burhan Yek

Xerabî yek ji têgehên herî berhemdar ên edebiyatê ye. Bi qasî ku “qencî” bi nav û deng e divê neyê jibîrkirin ku vê “qencî”yê ev navûdengbûna xwe bi xêra “xerabî”yê bi dest xistiye. Lewra weke qanûneke bingehîn hemû tişt bi dijberên xwe tên zanîn û li gorî wan qîmet digirin. Ji çêbûna însanan û heta niha şerek di nav qencî û xerabiyê de heye. Jixwe însan jî piştî xerabiya ku şeytên li Hz. Hawayê kir û pê ve ji bihuştê hat derxistin û îmtîhana qencî û xerabiyê li vir û li vê erdê dewam kir. Ji ber vê yekê ye ku xiristiyanan jî ji bo ku xwe ji vê xerabiyê (guneh) paqij bikin bi waftîzê ji xwe re rêyek dîtine. Gelo em ji bo çi ewqasî li dora şeytan diherin û tên. Xuya ye ku ev ne rêyek tekûz e lê wexta ku peyv hat ser edebiyatê divê em li ser rola wî ya ku ji bo edebiyatê hewce ye bisekinin.

Şeytan ji xwe re di edebiyatê de dikare cihekî çawa bigire gelo. Di edebiyata cîhanê -bêtir a rojava- de şeytan weke amûrekî “afirîner” hatiye bikaranîn. Şerif Mardin di teblixa xwe ya ku di sempozyûma bi navê “ modernbûn, cî- hana îslamê û Tirkiye” de pêşkêş kiribû, li ser hêl û hêza şeytan a afirîneriyê disekine û weha dibêje. Fikra “afirîneriya şeytên” di îslamiyetê de tuneye, heta ev fikir bi xwe jî guneh e… Lê belê li rojava rewabûna hêza şeytên a afirîner bi ekola romantîzmê pêk hatiye û heta îro jî hêza xwe didomîne… Baudelaire û Rimbaud du şairên “lanetlêhatî” ne, lê taybetiya wan ev e ku wexta ku li ser xerabiyê şixulîne wan ew wek sûc nedîtine û bi awayekî ji rêzê nêzîkî vê yekê nebûne. Ji ber vê “lanetlêhatî” lê di heman demê de li rojava kesên gelekî rêzbar in 1.

Li ser xerabiyê du teoriyên sereke hene. Yek jê dibêje xerabî jî weke hin taybetmendiyên din ên însanan irsî ye û meriv wê weke mîrata genetîk ji dê û bavê xwe distîne. Wexta ku ev yek tê gotin “masûmiyet”a kesên ku xerabiyê dikin jî bi xwe re tîne û wê çaxê ji bo cezakirina vê xerabiyê dibe ku nîqaş derkevin. Ku genên xerabiyê bi xwe re -ango jidayikbûnê- anîbe, kesekî fikra wî nepirsiye ka gelo ew vê taybetmendiyê dixwaze an naxwaze û ji ber vê jî tu berpirsiyariye wî tuneye. Îcar wexta ku weha be yanî ev, taybetmendiyên zikmakî bin divê ji dêvla girtîgehan em wan têxin nexweşxaneyan û wan te- dawî bikin.2 Teoriya duyem vê yekê qebûl nake û dibêje ku însan; bi çi awayî ji dayik bûbe ewqasî jî ne girîng e. Lewra hawirdor, perwerdehî, bandora dê û bav û hwd. li ser çêbûna karakter heye û ji ber vê jî berpirsiyar e; lewra wî bi xwe ev yek bijartiye. Heger em li gorî van teoriyan werin ser Bekoyê des- tana Memê Alan ku bi xerabiya xwe bûye sembolek em ê bigihên encameke çawa? A rast ji Beko bêtir em li qîza wî binerin em ê çi bi dest bixin. Lewra wexta ku Mem tê Cizîrê -berî ku were Xoce Xizir li ser Beko û qîza wî Zîn, agahînin dabû wî- û li ser şet qîza Beko dibîne, li vir ewilî xwe weke Zîna ku hatibû qesra wî nîşan dide û ji bo ku Mem jê bawer bike gustîlka tiliya xwe rê wî dide, piştî ku dibîne Mem jê bawer nake û dixwaze here Cizîrê, ji Zînê pirsa cihekî ne kûr dike bo ku bi hespê xwe bi rehetî ji şet derbas bibe. Vê carê jî cihekî kûr wek cihekî nizm rê wî dide û wexta ku Mem dibîne ku kûr e hema berê Bozê Rewan vedigerîne. Zîna qîza Beko bi wê yekê jî qîma xwe nîne û xwe şilfîtazî dike û tê pêşiya Mem û dibêje: ez li ciyê xwe rûniştime, tu werî û namûsa min xerab bikî/bihetikînî vê pîsiyê bi ser min da bînî!3 Piştî vê gotinê bazarek di nav Zîna qîza Beko Awan û Mem de çêdibe, ku Mem Zîna Zêdan li hespê Bozê Rewan kir û pê ve divê wê jî li hespê xwe siwar bike û wê jî bi xwe re bibe Bajarê Mixribiyan. Ji bêgavî Mem vê yekê qebûl dike û encax dikare ji destê wê xelas bibe. Qîza Beko piştî vê peymanê, xayintiyê bi bavê xwe re dike û ji Mem re dibêje ku tu ji cem min here û pê ve tu dê rastî kalekî bê û taybetiyên Bekoyê bavê xwe rêz dike. Vê carê rêya ku dê Mem bi çi awayî ji destê Beko bifilite nîşanî Mem dide. Karaktereke ewqas ji xerabî û berjewendiyan hez bike û ji bo vê yekê karibe “bavê xwe jî bifiroşe” ji bo çi li ser jinê hatiye tetbîqkirin hêjayî lêkolînê ye. Di vir de hîn berî ku Mem derbasî Cizîrê bibe ji aliyê qîza Beko Awan rastî ewqas xerabî û bêbextiyan tê, li vir berî ku Mem rastî “mêr”ekî bê rastî “jin”ekê tê. Di xirîstiyaniyê de “jin” wek alîkara “şeytên” tê qebûlkirin û hemû gunehên ku em dikişînin jî ji ber “jin”ekê ne. Lewra ya ku mêr dibe “dara qedexe” jinek e û ji ber wê jî mifta deriyê gunehan e. Li gor rola jinê ya “dîrokî” û “olî” meriv li şandina qîza Beko binihêre ku; weke objeya xerabiyê ya ewil derdikeve pêşiya me;“jin” ji aliyê “mêr”ekî (bavê wê) ve ji bo ku biçe pêşiya Mem bibire, fen û fûtan lê bike û wî ji ser rê bibe hatiye şandin. Ku qîza Beko “werê” be kî dizane wê ji aliyê Beko bi xwe çi xerabî û dek û dolab werin serê Mem. Bi xêra qîza Beko em dikarin wê û bavê wê bidin berhev û li ser Beko bibin xwediyê fikrekê. Îcar di vir de em pirsekê bikin. Qîza Beko di vir de sûcdar e an na? Ew ji aliyê Bavê xwe hatiye organîzekirin lê belê ji bo tiştên ku ji destên wê tên jî texsîr nake. Dibe ku genên xerabiyê ji bavê xwe stendibe û ew bi xwe jî li dijî van xerabiyan be, lê wexta ku em weha bibêjin wê pirsek weha jî bê kirin: “Wê çaxê gunehê Beko çi ye?” Beko jî ev xerabî bi rêya “gen”an ji dê û bavê xwe stendiye.

Di vir de em tiştekî weha bibêjin. Em di destana Memê Alan de li ser zaroktiya Beko bi tiştekî nizanin. Ka gelo li hawirdorek çawa mezin bû?Ger me hawirdora ku Beko lê mezin bûye biguherta dê heman encam derketa an na? Dê û bavê wî tahde lê kirin an na? (Hêja ye ku meriv bi nêrîneke psîkanalîtîk nivîsekê li ser vê mijarê binivîse), li derdora ku mezin bû, însanên ku xerabî dikirin ji aliyê civakê ve qîmet digirtin an na?- Gerçî di cînan de li ser xelkê Cizîrê gotinên neyînî hene weke mînak, di cihekî de Hesen ji birayê xwe Çeko re weha dibêje “tu dizanî, bajarê me, bajarê fesadan e/ tê da tune mêrîkî bi namûs û lawekî bavane”(95) di vir de xuya ye ku mubalaxayek heye lewra Hesen ji bo ku Mem xelas bike agir bi mala xwe dixîne û ew têrê nake di ser de kurê xwe jî diavêje nav êgir. Yanî fedakariyek pir mezin ji bo mêvanê xwe dikin. Tenê ji ber ku “mêvan” e.Em bersiva van pirsan nizanin. Lê belê hew em dizanin ku Beko yekî Awan e, şeytan e û mifsid e.4 Însanek bêyî ku fêde û berjewendiyên wî hebin gelo dikare ji bo çi xerabiyê bike, ji bo çi dike? Ev pirs bila li vir li benda bersiva xwe be.

Rasthatina Beko û Mem piştî ku ji qîza Beko vediqete û pê ve wek gotina wê derdikeve. “Kalekî rîspî emrê wî gihaye heftê û pêncane”(56) di devê deriyê bajarê Cizîrê li benda wî ye. Her çiqas Memê Alan him ji aliyê Xocê Xizir û him jî ji aliyê qîza Beko ji bo ku bi tedbîr tevbigere hatibû şîretkirin jî ne mimkun bû ku xwe ji destê wî xelas bike. Kîjan însan be jî ji kalekî rîspî û heftê û pênc salî hêviya xerabiyê nake. Lewra meriv dibêje însanekî werê destê xwe ji dinyê şuştiye û belkî haziriya axîreta xwe dike. Lê Beko hîn jî bi awayekî jidiyayî bi dinyê ve girêdayî ye û ji bo vê yekê jî çi ji destê wî tê texsîr nake. Beko, Mem dawetî mala xwe dike, Mem pêşî qebûl nake, lê dibîne ku Beko ji bêrîka xwe reşbelekekê derdixe û tê de xwedêgiravî bav û kal û apên Mem temiya wî li Beko kiriye, wan gotiye bila li cem te bimîne û lê miqate be. Mem ji vê yekê bawer nake, lewra wexta ku biryara çûna Cizîrê dabû tevî bavê wî, tu kesî navê Cizîrê ne bihîstibû ne jî di xewnên şevan de dîtibû. Lê wexta ku di binê reşbelekê de mora bav û kal û her du apan dibîne jê bawer dike û dide dû wî. Lê wexta digihê nêzîkî mala Beko şîreta qîza wî tê bîra wî û dibîne ku tiştên wê ji bo mala bavê xwe gotibûn rast in, hesp radike çargavan û jê bi dûr dikeve.

Me got Beko yekî rîspî, heftê û pênc salî ye. Tevî vê Beko ji kitêbên remlan jî fahm dike û jixwe di van kitêban de hayê wî ji hatina Memê Alan çêbûye. Tevî ku tu dijminantî di navbera wî û Mem de tuneye jî berî ku Mem derbasî bajarê Cizîrê bibe plan û haziriya xerabiyan dike. Ka gelo derdê wî çi ye, çi tahda Mem gihîştiye wî, çi fêda wî ji vê xerabiyê heye. Di vir de bila şaş neyê fêhmkirin ku ji bo fêdeyê caiz e ku Beko xerabiyê bike. Lê yekî ku xerabiyê bike fêdeyek an jî berjewendiyeke wî hebe belkî meriv karibe jê re hêncetekê bibîne. Lê di ya Beko de tiştekî weha tuneye. Beko tenê heqê navê xwe dide; awantî, şeytanî û mifsidiyê dike. Belkî meriv karibe bibêje tenê ji xerabiyê “haz”ê distîne merivekî sadîst e. Wexta ku meriv ji hêla “haz”ê lê dinere meriv dikare ji nav tevgerên Beko derkeve. Lê tiştekî weha ku êdî -di rûpelên pêş de em ê bibînin- qesta jiyana mirovan dike, meriv dikare bi hazê rave bike? Ji vir û pê ve ev yek dibe “nexweşî”yek û divê bê tedawîkirin. Lê em dibînin tevgerên Beko ji aliyê civakê û ji aliyê mîr wek tevgerên dînan nayên dîtin. Di ser de mîr di gelek cihên krîtîk de bi ya wî dike û bi aqilê wî tevdigere. Jixwe Beko wezîrê mîr e û meriv şaş dimîne çawa yekî ku werê aqlê wî timî li ser xerabiyê dişixule, ji bo çi dibe wezîrê mîrê Cizîra Botanê. Belkî jî ji bo maqamekî wek wezîrtiyê mirovine weha hewce ne. Lê di dawiya dawî de ev xerabiyên ku Beko dikin him dibe sebeba jiyana wî û him jî dibe sebeba hilweşîna mîrîtiya Cizîra Botanê. Lê xuya ye zerara ku digihêje Beko ji wî re pirr ne girîng e; çimkî ew ji wê zewqekê û hazekê distîne. Tiştên ku “haz”ê didin meriv bi giştî wextekî dirêj nadomin, ji ber vê jî Beko xerabiyê li ser xetek lîneer (li ser dirêjahiyê) domdar dike û bi vê yekê dema haza xwe dirêjtir dike.

Mem li mala her sê birayên celalî, Hesen, Çeko û Qeretacîn dibe mêvan û ji wan re derdê xwe dibêje. Di vir de weke ku me li jor jî got fedakariyek gelek mezin nîşan didin. Heta ji bo ku Memê Alan derdê xwe ji wan re bibêje Çeko dev ji Zîna ku “destgirtî û qalandayiya sê salan”(94) e berdide û ji bo îşê wî bibin serî tev her du birayên xwe dikeve tevgerekê. Ji bo ku bielimin bê dilê Memê Alan ketiye kê organîzasyonekê çêdikin û hemû keçên Cizîrê -1200 keç- tên ser kaniya Qestelê. Zîn jî yek ji wan keçan e ku hatiye ser kaniyê. Piştî ku Mem çav li wê dikeve dihere ser kaniyê û ew û Zîn dest bi muhebbetê dikin. Wexta ku Beko vê yekê dibihîze zûzûka planekê çêdike û li rêya gihandinê vê agahiyê digire ka bê wê bi çi şiklî û formatê ji mîr re bibêje. Piştî ku difikire rêyeke weha dibîne ku mîr mecbûr dimîne ku bi ya wî bike. Lewra Beko ji mîr re dibêje: ji bajarê mixribê padîşahê kurdan hatiye navê wî Memê Alan e, li cem her sê birayên Celalî dimîne û çavên wan lê ye te ji mîrîtiyê bikin û li şûna te wî bikin mîr û hakimê bajarê Cizîra Botanê. Di vir de ji bo mîrekî tiştê herî girîng text û hukimdariya wî ye û Bekoyê ku bi vê yekê dizane jî dixwaze bi vê “tirsê” mîr qanih bike. Wexta ku mîr vê yekê dibihîze ewilî wek bawer nake dixuye û jê re dibêje ku ev tişt derew bin ew ê wî bide ber devê şûran. Lê Beko di cih de wî qanih dike û wezîfeya xwe tîne cî. Di vir de weha dixuye ku mîr ji berê de li tiştekî weha digere. Lewra ji berê de ji her sê birayên celalî -di heman demê de pismamê mîr in- hez nake û wexta ku Beko vê meseleyê dibêje zû ditefsilîne û ji Beko pirsa fikra xelasiyê dike û ew jî li gorî mifsidiya xwe rêyekê li ber mîr dixe. Mîr ji bo rastkirina agahiya ku Beko daye wî ji tu cihên din napirse, lewra desthilatdariya wî di rîskê de ye û ji bo vê yekê jî divê tehdît zûka bê berterafkirin.

Bekoyê Awan planeke weha çêdike: bila mîr xwarinekê çêke û bangî hemû Cizîriyan bike û bila Hesen, Çeko û Qeretacîn mêvanê xwe jî bi xwe re bînin. Wexta ku her kes hat û pê ve ez ê fermanekê bi navê mîr binivîsim ku Ecem serî rakir û têne ser bajarê Cizîra Botanê, wê çaxê dê her kes derkeve serê çiyan û ez ê li ser nan û erzaq bisekinim û axûya Silêmanî têxim nanê Memê Alan. Bi vî awayî kes nizane bê ji çi miriye û em ê jî jê xelas bibin. Ev plan dikeve serê mîr û weke ku Beko gotibû dike. Wexta ferman hat xwendin û gotin bila her kes xwe bigihîne serê çiyan Mem bê dilê wî bû û nedixwest here. Ev yek ji Hesen re got. Wexta ku Hesen ev yek ji mîr re got Beko berî mîr bersiv dayê û got “ma çira mêvanê te li xwe datîne navê mîran û padî- şane?/ma qey karê mêran nîn e teqandina sîlehane?” (125). Mem mecbûr dimîne diçe lê çavên wî bi awayekî li rêya vegerê ye û tenê bi şertekî dikare vegere, ew jî birîna bi şûran e. Mem jî radibe lahûrê giran ji kalê derdixe û lingê xwe birîndar dike. Piştî vê Hesen car din ji mîr rica vegera Mem dike. Vê carê bela ku Beko ne li cem mîr e, vê yekê qebûl dike û Mem jî berê xwe dide Cizîra Botan.

Wexta ku Beko axûyê dixe xwarina Mem û vedigere cem mîr dibîne ku Mem ne di nav wan de ye. Mîr meselê ji Beko re dibêje. Beko hingê planeke din çêdike. Dibêje ‘ez ê ji artêşê dûr bikevim û ez ê emrekî binivîsim û bibêjim şer qediyaye bila herkes vegere mala xwe’. Piştî ku berê artêşê kete Cizîrê her sê bira ketin tatoleya Memê Alan bê wê wî çawa xelas bikin. Lewra wan digot hayê Mem ji xelasbûna şer tuneye û jê heye ku wê bi mehan şer dewam bike û hebe tunebe niha li cem Zînê ye û em bi vî awayî vegerin dê mîr, Mem û Zînê li cem hevdû li qesrê bibîne. Wan jî planek çêkirin. Li gorî planê Çeko û Qeretacîn ketin pêşbaziyekê her yekî digot hespê min beza ye. Her ku çû dengê wan bilind bû, şûrê xwe kişandin. Piştî vê Hesenê birayê wan çû ji mîr reca kir got bila her du berê hespê xwe bidin Cizîrê û kî ji wan berê gihîşt Cizîrê em ê zanibin ku hespê wî beza ye. Lê Beko fahm dike di gotina van Celaliyan de tiştek heye û dixwazin Mem xelas bikin û pêşniyaza ku hemû kes têkevin pêşbaziyê dike. Mîr dizane gotina Beko ne vala ye û fermanê dide her kes hespê xwe dide çargavan. Beko û mîr berî gişan digihên bajarê Cizîra Botan û Beko ji Mîr re dibêje niha xweha te Zîn meraqa te kiriye û bi hev re diçin odeya Zînê. Li vir mîr û Beko, Mem li heremê li hêla jinan dibî- nin û sebebê vê dipirsin. Wexta dest bi guftûgoyê dikin Sitiya jina Hesen jî meraqa Mem kiribû bi pirsê elimîbû ku Mem hatiye Birca Belek. Wexta diçe qesrê dibîne ku Mîr û Beko hildikişin qatê jinan û hema ew jî dide dû wan û di pacê re wexta ku Mem wê dibîne guliyê Zînê di hoçikê hewranî re şanî Sitiyê dike. Sitî xwe digihîne Hesen, ew jî tê ji pacê re dibîne ku rast e, Mem di bin kurk de Zîn veşartiye. Vedigere malê û bi şûran li hesp û heywanan dixe, Sitî tê ji mîr re dibêje ji bo ku Hesen aş bike, mîr dike ku rabe lê Beko wî disekinîne, piştre Hesen agir bi mala xwe dixe, cardin Sitî tê xwe diavêje dexlê mîr ku Hesen ji vê rêyê vegerîne cardin bi awayekî Beko nahêle ku biçe. Hesen dibîne ku mêvanê wî di talûkê de ye, vê carê radihêje lawê xwe û wî diavêje nav êgir da ku mîr bi ser wî de were û mêvanê wî fersendekê bibîne û xwe xelas bike. Vê carê jî Beko hewl dide ku mîr neçe lê mîr sebra wî nema û destê xwe çerpande ser çavan (140) û diçe pêşiya Hesen û sebebê van kirinên wî dipirse. Di vê kêliya ku mîr pirsa rewşa Hesen kir Zînê jî fersend dît û ji bin kurkê Memê Alan derbasî odeya cariyan dibe. Bi dengê lingê Zînê Beko berê xwe diguherîne û dibîne ku jinek derbasî odeya cariyan dibe lê tam dernaxe bê kî ye. Bi dengê Beko mîr jî berê xwe dide wî aliyî lê bela ku cilên Zînê û jina mîr ji hev in, mîr dibêje Mem dest avêtiye namûsa min û ew û Mem destê xwe diavêjin û şûrên xwe ji kalanên xwe dikişînin. Sitiya ku vê yekê dibîne di cî de xwe digihîne Hesen û dibêje rewşa mêvanê me giran e divê hûn wî xelas bikin. Wê carê Hesen tê orta Mem û mîr û sebebê hatina Memê Alan ji Bajarê Mixribiyan jê re vedibêje. Mem evîndarê Zîna Zêdan e û ji bo wê ji welatê xwe rêya şeş mehan daye ber xwe û hatiye li Cizîra Botanê sekiniye.

Bi lîstika xwe ya dawî jî Beko negihîştibû meqseda xwe. Divê tiştekî din bikira ku bi temamî ji Memê Alan xelas bibe. Dîsa wextekî ku her sê birayên Celalî çûbûn şer, lê Mem li Cizîrê mabû, Beko ji mîr re got Memê Alan dawetî lîstika şetrencê bike û zora wî bibe jê û pê ve ji min re bihêle. Mîr ev fikra qebûl kir, şand dû Mem. Lê Mem lehîzvanekî zor bû (147) û li ser hev sê dest ji mîr bir. Beko dît ku rewş ne baş e û Zîn di paş Mem re li ber pencerê rûniştiye, got ‘mîrê min sihûda mirov carna bi cih têt’ (147) û pêşniyaza cihguhertinê kir. Piştî ku cî guhertin çavê Mem li Zînê ket û aqil ji serî çû. Mîr li ser hev şeş dest jê bir û Memê Alan têk çû. Hemû kes belav bû û pê ve Beko hate cem Mem û got li gorî şertê ku tu bi mîr re ketiyê dest û lingên xwe berde û çû werîsek anî destê wî girêda, çênebû werîs ji hev qetiya, zincîr ceriband Mem pif kirê zincîr bû marekî fêris, Beko lê nerî çênabe ji Mem alîkarî xwest, Mem jî digot “qey tev henek û yarî ye”(148) û rê li ber Beko xist bê wê çawa destê wî karibe girêbide. Li gor gotina Mem çend mû ji Bozê Rewan û çend mû jî ji serê Memê Alan rakir û tilî û pêçiyên wî girêda û ew avêt binê zindanê. Li vir divê meriv bipirse Memê ku padîşahê kurdan e û hîn berî ku tê- keve Cizîrê ji hêla Xocê Xizir hatibû tembîkirin ji bo çi timî ji Beko bawer dike û dawiya dawî xerabî bi ser dikeve. Belkî ji ber “başî” û “qencî”yê ye ku di wê de planek tuneye û ji bo ku merivek bixwaze başiyekê bike li teferrûatan pir nafikire. Lê xerabî ne weha ye. Xerabî “serêşandin” divê, kesê ku bixwaze xerabiyê bike divê ji her alî li meseleyê binêre û tedbîra tiştên ku ji xerabiya wî re bibe asteng bistîne. A soxî xerabî tiştekî zehmet e ji bo mejî û bedena mirov. Terry Eagleton li ser başî û xerabiyê weha dibêje “ku em ji hêla dîrokê li meseleyê binerin em dikarin bibêjin ku çalakiyên çê ji mirovên çê girîngtir e….lê xerabî? Wexta ku em li ser xerabiyê bipeyivin, divê em gotinên xwe yê li ser çalakî û aktor, dîsa di ber çav re derbas bikin. Ku ne mirovên xerab bin çalakiyên xerab dikare çê bibe?”5

Mem bi planên Bekoyê Awan kete binê zindanê lê Beko bi vê yekê jî nasekine. Qîza Beko ya ku wexta Memê Alan hat Cizîrê û li ser şet rastî wê hatibû, li vir car din dikeve dewrê. Qîza Beko ji bavê xwe bihîstiye ku Mem ketiye zindanê. Ji bo xwe li ber dilê Zîna Zêdan şêrîn bike û ji Mem xelas bibe hinarekê bi şûjinê qul dike û ji şûna qulê axûya mara kaşan dixe hundirê hinarê. Li gor planê, wê hinarê bide Zînê û ew ê jî bide Memê binê zindanê û wê ji Mem xelas bibin ew û bavê xwe. Vê carê plana wan dihere serî û Mem tevî ku di xewna xwe de tiştên ku wê werin serê xwe dîtiye jî hinarê ji destê Zînê digire û dixwe û piştî wê jî dimire.

Mem mir, piştî wî bi hefteyekê Zîn jî mir û tirba wan li cem hev kolan. Piştî mirina her duyan Zîn hat xewna birayê xwe Mîr Ezdîn û wê çaxê hayê wî nuh ji meseleya Mem û Zînê çêdibe û fahm dike ku Beko çi aniye serê wan. Fermanekê derdixe yê ku Beko bikuje, wê çavê wî têr bike ji zêr û peran(164). Baxçevanek Beko li bin darekê dibîne û micirfê li serî dixîne Beko tevî birîna xwe direve û di nav tirba Zînê û Memê Alan derbas dibe. Wexta ku derbas dibe çilkek ji xwîna Beko didilope nav tirba her duyan û ji cihê wê çilkê stiriyeke mezin şîn tê. Ev stirî destê Memê Alan û Zînê ku di tirbê de di hev de bûn, ji hev dike. Mirina Beko jî nahêle ku evîndar di tirba xwe de jî bistrên û bi stiriyekê ji wan re dibe asteng.

Piştî ku biryara şandina Bozê Rewan bo Bajarê Mixribiyan didin û merivên Memê Alan bi mirina Mem dihisin tên û di Bajarê Cizîrê xaniyê bilind qet nahêlin (167) kî dikeve ber wan dikujin û heyfa Memê Alan distînin.

Me got Mîr Ezdîn ji bo kuştina Beko fermanekê derdixe. Lê di destanê de belkî bi qasî Beko ne aktîf be jî dawiya dawî ya ku nava hinarê tije axûya marên kaşan kir û da Zînê qîza Beko bû. Lê em di destanê de pêrgî mirin an jî kuştina wê nayên. Aqûbeta wê çi bû em nizanin. Tiştekî din jî wexta ku Memê Alan dê derbasî Cizîrê bibûya bi qîza Beko re li hev kiribûn û wexta ku Memê Alan Zîna Zêdan li hespê Bozê Rewan siwar bikira dê wê jî li terkiya hesp siwar bikira. Îcar tevî ku weha bû dilê qîza Beko jî di Mem de hebû ji bo çi ev hinar tije axû kir û da Zînê bo ku Memê Alan pê bimire. Ku planek wê û bavê wê di nav hev de em nizanin. Lewra wexta ku qîza Beko û Memê Alan li hevdû kiribûn ji bo “evîn”a xwe qîza Beko bi bavê xwe re jî xayintî kiribû û rê li ber Memê Alan xistibû bê wê bi çi awayî ji bavê xwe xelas bibe. Çimkî em heta dawiya destanê dibînin ku timî mejiyê Beko ji planan re dixe- bite. Di vir de ka Beko qîza xwe bi çi qanih kiriye, an jî wê bi çi tirsandiye em nizanin. Qîza Beko bi qasî bavê xwe ne mifsid û şeytan e. Belkî jî yeka ku zû ji tiştan bawer dike û qanih dibe, çimkî em ji têkiliya wê ya bi Memê Alan re vê yekê fahm dikin. Teqez di vir de jî bi tiştekî hatiye qanihkirin û berjewendiyeke wê ji “çûna wê ya Bajarê Mixribiyan” heye ku ketiye planek weha û bûye sebebê kuştina Memê Alan. Di serê destanê de qîza Beko xwestibû ku Mem bixapîne lê Mem bi xêra tembiyên Xocê Xizir xwe jê filitandibû lê a soxî bi rêya Zîna Zêdan jahra xwe derxist û bi Mem veda.

Belê destana Memê Alan çiqasî destana evînê be ewqasî jî destana xerabiyê ye. Ew jî bi xêra karakterê destanê, Bekoyê Awan e. Di edebiyata kurdî de karakterekî din ku bi qasî Beko bi xerabiyê bi nav û deng bûbe tuneye. Bifikirin ku di jiyana rojane de wexta ku qala xerabiyê tê kirin ku navê Beko derbas nebe, nabe û gelek caran navê wî li şûna “xerabî”yê jî tê bikaranîn. Ev yek “mezinbûn” û “serkeftîbûna” karakterekî nîşanî me dide. Çawa ku Oblomov, Gregor Samsa, Madam Bovary û hwd. ji navekî wêdetir tiştên din jî temsîl dikin. Di edebiyata me de jî navê “Beko” ji navekî bêtir xwedî temsîliyetekê ye. Ji bo me jî ev yek serbilindiyek e. Karakterekî “xerab” e lê “baş” û serkeftî hatiye hûnandin.

Ji tiştên xerab tiştên çê jî derdikevin carinan. Lê em ê çavê xwe, ji bo ku ji tiştên xerab tiştên çê derkevin, bigirin an na? Di hevpeyvînekê de ji André Gide dipirsin gelo ji ber çi ji Swîsreyê romanên mezin dernakevin. Bersiva wî balkêş e. Dibêje ji ber ku li wir kuştin tuneye. Ev yek -çêbûna ji xerabiyê- bi awayekî eşkere di destana Memê Alan de xuya dike. Ger ku “fêde”yek xerabiya Beko Awan hebe ew jî ev e ku bi xêra xerabiya wî evîna Mem û Zînê gihîştiye heta îro û wê her jî bidome. Lê wê Beko jî bi wan re bijî, çawa ku gora wî jî li kêleka gorên Mem û Zînê ye…

1 http://www.milliyet.com.tr/2000/11/24/entel/ent1.html, tarîxa gihandinê, 24.03.14

2  Terry Eagleton, Kötülük Üzerine Bir Deneme,wer. Şenol Bezci, weş. Îletişim, Stenbol, 2012, rp.10

3  Memê Alan, berhevkar: Roger Lescot, weş. Avesta, Stenbol, 1997, rp. 52 di dewama nivîsê de hemû jêgirtinên ji vî metnî ji vê çapê ne û hejmara rûpelê dê piştî jêgirtinê di hundirê kevanekê de bê nîşandan.

4 Ev her sê rengdêr di destanê de ji bo Beko tên bikaranîn. Heta di cihekî de qîza wî bi xwe weha dibêje: “tu guh mede wî, ew bavê min, Bekoyê Şeytan e.”(rp.56)

5 Eagleton, h.b. rp. 134

Çavkanî

http://www.milliyet.com.tr/2000/11/24/entel/ent1.html, tarîxa gihan- dinê, 24.03.14

Eagleton, Terry: Kötülük Üzerine Bir Deneme, wer. Şenol Bezci, weş. Îletişim, Stenbol, 2012

Memê Alan, Ber. Roger Lescot, weş. Avesta, Stenbol, 1997

Share.

Leave A Reply