DI NAVBERA HEBÛN Û NEBÛNÊ DE SÎNEMAYA KURDÎ SÎNEMAYA KURDÎ LI GOR KÎJAN PRENSÎBAN DIKARE BÊ BINAVKIRIN?

Yılmaz Özdil

Yekemîn projeksiyona sînemayî 22yê Kanûna 1895an li Parîsê, li Grand Caféyê, ji aliyê du birayên bi navê Auguste Louis Lumière (Frères Lumiè- re) ve hate çêkirin. Piştî wê projeksiyonê îcada Birayên Lumière ya bi navê “cinématographe”, ango yekemîn cîhaza qeydkirin û nîşandana wêneyên bi hereket, wekî mizgîniya modernîteya sedsala 20. li her derê dinyayê belav dibe. Di heman demê de, bandora îdeolojiya nasyonalîzmê jî li ser hemû kevnesîstemên desthilatdariyê zêdetir dibû û dewletên împaratoriyê yek bi yek hildiweşiyan.

Şerên di navbera dewletên mezin de û herwiha krîzên çandî û aborî dibin sedemê bikaranîna sînemayê ji bo qeydkirin û parastina arşîvên dîrokî û propagandaya leşkerî. Di vê qonaxa aloz de, ku heta dawiya Yekemîn Şerê Cîhanê berdewam dibe, rêya sînema û îdeolojiya nasyonalîzmê jî dibe yek û sînema bê hemdê xwe dikeve bin etîketa “dewletên neteweyî”. Bi gotineke din, hemdemiya peydabûna hunera sînemayê li gel pêvajoya belavbûna nasyonalîzmê li cîhanê, wate û armanca sînemayê jî diguherîne û sînemayê, hem wekî hunereke nûjen hem jî wekî dezgeheke ragihandinê/propagandayê di nav saziyên dewletî de bi cih û bi nav dike. Her wisa, li cem hinek gel û dewletên rojavayî yên wekî Îran (1) û Împaratoriya Osmaniyan (2), hem bi wateya sembolîk (îcadeke nûjen û ewropayî/rojavayî) hem jî bi wateya xwe ya hunerî (derfeta jinûve avakirina dinyaya rasteqîn), hunera sînemayê dibe amrazê îdealîzekirina modernîteya (3) rojavayî. Îro, herçend pêşveçûnên siyasî û teknîkî wate û sînorên sînemayên neteweyî hinek guhertibin jî, hunera sînemayê hê jî bi tevahî ji bin nîrê dewletên neteweyî, yan jî netewegeriya dewletan derneketiye. Lê, divê mirov bi bîr bîne ku îcrakirina hunera sînemayê nisbet bi hunerên ciwan ên din giranbihatir, aloztir û zehmettir e. Ji bilî daxwaza dewletan ya bikaranîna hêz û bandora hunera sînemayê ji bo propagandayê, ev rastî jî dibe sedemeke din a girêdana sînemayê bi saziyên dewletî ve.

Sînemaya neteweyî û dewleta neteweyî girêdayî hev in

Gelo sînemayeke kurdî wê çawa bikaribe xwe di nav vê tevna îdeolojîk de binexşîne ku sed sal berî niha hatiye raçandin? Pirsgirêkên li hember nasîn û binavkirina sînemayeke kurdî, bi piranî, ji têkiliyên di navbera kurd, nasname û sînemayên neteweyî yên dewletên serdest de “dipekin”. Ji ber ku hebûna sînemayeke neteweyî, girêdayî hebûna dewlet û nasnameyeke neteweyî ye; nebûna sînemaya neteweyî ya kurdî jî girêdayî nebûna nasnameya neteweyî, ango nebûna dewleteke neteweyî ya kurdî ye. Bêyî ku em karîkaturîze bikin, li gor vê formulasyonê, sedemên pirsgirêka kurdî û sedemên bênavbûna sînemayeke kurdî yek in. Her wisa, pirsgirêka kurdî, ya ku di dîskûrên polîtîk ên kurdan de bi rêya peyvên “red” û “înkar” tê zimên, di wateya temsîliyeta kurdîniyê ya di sînemayên neteweyî de, wekî veşartina (dissimulation) hemû formên maqûl yên nasnameyên kurdî xwe pêk tîne. Yanî, înkarkirina polîtîk a nasnameya kurdî dibe sedema veşartina hemû formên xweser yên kurdîniyê di sînemayên neteweyî yên dewletên li dijî kurdan. Di vê wateyê de, perdeya spî ya sînemayê ku hemû gelên xwedî dewlet xwe li ser dibînin û didin diyarkirin, li pêşiya hebûna kurdan di destên dewletên neteweyî yên dijberî kurdan de dibe perdeyeke tarî.

Qesta min ji gotina “formên maqûl yên nasnameya kurdî”, ne nîşandaneke realîst/objektîf a kurdîniyê ya bi destê “biyaniyan” e. Di çarçoveya meselaya kurdî de, ku zêdeyî sed salan e dewam dike, temsîlkirina kurdan di sînemayê de hindî ku bi destê biyaniyan be, di navbera zimanekî sînemayî yê objektîf/realîst an jî yekî subjektîf/fîktîf de ferqên girîng nînin. Tê qebûlkirin ku zimanekî sînematografîk (langage cinématographique) yê subjektîf/ fîktîf bi giştî xwe dispêre metaforan, lê zimanekî sînematografîk yê objektîf/ realîst xwe dispêre mêtonîmiyan. (4)

Tirk bi riya sînemayê, nasnameya kurdî wekî “nasnameyeke xirab“ nîşan didin, ji bo ku nasnameya tirkî wekî nasnameyeke “modern û rewşenbîr û netewehez“ nîşan bidin.

Di çarçoveya behsa temsîlkirina kurdan di sînemayên biyanî de, sînorên di navbera metafor û mêtonîmiyê bi hêsanî radibin. Gelek caran, rastiyên civakî an jî polîtîk ên kurdan, bi rêya nîşandana “parçeyekî” xirab tên serobinkirin. Bo mînak, mijarên li ser “jinkuştin û feodaliya kurdan” di sînemaya neteweyî ya Tirkiyê de pir caran wekî mêtonîmî/parçeyekî ne baş a rastiya kurdan tê bikaranîn û “kurdînî” wekî feodalîteyeke kevneperest tê nîşandan. Di gelek fîlmên tirkan de (5), “jinkuştin” (ew dibêjin namus cinayeti), “axaftina bi aksan ya bi tirkî”, “bêfamî/cahilî”, “destkurtî û feqîrî”, “tund û tûjiya olî” û “cil û bergên kurdî” wekî kodên feodalbûn, ango paşdemayîna kurdan tên bikaranîn û bi vî awayî dibin amrazê biçûkkirin/biçûkdîtina kurdan. Rast e, feodalî û jinkujî, qasî hemû civakên rojavayî (tirk bi xwe jî tê de) rastiyeke civakî ya kurdan e. Lê, her çiqas ev perçeyekî ji rastîya civaka kurdan be jî, yekem sedema avakirina “îmaja hovîtiya kurdan” di fîlmên tirkan de nîşandana feodaliyê nîne. Ev îmaj, berî her tiştî, di nav dîskûrên fîlman de li gor konseptên îdeolojîk yên veşartî tên avakirin. Di fîlmên tirkan de, lehengên fîlmîk yên sereke di avakirina “îmaja hovîtiya kurdan” de xwedî misyoneke mezin in. Ew leheng ku her car bi kêmî, yek ji wan tirkekî “modern” (6), “rewşenbîr” û welatparêz (neteweperest) e, mîna prototîpên ideal ên nasnameya fermî û modernîzma kemalîst tên karekterîzekirin. Mesela, di wan fîlman de ji aliyekî ve kurdînî wekî kêmasî û kevneperestiyekê tê kodkirin, ji aliyê din jî tirkbûn, li dijî kurdîniyê wekî nasnameyeke îdeal a neteweyî tê xemilandin. Sedema “afirandina” vê dualîzma ideolojîk, bêyî ku peyvên “kurd” an jî “Kurdistan” bên bikaranîn, piştgirtin û qewîkirina nasnameya neteweyî ya tirk e. Ji ber vê yekê, di wan fîlman de kurd çiqas “rojhilatiyên paşdemayî” bin, tirk ewqas “rojavayiyên pêşdaçûyî” ne, kurd çiqas “bêfam”, “jar” û “perîşan” bin, tirk ewqas “bi aqil”, “jîr” û “bextewar” in. Yanî dawiya dawî mesele tê ser gotina Atatürk: “Ne mutlu Türküm Diyene”. Eşkere ye ku vegotina (naration) mijara feodaliyê di fîlmê derhênerekî kurd de, heke bi zimanê kurdî û ji bo kurdan hatibe kişandin, tu cara nabe sedema neqedirgirtina nasnemaya kurdan. Ji ber ku, di fîlmekî ku bi destên kurdan û bi kurdî hatibe kêşandin de, “kurdînî” wê di nav hiyerarşiyeke navxweyî de û bi çavekî kurdewarî bê nirxandin. Bi gotineke din, ev nabe amrazê mezinkirin û îdealîzekirina nasnameyeke din ku xwe li dijî nasnameya kurdî ava kiriye.

Sînemaya kurdî çi ye?

Ne bi tenê ji ber sedemên îdelojîk, her wisa ji ber sedemên teknîkî û hunerî jî “nîşandana” dinyaya reel bi rêya sînemayê, tim û tim, li gor dîtin û niyetên ew kesên ku biryara dîskûr û esasên kêşana fîlman didin, tê guher- tin. Ji ber vê yêkê, ji bo min, maqûliyeta temsîlkirina kurdîniyê di sînemayê de, tê wateya “heqê xwe-vegotin” û “xwe-nîşandan”a kurdan wekî kurd û bi zimanêkurdî. Ez bixwe ji gotina maqûliyet û meşrûiyeta temsîlkirina kurdan, çêkirina fîlmên bi zimanê kurdî, bi dest û derfetên kurdan û li ser jiyana kurdan tê digihim. Li ser vî esasî û li gor fîlmên derhênerên kurd ên ku heta niha di salonan de hatine nîşandan, yan jî li ser bingehekî dîjîtal (DVD, VCD û hwd) an jî analog (şerît, band û hwd) hatine qeydkirin û min bixwe dîtine, pêşniyaza min ji bo tarîfa sînemaya kurdî ev e:

Sînemaya kurdî ji fîlmên ku ji aliyê derhênerên kurd ve hatibin kêşandin, ku zimanê wan bi tevahî (intégralement) an jî bi giştî (principalement) bi kurdî be û ku mijara wan li ser kurd û Kurdistanê be, pêk tê. Li gor vê tarîfê du paradoksên mezin ku ji pirsgirêka kurdî ya polîtîk dizên, derdikevin pêşiya sînemaya kurdî. Paradoksa yekê ev e: Sînemaya kurdî, wekî sînemaya gelekî bindest, ji sînemayên neteweyî yên gelên serdest zêdetir pêwîstî bi piştgiriya fînansman û saziyên dewletî heye. Berevajî sînemayên neteweyî, sînemaya kurdî ne xwedî temaşevan e, ne xwedî bazar e, ne jî xwedî nasnameyeke fermî ye. Her wisa ji ber nebûna bazar û temaşevanên kurd, ew nikare, wekî dezgehên din ên ragihandin û xwe-îfadekirinê jî, hebûna xwe bi temamî bi hebûna bizavên siyasî yên kurd ve girêbide. Ev kêmasiyên aborî bandoreke mezin li ser naveroka fîlmên kurdî dikin û gelek caran derhênerên kurd mecbûrî lêgerîna “çîrokên sivik” dikin ku çêker û temaşevanên “ne-kurd” nikarin û naxwazin filmên kurdî çêbikin û temaşe bikin. Paradoksa duyem jî ev e: Sînemaya kurdî, heya vê gavê armanca hebûna xwe, wekî eşkerekirin û nîşandana “kurdîni”yê destnîşan kiriye. Yanî mîsyona sereke ya sînemaya kurdî şikandina kodên polîtîk yên veşartina kurdîniyê (7) ye. Lê, mixabin di halê hazir de, fîlmên derhênerên kurd ku mirov bikare di bin navê sînemaya kurdî de analîz bike, bixwe ji aliyê wan kodan ve hatine dorpêçkirin û veşartin. Ev rastî careke din hebûna sînemaya kurdî bi pirsgirêka kurdî ve girêdide.

Çend taybetmendiyên sînemaya kurdî yên ku li gor tarîfa min derdikevin pêş çav, ev in:

Li gor vê tarîfê, piraniya fîlmên derhênerên kurd ên ku li diyasporayê dijîn (9), bi taybetî yên Hiner Saleem, fîlmên Bahman Ghobadî, piraniya fîlmên derhênerên Kurdistana başûr, fîlmên derhênerên ji rojhilata Kurdistanê yên wekî Cemîl Rustemî, Şehram Alîdî, Şîrîn Cîhanî û ji Kurdistana Bakur fîlmên Kazim Öz dikarin di bin navê sînemaya kurdî de bên binavkirin. Her wisa, fîlmên Hiner Saleem Bahman Ghobadî ku li her derê dinyayê tên dîtin, di naskirin û çêbûna sînemaya kurdî de xwedî roleke pêşeng in. Ji aliyê din, bêyî ku em behsa kalîteya hunerî/estetîk,qezenca aborî, bandor û xweseriya naveroka fîlmên wan bikin, eleqe û enerjiya derhênerên kurdên Başûr divê wekî îşareta mezinbûna sînemaya kurdî li başûrê Kurdistanê bê dîtin.

Le Monde diplomatique kurdî, hejmar 48, Çiriya Paşîn 2013

1)  Zimanê kurdî di binavkirina sînemaya kurdî de faktora sereke ye. Lê, ji ber sedemên aborî, polîtîk û hunerî, zimanê kurdî nikare bibe zimanê yekane yê sînemaya kurdî. Ji bo ku em bikaribin fîlmê derhênerekî kurd di bin navê sînemaya kurdî de kom bikin, divê ev fîlm, ne bi tevahî jî be, bi giştî (ji % 50 zêdetir) bi zimanê kurdî hatibe kişandin.

2)  Rola derhênerên kurd di nasîna sînemayeke kurdî de ji ya çêkeran girîngtir e. Lê derhênerên kurd di heman demê de, hem xwedî nasnameyeke kurdî ne, hem jî girêdayî nasnameyeke fermî ne. Ango, li hinek cihan û car caran wekî kurd, li hinek cihan jî li gor nasnameyên xwe yên fermî tên naskirin. Ji ber vê yekê mijar û zimanê filmên derhênerên kurd, mixabin, têra kurdbûna filmên wan nake. Ew dibe ku bibin berpirsên danasîna fîlmên xwe di bin navê sînemaya kurdî de. Ango, ji bilî naveroka fîlmên xwe, derhênerên kurd dibe bi dîskûrên xwe jî bibin wesîleya danasîna fîlmên xwe di bin navê sînemaya kurdî de. Kampanyaya danasîna fîlma dawî ya Hiner Saleem “Heke tu bimirî ez ê te bikujim” pir baş nîşan dide ka bi çi awayî derhênerek dikare bi dîskûrên xwe yên medyatîk fîlma xwe bike “kurd”.

3)  Fîlmên kurdî bi tevahî behsa mijarên polîtîk dikin û bi gelek lewnan dişibin dîskûrên hereketên polîtîk yên Kurdistanî. Bi gotineke din, sînemaya kurdî xwe li ser bîr û baweriyên dîroka kurdan a polîtîk ava kiriye û mîsyona xwe wekî nîşandana kurdan diyar kiriye. Ev rastî qedrê hunera sînemayê (ku hunera dîtin û nîşandanê ye) ji bo gelê kurd (ku di dîrokê de her dem hatiye veşartin) zêdetir dike. Lê di heman demê de ziman û estetîka sînemaya kurdî di nav mijarên polîtîk de asê dike.

4) Di fîlmên kurdî de mijara fîlmê li gor/bi çavên lehengên fîlmîk yên kurd tê raçandin û kamera bi rêya wan, derdora wan nîşan dide û cih û dîmenên fîlmîk ava dike.(8) Lê, her çiqas di fîlmên kurdî de mirov dikare li ser hebûna kurdan behsa nêrîneke xweser bike jî, divê em ji bîr nekin; heya ku li her çar parçeyên Kurdistanê bazara sînemaya kurdî peyda nebe, pir zehmet e ku derhênerên kurd bikaribin di fîlmên xwe de, xwe bi yekcarî ji nêrînên oryantalîst, ango xwe ji “bi çavên biyaniyan li xwe nêrînê” biparêzin.

 

Çavkanî

  1. Dabaşi, Hamid, İran Sineması: Geçmişi, Bugünü ve Geleceği, bo tirkî, Barış Aladağ, Begüm Kovulmaz, Stenbol: Pirtûkxaneya Agora, 2001, r : 1-24.
  2. Evren, Burçak, Sigmund Weinberg: Türkiye’ye sinemayı getiren adam, Sten- bol: Weşanên Milliyetê, 1995, r:35.
  3. Ji bo têkiliyên di navbera sînemayê û modernîzmê de binêrin, Aumont, Jaques, Moderne? Comment le cinéma est devenu le plus singulier des arts, Parîs: Cahiers du Cinéma, 2007
  4. Bn:«Filmerlepassédanslecinémadocumentaire:lestracesetlamémoire»,Ca- illat, Association des cinéastes documentaristes, Parîs: L’Harmattan, 2003.
  5. Fîlmê Korhan Yurtsever, Fırat’ın Cinleri, 1977, (Cinnên Firatê) û fîlmê Ali Özgentürk yê bi navê Hazal, 1977, (Xezal) du mînakên pir balkêş in ji bo vê nêrîna îdeolojîk.
  6. Ji bo dîskûra sînemaya neteweyî ya Tirkiyeyê binêrin: Umut Arslan YE- ĞEN, Gecikmiş Modernlik, Ulusal Kimlik Ve Türk Sineması, T.C. Ankara Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Radyo Televizyon Sinema Anabilim Dalı, Enqere, 2007.
  7. Bn:YEĞEN,Mesut,MüstakbelTürk’tensözdeVatandaşa:CumhuriyetveKürtler, Stenbol: Weşanên İletişimê, 2006.
  8. “Lehengên fîlmîk (personnage) bi kamerayê re hereket dikin û sekans û cîhên fîlmîk bi hev re girêdidin” MARIE, Michel ; COLLET, Jean; PERCHERON, Daniel; SIMON, Jean-Paul; VARNET, Marc, Lectures du film, Parîs : Editi- ons Albatros, 1975, r. 177-178
  9. Hinek ji wan derhêneran ew in: Hiner Saleem, Hîşam Zaman, Miraz Be- zar, Yüksel Yavuz, Nizamettin Arinç, Ehmed Zîrek, Jano Rojbeyanî, Jalal Janroy, Mansur Tural, Zulî Aladağ û hwd.
Share.

Leave A Reply