DI NAVBERA MÎNORÎ Û MAJORIYÊ DE Û JÊ WÊDETIR

Ferzan Şêr

Di teoriya wêjeyê de Major û Mînorî ji wateya peyvên xwe yên mîna mezinbûn û biçûkbûnê dertên, lê wateya serdestî û bindestiyê jî li xwe dikin. Helbet hiyerarşiyeke bi vî rengî di nav zimanan de nîne, qet nebe di zimannasiyê de haya min ji tiştekî wiha nîne. Lê di bikaranîna zimên de hinek ziman ji yên din berfirehtir in. Di encama kolonyalîzmê de gelek zimanên dewletên cîhana yekemîn (îngilîzî, îspanyolî, portekîzî, hwd.) di gelek waran de cihê zimanên niştecihan girtine û bûne majorên wan. Mesele ne tenê kesên ku bi wî zimanî dipeyivin e jî. Di gelek qadan de serdestiya îngilîzî heye, di nav dîrokê de demeke dirêj Fransî wiha bû. Îcar meseleya majorî û mînoriyê bêtir di nav çandên hevbeş, ango di erdnîgariyên hevbeş ên zimanan de dest pê dike.Ji bo ku mirov behsa majorî û mînoriyê bike divê rasterast zimanên major û mînor li ber kesan alternatîfê hev bin. Li gor vê tespîtê îngilîzî û tirkî ji bo tirkên li Tirkiyê ne di vê têkiliyê de ne. Belkî ji bo tirkên li Elmanyayê em dikarin vê bibêjin. Li Tirkiyeyê tirkî û zimanên din di nav vê têkiliyê de ne; tirkî û kurdî, tirkî û ermenkî, tirkî û erebî major û mînorên hev in. Û ji vê jêderkê mirov fahm dike ku têkiliya majorî û mînorî ji wan kesên bi du zimanî, ango ji bo wan kesên zimanên wan di nav qada dewletekê de “hindik” e an jî tuneye, tê sazkirin. Ji bo tirkekî li Almanyayê tirkî zimanekî mînor e, lê tirkî li Tirkiyeyê ji bo kurdekî zimanekî major e.1

Dîroka majorî û mînorî bi ya min bi netew-dewletan destpêdike. Lewra majorî û mînorî piranî li ser qedexebûna zimanê mînor ava dibe. Wateya vê qedexebûnê rasterast wekî qedexebûna kurdî ye, carina ji têkiliyên civakî jî kêm-bikaranîna zimanan bi xwe re tînin, carina jî bi awakî neyekser sansurek, kêmdîtinek jî li ser hin zimanan çêdibe. Mînak em nikarin serdestiya zimanê farisî ya di serdema osmaniyan de (berî netew-dewletan) di vê konteksê de binirxînin. Lê piştî avabûna netew-dewletan gelek ziman bûn mînor û majorên hev. Wekî din yek ji taybetmendiya van her du têgehan jî tercîh/ mecbûrmana nivîskarên mezin bi xwe ye. Kafka, Beckett, Joyce yên ji nişka ve tên bîra me ne. Kafka bi xwe serek amûr e di afirandina vê têgehê de. Lê esil ev têgîn bi riya xebatên Deleuze û Guattari tevlî ramyariyê bûne. Di kitêba bi navê Kafka: Minor Bir Edebiyat İçin [Kafka: Ji Bo Edebiyateke Mînor) de vê têgehê di bin sîwana sê rêgezan de diyar dikin; di minoriyê de zimanekî bêcihûwar heye, her tişt polîtîk e, her tişt nirxeke kolektîv digire. Di nav taybetmendiyan de hevnivîskarên vê deqê dema zimanên ku Kafka bi wan re têkîldar e (almanî, almaniya Pragê, çekî û yîdîşî) didin ber hev pêşniyarekêdikin: “ji bo her yek ji van zimanan, divê radejimarên bicihwarbûnê, ên bêcihwarbûnê û ên ji nû ve bicihwarbûn bên diyarkirin”(37).2 Ya herî girîng mijara bêcihwarî û bicihwariyê ye. Lewma di heman nivîsê de tê gotin ku “Kafka, bi riya çekî berê xwe nade ji nû ve bicihûwarbûnê”(38). Gelo ku Kaf- ka berê xwe bidaya “ji nû ve bicihûwarbûnê” dê çi biqewimiya? Em vê yekê nizanin û tu carî em ê bersivekê ji vê yekê re peyda nekin. Lê kesên ku dev ji hunera xwe ya mînor (bikaranîna zimanê major) berdidin û dîsa li zimanê xwe yê dayikê vedigerin hene. Kurd ji ber ku di rêveberiya hemû dewletên dagirker de bi zorê zimanê serdestan fêr bûne; bi awakî (ne)sirûştî her kurd kêm zêde bi du zimanî ye. Lewra kurdên ku bi erebî, bi tirkî û bi farisî dest bi nivîsandinê kirine û di pey re jî vegeriyane kurdî hene; her wekî din kesên ku rasterast bi her du zimanan jî dinivîsin hene; her wekî din li pey sirgûnbûnên rewşenbîran ên ku zimanên Ewropî jî li van zêde kirine peyda bûne. Nexwe di van zimanan de, di van çûn û hatinan de (ji nû ve bicihûwarbûn) hin taybetmendî jî dertên holê. Di vê nivîsê de em ê vê vegerînê veçirînin û pê ve em ê bibînin ne bi tenê nivîskarên mînor, kêmar gişt bi awakî di bin têsîra vê bicihûwarbûnê de ne. Dema ev kesên ji mînorê vedigerin zimanê dayikê çalakiyên xwe yên hunerî û ramyarî didin zimanê dayikê; ger hay ji vê yekê (radejimara majorî) hebin ev veger dibe çalakiyeke avakar, lê na ger hêmayên majorî li gor formên zimanê majorî di zimanê nû de serdest bin hingê dibe çalakiyeke rûxîner.

Vegera li zimanê dayikê

Li jorê me behsa zimanê mînorî kir, îcar serdemek tê ku zimanê “kêmketî” ji xwe re qadeke têkoşînê diafirîne û di encama wê têkoşînê de ji xwe re bazarekê diafirîne. Ev yek di wateya xwe ya modernîteyî de bazar e. Nivîskarên “şoreşger” bi mebesteke, bi zanîneke xurt û bi eksekî nedîtî zimanê xwe bikartînin. Lê yên ku ji ber derfetên xwe yên polîtîk û civakî rê nedîtine ango ji ber sedemekê xwe di zimanê serdest de vegotine, derfetên zimanê dayikî xurt bibe vedigerin zimanê dayika xwe. Dema nivîskarên ku ji wêjeya mînor vedigerin ser zimanê dayika xwe îcar ji zimanê resen ê dayikê dûr dikevin û zimanekî dîtir ji wê tevliheviyê dertê.3Ev ziman zimanekî taybet e, taybetmendiya wê jî bi radejimara zimanê majoriyê dertê holê. Mirov kare taybetmendiyên vê radejimarê jî di nav sê xalên sereke de kom bike; tehma wergerê, nebûna biwêj û qalibên resen, veguherandina dengsaziyê.

1- Tehma wergerê

Metnên di vê vegerê de dertên holê, ger radejimara wan zêde be tim bi awakî ji hevoksaziya resen bêtir wekî zimanekî çêkirî, tehma wergerê didin. Xwendevan ger nivîskarê metnê nas neke ango em nivîskar jê veşêrin dê bi dibêtiyeke girîng bibêje “ev berhem hatiye wergerandin”. Ev yek jî li gor hostetiya nivîskar û zanîna wî/ê ya li ser peywendiyên di navbera zimanan de diguhere. Lê bivê nevê her û her mirov dikare şopên zimanê major tê de peyda bike. Em vê yekê jî bi çend tiştên şênber karin xuyangtir bikin. Yek jê ev e: dema mirov wê hevokê an bi giştî hevokên dîtir wergerîne zimanê major dê bibîne ku bêyî alîkariyên hunera wergerê dê bi rehetî bê wergerandin. Di metnê de radejimara majorî kêm be belkî hinek zehmettir bibe lê di yên qels de ev yek gelek eşkere xuya dibe. A din jî wergêrên kurdî baş dizanin ku dema ji tirkî wergerê dikin peyva herî kêrhatî “ku” ye4. Ji bo hin ravekirin û temamkirina hevokên dirêj û kompleks pir bikêr tê. Helbet ne pêkan e em hemû “ku” yên di hevokan de bixin vî kîsî, ez vê yekê jî wekî nîşaneyeke zêdebûna radejimarê dibînim. Ger em li vê hevokê binêrin wê mijar zelaltir bibe; “Li hundirên kompartmana pêşî du mirovên navsere, di dawiyên sohbeteke ku xuyabû acizî dabû mirovê xerîb de bûn”.5

Em dizanin ku seha “tehm”ê bi xwe tiştekî guherbar û subjektîf e, lê dema em dibêjin tehma wergerê em nikarin behsa heman subjektîfbûnê bikin. Em mecbûr in xwe bispêrin tiştinî berbiçav û şênber. Lewra bi hebûna hêmanên şênber re, wê kêfîbûna tahmê ber bi pîvaneke zanistî û rûniştî ve bimeşe. “Ku” wekî gîhanek yek ji wan tiştên şênber bû, lê divê em ji bo danîna avaniyeke birêkûpêk çend tiştên din jî diyar bikin. Hevoksazî di vê mijara “tahma wergerê” de xaleke din a şênber pêşkêşî me dike. Mînak di çîrokbêjiya tirkî de, ango neqilkirina hin vegotinan de lêkera “dedi” li pey hevokê tê bika- ranîn; “Ahmet eve gidelim, dedi”. Ev çîrokbêjî di kurdî de bi lêkera “gotin”ê pêk tê û di destpêkê de tê gotin. Mînak di Martînê Bextewara Jan Dost de wiha tê neqilkirin: “Paul keniya û got: Metirse hevalo!”(69). Lê dema em “got”ê bavêjin dawiya hevokê (Metirse hevalo!, got Paul) em ê formê bişibînin forma zimanê major, ji vê formê bêtir wê ji herikbariya çîrokkirina resen dûr bikeve. Mînak di romana “Bêdengî”yê de axaftineke wiha pêk tê:

“Bavê me çawa ye?…” pirsî bi heycan Behram. Nasor, bi rengekî bêhêvî li rûyê wî nihêrî. Li şûna ku bersivekê bide vê pirsa wî, destê xwe avête milê wî û: “Dixwazî, tu hinek bêhna xwe bide niha… Ji dûr hatiyî tu!” got. “Rewşa wî pir giran e qey?…” got Behram bi dengekî tengezar.

Dema mirov vê deqê dixwîne zimanekî biyanî dixwîne, kurdî li kurdî hatiye biyanîkirin, wek ku mirov deqeke ji zimanekî biyanî bixwîne û bi zorê li kurdî hatibe wergerandin. Di vir de radejimara majorî gelek bilind e, em dikarin bibêjin rasterast (hişî-derhişî) ji zimanê major hatiye girtin. Lê hin radejimarên jê jêrtir û serketîtir jî hene. Mînak; di çîroka bi navê “Keleh”ê de Şener Özmen wekî vebêjer “Go” bi kar aniye. Bi bikaranîna “Go”yê re bi awakî formel şêwaza çîrokbêjiyê li gor zimanê dayikê li vegotinê rûdine. Bi “Go”yê re radejimar dadikeve jêr, ew jî tê wê mahneya ku nêzî zimanê resen dibe. Mijara radejimarê girîng e. Lewra di nivîsa navborî ya Deleuze û Guattari de behsa vê yekê dihat kirin. Di vir de radejimar dijrêjeyekê pêktîne; radejimara major çiqas zêde be ewqas ji zimanê resen dûr dibe û wî zimanî lawaz dike, radejimar çiqas kêm bibe ewqas nêzî zimanê resen dibe û wî zimanî dewlemendtir dike.

Ne tenê bi tevahî hevoksazî, carinan jî veqetandek û hêmanên din ên hevokê jî li gor sazûmana zimanê major pêk tên. Mînak em li vê hevokê binê- rin “her du ber bi dereke dî ya germ ku ê şeva xwe lê derbas bikirana ve çûn.”Dema mirov vê hevokê dixwîne ji sazûmana veqetandekê têdigihê ku bi awakî zordayînê hatiye sazkirin. Dikare bibêje “her du ji bo ku şeva xwe derbas bikin ber bi dereke germtir ve çûn” (herwekî din bi çend şêweyên dîtir jî ev hevok dikare bê sazkirin) lê nivîskar ne bi kurdînûsînê bi avakirina wê veqetandeka nekurdî û çêkirî ve mijûl e.

Carinan jî radejimar hewqas bilind dibe ku êdî rasterast peyvên herî hê- san ên kurdî jî tên jibîrkirin, yekser zimanê serdest (di vê mînakê de tirkî) dikeve nav zimanê nivîskar. “Di kîjan cehenemê de ne ev!” hem hevoksazî tirkî ye hem jî peyva “cehennem” bi kêmkirina “n”yekê re hatiye pêşkêşkirin.

Em dizanin “cahnim” wek di mînaka “cahnima te kim” di kurdî de peyveke hêsan û çalak e, têr jî tê bikaranîn. Ne ku ev nivîskar vê peyvê nizane, radejimar hewqas bilind bûye ku êdî ji bilî fikra bicihûwarkirina zimanê serdest derfeta fikrê nemaye. Samuel Beckett yek ji wan kesan e ku li pey çalakiyên dirêj ên di zimanê fransî de, vedigere zimanê dayika xwe. Di nivîsa xwe ya bi navê “Samuel Beckett’in Ana-diliyle İlişkisi [Têkiliya Samuel Becket Bi Zimanê Dayikê Re]” de Patrick J. Casement diyar dike Beckett dema vedigere zimanê dayika xwe di destpêkê de wergêrek alîkar digre ji xwe re (224). Li gor vegûhestina Casement, Beckett ji wergerê xwe re ji bo wergera Molloy’ê wiha gotiye “divê ne bi tenê wergerandî be, [divê] em di zimanê nû de pirtûkek nû binivîsin” (224). Belê bi rastî jî hêzeke veşartî ya vê vegerê jî nûkirin û pêşvebirina zimên e. Ev yek jî bi daxistina radejimarê pêkan e û di warê wergerê de encax bi lihevanîna kodên zimanê resen û hêmayên derveyî wê gengaz dibe.

Tehma wergerê di taybetmendiya Beckett de bi şênberî li ber me ye, lê ez dibêjim ger nivîskar qet wergêr bikarnîne jî ji ber duzimanî û bikaranîna wî ya zimanê serdest û her wekî din ji ber ku di nav sazûmana nîşanderên serdest de dijî bivênevê tehma wergerê dadiwerive nav zimanê wî/ê yê resen.

2- Nebûna biwêj û qalibên resen

Di zimanan de, biwêj û hinek qalibên resen ên wekî biwêjan tên bikaranîn nîşaneya pêşketin û dewlemendiyê ne. Ev nîşane ji bo kesan jî nîşaneya asta zanîna wî zimanî ye. Dema yek hay ji biwêj û qalibên resen ên zimanekî hebe dikare bibêje ku “ez bivî zimanî dizanim”. Mînak em di ser tirkî re biçin û hevokeke ku tê de biwêjek heye hilbijêrin, em bibêjin: “Siyabend yoluma taş koydu”. Kesekî kêm tirkî zane ango hay ji biwêja “yoluna taş koymak” nîn be dê vê hevokê wiha wergerîne: “Siyabend kevir danî riya min.” Lê ger hay ji biwêjê hebe dê rasttir wergerîne û wiha bibêje “Siyabend rê li ber min girt”, ango “Siyabend ji min re astengî derxist”. Wateya ewil û ya rast gelek ji hev dûr in. Îcar hin biwêj hene ku wateya wan rasterast dij û berovajiya hev in. Dema nivîskar li gor hişmendiya zimanê major bifikire û wergerîne zimanê dayika xwe ji wê biwêjê bêtir metaforên ecêb dertên. Di tirkî de dema dibêjin “edebiyat yapmak” tê wê mahneyê ku ew kes mijarê bi peyvên wêjeyî û xemilandî ji rastiya wê bi peyvê berovajî dike. Lê hûn rabin ji dêvla wê bibêjin “wêje dike” ev rasterast dawerivandina hişmendiya zimanê serdest e. Lew- ra nebûn û kêmbûna van qaliban yekser ne nîşaneya zêdebûna radejimara majorî ne, lê ez dibêjim encameke wê ne û ji bo me jî pîvaneke zêdekirina radejimara majoriyê ne.

Di vê mijarê de dîsa bi serpêhatiya Beckett û bi şîroveyên Casement ên li ser wî, tiştên balkêş û rêveker dertên pêşberî me. Li gor Casement “bi giştî, di wergerên îngilîzî de, em dibînin ku Beckett bi ziman û peyvan dilîze, bi peyvên nas pêkhatiyên nû çêdike, metafor, klîşe û biwêjên mirî lê hêj netemartî, bi jîndariyeke teze lê dike” (227). Bi vê jêgirtênê em him hêza nûkirin û pêşvebirîna zimanê nû dibînin, him jî têsîra biwêj û qalibên resen a angaşta me eşkeretir dibe.

3- Veguherandina dengsaziyê

Hêmanek din a vê radejimarê di veguherandina dengnasiyê de pêk tê. Dema li hemberî peyvên zimanê major di zimanê nivîskar de peyvek nîn be bêçare serî li zimanên din dide. Ji ber ku her ziman ji bo hemû nîşanderan re tiştekî resen neafirandiye (ango neafiriye) di nav zimanan de danûstandinên peyvan çêbûne. Lê her ziman li gor bilêvkirina xwe, peyvan li gor dengsaziya zimanê xwe veguherandine. Îcar radejimar di vê pêvajoya veguherînê de dixitime (bilind dibe), frekansên dengsaziya zimanê major cihê zimanê mînor digire, tevliheviyek çêdibe. Hem dengsaziya zimanê major dadiwerive zimanê mînor hem jî bi wê yekê re “bêhemdî” lênêrîna serdastan jî pê re diyar dibe. Mînak piraniya dengên ku veguherîn li ser wan çêdibe ev in: “h” dibe “x”, “u,ü” dibin “û”, “k” dibe “q” (sadik dibe sadiq) carinan jî “v” dibe “w” (heval dibe hewal), “d” dibe “t” hwd. Mirov dikare kêm zêde çend mînakan lê zêde bike, her wekî din helbet berovajiya van jî pêk tê, lê bi giştî bi vî rengî deng-veguherîn pêktên. Her zimanê serdest li ser biçûkkirina zimanê bindest rûdinê lowma em dibînin ku di vê deng-veguherînê de ziman ber bi bilêvkirineke “hişk, tund û qebe” ve diçe. Sedema vê “qebebûnê” di derhişa kolektîv a zimanê major de veşartî ye. Zimanê serdest tim û daîm zimanê bindestan wekî zimanekî qebe, hiş û neşareza didin nîşandan. Her çiqas nivîskar şareza, rewşenbîr be û bi hewleke şoreşgerî vegere zimanê dayika xwe jî bivênevê ev hêmaya derhişîn têsîrek lê dike, bi vê têsîrê re bandorê li zimanê wî/wê jî dike.

Beckett ji bo ku navê diya xwe veşêre ango jê bireve, wê pûç bike bi tîpa dawî a navê wê dilîze. Navê diya wî May e, di berhema Molloy’ê de May dibe Mag. Di heman berhemê de diyar dike ku kiteya yekemîn a May’ê Ma (dayik) bi tîpa “g”ê tê kuştin (veguhêst Casement, 217). Her ku em di vir de girêka odîpûs û metafora kuştina dayikê bixwînin jî, ji bo kirina vî tiştî bikaranîna veguherandina dengsaziyê girîng û balkêş e. Tîpa “y”yê ber bi tîpeke “hişktir” ve diçe serkiteya dayikê (Ma) dikuje. Ev yek di zimanê serdest de pêk tê yanê Beckett di zimanê serdest de vê dengguherînê pêktîne. Berovajiya pratîka radejimarê di angaşta me de di zimanê dayikê de dengveguherînê pêktîne, Beckett wek ku diyar jî dike vê yekê bi zanîn (hişî) dike lê ev yek di zimanê vegerê de bêzanîn/bêhemdî (derhişî) pêk tê.

4- Çavkaniyên derhişî û derhişa kolektîv

Têkiliya herî qewî ya di navbera ziman û derûniya kesan de bi riya psîkanalîzê hatiye sazkirin. Sigmund Freud piraniya semptomên xwe di likmînin zimên de digere. Jacques Lacan ji ber ku mîratgirê binyatgerî (yapısalcılık) û yek ji pêşengên pişt-binyatgeriyê (post-yapısalcılık) ye, bivênevê têkiliya wî û zimên; ji psîkanalîstên din cudatir û xurttir e, lewma jî bi angaşta xwe ya rûniştî di pirtûka xwe ya Psikanalizin Dört Temel Kavramıde(Çar Têgehên Bîngehîn ên Psîkanalîzê), dibêje “ziman wekî derhişê saz bûye” (26). Dîsa di pirtûka xwe ya bi navê Guman-1 de Îbrahîm Seydo Aydogan dema têsîra xwendina wergeran li ser zimanê mirov dinirxîne wiha dibêje “şopa xwendinan di berhemên mirov de nikare were veşartin” (275) û bi vê hevokê re Aydogan jî berê me dide wê çola derhişê. Ziman jî derhiş jî bi riya nîşaneyan xwe der didin, xwe bi rê ve dibin. Zimannasî ji Ferdinand de Saussure û vir de wekî qadeke xweser e; di hûrgûliyan de li ser gelek tiştan nîqaş bike jî “pergala nîşanderan” bi giştî ji aliyê gelek bizavan ve tê qebûlkirin.

Pergala nîşanderan ne tenê di zimannasiyê de ango di sazûmana zimên de heye, li her derê nîşan û nîşander hene. Nîşanderên trafîkê hene, ên kompîtûrê hene hwd. Ev nîşander gişt dîsa bi zimên û bi alavên zimên re girêdayî ne, ji aliyê zimên ve tên guhertin û bi awakî diakronîk di zimanan de guherînan çêdikin. Ji bo fahmkirina têsîra pergala nîşanderan divê em berê xwe bidin derketina rêbaza zêhişiyê (stream of consciousness), bê çawa derketiye holê. Di pirtûka xwe ya bi navê Epik Modern: Goethe’den Marquez’e Dünya Sistemi (Epîka Modern: Ji Goethe Heya Marquez Pergala Cîhanê) de Franco Moretti wiha dibêje “di xala çerçerxa sedsalê de [sedsala 19.mîn] takekesên Rojavayî tekaneyiya xwe wenda kirin û ji bo Ezbûna parvebûyî jî pêdivî bi dîtina zimanekî hebû” (204). Bêguman ev ziman jî zimanê modernîzmê bû. Gelo ev zêhişî çawa dertê holê em hinekî lê jî binêrin. Bi pêşveçûna şoreşa pîşesaziyê re jiyanên gundan ber bi metropolan ve çûn. Febrîke wargeha çîniya karker bû, karkerên girseyî, tevî sermiyan û çîniya navî ve tevde firehbûnek li wargeha xwe kirin. Ji van danûstandinên civakî gund ber bi bajaran ve veguherî, ew jî ber bi metropolê ve ajot. Metropol û dabeşkirina kar û şuxlan çînî û bineçîniyan li tevahiya civakê zêde kir. Guherîn bêrawest dime- şiya. Bonmarşe avabûn, xerîdar zêdebûn. Pêdivî bi reklamê çêbû. Reklam jî li ser peyvan e, ne hewceyî bi hevokên dirêj e û ne jî li gor qaîdeyên rêzimanê tevdigere; li gor armanca firotinê bi xemilandinê re mijûl dibe, daxwazkariya tiştan, şehweta wan pêşkêş dike. Lewma ji wan peyvan, ji wan kurtebiwêjan, dirûşmên reklaman jî û helbet li gor aura’ya metropolê rêbazeke mîna zêhişî derket holê. Bo vê yekê jî wiha dibêje Moretti “[l]i bajarê peyvan, ji bo ku hin kes riya xwe peyda bikin pêdivî bi şêwazeke cuda heye; rêzimaneke ji bajarê hişmendiyê lawaztir; hevoksaziyeke nedomdar û rakêşandî; qaşo kubîzma zimên. Û zêhişî jî tam vê yekê pêşkêş dike” (155). Di encama pêvajoyeke wiha de modernîstên mîna James Joyce derketin, têsîrek mezin li wêje û zimên kirin. Bi vê mînakê re em dibînin ku pergala nîşanderan di bikaranîna zimên de xwedîhêzeke (ve)guherkar e.

Ger em têsîra nîşanderan di navbera zimanan de bidin ber bêjinga nirxandinê em ê bibînin ku zimanê serdest di kîjan waran de zext û tahdeyê li zimanê bindestan bike, ne bi tenê travmayên zimanî pêktîne di heman demê de di derhişa wî zimanî de ji xwe re cih çêdike, nîşanderên xwe dişîne wir. Ji ber ku em li ser mînakên şênber ên mîna tirkî û kurdî diçin, em dikarin mînakên din jî ji ser vê têkiliyê bidin. Kurd û kurdî ji bilî axaftina di nav civateke biçûk pê ve di tu qadên dewletê de, di tu qadên zimanî de nîne. Hemû qadên jiyanê ji aliyê zimanê serdest ve tê birêvebirin, hemû kodên zimanî, hemû pergalên nîşanderan bi zimanê serdest hatiye çewsandin; ji fîlmên karton heya markayên biskewîtan, ji axaftina bijîşkan heya navê amûra dirankiran giş bi zimanê serdestan e. Zarok dema li cihekî dinêre rasterast nîşandereke zimanê serdest û desthilatiyê dibîne. Di bin vê desthilatî û komêrîşên nîşanderên zimanê serdest de li deşta derhişê konên bêxêr û nekêrhatî vedidin. Lewma bixwaze jî nexwaze jî bi qasî radeyekê têsîra van hêmanên derhişî li zimanê kesan rûdine. Her kesê ku zimanê serdestê xwe zane -ev nivîs jî tê de- ji nîşanderên zimanê serdest û ji têsîra zimanê serdest ne bêpar e. Radeya têsîrê jî li gor radejimara zimanê major diyar dibe. Mînak di xwediyê romana Bêdengî’yê de ev radejimar pirr mezin e, lê di vegotina Şener Özmen de jî kêmtir dibe.

Deleuze û Guattari vegera li zimanê dayikê wekî hewleke bicihûwabûnê û Odîpûsî, nîşaneya girêka Odîpûsî dibînin (31). Dema em vegera Beckett a li zimanê dayikê bifikirin (Beckett li pey mirina diya xwe vedigere zimanê dayika xwe), ev nîşaneye odîpûsî bi awakî paradoksî eşkere dibe. Ev paradoks bi vegera Beckett re metefora mirina (zimanê) dayikê jî bi xwe re tîne. Mirina dayikê bi şûndiyariya zimanê dayikê re tê bicihkirin ango ji bo ku di zimên de şoreşekê pêkbîne û nivîskar vegere zimanê dayika xwe lazim e dayik bimire. Nivîskarê vegerxwaz bi her du awayan jî zimanê dayikê dikuje; dema radejimar bilind be bi awakî neyînî ziman tê kuştin, ger radejimar kêm e bi awakî erênî ji bo dewlemendkirin û tezekirina zimên zimanê dayikê tê kuştin. Li gel wê hewla odîpalî û şerê li hemberî wê (paradoks); divê bi awakî çalak çawa zimanê serdest konên hêmayên xwe di derhişa mirovan de ve- dabin, divê nivîskarê vegerxwaz jî (da ku radejimara xwe kêm bike) zimanê (zir)bavê xwe bi nîşanderên nû re bidewisîne. Bi awakî metaforîk belkî dayik jî tê de, lê divê mirina (zir)bavê xwe pêkbîne.

Wekî encam, ev veger û taybetmendiya vegerê, pê re jî angaşta radejimarê ji tûnebûnê neafiriye. Belê tiştekî nû ye, lê bi gelek tiştên heyî re jî girêdayî yê. Mînak bi benên qewî û xurt bi wêjeya mînor ve girêdayî ye, wekî din xemxurên kurdî dema bi awakî qerfî dibêjin “tirkmancî” behsa heman tiştan dikin û gelek nivîskarên kurdî di rexnekirina kurdî de vê yekê wekî pîvaneke zanînê digirin. Dîsa dema Deleuze û Guattari behsa “ji nû ve bicihûwarbûnê” kirin rê li ber vê xebatê vekirin. Hewla vegera li zimanê dayikê ku xwe kêmdîtina mînoriyê destpê dike, ew jî wek em dizanin ji bêcihûwariya zimên pêkdihat, ev hewla vegerê û pratîka wê dike ku wî zimanê xwe yê bêcihûwar bicîhûwar bike. Di pêvajoya vegerê de du encamên bi hev re girêdayî û nakokiya hev dertên holê. Nivîskarên vegerxwaz dikarin zimanê xwe dewlemendtir jî bikin, dikarin qels û lawaztir jî bikin. Ev yek jî girêdayiyê bicihkirina nîşanderên resen ên di derhişa mirov de û pê ve di dewisandina nîşanderên zimanê major de veşartî ye.

1 Bi piranî wêjeya mînor wêjeya kêmarên ku bi zimanê serdestan dinivîsin e; di vî warî de îstîsna hene, hinek kes ji ber sirgûnî hinek jî ji ber derfet û sedemên dîtir bi zimanê biyanî dinivîsin. Ev kes jî daxilî wêjeya mînor dibin.

2 Radejimar di şûna “katsayı”ya tirkî hatiye bikaranîn.

3  Di destpêkê de bo vê vegerê û ji zimanê pêkhatî re min xwest bibêjim mîmajor. Mîmajor wekî têgeh ji mînor û majorê pêk tê, majorbûna zimanê mînor dinimîne. Mînor major cihê xwe diguherînin vê carê major û hêmayên majorî di zimanê mînor de xwe diyar dikin û zimanê resên vê carê dibe zimanekî taybet. Lê hinek xetereyên vê têgehê derketin. Ewilîn wekî kategoriyeke di navbera mînorî û majorî de bi cih dibû, lê angaşta wê ew bû zimanekî nû diafirîne. Wekî din ji ber ku ev veger ji aliyê Deleuze û Guattari ve hatiye îmakirin jî bi awakî xurt xwe bi têgîna mînoriyê ve girêdida, yanê pirsa ku “tê- gîneke nû hewce dike an na?” derdixe holê. Lowma ez vê yekê ji bo ku navenda deqê bi xûmamekê re neyê pêçan bikarnînim û bawerim bi nîqaşên berfirehtir û bi kamilbûnê re ev têgeh wê li beşeke edebiyata mînor û li zimanê mînor rûne.

4  Gîhaneka “ku” formên wê yên dîtir “digel ku, ji bo ku, da ku, berî ku, heta ku” ji aliyê Îbrahîm Seydo Aydogan ve di sazkirina hevokên kompleks de wekî alavên zimên ên avakar hatine pêşkêşkirin. Ji bo werger û mijara “ku”yê, nemaze di warê pratîk de berhema bi navê Guman-1 a Aydogan mînakên balkêş pêşkêşî me dike. Di bikaranîna “ku”yê de ya girîng ew e ku divê mirov li gor dengnasî û zimannasiya zimên bi kar bîne. Ger li gor wê bi kar bîne wekî ku Aydogan jî balê dikşîne ser dê hevokên kompleks bikaribin di kurdî de saz bibin, lê ger ne li gor dengnasî û zimannasiya zimên bin hingê jî roleke hilweşîner digirin. Ji bo agahiyên dîtir li beşên “Hevokên Kompleks” û “Hin Pirsgirêkên Wergerê di Kurmancî de” a Guman-1’ê binêrin.

5  Ev jêgirtin û jêgirtinên bêyî jimara rupelê hatine dayîn, giş ji romaneke neçapkirî ya bi navê Bêden- gî ye. Romana Bêdengî ji aliyê weşanxaneya Aramê bo xwendina min hatibû şandin. Lewma li gor prensîba weşanxaneyê navê nivîskar nîn bû û ji ber ku çap nebûye jî em nikarin nasnava çavkaniya wê bidin. Taybetmendiya vê berhemê, mînakdayînên jê bi min balkêş û kêrhatî ye. Ji ber ku bêyî karê sererastkirinê em rasterast nivîsa nivîskar a xav dibînin, û xavbûn jî ji ber ku bi têsîreke derveyîn ne- hatiye rastkirin şopên ên derhişîn tê de eşkeretir in. An na ger berhema çapbûyî bibûya dê radejimara majoriyê tê de kêm bibûya, ji ber ku edîtor û redaktor hemû kêmasiyên ziman li gor zimanê resen sererast dikin. Di vir de metneke şilfîtazî heye.

Çavkanî

Aydogan, Îbrahîm Seydo. Guman 1: Zimanê Kurdî. Diyarbekir: Weşanên Lîs, 2013.

Casement, Patrick J. “Samuel Beckett’in Ana-diliyle Ilişkisi”. wer. Harika Yü- cel. Pasaj 4-5 (Tebax 2006-Çiriya Paşîn 2007): 212-229.

Deleuze, Gilles û Félix Guattari. Kafka: Minor Bir Edebiyat İçin. wer. Özgür Uçkan û Işık Ergüden. 2. Çap. Stenbol: Weşanên Yapıkredi, 2001.

Dost, Jan. Martînê Bextewar. Stenbol: Weşanên Avesta, 2012.
Lacan, Jacques. Psikanalizin Dört Temel Kavramı. wer. Nilufer Erdem. Stenbol:

Weşanên Metis, 2013.

Moretti, Franco. Epik Modern: Goethe’den Marquez’e Dünya Sistemi. wer. Nur- çin Ileri û Mehmet Murat Şahin. Stenbol: Weşanên Agora Kitaplığı, 2005.

Share.

Leave A Reply