HEVPEYVÎN BI MEHMET DÎCLE RE

“Jibîrkirin Mirin Bi Xwe Ye”

Di çîroka kurdî de yek ji navê hêja û serkeftî Mehmet Dicle ye. Bi pirtûka Tayêre, sê berhemên Dicle çêbûn. Dicle di çirokên xwe de bajarekî bi navê Asûsê avakiriye û gelek çîrokên wî li vî mekanê xeyalî(?) derbas dibin.Ev mekan çiqas bi navê xwe xeyalî be jî bi naverokaxwe jîewqasî bi awayekî xurt bi jiyana kurdan ve girêdayî ye û ji mirov tê li nexşeyê li cihê wê bigere. Asûs (wek mekan) mîna derekî ku êdî em niştecihên wan nas dikin, dawiya jiyana wan meraq dikin bi rih û can bûne ciranên me. Helbet zindîbûna Asûsê bi zîrekbûna nivîskarê wê ve giredayî ye, da ku êdî li ber xwendevan bûye cihekî bi nav û deng. Serkeftineke van çirokan jî ev e ku têkiliya form û naveroka çîrokan bi awayekî estetîk bi hev girêdayî ne. Hevokên kurt û xurt, biwêj, hal û tevgerên kevnare,tarîf û şayesandinên li gor dewra xwe, çend nimuneyên vê xalê ne. Me xwest ji bo vê hejmarê em bi Dicle re hevpeyvînekê bikin. Digel berhemên wî yên hêja, Dicle bi xwe zêde ne li berçave û liser berhemên wî kêm tişt hatine nivîsîn. Lewre bi rêya vê hevpeyvînê, me xwest ku em Mehmet Dicle ji nêz ve nas bikin û bi xwendevanên xwe re bidin naskirin.

– Mekanê piraniya çîrokên te navçeyek biçûk a bi navê Asûsê ye. Çîrok bi me didin zanîn ku piraniya lehengan li vî bajarê xeyalî hev du nas dikin an haya wan ji hevdu hene. A din, di çîrokan de mirov ewqas xwe (wek civak) dibîne û dikeve nav çîrokan ku dadikeve kolanên wê jî. Lewma navçeya Asûsê di hişê min de, belkî ji yên rasteqîn bêtir şênber bû û min ew aîdî xwe dît. Ji bo çi navçeyeke xeyalî?

– Ev tişt ji bo min tercîhek bû, belkî jî ji ber ku Asûs navçeyeke xeyalî ye loma hûn wê aîdî xwe dibînin, an jî xwe aîdî wê derê dibînin. Her wekî dema ku ez kitêbên G. G. Marquez dixwînim Macondoya wî ya xeyalî ji min re pir nas tê, an jî Jefersona Fualkner. Yanî di vir de tiştekî berevajî diqewime, xeyal me ber bi rastiyê ve dibe. Jixwe ev jî hêza wêjeyê bi xwe ye.

– Asûs wek bajar an mekanek çêkirî xurt dertê pêşberî meriv. Carinan di atmosfera jiyana kevneşop a kurdan carinan, taşrayek bitenê, tengezar, monoton…Gelo meriv taybetmendiyê Asûsê bide berçav, meriv dikare vî mekanî di heman demê de wekî demekê an serdeman bixwîne?

– Belê Asûs ne tenê jiyana ku ez bûme şahidê wê ye, her weha paşeroj e jî. Binhişekî civakî ye. Jibîrbuyîne, an jî ku mirov bi hawayek din bibêje jibîrnekirine. Dema ku mirov guh bidê, di bêdengiya şevên hemû navçeyên Kurdîstanê de çîrokên ku li Asûsê diqewimin wê werin bihîstin.

Demên Asûsê meriv dikare bixe sê beşan. 1. ProAsûs an Beriya Asûsê, ku çîrokên vê demê an mekanê di atmosfereke kevneşopa kurdayetî de hatiye pêçandin, hê nirxên feodalî an eşîrvaniyê serdest in. Jixwe bi vebê- jiyeke rivayetsaziyê hatine nivîsîn. Mînak: Çîroka “Heyfa Mêran”, “Axa Pîroz”, “Sala Kulê” 2.Asûsa navîn, an TaşraAsûs: “Meqesê Zêrîn”, “Gulê Salan”, “Taveheyv” 3. Piştî Asûsê an Asûsa hemdem: “Taveheyv, Kampûs”. Gelo tu li ser van û li ser Asûsê dikarî çi bibêjî?

– Wekî ku min got, ez nebûme şahidê hemû serdemên Asûsê, û dema ku ez nebûme şahidê wê bi piranî miriye, dibe ku ez gihîştibim çend şahidên dawiya wan deman û belkî jî yek caran rîwayeta rîwayetê hatibe ber guhê min. Ev jî bi rastî ji bo min kulek e. Ji ber ku wek xisletê nivîskariyê, jibîrkirin mirin bi xwe ye ji bo min. Û mixabin gotin bi xwediyên xwe re dimire û li dû wan tu nivîs nemaye. Loma jî serdema Asûsê ya ku ez nebûme şahid bêtir bala min dikêşe. Dibê lingek zûtir ew çîrok ji mirinê bên xelaskirin. Serdema ku ez şahid im jixwe wê çawa be jî bê nivîsîn.

– Di pirtûka te ya yekem, “Asûs”ê de ji deh çîrokan sê heb li Stenbolê an li derveyî Kurdistanê derbas dibin ku serpêhatiyên ew kesên ji Kurdistanê çûne Stenbolê vedibêjin: “Hêvî”, “Simîtfiroş” û “Kampûs”. Di ya duyem “Nara”yê de mekanê çîrokekê, “Şekirê Eydê” dîsa Stenbol e. Lê di ya sêyem “Ta”yê de hemû çîrok li Kurdistanê derbas dibin. Gelo ev tê wê wateyê ku te berê xwebêtir daye aliyê welêt û an tu vedigerî?

– Bi rastî ez di ferqa vê yekê de me. Serpêhatiya min jî mixabin serpêhatiya gelek kurdên sedsala dawî ye. Yanî her tişt bi veqetînê dest pê dike. Li dûrî welêt ez kûr dibim. Welêt di hundirê xwe de mezin dikim. Her çiqas dûr bim jî ji ber ku rehên min li wê ne ez ji wê xwedî dibim. Raste yek caran jiyana kurdên li derveyî welêt jî bala min dikêşe lê her tim berê min bi Kurdistanê ve ye. Min piştî sê kitêban vêya fam kir, ku ez bixwazim jî nuha nikarim çîrokên li derveyî welêt derbas dibin bibêjim. Ji ber çîrokên di derbarê axa ku ez lê mezin bûme hîn neqediyane û hîn jî xewa min diherimînin.

– Gotin û teswîrên ku ji ruhê kevneşopiya kurdan, ji kurdiyeke orjînal tên gelek in wekmarekî piştşikestî, bi guran re dizûrin, te çawa wêrîbû pez bidizî ber pozê me, pêsîrtengî, em ber bayê reş ketin, navçe wek sîtila danûyan ku dest bi kelandinê dikir, xewa qulqiliye wek seradê, hwd. Gelo têki- liya M.Dicle bi zimanê kurdî re di atmosfer an malbateke çawa de destpê kir ew jî bi çîrok û çîrvanokan mezin bû?

– Di malbata ku ez tê de mezin bûm de ji xwe ji bilî kurdî tu ziman nedihat axaftin. Tenê ne malbat jî li Hezroyê bi xwe tenê kurdî hebû û heye. Her weha mezinbûna li Hezroyê jî ji bo min awantajek pir mezin e. Hezro ciyekî biçûk e lê heta tu bêjî kevn e. Çawa ku Hîndû dibêjin, “Hîndistan ji dunyayê mezintir e”, Hezro jî ji dunyayê kevintir e. Şikeftên ku mirovên serdemên serate tê de jiyane hene, hîn jî çîrokên dema Deqnenos tên qalkirin, ku navê wî yê orjînal Daqyanûs e û serokekî romayî ye. Çîrokên dema Asûriyan, yên dema şahê ecem, mîrekî li Hezroyê ava bûne, serhildan, têkçûn, sirgûn, şerê eşîran, yê zirkî û silîviyan. Tiştên ku ji hafiza civakî wenda bûne û di tu nivîsan de derbas nabin hîn jî li Hezroyê tên qalkirin. Li gel van, ji ber ku bavê min seyda ye min li medreseyê xwend bi salan, ez bawerim ku wî jî zimanê min, dunyaya min a xeyalî û edebî xurt kir. Tevî van pîreke min a ku ji qalkirina çîrokan pir hez dike heye, ez jî ji wê pir hez dikim û ji çîrokên wê. Ez bawerim ku ew di şertên din jiyabûya ez ê nuha neviyê nivîskareke pir mezin bûma.

– Têkiliya folklor û edebiyatê gelek hatiye nîqaşkirin û nivîsandin. Folklor gelek caran çiqas avantaj be, ji bo edebiyatê hin caranewqas jî astengî ye. Hele di edebiyata kurdî de hin caran rasterast nivîsîna bûyerên foklorik wek cureyên modern tên qebûlkirin û gelek probleman di nav xwe de dihewîne. Lê çîroka we ya “Nara” ku çîrokeke bêhempa û gelek xweş e û ya te feyza xwe ji folklora kurdî jî girtiye bi awayekî gelek serkeftî jî hatiye hûnandin tu dixwazî derheqê vê danûstendinê de çi bibêjî?

-Min çîroka “Nara”yê di şûna deynê xwe de nivîsand. Ji ber ku min xwe deyndar didît ji dengbêjan re, wek diyariyek, wek silavek e li Şakiro û li hemû dengbêjên welatê min. Ger em werin ser têkiliya wêjeya modern û folklorê, rast e sûdwergirtin divê, lê ji ber ku folklor wek behreke pir kûr e dema ku tu bibêjî ez xwar bibim tiştek jê bigirim dibe ku tu bişewşibî û tê de xerq jî bibî. Wê demê êdî tiştê ku tu yê bikî dê ne wêjeyeke modern û orjîn be. Lê bê wê jî nabe. Em nikarin bi giştî pişta xwe bidin folklorê jî. Tiştê ku emê bikin divê em zanibin ku em çi dikin. Yanî bi qasî folklorê divê em modernê jî nas bikin.

– Vêga çîrokên bi navê “Beysûs” û “Leylan”ê tê bîra min ku derûniya du extiyarên tenê teswîr dikin. Em dikarin vê derûniya wan wek encama di destpêka guherandinên civakek ku êdî têra xwe nake û ji qalikê xwe derdikeve bixwînin.

– Ev tespît li gorî min jî di cih de ye. Di çîroka “Beysûs”ê de, mîrekî ku êdî dema wî li paş maye û ew jî di ferqa vêya de ye heye. Dizane ew çi jî bike dem û dewran bi paş ve venagerin. Lê di ya “Leylan”ê de trajediyek din heye ku di roja me de jî tê jiyîn. Li hemû navçe û gundên Kurdistanê kal û pîrên ku zarokên wan ew tenê hiştine, tenê pîr dibin û heta ku dimirin jî çavên wan li rêya zarokên wan ên ku êdî hew dikarin vegerin hene.

– Meseleya jinên biyanî. Her jinek biyanî ku tê Asûsê çîrokeke trajîk li pey xwe dihêle. Sala û Hesen aqlê wan ji serê wan diçin, jiyana wan dihe- rime diçe. Lê Behram Beg, Mîrê Asûsê yê dawî, bi jinek biyanî re, Mehbûbe Xanimê re zewiciye. Dema min xwend ev hate bîra min: Ku Behram Beg nikaribûya bi Mehbûbe Xanimê re bizewice, îhtimal e wê aqlê wî jî ji serê wî biçûya. Zarokên wan çênabin û xuyaye mîr ewqas jê hezkiriye ku qet nefikiriye careke din bizewice. Ev jî hat bîra min, gelo Mehbûbe ne biyanî bûya, jinek wî kurd hebûya, wek Mîrê dawî, wê dîsa nezewiciya?

– Di jiyanê de îhtîmal gelek in û yê min jî wekî nivîskarê van çîrokan îhtîmalên ku ez fikirîme û nefikirîme hene. Lê ez dikarim vêya bibêjim ferqa Behram Beg, Sala û Hesen heye hem jî ferqên pir mezin in. Sala û Hesen mirovên ji rêzê ne loma jî ew jinên biyanî neketine ferqa hebûna wan, evîn û herweha dînbûna wan jî, lê Behram Beg xwediyê statuyekêye ku gelek di ser Mehbûbe Xanima jina xwe re ye jî. Yanî zewaca wî ya bi Mehbûbeyê re ji bo wî ne tiştekî mezin e. Û tevî ku zarokên wî çênebûne jî ew çima nezewiciye, ji ber kesayetiya wî ya naîf e. Ew mirovekî romantîk e.

– Balkêş e di çîrokên “Nara” û “Ta”yê de tiving jî wek ku şexs be hatiye teswîrkirin. Mînak, tiving awir dide, ji ber şermê nateqe, teres dibe, tenê jinan dikuje lê mêran nakuje. Tê vê çawa şîrove bikî û ji bo vê çîrokê tu rexneyên femînîst li te hatin kirin gelo?

– Ger ez vê pirsê wek rexneyek femînîst qebûl nekim, wê bersiv na be. Rast e di van çîrokan de çek xwediyê kesayetê ye. Ruhê mirovan derbasî wan dibe. Di destê mêrxasan de bi mêrxasî diteqin, di destê teresan de teres dibin. Her weha ez bawer im ku mirov dikare çîroka “Ta”yê bi çavekî femînîst jî bixwîne. Yanî meseleya kuştina jinan zulmek mezin e û mirov pê diêşe.

-Çîrokên te di gelek waran de serkeftî ne, sînor û şêweya wan diguhere û tam jî li ruhê çîrokan tên. Lê di pirtûka te ya yekem de, di çîroka “Axa Pîroz” de dem demeke gelek fireh, tevnsaziya çirokê di bin piraniya bûyeran de fetisiye, meriv dibê xwezî ev novelek bûya.

– Ev piçek girêdayî meseleya têkiliya edebiyatê û folklorê ye. Aliyên folklorîk dibe ku di vê çîroka min de bêtir li ber çav be û dibe ku ez li hemberî hêza folklorê pir nesekinîbim. Loma jî dem dirêj bûye, bûyer zêde ne û qalibê çîrokê ji mijarê re teng hatibe, lê ji ber dema min ew çîrok nivîsand ez ne xwe- diyê sebrek mezin bûm loma ku ez nefikirîm dibe ku ew bûbûya novelek, rast e.

– Di gelek çirokên te de behsa filehan pir tê kirin, di çîroka “Meqesa Zêrîn” de Aram navê filehekî ye, li Asûsa te ya çêkirî û Asûsa ku tu jê hatiyî de fileh hebûn? Çi têkiliya te bi wan re hebû?

– Wekî gelek navçeyên Kurdistanê li cem me jî fileh hebûn û em bi çîrokên qirkirina wan mezin bûn, ev wekî tiştekî normal dihat qalkirin û em li şikefta ku fileh hatibûn qirkirin, li hestiyên wan digeriyan dema ku ez zarok bûm, ev ji bo me lîstik bû. Mezinên me li gencîneyên wan digerin hîn jî di kavilên dêrên wan de. Dema ku ez qala vêya dikim hin kes aciz jî dibin û dibêjin wekî ku civaka me ji kuştina wan berpirsiyar be tu qal dikî. Baweriya min bi dîroka nivîsandî pir tune. Dîrok tiştê ku li Asûsê hîn jî tên qalkirin bi xwe ye. Têkiliyek min a din jî ew e, fileh nemane nuha li navçeya me lê hevalên min ên “Bavfileh” gelekin.

-Erê nêzî hemû çîrokên te dilê mirov pir diêşîne lê di pirtûka “Asûs”ê de çîroka “Hêvî”yê mirov bi awayekî din diêşîne, aciz dike, reşbîn dike û mirov naxwaze bawer bike. Ew çîrok çiqas bi rastiyê ve girêdayî ye gelo?

– Hemû çîrok bi rastiyê ve girêdayî ne, lê ez dikarim vêya bêjim tu berhemek edebî nikare bi qasî jiyanê tehl û trajîk be, mirovan biêşîne û reşbîn bike. Ez bawerim ku di kolanên Stenbol û Diyarbekirê de her roj gelek “hêvî” têk diçin.

– Di hin çirokên te de hevokên te kurt,têr û tije ne bi derbekê de li serê meriv dikevin meriv dikşînin nava xwe û ev şêwe gelek li naverokê tê. Yanî meriv dikare birihetî bibêje naverok, form, şêwe gelek serkeftî li hev hatine. Mînak çîroka “Heyfa Mêran” ji ber van yekan çirokeke gelek serkeftî û xweş e. Gava min ev çîrok xwend çîrokên hêja yên Juan Rulfo hatin bîra min. Gelo M. Dicle kîjan nivîskaran dişopîne ji kîjanan hezdike.

– Spas ji bo van gotinên te. Her çîrokek xwediyê ruhekîye û her çîrok bi her awayî nayê qalkirin. Di hin çîrokan de hewcedarî bi teswîran heye, hinek hewce ne ku bi hevokên kurt werin qalkirin, hinek divêt monolog bin, ji hinekan re diyalogên xurt hewce ne. Ji ber ku Juan Rulfo hat bîra te ez kêfxweş bûm. Bi rastî jî ji bo min kaniya edebiyatê Emerîkaya Latîn e û ez wek xwendekarek bi kêfek pir mezin nivîskarên Emerîka Latîn dixwînim. G. G. Marquez, J. Rulfo, I.Alende, G. Amado, C. Fuentes û hemûyên din ji bo min mamosteyên mezinin.

– Wek li berga paşîn jî hatiye nivîsîn, te ji mirovên biçûk û sade karakterên mezin ava kirine. Mirov difikire bê hê çiqas mirov, çi biçûk çi mezin an bûyer li bendî nivîskarê xwe ne ku di wêjeyê de cihê xwe bibînin. Bi ya te, gelo nivîskarên kurd çiqas li dora xwe dinêrin an dora xwe dibînin û jê îstîfade dikin?

– Ez hertim dibêjim mixabin di civaka me de bi qasî ku em nexwazin mijar hene. Ev jî karesata civaka me ye. Ji ber ku di civaka me de trajediyên mezin hatine jiyîn û tenê ne ev jî civaka me xwediyê ruhekî mezin ê mîzahî ye jî. Zimanekî pir xurt heye. Folklorek dewlemend, lê ev hemû têr nakin ku em bibin nivîskarên mezin. Hewce ye ku em li dersa xwe baş bixebitin, pir bixwînin ji bo ku fêr bibin divê çawa bê nivîsandin. Ji bilî vêya ez dikarim bibêjim ku hemû nivîskarên kurd li dora xwe dinêrin û dora xwe dibînin, afirandina edebî bi dîtinê dest pê dike lê dîtin tenê dîtin e.

Piraniya niviskarên kurd berbiçav in em gelekan li ser medyaya sosyal dişopînin, ji bilî berhemên edebî, rexne an ceribandinan dinivîsin em ji wan haydarin. Lê M. Dicle hinekî bêdeng e em wek xwînerê te meraq dikin. M. Dicle çi dike? Rojeke wî çawa dibore? Çi wextî, çawa dinivîse?

– Bi rastî min jî çend caran xwest ku ez rexne û ceribandinan binivîsim lê min dît ku ji bo vî tiştî serê min pir tevlihev e. Yek jî ez êdî bawer im ku ez ne mirovek pir sosyal im. Dibe ku tiştek pir rast nebe lê ez dixwazim tenê bi berhemên wêjeyî hebim. Her weha jiyana min jî ne ewqas balkêş e. Ez nuha li Stenbolê dijîm, mamosteyê cografyayê me, zewicandî me û keçek min a sê salî heye ku min ji nivîskariyê pir dûr dixîne. Piştî ku ew radikeve dem pir kêm dimîne ji min re. Ez derengê şevê li ber roniya mûmê û bi piranî zivistanan dinivîsim.

– Hûn kîjan nivîskar, kovar û berhemên kurdî dişopînin?

– Nav gelek in û her roj kesên nû derdikevin, lê ji bo kovar û çapameniyê mixabin em karin bibêjin ku ew hîn jî êşa me ya mezin e. Heta ku ji destê min tê nivîskarên ku hene dişopînim. Û hevalên serkeftî min motîve dikin, baweriya min a bi edebiyatê xurtir dikin, ez spasdarê wanim.

– Em jî spasiya te dikin.

hevpeyvîn: Mihemed Şarman-Fexriya Adsay

Share.

Leave A Reply