SERBORIYA KÊMNIVÎSKARIYA LEHENGEKÎ: ÊŞ Û AZARA (NE)NIVÎSANDINÊ

Mîrza Baran

Destpêk

Wêje çavkaniya xwe ne tenê ji jiyan û tecrûbeyên takekesî û civakî, belam di heman katê de ji kûrahiya giyanî jî digire û bi şêwaz û formeke estetîk xwe digihîne ber xwînerên xwe yên ku bi saya pirtûkan cîhana xwe dixemilînin û dewlemendtir dikin. Ji ber hindê ye, her berhemeke wêjeyî, çi çê çi neçê, kêm zêde rastiyên jiyanên curbicur radixîne ber çavên me xwîneran. Hingê jî şîrovekirina van berheman bo me wek pêdiviyekê dixuye da ku em bikarin rastiyê peyda bikin ku em tim li pey van berheman li wê digerin. Di nav wan tecrûbe û azmûnên mirovan de ne tenê bi şahî, kêfxweşî û şadî heye, lê pê re jî jan, keser, êş û kêmasiyên kûr jî xwe didin ber ku ew jî car caran dibin çavkaniya êşên dijwar ku bêhna mirovan diçikînin. Di vê nivîsa xwe de ez ê li ser kêmasiyekê bisekinim ku ew ji bo gelek nivîskaran bûye û hêj jî dibe kaniya êş û azarê: (ne)nivîsandin.

Berhemên wêjeyî dikarin bibin objeyên gelek xwendinên cihê û ji her xwendinekê ve wateyeke cuda derdikeve, lewma tiştên ku em ê li vir qalê bikin nayên wateya ku ew hemû jî ji sedî sed rast in, yanê wekî her şîroveyekê ev jî di nav xwe de şîroveya rexnegirî dihewîne, lê dîsa jî tevî vê yekê, bando- ra bûyer û kirinên lehengan û paşxaneya civatê jî li van şîroveyan dibin ku civat ew civat e ku leheng jî, rexnegir jî tê de dijîn. Duyemîn romana Şener Özmen a bi navê Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî (2010) bi vegotin û lehengên xwe, xesma ya sereklehengê xwe hê di destpêkê de bûye yek ji romanên ku herî zêde hatiye nîqaşkirin, çiku tê de tenê em rastî lehengekî kurd nayên lê jê wêdetir em rastî newxeşiyên derûnî, dînîtî, xwewindakirin û kaniya hevpar a êşên mirovahiyê dibin.

Serlehengê romana me Sertac bi rola xwe ya di romanê de tê nîşandayîn ku ew namzetê nivîskariyê ye û bi çîroka xwe ya her dem li ber qedandinê lê qet naqede, ew jî wekî kêmnivîskar (manque author) xwe dide der. Li aliyekî din jî ew neyê jibîrkirin ku PÇN (Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî) berhemeke postmodernîst e û ji ber vê ye em dikarin çend taybetmendiyên wê jî wekî intertextuality, metafiction jî di nav romanê de yek bi yek bibînin. Her çiqas ku ew roman dikare bibe alava xwendineke piralî jî ez ê zêdetir li ser kêmasiyekê bisekinim ku serlehengê romanê di jiyana xwe de wê hest dike û pê re dûçarî êş û azarên bêdawî dibe. Bi wê kêmasiyê re ez ê hewl bidim da fam bikim ka çima leheng-nivîskarê me nikare çîroka xwe biqedîne, sedemên vî tiştî çi ne. Ji bo analîza wê jî ez ê bêhtir bi teknîka psîkanalîz û pê re têkiliyên jin û mêran, dê û bavan ên li ser zarokan -li vir ew Sertac e- biçim û pê re jî têkiliya civata kurdan a bi serdestên xwe re di vê pêwendiyê de binirxînim û bi dawî jî ne wek gotineke dawî lê wek girîzgahekê hewce ez ê encamekê bidim ber xwîneran.

Di derbarê romanê de

PÇN bi tevahî ji şeş beşan pek tê; destpêk, para yekemîn: îman, para duyemîn: guman, para sêyemîn: ziman, para çaremîn: raman û jêrenotên neqediyayî. Di beşa destpêkê de vebêjer, jina serlehengê me Merasîm e, di beşên din de jî vebêjer her ku bi piranî kesê sêyem be jî, xwendekarê Sertacî (para çaremîn), Sertac û jina wî jî (jêrenot) diaxivin. Cihê romanê bi piranî Kurdistan e lê dîsa jî di nav bûyeran re em berê xwe didin Elmanya ku lehengê me beşek ji jiyana xwe li wir dibihûrîne. Dem salên nodî ye, lê tevî wê carinan xal bi xal bi paşopê diçe demên zaroktiya Sertacî jî.

Roman bi gelemperî li ser têkçûyina serlehengî, têkiliya wî ya ligel jina wî û nasnameya wî ye. Sertac bo nasname û takekesiya xwe di her qada jiyanê de hewl dide da ku ew bi xwe jî hebe, lewma hê di destpêka romanê de em dibînin ku bo navê xwe îtirazan dike û dibêje navê wî ne Sertaç e ku tirk dibêjin, lê Sertac e.

Merasîma ku pêşî dergistiya mamosteyê xwe yê zanîngehê (Onder) bû, dûre dikeve li pey efsûna dengê Sertacî, wî dengê mêrane, û pê re dizewice. Lê belê her tişt ne li gorî dilê lehengan dimeşe, li dawiyê ne Sertac bi xwe ne jî xanima wî Merasîm tiştê ku ew lê digeriyan peyda dikin. Diya Merasim kurd, bavê wê jî mihacir e, û her tim jê re bi tirkî dibêje ku ew tirk in, ne kurd (19). Xwişka wê Yasemîn jî jineke femînîst e, bi nêrînên xwe yên eşkere li hemberî tevgerên mêran disekine. Bavê wan yekî desthildatdar û patriyarkal e, li gel vê yekê jî desthilatiya wî ya li ser wan, lê xasma ya li ser diya wan, piştî maytêkirinên xwişka wê Yasemînê sist dibe. Bi gotineke dî Yasemîn pişta wî dişkîne (20).

Sertac Xoce li lîseya îmam xetîbê mamostetiyê dike, belam baweriya wî ya bi dîn û diyanetê re tuneye. Ji navçeya Hezexê ye, bavê wî Fethî di postexaneya Hezexê de belavkar e. Di salên zarokatiyê de diya wî jî jê zêdetir ji birayê wî yê din Nîzamî hez dike, ê ku ezîzê ber dilê wê ye. Ji ber ku diya wî ferqeke wisa dixist navbera wî û birayê wî, wî jî tim xweziya xwe bi dêyeke ku jê hez bike, goşt û mûzan bide ber devê wî dianî (39). Ew tişt rê nade ku Sertac xwe di nav malbatê de li ciyekî bi cî bike, ne li aliyê diya xwe ne jî li aliyê bavê xwe. Jixwe ji ber vê nexweşiya malbatê, dema Sertac mezin dibe, giyanekî belawela dibe nesîbê wî. Di nav malê de kes jê re qala kurdan nake, tenê xalê wî yê ku bi hebûna xwe jiyana serlehengî watedar dike û wî ber bi wêrekiyê ve dibe û jê re wek “mêrekî wêrek” dibe rol-model.

Bi tenê xalê wî yê biçûk, xalê wî Mihemed, xalê wî yê ku navê “Sertac” wî lê kiribû û hem di çêbûna wî de û hem jî di wan rojên ku bavê wî ji mala xwe dûr bû de li ba xwişka xwe, yanê li ba diya wî bû, di sar û sermaya Hezexê de wan bi tenê nedihişt û heta ku jê hat alîkarî bi wan dikir, belê bi tenê xalê wî yê zanba, têgihiştî, qeşeng û ew çend jî dilzîz, qala Kurdan û rewşê dikir […] (54)

Di demên ku bav li ser serê wî nebû xalê wî Mihemed rola mêraniyê û bavtiyê hildide ser milê xwe û Sertac jî bi heyraniyeke jidil li xalê xwe dimeyzîne û dixwaze bibe yekî wek wî. Ji bavê xwe zêdetir jê hez dike. Xalê wî, wî bi wê yekê ditirsîne ku heger ew ji bavê xwe hez neke wê leşker werin wî bibin. Lê ew nas dike ku leşker ne bi tenê zarokên ku hez ji bavê xwe nedikirin dibirin, wan ew xalanên ku hez ji xwarziyên xwe dikirin jî, dibirin û divaêtin ber kûçikan (57). Û xalê wî rojeke zivistanê ya bêxêr tê kuştin.

Sertac û Merasîm êdî zewicî ne. Merasîm jî mîna xwişka xwe femînîsteke xurt e û li komeleyeke jinan dixebite. Sertac û jina wî Merasîm her tim şerê hev dikin û pevçûn êdî di jiyana wan de dibe tiştekî ji rêzê. Di demên wisa de Sertac oda xwe ya nivîsandinê wek cihê rizgariyê dibîne û xwe tê de asê dihêle. Li hundir dema xwe bi pirtûkên xwe û bi çîroka xwe -a ku qet naqede- dibihurîne. Di vê navê re em dikevin nav derûniya Sertacî û guhê xwe didin monologên wî yên êş û birînên wî yên ku ji ber takekesnebûnê û bênasnametiyê diqewimin. Ji destpêka romanê û vir de Sertac her tim bi rengdêrekê tê bilêvkirin; Sertacê Topavêtî, Sertacê Çîroknûs, Sertacê Obsesîf, Sertacê Neçutişt, Sertacê Dixewreçûyî, Sertacê Darşikestî, hwd. Bêşik bandora civatê jî li ser êşên wî xwe dide xuyakirin. Ew demekê diçe tev li şoreşa Kurdan jî dibe lê ji ber nexweşiya xwe ya hişî û giyanî nikare li wê derê zêde bimîne û diçe cem psîkologekeke jin, Dr. Sarîn. Paşê jî diçe Elmanya bajarê Munsterê. Li wê derê li mêvanxaneya bajêr dimîne, a ku wekî mala nivîskaran xuya dibe. Tiştê xerib ew e ku li wir jî ji wî çîrokekê, nivîsekê dixwazin; ew ê di rojnameyeke herêmî de bihata weşandin û Sertac nikare wê jî biqedîne. Li aliyekî din jî di rojên xwe yên li wir çend nivîskar û helbestkarên ji deverên din nas dike û em dibînin ku li hemberî wan dîsa kêmbûna wî, qompleksa kurdbûn û xwebiçûkdîtinê pê re çêdibe. Wekî mînak rojekê radibe û ji Sadiq El Behr ê nivîskarekî Iraqî re nameyek dinivîse ku ew camêr di derbarê Sertacî de ji Frau Muller re dibêje ku ew kurdekî feodal e û ma çi karî wî li wê derê heye, hwd.

Di beşa çaremîn de Sertac Karanê xweyî giyanekî belawela ji aliyê şagirtê xwe Elî Osman ve tê kuştin. Elî Osman jî wekî Sertacî yekî bêpişt, yekî bêxwedî û bêxwedan e, eynî wek bavê xwe, bêziman, naçar û tirsonek e (178). Ku wî berê ji nenivîsandina eleyhî sellema li ber navê Adem pêxember nerazîbûna xwe ya ji Sertac mamoste anîbû zimên. Sedema vê kuştînê jî wekî nebaweriya wî tê nîşandan.

Kêmasî û kêmnivîskarî

Piştî vê kurteya romanê beriya ku ez li ser analîza xwe hûr bibim dixwazim li ser rêbaza kêmnivîskariyê qala çend tiştan bikim. Di wêjeya cihanê de cûreyekî romanê yê bi navê bildungsromanê heye; bi rêyeke kronolojîk qala bûyerên jiyana leheng dike. Ji gelek aliyan ve dişibin berhemên biyografiyê, lê ew ne biyografiya kesên nas an jî berhemên belgeyî ne lê ji serî heya dawî fîksiyon in. Di bin vê katogeriya bildungsromanê de jî cûreyekî din heye ku navê wî künstlerroman e û ew jî behsa jiyana hunermend û nivîskaran dike ku ew bi xwe jî fîktîv in. Di nav van nivîskaran de du kom hene, yek ên ku di karê xwe de bi ser dikevin, yê din jî ew in ku dikin nakin tu carî nikarin xebatên xwe bi dawî bînin. Her gav astengiyek derdikeve pêş wan, lê ew astengî her çiqas derveyîn bixuyin jî bêtir ên derûnî ne, ji kurahiya nava wan nivîskaran tên û qet nahêlin ew bibin xweyî berhemeke li gorî dilê xwe. Di wêjeya ewropî de Wilhelm Meistera Goethe, Illusions perdues, Louis Lambert, Le Peau de chagrin, Le Chef d’ouvre inconnu ya Balzac, Tonio Kröger Mirina Li Ve- nedîkê Dr. Faustusa Thomas Mann û berhemên Samuel Buttler, James Joyce û yên D.H. Lawrence mînakên wan nivîskaran in (Parla, 42). Di wêjeya kurdî de jî çîroka Mihemed Şarman a Axaftina Nobelê û ya Hesenê Metê Êş dikarin bibin mînakên kêmnivîskariyê.1

Mijarên berhemên Künstlerromanê rêwîtî, lêgerina takekesî, hest û ramanên derûnî yên nivîskaran in, lewma ew cûre bi nivîskarên têkçûyî ve tije ne. Jixwe ya rastî ew nivîskar jî bi vê xusletê xwe manque (kêm) dibin. Jale Parla di pirtûka xwe ya bi navê Türk Romanında Yazar ve Başkalaşım (Di Romana Tirkî de Nivîskar û Veguherîn) de li ser cureyên nivîskarên manque disekine û bo sedemên têkçûna van nivîskaran jî van rewşan rêz dike: hêviya wan a bo berhemeke tekûz, cirnexweşî û nehêminiya wan dema ku bi armanca xwe bi ser nekevin, tahdeyên civakî û polîtîk, sansur û astengî, kêmasiya rewşa aborî, hesta derengmayînê, hesta bêkokbûyînê, bêcihûwarbûnê, lihevxistina takekes û bavî, lihevxistina nasnameyê, obsesyona xwebûnê, şayîşa bandorê, dîrokeke wenda û bîra çewisandî, zimanekî birîndar û takekesiyeke birîndar (11).

Ew nivîskar xweyî bêdesthilatdariyeke takekesî, lawazî, xeydoktî, qirofektî, bêxiretiyê ne. Ew hemû jî ji bo xêra hunerê ye da ku bila bikeve pêşiya nivîskar, pêşiya her tiştî. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku leheng-nivîskar xwe qurbanî berhema xwe dikin. Her gav xwe wisa didin bawerkirin ku dema ew kêmasî ji holê rabe dê hingê bikaribin binivîsin. Lê rastî wisa nîne, li vir nakokiyek çêdibe. Lê belê mirov dikare li vir bipirse gelo heke ew leheng-nivîskar xwe ne kêm lê tam hest bikirana, wê li pey çi biçûna û çi binivîsandina? Berhemên werê jî bi vê nakokiyê re têkildar in û jixwe xwe li ser vê nakokiyê ava dikin. Belam axirê ji ber ku nikarin xwe tekûz bikin û nexweşiyên xwe çareser bikin yan xwe dikujin yan jî hişê xwe winda dikin û dîn dibin.

Gelo cudahiya van tekstan ji yên roman û çîrokên din çi ne? Em dikarin bibêjin ku ew berhem bi giştî metafiction in, ezmûna wan a bi zimên re li gorî yên din zêdetir in, ew ne berhemên xweyî plot in, lê berovajiyê vê komplîke û tevîhev in. Qasî ku nivîskar bêdesthilat dibe, berhema wî jî ewqasî zêdetir xweyî desthilat dibe. Li hemberî romanên din ên ku lehengên wan jî nivîskar in lê tekûz û serketî ne, ew berhem ji ber destnîşankirina nakokiya van lehengan û sekna nivîskaran a li nav civatê û ya derveyî civatê serketî ne (Parla, 42).

Ne tenê bo sedemên kêmasiya van nivîskaran lê ji bo famkirina derûniya wan jî li pêşiya me sê babet an jî sê xwendinên alîkar hene:

  • Nehêminiyeke Faustwarî: Ê dixwaze her ji yê ber destê xwe baştir binivîse. Tim û daîm nehêmin e, ew jî taybetiya nivîskarên serdema romantîzmê ye.
    Rewşeke Freudwarî: Bo famkirina vê taybetiyê li pêşiya me sê gotarên Freud hene: The Poets and Daydreaming (Helbestvan û Xewnerojk), Dos- toyevsky and Patricide (Dostoyevskî û Bavkujî) û The Uncanny. Ew her sê nivîsar bo famkirina van cureyên nivîskaran gelek alîkar in, çiku ew kes ji ber êşên kûr ên takekesî yên di giyanê wan de bûne çavkaniya êş û kulên bêdawî; bi azar û derd in, lewma ew êşa wan jî bandorê li nivîskariya wan dike.
  • Rewşeke Lacanwarî: Li vir jî li hemberî me têgeha Lacan a manque heye ya ku navê xwe daye vê cureya nivîskaran, bi kurdî wateya vê peyvê kêm, kêmasî ye. Ev kêmasî kêmasiyeke wisa ye ku mirov çi bike jî tu carî nikare wê temam bike, dagire, lewma tim û daîm vala dimîne. Poetic desire (arezûya helbestkî) jî li gel vê kêmasiyê xwe nîşan dide. (Jale Parla, ji semînara Conventions in Literature II)

Belam heke ez werim ser babeta ku ez ê şîroveya xwe li ser vê yekê bilind bikim, ew jî rewşeke Lacanwarî ye. Kêmasî û kêmbûn. Valahiya ku qet nayê dagirtin. Hesteke bêtixûb û dagirker. Lêgerîneke domdar… Lacan psîkanalîstekî post-Freudî ye û bala xwe zêdetir daye ser têkiliyên derhiş û zimên… Têgeha kêmasiyê ku Lacan qalê dike zêdetir bi wî awayî hatiye bikaranîn, ango manque-a-etre ku wateya wê jî kêmasiya li ba adinê ye.2 Li gorî Ecrites ên (Semîner) Lacanî, bo avakirina takekesiyê divê her tim adinek hebe da ku mirov bikare bi saya hebûna wê adinê xwe nas bike û li ser hebûn an jî tunebûna wê xwe ava bike. Lê hêjayî kirpandinê ye ku adina adinê tuneye, ji ber vê jî hingê pirsa Adin çi ji min dixwaze derdikeve holê (Lacan, 242). Bersiva wê jî fallîk îmaj e ku dikare vê valahiya kêmasiyê dagire (245). Ji ber vê, kesê nevrotîk xeyal dike ku adin her tim dixwaze wî bixesîne, lewma ev kêmasiya ku di giyanê wî de şîn bûye rê nade ku bi yê di dest xwe de re şa û bextewer be, lê berovajiyê wê tim û daîm bikeve dû vê kêmasiyê û vê xeyala adinê bajo (247). Bi gotineke din, ji bo ku bibe xwe, bi xwe kêmasiya xwe derdixe pêş û tim û daîm li pey vê kêmasiyê digere da xwe bi temam hest bike, lê weku diyar e ew kêmasî jî bi tenê bi adin re têkildar e.

Serlehengê romana me Sertac jî ligel xisletê xwe yê nivîskariyê dikeve nav vê komê, jê wêdetir wê êşa wî qasî ku mezin û kûr e dibe navê berhema Şener Özmen jî; Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî. Hesta kêmasiyê ku lehengê me Sertac her tim tê de dijî, jiyana wî ya takekesî belawela dike û ew bi xwe biçe ku derê jî nikare dilê xwe sayî bike, ango nikare vî tiştî peyda bike ku pê re vê valahiyê tije bike ku bi rastî jî ew qul û valahî hemû giyanê wî serdanpê dagir kiriye û bûye çavkaniya êş û azarên bêdawî. Lê ew êş û keserên wî bi dîmeneke şênber a pirtûkê li ber çavê xwîneran bi goşt û hestî dibin, ewqas e ku tu yê bibêjî qey hemû êşên wî dê bi saya vê pirtûkê xilas bibin, lê mixabin jinên li derdora wî ketine pey nivîsandina wî, pênûs û hilberandina wî ya wêjeyî an jî ya libidînal a li vir ne dola mêraniyê ye; lê tîpên reşik ên ku li ser kaxizê dirijin û dibin xweyî hêzeke wisa ku jin jî dixwazin bibin xweyiyên vî tiştî.

Serlehengek ku bi jana nivîsandinê ketiye

Leheng-nivîskarê romanê Sertac bi êşên malbatî û zaroktiya xwe a qorim re giraniya nasnameya xwe ya netewî û bindestiya gelê xwe yê kurd jî ji xwe re dike derd. Ji xeynî wan, tiştên herî zêde dilê wî aciz dike neheqî ne, ku tim li kurdan tên kirin. Bi kurt û kurmancî berê xwe bide kîjan aliyî êşên dijwar dibe para wî. Hewce ye ku ji xwe re rêyekê peyda bike ku qet nebe bikare barê xwe pê sivik bike. Ji ber vê ye belkî xwendin û berhevkirina pirtûkên bi kurdî û nivîsandina çîrokekê ku qet naqede vê peywira dermankirinê girtiye ser milên xwe. Lê mixabin Sertac dike nake ew çîrok xelas nabe, dawî lê nayê, bi (ne)nivîsandina xwe dilê kesî rehet nake, lê berovajî wê neqedandina wê nefreta lehengî ya ji xwe dike zêdetir jî dike: […] ew li çîroka xwe ya nîvcomayî dakeve û tiştin lê zêde bike yan jê derîne, niha xwe ji duh û pêr bêgavtir, tengavtir û tengezartir didît, ew çend ku ji xwe û ji rewşa xwe nefret kiribû. (79)

Xelîl Semed di nivîsa xwe ya li ser pirtûkê de diyar dike ku mirov baş tênagihêje ka ew bûyer, monolog û diyalogên Sertacî xewn an jî bûyerên rastî ne. Bo sedema wê yekê jî çîroka wî ya neqedandî an jî zarokatiya wî ya travmatîk destnîşan dike. Di dema xwendina vê berhemê de wî tiştî bala min jî kişandibû, çiku ne tenê çîroka Sertacî navê xwe dide romana Şener Özmen, di heman demê de carina çîroka Şener û ya Sertacî tevîhev jî dibin. Sermeselê ev hevok ji nav romana Şener Özmenî ye “Ewê ku berî bi panzdeh salan di rojeke havîna germ a kelekel de hatibû vî bajarê berevajîbûyî û linavhevketî […] ” Lê piştî çend hevokên din, li pey xewnereşka bi Merasîm, em aniha jî wê hevokê wekî hevokeke ji çîroka Sertacî dixwînin:

Ew bi hêviya şeveke bêdeng û bêxirecir hîn ji êvar de derbasî odeya xwe ya xebatê bûbû û xwestibû ku çîrokê bidomîne, bes çîrokê! Çîrok, çîroka wî bû û bi vê hevokê dest pê dikir: “Berî bi pazdeh salan di rojeke havîna germ a kelek de…” (79)

Li gel vê jî bi bûyer û monologên romanê re em dibînin ku jiyana wî, jiyana wî ya bêwate, ji gelek çîrokên neqediyayî ên ku ew qet nejiyabûn hatibû pê û ew bi xwe jî yek ji wan çîrokên neqediyayî ye (92-3). Bi vê nîşeyê re em yeqîn dibin ku ya rastî tiştê nîvcomayî û neqediyayî ne tenê çîroka li ber destê wî ye, lê di heman demê de jiyana wî jî ye ku negihiştiye asta takekesiyê û nebûye xweyî wateyekê û civata wî jî ye ku di bin barê bindestî û neheqiyê de tim dinale.

Dibe ku kêmmayîna Sertacî zêdetir bi sedemên civakî ve girêdayî be, ku xwendinên sosyo-polîtîk bi hêsanî dikare wisa bibêje, lê gava em bi hûrgulî li serencama jiyana wî dinêrin bandora neyînî ya mêtingeriyê bi heman awayî xwe di nav jiyana wî ya malbatî de jî dide der. Ku ew tirsa bavê wî ku hemû jiyana Sertacî ya malbatî û ya giyanî belawela dike çavkaniya xwe nemaze ji bûyerên salên nodî digire ku hingê ew xwedayên tirsê di her qada jiyana civatê de tên hemberî hemû niştecihan. Li vir em dikarin bibêjin ku jiyana wî ya takekesî li gel jiyana civakî dimeşe û encamên xwe yên xerab jî bi xwe re dide hestkirin. Ji ber travmayên dualî, takakesî û civakî, Sertac dûçarî kul û derdan dibe û dûre nivîsandina berhemeke wêjeyî wekî dermanekî dibîne ku ew dikare hemû nesaxiyên wî yên hundirîn rihet bike. Lê mixabin heyfa lehengê me, dema biçe li ber masê rûnê da çend tiştan xêz bike, mixabin kaxiz wekî berê spî û vala li ber wî dimîne (103).

[…] Çîrok, çîroka wî bû û bi Kurdî bû. Çîrok, çîroka wî bû û diwelidî. (155)

Tiştekî din jî ew e ku taybetiya çîroka Sertacî wek vîrusekê derbasî her kesî dibe û nîvcomayîna xwe wekî encameke jirêzê nîşê dide. Sermeselê, Dr. Sarîn Zavaryan, psîkologa wî jî rapora xwe ya venihêrînê “hema bêje li ber qedandinê” dihêle (127) û nikare xelas bike.Kî çi dibêje bila bibêje, Sertac Karan bi rastî jî çîroknûsekî afirîner e, çiku her tişt di serê xwe de diafirîne û bi nexweşiyên derûnî ve têk diçe (169).

[…] Çîrok, çîroka wî bû û wî dil tunebû biqedîne.
Çîrok, çîroka wî bû û dibû serbarê ser xewn û xeyalên wî. Çîrok, çîroka wî bû û giyayê hewşê tehl bû. (164)

Piştî têkçûyina şoreşê diçe Ewropayê, li bajarê Munsterê, di mêvanxaneya Dîakonîsenmutterhousê de sî û sê rojan dimîne. Navê vî ciyî jî balkêş e, mutter house, yanê mala dayê. Malzaroka dayê, dûrî civatê, cihê ku hê bi têgeha Lacanî, hê ziman û zagonên BAVÎ ne desthilatdar e, cihê ku zarok rû bi rû bi xwe re ye. Lê li wê derê, dûrî civata xwe lehengê me ditengije, bêhna wî diçike, tu yê bibêjî qey guleyek bera mejiyê xwe dabû:

Mîna ku ew avêtibin binê zîndaneke tarî û zilûmat û ew li wir ji bîra kiribin, mîna ku dest û piyên wî bi qeyd û zincîran girê dabin û ew ji hemû mafên wî yên mirovane bêpar hiştibin, mîna ku hatina wî ya Munsterê û mana wî ya li mêvanxaneyê ne bi dil û daxwaza wî be, ew bi hikmê zorê li wir dabin sekinandin. Û daxwaza çîrokek negengaz jê kiribin, welê ten- gezar bûbû ji bêgaviyê, ji bêjiniyê, ji bêteşqeletiyê, ji bêdengiya şevan, ji tenêtiyê [….] (166)

Li wê derê rastî çend nivîskarên ji deverên din jî tê. Weku me li jor jî qal kiriye, nivîskarekî Iraqî ji hatîna Sertacî, a kurdekî feodal ne razî ye. Sertacê dilşikestî jî radibe û tenê ji Sadiq El Behrî, yê Iraqî re nameyekê dinivîse, bi me xerîb e çiku tiştê ku Sertacî destê xwe dabûyê û qedandî tenê ew e (153-5). Ji xincî vê, ne li gorî dilê wî be jî, li mêvanxaneyê jî ji Sertacê Çîrokbêj (153) û Sertacê Çîroknûs (157) dixwazin ku axaftinekê binivîse. Frau Muller, berpirsiyara malê jî li benda nivîsa wî ye. Gava Ozlema wergêr tê cem wî û xwesteka Frau Muller jê re bi lêv dike ku pê re jî dixwazin ku bi wî re hevpeyvînekê çêkin, Sertac ew pirzika li ser rûye xwe wekî hincet nîşê dide ku niha nikare lê di ber re jî ya rastî wî bixwe nivîsa xwe jî hîn neqedandiye. Di ser vê yekê re Ozlem jî qala fotoşopê dike ku bi saya vê dikarin vê pirzikê jê bibin. Bersiva Sertacê jinenivîsandînêtengezar jî ev e:

Û bêhngtengî? Dê çi bi bêhntengiyê bikin? Ma photoshop dikare vê bêhntengiya kujende ya ku rê nade ez bi dilê xwe binivîsinim, ji dil û mêjiyê min bibe Ozlem!?” (163)

Pirsgirêka bavitî û tirsa xesandinê

Di analîza vê romanê de şîroveya herî girîng sekna bavî ye. Wateya wî û têkiliya wî ya bi çîrokê re û di ser de jî Merasîm û tirsa xesandinê ye ku bi xwe re tîne. Belam gava em diçin zaroktiya wî ya birîndar, diya Sertacî, li hemberî bavê wî, bi kesayetiya xwe zêde ne xuya ye lê bavê wî bi her awayî tirsonek, newêrek e. Her çiqas di tevahiya romanê de girêka Odîpûs bi awayekî eşkere hatibe destnîşankirin jî, em zêde tiştan li ser têkiliya wî ya bi diya wî re nizanin da bibêjin dayik di pêşzaroktiya wî de û bi pey re lê desthilatdar bûye. Lê qet nebe em dikarin bi hêsanî bibêjin ku nemêrbûna bavî bandoreke mezin li ser wî hiştiye. Lê çima û çawa? Ji bo bersiva vî tiştî ka em hinek di nav jiyan û xeyalên Sertacê çîroknûs de bigerin. Gava ew bi êşeke giran a derûnî dikeve, ji xwe re rastiyeke nû ava dike ku tê de her tişt li gorî dilê wî ye, xweyî malbeteke kurdewar, bavekî ku pişta wî digre û jê re dibe alîkar. Di vê jiyana nû ya rastî çîrokek ji çîrokên Sertacê afirîner de ew xwe wek kurdekî bêtirs dibîne ku navê wî Ferheng e û li serbajarê Kurdistanê hatiye dinyayê. Tevî wê, tiştekî balkêş jî ew e em hîn dibin ku ew di bîst û çar saliya xwe de bi teşwîqa bavê xwe dest bi nivîsandina kurteçîrokan dike (112). Di vê jiyana nû ya li hemberî jiyana wî ya rasteqîn a bi êş de bikaranîna navê çîrokan tevî bavê wî bi min pir watedar e. Bav ligel ziman û zagona civatê di nav xwe de hêzekê dihundirine ku kurê wî dikare pê ji xwe re jiyaneke qewîn ava bike û li ser piyên xwe bisekine. Lê belê weku di destpêkê de min diyar kiribû ku bavê wî her tim bi tirs û newêrekiya xwe dihat bîra Sertacî lê xalê wî di dewsa bavê wî de dikarî jiyana Sertacî rengîntir bikira lê mixabin ew jî ji aliyê wan kesan tê kuştin ku yên ku di dilê bavê wî û civata wî de tirseke bêsînor belav kiriye jî ew heman kes in.

Kêmasiya ku bavekî tirsonek li pey xwe hiştiye dûre ji ber tunebûna xalekî ku xwarziyê wî jê hez bike û civatake ku zarok xwe tê de ewle hest bike mixabin nayê dagirtin. Loma têkiliya lehengê me ya bi jina wî re di siya vê têkiliya hanê de dimîne ku Merasîm jî dibe çavkaniya tirs û xewnereşkên wî. Ji ber van tiştan, bi min pêwendiyeke xurt di navbera kêmasiya bavî û zexmiya jina wî Merasîm de heye. Weku were bîra me hemûyan, Merasîm ewilî hê beriya ku bizewice dikeve pey dengê mêrane yê Sertacî (9), lê xerîb e ku piştî zewaca wan êdî ew deng nayê ber guhê xwîneran. Ma çi bi vî dengî hatiye? An jî di rastiyê de dengekî wisa hebû? Belkî tunebû ku ew jî fanteziya Merasîm bi xwe bû. Ew deng rastî bû ne rastî bû ne xem e, çiku psîkanalîzê şanî me daye ku tiştê ku mirov bi hêsanî jê re bibêje rastî tuneye, bilêvkirina tiştan jî bo nîşana hebûna wan bes e. Lewma ez dikarim bibêjim, wexta ew dengê ku Merasîm li pey wî bû qut dibe, êdî li hemberî wê û me xwîneran ne dengê wî, lê tiştekî din heye: çîrokek, pêşbaziya çîrokên neqediyayî. Ku xewn û xeyalên Merasîmê dixemilîne. Di derbarê vê yekê de Merasîm wiha dibêje “heke min xelata yekemîn wergirt, bifikire Sertaco, bîne pêş çavên xwe, heke ku xelata yekemîn dane min û ez bi serfirazî vegeriyam mal” (199). Lê ne tenê ew, ji çîrokê jî wêdetir, ez naxwazim sînora xwe û ya rexneyê ji bîr bikim, ya rastî tiştê ji gelek jinên din re dibe objeya arezûyê pênûsa (we got penîs?) Sertacî bixwe ye.

Ew gelek caran li wir, li ser qaryoleyê di xew re diçû û bi kabûsekê re heman kabûs bû yê ku didît; Merasîmê bi saya çîrokên wî dibû çîroknûseke bi nav û deng, piştî xelatgirtinekê bi Sergîno re dihat malê û şûşeyekî votka bi maseyê de dikir û agir berdidayê” (79)

“Vê carê pir, pir bi dûr ketibû ji odeyê, çûbû û hey çûbû. Di xewna xwe de dîtibû ku ew û Merasîm li odeyekê ne, dosyeya wî ya çîrokan jî -çîrokên neqediyayî- li ber destê wê ye û Merasîm, mîna ku di konferanseke navnetewî de be, mîna ku ligel çend şîroveger û rexnegirên giregir ên navdar derketibe pêş guhdarên xoşewîst, welê ji xwe û ji nirxandin û şîroveyên xwe bawer, lib û lib xeber dida û digel ku car caran, jiyana xwe ya kesane û pirsgirêkên xwe yên zewacê û rewşa Sertacî jî tev li gotara xwe dikir û dida navê, dîsan jî Sertac Karan û Sertacê Çîrokawîneqediyayî ji şîroveyên Merasîma xwe ya di xewnê de heyirî mabû.” (90)

[…] ew çend ku ji pêşniyazên xwe û xasma ji “pênûsa” mêrê xwe bi bawer bû, bi tevî ku Sertacê mêrê wê ne wêjevenakî ji wan wêjevanên xwedî pirtûk bû jî, dîsan jî hêvî jê dikir lê bi qerf digotê; “Ma te ew qas pirtûk û kovar ji çi re kirîne mêro? Nîvê zewaca me bi dû vê hewesa te ya pûç û betal de çû, bi ser de jî te ew qas pere dan van pirtûkên Kurdî, êêêê, bû çi? Çi bi destê te ket?” (194)

Dema ku hindik mabû serlêdana Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî biqediya Merasîm bi kelecaneke ku bêhna Sertacî teng bike, zextê lê dike ku bilezîne. Dilê Merasîm bi ser 30 milyarên gilover de ye ku bi pêşbaziyê bikeve destê wê. Serê Sertacê Çîrokger bi çîrokê û jina wî dikeve belayê û nizane ka çawa dilê jina xwe rehet bike (197). Li gorî xeberdana wî, tim hindik dimîne ku çîroka xwe biqedîne lê xuya ye çîrok çîroka wî ye lewma naqede. Carekê jî di dema nivîsandina çîrokê de Merasîm midaxaleyî berhemê dike û jê dixwaze çend ciyan wekî beşa masturbasyonê jê derxe çiku ew beş ne li gorî dilê wê ne. Ma Merasîm tenê Merasîm e an jî di hişê Sertacî de sembola têgeha jinê ye? Bo bersiva vê yekê jî em dikarin dêhna xwe bidin rojên wî yên li Elmanyayê. Li wir nivîskareke Ereb, ku navê wê Sabîne ye, nas dike û ew xanima hanê Sertacî vedixwîne mala xwe, lê ew jî ji ber şerma nikare here, lê dîsa jî qet nebe fanteziyên xwe yên hevşabûnê pê re çêdike, vê kêliyê, di dema hevşabûnê de rûyê Sabîneyê diguhere û dibe yê Dr. Sarîn, dibe Merasîm, dibe May, nivîskareke Denmarkî, dibe evîna wî ya lîseyê û dîsa yê Merasîm. Ew jin bi her awayî di dirûv û şiklê Merasîmê de xwe nîşan didin.

Merasîm, jina Sertacî, jineke ewqas çavsor e ku dikare ji bo gurzek giha lodekê bişewitîne (73). Ji ber vê yekê jiyana Sertacî ya bi Merasîmê re ne tiştekî hêsan û cihê şadî û bextewariyê ye. Tirs û xofa ketina ji mêraniyê û daqurtandinê li ba Sertacî wisa zêde dibe ku dema ew ji jina xwe lêdanê dixwe hevalên wî yên mêr tinazên xwe pê dikin û dikevin nav galegalan ka jina wî bi çi tiştan lê xistiye û navên “xwelîdank, sirehî, guldank, çarçove û neynîk” dihejmêrin. Dibe ku di destpêkê de ew nav bi hev re wateyeke baş nadin xuyanê lê gava mirov li ser wan bi hûrgilî disekine dibîne ku ew hemû alav bi kûrahiya xwe û bi hêza xwe ya daqurtandinê belasebeb nayên gotin, ji ber ku ew giş tirsa wî ya xesandinê daqurtandina ji aliyê jinekê ve nîşan didin. Jixwe li piştî wê, hevalên Sertacî dibêjin, “welleh bavo me mêr di ser Merasîmê re nedîtine” (77). Di jiyana xwe de ji bavê xwe tiştekî hîn nebûye ku xwe ji hêzên derveyî biparêze û bibe xweyî hêz û qawet. Dibe ku kêmasiya rola bavîtiyê bi xêra xalê lehengê me ji holê rabûya. Lê ew jî nayê cih. Di civatê de jî tiştek tuneye ku xwe pê bihêz hest bike, civateke bindest û zêrandî. Tirseke bêdawî li der û dora wî ye. Lewma bi min, em pirsgirêkên civakî nikarin tenê wek meseleya civata wê demê binirxînin, ji ber ku ew tişt di jiyana gelek kur û keçên kurd de ji aliyê kemilandina takakesitiya wan de kêmasiyeke mezin çêkiriye ku hê jî şifaya wê nayê dîtin û ew birînên kûr hê jî nayên kewandin.

Tirsa Xesandinê di terminolojiya psîkanalîzê de xweyî cihekî taybet e. Dûre teorîsyenên post-Freud jî li ser vê tegehê bi hûrgulî sekinîne, yek ji wan jî Andre Green e, di geşedana zayendî ya zarokî de qonaxake giyanî û hêmayî ye ku zarok dûre takekesiya xwe li ser wê ava dike. Her çiqas ev talûke ji destê jinan were jî, bi piranî kirdeyê vê xebatê mêr in (Green, 14). Li aliyekî din jî xesandin perçeyekî girêka Odîpûsî ye. Ji bo ku zarok girêka xesandinê derbas bike, divê dev ji arezûya ensest û kuştina bavî berde. Yanê bi gotineke din ancex piştî vê zarok dikare bi reqibê (bav) xwe re bibe yek û wî wek modelekî bibîne (32). Pirsgirêkên li gel bavî encax tenê di nav sînorên îdentîfîkasyonê de dikarin bên çareserkirin. Lê lehengê me hê ji serî de pirsgirêkên îdentîfîkasyonê tecrûbe dike û nikare jê derbasî balixiyê bibe, ji ber vê yekê ye ku tevî pirsgirêkên xesandin û çênebûnê hê di qonaxa girêka odîpûsî de dimîne.

Li gorî Green, zayenda zarok çi be, çi jin çi mêr, zarok sembola penîsê dayikê ye (104). Piştî geşedana xwe zarok êdî ji wê peywira penîsbûna dayê dûr dikeve û dibe takekes. Lê dema ew pirsgirêk neyê çareserkirin, jinên xesankar û yên fallîk li hemberî mirov peyda dibin û Green dibêje ku ne pêwist e ew rast bin lê ew bixwe jî ji texeyûla mêran derdikevin (106-7). Taybetiya girêka xesandinê ew e ku him nahêle ensest pêk bê û him jî rê dide ku bav sax bimîne; ku ev jî tiştekî erênî ye, sedema wê jî ew e: ji bo ku zarok xwe biparêze divê bav zindî be (116-7). Bi kurt û kurmancî dibe ku Merasîm jineke xesanker nebe jî, ku ya rastî em çîroka Sertacî bi çavekî Sertacî dixwînin û dengê Merasîm jî ji xeynî çend nîşeyên di jêrenotên neqediyayî de nabihîzin ew jina/ên xesanker ji xeyal û fanteziyên wî yên birîndar ve dertên. Yanê di jiyana Sertacî de ew jin hene, çi xeyalî çi rastî.

Dinya, dinyaya jinan bû, mixabin wilo lê hatibû, li her derê bûn, pir bûn û her ku diçû hejmara wan pirtir dibû, di mînîbus û otobêsan de ew hebûn, li sûk û mixaze û kolan û meydanan ew, li ber deriyê nexweşxaneyan ew, ma nexweş bûn? Ma bi rastî nexweş bûn? Sertac bawer nedikir, bawer nedikir bê nexweş in. Heke bi rastî jî nexweş bûna, ma wê çima di xwepêşandan û serhildanên vî bajarî de li pêş bûna? Heke bi rastî jî nexweş bûna, ma wê ji ber çi laşên xwe bidana ber jopên bêînsaf? […] (196)

Di jêrenota duyem de Merasîm li şîroveyên muxtemel ên li dijî wê wisa diaxive: “ […] li gor wê sedema bingehîn ez im ne welê? Jixwe sedem tim û dayîm jin e, jinek e, yan çend jin in dema rê û dirb li ber mêrekî winda dibe di civakek serobinobûyî de” (188). Belam weku li jor jî xuya ye, şîroveyek şaş dikare ji xwendina vê romanê derkeve li hemberî jinan, ku Sertac jî ji ber vê yekê bala me dikişîne ser vê nakokiyê. Bi min jî mesele her çiqas bi hikmê jinan wekî Merasîm xuya bike jî, hê bi gelekî beriya wê dest pê kiriye û jê wêdetir bi kêmasiya bav, wêrekiya wî, sistbûna wî ve derfet dîtiye ku jiyana Sertacî serobino bike. Ma ew sûcê bavê wî ye? Jixwe eşkere ye ku ew tirs û xof jî ji destê serdestan ketiye nav malbat û welatê Sertacî.

Ber bi dawiya romanê ve em rastî diyalogeke balkêş tên ku tê de Sertac bi xortekî kurd re galegalan dike. Beriya wê, jineke elmanî dema mêrê wê diçe karê xwe û beriya ku xortekî rojhilatî bîne mala xwe diçe şaneşînê û kulîlkên xwe av dide, hingê ji Sertacê Sistemêr (167) dipirse kar û barên nivîsandinê çawa diçe, we dît jineke din jî kar û barê (nivîsandinê) jê dipirse. Merasîm jî Frau Muller jî jê dipirsîn. Sertac hevşabûna wê ya bi xortê rojhilatî (kurd) re bi temamî nikare bibîne lewma yên mayîn jî di hişê xwe yî şilbûyî de temam dike. Paşê êvarekê ew jinik tevî merê xwe gazî vî xortî dike û li ser şaneşîna xwe grillê çêdikin. Bi vê dîmena sêkesî re Sertac pir diqehere. Xwe tazî dike diçe ber neynîka odeya xwe û “ji wê jinê re çêr û sixêfên nebihîstî dike di lûtkeya xweşiyê de û yek caran berê xwe bi neynîkê de dike da şebikînên reşgunika bibîne”. Roja dinê dixwaze pêşî porê xwe paşê jî riha xwe ya mîranî kur bike (170).

Ev xortê kurd karê nêrevaniyê dike, lê nêrevaniya kê, ne diyar e, tenê di nav diyalogê de derbas dibe ku em dibên zarokekî qorim heye, lê beriya wê haya me qet jê çênabe. Ew meseleya nêrevaniyê dibe ku fanteziya Sertacî be, ew zarok ne ew zarok, ew jin ne ew jin û ew mêr ne ew mêr be. Dê û bavê Sertacî û zarokekî qorim; yanê Sertac. Ew hevok fanteziya Sertacî şirove dike ku hem bo xwe û hem jî bo diya xwe gayînê dixwaze, bi gotineke din dixwaze ew kurikî têxe dewsa bavê xwe û ew jî bibe kurikekî qorim, çênebûyî, yê di landikê de mayî, di ser de li pêşberî dika ewilîn de wekî Freud qala wê di çîroka Guremêr (Wolfman) de kiriye, dixwaze bavê wî, wî bixwe jî bikute. Ew kêmaniya bavî û pê re jî encamên bi êş û ji mêraniyê ketîn ne tenê di romana Özmen de tê hemberî me, tiştekî seyr e ku di çendin nivîskarên din ên kurd de jî em rastî vê yekê dibin ku têkiliyên dê û bav, di bandora têkiliyên her du civatan ên kurd û tirkan de dimîne û rola wan du civatan jî şikla xwe diguhezine têkiliyeke mêr û jin an jî aktîf û pasîfê.3 Bi min heta ku kurd ji bindestiya gelên din dernekeve rola bavitî dê tim û dayim kêm be, çiku dema zimanê BAVÎ (yê civatê) û bav xuya nebe, kesayetiya zarok nikare tenê li ser milên dayikê bilind bibe. 4

Di vê peywendê de ew meseleya NA û EVETê jî watedartir dibin. Bi min wisa tê, ew her du peyv jî tam pirsgirêka Sertacî û ya civata Kurdan a sero- bînobûyî rave dike. Em dikarin bipirsin, ka çima peyveke neyînî bi kurdî lê erênî bi tirkî ye. Ez ê bersiva wê li jêr bidim. Xelîl Semed jî, di nivîsa xwe ya bi navê “Peşbaziya Çîrokên Neqediyayî” de qal dike ku Pîra Na wek tirs an binhişê Sertac Karanî derdikeve pêş. Tiqetîq û hîrehîrên Pîra NA’yê di mejiyê Sertacî de her tim olan didin. Pîra Na cara ewil di beşa destpêkê ya Merasimê de derdikeve holê:

“Pîra NA nizanim bê wê êvarê ji ku derketibû, hatibû li ser milê min ê çepê veniştibû, min du-sê caran tepa xwe jî lê xistibû ji bo ku bişeqite here ji ser milê min, lê wê pûte bi min û halê min nekiribû, “Tu bi kêfa xwe yî… tu bi kêfa xwe yî, tu bi kêfa xwe yî…” (16)

Dûre çend carên din jî bi bêhna xwe ya genî tê cem lehengên me û wan aciz dike, lê ji Merasîmê bêhtir Sertacî (16, 18, 32, 53, 65, 80, 83, 88, 138-9, 203, 205). Di heman demê de Pîra NA sembola xesandinê jî di nav xwe de dihewî- ne; yanê xweyî “quzekî bidev û diran bû” (138). Di rûpela 139an de bi saya diyaloga navbeyna Sertacî û Pîra NA em hîn dibin ku ew kî ye:

[…] Ez dapîra te me… De here ji wir!
Ez diya te me…
Here ji wê pîsa heram! Ez meta te me…

Ez ê di devê… tobe estaxfurullah!
Ez welatê te yê kavilbûyî me…
[…]
Xwedê te çi bela anî serê min! Me got em ji polîsan xelas bûn û îcar… Îcar û çi! Tu ji jinan zehf ditirsî…”

Biçirîn!
Tu ji quzê wan zehf ditirsî…
[…]
Ez şoreşa we ya têkçûyî me…
Şoreşa me têk neçû, tenê me hinekî bi paş xist… Paşxistin, têkçûyîn e…
Pîra feylesof!? Pek û sed carî pek!
Tu ji jinan zehf ditirsî
Ez ji jinên mîna te ditirsim…
Ez wêjeya we ya xwedbîn im
Xweş keee!
Ez qeder im, qedera te me… (139-140).

Xerîb e em baş dibînin ku ew Pîra NAya ku bûye sembola xesandinê, paşê dibe welatê wî jî, hingê em seh dikin ku Kurdistan jî wî dixesîne. Tevî wê, formuleke wiha li ber me peyda dibe: tirs jin xesandin. Dagirker bi tirsa xwe, welat jî bi dagirbûyîna xwe dixesîne. Ya herî pir bala min dikşîne jî ew e ku wêje jî dixesîne, belkî sedem ew e ku çîrok naqede, heke biqede ew ê Sertacî bixesîne.

[…] xwedêkirî Pîra NA yeka nediyar e, jixwe ev nediyariya wê ye ya ku kawdanê vedizelîne. Dikarim bêjim ku Pîra NA, pêwendiyek e, pêwendiya Sertacê çîrokê ye ya bi qederê re, ya bi qedera xwe re […] (203)

Li hemberî Pîra NA, Rûnê EVET heye (38, 49, 200, 201, 203). Ew her du peyv jî bi tîpên girdek hatine nivîsîn. Li vir ez pêwendiyeke din jî dibînim ku rûnê EVETê û Pîra NAyê, ev her du nav, dema ku tên nik hev, xwendikek xweser ji wan derdikeve. Jixwe di jêrenota sêzdehan de em dibînin ku ew erêkirina zordestiyê, xizaniyê, belengaziyê, erêkirina rejima faşîst, stûxwariyê ye. Dibe ku sedema erêya tirkî ew be jî, ku tê de wateyeke neyînî heye û salên çewisandinê tîne bîra mirov. Lê ez ê jê wêdetir şîroveyeke din lê bar bikim. Bi min, pirseke din a sereke serê xwîneran mijûl dike û wê bikare wê meseleyê ronîtir bike jî ku me li vir ew rave kiriye, ka çima peyva erênî bi tirkî, bi tîpên mezin (EVET) lê ya neyînî bi kurdî, dîsa bi tipên mezin (NA) dan nîşankirin? Ez wisa yeqîn dikim ji ber vê yekê ye ku bav jî weke gelê Sertacî yê kurd têk çûye, tirk jî li dewsa kêmbavê cî girtiye. Lewma ew hemû xwestek û arezûyên ku bo geşedana wî ya giyanî hewce ne, tenê di derhişê wî de mane. Li gorî têkiliya civakî ya kurd û tirkan, kurd dibin jin, tirk jî mêr, ango bav in, weke Lacanî jî gotiye zarok li hêviya erêkirina Bavê mezin dimîne ku xwe ava bike. Lê bêyî hebûna tirkan, di nav çarçoveyeke teng de kurd jî ango civat jî bav e, lê mixabin ji ber sedemên polîtîk û civakî yên sedsalan, nemaze piştî damezrandina komara tirkan ev bav bi hebûna tirkan têk çûye û desthilatdariya xwe li ser kurî winda kiriye, lewma ji erêniyê zêdetir, civata kurdan wekî Pîra NA ya bi vajînaya dentat derdikeve ser dikê, ew jî weku me gotî metafora xesandinê ye, rastî xesandinê dibe, diguheze dibe jin, dixwaze bê gayîn, qet nayê qebûlkirin. Di diyaloga Sertacî de weke wî bixwe jî gotiye, ew êşa Sertacî ne tenê ji ber kêmasiyên wî yên malbatî û veguherîna takekesiyê ye, lê Kurd ji vê saetê bi şûn de dikarin her tiştî bikin (173), bibin her tişt. Ev mayîna leheng a di nav bera Erê û Nayê de, serdest û bindestan, mêr û jinan de ye, em dikarin şopa vê yekê li ser şerê wî yê bo navê wî jî bibînin, ku naxwaze navê wî wek navekî tirk Sertaç bê gotin, lê Sertac wêkî ku ew lê kirine, wekî reseniya xwe. Yanê ew hatin û çûyina navbera her du qutbên dijber de lehengê me li xwe digere, bo nasname û navê xwe şerê xwe tim û dayîm didomîne.

Encam

Weku min di destpêka nivîsa xwe de jî diyar kiriye ew berhem bi taybetiyên xwe yên vegotinê berhemeke postmodernîst e. Tê de mirov tûşî ba- betên cihê tê û ew jî bi hev re dikarin bibin xwendinên gelek cuda. Xwendineke femînîst, kolonyalîst an jî post-kolonyalîst, ya marksîst hwd. Lê min bala xwe zêdetir daye jiyana Sertacî ya hundirîn û xwest ku fam bikim ka ewqas êş û keseran çima nehişt Sertacê Çîroknûs çîroka xwe bi dawî bîne. Ji bo ronîkirina vî tiştî jî min rêbaza psîkanalîzê bi kar anî. Lê pê re jî di teoriya wêjeyî de min berê xwe da têgeha kêmnivîskariyê jî ku em dikarin vî tiştî di hemû wêjeyên cihanê de bibînin. Di vî cureyî de lehengên nivîskar ku ji ber gelek sedeman nikarin berhemên xwe biqedînin û di dawiyê de yan hişê xwe winda dikin an jî xwekuştinê wek riya xelasiyê dibînin. Her çiqas di nav van sedemên Sertacî de bûyerên civakî gelekî girîng xuya bikin jî, birînên wî yên ji salên zaroktiya wî mane û têkiliyeke nexweş a di navbera wî û dê û bavê wî de jî bandoreke pir neyînî li ser kesayetî û takekesbûna wî dihêlin. Di nav van hestên sereke de tirsa herî berbiçav e, ku serdanpê tu laş û giyanên kurdistanî jê bêpar nemane; wêje, şoreş, welat jî bi vê tirsa hanê re dibin Pîra NA û wek kabûsekê li Sertacî jiyanê diherimînin. Bi wan hest û ramanan re ba- vitî, wek bidawînehatina prosesa girêka odîpûs tirsa xesandinê, desthilatiya jinan tevî xwe rewşa kurdan a civakî û polîtîk jî ji me re ronîtir dikin. Sekna nivîskarê pirtûkê Şener Özmen bi xwe li hemberî bav û kurî û bicihkirina xwe ya li navbera wan jî bala me dikişîne ku ew romana xwe diyariyî bav (bavê romana kurdî) û kurekî (kurê xwe bixwe) dike. Gava em nenivîsandina leheng bi kêmasiya mêranî yan jî desthilatdariya civakê dinirxînin, xwe bicihkirina di navbeyna bavê romana kurdî û kurê xwe de jî têra xwe hêjayî gotinê ye.

1 Bo xwendineke hûrgulî ya li ser kêmnivîskarekî kurd bnr nivîsa Şêr, Ferzan; “Axaftina Nobelê û Kêmnivîskarî”, Tarafkitap 16 (Gûlan 2008) û ya Şarman, Mihemed; “Di Çîroka Kurdî de Nivîskarî”, Wêje û Rexne: Di Wêjeyê de (Bê)Cihûwarî. Hejmar:1 (2014) r.38-50.

2 Lacan bo îngilîziya vê tegehê “want-to-be” pêşniyar kiriye. (Alan Sheridan, ji pêşgotina Ecrites a Lacan)

3  Mînak romanên Yunus Eroğlu, Nameyek Ji Xwedê Re, Otobês Sergotina Calvinoya Yaqob Tilermenî, Di Tuwaletê deya Rênas Jiyan, çîrokên Mihemed Şarman û hwd. An jî di romana nivîskareke kurd lê tirkînûs a Korkunun Irmağında (Di Çemê Tirsê De)ya Suzan Samancı de jî em pêrgî vê rastiyê tên. Lê haya min jê heye ku tiştê ku min li vir qal kiriye xweyî angaşteke mezin e, lê ji bo vê jî xwendineke hûrgilî û analîzeke kûr divê. Min ew şîrove ji xwendinên xwe yên van roman û berheman derxistiye.

4  Heman rewş li hemberî Ewropa bo wêjeya tirkî jî hatiye gotin. Bnr Babalar ve Oğullar (Bav û Kur) a Jale Parla, Kör Ayna, Kayıp Şark (Neynika Kor, ŞarqaWinda) a Nurdan Gürbilek.

Çavkanî

Green, Adré (2004). Hadım Edilme Kompleksi, wer. Levent Kayaalp, Stenbol: Metis

Lacan, Jacques (2005). Écrits: A Selection, wer. Alan Sheridan. London û New York: Routledge Classics.

Özmen, Şener (2010). Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî. Diyarbekir: Weşanên Lîs.

Parla, Jale (2011). Türk Romanında Yazar ve Başkalaşım. Stenbol: Weş. İletişimê.

Semedî, Xelîl (2013). http://www.komaxwendineaqosere.blogspot.com. tr/2013/08/xelil-semed.html)

Share.

Leave A Reply